Diclepress13@gmail.com
GOTAR
33
HEJMAR 24
2021/9/20
SAL 4
KOVAR DICLE
DI PÊŞKETINA CIVAKÊ DE ROLA HUNER Û PARADÎGMAYÊ
Nûman AMED
Bêguman ev mijar pir nazik e û
gelek kesan dest avêtiyê. Tevî ku mijareke pir girîng e cihê ku pêwîst e lê be mijara nîqaşê ye. Ev mijar, di nav weswesiya dîroka fermî de hatiye fetisandin. Parçekirina mijaran meyleke lewaz dide vê bûyerê û ji civakê dûr dixe. Min sergotara pêşketinê bi zanebûn bi kar anî. Di navbera guhertin û pêşketinê de wateyên pir cuda û girîng hene. Civak guhertin xeteriyên pir mezin bi xwe re anîn û mirov nikare viya bi şaşitiyên zanistê îzah bike. Di her guhertinên girîng de du şêwaz xwe didin rû: Şêwaza herî rast bi guhertinên desthilatdarî bê pîvan, rast e. Desthilatdarî çiqas bê lewazkirin guhertina hatiye çikêrin ew qas rast e. Pergalên îdeolojîk jî bi vê pîvanê bên wezinandin hîn baştir e. Zanistên weke civaknasî û dîrok dema giranî datînin ser guhertinên civakê derî ji şaşiyan re heta dawî vedikin. Ji van mijaran ji dervî huner haya me jê heye. Lê rola pîvandina hunerê hem zahmet e hem jî guhertinan di kûrahiya civakê de çêdike. Tiştên qewîn û tîr ji bo ron bibin şêwaz û amûrên pir cuda dixwaz in. Rêber APO hûnandina mêjûyên desthilatdar ji Sumeran dide destpêkirin. Di ronkirina vî mêjûyî de du demsal û ekolên felsefê der-
dikevin pêşiya me. Lê ev ekol li ser şiverêyekê nameşin. Ekola Zerduşt û Atena -Grek naşibin hevdu. Zerduşt bi nermkirina pergala koletî ya Aşûr û Pers îradeya civakê pêş dixe. Weke felsefe û hunera Grek(Grên Olîmpiya) teolojiyê didahûrîne, li lê şûna wê xwadayên cuda ên dewletên Sîteyan dide rûniştandin. Rêbaza tregedya û komedya ji aliyê Nîetzsche ve tê rexnekirin. Nîetzsche vala nabêje piştî Sokrates felsefe mir. Di navbera çarmîxkirina Îsa û tragedya Grek de weke çand lê şopbûnekê dibîne û vê çandê tund rexne dike. Tragedya bi xwe çandekê afirand û îradeya mirovan weke qeder nivîsand. Komedya jî di heman demê de mirov fêrî ken û henekpêkirinê kir lê di milên din de jî nebûna mirov a xwedî îradeya azad mor kir. Di nav vê xirecira bê hempa de Nîetzsche Dîonîsos dipejirîne û wî weke morevekî azad digre dest. Zerduşt hem felsefe hem jî olên yekxweda ên Brahîm bandor dike. Di milên exlaq de van olan û di milên felsefê de jî Atîna tesîr dike. Aqlên Rojava, pêşketinên salên 1400’î yên li Floransayê çêbûne weke ji nû ve çêbûn bi nav dike. Di vir de armanc; zindîkirina felsefeya Grek e. Tragedya û komedya dereng şiyar dibin, lê huner(resm û mîmarî) bi lez pêş dikevin. Destpêkê dest nadin xwedayên kevneşop. Bi siyên wan re mijûl dibin û hêdî hêdî encam digrin. Xweşikbûna(estetîk) hunerê bi nûrbûna rûyên Îsa û Meryemê dest pê dike, bi mîzkirina pey-
kerên mirovan pêş dikeve. Aqlên rasyonel bi Meryemê re jiyankirinê, asayîbûna Meryemê û pêxêra wê vekirinê ji xwe ve nake. Kesên ku peşketinên van salan bi cuhiyan ve girêdidin hene. Çêdibe, lê armanca me ne ev tişt e. Çanda jiyana Romayê li ser Grek û Spartayê pêş ket. Pompeî, Olîmpos texlît dike. Libasên Romayiyan weke peykerên Grekiyan in. Tu cudahiya libasên jinên Romayî û Atena ji hev nîn e. Jirêderketina Romayê dibe ku li Grekê jî pêş biketa, lê Grek her tiştî kişand hundirê xwe. Bêexlaqiya Romayê encamên çanda Grekê bûn. Ola Xrîstiyantiyê di milekî xwe de di encamên çanda Romayê de pêş dikeve. Ronesans weke destpêkê çanda Grek derdixe hemberî ola Xrîstiyantiyê. Tazîbûna mirov ji libasbûyînê xweşiktir nîşandan, jinên qesrên arîstokrasiya Rojava û Meryama qatedralan bi vî rengî peykerkirin, ronkirina kevneşopiya arîstokrasî û çanda ezîzetiyê bû. Piştî van salan berhema bi navê Komedya Îlahî ya Dante pirtûkeke weke Sûc û Ceza ya Dostoyevskî ya dema xwe bû. Cîhana sekuler û manewî bi rengekî komedya tê dadgehkirin. Ev pêşketin çiqas berhemên kaptalîzmê ne mijara nîqaşê ye lê derî heta dawî ji paradîgmaya kapîtalîst re vekir. Sê mezhebên Xrîstiyantiyê li Rojava hatin parkirin. Ya herî girîng bi dayîka Hz. Îsa re zewac bû. Destavêtina jinê bi alîkariya mezheba protestan çêbû. Ezîzetî weke sembolîk dayîka Îsa Meryemê temsîl dikir.