13 minute read

DENGÊ DEFÊ JI DÛR VE XWEŞ E ÎDEOLOJIYA BAVIKANÎ, MILKIYETA TAYBET Û QURBANA DESTPÊKÊ; JINA DAY

DENGÊ DEFÊ JI DÛR VE XWEŞ E

A: SEMA HESINÎ

Advertisement

Axa jin û mêra ji hev e: Ev gotin jî wekî axa jin û mêran ji hev ku bi hev û dû re dizewicin. Heke axa wan ne ji hev be hevdû nabînin.Dîsa wekî ku çanda wan an welatê wan ne yek be li hevdû nakin.

Axurê mirov ji qesrê xelkê çêtir e :

Ev gotin jî ji bo avahiya hatiye gotin ku dema ne yê mirov be nexweş e an yê mirov be ji yê biyanan û demdemî di destê mirov de be çêtir e.

Aynê bizna kol ji ya bi qloç re na mîne: Bizina kol bizina bê qiloç e.Ji ber wê yekê bizina bi qiloç weki bi çek be û ya kol bê çek be.Mirovên bi çek jî her tim dikarin tahdeyê li yê bê çek bike lê belê zilm tu car bê bersîv namîne û tol tê hilanîn .

Belengaz çûne diziyê,heyv li wan derketiye :

Mirovên belengaz tim çewtiyan li pêş xwe dibîne û ji bo ku siûda wî li hev nayê hertiştî dike pirsgirêk an hertişt dibe pirsgrêk li pêş çavên wî. Wekî benîştê dêhna pir e,mezine. Tevger û lebata dêhna jî ecêb û ne wekî tiştên asa ye. Herwiha dema mirovin jî tiştine ne li rê û derî mirovahiyê bike ev gotin ji bo wan tê gotin. ‘Ritil’ di vê derê de ‘lîtir’ tê fêmkirin.

Beq nequre wê bidire:

Ku xuya mirovan çawa be mirov dê tim li pey wê xuya xwe here .Disa mirov hînî çi tiştî bibe mirov tim li pey wî tiştî ye ku bide der,ne wiha be mirovê tengezer bibe. Dîsa ku mirov li ser tiştên ku difikire nepeyive ,mirov di hişê xwe de dihêle,ji bo vê yekê dibêjin “bera hundirê xwe dide.”

Çavê kul ji yê kor çêtir e:

Çevê kul hêviyeke ku rehet bibe heye,lê çavê kor tu hêvî tune ye û bi tûmî qediyaye tu sûdeya wî jî tune ye. Wekî mirovên ku kar qet nekin û mirovên dikin lê bi kêmanî bikin.Ji xwe yê bi kêmanî bike ji yê ku qet neke çêtir e.

Çavê li deriya xwelî li seriya:

Çavên ku her tim li deriya be da ku xwarinekê jê re bîne û ew bi xwe hewl nede ku xwarinê bi xwe çêbike an bidest bixe ,ew çav xerabe û bi kêrî tu tiştî nayê.Mirovên ku bi hêza piyan xwe xwedî dike her tim li ba ciwakê bi rûmet e. Dîsa wekî ku mirov doza xwe ,mafê xwe bi destê xwe biparêze û bistîne,ne ku mirov ji hinekan hêvî bike û li cîhê xwe rûnê.

Çavê nalbenda li simê hespan e :

Ji ber ku herkes li karê xwe difikire,ew karê wî tim di hişê wî de ye ku mirov qala çi bike ew disa peyvê tîne ser karê xwe. Yê nalbend jî hespekê li ku bibîne li nalên wî dinehêre dibêje hela nalê wî heye an na ,dibe ku nalê wî tunebe ez çêbikim.

......

Çiya bi çiya nakevin, çav li çava dikevin:

Çiya her tim di cîhê xe de disekinin, lê mirov tim digerin çi dem derbas bibe dibe ku rastî hevdu werin. Ji ber wê yekê jî divê mirov li gor wê yekê tevbigerin û hesabê hevdîtinê bikin.

Çiya bilind e, dorê bajar û gund e:

Çiya bilind e li ser bajar çê nabin lê ji ber bilindahiya wî û xweşiya wî şênahî li dorê çê dibin. Mirov dikare bibêje ku mirovên qedirbilind jî mirovan li dor xwe kom dikin û disitirînin. Mirovê mezin an serok girseyên gel li dor xwe kom dikin.

Çiya çiqas bilind be wê rojekê bikeve bin lingê mirovan:

Mirov dikarin her tiştî pêk bînin û dikarin herin cîhê herî bilind. Herweha tişt çikas mezin bin jî di demên pêş de dibe ku tiştên mezintir derkevin û ew têkeve ber piyan. Her ku dem diherin tiştên kevin winda dibin, tiştên nû bi rûmettir dibin.

ÎDEOLOJIYA BAVIKANÎ, MILKIYETA TAYBET Û QURBANA DESTPÊKÊ; JINA DAYÎK

ARJÎN SARÎNA

Di civaka hiyerarşîk de taybetmendiya herî xuya ya otorîteyê ew e ku xwediyê rastiyeke şexsî ye. Ango statuya ku zilamê bi ezmûn û pîremêr di civakê de bi dest xistiye, ne xwediyê ti naverokeke saziyane ye. Hîn zêdetir otorîteyeke di encama ezmûn û ceribandinên şexsî de derketine holê de rêzgirtinek bi xwe re tîne. Taybetmendiyeke din a vê otorîteyê ya balkêş jî ew e ku girêdanbûneke bi dil, dixwaze. Ti kesek ku xwediyê otorîteyê ye ji ber otorîteya xwe bi awayeke saziyane bi dest naxe, di heman wextî de bi darê zorê jî nikare bide pejirandin jî. Di vî alî de jî nêzîkatiya civakê ya ji otorîteya şexsî re jî pir girîng e. Pîvana qebûl kirina hiyerarşiyê jî girêdayî bifêdebûyînê, parvekariyê, merdiyê û bi exlaqê civakî re girêdayî mayîne. Civak qet destûr nade ku otorîte ji bo berjewendiyên şexsî were bikaranîn. Mîsal berhevkirinê wek sûç dibîne. Heta demeke nêzîk jî em dizanin ku civaka Kurd bi taybet qismên çiyayî bi çaveke sûç li berhevkariyê û dewlemendiyê dinerîn. Bi awayeke zelal kare were gotin ku ev nêzîkatî jêdera xwe ji taybetmendiyên civakî yên xwezayî digire. Sedema vê ya esasî jî nêzîkatiya komcivakan ya ji wekheviyê re ye. Ango ti ferqek di navbera kesek ji rêzê û kesek xwedî otorîteyê ye di nava wê ci-

vakê de nîne. Îro jî di gelek qebîleyên Çermiksoran de, rewşeke birêvebirinê ya şefê qebîleyê di têkiliyên xwe yên bi civakê de ne re nîne. Li dewsa vêya têkiliya ku tê ecibandin ew e ku şefê qebîleyê li gel qebîleyê bisekine ye. Ev nêzîkatî bi awayeke herî balkêş û xuya xwe di ziman de dide der. Li dewsa peyvên wek “birêvebirinê”, “li gel wê/ wî” disekine di zimanê qebîleyê de derdikeve pêş. Ango di zimanê wan de jî ti peyveke ku di têkiliyan de hiyerarşiyê bi bîr bixîne nayê dîtin. Bêguman nêzîkatiya bingehîn ya di vê ya de bi bandor ew e ku tevahî endamên qebîleyê bi rengeke wekhev tevlîbûn ji nasnameya qebîleyê re ku nasnameya civakî ye re ye, dide çeekirin e. Ev tevlîbûna wekhevîparêz, bi xwere li ser hemû endamên qebîleyê statûyeke wekhev ferz dike. Civak ku hiyerarşiyê bi amûrên pir cihê di bin çavderiyê de digirt, ji ber wek ji rê derketinekî zabû, li roxmê van hemû hewldanên çavderîkirinê jî, karî ber bi desthilatdariyeke dewletparêz ve biçe. Sedema esasî ya di vê de ew e ku îdeolojiya bavikanî ya hatiye afirandin e. Ev îdeolojiya hate afirandin wek tişteke ewqase bi…… di hişê mirovan de bi cîh bû ku di roja me ya îro de jî hema hema tevahiya jiyana mirovan wek tevna zihnî ya vê îdeolojiyê derdikeve holê. Zilamtî (erkeklik) wek îdeolojiyek, bû tfaqa stratejîk ya veşartî ya hemû îdeolojiyên hemdem û heta bihêztir kir, bû rênîşandêr û şikil dide tevahiya jiyana mirovan jî. Dayîktî hem wek têgîn hem jî weke rastiyeke

civakî êdî dixin rêyeke wendakirinê. Têgîna ku xistin dewsa vêya jî bavitî bû. Ji ber vê sedemê jî ev îdeolojî digihije pênaseyeke wek îdeolojiya bavikanîiyê. Îro kêm zêde ev îdeolojiya bavikanîiyê di hişê me de hatiye bi cîh kirin û weke cûreyeke mirovan ya hebûneke civakî bi destxistiye, li roxmê ku ev îdeolojî xwediyê xwezayeke dijbere jî, bûye sedem ku ev sîstema desthilatdar a dewletparêz rewa bibîne. Dîroka ku wek encameke îdeolojiya bavikanî destpêkir û ji pêvajoya hiyerarşiye heta îro tê jiyan kirin, kare were gotin ku wek dîrokeke mêr e. Li roxmê ku roleke xuyaker ya mêrîtiyê di dîroka civakbûn û mirovbûnê de nîne jî lê, hema hema wek jêdera esasî ya çêbûna mirovane dayîna nîşandan, mirov kare bêje ku di serî wan berovajîkirinên şaristanî kirine de tê. Bi vêya re xwastine ku şaristaniya berovajiyê xwezaya mirov e, wek pêşketineke xwezayî û parçeyeke xwezaya mirovan îsbat bikin. Lê, di dirêjahiya dema 5-6 hezar salên dawî de weke kombûna rastiya mêrîtiya ku şîdetê, çewsandinê, şer, qirkirin, derew, hîle û hwd.. ku di xwede hewandiye de yek ji aktorekî serekeye ku hem di tunekirina xwezayê de hem jî di tunekirina civakbûna ku wek xwezayê ye de, rol girtiye ye. Di vir de îdeolojiya bavikanîiyê dibe îdeolojiya vê heqîqetê. Ji loma jî wexta sîstema şaristaniya dewletparêz di lêpirsînê re tê derbas kirin nêzîkatiya esasî ya divê bê pêşxistin di serî de rastiya mêrîtiyê hemû lingên îdeolojiya bavikanî divê di lêpirsînê re derbas bike û tiştên ku bi mirovahiyê daye wen

Hemû xeyal, hêvî, bêrî, lêgerîn, hezkirin, nifret û hestên ku mirov jiyan dikin û hwd. civakî ye. Ango di nava vêya de yeke din teqez heye. Ev bixwe jî îspat dike ku mirov, hestên mirovan ji derveyî komînî pêşnakeve. Wexta em milkiyeta taybet ji vir de dest digirin, em karin bêjin ku rastiyeke herî berovajî û derveyî mirovahiyê ya dîroka şaristaniyê afirandiye ye. Yek taybetmendiyê herî xuya yê îdeolojiya bavikanîiyê jî yekem car pêşxistina cûdahiya obje sûbje de ye û li ser vê cûdabûnê derbasê forma xwe ya civakî civaka hiyerarşîkbûne

dakirin jî derxe zanabûnê ye. Di vir de xaleke divê neyê ji bîr kirin jî ew e ku wexta em li vir qala mêrîtiyê dikin, di rastiyê de em qala mêrîtiya ku wek rastiyeke civakî ya argûmaneke îdeolojîk ya esasî ya desthilatiyê hatiye sakzirin dikin. Nexwe em behsa nasnameya mêritiya ku yek ji wan duhaniyane ku di civaka xwezayî de hev temam dikirin nakin. Her wiha li gel vêya eşkereye ku nasnameya mêrîtiyê jî rastiyeke biyolojîk e. Tişta tê behs kirin jî ne ev e. jixwe Rêbertiya me jin û mêr wek dualîteyeke herî muhteşem ya gerdûnê pênase kir. Di vir de behsa rastiya mêrîtiyeke ku kirine mijareke esasî ya desthilatiyê û wek rastiyeke civakî ku ji bo sîstema civaka hiyerarşîk avakir-

inê de bikarbînin dikin. Diyarbûna rêxistinî û sîstemî ya îdeolojiya bavikanî a di derdora rastiya mêrîtiyê de hatiye pêşxistin pêkhateya xanedaniyê ye. Sîstema xanedaniyê xwediyê hiyerarşiyeke hişk e. Weke berhema tebeqeya jorîn, hema hema bingehê hemû çînbûnên piştre xwere hatine, çêdike. Şerên ji bo xanedaniyê hatine meşandin, di demeke diyar ya dîrokî û şûnde lezbûye û ji bo rêwîtiya bixwîn ya şaristaniyê jî tevkariyeke mezin çêkiriye. Jixwe xanedan bixwe jî wek rengê destpêkê yê desthilatî û dewletê derketiye holê û ji bo pêşketina vana jî hewldaneke mezin daye. Rêber APO dibêje, “desthilatî û dewlet di destpêkê de di nava xanedanê de tê afirandin. Ya herî girîng jî ew e ku xanedan saziyeke welê ye ku di serî de di nava qebîle û eşîreta xwe de û sîstemên qebîleyê yên derveyî xwe de fêrî çînîbûnê û koletiyê dike ye. Di şaristaniya Rojhilata Navîn de hema hema ne gengaze ku li rastê desthilatiyek û dewleteke bê xanedan werî. Xanedanî ji ber kokdariya rastiya xwe û asteya dibistaneke amadekariyê ya desthilatî û dewletê ye, wisa ye”. Bi awayeke balkêş tîne ziman ku ka ji bo çêbûna dewlet û desthilatiyê roleke çiqase girîng dilîze. Di dema hiyerarşiyê de saziyeke din a girîng ya civakî ya îdeolojiya bavikanîiyê ku bi xanedaniyê re û di zikhevde pêşket jî sazîbûna malbata taybet û malbatparêzîbû. Tebeqeya jorîn ya hiyerarşîk çalakbûna xwe ya civakî, li ser ev malbata ku çêkiriye û çanda malbatparêziya xwe dispêre vê malbatê belav dike. Ji ber xanedanî xwe li ser “dendika malbata rêveber” dide çêkirin. Eger em pêşketina îdeolojiya bavikanîiyê bizanin, bi xwe spartina rastiya mêrîtiya sazkirî re pêşketiye, di xanedaniyê de û malbatparêziyê de feraseta xwasteka bûyîna xwediyê gelek zarokên kûrik wê hîn baştir were fêhm kirin. Ji bo vê jî çi pêwîstiyek hebe divê were kirin. Çendhevserî jî weke berhema vê ferasetê pêşketiye. Bi vêya re avakirina mêr ya heremê û bûyîna xwediyê bi sedan cariyeyan, pir ji nêzîkve pêwendiya xwe bi vê feraseta îdeolojîk re heye. Ji ber rêxistiniya civakî ya cûreya klan dispêre girêdana xwînî di heman demê de mirov kare wek rêxistin û modela destpêkê ya malbatê jî bibîne. Li gorî ku klan

Dîroka ku wek encameke îdeolojiya bavikanî destpêkir û ji pêvajoya hiyerarşiye heta îro tê jiyan kirin, kare were gotin ku wek dîrokeke mêr e. Li roxmê ku roleke xuyaker ya mêrîtiyê di dîroka civakbûn û mirovbûnê de nîne jî lê, hema hema wek jêdera esasî ya çêbûna mirovane dayîna nîşandan, mirov kare bêje ku di serî wan berovajîkirinên şaristanî kirine de tê. Bi vêya re xwastine ku şaristaniya berovajiyê xwezaya mirov e, wek pêşketineke xwezayî û parçeyeke xwezaya mirovan îsbat bikin

kiyeta taybet a li ser jinê ye. Malbatparêzî di maneyekê de tê maneya sazîbûna nêzîkatiya milkiyeta taybet ya li ser jinê tê pêşxistine. Xeteriya herî mezin ya pêşxistina milkiyeta taybet ji bo cûreyê mirovan bêguman çêkirina zihniyeteke dispêre vê ye. Milkiyeta taybet wek dijberiya komînî mane qezenc kiriye û heyîna xwe domandiye. Komînî ruh û cewherê civakbûnê ye. Ango civakbûn neçare ku komînîbe. Ji xeynî vêya negengaze ku civakbûn pêşbikeve. Milkiyeta taybet bê cewher hiştin û bêruhkirina civakbûnê ye. Ji loma wê mubalaxa nebe ku em milkiyeta taybet wek dij civakbûna herî mezin terîf bikin. Ji ber ku di serî rastiyên dij civakê hatine pêşxistin de rastiya milkiyeta taybet tê. Eger em tenê li îdeolojiya ferdiyetperest ya modernîteya kapîtalîst binerin evê rehet were dîtin. Wê zehmet nebe ku em bêjin cewherê milkiyetparêziyê wek cewherê ferdiyetparêziyê ye. Mirov ku heyîneke tenê ya li maneya heyîna xwe digeriye di dawiya dawî de li ser heyîna hindek mirov din re maneyê dide xwe. Hemû xeyal, hêvî, bêrî, lêgerîn, hezkirin, nifret û hestên ku mirov jiyan dikin û hwd. civakî ye. Ango di nava vêya de yeke din teqez heye. Ev bixwe jî îspat dike ku mirov, hestên mirovan ji derveyî komînî pêşnakeve. Wexta em milkiyeta taybet ji vir de dest digirin, em karin bêjin ku rastiyeke herî berovajî û derveyî mirovahiyê ya dîroka şaristaniyê afirandiye ye. Yek taybetmendiyê herî xuya yê îdeolojiya bavikanîiyê jî yekem car pêşxistina cûdahiya obje sûbje de ye û li ser vê cûdabûnê derbasê forma xwe ya civakî civaka hiyerarşîkbûne. Di dîroka milyonan salan ya civakbûnê de cûdahiyeke wiha ne mijara gotinê ye. Jixwe di xwezaya yekemîn de jî ti rastiyeke fizîkî û biyolojîk ya rê bide vê cûdabûnê nîne. Xwe kirina sûbje û yê derveyî xwe jî kirina obje di şexsê zilamê bihêz û hîlebaz da berhema zekaya analîtîk ya ponîjîna fesat jiyan dike ye. Di xwezaya yekemîn de her heyînek di nava dorhêla xwe ya ekolojîk de sûbje ye. Hîn rasttir hemû heyînên ku di sîstemeke eko de ne, di nava wê sîstema ekoyê de her yek ji wan sûbjeyek in. Em di vir de jî dikarin pir hêsan bêjin ku; cûdakirina obje sûbjeyê rewşeke dijberê xwezaya mirov, cewher û ruhê wê ye. Yekem car yekdestdarî di serdema civaka dewletparêz ya hiyerarşîk de hayvênê xwe digire. Serdemeke ku hem desthilatî û hem jî daneheva sermaye yê rewatî qezenc kiriye îfade dike. Di qonaxa civaka xwezayî de civak destûr ne dida danevê û di her fersendekî de danevên di destê xwe de ji bo belav bike, mecbûrî dikir. Û otorîteya heyî eger xwedî têgihiştineke wisa be ancax qebûl dikirin û rêz didanê. Lê, ji dema pêşketina hiyerarşiyê ve ev rewş destpê guhertinê dike. Di serî de bi meşandina xebatên zihnî re li ser esasê xespkirina nirxên civakî rewatî ji danehev û yekdestdariyê re di anîn, hîn li piştre bi xwe spartina darê zorê re, hêza eskerî û şer re ev danehev dixe dest û rewatiya wê dide çêkirin. Wek encam pêvajoya bi hiyerarşiyê destpêkir, wek dîrokeke“WENDAKİRİNÊ” nirxandin ji bo derxistina zanabûnê ku ka wê careke din qezenckirin ji kûde destpê bike jî dibe daneyeke girîng.

This article is from: