
3 minute read
ÊZIDYATÎ SER Û MALE; Ş.DIJWAR MÎNAK E
from PDF BESI KURDÎ HEJMARA 26
by dicle
ÊZIDYATÎ SER Û MALE Ş.DIJWAR MÎNAK E
SUHAM ŞINGALÎ
Advertisement
Di nava rupelên dîroka dur û dirêj de destanên qehremanî bi tîpên zêrîn tên nivîsandin û di hişê mirov û gerdunê de her zindî dimînin. Mirovên ku dil,raman û mejiyê xwe azad kirina, ji bona nirxê, mirovahî ked dane û têkoşîn kirina pêşengtî ji şoreşê re kirina her di nava civaka xwe de zindî jiyan dikin û tu carî nayên ji bîr kirin. Civaka Êzidî yek ji civakên herî kevnar yên destpêkê ku bi hezarên salan bi bawerî, çand û nirxên xwe yê pîroz yên Êzidyatiyê li ser xaka Mezobotamiya jiyan kiriya. Dîroka Êzidyan li ser vê xakê gelek bi êş û berxweaniyak mezin derbas buya. Ji bona ku ev nirxên pîroz yên civaka Êzidî, bawerî û çanda kevnar werê parastin bi sedan leheng û qehremanan mohra xwe li dîrokê dana. Dema gotna Êzidî tê gotin ferman tê hişê mirovan, 74 ferman bi ermanca qirkirina civaka Êzidî tunekirina bawerî û çanda Êzidî hatina jiyan kirin. Li bermber fermanan bê guman dîrokeka berxwedanê ya duv dirêj heya. Berxwedanê hiştiya ku ev çanda û bawerî bighêja roja me ya îro. Mirov nikara ku dîroka hey ji ya kev cuda bigra dest, weka xelekê sincîrê bi hev girêdî na. Fermandar, pêşeng û mamosteyê civaka Êzidî Merwam Bedel, rêheval Dijwar Feqîr lehngê berxwedana dîroka îroîna. Pêşengê mezin Rêheval Dijwar bi van gotinan dîrokê ji nuda zindî dike û mohra xwe li dîroka berxwedanê dide.“Di dîrokê de ev axa pîroz bi xwînê hatiya avdan. Ji bona parastina çand, bawerî û welatê xwe ger bê xwestin emê dîsa bi xwînê av bidin, emê bedlêlan cardin bidin, ser û malê xwe bidin, ku têrê nekir emê zarokê xwe jî li ser bikin. Bi êrîş û tehdîdan gav paşda avêtin nabê, emê ji bona jiyanek azad û xweser heya dawiyê têbikoşin û bi serbikevin”. Pêşengê civaka Êzidî Merwan Bedel, Kurê malê yê bi tenê. Rêheval Merwan Bedel di temenê wî yê piçuk de ku pênç salî bu bavê wî Bedel Xelef di Şerê Îran û Îraqê de Şehîd dikeva û êxtîm mezin dibe. Heval Merwan ruxmî hemû zor û zehmetiyê jiyanê jî dibe kesayetek xwedî hêz û îrade. Di serîda ji bona malbata xwe û hemû civakê Ji her pirisgirêkê re dibe hêza çareseriyê û li bermberî pirisgirêkên civakê bi giştî xwe berpirsiyar dibîna û bi sekna xwe dibe hêz ji çareseriyê re. Piştî fermana 3 Tabaxa 2014 an ku têda bi hezaran keç, jin, zarok, pîr û kal ketin destê çeteyên DAIŞ de. Bi dehan gorên komî hatin çêkirin ji aliyê DAIŞ ve, Êzidî bi sed hezaran ji cîh û warê xwe koçber bun. Rêheval Merwan Bedel li kêleka Şervanên azadiyê şer kir gel parast û dev ji cîh û warê xwe berneda. Berxwedana wê demê hêvî ji nude ava kir. Wê demê di her alî de gel bê hêvî
mabu heta hêviya jiyanê nemabu, lê berxwedana mezin ya Şervanên azadiyê û kesayetên Êzidî wek heval Merwan Bedel hêviyê berxwedan û serkeftinê avakirin. Rêheval Merwan Bedel piştî fermanê bi komek ciwanên Êzidî Yekîneyên Berxwedana Şingalê(YBŞ) ava kirin. Merwan Bedel ji bona rizgarkirina her bostek ji axa pîroz ya Şingalê bejdarî berxwedana dîrokî buya û di çeperên herî pêş yên şer de cihê xwe girtiya û rolek mezin lîsteiya. Her weha di demekî kurt de gihiştiya asta fermandartî û di çeperên şer yên dijî Daişê de fermandartiya şer kiriya. Bi saya qehremanên wek Rêheval Merwan Bedel, Zerdeşt Şingalî, Berxwedan Tolhildan û bi sedan cangoriyên azadiyê axa pîroz ya Şingalê hatiya rizgarkirin. Ger berxwedan nebuya û bedêl nehatiban dayîn