KOVAR DICLE
SAL 5
2021/11/30
HEJMAR 25
48
PARASTIN
Diclepress13@gmail.com
ŞENGALÎ:
GERÎLA NEBÛNA ŞENGAL RIZGAR NEDIBÛ
A: ÊZDÎN ŞENGALÎ
Şahid
û beşdarên pêngava rizgarkirina Şengalê diyar kirin ku PDK’ê rê li ber komkujiya Êzîdiyan, berxwedana gerîla jî rê li ber azadiyê û aramiyê vekiriye û gotin; “Gerîla ji çiya, şervan ji Rojava xwe gihandin me. Hêzên azadîxwaz nebûna Şengal rizgar nedibû”. Şengal di 3’yê Tebaxa 2014’an de ku dibin kontrola hêzên PDK’ê de bû, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin. Lê bi destwerdana
şervanên YPG-YPJ û gerîlayên HPG-YJA-Star’ê di 13’ê Mijdara 2015’an de bi temamî ji DAIŞ’ê hate paqijkirin. ‘PDK’ê soza parastinê dabû lê Êzidî xapandin’ Endamê Meclîsa Gel a Tilezêrê Qehtan Xelîl, yek ji şahidên pêngava rizgarkirina Şengalê ye. Xelîl di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku dema DAIŞ’ê di 2014’an de êrîşê Şengalê kir, 16 hezar hêzên pêşmerge an jî asayîşê li Şengalê bûne lê erka xwe ya parastina gel pêk neanîne. Qehtan sozên ku PDK’ê dabû gel jî bibîrxist û got:“PDK’ê soz dabû Êzidiyan lê Êzidî xapandin. Dema DAIŞ nêzî Şengalê bû, PDK’ê bawerî dida
xelkê, digotin, ‘Cihê em lê ne, ala me lê ye DAIŞ nayê, tifaqa me heye bi wan re.’ Yên Şengalê firotin hêzên PDK’ê bûn û ji 2014’an heya niha 2 caran ji Şengalê reviyan”. ‘Gerîla ji çiya, şervan ji Rojava xwe gihandin Şengalê’ Qehtan Xelîl wiha behsa berxwedana dijî DAIŞ’ê kir û got:“Keç û xortên Êzidî di 2014’an de şer kirin li Şengalê, gerilayên HPG’ê ji Çiyayê Qendîlê û şervan jî ji Rojava xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Gelê Rojava çi ji destê wan hate kir. Bi piştevaniya van hêzan Êzidî li vê derê man”.