6 minute read

AJI CIHÊN NAVDAR LI ÇIyAyÊ ŞENGALÊ(GÊRA QÎRANy

JICIHên nAVDARLI çIYAYê şEngALê(gêRAQÎRAnYA)

ELYAS QÎRAnÎ

Advertisement

Pêşgotin:

Pênaseke kurt li dûr çayê Şingalê… Çayê Şingalê di kevye rojavayî parêzgeha Mûsilê bi dirêjahiya 120 km. li ser sînorê welatê Sûriyayê ye ji aliyê bakûrê rojava ve bi nêzîkî 10 km. Bilindahiya wî 1462m li ser astê behrê û dirêjahîya wî 77 km firehya. wî jî 13 km, bitir ji 40 çêl gund û komelgeha li der dorê heye li qiblet. û şemal û berî 3 tebaxa sala 2014 bitir ji 350 hezar mirovî Êzîdî li vê deverê hebûn. Çayê Şingalê Bi dehên caran bûye berevan û pişt û Dake ji Êzidiyan re û ji qirkirinê parastîne bi ber sîngê xwe ve wek zarokên xwe, mîna qirkirina sala 2014an ya daiş me bi çavê xwe dîtî, çawa em parastin û mezintirîn hêza terorî ya dewleta ji ber di man sehwilmîşî şikestin anî li ser vê axê û li vî çayê xwe ragir bi saya xwedê û lehengên ne tirs. her wisa ev çiya yî bernase bi xweşmêr û qehremana yên serê xwe li ber vê axê de dayîn û nehêlan bikevê destê nehez û dijmina de û bûye landik xwe pêgirtina xelkê xerîb o olên cida cida wek hatina Ermeniya ji ber qirkirina dewleta osmanya li sala 1915 xwe bi çayê Şingalê girtin li ser demê Hemoyê Şêro, Her wisa yî navdare bi titona kersê û kehnîkên ava zela û şêrîn û hingiv û Hêjîrêr bi nav û deng li seranserî Kurdistanê û Iraqê Û bi dehan qib û mezargeh û nîşangehên xas û çaka lê hene bi sedan şkeft û gelî û cihên Şînwarên kevin û dêrîn hene, mirov karê bîjê” nasnama Êzidiyan” û warê pêkve jiyanê ye ji hemo gula bîhna xwe didin vê axa pîroz.

GÊR WEKE NAVÊ WÊ Gêr wek nav ji kur hatiye? Wek me lînêrînên cuda cida wergirtîn Navê gerê ji ger” ger”hatiye navekî kurdiye aramiye wate gera li dora xwe yan li dora tiştekî, Wek çîroka”ava tovanê”hemo ol behis dikin li serdemê”Noh pêxember” de 5000ar salî berî zayînî wextê ava tovanê rabûyî geşatiyek”Noh” çêkir û cuht cuht her tiştek dido kirin Sefîna geştiya xwe de li ber avê hat hetanî gehişte”Çayê Şingalê” li vir geştiya wî li latek zirareke

Quba Şêşims ji bakûrî rojava ve û quba Şêx Mend ji bakûr rojhilat ve Û li teniştî quba şêx Mend mezarê Amadîne ev herdok di kevin riya diçe gêrê destê çepê ji aliyê xanesorê vê û silavgeha pîre fat li rê de, dara sixrê cin li wê rîyê de ye dareke pîroze li nêva gêrê û dirêcê de newalek heye di bîjinê: Newala hespê boz, û milkê darê heye guhera şewitî awa heger hêjîrên wê pîsin şewitîne, Bîra kilûbê heye, navbera erdê Qîranya û Cefirya de girek heye jêre di bîjin”Girê Bûka” berê bûk di birin ser, dinanên kûçka wek me daye diyar kirin di bîjinê Sin al kilûb wek dinanane li başûrin Guhkên Kêr di lat di bilindin wek guhên kera li başûrî erdê gêrê ne. Milê

Gêr wek erdingarya wê di kevye nava çiya li erdekî bitirya wê wek deşt û hinek qeraç in der dorên wê hemok çaye û qeraçin, Latin

Hisên û şkefta”Xezalê” li roj hilatî Guhkên kêrin bi 300m Ew cihê hafit paşa xezal jî birî êxsîr kirî, li sala 1837 z, Li nav erdê Qîranya de dareke kesk û koxelî heye jê re di bîjin. “Dara helê” ez behwerim Ji navê heliq hatibê ya bitmaye ya kevne hemrê wê nizîkî 400 salye, bîra dirêcê li erdê helîqiya de ye 3tebaxa 2014 bi hezaraji mirinê xelas kir ya mala Hefdye, kûrê zixta li rojhilatê, qetele, hodkê Qero ye ser navê Qero rezvan û gelyê mîrmokê li rojava ne, û li nêva şkefta Şelala neqeba Wehşa ye û çêlê tenûrê li başûr in, gelyê kayê, gelyê Gulê li başûrê gêrê ne ev bûn cihên navdar li gêra Qîranya.

“GÊR Û KARÊ RÊZA”

Bêguman rez jî wek endamek ji mala mirov divê mirov guhê xwe bidê û li dorve here û were û bi bêhneke fireh û zanebûn lî kar bike da berhemê wî baş û serketî bê, raste gelek rez yên nav çiya de di dêmin bê av tên û Hêjîrêr dêm ji yên dîtir tam xweştir û şîrîntir in, lê nuhe gelek av didin û nayte wê watê kar lê nayte kirin, mînak salê di caran Yan sê cara ber tête kolan û cuht kirin da ava baranê hilgirin û ji ber keskatyê jî ew jî li werzê buharê û payîzê û sedema dîtir da wextê hêjîr ketine berde ye erdê de da bibînin, Cohtkirna erdê jî van tiştan pêk tê: Halet ew laşê herî mezine û li pîre şîrke ji dildaran pêk tê mijane, bermilik, befs,nisar zendika sto kilît dike, piştre kurtan li ser pişta di keran di kirin û pî cuht di kirin û her dera kera nikarîba biçê tê bi meran bîlkên serî zirav kiçik di kolan, Lê nuhe gelek paya bitir ji wan rezvana bi mekînê di kolin ji ber rehetya wê, û rezên xwe dikinê ben, mişar, û dike, da av lî bi sekinê û erdê wê rast bê ji kolan û çinînê re, û spehî jî di bin hilnaweşin Her wisanê dermana jî bi kar tînin ji ber mêşwer heşerata û êşa dara da rez zû hişk nebin û berê xwe navîjin û hêjîr feşûşkî nebin û hêjîr gehî û spehî bên, Her li nav rezan de hinek malan”Kox” xanîkên kiçik çêkirîne ji ber malên wan ne li wir in da li demê cuht kirne û çinînê li wir bimînin û binivin û hêjîran li ser rayêxin û hişk bikin, û karê reza jî di domîne Hitanî meha cotmehê ya 10 heye û piştre bi dawî dibe.

Ger Yan girover tiştê herî giring li”Mîtrayîzmê” de heyî xeleke ya girover her û her abedî wek Xeleka sond xwarnê, roj, stêr, heyiv, mirin, bûyîn, gelek tiştên dîtir, her tiştê xelek bê bi zanibe girêdaneke bi mîtrayîzmê ve heye

Berhemê hejîrên gêrê berî fermana 3 tebaxa sala 2014 ya tîrorstên daiş ê bi serê Êzidiyan anî ew dar bi guhdan bûn û di xemilîbûn ji berê xwe ji Hêjîrêr tam xweş û şîrîn û gehî weke hingiv bûn, hinek malan nîzikî 10m deh malyûm dînar dirav di firotin û berhemê gêrê bi tenê50 m melyûn derbas dikir ji bilî erdên cifirya û helîqa, lê piştî qirkirna 2014 û xelkê dest ji mal û halê xwe berdayî dar bê xweyî man û hinek hîj venegeryane Şingal û bi karên dîtir vê di mijûlin bitir qezenc dikin Lewa nuhe hinek hişk bûyne û hinek ji nû ve di çînin, heger berê 15 hezar dar hebû ez texmîn dikim nîvê berê hew maye Em werin ser corên hêjîra: hêjîr, teimik, nêv sohir, baqorî, nîşanok, ev bûn corên hêjîra, ji van hêjîran gelek tişt tên çêkirin û neqişandin weke: xezalek, Pisîk, mişk, gelwaz, bûk, nanik, kutilk, mrebe, ev in. Di vê em ji bîr nekin gelek daxwazî li ser hêjîrên Şingalê heyne û gelek bi nav û deng in li seranserî Kurdistanê û Iraqê ya tam hingivîne û mirov zû jî têr dixwe wisa xwarineke toq û bi hêze, her wisa weke kalemêra gotî: li demên êrîş û qirkirina de ev xwarina xelkê bûn bi qewet bûn û mirov zû tî û birçî nedbû li her 7 hêjîr xwarineke herî bi qewet in û li xêrên mirya ûi xweşiya jî tên belav kirin û dermanên gelek nexweşyane ji laş re wek kolîstrol, kerbohîdrat hud, kîlwa hêjîra ter bi 2500 hetanî 3000 tê firotin, û ya hişk ji 7 hetanî bi 12 hezarî tên firotin û gelwaz jî ji 25000 hetanî 50000 hezarî tên firotin yên hişk in, her wisa 50000 pêncî hezar darên hêjîran li Şingal heyne û salane 250000 dised û pêncî tenên hêjîran têne berhemînan û xelk berdewame li ser çandina wan.

“ JÎDER Û ÇAVPÊKEFTIN”

1- Çavpêkeftinek li gel rezvanê gêra Qîranya, Xwedêda Cirdo Alîka li roja 23-4-2020 2- Hevpeyvînek li gel, Silêman abo keşax li ser navê gêr ger û girêdana wê bi Mîtrayizmê ve li 28-12-2020 3- Hevpeyvînek li gel, mam Qero, rezvanê gêra Qîranya û hodkê Qero bi navê wane li 25-12-2020 4- Dîdareke taybet li gel vekoler , Heyder erebo al Yûsivanî li roja 26-12-2020 5- Raporteke berêz , Nezîr Şingalî peyamnêrê kenalê NRT li ser berhemê hêjîra re li roja 24-8-2020

This article is from: