9 minute read

DI PÊŞKETINA CIVAKÊ DE ROLA HUNER Û PARADÎGMAYÊ

DI PÊŞKETINA CIVAKÊ DE ROLA HUNER Û PARADÎGMAYÊ

Nûman AMED

Advertisement

Bêguman ev mijar pir nazik e û gelek kesan dest avêtiyê. Tevî ku mijareke pir girîng e cihê ku pêwîst e lê be mijara nîqaşê ye. Ev mijar, di nav weswesiya dîroka fermî de hatiye fetisandin. Parçekirina mijaran meyleke lewaz dide vê bûyerê û ji civakê dûr dixe. Min sergotara pêşketinê bi zanebûn bi kar anî. Di navbera guhertin û pêşketinê de wateyên pir cuda û girîng hene. Civak guhertin xeteriyên pir mezin bi xwe re anîn û mirov nikare viya bi şaşitiyên zanistê îzah bike. Di her guhertinên girîng de du şêwaz xwe didin rû: Şêwaza herî rast bi guhertinên desthilatdarî bê pîvan, rast e. Desthilatdarî çiqas bê lewazkirin guhertina hatiye çikêrin ew qas rast e. Pergalên îdeolojîk jî bi vê pîvanê bên wezinandin hîn baştir e. Zanistên weke civaknasî û dîrok dema giranî datînin ser guhertinên civakê derî ji şaşiyan re heta dawî vedikin. Ji van mijaran ji dervî huner haya me jê heye. Lê rola pîvandina hunerê hem zahmet e hem jî guhertinan di kûrahiya civakê de çêdike. Tiştên qewîn û tîr ji bo ron bibin şêwaz û amûrên pir cuda dixwaz in. Rêber APO hûnandina mêjûyên desthilatdar ji Sumeran dide destpêkirin. Di ronkirina vî mêjûyî de du demsal û ekolên felsefê derdikevin pêşiya me. Lê ev ekol li ser şiverêyekê nameşin. Ekola Zerduşt û Atena -Grek naşibin hevdu. Zerduşt bi nermkirina pergala koletî ya Aşûr û Pers îradeya civakê pêş dixe. Weke felsefe û hunera Grek(Grên Olîmpiya) teolojiyê didahûrîne, li lê şûna wê xwadayên cuda ên dewletên Sîteyan dide rûniştandin. Rêbaza tregedya û komedya ji aliyê Nîetzsche ve tê rexnekirin. Nîetzsche vala nabêje piştî Sokrates felsefe mir. Di navbera çarmîxkirina Îsa û tragedya Grek de weke çand lê şopbûnekê dibîne û vê çandê tund rexne dike. Tragedya bi xwe çandekê afirand û îradeya mirovan weke qeder nivîsand. Komedya jî di heman demê de mirov fêrî ken û henekpêkirinê kir lê di milên din de jî nebûna mirov a xwedî îradeya azad mor kir. Di nav vê xirecira bê hempa de Nîetzsche Dîonîsos dipejirîne û wî weke morevekî azad digre dest. Zerduşt hem felsefe hem jî olên yekxweda ên Brahîm bandor dike. Di milên exlaq de van olan û di milên felsefê de jî Atîna tesîr dike. Aqlên Rojava, pêşketinên salên 1400’î yên li Floransayê çêbûne weke ji nû ve çêbûn bi nav dike. Di vir de armanc; zindîkirina felsefeya Grek e. Tragedya û komedya dereng şiyar dibin, lê huner(resm û mîmarî) bi lez pêş dikevin. Destpêkê dest nadin xwedayên kevneşop. Bi siyên wan re mijûl dibin û hêdî hêdî encam digrin. Xweşikbûna(estetîk) hunerê bi nûrbûna rûyên Îsa û Meryemê dest pê dike, bi mîzkirina peykerên mirovan pêş dikeve. Aqlên rasyonel bi Meryemê re jiyankirinê, asayîbûna Meryemê û pêxêra wê vekirinê ji xwe ve nake. Kesên ku peşketinên van salan bi cuhiyan ve girêdidin hene. Çêdibe, lê armanca me ne ev tişt e. Çanda jiyana Romayê li ser Grek û Spartayê pêş ket. Pompeî, Olîmpos texlît dike. Libasên Romayiyan weke peykerên Grekiyan in. Tu cudahiya libasên jinên Romayî û Atena ji hev nîn e. Jirêderketina Romayê dibe ku li Grekê jî pêş biketa, lê Grek her tiştî kişand hundirê xwe. Bêexlaqiya Romayê encamên çanda Grekê bûn. Ola Xrîstiyantiyê di milekî xwe de di encamên çanda Romayê de pêş dikeve. Ronesans weke destpêkê çanda Grek derdixe hemberî ola Xrîstiyantiyê. Tazîbûna mirov ji libasbûyînê xweşiktir nîşandan, jinên qesrên arîstokrasiya Rojava û Meryama qatedralan bi vî rengî peykerkirin, ronkirina kevneşopiya arîstokrasî û çanda ezîzetiyê bû. Piştî van salan berhema bi navê Komedya Îlahî ya Dante pirtûkeke weke Sûc û Ceza ya Dostoyevskî ya dema xwe bû. Cîhana sekuler û manewî bi rengekî komedya tê dadgehkirin. Ev pêşketin çiqas berhemên kaptalîzmê ne mijara nîqaşê ye lê derî heta dawî ji paradîgmaya kapîtalîst re vekir. Sê mezhebên Xrîstiyantiyê li Rojava hatin parkirin. Ya herî girîng bi dayîka Hz. Îsa re zewac bû. Destavêtina jinê bi alîkariya mezheba protestan çêbû. Ezîzetî weke sembolîk dayîka Îsa Meryemê temsîl dikir.

Zewaca Martîn Lûther ê protestan dawî li vê çandê anî. Di demên paganan de, di navbera Anglo Sakson û Roma de dîwarên wek dîwarên bedanan hatibûn lêkirin. Roma Xrîstiyantiya fermî temsîl dikir. Li cografya Anglo Sakson pagan hîn bêtir azad bûn. Pevçûnên di navbera ol û paganan de hata dema Erasmûs berdevam dike. Erasmûs ji çanda paganan a veşartî tesîr dibe û pesnê dînîtiyê li vir dide. Mezheba protestan pişta xwe dide du tiştan: Yek; pêşketinên zanistê, dudu jî ew çanda har a paganan bû. Xrîstiyantî ku li Romayê fermî nehatibûya pejirandin dibe ku li cografya Anglo Sakson hîn xurtir pêş biketa. Şêwazên hunerê, weke pîvan ji civakê zêdetir dema desthilatdariyê bike hedef rast e. Ji îroj pê ve dibe ku ev weke pîvan be. Paradîgmayên ku heta niha di vê mijarê de xebitîne ji desthilatdariyê re xizmet kirine. Derfetên civakê di vê mijarê de kêm in û paradîgma

Tiştekî herî girîng; di Rojhilata Navîn de huner civakîbûyîn weke rêje pêş dikeve. Tiştê folklorîk ji bo hunerê pîvana herî rast e. Mijara huner ji bo xwe û ji bo civakê di vir de bi dawî dibe. Ev nêrîn encamên aqlê Rojava ye û pozîtîvîst e

ji aliyên elît ve hatiye bikaranîn. Hunera muhendîsî û ya civakê pewîst e mirov ji hev qut bike. Ji paradîgmayên teolojîk heta ên rasyonel di bin xizmeta deshilatdariyê de xebitîne. Huner jî ji vê rastiyê nequt e. Ji derveyî hunera folklorîk ên din tev bi van paradîgmayan re rûniştine û rabûne. Homeros ji sîteyên biçûk ên Grekan pir aciz e û împaratoriyeke weke Pers xeyal dike. Îlyada û Odeyssa bi vî armancî nivîsandiye. Yanê di navbera wî û Agamenon de tu cudahî nîn e. Mîmariya wan jî zilamên tirek û jina hatiye kedîkirin neqiş dike. Ev şêwazê hunerê bi awayekî xam derbasî Romayê dibe. Olîmpiyat, şervanên gladyator û bi pereyan jinên dijminên xwe li kuçeyên Roma tazî peykerkirin weke stîlekê li Romayê pêş dikeve. Qonsolên Romayî peykervanan dikirin û weke rêbazeke şer jinên dijminên xwe tazî peyker dikin. Hunerên îroj ên ku mirov li hemberî wan matmayî dimînin di kûrayî wxe de xwedî rastiyeke wisa ne. Ronesans geometriya qartezyen li hunerê dike û mirovan

dipîve. Di milekî xwe de bi aqlên analîtîk tevger dike û di milên din de jî Meryema dayîk û ya Magdelena(Madona) ji dêrê derdixe û datîne ser dika kuçeyên Floransayê. Dema ez van tiştan bi nav dikim ez dixwazim ev rastî bê fêmkirin. Meryem tişteke sembolîk e û di cewherê xwe de ola Xrîstiyantiyê temsîl dike. Sembol guhertin têgihîştinê jî diguherîne. Dema hêza hunerê li ser qayîşoka akil bê zanîn bi rêya komedya, mîmarî û resm, mirov dikare gelek tiştan baş biguherîne. Civak bi çanda xwe li ser piyan dimîne. Rêbaza bi çandê şerkirin a herî baş huner e. Huner hem çêdike hem jî xiradike. Ev hêza hunerê di her du partneran de jî xwedî rol e. Paradîgma bê huner nabe, huner bê jî paradîgma nabe. Huner di cewherê xwe de li dijî desthilatdariyê ye. Tiştên girîng bi awayekî rast derketina hunerê û misogeriya wê ya ji bo civakê ye. Di demên berê de dihat gotin ku Xwedê dibêje min gerdûnê çêkir ji bo ez li xwe binihêrim. Di rastiyê de huner jî ji bo mirov li xwe binihêre hatiye pêşxistin. Di herikandina civakên Rojhilata Navîn de huner bêtir zelal e. Şemitandina hunerê ya ber bi desthilatdariyê ve bi çanda Grek dest pê dike. Dibistana Frankfûrt felsefeya piştî Sokrates weke aqlê bi amûr bi nav dike. Ev tişt pir rast e. Sokrates ruhê Zerduşt li Grek temsîl dike. Lewra Nîetzsche di pirtûka ‘Zerduşt Wiha Got’ de her mijarê weke tiyatral digre dest. Zerduşt li hemberî Xwedayê xwe weke hunermedekî tevger dike. Di cewhara olên Brahîmî de jî hunereke wiha li hemberî Xwedayan heye. Tiştekî herî girîng; di Rojhilata Navîn de huner civakîbûyîn weke rêje pêş dikeve. Tiştê folklorîk ji bo hunerê pîvana herî rast e. Mijara huner ji bo xwe û ji bo civakê di vir de bi dawî dibe. Ev nêrîn encamên aqlê Rojava ye û pozîtîvîst e. Muzîk, govend û peykertî îcadên vê xakê ne. Tevî ku di hunera Misrê de desthilatdarî heye lê dîsa jî zindîkirîneke îlahî jî tê de heye. Lê em niha li ser vî beşî nasekinin. Huner û civak, hebûnên wan ji bo hevdu bêtir girîng in. Parastina cewherê civakê, armanca hunerê ye. Di Neolotîkê de ev parastin pir sembolîk in û peyker, muzîk vî tiştî diyar dikin. Ev têkilî di cewherê xwe de ji aliyê pûtperestiya desthilatdarî ve tê rûxandin. Sedem wek tê zanîn ne Îslamiyet e. Pûtperestiya Nemrûdan digihîje asta teolojîk û li ser civakê rûdinê. Temsîla wan peykeran a zordariyê ye. Dema sedem Îslamiyet bê dîtin tiştên li Ronesans û Rojava hate kirin divê em jî bikin. Ev tişt xeter e. Civak di cewherê xwe de tu carî li pêşiya pêşketina xwe nabe asteng. Pozîtivîzma Rojava kevneşopiya civakê di exlaq de dibîne û exlaqê dixe rewşeke îzafî. Exlaq û huner ne tiştên dijberî hevdu ne. Dijbertiya wan leyîstoka paradîgmaya pozîtîvîst e. Zanista civaknasî ya çêker huner dixe şûna exlaqê û hunerê bêpîvan berdide holê. Di Rojava de ezezî li ser vî mantiqê hunerê pêş ket. Bi pîvanên Rojava ên paradîgmatîk nêzî civakê bûyîn xeter e, lê oryantalîzm bûyereke heyî ye û pêwîst e baş li ser bê sekinandin. Beden Rojhilat, aqil Rojava rastiya oryantalîzmê ye. Postmodernîzm

Rola hunerê ya baş jî heye û ya nebaş jî. Huner û paradîgma hevdu bi wate dikin. Tu huner pir zêde derveyî paradîgma guncaw nikare tevger bike. Asta mêjû û hestiyariya mirovan, paradîgmayan diyar dikin

hewcetiya oryantalîzmê ye. Modernîzm bi awayekî hişk nêz bû û di rastiya Afrîka Başûr û mandatelîzma Rojhilata Navîn de bi dawî bû. Rasterast mudexalekirina Rojhilata Navîn encam negirt. Oryantalîzm û postmodernîzm polîtîqaya pergala kapîtalîzma gerdûnî ye. Bi giştî huner di vê demê de lewaz ketibe jî di hêla wêjeyê de xebat tên kirin. Li Latîna Emerîka Gabrîel Garcîa Marqûez li pey ruhê civaka xwezayî digere û van nirxan difroşe bazara gerdûnî. Paulo Çelho yê îspanî jî di heman demê de di heman şiverêkê de dimeşe. Amîn Maalouf, Orhan Pamûk, rêwîtiya dervî aqlê pozîtîvîst maye dibînin û heman tiştî dikin. Gelek bajarên Rojhilata Navîn ku ji aliyê Îmamê Xazalî ve di bin qûmê de mane derdixin pêş û bazar dikin.

Semerqand û qiraxên Deryaya Spî ya başûr bi kar tînin. Di van demên dawî de oryantalîzm bi giranî li ser çanda Aryenîk disekine. Bicîkirina çanda modernîzma kapîtalîst li Rojhilata Navîn pir zahmet e. Mesele ne Îslamiyet e. Îslamiyetê mesele dîtin nêrîna oryantalîstan e. Îran û çanda Aryenîk ji aliyê Nîetzsche ve hatibû keşifkirin. Lê Nîetzsche ne oryantalîst e. Nîetzsche çareserkirina pirsgirêkên Rojavayê di çanda Zerduştiyê de didît. Oryantalîzm safariya kapîtalîzma gerdûnî ya duyemîn e. Pêşkêşkirina çanda Rojhilata Navîn ji bo Rojava ye. Di rastiya Kurdistanê de jî tevgerên bi vî rengî derdikevin pêşiya me. Êdî dema ku em li ser wêjeye kurmanckî bisekinin hatiye. Rêxistina kurd PKK’ê gelek weşanên xwe bi zimanê tirkî weşand. Ji bo demên derbasbûyî îzaheta vî tiştî hebû. Lê niha ev tişt berdevamkirin hewceyî rexneyan e. Paradîgmaya ku PKK pişta xwe didê di wêjaye kurmanckî de pir lewaz e, heta nîn e. Carna dema ez dixwazim rexneyan li derdorê bikim ez disekinim. Gelo mafên min ên rexneyan heye an nîne? Ez vê pirsê ji xwe dikim. Lê di aliyên din de dema ez weşanên bi kurdî ku tên çepkirin dixwînim dîn û har dibim. Gelek nêrînên oryantalîst rengên wan di van nivîsan de pir diyar e. Gelek nivîsên ji Rojava tên zimanekî pir şil bi kar tînin. Weke kes Ehmedê Xanê bala min jî pir dikişîne. Xanê perçekirin şêwazekî nerast e. Nirxandinên rast pir girîng in. Weke mînak mijareke di hejmarên kevn de di kovara Zendê de derketibe jî, nivîsa Jan DOST pir bala min kişand. Sergotara nivîsê di Ehmedê Xanê de Erotîzm e. Gelo Jan DOST li

This article is from: