5 minute read

MIROV DIKARÊ BI SIHETÊKÎ BAŞ DI JIYANÊ BI ARAMÎ BIJÎ

taştê naxwin nexweşînên wek tansiyon, obezîte û diyabetê derdikevin holê, ev nexweşîn jî zirarê didin dil.

Ava sêvê wek ava xwînê bi nirx û qîmet e

Advertisement

Dara sêvê heta 8 metroyan bilind dibe. Darek pirçiq, çiqên xwe di rexan ve berdide. Di mehên biharê de kulîlkên mezin yên wek gul şîlankan yên reng spî û peyazî. (Penbe) vedike. Pelên wê kesk in, li gor cinsê xwe alîyê bervajîyê pelê bi pûrt in. Ber bi havînê ve ew kulîlk dibin bûtik (çavik), paşê jî ew çavik û bûtik dibin fêkîyek tam û bêhnxweş. Ji wê fêkîyê re sêv tê gotin. Sêv pirreng û pirtam in. Rengên sor, spî, zer, peyazî, kesk, tamên wan jî şêrîn, miz, tirş û yên tahl jî hene. Fêkîyek biriqok, hişk û bênxweş e. Libên wê bi gelemperî wek kulmekê mezin in. Lê yên biçûk û qasî hûlûk û guhîşkan jî peyda dibin. Di nava sêvê de 5- 10 lib dindik (bizir-sîsik) hene. Sêv kana (xizîna-gencîne) enerjî û depoya vîtamîna ye. Xasma jibo kesên sporker fêkîyek herî bikêr e. Di dinê de 6000 cûreyên wê hene. Fêkîyek ku di dinê de herî zêde çandinîya wê tê kirin û tê xwarin e. Dîrok û welat: Dîroka wê bi esehî nayê zanîn. Lê di demên kevnar de heta niha wek senbola lawînî, delalî û xweşîkahîyê tê pejirandin. Li ser sêvan gelek stran, çîrok û çîvanok tên gotin. Di medenîyetên berê de dema mîrekan dixwestin keçên xwe bidin mêr, keçikê sêvek tavêt, kê ew sêv girtiba keçik bi wî re dizewicî. Di nav Kurdan de navê gelek keçikan wek senbola xweşikîyê “ sêvê “ datînin. Di demên berê heta niha sêv wek fêkîyek jibo xwarin, reçal, xweşav, derman û alkolê tê bikaranîn. Welatê sêvê Asya ye. Ji wir jî belavî deverên din yên dinê bûye. Jiber ku sêv ji hewa hênik hez dike, li hemi deverên Kurdistanê yên çandinî û bejî (çolî- kûvîbîyan) çêdibin. Têdahî: Tanen, asîdên organîk, cûreyên şekiran, silisyûm, asin, fosfor, filor vitamîn A- B1- B2- B6- B5, PP, B9 C- E, manganez, gûd (kukurt ) lîf. Li gor pisporan Sêv kana enerjî û depoya vîtamîna ye. Xasma jibo kesên ku karên giran û sporê dikin û gelek enerjîyê serf dikin, xureyek bêhempa ye. Kesê rojê sêvekê bixwe rastî kêm nexweşîyan tê, yê du sêvan bixwe muhtacîya wan jibo doxtoran namîne. Mirovên tenduristîya wan li cih e, dikare rojê heta sê sêvan bixwe. Prof. Dr. Dîter Treuetter dibê:

“Madeya di nava sêvê de ya bi navê flafoniod, pêşîya radîkalên serbest yên dibin sedema penceşêrê digire. Sêvek geheştî jibo siheta mirovan wek seroma xwînê xwedî mîneral û elektirolitran e. Bi gotinek din ava sêvê wek ava xwînê bi nirx û qîmet e. Kesên 8 hefteyan li ser hev rojê 6 sêvan bixwin, wê ji rûnên nava xwînê û kolestirolan bifilitin û bibin xwedîyê beden û xwînek îdeal.. Lê di xwarina sêvan de sêvên kesk û zer tercîh bikin ji ber ku mîneralên di nava sêvên zer û kesk de ducar bi qasî sêvên sor in. Anku, her sêvek kesk bedela du sêvên sor in. Sêv zêhnê zaroyên ku diçin mekteban vedike, jinên ku dikevin meneposmayê û acizahîyên ruhî bi wan re çêdibin, heke rojê 4 sêvan bixwin wê % 40 ji wê rewşê bifilitin”. Kêrhatî: Sêv: 1- Hiş (zêhnê) vedike. 2- Xwînê paqij dike. 3- Berxwedana bedenê bi hêz dike. 4- Têhnîbûnê dişkêne (dibiredibe). 5- Qelewan jar (lewaz- zeîf) dike. 6- Xelihîna (dilborîn) jinên dûgîyan (pêgiran-hemil) dibire. 7- Şekirê xwînê digire bin qontirolê. 8- Ji xweşbûna nexweşîyên gût û bawîbûnê re dibe alîkar. 9- Ketina parazîtên nava rûvîkan pêk tîne. 10- Li hember penceşêra mêlak, (kezeb-cerg) rûvikên stûr, kefesa sing, xwedî bandorek hêja ye.11xwînê çêdike. 12-Sîstema (rista) xweragirîyê bi hêz dike. 13- Jibo dilkut, bêhntengî, brînên aşik û fatereşkê bandorek erînî nîşan dide. 14 -Ciwan dihêle û çerm xweşik dike. 15- Agir dadixe. 16- Heke piştî xwarinan bê xwarin, diranan paqij dike û hwd. Karanîn: 1- Sîrka sêvan 2- Kûra sîrka sêvan 3- Kêrhatîyên sîrka sêvan 4-Jokteyla sîrka sêvan. 5- Çaya tûvilê sêvan û hwd. Sîrka sêvan: Sêvên sor û şîrîn baş bişon û ava wê bigivêşin. Bikin qawanozên (qetremîzên) cam yên derfireh (lê jibo okjîjenstandinê hinekî vala bihêlin) paşê derê wê bi kitan yan destmalekê girêdin. Li gor cûreyê sêvê 3- 6 hefteyan ji tavê dûr, di germahîya 15- 20 derecan de bihêlin lê rojê carekê derê wê vekin û tevlihevkin da ku oksîjenê bistîne. Ew av wê berê bibe alkol, paşê jî bibe sîrke. Dema bêhna sîrkê jê hat, 3- 4 caran di parzûnê mast anjî kitanekê ve biparzinin. Paşê jî bikin nav şûşên zirav û derê wê bigrin û di derek hênik de biparêzin, li gor hewcedarîyê bixebitînin. Kêrhatîyên sîrkê: Taybet jibo porek biriqok, çermek bê leke, bedenek zirav, tendurustîyek baş, paqijkirina xwîn û bedenê gelek bikêr e. Jibo paqijkirina firax, WC, serşok, û hwd. 2 kewçîyên xwarinê sîrkê bikin nav avê û paqîjîyê pê bikin. Jibo dûrxistina bakterî û demanên kimyevî yên dikak û fêkîyan kev-

çîyek şêranî sîrkê bikin nav çend lîtrên ava sar, zerzewat û fêkîyên xwe bikin nav bila 15-20 deqan têde bimîne û paşê bi avek sar bişon. Jibo qirikêşê: Kevçîyek qehwê sîrka sêvan berdin nav qedehek av û rojê 3-4 caran xerxere bikin (di devê xwe de biçelqînin). Jibo Migrenê: Bi qasî hev sîrka sêvan û avê bi hevre bikelînin û hilma wê bi qasî 3 deqan bi kepê (poz-bêvîl) xwe ve bikêşin, wê êşê bibire. Jibo kerîbûn û teqîyanên cerm, pêvedanên mêş, kelmêş û haşaretên din, xurûnandinan, pirzik û lekeyên rû: Hinek av û sîrka sêvan tevlihev bikin û rûyê xwe pê pansûman bikin. Kokteyla sîrka sêvan: Jibo her qedehek av kevçîyek şêranî sîrke, kevçîyek qahwê hingiv tev bikin. Serê sibê bi zikê birçî û berî razanê du kevçîyên xwarinê jê vexwin. Jibo westîyan, bêxewî, kilohavêt

Li gor pisporan Sêv kana enerjî û depoya vîtamîna ye. Xasma jibo kesên ku karên giran û sporê dikin û gelek enerjîyê serf dikin, xureyek bêhempa ye

inê û paqijkirina nav hinavan pir bikêr e. Banyo: Hûn dikarin hinek sîrka sêvan bikin nav banyo, laşê xwe û serê xwe pê bişon. Jibo porek biriqok û laşek zinde û tendûristîyê başe. Kûra sîrka sêvan: Jibo bêhezmî, bêiştahî, kişil (kils-kirêç) girtinên movikan, parazîtên rûvîkan, xetimînên rehan (damaran), hişkbûnên rehan û jîyan (kezîqas-baz) bi qasî hev sîrka sêvan û hingiv ( ji kevçîyek xwarinê ne zêdetir û fincanek qehwê ne kêmtir) tevlihev bikin. 4 hefteyan li ser hev spêdê berî xurinîyê, bi şev seetek berî razanê vexwin. Yên dixwazin dikarin bi qasî sîrkê avê jî lê zêde bikin. Çaya tûvilê sêvan: Tûvilê (qaşil) sêvan hişk bikin, 1-2 kevçîyên şêranî tûvilên hişk bikin nav qedehek avê û ava kelandî berdin ser bila 5 deqan di dema xwe de bimîne. Piştre biparzinin û vexwin. Jibo bihêzkirina jîyan, westîyana hiş û bedenê, qulipandina destavê, xistina kevir û xîzên nav gurçikan, hêsankirina givirandinê, (hezm), daxistina kolestrolê, paqijkirina xwînê, daxistina agir û hwd pir bikêr e.

This article is from: