Zimanek çima tê qedexekirin? Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Polîtîkayên Zimanî Cuma Çîçek Di vê nivîsarê de armanca me ev e ku em bi kurtasî paşeroj û çîroka rewş û statûya xeternak ku îro gelek zimanên cihanê tê de ne, li ber çavan raxin û mîrateya polîtîkayên zimanî yên dagirkerî tarîf bikin, da ku em bikaribin rewşa heyî hîn baştir û zelaltir analîz bikin û pêşeroja xwe ronî bikin. “If your God cannot speak to you in your language, then he is not your God”
“Heger Xwedayê we nikaribe bi zimanê we bi we re biaxive, nexwe ew ne Xwedayê we ye” (Asante, 1988, r. 4) 1. Destpêk
Gelo Xwedayê me bi kîjan zimanî bi me re diaxive? Ev pirseke gelek dijwar e. Em hin pirsên hêsantir bikin. Gelo siyasetmedarên me bi kîjan zimanî bi me re diaxivin? Lê rewşenbîrên me? Lê hunermend me? Televîzyonên me bi kîjan zimanî bi me re diaxivin? Lê rojname, pirtûk û kovarên me?.. Xuya ye ku ziman amûreke sereke ya ragihandin, danûstandinê ye. Lê diyar e ku ziman ji vê yekê jî zêdetir e. Her ziman hilgir û veguhêzerê çandekê ye û her çandek bi zimanê xwe hebûna xwe diparêze û xwe digihîne pêşerojê, nifşên nû. Çand bi xwe jî şêwazeke hebûnê ye; riya fêmkirina cîhanê ye, her wiha riya guherandina wê ye, bi gotina Arîf Dîrlîk, riya sazkirina cihanê ye, sazkirina zeman û mekanê wê ye ku ev yek jî bi zimanê wê pêk tê (London, 2003: 110).
Ji ber vê yekê axivgerên her ziman û çandekê cihanê bi awayekî din neqş dikin (Ji Benjamîn Lee Whorf ê neql dike Mazrui, 1993: 351); bi awayekî din dibînin, dinirxînin û bi awayekî din tevdigerin (Ji Peter Mwaura naqil dike Mazrui, 1993: 351).
Fanon di pirtûka xwe ya bi navê “Siyah Deri Beyaz Maske (Çermê Reş, Rûpoşa Spî)” de dibêje axaftin şiklekî hebûnê ye û dema mirov diaxive,
hebûna xwe nîşan dide. Ku mirov bi zimanekî biaxive, ev yek nîşan dide ku mirov di nav wê çandê de gihîştiye û mirov dikare barê wê şaristaniyê bi wî zimanî hilgire (Fanon, 1998: 20, 47).
Naveroka axaftinê çi qas parçeyekî sereke ya nîşandana hebûnê be, zimanê vê axaftinê jî ew qas parçeyekî sereke ya nîşandana hebûnê ye û xuya ye ku zimanê axaftinê tesîrê li naveroka axaftinê dike. Ji ber ku, dîsa bi gotina Fanon, her ziman xwedî şêwazeke fikirînê ye (Fanon, 1998: 30).
Ziman berhemeke danûstandinê ye û bîr û hişê kolektîf a tecrûbeyên gelekî, jiyana komeleyetî nîşan dide (Botwe-Asamoah, 2001: 748, 750). Her wekî din, taybetmendiyên têkiliya kesan an jî koman, ligel gelek faktoran di statûya zimanan de jî xuya dikin (Mazuri, 1993: 355). Taybetmendiyên têkiliyên kes û koman li gorî faktorên wekî komeleyetî, aborî, siyasî, çandî, leşkerî û hwd. diguherin û ev faktor bi tevahî tesîrê li zimên dikin. Heta mirov dikare bibêje ku ziman wekî neynûkekê ye ku rewş û statûya aborî, komeleyetî, siyasî, çandî, leşkerî û hwd a kes, kom û civatan nîşan dide. Mixabin li cihanê wekî di qadên aborî û civakî ya jiyanê de, di qada lînguîstîk û etnîkî de jî rewşeke gelek xirab heye. Heger îro em li rewş û statûya xeternak a zimanan û gelên ku wan bi kar tînin binêrin, em dê bibînin ku tabloya li ber me, bi giranî piştî dagirkerî û netewe-dewletên ku piştî dagirkeriyê ava bûne, pêk hatiye. Nakokî û teşqeleyên cihanê yên lînguîstîk û etnîkî bi giranî wekî mîrateya dagirkeriyê ji me re maye. Piştî ku li Ewropayê netewe-dewlet ava bûn û ev model bi alîkariya dagirkeriyê li cihanê belav bûn, li gelek Zend payîz 2008
3
welat û dewletan meseleyên hindikahî û pirsgirêkên wan di destê me de man (London, 2001: 252254). Ji ber ku li gelek cihan wekî mînak di sala 1793’yan de li Fransayê, di sala 1923’yan de li Tirkiyeyê, yan jî li Îsraîlê, bawerî ev bû ku lazim e netewe li ser yek zimanekî ava bibe. Di encama van polîtakayan de gelek kom û gelên ku zimanên kevnare bi kar dianîn, di nav sînorên dewletên nû de, bûne komên hindikahî (Ji Bourhisê neql dike Pugh, 1994: 434).
Li aliyê din gelek dewletên dagirker, wekî hebûnên zagonî, li ser kaxizê hatin avakirin û sînorên nexwezayî lê zagonî hatin danîn. Ji ber vê yekê jî gelek komên lînguîstîk û etnîk hatin parçekirin û di nav sînorên nû de ji hev hatin veqetandin. Li gelek netewe-dewletên nû, ziman û pergala perwerdehiyê ya fermî wekî amûrên kontolkirinê û şaristanîkirinê hatin bikaranîn û ev yek jî di gelek cihan de bû sedema pevçûnên etnîkî. Îro gelek dewlet û hikûmet hîn jî bi van meseleyên ku wekî mîrateya dagirkeriyê mane, têdikoşin (London, 2001: 252-254). Di vê nivîsarê de armanca me ev e ku em bi kurtasî paşeroj û çîroka rewş û statûya xeternak ku îro gelek zimanên cihanê tê de ne, li ber çavan raxin û mîrateya polîtîkayên zimanî yên dagirkerî tarîf bikin da ku em bikaribin rewşa heyî hîn baştir û zelaltir analîz bikin û pêşeroja xwe ronî bikin. Bi vê armancê di beşa dûmahîkê de polîtîkayên zimanî yên dagirkerî hatine nirxandin. Di beşa sisê û çaran de amûr û encamên polîtîkayên zimanî yên dagirkerî hatine şîrovekirin û di dawiyê de encam û nîqaşên sereke yên nîvîsê hatine xulasekirin. 2. Polîtîkayên Zimanî yên Dagirkerî
Berî ku em dest bi polîtkayên zimanî yên dagirkerî bikin, lazim e em dagirkeriyê tarîf bikin. Bi giştî dagirkerî wekî pergaleke birêvebirinê tê tarîfkirin ku di vê pergala birêvebirinê de li ser koma herêmî ku piraniya civakê pêk tîne, serdestiya koma biyanî ku di nav civatê de koma hindikahî ye, heye. Di pergala dagirkeriyê de, dagirker, der heqê koloniyê (mêtingeh, dagirkirî) de biryarê digire û tetbîq dike. Helbet dagirker van biryaran jî ne li gorî pêdiviyên welêt û civaka kolonî, li gorî pêdiviyên xwe yên li metropolên mezin digire. Dagirkerî bi giştî bi sê serdeman tê senifandin; a yekem dagirkeriya klasîk e ku li vir civakeke herêmî ji aliyê hêzeke biyanî ve tê desteserkirin. Serdema duyemîn dagirkeriya hundirîn e ku li vir di
4
payîz 2008 Zend
nav sînorekî heyî de serdestiya neteweyeke li ser netewe yan jî neteweyên din heye. A dawî dagirkeriya nû ku ji bo serdestiya neteweyên endustriya wan bi pêş ketiye û li ser cihana sêyemîn hikûm dikin, tê bikaranîn (Mfum-Mensah, 2005: 73).
Ji berê de ye, ji bo bikaranîn û nîşandana hêza dagirkeriyê, ziman tim bûye qadeke sereke û girîng (Mir, 2006: 395; Muhammede Yeddi & Dhubai, 2001: 125). Gelek caran ziman di çarçoveya keşfkirina riya herî baş a birêvebirina dagirkiriyê hatiye nirxandin û nîqaşkirin (Mfum-Mensah, 2005: 74) û gelek caran bûye qada yekemîn a şîdeta dagirkeriyê (Sartre, 2005: 23-24). Ligel ku ziman tim bûye qadeke sereke ji bo dagirkeran, li gorî nasnameya dagirker û rewşa koloniyan polîtîkayên cur bi cur hatine hilbijartin û tetbîqkirin. Wekî mînak, li Kongoyê ku mêtingeheke Belçîkayê bû, îdareya wê ji aliyekê Belçîkayiyên fransîaxêv ve, ji Brukselê dihat kontrolkirin û zimanê frensî li ser gelên herêmî dihat ferzkirin, lê li aliyê din mîsyoner û mamosteyên flemenîaxêv ku li mêtingehê, perwerdehî û karên olî di bin destê wan de bû, destek didan zimanên herêmî yên Afrîkayê (Mazrui, 1993: 353). London (2003: 99) di nivîsara xwe ya li ser xurtbûn û belavbûna îngîlîzî li dagirkiriyên Brîtanyayê de, ji bo analîzkirin û fêmkirina têkiliya ziman û dagirkeriyê çar faktoran nîşan dide û bi kar tîne: (1) hêz, (2) bîrdozî (îdeolojî), (3) hegemonya û (4) bastûra (struktura) civakî. Berî her tiştî hêz ne takekesî ye, civakî ye û ne mimkûn e ku hêza takekesan bêyî derdora ku ew tê de ne bê dîtin, bê fêmkirin û analîzkirin. Her mirovek xwedî têkiliyên civakî ye û li gorî van têkiliyan di nav civatê de ji xwe re cihekî peyda dike (Ji Tollefsonê neql dike, London, 2003: 99). Dema ku em ji aliyê ziman ve meseleyê binirxînin, polîtîkayên ziman û tetbîqkirina wan mekanîzmayan ava dike ku bi van mekanîzmayan dewlet hêza xwe diparêze û xurt dike. Ji ber vê yekê ji bo avakirina dewleta modern meseleya ziman xwedî gîrîngiyeke sereke ye (London, 2003: 99).
Di civaka modern de polîtîkayên zimanî bîrdozî (îdeolojîk) ye. Ji ber ku bi van polîtîkayan serdestî û bindestiya heyî, yanê belavbûna hêzê di nav civakê de tê parastin û statuya heyî tê xurtkirin. Herman û Chomsky (1998) dibêjin, ev yek bi du şêwazan pêk tê: zordestî û jinûveafirandina razîbûna civakî ji bo rewşa heyî (London, 2003: 99).
Kolonyalîzm
Faktora sêyemîn hegemonya ye ev jî afirandin û jinûveafirandina bîrdozê nîşan dide. Hegemonya di nav civakê de yan bi awayekî xwezayî, yan jî bi amûrên zordestiyê yên dewletê tê sazkirin da ku serdestiya li ser koman dewam bike. Dema ku em li hegemonyaya lînguîstîkî binêrin ev tê vê maneyê ku mafên lînguîstîkî ên komên din bi awayekî bi plan tên binpêkirin. Gelek caran plansaz û birêveber binpêkirin-vederkirinê wekî tiştekî “xwezayî” û “bivênevê” dibînin û helbet ev yek jî rewşê hin xirabtir dike. Di gelek mînakan de bikaranîna zimanên komên hindikahî tên qedexekirin û ev ziman wekî nehewce û nemunasîb tên binavkirin (London, 2003: 100). Faktora çaremîn bastûra (struktura) civakî ye ku jixwe civak warê hêz, bîrdoz û hegemonyayê ye. Civak tenê ji kombûna kesan pêk nayê, xwedî bastûrekê ye. Ji ber ku pêdivî û pêşikên bastûrî yên civak û saziyan li gorî çalakiyên endamên wan pêk tên û çalakiyên endaman jî li gorî cihê wan ê di nav bastûra civakî de diyar dibe. Bi gotineke din têkiliyeke dîyalektîk heye di nav çalakiyên takekes û bastûra civakî de (London, 2003: 100).
Dema mînakên polîtakayên zimanî yên dagirkeran tê analîz kirin du faktorên sereke derdikevin pêş ku ew van polîtîkayan diyar dikin: (1) şarezakirin/nîjadperestî û (2) birêvebirin/kontrolkirin. Ev her du faktor jî girêdayî hêz, bîrdoz û hegemonyayê ne ku ev her sê jî bi giranî bastûra civakî, têkiliya koma dagirker û dagirkirî saz dikin, diafîrînin. Ligel di gelek mînakan de şarezakirin/nîjadperestî û birêvebirin/kontorlkirin bi hev re tên tekbîqkirin, giraniya wan di mînakan de ne wek hev e. Lê bi gîştî ji bo dagirkerîya bi armanca şarezakirin/nîjadperestî dagirkeriya Fransayê, ji bo dagirkeriya bi armanca birêvebirin/kontrolê jî dagirkeriya Brîtanyayê wekî mînak tên nîşan dayîn.
Neo-Kolonyalîzm
2.1. Birêvebirin / Kontrolkirin
Aşkera ye ku armanca sereke ya dagirkeriyê birêvebirin û kontrolkirina civak û welatê dagirkirî ye. Ji tecrûbeyên cihanê tê zanîn ku ev yek jî bi darê zorê, bi şîdet û zordestiyê pêk hatiye. Wekî gelek qadan, qada polîtîkayên zimanî jî her dem bûye amûreke birêvebirin, kontrolkirin û serdestiya polîtîk û aborî (Watson, 2007: 256). Li aliyê din ji bo siyasetmedar û rewşenbîrên dewletên dagirker, ziman gelek caran bûye meseleyeke azadî, wekhevî û serxwebûnê. Serokê Ghanayê Nkrumah di axaftina xwe ya bi navê “Ghana ji dayik dibe” bikaranîna zimanên ewropî wekî pirsgirêkeke ku azadî, wekhevî û serxwebûna welatên Afrîkayê tehdît dike, dinirxîne. Nkrumah destnîşan dike ku li zanîngehan hejmara xwendekarên ku li ser latînî û grekî dixebitin, ji ya xwendekarên li ser zimanên Afrîkayê dixebitin zêdetir e. Ji ber vê yekê jî xebatên li ser zimanên Afrîkayê wekî qadeke sereke ji bo bingeha serxwebûna Afrîkayê nîşan dide (Botwe-Asamoah, 2001: 747). Dîsa afrîkayiyekî din Nketia dibêje ku, pêdiviya afrîkayiyan bi zimanên wan heye da ku ew bikarin xwe bigîhinin şaristanî û mirovahî û xezîneya Afrîkayê. Di vê şaristanî û xezîneyê de afrîkayî dikarin nasnameya xwe ji nû ve keşf bikin, manewiyeta xwe bizanin û nav û rûmeta xwe hîs bikin (Botwe-Asamoah, 2001: 761).
Li gorî şert û mercên dewleta dagirker û welatê ku hatiye dagirkirin polîtîkayên zimanî diguherin. Tevî ku li gelek welatên mêtingeh, polîtakaya asîmîlasyonê hatine tetbîqkirin, li hin cihan tê dîtin ku zimanên welatên mêtingeh hatine destek-kirin û xurtkirin. Wekî mînak dema em li dagirkeriya Brîtanyayê dinêrin, em dibînin ku li polîtîkayên zimanî yên hevdij hatine tetbîqkirin. Gelek akademîsyenên ku li ser ziman û dagirkeriyê dixebitin îdîa dikin ku armanca sereke ya dagirkeriya Brîtanyayê avakirina birêveberiyeke efektîf û çalak e Zend payîz 2008
5
da ku bikaribe armancên polîtîk û aborî pêk bîne. Ji bo ku pergala birêvebirinê bilez be, lazim e hikûmetên herêmî zimanê ku xelk jê fêm dike bi kar bîne. Ji ber vê yekê jî di qada birêveberî, perwerdehî û weşangeriyê de tê dîtin ku zimanên herêmî hatine bikaranîn. Tê îdîa kirin ku di bingeha vê polîtîkayê de jî feraseta lîberal, kêrperest, pragmatîk û desantralîze heye (Mîr 2006: 425; Kopf, 1991: 43-44; Michelman, 1995: 218; Wolf, 2008: 557, 566). Brutt-Grîffler (2002: 38), dibêje, ji bo Brîtanyayê armancên aborî ji armancên îdeolojîk girîngtir bûne û vê yekê jî polîtakayên zimanî diyar kiriye. Ji bo perwerdehiya îngîlîzî çavkaniyên aborî û desteka dewletê lazim bûye û birêveberiya Brîtanyayê ya dagirker nexwestiye van çavkaniyan bide (Wolf, 2008: 566). Vîckers û Sweeting jî vê dîtinê parve dikin û ligel armanca aborî, balê dikîşînîn ser kevneşopiya pergala perwerdehiyê ya li Brîtanyayê ku ne navendî ye, ne sîstematîk e û bi giranî ne bi alîkariya dewletê, ji bo gihandina zarokên xwe ji aliyê çîna navîn û arîstokratan ve hatiye bi pêş xistin (2005: 118).
Bi rastî jî dema ku mirov li welatên ku ji aliyê Brîtanyayê ve hatine dagirkirin dinêre, mirov dibîne ku polîtîkayên cur bi cur hatine diyarkirin û bicihanîn. Gelek caran li heman welatê dagirkirî di nav salan de polîtîkayên cihê têne dîtin. Wekî mînak, li herêmên Hîndîstanê, ne zimanê îngîlîzî, zimanên herêman ji aliyê birêveberiyên herêmî ve tên bikaranîn. Piştî salên 1830’yî ev polîtîka li gelek welatên mêtingeh belav dibe (Mir, 2006: 424). Li Bengal, Kalkuta û li gelek herêmên din ên Hîndistanê ji bo bipêşxistina zimanên Hîndistanî saziyên wekî kolej û pirtûkxane tên sazkirin, ji bo standartkirin û xurtkirina zimanan xebatên lînguîstîkî tên kirin, weşangeriya bi zimanên herêmî tê xurtkirin, teşwîqkirina pirtûk, rojname, kovar û amûrên ragihandinê li herêman tê zêdekirin (Kopf, 1991: 43-44). Pergala birêveberinê li herêmên Hîndistanê bi giranî li gorî neqşa lînguîstîk hatiye sazkirin û îro jî tê dîtîn ku pergala îdarî ya heyî li Hîndistanê li ser mîrateya dagirkeriya Brîtanyayê hatiye avakirin. Mir îdîa dike ku neteweperestiya Hîndistanê, neteweperestiya lînguîstîk e û koka vê ferasetê jî digihîje serdema dagirkeriya Brîtanyayê (Mir, 2006: 424-425).
6
Helbet ne mimkûn e ku em bibêjin, dagirkeriya Brîtanyayê ne nîjadperest e û zimanparêz e. Ji dîroka dagirkeriyê diyar e ku nîjadperest e (Wolf, 2008: 568). Ligel pergala li Hîndistanê li gelek cihên din polîtîkayên zimanî yên asîmîlasyonîst û payîz 2008 Zend
nîjadperest jî hatine bikaranîn. Wekî mînak li Asyayê, dagirker zimanên herêmî wekî “qeba û barbarkî” dibinîn û zorê didin ku xelkên herêmê îngîlîzî hîn bibin. Hewl didin ku komeke elîtîst û birêveber ku ji aliyê xwîn û reng ve hîndû, lê ji aliyê tehma dev, raman, manewiyat û rewşenbîrî ve îngîlîz in bigihînin da ku di nav wan û xelkên ku birêve dibin de bibin navbeynkar. Ev polîtakaya zimanî ligel Rojhilata Hîndistanê, li Burma, Ceylon (Srî Lanka), Straits, Devletên Malay (Malezya û Sîngapûr) û Honkong û Sudanê jî tên tetbîqkirin (Watson, 2007: 255; Vickers & Sweeting, 2005: 121; Muhammede Yeddi & Dhubai, 2001: 125).
Mînakeke din ku polîtîkayên zimanî ji bo birêvebirin û kontrolkirinê hatiye bikaranîn, Sovyet e. Ligel ku li Sovyetê heta dereceyekê xweseriya çandî hebû jî, lê fêrbûna rûsî mecbûrî bû. Ji bo ku kesek xwe bigihîne qada xwendina bilind an jî di otorîteya leşkerî ya bilind de cih bigire, mecbûr bû ku rûsî gelek baş bizane. Otorîteya Sovyetê zimanê rûsî wekî amûreke yekbûn û parastina hevpar a welatê mezin û xurtkirina avakirina hegemonyaya slavî bi kar anî. Ji ber vê yekê jî birek gelên li Sovyetê ev polîtka wekî amûreke desthilatiya dagirkeriyê nirxand û li hember wê ber xwe da (Watson, 2007: 255-256). Mînakeke din a ji vê polîtakayê jî mêtingeha Belçîkayê Zaîre ye. Ligel ku çar zimanên Zaîreyê hebûn, tenê zimanê fransî wekî zimanê fermî hatibû qebûlkirin. Sedema vê yekê tirsa xurtbûna neteweperweriya Kongoyiyên reşik bû. Dihat gotin ku heke netewperweriya Kongoyiyan xurt bibe ew dê spiyan ji welatê xwe biavêjin. Ji ber vê yekê di serî de, di qada perwerdehiyê de bikaranîna zimanên herêmî hate bisînorkirin û kêm kes bi zimanî frensî hatin perwerdekirin (Kamwangamalu, 1997: 73). 2.2. Şarezakirin & Nijadperestiya Etnîkî û Olî
Taybetmendiyeke din a sereke ya pergala dagirkeriyê jî nîjadperestî ye. Dewletên dagirker nîjadperest in; hem ji aliyê çandî-etnîkî ve û hem jî ji aliyê olî ve. Di mîrateya dagirkeriyê de tê dîtin ku dagirkeran gelek caran ev nîjadperestî wekî şaristanîkirina (medenîkirina) welat û civakên mêtingeh û anîna şaristaniyê bi nav kiriye û ew parastiye û wisa jî fikirîne.
Di vî warî de mînaka herî baş dagirkeriya Fransayê ye. Ji bo otorîteyên Fransayê, şaristanî û şarezatî Fransa bi xwe ye û çand, ziman û olên welat û civakên mêtingeh paşverû ne. Lazim e
Fransa bi ziman, çand û ola xwe “van welat û civakên paşverû” şareza bike, wan bi pêş ve bibe (Wolf, 2008, 557; Vickers & Sweeting, 2005: 125; Watson, 2007: 254). Helbet nîşaneya sereke ya vê mîsyona şaristanîkirinê zimanê fransî bû. Zimanên herêmî li qadên wekî perwerdehî, dadgeh, îdare û hwd. hatin sînorkirin, qedexekirin û hêzên dagiker gelên welatên mêtingeh mecbûr hiştin ku vî zimanî hîn bibin (Wolf, 2008: 564). Di xala 64’an a qanûna ku 10’ê Gulana 1924’an tê gotin ku tekane zimanê perwerdehiyê fransî ye û qedexe ye ku mamoste bi xwendekaran re bi zimanên herêmî biaxivin. Ev helwesta asîmîlasyonîst bi qedexeyan nema, pergala ku wekî “le symbole” tê zanîn hate avakirin. Di dibistanan de mamoste xwendekar li dijî hev dikirin sîxur, xwendekarên bi zimanên herêmî diaxivîn ji aliyê hevalên xwe ve dihatin tespîtkirin û mamoste ceza li wan dibirî.
Ji ber ku li gorî otorîteyên dagirker, zimanên ji xeynî frensî tenê zimanên folklorîk bûn, gotinên bêwate, zimanên nayên fêmkirin bûn û kokên xerakirina entegrasyona komarê bûn (Michelman, 1995: 218-219). Li gorî vê ferasetê lazim bû ku gelên herêmê dev ji çand, ziman, kevneşopî, cil û bergên xwe yên gelerî berdin û bibin parçeyekî neteweya nûjen (Abreo, 2007: 2). Bi gotina Raymond Williams (1968: 289) li gorî dagirkeran, civatên mêtingeh girseyeke bêçand bûn û lazim bû ku dagirker çandeke nû bidin wan. Lê di rastiyê de “girse” tune ye, tiştê ku heye ferasetek e ku “wan gelan wekî girse dibîne” (London, 2003: 110).
Ji xeynî dagirkeriya Fransayê, dagirkeriyên din jî ji aliyê etnîkî ve nijadperest bûn û vê yekê polîtakayên wan ên zimanî diyar dikir. Li Asyaya Navîn, di dibistanên rûsî de bi alîkariya perwerdehiyê, mamosteyên rûs hêvî dikir ku xwendekar statûya rûsî û çanda rûsan ji yên xwe bilindtir bibînin û hînî wan bibin (Shorish, 1991 r. 12-13). Li aliyê din, li zanîngehên Afrîkaya Rojava, grekî, latînî û dîroka yewnan û Romayê ji bo hemû beşên beşerî dersên bingehîn bûn. Lê belê zimanên Afrîkayê, heta erebî jî ku giraniya Afrîkayiyan bi vî zimanî diaxivin, bi salan nebûn zimanê perwerdehiyê. Wekî mînak li Zanîngeha Makerereyê ya li Ugandayê piştî serxwebûnê jî, tekane zimanê ku dihat hînkirin, îngîlîzî bû. Piştî îngîlîzî, birêveberiya zanîngehê biryar da ku frensî, almanî jî hîn bike, piştre rûsî jî hate qebûlkirin. Ev hemû berî ku zimanên Afrîkayê yan jî erebî bikevin zanîngehê hatin qebûlkirin (Mazrui,
1991: 66-67). Afrîkayiyên zanîngeh qedandibûn ji ber ku ji her aliyî ve bûbûn rojavayî, ji aliyê çandî ve kesên herî zêde pêgirênrojavayê bûn. Ev kes ji mîrateya çandî û zimanên xwe, ji olên xwe, ji şêwaza kêf û şahiyên xwe qut bûbûn. Ev saziyên perwerdehiyê dibûn warekî ku dagirkeriya çandî xwe ji nû ve lê saz dikir (Mazrui, 1991: 64).
Li aliyê din nîjadperestiya olî jî yek ji taybetmendiyên sereke yên dagirkeriyê ye ku di gelek mînakan de polîtîkayên zimanî diyar kiriye. Wekî mînak, li Sûdanê li paş polîtîkayên zimanî, ji hesasiyetên perwerdehî û lînguîstîkî bêtir, hesasiyetên polîtîk û olî hebûn. Mîsyonerên dagirker, gelê Sûdanê mecbûrî zimanê îngîlîzî dikir û bi perwerdehiya bi zimanî îngilizî dixwest belavbûna erebî û ola îslamê asteng bikin (Muhammede Yeddi & Dhubai, 2001: 125127). Dîsa li Sovyetê dibistanên rûsî wekî amûrên guhartina olî dihatin bikaranîn û dihat xwestin ku zarokên misilman bibin xiristiyan (Shorish, 1991: 12-13). Di hin mînakan de mîsyoneran ji bo ku bi gelên herêmê xirîstiyaniyê bidin qebûlkirin, destek didan zimanên herêmê jî. Ghana yek ji van mînakan e. Aşkera bû ku bi bikaranîna zimanê Ghanayê armanca sereke xurtkirina ziman û çanda herêmî nebû, bi alîkariya perwerdehiya bi zimanê herêmê mîsyoneran dixwest xirîstiyaniyê belav bikin (Mfum-Mensah, 2005: 75). 3. Amûrên Polîtîkayên Zimanî yên Dagirkerî
Ligel polîtîkayên zimanî yên dagirkerî li gorî rewş û feraseta dewleta dagirker û welatên dagirkirî (mêtingeh) diguherin, amûrên ku hatine bikaranîn gelek caran hevpar in. Dema dîrok û çîroka dagirkeriya dewletan tê xwendin, tê dîtin ku amûra sereke ya ji bo polîtîkayên zimanî yên dagirkeran dibistan û perwerdehî ne. Berî her tiştî dibistanên pergala dagirker ne li gorî pêdiviyên gelên xwecihî û welatên wan, li gorî pêdiviyên welatê dagirker tên sazkirin û plankirin (MfumMensah, 2005: 74). Rewşa zanîngehên Afrîkayê ku me li jor behsa wê kiribû vê yekê bi awayekî zelal û baş radixe ber çavan. Hem di polîtîkayên birêvebirin/kontrolkirinê de ku bêhtir wekî pergala dagirkeriya Brîtanyayê tê zanîn û hem jî di polîtîkayên nîjadperest/şarezakirinê de ku ew jî bêhtir wekî pergala dagirkeriya Fransayê tê zanîn, perwerdehî û dibistan bûne qada yekemîn ku dagirkeran dest avêtinê. Di pergala yekemîn de armanc gihandina çîneke-komeke elîtîst e ku ev kom ji aliyê xwîn û reng ve dagirkirî ye lê ji aliyê ziman, çand, fikr û ramanê ve dagirker e. Di Zend payîz 2008
7
pergala duyemîn de jî armanc bi giştî hegemonyaya çandî ye, asîmîlasyon e, kuştin yan jî daxistina statûya çand û zimanên herêmî ye. Di her du pergalên dagirkeriyê de armanc hevpar e: ji aliyê aborî, polîtîk û îdeolojîk ve kontrolkirin û birêvebirina welatên mêtingeh e (Fanon, 1998: 33).
Di perwerdehiyê de tiştê ku herî zêde bala mirov dikişîne, dibistanên leylî ne. Ev cure dibistan bûne amûreke sereke ji bo polîtîkayên asîmîlasyonîst ên dagirkeran. Di vî warî de mînaka Amerîkayê balkêş e. Zarokên çermesoran dişînin dibistanên leylî yên ku li warên ji qebîleyan dûr hatine avakirin. Dîsa ji bo ku zarok û malbatên xwe ji nasnameya qebîleya xwe dûr bikevin, zarok ji hev dihatin qutkirin û di dibistanên cihêreng de dihatin bicihkirin. Bi vî rengî hem zarok û hem jî malbatên wan bi zarok û malbatên ji qebîleyên din re dihatin cem hev. Dibistanên leylî saziyên herî îdeal bûn ji bo pergalên dagirker. Ji ber ku bi alîkariya tecrîdê asîmîlasyon hîn hêsantir dibû. Dagirker, bi dibistanên leylî zarokan hem ji civatên wan hem jî ji civata çermspiyan tecrîd dikir û piştî perwerdehiyê careke din wekî “welatiyên baş” dişandin nav civatê (Jansen, 1991: 102-103).
Amûreke din a sereke ya dagirkeriyê qada rewşenbîrî ye. Di pergalên dagirker de deriyê qada rewşenbîrî ji bo zimanên herêmî tim û tim girtî ye. Jixwe statûya ziman û çandên herêman ji aliyê dagirkeriyê ve hatiye daxistin. Ne mimkûn e ku bi van (ne)ziman û (bê)çandan şaristaniyek bê avakirin û rewş bê fêmkirin. Di encamê de tê dîtin ku li welatên dagirkirî, hemû lêkolînên zanistî bi zimanê dagirkeran tên kirin, zimanê dibistanan heta astên herî jor zimanê dagirkeran e, hemû berhem û pirtûkên zanistî û teknîk bi zimanê dagirkeran hatine amadekirin, qadên jiyanê ji bo zimanê bindest kêm in û lêkolîn û materyalên ku bi wî zimanî hatine kirin û amadekirin jî kêm in. Rewşeke wisa tê sazkirin ku hemû jiyana zanistî, teknîkî û rewşenbîrî bi zimanê serdest e. Dibe ku li hin zanîngehên welatên mêtingeh bi zimanê bindest perwerdehî tê dayîn, lê dîsa jî zimanê dagirkeran tim serdest e (Altbach, 1991: 156).
Îdare amûr yan jî qadeke din e ku polîtîkaya zimanî ya dagirkeran xwe tê de nîşan dide (Mir, 2006: 402; Mazrui, 1993: 353). Ligel polîtîkayên cihêreng hatine bikaranîn jî zimanê îdareyê bi giranî zimanê dagirkeran bûye û vê yekê jî gelek caran tesîr li statûya fermî kiriye û zimanê herêmî nehatine naskirin. Lê bi taybetî di dagirkeriya Brî-
8
payîz 2008 Zend
tanyayê de, li hin welatên dagirkirî, zimanên herêmî jî wekî zimanê îdareyê, di dadgehan de hatiye bikaranîn û vê rewşa hanê gelek caran statûya fermî jî daye zimanên herêmî (Pugh, 1994: 433; Kamwangamalu, 1997: 73). Yek ji qadên ku herî zêde tesîra dagirkeriyê xuya dike bazar e. Heta em dikarin bibêjin ku bazar qada sereke ye. Ji ber ku armancên aborî, dagirkirina çavkaniyên aborî taybetmendiya bingehîn a pergala dagirkeriyê bû û aboriya welatên mêtingeh li gorî pêdiviyên metropolên dagirkeran dihatin sazkirin û sererastkirin. Wekî mînak ji bo ku bazirganî û pîşekarî leztir û bi rêkûpêktir be li mêtingehên Fransayê zimanê frensî li bazarê serdest bû (Wolf, 2008: 565). Zimanê dagirkeran bûbû pirek di navbera welatên dagirkirî û metropolên dagirkeran de (Kamwangamalu, 1997: 74) û hem jî civatên dagirkirî û civatên dagirkeran de (Wolf, 2008: 565). Bi gotineke din dagirkeriya aborî bi xwe re dagirkeriya çandî û zimanî jî dianî (Abreo, 2007: 4).
Dagirkeriya çandî û zimanî, ligel faktorên li jor herî zêde bi avakirina hegemonyaya çanda dagirkeran pêk dihat. Heta em dikarin bibêjin ku dagirkeriya asîmîlasyonîst û nîjadperest bi hegemonyaya çandî belav dibû. Ligel çand û zimanên welat û civakên dagirkirî “çavkaniya lipaşmayîn, nezanî, bêrûmetiyê” bû, çand û zimanên dagirkeran “çavkaniyên şarezatî û şaristaniyê” bûn. Tê zanîn ku demeke dirêj reşikbûn (blackness) dihat wateya îmaja negatîf a kesayetî û civakî. Ji ber ku şaristanî spî bû û kes û civakên çermê wan spî şareza bûn. Heman rewş li Gallerê (Wales) jî ku yek ji dagirkiriyên Brîtanyayê bû, tê dîtin. Peyva “to welsh” ku welsh navê zimanê galleriyan e, tê wateya “hîle”, “hîlekirin”, “xapandin”, “revîn”, û “fîrar”ê. 4. Encamên Polîtîkayên Dagirkeriyê
Serdema dagirkeriyê di her qada jiyanê de li dûv xwe karesatek ji me re hiştiye. Ligel ku îro gelek dagirkeriyên klasîk bi dawî bûne û gelek welat û civakên mêtingeh îro serbixwe ne jî, pergala dagirkeriyê li paş xwe rûxînên aborî, çandî, zimanî û bîrdozî hiştine û birînên ku ji wan rûxînan qewimîne hîn jî nehatine dermankirin û başkirin. Ji aliyê polîtîkayên zimanî ve sê encamên sereke yên pergala dagirkeriyê hene: Biyanîkirin/biyanîbûn, kuştina/şikandina statûya zimanan û pevçûnên etnîkî.
Tesîra herî xirab a dagirkeriyê diyar e ku biyanîkirin/xerîbbûn e. Bi taybetî jî nijadperestiya etnîkî û olî ya dagirkeriyê bû sedem ku êdî endamên civaka mêtingeh ziman, çand û olên xwe biçûk didîtin û hewl didan ku bi ziman, çand û oleke nû (ya dagirkeran) jiyaneke din ji xwe re biafirînin. Ji ber ku hegemonyaya çandî tim bûye armanca sereke ji bo pergala dagirkeriyê, bi gotina Edward Saîd, pergala dagirkeriyê, zanînê wekî amûreke hêz û desthilatdariyê bi kar tîne û bi biyanîkirina çandî nifûsa herêmî bi rê ve dibe û kontrol dike (Vickers & Sweeting, 2005: 114). Pergala dagirkeriyê statûya ziman û çandên heremî dadixîne û kes û kom jî ji bo ku statûya aborî, civakî, polîtîk û hwd. ziman û çandên ku xwedî statû ne û rê li ber wan vedike hildibijêrin (Pugh, 1994: 434; Mfum-Mensah, 2005: 76; Watson, 2007: 255; Kamwangamalu, 1997: 75).
xwe ne, ji çand û zimanê xwe dûr ketine, lê ligel hemû hewldanan nikarin bibin wekî dagirkeran jî, nêzîkî çand û zimanên wan bibin. Civaka dagirker jî jixwe wan wekî endamên xwe, parçeyek ji xwe nabîne. Gelek caran di navbera her du çand û zimanan de, di navbera her du civatan de dimînin (Mazrui, 1993: 358).
Ji ber bandora neyînî ya pergala dagirkeriyê, îro em dibînin ku li gelek welatên berê mêtingeh/dagirkirî bûn, wekî mînak li dagirkeriyên Brîtanyayê Trînîdad, Tobago, Ghanayê yan jî li mêtingehên Belçîkayê Kongoyê, ligel ku bi dehsalan e wan serxwebûna xwe qezenc kiriye jî, zimanê fermî yên dewletên wan zimanê dagikeriyê ye û ev yek jî wekî pirsgirêk nayê dîtîn (London, 2003: 97; Kamwangamalu, 1997: 73; MfumMensah, 2005, r. 80-81).
Belkî encama herî xirab a pergala dagirkeriyê kuştin û kêmkirina zimanan e. Ev hema hema li hemû welatên dagirkirî tê dîtin. Wekî mînak, piştî ku portekîzan di salên 1500’î de Brezîlya dagir kir, %75’ê zimanên ku li Brazîlyayê dihatin bikaranîn, ji holê rabûn. Li aliyê din tevî ku nifûsa Brezîlyayê 160 milyon e û 208 ziman hene, tenê zimanek ji aliyê 10.000’î zêdetir kesan ve tê bikaranîn (Time, 1997: 53). Dîsa li Amerîkaya Latîn, ligel hewldanên hikûmetan ên ji bo xurtkirina zimanên herêmî, 400 ziman ji aliyê tu zarokî ve nayên bikaranîn û îro ber bi windabûne diçin (Barton,1994:5). Li Australyayê, di sala 1788’an de dema ku ewropayî hatin 250 ziman dihatin bikaranîn, lê îro tenê 20 ziman mane. Li dora 6000 ziman îro tên bikaranîn û tê texmînkirin ku salê 25 ziman winda dibin. Li gorî texmînan bi tenê ji sedî 10’ê zimanan di ewlehiyê de ne û ji sedî 80’yê zimanan di sedsala bê de, dê winda bibin (Cambridge Encylopedia, 1996; Crystal, 1997, jê naql dike Watson, 2007: 259).
Ligel ku li dagirkiriyên berê, piştî serxwebûnê jî çand û zimanê dagirkeran serdest e, lê dîsa jî kes û komên civaka mêtingeh nikarin bibin wekî dagirkeran. Ji ber asîmîlasyon û biyanîbûnê ne wekî
Dagirkeran zimanên xwe wekî amûrên kontrolkirina siyasî û aborî bi kar anîn. Di encamê de mîrateya dagirkeriyê li paş xwe pevçûnên etnîkî ji me re hiştin (Abreo, 2007: 252; Watson, 2007: 256). Ji ber ku gelên ku dixwazin ji bin zordestiyê xelas bibin, zimanê xwe ji nû ve keşf dikin û dixwazin bi alikariya wî, nasnameya xwe ya neteweyî û piştgirî û piştevaniya xwe ya komî saz bikin (Watson, 2007: 263). Horowitz di xebata xwe ya bi navê “Ethnic Groups: A Study in Conflict (Komên Etnîkî: Xebatek li ser Pevçûnê)” de, balê dikişîne ku gelek pevçûnên etnîkî, wekî
Li aliyê din, li zanîngehên Afrîkayê hînkirina zimanên Afrîkayê yan jî hînkirina edebiyatên Afrîkayê yen bi zimanên Afrîkayê ne xewneke nebûyî ye, êdî bi tenê wekî daxwaz û hêviyekê ye. Tiştê herî xirab û ecêb ev e ku rewşenbîr û zanyarên reşik rewşa zimanên Afrîkayê rewa dibînin û hewldanên ji bo guherandina vê rewşê û xurtkirina zimanên Afrîkayê bi şik dinirxînin û qîmetê nadinê (Mazrui, 1991: 66-67). Ji ber ku zimanê serdest dike ku civak ji marjînalbûne xelas bibe û ji aliyê aborî, civakî û polîtîk ve bibe xwedî prestîj, xurt û serdest bibe (Fanon, 1998: 20). Zarokekî dibistanê li Ghanayê vê rewşê wisa vedibêje; “Me ferq kir ku heger îngîlîziya me ne baş be, em di rastiyê de di civaka Ghanayê de bi kêrî tiştekî nayên. Hemû kesên ku nikarin bi îngîlîzî biaxivin, di rastiyê de, di civakê de tune ne (MfumMensah, 2005, r. 80-82).
Encama sêyemîn a pergala dagirkeriyê pevçûn û aloziyên etnîkî ye. Wekî ku tê zanîn pergala siyasî ya heyî encama dagirkeriya Ewropayê û avabûna netewe-dewletan e. Li cîhanê ligel ku ji 6 hezarî zêdetir ziman hene jî, li dora 200’î welat hene. Ev jî tê vê maneyê ku serê her netewe-dewletekê 30 ziman dikeve, lê li dewletên herî demokratîk jî hemû zimanên ku tên bikaranîn, nayên parastin û xurtkirin û bi hezaran ziman îro di bin talûkeya mirin û windabûnê de ne.
Zend payîz 2008
9
mînak ên li Fîjî, Malezya, Srî Lanka, Sûdanê encama polîtîkayên zimanî û perwerdehî ya dagirkeriyê ne (Watson, 2007: 256). 5. Encam û Nirxandin
Me bi pirsekê dest bi vê nivîsarê kir; “Zimanek çima tê qedexekirin?” û di çarçoveya dagirkerî û netewe-dewletê de me têkiliya polîtikayên zimanî û desthilatdariya aborî, siyasî, çandî, bîrdozî û îdarî analîz kir ta ku em bibînin ka qedexekirin, kuştin û qelskirina zimanekî tê çi wateyê, sedem û encamên vê qedexekirinê çi ne?
Di encamê de me dît ku çîrok û dîroka polîtîkayên zimanî yên dagirkeriyê nîşanî me didin ku du armancên sereke yên dagirkeriyê hene ku polîtîtayên zimanî diyar dikin: (1) birêvebirin/ kontrolkirina welat û civakên mêtingeh û (2) şaristanîkirina (medinîkirina) welat û civakên mêtingeh yan jî bi gotineke din nîjadperestiya etnîkî û olî. Ligel ku hemû dewletên dagirker ev her du armanc bi hev re dane ber xwe jî, ji ber rewş û pêdiviyên dewletên dagirker û mêtingehên wan di hinekan de armanca yekemîn, di hinekan de ya duyemîn derketiye pêş. Dewletên dagirker ên ku giraniyê didin polîtîkaya birêvebirin/kontrolkirinê li hin cihan destûr dida ku zimanên herêmî bêne bikaranîn, li hin cihan jî ji destûrê bêtir wan destek dida xebatên parastin û xurtkirina zimanên herêmî.
Li aliyê din dewletên dagirker ên ku giranî didan polîtîkaya nîjadperestiya etnîkî û olî dixwest ku “şaristaniyê bibin welat û civakên mêtingeh ji bo ku wan şareza bikin. Ji ber ku ne zimanê wan tu ziman bû, ne jî çanda wan tu çand bû, ew girseyeke bê ziman û bê çand bûn!”
Ligel polîtîkayên zimanî yên dagirkeran li gorî rewş û pêdiviyên dewletên dagirker û rewşa welat û civakên dagirkirî diguhere jî, tê dîtin ku amûr û qadên ku ev polîtîka xwe lê nîşan didin gelek caran hevpar in. Dibistan (li hinek mînakan bi taybetî dibistanên leylî), perwerdehî, qada rewşenbîrî, îdare, statûya fermî, bazar û hegemonyaya çandî bûne qad û amûrên sereke ku polîtîkayên zimanî yên dagirkerî xwe lê nîşan didin.
10
Mixabin dema ku em li gelek dewlet û welatan dinêrin, deriyên van qad û amûran ji gelek zimanan re girtî ne. Ji ber ku pergala siyasî ya heyî mîrateya dagirkeriyê ye û di vê pergalê de ji bo her zimanekî dewletek nîn e û dewletên heyî jî mixabin payîz 2008 Zend
ziman û çandên ku li welatên wan tên bikaranîn naparêzin, ji bo asîmîlekirin û kuştina wan polîtîkayên sîstematîk bi pêş ve dixin û tetbîq dikin.
Îro em dibînin ku encama polîtîkayên dagirkeriyê wekî biyanîkirin/biyanîbûnê xwe nîşan didin ku ew yek dike ku kes û kom ji ziman, çand, ol û kevneşopên xwe fedî bikin, dev ji wan berdin û yên dagirkeran peyda bikin da ku di nav civakê de statuyake baştir peyda bikin. Kuştin û mirina zimanan encama duyemîn a mîreteya dagirkeriyê ye. Zimanên cihanî roj bi roj qadên xwe winda dikin, kêm dibin û çend zimanên serdest ku giranî zimanên dewletên dagirker in, qadên wan zimanan dadigirin û dibin zimanên hemû cîhanê. Helbet mirina zimanan bi xwe re şaristaniyan jî dikuje û winda dike. Li hemberî van polîtîkayên asîmîsyonîst û zimankûj hewldanên ji bo parastin û xurtkirina ziman û çandan, avakirina nasnameya neteweyî hene û ev yek jî dike ku li gelek welat û dewletan pevçûnên etnîkî berdewam bike.
Hem polîtîkayên zimanî yên dagirkeran hem jî hewldanên neteweyên dagirkirî nîşan didin ku ziman her dem bûye qadeke desthilatdariya aborî, civakî, siyasî û bîrdozî. Ji ber vê yekê lazim e meseleya ziman jî di vê çarçoveyê de bê analîzkirin. Ne gengaz e ku mirov bêyî ku rewş û têkoşînên ji bo desthilatdariyê di qadên aborî, civakî û siyasî de bibîne û analîz bike, rewşa zimanên serdest û bindest fêm bike û helbet ne gengaz e ku mirov ji bo parastin, xurtkirin û rizgarkirina zimanên bindest jî rê û polîtîkayên rast û bikêrhatî diyar bike. ÇAVKANÎ Abreo, C., (2007). Translating Shakespeare into K’iche’: The Pan-Mayan Movement and Re-Writing Indigenous Participation in Guatemala, ILASSA27 Student Conference on Latin America, February 1 - 3, 2007, University of Texas at Austin, pp 1-29.
Altbach P. G., (1991). Üçüncü Dünya İçinde Bilginin Dağıtımı: Yeni-Sömürgecilik Üzerine Bir Durum Araştırması, ss 147-178. di nav vê de, Philip G. Altbach ve Gail P. Kelly (Eds). Sömürgecilik ve Eğitim, İstanbul: İnsan Yayınları, sayı 6, ss. 118-124, İstanbul.
Asante, M. K. (1988). Afrocentricity. Trenton, NJ: African World Press.
Barton, D., (1994). Globalisation and diversification: two opposing influences on local literacies, Language and Education 8 (1–2), 3–7. Botwe-Asamoah, K., (2001). AFRICAN LITERATURE IN EUROPEAN LANGUAGES Implications for the Living Literature, JOURNAL OF BLACK STUDIES, Vol. 31 No. 6, July 2001 746-763. Fanon, F., (1988). Siyah Deri Beyaz Maske. [Çeviri, Koytak, Cahit]. İstanbul: Seçkin Yayıncılık.
Jansen, K., (1991). Amerikalı Yerlilerin Eğitim Yoluyla Asimilasyonu, ss. 87-120. di nav vê de, Philip G. Altbach ve Gail P. Kelly (Eds). Sömürgecilik ve Eğitim, İstanbul: İnsan Yayınları, sayı 6, ss. 118-124, İstanbul.
Kamwangamalu, N., (1997). The Colonial Legacy and Language Planning in Sub-Saharan Africa: The Case of Zaire, Applied Linguistics, Vol 18,No, pp. 69-85
Kopf, D., (1991). Oryantalizm ve Hindistan’ın Okumuş Elit Sınıfı, ss. 35-59. di nav vê de, Philip G. Altbach ve Gail P. Kelly (Eds). Sömürgecilik ve Eğitim, İstanbul: İnsan Yayınları, sayı 6, ss. 118-124, Stenbol.
London, N. A., (2003). Entrenching the English language in a British Colony: curriculum policy and practice in Trinidad and Tobago, International Journal of Educational Development, 23, pp. 97-112.
Mazrui, A., (1991). Çok Uluslu Bir Şirket Olarak Afrika Üniversiteleri, ss. 61-86. di nav vê de, Philip G. Altbach ve Gail P. Kelly (Eds). Sömürgecilik ve Eğitim, İstanbul: İnsan Yayınları, sayı 6, ss. 118-124, İstanbul.
Mazrui, A., (1993). Language and the quest for liberation in Africa: The legacy of Frantz Fanon. Third World Quarterly, Jun93, Vol. 14 Issue 2, pp. 351-363.
Mfum-Mensah, O., (2005). The impact of colonial and postcolonial Ghanaian language policies on vernacular use in schools in two northern Ghanaian communities, Comparative Education, Vol. 41, No. 1, pp. 71–85
Michelman, F., (1995). French and British colonial lan-
guage policies: A comparative view of their impact on African Literature, Research in African Literatures, Winter 95, Val. 26 Issue 4, pp. 216-225.
Mir, F., (2006). Imperial policy, provincial practices: Colonial language policy in nineteenth-century India,
Indian Economic Social History Review, 43, pp.
395-427.
Mohammed Yeddi, A. R. & Dhubai, A., (2001) Language
Polîcy în Sudan, RELC Journal, 32, 125, pp. 125130.
Pugh, R., (1994). Language Policy and Social Work, Social Work, Vol. 39, Num. 4 pp. 432-437
Sartre, J. P., (2005). 1961 Tarihli Baskıya Önsöz, içinde [Fanon, Frantz (2005). Yeryüzünün Lanetlileri (Çeviren; Şen Süer)], Versüs Yayınları: İstanbul.
Shorish, M. M., (1991). Sovyetler Birliğindeki Etnik Azınlıkların Eğitimi, ss. 9-34. di nav vê de, Philip G. Alt-
bach ve Gail P. Kelly (Eds). Sömürgecilik ve Eğitim, İstanbul: İnsan Yayınları, sayı 6, ss. 118-124, İs-
tanbul.
Time Magazine, (1997). Speaking in Tongues. 7 July 1997, pp. 52–58.
Vickers, E. & Sweeting A., (2005). On colonizing ‘colo-
nialism’: the discourses of the history of English in
Hong Kong, World Englishes, Vol. 24, No. 2, pp.
113–130.
Watson, K., (2007). Language, education and ethnicity: Whose rights will prevail in an age of globaliza-
tion?, International Journal of Educational Development, 27, ss. 252-265.
Wolf, H. G., (2008). British and French language and educational policies in the Mandate and Trusteeship Territories, 553–574.
Language
Sciences
30,
ss.
(Çavkaniya wêne; http://www.yorum-online.de/yorumonline/2003/3_yorum_mart/soemuru.htm)
Zend payîz 2008
11