14 minute read

XWEDAWENDA RASTÎN A META JIN E

DI SÎSTEMA KAPÎTALÎST DE JIN

Edessa şingalî

Advertisement

Mirov dikare pênaseya zîhniyeta kapîtalîzmê ji gelek aliyan ve bike. Di serî de ya pêwîst e were nirxandin pozîtîvîzm û lîberalîzma ku dikare bikeve her qalibekî, metirsiya xapandinê tê de bilind, li aliyekî ve jî ji hemû qalibên hişk ên olî dogmatîktir, ji felsefeyên herî razber bêwatetir, spekulatîf(ketim û fesadî), bi qasî tu caran putperestî neketiye putperestiyê. Li aliyekî pozîtîvîzm û zanistê dike pişgirê hev û li hemberî exlaq û baweriyê derdixe(radike), li aliyê din bi lîberalîzmê jî netewdewleta ku ruhê civakê derxistî, ezezîtî gihandî asta qirkirinê vegerandiye xwedayekî. Tu zîhniyetên olî bi qasî zîhniyeta kapîtalîzmê şer û çewisandinê dernexistiye holê. Kesayeta tu civakê bi qasî zîhniyeta kesê ku di civaka kapîtalîzmê tê de bi ser ketî, bêberpirsiyarî, miriyê berjewendiyên xwe, zalim, qirker, bişafker û dîktator neafirandiye. Kapîtalîzma weke sîstema têkel a ku li ser mal û pereyan hatî avakirin, dema zîhniyeta fînansgerî ya di roja me de ava dike, civaka mirovahî bi hinek zîhniyetên ku tu Nemrûd û Fîrewnan di hişê xwe re jî derbaz nekirin girê dide û tevayê mirovahiyê li hemberî putên xwe yên herî ketî neçarî secdeyê dike. Di rewşeke wiha de tenê mirov dikare qala îflaseke fikirîn û rizandinekê bike. Di sîstema kapîtalîzmê de tevî ku cihê zora leşkerî û ramyarî girîng e jî di bingeh de ya wî li ser lingan digire, teslîmgirtina civakê bi endustriya çandî, heta felckirina wê ye. Mirov dikare bibêje ku zîhniyetên komikên di bin bandora pergalê de aniye rewşekê wisa ji yê meymûnan(ku herî nêzikî mirovan in) hîn paşketîtîr û ji pêleyîstinê re hîn destdayîtir e. Sazûmaniya di kotanên lawiran de, di rastiyê de jî bi sazûmaniya civakan a bi awayê kotanên a lawiran hatiye avakirin, nimûneyeke gelek vekirî ye. Çawa ku lawirên di kotanên lawiran de ji bo temaşekirinê ne, civak jî veguheriye xwepêşandanê. Ev, ji aliyê gelek felsevanan ve hatiye ziman û hatiye diyarkirin. Di serî de sê ‘S’ ‘yan, endustriya seksê, li pey wê bi rêzê ve di heman demê de di nav hev de endustriya spor û çand û hunerê bi kampanyayeke fireh a reklama medyatîk bi awayekî kûr timî aqilê hestî û analîtîk bombebaran dike. Bi tevahî bêbandor dike û dagirkeriya zîhniyeta civaka xwepêşaniyê temam dike. Ev civak ji teslîmgirtinê hîn xirabtir, bûye civakek bê îrade û kole. Di serî de Sumer, Hînd, Çîn û Roma û hemû pergalên împaratoriyên bihêz, bi qasî sîstema kapîtalîzmê li ser civakan bandor nekirine. Kapîtalîzma ku bûye lûtkeya desthilatdariya pêvajoya împaratoriyan, her çiqas bi awayekî objektîf nîşaneyên rizînê yên kaotîk bi kûrahî jiyan bike jî, baş tê femkirin ku pergal bi gel leyîstinê, bi desthilatdariya xwe ya zîhnî dixwaze bandorên xirabiyên xwe kêm bike. Di hatina wê ya vê qonqxê de, weke hatî diyakirin pêşkêşkirina seksê bi awayê endustriyel, ji faktorên diyarker e. Mirov kirine rewşeke wisa ku di hêza seksê de li serkeftinê digere. Halbukî di tevahiya zindiyan de ev têkilî(seks) ji bo ferqkirina jiyanê û ew bêdawî kirinê de di erka çalakiyeke fêrker de ye. Ji zindiyên yekhucreyî bigire heta mirov, mirov dikare erka zayendiyê bi vî awayî pênase bike. Herwiha watedar û heta pîroz e jî. Di bikaranîna vê têkiliyê de di vê rewşê de, bi watekirin gengaz e. Komikên mirovan jî di pêvajoya dîrokê de şîroveyeke bi vî şêwazî bingeh girtine. Tevahî lêkolînên antropolojîk vê şîroveyê piştrast dikin. Ger hinek têkiliyên nayên metakirin hebin, têkiliyên zayendî ji vana yên sereke ne. Ji ber ku ev têkilî bi pîroziya jiyanê re, bi mezinahiya wê re, bi dewamkirina wê re têkildar e.

Di Sîstema Kapîtalîst De Rewşa Jinê Îstimara zayendî yek ji amûrên bingehîn ên desthilatdariya pergalê ye. Tenê nehatiye metakirin û veguherandina endustriyeke mezin; aniye rewşekî wisan ku Xwedawenda fallos a Hindî jî li paş hiştiye. Aniye rewşa ola serdestiya

zayendî ya zilam. Bi taybet di her zilamekî de ev xwe nîşandana olî, di serî de wêje, li cihê herî bi wate yê hunerê hatiye rûnandin û weke amûreke tiryakê(tevzîner) hatiye veguherandin. Heyberên tiryakê yên kîmyasal li pêşberê ve ola nû ya zayendparêz ne tu tişt in. Tevayê endamên civakê bi kampanyayên reklaman anîne rewşa rêşaşên, xerifiyên(sapik) zayendî. Ciwan, pîr, kal heta zarok jî ferq nake her kes tên bikaranîn. Jinê vguherandine weke heybera herî pêşketî ya seksê. Mahkûmî zîhniyeteke wisan hatiye kirin ku; eger her hucreya wê ji bo seksê xizmet neke tu qîmeta wê nîn e. Xêzana pîroz veguherandine dergeha seksê. Li şûna dayîka pîroz û xwedawend, jineke nekêrhatî, vala û ‘pîrejinên’ ku avêtine quncikekê maye. Ev, rewşeke pir bi jan û êş e. Bi bergirtina sunî ya jinê pêvajoya amûrbûna seksê gihîştiye lûtkeyê. Di rewşeke berevajî de ji ber ferzkirinê, pergal, hebûna xwe bi zorê dikare berdewam bike. Di cewher de kevneşopiyeke civaka baviksalarî ku; di serkêşiya vê de zilam heye, bi alîkariya teknîkên tenduristî, rola makîneya pirbûna zarok dane jinên çînên bindest. Bi vî awayî mezinkirina zarok ku pir zehmet e, kirine wek bare feqîran. Bi vê yekê li aliyekî pêwîstiya bi karkerên ciwan tê bicîanîn, li aliyê din jî, xêzaneke xirabe ya ku ji nav nayê derketin tê afirandin. Bi kevirekî çend teyr tên kuştin? Zilam û jina çîna serdest êdî bi çêkirina zarokên sunî, xwedîkirina zarokên ji yekê din peydabûyî û xwedîkirina lawiran, têgihîna zarok ji wateya wî derxistine û bi vê jî kêmaniyên xwe pê der baz dikin. Heta dawî xwe xweşik û balkêş digirin. Bi vê rewşa xwe olên nû yên seksê dihilberînin û ji xwe ve diçin. Di encamê de, şêniyeke bêwate ya ku ji bin barê wê nayê derketin, bêkariyeke ku di tu pêvajoyên dîrokê de nehatî dîtin û derdoreke êdî nikare barê mirovan hilgire derdikeve holê. Di nava yên jiyan dikin de rewşa herî xirap tê serê jin, zarok û pîran. Ji dema avakirina hiyerarşiyê û vir ve jin di bin nîrê pergalên zilamserdest de hezar car hatiye kolekirin. Bi sîstema kapîtalîst re, li ser nefsa zilamê serdest ya ku têrbûn çi ye nizane û bêberpirsiyariya wî qetek din hatiye pêçan. Heyîna ku zilam der barê wê de herî zêde derew kiriye jin e. Xefka pir xete ya li ber jinê hatiye vedan, encameke bîrdoziya zilamserdest e. Zilamê serdest ê ku qet naxwaze

Ji bo zilamê serdest evîn tê wateya, daîmiya ajoyên hindirîn ên bêwate, veşartina derewên xwe û zanebûna kor. Sedema pêjirandina vê rewşê ji aliye jinê ve, xwe dispêre kûrbûna bêçarebûnê ya ku çavkaniya xwe ji çewisandinê digire

jinê nas bike, ji bo vê rewşa xwe veşêre serî li wêjeya evîna sexte dide. Ji bo zilamê serdest evîn tê wateya, daîmiya ajoyên hindirîn ên bêwate, veşartina derewên xwe û zanebûna kor. Sedema pêjirandina vê rewşê ji aliye jinê ve, xwe dispêre kûrbûna bêçarebûnê ya ku çavkaniya xwe ji çewisandinê digire. Ew qas ji mercên jiyanê yên madî û rewanî hatiye qutkirin ku, gotinên herî xirap ên zilam, êrişên wî, weke rewşeke xwezayî dibîne. Gelo jin di bin statuyek di vê astê de ketî de jiyankirinê çawa li xwe qebûl dike? Lê rastiyeke bi vî avayî heye ku her kes bûye şahidê wê; ev, dişibe rewşa jinê ya li pêşberî zilam: Dema qesap lawiran ji bo serjêkirinê amade dike, lawir bi xwe dihese ku wê bê serjêkirin û bi ta û lerzê dikeve. Zilam, heta ku jin li ber nerecife xwe zilam nahesibîne. Şerta sereke ya zilambûna serdest ev e. Qesap di yek carê de ser jê dike, lê zilam tevahiya jiyana jinê ser jê dike. Rastiya ku bê dîtin ev e. Vê yekê bi sitranên êvînê veşartin tevgereke herî ketî ye. Di şaristaniyê de tişt û gotinên herî bêqîmet ji bo evînê hatine bikaranîn, tişta ku zilamekî qet bi ser nexistî, nexwestî bi ser bixe, li gorî xwezaya xwe nêzikatî li wê kirin e. Zilamê ku bikare vê helwestê nîşan bide weke qehremanekî bê nirxandin di cih de ye.

Jin û Malbat(Xêzan)

Malbat(xêzan): eger klan bi xwe weke malbat neyê destgirtin jî nêzikê wê ye. Xêzan di nava klanê de yekem saziya ciyewazbûyî ye. Civaka mirovahiyê demeke pir dirêj weke xêzana li dora dayîkê kombûyî jiyan kiriye. Pîştî şoreşa çandinî ya(BZ.5000 sal) bi pêşketina rêveberiya hiyerarşîk a bi serdestiya zilam, derbazî dema xêzana baviksalarî dibe. Rêveberî û zarok ji zilamê mezin ê xêzanê re hate hiştin. Xwedîbûna li ser jinê bû bingehê hizra mulkiyeta yekemîn. Piştre li ser civakê sîstema koledarî hat avakirin. Di dema şaristaniyan de bi awayê xanedan em rastî şêwayên fireh û demdirêj ên xêzanê tên. Xêzanên gundî yên hêsanî, pîşekar, sin’etkar her dem hebûna xwe parastine. Dewlet û desthilatdariyê ji bo bavê zîlam ê di nav xêzanê de weke kopyayeke desthilatiya xwe rolek diyar kirine. Bi vî awayî xêzan bû amûreke herî girîng a serdestbûnê. Her dem ji bo şebekeyên desthilatdar û sermayedar rola çavkanî ya kole, serf, karker, kedkar û leşker lîstiye. Ji ber vê sedemê girîngî ji bo xêzanê hat dayîn û ew hat pîrozkirin. Şebekeyên kapîtalîst tevî ku kara herî zêde li ser jina di xêzanê de bi dest dixist, viya veşartî kirine û barekî din jî dane ser milên xêzanê. Xêzanê anîne rewşa sîgorteya pergalê û bi vî awayî ew mehkûmî jiyana herî paşverû kirin. Rexneya li ser xêzanê girîng e. Tenê li ser esasên vê rexneyê, dikare bibe hêmana bingehîn a civaka demokratîk. Ne tenê jin, heta tevahî endamên xêzanê weke tovika desthilatdariyê neyên dîtin, wê hizir û pêkanîna şaristaniya demokratîk ji hêmanên herî bingehîn bêpar bimîne. Xêzan ne saziyeke civakî ya wisa ye ku derbaskirin an jî jiholerakirina wê pêwîst bibe. Lê dikarê bê veguherandin.

Pêkanîna şaristaniya demokratîk ji hêmanên herî bingehîn bêpar bimîne. Îdîaya mulkiyetê ya li ser zarok û jinê ya ji hiyerarşiyê maye divê bê derbaskirin û di têkiliyên hevjînan de têkiliyên sermaye û desthilatiyê rol neleyîze. Pêwîst e nêzikatiyên ji bo berdewamkirina tov tên nîşandan bên derbazkirin. Nêzikatiya herî rast bi hev re jiyankirina jin û mêr, girêdayî civaka exlaqî û polîtîk bingehgirtina felsefeya azadiyê ye. Xêzana ku di vê bingehê de veguherînê jiyan bike, wê bibe cihê baweriya herî qayîm a civaka demokratîk û wê bibe yek ji têkiliyên din ên bingehîn ên şaristaniya demokratîk. Ji hevjîneke fermî zêdetir hevjîneke xwezayî girîng e. Pêwîst e her du alî jî, ji bo pejirandina mafê tenê jiyankirinê amade bin. Di têkiliyan de weke kole, çavkor tevgerkirin ne rast e, nayê pêjirandin. Veguherîna herî biwate ya xêzanê di jiyankirina şaristaniya demokratîk de pêk tê. Jina ku hezar salan e rêzdariya xwe winda kirî heta rêzdarî û hêzeke mezin qezenc neke, yekîneyên bi wate yên xêzanê nikare pêş bikeve. Xêzana ku li ser nezaniyê hatî avakirin nikare rêzdar bibe. Ji bo şaristaniya demokratîk ji nû ve were avakirin, para dikeve ser xêzanê girîng e. Tişta ku ar û namûsa zewacê tê gotin di rastiyê de kêşana tevayê qehrên ‘împaratorên biçûk e”. Her çawa ku împaratorê mezin dewletê weke namûsa xwe qebûl bike vê weke sedemê şer nîşan dide, împaratorên biçûk(zilam) jî dema tiştek li jinê tê, ku weke namûsa xwe dipêjirinê, vê weke pirsgirêka namûsê dinirxîne û dike sedema şer. Ya hîn balkêştir jî

Di têkiliyan de weke kole, çavkor tevgerkirin ne rast e, nayê pêjirandin. Veguherîna herî biwate ya xêzanê di jiyankirina şaristaniya demokratîk de pêk tê. Jina ku hezar salan e rêzdariya xwe winda kirî heta rêzdarî û hêzeke mezin qezenc neke

ruhê jinê bi temamî hatiye valakirin, weke şikil jî zêde jinane hatiye nîşankirin. Bi reng û deng weke çûkeke di qefesê de lê hatiye kirin. Sazûmaniya deng û makyajê, ji derveyî xwezaya jinê, nasnameya wê ya cewherî ya ku hatî windakirin, kesayeta wê dikuje. Rêzefîlmên televîzyonan: Rewşa jinê ya di xêzanê de bi awayekî erênî pêşwazî dike. Yan jî weke ku jin her tim hewceyî rizgarkirinê be dide nîşandan. Her tim bi wêjeyeke sexte ya evînê tê xapandin, bi îxanetê re rû bi rû dimîne yan jî di rewşa xwexapandinê de ye. Pîroziya saziya xêzanê û mezinahiya wê her tim bi kar anîne. Amûrên ragihandina giştî yên jin û mêran her tim bandor dikin û şikil dide wan, ji bo xwe berdewamkirina çîna serdest û pergalê girîng in. Pêşketina teknolojiya malê û hilberandina heyberên mezaxtinê bû sedema ku bazar ji bo firotina malên xwe bere xwe bide jinê. Di warê makîneyên cilşûştin û firaxşûştin, moda û kozmotîkê de afirînerên kapîtalîst, feydeyên bêhempa bi dest xistine. Ji bo firotina van berheman, dîsa jin tê bikaranîn. Dîsa çapemeniya ku armanca wê jinê di malê de di nav çar dîwaran de girtî bihêle, polîtîkaya weşanê ava dike û nasnameya hevjîn û dayîka baş û binamûs her tim derdixe pêş. Bi kurtasî çapemenî herî zêde zayendiya civakî bi kar tîne ji bo ku pergal xwe li ser piyan bigire.

Metakirina(Malkirina) Jinê

Ji binî de ketina jinê bi kolêkirina wê, dest pê kiriye. Ev pêvajo bi helandin, çewisandin, destavêtin, heqaret û qirkirinê dagirtiye. Rola ku ji wê re hatî diyarkirin, ji bo sazûmaniya pergalê û bi qasî ku pêwîst e zarok çêkirin e. Bîrdoziya xanedanî bi vê re girêdayî ye. Di nav vê statuyê de jin mulkê teqez(mutlaq) e. Bi qasî ku nikare rûyê xwe nîşanî kesekî din bide, mal û namûsa xwediyê xwe ye. Marks ji bo pere dibêje “Xwedawenda metayan”. Di rastiyê de ev rol hîn zêdetir ya jinê ye. Xwedawenda rastîn a meta jin e. Tu têkiliyên jinê yên ku nehatî pêşkêşkirin nîn e. Tu herêmên ku tê de jin nehatibin bikaranîn jî nîn in. Ciyewaziyek heye ku li beranberê her malekî nirxek(pere) tê diyarkirin, tê dayîn; lê dixwazin jinê bi sextekariya ku jê re ‘evîn’ dibêjin û bi wê derewa mezin a ku dibêje “keda dayîkan nayê dayîn” bixapînin.

Ya duyemîn; jin weke amûreke seksê tê pêjirandin. Têkiliyên zayendî yên zindiyên li xwezayê, tênê ji bo domandina cureyê zindî ye. Bi vê, berdewamiya jiyanê hatiye armancgirtin. Di mirovê mêr de bi taybet tevî girtîbûyîna jinê û bi giranî di pêvajoya şaristaniyê de rola bingehîn ji bo seksê, ji bo xwesteka zayendî û berevajî pêşxistina vê hatiye qetandin. Di lawiran de pêvajoyên cotbûnê pir bi sînor û piranî salane ye. Dixwazin di mirovê mêr de vê bixin 24 demjimêran. Di roja me de jin amûreke ceribandina nefsa zayendî ye. Cudakirina malên giştî û taybet bêwate ye. Êdî her cih malen giştî(kerxane), malên taybet e; her jin jî weke jinên malên giştî û malên taybet lê hatiye. Ya sêyemîn; kedkareke wisa ye ku bê pere û bê mûçe kar dike(bi taybet li mala xwe). Di malê de karên herî zehmet ew dike. Lê pêşberî vê keda xwe bi gotina “jina aqilê wê kêm” biçûk tê dîtin. Ew qas hatiye biçûkxistin ku bi rastî jî xwe kêmaqil dihesibîne, pêkanîna xizmeta zilam ji xwe re weke çarenûs dipejirîne. Dikare bi çar destan xwe bi destê zilam û desthilatiya wî bigire. Dema her tişt eşkere dibe, tê hêvîkirin ku jin jî hebûna xwe bi hemû awayan nîşan bide. Mijokdarî û çewisandina sîstema kapîtalîst bi hebûna jinê ve girêdayî, tê xwestin bi berfirehî were fêmkirin. Êdî hema hema jin qaşo metaya herî binirx e. Tu sîsteman jin ev qas nekiriye meta. Di serdemên yekem û navîn de li gel koletiya giştî ev jî parçeyek bû. Cariyekirin jî ji bo pergalê ne ciyewaz bû. Bi taybet girêdayî jinê, koletiyek yan jî metakirinek tune bû. Di pergalê de têgihîna zayendparêzî cara yekem kapîtalîzmê danî. Hema hema tu lebatên wê yên nehatî metakirin tune ye. Dixwaze qaşo vê armanca xwe bi riya wêjeyê bi awayeke hîn jî ‘nazik û estetîk’ pêk bîne. Lê rola bingehîn a vê hunerê di rakirina barê pergalê yê giran de, barê herî giran ji jinê re veqetandine. Di her karekî de mûçeyek(destheq) tê veqetandin. Hemilbûn ku barekî giran e dîsa ji xwedîkirina zarok û her curê karê malê re mûçe tune ye. Bûyîna koleya mêr ji bo seksê jî bê mûçe ye. Mûçe û nirxa ku jinên di malên giştî de(kerxane) digirin, di gelek malên taybet(malên şexsî) de ji bo jinê nayê dayîn. Di cîhanê de çapemenî weke hêza herî mezin a çarem tê pêjirandin. Cihê ku zayendparêziya civakî herî kûr tê bikaranîn, ew bi jin û zilam tê pêjirandin qada çapemeniyê ye. Medya jinê her tim wek tişteke ku kar li ser tê meşandin nîşan dide. Wê weke meta û heyber-obje dide naskirin. Di civaka zilamserdest de, bi bernameyên ku statu û cihê jinê diyar dikin û bi bîrdoziya zilam tê xurtkirin. Di nûçe û rûpelên rojnameyan de cihê jinê hîn baştir carek din tê diyarkirin. Jin û zarok di reklaman de weke parçeyeke meta tên pêşkêşkirin. Nûçe, nûçeyên girêdayî jinê bi qasî ku mirov bibêje nîn in, kêm in. Yan jî di rêza rojevên pêncemîn û şeşemîn de ne. Jinên ku bi tundî û destavêtinê re rû bi rû dibin tên populîzekirin û tê bêwatekirin. Di bernameyan magazîn ên televolayan de û di rûpelên dawî yên rojanameyan de weke ku têne jin heybereke zayendiyêye tê bikaranîn. Tevayê amûrên weşanê yên weke TV, rojname û kovar, ji bo reytîng an jî tîrajên fotografên jinan ên rût û tazî ku heta pornoyê diçin pêşkêş dikin.

Di malê de karên herî zehmet ew dike. Lê pêşberî vê keda xwe bi gotina “jina aqilê wê kêm” biçûk tê dîtin. Ew qas hatiye biçûkxistin ku bi rastî jî xwe kêmaqil dihesibîne, pêkanîna xizmeta zilam ji xwe re weke çarenûs dipejirîne. Dikare bi çar destan xwe bi destê zilam û desthilatiya wî bigire

This article is from: