Politikart 240

Page 1

Politik

Mîrê kemaçê:

15 GÜNLÜK EDEBİYAT SANAT VE DÜŞÜN DERGİSİ

19 Gulan 2018 Şemî

HEJMAR: 240

Miradê Kinê


Ez agirekî bê dû me Şewata ducanî ya min Ji Beriya Zayînê heta îro didome Nav û dengê min Wek ala dîrokê bilind û berz e

WÊNE: SHWAN ZANGANA

Îlhamî Ozer

WÊNE: HACER ILBAN

Xwezî dîsa zar bûma...

Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH

Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg

Geschäftsführer: Ahmet Yücedağ

Ver. Redakteur: Özgür Reçberlik

politikart@yeniozgurpolitika.org


Ji Tora Rengîn dengekî delal ji malbata Kinê:

t

Miradê Kinê Jîr DILOVAN*

D

engbêj û hunermendê bi nav û deng Miradê Kinê, sala 1941’ê li gundê Gêracehfer ku ser bi Kercosê ye, hatiye dinê. Bavê wî Ferho, dayika wî Hediya ye. Bapîrê wî Ehmed û dapîra wî Delal ji gundê Batêrgiz bûn. Bavê Ehmed, Îsa û dayika wî Kinê bû. Ji ber vê yekê, ev malbata hunermend bi navê ‘Kinê’ hatiye binavkirin. Lawê Ferho sisê ne. Xelîl, Mirad û Cemîl. Yên birayê Ferho, Reşîd jî çar law hene. Ehmed, Sebrî, Ekrem û Hesen. Mirad heta 22 saliya xwe li gundê Gêracehfer jiyaye. Di nava van salan de ji bavê xwe Ferho û apê xwe Reşîd hînî kemaçê, stran, dîlok û destanên Kurdî dibe. Lê ji ber ku Gêracehfer gundekî biçûk û li derdorê girtî bû, Mirad dengê xwe nagihîne guhdaran. Piştî 22 saliya xwe tê gundê Kupraz û li wir niştecîh dibe. Piştî jiyana salekê ya li wî gundî, diçe Kerboranê. Bi çûna wî ya Kerboranê re nav û dengê wî li herêmê belav dibe. Di salên 1970’yî de, li dawet, şahî û civatan hunerê xwe pêşkêşî gel dike. Li Midyadê, Nisêbînê, Kercosê, Batmanê û Wanê xweş tê naskirin. Berê ku ne bi radyoyan yan jî ne bi dagirtina bandan bûna, hunermend û dengbêjên Kurd, dengê xwe bi gelê xwe nedidan hisandin. Tenê di herêma xwe de hunerê xwe bi kar dianîn. Di vî babetî de şensekî Miradê Kinê hebû ku di salên 1970’yî de, teyb û kaset pirr zêde bûn û qeyda deng gelek hêsan bûbû. Bi carekê, kasetên wî li tevayî Kurdistanê û li Ewrûpayê belav bûn. Dengbêjiya Mirad û jiyana wî Sala 1972´yan, li ser rêya Midyadê û Kerboranê, kamyonên Êstiliyan yên ku rêwingî dibirin û dianîn, cihê xwe dane çend otobosên kevin. Êdî mirov nema li ser pişta hev suwar dibûn û hev mîna alavên ku li ser hev nijinandî dibûn. Rojekê ji bo ku ez herime Midyadê, li rawestgeha ‘Guhîjka Zazê’ li benda otabosê me ku ji Kerboranê werê. Ne bi tuyî, di raserî Dêrikê re, toz kire şelîpan û hat. Bi sekna wê re, çawa derî vebû, dengekî delal û hêwreke xweş ku ji dengweşa (hoperlor) teyba otabosê bilind dibû, girîzo bi laşê min re birin. Xaleke şahiyê ji ser dilê min li laşê min belav bû:

“Şêxa delal mi yarî kir lê te yarî kir Herî lê lê werî lo lo…” Wî dengê şîrîn bi carekê ez birime beriya bi deh salan. Ez birime rojên Zêw û Şêhran (Festîwalên herêma Midyadê). Kasetên wî bi hezaran zêde dikirin Dagirtina kasetên Kurdî bi awayekî fermî qedexe bû. Ji ber vê yekê kasetên Miradê Kinê, bi rewşeke dizî û amatorî dihatin dagirtin. Kasetfiroşên herêmê û yên derdorê, dihatin cem wî û bi teybên xwe kaset ji dengê wî dadigirtin. Ji wê yek kasetê, bi hezaran zêde dikirin û li kargeh û dikanên xwe difirotin. Gelek kes bi vî awayî ji dengê Miradê Kinê bûne xwedî mal û mewdan. Lê mixabin mîna hemû hunermendên Kurdan ji aliyê aborî ve Miradê Kinê jî di nava zehmetiyan de bû. Jiyana xwe, bi çend qirûşên ku ji dawet û şahiyan werdigirtin, berdewam dikir. Dema ku min di sala 1976’an de li gundê Deywan (seatekê ji Kerboranê dûr e) mamostetî dikir, têkiliyên min bi Mirad re gelekî xurt bûn. Çaxê ku ez diçûmê Kerboran, heger li wir baya min ew didît. Derbarê stran, dîlok û destanên Kurdî de em mijûl dibûn. Di hevnasîna me ya pêşî de, ez têgihîştim ku di warê stran, dîlok û destanên Kurdî de pirr serwext e. Herweha ji bo ku wan destanên dîrokî qeydî kasetan bike, gelekî li ser sekinîm. Gelek stran û destan bi qeydkirinê ji wenda-

Cara dawî ku min ew li Midyadê dîtî, ji min re weha gotibû: “Berî ku ez bikevime vî karî, ku ez digirtim, tenê digotin çima tu bi Kurdî distrênî û kasetan dadigirî. Lê piştî ku ez ketime vî karî, wê pêla han, ez girtim. Du qet-sê qet li carên din êşkence li min kirin. Digotine min, tu karmendê dewletê yî, tu nanê dewletê dixwî û tu bi Kurdî distrênî.”

bûnê rizgar kirin. Du destan ji wan ‘Metran Îsa’ û ‘Seyrê û Eliyê Mamed’ bûn. Seyrê û Eliyê Mamed, destaneke evînî ye. Li welatê Hesenan û Heyderan derbas dibe. Ev destana delal bi gotin û stranên balkêş di nava hev de hûnandiye. Bi deng û kemançeya Mirad nemir bû û kete nava klasîkên Kurdî. Karmendiya Mirado û çend girtinên wî Dagirtina kasetan -herçiqas ku bi amatorî jî be- û belavbûna wan kasetan ya bi sed hezaran ti feyde nedida Mirado. Her kasetfiroş pê radibûn. Ji ber vê yekê di sala 1979’an de, dema ku Şerafedîn Elçî bûyî wezîrê Avadanî, Mirado ji bo xwe doza kadroyeke karmendiyê lê dike. Dibe karmend û tayîna wî derdikeve Sêrtê. Ji aliyekî ve wezîfeya xwe dike û li aliyê din hunerê xwe jî dewam dike. Ji ber strana ‘Mala Eliyê Yûnis’ ku di kaseteke xwe de gotî, li ser van çend ristan tê girtin û eşkenceyeke giran lê tê kirin: Firman e, firman e, firman e, firman e, xalo firman e Bila kes zirtê xwe nedê li ser Mala Eliyê Yûnis qewmê çiya ne Jin û namûsên xwe bi sê telaqa berdane Go em ê serê xwe nakine şelqane û em ê destê xwe nakin kelemçane Em ê berê xwe nadin ti hepisxaneyên girane Bira em ê ti cara destê xwe nakin destê va bêbavê tirkane ... “Lêlî belê hûnê derbê lê nedin li bejn û bala pîs nefera Heçî ew in, ew ê me Kurda ne Hûnê derbê lêbidin li bejn û bala başçawişa Astêman û teman û ustêmana Yuzbaşiya bînbaşiya va albay û qumandana….” Polêsan ew rihet nedihişt Beriya ku bibe karmend jî çend caran tê binçav kirin. Piştî ku du salan li Sêrtê kar dike, tayîna xwe dixwaze Midyadê û li wir dest bi karê xwe dike. Dîsa polêsan ew rihet nedihişt û nedixwestin ku stranan bibêje û kasetan dagire. Cara dawî ku min ew li Midyadê dîtî, ji min re weha gotibû: “Berî ku ez bikevime vî karî, ku ez digirtim, tenê digotin çima tu bi Kurdî distrênî û kasetan dadigirî. Lê piştî ku ez ketime vî karî, wê pêla han ez girtim. Du qet-sê qet li carên din, êşkence li min kirin. Digotine min, tu karmendê dewletê yî, tu nanê dewletê dixwî û tu bi Kurdî distrênî.” Bi vê rewşa ku giriyê mirov pê were, em têr keniyabûn. Piştî saleke karê li Midyadê, careke din vegeriya Sêrtê. Mixabin dem nakeve wê navê, roja 17.12.1984’an li nava Sêrtê ji êşa dil diçe ser dilovaniya xwe. Li Sêrtê, li ziyareta ser riya Tilo ya bi navê Şêx Mihemed Hilo tê bicîh kirin. Ji zaroyên Ferho yê mezinê Mirad Xelîl jî, piştî wî bi demekê wefat dike. Malbata Kinê yên ku mane li Kerboran niştecîh in. Ji zaroyên Ferho, Cemîl dimîne. Lawê Reşîd, Ehmed û zaroyên wê, Hiseyn, Mihemed Arif û Fikret hunermendiya xwe berdewam

dikin. Jina Mirad û zarokên wî Faysal, Cumalî û Mihemed Seîd di rewşeke nepak de jiyana xwe berdewam dikin. Li dengê Miradê Kinê, li her çar aliyên cîhanê dera Kurd lê dijîn tê guhdarî kirinê. Ew dengê xweş û hêwra wî ya delal bi esmanê Kerboran dikeve û li Newala Aşa dike olan. Ji wir ber bi deriyê Sinat xwe berdide û tevlî ava Dîcle dibe. Bi xumexum û bi coşeke mezin diherike. Stranên Miradê Kinê yên bi nav û deng 1-Ava Muradê 2- Mihemedo Ronî 3- Medînayê 4- Şêxa Delal 5- Zozaniyê 6- Bavê Fexriya 7- Metran Îsa 8- Elî yê Bêzo 9- Ewrê Reş 10- Şerê Amûdê 11- Dilo Yarî Mêremê 12- Perîxan Xanimê 13-Sebrûmalê 14-Axawo 15-Ay Gewrê 16-Ehmed Axa û Eyşê 17- Dêrsim 18- Hey Lê Yadê Gidyanê 19- Bavê Lalo (Mala Min) 20- Ziravê 21- Emê Gozê û Bişarê Çeto 22- Izet Begê 23- Seîdê Feteh Paşa 24- Besna Xelîl 25- Ehmedê Lolo 26- Mala Eliyê Yûnis 27- Were Lawik 28- Wer Eyşanê 29- Seyrê 30- Têlî 31- Biharê 32- Lawikê Bişêrî 33- Xirabo 34- Lawikê Metînî 35- Seyrê û Elî yê Ji dengê Mirad stranên balkêş Di çanda me de stranên ku keçikên evîndar avêtine ser dildarên xwe bê hijmar in. Lê gelek ji van stranan jî xemgînî û bêçareyiya wan ya zewacê li ber çavan radixe. Demên kevin evîndarî û dildarî bi dizîka û bi xefî bû. Rewşa jiyana gelê Kurd û zagon û adetên civakî destûr nedida keç û lawan ku bi eşkereyî ji hev hez bikin. Herweha bi pirranî keçik nedigihîşte evîndarê xwe. Bi biryara malbatê û mezinên xwe mecbûrî zewaca bêdilî dibû. Ev yek dibû kulek û êşeke mezin di ser dilê wê de. Vê bêdiliyê bager û firtone di nava wî de pêk dianîn. Ew êşa dilê xwe dikire peyv û awaz û digihande mirovan. Di vî derbarî de stranên Miradê Kinê gelek hene. Yek ji wan jî ‘Behar’ê ye. * Ev nivîsa wî ji Kovara Amara (Hejmar 3-2002) hatiye girtin.

3


“Nebêj Mirado bêj rehmetiyê Miradê Kinê” H

avîna 2013´an bû. Ji bo lêkolîna xwe ya doktorayê çûbûme Nisêbînê. Meraqa min diçû ser cihê Doman di nav civaka wê herêmê de û ew cîh vê taliyê çawa guherîbû. Rojekê ez û du hevalên Dom, em çûne Serê Avê. Wan du kemaçevanên ciwan li wê derê ji bo mêvanên restoranên li ber avê li kemaçê bixista û ez ê jî bi wan re bigeriyama û dêhnê xwe bidaya meşandina wî karî. Lê wê rojê kar zêde nebû û gelek caran derfet kete destê me ku em bi hev re bişitexilin. Tam nayê bîra min çawa bû, lê MiArgun ÇAKIR radê Kinê jî me kir behs. Di wir de min bêhemdî xwe -û ji elimandinê- ji Miradê Kinê re got, “Mirado”. Yekî ji wan du ciwanên Dom (em jê re bibêjin Rûbar) şitexaliya min birrî, bi awakî cidî gotina min rast kir, got. “Wilo nebêj, bêj, rehmetiyê Miradê Kinê”. Eşkere ye ku li ber çavê Rûbar, Miradê Kinê yekî gelekî rêzdar, hêja û girîng bû. Ji loma jî eyb bû ku yek behsa Miradê Kinê bi wî şiklî bikira. Rûbar bi xwe, ti carî bêyî gotina “rehmetî” behsa Miradê Kinê nedikir. Xweş tê bîra min, hingî Rûbar sûretekî wî jî bi kemaça xwe ve zeliqandibû. Ew rêzgirtin ne tenê li cem Rûbar heye. Di nav ciwanên Dom de, nemaze di nav kemaçevanan de Miradê Kinê gelekî bi qedr û qîmet e. Di vê nivîsê de ez ê behsa vî cihê Miradê Kinê yê li cem ciwanên Dom û bingehên vê rêzgirtinê bikim. Ez bawer nakim ku hewce be mirov Miradê Kinê bide naskirin. Lê ji bo yên ku wî ji binî ve nas nakin, ez ê çend peyvan bibêjim. Miradê Kinê hostayekî kemaçê —bi navekî din, “ribabê”— bû û bi taybetî li herêma Torê û dora wê herêmê (em bi kurtî bibêjin li dora Mêrdînê) gelekî meşhûr e. Piştî salên 1990´î, wextê ku qedr û qîmeta muzîkvanan di nav civaka Kurd de zêde dibû, navê Miradê Kinê jî hê bêhtir belav bû. Niha, Şakiro çawa denbêjiya herêma Serhedê têne bîra mirov, Miradê Kinê jî bûye nîşana muzîkvanên herêma Mêrdînê. Ji bo ku taybetmendiyên Miradê Kinê zelal bibin, pêşî em bi kurtî behsa cihê kemaçe û kemaçevanan yê di nava civaka herêma Mêrdînê de bikin. Têkiliya di navbera ode û kemaçê de Li herêma Mêrdînê, pirraniya muzîkvanên profesyonel kemaçevan û tembûrvan bûn. Lê nexasim herêma Torê, cihê kemaçevanan bû. Heta em dikarin bibêjin, saza esasî ya Torê kemaçe bû. Ev kemaçevan hem diçûn dawetan û hem jî wan li odêyên gund ji civatan re li kemaçê dixist, ew dişitexilandin. Herçî niha ji dengbêjiyê tê hesêb, ew kemaçevan jî bi rengekî ji rengan dengbêjên herêma Torê bûn. Weke dengbêjên li herêmên din, kemaçevan bi gotina şerên li ser qewimînên dîrokî û lawikên li ser evîniyê dihatin naskirin. Vêca, weke ku odeyên gûnd ji 1950´an vir ve rabûne, ew kemaçevanên berê jî pê re ji civaka herêmê rabûn. Di salên 1990´î de ne çanda odeyan mabû, ne kemaçevanên berê, ne jî şerên wan ên dirêj. Niha tiştên ku ji wî zemanî di destê me de mane, bantên wan kemaçevanan in. Lê di ber wan guhertinan re qewimînên din, kemaçevanî anî vê dewra me. Weke ku ode radibûn û civatên berê nediman, bi taybetî ji 1990´î û vir ve dawet zêde bûn û axlabê kemaçevanên nû ketin nav karê dawetan. Ji ber wê, repertuwara wan jî bêhtir qulibî ser stranên dawetan. Ekola kemaçê ya Miradê Kinê Miradê Kinê di nav wan guhertinan de xwedî cihekî taybet e. Ji şerîtên wî xuya ye ku Miradê Kinê weke kemaçevanên berê bi kêrî şerên dirêj dihat. Jixwe, gelek bantên wî, yên şeran û lawikan in. Lê Miradê Kinê “delîlo” û “yên reqsê”, ango stranên govendê jî gelekî xweş û bi stîla xwe ya şexsî digotin. Dibe ku ew jî ji taybetmendiyên wî bû. Kemaçevanên berê hostayê şer û lawikan bûn û yên niha çêtir bi kêrî stranên govendê tên. Lê Miradê Kinê wilo xuya dike ku di wê dewra derbasbûyinê de serîkêş bû, di nav kemaçevanên berê de rabûbû, lê rê vekir ji bo kemaçevaniyeke nû. Di navdarbûna Miradê Kinê de rola dengê wî yê tekane ne hewceyî behskirinê ye, lê Miradê Kinê ji aliyê stîla xwe ya lêxistina kemaçê ve ekolek e. Tevî ku bêhtirî 30 salan di ser ser wefata wî re derbas bûne jî, kemaçevanên niha hê jî bi meqamên wî li kemaçê dixin.

4

Tam nayê bîra min çawa bû, lê Miradê Kinê jî me kir behs. Di wir de min bêhemdî xwe -û ji elimandinê- ji Miradê Kinê re got, “Mirado”. Yekî ji wan du ciwanên Dom şitexaliya min birrî, bi awakî cidî gotina min rast kir, got. “Wilo nebêj, bêj, rehmetiyê Miradê Kinê”.

Çîna herî li jêr a civakî pêşhukm û cudakerî Lê ji bo ku em cihê Miradê Kinê ji bo kemaçevanên weke Rûbar qenc fêm bikin, divê em li meseleyê ji aliyê civakî ve jî binihêrin. Li herêma Torê (û li herêmên dorê) xelkê ji kemaçevanan re digot, “mitirb” -gelek hê jî wilo dibêjin. Li ber çavên wan, kemaçevan hem ji kemaçevaniya xwe “mitirb” bûn, hem jî bi eslê xwe “mitirb” bûn. Yanî peyva mitirb du tişt di ber hevdu re teswîr dikirin: karê muzikvaniyê (bi taybetî, kemaçevaniyê) û xwemalîbûna koma “mitirban”. “Mitirbî”, bi wateya xwe ya diduyan, ji bo vê nivîsê gelekî girîng e. Di civaka herêma Torê de “mitirbî”, tiştên gelek caran nebaş tîne bîra xelkê. Mesela, tiştên ku min li Nisêbînê dîtin û bihîstin, çendên wan ev in: dizî, parsekirin, qirdikî, bêxîretbûn… Ji bo ku hûn çêtir fêm bikin bandora wan “stereotîpan” li ser jiyana ciwanên weke Rûbar çi ye, ez ê mînakekê bidime we. Li Nisêbînê, ez pêşî li apartmanekê di kirê de bûm. Hema kengî hevalên min ên Dom dihatine cem min, zilamê li ber deriyê apartmanê ew disekinandin û heta ku ez nedihatim xwarê û min nedigot, ew mêvanên min in, nedihişt ku ew werin mala min. Carekê rêveberê apartmanê bi wan re hate ber dêriyê mala min û bê fihetî li cem hevalên min got, “min xwest ku bibînim bê bi rastî têne cem te an na. Te dît, carinan dizî mizî çêdibin”. Mixabin, li gorî hinekan, ji ber ku “mitirb” in, dizî ji ciwanên weke Rûbar tê. Wexta ez li Nisêbînê bûm, Rûbar hingî 15-16 salî bû. Lê ciwanên “mitirb” tecrûbeyên wilo hê ji zaroktiya xwe ve digirin. Niha ez ê bi kurtasî du mînakan ji tecrûbeyên zarokên “mitirb” bidim we û paşê meseleyê bînim ser statuya civakî ya “mitirban”. Mamosteyekî ji min re behsa sê kurikên Dom kiribû. Ew kurikên 8-10 salî birayên hev bûn û wexta ku bi futbolê bilîzin, her sê jî dergevan bûn. Çima? Ji ber ku, heke dergevan nebin, nikarin bi futbolê bilîzin, ji ber ku kurikên din pasê nadin wan. Mesele jî ew e: Heke pasê bidin wan, kurikên dîtir henekê xwe bi wan dikin. Ji ber ku pasdana “mitirban” maneya wê ew e ku wan xwe kiriye hevalê wan. Mînaka diduyan: Mamosteyekî din behsa keçikeke 9 salî ji min re kiribû. Keçik Dom e û di sinifa wê de Dom tenê ew heye. Wî mamosteyî digot, “du salan ez mamosteyê wê sinifê bûm, lê min kir û nekir, ne kes li cem wê keçikê runişt, ne jî kesî ji bo lîstikekê destê wê girt”.


Bûn û nebûna hevta û heval Sebeba wan tiştan statuya civakî ya “mitirban” e. Jixwe, ji aliyê statuyê ve, ez yeqîn nakim ku li civaka herêmê ji “mitirban” xirabtir û jêrtir komek hebe. Lê ku em eşkere nekin, belkî têgeha statuya civakî neyê fehmê. Statuya civakî, cihê yekî/ê yê di hiyerarşiya civakî de ye. Ew statu bi gelek tiştan ve girêdayî ye. Hin ji wan tiştan bi malbat, bavik, û eslê yekî/ê tên û naguherin, hinek weke emrê yekî/ê bixwe diguhere yan jî weke dewlemendbûnê yek kare bi destê xwe biguherîne. Bi wî şiklî, belkî gelekî mucered û abstrakt be. Lê ku em li têkiliyên di navbera insanan de binihêrin, rola ku statuya civakî di jiyana civakî de dilîze, baş xuya dike. Mesela, em behsa hevaltiyê bikin. Gelo hûn çend insanan nas dikin ku bi yekî “mitirb” re heval in? Beriya ku hûn bersivê bidin, em eşkere bikin, taybetmendiyên têkiliyên “hevaltiyê” çi ne. Hevaltî di neqeba insanên ji hêla statuya xwe ve wekhev de ava dibe. Yanî bingeha têkiliyên hevaltiyê “wekhevî” ye. Nexwe, em ê çawa zanibin têkiliyeke hevaltî ye yan ne hevaltî ye? Ez mînakekê bidime we: Ku du mirov hevalên hevdu bin, heryek ji wan diçin mala yê din û di nav civakê de bi hevdu re digerin. Bi qasî ku min bi çavên xwe dît, Kurd bi Doman re nabin heval. Mesela, min nedîtiye ku yekî Kurd were maleke Dom ji bo mêvandariyê. Min ew jî nedîtiye

ku yekî Kurd bi yekî Dom re here seyrangehekê û çayekê vexwe yan bi wan re li sûkê bigere. Çima? Ji ber ku, bi ya gelek Kurdan, Kurd û “mitirb” ne hevtayê hev in. Weke ku min berê jî got, piştî 1990´î qedr û qîmeta muzîkvaniyê û ya muzîkvanan di nav civakê de zêde bû. Nifşên nû, niha ji can û dil bi muzîkê re mijûl dibin. Hinik li gîtarê dixin, hinik li tembûrê, û hinik jî komên xwe ava dikin bi gelek stîlên cuda muzîkê dikin. Lê di vir de jî rewşa kemaçevanên ciwan ên Dom ne gelekî baş e. Ya rastî, ew kemaçevanên ciwan nifşê nû yê kevneşopiyekê ne û ew kewneşopî ne weke dengbêjiyê qut bûye, ne jî hema bibêjin miriye. Di demên dijwar de jî —mesela, di salên 1980 û 1990´î de— kemaçevanan dev ji karê xwe bernedaye. Dîsa jî, ji çend kesan pê ve ti kes guh nade wan yan jî hunerê wan. Bi ser de jî, gelek hene ku kemaçevanan û hunerê wan piçûk dibînin. Ji ber ku bi eslê xwe “mitirb” in û saza wan kemaçe ye. Min bixwe gelek caran dîtiye ku ciwanên Kurd kemaçe piçûk dikirin, digotin kemaçe ne bi qasî tembûrê xurt e. Xwezî zanîbana ku fêrbûna kemaçê ji ya tembûrê sed caran zehmettir e. Govenda sivik û gunehê wê jî kete stûyê mitirban Bi rastî, piçûkkirina “mitirban” û hunerê wan hema bûye weke adet û hunermendên Kurd jî carinan tiştên

beredayî li ser kemaçevanan dibêjin. Ez nimûnekê bidime we: Tembûrvanê meşhûr Seîd Gabarî li kanaleke Başurê Kurdistanê bûbû mêvanê bernameyekê. Pêşkêşkerê jê pirsî, çima govenda mila (bi navekî din “cî de”) vê taliyê sivik bûye. Seîd Gabarî got “ji nezaniyê” û yekser kire ser kemaçevanan û got, ji ber wan sivik bû. Rastî di bersiva wî camêrî de nîne. Stranên reqsê bi kemaçê îro hema bi çiqasî sivik tên gotin, bi tembûrê jî hewqasî sivik tên gotin. Û ew tembûrvanên ku niha govendan sivik dibêjin, ne Dom in. Lê ne li kêfa Seîd Gabarî ye ku behsa wê rastiyê bike… Vêca dinya diguhere û kêfa insanên vê dewrê hew ji govenda giran re tê, lê sed mixabin ew jî dimîne li ser pişta “mitirban”. Miradê Kinê: Yekî ji me biserketî Hasil, vî qasî min qala tecrûbeyên kemaçevanên ciwan kir ji bo ku em karibin girîngiya Miradê Kinê ji bo kemaçevanên niha fêm bikin. Ew ciwanên Dom, Miradê Kinê ji xwe dihesibînin. Bavikê wan ne yek be jî, li gorî wan Miradê Kinê jî weke wan “mitirb” bû û ji lewma yekî ji wan e. Lê Miradê Kinê, ku yekî “mitirb” be jî, bi kemaçavaniya xwe, xwe gihandiye asteke taybet. Bifikirin: li televîzyonan behsa Miradê Kinê bi rêzdarî, bi qedr û qîmet dikin. Bernameyên li ser jiyana wî çêdikin. Şaredariyên Kerboran, Batman, Nisêbîn, hwd. şêvên bibîranînê ji bo Miradê Kinê saz kirine. Şaredariya Kerboranê seyrangehek li ser navê wî ava kiriye. Bi sedan bantên Miradê Kinê di civakê de digerrin. Gelek stranên meşhûr hene ku li ser navê Miradê Kinê tên gotin. Stranbêjên navdar stranên Miradê Kinê di albûmên xwe de dibêjin. Ku em wan tiştan bidine ber tiştên, weke ku Rûbar di jiyana xwe de tecrûbê dike, maneya Miradê Kinê ji bo ciwanên weke Rûbar zelaltir dibe. Girîngiya Miradê Kinê ne tenê bi stranên wî, kemaça wî, yan jî dengê wî yê yekane pêk tê. Pêşî ew heye ku ciwanên Dom serê xwe bi Miradê Kinê bilind dikin. Yanî Kurd çawa bi Kurdên serketî serbilind in û ciwanên Kurd xweziya xwe bi wan insanan tînin û dixwazin weke wan bin, kemaçevanên ciwan jî li Miradê Kinê bi wî çavî dimeyzînin. Ya diduyan jî, Miradê Kinê weke rol model, an ya rastî weke armancekê an îhtimalekê ji gêncên Dom re gelekî girîng e. Yanî qedr û qîmetê Miradê Kinê yê li ber çavê wan ciwanan, û qedr û qîmetê ku ew ciwan dixwazin xelk bidine wan bi hev ve girêdayî ne. Ew ciwanên Dom, bi wî fikir û daxwaza xwe ne şaş in. Ew bi rastî jî şopînerên Miradê Kinê ne û, hinek kes layiqî wan nebînin jî hunermendên gelekî hêja ne.

Girîngiya Miradê Kinê ne tenê bi stranên wî, kemaça wî, yan jî dengê wî yê yekane pêk tê. Pêşî ew heye ku ciwanên Dom serê xwe bi Miradê Kinê bilind dikin. Yanî Kurd çawa bi Kurdên serketî serbilind in û ciwanên Kurd xweziya xwe bi wan insanan tînin û dixwazin weke wan bin, kemaçevanên ciwan jî li Miradê Kinê bi wî çavî dimeyzînin. 5


t

Di navbera ode û qeyda deng de Lokman TURGUT

M

iradê Kinê çawa ku bi malbata jê tê bi dapîreke xwe ya pêşî Kinê navdar e, li devera Torê û hawîrdora wê bêhtir weke Mirado dihat nasîn, herçî ji wan sînoran û wêde jî nexasim li çol û deştên li başûrê Torê, bêhtir Miradê Kinê bi navê Miradko navdar e. Miradê Kinê, Mirado yan jî Miradko ne navek e û ne jî tenê kesek e ku bi lêxistina xwe ya kemaçê bi nav û deng bûye. Mirad di wê navbera ji holê rabûna çanda odê, civatên êvaran ên gund, malbatên mezin, eşîr, derdorê û peydebûna teyban de tiştekî diafirîne; tiştekî wisa ku wê bikira ku hunerekî ku derfet û mekan lê dihatin girtin, ji nû ve ber xwe bibîne. Çaxê ku mirov behsa Miradê Kinê bike, ya girîng ew e ku mirov fêm bike, gund û ode, pê re jî festîvalên herêmî yên li Torê bi dewreke çawa radibûn. Bi navê Zêwê mihrîcanên Kurdên Misilman ên Torê (para bêhtir elaqedarî ziyaretekê ne), û bi navê Şêhrê jî mihrîcanên xiristiyanên

Divê em lê mikur werin ku di rabihuriyê de li Torê di nava civakê de ew ji çîna herî jêr dihatin hesibandin û heta ez bi hêsanî dikarim îdîa bikim ku statuya wan a civakî ewqasî kêm bû ku mirov dikare bi rehetî bibêje, ti statuya wan a civakî nedihat qebûlkirin.

6

deverê (bi pirranî salvegera avakirina dêr yan jî manastirekê) dihatin îfadekirin. Ev mihrîcan para bêhtir di dawiya salên 1960’î û destpêka salên 1970’yî de hatin qedexe yan jî astengkirin, û di encamê de jî betal bûn. Yek ji taybetmendiyên van festîvalên ew bû ku xelkê li mihrîcanan hem ji xwarina ziafeta mihrîcanê dixwar û hem jî li ber kemaçeyên muzîkjenên Torê ku hunermendên lêxistina vê amûrê û hinên din in jî, direqisîn. Rêya ber bi şikandina statuyeke civakî a kêm ve Em dizanin ku Miradê Kinê nexasim ji apê xwe Reşîd fêrî kemaçê û hunerê lêxistina reqsên giran û sivik bûye. Em her wiha bi gotinên kal û pîrên zêw û şêhr dîtî dizanin ku ew bi komeke ji 6 ta heft kesan bi kemaçeyên xwe dadiketin nava xelkê zêwê yan jî şêhrê û ji wan re li kemaçê dixistin û di ber re jî lawik û stran digotin. Lê Miradê Kinê bi stranên reqsê tenê ne navdar e; ew bi terzê xwe yê kemaçê û bi terzê xwe yê taybet ê gotinê ne tenê van stranan dibêje; ew di heman demê de şerbêjek e ku karîbû di nava xelkê Torê de ji nava hemû malbatên ku bi vî karî radibin, bibe ew ê herî navdar û heta ku

Divê em lê mikur werin ku di rabihuriyê de li Torê di nava civakê de ew ji çîna herî jêr dihatin hesibandin û heta ez bi hêsanî dikarim îdîa bikim ku statuya wan a civakî ewqasî kêm bû ku mirov dikare bi rehetî bibêje, ti statuya wan a civakî nedihat qebûlkirin.

qedr û qîmetekî ji xwe re peyde bike, ku îro jî bike gelek kesên ji van malbatan xweziya xwe pê bînin. Bi her halî em li wê yekê vegerin, çiqas ku hunermendên ku bi karê muzîkê radibin îro hewl didin cihekî nû yê civakî ji xwe re çêkin jî, divê em lê mikur werin ku di rabihuriyê de li Torê di nava civakê de ew ji çîna herî jêr dihatin hesibandin û heta ez bi hêsanî dikarim îdîa bikim ku statuya wan a civakî ewqasî kêm bû ku mirov dikare bi rehetî bibêje, ti statuya wan a civakî nedihat qebûlkirin. Di nava vê rewşê de binavkirina kemaçevan, şerbêj pirr kêm ji bo hunermendên van huneran dihat bikaranîn, li şûna wê ev hunermendên ku hunerê xwe bi malbatî dikin, weke mitirb dihatin û qismî tên binavkirin û ev peyva mitirb jî ne ku tenê îşaret bi maneya xwe ya Erebî ango kesê ku li muzîkê dixe, hunermendê muzîkê, nedikir, bêhtir îşaret bi kêmbûna statuya civakî dikir. Bi pêşxistina stratejiyekê Ev kêmbûna statuya civakî di heman demê de cudakeriyeke giran a li dijî endamên vê koma civakî jî bi xwe re tîne û berê jî ayan e ku ev cudakerî zêdetir bû. Ha Miradê Kinê, Mirado yan jî Miradko di nava statuyên diyar ên civakî de di şert û mercên giran û zehmet ên ku vê statuya civakî li pêşiya wî datanîn, karîbû derkeve derveyî sînorên vê statuyê. Em eşkere bibêjin ji wî hat ku qedr û qîmetekî wiha pê bê dayîn ku jê re ne tenê Miradko, yan jî Mirado bê gotin, lê her wiha Miradê Kinê, heta piştî wefata xwe jî êdî ji bo gelek kesan, nexasim jî ji bo kesên ji heman çîna civakî jî ew ên weke mitirb tên binavkirin, ew bû her Rehmetiyê Mirad e êdî. Miradê Kinê bi lêxistina xwe ya kemaçê xwedî cihekî taybet e ku jê hat kasetên xwe li her derê Torê û heta ji Torê û wêde belav bike. Ango tişta ku Miradê Kinê kir Miradê Kinê ew bû ku wî xurtbûna xwe ya lêxistina kemaçê û derfeta bi hêsanê bi şerîtan û paşê bi kasetan qeydkirina deng bi hev re kirin yek. Di wê dema ku mihrîcan neman, ode jî kêm bûn, ji Miradê Kinê hat bi rêya şerît û kasetên deng, ango bi bandan xwe bigihîne her kesî.


Miradê Kinê ne ku tenê bi hin minasebetan çû cem hin kesan û dengê xwe da tomarkirin bi wê rasthatinê. Ya ku em fêm dikin ew e ku Miradê Kinê bi xwe guh daye gelek hunermendên kemaçê yê mîna Evdile û Şêxmûs ku zarokên Evdilkirîm in û ew jî ji neviyên Eliyê Silto ye ku weke yekî ji dengbêj û hunermendên Mîrê Botanê tê qebûlkirin. Jixwe, herçî xurtbûna kemaçê ye, Evdile û Şêxmûs ji xurtan tên qebûlkirin. Ango fêrbûna kemaçê ji apê xwe û ji bavê xwe fêr bûbe jî, xurtbûna xwe spartiye Evdile û Şexmûs. Ew hîna nû 23 saliya xwe berê xwe dide Kerboranê û derfet li ber vedibe ku hem xwe bide nasîn û hem jî hunerê xwe bi pêş ve bibe. Ew di salên 1970’yî de êdî ne tenê li Midyad, Kerboran û Nisêbînê lê her wiha li Batman û Sêrtê jî tê nasîn. Li dawetan, li civatan û li çi şahiyên heyî çav li wî digerin, xelk meraqa wî, dengê wî û kemaça wî dike. Çawa li jor jî behs hat serê, Miradê Kinê xwe ne tenê fêrî huner kir, wî ji bilî vê navdengiya xwe ji tesadufê re nehişt; bi zanîn ew fêrî lawik, stran û şerên hunermendên din bû, xwe li wan ceriband, kemaça xwe li wan ceriband û dest bi qeydiya dengê xwe kir. Dibe ku li ber kalîteyeke qeydiya dengî nedabe, dibe ku karekî qeydiya profesyonel nekiribe, lê di nava wan şert û mercên qedexeya zimanê Kurdî de, wî karî bi dehan tomarên deng bike û wan belav bike. Wî gelek performansên heman şerî bi vî awayî qeyd kirin û belav kirin; bi vê rêyê hosteyên şeran û guhdarên şeran ên hoste jî tê derdixin ku Miradê Kinê ew qasî jî hosteyê naveroka şeran nebû; lê wî bêhtir bi dengê xwe, bi teknîka bikaranîna dengê xwe û kemaça xwe ji xwe re hêdî hêdî cihek çêdikir. Cihekî civakî ku wê destûr bidayê ku ne li asta herî jêr a statuyê heta li asta bêstatutiyê bimîne, li şûna wê xelk û alem li Torê bi rêzdarî navê wî hildin û qîmet pê bidin.

Wî gelek performansên heman şerî bi vî awayî qeyd kirin û belav kirin; bi vê rêyê hosteyên şeran û guhdarên şeran ên hoste jî tê derdixin ku Miradê Kinê ew qasî jî hosteyê naveroka şeran nebû; lê wî bêhtir bi dengê xwe, bi teknîka bikaranîna dengê xwe û kemaça xwe ji xwe re hêdî hêdî cihek çêdikir.

Bi repertuwar, kemaçe û dengê xwe bû Mirad bi repertuwareke berfireh, bi tercîhên repertuwara xwe yên di cih de karî di vê yeka xwe de bi ser keve. Wî şerê ‘Metran Îsa’ û ‘Seyrê û Eliyê Memed’ jî gotine û dana tomarkirin ku di nava xelkê de gelekî tên nasîn. Piştî hingê êdî tevî ku qedexe jî bû gelek kasetfiroşên deverê û derdorê dihatin cem wî û dengê wî tomar dikirin, û li ber wê qeydiyê jî kaset kopî dikirin û difirotin. Bi vî awayî em dikarin bi hêsanî îdîa bikin ku di navdarî û qîmetê Miradê Kinê li nava xelkê de ji amadebûna xelkê ya qebûlkirina nirx û qîmetpêdana bi hunermendekî, muzîkjenekî wê de, hewldana wî bi dewra xwe rabûye. Ji ber wê yekê jî gelek kesên li civata wî mane, ew dîtine, lê hisandine wî ne tenê bi rehmet bi bîr tînin. Ew wî wekî kemaçevanekî bê mînak, dengekî ji zengilê camî, mirovekî maqûl, kesekî ku xwe piçûk nedikir û bi van xisletên xwe jî hêjayî qîmetpêdanê ye. Heta hêja ye ku bi rehmet bê bibîranîn. Ev qebûla giştî ya civakî ya ji bo Miradê Kinê di heman demê de rê û derfeteke bi heman rengî li ber wan hunermendên kemaçê vedike ku weke “mitirb” dihatin binavkirin û hîna jî li gelek deveran wisa tên binavkirin: ew rêya ku statuya xwe ya civakî biguherin. Li vir em vegerin wê gotina destpêkê ya li ser statuya civakî ya “mitirban”. Ev peyva hanê bi Erebî çi îfade bike bila bike, di nava Kurmancên devera Torê de ew îşaret bi komeke civakî a xwedî statuya herî jêr a civakî dike. Bi gotineke din ew kesên ku gelek destan û şerên heman civakê, stran û lawikên heman civakê parastine û li cihên lê û guncaw ew gotine, pê re jî bîra wê civakê ya kolektîf bi awayekî diyarker bi gewde kirine, heman civakê ew bi awayê herî darîçav dixistin bin lingê xwe. Ev erka heyatî ku pê re jî awaz û çandeke înstrûmanî jî dihat parastin, wan kesên di bin piyê wê civakê de bi cih dianî. Ez bawer dikim dema ku di nava vê peywendê de li meselê binihêrin, qîmetpêdana Miradê Kinê bi rengê em nas dikin, ango bi wî rengî ku ew hema hema weke

Em eşkere bibêjin ji wî hat ku qedr û qîmetekî wiha pê bê dayîn ku jê re ne tenê Miradko, yan jî Mirado bê gotin, lê her wiha Miradê Kinê, heta piştî wefata xwe jî êdî ji bo gelek kesan, nexasim jî ji bo kesên ji heman çîna civakî jî ew ên weke mitirb tên binavkirin, ew bû her Rehmetiyê Mirad e êdî.

endamekî tam ê civaka Kurmanc a Torê hat qebûlkirin, tiştekî nû bû. Ango li derveyî wê pênasekirina “mitirb” a ku pê hunermend piçûk dihatin xistin, rêyek hebû û Miradê Kinê jî bi rengekî ji rengan ew rê nîşan dida. Civakê jî bi zehmetî xwe ji pêşhukmên xwe xilas kir Divê em li vir îşaret bi wê yekê bikin ku kesên (bi pirranî mêr) li Torê di nava civaka ji rêûresmê de mezinbûyî, “mitirb” û hunerê wan piçûk didîtin, ew kêm didîtin. Heta wê astê ku hevaltiyeke ji dil a bi wan re kêm dihatkirin, keç dana wan yan jî ji wan keç anîn nebû û ti kesê ku ji eşîrê bû jî ew hemtayê xwe nedidît. Ji bo wan mirovan qebûlkirina Miradê Kinê weke kesekî mirov îhtîramê nîşanî bide, qedrê wî bigire, bi serê xwe guherîneke gelekî mezin e ku ji Miradê Kinê hat vê guherînê li cem wan peyde bike. Lê divê bê gotin, ji bo civakê jî zehmet bû ku xwe ji pêşhukmên xwe xilas bike. Tevî ku civaka Kurd êdî bû civakeke transnasyonal jî hîna endamên van malbatên hunermend dikarin gazinan ji wê yekê bikin ku weke hunermend qedrê wan nayê girtin. Miradê Kinê bi xwe rê li ber xwe vekir Helbet bi bipêşketina gotara neteweyî ya Kurd re, mirov dikarî li bendê be ku ev hunermend û hunerê wan jî cih bigirin. Lê belê dema ku mirov berê xwe dide vê gotarê, dibîne ku yek nav weke xwerû Kurdî hatiye qebûlkirin û ew jî “dengbêj” e; yên mayî yan êdî diviya xwe di nava vê navlêkirinê de bicihbikin, yan jî ji xwe re navlêkirinên din ku statuyeke çêtir a civakî ji bo wan endamên malbata wan mumkin bike. Ji ber ku Miradê Kinê ne weke dengbêj bi nav bû, ew bi qasî dengbêjan nekarî di nava derxistina pêş “hunermendên Kurdan” de di nava gotara neteweyî ya Kurd de cihê xwe bigire. Yanî ew qedr û qîmetê bi Miradê Kinê dihat dayîn û niha piştî mirina wî jî bi wî tê dayîn bêhtir encama stratejiya wî ya navdarkirina xwe, redkirina hin klîşeyên dixistin stûyê “mitirban”, dengê wî yê xweş û teknîka kemaça wî bi xwe bûn. Ji ber wê ye ku îro jî ev malbatên hunermend bi israr hewl didin weke hunermend û weke endamên civaka Kurd ji xwe re cihekî, statuyeke civakî çêbikin bi wî rengî ku xelk qîmet bi wan bide: yekane rêya vê jî ew e ku bibin endamên tam qebûlbûyî yên civaka ku di navê de ne.

7


“Bê Miradko jiyan nabe” CIWAN HACO: Miradko di muzîka Kurdî de nimûneyeke balkêş e. Mirodko sembolek e, semboleke dengbêjiyê ye. Ez bawer nakim ku dengekî wilo piştî sedsalî jî di nav Kurdan de derkeve. Insanekî wilo ye, taybetmendiyeke wî ya wilo heye, heta îro jî ez li Miradko guhdarî dikim. Heta îro bi xwe, ha îro wexta ez trempêlê diajonim, nexasim heger biçim devereke dûr jixwe, Mirodko divê di trempêla min de hebe. Bê Miradko jiyan nabe. Wî tesîreke gelekî yek ser li min kir, bi rastî jî. Miradko insanek e ku sembol e di muzîka Kurdî de. Hê bi sedê salan wê bimîne Miradko.

Erotîzm pirr baş bi kar aniye

Stranên wî rêya muzika modern vekir DILJEN RONÎ: Hema hema bi tevahî mirov dikare ji bo muzîka wî bibêje şêwazekî modern e. Wekî mînak, di strana wî ya "Keçikê" de hîphop heye. Miradê Kinê bi dengê xwe gotinan bi ritma hîp-hopê distrîne. Behsa Mîrza Axayê Rindîkî dike. Dibe ku mirov bibêje, ka ma Miradê Kinê guhdariya muzika hip-hopê kiriye yan na? Tesîra muzika modern li ser Miradê Kinê heye yan na? Bi rastî her du pirs jî çêdibin. Lê belê dîroka hîp-hopa cihanê di salên 1970’yî de li rojavayê Emerîkayê dest pê kiriye û 1980’yî jî li Kalîforniya meşhûr bûye. Mirov dikare bibêje di muzîka Kurdî de Miradê Kinê rihê muzîka modern a cîhanê girtiye û pêşkeş kiriye. Em hunermendên ciwan jî hê bêhtir guhdariya muzîka rojavayî dikin û jiyana me jî û bipêşveçûna teknîka gihiştina muzîkê jî di muzîka me de bi roleke mezin rabûye. Ji ber ku em dikarin li hemû muzika cihanê bi telefonên xwe yên şexsî guhdarî bikin, ev jî bûye sedema çêkirina muzîka modern a Kurdî. Yanî rêya wê vekirî ye. Ji xeynî wê jî, rola serpêhatiyên me, jiyana me ya bajarî jî heye. Wekî din tesîra dengbêjên wek Miradê Kinê li ser hunermendên Kurd çêbuye. Hem gotinên stranan û hem jî bikaranîna muzîkê. Hûn jî dizanîn Miradko bi tenê bi kemençeya xwe dibêje. Helbestên ku dema ew distirê bi ahenga mîna senfoniyekê ne ku dema mirov berhemên Miradê Kinê aranje bike mirov wê dibîne ku bi rehetî bingeha muzîka modern ya cihanê tê de heye. Ji ber ku muzikjenê îro bi wan berhemên Miradko bi rehetî şîrove dikin û bi rehetî dikarin jê şêwazekî modern derxin. Yanî stranên wî rêya muzîka modern vekiriye ji me re. Bûye pirek.

8

ZELAL GOKÇE: Beriya her tiştî gava mirov navê Miradê Kinê dibihîse, ribab tê bîra mirov. Wî bandoreke mezin li sazbend û kemaçevanan kiriye ku îro li ribabê dixin. Her wiha, li gorî min, Miradê Kinê tesîreke gelekî mezin li hunermendên Kurd jî kiriye. Gava mirov li stranên Miradê Kinê guhdarî dike, tevahî nebe jî stanên li ser evînê û heyranok zêdetir bala mirovî dikişînin. Wî di nav stranên xwe de erotîzm pirr baş bi kar aniye çima dibêjim pirr baş, ji ber ku di nav stranan de xeteke pirr zirav heye. Heger peyv û gotinên bi vî rengî pirr baş neyên hûnandin, gava mirov li stranên bi vî rengî guhdarî bike, ew ê aciz bibe. Miradê Kinê peyv û hevok pirr baş bi kar anîne, gava mirov li stranên wî guhdarî bike jî aciz nabe. Min di albuma xwe ya bi navê Solîn de strana wî ya Sînemê şîrove kir. Bi rastî jî ez pirr kêfxweş bûm û min pirr ji stranê jî hez kir. Ez ê siberojê jî stranên wî şîrove bikim. Pêwîst e mirov ji dengbêjen wiha, zêdetir stranan bigire, li wan û stranên wan xwedî derkeve.

Bi rihê xwe bajarî ye JAN AXÎN: Ji bo Miradko tê gotin; Beethovenê herêma Mêrdînê. Ji ber ku bi her mekne û bi her awayî stran gotine. Carinan di civatan de bi awakî jixweber bi qasî berhemekê hema wisa striye. Ev hiş û qabîlîyet tiştekî taybet e. Bi rihê xwe bajarî ye. Di stranên xwe de behsa Entalya, Stenbol, Enqere, Heleb, Qamişloyê û hwd. dike. Dixwaze bajarî lê guhdarî bikin. Cil û bergên ku li xwe kirine jî yên bajarî ne. Ji ber vê nezîkayiyê saz û mekna wî xwe digihîne modernîzmê… Dikarim bibêjim; kesê ku Miradê Kinê baş nas nekiribe muzîka Kurdî jî baş nas nekiriye. Mirov dikare stranen wî bi amûren modern nû bike û kêf û rihê dûhî bigihîne roje me ya îro.


"Em heram kirin lo!" Em jî Misilman in, lê di mesela dîn de em heram kirin lo! Gelekan digot, hûn ne Misilman in hûn vê muzîkê dikin, van stran, lawik û şeran dibêjin."

M

gelek bûye, çawa ku ji gotinên bavê xwe tîne ihemedê Hezexî yek ji wan hunerbîra xwe, "Bavê min digot, dijmin 7 kemaçên mendan e ku di lêxistina kemaçe min di serê min de şikandin. Wî digot, wan de nexasim jî li herêmên Tor, digot, heram e. Bi vê tehdarî didane me û 7 keOmeriya, qismî Botan, deverên mayî yên Mêrmaçê min di serê min de şikandin. Bi kemaça dînê û Êlihê tên nasîn. Jixwe, pêşiyên wî Evdilwî lê didan û jê re digotin, heta îman bi we re kirîm û zarokên wî Şêxmûs û Evdile bi heye, hûn vî hunerê ha nikarin bikin ku îman ji kemaça xwe li nava tevahiya Torê navdar in. we çû hûn dikarin bikin. Yanî qey em bêdîn diMihemed bi bîr dixe ku ew ji malbatekê tê ku Luqman GULDIVÊ dîtin. Evqasî dijminatî hebû." ji mêj ve di ber belavkirin û parastina gotina Mihemedê Hezexî îşaret bi dilsoziya xwe ya bi stran, lawik û şerên şûr û mertalan û lêxistina civaka xwe ya Kurd a li hawîrdora xwe re dike û qedr û qîmetkemaçê de li nava civaka Kurd de berdêl dane. Ew behsa xwe pêdana li Mexmûrê ku par di Newrozê de li wir hazir jî bû, heta bi bapîrê xwe dibe ku bi wî navê wan jî tê hildan; ew jî weke tecrûbeyeke erênî bi bîr dixe. Mihemed, piştre li rêûEliyê Silto ye, ew yek ji hunermendên dîwana mîrê Botan resma malbata xwe vedigere û di warê berferehiya devera bûye. Mihemedê Hezexî dibêje, bapîrê wan Eliyê Silto hîna di ku lê hunerê xwe carê pêşkêş û îcra dikirin jî ta bi derziyê ve dema mîrekan de, soz daye Mîrê Kurmanciyê ku li pey doza dike, "Eşîra Alika, Dilmemika, Saliha, Dorika, Domana, Omerka, wan be: "Mîrê min malên Kurdan hemû malên min in. Ez wê Elîka heta bi aliyê Botanê herçî Hesina, Mema, Harûna, belkî sozê didim ku kî li pey min ji zuriyeta min bê, heger li ser şopa min hin nav jê hiştibin jî, malbata me li van eşîran xwedî desmin e, vê çandê bide meşandin." tûr bû, hunerê xwe li nava wan dikir, di warê huner û çandê Dîn weke sîlehekê ji bo temirandina çanda Kurdî de xizmeta wan dikir. Dawetê wan, şahiyê wan, şînê wan Mihemedê Hezexî beriya ku behsa Miradê Kinê bike ku ji bûna bi wan re amade bûn." pêşiyan ve xwe weke pismam bi nav dikin, gazinan ji qedirTenê bi darê kemaçê govend digerandin pênedana hunerê muzîkê û hunermandan dike. Ew dewra bi Ji bo cihê kemaçê di nava vî hunerî de Mihemed Hezexî dikar anîna dîn jî di vê yekê de bêje, herçî dawet û festîvalên herêmî yên mîna zêw û şêhran wiha îfade dike: "Em jî Misilin, bi darê kemaçê tenê wan civak digerand: "Min bi xwe jî dît. man in, lê di mesela dîn de Ne ji zû ve bû, lê tiştek nebû, ne ceyran bû, ne ronî bû, ne em heram kirin lo! Geleamûreke rîtmê bû, bi sedan kesî li ber kemaçê, wilo govend kan digot, hûn ne Misildigerand. Agir dikirin û hewa welêt jî wilo xwezayî bû, paqij man in hûn vê muzîkê bû, deng diçû wan." dikin, van stran, lawik û Mihemedê Hezexî bi bîr dixe ku ew û mala Kinê hem pisşeran dibêjin." Di vê yekê de mam in û hem jî xal û xwarli gorî Mihemedê Hezexî, ziyê hev in, û dibêje, "Mala dewra dewleta Tirk Kinê weke me ji gelek eşîran re nedigot, wan ji eşîra Erebiya re digot, eşîreke wan tenê hebû. Berê festîval hebûn, me ji wan re digot zêw, payîzan çêdibûn, ji eşîran bi hezaran kes dihatin, zêwên Seyid Bilal, Bêcirman û Şêx Hesen. Heta sibehan govend dihatin gerandin, kêf û eşq û şahî bû. Xort û ciwan digihiştin miradê xwe. Li wê derê bi kemaçan bi hefteyan zêw dimeşandin. Heta sibehan jî wî xelkî govend betal nedikir. Şêhr jî festîvalên Xiristiyanan bûn bi heman rengî." Hosteyê gotin, deng û kemaça Mirad apê wî bû Mihemedê Hezexî ku niha koma Hezexê bi rê ve dibe û di nava kar û xebatên çandê de bi TEV-ÇAND´ê re jî dixebite, bi van bibîranînan, Miradê Kinê jî tîne bîra xwe: "Bavê Miradê Kinê, Ferho bû, lê herçî rehmetiyê Mirad e, ew ji apê xwe Ûsivê Silkê Zekiyayê elimî kemaçê. Bavê min digot, xalê me Ûsiv dengekî wilo li ser bû nayê gotin û qisetê. Û dewamî rêya wî diçû binxetê, cem mala Haco. Wan jî gelek qîmet didayê. Bavê min digot, dengê Mirad ne parpara dengê wî bû. Rehmetiyê Mirad ji wî elimî. Jixwe, Ûsiv hem apê wî bû û hem jî xwezûrê wî bû. Ha, Ûsiv û

Ferho yanî bavê Mirad jî ne ji yek dêyê ne. Wî hem li oda distrand û hem jî li zêw û dawetan." Miradê Kinê bi dengê xweş û kasetan Li ser repertuwara Mirad jî em ji Mihemedê Hezexî fêr dibin ku Mirad stran, lawik û şerên repertuwara xwe bi îhtîmam bijartine, lê bi pirranî ne yên wî bûne: "Ya ku kir Mirad tesîrê bike, dengê wî û kasetên wî bûn. Dengekî wî yê xweş hebû û wî kaset tomar kirin. Li devera Kerboran û li nava Erebiyan, govend giran bû, ji govenda sivik re deverên din li pêş bûn. Herçî em bûn, me li gorî deverê lê dixist. Ji reprertuwarê ve û ji çêkirina stranên evînî ve kes nedigihişt apê min Evdile. Ha îro jî kî li cihekî bibêje, kasetekê derêxe, illeh straneke wî ya evînî jî dibêje. Mesela yeke Mirad dibêje heye, 'Lê keçikê beraw avê, bera sir û serma bê, li serê dar û dilha bê, bera berf li kabokê bê, li serê çiyayê Sîtê li serê Çiyayê Mava bê, bera li pişta Kerboran, binya şikeftikan, li newala aşa bê'. Ha ev strana Mirad dibêje ya rehmetiyê Evdile ye, ne ya rehmetiyê Miradê Kinê ye. Heftê şerên şûr û mertalan ku di repertuwara malbata me de ne, hene. Herçî rehemetiyê Mirad bû, ew fêrî van lawik stran û şeran dibû, li odeyan, li kasetan dihisand, û piştre bi xwe, bi awayê xwe digotin û kaset dadigirtin û ew stran, lawik û şer jê re dibûn mal, weke Mîrze Axayê Omerî. Lê di hostetiya gotinê de ew ne ewqasî kamil e. Her cara dibêje ne bi heman rengî û gotinan dibêje. Apê min digot, Mirad strana gelekî xweş dibêje, lê stranan hemûyan weke hev nabêje."

Berê festîval hebûn, me ji wan re digot zêw, payîzan çêdibûn, ji eşîran bi hezaran kes dihatin, zêwên Seyid Bilal, Bêcirman û Şêx Hesen. Heta sibehan govend dihatin gerandin, kêf û eşq û şahî bû. Xort û ciwan digihiştin miradê xwe. Li wê derê bi kemaçan bi hefteyan zêw dimeşandin. Heta sibehan jî wî xelkî govend betal nedikir. Şêhr jî festîvalên Xiristiyanan bûn bi heman rengî." 9


Meymûn û kêvjal* R

ojek ji rojan li welatê Japonyayê li perava deryayê, Dema ku hilkişe darê, hate bîra wê ku Kêvjal nikarin Kêvjalek li ber zayîne hebû ku bi rojan tiştek nexhilkişin daran. Mixabin… Nuke, nagihije fêkîyen ku bo waribû. “Heger di demeke nêz de ez hinek xwarin wan gelek ezîyet kişandî, li jor li ser serê kêvjalê, li ser nebînim” wê got, “Ev zarokên ku di zikê min de ne, wê qet dara xurme, xurmeyen sor... ji dayik nebin.” Heta vira baş e, niha hizir bikin kî hat? Meymûna pîr… Dema ku Kêvjal ji bo lêgerîna xwarinê derket, li ser rê li Dema ku Kêvjalê meymûn dît pirr tirsîya û rûye wê spî bû. Meymûneke pîr û xirab rast hat û di destê Meymûnê de “Ev dara min e.” Kêvjalê got. xurme hebûn ku pirr tamxweş xuya dibûn. Û Meymûn bi “Feqet çawa tu dikarî xurmeyan ji ser dare biçinî? wan dilîst. Kêvjalê bi birçîbûnê çav li xurmeyên sor û gihiştî Meymûn hilkiştî ser darê û li jor li Kêvjalê mêze kir. kir. “Qet xemê nexwe, ez ê ji bo te jî biçinim” got dema ku “Ji bo te, ev çawa ne?” Meymûnê pirsî, dema ku gezek lê xurmeyên sor ji darê çinîn. Lê li dewsa ku bide Kêvjalê bi da. “Ev gelek tamxweş in.” xwe xwarin. “Oox.. Belê! “ Kêvjalê hawar kir. “Ez pirr pirr birçî me.” “Pirrr xweş eeeeeeee….” Meymûnê got. “Ahaaa…” Meymûnê got, dema ku sîsik tû kirin. “Heger “Ji kerema xwe…. Ez rica dikim…” giriya Kêvjal, “yekê ji tu birçî yî, wan bixwe. Ha ha ha!!” Paşê dest bi xwarina xurbo min jî…” meya din kir, li ber çavên Kêvjala birçî. Bi dengekî bilind Meymûn bi awirekî şeytanî li Kêvjala feqîr û neçar nihêrî got, “Mimmm, mimm. Gelekî tamwxeş in…” û got, “Baş e, temam ez ê yekê tenê ji bo te biçinim.” Meymûneke çiqas xirab bû! Meymûna bêbext xurmeyeke gelekî xam û hişk hilbijart Bi xemgînî Kêvjal bi rê ket, ji bo lêgerîna xwarina xwe. û ji Kêvjala feqîr û neçar re avêt. Kêvjal ji pişta wê gelekî biPiştî gerîna dirêj, tiştekî dilê wê hejand, wê gurzekî mezin ê rîndar kir. Kêvjala birîndar bi êş û jan xwe li ser erdê dirêj birincê li qeraxa deryayê dît. kir. Sê kêvjalên piçûk ji pişta wê ya qelişî û şikestî derketin. Mixabin Meymûn jî li pey wê bû û wê jî gurzê birincê dît. Meymûn tera xwe ji xurmeyan xwar û vegerîya mala “Ew a min e. Min ew dît” Kêvjalê got, li ser xezîneya xwe xwe. Tew Kêvjal û zarokên wê qet ne xema wî jî bû. Li mala ya ku wê hembezkirî. Meymûn bi ken li hemberî wê çû. xwe dev û diranên xwe paqij kirin. Kêvjala neçar û birîndar “Ha ha ha.. Bide min.” sê rojan li bin siya darê xwe dirêj kir û raza. Roja sêyem “Na na!! A min e” Kêvjalê dest ji jiyana xwe berda, mir û çû rehmetê. Zarokan “Baş e, birêz Kêvjal ez ji te re bibêjim, dayika xwe kirin bin axa reş û sond xwarin ku Meymûna ez ê vê dendika xurmê bidim te.” bêbext efû û ji bîr nekin, û ew ê rojeke tola dayika xwe hi“Ma tu dibêjî ez gej im? Ez nikarim dendikan bixwim.” linîn. Meymûna bêşerm, bi çavên şeytanî li Kêvjalê mêze kir. Her wiha sê kêvjalên piçûk jiyana xwe dewam kirin bi “Heger tu vê dendikê biçînî, ew ê bibe dareke Xurmeyê. saxî û xweşî mezin bûn. Gelek hêz û quwet jî girtin. Ji bo Paşê tu yê bibî xwediya dareke Xurmeyên şîrîn û tu jî ji dijminê xwe êdî hazir û amade bûn. Êdî ew dikarin Meywan gelekan bixwî. Heger tu carekê vî gurzê birincê bixwî, mûna bêbext bigirin û tola dayika xwe hilînin. Sê kêjvalen ew ê xelas bibe. piçûk heta ku roja Kestane dîtin ji herêma xwe dûr neketiEz ji bo te karekî baş dikim, tu dizanî?” bûn. Paşî van gotinan, Meymûnê dendika xurme danî ser ke“Silav, kêvjalên piçûk … Hûn diçin kû? virekî û gurzê birincê jî ji wê dere dûrxist. Wî ev birinca “Em diçin ku li Meymûnê xin” hanê bi careke avête zikê xwe, hemû daqurtand û xwar. Û “Ez jî, ji wê Meymûnê eciz bûme, qet hez jê nakim. Dibe got “Mimmm, mimmmm, pirr xweş e…” ez jî ligel we werim?” Hestir ji çavên Kêvjala neçar barîn, feqet çi bike, ji bilî “Belê, belê were Kestane…” Kêvjalan got. çandina dendika Xurme û hêviya dara wê? Paşê Kêvjalê bi Meymûnê li wê herême, li keviya deryayê ji xwe re gelek hêz û quweta xwe ya dawî ax koland û kunek vekir û dendijmin çêkiribûn. Li ser rêya wan Moz û Rîx û Mîrkut jî beşdika Xurme kire wê kunê, ser wê jî girt. darî wan bûn. Hemû ligel hev bûn “Dendika Xurmeyê, dendika Xurmeyê bi lez, zû bibe û li hemberî Meymûnê bûn. Û darek. Heger tu nabî, ez ê te bikim du parçe.” Kêvjalê kire dixwestin ku li Meymûnê xin. Û hawar û li erde mêze kir. Paşê demeke kurt, erd hejiya, zîlek hemû çûne mala Meymûnê. a kesk a dareke Xurmeyê ji erda qelişiyayî derket û bû şitiPêşî, Mozê wekî sîxuleke dara xurmeyê. rekî çavderî li derdor û “Şitila Xurmeyê, şitila xurmeyê zû, bi lez bibe darek. hundirê mala MeyHeger tu nabî, ez ê te bikim du parçe.” Kêvjala dayik, bi mûnê kir. Belkî Meydest û lingê xwe li avê xist, bi dengekî bilind kir hawar. mun ji bo wan davek, Paşê, demek borî û baskên şitilê vebûn û di çend xulekan xefkek amade kiribe. da bû dareke xurmeyê ya mezin. “Dara Xurmeyê dara xurmeyê, zû bi lez fêkî bide. Heger tu nadî, ez ê te bikim du Meymûnê kir hawar û parçe.” Piştî bi demeke bazda dîzikê avê û dest avête kurt, xurmeyên kesk li ser şaxên darê heskê. Dem dema Mozê bû. Mozê bi peyde bûn. Weku dest, mil û stûye wî ve da, pê ve da, pê Kêvjalê li xurmeyen şaxê darê mêze kir, ve da… Meymûn bi êş û jan reviya ew xurmeyên kesk, derve, li ber derî pê li Rîxê kir û bi sor bûn û pirr tamxweş xuya dibûn. ser erda hişk de ket. “Dawiya dawî ez dikarim bixwim.” Kêvjalê got.

10

“Dara Xurmeyê dara xurmeyê, zû bi lez fêkî bide. Heger tu nadî, ez ê te bikim du parçe.” Piştî bi demeke kurt, xurmeyên kesk li ser şaxên darê peyde bûn. Weku Kêvjalê li xurmeyen şaxê darê mêze kir, ew xurmeyên kesk, sor bûn û pirr tamxweş xuya dibûn. “Meymûn ne li mal e,” Mozê got dema ku vegeriya gel hevalên xwe. Hemûyan civînek kir û biryar da ku herin hundirê mala Meymûnê û di mala wê de wê bipên. Paşê çûne mala Meymûnê û li hundirê malê plana xwe amade kirin. Li gorî plana wan: “Dema ku Meymûn vegeriya malê, bi fikr û hizra me ew ê here ber êgir û xwe germ bike. Çunkî li derve hewa gelekî sar e.” “Baş e, Kestane got, ez ê xwe li nav xweliya agir veşêrim, dema ku hate ber êgir, ez ê xwelîyê biavêjim dev û rûyen wî.” Kestane xwe avête nav êgir û xwe veşart. “Dema ku Kestane dev û rûyen wî şewitandin, ew dê bireve û xwe bavêje dîzika avê.” “Baş e, ez dê li ser heska dîzika avê rawestim û bi wî ve bidim,” Mozê got, “Gelekî baş e… Niha, gava min carekê bi wî ve da, ew ê bireve derve.” “Temam, ez ê li ber derî, li derve wî bipêm, Rîxê got, Meymûnê pê li min bike û dê bikeve erdê.” “Baş e… Piştre…” Mîrkutê giran got. Ez ê li jor arika malê bim. Dema ku ew li erdê ket ez dê ji jor ve bi ser wî de bikevim.” Sê kêvjalan jî biryar da ku xwe di hundire Mîrkut de veşêrin. Paşê hemûyan cihên xwe girt û demeke dirêj li heviya Meymûnê man. Dawiyê, dema ku roj diçû ava, Meymûn vegeriya mala xwe. “Uyyy uyyy. Pirrrrr sa sa sar eee…” Wek ku herkesî texmîn kirî, Meymûn çû li ber êgir rûnişt. Vê gavê Kestaneya di nav êgir da dev û rûyen Meymûnê de xwe teqand.. “Oyy oyyy… Av av av….” Meymûnê kir hawar û bazda dîzikê avê û dest avête heskê. Dem dema Mozê bû. Mozê bi dest, mil û stûye wî ve da, pê ve da, pê ve da… Meymûn bi êş û jan reviya derve, li ber derî pê li Rîxê kir û bi ser erda hişk de ket. Vê care Mîrkutê giran li jor, xwe bi ser wî de berda. Sê Kêvjal jî jê hatin der û heta ku meymûn mirî ew gez kirin û pelînan. Dawîyê Meymûn çi heq kiriye, ew wergirt û mir. Sê kêvjalan û hevalen wan heta hetaye di şadî û xweşiye de jiyana xwe dewam kir. * Wergera ji Japonî bi çavpêdana Ingilîzî:

Vakkas Çolak


Tiştekî balkêş e. Em jiyana polîtîk a Kurdan di eynikeke edebî de dibînin. Partî, lîder, fermandar bi nasnameyên ji rêzê û rojane tên naskirin. Bextîyar Elî nivisiye û dibêje, hûn jî hebekî wan kes û tiştan bibînin.

Li Îranê ji şanoya romanê sahneyek

t

Hinarên romana Kurdî Behîce DEMÎR

"Ew hinar ji bo jiyanê bûn, ji bo jiyanê. Ji bo wan kesan bûn ku zindî ne.”

N

izanim mirov dikare bibêje, li ser rûyê erdê ti milet bi qasî Kurdan ne westiyaye. Westeke kûr û dûr. Derdê Kurdan di nav dermanê wan de dermanê wan jî di nav westa wan de teviziye. Westeke fizîkî baya, me dê bigota temam, lê westa me, ji westeke fîzîkî wêdetir e. Westa ku em pê gêj bûne, nema dizanin çi bikin. Ma ji kengî ve şûrê asîmîlasyonê li ser serê Kurdan li ba dibe. Asîmîlasyon êdî li Kurdistanê bûye xeta man û nemanê. Di nav Kurdan de nerm, li pişt wan jî bi stratejîyek kolonyalîst li dar e. Ti millet fena Kurdan sembol û heyînên wî eşkere, lê zimanê wî qedexe tine. Ti civak mîna Kurdan sewta wî azad, zindî lê çand û mafên wî yên xwezayî hatibe dizîn jî tineye. Belê em dikarin bibêjin gotinên sed sal berê îro jî li dar e. Îro jî mîna sed sal berê em li ber ava man û nemanê ne. Em ê yan ji vê avê bi ronakbiriyê, huner bibihurin, yan jî di mija asîmîlasyona spî de bifetisin. Îro civakên bipêşveçûyî, bi çend tiştan tên naskirin, binavkirin. Ekonomî, eskerî, çand, ziman, teknîka medya a înformasyona civakî û ontolojiya hunerî. Hîna zimanê me qedexe, hebûna me li ber ba û baranê ye. Di wan rojên mişt bi xem û êş de romanek bi dest

min ket. Romana Bextiyar Elî, Hinara Dawî ya Dinyayê. Berî her tiştî, Hinara Dawî ya Dinyayê romanek bi dilê min bû. Bi dilekî edebî, bi destekî hunerî hatiye nivîsandin. Bextiyar Elî rûniştiye wek, Tolstoy, Proust, Volf, Dublin, romanek ji dil, bi aqil û kûr nivîsiye. Dibe ku lîteratura Kurdî hê ling neavêtiye şêmuga hin xelatên navdar bi nav û deng. Lê Bextiyar Elî di nav ewqas tinebunan de romanek modern ji jiyana Kurdistanê bi hemû kanonen edebî derxistiye. Romaneke êşa civaka Kurd Hinara Dawî ya Dinyayê hem romaneke polîtîk e hem jî romaneke evîndariyê ye. Romaneke ji nav jiyan û jîndariya Kurdistanê welidiye. Lê car caran ji sînorên Kurdistanê jî dibihure û xwe bi ser xeta gerdûnî de wer dike. Di cîh û warên nêzîk, nas û navan de tevna xwe li dar dixe. Xwendavan û xwendekarên lîteraturê dizanin ku di romanekê de nav, karekter û mîsyona mijarê her tim romanê germ dike. Bextiyar Elî jî di Hinara Dawîya Dinyayê de tomar bi tomar germê direşîne. Çîroka bavê Seryasê Subhdem ê bi nav ê Muzaferê Subhedem wek çepera dora zeviyê hemû pirsgirêk û naveroka jiyana civaka Kurdan darîçav dike. Karektera Muzeferê Subhdem bi gelek nasnameyan heta dawîya romanê, me dibe û tîne. Muzaferê Subhdem geh dibe bav û dost geh dibe girtiyê bîyabanê yê bi dehan salan, geh dibe dijminekî piçûk û li dû şopê diçe da ku heyfa xwe hilîne. Hem ji rêze ye hem trajîk e. Bextîyar Elî bi formateke modern û bi wêrekî proble-

mên nav Kurdan radixe ber çavan. Roman dilê me bi herikandina xwe ditirtilîne. Mihêmedê Dilşûşe gava bi eşqa dil dimire, em jî pê xemgîn dibin. Gava banta Seryasê duyem dertê, em jî mat dimînin, gava sedema şewitandina rûçikê Seryasê sêyem kifş dibe, jenosîd tên bîra me. Lavlavka Spî û xwenga wî Şaderya di romanê da me hînî qewlûqirarên nû dikin. Em li zerafeta wan diheyirin lê bi aqûbeta wan jî digirîn. Lê Bextîyar Elî zû bi destê me digire û bandora romana xwe her ku diçe zêde dike. Yaqûbê Sînewber ên di nava me de Tiştekî balkêş e. Em jiyana polîtîk a Kurdan di eynikeke edebî de dibînin. Partî, lîder, fermandar bi nasnameyên ji rêzê û rojane tên naskirin. Bextîyar Elî nivîsiye û dibêje, hûn jî hebkî wan kes û tiştan bibînin. Bextîyar Elî, şer, jiyan, jîyanên nav şer û piştî şer, kirine mijara xwe. Xizanî, seqetî, zaroken êtîm, guhertina şoreşan bi her karekterekî re xwe dide der. Qehremanê me Seryasê Subhdem e. Lê Mihemedê Dillşûşe jî nayê jibîrkirin. Hela, jixwe, Yaqubê Sînewber? Hûn wî nas bikin û hûn ê bibînin ku di nav me de çiqas Yaqubê Sînewber pirr in. Pirtûk bi Kurmanciyê ji weşanên Avesta derketiye. 346 rûpel e. Heger hûn dixwazin di van rojan de romanake xweş û bi Kurdî bixwînin, Hinara Dawî ya Dinyayê bila di bîra we de be.

“Muzaferê Subhdem, hawar ez wek te dizanim. Wek te hest dikim tu tişt ji windakirinê dijwartir nîne.”

11


Ez xwe mîna katibekî dibînim Herimî, her çendî di xeyala me de tabloyeke lewitî derdixe pêş û me ber bi dîtina zilma serdest ve dibe jî, lê belê di eynî demê de çavkaniya vê yekê hîn di destpêkê de diyar dike. Yanê, berê tîrên xwe dide xwe bi xwe. Ji ber ku zilm tiştekî organîzekirî, plankirî û rêxistinî ye. Lewma yê bindest gava li dijî zilmê, ne fêmdar be çewisandin hêsantir dibe.

Ji bo min tekane derdekî nivîskar heye. Ev jî di çi şert û mercan de be bila bibe, nivîsandina bedew e. Jixwe, nivîskarê li pey nivîsîna bedew di eynî demê de di berxwedana her celeb zilmê de ye jî. Ji ber ku her gotineke rast û durist a nivîskarekî têkoşîna li dijî zilm û zordariyê ye.

P

iştî pirtûka xwe ya bi navê Qalik, Bawer Rûken, Mijdara par bi etîketa weşanên Lîsê keys li çapa romana xwe ya bi navê Herimî anîbû. Li gorî ku di dawiya pirtûkê de hatiye diyarkirin, ev berhem keda çar salan e. Lewre mirov dikare bibêje, ev berhem mîna fêkiyekî xweş gihayî kamil e. Roman bi liberxwedaneke li dijî dewleta Mîrkutyayê li bajarekî Bakurê Keskesorê dest pê dike. Sedema serhildanê, bûyera birîna wê hîn qemûşknegirtî, kuştina 34 zarokên Bakurê Keskesorê ye. Bi bihîstina bûyerê, keç û xortên têkçûna hilnagirin rasterast berê xwe didin kelehên mêhtingeran ên li nav bajêr. Û di nav bûyerên Herimî de roman diherike. Me xwest piştî xwendina Herimî bi nivîskarê wê re li ser romana wî hevpeyvîneke berfireh çêkin. Hevpeyvîna me gelek pirsên li ser wêje, weşangerî û rexnegiriya Kurdî ya halî hazir jî dihewîne. Ji penceraya Herimî em ê li pirsên navbirî û bindestiya Kurdan binêrin.

ber ku dostê min e, rabim pesn û metha wî bidim, ez ê çawa qala edebiyateke xwerû ango nivîseke xwerû bikim. Lê belê ez yekî bi tena serê xwe me. Ne di nava ti kom û komikan de me, ne dostên min hene ne jî qebîleya min. Tenê qelemeke min heye. Lewma jî min him xwe ji wan kesan dûr xistiye û him jî mejiyê xwe ji van tiştan rehet kiriye. Kîjan weşanxane qedrê pirtûkên min zanibe û bigire ez ê bi wan re bixebitim.

Herimî di nav lodek bûyerên kambax de her bi israr hewl dide ku ji xwendevan re bibêje, dijminekî gemar û bêwijdan heye. Armanca te ya bi vejandina bîreweriya dijmin çi ye? Ravekirina ya diqewime, hewldaneke bê feyde ye. Em neteweke bindest in. Helbet Argeş KEHNÎHEJÎRÎ Ez nizanim ka pirseke maqûl û aqilane him wek civak û him wek şexs me jî mîna neye lê dîsa jî ez ê xwe negirim û pêşî ji te biteweyên ku zilma serdestan tecrûbe kirine, pirsim ka te çima piştî du pirtûkan weşanbi salan e, em hîn jî tecrûbe dikin. xane guherand? Herimî, her çendî di xeyala me de tabloyeke lewitî derdixe pêş û me ber bi dîtina zilma serdest ve dibe jî, lê Pirsa guhertina weşanxaneyê li gel ku pirseke bi tehbelê di eynî demê de çavkaniya vê yekê hîn di destpêkê lûke ye di eynî demê de pirseke di cih de ye. de diyar dike. Yanê, berê tîrên xwe dide xwe bi xwe. Ji Guhertina weşanxaneyê ji bo nivîskarekî tiştekî asayî ber ku zilm tiştekî organîzekirî, plankirî û rêxistinî ye. ye. Lê belê ev yeka di edebiyata cîhanê de wisa ye. BêLewma yê bindest gava li dijî zilmê, ne fêmdar be çewiguman di edebiyata me de ev tiştekî hinekî jî mecbûrî sandin hêsantir dibe. ye. Her weşanxaneyeke Kurdan xwediyê kom û komiBêguman romana Herimî dawiya dawîn metnekî kekê ye. Kêm zêde li dora wan ên ku tenê ji wan in (ên edebî û afirînêrî ye. Tu armanca min nîne dijminekî reku ji fikra wan in, ji partiya wan in, ji pesindayînên wan sim bikim ango derdekî min î wiha tune ye ku xwendein… lîste dirêj dibe diçe) hene. Bala xwe bidiyê, derdê vanên xwe bigihînim têgihiştinekê bi vî rengî. Derdê wan ne avakirina edebiyateke bi kalîte ye. Derd û xemên min her timî vegotineke xweşik û xwerû ye. Qelema min wan bûye êsîrê egoyên wan. Mîna rêxistinekê tevdigeheger tiştekî armanc bike, bêguman dê tenê vê yekê arrin. Li ser hev du nivîsan dinivîsin, pesnê pirtûkên hev manc bike. didin, ji ên ne ji fikra wan re, girtî ne, dema organîzasyoJi ber ku li vê dinyaya em li ser dijîn, derfet ji çi re nek pêk tê, tenê bangî hevalên xwe dikin... Welhasil ne hebe ev tişta dijî, şax berdide û berfireh dibe. Ev zilm jî mîna entellektûelan eynî mîna qebîleyan tevdigerin. be azadî jî be eynî ye. Gelo nexwe em ji bo çi dinivîsin? Yanê, heger ez ê sirf ji

12

Her çendî eşkere ye ku roman berê mirov dide liberxwedanê jî li hin cihan berovajî vê yekê peyam hene. Mînak minaqeşeya Gêjan a bi jina ji Başûr re û gotinên wekî ’li gel çekeke qûnbigû ji bo têkçûyîneke diyar şerkirin’? Wekî ku li jor jî min xwest diyar bikim. Di roman û çîrokên xwe de ez tiştekî armanc nakim. Û cihê peyaman jî di metnên min ên edebî de nîne. Çiku derdekî min î wisa tune ye. Ê min ez xwe mîna katibekî dibînim. Derdê katib ê herî sereke û jêneger, xweşik nivîsîn e. Tiştên jê wê de, hemû gengeşe ne ku bi qandî pozê derziyê feydeya wan li ba min tuneye. Helbet ez vê yekê înkar nakim, di metnekî edebî de hinek fikir bêhtir derdikevin pêş. Hinek tişt di bin siya yên din de winda dibin. Ev ne tiştekî di destê nivîskar de ye. Dawiya dawîn, metnekî edebî ne metnekî siyasî ango metnekî fikirî ye. Ew bi xêra şêwaza vegotinên cuda hewl dide jiyanê vebêje. Di zemînekî din re him li bûneweriya xwe dinihêre û him jî li jiyana tê de ye. Metnekî edebî di encamê de afirînêriya mirovekî ye. Bivênevê dê bandora civaka ku nivîskar tê de dijî, lê bike. Jixwe, heger nivîskar malzemeyê xwe ji civak û jiyana xwe ya takekesî negire, dê ne ewqasî rastgo be bi metna xwe re. Û dê nikaribe xema şêwaz û ceribandina terzên nû yên nivîsê jî bixwe.


Çi derdê vebêjer heye ku di romana xwe de hema hema qira karekterên xwe tîne wan yeko yeko dide kuştin û jin jî pirr reben in? Wek mirovekî, ez xwe yekî reşbîn dibînim. Jiyanê, derdora ku tê de me, bûyerên ku li dora min diqewimin û her wiha derûniya xwe jî bi vî çavî şîrove dikim. Ev ji ku derê gihiştiye min nizanim. Îhtimal heye ku ji zaroktiyê ve li min hasil bûye. Ma ne rast e, gava dibêjin, mirov berhema zaroktiya xwe ye? Belkî jî ne wisa be. Lê ez wiha bawer dikim. Meseleya kuştina karakteran ji bo pêldana dramatîzma di rûyê metnê de reşbîniyeke baş e. Lê ji bo daqûlbûna ruhê metnê yê ku bêyî firotina dramatîzasyonê pêşkeş dike, erzanbûnek e. Gava ez dinivîsim hewl didim xwe ji dramatîzasyona erzan dûr bigirim. Ji ber ku yek ji serêşandina min jî ev e. Her sê karakterên min tên kuştin. Ev ne tiştekî di destê min de bû ku ez pêşiyê lê bigirim. Di atmosfera cîhana Herimî de wan rêya xwe wisa vekir. Kuştin bû para wan. Tecawûzî, êşên domdar û nexweşiyên evînê jî bûn para karakterên din. Lê bi şêwaza vegotina mîzahî min kuştina wan jî ji peywenda dramatîzasyonê dûr xistiye. Ji bo min ya girîng ne ev e ka karakter çi dikin, çawa dijîn ango tên kuştin. Ji bo min ya girîng ev e ka nivîskar wan li dorê ruhê atmosfera metnê dihûne yan nahûne. Herçî fikra ku dibêje, jinan bi awayekî reben di romanê de teswîr dike, ez ne bi te re me. Karakterên min ên jin ji yên mêr wêrektir û xwedan biryartir in. Mînak Sorê, tevî ku hemû pol dixwaze pê re têkiliyên eşqê deyne jî ew ji arzûyên lezbiyenî nayê xwarê. Mînak, diya Pûço dîktatora malê ye. Li malê bêyî wê kevçiyek jî nikare bilive. Û hîn mînakên din… Civaka me civakeke baviksalar e. Di avakirina vê fikrê de ez rola jinê ji ya mêr bêtir dibînim. Mêr hêz e, quwet e û di eynî demê de zarok e. Zarok e, ji ber ku gelek fikrên nexweş ên mêran pêşiya pêşîn ji jinê derketiye û gihiştiye mêr. Bala xwe bidinê, yên ku civakê diparêzin û kevneşopiyên xwe bi awayekî jêneger dewam dikin, jin in. Heta ez dikarim bibêjim yên ku vê zilma mêran li ser xwe qebûl dike û pesend dike jin bi xwe ye. Jin vê meydanê bi xwe bi tayên xwe dirêse.

Ji bo min ya girîng ne ev e ka karakter çi dikin, çawa dijîn ango tên kuştin. Ji bo min ya girîng ev e ka nivîskar wan li dorê ruhê atmosfera metnê dihûne yan nahûne.

Di romanê de hin tişt bi serê min nediketin, wekî mînak; “Li serê çiyayekî berxwedanê sohbeteke li ser karekter û rola nivîskaran û halê muzîka Kurdî” Her wiha di romanê de bûyerên cihê gelek bûn vê hiştiye ku berhem ber bi nepixandinê ve here. Ma ev tiştên min gotî xwendevanan ji herikbariya romanê qut nake? Ev pirsek xweş e. Ya esas, min dixwest li şûna ku nivîskarên me pesnên hev bidin hinekî nîqaşên bi vî rengî re serê xwe biêşandana dê hîn sûdewartir bûya. Ev peywendiya mekan û diyalogan datîne ber me. Dihêle em li ser vê peywendiyê bifikirin. Gelo, qey li gor her mekanî diyalogên ku ji berê de hatine sazkirin, hene? Gelo, qey hiş û fikr tiştekî li gor planan, li gor klîşeyan tevdigere ne ku niqaşên wisa em nebînin? Tiştekî wiha tune ye. Hiş tiştekî pirr cuda ye. Û gelek caran derveyî me tevdigere. Xelkê di edebiyata xwe ya modern de li ser mekan û diyalogan gelek tabû şikandine û berhemên hêja afirandine. Em hînî vê yekê kirine; di romanên me de gerek e yê şervan hertimî qala azadiyê bike. Gerek e berxwedanê qewîn bike û hin tiştên din ku wî/wê dixe şûna objeyekê, bike. Na. Ez wiha nabînim vê meseleyê. Ji diyalogan re tu mekan nayê sazkirin. Heta dixwazim bibêjim, min herî pirr kêf ji nivîsandina vê beşê wergirt. Di baweriya min de ên şervan bi çavekî hîn rasteqîntir civakê dibînin, dixwînin û şîrove dikin. Helbet, ev nayê vê mahneyê ku wek pisporên edebiyatê ne. Lê belê hin kes ji wan hene ku dikarin di analîz û rexneyê de yên ku dibêjin, em rexnegir in, wan ji berîka xwe derxînin. Tu rola nivîskarên gelekî bindest di edebiyata wî gelî de çawa dibînî? Divê nivîskarek bi çi rolê rabe? Şîret li dera hanê. Edebiyata me ji şîretan dagirtî ye. Bêyî ku ez “divêtiyên wî/wê” li pey hev rêz bikim, ez di ser “xwetiyê” re vê meseleyê dikarim wiha rave bikim. Di nihêrîna min de her nivîskar berhema civaka xwe ye. Ew ji civaka xwe xerc û malzemeya nivîsê digire. Lê hûnandin, xweşikkirin û rind nivîsandin bi xîret û xebata nivîskar rêya xwe dibîne. Bifikire, gava nivîskarekî bindest rabe mîna ku ne ji vê civakê ye hewl bide binivîse. Wê hîn di serî de winda bike. Heta wê têkeve rewşeke trajîkomîk. Ji bo min tekane derdekî nivîskar heye. Ev jî di çi şert û mercan de be bila bibe, nivîsandina bedew e. Jixwe nivîskarê li pey nivîsîna bedew di eynî demê de di berxwedana her celeb zilmê de ye jî. Ji ber ku her gotineke rast û dirûst a nivîskarekî têkoşîna li dijî zilm û zordariyê ye.

Em hînî vê yekê kirine; di romanên me de gerek e yê şervan hertimî qala azadiyê bike. Gerek e berxwedanê qewîn bike û hin tiştên din ku wî/wê dixe şûna objeyekê, bike. Na. Ez wiha nabînim vê meseleyê. Ji diyalogan re tu mekan nayê sazkirin. 13


t

Serok bêhêvî jî dikirin milîtan Ronî DEŞTELANÎ

D

i Şopên Rojê de vê carê endamê fermandariya Akedemiyen Apollon, Hemze behsa hevdîtina xwe ya bi Ocalan re û bandora PKK’ê li ser jiyana xwe dike. Fermandar Hemze da diyarkirin ku hêstên kurdewarî bi rêka birayê wî yê ku sala 1987’an tevlî nav refên PKK’ê bûye, bi pêş ketiye û fermandar Hemze bi xwe sala 1993’yan tevlî nav refên PKK’ê dibe. Fermandar Hemze behsa kêlî û bîranînên xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re dike: “Cara yekem payîza 1996’an ez bi telefonê bi Serokatiyê re axivîm. Dema ez çûm gel Serok jî her hevalekê xwe bi Serok dida nasîn; navên xwe digotin û ka ji kû derê ne, digotin. Çawa min silav da Serok, hîna min navê xwe negotî ji min re got; “Tu Hemze yî” vê yekê pirr bala min kişand. Serok tenê li ser telefonê carekê bi min re axiviye, di jiyana xwe de qet ez nedîtime. Her kes dizane dengê mirovan li ser telefonê hinekî tê guhertin, lê li gel vê yekê jî Serok ji bîr nekiriye. Ev jî tenê bi serê xwe taybetmendiyeke pirr mezin e. Dema ji min re got, “Tu Hemze yî?”, min jî got, “Erê ez Hemze me”, wî got, “Ew ê ku ez carekê bi telefonê pê re axivîm?” Vê pirr bala min kişand. Birayê min partî bi me da nasîn Fermandar Hemze bahse naskirina xwe ya PKK wiha îfade dike: “Em ji Botanê ne. Malbata me malbateke welatparêz e. Birayekî min di salên 1979’an de li Batmanê dibistan dixwend. Wê demê li Batmanê bi hinek hevalan re hevdîtinên wî çêbûbûn. Carinan, dema dihat malê ji birayê min û ji me re behsa Kurdîtiyê dikir.

Serok nirx bi wî kesî dida ku salekê jî tevlî nav refan bûye, nirx bi wan kesan jî dida ku bi salan e di nava şer de jî mane; heman nirx bi wan dida. Li hemberî nirxê Serok bi wan dida, di mirovan de dilsozî bi pêş diket, hezkirin bi pêş diket.

14

Ya rastî, hêstên me yên kurdewarî hebûn, lê cara yekem bi rêka birayê min, bi pêş ketin. Dûvre em çûn Mêrsînê. Careke din, ji sala 1985’an pê ve birayê min bi hevalan re têkilî danî. Jixwe, sala 1987’an jî tevlî nav refan bû. Me, yanî malbatê hemûyî, bi rêka birayê min partî nas kir û welatparêziya me jî bi rêka wî bi pêş ket. Beriya ku birayê min tevlî nav refan bibe jî heval pirr dihatin mala me û diçûn. Min jî dixwest tevli bibim lê dema birayê min tevlibû şûnde ez kêmeke dinê mam. Yanî kurtasî hem weke kesî, hem jî weke malbat me bi rêka birayê min partî naskir. Ji ber ku yek birayê min di nava refên gerîla de bû, yê din jî di nava xebatan de bû, ez tevlî nava refan nebûm heta sala 1993’an. Destpêka sala 1993’an, ez tevlî nava refan bûm.” Dîtina Ocalan sala 1997´an Fermandar Hemze, got ew cara yekem bi rêka telefonê bi Rêberê gelê Kurd Ocalan re axiviye û wiha pêde çû; “Piştî ku ez tevlî nav refan bûm, destpêkê ez çûm Zelê û dûvre jî çûme Botanê. Sala 1996’an jî ez li Zapê bûm. Payîza 1996’an li biryargeha navendî Serok bi telefonê bi hevalan re axivî. Wê demê Serokatî ji berpirsyarê biryargehê re got; “Hevalekî din ê kevin nîne ez pê re biaxivim?” wî hevalê berpirsyar gazî min jî kir. Wê demê cara yekem ez bi Serok re li ser telefonê axivîm. Serok wê demê ji min pirsî, ka xwe bide nasîn, min jî xwe da nasîn. Ji min re got, tu çi karî dikî. Min jî got, ji destpêkê heta niha ez berpirsyarê buroya têkiliyên di navbera me û PDK’ê de bûm. Piştî şerê sala 1995’an yê di navbera me û PDK’ê de, ez jî yek ji wan kesan bûm ku biçin bi PDK’ê re hevdîtinê bikin. Li ser wan esasan ji min pirsî û got, rewş çi ye? Min jî hindek kêmasiyên wê demê ji Serok re gotin. Dema min dest avêt telefonê ji bo bi Serokatî re biaxivim, kelecanekê ku nayê binavkirin, ez girtim. Lê min di demeke kurt de xwe komî ser hev kir. Serokatî bi giştî rewşa biryargeha navendî û karê ku em dikin, ji min pirsî. Qederê 15 deqîqeyan em bi hev re axivîn. Ji bo tevahiya hevalan hêviyên xwe yên şoreşê dianî ser ziman. Cara yekem min dengê serok bi rêka telefonê bihîst. Wê Payîzê ez li Zapê mam û dûvre çûm Garê. Hevalan erka berpirsyariya karên bajarê Hewlêrê da min. Ez çûm li wê derê du mehan mam. Piştre hevalan gazî min kir ji min re got, were, tu diçî akademiyê. Min qet hêvî nedikir ku heval min wisa zû bişînin akademiyê. Kelecaneke zehf cuda ez girtim, belkû di jiyana xwe de ez cara yekem wisa kêfxweş bûbûm. Ji ber ku xewna hemû hevalan ew bû ku biçin saheya Serokatiyê û Serokatiyê bibînin. Piştî wê ez hatim Garê û destpêka sala 1997’an ez çûm saheya Serokatiyê.” Em hemû hembêz kirin Fermandar Hemze got, koma ku wî tê de cih digirt, ji bo biçin saheya Rêberê Gelê Kurd, ji çil kesan pêk dihat û qiseyên xwe wiha domandin; “Hindek heval ji cihên cuda hatibûn, lê pirraniya hevalan ji Botanê hatibûn. Hemû ji qadên çiya hatibûn. Di nava wê komê de

ŞOPÊN ROJÊ

Hêza Serok a veşartî hebû. Dikarî tesîrê li mirovan bike û wan biguhere. Mirovê herî bê hêvî jî dema biçe gel Serok, dikare bibe milîtanekî herî leheng. hevalên ku navê xwe di dîroka partiyê de nivîsandî hebûn. Yek ji wan, hevalê Adil bû, yê din hevalê Piling bû, yek ji wan hevalê Hemzeyê Emerînî bû. Niha hindek hevalên ku di nava wê komê de cihên xwe girtî û dijîn jî hene. Dema em çûn ber deriyê akademiyê me dît ku Serok li ber derî sekiniye. Kelecanê girtibû hemû hevalan. Serokatî hat, destê xwe da me hemûyan û em hemû hembêz kirin û dûvre em birin cihê xwe. Jixwe, sofreya xwarinê jî amade kiribû. Em rûniştin li ser sofreyê û me bi hev re xwarin xwar. Li gel wê jî li ser xwarinê bi hemû hevalan re sohbet dikir. Tişta li wê derê ya herî balkêş, germahiya Serokatiyê bû. Hemû hevalan li gel Serok xwe pirr rehet û heçkû bi salan e ew li wê derê ne, hîs dikir. Ji ber ku Serok dixwest hevalan nas bike bi hemû hevalan re guftûgo dikir.” Heman nirx dida her kesî Endamê fermandariya Akedemiyen Apollon, Hemze diyar kir ku sedema girêdana mirovan ya bi Ocalan re, nirxdayîna wî ya li hemberî mirovan bû û dewamiya axaftina xwe wiha anî; “Serok hemû hûrgiliyên jiyana hevalan ji wan dipirsî. Ev dibû sedem ku li gel wê kelecanê heval rehet bibin û vê yekê pirr moral dida mirovî. Nêzîkatiyên Serok ên li hemberî hevalan, nêzîkatiyeke ne normal bû; pirr nirx dida hevalan, li rewşa her kesî dipirsî. Li hûrgiliyên herî piçûk jî dipirsî. Lê dema mirov li serokên din binihêre, ti caran weke Serok nêzî mirovên ji rêze nabin. Tenê kesên bi xwe re di heman astê de ne, tekiliyan datînin. Serok Apo ne wisa bû. Serok heman nirx dida her kesî. Serok nirx bi wî kesî dida ku salekê jî tevlî nav refan bûye, nirx bi wan kesan jî dida ku bi salan e di nava şer de jî mane; heman nirx bi wan dida. Li hemberî nirxê Serok bi wan dida, di mirovan de dilsozî bi pêş diket, hezkirin bi pêş diket. Hezkirina me ya li hemberî Serok ne tenê hezkirineke hestiyariyê ye. Erê milê wê yê hêstiyarî pirr e lê nirxê Serok dida mirovan dihişt ku mirov bi wî ve bên girêdan. Serokatî fîlozofekî demê ye û ji mirovan fêm dike. Dema mirovan pirsgirêkên xwe ji Serok re digotin, Serok weke hevalê wan ên salan nêzî wan dibû û ew dinirxandin. Helwêstên Serok yên li hemberî mirovan rê dida ku hezkirin û dilsoziya mirovan li hemberî wî bi pêş keve.” Bi her tişta Kurdan re mijûl dibû Fermandar Hemze di axaftinên xwe de amaje kir ku Ocalan dixwaze kesayetiyên azad ava bike û got, “Serok dixwest ji gelekî ku her tişta xwe ji dest daye, kesên karibin careke din her tişta xwe bi dest bixin, azad bijîn, ava bike. Dixwest civakekê ava bike ku karibe bi ser keve. Ji ber ku Kurdan hemû nirx û destketiyên xwe ji dest dabûn, Serok bi her tişta Kurdan re mijûl dibû. Di her milî de tiştên ji destê Kurdan hatine derxistin, dixwest ji nû ve şîn bike. Vê şînbûnê jî dixwest di mejiyê gelê Kurd de li ser yêkbûnê çêke. Ji bo bi serfirazî karibe ji her milî ve xwe tayîn bike. Serok tenê milîtan perwerde nedikirin”.


Fermandar Hemze bal kişand ser perwerdeya Ocalan û got, “Dema ku ez li wê derê bûm, şahidê du-sê konferansên Serok bûm. Wê demê, mêvanên wî jî hebûn. Li ser edebiyata cihanê û edebiyata Kurdan nirxandin û şîrove dihatin bipêşxistin. Yên ku beşdarî van konferansan dibûn, hevala Sara bû (Sakîne cansiz), hevalê Kazim (Hamîd Yildirim) bû ew jî niha li îmraliyê li gel Serok dimîne. Bi vî awayî li ser hîmê, divê wêjeya Kurdî çawa bi pêş bikeve û wêje ji bo gelekî tê çi wateyê, gelekî xwedî wêje dikare çawa paşeroja xwe tayîn bike, nirxandin û şîroveyên pirr xurt bi pêş diketin. Ji wêjeya cihanê mînak dihatin dayîn. Li gel ku ew hevalên min behsa wan kirî, ew qasî di zindanê de mabûn, xwendibûn, rewşenbîr bûn, nekarîn li wan tiştan ku Serok digotin, serwext bibin, ji ber ku nirxandin û şîroveyên Serok ji wan dibihurîn. Serok di nava nirxandinên xwe de hemû wêjeya cihanê dihewand. Ji ber vê, kesên dihatin gel Serok ne tenê milê bîrdozî û rêxistinî de zanyarî digirtin, di milê muzîkê de jî, di milê wêjeyê de jî, di aliyê jiyana rojane de jî, li ser rabûn rûniştinê jî, di milê axaftinê de jî zanyarî digirtin. Yanî Serok dikarî her tiştî bide mirovan.”

ziye Rezazî, cara yekem, sala 1997’an hatin gel Serok. Serok Ji bo Nasir û Merziye Rezazî merasîma eskerî da çêkirin. Em ji 200 hevalan zêdetir li wê derê bûn û em hemû ji bo wan eskerî rawestiyabûn. Serokatî jî li pêşiya merasîme sekinî. Merasîmeke fermî pêk hat. Jixwe, çawa sekna Serok dîtin, heybeta wî dîtin, Merziye Rezazî hîna negihîştî cem Serok, ket erdê. Jixwe, çawa ket erdê Serok ji hevalan kolonya xwest hevalan kolonya anî, ew şiyar kirin, bi nirx nêzî Merziye Rezazî bû ku mirov digot qey ew li ser ewran difire. Ji derveyî Serok, kesek nikare kelecaneke wisa bi mirovan re ava bike. Ev yek hûnerê Serok bû, ev rastiya Serok bû, ev hezkirina Serok a mirovan bû. Ya rastî, Serok di her milî de fîlozofekî hemdem bû. Ji ber wê dema mirov dihatin li gel Serok ji sedî heştê dihatin guhertin. Ji ber wê, her du jî li gel Serok demekê man û di hundirê wê wextê de Serokatî pirr bi nirx nêzî wan bû. Ji wir û şûn ve, her kes dizane Merziye Rezazî ti caran Serokatî ji bîr nekir. Dilsoziya xwe ya bi Serokatiyê re her tim dewam kir ti caran xwe ji têkoşînê qut nekir. Li gel ku Merziye Rezazî tenê carekê Serokatî ditiye, ti tiştî nekarî wê ji rastiya Serokatiyê qut bike.”

Serok hez ji mirovan dikir Fermandar Hemze di qiseyên xwe de bal kişand ser mêvandariya birêz Ocalan û wiha pêde çû; “Ji ber wê jî gelek hunermend dihatin gel Serok. Ji wan hunermendan jî gelek jî ne Kurd bûn. Ez behsa bibîranînekê bikim. Du hunermendên bi nav û deng yên ji Rojhilatê Kurdistanê, Nasir û Mer-

Mirov wêrek dikirin Endamê fermandariya Akedemiyên Apollon, Fermandar Hemze di axaftinên xwe de diyar kir ku hêza Rêberê Gelê Kurd Ocalan ya veşartî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Serok di hundirê şîroveyên xwe de pirr behsa Aram Tîgran jî dike. Aram Tîgran kesekî Ermenî bû û pirr

tevkariyên wî ji bo muzîka Kurdî çêbûne. Mirovekî pirr hêjayî rêzdayînê bû. Serokatiyê pirr ji dengê Aram Tîgran hez dikir. Hem kesayetekî hêja bû hem jî dengê wî pirr xweş bû. Serokatî pirr nirx bi Aram Tîgran dida. Aram Tîgran dema dihata gel Serok, her tim ew jî Serok jî dikeniyan. Nîqaş dikirin li ser çanda Ermeniyan, li ser muzîkê, li ser çanda Kurdan, çawa Aram Tîgran wisa bûye evîndarê muzîka Kurdî. Serok li ser van mijaran yek bi yek lêkolîn dikir, dixwest fêm bike ka Aram Tîgran çawa hatiye vê astê. Di heman demê de Aram Tîgran ji serok wêrekî digirt, moral digirt, kelecan digirt. Ji ber wê her salê carekê kasetek amade dikir, heta carinan şeş mehan carekê kasetek amade dikir. Hêza ji ku Serokatiyê digirt, dibû sedem ku hilberîna mûzîkê hîn zêdetir bi wî re ava bibe. Dema Serok dîl hat girtin, Aram Tîgran çawa navê Serok dibihîst, digiriya. Her kes nikare di mirovan de hestên wisa ava bike. Serok kesekî wisa bû. Kî biçûya li gel Serok teqez dihat guhertin. Hêza Serok a veşartî hebû. Dikarî tesîrê li mirovan bike û wan biguhere. Mirovê herî bê hêvî jî dema biçe gel Serok, dikare bibe milîtanekî herî leheng. Niha jî bi hezaran mirovên fedaî yên ku Serokatiyê ava kirine, hene. Bi dehan hezaran şehîdên PKK’ê hene her yek ji wan jî lehengek e. Bi rastî jî mirov çi qas bi lêv bike jî mirov tam nikare Serok bîne li ser ziman, gotin têrê nakin. Pêyvên ku Serokatî tam vebêje ji devê min dernakeve û ez nikarim tam bînim ziman. Serok ji bo mirovahiyê û gelê Kurd hemûyî şensekî pirr mezin e.”

15


Receb Dildar

(…) Gava Rengê şevê Dikeve ser bajarê min, Kuçe tevde kerr dibin. Ecacokên tirsê Di quncikên bixof de Çaralî dibezin, Dayik dikevin tatêla zayîna rojê.

WÊNE: ADIL ALPKAYA


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.