Diclepress13@gmail.com
ANALÎZ
67
HEJMAR 26
2022/1/30
SAL 5
KOVAR DICLE
DI OLA ÊZDÎYA DE “KEVNEŞOPÎYA BISKÊ”
AVRAMAN FETÎ
W ek tê zanîn di kevneşopiya ola êzdiya de gelek cejn û meresîmên
olî hene. Yek ji wan cejna biskê ye. Di rê û risimên êzdiya de dema zarokên kurîn ta saleka wî temam nebe, destûr nine pore wan bê jêkirin. Yanî her malbetê êzdîya, berî temenê yeksaliyê, porê zarokên xwe kurt nakin. Kengê demê xwe temamkir, êdî ferze, dê û bavê zarok amedekarîya meresîma biskê bike. Ango piştî ku zarok yeksalî dibe, wek ferz, bi beşdarîya şêxê biskê meresîma biskhildanê pêk tê û ji bo pêkanîna wê şahîyê xwedî û bavê zarokê heywanekî bijare dike qurban. Her kes qurban gor derfetê xwe dike. Kî Ga. Kî jî beran dike qurban. Wekî ku duwayê de tê gotin: Ya Rebî ji me dest, ji te dermane, Qurbana vê biskê qebûl bikî, Herke gaye, herke berane. Ev prosêdûra me behskirî dûrî dema êvarê, dema ku Roj hê li jorê ye gere pêk be! Di vê meresîmê de gere şêxê biskê amede be. Derbazkarina meresîma şahîyê bê wî nabe, ji ber ku ew kar û ferzê wî ye. Yanî wek Qewlê Omerî Xala û Hesen Çînarî dibêje: Padşeyê minî xefûre Ji bal wî hatibû ev destûre Da destê şêxa bisk û meqese Da destê pîra zikat û mişore Wek qewl diyardike derbazkirina meresîma biskbirînê, peywirê Şêxê biskê ye, ew pore zarokê yê
zikmakî ku meqes lê neketîye, bi destê xwe hildide û dua li mirîdê xwe dike û wî bi gîyanîbûnê pîroz dike. Ango Şêx hine por ji cênîka kurik ê rastê sê caran dibire û duwa biskê li ser de dixwîne. Pişt re mêvan û lêzimên vexwandî jibo dilxweşkirinê her yek li gor derfetê xwe, hin pere an diyarî didin kurik û duwayê qenc û xweşbîn li zarokê dikin, her wisa biskhildan li dê û bavê zarok û malbetê wan jî tê pîrozkirin. Eger ji ber rewşeka awerte an sedemeka din şêxê wî biskê ne amede be, bi îzna wî şêxê din jî dikare bisk bibire. Dema biskê şehdetiya dîn tê xwendin û qurban tê dayin û şahî tê liderxistin. Ji ber ku li gor pênesayên magên bapîrên me, dema heyv berbi tijîbûne ve dice gere por bê hildanê, li gor vê nêzîkatîye, di hildana biskê zarokan de jî, dibê ev yek gere berçav bê girtin. Bisk hildan meresîmekî hewçend pîroze, ku heta pêkaanîna wê ji her malbetê xwedan zarokin re ev yek ferze û heta di nava civaka me de sond li ser nave biskê jî tê xwerin. Li gor rewşê carna bawermend di sonda xwe de dibêjin ‘Ez bi wê biskêkim’. Duwayê biskê her derê dikare hercure bê xwendin. Bi giştî mijar eve: 10. Duwa Biskê 1 Rojekê ji rojane Biskê biskane Biskê Şêxalê Şemsa ne 2 Bi destûrê Xwedane Lê danîn hed-sed, ol û erkane
Bisk bi şehdeya Şêx Adî û mêrane 3 Çiya li hevketin wek berane Bi roj li ser kaniya Spî da ne Di nav de Melik Şêxsin şêxê şêxane 4 Şêxûbekr, Şêşims, Melik Fexredîne Sicadîn, Amedîn, babadîn pê girtin nîşane Bisk bûye kaf firiya çûye ezmane 5 Şahiya biskê yan berxe, yan berane Li me diyar bû êvara mirîdane Ji erdê dirêjbû çûye ezmane Şêx û pîr, hoste û mêrabî, yar û birê axiretê Bi vê biskê girtin nîşane 6 Ya rebî tu vê biskî bikî çil biskane Ya Rebî ji me dest, ji te dermane Qurbana vê biskê qebûl bikî Herke gaye, herke berane Em kêmin Xwedê û Şîxadî temame Carna ev duwa bi şêweyê din tên xwendin. Yanî kîjan şêx ji berîyê xweçi girtîye, li gor wê dixwîne. Ji ber ku xwendina duwaya biskê de cudatî hene, diyare li hin cîyê hine ruhanîyê olê hin peyiv û sebexe winda kirine, ji ber wê jî li gor xwe hin ji wan sebexa sererastkirine, an jî kurtkirine. Bêtirê xwe jib o kurt bixwînin sebax kurtkirine. Li gor bawerîya kevn ya vê olê, ketina guhertin nav qewl, beyt û duwayan, hêza wan ya magi ango ênerjî lewaz û kêmdike. Ji bo wê yekê dibê oladar nava xweda