4 minute read

zANISTA JIN“JINEOLOJÎ TÊÇI wATEyÊ û ARMANCA wÊÇIyE

ZAnISTA JIn“JInEOLOJî” Tê çI wATEyê û ARMAnCA wê çIyE?

A: DICLE kûtî

Advertisement

Jineolojî, ji du peyvên Kurdî û latînî pêktê. “jin” Kurdiye, “lojî” jî pêveke zanistî ya latîniye, di yekbûna wan herdu peyvan de Jineolojî pêktê. Bi gotineke din Jineolojî, tê wateya, “Zanista jin”. Têgîna Jineolojî cara yekemîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2008’an de di pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” de bikaraniye. Koka wê ya etîmolojîk jî çavkaniya xwe ji ji peyvên jin û jiyanê digire, ango bi peywendiya navbera jin, jiyan û zanistê re eleqeder dibe. Bi vî awayî têgîna jineolojiyê, peywendiya zanistê ya bi jin-civakjiyan-xwezayê re jinûve destgire. Jineolojî bi vî awayî dibe rexneyek li zansita pozîtîvîst. Bi zimaneke akademîk û teorîk jî dikare bêgotin, “zanista jiyan”, “zanista civak”, “zanista jiyana wekhev, “zanista agahiyên ku modernîteya demokratîk xwe dispêriyê” . Jineolojî, sîstema kedxwariyê ya li ser peywendiyên tehekûma mêrê desthilatdar ava bûye, feraseta jiyanê ya xwe dispêre desthiltadariyê tehlîl dike. Her wiha nasnameya jinê ji biyolojiyê wêdetir di warê civaknasî, dîrokî, diyalektika hebûnê de depênase dike û weke “Cewhera sosyolojiyê”, “Kombûna obje-subje”, “Mêtîngeha destpêk û dawî” dest digire. Di serî de zanistên civakî, hemû paradîgmayên zanistî ji jinê û jiyanê qutbûne, pêşî li krîzan vekirine. Rêber Abdullah Ocalan dibêje di sala 2015’an de vê nirxandinê dike û dibêje, “jiyana wekhev, bi taybet jî zanista ku di derdora jinê de were pêşxistin, wê bibe gava yekemîn a rast ya berbi civaknasiyêr e”. Ji ber nasnameya jin, ji bûyîna cinsek wêdetir xwedî aliyên aborî, civakî û siyasî ya berfireh e. Ji ber vê ronîkirin ango zelalkirina xwezaya (rastiya) jin wê pêşî li ronîkirina xwezaya civakê jî veke. Jineoloj, biqasî ku zanista jin e, ewqas jî zanista civakê ye. Ew sînorên ku weke zanistên xwezayê, zanistên mirovan (beşerî), zanistên civakî hatine diyar kirin, rexne dike û feraseta, her zanistek di heman demê de civakiye jî diparêze. Weke dîrokî jî weke rojane jî civakbûn herî zêde di derdora jinê de şekil girtiye, Jineolojî wer bawer dike ku ancax bi zanisteke di derodora jinê de hatiye pêşxistin re, dikare ji bin bandora sîstemên desthlatidariya mêr derkevin û civakî bibin. Li gorî Jineolojiyê rêya derxistina vê hêza jinê bi pêkanîna sazûmaniyên zanistî, felsefî, hunerî, çalakî û rêxistinkirinê re mûmkîn e. Ji ber vê nêrîna zanistî weke parçeyeke têkoşîna azadiya jinê dibe. Jineolojî; pirsgirêkên di jiyana civakî de, nasnameya jin, peywendiyên jin-mêr, mirov û xwezayê de çêbûne û bûne girêka kor tehlîl dike û çareserkirina wê esas digire. Berpirsyariya bîrxistina zanistên civakî ya, bêyku hebûna dîrokî-civakî ya jinê parçe bike, bêyî jinê madî bike, peywendiya wê ya bi jiyanê û xwezayê re dike. Bi kurtasî, Jineolojî ji ber zanistên civakî zanista jinê weke disîplînekî pêşnexistiye, rexne dike. (ocalan-2009). Rêber Ocalan diyar dike divê jin tenê weke nasnameyeke “mexdûr” na, weke hêmana sereke ya sazûmankara civakbûnê were dîtin, hêza wêya erênî, afirîner bibe

mijara qada zanistî û cehwera wê. Jineolojî, dema rêbazên xwe pêşdixe, ji ezmûnên femînîst, ji têkoşîna çînî bigire heya têkoşîna rizgariya netewî, heya têkoşînên ekolojîk û dijî sîstemê giştî, sûd werdigire. “Rojhilata Navîn weke mekanê çanda xwedavendiyê yekem car lê pêşketiye qebû dike, di heman demê weke qada yekem car dawî li înkar, kuştin, çanda biyanîkirina jinê hatiye anîn jî dibîne. (Akarsel-2020). Weke helwesteke etîk û polîtîk jî, xwedî felsefeya, “Li kuderê hatibe wendakirin, divê li wir bê lêgerîn” diparêze. Tevgerên Femînîst, jinên berxwedêr yên di têkoşîna rizgariya netewî de cih girtine, gerîlayên jin, rêxistinên jin ên di tevgerên mûxalefeta civakî de têkoşiyane û nasnameyên cûda yên jin weke rehên ku Jineolojî jê xwedî dibe û peywendî li gel saz dike, dibîne. Bi taybet lêkolînkirina ezmûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Şoreşa Jinê ya Rojava, weke erkeke sereke destdigire. Ji dema ku Jineolojî derketiye heya niha tevgera femînîst, di serî tevgerên radîkal yên dijî sîstemê de dîtiye û destkeftiyên wê weke mîrasekî ji bo xwe esas girtiye. Jineolojî, berpirsyariya derbaskirina xetimandina femînîzmê ya li beramber pozîtîvîzm û modernîteya kapîtalst digire ser şanê xwe. Ji ber vê fikrandin û pratîkên parçeyî derbas dike, girîngî bi çand û taybetmendiyê herêmî dide, aliyê wê yê azadîxwaz û dijî sîstemê bihêztir dike, xwe ji agahiyên ku dispêrin desthilatdarî û dewletê qut dike, hewl dide xwe bigihîne agahiyên ku xwe dispêrin pêkhate jin. Jineolojî, rêxistineke bi perspektîeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jin û civakê esas digire, diparêze, rêbaza hine aliyên femînîst yên înşayê bi rêbazên dişibin desthilatdaran ji jor ve rêxistinkirinê li pêş dibînin, rexne dike û rêxistinkirina ji binîve diparêze. Jineolojî ji sala 2011’an ve ketiye rojevê. Di konferansa 1. a Jineolojiyê ya di sala 2015’an pêkhat de, biryara avakirina akademiya jineolojiyê derket. Ji bo hevparkirina agahiyên jinan li gelek deverên cûda yên cîhanê semîner, konferans, atolye, kamp hatin vekirin. Li Kurdistanê jî di serî de li Rojava analîzên sosyolojîk, xebatên çanda devkî hatin meşandin, di bûnyeya akademiyê de xebatên lêkolîna heqîqeta jinê meşand û di vê çarçoveyê de Navenda Lêkolînên Stratejîk ava kir. Di akademiyê de li gel perwerdeyê, xebatên lêkolînê derbarê hebûna jin, xweza, siyaset, feraseta etîk û estetîk, aborî, wêje û afirandina polîtîikayên alternatîf de jî xebat meşand. Kovara Jineolojiyê ya di sala 2016’an de ku dest bi weşanê kiriye, di sala 2017’an de li Rojava Navenda Lêkolînên Jineolojî û Fakûlteya Jineolojiyê ava kir. Di sala 2018’an de jî li Belçîkayê Navenda Jineolojiyê hate avakirin, li gelek welatan jî komîte, yeke û atolyeyên jineolojiyê vekir, tevna van ya hevpar pêşxist. Her wiha kovara Jineolojiyê, weke qada jiyana azad li Rojava di avakirina gundê Jinwar de rol lîst û hîn jî pêre mijûl dibe. Di sala 2019’an de li Rojava bi navê şoreşgera enternasyonalîst Andrea Wollf, “Enstûtîya Andrea Wolf” vekir. Bi vî awayî li Ewropa, Amerîkaya Latîn û welatên Asyayê, di navbera Jineolojî û jinên cîhanê de peywendiyek bihêz pêşxist.

This article is from: