17 minute read
ANET EJI BO TÊKÎLÎyA AzAD ŞERNEKIRIN LI AzADÎyÊ XIy
Ji Bo Têkîlîya azad Şernekirin li azadîyê XiyaneT e
ELî FIRAt
Advertisement
Rexmî ku em gelekî şermok û bi ihtiyad bûn di dema komê ya piştre ber bi çûyîneke wiha çêbû. Me şêwazeke ku aliyê xwe yê hest û siyasî hebû, tirs, metirsî û azweriya wê hebû weke ku were gotin “tu dixwazî belayekê bînî serê xwe? Ha ji te re bela” hilbijart. Di rastiyê de şêwazeke ku nedihate hêvîkirin bû. Ev rewşeke ku xwe di jiyana me de gelek caran nîşan dide ye. Ev şêwazên ku nayên hêvîkirin heta berovajiya wê nîşandan, em bixwazin jê re bibêjin tesadûf an jî tengasiyeke rastiya me ya civakî, yan jî em bibêjin rawestgeheke wê pêvajoyeke girîng bû. Dibe ku were gotin ev rewşeke kesane ye, pêwîst nake ku mirov zêde li ser bisekine. Lê belê piştre hate fêmkirin ku ev rewşeke kesayetê nîne, girêkeke kor a civakê ye. Ger çûyîneke rast bi ser vê de çênebe û neyê dahûrandin ne PKK, ne jî netewbûn li holê namîne. Rewş hatibû vê astê. Ev mijareke hîskirinê ye. Gelo ev nêzîkbûneke baş hatiye hizirandin û hatiye gelalekirin e? Yan derfetek, pêdîviyek hate nirxandin. Gelo di bin bandora wê de bû mijara gotinê? Dibe ku para van hemûyan tê de hebe. Dibe ku em ji taybetmendiyên kesayet bigrin, çawaniya nîqaşên civakî û siyasî ya wê demê, çawaniya civakî ya yê li hember asta sosyalîstbûnê û pêvajoya ku pirsgirêka netewî hatiye, pêwîstiya ji bo pêşketina komê tê dîtin, pêşwazîkirina kêmasiyeke xwe dide hîskirin bandorên gelek tiştan heye. Di vir de tişta girîng tenê bi çavên têkîliyeke di navbera du kesan de nehate nêrîn. Di bingeha vê têkîliyê de ev yek nêbû. Pirsgirêka netewî ku bûye girêka kor û siyasî hebû. Ez vî tiştî gelekî baş dizanim. Têkîlî ne bi hêsanî tê bidestxistin, ne jî bi hêsanî tê bikaranîn. Lê belê dîsa jî pirsgirêka hilbijartinê ye. Pêwîste ez diyar bikim ku di vê mijarê de ez di nava muhafazakariyeke hişk de tevdigeriyam û rexmî xwestekeke min a hezkirinê jî hebû, min xwe disîplîn dikir. Temenê min dihate bîstûpêncan jî dîsa jî min xwe disîplîn dikir. Lê belê ez ber bi têkîliyeke wiha ve çûm. Di nava şêwaza pêkhatina van mijaran li gel we bandorên giran ên malbatê, fêrbûnên taybet bandorên temen û zayendiyê heye. Ez dikarim diyar bikim ku di hemû van mijaran de lewaz im, weke xwe vedişêrim û naxwazim xwe derbixime holê. Mirov dikare ji vê re bibêje rewşeke lewaz û tirsonek. Di vir de şêwazeke nêzîkbûnê ya li gor xwe hebû. Têkîliya van hemû tiştan bi pirsgirêka jinê ve heye, ez pêwîst dibînim ku nûjen bim û di vê pirsgirekê de pêvajoyeke pêş de bijîm. Teqez hewce ye hun vê yekê bibînin û binirxînin. Ji ber ku em di
vê qadê de rewşeke xirab a tawanbariyê dijîn. Ji ber wê jî ez pêwistiya hindekî vekirina vê pirsgirêkê dibînim. Pêwîst nîne ku em xwe weke yekî navdar diyar bikin an jî hoste, afirandêr û mezin nîşan bidin. Lê belê pêwîste em baş fêm bikin ku em bi pirsgirêkeke civakî ya girîng ve hatine girêdan û pêwîste em vê pirsgirêkê çareser bikin. Gihiştina zanebûna vê weke hêmaneke jêneger e. Hunê têkîliyan bi pêş bixin, lê belê gelo hunê çi qasî li hemberî encamên wê li ber xwe bidin? Di van têkîliyên wiha de taybet di zewacan de aliyê civakî girantir e. Weke ku aliyê zayendî yê vî karî di asteke talî de tê nîşandan. Jixwe piştre jî her tişt tê serê zayendîtiyê, li gor vê yê ku dizewicin ne hun in, di kesayeta we de dayik û bavê we ne. Tenê we mereq kiriye û hun zewicîne. Yan jî we têkîlî daniye. Mînak di çapemeniyê de di hindek bernameyan de tê pirskirin “tu ji bo çi zewicî” yên ku dibêjin “min mereq kir, ehmeqî kir” zêde ne. Piştre jî dikevine nava girêka kor û poşman dibin. Mirov ji ber meraqê nazewice. Ev dibe gotineke ku bi biryareke çi qasî ji rêzê ve ketina nava vî karî nîşan dide. Hindek ji bo ku di malê de nemînin, hindek jî ji bo fêrbûneke civakî bi cih bînin dikevine nava vî karî. Di vê tengavbûnê de xwe bi xwebûneke balkêş û ketina nava rewşeke mirov dawiya wê nabîne. Hemû jêhatîbûna min a di vê mijarê de min hindekî netewbûn û asta civakî xiste serê vî karî. Gelo asta netewî çi bû? Him dibêje ez ji bo pirsgirêka netewî heme, him jî paşeroja wê ya mal-
bûneke jiyanê ye. Me têkîliyeke wiha bi dest girt, min dît ku ez zilamekî çi qasî lewaz im, jin jî çi qasî lewaz e. Çi qasî dijmin e, çi qasî Kemalîst e, çi qasî arîstokrat e yan jî li gor mercên Kurdistan’ê çi qasî sosyalîst e, çi qasî berxwedanvan e, çi qasî rêxistin dike, weke vê di gelek mijaran de her roj ceribandin pêk hatin. Her dem ceribandin jî gelek dersên fêrkirinê ava kir. Gelo dê çawa bibe netewî, sosyalîst û rêxistinî? Dê çawa bibe jin, çawa bibe navenda rêxistinê? Ger hun li ser vê rojê çil caran lê hûr bibin, hunê bibin alimekî mezin. Yek jî ku bibe mijara şerekî dijwar ev bi serê xwe têr dike ku we pêş bixe. Lê belê rewşeke berovajî jî dibe ku bibe mijara gotinê ye. Di vir de pêwîst e, mirov wate bide têkîliya Kurd. Em têkîliya jin û zilam a Kurd pêş çavan re derbas bikin. Ev ji bo Tirkekî jî derbasdar e. Dema ez dibêjim Kurd, ev ji bo Kurd e. Lê belê ez aliyê wê yê girantir tînim pêş çavan. Em şêwazê têkîliyê ya hindekan raçav bikin. Ew şêwazên têkîliyan ên destpêkê ku we pêwendî pê kiriye diyar in. Tiştên ku li ser we hemûyan serdest e, hestên xwe bi gotinê xemilandî ravekirin, ger hun di asteke azwer de bin, ew zîvirandina evînê piştî ku hun zewicîn bi ezmûnên zayendî yên ku çend rojan tên jiyîn ve rewşeke ku kesayetên halê wan nemaye, dê wêre jiyîn. Di vê dema kurt de zilam zilamtiya xwe, jin jî jiniktiya xwe dipeyitîne. Ev taybetmendiyeke giştî ye. Gelo tiştê tê peyitandin çî ye? Tiştê hatibû nepixandin çi bû? Ev hemû mijarên wêjeyê ne. Di vir de pêwîst nake ku mirov hetanî dawiyê vebike. Ez ezmûna xwe tînime pêş
çavan û dixwazim hînkar bim. Bi îhtîmaleke mezin tiştê ku di we de pêk were ev şêwaz e. Di vê xalê de cudabûna me heye. Şêwazê pêkhatina min ne ev qasî hêsan dibe, ne jî dikare bibe. Hun ji nêzîkbûna zayendîtiyê bigrin heta lihevhatina giyanî û her taybetmendiyeke parvekirina bi hev re ya jiyanê di her mijarê de tam şerek dihate jiyîn. Tiştê di we de pêk tê, girêdaniyên gelekî hêsan ku ez gelo jê re bibêjim erzan an jî sewdaser. Piştre jî bi bêpêwendîtiyên mezin ve hevberdan çêdibe yan jî hev weke malekî cuda dîtin heye. Bi encambûna têkîliyan û kesayetan hindekî wiha dibe. Nêzîkbûnên min ne wiha bûn. Pevçûn her ku diçû kûr dibû, di rastiyê de ez hezkarê pevçûnê nebûm. Tê zanîn ku ez yekî herî zêde ku wate didime mijarên pevçûnan. Li gor min pevçûn bi xwezayîbûna wê ve meşandin, bi qasî ku di min de pêş ketiye, di kêm kesan de pêş ketiye. Ev di min de di asteke hunerê de ye. Ev mijar gelekî hesas e. Çawa be jî em jî zilam in. Herî kêm xwestekên zilam ên tevlîbûna jiyanê ya di mercên wekhev û azad de heye. Feraseteke wiha heye, em weke zilamekî feodal nebin, lê belê herî kêm weke kesayetekî sosyalîst pêwîstiyên jiyana mirovan bixwazin. Armanca wê jinê (Fatma) tenê li gorî pîvanên jin û zilamên giştî tevnegerîna wê, em li aliyekî bihêlin asta me ya civakî û netewî tunekirinê wêdetir dibe ku dixwest me jî tune bike. Nêzîkbûn û xwesteka wê ya rêxistinê, tekoşînê û çalakgeriya wê fetisandin û ji bo wê jî têkîliyê weke çek bi kar anîn mijara gotinê bû. Çawa ku me dixwest bi çekeke wiha ve di keleha KT yê de hindek derizandinan biafirînin, ew jî tam ketibû nava vê kelhê. Digot ku “ez evdal û gundiyê xwedê bi kar bînim” bi ihtimaleke mezin jî rastiya vî karî wisa bû. Ango em Enqereyê weke kelha KT bihesibînin, Kurdekî wekî min hatiye vir û dîsa kesayeteke weke wê ya noker dihate çi wateyê? Ger ezê gavekê biavêjim ev dê ji derizandinên di kelha KT yê de ku çêbûne dê çêbibe û ji hindek têkîliyên di nava kelehê de dê çêbibe. Naxwe ev yek bi xwe ji xwe ve çênedibû. Di vê nêvengê de teqez serdestî hebû, keleheke ku ji kelehên ser-
dema navîn çil qat zêdetir hatiye zexmkirin mijara gotinê bû. Di mijara bîrdozî, siyasî, civakî û çandî hema di her mijarê de teqez serdestî hebû. Tu gundiyekî ji rêzê ku pêdîviyên te hene, tu naskirina çep û rasta xwe de jî zêde bibandor nînî. Lê belê bûyereke Kurd ku wiha bû, heta ji wê zêdetir kesayetekî sosyalîst dixebitî ku di Enqereya 1970’an de şoreşê bike. Wê demê yên wekî Mahîr û Denizan ku bingehên xwe bajarî bûn, him jî gelekî zanyar û xwedî ezmûnên jiyana bajaran bûn, dema dest bi çalakiyê kirin du mehan jî berxwenedan. Bi bêmerhemetî hatine tunekirin. Ev kesayetên rêber bûn. Piştî ku ev hatin vê rewşê sosyalîstekî weke min –yê ku çanda xwe ya bajaran nîne, ji derfetên bajar hetanî dawiyê dûr, di heman demê de Kurd. Du malbatên Kurd ku xwe bispêrê nîne û têkîliyeke xwe ya Kurdan jî nîne- him jî dê
çawa nirxên mezin qut bike û bi saxlemî ji kelehê derbikeve? Me çend gav wêdetirî Anitkabîrê li ser bingehê sosyalîst Kurdeyatî dikir. Li hemberî ewê ku hetanî duh tu fetisandiye, tune kiriye û ser te jî beton kiriye, tu serî hildidî. Dema ku dixwaze te tune bike, kesayeta ku tu xwe weke têkîlî dispêrî, kesayet an jî malbata ku dixwazî binirxînî nokerê herî mezin ê vê hêza ku te tune dike ye. Saziyeke ku di tunekirin û betonkirinê de ristê herî mezin pêk aniye. Heta erka xwe şênber dimeşand. Ev têkîliya ku di nava kelehê de bû, têkîliyeke gelekî xeter bû. Ez nabêjim min bi şêwazeke zanyar fêlbazî kir, lê belê hindekî hîsên min û hizreke min weke “gelo ez nikarim ji vê têkîliyê sud wergirim?” hebû. Di serî de hizreke min a bi karanîna jinê ve siyasetkirin nebû. Ger hebûya min dê ev gotiba, lê belê dema rewşa nokeriyê
û nejidiliyê bû mijara gotinê di nava min de hîseke weke, “gelo ji vê çawa sûd tê wergirtin?” hebû. Hizreke bi plan nebû. Dibe ku her dem ev têkîlî têkîliyeke sîxur derbikeve. Jixwe ez kesekî hetanî dawiyê gumanbar im. Di jiyana min de cihê gumanan gelekî mezin e. Ji ber ku guman nebin, zanistî û lêkolîn nabin. Ew jî mirov vexwendina şiyarî û berpirsiyariyê ye. Jixwe wisa jî çêbû. Careke din min ew kesê ku çûye wir Kurdê proleter ê ku bi dagirkeriyê ve hatiye girêdan têkîliya dijber rave dikir. Min ew Kurdê ku ji bo navendbûna KT yê ji dil xizmet kiriye temsîl dikir. Çepgiriya ciwanan, rewşeke tevlîhev derizînek afirandibû. Jixwe provakator û sîxur di van refan de bûn. Hinek bi şaştiyekê, hindek bi daxwaza azadiyê ketibûne nav. Di wê tevlîheviyê de yên ku hev dinasîn û asteke wan a wiha hebû, em du Kurd bûn. Ev têkîlî di wateyekê de macera, di wateyekê de
gelekî pêwîst bû, di wateyekê de rizgarîxwaz ji aliyekî ve difetisîne. Ango têkîliyeke ku di rewşekê de bû, hemû taybetiyan di nava xwe de bide jiyîn. Derketina min a Enqerê di havîna 1978’an de û hatina min a Amedê bi şêwazê bi karanîna vê têkîliyê bû. Ji ber ku piştî rê ji vê têkîliyê re were vekirin, mirov nedikarî li Enqerê demeke dirêj bimîne. Ger were mayîn an dê sîxurbûn çêbibe yan jî em jî dê bibana karmendekî bûrjûvayê biçûk û tune bibana. Derveyî vê tenê me dikarî em gavan biavêjin Kurdistan’ê. Me hilbijartina xwe ji aliyê çûyîna Kurdistan’ê ve kir, vê têkîliyê bi qasî germahiya havînê em ji hêrsan dişewitandin. Aliyan dixwestin encam bigrin, me dixwest di Kurdistan’ê de encam bigrin, wê jî dixwest bi aliyê KT yê ve di wateyeke misoger de encamê bigre. Rewşeke me ya em hêdî hêdî benikan qut bikin hebû. Berê her çi qasî weke ku xwe girêdaye kiribe
jî, di rastiyê de me ev ji bo benikan rizgar bikin kir. Di vê mijarê de tam taktîkek mijara gotinê bû. Ji bo tu benê paşverûtiya mezin a dagirkeriyê qut bikî, ger tu xwe di dîtinê de bi wî benikî ve hatiye girêdan nîşan bidî û ew ben yê ku tu qut bikî be tê wê wateyê tu pisporekî heta dawiyê yê taktîkê yî. Ya me jî hindekî wiha çêbû. Min ev destpêkê hîs kir, piştre ez li ser hizra “ez dikarim çawa rizgar bibim” hûr bûm û bî vî rengî ji kelehê derketin min pêk anî. Gelo me li hemberî derketina Enqerê yan jî têkîliyeke wiha çi da? Me li hemberî tiştên ku hun bi hêsanî nikarin jê bigerin da. Em bi hestên xwe evîndar nebûn. Her çi qasî neyînîtî were ferzkirin jî, her çi qasî bibe qada tunekirinê jî me hêza tehemûla li hemberî nîşan da û ji bo derfetên azadiyê ya din navgîntî kir. Ev têkîlî li derveyî welat jî berdewam kir, lê belê asta pevçûnê ya têkîliyê hîn kûrtir bû, bikaranîna beramber a hev dijwartir bû. Gelo ji bo me pêwîst bû em derbikevin derveyî welat? Gelo hîn ji wê demê ve xelaskirina vê têkîliyê guncaw bû? Me ev neda berçavên xwe. Hun dixwazin ji vê re bibêjin tirsonekî, dixwazin bibêjin ketîbûn, em hizirîn ku di bin bandora giran a vê têkîliyê de hetanî dawî berdewam bikin. İhtimaleke mezin aliyê hember zanyar bû. Dibe ku bi qasî me dernexistiye zanebûnê, ev lêyîstok ferq kiribû û dilêyîst. Heta nava 1986’an me hêza berxwedanê nîşan da. Dibe ku ev kar ber bi en¬cam ve diçû, veguherte karesatekê, komployekê û şantajekê. Tiştê ku me pê re şer dikir, tenê jinek, nakokiya zilam û jinekê nebû. Dibe ku ev weke şerên du artêşên mezin ku li aliyekî rizgariya netewî, li aliyê din jî KT hebû, pevçûneke wiha dijwar bû. Di dîtînê de şerê derûnî, ku di navbera du kesan de derbas dibû dixuya. Lê belê di wateyekê de rewşeke pevçûna dîrokî bû. Tişta girîng ji vê ders derxistin e. Mînak di nava vê de yê ku dixwaze dersa sebrê, yê ku dixwaze dersa ihtiyadiyê, yê ku dixwaze dersa israriyê, yê ku dixwaze dersa hestiyariyê, yê ku dixwaze dersa xwesteka azadmayînê, yê ku dixwaze encamê ber bi xwe ve veguherînê bi dest bixe. Ger me hindekî kariye ber xwe bidin, ez bawerim hun dikarin bi rihetî serkeftî bin. Min heta ku cihê xwe saxlem nekir, di mijara jin, si¬yaset û hemû karê PKK’ê de yek gotineke bêtevdîr nekir. Ger em li vê pirsgirêkê weke asta têkîliyeke jin û zilam wêdetir, weke tekoşîneke hundirê partiyê temaşe bikin em dikarin wateyekê bidinê. Ger hun bûna we dê rojê çil caran pevçûn derbixista û her carê jî bi nêzîkbûneke misoger ku tasviye dibe ve bi ser jinê de biçûna. Gelo ez zilamekî bihêzbûm? Ji bo çi min ev qasî li ber xwe da? Ez dikarim vê bi tenê taybetmendiyên xwe ve rave bikim. Ji bo çi rexmî ev qas tehrîk û şerê hêrsê min xwe girt û min negot, li ser çavên te re brûyên te hene. Min li hemberî van hemû tiştan ber xwe da. Ji ber ku di girêdaniyê de têgihiştinê de, tekoşînê de û nakokiyê de bihêzbûm. Li gor min kesayetekî ku xwe di van hemû mijaran de berfireh kiriye, dikare tekoşîneke baş bimeşîne. Yê me hindekî wiha dibe. Min got ku gelo ev jin çi dic
eribîne? Dixwaze bigihê ku derê? Û min xwe li gor vê serûber kir. Ger hun balê bikişînin, rexmî ku di serî de bi dewletê re bû, dewlet li ser wê serdestbû jî ez bi her tiştê xwe pê ve girêdayîbûm. Lê belê ez radestî wê nebûm. Ev xal jî gelekî girîng e. Berovajî hun yekcar radest dibin. Di wateya teqez de merc alîgirê jinê bûn. Lê belê min nîşan da ku ez dikarim li ber xwe bidim. Jin bi jinbûna xwe li pey bû ku radestiyê ferz bike. Ferzkirina wê ya radestiyê li ser zayendîtiyê, hest û hêzê hebû. Gelo li hemberî van ferzkirinên radestiyê ez ji bo çi û çawa li ber xwe bidim? Sebra min, tevdîrên min, nefrotina min a giyana xwe û girêdaniya min ji
bo tiştên ku ez weke doz dizanim, dibe ku bibin çekên min ên berxwedaniyê. Dizane ku em girêdayî ne, lê belê her roj tehrîk dike. Da ku em neçar bimînin, bi van nirxan bilêyîzin. Ger tu yekcar têkîliyê belav bikî, ma çi naynin serê te! Ger ev têkîlî nebe, ger di vê têkîliyê de girêdanî berdewam neke dibe ku dewlet weke ku tu careke din dernekevî dê te girê bide. Rewşeke ku pêwîst dike, tu bi tevdîr bî û nêzîkbûneke kesayeteke cuda ava bikî, mijara gotinê bû. Di vir de rewşa zilamekî ji rêzê û klasîk nîne û ya girîng jî ev e. Weke em dihizirin, zewacek, hestiyariyek û zayendîtiyek nameşe. Di vê mijarê de zilamê Kurd jî hetanî xwe tune dike. Kîjan zilam dibe bila bibe xwesteka wî ya bi vê têkîliyê xebateke bêrêpîvan dike, dijberî wî ye. Ger ev têkîlî nebûya derketina ji keleha Enqerê çênedibû. Ji ber wê jî pêwîst dikir ku kesayetekî gelekî cuda derbikeve pêş û em xebitîn ku wê jî bijîn. Misoger e ku hun ji ezmûneke wiha mezin derbasnebûne. Ji ber hun derbas nebûne girîngiya netewbûn û partîbûna Kurdistan’ê jî nikarin bi dil û mêjiyê xwe bidin pejirandin. Ji ber ku we êşa wê nekişandiye, zehmetiyên vê nizanin. Mînak min piştî operasyonekî nekarî şûşeya çayê di destên xwe de bigrim. Min çay bi ser çoka xwe de rijandibû. Ji ber ku destên min diricifîn, ez di mercên derketina Enqerê de wisabûm. Hun hatine bi wêrekiyê li ser tiştên amade rûniştine. Ji ber wê jî girêdaniya rêxistinê, wate û girîngiya pêvajoyan ji bo we ew qasî ne pirsgirêk e. Hun roja reş û roja zehmet nizanin. Ji bo vê jî hun têkîliyan û girêdanên rêxistinî hêsan ava dikin û bi hêsanî xirab dikin. Berovajî ji bo min tu tişt hêsan nîne. Em ji Enqerê jî wiha derketin. Gelek gavavêtinên wiha hene, dibe ku ev li gorî we gavavêtinên gelekî ketûber bin, lê belê ji ber wate û girîngiya xwe ya dîrokî ve ji bo binkeya me ya civakî girîng e. Ji ber ku kevneşopekî serûbin dike. Her yek ji van zincîrekî dişikîne û parçe dike. Parçekirina min a zincîra malbatê ji bo gelek gavên piştre ku ji bo azadiyê hatine avêtin, derfet afirandin. Dayika min jî berê ji min re digot “min dixwest li ber çoka min girêdayî bijî.” Gelo min li ber çoka wê bijiya, mirov dikarîbû behsa tiştekî jê re Rêbertî tê gotin bikira? Rexmî ku bavê min yekî reben bû, bi keviran dihate ser min. Ger li hemberî wî min bi keviran ber xwe nedaba, ma gelo min dikarî gaveke wiha wêrek ji malbata serdest a zilam biavêta? Min tiştên ku tu zarok nikarin bikin kirin. Derketim û min serî hilda, ev di şertên xwe de girîng e, pêwîste ev têkîlî jî wiha were bidestgirtin. Em dikarin ew gava ku tê zanîn jî li ser vê têkîliyê zêde bikin. Ketina nava olê, xitimkirina olê, bi Xwedê re mijûlbûn, ketina nava sosyalîzmê her yek ji van çîrokeke xwe ya gelekî balkêş heye. We ev hemû jî jiyan nekirine. Gelo ezê bi bîrdoziya ol û felsefeyê çi fêm bikim? Lê belê carekê min xwe têkil kir. Gelo ji bo ez bikaribim bi hizra Xwedê re mijûl bibim, hizra min çi qasî têr dikir? Lê belê carekê ez mijûl bûm. Gelo ezê ji nava vê çawa derbikevim? Di encamên pêvajoyên gelekî dirêj û biêş de gavavêtin an jî gihiştina pêvajoyeke pêştir hatiye pêkanîn. Gelek gavavêtinên ku dişibine vê hene.