KOVAR DICLE
SAL 5
2021/11/30
38
HEJMAR 25
DÎROK
Diclepress13@gmail.com
KELEHA XOŞABÊ
40 BIRCÊN XWE HENE
Melîk AYKOÇ
Keleh li gundê Xoşabê, li bakurro-
jhilatê wî çemî ye yê ku gundê Xoşabê kiriye du parçe. Keleh li ser zinarên kewke û baxirên ji çem pêncî, şêst metre bilind dibin, hatiye avakirin. Baxir û zinarên di zemînê wê de bi serê xwe weke kelehekê bi xof e. Kelaha navîn yan jî qedîm a li ser Baxirê gewr bilind bûye, di dema Xaldiyan/ Urartuyan de hatiye lêkirin. Lê keleha li hawîrdora keleha qedîm, pirr dû re lê hatiye zêdekirin. Ev keleh bi qasê 29 km li Rojhilatê Keleha Aspêşînê ye. Ji ber awayê lêkirina wê, mirov dikane bêje, pirr berê wê di serdema Key Men-
ua de hatiye lêkirin. Keleh li ser rêya diçe Urmiyê, Kotur û Muşaşîr hatiye lêkirin. Rêya Hekarî jî îro di wir re diçe. Lê di dema Urartuyan de di vir re rêya dîrokî ya Xaltan derbas dibû. Ev rêya dîrokî bi qasê 10 km li başûrrojhilatê gundê Xoşabê pej didan û dibû sê parçe. Yek ber bi bakurêrojhilat ve diçû Koturê, yek ber bi rojhilat ve diçû Urmiyê û yek jî ber bi başûr ve diçû Ardinî (Muşaşîr/Gever). Lêkirina Keleha hundir, xwerû deriyê ketina nava kelehê gelek dişibe lêkirina Keleha Mazgirt a Dêrsimê. Di vir de jî rêya dikeve nava kelehê li bakurê kelehê di nava baxir de hatiye kolan, mirov bi dehan pêpelikên derenceya kelehê re ya ku weke tunelekê xuya dike, hildikişe, wisa digihîje navenda keleha navîn yanê ya
ji dema Xaldiyan ve maye. Lêkirina dîwarên keleha qedîm yanê navîn, zinarên hatine bikaranîn û teraştina wan bi aşîkarî raberî me dike ku ev keleh di serdema Key Menua de hatiye lêkirin û yek ji kelehên kevn e. Li aliyê din nîşaneyên tunela veşartî ya diçe çemê Xoşabê jî hene, lê hê nehatiye vekirin. Wekî din, li bakurrojhilatê keleha qedîm birceke çavdêriyê heye. Her çendî av ne dûr e jî, çend çalên sarincan jî hene. Keleha berfirehkirî yanê ya li dor Keleha kevn hatiye lêkirin jî di sala 1643’yan de ji aliyê Mîrê herêmê, mîrê Mehmûdiyan, Suleymanê Kej ê Mehmudî ve û her wiha anegorî gotinan, bi piştgiriya padîşahê Osmanî, Kanûnî hatiye lêkirin. Di nava wan sûrên nû lêkirî de mizgeftek, hemam, firin, xaniyên xebatkaran û qesreke mezin bi du