Diclepress13@gmail.com
CIVAK
29
HEJMAR 25
2021/11/30
SAL 5
KOVAR DICLE
JI BO KUTÎ XIDIR ŞENGAL JI HERDERÊ XWEŞTIRE
Çîroka Kutî, mînakeke baş a bersivdayîna fermanê, çîrokeke geş a vegera Şengalê ye jî
A: HEVAL ÊZIDÎ
Kutî Xidir ê ji Xanesorê ruxmê ku
bi destekî têkoşîna jiyanê dide bi sedan pez, kevok û mirîşk xwedî dike û li şaredariyê jî xizmeta gel dike. Kutî hincetên li ber vegera gel qebûl nake û dibêje: “Ez niha bi destekî me lê bi dehan kes hene ji min baştir dikarin xwe bidin jiyankirin lê ew venagerin.” Li Şengalê bi hezaran mirov hene û bi şêwazên cûda dijîn. Lê dema navê Şengalê tê ser ziman, beriya her tiştî qetilkirin, talan û ferman tê bîra herkesî. Gelên Şengalê çawa dijîn û ziraviyên jiyana li
Şengalê çawa ne, ev rastî pir kêm tê zanîn. Êş, derd û kulên fermanan wekî perdeyek li ser jiyana civakî ya Êzidiyan digire û ev dibe sedem raya giştî jî ragihandin jî, rastiya jiyana Êzidiyan ji bîr bikin an jî baş nebînin. Ji bo em yek ji mînakên xweş a jiyana li Şengalê bidin xuyakirin, em bûn mêvanê welatiyê bi navê Kutî Xidir ê ji bajarokê Xanesorê. Jiyana bi yek destî ji Kutî re nebûye asteng Kutî ji dayikbûnê ve nikare milekî xwe bi kar bîne û tenê bi destekî dikare karê xwe bimeşîne. Lê ev astengî rê li ber jiyana wî negirtiye û wî her tim hewl daye jiyaneke bi coş, bi wate û bi ked bijî. Ew li ser axa pîroz a bav û kalan, bêyî
ku destê xwe ji tu kesekî re veke, debara jiyana xwe û malbata xwe dike. Wî 45 salên bi ked û têkoşîn li pey xwe hiştine lê bi coş û kelecana xwe ya jiyanê hê jî wekî ciwanekî tevdigere. Xwe li hemberî xweza, civak û malbatê berpirsiyar dibîne Kutî, xwe tenê bi karekî re jî sînordar nekiriye. Ango ked û hewldanên wî ne tenê ji bo debara malê ye. Ew di heman demê de li pey jiyaneke xwezayî ye û ji bo vê jî bi sedan pez, kevok û mirîşkan jî xwedî dike. Kutî di heman demê de xwedî 5 zarokan e û wekî hevalekî bi wan re dide û distîne. Loma di gelek kar û barên rojane de jî, zarokên wî alîkariya wî dikin. Taybetmendiyên wî yên civakî ne