KOVAR DICLE
SAL 5
2021/11/30
HEJMAR 25
58
DOSIYE
Diclepress13@gmail.com
ÊZIDÎ; DÎROKEK KEVNAR
ÊZIDÎ GELEK CEJNAN PÎROZ DIKIN Û
EW DEWLEMENDIYA MÎRASA WAN A DÎROKÎ VEDIBÊJIN
A: NEDÎM ŞEMO
Gelê Kurd ji gelên herêmê yên kevnar e. Dîroka wî
vedigere bi hezaran salan. Gelê Kurd roleke sereke di dîrok û şaristaniya demokratîk de lîstiye. Lê heta roja me ya îro tê paşguhkirin. Ji ber ku tu lêkolîn girêdayî dîroka wî tune ye. Piraniya nivîsên ku li ser wî hatiye nivîsandin, hatine berovajîkirin. Carnan weke kok bi Fars ve tê girêdan, carnan jî bi Ereban û carnan jî bi gelê Gurcîyan û gelek gelên din ve tê girêdan. Kurdên Êzidî ji ber baweriya xwe, pêkhateya herî zêde li dijî wê, qirkirin û pişaftin hatiye meşandin. Di vê dosyayê de em ê behsa wan bikin, herêmên lê belav dibin, ola wan, çanda wan, fermanên bi serê wan de hatin kirin; a herî dawî komkujiya ji hêla DAIŞ`ê ve, çawa xwe birêxistin kirin, piştî komkujiya dawîn û siyasetên ku niha li dijî wan têne plankirin çi ne. DÎROK Û HERÊMÊN WAN Êzidî ji gelên resen ên herêma Kevana Zêrîn e(Mezopotamya). Dîroka wan vedigere hezarên salan. Li gorî oldarên êzidî, ev dîrok vedigere 8 hezar sal berê. Gelek neqş li herêmê hene, dîroka wan vedigere sê hezar salan beriya zayînê. Gelek lêkolîn, piştrast dikin ku zimanê êzidiyan bingeha zimanê Kurdî ye. Dr.Sadîq Zada Borkî dibêje: “Kurd xwedî ziman û alfabe bûn û bi navê alfabeya Kurdî ya êzidiyan dihat naskirin”. Şûnên vî zimanî li gelek nexş û deverên dîrokî hene. Pirtûkeke Êzidî ya pîroz ku bi zimanê êzidiyan hatiye nivîsandin di muzexaneya Awisturyayê de ye. Ev ziman li ser dîwarên perestgeha Laleş hatiye nivîsandin. Nivîskar Agatha Christie ya ku serdana perestgehê kiriye dibêje: “Li ber deriyê têketina gorê li Laleşê, peykerek di kevr de heye û li ser milê wê
yê rastê peykera mar heye, li ser dîwarên sûra deriyê têketina perestgehê nivîsên bi zimanê êzidiyan hene. Bi demê re ji ber rewşa hawayê êdî xuya nabin”. Êzidî li Kurdistana ku di navbera Tirkiyê, Sûriyê, Iraqê û Îranê de hatiye parçekirin dimînin. Li Ermenistan û Gurcîstanê jî hene. Li gorî pirtûka “Şeref Name” ya ku dîroknas û helbestvan Şerf Xan Şemsdîn Bidlîsî di navbera salên 1597-1599`an de nivîsandiye, êzidî herî zêde li Cizîra Botan, Mûsil, Dihok, Amed, Heleb, Ruha û Xoy dimînin. Hejmara zêde ya êzidiyan li Başûrê Kurdistanê ye ji ber ku perestgeha Laleş li wir e. Li gorî daneyên heyî hejmara êzidiyan li wê herêmê di navbera 500 hezar û 700 hezar kes de ye û li parêzgeha Nînova, Şêxan, Başîqa, Behzanî, Şengal, Zimar û Alqoş, parêzgeha Dihok, Şariya, Xankê û herêmê Dêrhebûnê ne. Li Sûriyê jî êzidî li herêma Cizîrê, Serêkaniyê, Tirbespiyê, Hesekê û Amûdê, li Efrîn û gelek taxên bajarê Helebê dimînin. Li gorî serjimariya sala 1963`iyan