10 minute read

AN DIKEDI BAwERIyA ÊzDIyA DE HÊK, CÎHANA EM LI SER IN DESTNÎŞ

PîROzbAHIyA CEJnA ÇARşEMê DI nAVCIVAKA êzDIyADE DI bAwERIyA êzDIyADEHêK, CîHAnAEMLISERIn DEStnîşAn DIKE

AVRAMAn FEtî

Advertisement

Di dîroka ola êzdiya de yek ji cejna here pîroz û kevnar, cejna Çarşema Serê Nîsanê ye. Ev cejn girêdayî afirandina cîhan û vejîna xwezayê ye. Qewlên wek “Afrandina kinyate”, “Qewlê Nijyar”, “Qewlê Silavên Melik Fexredîn”, “Qewlê Şêx û Aqûb Mûsa”, “Beyta Çarşemê” û h.w.d. vê mijarê bi zelalî radigihîne. Pîrozbahiya vê cejnê di dema me de, li gor saljimara Girîgoryan(sala 1582) dikeve rojên çarşema 14-a ta 20 meha Nîsanê. Li gor teybetmendiyên xwe ev cejn wek “cejna Tawisî Melek”, “Çarşema Sor”, “cejna Hêkesor”, “Çarşema Serê nîsanê”, “cejna Basinbar” û h.w.d. tê binavkirin. Sedema vê cejnê bi çend nava tê binavkirin evin:

1. Cejna Tawisî Melek

Li gor baweriya êzdiya dema ax û av ji hev cuda nebibûn, Xwedê avakirina cîhanê û meşandina wê radestî serwêrê meleka Tawisî Melek dike. Ew dem Tawisî Melek dadikeve jêr xwe li ser dara „Herherê“ datîne û li wê cîhê dest bi meyandin û afirandina cîhanê dike. Piştî ku erd hişk dibe, Ew li roja çarşemê kras li cîhana afirandî dike. Kiras tê wetaya keskaya ku rûyê erdê dipêçe û dixemlîne. Ev avakirin di Qewlê Afirandina kinyatê wiha radigihîne:

Xwedawendê me înê kir esas e Şemiyê biriye kiras e Çarşemê kir xilase Heft sed sal paş ev sûr hat dira nikase

Bi bîr û baweriya êzdiya, cîhê Tawsî Melek xwe daye ser dara Herherê û destpêkê erd meya ye, ew cîhe, li ku niha Laliş rewastiya ye. Li gor vê baweriyê, dara Herherê ya ku di nav mij û tarîtiya gerdûnê de bilind bibû, çavkaniya peydabûna hemû hebûnî ye. Ji ber vê rewşê û nîzama Tawisî Melek cejna Çarşem hem cejna Tawisî Melek tê binavkirin.

2. “Çarşema Sor”

Peyva“sor” renga xwezayî a here sereke ye. Ji ber ku afirîna cîhanê û vejîna xwezayê bi hêza agir û germê pêk tên, ji dema kevnar de, agir û tav bi rengê sor hatine

senbolîzekirin. Ji xwe bandora germaya agir a here jor jî “sor” tê binavkirin. Mînaka wek“hesin sore”, “min sotin”, “min disojin”, “sotemenî” û h.w.d. koka xwe ji vê sorbûna germaya asta jor digire. Di heyama“Daysîn” ya 9000 berî dema me de, ji ber rengê sor ya agir û sorbûna ku şewetê tîne, Xwedanê tavê wek “Sûrî” an Sor/ Sorî hatiye binavkirin. Ji ber van teybetmendiyên xwe Xwedanê rojê yê bi navê Sûrî, an Mîtra an jî Şêşims wek xwedanê peymana hatiye binavkirin. Dema peymana vê xwedawandê dihatin binpêkirin, cezekirina gunehkara radestî xwedawendê rojê dikirin, yê ku çawa bi germa xwe jiyan diafirîne û wisa jî dikare jiyan bişewtîne. Ji ber ku bi bihara ji meha Nîsanê destpêdike(rojên 21 adar ta 20 nîsanê di demên kevnar de diketin meha Nîsan) germahiya agirê Tavê dijî kawosa zivistanê bihêztir dibe û dibe sedema vejîna xwezaya cîhana me, rengê sor bûye nîşaneya here sereke ya destpêka destpêkan. Ji ber vê ev reng bûye nîşana serhildana dijî kaosa desthilatdara.

3. Cejna Hêkesor, an Cejna Basimbar

Di baweriya êzdiya de hêk, cîhana em li ser in destnîşan dike. Ew nîşana destpêka cîhan û raza(surra) jiyanê ye, ji ber wê ew girîngtirîn nîşaneya cejna Çarşemêye. Çawa hêk destpêkê weke hebûneka bê ruh xuya dike, cîhan jî avabûna xwe de wisa xuyakiriye. Dema hêk xave, ew erdê bi av, ya berî afirandinê diyardike, dema hêk nav avê de

Li gor baweriya êzdiya, di çarşema serê nîsanê de Tawsî Melek tê ser erdê, ji ber wê her risteyên xwezayî yên vê rojê pîroz tên dîtin

dikele û diqerime(dicebire), ew meyin û hişkbûna erdê diyardike, dema hêk tê reng kirin, ew erdê bi reng xemiliyayî diyardike. Bi germê re çawa ji hêk çûkên zindî dertên, wisa jî bi germê re, ji axê hebûnên zindî yên pir rengane peyda dibin. Di vê wetayê de hêk nîşana destpêka destpêkane û destpêka jiyanê ye. Ew jiyana li cîhana me bi çar demsalan xwe vediguhêre û didome. Sê rengên wê erênî, yê jiyanî ne, rengeka wê yê neyênî yê valatiyê ye. Ji ber wê sedemê, bi hêviya dagirtina valatiya kawosê hêkê bi rengê kesk, zer û sor rengdikin. Rengê kesk - bihara afirandêre, zer - havîna gîhandêre, sor - payiza hilberînere. Rengê sipî destnîşana zivistana kawos e. Pêşbirka bi lihevdanê şikandina hêka, dawîanîna vê kawosê destnîşandike. Bi vê rengê li gor sê demsalên xêr û bêr ji zindiya re digihînin, hêk û basinbar bi sê rengên van demsalan têne reng kirin. Lê bi demê re civakê rengên din di ser van rengan de zêde kirine. Lê di vê cejnê de, rengê here sereke rengê sore. Ji ber ku ev rengê hêz û agirê Xwedêye, heman demê jî nîşana desthilatdariya Wî ye. Bi vê re berenber, li gor baweriya êzdiya ji ber ku encamên bereketa hilberîna di dawiya demsalê de tên jimartin, ji ber we demsala payiz Mîrê demsala tê dîtin û rengê wê pîroz - sore. Ji ber vê jî rengê hêkên têne rengkirin, yê sereke rengê sore. Ji ber van herd sedeman navek ji navê cejna çarşemê “Cejna Hêkesore”. Hêkesor tê wetaya xêr û bereketa ku di “demsala Mîrê sor” de diyar dibe. Ji ber vê sedemê qalşikên hêkên cejnê di nav bax û bostan û gomên heywana de tê belavkirin, daku xêr û bereketên çandiniyê û heywana zêde bibe.

4. Çarşema Serê nîsanê

Sedemeka din ya pîroziya Çarşema Nîsanê bi hatina Şerfedîn Ristemkarê pêşerojê re pêwendîdare. Şerfedînê sibatê serê seharê, bûye girtiyê mixarê, dema dibe hezar û hin ji mixarê dertê, ji rojava berbi rojhilat rêdikeve tê Amedê û textê Meda ji bin dest dertîne, meha nîsanê dibe mîrê edebiya(ariya).

Beyta Şerfedîn de tê gotin: Şerfedîn ji mixarê derket Sed hezar leşker qewşan li ber ket Nûra Alemê ser ket.

Beyta “Qiyametê” derbarê roja Şerfedîn dibe mîrê dîwana text û bextê Meda wiha dibêje:

Çarşema serê nîsanê Şerfedîn mîre li dîwanê Eve îda Kurdistanê Gul û çîçek, cewsan û beybûn Bi navê Xweda û Tawsî Melek kişiyane dîwanê.

Qewlê silavên Melik Fexredîn vê yekê wiha pişt rast dike:

Hat çarşema serê Nîsan ê Hat Temûza îman ê Hat xebera wê dîwan ê

Çarşembû rojeke emîne Ezîz Tawisî Melekê min î nav şirîne Bi navê melik Şerfedîn, ji me re bûye dîne

Bi vî awayî ev navên li jor me behskirî hemû jî bi Nîsanê re pêwendîdarin. Her sê xalên destpêkê yê ku hatine destnîşankirin bi afirandina cîhanê re pêwendîdare, lê xala çaremîn ya bi hatina Şerfîdîn, bi azadî û vejînê, bi avabûna zemana Zêrîn re pêwendîdare, dema dînê Şerfedîn dibe stûna herçar dîna. Ji xwe hersê rengên demsalê yên jîndar - sor, zer û kesk nîşana rengê ala Şerfedîne. Yek ji nîşana dema hatine Şerfedînê Mad bide diyarkirin, xuyakirina xerqa sor, zer û kesk di dest û zendê xeybetkar û tolhildêra de be.

Li gor teybetmendiyên xwe ev cejn wek “cejna Tawisî Melek”, “Çarşema Sor”, “cejna Hêkesor”, “Çarşema Serê nîsanê”, “cejna Basinbar” û h.w.d. tê binavkirin

Pîrozbahiya cejna Çarşemê

Pîroziya Çarşemê li gor ola êzdiya girêdayî avakirina gerdûnê û vajîna xwezayê ye, yên ku bi Tawsî Melek û Melik Zên re pêwendîdare. Li gor baweriya êzdiya, di çarşema serê nîsanê de Tawsî Melek tê ser erdê, ji ber wê her risteyên xwezayî yên vê rojê pîroz tên dîtin. Ji bo vê pêşweziyê her malbet sêşema berî cejnê mal û dorberê wê paqijdikin û dixemlînin. Di her xemlê de gerê hersê rengên jîndar yên sor, zer û kesk hebin. Amedekariya cejnê bi paqijyê destpêdike. Ji bo her tiştê ku dev lê bigere û dest lêkeve neherime, her kes sêrî de şûştin û paqijiya bejn û bala xwe dike. Li vê rojê mêr qurbaniyên cejnê serjêdikin. Jin bi rûnê beran sewik û xwerinên xêr û şahiya cejnê amede dikin. Wê êvarê li mal li koşeyên teybet agirê ji rûnê zeytûnê tê vêxistin û duwa tên kirin. Berî berbangê mezinên malê radibin amedekariya rêvebirina cejnê dikin. Ev hewildan bi duwayan destpêdike. Berbangê berî derketina Rojê zarok û ciwanên malê berê xwe didin deşt û baniya, gulên rengana kom dikin. Di sêrî de her kesek dest û çevê xwe bi xûnavên gul û keskayê dişon. Bi xunava vê rojê komkirî gustîl, guhar, morî, xadim û nîşanên din jî tên şûştin. Gulên vê rojê komkirî tînin mal, ji bo xemlê gul datînin cihên di malê de pêwist tê dîtin. Gulên mayin, di nava rojê de, di rasthatinan de pêşkêşî hevdu dikin. Jin berbangê de hêkan dikelînin û wan rengdikin. Ard an ji axa paqij yên ji deverên dûr anîne, bi ava ji kaniyê distrên û bi wê gilok çêdikin. Qaşûlên(qalikên) hêkên rengîn, govdeyên(baqên) ji gul û keskaya(karî) nîsanê, bi vê gilokê li jor û li du kêlekên deriyê malê dizeliqînin. Bi vê nîşanê malbet xêrhatina xêr û bêrên her sê demsalên jîndar û xêrhatina mêvanên xêrxwez dike. Ev prosêdûr bingeha xwe ji sêkoşeya pîroz ya Tav, Heyiv û Stêrka Berbangê digire, yên ku bi nav û peywirê Tawsî Melek(Tav û Sîn/Heyv) û xelatê wî(Stêrka Berbangê) yê ji Xwedê girtî re pêwendîdare. Di vê roja Çarşemê de malbet xwerina teybet çêdikin, sewik û hêk jî di nav de, bi navê “xêra miriya” wê xwerinê û buxçeyên ji fêkî û şîraniya pêk tên hildigirin, diçin li ser goristanê. Gor baweriya êzdiya, mirovên kirasguhastî li gel mîrê diniya û axretê ji bo xweşî, xêr û bêr û ji bo rehmê ji bo zindiyên xwe re duwa dikin. Ji ber wê

zindî jî ji bo navê wan xêr didin û li ser goristana wan miriyên xwe bibîrtînin. Weke din jî xwerin û şîranî wek xêr ji mal derdixin û dişînin malên dunavan an cînaran, bi piranî xêr didin kesên belengaz. Xêra ji mal tê derxistin, her malbet li gor dilê xwe ji hilberînên ji zevî, bax û bostana û mast, rûn, pener h.w.d. datînîn. Ji ber ku wisa tê bawerkirin, ku bi wê xêrdariyê xêr û bereketa zêdebûnê dikeve nav heywan, zevî, bax û bostanê wan. Tê gotin ku “ger xêr ji malê derneyê, xêr û bereket jî nayê”. Li vê rojê gel bi cil û bergê cejnî xwe dixemlînin, gulê nîsanê dikin ber serê xwe. Bêtirê xwe keç, bûk û jin basinbar a ji hiriya rengên sor, zer û kesk hatine vegirtin dikin dest û stiyê xwe. Bi vê xemlê diçin serlêdanên silavgeha û malên lêzim, dost û cînaran, hevdu bi cejna Çarşemê pîroz dikin. Di van serlêdana de, jin sewik û şêraniya cejnê dibin malên serî tê lêdanê. Di nav civakê de, hêkên cejnê bi prosêdûra pêşbirkê derbaz dibe. Neferên malê berî hêka para xwe bixwin wan li hev didin. Hêka kî/ke neşkî ew serkeftî tê dîtin. Mezin, zarok û ciwanên cînar tên gel hev, hêka li hev didin, ta ku kesê serkeftî diyar nebe. Qaşûlên hêkên vê roja pîroz nayên avêtin. Kesên xwedanê çandiniyê ne, bi hêviya bereket bikevin nav çandiniya wan û berhem zêde bibin, qaşûlên hêkên cejnê di nav zevî, bax û bostanên xwe de direşînin. Kesên xwedan çûkên malê, pez û dewarin, qaşûlên hêka dikin ber dîwarên kolik û tewla û li ser heywanên xwe de direşînin. Bi senbolî çend heywanên malê jî bi sor, zer û kesk tên xemilandin. Li gor bîr û baweriya êzdiya, di vê mehê de kolandina axê, girtina masiya, nêçîra li ser çûkan û heywanên kovî gunehe girane û zerera mezine. Ji ber ku ax û hemû ruhber li ber pêvajoya zayin û zêdebûnê da ne. Ji ber wê dibêjin nîsan bûka salêye, ew tu bûkan di ser xwe re qebûl nake. Ji ber wê jî di meha nîsanê de zewac gunehe. Heman awayî di roja cejna Çarşemê û herwisa çarşemên din de jî xweşûştin, cilşûştin, neynûk û por jêkirin di nav êzdiya de guneh tê dîtin. Di vê rojê de xebat nayên kirin, roj bi xweşî û şahiya cejnê derbaz dibe. Dibê di vê rojê de mirovên ku ji hevdu xeyîdîne li hev bên an wan li hev bînin, da ku ew jî karibin serlêdanê hev bikin û cejna hevdu pîroz bikin. Di ola êzdiya de cejna Çarşema Sor hewqasî pîroz û giranbiha ye, heta bawermendên êzdiya bawer dikin, ku kesê di vê rojê de xatirê xwe ji jiyanê dixweze, bê darizandin diçe bihuştê.

This article is from: