Li Tirkiyeyê ji bo parastina kurdî çarçoveyeke makeqanûnî Cuma Çiçek Ji ber ku ziman stûneke bingehîn a nasnameyê ye, nasîna nasnameyê di bingeha xwe de nasîna zimên e. Ji ber vê yekê di vê nivîsarê de armanca me ev e ku ji bo nîqaşên makeqanûna nû, di çarçoveya mafên zimanî de bi perspektîfeke dîrokî û di çarçoveya mînakên cîhanê de pêşniyazekê amede bikin 1. Destpêk Meseleya kurd, ligel ku gelek aliyên wê yên din wekî aborî, civakî, îdarî, siyasî û hwd. hene, meseleya nasîn û nenasîna nasnameya kurd e ku tiþtekî bîngehîn e. Îro gelek siyaset, tevger û partiyên kurdan jî meseleya kurd, wekî meseleya nasîna nasnameyê dibînin û ji dewleta Komara Tirkiyeyê dixwazin ku hebûna kurdan di çarçoveya makeqanûnî de qebûl bike (Bianet, 2007; Bucak, 2007; KADEP, 2006; KDBF, 2001). Partiya Edalet û Pêşketinê (AKP) nêzikî salekê ye li ser makeqanûneke nû dixebite. Li ser daxwaze AKP’yê, komeke hiqûqnasan pêşniyazek amade kir û pêşkeşî partiyê kir. Tê payîn ku AKP, piþtî ku vê pêþniyazê binirxîne, ji bo nîqaşê pêşkeþî raya giþtî bike û pênç-þeþ meh bi þûn de ji bo raydayînê jî îcar pêşkeşî gel bike (Yeni Þafak, 2007). Aşkera ye ku amadekirina makeqanûneke nû firsendeke mezin e ji bo çareseriya meseleya kurd. Diyar e ku ev makeqanûna nû dê pergala dewleta Tirkiyeyê ji bo 20-30 salên pêşiya me diyar bike. Helbet heger ku di vê makeqanûna nû de ji bo çareseriya meseleya kurd çarçoveyek neyê zelalkirin, çareseriya meseleyê dê 20-30 salên din jî bê biderengîxistin. Ji nîqaþan xuya dike ku meseleya kurd, yek ji xalên bingehîn a amadekirina makeqanûna nû
76
zivistan 2008 Zend
ye. Nîqaşên li ser tarîfa hemwelatîtiyê, zimanê (fermî ya) dewletê, zimanê perwerdehiyê, dîsan gotina Cemîl Çîçek, alîkarê Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê, ku dibêje “Di amadekirina pêşniyaza makeqanûnê de em li ser makeqanûna Spanyayê sekinîne” (Haber 7, 2007), diyar dikin ku di amadekirina mageqanûna nû de meseleya kurd mijareke bingehîn e. Ji ber ku ziman stûneke bingehîn a nasnameyê ye (Fishman, 2000: 6; Strubell, 2000: 264; Bourhis, 2000: 134), nasîna nasnameyê di bingeha xwe de nasîna zimên e. Ji ber vê yekê di vê nivîsarê de armanca me ev e ku ji bo nîqaşên makeqanûna nû, di çarçoveya mafên zimanî de bi perspektîfeke dîrokî û di çarçoveya mînakên cîhanê de pêşniyazekê amade bikin. Bi vê armancê, piştî destpêkê di beþa diduyan de ji aliyê mafên zimanî ve me ji Qanûna Bingehîn a 1876’an a Dewleta Osmanî heta makeqanûna 1982’an, makeqanûnên Tirkiyeyê nirxandin. Di beþa sisêyan de, ji bo ku ji nîqaşên Tirkiyeyê re rê nîşan bide, me li hin makeqanûnên dewletên din wekî Kanada, Belçîka, Spanya û Bulgaristanê mêze kir. Di vê beşê de em bi giranî li ser mînaka Spanyayê sekinîn. Di beþa çaran de pêþniyaza makeqanûna nû ya AKP’yê ji aliyê mafên zimanî ve hatiye nirxandin û pêşniyazek ji bo parastina zimanê kurdî û zimanên din hatiye pêşkeşkirin. Di beþa dawî de encamên nivîsarê hatine nirxandin û nîqaşên beşan hatine xulasekirin.
2. Di Makeqanûnên Tirkiyeyê de Mafên Zimanî Tirkiye feraseta amadekirina makeqanûnan ji Dewleta Osmanî wergirtiye. Wekî tê zanîn di salên dawî yên Dewleta Osmanî de, di sala 1876’an de Qanûna Bingehîn (Kanun-i Esasî) hat qebûlkirin. Piştî vê qanûnê di salên 1921, 1924, 1961 û 1982’an de makeqanûn hatin amadekirin. Hemû makeqanûn di heyamên wisan de hatine amadekirin ku pergala dewletê hatiye guharandin. Îro jî, hem ji ber rewşa Iraqê hem ji ber pêvajoya endambûna YE’yê û hem jî asta ku meselaya kurd gihîştiye, Tirkiye ketiye heyameke nû ku pergala wê ji bingehê ve diguhere. Ji bo ku em nîqaşên îro hin baştir binirxînin û fikir û ramanên nû pêşkêþ bikin, me di vê beşê de makeqanûnên Tirkiyeyê ji aliyê mafên zimanî ve nirxandin. Qanûna Bingehîn - 1876 (Kanun-i Esasî) Qanûna Bingehîn (1876) ku ji 119 xalan pêk tê, makeqanûna yekemîn a Dewleta Osmanî ye (TBMM, 2007) û bandoreke mezin li makeqanûnên Dewleta Komara Tirkiyeyê kiriye. Ji aliyê mafên zimanî ve di Qanûna Bingehîn de 7 xal balê dikiþînin. Ji van xalan ên herî girîng jî xala 8 û ya 18’an in. Xala 8’an hemwelatîtiyê tarif dike û dibêje ku “Kesên di bin tabiyeta Dewleta Osmanî de ne, ol û mezhebên wan çi dibe bila bibe, ji wan re osmanî tê gotin”. Di xala 18’an de tê gotin ku hemwelatiyên osmanî ji bo bikaribin bibin karmendê dewletê lazim e tirkî, ku zimanê fermî yê dewletê ye, bizanin. Di xalên 15, 16 û 114’an de behsa hîndekarî û perwerdehiyê tê kirin û ji aliyê zimanê hîndekarî û perwerdehiyê ve tiþtek nayê aþkerakirin û tê gotin ku kîtekît dê di qanûnê de bên diyarkirin. Di xala 57’an de tê gotin ku guftûgoyên heyetên mebûs û ayananbi tirkî tên kirin. Dîsan di xala 68’an de tê gotin ku ji bo ku kesek bibe berendamê heyeta mebûsan divê bi tirkî bizanibe. Ji xalên jor tê dîtin ku tirkî zimanê fermî yê Dewleta Osmanî ye. Ji ber vê yekê ji kesên ku dixwazên di saziyên dewletê de bixebitin û karmendî bikin tê xwestin ku zimanê tirkî bizanibin. Dema tarîfa hemwelatîtiyê bê analîzkirin, tê dîtin ku hemwelatîtî li ser neteweyek an jî etnîsîteyekê nayê tarîfkirin. Di meseleya mafên zimanî de yek ji warên bingehîn
hîndekarî û perwerdehî ye. Di vî warî de, zimanê hîndekarî û perwerdehiyê nehatiye diyarkirin û ji bo zimanên ji bilî tirkî çarçoveyeke vekirî hatiye pêşkêþkirin. Wekî ku tê zanîn di heyama Dewleta Osmanî de perwerdehî di medreseyan de dihate dayîn û li wir bi zimanên ji bilî tirkî jî hîndekarî û perwerdehî dihate kirin. Bi kurtasî, Qanûna Bingehîn a 1876’an ligel ku bi tenê zimanê tirkî wekî zimanî fermî qebûl dike, di warên perwerdehî, çapemenî, xizmetên cemawerî û hwd. de ji bo zimanên ji bilî tirkî, her çi qas temînatek-garantiyek pêşkêþ nake jî, çarçoveyek vekirî pêşkêþ dike. Makeqanûna 1921’ê Ligel ku Komara Tirkiyeyê di sala 1923’an de hat damezirandin, Meclîsa Yekemîn a Tirkiyeyê di 23’ê Avrêla (Nîsana) 1920’an de kom bû (TMBB, 2007). Ji ber vê yekê Makeqanûna 1921’ê wekî makeqanûna yekemîn ya Komara Tirkiyeyê tê qebûlkirin. Makeqanûna 1921’ê ji 23 xalan pêk tê. Dema ji aliyê mafên zimanî ve ev makeqanûn bê analîzkirin, xalek tenê balê dikiþîne; xala 11’an. Ev xal li ser wîlayetan e, tê gotin ku wilayet xwedî muxtariyê ye (otonom e) û sererastkirin û birêvebirina weqf (evkaf), medrese (medaris), ilm (mearif), tenduristî (sýhhiye), aborî, ziraet, karên avadaniyê (nafýa) û alîkariyên civakî (muaveneti içtimaiye) di bin hikmê meclîsa (şûraya) wilayetê de ne. Wekî tê zanîn ku di wê demê de perwerdehî di medreseyan de dihat dayîn û ji bilî zimanê tirkî zimanên din jî di medereseyan de wekî zimanê perwerdehiyê dihatin bikaranîn. Di makeqanûna 1921’an de, di warên wekî tarîfa hemwelatîtiyê, zimanê fermî yê dewletê û zimanê perwerdehiyê de tu tişt nayên gotin. Di sala 1923’an de, di makeqanûnê de hin guherîn tên kirin. Piştî vê guherînê, xala 11’an tê hildan û di xala diduyan de tê gotin ku zimanê fermî yê Dewleta Tirkiyeyê tirkî ye. Xuya ye ku di orîjînala makeqanûnê de ji aliyê mafên zimanî ve çarçoveyeke gelek vekîrî heye. Zimanê fermî yê dewletê, zimanê perwerdehiyê û çapemeniyê di makeqanûnê de cih negirtine û wilayet otonom in û gelek xizmetên dewletê wekî peywira meclîsa wilayetan hatine nîşandan. Lê bi guherîna ku di sala 1923’an de pêk hat, otonomiya wilayetan hatiye hildan û tirkî wekî tekane zimanê fermî yê dewletê hatiye qebûlkirin. Zend zivistan 2008
77
Makeqanûna 1924’an Makeqanûna 1924’an dema ji aliyê mafê zimanî ve bê analîzkirin, tiştê ku herî zêde balê dikiþîne ev e: Ev qanûn li ser feraseta tirk, tirkbûn, komara tirk hatiye sazkirin. Ev yek di gelek xalan de tê dîtin. Di xala 88’an de tê gotin ku “Ji hemwelatiyên Tirkiyeyê re, ol û nîjada wan çi dibe bila bibe, tirk tê gotin”. Her çi qas ev xal tirkbûnê wekî têkiliyeke hiqûqî ya hemwelatîtiyê tarif dike jî, di xalên wekî 4, 10, 11, 38, 68, 69, 70, 82, 87, 92’an de behsa tirk, tirkbûn, dewleta tirk, miletê tirk, çand û dîroka tirkan tê kirin. Xuya ye ku têgiha tirk ku jixwe navê etnîsîteya tirk e, ne tarîfeke hiqûqî ye, etnîkî ye. Ev feraset herî zêde di xala 2’yan de tê dîtin. Di xala diduyan de ku ji aliyê mafê zimanî ve xala herî girîng e, tê gotin ku ku “zimanê dewletê” tirkî ye. Li gorî makeqanûnên 1876 û 1921’ê, di vê makeqanûnê de feraseta tirk, tirkbûn, miletê tirk, dewleta tirk bi aweyekî aşkera di bingeha qanûnê de cih girtiye. Xala ku herî zêde bala mirov dikişîne xala diduyan e. Ligel ku di makeqanûnên berê de îfadeya “zimanê fermî yê dewletê”, dihat bikaranîn, di vê makeqanûnê de îfadeya “zimanê dewletê” hatiye bikaranîn. Ev îfade deriyê hemû qadên dewletê ji zimanên ji bilî tirkî re digire. Makeqanûna 1961’ê Weki makeqanûna 1924’an, makeqanûna 1961’an jî bi feraseta tirk, tirkbûn, miletê tirk, dewleta tirk hatiye amadekirin. Di gelek beþan de wekî destpêk, xala 4, 7, 11, 18, 35, 58, 60, 65, 68, 71, 72, 96, 97 û 153’an de ev yek bi awayekî aþkera tê dîtin. Di van xalan de îfadeyên wekî “her tirk”, “dewleta tirk”, “civaka tirk”, “miletê tirk”, “qanûnên tirkan”, “neteweperweriya tirkan” bi awayekî aşkera nîşan didin ku ji kesên li Tirkiyeyê dijîn re tirk tê gotin, kes û gelên ku di nav sînorê dewletê de dijîn jî miletê tirk e û dewlet jî dewleta tirk e. Dema li tarîfa hemwelatîtî, zimanê perwerdehî û dewletê bê nêrîn ev tişt tên dîtîn: Di xala 3’yan de tê gotin ku zimanê fermî yê dewletê tirkî ye. Di xala 54’an de tê gotin ku “her kesê ku bi hemwelatitiyê girêdayî Tirkiyeyê ye tirk e”. Di
78
zivistan 2008 Zend
xala 50’an de ku li ser hîndekarî û perwerdehiyê ye, li ser zimanê dibistanan tiştek nayê gotin. Lê ji xalên din aşkera ye ku zimanê dibistanan tirkî ye. Di vê qanûnê de tiştê ku herî zêde balê dikiþîne, ligel di makeqanûna 1924’an de îfadeya “zimanê dewletê” tê bikaranîn jî, di vê makeqanûnê de îfadeya “zimanê fermî yê dewletê” tê bikaranîn. Ev yek ji aliyê mafên zimanî ve wekî gavekî erênî dikare bê nirxandin. Lê dema em li tarîfa hemwelatîtiyê binêrin, diyar e ku makeqanûna 1961’an li gorî makeqanûna 1924’an hin bêhtir tirk û tirkbûnê esas digire. Ji ber ku ligel di makeqanûna 1924 de tirkbûn wekî “Ji hemwelatiyên Tirkiyeyê re, ol û nîjada wan çi dibe bila bibe, tirk tê gotin” tê tarifkirin, di makeqanûna 1961’an de îfadeye “ol û nîjada wan çi dibe bila bibe” tê hildan. Bi vî rengî tarîfa tirkbûnê, bi tevahî ji tarîfa hiqûqî derdikeve û hîn bêhtir çand û nasnameya tirkan nîşan dide. Makeqanûna 1982’an Di nav makeqanûnên Tirkiyeyê de makeqanûna bi feraseta herî nîjadperest, a tirk û tirkbûnê hatiye amadekirin, makeqanûna 1982’an e. Wekî makeqanûnên berê, di vê makeqanûnê de tirk, tirkbûn, miletê tirk, dewleta tirk bûye feraseta bingehîn. Di destpêka makeqanûnê de jixwe ev çarçove bi awayekî aşkera tê pêşkêþkirin. Îfadeyên wekî “welatê tirkan”, “miletê tirk”, “dewleta tirkan a pîroz”, “berjewendiyên tirkan a milî”, “hebûna tirkan”, “dîrok û nirxên manewî yên tirkan” û “hemwelatiyê tirk” çarçoveya makeqanûnê di destpêkê de zelal dike. Di kîtekîtên makeqanûnê de ev çarçove tê dîtin. Îfadeyên di destpêkê de cih girtine di xalên din de jî wekî xalên 5, 6, 7, 9, 41, 59, 62, 67, 70, 72, 76, 81, 90, 101, 103, 104 û 174’an cih digirin. Tarîfa hemwelatîtiyê, zimanê dewletê, zimanê perwerdehiyê vê feresatê ku nîjadperestî, tirkî û tirkbûnê ji xwe re dike bingeh, bi aþkeratir nîşan dide. Tarîfa tirkbûnê wekî makeqanûna 1961’an dimîne û tê gotin ku “Her kesê ku bi hemwelatîtiyê girêdayî Tirkiyeyê ye tirk e” (xal 66). Ligel ku di makeqanûna 1961’an de dihat gotin ku “zimanê fermî yê dewletê tirkî ye”, di vê mekeqanûnê de tê gotin ku “zimanê dewletê tirkî ye” (xal 3). Peyva “fermî” ji xalê hatiye derxistin. Diyar e ku ev xal deriyên saziyên
dewletê hîn bêhtir ji zimanên ji bilî tirkî re digire. Di vê makeqanûnê de gavekî din tê avêtin û guherandina yan jî teklîfa guherandina “zimanê dewletê” tê qedexekirin (xal 4). Di vê makeqanûnê de tiþtê ku herî zêde balê dikiþîne xala 42’yan e. Ligel ku di makeqanûnên berê de li ser zimanê perwerdehiyê tiştekî aşkera nedihat gotin, di xala 42’yan a vê makeqanûnê de tê gotin ku “Ji bilî zimanê tirkî zimanên din qedexe ne ku (ne gengaz in ku) di saziyên hîndekarî û perwerdehiyê de ji hemwelatiyên tirk re wekî zimanên zikmakî bidin xwendin û hînkirin”. Hînkirin û xwendina zimanên ji bilî tirkî, bi awayekî makeqanûnî tê qedexekirin. Xaleke din ku di makeqanûnê de balê dikiþîne, xala 134’an e. Di vê xalê de tê gotin ku bi armanca prensîp û şoreşên Ataturk û fikrên Ataturk, çand, dîrok û zimanê tirkan bi rêbazên zanistî bikole, bide nasîn û belav bike, Navenda Lêkolînê ya Ataturk, Saziya Zimanê Tirkî, Saziya Dîroka Tirkî di bin banekî de, bi navê Saziya Bilind a Çand, Ziman û Dîrokê ya Ataturk wekî saziyeke dewletê (cemawerî), ku girêdayî serokwezîrîtiyê be, tê sazkirin.
“dewleta tirk” tarif û bi nav kirine û pergala dewletê jî li gorî vê yekê saz kirine. Meseleya “zimanê dewletê” û “zimanê fermî yê dewletê”, diyar e tim bûye mijara guftûgoyê, lê her dem zimanê tirkî bûye tekane zimanê (fermî yê) dewletê. Dîsan xuya ye ku meselaya tarîfa hemwelatîtiyê jî tim bûye mijara guftûgoyê. Ligel di makeqanûna 1924’an de îfadeya “ol û nîjada wan çi dibe bila bibe” hatiye bikaranîn ku ev yek tirkbûnê ji nîjad an jî neteweyê dûr dixe û nêzî tarîfeke hiqûqî dike, di makeqanûnên 1961 û 1982’an de ev îfade hatiye hildan û bi awayekî aşkera her kes wekî tirk hatiye binavkirin. Qada hîndekarî û perwerdehiyê her dem ji zimanên ji bilî tirkî re hatiye girtin. Ligel ku di makeqanûna 1924 û 1961’ê de ev yek bi awayekî aşkera nehatiye gotin, di makeqanûna 1982’yan de ji bo vê yekê xalek hatiye danîn (xala 42’yan). Bi kurtasî, ji damezirandina Komara Tirkiyeyê bi vir de di makeqanûnan de tirk, tirkbûn, miletê tirk û dewleta tirk bûne feraseta bingehîn û ligel li ser tarîfa tirkbûn û zimanê (fermî yê) dewletê hin guftûgo hatine kirin jî, deriyên dewletê ji zimanên ji bilî tirkî re hatine girtin. Di makeqanûna dawî de li ser deriyên girtî yên ji bo zimanên ji bilî tirkî, deriyekî din jî hatiye girtin.
Nirxandina Giþtî ya Mekeqanûnên Tirkiyeyê Xuya ye ku makeqanûnên Tirkiyeyê bi awayekî aşkera li ser feraseta tirk, tirkbûn, miletê tirk û dewleta tirk hatine amadekirin. Ligel ku bi tenê zimanê tirkî wekî zimanê fermî yê dewletê tê qebûlkirin, Qanûna Bingehîn a 1876’an, makeqanûna Dewleta Osmanî, ji ziman, çand û nasnameyên neteweyên din re, her çi qas temînatek nede jî, vekirî ye. Zimanên ji bilî tirkî di medreseyan de tên bikaranîn. Ev feraset di makeqanûna 1921’an de jî tê dîtin. Di qanûnê de zimanê fermî yê dewletê, zimanê çapamenî û perwerdehiyê nehatiye nîşandan. Ji aliyê mafên zimanî ve, ev qanûn çarçoveyeke fireh û vekirî pêşkêþ dike. Heta mirov dikare bibêje ku ji aliyê mafên zimanî ve çarçoveya makeqanûna 1921’an ji makeqanûna 1876’an firehtir û vekirîtir e. Makeqanûnên ku piþtî damezirandina Komara Tirkiyeyê hatine qebûlkirin ziman, çand û nasnameya tirkan ji xwe re bingeh girtine; kesên ku di nav sînorên dewletê de dijîn wekî “tirk”, hemû gelan jî wek “miletê tirk” û dewletê jî wekî
3. Di Makeqanûnên Kanada, Belçîka, Bulgaristan û Spanyayê de Mafên Zimanî Ji bo ku em makeqanûnên Tirkiyeyê û pêşniyazên nû hîn baþtir binirxînîn, lazim e em li çend mînakên cîhanê jî binêrin. Gelo ka dewletên din ku rewşa wan dişibe ya Tirkiyeyê, di nav sînorên wan de çend netewe-komên etnîk hene, ji aliyê mafên zimanî ve makeqanûnên çawan amade kirine û qebûl kirine. Ji bo perspektîfeke cîhanî bide me, me di vê beþê de makeqanûnên çar dewletan ji aliyê mafên zimanî ve nirxandin. Kanada, Belçîka û Spanya ji ber ku rewşa wan dişibe rewşa Tirkiyeyê; di nav sînorên wan de çend netewe hene û li beşeke dewletê ew netewe piranî ne, hatine hilbijartin. Mînaka Spanyayê ji ber ku hîn bêhtir diþibe Tirkiyeyê û rewşa gelê kurd (Yegen, 2006: 18) me hîn berfirehtir nirxandiye. Mînaka çaremîn Bulgaristan jî, ji ber ku komeke tirk tê de dijîn û Tirkiye ji ber mafên zimanî û çandî alîkarî dide wan û wan diparêze (Erdoðan, 2007), dîsan li ser meselaya kurd wekî mînak tê dayîn (Radikal, 2007), hatiye hilbijartin. Zend zivistan 2008
79
Makeqanûna Kanadayê Di makeqanûna Kanadayê ya 1982’yan de, zimanên îngilîzî û fransî wekî zimanên fermî hatine qebûlkirin. Tê gotin ku di hemû saziyên parlemento û hikûmeta Kanadayê de îngilîzî û fransî xwedî maf û statuya wekhev in. Tu tiþt ku di nav vê makeqanûnê de cih digire nikare otorîteya parlementoyê yan jî meclîsa qanûndanînê ya li ser bipêşvebirina wekheviya statu û bikaranîna înilîzî û fransî bi sînor bike (xal 16). Ev feraset ku statuya du zimanan wekhev qebûl dike, ji makeqanûnê re bûye bingeh. Di xala 17’an de tê gotin ku her kes xwedî maf e ku di guftûgoyên li parlementoyê de îngilîzî yan jî fransî bi kar biîne. Lazim e hemû qanûn, qeyd û meqaleyên parlementoyê bi her du zimanan bên çapkirin û belavkirin (xal 18). Ev feraseta duzimanî di xizmetên cemawerî de jî tê dîtin. Di xala 20’an de tê gotin ku, endamekî civakê xwedî maf e li cihê ku daxwazeke ferzan hebe yan jî li gorî xwezaya ofîsê ev yek gengaz be, ji ofîs an jî saziyên cemaweriyê (public), bi her du zimanan xizmetî bistînin û têkîlî deynin. Ev yek di dadgehan de jî wisan e. Kesek dikare her du zimanan jî li dadgehê bi kar biîne (xal 19). Heger ku kesek zimanê dadgehê fehm neke, mafê wî/ê heye ku tercûmanekî bixwaze (xal 14). Feraseta duzimanî di qada perwerdehiyê de jî xuya dike. Her du ziman jî wekî zimanê perwerdehiyê tên bikaranîn. Ligel vê yekê, hemwelatiyeke/î Kanadayê ku îngilîzî yan jî fransî hîn be û fehm bike, lê li bajarekî ku zimanê din bê bikaranîn; yan jî dibistanên seretayî bi îngilîzî yan jî frensî bixwînê lê di bajarê ku tê de bi cih bûye de hindikahî be, xwedî maf e ku bi zimanê xwe xwendina xwe bidomîne û bi zimanê xwe dibistana seratayî û navîn bixwîne (xal 23). Dîsan di heman xalê de tê gotin ku kesek dema zarokeke/î wê/î bi fransî yan jî îngilîzî dibistana seratayî yan jî navîn bixwîne, xwedî maf e ku hemû zarokên wê/î bi heman zimanî dibistana seratayî yan jî navîn bixwînin (xal 23). Wekî gotina dawî em dikarin behsa du xalên din jî bikin. Di xala 27’an de tê gotin ku ev makeqanûn, divê mîna mîrateya pirçandî ya
80
zivistan 2008 Zend
Kanadayê bê parastin û xurtkirin, bê şîrovekirin. Dîsan di xala 22’an de tê gotin ku mafên ji zimanên îngilîzî û fransî re hatine dayîn (xalên 16-20) mafên hiqûqî yan kevneşopî yên zimanên ji bilî van zimanan, ku berî makeqanûnê hene yan jî piştî makeqanûnê dê hebin, ji hole ranake yan jî kêm nake. Makeqanûna Belçîkayê Li gorî makeqanûna 1970’an, Belçîka dewleteke federal e ku ji civakan û herêman pêk tê (xal 1). Belçîka ji civaka frans, flamanî û civaka almanîaxêv (xal 2) û ji herêmên Walon, Flamanî û Brûkselê pêk tê (xal 3). Li Belçîkayê herêm li ser civak û zimanan hatine avakirin. Di xala 4’an de tê gotin ku Belçîka ji çar herêmên zimanî pêk tê: Herêma Frensîaxêv, Herêma Felemenkîaxêv (Hollandîaxêv), Herêma Duziman a PaytextBrûksel û Herêma Almanîaxêv. Her îdareyeke mihelî parçeyekî van herêmên zimanî ne. Sînorên herêmên zimanî bi tenê bi qanûnê dikare bê guhartin, ev qanûn jî divê li her du meclîsan (senato û parlemento) ji aliyê piraniya her du komên zimanî ve bê qebûlkirin (xala 4). Wekî ku li jorê jî hate gotin, di senato û parlementoya Belçîkayê de komên zimanî hene. Endamên senato û parlementoyê wekî du kom ji hev hatine veqetandin: Koma zimanê firensî, koma zimanî felemenkî (xal 43). Wekî senato û parlamentoyê divê di Lijneya Wezîran de jî ahenga zimên hebe. Li gorî xala 99’an divê di hilbijartina 15 endamên Lijneya Wezîran de hejmera kesên frensîaxêv bi qasî felemenkîaxên be. Li gorî makeqanûna Belçîkayê her civak û herêm xwedî meclîs û hikûmetê ne. Di xala 115’an de tê gotin ku Meclîsa Civata Frans, Meclîsa Civata Flamanî û Meclîsa Civata Almanîaxêv û ji bo her herêmê jî meclîsek tê damezirandin. Li gorî xala 121 û 122’yan ji nav her meclîsê ji aliyê endamên meclîsê ve hikûmetek tê hilbijartin. Di warê zimên de tê gotin ku divê ziman di qadên birêveberî, dibistanên ji aliyê otorîteya cemawerî (public authorities) ve tê damezirandin, fînansekirin û nasîn, têkiliyên civakî yên xebatkaran, belgeyên fermî de bê bikaranîn. Di vî warî de Meclîsên Civakan xwedî otorîte ne (xal 129).
Wekî gotina dawî em dikarin behsa du xalên din jî bikin. Wekî makeqanûnên Tirkiyeyê di makeqanûna Belçîkayê de jî tarîfa hemwelatîtiyê heye û di xala 8’an de tê gotin ku belçîkayî statuyeke hiqûqî ye ku bi qanûnên sivîl peyda dibe, tê parastin û windakirin. Dîsan di xala 30’yan de tê gotin ku bikaranîna zimên li gorî daxwaza kesan e; bi tenê qanûn, bi tenê ji bo otorîteya cemawerî û meseleyên fermî dikare vê meseleyê saz bike. Di gelek xalên din de jî wekî xalên 127, 130, 136, 137, 138, 139 û 140’an, li ser ziman û otorîteya meclîsên civatan gelek tişt tên gotin. Bi giþtî mirov dikane bibêje ku sîstema Belçîkayê li gorî civat û zimanê wan hatiye damezirandin û ev yek jî bi awayekî makeqanûnî hatiye qebûlkirin. Makeqanûna Spanyayê Makeqanûna Spanyayê ya 1978’an (di sala 1992’an hin guherîn çêbûye) dema ji aliyê mafên zimanî ve bê nirxandin çarçoveya mafên zimanî di destpêk û xala 2 û 3’yan de diyar dibe. Di destpêka makeqanûnê de tê gotin ku dewleta Spanyayê çand, kevneşopî, ziman û saziyên spanî û gelên spanyayê diparêze. Di xala 2’yan de tê gotin ku makeqanûn xwe dispêre yekîtiya neteweya spanî ku nayê xerakirin û welatê yekgirtî ya spanyoliyan, otonomiya neteweyan (nationalities) û herêman nas dike û garantî dike. Xala 3’yan ya makeqanûnê li ser zimanê fermî yê dewleta Spanyayê ye. Di vê xala de sê bend hene: Di benda yekemîn de tê gotin ku kastîlyanî (castilian) zimanê fermî yê dewleta Spanyayê ye. Hemû spanî mecbûr in hînî wî bin û xwedî maf in ku wî bi kar biînin. Di benda diduyan de tê gotin ku zimanên din ên li Spanyayê di nav civatên otonom de yên ku hatine nasîn, dê bibe zimanê fermî û ev yek dê li gorî qanûna bingehîn a wan civatan be. Di benda sisêyan de tê gotin ku dewlemendiya modelên zimanî yên Spanyayê mîrateyeke çandî ye û bi awayekî taybet dê rûmet bê dayîn û bê parastin. Wekî ku xuya ye, makeqanûn neteweyan (ne komên etnîkî) bi nav dike û otonomiya wan qebûl dike. Dîsan destûr dide ku zimanên ji bilî zimanê kastîlyanî di nav civakên otonom de ligel zimanê kastîlyanî bibin zimanê fermî. Jixwe piştî vê xala makeqanûnê, li herêma Katalan û Baskê, civatên herêman qanûnên xwe yên bingehîn
amade kirin û zimanên xwe ligel zimanê kastîlyanî kirin zimanê fermî. Statuya Otonom a Katalanî ku di sala 1979’an de hat avakirin, katalanî wekî zimanê welatê katalanî nîşan da û ligel kastîlyanî wekî zimanê fermî qebûl kir. Di xala 3’an a Statuya Otonom a Katalanî de wisan tê gotin: 1) Zimanê Katalonyayê katalanî ye 2) Ligel zimanê kastîlyanî ku li hemû welatê Spanyayê zimanê fermî ye, katalanî jî zimanê fermî ye li Katalanyayê 3) Hikûmeta Katalanyayê bikaranîna her du zimanan garantî dike (Lovati, 2006: 13). Piştî vê qanûna bingehîn, li Katalanyayê qanûneke din a li ser zimên jî hat qebûlkirin. Qanûna Normalkirina Lînguîstîk a 1983’an (The 1983 Law of Linguistic Normalisation) dibêje: 1) Zimanê Katalonyayê katalanî, di hemû astan de zimanê perwerdehiyê ye 2) Zarokên pêşdibistanê xwedî maf in ku biçin pêşdibistanên bi zimanê xwe, katalanî yan jî kastîlyanî. Rêveberî vî mafî garantî dike. 3) Heta asta zanîngehê katalanî û kastîlyanî bi awayekî mecburî tên hînkirin. 4) Mamoste mecbûr in ku katalanî û spanyolî her duyan jî bizanibin. 5) Zimanê rêveberiya perwerdehiyê lazim e katalanî be (Lovati, 2006: 14). Niha li Katalanyayê di perwerdehiya zanîngehê de katalanî û spanyolî her du jî tên bikaranîn û ciwan serbestî dikarin zimên hilbijêrin (Lovati, 2006: 24). Wekî civaka katalanî, civaka baskî jî piştî ku bû xwedî otonomî li ser zimên qanûnek amade kir. Herêma Bask ji sê beşan pêk tê û du ji wan di nav sînorên Spanyayê (BAC û NAC) de û yek jî di nav sînorên Fransayê de dimîne. Li BAC’ê, di sala 1982’an de bi navê Qanûna Bingehîn ji bo Normalkirina Zimanê Baskî (the Basic Law for Normalization of the Basque Language) ji bo sê herêmên BAC’ê planek amade kir û Euskara (zimanê baskî) û kastîlyanî her du jî bûn zimanê fermî. Li NAC’ê, Qanûna Zimanê Baskî (The Law of the Basque Language) ku di sala 1986’an de hat qebûlkirin, sê herêmên zimên ava kirin û ji bo her herêmekî jî planeke cihê ya zimên amade kir. Li herêma euskara-axêv ku nifûsa wê kêm û giranî gundewarî ye û %75 bi euskarayî diaxivin, euskara û kastîlyanî statuya fermî pareve dikin. Li herêmên din jî plana zimên ji parastina zimên heta vegerandina guherîna zimên diguhere (Azurmendi û din., 2000: 235). Zend zivistan 2008
81
Ji bilî xala 2 û 3’yan ku çarçoveya mafên zimanî diyar dikin, di hin xalên din de jî behsa mafên zimanî tê kirin. Di xala 20’an de tê gotin hemû komên civakî û polîtîk dê bikaribin bi zimanên Spanayayê xwe bigihînin amûrên ragihandinên civakî yên senato û saziyên din ên dewletê. Dîsan di xala 46’an de tê gotin ku otorîteya cemawerî (public) divê parastin û destekkirina dîrokî, çandî û hunerî yên gelên spanyayê, rewşa wan a fermî çi dibe bila bibe, garantî bike. Qanûnên cezayê divê kirinên li hemberî mîrateyê ceza bike. Di xala 61’an de ku li ser sonda kral e tê gotin ku kral divê li hemberî parlementoyê sond bixwe ku ew dê li gorî makeqanûnê tev bigere û rûmet bide mafên hemwelatiyan û civakên otonom. Di xala 148’de tê gotin ku civakên otonom ji bo ku xwe bi xwe îdare bikin (self-government) dikarin saziyên xwe damezirînin û çand, lêkolîn û ku gengaz be hînkirina zimanê civaka otonom xurt bikin. Di beþa dawî de tê gotin ku divê makeqanûn bi zimanên din ên Spanyayê bê çapkirin.
makeqanûnên Tirkiyeyê. Di xala 25’an de tê gotin ku kesên ku dê yan jî bavê wî/ê hemwelatiyê bulgarî be yan jî li ser axa Komara Bulgaristanê ji dayik bibe, hemwelatiyê bulgarî ye.
Xalên di destpêkê de ku destûr dide zimanên ji bilî kastîlyanî li herêmên otonom bibin zimanê fermî û mînakên Katalanya û Baskê çarçoveya makeqanûnê ya li ser mafên zimanî nîşan dide. Diyar e ku makeqanûna Spanyayê ji bo parastin û xurtkirina zimanên civakên otonom çarçoveyeke berfireh pêşkêþ dike.
Ligel xalên li jorê ne, her çi qas bi awayekî vekirî li ser mafên zimanî nebin jî, hin xalên din jî hene ku pergaleke baştir pêşkêþ dike. Di xala 136, 137, 138 û 145’an de þaredarî wekî organên bingehîn ên herêmî-mihelî tên tarîfkirin û mafê wan ê xweîdarekirinê (self-government) tê qebûlkirin. Dîsan destûr tê dayîn ku ji bo çareseriya pirsgirêkên hevpar şaredarî bikarin yekîtiyan ava bikin.
Makeqanûna Bulgaristanê Her çi qas rewþa Bulgaristan û tirkên ku tê de dijîn naşibe rewşa Tirkiyeyê û gelê kurd, ji ber ku di nîqaþên li ser meseleya kurd de ji aliyê hêz û siyasetên tirk û kurdan ve wekî mînak an jî model tê nîşandan, me di vê beşê de cih da makeqanûna Bulgaristanê jî. Pergala Bulgaristanê dişibe ya Tirkiyeyê. Bulgaristan jî wekî Tirkiyeyê bi dewleteke navendî û þaredarî (rêveberiyên mihelî) tê îdarekirin. Ligel wan li Bulgaristanê rêveberiyên herêmî jî hene, lê ev rêveberî ne bi hilbijartinê, ji karmendên dewleta navendî pêk tê (xal 142 û 143). Wekî Tirkiyeyê, li Bulgaristanê jî tu rêveberiyên otonom a herêmî (regional-bölgesel) tune ye (xal 2). Zimanê fermî yê dewleta Bulgaristanê jî yek tenê ye û ew jî bulgarî ye (xal 3). Tarîfa hemwelatîtî û bulgarî jî dişibe xalên
82
zivistan 2008 Zend
Ligel pergala Bulgaristanê ji gelek aliyan ve dişibe pergala Tirkiyeyê, ji aliyê mafên zimanî ve, çarçoveyeke vekirîtir heye. Di xala 36’an de ku li ser zimên e tê gotin ku xwendin (study) û bikaranîna zimanê bulgarî maf û mecbûriyetek e ji bo her hemwelatiyê bulgarî. Dîsan di heman xalê de tê gotin ku hemwelatiyên ku zimanê wan ê zikmakî ne bulgarî ye xwedî maf in ku ligel zimanê bulgarî zimanê xwe bixwînin (study) û bi kar biînin. Rewşên ku divê bi tenê zimanê fermî bê bikaranîn, hewce ye bi qanûnê bê damezirandin. Dîsan di xala 54’an de tê gotin ku her kes xwedî maf e ku ji nirxên çandî yên mirovî yên neteweyî û navneteweyî sûd wergire û li ser nasnameya xwe ya etnîkî ya ku ji aliyê qanûnê ve hatine nasîn û garantîkirin, çanda xwe xurt bike û pêş ve bibe.
Diyar e ku makeqanûna Bulgaristanê ji bo parastin û xurtkirina zimanên ji bilî bulgarî çarçoveyek baş pêşkêþ nake. Ligel vê yekê pergaleke baştir a ji ya Tirkiyeyê pêşkêþ dike; ziman û nasnameyan înkar nake, mafên wan ên xwendin û bikaranîna zimên û xurtkirin û pêşvebirina nasnameya çandî nas dike. Nirxandina Giþtî ya Makeqanûnên Dewletan Xuya ye ku di makeqanûnên Kanada, Belçîka û Spanyayê de mafên zimanî tên qebûlkirin. Di her sê makeqanûnan de tenê zimanek wekî zimanê fermî nehatiye qebûlkirin, zimanên din jî yan herêmî yan jî navendî wekî zimanê fermî hatine qebûlkirin. Jixwe dema zimanek bibe zimanê fermî, di hemû sazî û dezgehên dewletê de ew ziman tê bikaranîn. Di her sê dewletan de jî
zimanên ku ji aliyê makeqanûnan ve hatine qebûlkirin li qada perwerdehiyê tên bikaranîn. Ev yek an bi awayekî aşkera hatiye nivîsandin an jî derî li ber wê vekirî hatiye hiştin. Di mînakan de tiştê ku herî zêde balê dikiþîne ev e: Mafên zimanî di çarçoveya pergala birêvebirinê de hatiye nirxandin û zelalkirin. Di makeqanûnên Belçîka û Kanadayê de her herêm xwedî yan zimanek an jî du ziman in, di makeqanûna Spanyayê de jî civatên otonom hatine sazkirin û zimanê wan jî ligel zimanê kastîlyanî wekî zimanê fermî hatiye qebûlkirin. Ev yek di mînaka Bulgaristanê de jî tê dîtin. Li Bulgaristanê tu heremên otonom û ji bilî zimanî bulgarî zimanekî din wekî zimanê fermî nehatine nasîn û qebûlkirin. Diyar e meselaya mafên zimanî di çarçoveya pergala îdarî de tê nirxandin. Makeqanûna Bulgaristanê ligel ku dişibe Tirkiyeyê û ji aliyê mafên zimanî ve çarçoveyeke vekirî û berfireh pêşkêþ nake, dîsan jî ji makeqanûnên Tirkiyeyê baþtir e. Bulgarî ne wekî “zimanê dewletê” wekî “zimanê fermî ya dewletê” tê qebûlkirin û hebûna zimanên ji bilî bulgarî tê qebûlkirin û mafê xwendin û bikaranîna wan di makeqanûnê de tê nasîn. Dîsan mafê parastin û xurtkirina nasnameya etnîkî di makeqanûnê de cih digire. 4. Ji bo Parastina Kurdî Pêşniyaza Çarçoveyeke Makeqanûnî Di mînakên cihanê de bi awayekî aşkera tê dîtin ku hebûna ziman û nasnameyan hatine qebûlkirin û pergala îdarî li gorî rewşa civat û zimanên wan hatine damezirandin. An bi awayekî navendî yan jî herêmî zimanên civatan wekî zimanên fermî hatine qebûlkirin. Di makeqanûnên Kanada, Belçîka û Spanyayê de ev yek tê dîtin. Li Bulgaristanê ligel ku zimanên din wekî zimanê fermî nehatine qebûlkirin, hebûna wan jî nehatine înkarkirin. Ligel vê yekê di makeqanûnên Tirkiyeyê de ziman û nasnameyên ji bilî tirkî nehatine nasîn û qebûlkirin û hemû deriyên dewletê ji wan zimanan re hatine girtin. Ev yek ligel ku di Qanûna Bingehîn a dewleta Osmanî û makeqanûna 1921’ê de bi awayekî nermtir cih girtiye, di hemû makeqanûnên dewletê de bûye feraseteke bingehîn.
Ev salek e AKP li ser makeqanûneke nû dixebite. Komek akademîsyen û hiqûqnas pêşniyazek amade kir û pêşkeşî AKP’yê kir. AKP’ê piþtî ku ev pêşniyaz nirxand, dê pêşkêþî raya gişti bike. Gelê kurd û hêzên wî yên siyasî û civakî bi eleqeyeke mezin vê pêvajoyê dişopînin. Bi taybetî nasîn û qebûlkirina ziman û nasnameya gelê kurd, xuya ye di nîqaşên makeqanûnê de hem ji bo AKP’yê hem ji bo hêzên dewletê û hem jî ji hêzên gelê kurd re bûye û dê bibe mijareke bingehîn. Ji bo ku nîqaşên li ser mafên zimanî di çarçoveya pêşniyaza makeqanûna nû de hîn baþtir, berfirehtir û zanistî bê kirin, divê berê em bi awayekî zelal diyar bikin ka ji bo ku zimanekî bindest hebûna xwe biparêze û xwe bi pêş ve bibe çi lazim in. Em li ser vê meseleyê di hejmera ZEND’ê ya Havîna 2007’an de, bi navê “Duzimanî, mirina/windabûna zimanan û rewşa kurdî li Tirkiyeyê” dûr û dirêj sekinîn. Di vê nivîsê de em gihîþtibûn van encaman (Çîçek, 2007: 46-47):
Ji bo ku ziman hebûna xwe bidomîne, li ser axa ku ev zimên tê bikaranîn statuyeke-hêzeke polîtîk-îdarî lazim e. Dema hêza dewletê (navendî yan jî heremî) li piþt ziman nebe, ziman nikane hebûna xwe biparêze.
Dema ziman ne xwedî statu be, ne zimanekî fermî be, statuyeke-hêzeke polîtîk-îdarî tune be û destek nede, bi tenê perwerdehiya bi duzimanan nikare zimanek wekî zimanê yekemîn biparêze. Dibe ku bike wekî zimanê duyemîn, wekî zimanekî xerîb bê hînkirin. Lê ev pêvajo jî piştî çend nifşan dê bi mirinêwindabûnê biqede. Heta ku ziman nebe zimanê fermî ne mimkun e ku hebûna xwe biparêze. Gelek caran ev yek jî têrê nake. Hêza polîtîk, aborî, civakî ya zimanê dewletê gelek caran dike ku bi awayekî defakto ew bibe tekane zimanê civakê û dibe sedema mirina zimanên din. Mînaka fransî ya li Quebecê ji bo vê rewşê mînakeke baş e.
Duzimaniya stabîl ne mimkun e. Heta ku duzimaniya asîmetrîk ku girîngiya zimanê serdest heye neyê beravajîkirin û polîtîkayeke yekzimanî ku armanca wê danîna zimanê bindest li cihê zimanê serdest e, neyê avakirin, Zend zivistan 2008
83
parastin û xurtkirina zimanekî bindest dijwar e. Tenê bi xebatên dilxwazî ne mimkun e zimanekî di xetereyê de bê parastin û xurtkirin. Niha di çarçoveya mekaqanûnên dewletan û bi prensîba parastin û xurtkirina ziman û nasnameya gelê kurd de ku li jorê ji bo vê çi lazim in hatine rêzkirin, em li pêşniyaza makeqanûna nû ya AKP’ê binêrin. Di pêşniyaza makeqanûna nû de xalên li ser mafên zimanî di heft sernavan de dikarin bên senifandin: 1) Zimanê fermî, 2) pergala îdarî, 3) tarîfa hemwelatî û tirkbûnê, 4) hin têgihên bingehîn: miletê tirk, neteweperweriya Ataturk, parçenebûniya milet, 5) zimanê hîndekarî û perwerdehiyê, 6) di saziyên dewletê de bikaranîna zimanên ji bilî tirkî 7) temînata makeqanûnî. Di xala 3’yan a pêşniyaza makeqanûna nû de zimanê tirkî wekî tekane zimanê fermî yê dewletê tê qebûlkirin. Bi vê xalê ji zimanên ji bilî zimanê tirkî re deriyên dewletê hem di asta navendî de hem jî di asta herêmî-mihelî de tê girtin. Pergala tekane ya zimên di pergala îdarî de jî tê dîtin. Di mînakên Kanada, Belçîka û Spanyayê de, zimanên fermî yê dewletê di çarçoveya pergala îdarî de hatibû nirxandin. Di makeqanûna Tirkiyeyê de jî ev yek wisan e. Di xalên 95 û 96’an de pergala îdarî ya Tirkiyeyê tê zelalkirin û tê gotin ku pergala îdarî ji îdareya navendî û di çarçoveya prensîpa berfirehbûna desthilatiyê ji îdareya bajaran pêk tê. Ev yek tê vê wateyê ku îdareyên bajaran di bin kontrola hîyerarşîk a îdareya navendî de ye. Dîsan di vê beşê de tê gotin ku rêxistinên herêmî yên îdareya navendî dikare bên damezirandin. Bêyî îdareya navendî û bajaran, ligel di xala 96’an de behsa îdareyên mihelî û prensîba birêvebirinê ji cihê xwe (yerinden yönetim ilkesi) tê kirin, tu otonomiya mihelî yan jî herêmî nahatiye nasîn û qebûlkirin. Di pêşniyazê de tiştê ku herî zêde bala mirov dikişîne tarîfa hin têgihan e ku feraseta makeqanûnê nîşan dide. Li ser tarîfa tirkbûnê du pêşniyaz hene. Di alternatîfa yekan de tê gotin ku ji her kesê ku bi têkiliya hemwelatiyê girêdayî dewletê ye re, ol û nîjada wan çi dibe bila bibe, tirk tê gotin. Di alternatîfa diduyan de têgiha “hemwelatiyê/a Komara Tirkiyeyê” tê
84
zivistan 2008 Zend
bikaranîn (xal 35). Her çi qas alternatîfa diduyan tirkbûnê ji holê radike û “hemwelatiyê/a Komara Tirkiyeyê” bi kar tîne, dîsan jî ev tarîf di makeqanûnê de feraseta tirkbûnê ji holê ranake. Ji ber ku makeqanûn kes û gelên ku di nav sînorên dewletê de dijîn wekî miletê tirk bi nav dike (destpêk, xal 5, 6, 8, 58, 81). Miletê tirk jî wekî hebûneke tekane, yekgirtî û parçenebûyî tê binavkirin. Di gelek xalan de ev yek bi awayekî aşkera hatiye gotin (xal 3, 13, 58, 80). Têgihên “neteweperweriya Ataturk” û “prensîp û şoreşên Ataturk” jî di makeqanûnê de gelek bal dikiþînin (xal 2, 58, 80). Tê gotin ku, ji ber ku têgiha “neteweperweriya tirk” nasnameya etnîkî tîne bîra mirovan, ji dêla wê “neteweperweriya Ataturk” hatiye binavkirin. Lê dema mirov pratîkên 84 salên feraseta “neteweperweriya Ataturk” biîne bîra xwe, xuya ye ku ev yek ji bilî guherandina peyvan tu tiþt îfade nake. Zimanê hîndekarî û perwerdehiyê yek ji mijarên herî girîng a makeqanûnê ye. Wekî tê zanîn heta îro hemû deriyên saziyên hîndekarî û perwerdehiyê ji zimanên ji bilî tirkî re di çarçoveyeke makeqanûnî de hatibû girtin. Di vê makeqanûnê de ji aliyê mafên zimanî ve gavekî nû hatiye avêtin. Di xala 45 benda 5’an de wisan tê gotin: “Zimanê hîndekarî û perwerdehiyê tirkî ye. Prensîbên (esasên) der heqê hîndekarî û perwerdehiya ji bilî zimanê tirkî de, li gorî pêdîviyên civaka demokratîk di qanûnê de tên sazkirirn.” Di beþa sedemên xalan de tê gotin ku ev xal ji bo rê li ber hîndekarî û perwerdehiya bi zimanên ji bili tirkî bê vekirin, hatiye derxistin. Her çi qas pergala hîndekarî û perwerdehiyê navendî û yekzimanî ye, bi vê xalê qedexeyên heyî tê hildan. Heger ku çarçoveya qanûnê ku ew dê piştî makeqanûnê derkeve neyê tengkirin, rê li ber zimanên ji bilî tirkî tê vekirin. Ji bilî hîndekarî û perwerdehiyê, makeqanûn di dadgehan de jî bikaranîna zimanên ji bilî tirkî gengaz dike. Li gorî xala 32’an her bersûç xwedî maf e ku der heqê sedem û navoroka sûcdariyê de bi zimanê ku jê fehm dike bê agahdarkirin. Dîsan di heman xalê de tê gotin ku heger ku sûcdar ji zimanê dadgehê fehm neke yan jî
nikaribe biaxive, mafê wî/ê heye ku bêpere ji wergêrekî/ê sûd wergire. Wekî mijara dawî em dikarin behsa hin temînatên makeqanûnî bikin. Di xala 134’an de tê gotin ku xala 3’yan ku dibêje “Komara Tirkiyeyê bi welat û miletê xwe ve hebûneke parçenebûyî ye û zimanê fermî yê dewletê tirkî ye” ne gengaz e bê guherandin û guherandina wê pê pêşniyazkirin. Dîsan di xala 135’an de tê gotin ku bi vê makeqanûnê hukmên qanûnên înqilabê (şoreşê) ji holê ranabin. Di nav qanûnên înqilabê de Qanûna Tevhîdî Tedrîsat (Qanûna Yekîtiya Perwerdehiyê) û Qanûna li ser Qebûl û Tetbîqa Tîpên Tirkî jî cih digire. Bi taybetî Qanûna Tevhîdî Tedrîsat ji bo armanca pergalelek perwerdehiyê ya milî hatibû derxistin. Sazkirina perwerdehiya milî, li welatekî ku ji gelek herêman, qebîle, nîjad û zimanan pêk tê û xwedî nasnameyeke îslamî ye, ji bo avakirina nasnameya milî gelek girîng û jiyanî bû (Wînter, 1999: 239). Ji kirinên 84 salî diyar e ku ev nasnameya milî, nasnameya tirkî ye ku ziman, çand û dîroka tirkan ji xwe re bingeh digire. Her çi qas di beşên makeqanûnê de tê gotin ku “em cudahiyên xwe wekî çavkaniya dewlemendiya çandî dibînin” (beşa destpêkê), “her kes, nîjad, reng, zayend, fikra siyasî, baweriya felsefî, ol, mezhebê wan çi dibe bila bibe, li ber qanûnê wekhev in” (xal 9), xuya ye ku ev feraset di xalên makeqanûnê de cih negirtine. Di makeqanûnê de, ji aliyê mafên zimanî ve tiştê ku wekî gavekî erênî mirov dikare bihesibîne xala 45’an e ku rê li hember hîndekarî û perwerdehiya bi zimanên ji bilî tirkî vedike. Lê dema em li mînakên cîhanê binêrin û asta asîmîlasyonê biînin ber çavê xwe, xuya ye ku bi vê makeqanûnê zimanên ji bilî tirkî dê nikaribin xwe biparêzin û hebûna xwe bidomînin. Helbet diyar e ku ne gengaz e bi vê yekê jî dewlemendiya çandî, zimanî û etnîkî bê parastin û geşkirin.
çandî, siyasî, dîrokî bê amadekirin. Helbet prensîbên wekî adalet, wekhevî, azadî, pirçanditî, beşdarbûna gel divê di amadekirina makeqanûnê de wekî bingeh bên dîtin. Diyar e ku makeqanûnên Tirkiyeyê ji aliyên mafên zimanî ve rastiyên civakî yên aborî, civakî, çandî, siyasî, dîrokî û prensîbên adalet, wekhevî, azadî û pirçanditiyê ve ji xwe re esas negirtine. Bi tenê ziman û nasnameya tirkî di makeqanûnan de wekî bingeh hatine hilbijartin û deriyên dewletê ji ziman û nasnameyên ji bilî tirkî re hatine girtin. Ji mînakên cîhanê diyar e ku ji bo parastina zimanekî, herî hindik sê gav gelekî girîng in: 1) desteka pergaleke îdarî-polîtîk a mihelî-herêmî yan jî navendî, 2) bûyîna zimanê fermî yan navendî yan jî mihelî-herêmî û 3) bûyîna zimanê perwerdehiyê. Dema em li pêşniyaza makeqanûna nû ya AKP’ê binêrin, pergala îdarî ya heyî hatiye parastin û tu otonomiyên mihelî yan jî herêmî ji bo çand û nasnameyan nehatine nasîn û parastin. Zimanê tirkî wekî makeqanûnên nû tekane zimanê (fermî yê) dewletê hatiye qebûlkirin û çi di asta herêmî de û çi jî di asta navendî de deriyên dewletê ji zimanên ji bilî tirkî re nehatiye vekirin. Di meseleya zimanê perwerdehiyê de biçûk be jî gavek hatiye avêtin. Ligel ku zimanê tirkî wekî tekane zimanê hîndekarî û perwerdehiyê hatiye nîşandan, di vî warî de derî ji bo zimanên ji bilî tirkî re hatiye vekirin. Lê parastinekegarantiyeke vekirî di makeqanûnê de cih negirtiye tenê derî hatiye vekirin. Zimanên ji bilî tirkî dê çi qas bikarin di vî deriyê re derbas bin, dê di qanûnê de bê sereraskirin. Xuya ye ku ji bo parastina zimanên ji bilî tirkî lazim e her sê xalên li jorê bên peydakirin. Zimanek di asta navendî yan jî herêmî-mihelî de ji aliyê sîstema îdarî-polîtîk ve neyê destekkirin, nebe zimanê fermî û nebe zimanê hîndekarî û perwerdehiyê, ne gengaz e ku hebûna xwe biparêze û xwe bi pêş ve bibe.
5. Encam û nirxandin Makeqanûn; qanûna bingehîn e ku pergala dewletekê ji aliyên siyasî, îdarî, aborî, civakî, çandî, cografî û hwd. ve tarîf dike. Ji ber vê yekê lazim e li gorî rastiyên civakî yên aborî, civakî,
Mixabin pêşniyaza makeqanûna nû ya AKP’ê, ligel ku li gorî makeqanûnên berê hin tiştên nû û baş dihewîne jî, ji bo parastin û xurtkirina ziman û nasnameyên ji bilî tirkî, pergalek nû pêşkêþ nake. Zend zivistan 2008
85
Çavkanî
Kanun-u Esasi (1876). URL:http://tr.wikisource.org/wiki/Kanunu_Esasi, 28.11.2007.
Azurmendi, M. J., Bachoc, E. and Zabaleta, F. (2000). Reversing Language Shift: The Case of Basque. In Multilingual Matters 116: Can Threatened Languages Be Saved? : Reversing Language Shift, Revisited: A 21st Century Perspective, Clevedon, GBR: Multilingual Matters Limited, pp. 234-259.
Katýlýmcý Demokrasi Partisi (KADEP), (2006). Katýlýmcý Demokrasi Partisi Programý, URL: http://www.kadep.org. tr/index.php?option=com_content&task=view&id=18&Ite mid=31, 28.11.2006.
Belgium Constitution 1970, URL: http://www.servat.unibe.ch/ law/icl/be00000_.html, 28.11.2007. Bianet Baðýmsýz Ýletiþim Aðý, (26.09.2007). DTP: “Yeni Anayasa Kürt Kimliðini Tanýsýn”, Ankara, URL: http://www.bianet.org/bianet/kategori/bianet/101992/dtpyeni-anayasa-kurt-kimligini-tanisin, 28.11.2007. Bourhis, R. Y. (2000). Reversing Language Shift in Quebec. In J. A. Fishman (Ed.), Multilingual Matters 116: Can Threatened Languages Be Saved? : Reversing Language Shift, Revisited: A 21st Century Perspective (pp. 101-141). Clevedon, GBR: Multilingual Matters Limited, pp. 101-141. Bucak, S. (2007). Konferans Tebligi, Diyarbakýr Barosu ve Heinrich Böll Stiftung Derneði, Türkiye’de Kürtler: Barýþ Süreci Ýçin Temel Gereksinimler 29-30 Eylül 2007 Diyarbakýr, URL: http://www.hakpar.org.tr, 28.11.2007. Bulgaria Constitution 1991, URL: http://www.servat.unibe. ch/law/icl/bu00000_.html, 28.11.2007. Büyük Millet Meclisi, (1921). Teþkilat-ý Esasiye Kanunu (1921 Anayasasý), Ankara, URL:http://tr.wikisource.org/wiki/1921_Anayasasý, 28.11.2007. Canada Constitution Act 1982, URL: http://servat.unibe.ch /icl/ca02000.html, 28.11.2007. Çîçek, C. (2007). Duzimanî, mirina/windabûna zimanan û rewşa kurdî li Tirkiyeyê, ZEND Bihar 2007, Weşanên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, rr. 36-50. Erdoðan, R. T., (2007). Sayýn Baþbakan’ýn Hükümet Programý Konuþmasý, URL: http://www.rte.gen.tr/index.php?option=com_content&tas k=view&id=57, 28.11.2007.
86
Kurucu Meclis (1961). Türkiye Cumhuriyeti Anayasasý (1961), URL: http://www.tbmm.gov.tr/anayasa/anayasa61. htm, 28.11.2007. Kurucu Meclis (1982). Türkiye Cumhuriyeti Anayasasý (1982), URL: http://www.tbmm.gov.tr/Anayasa.htm, 28.11.2007. Kürt Demokratik Birlik Forumu (KDBF), (2001). Kürt Demokratik Birlik Forumu Deklerasyonu, 21 Mayýs 2001, URL: http://www.kurdinfo.com/basin/deklarasyon.htm, 28.11.2007. Lovati, L. (2006). Catalan – Castilian bilingualism: social, psychological, educational, political aspects. ESERP, Escuela Superior Fundacion Universitaria. Michael, W. (1999). Kemalist Türkiye’de Eðitimin Modernleþmesi. di nav Jacob M. Landau (Yay. Haz.) (1999). Atatürk ve Türkiye’nin Modernleşmesi, Ýstanbul: Sarmal, ISBN 975-8304-18-6 (r. 235-249). Radikal Gazetesi, (09.11.2007). DTP Lideri: Çözüm yeri Medlis, URL: http://www.radikal.com.tr/haber.php? haberno=238285, 28.11.2007. Spain Constitution 1978, URL: http://www.servat.unibe.ch /law/icl/sp00000_.html, 28.11.2007. Strubell, M. (2000). Catalan a Decade Later. In J. A. Fishman (Ed.), Multilingual Matters 116: Can Threatened Languages Be Saved? : Reversing Language Shift, Revisited: A 21st Century Perspective (pp. 260-283). Clevedon, GBR: Multilingual Matters Limited. Türkiye Büyük Millet Meclisi (TBMM) (2007). Ýlk Parlemento, URL: http:// http://www.tbmm.gov.tr/tarihce/ kb2.htm, 28.11.2007.
Fishman, J. A. (2000). Why is it so Hard to Save a Threatened Language? (A perspective on the Cases that Fallow). In J. A. Fishman (Ed.), Multilingual Matters 116: Can Threatened Languages Be Saved? : Reversing Language Shift, Revisited: A 21st Century Perspective (pp. 1-22), Clevedon, GBR: Multilingual Matters Limited.
Yegen, M., (2006). Müstakbel Türkten Sözde Vatandaşa Cumhuriyet ve Kürtler, Ýstanbul: Ýletiþim Yayýnlarý.
Haber 7 (21.09.2007). Anayasa için faydalanýlan metinler, URL: http://www.haber7.com/haber.php?haber_id=269837, 28.11.2007.
Yeni Þafak Gazetesi (26.12.2007). Sivil anayasa taslaðý basýma verildi, Ankara, URL: http://www.yenisafak.com.tr/ politika/?c=2&i=89665, 26.11.2007.
zivistan 2008 Zend
Türkiye Büyük Millet Meclisi TBMM (1945). 4695 Sayýlý Kanun Anayasa (1924), Ankara, URL: http://www.tbmm. gov.tr/anayasa/anayasa24.htm, 28.11.2007.