PDF BESI KURDÎ HEJMARA 26

Page 15

Diclepress13@gmail.com

ÇAND

15

HEJMAR 26

2022/1/30

SAL 5

KOVAR DICLE

CIVAKÊN XWEZAYÎ BI ÇI AWAYÎ BÛN?

HER YEK JI WAN ARŞÎVEKE ZINDÎ YE

MEHSUM BAGOK

N askirin û hîskirina wan, girîng e. Ew bi xwezayî endamên govend

û stranbêjiyê ne. Ew bi xwezayî helbestvan, şanoger û sînemavan in. Ên ku li ser wan mijaran tecrûbe qezenc dikin, êdî nav û dengê wan belav dibe. Civak xwe bixwe çanda xwe pêş dixe û şahiyên xwe li dar dixe. Şahî jî beşeke jiyana civakê ne. Asta çandê li ser manewiyet û zindîbûna civakê, cihekî wî yê diyar heye. Mijareke ku pir girîng jê re were dayîn û projeyên wê pêş bikevin, çand e. Dengbêjên Şengalê; bi xwezayî û weke berdewamiya çanda xwe heya îro hatine. Şêwazê dengbêjên Herêma Şengalê xweseriyeke xwe ya meqaman jî heye.

Stranbêj û lêkolînvanên muzîkê, vê rewşê baştir dibînin û dizanin. Mijarên dengbêjiya wan, serpêhatiya wan e. Li ser xweşî û nexweşiyan, stran gotine. Her stranek xwediyê naverokeke kûr û biwate ye. Stranên li ser xweza, govend, şahî, egîdî û berxwedan, xemgînî û fermanan dibêjin. Di mijara dengbêjiyê de, Herêma Şengalê dewlemend e. Piraniya dengbêjan bi temenê xwe mezin in. Li gel wan danehevek pir hêja û ji zêr û elmas bi qîmetir kom bûye. Divê dengê wan were tomarkirin û wateya stranên wan were nivîsandin. Bi vî awayî dê arşîveke pir dewlemend derkeve pêşberî civakê. Ew kar jixwe ji bo civakê ye da ku nifşên nû bikarin fêr bibin û li ser wan arşîvan lêkolîn û perwerdeyê pêş bixin. Di vê mijarê de, ji bo dengbêjên herêma Şengalê arşîvek were amadekirin û parastin, wê gelekî baş be. Dema ku arşîv pêş bikeve, êdî çand jî tê parastin û bi

parastinê pêşketin jî pêk tê. Dengbêjên pir hêja li Herêma Şengalê hene Her yek ji wan arşîveke zindî ye. Hêj jî jiyan dikin û divê qedrê wan hebe û daneheva li gel wan were arşîvkirin. Ew kesên hêja beşek ji dîroka zindî ne. Ew danehev were nirxandin û bi gel re were parvekirin, wê çand winda nebe. Dengbejên hêja, xwediyê ked û navdar, weke Biroyê Şerqî, Qiçê Hemê, Qasimê Meyrê, Şêxmûs, Qepal, Xidir Feqîr û Pîr Mico bi vê wesîleyê em bi bîr tînin. Dengbêj gelek mijaran bi gotinan pênase û şîrove dikin û peyre jî stranên xwe dibêjin. Ji ber ku balê bikişînin li ser stran an jî dengbêjiya xwe, destpêkê civatê germ dikin û gelek caran bi tiştên civakî jî, civatê geş dikin. Ka em li civateke dengbêjên Êzdiyan guhdar bikin, gelo beriya stranên xwe, civatê çawa germ û geş dikin? Dengbêj beriya ku stranan bibêjin,


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.