Politikart 232

Page 1

Politik

15 GÜNLÜK EDEBİYAT SANAT VE DÜŞÜN DERGİSİ

13 Çile 2018 Şemî

HEJMAR: 232

Awirek li pexşana Kurdî


l Wêneyê tifik, tîrik û nanî

*** Ez mendalekî çar salî me, mamo! Di sala mendalên dinê de Ez mendalekî çar salî Li hewşê pitik li berdil pitik li hembêz laşekî Laşekî parî bi parî cenge cenge ji bombeyên mêtingehkarî Ew laş yê dayika min e. Rojen BARNAS

Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH

Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg

Geschäftsführer: Ahmet Yücedağ

Ver. Redakteur: Özgür Reçberlik

politikart@yeniozgurpolitika.org


t

Deng û rengê romana Kurdî

Dawid YEŞİLMEN

P

iştî salên 2000´î li Bakurê Kurdistanê, wêjeya KurdîKurmancî, bi taybetî jî romana Kurdî hem bi hejmar hem jî bi naverokî kete nav geşedaneke berbiçav. Ev yek hem bi gurbûna hêza polîtîk ya Kurdan re, hem jî bi bipêşketinên dezgehî yên mîna weşanxaneyan û xebatên ferdî (nivîskar) dikare bê ravekirin. Hejmara zêde ya weşanxane û weşanan, hejmara ku her diçû zêdetir dibû ya komên xwendinê û pirtûkfiroşên ku pirtûkên Kurdî difirotin, kovarên biîstîqrar û têr û herweha nifşekî nû yê nivîskarên Kurd ku derfeta nivîsandina li welatê xwe dîtin, nîşaneyên berbiçav ên vê geşedanê bûn. Bi vê geşbûnê re, helbet balkêşiya mezintirîn ew e ku weke cureyekî nû heta roja me ya îro roman bi pêş ve diçe. Gava mirov lê dinihêre ku di dîrokê de hertim hejmar û bandora helbestê pirr bilind bû di rewşenbîriya Kurdî de, êdî em dikarin bi awayekî berbiçav bibêjin ku romanê cî ji helbestê standiye. Bi lêkolînên li ser romana Kurdî û geşedana wê weke mijara vê nivîsê, helbet divê mirov pêşî ji perspektîfa dîrokî ve lê binihêre. Gava ewil ku di ekola Hawarê de bingehên zimên û pexşanê hatine danîn û gelek cûreyên nû ketine wêjeya Kurdî, li Ewrûpa, bi taybetî jî li Swêdê, li sirgûnê gavên giring hatine avêtin. Bi rêya wergerên ji zimanên Ewrûpî û naskirina wêjeya Ewrûpî ya rewşenbîrên Kurd, hevnaskirina nivîskarên Kurd yên ji parçeyên din û haylêbûna kelepora wêjeya Qafqasyayê divê qet neyê jibîrkirin. Wekî din, derfetên fireh yên çapkirinê, avakirina arşîvên Kurdî, jinûve çapkirina berhemên klasîk, kovarên rewşenbîrî û wêjeyî, bi rola arşîveke mezin rabûn ji bo ji nû ve avakirina bîra civakî ya Kurdî. Di salên 90´î de rengekî wisa li Stenbolê jî heye, lê ev nifş ji ber astengiyên polîtîk, zêde derfeta bipêşveçûneke xweser nabînin, lê em dikarin wî nifşî weke pêşîyên nifşê ku em ê niha behsa wî bikin, bibînin. Lê ji xeynî vê yekê jî, heger em vegerine salên 2000´î û ji perspektîfa civakî ve li mijarê binihêrin, divê em bala xwe bidine ser veguherînên civakî û tevgerên rewşenbîrî yên li welêt jî. Peydekirina derfeta perwerdeya baştir û peydebûna çîneke xwende û ji aliyê aboriyê ve dewlemend, enstîtû û dezgehên dewlemend yên Kurdan, perwerdeya li çend zanînge-

han, tevger û komên wêjeyê yan xwendinê û herweha balkişandina ser çend formên altenatîf ên dîroknivîsînê, çend sedemên vê geşedanê ne. Di vî warî de rabêja romanê bûye warê berxwedanê ji bo Kurdan. Ji ber vê yekê ye ku wêje, bi taybetî jî roman, li hember jibîrkirinê, warekî berxwedanê ye, hêmayeke girîng a pratîk e ji bo jibîrnekirinê.

kekesî weke biyanîbûna ji civakê û jiyana modern, pirsgirêkên evînî, zayendî (weke xadimbûn yan jî homoseksuelî), bavîtî weke îqtîdar, karakterên xumam yên ji hêla nasnameyên zayendî, neteweyî yan olî ve cihekî taybet digirin. Weke cûre êdî ji romanên dîrokî heta bi yên mîtolojîk, fantastîk yan zanistî, deriyên ferhenga Kurdî firehtir dikin.

Romana bîra civakî? Di her warî de em dikarin bibêjin ku romana Kurdî-Kurmancî ya piştî 2000´î, divê weke wêjeyeke “nû” bê dîtin di dîroka wêjeya Kurdî de. Lê ev “nû”bûn tê çi wateyê? Ji aliyê zimên, naverokê yan teknîkê ve tê çi wateyê? Nihêrîna min a pêşîn ew e ku êdî Kurd ne ji bo parastina zimên lê ji bo ruhê wêjeyê û afirandinê dinivîsin. Sedemên estetîkî bi yên exlaqî re cî guhertine. Ji ber ku li welêt tê avakirin, êdî ji wan alegoriyên neteweyî, vegotinên sloganîk û otobiyografîk, ku hertim xwedî vegotinên mişt şîret in û vebêjer-nivîskar xwe weke berdevkê civakê dibîne, îdealîzasyona lehengkarakteran diçe heta ezmanan, bi dûr dikeve. Berê xwe dide jiyana rojane, pirsgirêkên ferdî, karakterên ji rêzê ku ev hêlek e. Bi taybetî nivîskarên ciwan ku bi perwerdeya wêjeyê re mezin bûne yan zimanên biyanî baş dizanin û hem ji wan zimanan wergerê dikin, hem berhemên xwe yên wêjeyî jî çap dikin, her li ber deriyên nû ne û dixwazin tiştên nû tevlî romanê bikin. Hem mijarên nû, hem vegotinên nû hem jî teknîkên nû yên romanê bi kar bînin. Ew deriyên kevneperest ên mijarî li ber xwe girtine êdî. Di romana Kurdî de bîr êdî cihekî taybet digire. Yek bîra civakî ku bi salan li ber jibîrkirinê bû, bi saya serê romanê dîsa derdikeve holê. Roman mijarên ku hatibûne jibîrkirin, qedexekirin, yan bi awayekî trawmatîk kesî nedixwest li ser biaxive, komkujiyên li Kurdan hatine kirin, êşkenceyên Zindana Amedê, şewitandina gundan, koçberbûn, sirgûnî, dewama êşên dîrokî, bêdengiya civakê çend mijarên civakî ne ku hem ji ber qedexeyan, hem ji ber trawmaya wan a giran nedihatine vegotin, bi romanan re dîsa vegeriyane nav bîra civakî. Bîra takekesî jî dîsa di çarçoveya bîra civakî de, rengê wan felaketan bi mînakên ferdî dide me. Em êdî ne tenê dibine şahidê wan bûyeran, bi kûrbûna vegotinê, em dibine şahidê bîra wan kesan jî. Lê ji bilî rengvedana trawmayên civakî ya di bîreke takekesî de lê di heman demê de pirsgirêkên ta-

Ji mexdûriyetê ber bi berxwedanê ve Heger em behsa çend mînakan bikin, belkî jî yek ji romanên herî serketî Xadim a Selahaddîn Bulut e. Romana ku derûniya Jêhat ê di zindana Amedê de deh salan girtî mayî lê bi derketinê re tê nav civaka kevneperest û hem êşa wî ya bi civaka wî re, hem bi bîrdoziya wî re hem jî bi rewşa wî ya zayendî re dikeve nav êşên kûr yên derûnî. Jêhat bi êşkenceyê re xadim kirine û ev dibe birînek li giyanê wî. Ev trawma heta dawiya romanê jî dev jê bernade. Roman di navbera hemû rengên îqtîdarê de diçe û tê. Her weha romaneke din a ji aliyê Şener Ozmen ve hatî nivîsîn, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî jî bi rêya karakterê sereke Sertacê şîzofren, berê me dîsa dide mijarên li ser îqtîdar, dagirkirin û sînorên azadiya takekesî. Di warê bîra civakî de jî du romanên ku pesindanê heq dikin, yek ya Îrfan Amîda, Pêşangeha Sûretan e û ya din jî ya Ciwanmerd Kulek, Zarokên Ber Çêm e. Herçiqasî her du roman xwedî mijarên cihê bin jî, dîsa xalên hevbeş yên her du yan şahidîya felaketan, bîra civakî ya Kurdan e. Îrfan Amîda berê me ji komkujiya Ermeniyan dide felaketên Kurdan ên dema darbeya eskerî û ji wir jî tê salen notî û heta roja me. Bi êşa bavfilehiyê û trawmaya komkujiyan heta êşkenceya zindanan û şerê gerîllayan. Roman weke labîrenteke karakter û nasnameyên xûmam e. Ciwanmerd Kulek jî vê yekê li derdora komkujiyên weke Zîlan, Dersîm, Enfal, Helebceyê di navbera nifşan de vedibêje. Yek ji romanivîsê din jî, Helîm Yusiv e ku di romana xwe Gava Masî Tî Dibin de, dîsa bi rêya gerîllayekî mijarên evînî, bindestî, derizînên giyanî û nakokiyên kesayetiyê derdixe pêş me. Ev roman û hîn bi dehan romanên din e serketî, her bi rabêjên dewlemend berê me didine çîrokên takekesî ku mişt bi têkçûnan, trawmayan û bîra civakî ya Kurdan ve girêdayî ne û vê peyamê didine me ku di pêşeroja wêjeya Kurdî de her û her takekesî, êş, hemû rengên îqtîdarê û berxwedan wê rê li rabêjên wêjeyî veke. Êdî ji wêjeya mexduriyetê ber bi wêjeya berxwedanê ve dibeze wêjeya Kurdî.

3


Ji bo nifşekî ku bi ciwanî salên 90´î xwe li Kurmanciyê qewimandî:

Helîm Yûsiv

S

bi zimanê Erebî bi çîrokên xwe yên bi navê Mêrê Avis û erpêhatiya romana Kurdî bi Erebê Şemo dest pê Jinên Qatên Bilind dihat nasîn û rexneyê baş û erênî lê bike jî, di rastiyê de bi romannûsiya li derveyî dihatin girtin. Jixwe wî ev her du berhem paşê "li ziKurdistanê hebûye û hîna nû piştî ku sala manê wan ên resen" vegerandibû û ew jî li Stenbolê ha1992´yan li Tirkiyeyê bêhna Kurdî hat ber û bi weşanxatibûn weşandin. Helîm Yûsiv bi çîrokan xwe sînordar neyên nû yên di serî de li Stenbolê hatin avakirin, nivîsnekir û xwe li romanê ceriband û cara karên Kurd derfeta weşandina berhemên xwe yekem jî bi Sobartoyê şewateke daimî û bi dest xist. Yek ji wan ku di vê serdemê de ev hercayî ya kes û erdên Kurd û Kurdistanî derfet bi kar anî jî Helîm Yûsiv bû. Wî berhema vegot, ew agirê şewata sînema Amûdê, xwe ya ku ji çîrokên bi Kurmancî nivîsandî beriya wê û piştî wê hebû, bi gotin û peyberhev kiribû da çapê bi navê Mirî Ranazin. Û vên asayî, zimanekî kuçeyî lê helbestî û Mîrî Ranazin ji bo nifşekî ku bi ciwanî salên ewqasî jî efsûnî li ber guhan û çavan dik90´î xwe li Kurmanciyê qewimandî, bû tecrûevin bi qelema wî. Erê û na, bi vê romana beyeke edebî ya ku para bêhtir tesîreke erênî Luqman GULDIVÊ xwe rexne jî lê peyde bûn, û mirov dikare li xwîneran kir. bi Helîm Yûsiv, li gorî Mehmet Uzun bêhtir Mirî Ranazin weke berhevokeke çîrokan behsa rexneya wêjeyî bike. Bi qasî ku em ji vê hevpeynema, di demeke kurt de li nava cihana xwendina Kurvîna xwe jî tê bigihin, sedema vê belkî jî ew e ku Helîm manciyê belav bû û Teatra Jiyana Nû ya ser bi NÇM´a Yûsiv li rexneyê nerm e; ji xwe ew vegotina bi rêya çîrok Stenbolê, çîrokek ji vê neqand û li piyeseke şanoyê anî û romanê bi êşê rave dike, "Bi nivîsandina Sobarto re, bi bi navê Komara Dînan-Şermola. çûna ber bi romanê ve, yanî bi vekirina wan deriyên berKomara Dînan li Stenbolê venehewiya, ya rastî nedibû fireh re gotin û nivîsandin weke alavekê bû ji bo sivikkixwe li eqarên Stenbolê bigirta, ava wê li bendavên Stenrina wê êşa mezin." bolê nedigewimê û ji xwe re cok çêdikirin. Teatra Jiyana Nû bi turneyan ev şano li Kurdistanê û li Ewrûpayê gerand û bi gelek kesên Helîm Yûsiv nexwendî jî da nasîn. Hilgirê bêr

Vegotina Kurdistanê Lê belê Helîm Yûsiv beriya wê li meydana wêjeyê de

4

Ew êşa mezin jî ne ya kîliyan bû, ya salan û heta deh salan bû. Ji bo 99 morîkên belvabûyî, wî dê bûyerek bi xista tûrikê behremendiya xwe û bi salan bimeyanda, û ew sal wê bi-

bûna sêzdeh heta ku berhem der biçe. Ew xwe bi rengekî ji rengan di vê meseleyê de weke barhilgirekî dibîne, "Bi salan min ew bûyera kuştina wî merivî, rahiştiyê heta ku bû wek roman û ev 99 morîkên belavbûyî peyde bû." Helîm Yûsiv di nivîsên xwe de girîngiyê bi teknîkê dide, ji ber wê jî xwe li wan teknîkên li ber dilê xwe xweş diceribîne. Bi teknîka xwe û sêwirandina xwe kete ber rexneyên giran jî. Lê bi her halî ew di meseleya nivîsandina xwe de semîmî û ji dil e, vê jî eşkere bi van gotinan bi me re parve dike, "Meseleya nivîsandinê li cem min tiştekî wilo, ji xwe ber tê. Tiştekî diherike, tê holê. Tişta ez dikim, midaxeleya ez dikim bi rêya aql ew e ku aql bi roleke birêvebirin, hûnandinê û avakirinê rabe. Mirov dikare bibêje roleke teknîkî ye." Helîm Yûsiv bi vî aliyê xwe dewra aqil di romana xwe de jî sînordar dike û di meseleya reşbîniya xwe de vê herikîna xweber a gotinê û rêya hestan nîşanî me dide. Dîsa jî vê yekê ew bi xwe jî nakok dibîne bi xwe û baweriyên xwe re ku li gorî wî ew kesekî xweşbîn e û hêviyên wî xurt in ji bo civaka wî. Em bi Helîm Yûsiv re li ser nivîsandina wî hem çîrok û hem romanên wî peyivîn û wî jî bi jidiliya xwe bersiv dan pirsên me. Kerem kin guh bidin sohbeteke li ser wêjeya Kurdî, êşên Kurdan û nivîskarekî Kurd ku ji wan nivîsakaran e herî zêde berhem anîne. Ji bo ku bala we bêhtir biçe ser em ji niha ve bibêjin, di nava sohbetê de em pê hisiyan ku romaneke Helîm Yûsiv a nû li ber çapê ye, îro sibe wê der biçe, û yeke din jî muhtemel e ku di nava îsal de der biçe.


Em nebêjin ’Madem bi Kurdî ye, çi dibe bila bibe’ l Êdî em bi zimanê xwe ji wê devera pêşveçûn yan jî pêvajoya wêjeyî ya ku ev cûreyên edebiyatê gihanê, ji wê derê dest pê bikin. Bila nivîsandina bi zimanê Kurdî nebe behane, nebe hêncet ku em berhemên lawaz binivîsînin, yanî em nebêjin, “Madem bi Kurdî ye, çi dibe bila bibe”. Cenabê te sala 1996’an û paşê jî sala 1997’an bi pirtûkên çîrokan ên bi navê Mirî Ranazin û Mêrê Avis ku te nivîsandîbû hatin nasîn. Helîm Yûsiv çawa dest bi vê serpêhatiya nivîskariyê kir? Ez hez dikim pêşî behsa serpêhatiya beriya van her du pirtûkên çîrokan bikim. Beriya wan du pirtûkên min ên çîrokan bi Erebî derçûn, yek jê li Şamê û yan din jî li Beyrûdê bû. Sala 1991’ê bi navê Recûlû Hamil (Mêrê Avis) li Şamê derket, sala 1995’an jî Jinên Qatên Billind li Beyrûdê derçû. Divê mirov zanibe ku heta hingê li Bakur ti derfetên çapê bi Kurdî nebûn û li Rojava jî şert û mercên mirov karibe pirtûkên Kurdî bi awayekî bi rêkûpêk derbixe, tinebûn. Pirtûkên dihatin çapkirin jî bi dizî dihatin çapkirin û çapeke pirr xirab derdiketin. Dema ku piştî 1992’yan li Bakur rojnameya Welat dest bi weşanê kir, ango qedexeya li ser zimanê Kurdî bi awayekî hat rakirin, hêdî hêdî li Bakur difikirîn ku weşanxaneyan vekin. Hingê min ji bo rojnameya Welat û vê paşiyê ji Welatê Me re nivîs dişandin ji bo ku bên belavkirin. Hingê Abdullah Keskîn di Welatê Me de kar dikir û amadekarî dikirin ku weşanxaneyekê, bi navê Weşanên Avesta ava bike. Piştî ku min çend nivîs di Welatê Me de belav kirin, wî ji min re weha got: “Heger çîrokên te yên bi Kurdî têra pirtûkekê hebin, li vir projeya me ya wesanxaneyekê heye, tu karibî wan ji min re berhev bikî em ê wek pirtûk li vir, li Bakur çap bikin.” Bi vî awayî, hîna li Bakur ti pirtûkek weha derneketibûn, ev teklîf ji min re hat û ne ku ez çîrokên xwe yên bi Erebî wergerînim, lê yên ku Kurdî ne, berhev bikim. Wê çaxê hin kovarên li Binxetê hebûn, tê bîra min li Qamişlo hingê kovareke bi navê Zanîn hebû û min yekem çîroka xwe di wê de belav kir. Û heger ez ne şaş bim sala 1988’an bû. Ew jî ji wan kovaran bû ku xwerû bi Kurdî bûn û bi awayekî bi dizî derdiket. Ji ber ku bi pirranî wêje û çand bû, desthilatdariya Sûrî jî zêde bi ser vê meseleyê de nedihat. Bi vî awayî min çîrokên ku min ew bi Kurdî danîbûn, berhev kirin û ew şandin Bakur. Ez bawer dikim sala 1996’an bû, weşanxane çêbûn, Weşanxaneya Avesta û ev Mirî Ranazin weke yekem pirtûka çîrokan bû ku ji wê weşanxaneyê derket. Piştî wê, ew pirtûkên min

ên bi Erebî derketibûn jî, min wergerandin zimanê wan ê resen Kurdî. Ji hingê ve, ji sala 1996’an ve ez pirtûkên çîrokan û romanan heta roja îro belav dikim.

dixwazim qedr û qîmetê nivîskarên beriya xwe kêm bikim; ne bi vê wateyê, lê ez li ser xwe bibêjim, te behsa vegotina çîrokê kir; çawatiya nivîsandina çîrokê, çawatiya nivîsandina romanê, ez di rêya zimanên din û di rêya sûdwergirtina ji nivîsakarên re mesela ez bi ser teknîka nivîsandina çîroka modern û romanê ve bûm. Yanî di wêjeya Kurdî de berî me ew qonaxên ku ji bo wêjeyeke modern bi Kurdî bi zimanê Kurdî bê holê, bê avakirin, bê encamdan, ew qonaxê hanê di Kurdî de tine ne. Yanî valahî heye. Roman nivîsek didu ne tê de, car pênc nivîskar ne tê de, ji wê û pê ve valahiyeke pirr mezin di wêjeya Kurdî de heye di van 200 salên dawiyê de. Mebesta min jê ew e ku me xwe bi zimanên din ava kir, lê em hatin û me bi Kurdî nivîsand.

Terzê vegotinê û zimanê yê di nava rastî û xewnê de li arafekê, ji bo Bakur di Kurmanciyê de nû bû? Ez dikarim vê bibêjim, di çîrokê de di romanê de jî, di wêjeya Kurdî bi giştî de jî, dema ku me dest pê kir û heta niha jî min timî behsa tiştekî dikir; ew jî şewitandina qonaxan bû. Şewitandina qonaxan çi ye? Mesela zimanê me qedexe bû, di serdemên qedexekirina zimanê Kurdî de çîrok be, roman be, helbest be ango hemû cûreyên edebiyatê li hemû deverên dinyayê bi zimanên din gelekî gavên ber bi pêş ve avêtin û pêvajoyeke wan a bipêşveçûnê çêHerî zêde di vê pêvajoyê de kê tesîr li te kir? bûbû. Di Kurdiya nivîskî de ew pêvajoya hanê Cenabê te dikare hinekî ji xwînerên me re ya qut bû, yanî ew qonaxên ku çîroka hunerî ya dilê xwe vebêjin? modern, romanê di wêjeya zimanên din de li hemû deverên dinyayê li pey xwe hiştin, di Ez bi vî rengî bibêjim, heta niha jî ez pê baş Kurdî de ew qonax hatin şewitandin. Yanî ew nizanim, ka ez nivîskarekî baş im yan xirab im, tine ne. Êdî, ez dibêjim. Ji nişkê ve îmkan çêbû lê ez dikarim bibêjim, ez xwendevanekî pirr ku em bi zimanê xwe edebiyatê bikin, binivîbaş im û pirr baş bûm. Çilo ez xwendevanekî sin. Wê çaxê, wek nifşê nivîskarên Kurd em bipirr baş bûm, kêfa min gelekî ji xwendinê re bêjin, ên piştî salên 90’î, ên ku bi nivîskariya dihat û min pirr dixwend. Niha jî wilo ye. Ji ber Kurdî radibûn, ji me dihat xwestin ku em xwe vê jî, kesên min xwendî û tesîr li min kirin gebi zimanê biyanî ava bikin, em wan qonaxên lek in, ewqasî pirr in ku ez nikaribim li vir nahunerî ku çîrokê û romanê li pey xwe hiştine, vên wan bihejmêrim. Hinên navên wan nasderbas bikin. Yanî têbigihêjin, fêm bikin, bixwîkirî di wêjeya cîhanî de hene, ew ên ku li nin, zanibin çi heta niha weke teknîk, weke hudinyayê her kes wan nas dike, ji wan navan ner, weke hunandin hatiye kirin di van cûreyên heta bi navên ku di wêjeya Sûrî û Erebî de, me edebiyatê de. Bi wan zimanan em xwe ava bigelekî bi Erebî dixwend, nav gelek in. Ji edebikin û em bên, em bi Kurdî binivîsînin. Ew qonayata klasîk heta ya nû, modern nav hene. Lê ez dikarim çend mînakên nêzîkî dilê xwe bixên ku di zimanên biyanî de heta niha li pey bêjim. Ew jî elaqeya wê belkî bi awayê nivîmane, em bi zimanên din wan qonaxan bi sandina min jî hebe. awayekî bi dest xwe bînin, têbigihêjin û agahdar bin ji wan. Êdî em bi zimanê xwe ji wê devera pêşveçûn yan jî pêvajoya wêjeyî ya ku ev cûreyên edebiyatê gihanê, ji wê derê dest pê bikin. Bila l Ew hîs bi min re hebûn ku êdî nivîsandina bi zimanê Kurdî nebe behane, çîrok laşekî piçûk e li ber vê êşa mezin, a ku nebe hêncet ku em ez tê de dijîm. Ji ber wilo, dibe ku roman minaberhemên lawaz binivîsînin, yanî em sibtir be, yan jî têrê bike ku ez karibim wê êşa nebêjin, “Madem bi xwe ya mezin bi rêya wê ragihînim yan jî biniKurdî ye, çi dibe bila vîsînim. Çûna ji çîrokê ber bi romanê ve bi bibe”. Ez vê dibêjim ne ku ez vî awâyî, bi Sobarto bû.

5


Mesela, ew wêjeya bi awayekî realîst ê sade, bi awayekî fotografîk dihat nivîsandin, weke ku kesek rahêje kamerayê deyne ser milê xwe û li derûdora xwe binihêre û binivîsîne. Ha, ew edebiyat min timî hinekî zuwa û hişk didît, mesefayek di nav min û wê de hebû. Di heman demê de ew edebiyata ku lingên wê li ezmanan bû û tenê xewn, xeyal, fentezî û ti bingeha wê ku wilo ti elaqeya wê bi jiyana rojane ya merivan re tinebe, hinekî min ew jî dûrî xwe didît. Min kîjan bêhtir nêzîkî xwe didîtin, ewên ku her du alî ango aliyê xeyalî û yê realîst tevlî hev dikirin, tevlîheviyeke bi harmonî û aheng di navbera her duyan de pêk dianîn. Kesên ku bi vî awayî dinivîsandin, min ew bêhtir nêzîkî xwe didîtin. Heger ez karibim hin navan ji edebiyata cîhanê yên serketî bidim, ez mînaka Franz Kafka bidim, yan jî Gabriel Garcia Marquez, yan jî mesela nîvîskarên Mikhaîl Bulgakov ango ev nivîskarên ku hem dikarîbûn realîst bin û hem jî rola xeyal, fantezî, xewn û surrealîzmê di edebiyata wan de gelekî li pêş bû, bêhtir vê edebiyatê, van nivîskarên bi vî rengî bala min dikişand.

Realîzma efsûnî bala cenabê te dikişand? Belê, ew yek ji wan terzan bû ku bala min dikişand. Realîzma Efsûnî ku demekê ji Emerîka Latînî ber bi wêjeya dinyayê hemûyî ve wilo bayê li wêjeya dinyayê hemûyî xistibû, wê bi xwe jî bala min kişand. Lê ew yek ji wan ekolan yan jî ji wan şêweyên edebiyatê bû ku bala min kişandibû. Yanî, tiştekî realîst bû belê, lê di heman demê de tiştekî xeyalî jî bû. Te behsa wê pirtûka Jinên Qatên Bilind kir ku pêşî bi Erebî sala 1995’an li Beyrûdê hat weşandin. Paşê jî bi Kurdî; û ez ji bo xwe bibêjim, dema ew çîrok hatin weşandin û min jî xwend, di warê awayê vegotinê de yek ji yên heta hingê herî serketî bû. Ez yekser bipirsim, di vê serketîbûna awayê vegotinê de, tecrûbeya Helîm Yûsiv a jiyana wî bi xwe heye gelo, yan jî çiqas e? Bêguman tecrûbeyeke min a wisa heye. Lê ez xalekê zelal bikim; her pirtûka min a ku heta ez li welêt bûm hat nivîsandin, serpêhatiyeke wê ya taybet heye. Lê di meseleya Jinên Qatên Bilind de, sala 1991’ê, dema ku Mêrê Avis derket bi Erebî, ji bo min wê nasnameya min a wêjeyî çêkir. Yanî çîrokên ku bala derûdorên wêjeyî yên Sûrî kişand. Hem jî bi awayêkî dengekî baş da li wê derê. Lê hemû jî çîrokên wilo bûn ku aliyê realîst li ser wan bêhtir serdest bû. Wexta ku ew pirtûk derket, baş tê bîra min, weke nivîskarî min ji xwe re gotibû, ez ê berhemên ne wekî hev binivîsim, projeyên xwe bi vî awayê hanê ava bikim. Bi awayekî ku berhemên min ne wekî hev bin. Lê çawa mirov avahiyekê lêke û her qatek neşibe qatekî din lê di heman demê de jî ew avahiya hanê yek avahî ye. Min dixwest pirtûkên min bi vî awayê hanê bin. Vêca, pirtûka diduyan, Jinên Qatên Bilind ji min re weke ezmûnekê bû. Ezmûneke çawa; min berê got, kêfa min gelekî ji xwendinê re dihat. Hemû berhemên ku heta wê çaxê min xwendibûn û min xwest, ez pirtûkêkê derxim holê ku aliyekî wê yê realîst hebe. Wê çaxê ez li Zanîngeha Helebê xwendekarê hiqûqê bûm, aliyekî wê yê realîst hebû ku girêdayî jiyana min a wê çaxê bû. Min dixwest aliyekî wê yê din hebe ku ew fikr û edebiyat û felsefeya heta wê çaxê min xwendiye, bi awayekî sûdê ji wan berheman wergirim û weke çîrok binivîsînim. Ango, ez karibim wê êşa xwe yan jî wan peyamên xwe bi rêya çîrokê re di wê dema xortaniya xwe de bigihînim, ez karibim wan berheman bi awayekî di nivîsandina wan çîrokan de bi kar bînim. Ji ber vê jî, di Jinên Qatên Bilind de berevajî Mêrê Avis, tê binihêrî navên gelek feylesof, mutesawif, nivîskar û heta wan kesan ku rola wan di edebiyata dinyayê de heye, hene. Navên wan gelekî derbas dibe. Ji bo min ew tecrûbeyeke gelekî taybet bû ku ez karibim hebûna xwe ya felsefî û ya ramanî bi awayekî wêjeyî di wan çîrokan de bînim holê. Ev pirtûk di bin tesîra vê tesewura hanê de hat nivîsandin. Ji ber wilo jî, aniha tu lê biniherî, ji pirtûka min a yekem heta ya dawiyê, taybetmendiya Jinên Qatên Bilind heye ku naşibe van pirtûkên din, ew ne dişibe ya beriya xwe û ne jî dişibe yên li dûv xwe.

6

Ew qonaxên ku çîroka hunerî ya modern, romanê di wêjeya zimanên din de li hemû deverên dinyayê li pey xwe hiştin, di Kurdî de ew qonax hatin şewitandin. Yanî ew tine ne. Êdî, ez dibêjim, ji nişkê ve îmkan çêbû ku em bi zimanê xwe edebiyatê bikin, binivîsin. Romana yekem ya sala 1999’an bi navê Sobarto derçû û gelekî pêjn û bêhna bajarê te Amûdê jê tê. Bi Sobarto di warê wêjeyî de cenabê te xwest çi bike, kul û birrînên civakê yan yên tecrûbeyên te ne, ew ê di Sobarto de tên hûnandin? Taybetiya Sobarto ew bû, ez wisa bibêjim; piştî Jinên Qatên Bilind û piştî Mirî Ranazin, sê pirtûkên min ên çîrokan çêbûn. Ew tecrûbeya jiyanê ya ku ji emrê min mezintir, ji wî emrê min ê hingê, bûyerên ku me bi çavên xwe didîtin, ji zaroktiyê heta bi xortaniyê, ew bûyer wilo bi gelekî ji zaroktî û ciwaniya mirov, ji wî emrê mirov tê de, mezintir bûn. Yanî nedihatin tehemulkirin. Ne bi awayê ruhî û ne jî bi awayê eqlî nedihatin tehemulkirin. Mirov gelek caran pê dihisiya ku nivîsandin, bi taybetî nivîsandina çîrokê nema têra wê êşa giran û wan bûyerên mezin dikir ku em tê de dijiyan. Hisiyateke wilo bi mi re çêbû ku kirasê vê tecrûbeya şexsî, ya jiyanî û ruhî ya ku ez tê re derbas dibim, êdî li laşê çîrokê mezin e, lê fireh e. Ango, çîrokan nema bêhna min fireh dikir. Heta di Mirî Ranazin de jî dema min behsa bûyerekê, kesayetiyekê, tiştekê dikir, ku min li ser dinivîsand, her ku min çîrokek dinivîsand, ez wilo rehet dibûm. Ji min we ye ku êdî dinya bi xêr e û ti kul û derd di dilê min de nema. Êşa min gelekî sivik dibû û diqediya. Lê di wê qonaxê de ku min dixwest romanê binivîsînim, ew hîs bi min re hebûn ku êdî çîrok laşekî piçûk e li ber vê êşa mezin, a ku ez tê de dijîm. Ji ber wilo, dibe ku roman minasibtir be, yan jî têrê bike ku ez karibim wê êşa xwe ya mezin bi rêya wê ragihînim yan jî binivîsînim. Çûna ji çîrokê ber bi romanê ve bi vî awâyî, bi Sobarto bû. Bi vî awayî min navê Sobarto ji pirtûkeke dîrokê derxist ku dikare bibe Mezopotamya, dikare bibe Kurdistan, dikare bibe Sûriye, Tirkiye, welatekî rojhilat jî û her wiha dikare bibe Amûdê ku cihê ez lê ji dayîk bûme jî. Min xwest bi awayekî sembolîk behsa wê cografya hanê, wî welatê hanê bikim ku em lê dijîn. Min dixwest qala gelemseyên wê bikim. Navê diduyan ji romana Sobarto re, Şewatên Sobarto bû, yanî qala wan şewatan bikim li wê cografyayê ji destpêkê heta bi dawiyê. Hem şewatên ruh ên di zaroktiya mirov de dibin, mesela ya Silêman ku kesê sereke ye di Sobarto de û agirê Sînema

Amûdê ku hîna beriya ji dayik bibe birê wî di nav de şewitî, heta bi agirê hepsa Hesekê û heta bi agirê ku bi netewe û welatê Silêman jê tê dikeve. Sobarto behsa wan dike. Yanî min xwest wan rêzeşewatên ku li wir jiyana mirovan dorpêç dikin, bi rêya vê romanê, bi rêya serpêhatiyeke hezkirinê ragihînim. Min gelek caran jî niha behsa wê kir ku nivîsandin ji bo min ji bo wê yekê bû ku karibe êşa ruh wilo sivik bike. Bi nivîsandina Sobarto re, bi çûna ber bi romanê ve, yanî bi vekirina wan deriyên berfireh re gotin û nivîsandin weke alavekê bû ji bo sivikkirina wê êşa mezin. Bi vî awayê hanê Sobarto hat holê.

Di nivîs, çîrok û romanên ku tu dinivîsî de, heywan bi ziman dibin. Carinan tişt jî bi ziman dibin. Di Kurmanciyê de gelek çîrok û fabil hene ku heywan bi ziman dibin. Çima gelo gotinên însanan têra cenabê te nekirin, weke nivîskar? Yanî ev meseleya hanê gelekî girêdayî nihêrîna mirovî ye li nivîsandinê. Ez di nava du kevanan de dikarim bibêjim, ev meseleyeke teknîkê ye. Ka ez bi vî awayî zelal bikim; herçî mirov e, her kes xwedî du çavan e, li derdora xwe dinihêre û dikare ji mirovî re bibêje, ez vî tiştî dibînim, yan jî ev jiyan a min bû, ev bûyer hatin serê min. Bi baweriya min, nivîskar dema ku binivîsîne, divê bi çavekî sêyem binivîse. Ew çavê sêyem ku kesekî nivîskar pê binivîsîne, mesela ew kes dixwaze binivîsîne ku li malê rûniştiye, qedeha avê li ber e û dixwaze ku vexwe, û li wê derê, mesela qedeh pê re diaxive, dema ku bi wî çavê sêyem dît ku qedeh pê re diaxive, naxwe tiştekî wilo heye ku mentiqê romanê vê yekê qebûl dike. Ez dibêjim, divê ew qedeh biaxive, divê tiştekî bibêje. Di hemûyan de êdî çi heywan û çi tişt, dema ku ew diaxivin, ruh bi wan tê. Dema ku rolekê dikin, mesela em bibêjin, romana Gava ku Masî Tî Dibin, bi tevahî li ser zimanê tiştan e, Masî tenê di beşekê de behsa xwe dike. Bêhtir tişt behsa wî dikin. Di van nivîsên hanê de ku tişt û heywan di wan de axivîne, sedema axivîna wan ew e ku dema ez dibînim axaftina tiştan, axaftina heywanan xizmeta mentiqê avakirina wê berhema wêjeyî dikin, ez bê dudilî dihêlim ku tişt jî biaxivin, dihêlim ku heywan jî biaxivin.


Aliyê din ê meseleyê jî ew e ku heger tu li rastiya jiyana me binihêrî, her yek ji me çi bi tenê û çi jî bi malbatê re, rola insanan wan kesên di jiyana wî mirovî de heye ku mirov bi wan re diaxive. Lê ew tiştên ku rojane di jiyana mirovî de bi roleke radibin, heger gumlek e tu li xwe dikî, heger şaleke ku tu li xwe dikî, heger maseya medbexê be, heger kursiyek be, tiştek be ku tim bi te re ye, tu bala xwe bidiyê ku gelek caran di navbera mirov û wan de heye bi aweyekî veşartî; têkiliyeke insanî, mirovana ye di navbera mirov û wan tiştan de çêdibe. Di berhemên wêjeyî de dema ku min dît ev têkiliya insanî ya di navbera mirov û tiştan de, di navbera mirov û heywanan de dikare xizmeta metnên min, xizmeta romanê, wê çîroka ez dinivîsînim bike, min ew bi kar dianîn. Weke her insanê dikare pê re biaxive, ew insanê di romanê de jî dikarîbû bi wan re biaxive. Ji bo min, ez bi yek gotinê bibêjim, axaftina tiştan û heywanan weke pêdiviyeke hunerî û wêjeyî ye.

Romaneke ku te li Elmanyayê nivîsand, 99 Morîkên Belavbûyî ye ku sala 2015'an derçû. Di wir de karakterê sereke wergêrek e, çawa em dizanin tu wergêr î jî. Gelo elaqeya nivîsandina romanê bi vê yekê re heye, tu wî kesî bûye karakterê sereke yê romana xwe nas dikî, yan jî gelo miroveke bi vî rengî ya bi rastî tesîrkirî heye? Bûyerekê li vir li Elmanyayê sala 2002´yan li eyalate Sachsenê, Kurdekî 60-62 salî, por spî, wiha naskirî, ji Qamişlo, êvarekê dema dimeşiya, ji paş ve ciwanekî bi alaveke tûj bi derbeke kuştinê li paş serê wî xist û ew li kolanê hat kuştin. Min ev mirov nas dikir, kurê wî û malbata wî dostên min bûn. Wê çaxê ez nû hatibûm Elmanyayê. Ji wê çaxê ve wê bûyerê, ez dikarim bibêjim ku ez hejandim. Ew insan bi xwe, mirovekî siyasî bû, di hepsan de mabû, hem di hepsên Sûriyê de û hem di hepsên Iraqê yên serdema Sedam de mabû. Ji wan rejîmên dîktator filitîbû, hatibû; ew li Elmanyayê di êvareke sar de ji paş ve, bi destê

ciwanekî ka bê ji ber pirsgirêkên psîkolojîk bû, ka ji ber nijadperestiyê bû, êdî çi be, hat kuştin. Em dikarin bibêjin palpişta vê romanê ji wê çaxê ve ev bûyer bû, ango 13 salan ji 2002´yan heta çapa romanê 2015´an diviyan. Ji bo ku ez karibim behsa vê bûyera ku wilo ez ji hundir ve hejandim bikim, ez hewceyî demeke dirêj bûm. Jixwe, ez behsa bûyereke rastî dikim, ew mirov ne wergêr bû, lê ew bû palpişta nivîsandina vê romana hanê weke bûyer. Wekî din pirtûk û nivîsandinên hemû kesên di çîrok û romanên min de yan ez bi xwe me, yan ew kes in ku ez wan ji nêzîk ve nas dikim, yan jî kesên çêkirî ne lê bi awayekî ji awayan têkiliyeke xwînê merivantiyek di navbera min û wan de heye. Bi qenc û xerabên xwe, ez xwe ji ti kesê di romanê xwe de bêrî nakim, ez xwe ji wan naşom. Ji ber vê jî kesê sereke di vê romanê de çawa ku ez jî ji bo debara xwe ev çend sal in, karê wergerê dikim li Elmanyayê, wergêr e. Di vî karî de tecrûbe û serpêhatiyên bala min kişandin qewimîn û wan di vê romanê de bi awayekî ji awayan cih girt. Dema ku ew kesê hanê hat kuştin, mirov jî ji welatê xwe diqete, tê welatekî din, dibîne ku mirov gelekî bi derûdora xwe mijûl in. Min li Elmanyayê zû nas kir ku mirovên penaber ên ku piştî emrekî ji welatê xwe diqetin, weke wê darê ku ti nikaribe ji qurm hil bikî û qurmê wê li cih bihêlî li wan tê. Weke ku tu wê darê ji qurmê wê qut bikî û darê bêyî qurmê wê li erdekî din biçînî. Min nas kir ku mirovekî ku jiyana wî li welatê wî xirab bibe, ew mirov wê ti jiyanê li ti erda din li welatekî din nikaribe bibîne. Vê fikrê ez gelekî mijûl dikirim. Bila çiqasî imkanên wî hebin, bila zimanê wî welatî hîn bibe, rabûn û rûniştina wî welatî hîn bibe, ew ê nikaribe. Yanî, yan jiyana mirov wê li welatê mirov bê avakirin yan jî ti alternatîfa welatê mirov tine ye ku mirov karibe bibe xwedî şensekî li welatekî din bi jiyaneke baştir bijî. Kesê herî sereke ku dikare pira di navbera kesê xerîb û welatiyên vî welatî de ava bike wergêr e. Ew bi rola wê pirê radibe ku van mirovan nêzî hev bike. Şansê

kesê sereke yê di romanê de ku hat kuştin ew bû ku ew pira ku wê dixwest di navbera xelkê ji welatê wî dihat û xelkê vî welatî de ava bike, gelekî bi wê meseleyê mijûl bû. Yên ku herî zêde wî dixwest alîkariya wan bike, ji welatê wî hatin û derb li wî kesî xistin. Yanî ev pira hanê hilweşandin. Di vê atmosferê de, ev romana hanê bi salan di mêjiyê min de meya. Bi salan min ew bûyera kuştina wî merivî, rahiştiyê heta ku bû wek roman û ev 99 morîkên belavbûyî peyde bû. Jixwe, ew 99 morîk jî morîkên jiyana wî ne, tê de 49 beşên romanê, 49 morîk tên dîtin, 50 morîk jî wenda dimînin. Çîroka vê romanê bi kurtayî ev bû.

Cenabê te got “Min êşa xwe, êş vegot, êşa bajêr, xelkê, tecrûbeyê nivîsand”. Ez jî weke xwînerekî bibêjim, nexasim jî di romana Gava ku Masî Tî Dibin de heta dawiyê reşbîniyeke xurt heye, êş heye; hêvî, heta mirov bibêje bes, kêm e. Mirov dikare bibêje kezebên mirov reş dibin. Gelo sedemeke vê yekê heye? Bi rastî bi zelalî belkî ez bi bersiva vê pirsê nizanibim. Ji ber ku meseleya nivîsandinê li cem min tiştekî wilo, ji xwe ber tê. Tiştekî diherike, tê holê. Tişta ez dikim, midaxeleya ez dikim bi rêya aql ew e ku aql bi roleke birêvebirin, hûnandinê û avakirine rabe. Mirov dikare bibêje roleke teknîkî ye. Di jiyana xwe ya rojane de, ez kesekî zêde reşbîn nînim. Çi li ser asta ferdî û çi jî li ser asta neteweyî jî, hêviya min bi siberoja miletê me yan zimanê me heye. Ez ne kesekî zêde reşbîn im. Dema ku ez di meselê de diaxivim yan jî difikim. Lê belê, xuya ye ku dema mesele dibe nivîsandin, ew hestên kûr ên nedîtî, ew aliyê reş ê ku belkî ronahiya aqlê mirov jî nagihiyê, bêhtir ew aliyê veşartî ji hestên mirov derdikeve pêş. Ji ber wê jî ev aliyê hanê li pêş e. Ev aliyekî meseleyê ye, aliyê din jî ev reşbîniya hanê gelek caran dibe qerf yan jî dibe bi awayekî berovajî. Ango ew xemgîniya zêde gelek caran bi awayekî qerfî û berovajî xemgîniyê di nivîsandinê de derdikeve û tê holê.

7


Teatra Jiyana Nû çîroka Helîm Yûsiv a "Komara Dînan" cara ewil sala 1998’an kir lîstîka şanoyê Helîm Yûsiv niha bi çi mijûl e; cenabê te niha çi dinivîse, çi li ber destê te heye? Niha beriya bi çend rojan min sererastkirina romana xwe ya nû qedand, roman wê di demeke nêzîk de bê çapkirin ji bo hema piştî sersalê (hevpeyvîn dawiya Kanûna 2017´an hat kirin). Min ew teslîm kir. Aniha li ber destê min, romanek heye ku ji sala 2014´an ve di nav destê min de ye, ez pê mijûl im. Ez bi romana xwe ya nû re mijûl im. Ez nizanim çima wisa bû. Ev sê sal in min ti berhem tiştek dernexistiye. Aniha jî berhemek çû ber çapê û ev berhema li ber destê min jî wê di nava çend mehên din de amade be. Gelo cenabê te dikare behsa mijarên her du romanan bike û bibêje ka wê ji kîjan weşanxaneyê pirtûk der biçin? Romana min a çûye çapê, mijar li ser rewşa pênc şeş salên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê ne. Mijara sereke ku roman wilo lê digere jî, sedemên vê wehşiyeta hanê ye ku li Sûrî û Rojava rû da. Yanî ev wehşê di hundirê insanan de ji ku hat, çima bi vê wehşiyeta hanê hatin hember hev, hevdu kuştin, hevdu serjêkirin, xwîna hevdu rijandin. Yanî roman weke gerekê bû li sedemên vê wehşiyetê. Kurmanciya wê dê ji weşanên Peywend der biçe, bi Soranî jî wê ji weşanxaneya Endîşe ya li Silêmaniyê derkeve.

Dema ku wilo hinekî aciz bim, yan jî diber nivîsandinê re ez li mûzîkê dihisînim. Lê di ber nivîsandinê re kêfa min li hisandina Mihemed Şêxo re tê. Di ber nivîsandinê re yê ku herî zêde karibim lê guhdarî bikim û binivîsînim, Mihemed Şêxo ye.

8

Herî dawî Helîm Yûsiv kiîjan roman xwend û hez jê kir? Romana Bextiyar Elî ya bi Elmanî niha di nav destê min de ye, xwendina bi zimanê Elmanî ji bo min ne hêsan be jî niha ew li ber destê min e û ez dixwînim. Romana wî ya ku weke Die Stadt der Weisen Musiker (Bajarê Muzîkvanên Spî) ez dixwînim. Min hîna xilas nekir, ez hema li niviyê me û min gelekî heta niha hez jê kir. Cenabê te hez ji kîjan muzîkan dike? Dema bîhna te teng be tu dibêjî ka ez guh bidim kê? Bêhtir stranên folklorî, kilamên Êrîvanê, hin ên nû jî hene ez li wan dihisînim. Ya ku niha van rojan, min zêde lê guhdarî dikir, ya Gênc Xelîl bû. Gelek kes hene ku vê dibêjin. Derwêşê Evdî jî ez van rojan lê dihisînim. Ji yên nûtir, Ciwan Haco heye ku kêfa min jê re tê. Yên xort jî hene ku kêfa min ji wan re tê, straneke pirr xweş heye ya van herdu xortên distrên. Çend stranên Koma Sê Bira hene kêfa min ji wan re tê. Şiyar û Dijwar hene ku kêfa min gelekî ji çend stranên wan re tê. Koma Çarnewa û nexasim jî bi dengê Silêman strana Bûkê kêfa min jê re tê. Dema ku wilo hinekî aciz bim, yan jî diber nivîsandinê re ez li mûzîkê dihisînim. Lê di ber nivîsandinê re kêfa min li hisandina Mihemed Şêxo re tê. Di ber nivîsandinê re yê ku herî zêde karibim lê guhdarî bikim û binivîsînim, Mihemed Şêxo ye. Ji bo bêhna xwe derxim jî ez li stranên folklorî û yên nû jî dikim. Tiştekî herî ecêb ku li Elmanyayê hat serê te îro kenê te gelekî pê tê çi ye? Yek ji tiştên herî seyr ku îro kenê min pê te ji dema destpêkê ya hatina min e. Dema ku ez wek penaber hatim Elmanyayê, wê çaxê Mehmet Aktaş hatibû pêşiya min. Wî ez birim cem xwe, Berlînê û wî ji min re got, em ê biçin polîs û ji bo penaberiyê miracaet bikin. Piştî wê em çûn, em derbas bûn, çend pirs ji me kirin. Keçike wilo xweşkok hebû, ji me hin pirs kirin. Piştre em daketin jêr, min got qey em ê li jêr li bendê bin ji bo ku em biçin cem polîsan. De jixwe, herçî polîs in, şurteyên Sûriyê li bîra min bûn, tu diçî cem wan, divê berê hinek pere bi te re hebin da ku tu bertîlê bidî wan. Em derketin, min dît, Mehmet dibêje, “De em herin”. Min got, “Em ê biçin ku? Ma ne em ê biçin cem polîs”. Wî jî got, “Xelas, em li cem polîs bûn”. Min jî got, “Aniha keçika bedew ku cil û bergên wê jî xweşik bûn, ma polîs bû”. Wî got, “Erê, xelas. Êdî tê li cem me bî heta mektûb ji te re bê”. Ew tişta despêkê bû ku ecêbmayî hiştim.


Helîm Yûsiv bi rexneyan l Nizanim bê çima ev nivîskar di kurteçîrokên xwe de hema behsa miriyan û dînan dike. l Nivîskariya wî ji dola Marquez û Selim Berekat e. Di destpêkê de bi çîrokên xwe yên realîzma efsûnî riyeke baş da ber xwe, lê piştî ku berê xwe da Ewrûpayê weke dara ji axa xwe bibe, ji ber çû, nivîskariya xwe kuşt. l Min bi pirtûkên Helîm Yûsiv dest bi xwendina Kurdî kir, pirtûka wî ya yekem ku min xwendî ”Mirî Ranazin” bû. Kurteçîrokên wî serkeftî ne, îronîyê û mîzahê gelekî bi kar tîne. Bi tinazên xwe û bi zimanê xwe yê mîzahî û îronîk rexneyên di cih de li civaka Kurd dike. Werhasil kesên ku bixwazin dest bi xwendina Kurdî bikin dikarin pêşî kurteçîrokên wî bixwînin. (Ji ferhenga înteraktîf a Kurdî Tirşik’ê)

*** l Kafkayê Kurdan l Ez vî nivîskarî pêşniyazî wan kesan dikim ku nû dest bi xwendina Kurdî kirine. Bi zimanê xwe yê rojan û zelal hem xwendin û hem fêmkirina wî hêsan e. (Ji ferhenga înteraktîf a Tirkî Ekşîyê)

*** Tirs di nava wan de cihekî mezin girtiye Wêjeya Helîm wêjeyeke zor ciwan e. Ez wî bi nivîskarekî zor baş dizanim. Ez wisa di wî digihim ku ew trajediya Kurdî bi sembolên xwe, bi zimanê xwe yê taybet û bi şêwazê xwe îfade dike. Herçî xisleta şênber a romana Helîm e, tirs di nava wan de cihekî mezin girtiye. Û helbet ew meseleya ka tirs di nav insanê Kurd de dewra xwe dike, îş dike. Ji bo min ev aliyekî gelekî balkêş bû di edebiyata Helîm de. (Bextiyar Elî) *** Rastiya Kurd li Elmanyayê nîşan dide Ew (Memê bê Zîn) ji 15 kurteçîrokan pêk tê ku hîç îşaret bi ti karê Xanî nake. Wisa xuya ye, mîna ku Helîm Yûsiv bi navê sernavê (berhema) Ehmedê Xanî lîstibe û ji ber vê jî bi sembola aşiqên bêmirin ên Kurd. Çîrokên wî derî her vîzyona îdealîst yan jî romantîk a evîn û aşiqan in û bêhtir rewşa xemgînane yan jî - berevajî wê - ya tê ra xwe komîk a ji Kurdistanê yan jî ji rastiya Kurd li Elmanyayê nîşan dide. (Dr. Johanna Bochenska) ***

a nber a roman Herçî xisleta şê a wan de cii nav Helîm e, tirs d ew tiye. Û helbet ir g n zi e m kî e h nê tirs di nav insa meseleya ka dike. ra xwe dike, îş Kurd de dew êş ekî gelekî balk liy a v e in m o Ji b ta Helîm de. bû di edebiya

Li erdeke cotnekirî dixebite Çîrokên ji Mêrê Avis bê cilûberg, heta bê pîne, bi temamî tazî tê hemberî me. Bi fantaziyeke taybet, bi zimanekî pirr xweş ê helbestane, li erdeke cotnekirî dixebite, bi rêbazên hunerî dinyayeke nenas ava dike. Vê dinyaya nenas û mirovan heyranî xwe dike ew bi peyvên belav û bi me nas, ava dike. (Xalid Xalîfe di rojnameya Alif li Qibrisê) *** Ji ber mîzaha wî xwîner carinan li ser kesên di çîrokê de û carinan jî li ser xwe dikene.” (Nivîskarê Ereb, Sevkî Bexdadî) *** Mirov zemt dike Bi Mirî Ranazin Helîm Yûsiv hizrên ji hundir ên neasayî yên jiyana Kurd li (xwîneran) vedike. Xwendineke hem mirov zemt dike û hem jî di heman astê de dûrî aciziyê ye, ku xwendina wê hêja ye - hem ji bo mirovên dixwazin bixwînin, hem jî ji bo wan mirovan ku bi awayekî profesyonel bi analîza civaka Kurd dadikevin. (Judith Wolf, Kurdische Studien)

9


Roman û alegorî A

legorî, di metneke edebî de ruhê tevna ku bi herikandina metnê re berbiçav dibe tê pênasekirin. Bêguman li vir divê em ji bîr nekin ku alegorî ne metafor, sembol, vegotina mecazî ango şibandin e.

F

ikira nivîsandina berhemekê bi her çi ye? Çima ji bo civateke bindest mîna ya Kurdan, bikaranivîskarî re bi hawiyekî cuda peyda nîna alegoriyê rêya vegotineke cuda ye? Min xwest di vê cedibe. Nivîskarên xwedandîsîplîn mîna rebiniyê de hinekî li dora van têgehan herim û werim. hesinî ku di êgir de dirûv digire gelek Bêguman roman bi gotina xwe ya herî tê nasîn li ser rûfikirên destpêkê terbiye dike û li gor nipelan avakirina cîhaneke hûnakî ye. Yanê nigekî wê li rastiya vîskariya xwe dirûv û ruh didE. jiyana rojane ye nigê din jî li cîhana xeyalî ye. Û bi kelijandin Hunerên din ji xeynî romanê ne van her du cîhanan re hûnak jê derdikeve meydanê. Yanê zêde demdirêj in. Roman nivîsandin tiştekî çêkirî jê saz dibe. demeke dirêj dixwaze. Ji ber ku roman Netewe, li vir bilêvkirina vê heqîqetê ez dibêm qey ê ne hunereke pirhêlî ye. Û him berî nivîsandinê û him jî dema mubalaxa be. Tu netewî bi qandî netewa Kurd ji dest vê menivîsê meriv di nava deryaya pirsan de vedigevizîne. Pirsên seleya nekişandiye. Pir bi min ecêb hatibû gava ez daqûlî ku ji ber bûneweriya mirov tên serî her kesî. nava pirtûkên li ser damezrandina fikira netewetiyê, rakişanDi wan demên ku pirsên bêbersiv derdora dina sînorên ku erdnîgariya welatekî ji hev dû min rapêçandibû de fikira ku di hişê min de qut dike, çêkirina alayen netew-dewletan, lêbêtir xwe derdixist pêş ev bû. Em mirov di cîhakirina dibistanên fermî, zêdebûna cimaetên neke wisa de dijîn ku em jê re dibêjin qada dînî, goristanên vala ku piraniyên wan ji hêla mirov a xwezayî. Vê fikirê ez bi ber bi fikireke daner û bikarîneran ve wek gorên lehengên wiha de dehfandim. Fikira ku em qopiya jiyagelê xwe tên qebûlkirin, daçikandina peykeneke din in. Bi gotineke din jiyana aniha ya rên serokan û di hemû qadên jiyanê ên qaheyî ya ku em tê de dijîn jiyaneke qopiyayî ye. mûyî de ev fikira serdest e. Bi awayekî balkêş cîhana em tê de û sazimaGava meriv bala xwe dida peywendiya nûya ku hatiye sazkirin bi min re hesteke wisa di navbera roman û avakirina dewra neteBawer RÛKEN çêdikir. wan de hevçaxiyek eşkere heye. Ji ber ku her Dema min romana Qalik dinivîsand vê fikirê xwe bera qelş û tîşên mejiyê min dida. Lewre tevî ku navenda romana Qalik li ser vê hîmê nehatibe avakirin jî; le belê bandora vê yekê li ser heye. Dawiya dawîn yek ji nigên romana Qalik fikira ku em qopiya jiyaneke rasteqîn in bû. Lê belê di romana min Herimî de ez bi dilrehetî dikarim bibêjim ku vê fikirê bi haweyekî cuda di navenda romanê de beranberiya xwe dît. Dema min dest nivîsandina romana Herimî kir bêguman fikireke min a wiha tune bû. Min destpêka romanê hizir dikir ku ez ê romaneke wiha binivîsim ku bila hema hema ji her qada jiyanê ya Kurdistanê bûyerên girîng, demên dîrokî, beşên hunerê ( mûzik, edebiyat, wênesazî hwd.) tişt tê de cih bigire. Lê piştî ku ez di nava rûpelên nivîsandina romanê de winda bûm ez pê hesiyam ku dê bi vî hawî qet tiştek bandorker nebe. Lê belê çawa ku roman nivîsandin dihêle ku meriv bibe xwedî derdekî. Yê min jî derdekî min hebû. Min dixwest wekî hemû berhemên min him tiştekî nû be û him jî bêyî ku zêde mexdûr bikim çîroka Kurdistanê bi xêra derfeta hunera romanê vebêjim. Vê yekê jî fikira alegoriyê li ber min vekir. Yanê ez dikarim wiha bibêjim. Ne ku ez rûnişitim û li ser fikira bikaranîna alegoriyê xebitîm. Ev jî eynî mîna nivîsandina romana Herimî bi xwe hat û hemû malzemeyê min di nava xwe de hûnand. Bû çaresaziyeke mezin ji bo min. Roman, netew, alegorî û peywendiya di navbera van de

netew-dewlet ji bo mîsogerkirina hişmendiya netewa xwe serî li her tiştî ku bi kêrî wan tê dide. Îqtîdara ku vê fikirê netewperestiyê diparêze wek amûr li her qadên jiyanê dinêre, bi vê hişmendiyê dinirxîne. Bêguman di edebiyatê de, ji ber ku di serdema me de, mîna dewrên berê ne helbest roman di rewacê de ye bivênevê dest di romanê wer dide. Û bi hawiyekî eşkere vê amûrê yanê romanê li gor vê fikirê xwe bikar tîne. Çiku roman eynî mîna avakirina netewan di xwe de hema hema hemû rengê jiyanê dihewîne. Alegorî, di metneke edebî de ruhê tevna ku bi herikandina metnê re berbiçav dibe tê pênasekirin. Bêguman li vir divê em ji bîr nekin ku alegorî ne metafor, sembol, vegotina mecazî ango şibandin e. Li vir mebest ji alegoriyê eger gotin di cih de be dayîna fikir û hesta ku li temamiya metnê tê belavkirin e. Di vî warî de romana G. Orwell Çewlika Heywanan mînakeke pir baş e. Li gel ku di romanê de qala çewlikekê tê kirin, karakter hemû

Metnên neteweyên bindest jî bivênevê metnên alegorîk in. Metin qala çi mijarê dike bila bike dawiya dawîn nikare xwe ji bin destê bandora civaka ku bi her alî ve hatiye dorpêçkirin rizgar bike. Di serî de qada jiyana takekesî ya xûsûsî bi qada jiyana civakî hatiye dagirkirin. 10

heywan in û çîroka wan tê vegotin jî; lê belê di esasê de roman rexneyeke tûj a li dijî komînîstên vê dewrê ên Rûsyayê ye. Gotina herî klasîk e, roman li ser rûpelan avakirina cîhaneke hûnakî ye. Ji bo destnîşankirina vê cîhana hûnakî avakar (nivîskar) bivê nevê serî li temsîlkaran dide. Ji navên di romanê de tên bikaranîn bigire ta heta bûyer û rengvedanên din bi xêra temsîlkariyê neqlî cîhana hûnakî dibe. Lê belê alegorî di metnekê de, di temamiya atmosfer, ruh û hewayê de xwe dide der. Derfetên vegotinê, bi gotineke din cîhana rasteqîn –bi her awayî- bi xêra cîhana hatî avakirin tê temsîlkirin. Bêguman ev temsîlîyeta ne şert e ku bi awayekî xwerû were bikaranîn. Ew bi derftên vegotina hunera romanê, bi bikaranîna teknîkan û bi hev re kelijandina hunerê ve tê kirin. Girêdayî vê meseleyê têgeha lêkolîner û rexnegirê edebiyatê F. Jameson, “alegoriya netewî” derbarê vê meseleyê de çarçoweyekê wiha diyar dike. Jameson îdda dike ku hemû metnên cîhana sêyemîn bivê nevê alegorîk in. Ev vê wiha îzeh dike. Qedera takekesiyê ewqasî di bi qedera raya giştî (qamûyî) de ji hêla polîtîkî, çandî û rojane hatiye dorpêçkirin ku ew alegoriya vê rewşê ancax dikare bîne ziman. Û dîsa Jameson wiha pê de dihere. Bi hawiyekî eşkere ev metnên hanê peywendiya polîtîkayê bi binhişê mirovan re girê didin. Cureya hunera romanê tevî ku yek bi yek qala jiyana takekesî ya mirovan dike jî; lê belê di paşxaneyê metnê de ruhekî kolektîf ya netewa xwe him vedibêje him jî ava dike. Ji ber ku roman tiştekî kolektîf e. Civakên mîna yê Kurdan ku rewşa polîtîkî li ser bandorker e dê karakterên hatî afirandî jî ê para xwe ji bistînin. Û her wiha cîhana di romanan de hatî avakirin jî dê di nava atmosfereke wisa de be. Metnên neteweyên bindest jî bivênevê metnên alegorîk in. Metin qala çi mijarê dike bila bike dawiya dawîn nikare xwe ji bin destê bandora civaka ku bi her alî ve hatiye dorpêçkirin rizgar bike. Di serî de qada jiyana takekesî ya xûsûsî bi qada jiyana civakî hatiye dagirkirin.


t

n a y i Ç u Evîna d

Ferat KEVIR

J

iyan bi xwe gelo ma ne çîrokek e! Heger çîrokeke te nebe ku tu qala wê bikî naxwe tu çima dijî? Çîroka hinan dûr û dirêj dimeşe ya hinan jî mîna bêhneke di bin avê de ye! Mirov li gorî gotina şêweyê hestên xwe dijîn. Hinek pirr qebe, hinek jî nazik dijîn. Yên navberê jî kêm in. Jixwe, di jiyanê de navber nîne! Jiyan yan reş e yan jî spî ye. Diyarî ya ku dîrokê daye me ya herî biwatê û nazdar li gor min Huner e. Û di destpêka mirovatiye de huner bûye amûra şêweya hestên me. Carcaran bûye wêne bûye helbest bûye roman, şano, sînema û derbirînî ye! Vê carê ez qala sînemaye nakim û eze berê xwe bidim muzîkê. Bêguman ez muzîkê bi giştî şîrove nakim lê bes di van salên dawî de stranbejek heye ku hestên xwe bi awayekî hunerî derdibirîne! Mîna dengê xwe û hestên xwe dilnizm e û hêja ye. Stranên wî dibine mêwanên evîndarên dilêş û kêfxweş! Dibine çîrokên du hevalên li ser Çiyayên Kurdistanê! Carinan jî dibine lorikên keçikên ku çîroka jiyana wan qurtek av e. Hunermendek li gorî min tenê ji qalibê herêmiyê derkeve, navnetewî ye. Hunermendên ku êşa xwe, axa xwe û xweşiya xwe nas nekiribe; nikare rayê dilê gelê xwe û yê dilê cihanê jî bigire! Hunermend etarê çand û hunerê xaka xwe ye! Wê vî barî li ser milê xwe bike û diyar bi diyar bigere! Gellek hunermendên me yên ku ev şêwe bi kar anîne hene û xwe di dilê civakê de zexm kirine! Lê belê dîsa wek netewe arîşeya me ya li hember hunerê ya herî mezin ew e ku em hunerê her li pey siyaset û gellek tiştên din dihêlin. Hunermend ji bîra civakê sûd werdigire û asta huner a Kurdî bilind dike. Lê bes, bersiva wê di civakê de ya kêm tê bersivandin yan jî piştî dema wê nirxa wê tê dayin. Huner hîn ji bo me nebûye tiştekî rojane. Ez ê di vê nivîsê de qala Evîna Du Çiyan bikim. Hewl bidim ku erdnîgarî, çand,hest û evînê çawa harmonîyek di nava stranekê de çêkiriye. Çawa mirovek bi dehan caran li stranekê guhdarî bike û jê aciz nebe! Ew stran dive li kîjan rayê bedena te bide ku te ewqas bi xwe ve girê bide. Li gorî min Mem Ararat ev tişt serketî kiriye. Kêfa min ji nivîsa Mem re tê! Her strana wî çîrokeke welatê min e.Tembûr û peyvên wî hestên wî xweş digihînin me. Çîrokên welatên me bi awayekî hunerî pêşkeşî me dike.

Min got ez Ararat im tenê û tenha Te got ez jî Sîpan im, berf û derya

Berfa min ji benda mayîna te heliya Ewreke çavê te bim hêsir bim yarê yarê Hêsir bim sozdarê Hinek stran hene ku mirov tenê muzika wan tesîrê li mirovî dike, hinek jî bi peyvên wan! Stranbejê ku ev herdu tişt bi hev re pêşkeş kir êdî teqez mohra xwe li hestan dide! Peyvên Mem û muzîka wî hevdu temam dikin, ji guhên me bi ahengekê digihîjin mejiyê me. Çîrokên zarokatiya me, kamiliya me û extiyariya me di stranekê de radigihîne ji me re. Nihêrîn heye û dîtin heye. Rast e herkes dinihêre lê bes kem kes dibînin. Çiyayê Araratê wa ye li holê ye, bilind e serê wî digihîje ezmên. Evîndarên welêt di her demsalê de di bin darêke wî de xewna azadiyê dibînin. Her roj bi sedan kes lê dinihêrin lê bes kêm kes wî tenê û tenha; û zarokên wî yên ku di hembêza xwe de dihewîne dibîne. Kêm kes zarokên ku di nava xwe de dihewîne dibîne. Dirûvandina xwe û çiyayê Araratê, bi tenêtîyên xwe vegotin jî êdî hesteke din e. Xwe di evînekê de mîna çiyayekî ku bi milyonan sal in li ser rûyê erdê ye, dibîne lê bes mîna wî jî tenê û tenha dibîne. Ev jî ji hesta evînê tê!

Nîşandana di rûdema evîndarê de Mem Ararat evîndara xwe jî mîna Çiyayê Sîpanê dibîne. Çiyayê Sîpane bi berf e û li kêlaka wî jî Behra Wanê heye. Xweşikbûna berf û deryayê jî di rûdema evîndarê de nîşan daye. Evîna vê stranê ewqas dijwa re ku ji ber wê berfa serê çiyayê Araratê dihelîne! Agirê evînê ji agirê dojehê jî dijwartir dike! Ew berfa ku ji hesreta evînê dihelê dibe dilopek hêsir û di çavên yarê re tê xwarê;

Ma pêkan e em jî dilşa bin yarê Li rûkala axayê vê dinyayê Lerizî payîza min û pelê darê Lerizî kevirê sebrê, lerizî yarê yarê Lerizî sozdarê Ji xwe dipirse, ka pêkan e em jî dilşa bin yarê? Pirseke bersiva wê zehmet e! Ya rastî pirseke bê bersiv e ku ji Tahirê Uryan heta bi Xanî ji Cegerxwîn heta Arjen Arî bersiva wê ji wê helbestê diçe ya din. Gelo evîndarek çima pirseke wisa ji xwe dike? Pêkan e şadbûn di cîhanê de, zehmet e gelo? Hejmara zayîna cihanê teqabûlî çend evînên bextewar dike? Di rûkela dinyayê de çend ji wan evîndarên dil şad di xaka Kurdistanê de mal deynane? Pirs li dûv pirsê ye lê qet bersiv nîne. Yên ku bixwazin bersivan peyde bikin bila herin li helbest û stranan guhdarî bikin.

Peyvên Mem jî muzîka wî jî hevdu temam dikin û ji guhên me bi ahengekê digihêjin mejiyê me! Çîrokên zarokatiya me, kamiliya me û extiyariya me di stranekê de radigihîne ji me re!

Di demsalên evînê de tu hebî yarê Du demsalên evînê hene. Yek jê bihar e ku demsala coşbûna hestan e, dever bi şînahiyê xemlan e. Ya din jî payiz e ku hestên mirovî mîna xwezayê ji hev dikevin. Mîna dareke ku li ser rûyê erdê ye, lê bes pelên wê hemû weşiyane. Wisa zeîf wisa tenik û bêkes e. Bayekî sivik jî dikare wê bi lerizîne lê bes nikare ji qurm hilke, ji ber ku bayê evînê bayekî nazik e, nazdar e wisa bawerzîneke ji nêrîna Mem û Zîn e. Kî dibê çiya nagihêjin hev yarê Ba tê baran tê pê re silav tê Ji baskê balindeyan bêhna yarê tê Tu hebî ez namirin tu hebî yarê yarê Tu hebî sozdarê

Dilê evîndaran çi germ dike? Îcar di vir de evîndar serî radike. Kî dibêje çiya nagihîjin hev? Ka bêjin kî dibêje? Na! Çiya jî digihîjin hev, ma ba, ma baran ji çi re ne. Ma ba çima diwezîne? Barana ku li ser Çiyayê Araratê dibare li ser Sîpanê jî nabare? Bayê ku dara Araratê dilerizîne ma ne ji Sîpan tê? Ma qey silavek nikare dilê du evîndaran yan du mirovan germ bike? Were silavekê li ser peleke ku ji dara payîza Kurdistanê ketibe binivîse, wê pelê ji ser çiyayê Sîpanê berde bi ber çiyayê Araratê ve! Ew silava germ ya ku evîndarek an jî hevalek ji te re rê dike di her dilopên barana Araratê de hîs bike! Rûyê xwe hilde bi ezman ve li ewrên gurî yên ku di hêmbêza xwe de bi milyonan silav barkirine binihêre û bila ew dilop bi milyonan şaneyên te re dans bikin. Dema balîndeyek baskên xwe li hev dixe dilê çend evîndaran lê dide? Gelo evîndar li çiyayê Araratê kîjan dara li ber payîzê ye ku balinde li ser disewihê? Gelo di bin wan darên çiyayên Sîpan û Araratê de çend evîndarên welatê min rawestiyane û di rûpelên lênûska xwe ya spî de bîranînên evînên xwe nivîsandine! Ew çiya bûne şahidê çend evîndarên ku evînên xwe li deştên welat hiştine û derketine serê zinaran! Welat û evîn çendî şîrîn e ku hebûna wan hebûna evîndar peyt dike. Ev hesteke ecêb e ku qiymet û nirxa ku dide evîndarê der dixe holê. Ma Baba Tahirê Uryan jî li ser evîndarê negotibû:

Delal herdû çavên min qerê te ne Nav dû çavên min cihê piyê te ne Ditirsim tu xafil gav bavêjî Û biêşênin mijangên min piyê te Ha ji we re qiymetê ku evîndarên Kurd didin evîniyên xwe!

11


t

Di çarçoveya wêjeya devkî de Kurmancî Lokman TURGUT

W

êjeya devkî, rêûresmên devkî li Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk ji aliyê oriyantalîstan ve bi maneya wê ya herî zêde ne erênî, weke ‘folklor’ ango adetên rengdewlemend, lê belê ewqasî jî nemodern tên dîtin. Her weha weke çîrok û serhatiyên der barê rabihuriyê de ku tu têkiliya wan bi rastiya dîrokî re nîne, tên bi nav kirin (Ben-Amos 1983: 11-17). Ev têgeheke folklorê û wêjeya devkî ya kevn û li paş hatî hiştin e. Di Kurmanciyê de jî bi nêzîkatî û armancên cihê gelek kes bi awayekî zanistî yan jî nezanistî bi wêjeya devkî daketine. Di destpêkê de divê mirov bibêje ku li ser bikaranîna peyva wêjeya devkî, lihevkirineke bi tevahî nîne. Cara yekem ev peyv li Franseyê weke “littérature orale” di duyemîn nîvê sedsala 19’an de hate bikaranîn. Lê belê peyva wêjeya devkî heta salên 50’î yên sedsala 20’an pirr kêm hat bikaranîn. Li şûna wê peyvên folklor û folklorî hatibûn tercîhkirin. Ji bilî van peyvan îro têgeh û peyvên hunerê devkî (bi Ingilîzî oral art) û rêûresma devkî (bi Ingilîzî oral tradition) jî tên bikaranîn. Ji destpêka salên 1970’î û vir ve li herêma ingilîzî axêv têgeha wêjeya devkî weke ‘oral literature’ tê bikaranîn û bi taybetî jî profesora çandên devkî Ruth Finnegan berdevkiya bikaranîna vê peyvê kir (Finnegan 1976). Li gorî min her afirandina devkî ku di navbera pêşkêşvanekî û komeke guhdaran/temaşevanan de tê gotin, ji bo wê derfet û rasthatinên taybet hene û ji aliyê guhdaran/temaşevanan ve li gorî beş û cûreyên diyar ên wêjeyî tên dabeşkirin, berhemeke wêjeyî ye û bi vî awayî jî berhemeke wêjeya devkî ye. Bi gotineke hêsantir, li gorî min berhemên rewşeke komunîkasyona devkî yên taybet hemû berhemên wêjeya devkî ne. Civaka devkî û ya nivîskî Piştî ravekirina peyva Wêjeya Devkî, em dikarin berê xwe bidin ser hin pirsgirêkên ku demeke dirêj lêkolînên folklorê û wêjeya devkî bi xwe re lebikandin. Yek ji van pirsgirêkan cudabûn û taybetmendiyên “civaka devkî” û “civaka nivîskî” ye. Li tevahiya alema zanista folklor û wêjeya devkî, ev pirsgirêk hat nîqaşkirin. Demeke dirêj hat îdîa kirin ku nivîs û xwendin û nivîsîn civakê diguhere, têgihiştina wê dewlemend dike û bi pêş dixe. Ev fikrên hinekî romantîk dikarîn mirovan ber bi wê fikrê ve bibin ku cureyên wêjeya devkî ne întelektuel û karê aqil û mentiqî ne û nivîs ji bo formên çandî yên li pêştir hewce ye. Dibe ku hin aliyên vê tezê rast bin, lê belê dema ev tez ji bo tevahiya gelekî yan jî çandekê were bikaranîn bi xwe dibe pirsgirêk û rê li ber peydabûna giştîkirinên çewt û tewş vedike. Efsaneya nivîsê Heta, Havelock ewqasî pêde çû ku îdîa bike, nivîs û çanda nivîsê kiriye awayê fikirîna mirovan biguhere (1994). Demeke dirêj ev yek bi vî awayî hat qebûlkirin, belê di salên 1970’yî de bi mînaka Swêdê peyva “literacy myhth” ango “efsaneya xwendebûnê” weke tezeke bi îdîa hat afirandin. Li gorî vê tezê, îdîaya ku nivîs û xwendin û nivîsîn civakan bi pêş dixe bixwe, efsaneyeke modern e. Vê yekê jî bi mînaka Swêda sedsala 18’an rave dike. Li Swêda wê demê ji sedî 98’ê civakê çi jin û çi mêr bi xwendin û nivîsînê dizanî, lê ne Swêd pêşketî bû, ne jî civaka wê û ferdên wê. Bi serê xwe welatekî gelekî xizan û rewşa wê di warê din de jî qet nexweş bû. Bi vî awayî zanyarên weke Graff digihiştin wê encamê ku îdîaya xwendebûna civakekê yekser bi pêşketina wê ya aborî, fikrî û zanistî re têkildar e bi serê xwe efsaneyek e (Gee 1996: 32 ji ber Graff 1987 girtiye). Baş e, wê demê cihêtiya di navbera civakên nivîskî

12

Di Kurmanciyê de jî gelek kes bi awayekî zanistî yan jî nezanistî bi wêjeya devkî daketine. Divê mirov bibêje ku li ser bikaranîna peyva wêjeya devkî jî lihevkirineke bi tevahî nîne. Cara yekem ev peyv li Franseyê weke “littérature orale” di duyemîn nîvê sedsala 19’an de hate bikaranîn. û devkî de çi bû? Bersivên cihê ji vê pirsê re jî hebûn. Belê ya ku ez divê pêşgotina dirêj de hez dikim balê bikişînim ser vê îdîayê bi hin mînakan pûç dike, ku li rewşa Kurdistanê jî tê. Di hin lêkolînên li welatên Asyaya Navîn yên dema destpêka Sovyetan de derket holê ku bi nivîsê re, têgihiştina mentiqî ya ferdan diguhere, ew bêhtir li gorî kategoriyan difikirin û dikarin hêsantir fikrên mucerred û nedarîçav fêm bikin. Lê bi lêkolînan, tişta ku nedikarî were piştrastkirin ev bû: “Gelo bi rastî nivîs dibû sedema vêguherînê?” Li gorî min bersiva vê pirsê ‘na’ ye. Ji bo ravekirina fikra xwe, ez ê berê xwe bidin welatên Rojhilatê Efrîkayê. Li hin deverên Efrîkayê di civakê de sê alfabe tên bikaranîn (weke rewşa miletê Vay li Lîberyayê). Yek jê alfebeya Erebî ya ji bo Quranê ye, ya din alfabeya vî gelî ya kevin e, û ya din jî alfabeya Latînî ya li dibistanan e. Tevî ku pirraniya mirovan bi yek, didu hin jê bi sê alfabeyan jî dizanin, ev yek nebûye sedem ku civakên vê deverê, bi maneya “cihana modern” bi pêş bikevin (Scribner û Cole 1981). Wê demê tişta ku li destpêka Sovyetan hatî dîtin çi bû? Li gorî min, ya herî li gorî aqilan ew e ku mirov li pişt vê meseleyê ne li nivîsê û xwendebûnê belê li rola wê ya di civakê de bigere. Ya aqilane ew e mirov berê xwe bide îdeolojiya ku nivîsê û rola wê belav dike. Wê demê mirov dikare îdîa bike, ya dibe sedema guherîna civakê û derfeta fikra mucerred û nedarîçav li pêşiya ferdan vedike, ev îdeolojî bi xwe ye (Turgut 2011:47-55). Jixwe em gaveke din bi wê de bavêjin, em ê karibin berê xwe bidin fikr û têgeha pêşketinê û pêşveçûnê jî. Di encamê de ya ku em dikarin li vir weke cihê herî dawî yê nîqaşê gihiştinê jî weha kurt û Kurmancî bibêjin: Têgehên pêşketin û paşvemanê bi xwe jî hukmên îdeolojîk in. Em vê minaqeşeyê li aliyekî bihêlin û berê xwe bidin dîrokçeya berhevkirina metnên devkî – li vir metn tenê bi maneya halê nivîsandî a berhemên devkî hatiye bikaranîn – yên bi Kurdî ku li pey xwe êdî çend sedsalek hiştine.

mancî yên devkî komkirî û nivîsî bigere, wê şaş nebe ku mirov îşaret bi Evliya Çelebî bike. Çelebî dema ku behsa zimanê Kurdî û zaravayên wî dike her weha hin mînakên ji wêjeya devkî jî dide. Straneke li ser kelekvanan a ji Cizîrê jî dibe ku mînaka yekem a wêjeya devkî ya komkirî be. Evliya Çelebî di deh bergên Seyahetnameya xwe de di pirraniya bergê çaran û beşekî piçûk ê bergê pêncan de behsa Kurdan dike. Der barê naverok û şîroveya van agahiyan de van Bruinessen agahiyan dide (1988, 2000). Van Bruinessen her weha li ser strana li ser kelekvanan agahiyan dide (1985: 20-21). Paşê bêhtir mîsyonerên rojavayî bi Kurdistanê re elaqedar bûne, rahibekî îtalî Pater Marizio Garzoni ji bo amadekirina pirtûka xwe ya bi navê Gramatica e Vocabulario della Lingua Curda (Rêziman û Ferhenga zimanê kurdî) hin metnên Kurdî jî komkirin (1787). Lê bi awayekî ciddî yekser cara pêşî Kurdologên Rûs bi berhemên wêjeya devkî yên Kurdî re elaqedar bûn. Rûsyayê jihevdeketin û qelsbûna Împeretoriya Osmaniyan û ya Safewiyan weke firsendekê nirxand û ji bo ku li Qafqasan erdên xwe fireh bike şerên dagirkeriyê dan destpêkirin. Di çarçoveya van şeran de Rûs û Kurd pêrgî hev hatin ku ji bo Împeretoriya Osmaniyan bergirên rêûresmî yên sînorên rojhilat bûn. Piştî şerê Krimê (1853-1856) Sankt Petersburg veguherî navenda lêkolînên li ser Kurdan. Peter Lerch, dîlên şer ên Kurd ên li herêma Smolenskê li bajarê Roslawlê weke çavkaniya agahdariyên xwe yên lêkolînên li ser Kurdan bi kar anîn û wî di nava vê xebata xwe de her weha hin berhemên wêje û dîroka devkî ya Kurdan bi Kurmancî û bi Kirmanckî berhev kirin û bi Elmanî weşandin (1857-1858). Konsulê Rûsyayê yê Erziromê ku bi xwe rojhilatnas bû û bi eslê xwe Lehî bû, sala 1860’î bi navê Alexandre Jaba li Sankt Petersburgê hem agahiyên der barê civak, adet, rêûresmên Kurd, hem jî der barê şairên Kurd û hem jî der barê wêjaya devkî ya Kurdan de ku tev jî ji Mele Mehmûdê Beyazidê kom kiribûn (nivîskarê van metn û agahiyan hemûyan Mele Mehmûdê Beyazidî bi xwe ye) bi Fransî çap kirin (Jaba 1860).

Kurtedîrokçeya lêkolînên li ser wêjeya devkî ya Kurmancî heta bi salên 1950’î Tomar û komkirinên pêşî yên der barê berhemên wêjeya devkî ya Kurdî de bêhtir Di encamê de ya ku em dikarin li vir weke cihê herî bi ziman re elaqedar bûn heta yên ne bi vî dawî yê nîqaşê gihiştinê jî weha kurt û Kurmancî birengî îstîsna bûn. Heke mirov li kesê ku pêşî nimûneyên ji wêjeya devkî ya Kurbêjin: Têgehên pêşketin û paşvemanê bi

xwe jî hukmên îdeolojîk in.


Ji Sankt Petersburgê ber bi Berlînê ve Ji vir û pê ve navenda lêkolînên li ser wêjeya devkî ya Kurdan ber bi Berlînê ve diçe. Eugen Prym ji bo lêkolînên li ser Aramiya nû diçe herêma Torê û li wir pê dihise ku bandora Kurdî pirr zêde ye li ser zimanê Suryanî yê deverê ku bi navê Turoyo tê nasîn, ango yek ji zimanên Aramiya nû. Li ser vê jî sala 1869’an ji rêzanê xwe yê bi navê Cano metnên bi Kurdî kom dike. Tevî Albert Socin encamên vê xebata xwe sala 1887’an li Berlînê çap dike. Hevalê wî Albert Socin jî bi armanca lêkolîna zimanê Aramiya nû ya cihûyên herêma Behdînanê sala 1870’yî diçe Kurdistanê. Ew jî li wir biryarê dide ku li Zaxoyê berhemên wêjeya devkî yên bi Kurdî kom bike, ew her weha diçe hin gund û navçeyên Botan û Hekariya jî û berhevokeke pirr hêja li ber destê wî çêdibe ku sala 1890’î li Berlînê çap dike. Hugo Makas bi xwe akademîsyenekî li paytexta Awusturyayê Viyenayê ye û ti caran ji bo lêkolînê berê xwe nedaye Kurdistanê, lê belê bazirganekî Mêrdînî hevalê wî ye û ji vî bazirganê ku ji zimanê wî diyar e bajarî ye, berhemên wêjeya devkî ya Kurdan kom dike û wan li Sankt Petersburgê çap dike (1897). Sê salan piştre heman xebatê û mînakeke ji Diyarbekirê ku Martin Hartmann daye wî, çend duayên Êzîdiyan û helbesteke ji Geverê jî bi hev re li Heidelbergê çap dike (1900). Destpêka sedsala 20’an Albert von Le Coq jî li Kilîs û Entabê berhemên wêjeya devkî yên Kurmanciyê kom dike û li Şamê jî hinan ji van berheman dide wergerandin li Kirmanckî (1903 I û 1903 II).

Albert von Le Coq

Albert Socin

Ji bo Kurdan bi destê Kurdan Vê destpêka sedsalê êdî bandor li Kurdan bi xwe jî kir ku elaqayê nîşanê wêjeya xwe ya devkî bidin, lewra di lêgerîna zexmkirina nasnameyeke neteweyî de hêdî hêdî bi hêza wê hisiyan. Di kovarên Hawar (1932-1945) û Ronahî (1943-1944). Bi Hawarê û Celadet Elî Bedirxan û Kamûran Bedirxan re ji nêz ve elaqedar dîplomat û rojhilatnasê Fransî Roger Lescot jî ber bi dawiya nîvê pêşî yê heman sedsalê berhemên wêjeya devkî yên Kurdî kom kirin û tevî wergera wan a bi Fransî weşandin (Lescot 1940 û 1942). Thomas Bois jî sala 1946’an li ser wêjeya devkî ya Kurdan lêkolîna xwe weşand. Di vê berhema xwe de wî li gorî mijar û cûreyên wêjeya devkî hewl dabû civaka Kurd nas bike û bide nasîn. Hekîmekî eskerî yê Fransî André Brunel li Başûrrojavayê Kurdistanê hin çîrokan kom dike û adaptasyona wan a bi Fransî bi navê Gulusar sala 1946’an diweşîne. Mixabin Kurdiya van berhemên berhevkirî nehatiye weşandin bi tenê adaptasyona wan yan jî wergerên wan ên bi Fransî hatine weşandin (ji bo pirtûkê binêre li Brunel 1946). Mirov dikare weke yek ji xebatên herî girîng ên komkirina berhemên wêjeya devkî ya Kurdî ên vê demê karê ku Heciyê Cindî û Emînê Evdal kirî binirxîne (Cindî û Evdal 1936). Jixwe, bi vê xebata xwe wan rê li ber xebatên xwîşk û birayên ji malbata Celîl vekir ku wê mohra xwe li xebatên li ser wêjeya devkî yên piştî salên 1950’î bidaya. Weke mînak mirov dikare li van berheman binihêre: Celîlê Celîl 1989, 2002; Ordîxanê Celîl 1975; Ordîxanê Celîl, û Celîlê Celîl 1974, 1978; Cemîla Celîl 1964, 1973, 1986.

Çavkanî -Ben-Amos, Dan; Studies in Aggadah and Jewish Folklore, Jerusalem 1983 -Brunel, André, Gulusar: Contes et Légendes du Kurdistan, Parîs 1946 -Van Bruinessen, Martin; HYPERLINK ”http://www.hum.uu.nl/medewerkers/m.vanbruinessen/pu blications/Bruinessen_Evliya_ve_Kurtce_lehceleri.pdf”Onyedinci yüzyilda Kürtler ve dilleri: Kürt lehçeleri üzerine Evliya Çelebi’nin notlari, Studia Kurdica, sal 2, hejmar 1-3, Nîsan 1985, 13-37. -The Ottoman Conquest of Diyarbekir and the Administrative Organisation of the Province in 16th and 17th Century, in: Evliya Çelebi’s Book of Travels: Land and People of the Ottoman Empire in the Seventeenth Century, Bd. 1: Evliya Çelebi in Diyarbekir, Klaus Kreiser (Hrsg.), Leiden 1988, 13-28 -Celîl, Celîlê; Zargotina Kurdê Sûriyayê (Kurdische Folklore in Syrien), Upsala 1989 (1. Auflage 1985) -Stran û Dîlanên Kurdî, berg 2, Yêrêvan 2002 -Celîl, Cemîla; Kilamêd Ciameta Kurda, Yêrêvan 1964 -Kilam û Miqamêd Cimaeta Kurda I, Moskov 1973 -Kilam û Miqamêd Cimaeta Kurda II, Moskov 1986 -Celîl, Ordîxanê und Celîl, Celîlê; Çîrokê Cimeta Kurda, Yêrêvan 1974 -Zargotina Kurda berg 1 û 2, Moskov 1978 -Destanên Kurdî, Stenbol 1994 (çapa yekem 1989) -Zargotina Kurda, Bayiz Efrûzî tîpguhêziya ji tîpên kirîlî kiriye, Hewlêr 2008 -Celîl, Ordixanê; Stranê Zargotina Kurdayê Tarîqiyê (Die Lieder der Kurden über die Geschichte), Erewan 1975 -Cindî, Heciyê û Evdal, Emînê; Folklora Kurmancan, Yêrêvan 1936. -Finnegan, Ruth; What is Oral Literature Anyway? Comments in the Light of Some African and Other Comparative Material, in: Oral Literature and Formula, Benjamin A. Stolz und Richard S. Shannon (Hrsg.), University of Michigan 1976, 127-166. Garzoni, Maurizio; Gramatica e Vocabulario della Lingua Curda, Roma 1787 -Gee, James Paul; Social Linguistics and Literacies: Ideology in Discourses, London 1996 -Graff, Harvey J.; The Legacies of Literacy: Continuities and Contradiction in Western Culture and Society, Bloomington und Indianapolis 1987 -Havelock, Eric A.; Preface to Plato, London 1994

Roger Lescot

Martin Hartmann

-Jaba, Alexandre; Recueil de notices et récits kourdes (Sammlung der Kurzbeschreibungen und Erzählungen der Kurden) St-Petersbourg 1860 -Le Coq, Albert von; Le Coq, Albert von; Kurdische Texte, 2 berg., Berlin 1903 -Lerch, Peter J.A; Forschungen über die Kurden und die iranische Nordchäldaer, berg I, Sankt Petersburg 1857 -Forschungen über die Kurden und die iranische Nordchäldaer, berg II, Sankt Petersburg 1858 -Lescot, Roger; Textes Kurdes, Bd. 1: contes, proverbes et énigmes, Paris 1940 -Textes Kurdes, Bd. 2: Mamê Alan, Beirut 1942 -Makas, Hugo; Kurdische Texte im Kurm n í-Dialekte aus der Gegend von Märdîn, St. Petersburg 1897 û Lenîngrad 1926 -Prym, Eugen û Socin, Albert; Kurdische Sammlungen, erste Abteilung, Erzählungen und Lieder im Dialekte des Tur Abdin, St. Petersbourg, 1887 -Scribner, Sylvia û Cole, Michael; The psychology of literacy, Cambridge 1981 -Socin, Albert, Kurdische Sammlungen, zweite Abteilung, Erzählungen und Lieder im Dialekte von Bohtan, St. Petersbourg, 1890 -Turgut, Lokman; Mündliche Literatur der Kurden in den Regionen Botan und Hekarî, Berlin 2011

13


Ji pênûsa gerîlayekî:

Li Perava Jiyanê Dema mirov romanê dixwîne, bi aweyekî zelal tê dîtin ku roman bi tahm û çêşa Kurdî hatiye hûnandin û nivîsandin. Navê newal, çiya, gund û çeman hemû bi Kurdî ne. Ji bilî navê cih û waran, gelek peyvên Kurdî jî di romanê de hene. Piştî min ev rewş dît min ev roman wek romaneke Kurdî qebûl kir.

D

i serî de dixwazim hinek mijaran li vir bêjim. Paşê jî derbasî nirxandina romanê/bîranînê bibim. Ên nivîsên min ê li ser nirxandinên romanan şopandine, ew dizanin ku her tim min li ser romana Kurdî nivisanHasîp YANLIÇ diye. Hema vê carê min li ser romaneke “Tirkî” nivîsandiye. Çima min biryareke wiha daye, dixwazim kurtasî li ser vê mijarê rawestim. Çar meh e ez di girtîgeha Amedê de me*. Qoxûşa ku têde girtî me, nivîskarê romana me Mehmet Polat jî li vir girtiye. Piştî çend rojan min bihîst ku hevalê Mehmet Polat romannûs e. Min jî xwest demildest vê romanê bixwînim. Ketim dora xwendina romanê, ji ber ku hevalan roman ji destê hev direvandin! Dora romanê hate min û min di hilmekê de xwend. Ji ber ku herikbar bû, min nedixwest ji destê xwe deynim, min di rojekê de xwend. Dema me volta davêt jî pirsên min li ser romanê bû, sohbeta me li ser çîroka romanê bû, çawa hatiye nivîsandin, çima ne Kurdî ye, zehmetiyê wê demê yên girtîgehan û hwd… Bi van sohbetan zêdetir nasîna romanê û nivîskar bû para min. Paşê min di serê xwe de nirxandina pirtûkê bir û anî, min ev fikra xwe ji rêzdar Mehmet Polat re vegot. Nivîskar ev got:“Tika dikim rasteqîna romanê binivîse, ji rexnekirinê netirse, çanda me rexnedayîn û rexnekirin e, ew ê rexneyên te min xurt bike.” Paşê min dîsa rahîşt pirtûkê û bi nîşeyan dubare, cih cih sêbare xwend bi alîkariya nîşeyan. Di pêşgotina romanê de ji xwe romannûs gotiye: “Ji ber rewş û mercên zindanan min ev roman bi Tirkî nivîsandiye.” Ji xwe dema mirov romanê dixwîne, bi aweyekî zelal tê dîtin ku roman bi tahm û çêşa Kurdî hatiye hûnandin û nivîsandin. Navê newal, çiya, gund û çeman hemû bi Kurdî ne. Ji bilî navê cih û waran, gelek peyvên Kurdî jî di romanê de hene. Piştî min ev rewş dît min ev roman wek romaneke Kurdî qebûl kir. Hûn jî van rewşên ku min li jor dest nîşan kiriye, li ber çavan bigirin û lewre romanê, bi Kurdî bihesibînin. Îcar em derbasî romana xwe bibin. Roman bi helbestekê dest pê dike, ev jî bi me dide zanîn ku romannûs ji helbestan hez dike û teqez di rûpelên pêş de em ê bi suprîzên helbestan rûbirû bimînin. Ez ê li ser vê mijarê pêşde zêdetir rawestim. Jiyan evînek e, wê bijî! Jiyan stranek e, wê bêje! Jiyan têkoşînek e, bitêkoşe!

14

Jiyan macerayek e, bide ber çavê xwe! Jiyan lîstikek e, wê bilîze! Jiyan, jiyan e, ji bo wê şer bike! Rahîbe Teresa Ev roman bi çavê sêyemîn hatiye vegotin. Roman wek du beş û du herêm hatiye nivîsandin. Herêma Pasûr û Garzanê. Hema mirov baş bala xwe bide, mirovê fahm bike ku nivîskar/lêheng Pasûrê zêdetir nas dike û vegotina navê çiya û çeman xweş vegotiye. Ne navê çiya û çeman, tene çîroka navên wan, mîtolojiya wan jî bi hostatî vegotiye. Çîroka/mîtolojiya Çiyayê Sîser, Kuris, Kember û çemê Keserê di romanê de zelal vegotiye. Wek min li jor jî gotibû, roman Kurdî ye. Em çawa dikarin bejin roman a Kurdî ye; romanên Kurdî gelemperî bi xewn, mîtolojî an jî çîrok çîrokan vedike. Di romanê/bîranînê de nivîskar ev bi hostatî bi kar aniye. Di xewneke gerîlayeke jin a birîndar de, mêvanê xewna wê çiyayê Kemberê ye. Di xewna xwe de Nergîzê bi Kemberê re sohbet dike. Kember kî ye? Kember, navê çiyayekî di navbera çiyayên Sîser û Kuris de ye. Sohbet li ser mîtolojiya navê çiyayan e. Beşek jê wiha didome: “Birayên min Sîser û Kuris du egîdên bi nav û deng in, li Mezopotamya yê. Paşê di nava wan de pirsgirêkeke piçûk derbas dibe û şerekî giran di navbera wan de dest pêdike. Her çiqas ez weke xwişka wan a piçûk ketim navbera wan jî, min nikarîbû Kuris û Sîser ji hev biqetanda. Aştiyekê di nava wan de deynim… ” Rûpel 70 Ev beşek ji mîtolojiya di navbera Sîser, Kuris, Kember û Çemê Keserê de ye. Dûmahiya wê hûn bi xwe bixwînin. Helbest çîrok û roman bi hev re girêdayî ye. Dema mirov romanekê beş beş ji hevdu bixîne, ger cur bi cur helbest û çîrok jê dernekeve, li gorî min ne romaneke ser-

ketî ye. Heman tişt ji bo çîrokê jî derbasdar e. Helbest jî çavkaniya çîroknûs û romannûsan e. Em di romana rêzdar Mehmet Polat jî vê tarzê dibînin. Bi tarza helbestî hatiye nivîsandin. Min paragrafa yekemin danî bin hev û bû helbestek. Ev jî hostatiya nivîskar li ber çava radixe. Ji van rêzên jêr jî diyar e, dema mirov dixwîne dibêje qey helbestan dixwîne. Ezman sayî ye Ezman şîn e Ezman di sayiyek neynikê de ye Ezman bi êşa salan diqele Tenêtiyê dikişîne hundirê xwe. Rûpel 11 Dîsa roman her çiqas bi zimanê Tirkî jî hatibe nivîsandin, kilam û pêşgotin bi Kurdî hatiye nivîsandin. Ev jî bêhna Kurdî li romanê bilintir dike. Ferman e, Ferman e, Ferman e, Fermana serê me Kurdan e, Bavê Mihyedîn bi sê dengan, Li birek peyayê Mala Şeref dikir gazî, Li Mistê, Li Ûnis, li Şêxa, Li Derwêş, Ronîka Çavê min Evdirehman e… Rûpel 249 Mirov dest bi xwendina romanê dike, heta gelek rûpelan lêheng ne diyar e. Min bi xwe di rûpela 65’an fahm kir ku lêhengê romanê Memyan e. Ewil min digot belkî lêheng Sînan e. Di romanê de gelek karekter ketiye û derketiye. Ji ber ku di nava şer de ne, ji xwe roman li çiyayên azad derbas dibe û li wir dest pê kiriye. Çawa mirov dest bi xwendinê dike û heta dawiyê xwe ji guleyan, bombeyan û ji keşfê diparêze. Car caran kêmîna datîne, ji kêmîna derdikeve, ji êşa birîna dinale. Carna jî birîndara li ser pişta xwe ji qada şer derdixe, carna jî rêhevalê xwe dispêre axa sar. Nivîskar di danasîna lêheng de çikûsî kiriye. Dema roman xilas dibe û qapaxa dawîn digire û ji xwe dipirse; Memyan yekî çawa bû? Tiştek nayê ber çavê mirov, ji bilî şahnika li ser çavê Memyan. Por, çav, bejn û bala wî tu tiştek tune ye di romanê de. Hema her çi qas ji aliye fizîkî neyê ber çavê min jî di aliye kesayetî û hişmendiyê de mirov dikare bêje Memyan şervanê azadiyê ye.


Bîrdozî, sekin, nêzikatiya hevalan, disîplîn û girêdana wî ya bi rêxistinê wî nas dikin. Qasî ez şervanê azadiyê nas dikim, ji populîzmê dûr disekinin. Dibe ku bi zanebûn aliyê fizîkî dernexistiye pêş. Şervanê azadiyê bi hişmendî, bîrdozî û pratîka xwe derdikeve pêş, ne bi aliye xwe yê fizîkî. Ger em dîsa bipirsin ka Memyan yekî çawa ye, em ê dîsa bi dil rehetî bêjin şervanê azadiyê ye. Di romanê de car caran nivîskar ji mijarê derketiye. Ev jî dibe sedema ku ji mijarê qut bibim. Carna min digot belkî ez du romana bi hev re dixwînim. Min ji xwe dipirsî ez serhildanên Kurdan dixwînim an jî bîraninên gerîlayekî? Li gorî min nivîskar bi vê tarzê xwestiye xwendevanan di meraqê de bihêle, loma li ser mijarên din dûr û dirêj sekiniye. Xwezî bi kurtasî li ser mijarên bîranîna dûdirêj bisekiniya. Ew ê tahm û çêşa romanê xweştirîn bikira. Her çiqas ez van kêmasiyan dibêjim jî, pêwîst e ku em vê jî li ber çavan bigirin; nivîskar 21 sal in di zindanê de ye û ji ber vê rewşê jî bi edîtorê xwe re belkî hevdu nedîtibin jî. Ya din jî, ev pirtûka wî ya yekemin e. Em ê bi kelecan li benda pirtûkên nivîskarê hêja bin.

“Ger hûn çûn Pasûrê derkevin ser Çiyayê Dorşînê û newaya çemê pasûrê guhdar bikin.” Hevalê Garzan Rastî ez qet neçûme Pasûrê, hema min romana “Li Perava Jiyanê“ xwend, dibêjim belkî emrê min hemû li çiya, çem, newal, daristan û gundên wê derbas bûye. Ji xwe min soz daye xwe, ger rojekê ji zindanê derkevim, azad bibim ez ê bere xwe bidim çiya, newal, çem û gundên Pasûrê. Li ber çemê Pasûrê çay vexwim, li ser çiyayê Sîserê, Kuris û Kemberê berê xwe bidim hêsirên Çiyayê Kemberê çemê Keserê û keseran bikşînim. Li gorî van daxwazên hundirê min ez dikarim vê bejim; nivîskar bi pênûsek xurt der û dora Pasûrê di romanê de resim kiriye. Mehmet Polat bi wêrekî, îxanet jî di romanê de vegotiye. Ev jî rastiya bûyerên ku di romanê de derbas dibe piştrast dike. Derûniya şer, rastiya şer li ber çava raxistiye. Leşker: "Teslîm bibin!" Bi vê daxwaza leşkeran ku Egît û Cihan ji duh razî bû, destên xwe rakirin û teslîmiyet qebûl kirin. Rûpel 291 Sekna şervanê azadiyê ya bi wêrekî jî wiha dibêje:“Ez derdikevim vî paleyî û şer dikim, ên dixwazin bila bi min re werin. Ên nayên jî cirik û cehenema wan kiriye.” Rûpel 291 Wek gelek nivîskaran Mehmet Polat jî aqûbeta gelek karakteran venegotiye. Ez bi xwe meraq dikim, Apê Cemo piştî wî emrê xwe çawa di nava şervanê azadiyê de li hemberî îxanetkaran şer kiriye? Gelo Xangulê di dezgeyên JÎTEMê de çiqas êşkişand û niha li kû derê ye? Hevalê Sînan niha li kû derê ye? Dawiyê çi kir? Û hwd. Belkî nivîskar bi zanebûn wiha kiriye, hema em xwendekar di meraqa wan de ne. Xwezî nivîskar dewama vê pirtûkê binivîsanda û me dîsa di hilmekê de bixwenda. Nivîskar ji nîvê emrê xwe zêdetir e ku di zindanê de ye, derfetên xwendinê gelek e, ez dibêjim pêwîst e ku tûrikê xwe vala bike, cûr bi cûr pirtûkan binivîse ji me re. Bila zindan tiştên di tûrikên wî de ye nerizîne.

*Nîşeya editor: Vê çaxê nivîskar li zindanê girtî bû. **Hevokên ku nivîskar ji romanê girtiye (ji bilî yên Kurdî) wî wergerandiye Kurmancî. Nivîskar Mehmet Polat Li Perava Jiyanê (Yaşamın Kıyısından) Weşanê Aramê, 314 rûpel, çapa yekemin 2015

Xîtaba kesê duyem:

Segwer

w Mihemed Mukrî di navbera vî kesê sêyem ê vebêjer û protoganîstê xwe de têkiliyek daniye: vebêjer ji protoganîst re dipeyive. Ew mezinê wî ye, bîranîna wî ye, poşmaniya wî ye û her di ser wî re ye, lê pê re ye, samîmiyeteke ku xwîner nikare wî jê bişo peyde dibe.

S

egwer a Mihemed Mukrî yek ji wan romanên herî bi tesîr e di peywenda siyasî de. Jixwe, bi serê xwe ji bo weşana romanê xwedîderketina serokê YNK´ê Celal Talabanî yê par rehmet kirî, tevî liberrabûna gelek kesên ji nava YNK´ê, îşaret bi girîngiya romanê di vê peywendê de dike. Di romanê de di nava çar dîwarên hucreyeke girtiyekî li benda bicihanîna cezayê darvekirinê de hizr, bîranîn ji hucreyê dibihurin, behsa rabihuriya rêxistinî, malbatî, evîndarî û rewşenbîrî a kesekî dikin. Ew mijar li pêş in ku dikarin weke rexneyên siyasî li dijî rêxistinên di salên 80´yî (û beriya wê) de li Başûrê Kurdistanê li dijî Beasê û komara beriya wê şer dikirin, werin dîtin. Ew jî dikin ku em fêm bikin, çima di nava YNK´ê de kesên li dijî weşana çapa romanê hebûn. Weke nimûne em binihêrin li van gotinên ji ber wergera Kurmanciyê girtî; "Heyho… heyho…. heman sazî û dezgehên kevn… heman rûyên beşişî û şelaf û heman gewc û ehmeq, bi heman reftarên axayetiyê yên berê ‘şoreşger in’, lê her yekî xwe di kirasekî xemilandî de û bi dehan dirûşmên birîqedar û xapînok berçav kiriye." Roman bivê nevê Le Mur (Dîwar) a Jean-Paul Sartre bi bîra mirov dixe, ku tê de komarxwazekî Spanî li bendê ye bê îdamkirin bi gulebaranê. Helbet ev bibîranîn ji ber qehremanê li benda mirinê û hizra wî ye. Di Sartre de kesê yekem ku bi xwe dadikeve heye û di warê teknîkê de di rastiyê de ev şibihandina han êdî namîne. Di Segwer de ‘reyîn’ weke motîfeke ku ji destpêka romanê heta dawiya mirov dikare bide dûv heye. Reyîn a ku di nava romanê de mirov pê dihise ku ji bo carekê qehremanê romanê ji mirinê bifilite bi teqandina guleyan daye dûv û di dawiyê de bi wê rêyê ji mirinê filîtiye, heta dawiyê weke yekane mîrateya vî protoganîstê romanê li pey wî li ser dîwarên hucreyê û zincîran verotî dimîne. Eşkere ye ku Mukrî ev teknîk baş bi kar aniye, lê wî tercîh nekiriye ku monologekê bi xwe re bike, yan jî weke yek mirovî bi kesê yekem ji derve re bipeyive. Di heman demê de jî xwestiye xwe dûrî hest û rewşa vî protoganîstî neke, bi wê rêyê ku vebêjerekî bi her tiştî dizane, hakimê tevahiya peywendên di romanê de ye, bi tevahiya têkiliyan, hest û kirinên hawîrdorê dizane bi kar bîne. Lê ev jî bi serê xwe dibe pirsgirêk dema kesê sêyem bê bikaranîn. Ji bo vê jî li pey xwe bihêle, Mihemed Mukrî di navbera vî kesê sêyem ê vebêjer û protoganîstê xwe de têkiliyek daniye: vebêjer ji protoganîst re dipeyive. Ew mezinê wî ye, bîranîna wî ye, poşmaniya wî ye û her di ser wî re ye, lê pê re ye, samîmiyeteke ku xwîner nikare wî jê bişo peyde dibe.

Dewra dayikê di romanê de timî darîçav e, pê re bi derengî û şermokî em bi evîndarekê dihisin ku xwe kuştiye û li gorî wî vebêjerê îlahî, sersebebê vê xwekuştinê jî kesê sereke ê romanê ye. Nakokiyeke diyar û hişk jî bivênevê xwe li binguhê xwîner dixe, ew jî ew e ku tevî ku li hemberî vebêjer mirovekî vemirî, mêşmirî, bêtaqet e jî, protoganîstê Segwer li navenda bûyeran e û ji bilî îstîsnaya dayikê jî, ew kesê mutleq rast e; bê guneh e di mirina wî ciwanê 16 salî de jî, lewma ew li ber wî rabûbû û xwestibû wî dûrî çalakiyê bigire. Heta wê radeyê ku nameya evîndara wî ji ya xwe bêhtir ya wî dibêje, ya wî û nameya wî. Weke xwîner di vê beşê de mirov ji bîr dike kê ji kî re name nivîsandiye. Ev romana hanê ya kurt bi her halê xwe berhemeke Kurdî ya hêjayî xwendinê ye ku bi teknîkên romanê xweş lîstiye û zimanekî herikbar û semîmiyeteke bi xîtaba kesê duyem jî xwe zû bide xwendin.

Mihemed Mukrî Segwer (Reyîn) Werger ji Soranî: Besam Mistefa Weşanên Avesta, 61 rûpel, çapa yekemîn 2015

15


Deh bi deh, sed bi sed Teqîna çekan, vizîna gulan bû Ne vîçîna teyran, ne hêrîna hespan Ne evîna segan, ne meyina berxan Ne jî dengê însanan bû Bi tenê dengek hebû Zagon, zagona şer u lêcan bû "Kî ne ev eskerên ku weha gule li me dibarînin Ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin Ma evîn û evîndarên wan Hez û hezkarên wan nîn in Çima ew hez û evîna me tênagihin Mehmed Uzun

(…) Ew penc kes bûn, çar mêr û jinek Ku her yek ji derek, lê xwedî qederek "Lêdin hevalno lêdin Ma ev me çi dihesibînin!.."


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.