Politik
Weşangeriya
Kurdî
15 GÜNLÜK EDEBİYAT SANAT VE DÜŞÜN DERGİSİ
11 Nisan 2015 Cumartesi
SAYI: 162
Ji edîtorê
B
i pêşketina têkoşîna azadiyê re mîna her qadên din ên jiyanê di weşangeriya Kurdî de jî pêşketinên mezin çêbûn. Weşanxaneyên Kurd tevî bêderfetiyên mezin jî di warê ronakbîrî û wêja Kurdî de bendên bî sînoran hatibûn avakirin rûxandin. Di naskirin, têgihişitin û sûdwergitina wêjeya Kurdî ya çar parçeyan heta bi Sovyeta Berê, rola weşanxaneyên Kurd diyarker e. Tevî vê pêşketinê jî pirsa "Gelo berhemên Kurdî, nivîskariya Kurdî gihiştiye heqîqet û dewlemendiya civaka Kurdistanê" li benda bersivê ye. Di pêvajoya amadekirina vê hejmara me ya têkildarî weşangeriya Kurd de em gihiştin encam û daneyên balkêş. Mînak; tevî ku li gorî daxwazê nayên xwendin jî her roja diçe weşanên Kurdî bêhtir tên çapkirin. Dîsa em bi îroniya; çapxaneyên ku ji bo parastin û pêşxistina Kurdî avabûne di warê aborî de xwe bi çapkirina pirtûkên Tirkî li ser lingan digirin re jî rû bi rû man. Gelo nivîskarên Kurd çiqasî karin ji xurtiya mijaran û çavkaniyan sûdê werbigirin? Zimanê ku di berhemên Kurdî de tê bikaranîn çiqasî ji aliyê gel ve tê fêmkirin? Profîla xwendekarên Kurd çawa ye? Hêza edîtoriyê ya weşangeriya Kurdî ji potansiyelê re dibe bersiv? Û bi dehan pirsên din…. Me hewl da bi vê hejmara PolîtîkART bersîvên van pirsan bidin û tobleyeke objektîf derbarê weşangeriya Kurdî re raxin ber çavan. Bi girtina dest a ast û rewşa weşangeriya Kurdî me hewl da em şîfreyên entelektuelî, rewşenbîrî û pêşketina civakî jî nîşan bidin. Piştî sê mehan di PolitikART a Kurdî de bi mijar û nivîsên nû emê dîsa bi hev re bin.
L
i zozanên Kurdistanê zaroktî jî dijwar e. Zarok mecbûrin zû mezin bibin. Ne jiyana wan, ne lîstokên wan, ne jî kenê wan weke zarokên din e. Şert û mercên jiyanê li rûyê vî zarokê Kurd jî xwe daye der... n Fotoğraf: Mehmet GÖK
Naverok... Rewşa wêjeya kurdî û profîla xwendekarên kurdî/ Ramazan OLÇEN.................................................... Rûpel 3 Weşangerî li ber bayê (bê)edîtoriyê/ Argun ÇAKIR ..........................................................Rûpel 4 Zanîn, ragihandin, ronakbûn/ Samî TAN ............................................................... Rûpel 5 Li gerîla weşangeriya Kurdî pêş dikeve/ Ferzad MEDÎ .......................................................... Rûpel 7
Weşanxaneyên Kurd û bazara bê pîvan Tayîp TEMEL Rûpel 8
Weşanxaneya Lîsê/ Lal Laleş ............................... Rûpel 9 Nalîn/Talip KALIN .................................................Rûpel 11 Temenek têr û tijî têkoşîn/ Nîzar BULDAN.......................................................Rûpel 12 Wê hêvî belav dikir/ Emîne ERCİYES ................. Rûpel 14 Çerxa Şoreşê, li her demsalê bû sirûda qadan/ Xelîl XEMGÎN......................................................... Rûpel 15 Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg
2
Geschäftsführer: İzzet Akcin
Ver. Redakteur: Özgür Reçberlik
politikart@yeniozgurpolitika.org
Bi demsala biharê re xweza ji nû ve zîndî dibe. Bihar herî zêde li çiyayên Kurdistanê tê. Çi pîr û kal, çi zarok be bihar rihekî nû dide, li her dilan kulîlkên xwe diçîne…
dosya
Rewşa wêjeya kurdî û
t
profîla xwendekarên kurdî
Ramazan OLÇEN
D
i derbarê profîla xwendekarên kurdî de ji bo ku mirov bikaribe çend gotinan bike, lazim e ku mirov pêşî çavekê li rewşa wêjeya kurdî bigerîne. Dema mirov dibêje wêjeya kurdî jî mirov dikare wêjeyê di bin du serenavên esasî de bigire dest; da ku mirov bikare merama dilê xwe baştir vebêje. Li ser vê esasê wêjeya kurdî wekî wêjeya klasîk û wêjeya modern mirov dikare dabeş bike. Ji wêjeya klasîk jî merama me ew e ku ev cure ji medreseyan dest pê kiriye. Bi rêya şêx, mela û feqiyan pêş ketiye. Di vê cureyê de jî herî zêde şêweya vegotina helbestî derketiye pêş. Serpêhatî, dîrok, şer, evîn, welat, erdnîgarî û hwd. wekî mijarên esasî yên vê cureyê derdikevin pêşberî me. Cureya din a ku em dikarin navê wêjeya modern lê bikin jî wekî devê kêrî ji wêjeya klasîk ne dûr û qetandiye, bîlakîs heta demekê di zikhev de bûye. Dema em didin dû şopa wêjeya modern, em lazim e ku berê xwe bidin kurdên kafkasyayê. Bi Şoreşa Cotmehê re li Yekîtiya Sowyetan berhemên kurdî-kurmancî yên bi şêwazeke nû derdikevin pêşberî me. Ev cure bi şêweya nivîsa pexşanî propagandayeke berbiçav a sosyalîzma reel dike ku wê demê zêde di bin bandora wêjeya rûsî de maye. Di sala 1932’yan de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan Kovara Hawarê tê çapkirin, di vê kovarê de jî wekî kum e li jorê jî gotî wêjeya klasîk û modern di zikhev de ne. Helbet rewşa ji aliyê çar dewletan dagirker ve parçekirin û li hevdabeşkirina Kurdistanê di navbera parçeyan de kûrbûna sînoran, çawa ku civakê ji hev dûr xist wêjeya civaka kurd jî ji hev re biyanî kir. Her wekî ku tê zanîn netewe dewletên li cîhanê û helbet netewe dewletên ku Kurdistanê li hev dabeş kirine bi awayekî tîpîk pergala perwerdeya giştî li ser zimanekî fermî û homojenkirî pêş dixin. Ev rewş li Kurdistana parçekirî bi xwe re qedexeyên li ser ziman anî. Kurd ji ber vê rewşa xwe ne bi tenê ji pergaleke perwerdeyeke giştî û yekgirtî, di heman demê de ji zimanekî yekgirtî jî bêpar man. Ji ber zimanekî yekgirtî pêş neket, ev yek bi xwe re wêjeyeke ji hev de ketî û parçeparçebûyî derxist holê. Kurd di serdema netewe dewletan de ku em hê jî di nav vê serdemê de ne bi sê alfabeyan; latînî, erebî û krîlî bermen dinivîsin. Ev rewşa ji hevparçebûyî di serdema wêjeya klasîk de zêde dernakeve pêşberî me. Ji ber ku di wê serdemê de zi-
manê di wêjeyê de serdest erebî ye heke ku bi kurdî be jî parçeyê ku lê hatiye nivîsandin dike. (Ehmedê Xanî) bi tîpên erebî ye û bikirên wê wêjeyê jî wekî Wêjevan ên parçeyan zêde hay ji hev tune ne, ji ber vê yekê ku me li jorê jî anî ziman şêx, mele û feqî ne. Di nav civakê bala wan li ser pêşketinên wêjeya netewe dewlata ku li ser de jî beşên ji helbestan bi rêya jiberkirinê tê belavkirin. Lê parçeya wan serweriyê dike ye. Pêşketinên di warê wêjeya di vê serdemê de ku em dikarin jê re bibêjin serdema netewe tirkî de bandora xwe li ser wêjeya Bakur, pêşketinên (îro roj ji dewletan ji ber nebûna pergaleke giştî ya perwerdeya yekber şer û pevçûnan zêde ne derbasdar be jî) di wêjeya erebî girtî, ji ber bikaranîna alfabeyên cihê ji bo kurmancî û kirde bandora xwe li ser Başûr û Rojava (Rojava piştî Şoreşa 19’ê manckî alfabeya latînî ji bo zaravayên din bikaranîna alfaTîrmehê nû nû xwe iji nîrê rejîma Baas û hewisînên wê rizgar beya erebî dike ku wêjeyeke yekgirtî ya kurdî dernekeve dike) dike. Pêşketinên di wêjeya farisî de jî bandora xwe li ser pêş û bandor li hev neke. wêjeya Rojhilat dike. Ev rewş her çend ku îro roj bi rêya hin weşanxaneyên Ligel van hemû neyîniyan jî di warê parastin û pêşdebirina xemxur ên kurdî bi tîpguhêziyê û adaptekirinê tê hewldan ziman ango zaravayê de wêjeya kurdî xwedî rol û risteke jiyanî ku were derbaskirin jî sed mixabin di navbera parçeyên ye. Li Bakurê Kurdistanê bi saya serbestiyên ku bi têkoşîna Kurdistanê de danûstandineke ji wêjeya hev pêş neketiye. Tevgera Azadiyê re derketin holê. Di hejmara weşanxaneyên Ev yek bandor li ser profîla xwendekarên kurdî jî ku pirtûkên kurdî çap dikin de zêdebûneke ber biçav dike. Heta berî demekê ku ev dem heta 10 salên tê dîtin. Helbet ev yek bi awayekî otomatîk bandora dawî jî bi vî rengî bû. Xwendekarên kurdî bes xwe li ser çapkirina pirtûkên kurdî jî dike. Berî Îro roj bi roj zêdeji wêjeya parçeyê xwe haydar bûn. Li Başûr salên 2000’î sal salewext li Tirkiye û Kurdistanê piştî Şerê Kendavê yê di sala 1991’an de (ku li vir em behsa salên piştî 95’an dikin) bûna weşanxaneyên ji ber ku perwerde li ser pergaleke hevpirtûkên kurdî-kurmancî encax biqasî tilikurdî, bi zêdebûna hejmara girtî hat amadekirin û pêşxistin rewş yên destekî dihatin çapkirin û bi veşarî didi warê ziman de ber bi enîbûnê ve xwendekaran re xwendina hatin belavkirin. diçe lê ji ber ku alfabeya erebî tê biÎro roj bi roj zêdebûna weşanxaneyên karanîn, bandora xwe di nav sînorên kurdî jî pêş dikeve, lê dema mi- kurdî, bi zêdebûna hejmara xwendekaxwe de dihêle. Li Rojava û Bakurê we- rov li gorî asta cîhanî bigire dest ran re xwendina kurdî jî pêş dikeve lê lat ji ber rejîmên qedexekar, înkarger dema mirov li gorî asta cîhanî bigire rewş gelek xerab e. Belê rast e dest rewş gelek xerab e. Belê rast e pirû polîtîkayên qirkirina çandî pişaftina hat kûrkirin. Wêjeya Bakur û Rojava ji tûkên kurdî-kurmancî zêde tên çapkirin pirtûkên kurdî-kurmancî ber vê rejîma qirker li sirgûniyê pêş ket lê belê di her çapê de encax û herî zêde ji zêde tên çapkirin, lê belê û di bin destan de veşarî belav bû. Heta bo her pirtûkê weşanxane 1000-2000 heb destpêka salên mîlenyumên ango 2000’î çap dike ku ev jî hema wisa piştî ku derdipiştî ku derdikeve jî rewş bi vî rengî meşiya. keve nayê firotin. nayê firotin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî heman rewşa kambax Di warê xwendina van pirtûkan jî bi vebûna heta niha jî berdewam dike û rejîma molayan hewl kursên kurdî û disa bi saya rojnameya Azadiya Welat dide ku kurdî wekî şaxekî tehrîfbûyî yê farisî li ser civaka û kovarên kurdî, ev ziman ji her demê zêdetir li ber çavan e kurd ferz bike. Dema ku mirov van daneyan bi tevahî li bin û her ku diçe jî bikirên vî zimanî zêdetir dibin. Ehmedê Xanî hev rêz dike, wêjeya kurdî wekî kirûyeke patolojîk derdikeve yê nebir di destpêka şahesera xwe Mem û Zîn de dibêje “Belê pêşberî me. Mijarên sereke yên wêjeyê jî dibe têkoşîna li hemçi bikim kesad e bazar / Nîn e ji qumaşê re xerîdar” berî desthilatdariyê, evîna ji bo welat û hesreta ji bo azadiyê. Qumaşê ku Xaniyê nemir behsa wî dike zimanê kurdî bi Lê ev wêje ji aliyê zilam ve tê pêşxistin û karakterên sereke zixwe ye lê berî 350-400 salan sed mixabin ku xerîdar ango bilam in zêde pîtoresk in, jin ya evîndara zilam yan jî fîgurên ku kirên wî qumaşî zêde tune bûne. Lê belê îro roj bi saya Têkoşîna metnê rengîn bikin derdikevin pêşberî me. Li aliyê din berheTevgera Azadiyê buhayê wî qumaşî zêdetir hatiye fêmkirin û mên derdikevin pêş jî bi etîk, estetîk û epîstemolojik ve xîtabî bikir jî çi li welat û çi jî li derveyî welat zêdetir bûne.
3
dosya
t
Weşangerî li ber bayê (bê)edîtoriyê Argun ÇAKIR
D
i vê nivîsê de ezê bi kurtasî behsa rewşa rojane ya weşangeriya bi Kurdî li Tirkiyeyê bikim û hewl bidim ku meseleyên muhim eşkere bikim. Bêguman ew mijarên ku li vir nîqaş bikim, dikarin bi awayê firehtir werin analîzkirin.* Pirsên ku ez dixwazim li vir bikim ew in; rewşa weşangeriya bi Kurdî di van rojên dawî de çawa ye, pirsgirêk û meseleyên li pêşiya weşanxaneyan çi ne û em çawa dikarin bigihîn koka wan pirsgirêk û meseleyan? Weşangeriya bi Kurdî bi taybetî piştî betalkirina qedexeya li dijî zimanê Kurdî destpêkiriye û ji hingî ve ketiye pêvajoyeke sektorbûnê. Îro weşanxaneyên ku berhemên bi Kurdî çap dikin gelek in û her ku diçe hejmara wan zêde dibe. Wexta mirov behsa pirsgirêkên di weşangeriya bi Kurdî de bike, pirsgirêka ku bala min herî zêde dikişîne ew e ku pirraniya berhemên ku tên çap kirin ji aliyê standardeke gelemperî ya edebî, kêm dimînin. Bêguman eleqeya wê standarda ku ez di vir de behsa wê dikim ji hêjabûna şiklê berheman nîne û bêhtir bi kalîteyeke edebî ve girêdayî ye. Vêca divê em binihêrin ka ji ber çi ew nizmbûna kalîteyê di weşangeriya bi Kurdî de heye? Serê pêşîn, ferz e ku em bibêjin, piştî wê wextê ku qedexeya
edîtoran ne yek e, lê xuya ye ku ev pirsgirêkeke gelemperî ye. Divê em zanibin ku ez bi vî şiklî edîtoran sûcdar nakim û li wan bi çavekî wan piçûk bibînim, nanihêrim. Her wiha em qenc pê dizanin ku di koka vê pirsgirêkê de meseleyên din ên weke kêmasiyên wext, meseleyên aborî û hwd jî hene. Lê li gorî min ferz e ku ev pirsgirêk jî were nîqaş kirin. Ew pirsgirêka ku min behsa wê kiriye, ji bo xwendevaneke/î bi tecrûbe ne meseleyeke mezin e û em dikarin bibêjin, li wan belkî bi tenê xwendina wan hebekî giran dike. Lê di vir de pirsgirêkeke mezintir jî heye: negihiştina standardeke edebî û nehêjabûna naverokî. Ev tişta ku ez vê kêliyê behsa dikim ew e ku berhemên ku ji aliyê edebî ve ne xurt in, bêyî ku ji aliyê edîtoran ve werin sererastkirin tên weşandin. Ango kêmasiya ku di vir de heye, ew e ku edîtor bala xwe nadin bê ka berhemên navbirî li standardên edebî yan jî gava ku berhem yeke akademîk be, li standardên zanistî tên yan na. Ez nabêjim, her berhem ji binî ve li van standardan tê; bi rastî gelek berhem cara pêşî lê nayên. Lê belê yek ji wezîfeyên edîtoran jixwe amadekirina berheman ji bo çapkirinê ye. Ez dibêjim, bi zêdêbûna mirovên ku bi Kurdî dinivîsin ev pirsgirêk jî wê kêm bibe. Di vir de tiştekî din heye ku divê em behsa wê bikin. Ne mecbûr e ku edîtor li her forma nivîsandinê hoste be. Heke em bibêjin, edîtorek ferz e ku bi kêrî hem helbestan, hem lêkolînên zanistî hem jî romanan were, ew bendewariyeke
4
Nimûne 2: Ew pirtûk di nîvê salên 1990'î de bi Kurmancî hatiye nivîsandin û nivîskarê wê çend pirtûkên din jî li ser mijara
Negihiştina standardeke edebî û nehêjabûna naverokî pirsgirêkeke mezin e. Berhemên ku ji aliyê edebî ve ne xurt in, bêyî ku werin sererastkirin tên weşandin. Ango edîtor bala xwe nadin bê ka berhemên navbirî li standardên edebî, akademîk û yên zanistî tên yan na.
Bila dilê kesî nemîne, lê divê em bibêjin ku hêza edîtoriyê ya bi qewet û tecrûbe ji weşangeriya bi Kurdî kêm e. Ji hin edîtorên ku bi kêrî berheman tên pê ve, sektora weşangeriyê ji wan edîtoran pêk tê ku Kurmanciya wan jî ne têra xwe bi qewet e. li ser zimanê Kurdî rabû jî, tade û zora dewleta Tirk a li ser xebatkarên zimanê Kurdî nesekinî. Li ser vê mijarê mirov dikare li bîranînên weşangeran yên ji wan deman binihêre. Ji wê poganê jî wextê ku em li weşangeriya bi Kurdî ya wê demê binihêrin**, divê em ji bîr nekin ku xebatên wan weşangeran bi esasî ne ji bo bipêşketina zimanê Kurdî yan edebiyata bi vî zimanî bûn, lê belê ji bo gelekan meşandina wan xebatan weke pratîkeke berxwedanê bû. Helbet niha ku 25 sal di ser rakirina qedexeya weşandina bi zimanê Kurdî re derbas bûn û ew tadeya ku dewletê li weşangeran dikir nema weke berê mezin e, li me jî ferz e ku em çend rexneyên weşangeriya bi Kurdî bikin. Weşangerî, bi rastî jî warekî wiha ye ku ji aliyê xebatkarên bi qewet û tecrûbe ve ava dibe. Bêguman hêza kar a weşangeriyê ne tenê ji edîtoran pêk tê û xebatkarên din, xwediyên berheman û xwendevan jî tê de ne. Analîzeke weşangeriya bi Kurdî jî di şertên îdeal de divê bala xwe bide wan mirovan tev de. Lê di vir de ezê tenê li ser meseleyên edîtoriyê bisekinim. Bila dilê kesî nemîne, lê divê em bibêjin ku hêza edîtoriyê ya bi qewet û tecrûbe ji weşangeriya bi Kurdî kêm e. Ji hin edîtorên ku bi kêrî berheman tên pê ve, sektora weşangeriyê ji wan edîtoran pêk tê ku Kurmanciya (lewma ez behsa berhemên bi vî zimanî dikim) wan jî ne têra xwe bi qewet e. Gelek edîtor mixabin bi kêrî redaksiyona zimên ya berheman jî nayên. Mînak, di hin berheman de em carinan dibînin ku ji aliyê rêzimanî ve jî gelek tiştên lihevnehatî hene û ew yek jî gelek caran xwendina wan berheman li xwendevanan diherimîne. Helbet ew mesele ji hemû weşanxanê û hemû
demîk û ne akademîk ên bi çend zimanên cuda pêk tê. Serê pêşîn wextê ku em li berhevoka pirtûkan dinihêrin, xuya ye ku edîtor, bêyî li kalîte û hêjabûna gotaran binihêre, ew gotar bijartine û tişta hevpar di navbera wan de bi tenê ew e ku mijara wan li ber çavê edîtor yek e. Ji ber wê jî di pirtûkê de gelek meqaleyên ji hev qut hene. Herçî gotarên li gorî standardeke zanistî nivîsandî ne; hinek ji wan xebatên oryantalîstan in û ji nêrîneke romantîk hatine nivîsandin; hinekên din jî xwe weke berhemên zanistî didine pêş, lê qet li standardên zanistî nayên. Ji wê pirsgirêka bijartina meqaleyan pê ve, pirsgirêkeke mezintir di pirtûkê de heye. Edîtora pirtûkê ew gotarên bi zimanên cuda ji aliyê wergêrên ku haya wan ji mijara gotaran û termînolojiya wan mijaran nîne daye wergerandin. Ji ber wê jî werger carina ewçendê nebaş in ku xwendevan ji bo têgihiştina wan neçar e li eslê wan binihêre. Ez bawer nakim ku keseke/î ku di wan mijaran da pispor be jî, bi hêsanî di wan meqaleyan nagihije. Edîtor ew berhem, weke berhemên xwe yên din, weke di nav pratîka xwe ya berxwedanê de hesibandiye û mixabin bala xwe gelekî nedaye serketîbûna berhema xwe.
zêde ye. Normal e ku edîtoreke/î ku di kevneşopiya romanan de tecrûbeya wî/wê mezin e, belkî bi kêrî berhemên zanistî neyê û nikaribe bi awayê rexneyî û bi dîqet li wan berheman binihêre û nikaribe şîretên ji bo bipêşketina berhemê li xwediyê berhemê bike. Lê divê em bidin xuyakirin ku ew rola ku edîtor di vir de pê radibin ne ew e ku berhemên “nehêja” yên nivîskareke/î “ne biserketî” “bi pêş dixin”. Lê belê edîtor berhemeke ku çapkirina wê hêja ye, ji bo çapkirinê amade dike. Û taybetiya edîtoran ew e ku dikarin li berheman ji perspektîfeke nû, ji yekê pisporiyê binihêrin. Helbet divê em ji bîr nekin ku ew pirsgirêk ne tenê bi kapasîteya edîtoran re eleqedar e û peywendiya wê bêhtir bi rewşa sektorê ya aborî re jî heye. Weşangerî bi gelemperî sektorek e ku ji aliyê aboriyê ve bi zor û zehmetiyê dikare têra xwe bike û ew hêza aborî di destê edîtoran de nîne ku berhemên taybet bişînin ji wan mirovan re ku di mijara van berheman de pispor in ji bo ku pispor jî çav li wan berheman bigerînin û berheman ji bo çapê çêtir amade bikin. Bi du nimûneyan warê weşangeriyê Bi destûra we, bêyî ku navê berheman û nivîskarên wan bibêjim, ez ê li du berheman weke nimûneyên van pirsgirêkên navbirî binirxînim. Nimûne 1: Ew berhem di nîvê salên 2000'î de bi sê cîldan hatiye weşandin. Berhemeke berhevkirî ye û ji meqaleyên aka-
vê pirtûkê nivîsandine. Nivîskar berhema xwe weke yeke zanistî hesab kiriye û pirtûk bi mijara xwe bi xwe jî gelekî balkêş e. Lê belê pirtûk bi texmîna min rûyê edîtorekê/î nedîtiye û wexta ku em li beşên pirtûkê dinihêrin xuya ye ku pirtûk weke ku bi ji xwe re lêhatî pêk hatiye. Edîtor bêtecrûbetiya nivîskar û kêmasiyên wî yên di pêkanîna pirtûkekê de nekiriye mesele û hewl nedaye ku wê kêmasiyê biedilîne. Gava ku em li nivîsandina nivîskar dinihêrin, em dibînin ku qet ne xwedî hêza vegotinê ye û hevokên di pirtûkê de qet naherikin. Heke em li ortografiya nivîskar a Kurmancî binihêrin, xuya ye ku nivîskar pirtûka xwe bi zimanê xweserî xwe nivîsandiye. Lê ji ber ku ortografiya wî lihevhatî ye, xwendina pirtûkê jî ne gelekî zehmet e. Wextê ku nivîskar peyv û gotinên ji herêma xwe jî bi kar tîne yan jî hin peyvan li gorî xwe dinivîse jî, ji ber ku wan bi awayekî lihevhatî û wekhev bi kar tîne û dinivîse, mirov dikare bi hêsanî pirtûkê bixwîne. 3-4 pirtûkên nivîskar heta niha hatine weşandin û her pirtûk li weşanxaneyeke din hatiye çapkirin. Lê hê jî ew pirsgirêkên navbirî di wan da xwe didin der. Yanî ji dêvla bala xwe bidine nivîsên vî nivîskarî û şîretên erênî lê bikin, edîtoran hema wî çi nivîsandiye ew çap kiriye. * Wekî din di vê nivîsê de ez ê behsa dîroka weşangeriya bi Kurdî nekim; ji bo wê, mirov dikare li çavkaniyên din ên li ser vê mijarê binihêre (REF). ** Hevpeyvîna bir Ahmet Önal re: http://rudaw.net/mobile/turkish/interview/20092014 Hevpeyvîna bi Abdullah Kesin re: http://www.bianet.org/biamag/sanat/145122-kurt-edebiyatindan-bir-yazar-adi-soyleyebilir-miyiz
dosya
Zanîn, ragihandin, ronakbûn D
îroka çapemeniya Kurdan bi Rojnameya 4- Imî halek Kurdistanê anku di 22’ê avrêla 1898’an 5- Tarîxa bav û kalê Kurdan û en’ena (kevnede dest pê dike. Dema ku mirov bala xwe şopî) wan dide vê cerîdeyê, mirov dibîne ku ji rojnameyekê 6- Welatê Kurdan û ‘adet û teb’ê wan û miqzêdetir dişibe manîfestoyekê. Xwediyê cerîdeyê dar û navên eşîrên wan. Mîqdat Mîthat Bedirxan kela dilê xwe dirêje ser ka7- Kitêba hesabê xizê. Hê di hejmara yekemîn de dest bi gilî û gazi8- Ji bo zimanê Kurdan serf û nehwik nan dike: “Di dinyayê de çi qas (pirtûka rêziman) 9- Tercemeya halê mezinêd Kurdan musulman hebin, gund û baja10- Edebiyata Kurdan û navê şa’irên wan rên hemiya de mekteb û medMixabin îro jî hinek ji wan karan pêk nerese û cerîde henin. Di dinyayê hatine. Bo nimûne hê ferhengeke mezin a de çi dibe, çi nabe, cerîde dinivîKurdî bi Kurdî bi hemû zaravayên Kurdî li sin. Heyfa min têt ji Kurda re, Kurd holê nîn e. Piştî avabûna Komara Tirkiji gelek qewma zêdetir xwey hiş û yeyê û careke din parçebûna Kurdistanê, zeka ne, camêr in, dînên xwe de êdî navenda rewşenbîriya Kurdî û xebarast û qewî ne, xurt in; û dîsa weke mî TAN Sa tên ragihandinê yên Kurdan guherî. Berê ev qewmên dî ne xwende ne, ne dewxebat bi gelemperî li Stenbolê dihatin kirin, lê belê lemend in; dinyayê de çi dibe, cîranê wan Mosqof piştî sedsala 20’an sê navendên rewşenbîriya Kurdî çawa ye, wê çi bike, nizanin.” (Kurdistan hejmar 1) derketin holê; Şam, Silêmanî û Erîvan. A rast ev gotin kakilê hemû nirxandinên çapeKurdên ku ji ber rejîma nû ya Tirkiyeyê reviyameniya Kurd a di sedsala 19’an û destpêka sedsala bûn, Şam û Bêrûdê xebatên xwe domandin. Heçî 20’an pêk tînin. Di hemû weşanên wê de gilî û gaKurdên başûrê Kurdistanê bûn, ew vegeriyan zinên ji nezaniyê hene. Di hemû nirxandinan de welatê xwe û wan jî li wir lez da xebatên xwe yên nezanî wekî sedema xizaniyê hatiye destnîşankirin. rewşenbîrî û ragihandinê. Kurdên Sovyetê jî bi Em nimûneyekê jî ji nivîsa Evdirehman Rehmî ya handana rejîma sovyetîk derfeta xwendin û rewdi kovara Jînê de bînin: “Min got “xew”. Aqilê te neşengeriyê bi dest xistin û xebatên ragihandinî û çîte xewa şevê li bin nivînan; belkî xewa şev û rojan rewşenbîrî. Her çi qas navenda rewşenbîriya li bin nezanînê û cehaletê. Eger em di xewekê weha Kurdî guherîbe û li şûna navendekê sê navendên neba, me dê temaşe bikira însanîyetê, di dinyayê cuda derketibin holê jî, armanc û daxwaza rewçawa xebitit; li bin erdê, li ser erdê, li esmanî, her rojê tiştekî derêtxit. Telefon, telgraf, şemendûfer, wapor, şenbîrên Kurd neguherî. Belkî ji berê zêdetir rentelgrafa bêtêl, elektrîk, teyare, balon. Ew hemî ji esgekî neteweyî wergirt. Tiştê balkêş ew e ku ev manî nebarîne, ji erde şîn nebûne; belkî ji destê înbername û armanca hevpar xwe di gotar û nivîsanan çêbûne.” (Jîn, cild 1, r.194) sên weşanên vê demê de jî nîşan dide. Bo niBi vê yekê re hişmendiya qewmî, her ku diçe zêmûne çend xalên ku me li jor ji Rojî Kurd detir rengê hişmendiya neteweyî werdigire. Hê di veguhastin, bi rengekî din îcar di hejmara yekem Kurdistanê de “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî beş bi a Hawarê de derdikeve pêşberî me: beş tê weşandin. Ev yek di kovar û rojnameyên piştî 1- Belavkirina elfabeya Kurdî di nav Kurdan û wê de jî berdewam dike. Di weşanên destpêka sedhînkirina wê. Senifandina zmanazîna Kurdî û hin bi sala 20’an de êdî hişmendiya neteweyî cihê hişhin di komelê de belavkirin û pêşdetir di şiqlê kimendiya qewmî digire. Di kovara Rojî Kurd de êdî têbê de derêxistin. pirs û pirsgirêkên nasnameya Kurdî, rewşa zimanê 2- Sehîtiya zarên Kurdî, li berhevdanîna wan. SeKurdî digel mijara sereke ya xizanî û nezaniyê tên hîtî li ser mirovatîya zmanê nîqaşkirin. Kurdî digel zmanên din ên arî. Sehîtî li ser bingeDi kovara Rojî Kurd Xelîl Xeyalî bi nasnava M.X hên zmanê Kurdî, li ser dîrok û awayê rabûn û pêşgotarek der barê zimanê Kurdî de nivîsandiye, di veketina wî. vê gotarê de ji bo pêşketina zimanê Kurdî ev tişt 3- Berhevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlît laje û stranên Kurdî û birêve belavkirina wan. pêşniyar kirine: 4- Senifandin û belavkirina dîwanên Kurdî. 1- Ji bo zû xwendin û nivîsandinê herfek Bi van ve jînenigarîyên şair û mirovên bijarte jî 2- (Li) ser tarzek nû elifbayek dê bên belavkirin . 3- Ji bo zanîna temamê zimanê Kurdî qamûsek
5- Sehîtî li ser reqs û qeydeyên stranên Kurdî. 6- Sehîtî li ser her texlît rêzikên Kurdî û Kurdistanê, yên zimanê borî û yên îro û senifandina wan. Sehîtî li ser hatinên Kurdistanê; li ser pîş û sinhetên Kurdî. 7- Dîrok û erdnîgarî; sehîtî li ser tevayiya dîrok û erdnîgariya welatê Kurdistanê; li ser dîroka eşîran, berî, paşî û di wextê Mir-Seref de. Mixabin li pişt van xebatan hêzeke xurt a siyasî nîn e. Di dema Osmaniyan de jixwe hişmendiya osmanîbûnê destûrê nade ku rêxistineke xurt a Kurdistanî derkeve holê. Bîrdoziya olî wekî bîrdoziya serwer, hê nahêle ku Kurd li ser navê xwe tiştekî bikin. Her wiha mercên civakî, siyasî û aborî yên Kurdistanê jî zêde ne guncan in. Heçî rewşenbîrên Kurd in, bi gelemperî zarokên mîr û malmezinên têkçûyî û mişextî ne. Têkiliya wan bi Kurdistanê re zêde ne xurt e. Piştî avabûna Komara Tirk jixwe raperînên Kurdan têk diçin û rewşenbîrên Kurd xwe bi darê zorê ji destê rejîma kemalîst rizgar dikin. Ev çarenûsa reş a Kurdan heta nîveka salên 1980’yî wiha dom dike. Hin gavên mîna raperîna Girîdaxê, Komara Mehabad, berxwedana li başûrê Kurdistanê heta salên 90’î encameke erênî dernaxin holê. Nemaze li bakurê Kurdistanê piştî salên 1980’yî ev çarenûs hin bi hin diguhere. Bi vê yekê re jî sazî û dezgehên ragihandinê yên Kurdan geş dibin. Kesên ku awayê guherîna çarenûsê meraq dikin dikarin bala xwe bidin rûpelên rojnameya “Berxwedan”ê. Ger li derve berdewam dike jiyan Nehatibe birîn dengê stran û helbestan Bi dengê xwe yê keleş dixwîne mawzer Çi ye?... Çi dibe?.. Kî ditirse ji mirinê! (Fûad- Berxwedan, hejmar-1) Belê bi vê bîr û baweriyê hate guhartin, ew çarenûsa reş. Niha li ser vê bingehê bi dehan sazî û dezgehên ragihandinê hatine avakirin û li hemû qadên jiyanê xebata xwe dimeşînin. Îro bi dehan êzgehên televîzyonê yên ku di ser peykan re weşanê dikin. Bi sedan rojname, kovar, malper bi nivîskar, nûçegihan û xebatkarên xwe deng û rengê jiyanê radigihînin mirovan. Hê jî têkoşîn li dijî xizanî û nezaniyê ye. Lê êdî her kes dizane ku jêderka nezanî û xizaniyê dagirkerî ye. Êdî her kes bi vê bîr û baweriyê xebata xwe dike. Îro tiştê kêm yekîtî û hevgirtin e. Heke ew jî pêk were, dê êdî dê gelê Kurd karibe li seranserî Kurdistanê çarenûsa xwe bi destên xwe diyar bike, ne tenê çarenûsa xwe, dê çarenûsa Rojhilata Navîn jî diyar bike.
l Her çi qas navenda rewşenbîriya Kurdî guherîbe û li şûna navendekê sê navendên cuda derketibin holê jî, armanc û daxwaza rewşenbîrên Kurd neguherî. Belkî ji berê zêdetir rengekî neteweyî wergirt. Tiştê balkêş ew e ku ev bername û armanca hevpar xwe di gotar û nivîsên weşanên vê demê de jî nîşan dide. l Di dema Osmaniyan de jixwe hişmendiya osmanîbûnê destûrê nade ku rêxistineke xurt a Kurdistanî derkeve holê. Bîrdoziya olî wekî bîrdoziya serwer, hê nahêle ku Kurd li ser navê xwe tiştekî bikin. Her wiha mercên civakî, siyasî û aborî yên Kurdistanê jî zêde ne guncan in. l Hê jî têkoşîn li dijî xizanî û nezaniyê ye. Lê êdî her kes dizane ku jêderka nezanî û xizaniyê dagirkerî ye. Êdî her kes bi vê bîr û baweriyê xebata xwe dike. Îro tiştê kêm yekîtî û hevgirtin e. Heke ew jî pêk were, dê êdî dê gelê Kurd karibe li seranserî Kurdistanê çarenûsa xwe bi destên xwe diyar bike, ne tenê çarenûsa xwe, dê çarenûsa Rojhilata Navîn jî diyar bike. 5
dosya
t
l Ji ber qedexeyên li ser zimanê Kurdî, xwendin û nivîsandina wêjeya Kurdî pêş neketibû. Li hemberî qedexeyên dagirkeriyê li ber xwe daye û herî zêde bi awayê devkî pêş ketiye. Di şevbêrkên civakê de qala hemû hest û serpêhatiyên civakê dikin.
Bêrîvan RAMAN
W
êjeya nivîskî çavkaniya xeyalên civakê, hest u ramanên civakê, dewlemendî û bikaranîna zimanekî nîşan dide. Lê wêjeya devkî bixwe nasnameya civakekê ye. Gelê Kurd weke welatên cihanê derfet nedîtiye ku bi zimanê xwe bixwîne, fêrî çand û hûnera xwe ya Kurdewariyê bibe. Dagirkerî, talan û jenosîdan zimanê Kurdî jî tune kirine. Cihê ku ji wan re maye nava malê ye. Di nava malê de jî jin û zarok hene. Ji ber qedexeyên li ser zimanê Kurdî, xwendin û nivîsandina wêjeya Kurdî pêş neketibû. Li hemberî qedexeyên dagirkeriyê li ber xwe daye û herî zêde bi awayê devkî pêş ketiye. Di şevbêrkên civakê de qala hemû hest û serpêhatiyên civakê dikin. Li her gundekî şevên dengbêjan çêdibin. Êş û janên civakê, xeyal, hêvî û daxwaziyên wan di heyranok, stran, çîrokan de tên zimên. Ew li nav civakê belav bûne. Her yek ji wan ji wêjeya Kurdî re bûye hîmek û dewlemend kiriye. Ew çîrokên ku me ji dê û pîr û kalên xwe guhdar dikirin, belkî jî hêvî û serpêhatiyên wan bûn.Ya evîndar, ya serî hildida, ya berxwe dida belkî ew bûn. Kes tunebû çîrokên wan binivîse. Lê wan dîwanên xwe di hişê zarokên xwe de nivîsandin. Ji ber vê yekê dayîk, bûne parêzekên zimanan. Eger zimanê gelekî zindî be, ew gel zû bi zû namire. Jiber vê yekê gelê Kurd tevî hemû qirkirin, kuştin û asîmîlasyonê tune nebû. Dayîkên me ne tenê zimanê Kurdî parastin, her weha pêre, çand, hûner û hebûna gelekî jî parastin. Kesek ji me tuneye ku bi lorîkên dayîka xwe ji xew ne çûyîbe. Gelek ji me bi çîrokên dê û dapîrên xwe di şevên dirêj yên zivistanê de di xew re çûne. Gelek caran ew çîrokên dayikên me ketine xewnên me. Bûne weke bîranînen zaroktiya me, bi vî awayî me jî ji nifşên din re gotine û hatine heya îro. Di navbera dîrokê û îro de bûne pirek. Sembolên di wêjeya devkî de Di çîrok û destanên devkî de çend sembolên sewalan hene ku zêde cîh digirin. Ji wan yek gur e. Gur sembola xirabî û xayintiyê, hesp jî ya egîti û lehengiyê ye. Kew ku zêde tê bikaranîn carna sembola xweşikbûn û nazikbûnê ye, carna jî ya xayiniyê
6
Wêjeya devkî qedexe nas nekir
ye. Di wêjeya devkî de çiya cîhê herî girîng digire. Hema hema di heman çîrok û destanan de cîhê çiya taybet e. Ji çîroka Siyabendê Silîvî, Cembeliyê Hekarî bigirin heya lorikan bingeha xwe dispêrin çiya. Taybetmendiya çiya di jiyana Kurdan de gelek fireh e. Çiya di hemu rojên teng de singa xwe ji Kurdan re vekirine û wan li hember qirkirin, kuştin û xetereyan parastine. Kurdan jî wan weke dayikên dilovan dîtine, bi dilekî rehet pala xwe dane wan. Her çiqas di wêjeyê de cîhekî jinê yê taybet hebe jî, jin cihê xwe yê şayan negirtiye. Bandora têgihiştina civaka baviksalarî tim tê ditîn. Tê gotin ku dengbêjî di destpêkê de karê jinan bûye. Di şîngeran, dawetan an jî şevbêrkan de jin dengbêj bûn. Lê bi bandora têgihiştina civak û olê bi demê re ev kar ji jinan re bûye fedî lê ji mêran re bûye kar. Ji xwe dema ku karek ji jinan re dibû eyb, gûneh êdî ew jê dûr diketin. Bi vê yekê rê li wan dihate girtin. Cûdahiya di navbera keç û lawan de jî hûner û serfiraziya jinê asteng kiriye. Mêr herdem bûye şêr, jêhatî, bikêrhatî, jin jî bûye sûxrekar, barê civakê rakiriye, jan kişandiye. Di destan û çîrokan de evîndarî gelek caran bi trajediyê bi dawî dibe. Jin xwedî soz û biryara xwe ye. Keça evîndar xayintî li evîndarê xwe nake. Weke wêjeyên welatên din, di stranên Kurdî de jî mijara serekê evîndarî ye. Di kilam û heyranokan de evîn bi hestên xurt tê ziman. Kilamên klasîkên Kurdî yên weke, Krîvê û Lawikê Metînî çend ji wan in. Pêşî li jinê hatiye girtin Gelek keçên Kurd ku têra xwe jîr û jêhatîne derfet nedîtine ku bixwînin, pêşî li wan hatiye girtin. Heger ku wekhevî hebûya bawerim we niha wêjeya Kurdî ji nîvî zêdetir nivîskarên jin bû ya. Heger ne ji ew zext û zagonên desthilatdarî, ol û civakê bûye niha jin di her deverên jiyanê de xwedî cihek girîng bûn. Bi pêşîgirtina jinê, pêşî li zimanê Kurdî, çand û wêjeya Kurdî jî tê girtin. Tevî van astengiyan, gelek jinên Kurd ev dîwarên li pêşiya wan hatibû danîn hilweşandin, jîrbûn û gav avêtin. Hunermendên jin ên weke Meryemxan, Ayşe Şan ji wan in. Her weha bi dehan destanên Kurdî nivîskî û devkî hene ku jin tê de cihekî girîng digire. Di destanên devkî weke, Zîna Zedan, Siyabend û Xecê, Binevşa Narîn, Cembeliyê Mîrê Hekari-
yan, Mem û Eyşê, Zembîlfiroş, Seva Hecî, Fatîma Salih Axa û hwd. de jin serkêşiya berpirsiyariyê dikin û li dijî neheqiyê radiwestin. Di çîroka Kurdî de jî dîsa jin rola sereke dilîze. Ne tenê ji hela gotinê ve di warê nivîskî de jî ew bixwe di nava çîrokê de ye. Em ji pêşxistina Kurdî berpirsyar in Li gel hemû astengiyan balkêşe êdî li pirtûkxaneyan de berhemên Kurdî yen nivîskarên jin cîh digirin. Jina Kurd ku zimanê dayîkê û wêjeya devkî parastiye îro di wêjeya nivîskî de jî cîh digire û zimanê Kurdî pêş dixe. Êdî derfetên wêjeya Kurd zêde dibe ev gavekî erênî ye. Gelek berhemên dîrokî, civakî, helbest û her weha pirtûkên zarokan hene û roj bi roj zêde dibin. Di vî warî de dîsa barê herî giran li ser milê dayîkan e. Ji aliyê din ve divê wêjeya Kurdî bibe berhemên nivîskî jî. Çîrokên devkî divê bêne nivîsandin da ku nifşên nû karibin bixwînin, binasin û bigihînin nifşên din. Lekolînên li ser çîrok û destanên devkî divê zêdetir û berfirehtir bibin. Nivîskar li gel çîrokên gelêrî divê yên nû jî binivîsin. Werger zimanan dewlemend dike. Her weha her çîrokek ku Kurdî divê wergerînin zimanên din û ji zimanên din jî wergerînin Kurdî. Lewra divê çirokên li ser jiyan û çanda Kurdewariyê hebin. Ew êdî ne bi rêya dengbêjiyê her weha bi rêya wêjeya nivîskî bigihêje rojên pêş û nifşên din jî karibin bi wan mezin bibin. Bi vê yekê çanda Kurd û nirxên netewî nas bikin. Dema çîrokek derheqê jiyana zaroktiyê li gundan, bi çira û find, bi kanî û bexçe, razana ser text li ser baniya, bênder, paleyî, şevbihêrkan hebe wê nifşên nû baştir fêr bibin ku dê û bavên wan zaroktiyeke çawa derbasî kirine û çawa jiyan e. Ango çîrokên zarokên Kurdan yên jiyan û çandeke din be ew nikarin xwe di nav wê çîrokê de bibînin. Hestên bijîn nîvçe bimînin. Hişmendiya zarokan zêde pêş naxe, bandorê li ser wan nake. Zarok, exlaq û hişmendiyeke pêşketî piranî ji çand û zimanê dayika xwe digire. Ji ber vê yekê herî kêm her şevek xwendina çîrokeke Kurdî, her rojek gotina kilam û straneke Kurdî mafekî sereke yê zarokên Kurd e. Divê dê û bav wan ji vî mafî bê par nehêlin, xwedî li zarok û hebûna xwe derkevin.
dosya
t
Li gerîla weşangeriya Kurdî pêş dikeve Ferzad MEDÎ
T
êkoşîna gelê Kurd ji zimanê Kurdî re jî deriyek nû vekir. Sal bi sal zimanê Kurdî jî pêş ket, di warê nivîskî de berhemên nû hatin afirandin. Li qadên gerîlla jî tevî hemû zor û zexmetiyan ev xebat bi fedakariyek mezin hate meşandin. Ji destpêka pêvajoya têkoşîna çekdarî ve her çiqas ciheke cuda ji bo weşan û çapemeniyê hatibe veqetandin jî, di destpêka van pêvajoyên de li ser navê weşangeriyê xebateke Kurdî ya ber bi çav ango di asta tê xwestin de nîn e. Her çend cih bi cih weşan û kovarên taybet ên gerîlayan hatibin amadekirin jî, di asteke ku bersîv bide pêdiviyan de pêş neketiye. Di nav gel de di dewsa weşanên nivîskî de propagandaya devkî hatiye meşandin. Qedexeya li ser Kurdî pêşî li xebatên nivîskî yên Kurdî girtiye. Gel her çiqas Kurdî biaxive jî beşeke mezin piranî nikarîbûn Kurdî bixwînin û binivîsin. Li qadên gerîlla jî di salên destpêkê de weşanên nivîskî zêde nebûn. Sedemên vê yên bingehîn, dijwariya şer a li qadên Bakur e. Ji ber vê yekê xebatên bi zimanê kurdî bi însiyatîfa kesan nemeşiyaye. Rojnivîskên gerîla û nirxandinên wan di asteke pir qels de maye. Di weşangeriyê de kovara Serxwebûn cihekî girîng digire. Hejmara yekem di Cotmeha 1978´an de derket û ev 31 yek salin tevî her aliyên ku Kurd lê hene xwe digihîne qadên gerîlla jî. Tevî vê yekê hin weşanên din ên li Ewropa û li parçeyên Kurdistanê re hatine çapkirin jî ji gerîlla re hatine şandin. Destpêkirina weşana MED TV, çawa ku li ser gel bandoreke erênî kiriye, li ser gerîla jî heman bandorê kiriye. Bi televîzyonên Kurdî re zimanê Kurdî hîn zêde hatiye bikaranîn û pêşengiya pêşxistina ziman kiriye. Ji ber vê yekê ji çiyê piştgiriyeke mezin ji vê weşanê re hatiye dayin. Ev pêwîstî û hewldan hîmê weşana kurdî ya li çiyê ava kiriye. Ango pêwîstiya di vî derbarî de her roj zêdetir xwe ferz dike. Bi vê girêdayî di sala 2000’an de Yekîtiya Rewşenbîrên Demokratîk hate damezrandin. Li ser navê weşangeriya çiyê vê saziyê risteke girîng leyîst. Nivîs û xebatên berê yên gerîla êdî ji aliyê vê saziyê tên berhevkirin û ji bo çapê tên amade kirin. Pirtûkên wek ji nivîsên bîranîn û rojnivîskên gerîla yên nîv bi tirkî, nîv jî bi kurdî pêk tên, ji aliyê vê saziyê ve tên çap kirin. Her çiqas ev sazî di asteke girîng de li ser navê weşanê rol bileyze jî nihare qasî tê xwestin bersîvê bide pêdiviyên weşana
Kurdî. Ji lewre pêdiviyên di vê mijarê de bi awayek berfireh xwe her roj zêdetir ferz dike. Li gorî van pêdiviyan, di yekemîn Konferansa HPG’ê de, biryara derxistina kovareke leşkerî tê girtin. Di Cotmeha sala 2001’an de kovara bi navê ‘Artêş’ dest bi weşanê dike. Ev kovar Îlona sala 2003’an bi mehane tê çap kirin. Çend meh piştre li ser perspektîfên Rêber Apo ku di hevdîtina xwe ya 21’ê Çileya 2004’an de diyar kiribû, kovara ‘Parastina Gel’ di Sibata 2004’an de dest bi weşana xwe kir. Ev kovar destpêkê bi kurdî, farisî, tirkî û erebî tê çap kirin. Vê gavê bi giranî kurdî, ligel vê bi beşên xwe yên tirkî û erebî ve weşana xwe mehane didomîne. Amadekariya kovarê ji aliye Navenda Ragihandina Çapemeniya HPG ve tê kirin. Kovara bi navê ‘Tanrıça Zîlan’ di sala 2001’an de ji aliyê çapemeniya PAJK’ê ve tê amadekirin û dest bi weşana xwe dike. Heta roja me ya îro weşana xwe ya mehane berdevam dike. Kovara bi navê ‘Star’, di sala 2003’an de ji aliyê çapemeniya YJA STAR ve tê amadekirin û dest bi weşana xwe dike. Heta roja me ya îro weşana xwe ya mehane berdewam dike. Kovara bi navê ‘Komunar’ di serê sala 2006’an de ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve tê amadekirin. Destpêkê bi mehane, piştre bi çapa xwe ya sê mehê carekî ve hîna weşana xwe didomîne. Kovara bi navê ‘Mizgîn’, di dawiya sala 2013´an de ji aliyê saziya TEV-ÇAND´ê ve tê amadekirin û dest bi weşana xwe dike. Heta roja me ya îro bi weşana xwe ya sê mehan carekî ve xwe digihîne xwendevanên xwe. Ligel van kovaran her meh bi sedan pirtûk, broşur û materyalên curbecur ên leşkerî-bîrdozî-zanistî têne amadekirin û çapkirin. Çapkirina van hemû materyalan ji aliyê Çapxaneya Roj û Çapxaneya Azadî ve tê kirin. Weşangeriya çiyê îro di asteke wisa de ye ku ji hemû pêkhateya têkoşeran re bi hêsanî bibe bersiv. Heta gelek caran ji derve re û ji qadên ku nû ji bo têkoşînê vebûye re jî pirtûk, kovar û hwd. tê şandin. Gihiştina weşangeriya çiyê a asta jor, bêguman jixweber nebû. Wan karan di nava derfetên tunebûnê de hatibûn dest pê kirin. Bi prînter û makîneyên fotokopiyê ve bi rojan dihate hewldan ku çend pirtûk û kovar were çapkirin. Yeko yeko komkirina wan pelan, hemû bi dest bi hev ve zeliqandin, zimba kirin û hwd. bi rastî jî kareke pir zehmet bû, wer her kesî/ê nikaribû xwe bida ber. Sebr û kedeke mezin dixwest. Ji wê bêderfetiyê
hatibû dest pê kirin lê belê îro li çiyê kovar û pirtûkên rengdar têne çap kirin. Bi taybet jî di salên dawî de ji bo ev berhem bigihin hemû gerîllayan û qadên jin xebatên weşangeriyê êdî hîn bi berfirehî û bi rekûpêk tên meşandin. Di pêşketina weşana Kurdî de divê mirov rol û xebatên Saziya Ziman jî ji nedîtî ve neyê. Di warê radyo, weşana nivîskî û weşana dîtbarî de kadroyên vê saziyê di asteke jor û bi fedakariyeke mezin tevlî xebatan bûn. Îro jî ev xebat hîn bi berfirehî tên meşandin. Her wiha saziya Ronakbûn û Zanistê û şaxên wê jî bi heman rengî rol dileyîzin. Bêguman bandora van weşan û xebatan li ser tevahî şervanên azadiya Kurdistan, nemaze jî li ser gerîlayên li Qadên Parastina Medya dimînin heye. Ji lewre van xebatan di warê zimaneke hevpar girtinê de risteke girîng leyîst. Tevî van hemû xebat û hewldanan, aliyeke girîng ê zindîkirin û bikaranîna ziman kêm dima. Ji bo bikaranîna zimanê zikmakî xebateke berfireh pêwîst bû. Perspektîfeke ku girîngiya pêşketina ziman di her warî de di asta hebûn û tunebûna gel û mirov de binirxîne pêwîst dikir. Zimanê dayîkê hîmê şoreşê û rojên pêş saz dike, hebûna gelekî ye. Rêber Apo jî paraznameya xwe ya dawî ya bi navê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” vê destnîşan dike. Rêber Apo di vê parêznameya xwe de wiha dibêje: “Ziman daneheva civakî ya zîhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zîhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêş de biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê wateyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin.” Dema îro em pêkhateya şervan û fermandar, tabûr û yekîneyan dinêrin, xwedîderketin û bikaranîna Kurdî di asteke mezin de ye. Ev xebat li ser hemû aliyên jiyanê bi awayekî erênî bandor dike. Bi temamî nebe jî zimanê jiyanê bi giranî Kurdî ye. Fermiyet, civîn û perwerde her wiha. Li hin yekîne û tabûran perwerde weke du beş (Kurdî-Tirkî) were dîtin jî bi giranî bi zimanê Kurdî tê dîtin. Îro li çiyayên Kurdistanê weşangerî û zimanê Kurdî gav bi gav pêş dikeve û ji bo dahatûya bi hezara mîrateyên zêrîn dihêle.
Bandora weşan û xebatên Kurdî li ser Qadên Parastina Medya yên gerîla jî dike. Îro li çiyayên Kurdistanê weşangerî û zimanê Kurdî gav bi gav pêş dikeve û ji bo dahatûya bi hezara mîrateyên zêrîn dihêle. 7
Weşanxaneyên Kurd
û bazara bê pîvan
W
eşanxaneyên ku pirtûkên Kurdî çap dikin ligel ku ji aliyê naverok û qalîteyê ve gelek pirs û pirsgirêkan dijîn jî her ku diçe pêş ve gavan davêjin. Tevî asîmîlasyona dijwar a serdestan jî her roja derbas dibe, xwendevanên Kurdî zêde dibin. Hejmara pirtûkên Kurdî ya salane jî gihiştiye merheleyeke girîng. Bêguman zêdebûna pirtûkan û weşanxaneyan tevî aliyên erênî gelek pirsgirêkên nû jî bi xwe re anîne. Standartên weşangeriya Kurdî di tercîhkirin û weşandina pirtûkan de çênebûye. Heke mirov li sedema vê yekê binêre, bi rehetî dikare bêje weşanxaneyên Kurd nebûne sazî û dezgehên piralî. Çêtir e mirov bêje ji bilî çend weşanxaneyan, sazî û sazûmanî tune ye, lê kes û kesayetên vî karî dikin hene. Ji ber ku nebûne sazî, piraniya weşanxaneyên Kurdî ne domdar in û piştî dijwariya mijarê dibînin, dest ji kar berdidin.
hebûna niviskar bêwate dimîne. Di nava vê alozî û kêşmekêşiyê de pirtûkên bi qedirbiha jî qîmetê xwe winda dikin û di nav de winda dibin. Ji ber ku çavkanî ne gel û daxwazên gel in, li gorî hesab û bazaran tên çapkirin, piraniya pirtûkên çapkirî di depoyan de dimînin. Ev yek dibe sedem ku berhemên nivîskarên Kurd jî negihijin gel. Astengiyên aborî Ji ber asîmilasyona dijwar xwendevanên Kurdî li gorî Tirkî û zimanên din kêm in. Di vê mijarê de pirsgirêka mezin ew e ku ji bo pirtûkên Kurdî bên çapkirin, yên Tirkî çap dikin û bi wî rengî Kurdî fînanse dikin. Ji bo parastina zimanê dayikê weşanê dike lê di warê aborî de xwe bi Tirkî li ser lingan digire.
Dewlemendiya mijaran Li Kurdistanê dewlemendiyeke mezin a leşkerî, civakî, çandî û dîrokî heye ku bibe mijara hemû cure Nivîskariya bi pere berheman. Lê nivîskar di vegotina destanên qehreTAYÎP TEMEL maniyê de kêm dimînin û heke binivîsinin jî dereng Pirsgirêkeke mezin jî ew e ku piraniya wetevdigerin. Kurdistan qadeke xam e û hemû kes ji vê şanxaneyan bêpivan in û gelek caran bi pere pirtûkên bê qelîte çap dikin. Ya ji vê yekê jî balkêştir ew e ku kaniyê têr vedixwe. Lê Kurd di vegotina vê heqîqetiyê de qels gelek weşanxane, xwe bi çapkirin û firotina pirtûkên xwe li ser dimînin. piyan nagirin. Ango xwe bi pereyê ji niviskaran distînin li ser Mijar û çîrok tên qetilkirin piyan digirin. Ji ber vê feraseta kambax û xirab 'yê/ya xwedî pere dikare bibe xwedî pirtûk jî.' Gelek pirtûkên bi vî awayi Bêguman pêwîstî bi lehengên balkêş û analîzên kûr ên binderketî hene. Bi vî awayî hejmara niviskaran zêde dibe lê qalî- hişî jî heye.Tiştên seranser, bûyerên ji rêzê û diyalogên tu kûrahî teya berhemên ku derdikevin kêm dibe û dibe sedema jarî û û wateya wan a felsefî, civakî û hizrî nebe piştî demeke din qelsiya weşangeriya Kurdî. xwendevanan aciz dikin û lewre jî rêjeya xwendina romana Pirtûkxaneyên ku bi pereyê ji nivîskar standî pirtûkê çap Kurdî hindî kêm, ew qas kêmtir dibe. Jixwe ne mimkûne ku di dikin hene. Nizanim ka li devereke din a dinyayê ev yek heye an na. Lê ji bo rewşên wiha mirov bi rehetî dikare bêje ku qaîde û pîvana çapkirina pirtûkê dibe pereyên nivîskar. Di rewşeke wiha de mirov nikare behsa naverokek têr û tije jî bike. Dema pîvan bibe pere, wê demê edîtor, desteya weşanê û weşanger jî dibe pere. Ev yek bi tenê bandorê li ser naveroka pirtûkên hatiye weşandin nake, çend encamên din jî bi xwe re tîne. Bo mînak; dema yê dewlemend pirtûka xwe weşand, li aliyê din dibe ku nivîskarên xwedî hunerek hêja lê feqîr û hejar nikarin bê pere pirtûka xwe bidin weşandin. Jixwe gelek caran jî wisa dibe. Yekê dewlemend dikare di salekê de çend pirtûkan çap bike, yê desteng jî bi salan li bendê dimîne ku weşanxaneyek li ber bê da ku pirtûka wî/wê biweşîne. Pirtûk nayên belavkirin Dema pirtûk bi perspektîfa firotinê neyên çapkirin, nayên belavkirin jî. Çapkirin û weşandina bi sponsoriya nivîskar gelek encaman li gel xwe tîne. Encameke vê rewşa kambax ew e ku weşanxane nakevin derdê belavkirin û firotina pirtûkên bi pereyê nivîskar hatine çapkirin. Vêca gelek pirtûk wekî heyî di depoyan de dimînin. Kêmasiya rexnekiran Ji ber ku rexnegir û rexnekirên pirtûkên bi Kurdî nînin (an jî pir kêm in) û lijneyên weşanê yên ku diyar bikin kîjan berhem hêjayî weşanê ye kîjan jî nexwedî naveroka çapkirinê ye gelek caran pirtûkên bêqalîte tên çapkirin. Heta trajîkomîk e lê lazim e bê gotin ku hin kes bi tenê ji bo pirtûkên xwe çap bikin, weşanxane ava kirin. Lewre gelek weşanxane bi awayekî xwezayî hatin girtin. Pirsgirêk ew e ku bingeha rexneyê di weşangeriyê de tune ye. Tunebûna rexneyê pêşveçûna weşangeriya Kurdî birîndar û leng hiştiye. Balkêş e, an rexne wekî êrîş û heqaretê tên fêmkirin, an jî wisa bi baldar li ber çavan tên girtin ku
8
çîrok û romanan de hemû gotin peyaman di nava xwe de bihewînin û carna ji bo girêdana bûyerê bêguman hewcehî pê heye ku hêmayên ku di nava bûyerên esasî de bi tenê rola pirekê bilîzin dibe ku hebin. Lê qet nebe divê di her rûdan û bûyerekê de balkêşî û ecêbiyeke ku xwendevan dixe nava hizrîn û mereqê jî hebe. Lê di salên dawî de em dibînin gelek nivîskarên Kurd bûyerên ku her yek ji wan dikarin bibin wesîleya çend romanan, bi carekê xerc dikin. Û cihê mixabiniyê ye ku ew rêbaz, metod û awayê ku çîrokê pê vedibêje pir ji rêzê ye. Ji ber vê çendê jî pirtûka hatiye nivîsandin dibe cînayetek û nivîskar jî dibe kujerê mijarê. Taswîr û wêjeya ji jiyanê dûr Gelek caran bi fikara ‘bila nivîs wêjeyî be’ teswîrên ji jiyana rastî dûr û ji zimanê civakê yê rojane veder di romanan de cih digirin. Rewş tê wê astê ku li hemû Kurdistan û cîhanê bigerî rastî zimanekî wisa nayê. Ev yek jî yek ji hêmayên girîng e ku tesîrê li xwendevanan dike da ku ji pirtûkên Kurdî sar bibin. Yek ji sedemên esasî ya kêmasiya naverokê jî kêmbûna xwendevanan e. Nexwendina berhemên Kurdî û bêeleqedariya ji bo wan, dibe sebeb ku weşanger û nivîskar motîveyî karê xwe nebin. Wekî encam hêjayê gotinê ye ku di weşangeriya Kurdî de pêşketinên girîng hene, lê tevî vê serkeftinê jî berhemên Kurdî û nivîskariya Kurd hêj negihiştiye heqîqet û dewlemendiya civaka Kurdistanê. Ew qada xam û dewlemend li benda nivîskarên xwe ye û berhemên hêja li benda weşangerên xwe yên micid in. Her wiha pirtûk û weşanxane jî li hêviya xwendevanên xwe yên bi mereq û hilbijêr in.
Weşanxaneya Lîsê
pireke wêjeyî di navbera zaravayên de ava kir
Di vejandina zimanên bindest û serkutkirî de werger bingeh e. Destpêka zîldana wêjeya hemû zimanan bi wergerê dest pê kiriye. Wekî din, werger dikare zimanê Kurdî ji beyabana xwevederkirinê derîne û derbasî cîhana pêwendîdanîna bi zimanên din re bike. Lal LALEŞ
W
eşanxaneya Lîsê di sala 2004'an de piştî gelek gengeşe, civîn û guftûgoyên dûr û dirêj, ji alîyê çend rewşenbîr, nivîskar û wergêrên Kurd ve hate damezirandin. Di destpêka danûstandinan de, xebat li ser pêdivîyên zimanê Kurdî hatin kirin. Pirsa sereke ew bû ku ji bo vejandina ziman û wêjeya Kurdî, pêwîstî bi çi heye; gelo weşangerîyek çawa dikare koka vî zimanî xurttir bike, bîra wî kûrtir bike û ayendeya wî geştir bike. Ji destpêka damezirandinê ve, Weşanxaneya Lîsê giranî da vejandina klasîkên Kurdî, berhemên Kurdî yên winda û kêmnas û wergerandina şahberhemên klasîkên cîhanê. Di nava deh salên xebatên Weşanxaneya Lîsê de, nêzîkî 250 berhem hatin weşandin. Di sala 2007'an de, Weşanxaneya Lîsê dema seta Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî weşand, vê setê dengekî mezin veda di nav nivîskar, rewşenbîr û xwînerên Kurd de û hîn jî bandoreke mezin li xwîneran dike ji ber ku cara yekem li Bakurê Kurdistanê, di nava dilê Amedê de, xwîner ew qas berhemên sereke li ber destê xwe dîtin. Ev yek bû hêvîyek ji gelek kesan re. Bi dehan kesan bi nameyan spasîya Weşanxaneya Lîsê kir û gelekan jî serî li weşanxaneyê da û kêfxweşîya xwe anî zimên. Wekî Weşanxaneya Lîsê, me ji serî de karê xwe yê weşangerîyê li nava Kurdistanê da meşandin, ji ber ku em bawer in ku divê tovê zimanê me di nava axa me de aj bide. Ji bo me, xebata li nava welêt tiştekî bingehîn û sereke ye. Heger em bala xwe bidinê, di salên '80'ê û 90'î de, karê weşangerîya Kurdî, bi neçarî û ji ber serkutkirina dewletê, li Ewropayê û di pişt re li Stenbolê dihate meşandin, vê yekê bandoreke rasterast û kûr neda peydakirin û me dît ku xwendina Kurdîyê di nav derdoreke teng de asê mabû, yanî xwînerên ji nava gel hindik bûn, lê dîsa jî tecrûbe û karê wan cihê rêzdarîyê ye û hîmek ji bo me danî. Piştî ku dewlet di encama berxwedana dûr û dirêj a Tevgera Azadîya Kurdistanê de neçar ma ku milê xwe ji hin mafên gelê Kurd re deyne û êdî me karîbû li gor derfetên xwe yên hindik jî karê weşangerîyê li nava Kurdistanê bikin, rewş hate guhertin û êdî gelê Kurd, bi taybetî ciwanan, bersiva vajandina zimên da. Weşanxaneya Lîsê giranîyê dide wergerandina klasîk û berhemên giregirên cîhanê, ji ber ku em wisa hizir dikin ku heta zimanê Kurdî di tecrûbeya wergerê re derbas nebe û xwe ji hêla zimanî û wêjeyî ve dewlemend neke û nivîskar û xwînerên Kurd wêjeya cîhanî bi zimanê xwe nexwînin; wê wêjeya Kurdî tu carî
gavên berbiçav neavêje. Weşanxaneya Lîsê heta niha wergera Kurdî ya pirtûkên zêdeyî pêncî nivîskarên herî navdar ên cîhanî weşandîye, mîna berhemên W. Shakespeare, F. Kafka, C. Lamb, O. Henry, W. Blake, Selîm Berekat, Yaşar Kamal, Orhan Pamuk, Murathan Mungan, Ahmet Telli û hwd.Yanî bi gotineke din, xeta me ya weşangerîyê ew e ku di vejandina zimanên bindest û serkutkirî de, werger bingeh e. Heger em bala xwe bidin tecrûbeya hemû zimanên dinyayê, em ê bibînin ku destpêka zîldana wêjeya hemû zimanan bi wergerê dest pê kiriye. Wekî din, werger dikare zimanê Kurdî ji bîyabana xwevederkirinê derîne û derbasî cîhana pêwendîdanîn û danûstandina bi zimanên din re bike. Ev xeta me ya wergerê, wergêrên her çar parçeyên Kurdistanê gihandin hev û gelek wergêrên ciwanên derxistin holê, yanî êdî Lîs bû lîs û hêlîna hemû ciwanên ku tu kes li keda wan xwedî dernediket. Li hêla din, heger em behsa kêşe û alozîyên weşangerîya Kurdî bikin, em dikarin di serî de vê yekê bibêjin: Pêdivîya sereke ya weşangerîya Kurdî avakirina yekîtîya weşangerên Kurd e. Di vî warî de tevlihevîyeke mezin heye; ji ber ku sazî, partî, şaredarî û dezgehên Kurd tu carî li hev rûneniştine, tenê hin caran weşangerên Kurd têne ba hev lê tu encam dernakevin holê. Yanî weşanger li ser problemên weşangerîya Kurdî bi rêkûpêkî nepeyivîne, mirov nikare tesbît bike bê ka dîtina hemû alîyan a di der barê weşangerîya Kurdî de çi ye? Li vê derê, em dîsa pê dihisin ku pêdivî yekser bi yekîtîyeke weşangerên Kurd heye. Heger weşanger karibin li hev bicivin û xwe bi rêxistin bikin, di bawerîya me de wê sazî, partî, şaredarî û dezgehên Kurdî hewl bidin ku alî weşanxaneyan bikin û statuyeke nû ji bo weşangerîya Kurdî biafirînin. Kêşeya din kêmbûna xwîneran e, yanî mesele nayê pîvan. Xwînerê Kurd li gor nifûsa Kurdan pir kêm e, em dikarin behsa hewldana afirandina xwînerekî Kurd bikin û jixwe ev e barê herî giran ê weşanxaneyên Kurdî. Ji bo meseleya fînansebûnê jî; em dikarin bi awayekî vekirî bibêjin ku tiştekî bi navê xwefînansebûnê tuneye di nava weşangerîya Kurdî de. Jiber ku -wekî ku me li jor da dîyarkirin- xwînerên Kurd kêm in! Ma avahî bê bingeh û stûn tê lêkirin? Piranîya weşanxaneyên Kurdî li ser pişta xwedîyên xwe û hinekî jî firotina pirtûkan dijîn, wekî din tiştek tuneye, mixabin! Ji bo danasandina pirtûkên Kurdî û karê firotina wan, firotin bi giranî li gor şêwazên kevn û tozgirtî pêk tê û ev yek kambaxî ye. Yanî wekî mînak, reklameke xurt û hêja ji pirtûkan re nayê
kirin, heger pirtûk bi kalîte be jî! Di vî warî de, bêguman Rojnameya Azadîya Welat roleke girîng û tekane dilîze, lê xwezî li gel wê çend dergehên din hebûna ku berhemên Kurdî bidana nasandin, lê mixabin tunene! Yanî dîtina me ew e ku pêdivî bi paşekeke pirtûkan a hefteyî heye ku bi rojnameyê re bê belavkirin û pirtûkên Kurdî ji xwîneran re bide nasandin. Ev jî jixwe gava pêşîn e û gerek e îroj berî sibe were cîbicîkirin. Her weha divê pirtûkxaneyên Kurdî zêde bibin û şaxên xwe bigihînin hemû bajar, bajarok, navçe û gundên Kurdistanê. Li vir jî em sed xêzê dixin bin gotina "Gund" de, yanî divê di her gundekî Kurdistanê de pirtûkxaneyek hebe, ev barê hemû sazî û rêxistinên Kurdan e, divê em zimanê xwe ji navendê belavî hemû deverên Kurdistanê bikin. Wekî din, Weşanxaneya Lîsê di heman demê de karekî wêjeyî yê berfireh dike û çalakîyên kulturî li Amedê û gelek bajar û bajarokên Kurdistanê li dar dixe. Derfeta ku xwîner û nivîskar bêne ba hev û bi hev re li ser ziman û wêjeya Kurdî biaxifin û pirsgirêkên wê nîqaş bikin û bi vî awayî wêjeya Kurdî bigihînin asteke bilind. Ev azmûna han, hem xwîner û hem nivîskaran xurt dike, yanî atmosfereke rexneyî tê afirandin û xwîner jî gotina xwe dibêje. Dîwarê din ê ku Weşanxaneya Lîsê pişta xwe didiyê, wêjeya Kurdên Ermenistan û Kafkasyayê ye.Yanî tecrûbeya Kurdên Kafkasyayê ya ji salên bîstan heta niha ve. Li vir Weşanxaneya Lîsê bi edîtorî û edîsyoneke birêkûpêk gelek şahkarên Kurdên Kafkasyayê weşandine ku ji bo gelê Kurd gencîneyeke giranbiha bûn û Weşanxaneya Lîsê ew ji nav pencên windabûnê rizgar kirin û raberî xwînerên Kurd kirin. Ji 'Şivanê Kurmanca'ya Erebê Şemo bigire heta 'Hewarî'ya Hecîyê Cindî, ji 'Xatê Xanim'a Elîyê Evdilrehman bigire heta 'Destê Dê'ya Emerîkê Serdar. Ji bo me ev şanazîyeke herî mezin e ku em van cewahiran pêşkêşî gelê xwe bikin. Yanî heger ne ji vê xebata me bûya, wê tu kesî li Bakurê Kurdistanê Fêrikê Ûsiv nas nekira, wê Xelîl Çaçan bihata jibîrkirin. Xebata me ya di vî warî de wê her dewam bike, niha jî me berhemên hêja yên nivîskarên gewre yên Kurdên Kafkasyayê xistine dewrê ku em wan di demeke nêz de biweşînin. Li vir jî em mizgînîya weşandina berhemên giştî yên Xelîlê Çaçan, Wezîrê Eşo, Ezîzê Gerdenzerî, Fêrikê Ûsiv, Erebê Şemo, Emerîkê Serdar û Elîyê Evdilreman didin xwînerên Kurd. Wekî gotineke dawî jî; Weşanxaneya Lîsê, wekî weşanxaneyeke Kurdistanî, wê hin gavên girîng û berbiçav biavêje di warê avakirina pireke wêjeyî di navbera zaravayên Kurdîyê de û wê gelek berhemên Soranî û Kirdikî biweşîne.
9
gotar
Ez rêwiya rêwîtiyên bê rawestgeh im t
bingehîn bû û tevahî leyîstok wî qezenç dikir. Lê Sargon her tim dimir û bi kenek biçûk ji dilê te diket nav êvî, di şînahiya tovekê de, di perpitîna çûkekê cîhana kûr ya hêviyê. de, di kenê zarokekî de veşartiye... Ma ne hêvî Dilekî digot, tenê hêviya min maye… bû yê ku mirov dixiste mirov? Zarokê hêviyê di warê hêviyan de hatibû cîhanê. Di Ma ne hêvî bû yê ku bawerî û hizirandin diafirîne? meskenê hêviyê yê ku lê hatibû dinyayê, diyar bû ku wê Ma ne hêvî ye, yê ku pergalê vedugherîne kaosê, yê ji nû ve bibe afirînêrê hêviyê. Siberojê wî, wê biba pisûserî bi mirovan dide hildan, yê ku bi qehremaniyek leya jiyanê. Wê derketa rêwîtiyên bê rawestgeh. Wê ji sûmezin davêje nav lêgerînan? Ma ne hêvî bû yê ku di lavan re biba deng. Zarokê hêviyê rojekê dengek bihîst. cihê ku mejî û dil lê dibe yek, fedayiyên ku xwe şewi- Ji taldeya xwe ya bê serûber, ev dengekî tîj û tenik yê ku tandine avakiriye? rastê qerînan hatibû. HÊVÎ!... Guh dayê û dest bi lêgera Jinekê digot, tenê hêvî maye, kesekî dengê wê nedi- ka ev deng ji ku derê tê kir. Bû rêwiyê rêwîtiyên bê rabihîst. Lê wê hertim hêviya xwe di germahiya porê jinekê wastgeh. Dengek, dengek bihîst û rojekê dest bi bûyîna de parast. Li hemberî tevahî êrîşan, zanîbû ku çawa her dengê bi hezaran mirov kir, bû hêvî ji mejiyan re. Hêvî, tim li ser piyan bimîne, serî netewîne û bi ser bixe. Bi be- mirov ji cîhana kor şiyar kiribû. Hêvî, ruh dabû mirovan lavkirina xweşikbûna dilê xwe li tevahî cîhanê, hêvî bû û êdî mirovan fêm kiribû ku hêvî ‘‘JÎN’’ e, hêvî ‘‘JIYAN’’e. çavkaniya jiyanê. ‘Gihişte jin, jiyana xwe. Rojhilata Navîn digot; tenê hêviya min maye… Evîndaran digotin tenê hêviya me maye… Di bahoza xwe de radestî bayê bûbû. Hêvî gur bû, Înanna qîr dikir û digot, “ME’yê min bidin min”. Leyla çiqil da, qît da û li tevahî cîhanê belav bû. Bû sewdayek, Mecnûn dixwest, Aslı Kerem, Edûlê Derwêşê Evdî û bû azweriyek. Hêvî bû navê jiyana nû. Dayîk û bavan Rojhilata Navîn jî hêviya xwe dixwest. Lê kesekî ew jî navê Hêvî li zarokê xwe kirin. Hêvî êdî li her derê bû. nebihîstin. Bi bê dengî qîr dikirin. Şemateya di Di mejiyan de, di dilan de, di hestan de û di rahundirê wan de wek sûlavê bû. Dilê wan manan de bû… Heskirin veguheriya hêçiya disitirand. viyê. Rêzdarî, girêdan, aşîtî, ziviriya hêviya Bû rêwiyê Dil nikaribû van hemiyan di hundirê azadiyê. Hêvî ji nûbûnan re zayîn avarêwîtiyên bê rawestgeh. xwe de bihewîne… kir. Êdî çewher/toz/soz derket holê û Dil veguheriya merzelan… Dengek, dengek bihîst rêwiyên rêwîtiyên bê rawestgeh zêMirov ewqas bê hest bûne ku êdî detir bûn… û dest bi bûyîna dengê qêrîna jî nabihîzin. Ez ji te dipirsim Erê, her tişt wisa xweş nîn bû, yên bi hezaran mirov kir; bû hêvî hey mirov! Gelo tenê tu di vê cîxirab jî derketin ser dikê. Bê hêvîtî hanê de dijî? pozber kirin, gotin ku hêvî miriye û ji her kesî re. Hêvî, mirov ji Zarokekî digot tenê hêviya min carek din nayê dinyayê. Me bi milcîhana kor şiyar kiribû. maye… yonan re şerê hêviyê meşand. Me bi Leyîstokekî bi navê “Ka Xeyalên Hêvî, ruh dabû mirovan û êdî hezaran re bedenên xwe di merzela Min” ji nûve bidin min. Leyîstokên mirovan fêm kiribû ku hêvî dilê xwe de çand. Niha êdî dil nikarin wan ji çek û keviran bû. Qehremanê leewqas merzelan rakin. Lê vê carê pu‘jîn’ e, hêvî ‘jiyan’ e. yîstokê jî Sargon bû. Ew her tim serokê Ş. Hebûn AZAD
H
10
sûlayên jiyanê bi hêz bûbûn. Vê carê serî ne tewandin. Derketin çiya, di lutkeyên herî bilind de, bi pêxistina agir, bûn xwişk û birayê serhildanê. Zarokên aşitî û hêviyê digotin; tenê hêviyek maye. Ew jî tevlî zarokên agir û rojê bûye. Em bi kişandina bêhna simbilên zeviyên aşitiyê di hundirê xwe de, pêşde çûbûn berve rêwîtiyên bê rawestgeh. Bi zarokên hêviyê re me qêrîna aşitiyê bilind kir, êdî gelan bi gotina ‘‘aşitî, aşitî’’ qêrîna xwe bilind kiribû. Mirovên Rojhilata Navîn, yên Efrîqayî, Filistînî, Çermsor, Aborjînî, Çeçenî, Apociyan digotin; ‘‘êdî hêviya min di destê min de ye’’. Hêviya min di zozanan de, di jîndaran de ye. Ji bo bûyîna Zîlan, Bêrîtan, Tekoşîn û Silav, bi hêviya hevdîtina di rêwîtiyên bê rawestgeh de… Em niha li lûtkeyek bilind in, lê ez hîs dikim ku hinek tişt kêm in. Azadî… Dibe ku ez li bilindahiyê bim. Lê gelê min, Serokê min dîl girtîne. Erê, Serokatî jî bi komployek reş re dîl girtin. Dibe ku bi êş be, lê ev rastiyek e. Ji ber van sedeman hatina min ya gerîla, rawestgeha min ya yekemîn bû û ji bo her tiştê ku ez jê bawer dikim, rawestgeha min ya yekemîn wê bibe rawestgeha min ya dawiyê. Nazim Hikmet di wesiyeta xwe de, tenê dareke çinarê li ser tirba xwe xwestibû. Ez jî di van çiyan de dixwazim bi çeka xwe re bimrim. Ger ku wê mirinek li serê van çiyan hebe, divê bi şerkirinê be, bi rûmet be. Tû yê bi şerkirina di oxira Apocîtiyê de bimrî. Wê mirina te bi pîrozbûna mirinê re watedar bibe. Min tirsa xwe ya mirinê di van çiyan de têkbir û min cara yekemîn hîs kir ku ez yê van deran im. Niha jî bi baweriya vê rastiyê re ez pêş de diçim. Tu di nav van hemû ramanan de diçî tê. Di nav bahozan de tu di bahoza xwe de têk diçî. Ji ber sedemên ku ne di destê te de ne, tu dikevî ber bayê vî çiyayî û yê dinê û kenekî hevalekî te tîne ser xwe. Saeta vegerînê hatiye. Cihê ku tu hatiyê, tu carekê din lê dinêre û tu dibêjî ‘waaaa…’ Di vî çiyayê bilind û di nav van latên qewîm de tu silavekê dişînî ji rojê û hevalên xwe re….
t
ç îrok
Talip KALIN*
M
erdan giriya. Hêsirên şor dilopî ser birînên wî dibû. Birîn êşiyan, jan dan û tîrên janê li dilê Merdan eser kirin. Birînên wî her ku jan dan, hêsir jî hewqas li dû hev rêz bûn!.. Rêka wî dûr, barê wî giran bû. Ew ku tu barek jî li piştê nîn bû. Barê herî giran vê gavê dîsa bedena wî bixwe bû. Qudûm lê şikestibû, çavên wî reşeve dihatin. Ev çend roj bûn ku di rê de bû, ji bîr nedianî. Bi rojan bû ku qotek nanê tisî xwaribû gelo, ev jî nizanîbû. Tenê ya ku dizanîbû, jana guleyên li bedena wî û xwîna ku li dora birînan hişkbûyîbû. Fîşekekê zikê wî ji tehîlê heya navikê qelaştibû. Hevalên wî di wê oxirmeya giran de, li bin barana guleyan, çermê zikê wî dirûtibûn. Şûna guleya ku li bin dilê wî ketibû, li piştê bişkok vedabû jî dax kiribûn. Destê rastê jî bi derbeyek xedar ve seqet bibû, hestiyên dest tevlihev bibûn. Birînên wî cih bi cih hewagirtî bibûn, kêm girtibûn. Gelek jar ketibû, çav lê kort de çûbûn, rû û porên wî yên dirêj li nav hev ketibûn. Yekî qemerî bejn bilind bû, ji girêdana rext nava wî zirav, navmila wî fireh dixwiya. Navmila wî hinekî xûl (xûz) bû. Te digot qey, ev navmila pahn ji giraniya çanteyê gerîlatiyê xûl bûye. Cilên wî yê gerîla di xwîn û heriyê de mabûn. Lê her çendî di rewşeke xirab de be jî cilên gerîla bejn û qama wî tanîne çav. Navê wî Merdan bû. Bi xwe gerîlayê Bakur bû. Di şer de birînên xedar girtibû. Biryargeha Bakur, ew şandibûn nexweşxaneyek Îranê. Hefteyek piştî çûyina Îranê, pasdaran ew û neh hevalên wî derdest kiribûn û radestî artêşa Romê kiribûn. A niha êdî li tabura artêşa Romê ya Colemêrgê hêsîr bû!.. Di nav desteyek tîm de bi zor gav diavêt, piyên wî di erdê re dixişikîn. Bêxewiyê, birçîbûnê û jana birînên kêmgirtî Merdan kiribûne nîvmirovekî. Korîdora ku lê dimeşiyan qet bi dawî nedibû. Tim li ber deriyê hucreyekê sekinî. Merdan jî bê eman pala xwe da dîwêr. Leşkerekî ji bêrîka xwe tomarek mifte deranî, deriyê hucreyê vekir. Bi şîngîna deriyê hesinî ve Merdan dehfandin hundir. Merdan mîna kelkeleyek payîzî ye ba revandî pekiya, yekser bi bejna xwe li nav hucrê deverû dirêj bû. Jiber zerpkirinê, birînên wî jan dan, wisa jan dan ku Merdan tab nekir, xerikî, jixwe ve çû. Bi jana birînan xeriqîbû, dîsa bi jana birînan bi xwe ve hat. Çiqas zeman bû xeriqî bû, nizanîbû. Serê xwe hêdîka bilind kir, bi çavên şikestî li dora xwe mêyzand. Di hucreyeki biçûke bê pace de bû. Li kuncekî ranzeyek hesin ê du qat hebû. Li ser her qatekî jî doşek, balîf û betaniyek leşkerî hebûn. Xwe ber bi ranzê ve kişand. Bi axîn, dest avête şîşa kêleka ranzê û xwe wergerand ser qata binî. Qirêjê rengê doşeg, balîf û betaniyê dabelandibû. Çavên wî bi xweberê hatin girtin û nîvxeriqî di xew re çû! Germ e. Gelek germ e. Laşê Merdan sinciriye, neksa wî diçike. Li nav dirik û deviyan bê sekan dibeze. Bedena wî di stirû û dirik û xişîran de zîtol zîtolî dibe. Canê wî diêşe... Bê hesap diêşe. Him dibeze him jî jixwe re dibêje; “Ez li deşta Ûrmiyeyê me.” Lê qet naşîbe deşta Ûrmiyê. Erdekî hişk, germ, xişîr, dirik û strî ye. Ne deşt e, ev xak bêhtir dişibe beyaran. Çiyayên Heftenîn di navîna deştê de bilind dibin, li aliyekî jî ew geliyê li pişt gundê wan dirêj dibe. Ji Heftenîn dengên qilêşan leq bi hewayê dixin. Nalînek kûr bilind dibe ji geliyê. Merdan telba dayika xwe dike, bêhna wê hildide, pejna wê dihezirîne, lê dayik tu naxwiyê. Axx, ev car jî himbêza dayikê wê bibaya qismet! Ji gelî nalîn bilind dibe. Canê Merdan zîtol bûye, diêşe. Ji qudum ketiye, himbêza dayîkê gelek dixwaze, pejin heye, lê dayîk bixwe naxuyê! Germê bedena wî sincirandiye, neksa wî diçike. Dengê nalînê ji guhên wî nabire. Paşê gelî, Heftenîn û deşt di cih de hil dibin, dihejin, li nava hev dikevin û noqî avekî dibin. Merdan dibêje; “Ev av gola Ûrmiyê ye.” Li dawî gol jî lê winda dibe. Lê ew nalînên kûr jê naqetin. Merdan dîsa li hucreya biçûk, li ser ranzeya hesinî, di nav nivînên leşkeriyê qirêj de ye. Xwe jixwe re dibêje; “Ev xewn e, dizanim ku ez di xew de me! Lê ev nalîn ji ku tê?” Paşê çavên xwe hêdîka vedike. Zeriyek nûciwan, pal daye dîwarê pêşber, berî li Merdan rawestaye! Porê wê yê reş li nav hevdu ketiye, bûye gijîk. Birî û bijangên wê jî reş in. Cilên gerîla lê ne! Lê cilên wê parçe parçeyî bûne! Merdan di dilê xwe de dibêje; “Gerîlayek hevqas pejmûrde dibe?” Doranên çavên wê reş bûne, werimîne, li si-
nalîn
M
erdan dîsa li hucreya biçûk, li ser ranzeya hesinî, di nav nivîna leşkerî yê qirêj de ye. Xwe jixwe re dibêje; “Ev xewn e, dizanim ku ez di xew de me! Lê ev nalîn ji ku tê?” Paşê çavên xwe hêdîka vedike.
fetê wê reşaya şûnen derbeyan dixwiyên. Ji aliyekî devê wê ta bin çeneyê şûna çixêzek xwîn kifş e. Rengê xwîna ku li bin çeneya wê ziwa bûye, reş dike. Cilên li ser ta navikê tîş bi tîş hatine qelaştin, hêlên cilen qelaştî li ba dikevin! Memikê wê yê rastê bi derba kêrekî ve, bi qasî çar tiliyan hatiye vêxistin, memikê çepê ji binî ve tune! Çawa ku dixwiyê guleyekî dilê wê vejendiye! Xwina dilê wê hîn jî nemiçiqiye, zirav zirav dilop dike. Spîkên çavên wê şêlû bûne û dinale. Merdan jê dipirse; -Tu kê yî? Ew bê lebat dibersivîne: - Ez Nalîn im! - Tu çawa hatiyî vira? - Ez ji vir qet derneketim ku! - Çawa? Yanî paşerojeka te qet nîne? Berî vir tu li kuderê bûyî, te çi dikir, li vir çi dikî, vanan ji min re vebêje! Nêrînên wê timî mit in, dîsa bê lebat dibêje;
- Vebêjim; navê min Nalîn e! Û Nalîn vedibêje: -Ez ber bi bayê evînê ketim, bayê evîna xwe! Pekiyam ber bi werzên nebeled ve. Hin caran serî û piyên min cih guhastin bi hevdu. Carînan jî di nava vî bayê evînê de, ez bixwe jî bûme bahozek! Bahozekî dîn û har û bê eman! Û min bi dînanî lîland! Her tişt ma li pey min. Gundan, bajaran, çol, çiyan û daristanan... Hemû man li dû min! Bi werzekî barankêş re rûbirû mam. Werzekî xeribî nenas! Min werzên xerîb tenê di wêneyan de nas dikir. Lê ew roj bi hemû rastiya xwe ve li pêş min dilerîzîn werzên nenas. Paşê min Îştariyet pêşnumand jixwe re! Lê Gilgamêş li min bûne bi hezaran! Bavbûn, birabûn, hevalbûn, fermandarbûn..! Hemû Gilgamêş bûn! Ez bilind firiyam, wanan ez nimiz xistim! Min jî ji xwe re cîhanek nû afirand, cîhanek li xasê xwe. Min cihanek wisa afirand ku bêyî destûra min, tu destên biyan negihişte, tu nezerên xirab ew nedît! Paşê min di cîhana xwe de werzeyên xwe xêz kir û bi wêneyên xwe aşîna ve xemiland. Min navne nemiran kolan li binê wêneyan. Paşê min himbêz kir ew wêneyên aşîna û ez ketim korîdorên paşerojek ku rêya bi salan dûr! Li dawî mij û moraneke sar, li serê min, bû tacê bextreşiya min! Û ewrên bêbextiyê dereve bûn li min. Barana neçariya min tenê ez rapêçam. Baranê dilop bi dilop li dilê min gol girt, li sifetê min bû lêhî û herikî û herikî!.. Min nexwest ku wêne ji destê min bikevin û hin bi arînî min ew himbêz kirin. Barana min jî ew himbêz kirin û wêne şil bûn, sûret heşîbîn, tenê ev navên kolayî man. Paşê min ew navan ji wir rakirin û li dilê xwe kolan. Dilê min bu hespekî rahwan, şahrabû, deşt, zozan, çiyan da ber xwe û ez li cîhana min gerandim. Min di vê gerê de ji nû ve xwe dît, xwe nas kir. Min, çi dikir, çi dikim, ez dê çi bikim, nizanim. Ez çi bikim ku her tişt bu awazê min ve rabin reqsê? Bi ku ve biçim da ku xeyda min, şadbûna min, evîn û bextewariya min hempayên xwe bibînin? Merdan digirî! Hêsirên şor dilopî ser birînên wî dikin, birîn diêşin, jan didin û tîrên janê li dilê Merdan eser dikin. Birîn her ku jan didin, rondik jî ewqas li pey hevdu rêz dibin. Nalîn bi nêrînek şikestî ve lê dimêze, paşê jê dipirse; - Çima wiha bi şewat digirî hevalê delal? Merdan çavên heznî dadixe erdê. - Çima negirîm hevala bextreş? Li cîhanê her tişt dijminatiya me dike, hêsirên çavên me bixwe jî! - De bigirî hevalê min. Dibe ku hêsirên çavan birînên te bikewînin! Nalînên guhên Merdan kurtir û nêzîktir dibin. Merdan bi tevayî dengê giryanê û olana nalînan ve ji xew veciniqî. Birînên wî bê hesab jan û çîk didan. Ji êşa derba li singa xwe neksa wî tengijî bû. Deng û pejna zerîkeça di xewne de hin jî di hişê wî de liq mabû. Baş dizanîbû ku heya jiyana wî hebe, wê ew deng û pejin ê terkê neke. Bixwe ji xwe re got; “Min di jiyana xwe de xewnek hevqas jînde nedîbû.” Xwe nerm vegerande ser piştê. Çavên wî li binê ranzeya li jor, kete ramanên zeriya di xewnê de. Nêrînên wî di navbira hesinên ranzeyê de bi goşeyê kaxizekî spî ket. Hêdîka dest avête kaxiz ji navbira hêsînan kaş kir derxist. Ji nêv kaxizê qatkirî, pênûsek qurşûn e biçûk kete xwarê. Kaxiz ji hevdu vekir. Cih bi cih dewsa dilopên xwînê dixuyan li kaxizê. Li ser kaxizê di nêv lekeyên xwînê de çend çixêz nivîsara nîvheşifî dixuya!
“Roj çi wext e nizanim. Lê baş dizanim ku îro 9’ê Sibata 1997’ê. Îro 29 rojên min qediyan li vir. Ezê sibehê bibînim, an jî bi saxî ji vir derdikevim gelo, nizanim. Bi qasî ku dizanim; rojê sê fasil îşkence dibim û heya ev roj şeş car hatim tecawizkirin! Lê can û mejiyê min timî serhildêr û azad man. Di eşkenceyê de jî di bin tecawizê de jî ez, her ez mam û min bêrûmeti nasnekir!.. Ey hevala/ê ku rêya wê/î bi vira bikeve, min ji vê hucreya teng û tarî derxîne.” NALÎN Çavên Merdan man li kaxiza bixwîn. Di kanîya çavên wî de hêsir kom bûn, ji wir jî di ser rûyê wî re herikîn, dilop kirin ser balîfê bi qirêj. Qirêja balîf, di demekî pir kin de hêsîrên dilopkirî dabeland. * Girtîgeha Tîpa E ya Gümüşhaneyê C/12 * Ev çîrok ji bo pêşbirka Huseyîn Çelebî hatibû şandin.
11
portre
Temenek têr û tijî têkoşîn P
ênaseya herî watedar û kurt ya ji bo hevalê Mela Resûl Karahan (Nû Ciwan) bê kirin li gorî min ev e. Bi rastî jî temenek tijî ked, berxwedan, berdêl, têkoşîn û koçberî bû yê hevalê Mela Resûl. Du kêm yek zêde ev pênaseyek giştîye ku mirov dikare ji bo tevayî Kurdên bi xewnên azadiyê dijî bike. Piştî Kurdistan di nava dagirkeran de hat parvekirin, sinorên destçêkirî di nava kolanên welatê me de hatin danîn, ji wê û şûn ve kîjan Kurdekî bêhna Kurdîtiyê jê hatibe, hestên Kurdayetiyê têde mabe, ramana azadiyê li gel şîn bibe, bûye armanca êrişên herî hovane yên dagirkeran. Ji gel û neteweyên din cûda, jiyana me bi çi awayî aramî nedîtiye. Ji ber zilm û zora dagirkeran, ne aramî, zilm û zor bibûn navê din yê jiyana me. Li hember vê rewşê du hilbijardek li ber her Kurdekî bûn.Yan wê zilm û zora dewletê bipejirîne, xwe înkar bike, li dijî hebûna xwe derbikeve yan jî wê xwedî li hebûna xwe, rastiya xwe, welatê xwe, xaka xwe derbikeve û li hemberî dewletê serî hilbide. Hevalê Mela Resûl li aliyê duyem cih girt. Bi wêrekî, bi lehengî û bi dilsozî.Temenek têr û tijî ji berxwedan, ked û serhildanê jiyan kir. Mela Resûl Karahan, di sala 1956 an de li bajarokê Basa ya ser bi Cizîra Botan ji dayîk bûye. Mela di temenê xwe yê ciwan de, ango derdora sala 1979'an de li Cizîra Botan dest bi xebatên rêxistinkirinê dike. Hê di ciwaniya xwe de tevgera azadiyê ya Kurd, ya ku hêdî hêdî rayên xwe li tevayî Kurdistanê belav dike, nas dike. Pê re dikeve têkiliyan û li herêma Cizîrê ji bo wê dest bi rêkxistinkirinê dike. Ew demê kû Mela dest bi rêkxistinkirinê dike, rastî wê serdemê tê kû li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê xwenîşandanên girseyî yên gel û xwendevanên zanîngehan çêdibin, her roj li kolanan mirov tên kuştin, agirê dijberiyê yê di
12
l Mela, ji sala 1979’an heya sala 1989’an ji Cizîra Botan bigire heya Wan’ê li gelek herêman bê westan dixebite. Li Cizîrê li gel karên rêxistin kirinê, li Medreseya Sor ya Melayê Cizîrî perwerdeyê dide bi dehan xwendevanan. Timî bi hevalên li çiyê di nava têkiliyê de ye. Kesayetiyek pir alî, bê westan û berxwedêr bû. navbera çepgir, rastgir, faşîst û sosyalîstan de hîn zêdetir gur dibû. Vê aloziya mezin û bixwîn bi awayekî bi lez û bez Tirkiye gav bi gav berbi cuntaya leşkerî ve dibir. Jixwe pir bi serde neçû û di Îlona sala 1980’an de leşkeran destdanî ser parlamentoya Tirkiyê, partiyên siyasî girtin, bi deh hezaran mirov xistin zindanan, êşkence kirin, rewşa awarte ragihandin, çendîn mirov bidarvekirin, destûra Tirkiyê betal kirin. Di wî çaxî de zilm û zora li ser Kurd û Kurdistanê qat bi qat hat zêdekirin. Di wê demê de li Kurdistanê sembola berxwedan û serhildana li dijî wê zilmê zîndana Amedê bû. Lê Kurdistan tevayî jî ji zîndana Amedê zêde cudatir nebû. Jixwe berpirsiyartiyek ya kuştina Kurdan nebû. Kurd kuştin tiştekî ji rêzê bû. Ji ber wê li Kurdistanê qirkirina çandî û fîzîkî bi hevre dikirin. Li tevayî kuçe, kolan, gund û malên Kurdan şûna potînên leşkerên dagirkeran bû. Gotin di cih debe; bi Kurdî, bi kurdbûna xwe nefes danûstandin jî zehmet bû. Heta qedexe bû. Ne xercê her bab egîdî bû kû xwe weke Kurd binasîne, xwedî li Kurdîtiya xwe derbikeve.
Di wî demî de jî Mela Resûl li hember wê zilm û zora mezin gav bi paşde neavêt. Tam dijberî wê, Mela xebata xwe xurttir kir, qada karê xwe berfirehtir kir. Mela, ji sala 1979’an heya sala 1989’an qada xwe ya xebatê bi awayek berbiçav fireh dike. Di nava van salên mijara gotinê de ji Cizîra Botan, Silopî, gundên herêmê bigire heya Wan’ê li gelek herêman bê westan dixebite. Li herêmê demek dirêj bi heval Bêrîvan (Binevş Agal) re dixebite. Li Cizîrê li gel karên rêkxistin kirinê, karê perwerdeyê jî dike. Li Medreseya Sor ya Melayê Cizîrî perwerdeyê dide bi dehan xwendevanan. Her wiha li gel milistiyê, xebatên nava gel dike. Timî bi hevalên li çiyê dinava têkiliyê de ye. Kesayetiyek pir alî, bê westan û berxwedêr bû. Jiber tevayî van xebatan dewlet bi kiryarên Mela dihese. Hewil didin ji nêzîk ve Mela bişopînin. Jixwe ji ber wê sedemê di sala 1989’ê de di encama gilîkirinek ya sîxurî de li mala xwe tê girtin. Mela ji sala 1989 heya sala 1992’an sê salan di zîndanan de dimîne. Di sala 1992’an de bi Efûyê Rehşan Ecevît tê berdan. Di nava van salên girtinê de li zîndanên Aydin, Elezîz û Amedê dimîne. Dema Mela tînin zîndana Amedê, dewlet hevsera wî Qudret jî digire û dibe pênc mehan di zîndana Amedê de digre. Mela li zîndana Amedê têkoşer û şoNizar BULDAN* reşgera efsanewî heval Sara (Sakîne Cansız) nas dike. Pir ji hevala Sara bandor dibe. Ev bandorbûn piştî ji zîndanê derdikeve di kar û xebatê wî de xwe dide nîşandan. Piştî mela ji zîndanê tê berdan, bi hêza ji hevalên ji zîndanê girtî û bi hêrsa li hember dagirkeriyê bi awayek bi hêztir dest bi xebatê dike. Ji dera mayî, xebata xwe berdewam dike. Lê di vê navberê de zextên li ser Mela kêm nabin. Gilîkirinên sîxuran, zextên dewlet û cerdevana wisa dikin ku di sala 1993’an de, anko salek piştî ji zîndanê ji Cizîrê derbikeve û biçe çiyan. Di heman salê de Mela diçe kampa Bekayê û li wir demekî bi Rêber Apo re dimîne. Dema Mela li herêmê dixebitî nasnavê wî Xemgînê Kurdî bû. Lê piştî kû tê Bakayê, Rêber Apo nasnavê wî diguhere, dike Nû Ciwan. Piştî demekî li Bekayê dimîne ji vir cardin vedigere welat û sê salan (1993-1996) li qadên gerîla yên weke Garê, Çiyayê Spî û Heftenînê dimîne. Piştî gund tên talan û bombebaran kirin û penaberiya ji bakûr ber bi başûrê Kurdistanê destpê dike, rûpelek din di jiyana Mela de jî vedibe. Dema wargeha Etrûş ya girêdayî bajarê Duhok’ê tê avakirin, hevalê Mela Resûl jî tê wargehê û li ser daxwaza wî malbata wî jî tînin Wargeha Etrûşê. Êdî ji wî demî û şûn ve Mela niştecihek yê wargehan e. Lê niştecihbûna Mela nayê wê wateyê kû mela wê raweste. Li tevayî wargehan jî heya demê wefata xwe hevalê Mela bê rawestan dixebite. Ji Wargeha Etrûş bigire heya Wargeha Nînova, Nehdarê û ya Mexmûrê jî, hema bêje mela qet bê kar û tevger nemaye. Ji Etrûş heya Mexmûr, ango ji hatina wî ya wargehan heya wefata wî, mela di saziyên wargehê yên weke Saziya Karên Derve, Çapemenî, Şaredarî û Saziya Malbatên Şehîdan de xebitiye. Kesayetiyek xwedî nêrînek azad û serbixwe bû. Ji bo her rewşekê şîrovek ya wî ya cûda, nêrîneka wî ya serbixwe tim hebû. Di nava ev qas kar û xebatan de mela heskirin û girîngiyek mezin dida helbesta kurdî jî. Ji ber wê tim helbest dixwendin û helbest dinivîsin. Niha pirtûkek ya helbestên Mela ya li Wargeha Mexmûr hatî çapkirin heye. Her wiha pirtûkek ya li ser serbûriyên jiyana xwe û penaberiyê nivîsî hatî çapkirin heye. Dîsa çendîn nivîs û helbestên Mela yên ji çapkirinê re amade li pêy xwe hiştine. Di heman demê de bavê şehîdek û du şervanên azadiyê ye Mela Resul. Keça wî ya Nêrgîz Cizirî (Nergiz Karahan) ku sala 1996'ê de ji Wargeha Etrûşê tevlî refa gerîla bibû, di 5 Mijdar 2012'ê de li seransera Çiyayên Kato şehîd ket. Mela, li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, 12 Çileyê 2015'ê de krîza dil derbas kir û çû ser dilovaniya xwe. Cenazeya wî, li ser wesiyeta wî li Cizîra Botan li kêleka keça wî şehîd Nêrgiz Cizîrî hat binaxkirin. Piştî kû cenazeyê mela birin Cizîrê, hat zanîn kû hîna biryara lêgerîn û girtinê ya dewleta Tirk di derbarê mela de hebûye.
* Endamê Gruba Aşitî ya Mexmûrê û nivîskarê rojnameya Azadiya Welat
helbest
Rêça Egîdan Bi vînekî wekî pola Ketim ser rêça egîdan Di nav bênder û hawirdoran Li ser çiyan û nav deviyan Min xwe berda bê ser û ber Bê cil û berg rip û tazî Ketim nav lehiya evîna rojê Bê xem Bê fikar û bê hesap û bê zimanim ez Wekî xaka bi bêhn û demkiri Wekî kulîlkên avdayî û serî rakirî Wekî xwîna di demar de Bê rawestin diherikim Wekî stranên şînê û xwînê nexşkirî Jiyana perço nûwaze û qelemşekirî
Bi çavên tirs û xem li hev nêrî Venekirin ji hev Ez jan û arînokên dilên xwe Bi tirs, bi xem, bi fikar disekinînim Di herikînim nav dilê xwe Rondik û fermiskên çavên xwe Di nava xwe de difetisînim Şadî, kamranî û dilşadî û bextewariyên xwe Me ji bîr kir navê hesretê Me hilgirt û rakir Nîşaneyên dildariyê Me miftekir şingina evîniyê Ew evîna kevneperestiyê Me di dil de fetisand navê hestedariyê Em evîndarên tekoşînê bûn Me bi rêve bir vê jiyanê Ji evindariyên paşverû gelek dûr Emê biqetînin û bavêjin Ew lîbasên li ser me ferzkirî Em natirsin ji rabirduya xwe Em natirsin ji dehatiyê û jiyanê Dê teqez were ew rom Rojên evîndariyên di nav şer de Ku ew rojên nehatiye jiyankirî Roja pîroz Roja qedîm û roja mezin Bi kulîlkên heftreng Di nava dilê Kurdistanê de Emê bixemlînin…
olakan Ahmet K ê
Girtîgeha Amed
13
z imanê çiyê
Wê hêvî belav dikir
t
Kesek nikare bi rûkeniya wê ji jiyanê re bikene. Kesek nikare weke wê çiya û rêhevalan şa bike. Ew gule, guleyek çiqas xedar e! Ma qey te çima espriyek li wê guleya xedar nekir? Dibêjin gule bi hêviyê nikare. Ma te negotibû “Ez bikevim nav axê jî, hêvî bi min re nakeve bin axê"? Emine ERCİYES
D
ema hêvî difirot min wê naskir. Di destê wê de selikek tijî hêvî hebû. Rengrengî bû, bi coş bû. Dixwest hema hevî bide yên ber bi wê tên re. Ji bo ku kesek bêhêvî nemîne, hêvî belav dikir. Bi zorî be jî bala herkesî dikişand serxwe. Bi belebaniya xwe qala xweşikbûna yên ku digotin “em ji hêviyê bawer nakin” dikir. Herkesî bi awayek matmayî, li wê zaroka ku derdor bi gotina “hêvî, hêvî!” ser û binê hev dikir meyze dikir. Ne xema wê bû venêrînên tinaz. Ji ber ku wê karê herî girîng yê cîhanê dikir, hêvî difirot. Hem jî roja sersalê! Di sersalê de ji bilî wî karî karekî watedartir heye? Li hember yên ku nedixwestin hêviyê bistinîn hêrsa wê mezin bû. Ji wan re digot; “Wê demê bimrin.” Ma ji xwe, bê hêvîbûyîn ne tiştek wek mirinê ye? Jiyanek bê hêvî ma qey diherike? Na, naherike! Dibêjin mirov çawa bikevin sala nû, bi giştî salê wê bi wê rengî derbas bikin. Ew, bi hevî firotinê kete setsala nû, hezar sala nû. Sersala 2000’an. Dema ku wê hêvî difrot min ew nas kir. Li ser dika şanoyê bû. Hêviya di selika wê de, heyecana wê ya ew dikir mîna zarokek keyfxweş, coşa wê, belebantiya wê û ew lîstikvaniya wê ya kin, ev bi herkesi baş dida naskirin. Ewê şeva sersalê ne zarokek ku hêvî difirot bû, di bingeh de zarok, ew bixwe bû. Ne bi selikan be jî, dilê wê tijî hêvî bû û meşvanekî hêviyê ku dixwest hêviyê bi herikînê nava hemû dilên mirovahiyê bû. Bi germahiya dilê zarokekî ku hêviyê himbez dike, xwe li derdorê hêviyê û jiyanê pêçabû. Ew keçek dilê wê wek ye zaroka bû. Şevlok bi şevlok bû. Cihê ku tê re derbas dibû, coşa jiyanê lê belav dibû. Ji bo mirov pê re jidil bibe, pêwîst nedikir ku mirov wê demek dirêj binase. Ji ber ku ew kesek pir dilgerm bû. Hemu kesî bi eleqeyeke mezin ew pêşwazî dikir. Jidiliya wê di çavên wê yê şewq dida de diyar dibû. Bi espriyekî xwe dida naskirin û mirov xwe ji nişka ve di nav nîqaşê germ de dîdît. Di hundirê xwe de jî pir jidil bû. Asî bû, dijraber bû û neheqî ji nedîtinê ve nedihat. Tiştên ku diqewîmî zû têdigihişt. Gelek tadayî dîtibû. Meşvanekî jiyanê ya ku ji êş û keseran derbasbûyî bû. Gerîlayek bi ezmûn û fermandar bû. Ji her tiştî bêtir bi kedê ve girêdayî bû. Girêdana wê ya bi kedê re, îfadeya girêdana wê ya jiyanê bû. Tu tişt nedihişt ku gavekî pêş de bavêje. Jinekê çalak, fedekar, çavtarî û dîlawer bû. Fêza wê paşdemayînê qebul nedikir. Rêhevalek hêja bû. Fermandarek bû ku mirov bawerî pê dida. Dilnazik û bi coş bû. Ewan tiştan hemu, israra wê ya di zarok mayînê de baş pênase dikir. Ji ber ku zaroktî aşkeratî ye, pakbûn e, sadebûn e. Ya herî girîng jî dîlawerî ye. Belkî hûnê bêjin; dilê zarokek, li gor dilê kesekê mezin, dilek biçûk e. Lê belê ew dilê biçûk cîhanekê digre nav dilê xwe. Fireh e, bi heskirinê tijî ye. Vekirî ye û ronahiyê dide.
14
Çi di dilê wê de hebe parve dike, jixwe re nahêle. Coşa parvekirinê keyfxweşiya wê ya herî mezin bû. Wek eynikek bû; çi didît, wisa diyar dikir. Bi israr xwestina wê ya weke zarok mayîn, îsyanek bû; îsyaneke jin bû. Şûna ku mezin bibe û bi hemû qirêjiyê jiyanê re rû bi rû were, zarok mayînê tercîh dikir. Her tim lêvliken bû. Di nav zorahiya jiyanê de jî tucaran ken ji rûyê wê nediçû. Berxwedana xwe li hember êşan bi ken diyar dikir. Ew jî nebûya bi espîriyan li berxwe dida. Beyî ku kesekî biêşîne, dilên wan bişkinê, ew rexne dikirin. Dilê xwe jî nedişikand; jiber ku dizanî bi dilek şikestî nikare li himber zorahiya jiyanê li berxwe bide. Tijî jiyan bû. Jiber vê yekê bi jiyanê re hevyek bû. Ew qas hevyek bû ku, me qet nedifikirî ku wê rojek mirin rastî wê were. Ji ber vê yekê bi şehadeta wê jiyan ma di nava tenahiyekê de. Tama xwe, rengê xwe û dibê qey wateya xwe winda kir. Wek mirov tucaran heza bîrbûyîna min têrê nekir ku ez şehadeta wê bipejirînim. Min jiyanek beyî wê nefikirî. Ez dizanim hevokê min yê ku dipelpîtin têra vegotina wê nakin. Çawa ku hêza hevoka têrê nake jiyanê bi her aliyê xwe ve ve-
bêje, ew jî bi hevokê sembolîk nayê vegotin û her nivçe dimîne. Ma gelo, kîjan hevoka bi tesîr dikare ronahiya di çavê wê de vebêje? Rengê kîjan hevokê coşa di kenê wê de dikare vebêje? Valatî û taritiya piştî çûyina wê em dorpeçkirin. Wê kîjan hevok jana me îfade bike? Ez dizanim Sorxwînek din nayê cîhanê. Kesek nikare bi rûkeniya wê ji jiyanê re bikene. Kesek nikare weke wê çiya û rêhevalan şa bike. Ez naxwazim bawer bikim ku guleyek li wê ket û ew ji me qut kir. Ew gule, guleyek çiqas xedar e! Ma qey te çima espriyek li wê guleya xedar nekir? Dibêjin gule bi hêviyê nikare. Ma te negotibû “Ez bikevim nav axê jî, hêvî bi min re nakeve bin axê"? Te selika xwe tijî hêvî kir û te hêvî belav kir ji hemû mirovahiyê re. Belê te hêvî firot, le me nedît te miqabilê wê tiştek girt yan na. Beranberî hêviyê çi dan te? Tişta ku miqabilê hêviyê dihat, di hundirê mirovan de bû. Ji bo vê wekhevî, heskirin û hêvî belavkirin ji bo te pir watedar bû. Ji bo ku hêvî bijî te her tişt dikir, te mirin jî da ber çav. Te ne hêvî difirot, te hêvî diafirand. Û niha jî tu ronahiya me ya hêviyê, ya ku tucaran kes nikare vemirîne yî.
ç îroka sirûdekê Çerxa Şoreşê, berhema qehremanên wê qonaxê ye. Min tenê hest, hîs û qêrîn û isyankariya gel aniye ser ziman. Strana ku te afirand, gel jî pejirand. Qedir û qîmeta vê yekê nayê pîvan.
Çerxa Şoreşê t
Li her demsalan bû sirûda qadan!
Xelîl XEMGÎN*
B
i gelemperî, ji bo berhem û nirxên mayînde yên ku dibin malê civakê zanyaran gotiye: “Her nirxek, serpêhatiyeke xwe heye. Her wêneyekî şoreşê çîrokeke xwe heye!.. Her nefes û hilmek, wateya xwe heye!.. Her pêngav û astek, di jiyana şoreşê de pêwîstî û pêdiviya xwe heye, da ku li ser rûpelên dîrokê xwe bineqişîne!.... Serpêhatî û çîroka me û sirûda Çerxa Şoreşê, bi temamî di wateya diyaletîka vejîna şoreşê de, bi pêşketin û zeximbûna têkoşîna rizgariya neteweyî re, weke qêrîneke isyankar û serhildêr, di hestên civakê de cihê xwe girt!.. Yanî heger bixwazim serpêhatî û çîroka vê stranê ji xwendevanên hêja re diyar bikim, pêwîst e hinekî wan salên tijî, zext û zehmetî, bê derfetî û dijwarî bînim ziman. Di salên 1987-’88’an de hem ji derve hem jî ji hundir li ser rêxistina şoreşê êrîşên gelekî dijwar pêk dihatin. Di eniya şer de şehadetên mezin çêdibûn, windabûnên ku şoreşê heq nekiribûn çêdibûn. Di sala 1988’ê de komkujiya Helebçe wijdanê mirovahiyê dihejand. Berxwedana Bagokê û çiyayê Benavokê, şer ber bi qonaxeke nû ve diyar dikir. Her wiha di hundirê rêxistinê de jî ji bo hêviyên gelê me têk biçin, komploker û provokatorên wê demê li ser kar bûn! Bi taybetî li derveyî welat, di qada Ewrûpa de armanc û liva provokatoran tenê şikandina hêviyan, pasîfkirina kadro û xebatkarên rêxistinê, şikandina bandora rêberiyê li ser girseya gel bû. Di atmosfera wê demê de ji xebatkaran heta welatparêzan, her kes bi êş û azarê wê pêvajoyê bi tundî dijî. Di wê atmosferê de ez jî yek ji nav bi sedan xebatkarên
ku dibûn armanca êrişên provokatoran bûm. Ji ber vê sedemê, her wiha ji ber helwestên xwe ên bê tawîz, di sala 1988’an de ji bo xebata çand û hunerê berê min dan Yewnanistanê. Bêhtirî nîv salê neçar mabûm ku li wir xebata xwe bidomînim. Ew rihê tevgera azadiyê yê berxwedêr, di hiş û ramanên min de, êdî di damarên xwîn û jiyana kesayetê de cihê xwe girtibû. Her wiha êdî dikarî ji bêçaretiyê, çare û çareseriyê peyde bike. Wê salê gelek heval ji zindanan dihatin. Ji bo min naskirina wan komên berxwedêrên zindanan, dibû şansekî mezin û derfeteke pîroz. Dîsa di 28’ê Adara 1988’an de, min agahiya şehadeta rêhevalê xwe Huseyin Yorulmaz girtibû! Huseyin hem rêhevalê min bû hem jî mamosteyê min ê rêya şoreşê bû. Di sala 1978’an de min rêya Apoîzmê ji wî rêhevalî nas kir. Bandora şehadeta wî qehremanî weke keda pîroz, wefadariya dilsoziya bi rûmet heya bijîm jî wê têra min bike. Eve di rewşeke wisa heyameke tijî êş, xwîn, ked û berxwedanê de, em bi giyaneke isyankar û serhişkiyeke pozîtîf û bi israr dijîn. Her wiha li ber çavên me lîstik û kiryarên provokatîf dihatin meşandin. Hemû rojên Atinayê ji germa havînê dixeniqîn. Min li bin darên merxan (şiklekî dara çamê) bi saza xwe berhema bi navê ‘Bagok’ amade dikir. Ya rast ew e ku; Çerxa Şoreşê tenê bendek ji qêrîna wê berhemê ye. Li ber payîzê ye. Meşeke Yûnaniyan a dirêj heye. Dibêjin ku her sal li derdora milyonek însanî tev lî dibin. Ez ne şaş bim, weke 40 kîlometroyan dirêj e. Wê salê weke rêxistin em ê cara yekem bi fermî tevlî wê meşê bûbana. Me amadekariyên xwe beramberî derfetên xwe kirin; me komeke
govendê amade kir, orgenîzeyeke mutewazî çêkir. Gelek hevalên ku ji zindanê nû derketibûn hebûn. Hîn li bîra min e, hevalek hebû; şehîdê me yê mezin Haydar Eroğlu. Dibû navenda moral û dilxweşiya hemû hevalan! Wî her ku derfet peyda dibûn dixwest li xebatên min ên nû guhdarî bike û ez jî li fikir û pêşniyarên wî guhdarî bikim. Piştî seranserî meşê me bername û rengên xwe diyar dikirin, eleqeyeke gelekî mezin ji aliyê girseyê û çapemeniyê ve dihat nîşandan. Li mitînga pêşberî avahiya Parlemana Yewnanistanê dema dora bernameya me hat, Hevalê Haydar bi israr xwest ku ez sirûda Çerxa Şoreşê bibêjim. Hingî min gotinên stranê tevayî ne nivîsandibûn. Li bîra min e; tenê tiştekî wisa min nivîsandibû: “... ji nav dîwarê zîndana heya serê çiyan/ pêl dan alên me ên sor/berxwedan jiyan. Di bin rêberiya Partiya Karkeran...” Yekem car li wê mitînga bi heybet me ev stran got. Her wiha dîsa yekem car jî ên ku gotinên stranê li min vegerandin û bi deng û heyecana xwe qêriyan, dîsa Hevalê Haydar û hevalên din bûn. Ji wê rojê û pê de, êdî hê bêhtir li ser wê stranê rawestiyam, gotinên stranê bi hîs û hesab, min serê xwe li ser êşand. Di heman salê de, dema ku ji Yewnanistanê vegeriyam, di berhema me ya bi navê ‘Bagok’ de hate belavkirin. Çerxa Şoreşê, berhema qehremanên wê qonaxê ye. Min tenê hest, hîs û qêrîn û isyankariya gel aniye ser ziman. Strana ku te afirand, gel jî pejirand. Qedir û qîmeta vê yekê nayê pîvan. Weke dawî, dixwazim keda saziya me ya neteweyî Roj TV ku di belavkirin û bi bandorkirina vê sirudê de gelek heye, neyê jibîrkirin. * Hunermend
15
Mirina rojê Dema gul hildiwere bulbul digirî di wê wextê de roj dimire gerdûn reşiyê girê dide rûbar dimire dilê zevî diqelişe lêvên wî ziwa dibin te nedîtiyê çawa axê bi serê xwe dadike Jîla Huseynî