Duzimanî, mirina/windabûna zimanan û rewşa kurdî li Tirkiyeyê Cuma Çîçek Di vê nivîsarê de, armanc ev e ku bi analîzkirina mînakên cihanê yên wekî spanyolî û hawaiyî ya li Amerikayê, frensî ya li Quebekê, baskî û katalanî ya li Îspanyayê, îrlandî ya li Îngîlistanê, ji bo kurdên Tirkiyeyê hin pêdiviyên-xetên sereke ji bo sîstemeke duzimanî zelal bikin 1. DESTPÊK Pêvajoyên împaratorî, pîþesazî (endistrîbûn) û globalîzmê ji bo ziman û çandên herêmî bûn feleketeke mezin. Ji 6.700 zimanên cihanê, tenê 600 ziman ji aliyê ji 10.000’an zêdetir kesan ve tên axaftin. Ji sedî 90’ê cîhanê bi 100 zimanan diaxêve, 6.600 zimanên din tenê ji aliyê komên biçûk ve tên axaftin û axêvkerên gelekî ji wan zimanan her ku diçe kêm dibin. Wekî mînak ligel ku li DYA’yê û Kanadayê 184 zimanên herêmî hene, tenê ji wan 20 heb li malê hînî zarokan tên kirin (Hinton, 2003: 44). Li gorî lêkolînên dawî yên UNESCO’yê îro li dora 5-6 hezar ziman hebûna xwe didomînin (Karabulut, 2004: 68) û li gorî xebatên nû û ewledar bi hazaran ji wan zimanan dê di sedsala 21’ê de bi mirinê re rû bi rû bimînin (Fishman, 2000: 1). Pêvajoya mirin an jî windabûna zimanan bi xwe re gelek tiþtan jî dikuje. Her ziman girêdayî çandekê ye û di pêvajoyên kirin, zanîn û hebûnê de ziman û nasnameya çandî girêdayî hev in (Fishman, 2000: 3). Helbet ziman bi xwe jî parçeyeke bingehîn a nasnameya çandî ye ku her nifþek derbasî nifþa nû dike (Fishman, 2000: 5). Ziman îmkanê dide mirovan ku rasterast xwe bigihînin mîrateya xwe (Garcia, 2003: 22) û semboleke sereke û bingehîn e ku nasname û dewamiya komê temîn dike (Strubell, 2000:
36
bihar 2007 Zend
264). Ji ber vê yekê xetereya ji bo zimên tê wateya xeteraya ji bo çand û nasnameyê jî (Fishman, 2000: 6). Ji ber ku xetereya ji bo zimên bûye xetereya ji bo nasnameya çandî-neteweyî, mirin an jî windabûna ziman, çand û nasnameyan jî li gelek cihan bûye sedemên pevçûnên etnîkî. Parastin û xurtkirina zimên jî carinan bûye riyeke demokratîk a ji bo çareserkirina pevçûnên etnîkî (Bourhis, 2000: 134). Pirçandîtî yan jî pluralîzma çandî wekî rêyeke çareseriyê ji bo pevçûnên etnîkî (Baker, 2003: 102), windabûn û mirina zimanan derketiye holê û êdî wekî normeke giþtî ya baþ a cîhanê tê nîþandan. Îro di polîtîkayên zimên de duzimanî jî wekî parçeyeke pirçandîtiyê tê nirxandin. Lê, ligel ku duzimanî ji bo hin komên lînguîstîkî bûye amûreke xelaskirina zimên a ji mirinêwindabûnê jî, di gelek mînakan de tê dîtin ku pêvajoya pêkhatina duzimaniyê bûye parçeyekeasteke pêvajoya jihêzketin, windabûn û carinan jî mirina zimanên din. Gelê kurd jî hema hema bi tevahî duzimanî ye (Tan, 2007). Kurdên ku di nav sînorên dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê de dijîn ligel kurdî, bi tirkî, farisî û erebî jî dizanin. Dîsa kurdên dîasporayê ligel zimanê kurdî bi zimanê welatê
ku lê dijîn jî dizanin. Tevî ku xebatên zanistî nehatine kirin û daneyên îstatîstîkî tune ne, dîsa jî li gorî çavdêriyan mirov dikare bibêje ku li gelek cihan pareke mezin a kurdan (ji xeynî kal û pîran) zimanê fermî-dewletê ji zimanê xwe yê dayikê baþtir dizanin. Dibe ku rewþa kurdên li Iraqê hin baþtir be, lê ji bo kurdên din em dikarin vê tespîtê bikin. Ji bo kurdên Tirkiyeyê jixwe ev rastî li ber çavan e, hewcedariya nirxandinê jî tune ye. Bi gotina Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Birêz Samî Tan, li Tirkiyeyê “zimanê dayikê” êdî bûye “zimanê pîrikê” (Tan, 2007). Di vê nivîsarê de, me hewl daye ku bi analîzkirina mînakên cihanê yên wekî spanyolî û hawaiyî ya li Amerikayê, frensî ya li Quebekê, baskî û katalanî ya li Îspanyayê, îrlandî ya li Îngîlistanê, ji bo kurdên Tirkiyeyê hin pêdiviyên -xetên sereke ji bo sîstemeke duzimanî zelal bikin. Di vê nivîsarê de tê îdîakirin ku heta duzimaniya asîmetrîk a di hemû qadên jiyanê de (mal, malbat, cîran, civak, dibistan, çapemenî, bazar, xizmetên cemawerî (dewletê), xebatên çand, huner, ol û hwd.) heye û berê wê ber bi tirkî ye, berevajî neyê kirin da ku berê xwe bide zimanê kurdî, ne gengaz e ku zimanê kurdî hebûna xwe biparêze. Nivîsar, ji xeynî despêk û encamê ji çar beþan pêk tê. Piþtî detpêkê di beþa duyemîn de wate, cure, sedem û encamên duzimaniyê, di beþa sêyemîn de meseleya mirina-windabûna zimên, di beþa çaran de têkiliya mirin-windabûn-vejîna zimên û duzimanî hatine ravekirin, nîqaþkirin. Bi dane û nirxandinên van beþan, di beþa pêncan de ji bo rewþa kurdî ya li Tirkiyeyê, ne planek lê hin xetên sereke hatine pêþkêþkirin.
2. DUZIMANÎ Wate û Cureyên Duzimaniyê Li ser tarîfa duzimaniyê lihevkirineke giþtî tune ye. Her çi qas peyva “duzimanî” zanîna du zimanan a kesek yan jî komekê nîþanî mirov dide jî li ser asta-kûrahiya, besbûna zanînê lihevkirinek tune ye. Li gorî hin kesan, duzimanî bi giranî, li gorî faktorên wekî besbûnî û bikêrhatîbûnê, di kategoriyên cihêreng de, wekî îdeal-qismî, birêkûpêk-bihevketî dikane bê ravekirin, tarîfkirin (Ramaine, 1989: 10). Li gorî Mackey’ê (1968: 555) divê duzimanî li gorî çar mijaran bê
tarîfkirin: besbûnî, bikêrhatîbûn, guherînlidûvhevtî, bihevketin (Cengiz, 2006: 28). Ligel ku hin zimanzan-lêkolîner dibêjin bi pêkanîna hevokên biwate yan jî bi têkilîdanîna du zimanan duzimanî dest pê dike, Bloomfield (1933: 56) dibêje, ji bo ku duzimanî hebe divê her du ziman jî bi awayekî baþ bên bikaranîn (Cengiz, 2006: 25). Wekî Bloomfield, Heuchert (1989: 22) jî dibêje ji bo kesek duzimanî be, divê bi her du zimanan jî di hemû qadên girîng ên jiyanê de pêdiviyên xwe peyda bike, divê bikaribe bi rehetî ji zimanek derbasî zimanê din bibe (Bekir û Temel, 2006: 15). Skutnabb û hevalên wî (1981: 95-7) li gorî pêvajoya pêkhatinê, pênc cureyên duzimaniyê tarîf dikin: duzimaniya xwezayî, duzimaniya çandî, duzimaniya dibistanî, duzimaniya bijarte, duzimaniya gelî. (1) Duzimaniya xwezayî bêyî ku perwerdehiyeke fermî hebe, di jiyana rojane de, bi ragihandina xwezayî hînbûna du zimanan îfade dike. (2) Duzimaniya çandî, ji bo kesên ku zimanekî din ji bo kar, xebat, ger û sedemên hwd. hîn dibin tê bikaranîn. (3) Duzimaniya dibistanî ji navê wê jî diyar e, peydakirina zimanekî biyanî bi riya perwerdehiya fermî îfade dike. (4) Duzimaniya bijarte ji bo kesên ku beþek perwerdehiya xwe bi zimanekî din dîtine tê bikaranîn. (5) Duzimaniya gelî jî ji bo komên ku di nav komeke serdest de dijî û mecbûr dimîne zimanê serdest bi kar bîne tê bikaranîn. Bi taybetî ji bo komên hindikahiyan tê bikaranîn (Cengiz, 2006: 29-30). Hamer û Blanc (1989: 118) dibêjin, duzimanî bi danûstandina ziman û çandan pêk tê û çar cureyên duzimaniyê tarîf dikin; (1) li malê bêyî zimanê civakê zimanekî din tê bikaranîn, (2) li malê du ziman tên bikaranîn ku yek ji wan zimanê civakê ye, (3) li malê du ziman tên bikaranîn ku her du jî zimanên civakê ne, (4) li malê du ziman tên bikaranîn û ev her du jî ne zimanê civakê ne (Cengiz, 2006: 29-30). Romaine (1995: 183-5) ku li ser zarokên biduziman dixebite, þeþ cureyên duzimaniyê tarîf dike: (1) Zimanek-Kesek: Dê û bav zimanên cuda bi kar tînin ku yek ji wan zimanê civakê ye û bi zarok re bi zimanê xwe diaxêvin. (2) Zimanê malê ku ne serdest e: Dê û bav zimanên cuda bi kar tînin û yek ji wan zimanê civakê ye û dê û bav bi zarok re bi zimanê ku ne Zend bihar 2007
37
serdest e û li derê malê nayê bikaranîn, diaxêvin. (3) Zimanê malê ku ne serdest e û piþtgiriya civakê tune ye: Dê û bav zimanekî cuda bi kar tînin ku ne zimanê serdest ê civakê ye û dê û bav bi zarok re bi vî zimanî diaxêvin. (4) Du zimanên malê ku ne serdest in û ji wan piþtgiriya civakê tune ye: Dê û bav du zimanên cuda bi kar tînin ku her du jî ne zimanên serdest ên civakê ne û dê û bav bi zarok re bi zimanên xwe diaxêvin. (5) Dê û bavên ku ne xwedî zimanê serdest in (non-native): Dê û bav her du jî zimanê serdest ê civakê bi kar tînin, dê yan jî bav bi zarokan re bi zimanekî xerîb diaxêve. (6) Zimanên bihevketî: Dê û bav bi duziman in û hin beþên civatê jî bi duziman in. Dê û bav dikarin qodên zimên biguherînin û zimanan bi hev bixin (Cengiz, 2006: 30).
Sedemên Duzimaniyê Sedema bingehîn a duzimaniyê danûstandina ziman û çandan e. Lê dema bi kûrahî mesele bê analîzkirin dê hin sedemên din jî bêne dîtin. Koçên mirovan ên ji ber sedemên cihêreng wekî aborî, civakî, siyasî û hwd. sedemeke girîng a duzimaniyê ye ku dihêle bikarhênerên zimanên cihêreng bikevin nav danûstandinê (Cengiz, 2006: 35; ji Grosyean, 1982:33 neqil kiriye). Projeya netewe-dewlet ku ji 200 salî zêdetir e ku bûye bingeha sîstema polîtîk-îdarî ya cîhanê sedemeke bingehîn a duzimaniyê ye. Ligel ku di tu sînorên netewe – dewletê de tenê gelek, zimanek û çandek tune ye (ANF, 2007), li gelek dewletan tenê zimanek bûye zimanê fermî û civak mecbûr mane ku ligel zimanê xwe yê zikmakî zimanê fermî jî hîn bibin. Rewþa gelê kurd ji bo vê yekê mînakeke baþ e. Neteweperwerî û federalîzma polîtîk jî sedemeke din a duzimaniyê ye. Wekî ku Davies, gotiye “neteweyek divê ji sînorên neteweyî bêtir, zimanê xwe biparêze, ziman astengeke bihêz e, sînorekî gelek girîng e ku berê kelehek û çemek tê” (Cengiz, 2006: 36). Hêza zimên a ji bo neteweperweriyê gelek girîng e ku hebûna neteweyekê garantî dike. Faktorên perwerdeyî û çandî jî sedemeke girîng e ji bo duzimaniyê. Di dîrokê de her dem hin ziman û çandan bandor li mirovan kiriye û rêya wan diyar kiriye. Wekî mînak, di heyama
38
bihar 2007 Zend
Împaratoriya Romayê de yewnanî bûbû zimanê perwerdehiyî û çandê. Piþtî ku xiristiyanî belav bû, latînî bû zimanê serdest li cihanê. Piþtî Seferên Xaçperestan frensî bû zimanê Ewropayê û rêya jiyana çandî diyar kir (Cengiz, 2006: 37; ji Grosyean, 1982:34-5 neqil kiriye). Ligel di heyama Ronesansê de îtalî zimanê cîhanê bû, îro jî îngilizî bûye zimanê cîhanê (Cengiz, 2006: 37). Sedemeke din a duzimaniyê faktorên bazirganî ne. Kesên ku bazirganiyê dikin û karmend dema diçin welat û herêmên din zimanên wê derê jî hîn dibin (Cengiz, 2006: 35; ji Mackey, 1967’ê neqil kiriye). Duzimaniya komeke lînguîstîk ne rewþeke stabîl e û di gelek mînakan de jî ev rewþ bi yekzimanî qediyaye. Ligel vê yekê di gelek xebatênhewldanên vejîna zimên de jî duzimanî wekî projeyeke bêyî ku sînorên heyî yên dewletê bê guherandin, xilaskirina zimanekî ji mirinêwindabûnê hatiye nirxandin. Ji ber vê yekê lazim e meseleya duzimanî, bi mijara windabûnmirina zimanan re bê nirxandin. Di beþa din de ev mijar hatiye ravekirin, nîqaþkirin.
3. MIRINA–WINDABÛNA ZIMANAN Dema zimanek neyê bikaranîn, an jî tune be, ji holê rabe, ji vê yekê re di xebatên lînguîstîkî de mirina zimanan tê gotin. Li gorî Crystalî dema tu kes bi zimanekî nepeyive ev tê vê wateyê ku ew ziman miriye. Ji bo ku zimanek bimire þertê yekemîn mirina biyolojîk e, yanî ku mirov bimire ziman jî dimire. Lê ku mirov, civat nemire jî carinan ziman dimire, ligel ku civak ji aliyê biyolojîk ve hebe, ku zimanê xwe bi kar neyne, derbasî niþfên nû neke, wê çaxê jî ziman dimire (2002: 1-2). Zimanek çi qas bê bikaranîn, ew ê ew qas bikaribe xwe biparêze û hebûna xwe bidomîne (Cengiz, 2006: 73-4; ji Seliger û Vago, 1999: 53 hatiye wergertin). Di þert û mercên newekhev de têkîlîdanîna bi çandeke din re û pêvçûnên çandî ku ji encamên ve têkîlîdanînê derdikeve holê, sedemeke bingehîn e ku zimenekî dixe xetereyê. Bêguman ev têkîlîdanîn wekî pevçûna zimanan xwe nîþan dide. Di vê rewþê de ku jê re temasa zimên (language contact) jî tê gotin, endamên çanda bihêz û biquwet ku bi zimanekî diaxêvin, nifûs,
hêza leþkerî, aborî ya wan hîn baþtir e, ew hêman zorê didin ku zimanê wan li ser zimanên din serdest bibe (Karabulut, 2004: 74). Kazakî, ji bo vê yekê mînakeke baþ e. Karabulut ku li ser mirin û vejîna zimanê kazakî xebitiye, nîþan dide ku pêvajoya mirina zimanê kazakî bi têkîlîdanîna çanda kazakî ya çanda rûsî ku çanda serdest bû dest pê dike. Destpêkirina guherîna zimên û belavbûna duzimanî bûye heyama duyemîn di pêvajoya windabûna zimanê kazakî de. Di heyama sêyemîn de duzimanî ber bi rûsî ve diqulibe û qadên jiyanê ji bo kazakî teng dibin û êdî zimanê rûsî hêdî hêdî dibe zimanê zikmakî. Piþtî vê heyamê êdî dê û bav dev ji zimanê xwe berdidin û ji ber sedema ku zarokên wan bi rehetî tevbigerin û têkîlî bi derve re deynin, bi zarokên xwe re bi rûsî diaxêvin. Piþtî van çar heyaman civak êdî ber bi civakeke yekzimanî, ango ber bi rûsî ve diçe. Heta salên 1990’î jî rewþ wisa bû. Piþtî ku Kazakistan serbixwe bû û zimanê kazakî bû zimanê dewletê, ev pêvajo berevajî bû û zimanê kazakî ji mirinê xelas bû (Karabulut, 2004: 81-84). Li gorî krîterên xebatên lînguîstîk ên navneteweyî, dema zimanek derbasî nifþên nû nebe, nifþên nû hînî zimên nebin, ev tê vê wateyê ku ev ziman di xetereyê de ye (Fishman, 2000: 16; Azurmendi û hevalên wî., 2000: 240-1). Zimanek ku neyê bikaranîn an ew ê bê talankirin an jî bê jibîrkirin. Li gorî Wurmê (1996: 2) ji bo zimanek hebûna xwe bidomîne divê herî kêm ji sedî 30’yê zarokan vî zimanî hîn bibin. Ku zarok û ciwan zimanê xwe hîn nebin ev yek dê wekî domînoyê bandorê li nifþên nû bike û di nav demê de bike ku ziman bimire. Gelek sosyolînguîstîkên katalan jî bal kiþandine ser girîngiya derbaskirina zimên a niþfa nû. Wekî mînak Boix (1993: 34) îdia dike ku dema zimanek derbasî niþfê nû nebe, niþfa nû di qadên jiyana rojane de zimên bi kar neyne, êdî dixuye ku rewþa xerab a zimên gihîþtiye wê astê ku vegera wê tune ye. Fishman jî balê dikiþîne ser girîngiya vê yekê û dibêje ku zimanek bi awayekî devkî derbasî niþfê nû nebe û ji aliyê demografîk ve kombûneke civatê pêk neyê, hewldanên din tenê dê mirina zimên bi derengiyê bixin (Strubell, 2000: 266-7). Xebatên dawî nîþan didin ku bikaranîna zimanê etnîkî di nav malbat, networka hevalan û derbaskirina wî ya niþfa nû hîn jî gelek girîng e û ji bo zîndebûna
zimên lazim e (Garcia, 2003: 22: Ó Riagain, 2000: 197). Hebûn û berdewamiya zimanekî bi alîkariya pergala perwerdehiyê û malbatê û gihandina nûaxêvkeran gengaz e (Baker, 2003: 96). Di sedsala bîstan de ji ber ku gelek ziman derbasî nifþê nû nebûne û nehatine bikaranîn mirin e û ev sedsal bûye goristana zimanan (Karabulut, 2004: 72-3) Nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî sedemeke mezin e ku zimên dixe xetereyê. Plansazên zimên bawer dikin ku perwerdehiya bi du zimanan amûreke girîng e ji bo parastin, vejîn û berevajîkirina guherîna zimanan. Di mînakên ekvatorî, hîndûyên Amerîkî û baskî de ev yek hatiye dîtin (Baker, 2003: 96). Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ne hînbûna zimên, parçeyekî bingehîn e ji bo plansaziya parastin û xurtkirina zimanekî neteweyî yan jî herêmî. Li gorî hin lêkolîneran bêyî ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe, zimanekî hindikahiyan nikare hebûna xwe biparêze (Baker, 2003: 97). Hebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi tena serê xwe têrê nake ku zimanek hebûna xwe biparêze û bijî. Ji xeynî perwerdehiya bi zimanê zikmakî, hin tiþtên din jî divên. Wekî mînak dibe ku zarok her du zimanan jî baþ hîn bibin, lê zimanê dayikê di qadên wekî lîstik, kolan, dikan, kargeh, bazar û hwd. de winda dibe. Ji ber vê yekê ji bo parastin û xurtkirina zimên, ji xeynî perwerdehiya bi zimanê zikmakî, xwedîsazîbûn, fermîbûn, plansaziya lîteratûra zimên, jinûveafirandina zimên li malbatê, nirxdayîna aborî û enstrûmentalî ji bo zimên, bikaranîna zimên di qadên wekî çandî, demên kêfî-vala, civakî, olî de û hwd. jî divê (Baker, 2003: 96). Lêkolînên sosyolîngûîstîk ên li welatê Baskê hatine kirin, diyar dikin ku li gorî hêza polîtîk a komên lîngûîstîk û hêza xwe-îdarekirinê, statûya zimên jî diguhere. Li herêmên BAC û NAC’ê ya Welatê Bask ku hêza polîtîk û xwe-îdarekirinê heye, hejmara baskî-axêvan zêde bûye, lê li herêma Iparraldeyê ku înîsiyatîfên dilxwazî hewl didin ku zimanê baskî bi pêþ ve bibin, rêjeya baskî-axêvan kêm bûye (Azurmendi û hevalên wî., 2000: 236-7). Strubell tiþtekî din li mijarê zêde dike û dibêje ku mirov çi qas bikaribe di girtina mal û xizmetan de zimên bi kar bîne, wê demê têgihiþtina bikêrhatîbûna zimên dê ew qas zêdetir bibe. Ev yek jî dê Zend bihar 2007
39
motîvasyona hînbûn û bikaranîna zimên xurtir bike. Dema hînbûna zimên zêde bû, daxwaza mal û xizmetan a bi wî zimanî jî dê zêde dibe. Ev yek jî dê bike ku mal û xizmet bi wî zimanî bêne dayîn (2000: 280). Wurm (1996:2) dibêje ku dagirkirina mêjiyan jî sedemeke girîng e ku zimanan dixe xetereyê. Mêjiyê însanan jî wekî welatan tê dagirkirin. Ew kesên ku endamê çanda qels in ku mêjiyê wan hatine dagirkirin, ne bi zimanê xwe, bi zimanê serdest diaxêvin û berê zarokên xwe jî nadin zimanê xwe, dikin ku zarokên wan zimanê serdest hîn bibin. Piþtî demeke din nifþê ciwan ji zimanê xwe fedî dike û ji wî dûr dikeve. Ev yek jî bi mirina zimên bi dawî dibe. Wurm (1996: 7) nîþan dike ku li Yekîtiya Sovyeta ya berê û Çînê gelek komên biçûk ên lingûîstîkî vê pêvajoyê dijîn (Karabulut, 2004: 74-5). Ji ber vê yekê bi tenê ji bo parastin û xurtkirina zimên serarastkirinên qanûnî têrî nake. Lazim e civaka sîvîl jî beþdarî xebatên parastin û xurtkirina zimên bibin (Strubell, 2000: 272; Garcia, 2003: 28). Dilsoziya bi zimên û têgihiþtina bikêrhatîbûna zimên jî faktorên bingehîn in ji bo mirin an jî vejîna zimanekî. Têgihiþtina bikêrhatîbûna zimên ji bo pêþketina civakî gelek girîng e û bandorê li zarokan dike da ku zimanekî hilbijêre. Dema zanîna zimanekî bike ku mirov ji aliyê civakî-aboriyê ve bi pêþ de biçe, vê demê hilbijartina wî jî dê zêde be. Berevajî vê yekê ku zimanek bipêþveçûna civakî, aborî peyda neke ji bo kesekî, vê demê jî mirov hînî wî zimanî nabin (Strubell, 2000: 261-2). Faktorên psîkolojîk dibin sedem ku ziman bikeve xetereyê. Gelek caran malbat zimanê zikmakî wekî astengeke ku nahêle zarok zimanê serdest hîn bibin dinirxînin û girîngiyê nadin zimanê zikmakî, carinan qedexe jî dikin (Bekir ve Temel, 2006: 16). Wekî mînak Kazakan ji bo ku zarokên wan rûsî baþ hîn bibin zarokên xwe þandin dibistanên perwerdehiya bi rûsî. Serdestbûna rûsî ya di dibistanan de bû sedema windakirina bazarê ji bo zimanê kazakî. Di nav demê de zimanên kuçeyan û qadên cemawerî jî bû rûsî û di dawiyê de rûsî ket malan jî (Karabulut, 2004: 79-80). Nebûna mîrateyeke nivîskî sedemeke din e ku zimanekî dixe xetereyê. Dema zimanek ku ne xwedî mîrateyeke nîvîskî ye rastî zimanekî ku xwedî mîrateyeke xurt a nivîskî tê, sist dibe û rê
40
bihar 2007 Zend
dide wî zimanî (Karabulut, 2004: 75; ji Wurm, 1991: 7’ê hatiye wergirtin) û roj bi roj qadên jiyanê terk dike û ber bi mirinê ve diçe. Li gorî Teoriya Networka Civakî (Social Network Theory) civata têkiliyên kesekî ya þexsî hêza wî ya çareserkirina pirsgirêkên jiyana rojane diyar dike. Ev teorî dibêje ku networka civakî ya þexsî hem li zîndebûna zimên û hem jî li mirina-windabûna zimên tesîrê dike (Garcia, 2003: 25). Ji bo ku zimanek bijî networka civakî ku ew tê de tê bikaranîn divê xurt be. Lêkolîna sosyolîngûîstîk (1996) a ku li Welatê Bask hatiya kirin nîþan dide ku faktorên sosyostruktur û sosyodemografîk jî ji bo bikaranîna zimanê euskara (zimanê baskî) hem di qada sosyolîngûîstîk de û hem jî di qada networka civakî ya kesan de gelek girîng in. Faktora psîkolîngûîstîk ji aliyê girîngiyê ve di rêze duduyan de ye. Asta zanîna zimanê euskara li gorî zimanê spanyolî û frensî bikaranîna zimanê euskara diyar dike. Faktorên psîkososyal (hereketê însanan, nasname û hwd.) di rêza sisêyan de ye (Azurmendi û hevalên wî., 2000: 247). Nêrîna koma zimanê serdest jî gelek girîng e ji bo parastin û xurtkirina zimanê bindest. Hewaya polîtîk vê yekê nîþan dike. Dîsa rewþa demografîk a koma zimanê bindest bandorê li parastin û xurtkirina zimên dike. Rêjeya jidayikbûnê, rêjeya mirinê jî bandorên mezin in ku li derbasbûna zimên a di nav nifþan de dikin (Strubell, 2000: 263). Yekrengî û pirrengiya zimanî ya malbatê jî faktoreke girîng e ku bandorê li mirina zimên dike (Strubell, 2000: 261-2). Di dawiyê de divê bê gotin ku globalizm jî faktoreke mezin e ku dike zimanên herêmî û bêhez ber bi mirinê ve biçin. Di roja îroyên de, bêguman globalîzebûna çanda pan-rojava (bi taybetî çanda mezaxtinê-serfkariyê), motora mirina zimên e. Piþtî ku globalîzma ku bi serdestiya Amerikayê didome bû foktora bingehîn a aborî, teknolojîk û çandî ya modernbûn û rojavayîbûnê, hewldanên ji bo parastina zimanên di xetereyê de êdî lazim e li hember pêvajo û hêzên hîn dijwartir, li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê parastina zimanên di xetereyê de êdî hîn dijwartir e. Bêyî globalîzmê, pêþbaziya neadîlane di nav qels û xurt, hindikahî û zêdehî, xizan û dewlemend de rewþê hîn xerabtir dike (Fishman, 2000: 6).
4. DUZIMANÎ: AMÛREKE KUÞTINÊ YAN JÎ VEJÎNÊ Parastin û xurtkirina zimanekî di xetereyê de gelek zor e. Ji ber ku, (1) windabûna zimanekî etnoçandî ku bi awayekî kevneþopî saz bûye, encama dûrketina ji çandeke kevnoþopî ya dûrûdirêj û avakirina nasnameyeke din e. (2) Organîzebûna ji bo parastin û xurtkirina zimanekî di xetereyê de, wekî hewldaneke li dijî mobîlîzasyona civakî, teng û antî-modern tê dîtin. (3) Ji bo parastina zimanê di xetereyê de, lazim e hin fonksîyonên zimên ji zimanê serdest bên cudakirin û hin fonksîyon jî pê re bên parvekirin. Ev jî parastina zimanê di xetereyê de gelek dijwartir dike. (4) Her fonksîyona zimanê di xetereyê de ku ji nû ve hatiye qezenckirin lazim e hem ji “jêr” û hem jî ji “jor” (di çarçoveya feraseta “hêzê-desthilatiyê” de) bê destekkirin. (5) Ji ber ku dijberiya li hemberî berevajîkirina guherîna zimên (reversing language shift) hem dewletparêz (statist) û hem jî superdewletparêz (supra-statist) e, hewldanên berevajîkirina guherîna zimên dikare hem wekî hewldaneke xeraker a xebatên herêmî û hem jî ya pergala bilind a navneteweyî bê binavkirin (Fishman, 2000: 21). Gelo polîtîkayên duzimanî dikarin zimanekî di xetereyê de ji mirinê-windabûnê xelas bikin? Duzimanî bi giranî piþtî ku du çandên cihêreng dikevin nav danûstandinê derdikeve holê û axêvgerên zimanê di xetereyê de, bi giranî duzimanî ne. Bi giranî ew herî hindik bi qasî zimanê xwe yê zikmakî dikarin bi zimanê serdest biaxêvin, binivîsin û bixwînin. Aþkere ye ku parvekirina heman axê û encama wê, berê duzimaniyê dide yekzimaniyê (Fishman, 2000: 9). Ji gelek mînakan û ji mirina bi hezaran zimanan diyar e, duzimanî ne rewþeke stabîl e û bi giranî bi mirina zimanê bêhêz bi dawî dibe. Ligel ku li hin cihan polîtîkayên duzimanî kiriye ku zimanê bindest ê komeke lînguîstîk ji mirinê xelas bibe û hebûna xwe biparêze jî, bi giranî duzimanî bûye parçeyekî polîtîkayên piþaftin û kuþtina zimanên bindest. Sosyolîsguîstîkên katalan, demeke dirêj li hemberî îhtîmala civakake xwedî duzimaniya stabîl di þikê de man. Gelek ji wan bûne þahîdê guherîna zimên a di nav sê nifþan de: nifþê ewil yekzimanî bû ku tenê zimanê katalanî bi kar
dianî, nifþa duyemîn bû duzimanî û nifþa sêyemîn jî bû yekzimanî û tenê zimanê dewletê bi kar dianî. Hinek ji wan îdîa dikin ku têkoþîna zimanan a bi guherîna-mirina zimên an jî bi normalîzebûna zimên bi dawî dibe. Wekî mînak Prats (1990:23) dibêje ku rewþa duzimanî bi guherîna-mirina zimên dawî dibe. Ji ber vê yekê li hemberî dîrokê nav di xwe dan û gotina “em dê bikaribin bibin civakeke yekem ku duzimaniyeke stabîl ava bikin ku di navbera her du zimanan de ahengek ava kiriye”, dê bi binketineke, felaketeke mezin biqede (Strubell, 2000: 265). Di navbera du zimanan de avakirina hevkêþeyeke ne mimkûn e, lazim e zimanê bindest di nav demê de cihê zimanê serdest bigire. Hewldaneke berevajîkirina/guherîna zimên a bi vî rengî encax dikare bigihîje encamekê (Strubell, 2000: 265). Li gorî Pratsî (1990: 60-2) ku ev yek neyê kirin duzimaniya nestabîl ji bo zimanê bindest bi felaketê diqede û di hemû qadên jiyanê de zimanê serdest bi awayekî de fakto dibe zimanê civakê û tenê di hin qadan de zimanê bindest ji xwe re jîngehê dibîne û ev rewþ jî wekî duzimanî tê nîþandan (Strubell, 2000: 266). Thompson (2001: 9) jî heman fikrê diparêze û dibêje ku hukma zêde ya zimanê serdest dike ku komên zêde bi duzimanî bin. Lê ev duzimanî ne sîmetrîk e, asîmetrîk e. Duzimaniya asîmetrîk jî bi giranî zû yan jî dereng bi guherîna zimên diqede. Îhtimal heye ku ev pêvajo bike ku ziman bi tevahî winda bibe (Garcia, 2003: 23). Grosjean (1982: 34) dibêje dema bikaranîna zimanê fermî (dewletê) di dibistanên dewletê û qadên cemawerî de mecbûrî be û ev jî polîtîkaya dewletê be, temenê duzimaniyê dê dirêj nebe. Di rewþeke bi vî rengî de, ji xeynî yekzimaniyê ne mimkûn e ku encameke din derkeve holê. Li aliyê din Mackey (1967) îdia dike ku eger polîtîkayên dewletê sist û nerm bin û federalîzmeke polîtîk hebe, dibe ku duzimaniyeke stabîl bê peydakirin. Mackey, Malezya, SSCB û Yugoslavyayê ji bo vê rewþê mînak dide û balê dikîþîne ser ku li van dewletan duzimanî ji aliyê dewleta navendî ve dihat peydakirin (Cengiz, 2006: 36). Avakerê Teoriya Berevajîkirina Guherîna Zimanî (ji bo nîqaþ û raveyeke berfireh bnr. Öpengîn, 2007: 59-61; Azûrmendî û hevalên wî, 2000: Zend bihar 2007
41
248-256; Hinton, 2003: 49-50), Fishman jî ligel ku balê dikiþîne ser dijwariya parastina zimanekî di xetereyê de, li hemberî globalîzm û pêþbaziya neadilane ya bi zimanê serdest re, îdia dike ku bi otonomiyeke çandî û demokratîk, bi avakirina hevkêþeyek û danîna sînorekî gelek baþ di nav her du zimanan de, bi zelalkirina fonksîyonên her du zimanan, duzimaniyeke stabîl dikare bê avakirin (2000: 6-8). Li gorî Fishmanî, bi guherîna fonksîyonên civakî, statûya zimên jî ku bi van fonksîyonan tê bikaranîn, diguhere. Guherîna van fonksîyonan bi encama têkîlîdanîna bi zimanên cîran re derdiheve holê. Ji ber vê yekê teorîyeke ku dixwaze zimanekî di xetereyê de ye biparêze, lazim e berî her tiþtî modelekê biafirîne ku fonksîyonên zimên ji hev veqetîne. Heger ku ev model bikaribe fonksîyonên zimanekî bindest ku ji ber bandora têkilîdanîna bi çand û zimanekî serdest (quwettir) ketiye xetereyê, tarîf bike, rakirina bandorên neyênî û avêtina hin pêngavên ku bikaribe birînê derman bike, dê hêsantir bibe (Fishman, 2000: 12). Fishman fonksiyonên zimên dike du beþ: Beþa yekemîn fonksîyonên herî biquwet in: kar û pîþe (employment), perwerdehiya bilind (higher education), çapemeniya mezin (mass media), hikûmet (government) û hwd. Beþa duyemîn jî ev e: malbat, hevaltî, cîrantî, civak, hin dibistanên seretayî yan jî perwerdehiya pêþdibistanê ku ji aliyê civakê ve tê kontrolkirin. Ji bo ku zimanek fonksiyonên xwe bi zimanekî din re par ve neke, ku gelek caran ev parvekirin dibe sedema ketina xetereyê ji bo zimanekî, tek riya ku heye ev e: avakirina sînorên polîtîk an jî fonksîyonî di nav zimanê di xetereyê de û zimanê serdest de. Ji bo ku zimanekî di xetereyê de bê parastin û xurtkirin, lazim e pêþî fonksîyonên yekemîn bêne peydakirin û paþê jî fonskîyonên duyemîn bê peydakirin. Eger ku fonksîyonên yekemîn derbasî nifþê nû nebe û deriyê saziyên fonksîyonên duyemîn jî ji bo zimanê di xetereyê de neyê vekirin, vê gavê gelekî dijwar e ku zimanê di xetereyê de bê parastin. Li gorî Fishmanî, ji bo parastin û xurtkirina zimanekî di xetereyê de, parvekirina hîn fonksîyonên herî biquwet wekî dibistana navîn, an jî bazara herêmî, armanceke hîn rasteqîn e (Fishman, 2000: 9-11). Giles û hevalê wî dibêjin ku di nav civakeke duzimanî yan jî pirzimanî de zîndebûna (vitality)
42
bihar 2007 Zend
komeke lîngûîstîk (hêza ku dike komek di nav koman de wekî hebûneke yekgirtî, bi rengekî cuda û kolektîf tevbigere) çi qas xurt be, dê ew qas bikaribe wek komek hebûna xwe biparêze. Li gorî vê teoriyê sê faktorên sereke hene ku zîndebûna komeke lîngûîstîk diyar dikin: faktora demografîk, faktora kontrola dezgehî û faktora statûyê. (1) Faktora demografîk ji hejmarên kesên bi temamî ji zimanekî ne, mirin û zayîn, zewacên bi hev re, koçberî û dabeþbûna komekê li herêman (li kîjan cografyayê çawa belav bûne, li kîjan deran hejmara wan zêde ye, li ku civiyane û hwd) pêk tê. (2) Faktora kontrola dezgehî, ji xizmetên hikûmetê di asta þaredarî, herêm û neteweyî de, perwerdehî, leþkerî, çapemeniya mezin, herêmên zimanî, polîtîka, pîþesazî, bazirganî û fînans, çand, spor û olê pêk tê. (3) Faktora statûyê jî, statûya sosyodîrokî, statûya aborî, statûya civakî û statûya zimên a herêmî û navneteweyî dihewîne (Bourhis, 2000: 102-103). Ev her sê faktor hêza parastin û domandina hebûna komeke lîngûîstîk a di nav civakeke duzimanî yan jî pirzimanî de diyar dikin. Li ser duzimanî û mirin an jî windabûna zimanekî, mimkûn e ku gelek rave û nîqaþên cihêreng bêne kirin. Tiþtê herî girîng ev e ku her mînaka guherîna-mirina zimanan di demek û cihekî de (in time and space) pêk tê. Ji ber vê yekê, lazim e ev guherîn tevî guherînên civakî û aborî, ku ew tê de pêk tê, bê nirxandin. Ji ber vê yekê plansazî û polîtîkayên zimên tenê bi serê xwe, wekî bûyerek-rewþeke otonom nikare bê nirxandin (Ó Riagain, 2000: 212). Di pêþketina civakî û aboriyê de rola dewletê gelek girîng, mezin û raser e. Ji ber vê lazim e polîtîkayên bi meseleyên aborî û civakî re aleqedar in jî bên analîzkirin. Her çiqas meseleyên aborî û civakî herdem ziman-navendî (language oriented) nebe jî, bandorê li polîtîkayên zimên dikin. Ji bo parastina zimên gelek caran encamên polîkayên aborî û civakî ji polîtîkayên zimên girîngtir dibin. Wekî ku Bourdieu (1991: 57) nîþan daye, kesên ku dixwazin zimanekî di xetereyê de biparêzin, mecbûr in di her qadê de têbikoþin. Kesek bêyî ku bazarê yanî temamiya þert û mercên polîtîk û civakî yên hilberîna hilberîner/serfkar, biparêze nikare zimên biparêze (Ó Riagain, 2000: 213).
Berî ku em ji bo rewþa kurdî ya li Tirkiyeyê hin xetên sereke nîþan bikin, em li çend mînakên cihanê binêrin, ev yek dê ravekirin û nirxandina meseleyê hîn hêsantir û rasteqîntir bike.
Zimanê Îspanî li Amerîkayê Li Amerikayê gelek civakan bernameyên perwerdehiya biduzimanan bi pêþ xistine. Ligel ku di hîn mînakan de perwerdehiya bi du zimanan kir ku zimanê herêmî (dayikê) bikeve polan û zarok rûmetê bidin zimanê xwe yê zikmakî jî, bernameyên perwerdehiya bi du zimanan têrê nekir ku kêmbûna axaftina zimanên herêmî bisekinîne (Hinton, 2003: 46-7). Li gorî lêkolîna Pew Hicpanic Center û The Hennry J. Kaiser Family Foundation ya bi navê Lêkolîna Neteweyî ya li ser Latînan 2002 (The 2002 National Survey of Latinos)1, bi awayekî eþkere derdikeve holê ku nifþên nû her ku diçe zimên winda dikin, ligel ku hejmara hîspanîkan (bi giranî spanyoliyan) li DYA’yê û li cihanê gelekî zêde ye (KFF û PFC, 2004a: 3-4). Xuya ye ku serdestiya zimanê îspanî ji nifþê yekemîn ber bi nifþa sêyemîn ve winda bûye. Duzimaniya îngilizî/îspanî ber bi yekzimaniya îngilizî ve diçe (KFF û PFC, 2004b, 2004: 3-4). Encamên duzimaniya îngilizî/îspanî bi kurtasî li jêrê hatine nîþan dayîn: - Zanîna îngilîzî çi qas zêde be statûya aborî jî ew qas bilind dibe (Garcia, 2003: 30; KFF û PFC, 2004a: 4). - Perwerdehî li ser guherîna zimên roleke mezin dilîze. Asta perwerdehiya îspaniyan çi qas zêde dibe, dilsozî û parastina îspanî jî ew qas kêm dibe (Garcia, 2003: 30: KFF û PFC, 2004a: 4). - Dûrbûna ji sînora Meksîkayê jî faktorek e ku dibe sedema guherîna zimên (Garcia, 2003: 30; Alba, 2004: 1). - Li derveyê DYA’ê jidayikbûn ji bo zanîna zimanê îspanî û duzimaniya îngilîzî/îspanî faktoreke bingehîn e (KFF û PFC, 2004a: 4; Alba, 2004: 1). - Derketina ji nav welat û civaka xwe, ketina nav welat û civaka DYA’yê her ku dîçe nifþên nû ji
1
4.213 kes beşdarî lêkolînê bûne û ji van 2.929 kesan xwe wekî Hîsapnîk/Latin îfade kiriye.
zimanê wan ê dayikê dûr dixe û berê wan dide zimanî îngilîzî (KFF û PFC, 2004a: 4; Alba, 2004: 1). - Bi giþtî nifþên nû her ku diçe ji zimanê zikmakî dûr dikevin û berê xwe didin zimanê îngilizî (KFF û PFC, 2004a: 4; Alba, 2004: 1).
Zimanê Hawaiyî li Amerîkayê Yek ji mînakên baþ û serkeftî yên berevajîkirina guherîna zimên, zimanê hawaiyî ye. Heta salên 1890’î Hawaî neteweke serbixwe bû û zimanê wan jî zimanê neteweyê bû. Piþtî ku vê netewe serxwebûna xwe winda kir û bû parçeyekî DYA’yê, îngilîzî bû zimanê serdest û tekane zimanê xizmetên dewletê û sîstema perwerdehiyê. Hawaiyî ji niþka ve statûya xwe winda kir bû zimanekî bêhêz, pêþî li dibistan û bazarê, piþtre jî li malê ji holê rabû. Di salên 1990’î de kesên ku zimanê wan ê zikmakî hawaiyî bû û bi wî zimanî mezin bûbûn ku salên wan 50’yî derbas nekiribû, nemabûn. Bi bernameyeke gelek baþ û bihêz xwendekarên zanîngehê hatin motîvekirin ku zimanê hawaiyî gelek baþ hîn bibin û gelekan ji wan hawaiyî kir zimanê xwe yê malê. Dîsa pêþdibistanên bikêrhatî û têkûz ku zimanê wan hawaiyî bû û ji wan re “kurkên zimên” dihate gotin, hatin avakirin û di van dibistanan de nifþekî nû yê zarokên 3-4 salî ku duzimanî (hawaiyî û îngilizî) hatin gihandin. Ji aliyê din ve ji bo ku dê û bav hawaiyî hîn bibin, polên êvaran hatin vekirin. Heta zarokên lîseyê dibistanên zimanê hawaiyî hatin vekirin û hawaiyî ket hin dibistanên fermîdewletê jî. Piþtî xebatên bi vî rengî, hawaiyî ligel zimanê îngilizî bû zimanê dibistanên fermî. Ji bo ku hawaiyî bikeve qada kargehan û xizmetên hikûmetê (dewletê) yên di asta bingehîn û asta herî bilind de bi hawaiyî bên dayîn xebat jî tên kirin û îro êdî mirovên Hawaiyê xwe wekî pêþî hawaiyî, piþtre jî amerîkî îfade dikin. Gelek kesên ku ne ji hawaiyê ne jî dixwazin hawaiyî hîn bibin. Zimanê hawaiyî û îngilîzî her du jî zimanê fermî yên dewletê ne (Hinton, 2003: 51).
Zimanê Îrlandî Beravajî zimanên din ên hindikahiyan, li Îrlandayê dewlet bi xwe bi meselaya zimanê hindikahiyan mijûl bûye û hewl daye ku zimanê Zend bihar 2007
43
hindikahî bike zimanê neteweyî. Polîtîkaya zimên a îrlandî ya ku pêþengiya wê pêþketinên aborî dikir, gelek tiþt di nav xwe de dihewandin: hînkirina zimên li dibistanan, avakirina pêvajoyan ku zanîna îrlandî mecbûrî dikir li sektora cemawerî, standartkirina zimên, xizmetên radyo û televîzyonê û gelek polîtîkayên din ên biçûk ku bikaranîna îrlandî teþwîq û belav dikir. Ji bo berevajîkirina guherîna zimên dewlet mecbûr bû hêzekê derîne holê ku baweriyekê biafirîne da ku gel bi xwe bikare wê hêzê biafirîne. Bi gotineke din dewletê otorîteya xwe bi kar anî û binyata bazara zimên guherand, ji aliyê sembolîk, çandî û aborî ve qîmeta bikaranîna zimanê îrlandî zêde kir. Vê yekê hem li bazara zimên a neteweyî û hem jî li bazara navxweyî ya Gaeltachtê 2 tesîr kir û bû sedema encamên aborî û polîtîk. Li Îrlandayê duzimanî, ne bi kapasîteya jinûveafirandina civaka duzimanî, bi alîkariya dibistanan ava bûye û dewam kiriye. Gelek zarokên îrlandî, îrlandî di dibistanên seretayî û navîn de ku îrlandî wekî ders tê dayîn, hîn dibin, lê belê tecrûbeyên 13 salan nîþan didin ku vê bernameyê kesên ku bi awayekî aktîf zimanê îrlandî bi kar tînin, neafirandine (Ó Riagain, 2000: 195, 196, 204).
Zimanê Frensî li Quebekê Ligel ku frensîaxêv rêveberiya gelek þaredarî û bajaran kontrol dikin, xwedî sîstemên tenduristî û perwerdehiyê (ji dibistana seretayî heta zanîngehê) ya bi frensî ne, xwedî çapemeniya mezin in wekî televîzyon, radyo, rojname, weþanxane û hwd., sîstema olî ya katolîk bi frensî ye, berhemên çandî yên bi frensî wekî muzîk, wêje, þano û hwd. diafirînin û beþdarî rêveberiya bajaran û sîstema polîtîk a federal dibin, ji ber ku piþtî modernîzasyonê, Quebec entegreyî aboriya Kanada û DYA’yê bû û bêyî mudaxeleya dewletê, îngilizî bû zimanê bazarê û mobîlîteya wî hin zêdetir bû, duzimaniya frensî-îngilizî ber bi îngilizî xera dibû (Bourhis, 2000: 108). Ligel ku hilbijartina sîstema perwerdehiyê ya îngilizî û frensî serbest e, ji ber avantajên mobîlîteya aborî û zimanî, koçber zarokên xwe diþînin sîstema perwerdehiya îngilîzî (Bourhis, 2000: 106).
2
Herêma ku zimanê îrlandî herî zêde tê bikaranîn û zimanê rojane bi giranî îrlandî ye.
44
bihar 2007 Zend
Faktorên ku bingeha frensî pûç dikir li Quebecê ev bûn: (1) Kêmbûna frensîaxêvan li AngloKanadayê, (2) kêmbûna rêjeya zayînê ya frensîaxêvan, (3) ji sîstema perwerdehiya frensî bêtir hilbijartina sîstema perwerdehiya îngilîzî ji aliyê koçberan, (4) serdestiya zimanê îngilîzî di aboriya Quebecê de (Bourhis, 2000: 113). Piþtî vê rewþê hikûmeta Quebecê Qanûna Zimanê Frensî (Bill 101, 1976) derxist. Vê qanûnê garantî dikir ku mafê her quecbecî heye ku di têkîliyên ligel rêveberiyên sivîl, saziyên nîvcemawerî û aboriyî de, frensî bi kar bîne. Hemû serfkar xwedî maf in ku xizmet û agahiyan bi frensî bigirin. Dîsa qanûn garantî dike ku xebatkar xwedî maf in ku li kargehan frensî bi kar bînin û ji ber ku yekzimanî ne, ne gengaz e ku ji kar bên avêtin yan jî statûya-asta wan kêm bibe. Dîsa bi vê qanûnê fîrmayên ku ji 50’yî zêdetir xebatkar tê de dixebitin mecbûr man ku Sertîfîkaya Frensîkirinê bigirin. Ji bo vê yekê jî lazim bû ku binyata fîrmayê amade bikin ku frensî bê bikaranîn. Piþtî sala 1996’an ji bo ku fîrma bikaribin xizmet an jî berhemên xwe teklîfî rêveberiyên bajaran bikin, mecbûr man ku Sertîfîkaya Frensîkirinê bigirin. Dîsa qanûnê koçber mecbûr kirin ku di asta dibistana seretayî û navîn de zarokên xwe biþînin sîstema perwerdehiya frensî. Piþtî dibistana navîn hilbijartina sîstemên perwerdehiyê dîsa jî serbest bû. Kesên ku dixwazin biçin sîstema perwerdehiya îngilîzî encax dikarin piþtî dibistana navîn biçin. Ji van bêtir qanûnê maddeyek din danî ku ev made ji xeynî frensî zimanên din qedexe dikir ku li tabelayên rê, hikûmet, firma û hwd. bê danîn li herêma zimanê frensî (Bourhis, 2000: 114). Bi giþtî armaca Bill 101’ê ev bû ku li hemberî îngilizî statûya frensî bilind bike li Quebecê (Bourhis, 2000: 114). Di nav salên 19711996’an de rêjeya derbaskirina frensî di nav nifþan de wekî zimanê zikmakî û bikaranîna li malê bilind bû (Bourhis, 2000: 115). Piþtî qebûlkirin û spandina Bill 101’e, di nav bîst salan de, di rêjeya bikaranîna îngilizî ya li malê de kêmbûneke berbiçav derket holê li herêma Quebecê (Bourhis, 2000: 116). Piþtî ku zimanê dibistanên seretayî û navîn bû frensî, vê yekê ligel ku piþtî dibistana navîn hilbijartina sîstema perwerdehiyê serbest e, bandor li perwerdehiya bilind û zanîngehê jî kir û rêjeya perwerdehiya
bi frensî zêde bû. Vê yekê statûya frensî di qada zanist, aborî û çandî de bilind kir û zora duzimaniya frensî-îngilîzî ya li ser frensî kêm kir (Bourhis, 2000: 123).
Zimanê Baskî li Îspanya û Fransayê Welatê Bask ji aliyê polîtîk û erdnîgarî ve di navbera Îspanya û Fransayê de bûye sê parçe. Baþûrê welatê Baskê ku li Îspanyayê ye ji du civakên otonom pêk tê: BAC û NAC. Ev her du herêm jî xwedî hikûmet, parlemento (li BAC’e piþtî sala 1979’an û li NAC’ê piþtî sala 1980’ê) û polîtîkayên zimên in. Li parçeyê sêyemîn yê welatê Baskê yan jî Iparralde ku li bakurê Fransayê dimîne, baskî bi tu awayî ji aliyê fermî ve wekî komekê yan jî yekîneyeke polîtîk û îdarî nayên qebûlkirin û ji ber vê yekê jî tu polîtikayên wan ên zimên jî tune ne. Ev parçebûna polîtîk û erdnîgarî di rewþa zimanê euskara (zimanê baskî) de dîrek tê dîtin (Azurmendi û hevalên wî., 2000: 235). Li BAC’ê, di sala 1982’yan de bi qebûlkirina Qanûna Bingehîn ji bo Normalkirina Zimanê Baskî (the Basic Law for Normalization of the Basque Language) planek hate amadekirin û euskara (zimanê baskî) û îspanyayî her du jî bûn zimanê fermî. Li NAC’ê, Qanûna Zimanê Baskî (The Law of the Basque Language) ku di sala 1986’an de hate qebûlkirin, sê herêmên zimên ava kirin û ji bo her herêmekê jî planeke cihê ya zimên amade kir. Li herêma euskara-axêv ku % 75’ê nifûsa wê bi euskarayî diaxêvin, euskara û îspanî statûya fermî par ve dikin û plana zimên ji parastina zimên heta berevajîkirina guherîna zimên, li gorî herêman diguhere. Li herêma ne euskara-axêv e, ku nifûsa wê hîn zêdetir e hebûna zimanê euskara bi awayekî fermî nehatiye qebûlkirin û ji ber vê yekî jî tu plana zimên tune ye. Helwesta fermî ya li hemberî zimanê euskara jî ligel rûmetdayînê ji toleransê heta qedexekirinê diguhere. Li herêma tevîhev ku ji der dora bajarê paytext, Irunea/Pamplona, pêk tê û % 15’ê nifûsê bi zimanê euskara diaxive, plana zimên bi awayekî xurt piþtgiriyê dide zimanê euskara. Li herêmên BAC û NAC’ê, polîtîkaya îspanî ya Hikûmeta Navendî jî heye ku ev polîtîka, ligel destûrê dide civakên otonom da ku statûyên fermî di nav her du zimanan de parve bikin, zimanê xwe ava bikin û
polîtîkayên zimên ên navxweyî bi pêþ bixin, zimanê îspanî tekane zimanê fermî qebûl dike li tevahiya welatê Îspanyayê. Li Fransayê ji xeynî frensî tu ziman û komên çandî-zimanî ji aliyê fermî ve nayên qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî li herêma Iparralde, helwesta fermî li hemberî euskarayê ligel rûmetdayînê ji qedexekirinê heta toleransê diguhere (Azurmendi û hevalên wî., 2000: 235-6). Di salên 1960’î de, hewldana mezin ji bo parastin û xurtkirina euskara di qada perwerdehiya pêþdibistan, dibistana seretayî û navîn de hate dayîn. Ev dibistan bûn navgînên herî girîng ji bo derbaskirina zimanê baskî wekî zimanê duyemîn ji nifþa nû re. Di serê salên 1980’yî de hin bernameyên dibistanan jî hatin bipêþxistin li herêma BAC û NAC’ê: (1) Model D: Perwerdehî bi zimanê baskî ye, zimanê spanyolî jî wekî dersekê tê hînkirin, (2) Model B: Perwerdehî bi du zimanan e, bi baskî û spanî ye, (3) Model A: Perwerdehî bi zimanê îspanî ye, zimanê baskî jî wekî dersekê tê hînkirin (Azurmendi û hevalên wî., 2000: 243). Etceberria (1999: 218) piþtî ku 39 xebatên li ser perwerdehiya berî-universîteyê hatine kirin analîz kirin, gihîþt van encaman: Di dibistanên seretayî de tenê Modela D dike ku xwendekar bi awayekî baþ zimên hîn bibin da ku bikaribin biçin dibistana navîn ya bi Modela D’yê. Di dibistana seretayî de Modela B dike ku xwendekar bi awayekî baþ zimên hîn bibin lê têrê nake ku biçin dibistana navîn a bi Modela D’yê. Dîsa xwendekarên ku di dibistanên seretayî yên bi Modela A’yê de bi zorê hînî axaftina zimên dibin û bi giþtî nikarin zimên di kar de bi kar bînin. Di her sê modelan de zanîna zimanê îspanî bi awayekî baþ tê garantîkirin. Tê gotin ku piþtî tecrûbeyên 15 salan, lazim e plana perwerdehiyê biguhere û sîstema ku piþtî du saliyê zarok diçûn pêþdibistanan û zimanê euskara hîn dibûn û di çar saliya xwe de hînî zimanê îngilizî dibûn wekî model dikare bê dîtin (Azurmendi û hevalên wî., 2000: 253-4). Li gorî lêkolînên sosyolînguîstîk (1991, 1996) ên ku Hikûmeta Baskî li sê herêmên mezin ên welatê Bask: BAC, NAC û Iparraldeyê çêkirine, zimanê euskara hêza xwe winda dike û dibe zimanekî hindikahiyan li welatê Bask. Li gorî lêkolînên sosyolînguîstîk, li welatê Bask, li her Zend bihar 2007
45
sê hêrêman jî duzimanî zêde bûye (Azurmendi û hevalên wî., 2000: 237). Ligel vê yekê li welatê Bask pêþketineke girîng derketiye holê: Zimanê euskura di nav malbatan de wekî zimanê yekemîn derbasî nifþê nû dibe. Ev pêþketin bi taybetî li herêma BAC tê dîtin, dîsa li herêma NAC’ê jî xuya dike, lê ne li hêrêma Iparralde (Azurmendi û hevalên wî., 2000: 240-1). Di modela baskî de tiþtên ku derketine holê ev in: (1) Hînbûna zimanê baskî (euskara) ji bikaranîna wê zêdetir bûye. Ev hînbûn jî bi giranî bi perwerdehiya pêþ-zanîngehê û zanîngehê pêk hatiye. (2) Dîsa ji bo ku plansazî û polîtîkayeke zimên a serketî bê bipêþxistin, hêza polîtîk gelek girîng e. (3) Ji bo planeke zimên a yekane, ji aliyê erdnîgarî û polîtîk ve yekbûn gelek girîng e (Azurmendi û hevalên wî., 2000: 257-8).
Zimanê Katalanî li Îspanyayê Piþtî Þerê Sivîl ê Îspanyayê, di dîktatoriya Franko de statûya fermî ya katalanî hate rakirin û bikaranîna katalanî ya di qada cemawerî de û hînkirina wî hate qedexekirin. Hemû saziyên çandî û perwerdehî yên Hikûmeta Katalanî hatin girtin. Tenê ji bo bikaranîna katalanî ya di nav malê de destûr hate dayîn. Piþtî sala 1956’an, ji bo zimanê katalanî heyameke nû dest pê kir. Di serî de her tiþt bi dizî dihate kirin. Wekî mînak “Enstîtuya Xebatên Katalanî” di malên taybet de dersên katalanî didan. Di sala 1967’an de li Barselonayê hînkirina katalanî dest pê kir û di nav çend salan de li hemû bajaran belav bû. Di sala 1970-1’ê de çar saetan dersên hînkirina katalanî dihatin dayîn (Lovati, 2006: 11-3). Vejîna katalanî piþtî mirina Franko (1975) dest pê kir. Di makezagona 1978’an de, îspanî wekî zimanê fermî yê dewleta Îspanyayê hate diyarkirin, ligel vê yekê ji bo civakên otonom an jî herêmên Îspanyayê maf hat dayîn ku zimanên ji bilî îspanî jî li herêmên wan wekî zimanê fermî qebûl bikin. Statûya Otonom ku di sala 1979’an de hat avakirin, katalanî wekî zimanê welatê katalanî nîþan da û ligel spanî wekî zimanê fermî qebûl kir. Di xala 3’yan de wisa tê gotin: (1) Zimanê Katalonyayê katalanî ye. (2) Ligel zimanê îspanî ku li hemû welatê Îspanyayê zimanê fermî ye, katalanî jî zimanê fermî ye li Katalonyayê. (3) Hikûmeta Katalonyayê bikaranîna her du zimanan garantî dike (Lovati, 2006: 13).
46
bihar 2007 Zend
Ji aliyê perwerdehiyê ve, ligel Bask û Galîsîa girêdayî Wezarata Perwerdehiyê ya Hikûmeta Îspanyayê ne, Katalonya serbixwe ye û di hemû astên perwerdehiyê de berpirsiyar e (Lovati, 2006: 16). Qanûna Normalkirina Lîngûîstîk a 1983’yan ( The 1983 Law of Linguistic Normalisation) ji bo perwerdehiyê van tiþtan îfade dike: (1) Zimanê Katalonyayê katalanî, di hemû astan de zimanê perwerdehiyê ye. (2) Zarokên pêþdibistanê xwedî maf in ku biçin pêþdibistanên bi zimanê xwe, katalanî yan jî îspanî, rêveberî vî mafê garantî dike. (3) Heta asta zanîngehê katalanî û îspanî bi awayekî mecbûrî tên hînkirin. (4) Mamoste mecbur in katalanî û îspanî her duyan jî bizanibin. (5) Zimanê rêveberiya perwerdehiyê lazim e katalanî be (Lovati, 2006: 14). Piþtî sala 1992’yan hemû dibistanên taybet û cemawerî-dewletê bi zimanê katalanî dersan didin, ligel vê yekê bi her du zimanan jî pêþdibistan hene (Lovati, 2006: 16). Ligel ku li Katalonyayê katalanî zimanê perwerdehiyê ye, zarok piþtî ku temenê wan bû 12 hînî zimanê îspanî dibin (Lovati, 2006: 20). Di perwerdehiya zanîngehê de katalanî û îspanî her du jî tên bikaranîn û ciwan bi serbestî dikarin zimên hilbijêrin (Lovati, 2006: 24). Gelek partiyên li Katalonyayê, polîtîkaya yekzimaniyê diparêzin. Jixwe dema bi giþtî rewþa katalanî bê analîzkirin xuya ye ku polîtikaya zimên a Katalanyayê yekzimanî ye (Lovati, 2006: 31).
Encam û Nirxandina Mînakên Zimên Dema mînakên ku li jorê hatine dayîn bên analîzkirin, bi kurtasî ev encam derdikevin holê; - Ji bo ku ziman hebûna xwe bidomîne, li ser axa ku ev ziman lê tê bikaranîn statûyeke-hêzeke polîtîk-îdarî lazim e. - Dema ku hêza dewletê (navendî yan jî herêmî) li piþt zimên nebe, ziman nikare hebûna xwe biparêze. - Dema ziman ne xwedî statû be, ne zimanekî fermî be, statûyeke-hêzeke polîtîk-îdarî tune be û destekê nede, bi tenê perwerdehiya bi du zimanan nikare zimanekî wekî yekem ziman biparêze. Reng e ku bike wekî zimanê duyemîn, wekî zimanekî xerîb bê hînkirin. Lê ev pêvajo jî piþtî çend nifþan dê bi mirinê-windabûnê biqede.
- Heta ku ziman nebe zimanê fermî ne mimkûn e ku hebûna xwe biparêze. Gelek caran ev yek jî têrê nake. Hêza polîtîk, aborî, civakî ya zimanê dewletê gelek caran dike ku bi awayekî de fakto ew bibe tekane zimanê civakê û dibe sedema mirina zimanên din. Mînaka frensî ya li Quebecê ji bo vê rewþê mînakeke baþ e. - Duzimaniya stabîl ne mimkûn e. Heta ku duzimaniya asîmetrîk ku giringiya zimanê serdest heye neyê beravajîkirin û polîtîkayeke yekzimanî ku armanca wê bicihkirina zimanê bindest li cihê zimanê serdest e, neyê avakirin, parastin û xurtkirina zimanekî bindest dijwar e. Tenê bi xebatên dilxwazî ne mimkûn e zimanekî di xetereyê de bê parastin û xurtkirin.
5. PERGALEKE DUZIMANÎ JI BO KURDÎ Ligel ku li ser rewþa kurdî ya li Tirkiyeyê xebatên zanistî zêde nehatine kirin û daneyên statîstîkî hema hema tune ne, dîsa jî li gorî raçavkirin û encamên nîqaþên di beþên li jorê de hatine kirin, mirov dikare hin xetên sereke zelal bike. Berî ku em hin xetên sereke ji bo kurdî zelal bikin, em li gorî nîþandêrên statûya zimên wekî rewþa duzimaniyê, bikaranîna zimên û derbasbûna nifþê nû, rewþa hiqûqî, hêza îdarîpolîtîk, zimanê xebat û xizmetên dewletê (hem navendî û hem jî herêmî), derfetên perwerdehiya bi zimên û hînbûna zimên, çapemenî, mîrateya nivîskî, kombûna-navendîbûna demografîk, bazar, rewþa sînoran, dilsoziya bi zimên, dagirkirina mêjiyan – psîkolîngûîstîk, nêrîna koma zimanê serdest, li rewþa kurdî binêrin. - Li Tirkiyeyê di nav kurdan de duzimaniyeke asîmetrîk a ku berê wê ber bi yekzimaniya tirkî ve ye, heye. - Ev duzimaniya asîmetrîk encama projeya avakirina netewe-dewleta tirk e ku dixwest ziman û çanda tirkî bike tekane ziman û çanda dewletê û ziman û çandên din bihelîne. - Di jiyana rojane de kurdî her ku diçe winda dibe. Kurdî hîn jî bi giranî bi awayekî devkî derbasî nifþên nû dibe, lê hînbûn û derbaskirina zimên a nifþên nû her ku diçe kêmtir dibe. Ligel ku li ser bikaranîna zimanê kurdî ya di nav nifþan de, daneyên statîstîkî tune ne, bi raçavkirinan mirov dikare bi rehetî vê tespîtê
bike. Dema em li rêjeya bikaranîna zimanê kurdî ya di sê niþfên civaka kurd de (0-15, 16-40, 40+) binêrin, aþkere ye ku her ku diçe rêjeya bikaranîna zimên di nav nifþên nû de kêm dibe 3. - Ji aliyê hiquqî ve hebûna kurdî nayê qebûlkirin. Tenê di qanûnên hînkirina zimên û weþanê de bi navê zimanê mehelî û herêmî, kategoriyek hatiye danîn û di bin vê kategoriyê de destûr ji bo vekirina kursên kurdî û weþanên kurdî hatiye dayîn. - Li Tirkiyeyê tu herêmên zimên an jî herêmên otonom an jî federe tune ne ji bo kurdî statûyeke-hêzeke polîtîk-îdarî peyda dike. - Xebat û xizmetên dewletê hem di asta herêmî û hem jî di asta navendî de ji xeynî tirkî bi tu zimanan nayê dayîn. Wekî mînak ji ber ku biryara xizmeta pirzimanî ya di xizmetên þaredariyê de girtibû, Þaredarê Surê ya Amedê Abdulllah Demîrbaþ ji peywirê hat girtin û Meclîsa Þaredariyê jî hat fesihkirin (Azadiya Welat, 2007). - Di dibistanên fermî-dewletê de derfeta hînbûna zimanê kurdî tune ye. Ligel ku ji aliyê hiqûqî ve destûr hatiye dayîn (piþtî 2002’an) ku kursên zimanê kurdî werin vekirin (ligel gelek sînoran), di halê hazir de tu kurs tune ye ku kurdî hîn bike. Ligel vê yekê zarokên kurd hema hema bi temamî tirkî dizanin û di dibistanên dewletê de hînî tirkî dibin. Li gorî daneyên dewletê, rêjeya dibistanîbûna seretayî (ilkokul duzeyinde okullaþma orani) li herêma baþûr-rojhilata Anatolyayê % 94, li rojhilata Anadoliyê ji % 86 e (Dinçer û hevalên wî, 2003: 101). - Ji aliyê çapemeniyê ve mirov dikare bibêje di salên dawîn de ku hin pêþketin hene. Ji aliyê hiqûqî ve piþtî sala 2002’yan, ji bo weþana tv û radyoyên bi kurdî di hefteyê de ji bo çend seatan destûr hatiye dayîn. Ligel vê yekê, ligel hin astengan, li ser satalîteyê îro gelek tv û radyoyên kurdî weþanê dikin. Li aliyê din îro rojnameyeke kurdî ya rojane weþanê xwe dike. Dîsa gelek kovarên mehane, sêmehî, gelek pirtûk tên çapkirin. 3
Ligel li Tirkiyeyê li ser kurdî xebatên zanistî nehatine kirin li ser zimanê erebî tezeke mastir hatiye kirin. Teza ku li ser duzimaniya erebî/tirkî ya li Hatayê hatiye kirin gihîştiye vê encamê ku zimanê erebî di jiyana rojane de her ku diçe winda dibe (Cengiz, 2006: 91-2).
Zend bihar 2007
47
- Ji aliyê mîrateya nivîskî ve heke rewþa kurdî bê analîzkirin tê dîtin ku kurdî ji 2000 salan zêdetir e bûye zimanê nivîskî. Ji mêj ve ye bi kurdî perwerdehî û xebatên hînkariyê têne kirin. Heta dawiya Dewleta Osmanî li medreseyan matematîk, mantiq, gramer, fiqih û hwd. bi kurdî dihatin xwendin (Kaya û hevalên wî, 2001: 1-2; Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2004: 1). Di salên dawî yên Dewleta Osmanî de bi zimanê kurdî gelek pirtûk, kovar û rojname jî dihatin çapkirin (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2004: 1). Lê piþtî þerê yekemîn û îlankirina Komara Tirkiyeyê darbeyeke kujende li weþanên kurdî hat xistin. Ligel piþtî salên 1960’î hin berhem derketibin holê jî mîrateya nivîskî di nav kurdên Tirkiyeyê de di sedsala dawî de gelek qels maye (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2004: 2-10). - Ligel ku ji sisêyan yekê kurdan li metropolên Tirkiyeyê belav bûne (li van metropolan jî kurd li taxan komî cem hev dibin) ji sisêyan duduyên kurdan li herêmekê dijîn. Yanî ji aliyê demografîk ve navendîbûnek, kombûnek heye. - Zimanê bazara Tirkiyeyê îro tirkî ye. Li aliyê din, li gorî gelek nîþaneyên statîstîkî, ji aliyê sosyoekonomîk ve xerabtirîn herêm herêmên baþûr-rojhilat û rojhilata Anatoliyayê ne (Dinçer û hevalên wî, 2003: 101). Li gel vê yekê pêþketinên aborî, civakî û siyasî yên li Herêma Kurdistanê ya Iraqê dibe ku bazara kurdî geþ bike û ev yek jî bandorê li kurdên Tirkiyeyê bike. - Li her du aliyên sînorên di navbera Tirkiye, Îran û Iraqê de kurd dijîn û di nav kurdên Îran, Iraq û Suriyeyê de zimanê kurdî zindî ye. Bi taybetî li Iraqê kurdî zimanê hikûmeta herêmî ye. Ev yek ji bo parastina zimanê kurdî li Tirkiyeyê, faktoreke girîng e. - Nêrîna koma zimanê tirkî li hemberî kurdî mixabin ne baþ e. Li gorî lêkolîneke dawî 4, ligel ku % 76,1’ê beþdaran dibêjin divê herkes bikaribe zimanê xwe bi rehetî bi kar bîne, ji pirsa “Li gorî we lazim e ku dewlet îmkanan çêbike ji bo kesên ku dixwazin zimanê kurdî di dibistanên dewletê de hîn bibin?” re tenê % 11,4’ê beþdaran gotiye
4
Ev lêkolîn ji aliyê TESEV’ê ve, li temamiya Tirkiyeyê li 23 bajaran bi 1492 kesên gihîştî re bi hevdîtinê hatiye çêkirin.
48
bihar 2007 Zend
“erê” (Çarkoðlu û Toprak, 2006: 28, 46, 51). Ne ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî, yan jî ne ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî, ji bo hînbûna zimanê kurdî ya di dibistanên dewletê de destek tenê % 11,4 e. Aþkere ye ku destekek xurt a koma zimanê tirkî ji bo kurdî tune ye. - Ligel li hin bajaran dilsoziya bi zimanê kurdî ya mirovan re baþ e jî, bi giþtî mirov dikare bibêje ku ev dilsozî di nav kurdan de qels e. Rewþa kurdên endamên tevgerên siyasî ku doza parastina nasnameya kurd dikin ji bo analîzkirina vê dilsoziyê mînakeke baþ e. Ligel ku gelek derfetên hînbûna zimên hene, bi hezaran kadroyên siyasî, bi sedan, hezaran rêxistinên siyasî-civakî-sivîl hene, îro kêm kurd hewl didin kurdî hîn bibin. Dîsa tîraja rojnameya kurdî ya rojane jî nîþaneyeke baþ e ji bo fêmkirina dilsoziya bi kurdî re. Têgihiþtina bikêrhatîbûna ji bo pêþketinên civakî û aborî jî mixabin negatîf e. Aþkere ye bazara kurdî qels e û zanîna kurdî ji aliyê aboriyî-civakî ve tu feydeyê nade kurdên Tirkiyeyê. - Ji aliyê psîkolîngûîstîk ve dema rewþa kurdan bê analîzkirin xuya ye ku di salên dawî de rewþeke hin baþtir heye. Kurdên ku heta salên 1990’î ji nasname û zimanê xwe direviyan, nasname û zimanê xwe vediþartin, êdî îro bi kêfxweþî û bêtirs wan bi awayekî eþkere îfade dikin.
Hin Xetên Sereke ji bo Parastin û Xurtkirina Kurdî li Tirkiyeyê Li gorî nîþaneyan statûya kurdî û encamên mînakên cîhanê, mirov dikare hin xetên sereke ji bo parastin û xurtkirina kurdî li Tirkiyeyê xêz bike: - Guherîn-windabûn an jî mirina zimên li cihekî û di demekê de pêk tê. Ji ber vê yekê lazim e rewþa kurdî û rewþa aborî, civakî, îdarî û siyasî ya kurdan bi hev re bê nirxandin. Ne gengaz e ku planeke zimên a bêyî van tiþtan, bi ser bikeve. - Ji bo ku kurdî hebûna xwe biparêze û bidomîne, li ser axa ku ew lê tê bikaranîn statûyeke-hêzeke polîtîk-îdarî lazim e. Dema hêza dewletê ya navendî yan jî herêmî li piþt zimên nebe, polîtîkayeke ku zimanê kurdî biparêze û xurt bike tune be, kurdî nikare hebûna xwe biparêze û bidomîne.
- Heta ku kurdî herî hindik li bajarên ku hejmera kurdan zêde ye ligel tirkî nebe zimanê fermî, ne mimkûn e ku ji mirinê-windabûnê xilas bibe. Dibe ku ev yek jî têrê neke. Hêza polîtîk, aborî, civakî ya tirkî dibe ku bi awayekî de fakto wî bike tekane zimanê civakê û bibe sedema mirina-windabûna kurdî. - Dema kurdî ne xwedî statû be, ne zimanekî fermî be, statûyeke-hêzeke polîtîk-îdarî tune be û destek nedê, bi tenê perwerdehiya bi du zimanan, tirkî/kurdî, nikare kurdî wekî zimanê yekem biparêze. Dibe ku bike ku kurdî wekî zimanê duyemîn, wekî zimanekî xerîb bê hînkirin. Lê ev pêvajo jî piþtî çend nifþan dê bi mirinê-windabûnê biqede. - Bi gotina dawî duzimaniya stabîl ne mimkûn e. Heta ku duzimaniya asîmetrîk ku ber bi yekjizimaniya tirkî ve diguhere, neyê berevajîkirin û polîtîkayeke duzimaniya asîmetrîk ku armanca wê danîna zimanê kurdî li cihê zimanê tirkî be, neyê avakirin, parastin û xurtkirina kurdî dijwar e. Tenê bi xebatên dilxwazî ne mimkûn e kurdî bê parastin û xurtkirin. - Ji ber ku mînaka katalanî mînakeke baþ e ji bo parastin û xurtkirina zimên û rewþa wan a siyasî û dîrokî jî diþibe rewþa kurdan, kurd dikarin mînaka zimanê katalanî û polîtîkayên zimên baþ lêbikolin û ji bo parastin û xurtkirina kurdî ji xwe re wekî minak bigirin.
6. ENCAM Û NIRXANDINA GIÞTÎ Ligel ku sedsalên dawîn bûn felakete mezin ji bo ziman û çandên herêmî (Hinton, 2003: 44) û tê payîn ku bi hezaran ziman dê di sedsala 20’an de bimirin yan jî winda bibin (Fishman, 2000: 1), gelek mînak nîþan didin ku bi plansaziyeke domdar a zimên, berevajîkirina/guherîna rewþa zimên gengaz e (Bourhis, 2000: 101). Pêvajoya mirin an jî windabûna zimanan bi xwe re gelek tiþtan jî dikuje. Her ziman hem girêdayî çandekê ye û hem jî parçeyekî wê ye. Ji ber vê yekê, di pêvajoyên kirin, zanîn û hebûnê de ziman û nasnameya çandî girêdayî hev in (Fishman, 2000: 3). Ji ber vê yekê xetereya ji bo zimên tê wateya xetereya ji bo çand û nasnameyê jî (Fishman, 2000: 6).
Duzimanî wekî rêyeke çareseriyê ji bo windabûn û mirina zimanan di nav sînorên heyî yên dewletê de, derketiye holê. Lê, ligel ku duzimanî ji bo hin komên lîngûîstîkî bûye amûreke xilaskirina zimên a ji mirinê-windabûnê, di gelek mînakan de pêvajoya pêkhatina duzimaniyê bûye parçeyekî-asteke pêvajoya jihêzxistin, windabûn û carinan jî mirina zimanên din. Ji ber ku duzimaniya komeke lîngûîstîk ne rewþeke stabîl e û di gelek mînakan de jî ev rewþ bi yekzimanî qediyaye. Di mînakên berevajîkirina guherîna zimên de xuyaye ku ji bo prastin û xurtkirina zimanekî di xetereyê de, lazim e gelek faktor-nîþandêr bi hev re bêne ananlîzkirin. Faktorên-nîþandêrên bingehîn ku divê bêne analîzkirin ev in: Rewþa duzimaniyê, bikaranîna zimên û derbasbûna bal niþfên nû, rewþa hiqûqî, hêza îdarî-polîtîk, zimanê xebat û xizmetên dewletê (hem navendî û hem jî herêmî), derfetên perwerdehiya bi zimên û hînbûna zimên, çapemenî, mîrateya nivîskî, kombûna-navendîbûna demografîk, bazar, rewþa sînoran, nêrîna koma zimanê serdest û hwd. Gelê kurd jî hema hema bi tevahî duzimanî ye (Tan, 2007). Li Tirkiyeyê kurd roj bi roj zimanê xwe winda dikin û zimanê wan ê dayikê diguhere, dibe zimanê kal û pîran (Tan, 2007). Ji ber ku duzimaniya stabîl ne mimkûn e û tu gelan ew pêk neaniye, lazim e kurd polîtîkayeke duzimaniya asîmetrîk biafirînin. Tenê bi xebatên dilxwazî ne mimkûn e kurdî bê parastin û xurtkirin. Heta ku duzimaniya asîmetrîk ku ber bi yekjizimaniya tirkî diguhere heye, neyê berevajîkirin û polîtîkayeke duzimaniya asîmetrîk ku armanca wê danîna zimanê kurdî li cihê zimanê tirkî be, neyê avakirin, parastin û xurtkirina kurdî dijwar e.
Çavkanî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF). (2007). “Wallerstein: Gerçek Ulus-Devlet Yoktur”. URL (12.03.2007’an de hatiye wergirtin.): http://www.firatnews.eu/modules.php?name=News&file=article&sid=21922 Alba, R. (2004). Language Assimilation Today: Bilingualism Persist More Than in the Past, But English Still Dominates. Lewis Mumford Center for Comparative Urban and Regional Research University at Albany.
Zend bihar 2007
49
Azadiya Welat (2007). “Demîrbaþ ji peywirê hat girtin”. URL (Di 15.06.2007’an de hatiye wergirtin): http://www.azadiyawelat.com/modules.php?name= News&file=article&sid=4892. Azurmendi, M. –J., Bachoc, E. and Zabaleta, F. (2000). Reversing Language Shift: The Case of Basque. In J. A. Fishman (Ed.), Multilingual Matters 116: Can Threatened Languages Be Saved?: Reversing Language Shift, Revisited: A 21st Century Perspective (pp. 234-259). Clevedon, GBR: Multilingual Matters Limited. Baker, C. (2003). Education as a Site of Language Contact. In Annual Review of Applied Linguistics, 23(pp. 95-112). Cambridge University Press. Bekir, H. Þ. ve Temel, Z. F. (2006). Almanya’da Okul Öncesi Eðitim Kurumlarýna Devam Eden 5-6 Yaþ Grubu Türk Çocuklarýna Uygulanan Eðitim Programlarýnýn Dil Geliþim Düzeyine Etkisi. Yayýnlanmamýþ Doktora Tezi Özeti, Gazi Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü 2004, Gazi Üniversitesi Endüstriyel Sanatlar Eðitim Fakültesi Dergisi, 18, ss. 14-27. Bourhis, R. Y. (2000). Reversing Language Shift in Quebec. In J. A. Fishman (Ed.), Multilingual Matters 116: Can Threatened Languages Be Saved? : Reversing Language Shift, Revisited: A 21st Century Perspective (pp. 101-141). Clevedon, GBR: Multilingual Matters Limited, pp. 101-141. Cengiz, A. K. (2006). Dil Kültür Ýliþkisi Açýsýndan Hatay’da Ýkidillilik. Yayýnlanmamýþ Mastir Tezi. Mustafa Kemal Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü. Crystal, D. (2002). Language death. West Nyack, NY, USA: Cambridge University Press. Çarkoðlu, A. & Toprak, B. (2006). Deðiþen Türkiye’de Din, Toplum ve Siyaset. Ýstanbul: TESEV Yayýnlarý. Dinçer, B., Metin, Ö. & Kavasoðlu, T. (2003). Ýllerin ve Bölgelerin Sosyo-Ekonimik Geliþmiþlik Sýralamasý Araþtýrmasý. Ankara: DPT Yayýn No 2671. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. (2004). Li Tirkiyeyê Rewþa Zimanê Kurdî. Danezana Konferansa Zimanê Kurdî, 2-3 Berfambar 2004, Amed. Fishman, J. A. (2000). Why is it so Hard to Save a Threatened Language? (A perspective on the Cases that Fallow). In J. A. Fishman (Ed.), Multilingual Matters 116: Can Threatened Languages Be Saved? : Reversing Language Shift, Revisited: A 21st Century Perspective (pp. 1-22), Clevedon, GBR: Multilingual Matters Limited.
50
bihar 2007 Zend
Garcia, M. (2003). Recent Research on Language Maintenance. In Annual Review of Applied Linguistics, 23, 22-43. Cambridge University Press. Hinton, L. (2003). Language Revitalization. In Annual Review of Applied Linguistics, 23, 44-57. Cambridge University Press. Karabulut, F. (2004). Dil Ölümü Sürecinde Kazak Türkçesinin Durumu. Sosyal Bilimler, 2/1, ss. 67-87, Celal Bayar Üniversitesi. Kaya, H., Farqînî, Z. & Tan, S. (2001). Em Zimanê Kurdî Binasin. Stenbol: Weþanê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Li, R. (2005). Childhood Bilingualism: Current Statûs and Future Direcitons. Workshop Summary, Washington, DC, April 22-23, 2004. Lovati, L. (2006). Catalan – Castilian bilingualism: social, psychological, educational, political aspects. ESERP, Escuela Superior Fundacion Universitaria. Ó Riagain, P. (2000). Irish Language Production and Reproduction 1981-1996. In J. A. Fishman (Ed.), Multilingual Matters 116: Can Threatened Languages Be Saved? : Reversing Language Shift, Revisited: A 21st Century Perspective (pp. 195-214). Clevedon, GBR: Multilingual Matters Limited. Opengîn, E. (2007). Parastin û Guherîna Zimên: Destpêkek bo çarçoveyên teorîk ên parastin û guherîna zimên û hin împlîkasyonên wan li ser rewþa zimanê kurdî. Zend Zivistan 2007: 52-65. Strubell, M. (2000). Catalan a Decade Later. In J. A. Fishman (Ed.), Multilingual Matters 116: Can Threatened Languages Be Saved? : Reversing Language Shift, Revisited: A 21st Century Perspective (pp. 260-283). Clevedon, GBR: Multilingual Matters Limited. Tan, S. (2007). Kürt Diline Sahip Çýkma Mücadelesi. URL (Di 15.05.2007’an de hatiye wergirtin): htpp//:www.ozgurgundem.net. The Kaiser Family Foundation (KFF) and The Pew Hispanic Center (PFC) (2004a). Bilingualism Survey Brief. In The 2002 National Survey of Latinos. URL: (Di Pûþper, 2007’an de hatiye girtin): htpp://www.kff.org The Kaiser Family Foundation (KFF) and The Pew Hispanic (PHC) Center (2004b). Assimilation and Language Survey Brief. In The 2002 National Survey of Latinos. URL: (Di Pûþper, 2007’an de hatiye girtin): htpp://www.kff.org