11 minute read

HER YEK JI WAN ARŞÎVEKE ZINDÎ YE

CIVAKÊN XWEZAYÎ BI ÇI AWAYÎ BÛN? HER YEK JI WAN ARŞÎVEKE ZINDÎ YE

MEHSUM BAGOK

Advertisement

Naskirin û hîskirina wan, girîng e. Ew bi xwezayî endamên govend û stranbêjiyê ne. Ew bi xwezayî helbestvan, şanoger û sînemavan in. Ên ku li ser wan mijaran tecrûbe qezenc dikin, êdî nav û dengê wan belav dibe. Civak xwe bixwe çanda xwe pêş dixe û şahiyên xwe li dar dixe. Şahî jî beşeke jiyana civakê ne. Asta çandê li ser manewiyet û zindîbûna civakê, cihekî wî yê diyar heye. Mijareke ku pir girîng jê re were dayîn û projeyên wê pêş bikevin, çand e. Dengbêjên Şengalê; bi xwezayî û weke berdewamiya çanda xwe heya îro hatine. Şêwazê dengbêjên Herêma Şengalê xweseriyeke xwe ya meqaman jî heye. Stranbêj û lêkolînvanên muzîkê, vê rewşê baştir dibînin û dizanin. Mijarên dengbêjiya wan, serpêhatiya wan e. Li ser xweşî û nexweşiyan, stran gotine. Her stranek xwediyê naverokeke kûr û biwate ye. Stranên li ser xweza, govend, şahî, egîdî û berxwedan, xemgînî û fermanan dibêjin. Di mijara dengbêjiyê de, Herêma Şengalê dewlemend e. Piraniya dengbêjan bi temenê xwe mezin in. Li gel wan danehevek pir hêja û ji zêr û elmas bi qîmetir kom bûye. Divê dengê wan were tomarkirin û wateya stranên wan were nivîsandin. Bi vî awayî dê arşîveke pir dewlemend derkeve pêşberî civakê. Ew kar jixwe ji bo civakê ye da ku nifşên nû bikarin fêr bibin û li ser wan arşîvan lêkolîn û perwerdeyê pêş bixin. Di vê mijarê de, ji bo dengbêjên herêma Şengalê arşîvek were amadekirin û parastin, wê gelekî baş be. Dema ku arşîv pêş bikeve, êdî çand jî tê parastin û bi parastinê pêşketin jî pêk tê.

Dengbêjên pir hêja li Herêma Şengalê hene

Her yek ji wan arşîveke zindî ye. Hêj jî jiyan dikin û divê qedrê wan hebe û daneheva li gel wan were arşîvkirin. Ew kesên hêja beşek ji dîroka zindî ne. Ew danehev were nirxandin û bi gel re were parvekirin, wê çand winda nebe. Dengbejên hêja, xwediyê ked û navdar, weke Biroyê Şerqî, Qiçê Hemê, Qasimê Meyrê, Şêxmûs, Qepal, Xidir Feqîr û Pîr Mico bi vê wesîleyê em bi bîr tînin. Dengbêj gelek mijaran bi gotinan pênase û şîrove dikin û peyre jî stranên xwe dibêjin. Ji ber ku balê bikişînin li ser stran an jî dengbêjiya xwe, destpêkê civatê germ dikin û gelek caran bi tiştên civakî jî, civatê geş dikin. Ka em li civateke dengbêjên Êzdiyan guhdar bikin, gelo beriya stranên xwe, civatê çawa germ û geş dikin? Dengbêj beriya ku stranan bibêjin,

guhdarvan û temaşevanên xwe amade dikin. Ji ber ku şevbêrka dengbêjan ku ji aliyê civakê ve weke şevxweşk jî tê gotin, bi kelecan derbas bibe wê ya dikin. Dengbêjekî me mînakek ji nava jiyana civakê wiha parve dike: Li herêmê çend kesên ku bi taktîkên diziyê bi nav û deng hebûn. Bi awayekî jêhatî û serkeftî çalakiyên diziyê pêk tînin. Kesên wilo weke mêrxaz têne nirxandin. Ew, diziyê ji derveyê civaka xwe ya Êzîdî pêk tînin. Mirovek di mijara aboriyê de feqîr bûye, nikare debare xwe bike. Ew xwedî malbat e û zarokên wî jî hene. Ew mirov ji koma dizên bi nav û deng re rewşa xwe dibêje û ew jî dixwaze ku tevlî wê koma dizan bibe. Ew jî dixwaze bibe diz da ku karibe debara malbata xwe bike. Koma dizên bi nav û deng ji xwe re dibêjin; “ Eger em wî kesî tevlî xwe bikin, dibe ku bibe belaya serê me, ew ne jêhatî ye û wê bibe sedema eşkerebûna diziyên me. Em tiştekî bikin da ku xwe ji wî mirovî xelas bikin”. Koma dizin bi nav û deng bi taktîkên xwe filîmekî tînin serê wî mirovî û jê re dibêjin; “ were em ê îşev biçin diziyê.” Ew jî bi kêfxweşî û bi hêviyeke mezin tevlî plansaziya wan dibe. Wê rojê şev pir tarî ye. Koma dizên bi nav û deng endamê nû dixin nava xwe û çend caran di nava kolanên bajarê Şengalê de digerînin. Bi wê geryana zêde, dixwazin wî şaş bikin da ku cihê diziyê nas nake û nizanibe ku diçe diziya kê. Tevr û bêr dixin destên wî û jê re dibêjin; “ vî dîwarî bikole û qul bike heya ku em werin.” Ew jî dest bi kolana dîwarî dike. Dîwar jî dîwarê mala

Apê Şemo bi berfirehî ew mesele bi me re parve kir, lê me bi kinahî anî li ser ziman. Li gorî Apê Şemo ev bûyer rast e û rewşeke bi vî rengî jiyan bûye

wî ye, ango dîwarê xaniyê xwe dikole. Dema ku dengê kolanê tê û dîwar qul dibe, malbata wî pê dihesin. Bavê wî li mal e û ji neviya xwe re dibêje; “diz hatiye, xencera min bîne!” Bi lez û bez xencer ji kalo re tîne. Dema ku diz dîwar qul dike û derbasî hundirê xanî dibe, şev jî pir tarî ye, kalo û diz hev du digirin. Diz ji mirovê kal xurtir e. Mirovê kal ji nişka ve ji neviya xwe re dibêje; “ çirayî pêxe!” Kalo dixwaze diz nas bike. Dema ku keça ciwan çirayê pê dixe, çi bibîne baş e? Wa ye diz hatiye diziya mala xwe, diz bavê keça ciwan e, diz kurê mirovê kal e. Di wê şeva tarî de bav, kur û keç

hev girtibûn, di nava gengeşiyê de bûn. Bi pêxistina çirayê re êdî her tişt zelal dibe. Bavê keçikê hatibû diziya mala xwe. Ew jî di taktîkan de, pisporiya koma dizan a bi nav û deng diyar dike û bi vî awayî ew koma dizan digihêjin armanca xwe. Dengbêjê me dema ku bi kelecan, ew bûyera diziyê digot, guhdarvan jî bi meraqî ew dişopandin û guhdar dikirin. Dema ku axiftina dengbêj bi dawî bû, rewşek an jî fîlmekî trajîk û pêkenok derketibû holê. Bi vê ya temaşevan û guhdarvan ketin hîqehîqê û dengê kenê wan bilind dibû. Atmosfereke pir germ, zindî û bi coş derketibû holê. Ûslup û xîtabeta deng

Keça Şengalî, Xezalê tînin konê Paşê. Zarokên Xezalê jî bi tena serê xwe dimînin di şikeftê de. Dema ku bavê her du zarokan Heseno tê şikeftê, dibîne ku Xezal nîn e

bêjan jî, weke helbest an jî weke çîrok û filmekî bû. Êdî wan zemîn û atmosfera bi coş amade kiribûn. Diyar e ku ew karê xwe baş dizanin. Şevbêrka dengbêjiyê pir xweş derbas bû. Yek stranê dibêje û diqedîne, îcar dengbêjekî din dest pê dike. Bi stranan bersiv didan hev du. Miqam, rûçik û awirên çavên wan, li gorî wateya stranê dihat guhertin. Ew guhertin bi çavan xuya dikir, ew jî ne bes e, tevgerên wan ên bi destan stran bi coştir dikir. Dengên xwe nizm dikirin û carinan jî bilind dikirin. Civakên ku bi xwezayî jiyan dikin, bi xwezayî endamên govendê, stranbêjî, şanogerî, helbestvanî û sînemageriyê ne. Ên ku li ser wan mijaran tecrûbe qezenc dikin, êdî nav û dengê wan belav dibe. Civak xwe bi xwe çanda xwe pêş dixin û şahiyên xwe li dar dixin. Şahî jî beşek ji jiyana civakê ye. Çand li ser manewiyat û zindîbûna civakê cihekî xwe ya diyar heye. Mijareke ku pir girîngî jê re were dayîn û projeyên wê werin pêşxistin, çand e. Kesayetên civakên xwezayî sade ne û paqij in. Ew bi xwezayî pispor in. Di mijara teqlîtkirinê de pir jêhatî ne. Ew di pênasekirina tiştan de mijaran gelekî xweşik li hev tînin. Ew mirov tiştên nava xwezayê ji nabeta bigire heya lawiran, ji kanî û robaran bigire heyanî çeman, ji deryayan bigire heya esîmanan, ji stêrkan bigire heya heyv û rojê, dikarin wan tevan di kesayet û jiyana civakê de bînin gel hev û pênase bikin. Zimanê ku ew bi kar tînin, biçûk û mezin ji axiftinên wan fêm dikin. Ew dikarin bi mînakekê, serpêhatiyên civakê yan jî bi gotineke pêşiyan pir

Kesayetên civakên xwezayî sade ne û paqij in. Ew bi xwezayî pispor in. Di mijara teqlîtkirinê de pir jêhatî ne. Ew di pênasekirina tiştan de mijaran gelekî xweşik li hev tînin. Ew mirov tiştên nava xwezayê ji nabeta bigire heya lawiran, ji kanî û robaran bigire heyanî çeman, ji deryayan bigire heya esîmanan, ji stêrkan bigire heya heyv û rojê, dikarin wan tevan di kesayet û jiyana civakê de bînin gel hev û pênase bikin

tiştan bidin naskirin, qanih û çareser bikin. Divê were bawerkirin ku gelek ji wan mijaran dikarin bibin roman , filmên sînemayan û şano. Straneke dengbêjan, dikare dîroka gelan ronahî bike. Her gotinek bi agahî û tecrûbe ne û dîrokeke zindî raber dikin. Weke mînak; Şemo Milhîm Husên temenê wî 80 sal derbas kirine. Daneheva li gel wî bi zêran jî peyda nabe . Ew dîrokeke zindî ye û li ser dengbêjiyê bi me re hin agahî parve kirin. Apê Şemo Milhîm Husên li gundê Duguran e. Ew ji eşîra Simoqiyan e. Li pêşiya hewşa xwe, bi kopalê destê xwe em li ser pêyan pêşwazî kirin. Ew li gorî temenê xwe, kesayeteke zindî ye û bîra wî jî xurt e. Lê guhên wî hinekî giran bûne. Ji bo ku neçe leşkeriya dewletê, temenê xwe mezin nivîsandibû. Li gorî nasnameya Iraqê, temenê wî 101 sal e. Ew gelekî qewl, destan û stranên dengbêjiyê dizane. Tecrûbeya jiyana wî û mijarên ku bihîstine li gel wî daneheveke pir hêja û birûmet daye çêkirin. Ew pirtûkxaneya zindî ye. Di mijara çandê de xezîne ye. Weke din li ser pir mijaran xwedî nêrîn e. Diyar e ku çavdêriyên wî pir bi wate ne. Apê Şemo hêj di 12 saliya xwe de mijarek ji bavê xwe guhdar kiriye. Bavê wî jî helbestvanekî xurt bû. Ji bavê xwe jî pir tişt fêr dibe. Apê Şemo mijareke ku rast hatiye jiyankirin, bi me re parve dike û em jî lê guhdar dikin. Li gorî ragihandinên wî, Sultan Selîmê Osmanî di pêşengtiya fermandarê xwe yê bi navê Hafîd Paşayî bi hêzeke mezin êrîşî herêma çiyayê Şengalê dike û çiyayê Şengalê dorpêç dike. Lê, beriya vê êrîşa artêşa Împarato-

riya Osmanî ya li herêma Şengalê, bûyerek hatiye jiyankirin û Apê Şemo pir bi berfirehî bûyerê tîne ziman. Bi navê Heseno kesek heye. Ew xortekî Êzîdî ye û ji herêma Şêxan a ji derdora Laleşê ye. Ew keçeke ciwan direvîne. Navê keçikê, Xezal e. Ji keçikê re, Xezala Elî Firî tê gotin. Elî bavê Xezalê ye. Ew ji herêma çiyayê Şengalê ye. Piştî revandinê, malbata Xezalê aştiyê nakin. Wan helwest daniye. Ew revandinê qebûl nakin. Piştî çend sal li ser revandinê, Heseno û Xezal li çiyayê Şengalê di nava şikeftekê de jiyan dikin. Xwe bi vî rengî diparêzin. Çiya jî bi vî rengî ji wan re dibe stargeh. Yek keçik û yek jî lawik du zarokên wan çêdibin. Rojekê Heseno diçe derve da ku pêwîstiyên malbata xwe pêk bîne. Çûye tiştan bîne ji bo zarokên xwe. Di wê demê de dorpêçeke fermanê heye. Artêşa Împaratoriya Osmanî ku di pêşengtiya Hafîd Paşa de hatine herêma çiyayê Şengalê. Di heman demê de hêzek ji wan jî bi pêşengtiya Silêman Paşa hatiye herêmê Dema ku leşker li nav çiyayan digerin, du leşker li ber deriyê şikeftê jin û zarokan dibînin. Ew jin jî Xezal e. Ew leşkerên Osmanî ku girêdayî Silêman Paşa ne, tên û Xezalê bi zorê digirin û dibin cihê Silêman Paşa. Silêman Paşa biryargeha xwe ango konê xwe li nêzî bajarê Şengalê li Solaxê daniye. Keça Şengalî, Xezalê tînin konê Paşê. Zarokên Xezalê jî bi tena serê xwe dimînin di şikeftê de. Dema ku bavê her du zarokan Heseno tê şikeftê, dibîne ku Xezal nîn e. Heseno ji zarokên xwe pirsa diya wan Xezalê dike. Zarok jî dibêjin; ‘leşker hatin û dayîka me birin.’Bi wê agahiyê Heseno li pey Xezalê dikeve. Heya Heseno şopa Xezalê dibîne, sê roj derbas dibin. Heseno bi şev xwe digihîne konê Silêman Paşayê Osmanî û wî dikuje û Xezalê ji destê wan xilas dike û bi hev re vedigerin şikefta xwe. Çar birayên Xezalê hene. Piştî tiştên ku qewimîne, Heseno agahiyê dişîne ji malbata Xezalê re. Malbata Xezalê jî bi birayên Xezalê re têne çiyayê Şengalê û têne şikeftê. Birayên Xezalê bi kuştinê, wê ceza dikin. Piştî kuştinê birayên Xezalê keça wê bi xwe re dibin û kur jî ji Heseno re dimîne. Heseno kurê xwe digire û dibe memleketê xwe herêma Şêxan (Laleşê) û li derdora Lalêşê bi cih dibe. Apê Şemo bi berfirehî ew mesele bi me re parve kir, lê me bi kinahî anî li ser ziman. Li gorî Apê Şemo ev bûyer rast e û rewşeke bi vî rengî jiyan bûye. Jixwe gelek mirovên Êzîdxanê jî ev bûyer bihîstine û bûyerê tînin ziman. Gava ku li ser bûyerê agahiyên Apê Şemo bi dawî bûn, êdî bi stranî jî, ji me re got. Li ser vê bûyera ku bi rastî çêbûye, stran tê gotin. Piştî ku Heseno kuştina Xezalê dibîhîze, digirî û strana “Karxezala Çiyayê Şengalê”dibêje .

Di wê şeva tarî de bav, kur û keç hev girtibûn, di nava gengeşiyê de bûn. Bi pêxistina çirayê re êdî her tişt zelal dibe. Bavê keçikê hatibû diziya mala xwe. Ew jî di taktîkan de, pisporiya koma dizan a bi nav û deng diyar dike û bi vî awayî ew koma dizan digihêjin armanca xwe

This article is from: