
7 minute read
ÇANDA ZAGROS PEYAYÎ WARÊ SUMERIYAN BÛYE
from PDF BESI KURDÎ HEJMARA 26
by dicle
SUMERÎ JI KÛ HATINE?! ÇANDA ZAGROS PEYAYÎ WARÊ SUMERIYAN BÛYE
HÎWA AHMED
Advertisement
Gelek dîrokzan li ser dîroka Sumeriyan sekinîne. Bi teybet Sumerî ji ku hatine. Ev bûye pirsa tevî dîrokzanê Rojhêlata navîn û dîrokzanin Avrûpî. Serekê van dîrokzanan Samoel Kramer Noah e. Hem Samoel yekemine. Piştî Samoel gelek tiştên nû derketine holê. Zêde xwebat hatine çêkirin. Niha bila eva vira bisekine em verin ser dîroka kevnar ka çi dibêje. Di dîroka merivatiyê de teybetiya herî mezin dema Neolîtîke. Piştra jî dema Kalkolîtîk e. Berî neolîtîkê çand bo merivatiyê gelek pêvîst nîne . Levra hêj meriv ji şikefta derneketine. Gera mervatiyê tenge. Zêde lazimî jî tineye. Meriv her derî ji şikefta xwe ya germ razîne. ji xwe cîhana meriva şikefte wana ye. Qasî şikeftê tenge. Kar û bar tineye. Bal meriva ji geliyê wî pêştir cîhan tineye. Geliyê xwe derneketiye nizane. Lê dema neolîtîk visa nine. Neolîtîk destpika çanda merivatiyê ye. Yekemin meriv,gunda avadikin çandinê dikin. Zeviya diçînin. Dest ji nêçirvaniyê bernedin lê dest bi çandini dikin. Li kî derê?. Ev pirs gelek pêvîste. Bersîva gelek pirsa têdane. Li ku dest pê kiriye. Li Zagrosê. Berî zayînê salin 11.000 de li Newala Çorî. Ji wêra tê gotin NEOLÎTÎKA Rojhilata nêzik. Wê demê li Avrûpayê, li Asya Navîn, li Kafkasya,li Afrîka neolîtîk destpê nekiriye. Neolîtîk; Li Ewropa berî zayînê navbera 5000-6000 salan, li Rusyayê sala 5200 de, li Asya navîn salên 5500 de, li Afrîka Bakûr salên 5000 de destpê kiriye. Di van sala de Zagrosê dema Kalkolîtîk destpê dike. Piştî Zagros berî her derî Anatolya navîn de neolîtîk destpê dike. Sala 8500 de.Li vir tê xwuya Çanda Zagros qasî 5000 hezar sala berÎ herderî despê kiriye. Niha em dîsa verne ser pirsa xwe ya berê. Sumerî li ku hatine? Berî Sumerê, berî tevî cîhanê neolîtîk li Zagros dest pê kiriye. Sumerî jî cînarê vê çandê ne. Em li vir evê dibînin. Çanda Zagros peyayî warê Sumeriyan bûye. Sumerî li Zagrosê peyayi sumerê bûne. Li Avrûpayê anjî li Kafkasya anjî li Asya navîn ne hatine. Sumerî berî zayînê sala 5000 de derketine holê.Piştî derbas bûna Zagrosê dema kalkolîtîk. Dema neolîtîk de merivê Zagros pêştir li tu dera meriva hê ne dizanîn genim biçînin. Hê nêçirvanî dikirin. Ça rabûn li wandera hatin, tu derî nesikinîn heya warê Sumeriyan. Sedemê wê çiye. Li tu derî nesekinîne. Çima nesekinîne. Ewana warê Sumeriyan nasdiki
rin heya wira bê bêhn hatin. Çi pêvîstiya deşta sumerê hebû. li ku, li nav Çend salada hatin. Li ku derbasbûn. Netevê Zagrosê ça rê dane wana. Sumerî heya vira hatin qet rêçek pey xwe nehiştin. Gelek pirsên Wiha. Çûyîna Sumeriyan li Zagrosê em bêjin wekheviya çanda wan bi çanda Zagros ra tînebe dîsa jî meriv dikare bêje li zagros rabûn çûne Sumerê. Lewra cîhekî nêzîk bû. Hêdi hêdi çûn . Nav çend salan çûn. Netewê zagrosê jihev belavbûn. Gelek sedemê viha meriv dikare bêje. Li Zagrosê pêştir ti derî sedem tineye Sumerî li dervayî Rojhilata Navîn werin. Zanyar jî dibêjin Sûmerî li Zagros peyayî Şînar bûne 12000 sal berî zayînê. Heya niha dîrokzanekî jî ne gotiye livir hatine. Li ber vê yekê hatine. levra nesedmk neyheye nejî belge hene. Heya niha li tuderî beriya Sumeriyan ne hatiye dîtin ji zagros pêştir. Hinek bêjê Sumeriyan rengê bêjê vana didin ev sedem bo wana bes tê xwuya, ji bo hatina Sumeriyan li derveyî Rojhilata Navîn. Eger ev besbe bi sedan bêjê Sumeriyan rengê bêjê Zagrosê dide. Her wiha bêjê Kurdan. Bi Zanîstîna îro meriv dikare evê bêje; Sumerî li zagrosê çûne. Levra çanda Sumeriya gelek xurt bejî lê pêştirî çanda Zagrose. Sumeriya ev çand li Zagrosê birin li warê xwe yê nûde geş kirin. Levra jiyana deştê ne wekî jiyana çiya hisay bû. Germayî zor bû. Avayî lazim kir. Sumeriyan avayî çêkirin eva jî piştî çanda zagros e. Germayî zorbû avdarî lazim kir. Cew çêkirin zevî avdan. Deşt ewana ne diparistin, ber wê yekê Qela û şûre lazim bû. Qela û şûre çêkirin. Gelek tiştên wiha. Em pirsek dinê pirs bikin. Gelo Sumerî mecbûrin ji cîhekî dinê werin. Çima em wana ji derve dînin. Em bêjin, em çanda Sumeriyan û dîroka Sumeriyan nizanin. Me tiştekî wiha ne bihîstiye. Dîsa


jî li Rojhilata Navîn çandeke gelek kevnar heye. Ew çiye? Ew çanda pêxembera ye . Berî zayînê bi hezar salan çandan pêxembera li Rojhilata Navîn derketiye holê. Gelek dîrokeke balkêşe jî. Em tim dibêjin berî zayînê, zayîna kê ya pêxembr Îsa. 2000 sal berî niha ji Rojhilata Navîn derketiye. Berî wîna pêxember Mûsa heye. Îbrahîm heye. Adem pêxember heye. Merivê yekemîn.Çanda yekemîn. Bila merivê yekemîn nebe, dîsa jî gelek kevnare. Li Avrûpa li Asya Navîn li Kafkasya çande ke wiha tineye. Sumerî jî bê çand nabin.Cîhê çand têde tinebe Sumerî ji têda tinene. Çanda Sumeriyan kengê derdikeve holê? 5.000 hezar sal berî zayînê. Li Zagros kengê derketiye holê 13.000 hezar sal berî zayînê. Banîbûn li ku çêbûye 11.000 hezar sal berî zayînê li Nevala Çorî rojava Zagros. Em pirs bikin 11.000 hezar sal berî zayinê li Avrûpa, li Kafkasya, li Asya Navîn yanjî li Afrîka banîbûn hebû. Na, tineye. wêsa be em disa pirsbikin Sumeriyan banîbun li kê girtin. Yek bersîv heye, li Zagros Şikefta Şanîdar û Nevala Çorî. Li ku hatine? Zanyar wiha dibêje; Piş tî tûfanê 13.000 hezar sal berî nîha hêj deştên jêr hişk nebibûn. Heya merîv neval û baniyê dora çiya peyayî deştê bûn hezar sal sera derbas bû, piştî hişkbûna deştan. Evêya esasên Pirtûka Teqwîn jı mere dibêje; Çend nesîl piştî tûfanê merivên li rojhilatê yanê Rojhîlata Mezopotamya lî herêma çiya jêrtir li diyarê ŞÎNAR da (Sumer ) deşt dîtin lî wir rûniştin. Bi gotîna nivisên Sumeriyan, dexil ( genim û ceh û şilêl) yekemîn li girên bilind li çiya, ne li deştan destpêkir. Bi vî avayî ENLÎL dexil li ava lehiya parast û çandina dexil belavkir. Paşê du heb yazdanên Sumeriyan yên navê wana NÎNMAZÛ û NÎNMADA çandina dexil anîne deştên jêr. Çevganiya genim û şilêl bê xuşuş ên mîna Şikefta Şanîdar da hatî dîtin bingeha wana genim û cehê beredayî ye ‘.’ (12 th planet/ Zecrharia Sitcihn- 12.Gezegen. Werger Yasemin TOKATLI.Weşanın Ruh ve Madde/ Rupel 439-440) Em dîsa pirsbikin Sumerî li ku hatine ? Ev cîhê Zanyar dibêje kîdere? Yek bersîv heye Zagros Warê Gûtî

warê Kurdan. Zanyar Zecrharia Sitcihn eyni pirtûka xwe de li perê 351 de qala peyveke Sumeriyan dike; A.RA.Lİ. cîhên ava bin erd. Cihê avê. Ev peyva wek Kurdiya îroye, yanê AV. Rİ. LÊ. cîhê av têda. Avrêl her wiha navê meha Nîsanê ye. Nîsan meha baranê ye, meha avê ye. Gelo zêde gotin lazime ji vêna ra. Ev NÎNMADA ji Kurdî ne navekî xerîbe.bi Kurdiya îro Nan Me Da . Ji xwe ev yezdanê Sumeriyan nan daye. Yezdan dibê Nan Me Da. Raste nan evî daye. Ber wê yekê navê wîna NÎNMADA ye. Ê din jî NÎNMAZÛ ye. Ew jî dibê Nan Me Za. Yanê nan min îcatkir. Li kîderê. Mîna zanyar gotî li Zagros. Nînmazû Nan îcat kiriye Nînmada nan belav kiriye. Ev herdu bêje jî Kurdîne. Em dizanin Sumeriyan ji Nan ra wek Kurdiya îro gotine NAN. Nînmada bi zimanê Kurdî tê watea Nan da me . Gotinên Zanyar Bedrich Hrozny ji vî avayiye. Hrozny dema zimanê Hîtîtan şirove dike bi peyva Sûmeriyan NîNDA dest bi xebata Xe dike. Zanyar Hrozny wiha dibêje; NİNDA-an ezzatenî watara ekuttenî Yanê Hûnê nan ji buxwen av ji wexen. Zanyar Bi bêja NîNDA destpê dike têkiliya zimanê Hîtîtan û Hînt Avrûpiya derdixe holê. ( Hitit Çağında Anadolu/ Sedat Alp/ weşanên TUBİTAK.) Eger zanyar çanda Kurdî rind nas kiriba anjî alî ne girtîba, yanê şovenîzma Avrûpayê ne kiriba bi hêsayî dikarî bi alîkariya Kurdî evê peyvê şirove bike. Levra Nan Kurdî ye watara, bi awayekî din avtera Kûrdî ye. Bi gotina zanyar Muazzez İlmiye ÇIĞ jî ya pirtûka xwe ya bi navê Sumerli ludingirra rûpela 14 mîn de Sumerli Ludingirra wiha dibêje; Kalebavên me li çiyayê Rojhilata bakûrê Şînar hatine deşta Şînarê. Em disa pirs bikin ev çiya kîdere, bê xuşûş Zagros e. Meriv dikare bêje cîhekî dine, na. Li eynî pirtukê rûpela 65 de Lûdîngirra wiha dibêje; Gûtiyan welatê me talankirin, lê serdariya bajarê Ûr, Ûmma,Nîppûr, Urûk ji qral Lagaş re hiştine. Ev bajarana cîhê çanda Sumerîne. Carna tê hişê min gelo ew ji millekî netewê me bûn. Em vê beşa xwe bi gotina Zanyar Zecrharia Sitcihn bigrin. Zanyar dibê em bê şik dizanin Merivatiyê li mezoptamya, li deştan destpê nekiriye. Merivatiyê li Çiyayê Zagros destpê kiriye.