Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Çirya Paşîn / 1 - 11 - 2018
Kurdistan-Hejmar (136)
www.pdk-s.com
Mijara Destûrê nû temenê rejîma Şamê dirêjtir dike Îmad Mistefa
Ev demek behsa avakirina komîteya destûrê nû yê Sûriyê tê kirin, û herî dawî şanderê navdewletî bo Sûriyê Staffan De Mistura ragehand ku rejîma Esed ji wî re ragihandiye
ku ew lîsta ku hatiye pêşkêşkirin bi ti awayî qebûl nakin û nabe Neteweyên Yekgitî destê xwe bixe nava karûbarê Sûriyê û ev pirs divê welatiyên Sûriyê xwe bi xwe di nava xwe de
çareser bikin û nabe ti kes destêwerdanê bike. Encûmena Niştîmaniya Kurd jî ji aliyê xwe ve dibêje ewê hemû hewlên xwe bikin daku mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê di navadestûrê nû
de biçespînin. Cîhad Mehmûd wiha derbarê vê mijarê de dibêje: Di nerîna min de De Mistura ku niha dê dema wî xelas bibe, ti sûd negihand prosêsa siyasî li Sûriyê û ev
mijar destûr jî wek pirsa Cenêvê ye temenê rejîma Esed dirêjtir dike, û ti guhertin jî di bawriya min de çê nabe. Cemîl Osê jî dibêje: Destûrê nû yê Sûriyê jib o Kurdan gelekî giring e, heger
were cîbicîkirin, divê Kurd bi hemû hêza xwe mafê rewa yê gelê Kurd di nava vî destûrî biçespîne, û ev derfeteke dawî ye ku Kurd bikaribin mafên xwe bidestbixin.
www.pdk-s.com
2
Çirya Paşîn / 1 - 11 - 2018
Kurdistan-Hejmar (136)
www.pdk-s.com
PYDê di berdana terorîstan de berdewam e, û rijd e li ser girtina kesên kurdperwer Mihemed Îsa- Amûdê Hêzên Sûrya Demokrat yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê 102 kesên ku pêwendiya wan bi girûpa DAIŞê re hebûn serbest berdan. Medya nêzîkî HSDê ragihand, ku bi destpêşxeriyekê ji aliyê rêveberiya xweser ve li bakur û rojihlatê Sûrya, Hêzên Sûrya Demokrat 102 kes li Parêzgeha Hesekê serbest berdan, ku bi tometa pêwendiyê li gel çekdarên DAIŞê hatibûn girtin ew jî piştî bidawîhatina dema sizadana wan ku di navbera 6 mehan heya 2 salan de bû. Li gorî ku heman jêdera nêzîkî HSD belav kiriye, wan kesan cezayên xwe bidawî anîne û soz dane ku careke din tevlî ti rêxistinên tundrew nebin.Helbet ev yek di demkê de tê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û çekdarên ser bi wê ve di girtina Endamên Partiyên di nava Encûmena Niştîmaniya Kurdî ENKSê berdewam e, û hêj hejmareke kes li cem wê girtî ne û çarenivîsa wan nediyar e û partiya navborî danpêdanê nake ku ew kes û endam li cem wê girtî ne û tê gotin ku hejmarek ji wan radestî rejîma Esed kirine, lê li wir jî çarenivîsa wan nediyar e û ti kes nizane ku ka gelo ew mirî ne yan zindî ne. Bê guman heta niha bi hezaran xort û ciwan ji ber biryara leşkeriya neçar û girtinê ji Rojavayê Kurdistanê koç kirine, helbet ji tirsa revandin û kuştin û îşkenceyê ya ku PYDê li deverên Kurdî peyrew dike. Mihemed Elî Omer wiha derbarê vê mijarê hestiyar dibêje: PYDê û çekdarên xwe di rêya serokhozên Ereban hejmareke mezin ya terorîstan berdane heta niha, û dibêje wan lihevhatin ligel wan kiriye, gelo tirsa wê
Azadî ji we re yekê tine ku careke din ev kes wek şanên veşartî yên rêxistina DAIŞê careke din li bajarên me kiryarên terorîstî bikin, û bibine astengî li pêş xelkê me da ku rewşa wan ya xerab têk bidin û xerabtir bikin. Heger Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê çekdarên ser bi wê ve van terorîstan berdidin, di baweriya min de PYDê pereyan beramber serbestberdana van kesan werdigre lewma ew bi hêsanî têne berdan, di demkê de ku xelkê me li Kurdistana Sûriyê êş û azaran ji kiryarên vê partiyê dibînin, û wan digre û direvîne û îşkence dike û çarenivîsa hejmarek ji serkirde û endamên partiyên di nava ENKSê bi sedema revandinê nediyar e, û partiya navborî jiyana bi sedhezaran kurdên me xistiye jêr metirsiyê û xelk bi vê sedmê zarokên xwe
derdixin derve û malbat bi temamî jî koçber dibe. Selîm Cuma jî wiha derbarê mijara serbestberdana terorîstên DAIŞê wiha dibêje: wek em dizanin PYDê hatiye avakirin ji bo nehiştina tevgera siyasiya Kurd li Kurdistana Sûriyê helbet di rêya girtin û revandin û ne�îkirina endamên partiyên di nava Encûmena Niştîmaniya Kurdî ENKSê, herwiha xistine �işar li ser wan daku dev ji mal û milkên xwe berdin û berê xwe bidne welatên Ewropa û Herêma Kurdistanê, û ev yek li ser erdê hate kirin û niha Kurd gelekî ji Ereban li deverên Kurdî kêmtir bûne, û ev yek metirsiyeke mezin li ser pêşeroja Kurd li vî perçeyê Kurdistanê, û PYDê û dayika wê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK dixwazin wek çawa li Bakurê Kurdistanê
Kurdiyet nehiştin dixwazin li Kurdistana Sûriyê jî vê yekê encam bidin. Şîlan Ebdula jî wiha dibêje: Helbet serbestberdana endamên DAIŞê tê wateya ku rêkeftineke mezin li ser hesabê gelê me yê hejar û belengaz hatiye kirin , wate bazirganiyeke gelekî mezin bi xwîna gelê me hatiye kirin ji ber ku ev endam bûn yên ku ciwan û xortên me bi kuştin dan û wan îşkence kirin, lewma berdana van kesan di nerîmna min de tawaneke gelekî mezin e derheqê xwîna xortên me, divê ew kesên ku ev prosês birêve birine bêne dadgehkirin û li pêşiya milet bêne sizakirin, nizanim çawa xelkê terorîst têne berdan û welatiyên niştîmanperwer heta niha di zindanan de girtî ne û hin ji wan jî çarenivîsa wan nediyar e û ti zanyarî
l ser wan nîne, gelo ev yek tê çi wateyê. bi nerîna min ev tê wateya ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û çekdarên ser bi wê ve karekî qirêj li deverên Kurdî dikin û dixwazin di rêya van kiryarên xwe de doza Kurd li Kurdistana Sûriyê nehêlin, û Kurdên resen ji deverên wan derbixin û Ereban li cihê wan niştecî bikin. Jiyan Omeran jî wiha derbarê vê mijarê de dibêje, heger PYDê bixwaze rûpela xwe li cem Ereban spî bike û wan bi xwe şêrîn bike, divê ne li ser hesab û berjewendiyên gelê Kurd be, serbestberdana van terorîstan tê wateya ku ew piştevaniyavê grûpê dike ûberya niha jî pêwendiyên wan ligel hebûn, di dema ku hevalên me serkirdeyên me mîna Ebdulrehman Apo û Behzad Dorsin çarenivêsa wan nediyar û bi dehan ciwanên me
yên din li cem wan girtî ne û berdewam in di kiryarên xwe yên girtin û revandinê de,herwiha jiblilî birina ciwanan ji bo leşkeriya bi zorê ku ew bi xwe tawanek li dijî mirovahiyê ye ku ew ciwan li an deveran bê sûnc û sebeb şehîd dikevin, lewma divê ev partiya navborî dev ji kiryarên xwe yên qirêj berde û tevahiya xort û serkirdeyên Krdperwer berde û yên çarenivîsa wî nediyar be jî ji xelkê rediyar bike û wan ûmalbatên wan qerebo bike û lêborînê ji gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê bixwaze, bi rastî divê ev partî were siza kirin,ji ber ku di jiyana mirovahiyê de hêzek yan partiyek wek vê partiyê li dijî miletê xwe van kiryarên terorîstî nakirye.
www.pdk-s.com
Çirya Paşîn / 1 - 11 - 2018
www.pdk-s.com
Kurdistan-Hejmar (136)
3
Werzê zivistanê êş û azarên penaberan zêde dike Raid MihemedKewirgosk Di dawiya meha bûrî de, Rewşa Hewayê li Herêma Kurdistanê hate guhertin, û pileya Tayê daket, û Baran li gelek cihan barî, ji bilï neweşiya Sermayê ku gelek xelk toşî wê bûn, ku ew zingila dest pêkirina hatina Werzê Sermayê Werzê Zivistanê, wiha penaberê Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê pêşwaziya vî werzî dikin bi dilekî Şikestî , bi taybetî ew penaberên ku jiyana xwe di Kampên Penaberan derbas dikin, ji ber vê yekê, Rojnameya Kurdistan nerîn û hizin û daxwaza hejmarek ji Penaberan dîn, yek
ji wan, Yûsif bavê Mihemed ku bi dilekî xemgîn ji me re got : “ va zivistan hat, û Bernama Xwarinê ya UNHCR ya WFP xwarin ji piraniya xelkê qut kir û birand, ev yek wê zirareke mezin gihîne me, ji ber ku kar di werzê Zivistanê pir kêm e, û piraniya Penaberên ku di Havînê de kar dikin,
di Zivistanê de bê kar dimînin, û bi ser vê yekê jî , va ye Xwarin ji me qut kirin, em hêvîdarin ku çarek ji vê yekê re hebe “. Ji rexê xwe ve “ Diya Cûdî” ku ew li Kampa Kewirgoskê dimîne ji Rojnameya me re got :” Va serma hat, û pêwîstiya me bi Gaza Spî heye, ji bo em Sobeyê
xwe bi kar bînin, wan salê bûrî , UN ji me re Gaza Spî peyda dikir, yan me Qerebo dirin, lê Îsal heta niha tiştek ne diyar e, ka wê gazê li me dabeş bikin yan na ...!!!, em pir ji vê yekê ditirsin, ji ber ku bêkarî li cem me pir e, û ji me nayê ku em nirxê gaza spî peyda bikin. Serokê Encumana Penaberan li Kampa
Kewirgoskê birêz “Mihemed Eta “ ev yek piştrast kir û derbarê van êşan ji me re got : “ bi rastî em pir ditirsin , ku penaberê me Îsal bê Gaza Spî bimînin, ji ber ku UN heta Niha ne gotiye heger wê were belakirin yan na, ji bilî vê yekê Xwarin jî ji rexê Rêxistina WFP ji piraniya
Penaberan hate pirîn, û ev yek barê Penaberan giran kir, û me weke Encumana Penaberan li Kampa Kewirgosk ê me daxwaza vê yekê kir di hemî civînên me yê fermî bi aliyên peywendîdar, û em çaveriya persivê ne û dibe ku di rojên bê de Encam werin xuyakirin”. Hêjaye were gotin, ku zêdey 100 hezar kes ji Penaberê Rojavayê Kurdistanê di Kampên Başûrê Kurdistanê dirûnin , û ji vê hejmarê bihtir li bajar û bajarok û gundê Başûrê Kurdistanê dimînin, û Rewşa wan pir baş bû, lê di demê dawî de UN para wan ya Xwarinê qut kir, û xuyaye wê Alîkariyên UN pir kêm dibin, ev yek Jiyana Penaberan dixe di metirsiyê de ..
Li Hewlêra paytext Nûrî Dêrsimî hat bibîranîn KurdistanIdrîs Hiso Di 29.10.2018 li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û di bin çavdêriya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi amadebûna hejmarek mezin ji kesayetî, nivîskar û rewşenbîran herwiha hejmarek ji nûnerên rêxistinên civata sivîl xebatkar, rewşenbîr û têkoşerê kurd Dr. Nûrî Dêrsimî di ahngek gotara rewşenbîrî de ji aliyê Sentera Hemo ya çand û keltûra kurdî hat bibîranîn. Nûnerê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan Mihemed Gerdî di gotara xwe de got: “Berdewam tirkan xwestin Nûrî Dêrsimî tinebikin û wî destgîr bikin, lê Dêrsimî ji wan bi hêztir bû û baweriya wî neşikest û karîbû bi serbilindayî ji
jiyana xwe biqedîne û nekeve destê dijmin de.”Ji aliyê xwe ve damêzrênerê Sentera Hemo nivîskar Mihemed Hemo di gotara xwe de derbarê armancên sentera xwe de got: “Hebûna Milet bi parastina kelepûr û çanda wî tê, lewma em dê guh bidin van aliyan û hêvîkir ku sayta -Hamo Center- ku ji îro de hate aktîvkirin bibe cihê berhemên hemû hezkirên ziman û keltûra kurdî û bi berhemên xwe vê saytê dewlemend bikin.”Di riftarekî
balkêş de nivîskarê kurd ê navdar Celal Zengebadî hejmarek pirtûk ji pirtûkxaneya xwe diyarî Sentera Hemo kir, ji aliyê xwe ve Mihemed Hemo destxweşî li Zengebadî kir û zengebadî bi çepkên gerim ji aliyê amadebûyan ve spasya wî hate kirin. Di ahingê de helbestvan Tara Îbo hejmarek ji helbestên xwe xwendin û pişterjî di panêlekê ku her yek ji mîra Kurd Sînemxan Bedirxan, hakim Tariq Namiq, Dr. Ridwan Badînî, Dr. Ebdulqadir Qaşûrî gotarên
corbicor xwendin derbarê kiryarên hovane yên çeteyên terorîsku piştevaniya wan ji aliyê Tikriyê vet ê kirn, herwiha derbarê zaniyarên taybet li ser jiyan Dr. Nûrî Dêrsimî ku Sînemxan ew anîn ziman. Ahing dewlemend û zengîn kirin tevî hin kêşeyên teknîkî ku rastî lidarxistina vê ahingî hatin. Dr. Nûrî Dêrsimî Di Adara 1893 an de ji dayik bûye. Yek ji serkirdeyên serhildan û şoreşa Dêrsimê bû
di sala 1937 de bi serokatiya Seyid Riza, wê şoreşa ku di encamê wê de tirkiyê bi dehezaran kurd kuştin bi armanca qirkirina kurdên elewî li wê herêmê, û tevî ku hikûmeta tirkiyê bi serokatiya Erdogan di 23.11.2011 daxwaza lêbûrî kir û ew komkujî wek mezintirîn tawan di hustiwê tirkiyê de wesif kir, lê ev yek nebese û incex serxwebûn mafê çarenivîsê bikaribe heyfa şehîd û gorbuhiştên Dêrsimê bistîne. Bi biryara Seyid Riza Nûrî Dêrsimî derdikeve dervî Bakurê Kurdistanê jibo berdewamî bi xebata çandî û rewşenbîrî, lewma Dêrsimî peyama Seyid Riza gihand û berdewam karê xwe ji bo mafê gelê xwe dikir û li Heleba Sûriyê wî berdewam kar li ser belavkirina hişyariya gelê xwe kirye, û dema dijminan rê lê tengkirin, wî karê xwe bi nivisandinê dewam
kir û pirtûka xwe ya bi navê Dêrsim di dîroka Kurdistanê de nivîsî. Di pirtûka xwe de hemû komkujiyên ku dewleta tirkiyê li dijî kurdên herêma Dêrsimê kirî tomarkirine û bûye şahidhalê wê qirkirinê. Dêrsimî gora xwe bi destê xwe kola, gora xwe di hindirê mezarê Henan de li gundê Mişhela de kolaye û guhdan bi wî mezarî kiriye û mizgeftek lê hatiye lêkirin, û mîna ku hemû cîhan bû şahidê hovîtiya tirkan û sîxurên wan dema ku ew mezar û gor talan û wêran kirin. Dêrsimî di 22 Tebaxa 1973 ji nav me bi laşê xwe barkir lê hizir û çanda ku Dêrsimî tovê çandiye dê herdemê bimîne zindî ta ku dinya bibe gulbuhar wek Drsimî gotiye:Li ser vê riya dijwar, min jî kire pir hawar. Da ji bo we rojekê, dinya bibe gulbihar!. www.pdk-s.com
Çirya Paşîn / 1 - 11 - 2018
Çand û Huner
www.pdk-s.com
4
Îmad Hemdî bang dike, helbestvanên xwe jibîr nekin Hêzên tarî helbest û dilê Îmad Hemdî şewitandin Dijwar Tew�îq-Amûdê “Zêdetirî 100 helbestên minî şêrîn di nava kavil û wêraniya mala min de winda bûn” wiha Îmad Hemdî behsa helbestên xwe yên windayî dike dema ku hêzên tarî teqînek li bajarê Qamişlo encam dan. Hemdî ji Rojnameya Kurdistanê di vê hevdîtinê de behsa jidestdana zarok û helbestên xwe dike û li ser helbestê jî dibêje helbest rewanê jiyanê . Helbestvan Îmad Hemdî kî ye Navê min Îmad Şêxmûs Hemdî ye, ez endizyar im, hatime ser riwê dunyayê di sala 1973an li bajarê Qamişlo û heta îro jî li Qamişlo jiyana xwe berdewam dikim, ji malbatek belengaz im, lê tev xwendevan in, çar birayê min û çar xuşkên min hene, bi hevjînim û bavê pênc zaroka me, lê ez çi bêjim sisê ji wan şehîd ketin, kurê min Ehmed û keça min Şîlan herdû binav bûn di Deryaya Îcê de di sala 2016an de, Ehmed 10 sal bû û Şîlan 9 sal bû, piştî pênc mehan û di roja 272016-7-an de keça minî din jî şehîd ket di bûyera teqîna terorîstî ya li bajarê Qamişlo rûda , navê wê Leylan bû, temenê wê 6 sal bû, û niha du kurê min hene , Ibrahîm 10 salî ye û Yûsiv 2 mehî ye. *Kengî te dest bi nivîsandina Helbestê kiriye, çi berhemên te hene gelo? Min dest bi nivîsandina helbestê kir û bi taybet helbesta stiranevanî di sala 1993an de û heta niha jî ez berdewam dikim, berhemê min pirtûkek tenê ye bi navê Leylan
e, di sala 2018an çap bûye, 123 helbest in, herwiha 203 rûpel in, hinek ji wan netewî û civakî ne, lê hejmara gelek evîndarî ne, Lê belê gelek helbestê min çûn û şewitîn di teqîna Qamişlo de, ji ber ku mala min tev wêran bû û hate xwar. Bêhtir ji sed helbestê min jî bûne sitran bi dengê hunermendên herêma me û yek ji wan hunermendan Îmad Darî ye, belê û niha jî têkilyên min bi hunermendê mezin Faris Bavê Fîras re hene, xwedê bêje erê kasêta 37ya wî wê tev ji helbestên min bin . *Tu helbesta xwe bi çi zimanê dinivîsîne, û çima te ew ziman hilbijart? Helbestên min bi Zimanê Kurdî ne û bi taybet bi Kurdmancî ne, ji ber ku ev zaravê devera me ye û zarav û zimanê bav û kalên me ye . *Bi çi rengî tu helbesta xwe dinivîsînî? Belê ez helbesta kilasîk ya resen dinivîsim, ji ber ku bêhtir dikeve dilan de û guhdarê wê pir û zêde ne, û bi rastî jî ez xwe di vî rengî de dibînim, lewma min berê xwe daye vî rengî. *Bandora kîjan helbestvanê Kurd yê berê li ser te heye? Bi rastî ez gelekî pirtûkên herdû nemiran dixwînim , Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj û hinek ji helbestê helbestvanê mezin Melayê Cizîrî, ez bi helbestê wan nemira pir mijûl dibim, û dîsa jî çi pirtûka têkeve destê min ez dixwînim, lê rêça min daye ser rêçeke bi taybete û pir hesane li gor demê guncaw e.
gel bin ew mane li dawiya milet, û gelek helbestvanê bejin bilind û xwedî ked îro roj ketin û hatin ji bîr kirin, lê gelek jî ji wan helbestvanên nezan bi ser ketin û niha xwe di qada helbestê de xwe wek palewan dibînin . *Çi pêwiste ku Pirtûkxaneya Kurdî zengîn bibe? Divê ku çi dîwana paşketî be neyê çap
kirin, û em rê nedin helbestvanên nezan ku çanda Kurdî reş û ne şêrîn bikin û li paş bixin, û dîsa jî tê xwestin ku miletê Kurd li helbestvanên xwe yên jîr û zane xwedî derkevin û bi wan re alîkar bin, da bikaribin berhemên xwe çap bikin û pêre pêre wê pirtûkxaneya Kurdî dewlemend bikin , îro ev tişt ji partiyên Kurdî tê xwestin û ji wan
yekîtiyên nivîskaran û ragihandina Kurdî û her û her ji miletê Kurd bi giştî . *Gotina te ya dawî? li dawî ez sipasya karmendê Rojnameya Kurdistan dikim yek bi yek ser vê derfeta ku dane min ji bo ez nerîna xwe bighînim miletê xwe, û ez bihêvî me ku rola helbesta Kurdî bê guhertin û bi pêş ve biçe, lê heta ku
ev hêvî bi cî bê, divê ku di destpkê de û berya her tiştî rola helbestvanê Kurd xweş bibe, û bighê mafê xwe weke helbestvanê her miletî ta ku bikaribe tiştekî bide pêşkêşkî gelê xwe bike . Erê yan na A dilê xwe derxe bêje Ez nema karim bi xwe Vê evînê ez hilandim Va dinêrim ez li xwe Ez li hêvya bersiva te Westiyam na yan erê Ger te go na ez nizanim Ka ezê çibkim ji xwe Çend meh û sal ez dinalim Ma tu napirse li min A dilê xwe zû bibêje Yan jiyan û yan mirin Ger te carek go : erê ez Lo ji te pir hez dikim Zê bi yek tilyê tenê bes Hilçinim darê ji bin Çend meh û sal ez dinalim Wez ne poşmanim tucar Jêr divê ta ez bibêjim Çû seqem va bû buhar Dîtina çavên belek reş Ger mehê carek bi min Wek kilîta dergehê jî nê di dest min ez hejar
*Rola helbestvanan di vê demê de çi ye? Rewşa helbestvanên Kurd rewşeke pir xirab e, tu kes guh nade wan, û ji dêlva ku rêberê www.pdk-s.com