2 minute read

AZAD HISÊN: PÊWÎSTE GELÊ ME DI SALA NÛ DE LI SER XETA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎN BIKE

AZAD HISÊN:

PÊWÎSTE GELÊ ME DI SALA NÛ DE LI SER XETA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎN BIKE

Advertisement

A: HESEN ŞENGALÎ

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên dazanîn ku di sala 2021’an de li Şengal gelek geşedan hebûn û şêniyên Şengalê her di nava berxwedanê debûn. Hisên balkêşand ser siyaseta hikumeta Iraq û PDK’ê jî û got:“ Ne Iraq û ne jî desthilata Başûrê Kurdistanê rêzê li mafên gelê Êzidî nagire. Pêwîste gelê me di sala nû de li ser xeta şehîdan têkoşîn bike heya pêkanîna armancên wan”. Hisên desnîşakir di nava salê de êrîşên dijwar li ser îradeya şêniyên Şengalê çêbûn û gelek berdêlên giran dan. di demên herî hesas de êrîş li ser Şengalê çêbûne û Dinava salê de me rêheval û pêşengê xwe şehîd Seîd Hesen û şehîd merwan bedel ji dest da. Lê hedefgirtina wan ne ji rêzê bû. Ji ber dema ku heval Seîd hate hedefgirtin biryar bû bi Kazimî û gelek rayedarên din ên Iraqê re hevdîtin pêk bîne. Di vir de em ji bo bêdengiya Iraqê tiştek nabêjin, lê divê êrîşê de hate xuyakirin ku agahiya hikumeta Kazimî ji vê êrîşê heye”.

Gelê me li dijî pilanên xerab yên ser Şengalê di nava berxwedan û têkoşînê de ye

pirojeyên dewletên herêmê ên li ser Iraq’ê heye. Gelek dewletên serdest hene, pirojeyên xwe di Iraqê de didin meşandin. Ew bi xwe pirojeyan hazir dikin û bêy ku gelê li herêmê berçav bigrin, dixwazin wan projeyan li Iraqê pêkbînin. Yek ji van pirojeyan jî, peymana 9’ê Cotmeha 2020’an bû ku dixwestin îradeya şêniyên Şengalê tine bikin. Dîsan fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jî yek ji van pirojeyan bû. Lê Êzidiyan karibû rê li ber wê pilanê bigrin. Ew pilana ku dixwestin gelê me qir bike hate vale derxstin. Lê niha bi awayekî siyasî ev pilan li ser gelê me tên meşandin û dixwazin vê carê bi siyasetê plana qirkirinê bibin serî. Di nava salê de li himberî van plana gelê me bênavber di nava berxwedan û tekoşînê deye û bi îradeya xwe rê li ber van pilanan girt kû dixwestin îradeya gelê me tine bihesbînin.”

Rêz li daxwazên Êzdiyan nayê girtin Azad Hisên destnîşan dike ku ne PDK e û ne jî hikumeta Kazîmî rêz li daxwazin Êzidiyan nagrin. Gelê me ku li Şengalê xwe rêxistin kiriye û xwe birêve dibe. Di aliyekî dinava çalakiyan deye ji bo ku îradeya wan bê naskirin û di aliyêkî dî jî li nav hewldanê avakirina sazî û rêxistinbuna xwe de ye. Lê rêz li van daxwazên Êzdiyan nayê girtin. Diyar dibe ku rêz li daxwazên gelê Êzidî nayên girtin. Ev yek li her derê dûbare dibe. Li

This article is from: