135

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Çirya Pêşîn / 15 - 10 - 2018

Kurdistan-Hejmar (135)

www.pdk-s.com

PYDê dixwaze pijîşkên mayî jî koçber bibin Cemîl Îso

Rêveberiya Tenduristiyê ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve daxwaz ji derçûyên kolêjên pijişkî û yên dermansaziyê dike bawernameyên xwe li cem wan serrast bikin

da ku bikaribin karê xwe berdewam bikin. Li gor wê daxuyaniyê ewê ku bawernameya xwe serrast bike dê bikaribe bi serbestî pîşeya xwe bike, dû molet jî pê bê dan ku norîngehekê veke. Ev biryara

rêveberiya bi ser PYDê ve bû cihê dilgiraniya pijîşk û dermansazên deverê û her kesekî ji wan bi şêweyê xwe rexne li vê biryarê girt. Pijîşkek dibêje herwiha dipirse jî gelo ka ew dezgehên zanistî û ew

kadirên ku dikarin vî karî bikin, û kê maf daye wan ku ew vî karî bikin, ev yek tê wateya wê yekê ku xwedan bawername yan tevlî refên PYDê bibin yan jî koçber bibin. PYDê mala Kurdan li

Rojavayê Kurdistanê xera kiriye, dixwaze wek çawa xwendin tine kiriye dixwaze ti dektor ya dermansazel li deverê tine bin yan jî bi ser wê ve bin. Welatiyek dibêje, çavê xelkê derket

heta ku zarokên wan bûne pijîşk û li Şam û Helebû li zanîngehên mezin xwendin û gelekî westiyan, lê îro roj PYDê dixwaze bawernameyên wan serrast bike, PYD ji ber xwe fedî nake. www.pdk-s.com


2

Çirya Pêşîn / 15 - 10 - 2018

Kurdistan-Hejmar (135)

www.pdk-s.com

“Efrîn bi ciwaniya xwe diyar e ji dîrokê ve ya Kurdan e” Henan Mistefa- Stenbol Di dema dawî çekdarên dijberiya Sûriyê bi dengên bilind bang dikirin ku Efrîn ya wan û bav û bapîrên wan, lê ya her kes dizane ku rêjeya herî kêm ya Ereban li wê deverê ye û tevî hewlên bierbkirinê, lê Efrîn her ya Kurdan maye. Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ên li Efrînê ji bilî girtin û revandina welatiyan, vê carê dibêjin ku xaka Efrînê milkê bav û bapîrên wan e û spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dikin, ew vegerandine ser xaka wan ya resen. Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan radighîne, çekdarên ser bi �irqeya Sultan Murad li Efrînê destê xwe danîne ser berhemên zeytûnan a du cotyarên ji gundê Meydankê û birine navenda xwe. Herwiha rewangehê daye zanîn, heger cotyarên Efrînê bacan nedin gûrpên çekdar, darên wan yên zeytûnan têne şewtandin. Li aliyekî din Rewangehê girtevîdyoyek belav kiriye ku tê de çekdarên ji Parêzgeha Dêrazorê derdikevin û dibêjin ku xaka Efrînê ya bav û bapîrên wan e û spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dikin dikin ku ew gihandine vî bajarê xweş. Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ji 18ê Adara bûrî ve Efrîn dagîr kirin, ji bilî binpêkirinên curbicur ji girtin, revandin, eşkencedan Kurdên Efrîn û ji bilî dizî û talankirina mal û milkên xelkê, dest datînin ser mal û zeviyên Efrîniyan û li şûna wan Erebên ji navçeyên din ên Sûriyê koçber bûne bicih dikin. Rêjeya Kurdan li Efrînê berî destpêkirina krîza Sûriyê di sala 2011an de zêdetir ji sedî 95 bû, lê piştî dagîrkirina wê hejmarek mezin ji Kurdan bi neçarî derbider û koçber bûne û Ereb li şûna

wan tên bicihkirin. Tevî ku partiyên siyasî yên Kurdî, rêxistinên mirovî û yasayî hişyariya wê yekê didin ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve guhartina demogra�î li Efrînê dikinû nasnameya Kurdî ya Efrînê diguhêrin, lê civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî bi awayekî cidî li ser vê yekê ranawestin û çareser nakin. Niha ku werzê çinîna zeytûnan li Efrînê nêzîk bûye, grûpên çekdar dest datînin ser darên Efriyan û berhemên wan ji xwe re dibin. Di vê derbarê Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê bêhtirî ji carekê belav kiriye, grûpên çekdar ji bilî destdanîna ser bi hezaran daran zeytûnê, li gelek gundan jî bac li ser darên zeytûnê sepandine, ku divê li hember her dareke zeytûnê xwediyê wê 2 hezar Lîreyên Sûrî bide. Ev yek di demekê

de ye, berî demekê Desteya Erkanê ya Artêşa Niştimanî di daxuyaniyekê de hemû yekîne û grûpên çekdar ên li Efrînê hişyar kir, ku çinîn û guvaştina zeytûnan ji erkê encûmenên xwecihî yên Efrînê ne û daxwaz ji yekîne û grûpan kir, hemûzeviyên zeytûnan yên giştî û yên taybet radestî encûmenên xwecihî yên Efrînê bikin. Rewangeha Sûrî girtevîdyoyek belav kir, tê diyar dibe grûpek karên kolandinê dike. Rewangehê da zanîn, ew grûpa çekdar ser bi Feyleqa Yekem e û li derdora Şanoya Romanî ya keleha Horî karên kolandinê dike û şûnwaran didize. Keleha Horî ya li herêma Efrînê 25 K.M dikeve bakurê rojavayê bajarê Efrînê û dîroka wê vedigere hezarê yekem berî zayînê, ji girîngtirîn şûnwarên wê,

keleha Horî, perestgeha Horî, Şanoya Romanî û pireyeke Romanî ne. Di dema êrîşa leşkerî li ser Efrînê û dagîrkirina wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, gelek gir, keleh û cihên şûnwarî hatibûn bombebarkirin, wek girê Eyn Dara ya dîroka wê vedigere 2 hezar berî zayîne, Keleha Teqilkê ya li ser çiyayê Lêlûn û bidehan cihên pîroz yên ola Êzidiyan. Di wê derbarê berî demekê Navenda Şûnwarî ya Idlibê raportek li ser rewşa kelehe Horî yaşûmwarî li Efrînê belav kir û tê de hat, ji ber guhartinên siyasî yên li herêma Efrînê ji sala 2012an û ta 2018anşûnwarên Efrînê bi giştî kela Horî bi taybetî ji aliyê grûpên çekdar diziyên şûnwaran ve rastî diziyê tê. Herwiha amaje bi wê jî kir, ku kela Horî di dema destpêkirina

operasyona leşkerî ya li ser herêma Efrînê de, bû wek baregeheke leşkerî û gelek karên kolandinê lê hate kirin, bi awayekî ku gelek ziyan gihandiye wê kelehê û şanoya wê ya Romanî.Mihemed Cemîl wiha derbarê vê mijarê de dibêje”Her çiqas hewla bierebkirina Er�înê were dan, dê Efrîn dilê Kurdistana Sûriyê wek xwe bimîne, ya giring niha ew ku Kurd xwedan yek helwest bin da ku çekdarên Ereb nikaribin demogra�iya deverê biguherin, Efrîn ya kurdan û dê bimîne ya kurdan, ji ber ku ji ciwaniya wê diyar e ne ya Ereb û miletên din e, çiyayên wê yên Kurdan e û ti carî nebe ji Erebên biyabanê”. Siyamned Xidir jî dibêje, raste niha Erebên Şamê û gelek bajarên Sûriyê li Efrînê hene, lê wê ew roj bê ti kes ji van kesan

têde nebe û dê şahî û govendên Efrîniyan li wê deverê bêne gerandin û ti kes nikare şaristaniya miletekî bidize. Rejîma Esed bi salane dixwest Efrînê biereb bike, lê hewlên wê serkeftî nedibû ji ber ku Kurd girêdayî erdê xwe bûn, û niha jî divê xelkên me yên Efrînê heta bikaribin bi erdê xwe ve û bi darên xwe yên zaytûnan girêdayê bin, ji ber ku mana wan ligel darên xwe yên berxwedêr dê pişta dijminan bişkîne û nehêle projeyên wan yên najadperst biser bikevin, lê divê ev yek bi hewlên cidî yên berpirsên Kurdan were kirin û piştevaniya xelkê Efrînê bikin û dengê wan bighîne tevahiya cîhanê.

www.pdk-s.com


Çirya Pêşîn / 15 - 10 - 2018

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (135)

3

Endamên DAIŞê têne berdan û endamên ENKSê hêj çarenivîsa wan nediyar e Kurdistan- Îmad Xidir Di jêr navnîşana niyazpakî Hêzên Sûriya Demokrat yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê hejmarek ji çekdarên DAIŞê yên ku li cem wê girtş bûn li bajarê Hesekê serbest berda û ahengek jî ji bo vê boneyê jî ji wan re lidarxist. Eve demke Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê endam û alîgirên DAIŞê berdide ku di dema du salên derbasbûyî de li gor zanyariyan PYDê derdora 800 endamên DAIŞê berdane ew jî di jêr çend navnîşanên cuda cuda de, carcaran dibêje bi boneya cejnê û carnan ji bo biratiya gelan li deverê. Helbet ev prosês di rêya serok hozên Ereban li her yek ji Reqa û Tebqa û Dêrazorê û bê dadgehkirin hatiye encamdan di demekê de ku partiya navborî bi

dehan xort û ciwanên me ji bo leşkeriya neîar direvîne, herwiha bi dehan kadir û endamên partiyên di nava Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê li cem wan girtî ne û çarenivîsa wan nediyar e. Ebdulezîz Mihemed derbarê vê mijarê de wiha dibêje: Ev demek dirêj e serkirde, endam û alîgirên partiyên siyasî yên kurdî li Kurdistana Rojava di bin zordarî û guvaşa tund a PYDê de ne. Roj nîne asayişa PYDê wan negire û neêşîne , herwiha di heman demê partiya navborî endamên DAIŞê berdide, ez dibêjim mebesta PYDê ji vê yekê ev e ku xelkê wê deverê bi aliyê xwe ve bikşîne di heman dema ku wan çekdar û endaman ciwanên me dikuştin û bê ser û şûn dikirin. PYDê partiyeke tenê di berjewendiyên

xwe de �ikir dike û ti carî ne xema wê ye ku Kurd zirarê bibînin yan na, ya giring ciwan şer bikin û şehîd bikevin û ew jî merasîman ji wan re lidar bixin û bikne şehîdên xwe, lê di demekê de ku xwîna van ciwanên li deverên Ereban hatiye rijadndin. Mixabin PYDê Kurdan

bernade û çarenivîsa gelek ji kadiran jî nediyare mîna Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-S Ebdulrehman Apo û ji xeyînî bi dehan kadir ku PYDê ew dûrî zarokên wan xistine, helbet nexema wê ye ji ber ku �ikirê hizreke daktatore. Mecîd Osê jî di vê

derbarê de dibêje : PYDê gelek serkirdeyên pile bilind yên DAIŞê di destê wê de bûn, lê ew berdan ji ber ku rêkeftin di navbera wê û DAIŞê de hebûn, ewê komkujiya Kobanê pêk anî û destê wan têde hebû, ew jî hatine berdan û heta niha PYDê yek çekdarê DAIŞê li ser

ragihandinê dadgeh nekiriye , di dema ku endamên ENKSê digre û tometên tawankarî û bê binegh dixe stûyê wan de. Divê Pydê dev ji van kiryarên xwe berde û vegere rêya rast û tevahiya zindaniyên Kurd yên li cem xwe berde û lêborînê ji wan û gelê Kurd bixwaze.

Idlib û çarenivîsa herêma bê çek Kurdistan - Sîham osê Di 17ê Îlonê de û di encama hevdîtina di navbera Serokê Rûsya Vlademîr Putin û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan li bajarê Sotşî yê Rûsya de lihevkirina herêma bê çek li Parêzgeha Idlibê di navbera hêzên rêjîmê û opozisyonê de hate ragihandin. Gelek helwest û rêaksyon têkildarî vê lihevkirinê di navbera hêzên wê deverê de derketin pêş û pêşeroja vê lihevkirinê jî bûye rojeva nîqaşê. Wekî ku di çapemeniyê de ev mijar hate gotûbêj kirin wekî meseleya pêşbirka di navbera Rûsya û Tikriye de bû lê wekî ku dê dilê

hev nehêlin. Tirkiye ku nûnertiya komên çekdar kir û Rûsya jî nûnertiya xwezayî ya daîmî ya rêjîma Sûriye kir. Li gor medyayên Tirkiyê, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandiye ku grûpa opozîsyonê ya bi navê Feyleq El Şam dest bi vekişînê kir. Tirkiye û Rûsya li Soçiyê li ser Idlibê rêkeftinek kirin û li gor rêkeftinê, divê di navbera artêşa hikûmeta Sûriyê û grûpên çekdar de 15 – 20 kîlometre deverên bê çek werin pêkanîn. Mihemed Omer li ser vê mijarê wiha dibêje: Hêzên navdewletî mîna Emerîka û Rûsya mijara Idlibê tenê di çarçove û sînorên Sûriyê de nanirxînin, ev hêz dixwazin li Rojhilta Navîn û bi taybet li Sûriyê hesabên xwe

bi hev re sa�î bikin. Li aliyekî Emerîka hewil dide hebûna Rûsya di herêmê de sînordar bike, li aliyekî din ve Rûsya ji xwe re Sûriya wek keleha xwe dibîne, lewra hemû hêza xwe xist nava aloziya Sûriyê de û xwest li gorî berjewandiyên xwe vê aloziyê bi rêve bibe”. Ji aliyê xwe ve, Nisrîn Ebdula jî wiha dibêje: Ji bo komên çekdar bi giştî ev lihevkirin

bêhnvedaneke. Lê gava ku pêkanîna bendên vê lihevkirinê dikeve rojevê gelek astengî derdikevin pêş. Komên tundrew bi piştevaniya hin dewletan bi van mercan razî nabin û dê rejîma Esed bibêje ku ev dever binpêkirin lê hatine kirin û dê careke din şer destpê bike, heya dawî Tirkiyê nikare piştevaniya van grûpan bike û dê radestî biryarên Rûsiya bibe. Cuma Ebdulkerîm jî

wiha li ser vê mijarê dibêje: Li gorî ku tê xuyakirin hêza Tirkiye tune ye ku çekên giran ji destê tundrewan bigire yan komên radîkal bide qebûlkirin. Lewma Tirkiye li pêşiya du bijareyan e, Yan bi rêyên aştiyane wan koman bê çek bike û berê wan bidin ciheke cuda û gelek astengî li pêşiya bicihanîna vê bijarê hene;

bijareya duyem jî pevçûnên çekdarî di navbera Tirkiye û wan koman de ye. lê ya xerab ew e ku ew çekdar ji aliyê Tirkiyê ve ji bo Herêma Efrînê bêne şandin, wê demê dê bibin bele di stûyê kurdan de, û dê Rûsiya û rejîma Sûriyê şerê wan li wê deverê bikin û yê zirarê deyne dê helbet Kurd bin.

www.pdk-s.com


Çirya Pêşîn / 15 - 10 - 2018

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Tawanên derbarê Zimanê Kurdî ji Kurda ye

Raid MihemedHewlêr

Ziman bingeha serekî ye ji her Neteweyek li Cîhanê de, ku têkilî û têgihiştin di riya ziman de ye, ji ber ku alava serekî ye ji bo peywendiyê navbera mirovan, her wiha ku her Neteweyek kultûr û dîrok û wêjeya xwe di riya ziman de dide xuyakirin, û Elif-Bêya zimanan corecor in , û tê naskirin ku berî 5000 sal li rojhilata navîn Elîf-Bêyek derket ew jî ya Mismarî bû û li Misirê jî ya

Hîroxilî�î û ya Ogarêt li Rojhilata Deryaya Navîn , di vê demê de Nêzîkî 5000 ziman û zarav li Cîhanê hene di 217 welatên Cîhanê , ji wan Zimanê Kurdî ku nêzîkî 50 Melyon kes pê diaxi�in û şêwazê Nivîsandinê bi herdû Tûpên Latînî û Aramî ye , lê kurd Zimanê xwe pişt guhê xwe kirine , li her çar parçeyê Kurdistanê , lê dibe ku kurdên Başûrê Kurdistanê bi Zimanê Kurdî dinvîsin û xwendina wan bi kurdî ye , lê cihê mixabiniyê ye ku kurdê Rojavayê Kurdistanê xwe dikin

dijminê Zimanê xwe , ji rexekî ve Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê Rêbaza Xwendinê ji Zimanê Erebî û Idyolojiya Partiya Bas guhert û kir e Zimanê Kurdî , û ev gaveke pir baş e lê Kurdîke Seqet e û bi Idyolojiya Ocelan e ev Xirabîke mezin dixe nav civak û komelgeha kurdî de , û kurdên Rojavayê Kurdistanê daxwaza Rêbaza Rêjîmê kirin û Zimanê Erebî Basî xwestin ji ber ku Xwendina Rêjîmê fermî ye , û ji rexê dî ve Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dirûnin ew jî li Dibistanên kampan yan yê nav Bajaran bi Zimanê Erebî dixwînin û dema ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwest Zimanê Xwendinê ji bo polê 1ê bike kurdî , xelk nerazîbûna xwe dane diyar kirin û qebûl ne kirin , û di giştpirsiyek li Kampa Kewirgoskê ku mamosteyê

Dibistanê pê rabûn ku ji hejmara 130 Şagirtê polê 1ê tenê malbatek daxwaza Zimanê kurdî kirin û yê dî daxwaza Zimanê Erebî kirin , û herdû Ziman yek Rêbaz in û naveroka wan kurdayetî ye , ji rexê xwe ve nivîskar û rewşenbîr û çalakvan û Siyasetmedar hemî bi zimanê Erebî hizin û baweriyê xwe dinvîsin , û tişta bi ken û bi êş e ku ew kesê şîreta didin û daxwaza Zimanê kurdî dikin û doza wê dikin bi Zimanê Erebî vê daxwazê dikin ..!! Ev xirabî û xopana herî mezin e , bi serde jî hemî belavokên siyasî û Daxuyaniyên partiyên kurdî bi Zimanê Erebî ne û çanda nivîsandina Zimanê kurdî li cem wan nîne , û pirtûkxana kurdî ne dewlemend e ji ber ku berhemên Nivîskarên kurd yan bi Tirkî ne yan Farisî û Erebî ne û kurdî li piştguh kirine , mîna Pêşengeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Pertûkan di xula xwe

ya 13an dest pêkir di 10ê vê mehê de û wê dombike heya 20ê vê mehê , ku ji 700 hezar navnîşan pêktê ku zorbeya pertûkan bi zimanê Erebî Ne û Weşanxanê bi zimanê kurdî pir kêm bûn , ev jî Tawaneke mezin e derbarê Zimanê Dayikê de , dibe ku kurda heya vê gavê Dewleta Kurdî ranegihandine û Kurdistan ne hatiye damezirandin , lê kurd karin Vê yekê bikin ku Zimanê kurdî li pêş bixin û zimanekî Stander saz bikin û pêwîste ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê Komelgeheke Zimanê kurdî çêke û Hemî zaravên Kurdî kom bike û Ziman pêş bixe , û xwendin bibe bi kurdî ji bo Nifşekî nû bi zimanê xwe binvîse bê tirs , heger guhdan nebe bi zimanê dayikê wê Doza kurdî têk biçe û bi ser na keve , û ya balê dikşîne ku Medyaya kurdî bi taybetî TV roleke mezin lîst di pêşxistina Zimanê

kurdî di dema ku KTV dest pê kir û yekemîn Kenala Asmanî ya Medya TV û heya gihişte Kenala Rûdaw û Kurdistan 24 û Zarok ..htd , û heger niştergeriyek ji zimanê kurdî re çê nebe wê Zimanê me koça dawî bike mîna sedê zimanan yên mirî û kes nîne bi wan biaxife û ev yek hate diyarîkirin ku kurdê Şamê û Kurdê Bexdayê û Istenbûl û Enqere û Tehranê ku Zimanê xwe yê kurdî avêtin û jibîrkirin û bi zimanê dijmina diaxi�in , ji ber ku Geyayê hewşê Tal e , wiha jî Nivîsandin û xwendina bi Zimanê kurdî bi xelkê me tal û zehmet e , mîna vê Rojnameyê ku 16 Rûpel bi Erebî ne û tenê 4 Rûpel bi Kurdî ye , û dengê gelek xelkê tê guhê min û dibêjin , bi Erebî binvîse , ma çima tu bi Kurdî dinvîse ...!!! Ma kû bi Kurdî dixwîne

Xwendevanên Dibistana Kampa Kewirgoskê dilê wan bi Pêşangeha Hewlêrê ya pirtûkan şa bû Arî Mihemed- Hewlêr Di roja 10ê vê mehê de li Parka Samî Ebd-elrehman li Hewlêra paytext , Pêşengeha Hewlêrê ya Navdewletî a Pertûkan dest pê kir di xula 13an , û serok Mesûd Barzanî bi beşdarbûna hejmareke mezin ji Rewşenbîr û nivîskar û Rojnamevanan , ji ber ku ev Pêşengeh pir giring e û roleke mezin dilîze di geşepeydana civakî û Rewşenbîriyê de û bilindkirina astê hizir û ramanan , emi vê mebestê , hejmarek ji mamosteyê dibistana kampa Kewirgosk ê şagirtê xwe yê pola 9an anîne Pêşengehê û ji xwe re pertûk

hilbijartin , gorî ku mamoste Alas Hisên ku yek ji wan mamosteyn e û ji Rojnameya me re got jî : “ ev gaveke pir xweş e , şagirtê me pir kêfxweşin û em li Pêşengehê emi geran û ez hêvîdarim ku dibistanê kampên me yê Rojavayê Kurdistanê mîna gava me bikin , ji rexê xwe ve Şagirteke emi 9an bi navê “Sandra Elî” ji Rojnameya Kurdistanê re kêfxweşiya xwe da xuyakirin û got :” ev geşta zanistî emi mamosteyê me ji me re çêkirin , pir xweş û bi sûd e me gelek navnîşanê Pertûkan dîtin û mamost jî Ferhenga “Ingilîzî” diyarî emi Şagirtan kir , ji rexê xwe ve “Binaz Yûsif” ku ew jî Şagirt e

û tevlî vê geşta zanistî bûbû got :” ez spasiya van mamosteyê xwe dikim ji ber ku derfetek ji me re vekirin , û kêfxweşiya pertûkan xistin di dilê me de û ez dixwazim ku emi

Şagirtên Rojavayê Kurdistanê werin vê Pêşengehê û ji xwe re pertûka bikrin û bixwênin û xwe fêr bikin , hêja ye were gotin ku Pêşengeha Hewlêrê ya Navdewletî

ya Pertûkan ketiye di xula 13an û Nêzîkî 250 weşanxane û dezgeh peşdar bûne di vê Pêşengehê de ku ji 35 welatên core cor in û zêdey 700 hezar navnîşan hene ji emi

coreyên pertûkan bi zimanên Kurdî û Erebî û Ingilîzî û Farisî û Tirkî , ku wê ev Pêşengeh dom bike heya 20ê vê mehê.

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.