Diclepress13@gmail.com
FIKRÎ
5
HEJMAR 26
2022/1/30
SAL 5
KOVAR DICLE
ABDULLA OCELLAN
HÊZA AQILÊ CIVAKÎ
YÊ DERÎ JI PÊKERA ŞARISTANIYÊ RE VEKIRIYE, AQILÊ ANALÎTÎK E
Heya ku hêza asta zekayê ya di
cûreya mirov de û pêwendiya wê ya xweser bi pêvajoya civakî re neyê têgihîştin, ti derfetên çareserî yên ji bo pirsgirêkên di derbarê civakê de nikarin bi şayanî werin nirxandin. Pîvandina potansiyel a asta zekayê ya di qonaxa mirov de wekî cûre, dibe ku weke destpêk mijareke supekulativ be û ev gengaz jî nebe. Lê bi diyardeya şer a di dîroka mirovahiyê de ku di mercên roja me ya îro de jîngehê aniye ber şêmûga tunekirineke tam, bi têra xwe diyar bûye ku em bi zekayeke pirr cewaz re rûbirû ne. Tê têgihîştin û heta weke ku hatibe îspatkirin ku tenê bi tehlîlên çînî, bi reçeteyên aborî, bi tedbîrên siyasî û bi danehevên herî zêde yên
desthilatî û dewletê, mirov nikare pêşî li rûxanên ekolojîk û civakî bigire. Eşkere ye ku pêdivî bi wê yekê heye ku pirsgirêk hîn bi koktir were girtin dest. Bê gûman bi dirêjiya çaxan li ser hêza aqil hatiye rawestîn. Ez tiştekî pirr nû nabêjim. Ez dixwazim diyar bikim ku ji her demê bêhtir girîng bûye ku mirov balê bikişîne ser aliyekî cewaz ê aqil. Pêwendiya aqil bi civakê re eşkere ye. Mijarek e ku her çavdêrek ji rêzê ya/yê dîrokê dikare tê derxe ku eger civak pêş nekeve, aqil jî pêş nakeve. Ya ku pêwîst e were têgihîştin ev pirs e: Gelo hebûna civakî bi kîjan mercan rewatiyê dide aqil? Bi ti mercên rewatiya civakî nikare were têgihîştin wan rûxanên jîngeh û civakê, ku mod-
ernîteya kapîtalîst, bi taybetî serweriya kûrewî ya fînans-sermaye ya dema nêzîk, bi rêya ‘aqilê hêmayî’, mzintirîn karan bi dest xist û bû sedema wan. Vê yekê eşkere ye ku ti awayê civaka biexlaq, biazadî û siyasî lêxistin(spekulasyon) a ‘aqilê hêmayî’pesend nake. Ê baş e, bendavên rewatiya civakî çawa û ji aliyê kê, kîjan hişmendî û navgînan ve hate parçe weslekirin? Kî ne yên xwedî rola avakirin, restorekirin û bijûndarkirinê li hemberî hêza aqil? Bi kîjan rêsa û navgînan berpirsyar in ji pêkanîna vê rolê? Van pirsgirêkan jiyanî ne û teqez wê bersivên xwe bixwazin. Ez pirr girîng dibînim ku I. Wallerstein bi girîngiyeke mezin radiweste li ser derketina pergala ku