Diclepress13@gmail.com
ÇAND
13
HEJMAR 25
2021/11/30
SAL 5
KOVAR DICLE
MÛZÎK Û CIVAKA ÊZÎDÎ YA JI HEMÛYAN PÎROZTIR DEF Û ŞEBAB IN KU TENÊ DI QEWL Û QESÎDEYAN DE NAVÊ WAN HATIYE
XENSA ŞENGALÎ
Di
nava gelek Qewl, Beyt û helbestên devkî yên Êzîdiyan de mûzîk mîna semboleke pîroz hatiye nasîn û wek çavkaniyeke girîng ya ji bo duakirinê tê dîtin. Ji bilî vê bi şêweyekî pratîkî jî di merasim û sirûdên ayînî de tê bikaranîn. Li gorî Êzîdiyan Def û Şebab amûrên awaza xwedawendî ne. Bi taybetî ev her du enstrûmanên mûzîkê ji bo Êzîdiyan pîroz in û her kes nikare wan bijene. Dîroka têkiliya Êzîdî û mûzîkê pir kevnar e, weke ku bi xwe jî dibêjin‘Êzîdî civaka mûzîkê ye’. Wateya vê ew e ku têkiliya wan koka xwe bi hizrekî
ruhî heye, lewre muzîk ketiye nav derûniya mirovên Êzidî. Her wiha di merasîmên xwe yên baweriyê de jî wek pîroziyekê bikar tînin. Ji aliyê civakî ve jî bi stran û helbestên devkî karîne civak û dîroka xwe biparêzin ku mijarên wan li ser aliyê bawerî, neteweyî, evîndarî û serpêhatiyên nexweş ên bi serê wan hatî ku bi xwe jê re dibêjin Ferman, hatine hûnandin. Mînaka wan cûre stranan pir in ku tê de bûyerên dîrokî tên vegotin. Ji wan ên herî bi nav û bang stranên Genc Xelîl, Sor Gul, Xansê û Reşo, Derwêşê Evdî û Edûlê ne. STIRANÊN MÊR Û JINAN JI HEV CUDA NE Di nava Êzidiyan de ji bo her sirûdekê cûreyek ji awazê dixwînin. Ji hindek ji wan stranan re dibêjin‘stranên koçik û dîwanan’. Tê wê wateyê ku li
şevbêjiya dîwan û meclîsan tên gotin. Ya balkêş ev e ku hin ji wan stranan bi taybetî ji bo mêran in û hin jî ji bo jinan. Ji wana cûreyek melodî heye ku jê re tê gotin‘Xerîbî’ ku taybetê jinan e, di dema şîngirtinan û li ser miriyan dibêjin. Helbesteke nivîsarî ya diyarkirî jî tine ye û her kes bi xwe li hevtîne û dibêje. Çîrokên girêdayî serpêhatiya wê, nerazîbûn, qehremantî û çîroka kesên ku ji dest danî dibin esasên sereke yên helbestên wan ên nivîsarî. Cûreyek din ê stranan heye ku jêre tê gotin‘Pesta’ yan jî ‘Durik’ ku bi şêwazê stranên dîlanê tên gotin û rîtma wan bi nizm û bilindî ye û hindekê bilez e. Çend cûreyên wê miqamê hene ku navê wan wiha ne:‘Durikê Mila, Durikê Sê Pê û Durikê Gul Şênî’. Hunermendê navdar ê Şengalî Xidir Feqîr yek ji wan stranbêjên navdar e ku di vê hêlê de