18 minute read

YÊ DERÎ JI PÊKERA ŞARISTANIYÊ RE VEKIRIYE, AQILÊ ANALÎTÎK E

ABDULLA OCELLAN

HÊZA AQILÊ CIVAKÎ YÊ DERÎ JI PÊKERA ŞARISTANIYÊ RE VEKIRIYE, AQILÊ ANALÎTÎK E

Advertisement

Heya ku hêza asta zekayê ya di cûreya mirov de û pêwendiya wê ya xweser bi pêvajoya civakî re neyê têgihîştin, ti derfetên çareserî yên ji bo pirsgirêkên di derbarê civakê de nikarin bi şayanî werin nirxandin. Pîvandina potansiyel a asta zekayê ya di qonaxa mirov de wekî cûre, dibe ku weke destpêk mijareke supekulativ be û ev gengaz jî nebe. Lê bi diyardeya şer a di dîroka mirovahiyê de ku di mercên roja me ya îro de jîngehê aniye ber şêmûga tunekirineke tam, bi têra xwe diyar bûye ku em bi zekayeke pirr cewaz re rûbirû ne. Tê têgihîştin û heta weke ku hatibe îspatkirin ku tenê bi tehlîlên çînî, bi reçeteyên aborî, bi tedbîrên siyasî û bi danehevên herî zêde yên desthilatî û dewletê, mirov nikare pêşî li rûxanên ekolojîk û civakî bigire. Eşkere ye ku pêdivî bi wê yekê heye ku pirsgirêk hîn bi koktir were girtin dest. Bê gûman bi dirêjiya çaxan li ser hêza aqil hatiye rawestîn. Ez tiştekî pirr nû nabêjim. Ez dixwazim diyar bikim ku ji her demê bêhtir girîng bûye ku mirov balê bikişîne ser aliyekî cewaz ê aqil. Pêwendiya aqil bi civakê re eşkere ye. Mijarek e ku her çavdêrek ji rêzê ya/yê dîrokê dikare tê derxe ku eger civak pêş nekeve, aqil jî pêş nakeve. Ya ku pêwîst e were têgihîştin ev pirs e: Gelo hebûna civakî bi kîjan mercan rewatiyê dide aqil? Bi ti mercên rewatiya civakî nikare were têgihîştin wan rûxanên jîngeh û civakê, ku modernîteya kapîtalîst, bi taybetî serweriya kûrewî ya fînans-sermaye ya dema nêzîk, bi rêya ‘aqilê hêmayî’, mzintirîn karan bi dest xist û bû sedema wan. Vê yekê eşkere ye ku ti awayê civaka biexlaq, biazadî û siyasî lêxistin(spekulasyon) a ‘aqilê hêmayî’pesend nake. Ê baş e, bendavên rewatiya civakî çawa û ji aliyê kê, kîjan hişmendî û navgînan ve hate parçe weslekirin? Kî ne yên xwedî rola avakirin, restorekirin û bijûndarkirinê li hemberî hêza aqil? Bi kîjan rêsa û navgînan berpirsyar in ji pêkanîna vê rolê? Van pirsgirêkan jiyanî ne û teqez wê bersivên xwe bixwazin. Ez pirr girîng dibînim ku I. Wallerstein bi girîngiyeke mezin radiweste li ser derketina pergala ku

navê ‘sîstema cîhanî ya kapîtalîst’lê datîne. Wekî din, ez hewldana Fernand Braudel jî, ku mijarê bi rêya hema hema rokirin û pîvanê tehlîl dike, pirr asoveker dibînim. Her wisa fêrkariya qismî ya tehlîlên Samir Amin ên li ser kapîtalîzmê jî heye, ku mijarê bi taybetî têkildarî rûxîna şaristaniyên Îslamî yên Rojhilata Navîn digire dest. Gelek ramannas bi hestiyarî nêzîkê vê mijarê dibin. Encamên hevbeş ên ku xwe gihandinê, dizivirin li derdora lewaziya kevneşopa Ewrûpa ya dewletê, jihevketina dêrê û tarûmarkirina şaristaniya Îslamê ya ji aliyê Moxolên Cengiz Xan ve. Kapîtalîzm, ku tê dirûvandin weke şêrekî di qefesê de, di encama pêşketinên ku bi dest dixe, di bin van mercan de bi rêya sûdwergirtina ji vebûna derî, pêşî li Ewrûpaya Rojava zal bûye û paşê êrîşên xwe li hemberî tevahiya Ewrûpa, Emerîkaya Bakûr û, ber bi roja me ya îro ve, li hemberî tevahiya cîhanê bi serkeftî temam kiriye. Ew hêza ku berê di qefesê de dihate ragirtin, hatiye ser serweriya cîhanê. Û serwerên berê jî hatine girtin nava qefesa ji hesin. Girtina civakê nava qefesa hesin ji aliyê Leviathan ve bi awayê sinêdetî tê ziman. Girtina civakê ji aliyê modernîteya kapîtalîst û birokrasiya wê ve nava qefesa ji hesinbêjeya navdar a Max Weber- tê kirin mijara gotinê. Bi vî rengî tê pêşkêşkirin ew tabloya wehîm a civakî, ku tevahiya sosyologên navdar, pirr vekirî jî nebe, hinekî jî bi psîkolojiya tewanbariyê, bi tirsonekî û bi pistepistê dixwazin wê

Ya rastîn ew e ku mirov nirxeke mezin bide aqil. Aqilê civakî rastiyek e. Civak bi xwe ew qad e ku têde aqil kom dibe. Qet wateya wê nîn e ku mirov bêhêvî be

bînin ziman. Ez bi xwe bi awayekî berfirehtir û girêdayî bi sîstema şaristaniya navendî li vê pirsgirêkê dinêrim. Heta ez dihizirim ku pêwîst e pirsgirêkhinekî jî bi dîroka pêşketina aqilê hêmayî, analîtîk, ve were têkildarkirin. Ew gava ku aqilê analîtîk di sîstema şaristaniya navendî de avêtiye, bê gûman di wesfa dêwane de ye. Lê hemû pêkateyên şaristaniyê bandoreke dirûv derdixînin holê. Bandoreke din a girîng, were destnîşankirin weke gihîştina aqilê mirov bo şiyana çareseriya analîtîk, bi rêya bidestxistina taybetmendiya hêmayî, bi qasî pêkera şaristaniyê girîngiya

wê heye. Ji ber ku yê derî ji pêkera şaristaniyê re vekiriye, aqilê analîtîk e. Hemû zîndewer heya mirov, bi rêgezên şaşnebar ên aqil dixebitin. Ev şêwaza aqil, ku em dikarin jê re bibêjin aqilê xwezayî yan jî hestî, meyldarê navajoyî ye. Bandorbûyîn bi dayîna bertekên pirr ji nîşka ve, tê karakterîzekirin. Bandor-bertek a di nebat û lawiran de di vê mijarê de pirr fêrkar e. Jiyana xwe, ku ji xwezêdekirin, xweparastin û xwe-xwedîkirinê pêk tê, bi aqilê navajoyî bi şêwazeke pirr fêrbûyî didin meşandin. Para şaşîtiyê ew qas hindik e, bi qasî ku mirov dikare bibêje tine ye. Ez alî

Marks ji bo pere dibêje‘banûya metayan’. Di rastiyê de ev rol bêhtir a jinê ye. Banûya rasteqîn a metayan, jin e. Ti têkilî nîn e ku jin têde neyê pêşkêşkirin

girê wê yekê me ku ev mijar were veguhastin qada hebûnên nezîndewer jî. Ji bo mînak, eger em erdkêşiya cîhana me weke aqilekî navajoyî bihizirin(ez wisa dihizirim), her objeya wê, heta her piçika wê, bandora wê yê dehf û kêşanê di rêjeya hêza xwe de dijî. Reva ji bandorê pirr sînordar e. Tenê dibe ku di hêza tîrêjê de ji vê bandorê rev çêbibin. Di vê wateyê de ji min re zêde têrker xuya nakin wan felsefeyên ku gerdûnê bêrêgez û serberdayî dihesibînin. Pêwîst e pirr were rawestîn li ser wê nêrîna ku dibêje ‘gerdûn bi zekayeke diyar tevdigere’. Meteliya di zekaya mirov de şiyana wê/yî ya binpêkirina vê zekaya gerdûnî ye. Belkî ev awayê zekayê(zekaya analîtîk) bi mînaka tîrêjê ji bo mirov weke raseriyek jî were şîrovekirin. Lê em ê çawa tehlîl bikin bi nakokbûna wê ya bi pirraniya raser a şêwaza aqilê gerdûnî re? Belkî ‘teorema kaosê’mijarê bi qismî rave bike. Weke tê zanîn, di teoriya kaosê de di nava bêpergaliya mezin de li pergalê tê gerîn. Pergala bê kaos ne gengaz e. Aliyên mafdarî û rastî yên di vê nêzîkatiyê de nikare were înkarkirin. Lê pirsgirêka li vê derê ev e bê ka wê jiyana mirov a di bin bandora vê kaosa(alozî û qeyran jî tê de) civakî de karibe çi qas dem û di nava ciyekî çawa de were dewamkirin. Ji ber ku dem û ciyê civakê yê xweragirtina li hemberî pêvajoyên kaotîk sînordar e. Eger demajo pirr dirêj bibe û cî(jîngeha ekolojîk) bi rengekî pirole were rûxandin, dibe ku vê yekê dawî

bikin. Aqilê hêmayî rola pêşeng leyîstiye. Em dîmena herî eşkere ya vê yekê di bihurana ji zimanê nîşaneyî(bi giranî livên bedenî ye) bo zimanê hêmayî de dibînin. Êdî gengaz dibe ku di şûna livên bedenî de bi hin komikên dengan(ên ti pêwendiyeke wan a fizîkî û biyolojîk bi yên destnîşankirî re tune ye), ku li ser wan lihevkirin çêdibe, pêwendiyên watedar deynin. Ji bo mînak em ‘çav’bigirin dest: Tevî ku ti pêwendiyeke fizîkî ya komika deng bi çav re tine ye, her kes ên li ser vê pênaseyê li hev bikin, wê ji dengê ‘çav’, di aqilê xwe de çav zindî bikin. Avabûna zimanê hêmayî wisa ye. Her çend xebatên antropolojîk destpêka vî zimanî têkildar kiribin bi komên Homo Sapiens(nêzîkî 50-60 hezar sal berê) ku pêla dawî ya ku koka wê Efrîkaya Rojhilat e pêk anîn, lê hemfikir in ku peqîna xwe ya rastîn di erdnîgariya Rojhilata Navîn de pêk anî. Bi taybetî komên ziman ên Aryen û Semîtîk vê tezê xurt dikin. Bandoreke mezintirîn a pêkateya zimanê hêmayî li ser raman çêbûye. Belkî jî ya yekem a ji şoreşên herî mezin ên hişmendiyê ye ku mirov ji zimanê bedenê rizgar bibe û di şûna wî de bi peyvan bihizire. Vê yekê li milekî qutbûna cûreya mirov ji cîhana lawiran bi lez dike; li milê din jî livîneke mezin dide qezenckirin ji bo ku civak li derdora avabûnên zimanê hemêyî kom bibin. Ji ber ku yên heman pergalên dengan diaxivin, herku diçe hem weke hîn cewazbûyîtir û hem jî weke bidestxistina hêza zeka, yekîneyên xwe pêş dixin. Êdî zimanên hêmayî, nasnameyên civakan diyar dikin. Şoreşa neolîtîk bi tevkariyên girîng ên vî zimanî pêk hatiye. Zor e ku mirov bi zimanê nîşaneyê xwe bigihînê vê qonaxa şoreşane. Ji ber ku pirr li ser hatiye rawestîn ka mirov paşê çawa derbasî şaristaniyê bûye, ez ê dubare nekim. Lê bikêrhatî ye ku mirov bi têra xwe baş zanibe ku quntarên sîstema çiyayên Zagros û Toros ku jê re tê gotin ‘Kevana Berdar’û deştên Mezopotamya rola dergûşa dayikê ya pêşketinan leyistine. Yên tên vegotin bandora erênî ya aqilê hêmayî radixin ber çavan. Lê fikareya wî jî pêwîst e mirov di wê yekê de bibîne ku qutbûna ji jîngehê dide destpêkirin. Civakên berî vê, civakên jîngehî yên xwezayî ne. Ew jî di hembêza xwezayê de ne, heman weke ku di têkiliya dayik û zarok de tê dîtin. Lê hêza ramana hêmayî vê pêdiviya jiyana bi vê şêwazê lewaz kiriye. Ji ber ku civaka nû, bi zimanê xwe yê nû jîngehê binav dike, lewre rêya bikaranîna nû jî vedike. Ev rê, rêya serweriyeke mezin e li ser cîhana nebat û lawiran. Şêwazên raman ên berê zimanê hêmayî, her tim bi aqilê hestî dihatin pêkanîn. Taybetmendiya herî bingehîn a aqilê hestî ew e ku weke hêmanên jêveneger ên di bandor û bertek a wî de bi hestên xwe dihizire. Ji dil e, bê derew e û ji hîleyan dûr e. Wisa bi hêsanî nikare were nîşandan ku dayikek li beramberî zarokên xwe, ji bilî jidiliyê, bi rengekî derewçîn û

Jin hatiye kirin yekemîn koleya malê. Ev pêvajo bi qurufandin, zordarî, tecawuz, heqaret û komkujiyên tirsnak barkirî ye. Rola ku jê re hatiye dayîn ew e ku ji pergala bimulk re, bi qasî ku pêwîst be, ‘haveyn’hilberîne. Bîrdoziya xanedaniyê pirr girêdayê vê haveynê ye. Jin di nava vê statuyê de mulka teqez e. Ew qas mal û namûsa xwediyê xwe ye ku nikare tew rûyê xwe jî nîşanî kesekî din bide

bi hîle tevgeriya be. Aqilê di cîhana nebat û lawiran de jî bi vî awayî dixebite. Em her tim dibînin ku dema şêr tê dîtin, aqilê di lawirên nêçîrê de heman weke xwe li hestên wan diteyîse. Di herduyan de jî hîle tine ye. Lê yek dikare di zimanê hemayî yê mirov de hezar û yek ramanên bihîle, biderew û yên nejidil(yên hestîtî di xwe de wernagirin) bixwîne. Xeteriya mezin a vê şêwaza raman, wê rûxana xwe ya mezin a rastîn bi bihurana bo şaristaniyê nîşan bide. Ramana analîtîk ku bi navgîniya zimanê hêmayî pêk tê, di daneheva sermaye û desthilatî de rola destnîşankar dileyîze. Ev raman, di serî de bi rêya bikaranîna hêza xwe ya ku xwe dispêre derewan, bi hîle ye û ne ji dil e, di warê dîlgirtin û mêtina civakê de şiyaneke mezin qezenc dike. Weke tê zanîn, lobên pêş ên rast û çepê yên di mêjiyê mirov de, di mijara van herdu zekayan de sazbarî qezenc kirine. Ew loba ku têde ramana analîtîk pêk tê, beşa herî dawî ye ku pêş ketiye. Wekî din hemû beşên din ên bedenê şopên zekaya hestî di xwe de werdigirin. Dema ku beşa ramana analîtîk raserî qezenc dike, bandora xwe çêdike li ser ramana ku şopên tevahiya bedenê di xwe de werdigire. Û ev pêşketin her diçe ji nû ve şêwe dide tevahiya karakterên mirov. Ev pêşketineke seyr e. Eger di aliyê erênî de were bikaranîn, dikare cîhanê ji bo cûreya mirov veguherîne ciyekî‘cejna herheyî’. Lê eger di aliyê neyînî de were xebatinadin, dikare cîhanê li hemberî pirraniya raser û zîndew

Dema ku beşa ramana analîtîk raserî qezenc dike, bandora xwe çêdike li ser ramana ku şopên tevahiya bedenê di xwe de werdigire. Û ev pêşketin her diçe ji nû ve şêwe dide tevahiya karakterên mirov

erên jîngehê veguherîne dojehê jî. Heman weke hêza nuklearî ye. Bikaranîna vê enerjiyê di xizmeta civakê de, bi şertê ku pirr baş were kontrolkirin, wê gelek feydeyan pêşkêş bike. Lê dema neyê kontrolkirin, tê zanîn ka di mînakek piçûk a Çernobîlê de(lê ya herî tirsnak, a bikarhatî ya di şer de ye) rê li ber çi cûre encaman vedike. Ez di aqilê analîtîk de hinekî xeteriya teqîna nuklear a bêkontrol dibînim. Ez di wê baweriyê de me ku, ji xeteriyê jî wêdetir, civakê û jîngehê bi xwe herku diçe dide ber bombardûmana nuklearî. Bombeyên aqilê analîtîk ê di destê û bin fermana sîstema cîhanî ya

kapîtalîst de, bêyî ku pêdivî bi bombeya nuklearî ya cuda hebe, civakê û jîngehê ji niha ve guhastine ber perava rewşa nêjînbariyê. Bê gûman zimanê hêmayî û ramana analîtîk bi serê xwe tiştên neyînî di xwe de wernagirin, lê tenê mercên guncav ji neyîniyê re pêşkêş dikin. A ku zincîra rastîn a neyîniya dide destpêkirin, pêşketina di emrazên sermaye û desthilatiyê de ye. Sîstema daneheva sermaye û desthilatiyê, ku em wê weke ‘şaristanî’ dikin têgîn, ji ber sedema karakterê hebûna di cewhera xwe de, neçar e ku derewçîn û bihîle be, her wisa bêpariya ji zekaya hestî di xwe

Hemû zîndewer heya mirov, bi rêgezên şaşnebar ên aqil dixebitin. Ev şêwaza aqil, ku em dikarin jê re bibêjin aqilê xwezayî yan jî hestî, meyldarê navajoyî ye

de werbigire. Emrazên zordarî û mêtingeriyê li ser xurek û ewlehiyên kesên din têne damezirandin. Lê pêdiviya xwezaya jiyanê ye ku wê vana bê bertek neyên pêşwazîkirin. Domandina wan, ancax bi du rêyan gengaz dibe; yan bi hêza nerm a pêkanîner a rewatî ya bîrdoziyê, yan jî bi hêza zora tazî ya desthilatiyê. Rastiyeke dîrokî ye ku kontrol bi pirranî bi van herdu rêyan tê pêkanîn. Sermaye û desthilatî hebûnên wisa ne ku tenê tema serî li hîle, derew û zorê were dayîn, dikarin bêne pêşxistin. Beşa sereke ya mêjî tam jî di vê qonaxê de merca guncav jê re pêşkêş dike. Em dikarin ji vê re bibêjin bandora şewişîn û paşevejkirinê jî. Dema em bi vê paradîgmayê li dîroka şaristaniyê binêrin, em ê bibînin ku zêdebûnên çîn, bajar û desthilatî pêkhateyeke mezintirîn a ramana analîtîk çêkirine. Di pêvajoyên şaristaniyê de çend rawestgehên mezin hene. Pêvajoyên şaristaniyê ku di navbera salên 4000-3000 B.Z. de destpê kirin, di nava civakên Sumer û Misirê de, ku şaristaniyên resen in, pêkateyên mezin ên hişmendiya analîtîk ava kirine, ku bandorên xwe yên efsûnker îro jî didomînin. Mirov dikare hemû şopên pêkateyên hişmendiyê, ku bi dirêjiya dîroka şaristaniyê hatine pêşxistin, di van şaristaniyan de bibîne. Em hemû mînakên xwepêşandanên civakî dibînin, bi awayên wan ên avakirî li vê derê bi şêweya resen, ku ji matematîk heya biyolojî, ji nivîsê heya felsefeyê û ji olê heya

Şer, weke êrîşên bixof ên talanê, qata zemîn a vê şaristaniyê ne. Ew aqilê ku li ser vî zemînî bilind dibe di wateya xwe ya rastîn de bêaqiliya herî mezin e. Sazbariyeke din a serweriya bîrdozî jî ew e ku vê bêaqiliyê, vî aqilê sûç, vî aqilê şer, vî aqilê bihîle û derewan, bi kurtasî vî aqilê daneheva sermaye û desthilatî, dapêçe, wî bi rêya berevajîkirinê nîşan bide, her wisa wî pîroz bike û wî bike Xweda

hunerê mora şaristaniyê di xwe de werdigirin. Qanaxa GrekoRomen vê pêvajoya avakirinê hîn zêdetir zengîn kiriye û kariye jîriya di pêkateya xwe ya analîtîk de pêş ve bibe. Pêvajoyên Ronesans, Reform û Ronakbîrî, ku piştî bengava kurt a di Ronesansa Îslamî de pêk hatin, ramana analîtîk guhastine xala lutkeyê. Elbet divê tevkariyên şaristaniyên din jî, di serî de yên şaristaniyên Çîn û Hindê, di van hemû pêvajoyên dîrokî de werin girtin ber çavan. Ev şaristaniya pênc hezar salî dikare were nirxandin weke yekûna qalibên metafizîkê jî ku mezin dibe weke qansêreke dêw, ku li gorî mantiqê xwe ji diyalektîka jiyanê qut dibe. Em weke ‘dîrok’dixwînin wan pêşketinên ku daneheva sermaye û desthilatiyê di rehendên dêwane de diteyisînin di tevahiya pêkhateyên hunerî, felsefî, olî û zanistî de ku ji mîmariyê heya muzîk û wêjeyê, ji fizîkê heya sosyolojiyê û ji mîtolojiyê heya ol û felsefeyê. Şer, weke êrîşên bixof ên talanê, qata zemîn a vê şaristaniyê ne. Ew aqilê ku li ser vî zemînî bilind dibe di wateya xwe ya rastîn de bêaqiliya herî mezin e. Sazbariyeke din a serweriya bîrdozî jî ew e ku vê bêaqiliyê, vî aqilê sûç, vî aqilê şer, vî aqilê bihîle û derewan, bi kurtasî vî aqilê daneheva sermaye û desthilatî, dapêçe, wî bi rêya berevajîkirinê nîşan bide, her wisa wî pîroz bike û wî bike Xweda. Dema em hemû bawerî û huneran û qalibên ramana analîtîk, ên bi dîroka şaristaniyê re di nava hev de pêş ketine, ji nêz ve lê bikolin, wê zor nebe ku bêne tespîtkirin, rastiyên ku em wan di rexneyan re derbas dikin. Em dikarin tenê di ronahiya van rastiyên dîrokî de wate bidinê bê ka cinawirê kapîtalîst(Levîathanê Hobbes) çawa ji qefesê derketiye. Ez bi girîngî dikirpînim ku ev cinawir, ne tenê bi rêya sûdwerirtina ji lewaziyên sedsala 16., reva ji qefesê pêk aniye. Ez dixwazim mînaka jinê ji ber vê mijarê tehlîl bikim û bi vî rengî dawî li vê beşê bînim. Bê gûman lêkolînên femînîst bi pêşketinên hê nû, tevkariya girîng dikin ji bo ku rastiya jinê ronî bibe. Lê baweriya min ew e ku van xebatan di rêjeya mezin de di mercên serweriya aqilê zilam de têne meşandin. Bi zêdeyî reformîst in. Lê di girîngiya jiyanî de ye ku di nava tevahiya hîmiya wê de nêzîkatî ji vê mijarê re were nîşandan. Lêkolînên biyolojîk di cûreya mirov de rola kok a jinê ronî dikin. Ê ku di rastiyê de ji gewdeyê qut bûye ne jin e, lê mêr e. Hestîtiya jinê, ji ber wê yekê ye ku ji diyalektîka çêbûna gerdûnî bi rengekî pirole ji rê derneketiye. Bi taybetî hêştina wê ya di serdema şaristaniyê de di asta ya herî binî de, bandora xwe kiriye ku vê rewşa xwe bigihîne heya roja îro. Aqilê jinê yê dagirtî bi hestan, ji alî aqilê mêr ve her tim tê xwestin weke ‘kêm’û weke karaktera jinê bi xwe were teyîsandin. Aqilê mêr çend operasyonên mezin li ser jinê daye meşandin û dide meşandin: A yekemîn ew e ku jin hatiye

kirin yekemîn koleya malê. Ev pêvajo bi qurufandin, zordarî, tecawuz, heqaret û komkujiyên tirsnak barkirî ye. Rola ku jê re hatiye dayîn ew e ku ji pergala bimulk re, bi qasî ku pêwîst be, ‘haveyn’hilberîne. Bîrdoziya xanedaniyê pirr girêdayê vê haveynê ye. Jin di nava vê statuyê de mulka teqez e. Ew qas mal û namûsa xwediyê xwe ye ku nikare tew rûyê xwe jî nîşanî kesekî din bide. Ya duyemîn ew e ku navgîna seksê ye. Seks di tevahiya xwezayê de bi xwezêdekirinê ve têkildar e. Armanca seksê ew e ku jiyan were berdewamkirin. Rola rastîn di însanê mêr de, bi taybetî li gel dîliya jinê û bi giranî di pêvajoya şaristaniyê de, ji seksê re, ji teqîna arzûya seksî re û ji pêşketina wê ya şewş re hatiye dayîn. Heyamên ganê yên di lawiran de, ku pirr sînordar in(bi pirranî salane ne), di însanê mêr de tê xwestin were zêdekirin hema hema heya bîst û çar saetan. Jin, ber bi roja me ya îro ve navgîneke wisa ye ku seks, desthilatî, arzûya seksê timî li ser wê tê ceribandin. Êdî cudatiyên di navbera malên taybet û kerxaneyan de wateya xwe wenda kirine. Ji ber ku her der û her jin weke mal û jina giştî û taybet têne hesibandin. A sêyemîn ew e ku kedkara bêmize û bê bergîdan e. Hemû dijwariyên karan, bi wê têne kirin. Lê gerewa wan ew e ku hinekî dîtir neçarî ‘kêm’bûyînê bibe. Ew qas hatiye piçûkxistin ku bi rastî jî dipejirîne ku li gorî mêr pirr ‘kêm’maye û heya jê tê xwe bi destê mêr û serweriya wî re ber dide.

Ya çaremîn ew e ku metaya herî zirav e. Marks ji bo pere dibêje‘banûya metayan’. Di rastiyê de ev rol bêhtir a jinê ye. Banûya rasteqîn a metayan, jin e. Ti têkilî nîn e ku jin têde neyê pêşkêşkirin. Her wisa ti qad nîn e ku jin têde neyê bikaranîn. Lê bi yek cewaziyek: her çend gereweke pejirandî ya her netewek hebe jî, ev bergîdan di jinê de ji bêrûmetiyeke qirase pêk tê, em ji rûreşiyeke qirase ya ‘evîn’ê bigirin heya forta“keda dayikan nayê sencandin”. Piştî ku aqilê mêr(aqilê hezar û yek cûre hîle û derewan, ê cinawiriya şer, ê şewşiya bîrdozî, bi kurtasî aqilê ku civak û jîngehê dirûxîne, her wisa aqilê analîtîk, ku ji bilî dengê vingî-vala, ti deng dernaxe.), ku şaristaniyê ew kiriye cinawir, vê kiryarê rewa dibîne li jinê, ku nikare bê wê bijî, ma wê çi nehîne serê civaka mirov û jîngeha wê?! Rawestandina vî aqilî, ancax bi wê yekê gengaz dibe ku mirov exlaqê civakî û palîtîkaya civakî, ku ji aliyê wî ve hatine rûxandin, berî her tiştî deyne şûna wan a resen. Hîn rasttir, mirov dikare ancax li ser wê bingehê destpêkek bike. Tenê ji ber sedema rola ku aqilê analîtîk di rehendên ku gihîştiyê de di tevahiya neyîniyan de dilîze, girîngiya pêşxistina şaristaniya demokratîk li hemberî sîstema şaristaniyê, careke din bi hemû sotîneriya xwe weke erkek li pêşiya me ye. Ya rastîn ew e ku mirov nirxeke mezin bide aqil. Aqilê civakî rastiyek e. Civak bi xwe ew qad e ku têde aqil kom dibe. Qet wateya wê nîn e ku mirov bêhêvî be. Dengekî din jî heye ku ji hemû pîroziyan diherike û dibêje: “Me aqil da we. Tenê bes e ku hûn wî ne di rêya şer de, lê di rêya xêrê de bi kar bînin. Wê demê hûn ê her tiştên ji bo we pêwîst bi dest bixin!” Divê bi rastî jî em vî dengî bibihîzin û jê fêm bikin. Her wisa dengê wijdanê, anku dengê jêneger ê exlaqî jî, ku jê re tê gotin; ‘aqlê selîm’, vê yekê dibêje. Dîsa ew dengê ku dixwaze pêdiviya pêhesandina hunerê azadiyê, ku jê re tê gotin polîtîkaya civakî, bi cî bîne vê yekê dibêje. Xebatên ji bo civaka demokratîk, pratîka vî dengî ne. Û sîstema şaristaniya demokratîk, teoriya vî dengî ye.

This article is from: