15 minute read

wÎ DIzAnÎ KU ÎRAnÎ DIXwAzInwÎ JÎ ‎wEKERA, BAV Û BAPÎRÊnwÎ, BIKUJIn

Next Article
ETIn

ETIn

SERHILDAnA SIMKOyê ŞIKAK Wî DIzAnî Ku îRAnî DIxWAzIn Wî Jî ‎WEKE bIRA, bAV û bApîRên Wî, bIKuJIn

A: azer şemzînî

Advertisement

Naverok

1- Destpêka Serhildana Simkoyê Şikak û sedemên bingehîn 2- Têkiliyên Simko 3- Helwestên dewletan 4- Kronolojî 5- Çavkanî

Destpêka Serhildana Simkoyê Şikak û sedemên bingehîn

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka Rojhilatê Kurdistanê Piştî Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî(sala 1880’an), serhilda;ena Simkoyê Şikak di ‎rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê ‎şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û ‎hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn. ‎Kurdan karî wek netewe hebûna xwe di hemû Îranê de bidin selmandin û ‎berevajî xwesteka şovînîstên faris, hurmeta xwe ya civakî û siyasî wek ‎mîrasekî dîrokî biparêzin. Ji bona wê jî nivîskar û dîrokzan Kirîs Koçêra, ‎Simkoyê Şikak bi weke bavê nasyonalîzma kurdî ya di rojhilatê Kurdistanê de binav ‎dike. Li gor gotina mezinên Evduyiyan Simko di çaxê şehîdbûna Cewer Axa de xurtekî ‎‎18-19 salî bûye. Yanî sala ji dayibûna wî 1887 an jî 1888’ê zayînî ye. Herwiha Tahirxanê Kurê Simko dide diyarkirin ku dema bavê wî li bajarê Şinoyê hatiye ‎şehîdkirin, temenê wî 42 an jî 44 sal bûye. Simko ku ji aliyê Xalê Mîrzê û ‎mezinên din yên êla Şikak ve wek cîgirê bav û birayê xwe yê mezin hatibû ‎hilbijartin, di dilê xwe de ji bêbextî û nemerdiya desthilatdarên dewleta Îranê, ‎kînek mezin ji wan girtibû. [çavkanî pêwîst e] Wek tê gotin Simko di ciwaniya de xurtekî şervan, ‎netirs û di liv û lebatên wî de hissa tolhildanê gelek bihêz bûye. Ji ber wan ‎hemû derd û belayên ku bi ser malbata wan de hatibûn, mirovekî kêm axiftin ‎û xemgîn bûye û gelek bi xwe re ponijiye. Hissa tolhildanê jî bi sedemên dîrokî ve girêdayî bû. Simko baş

dizanî ku ji ‎bapîrê wî yê mezin Smayîl Xan bigire heya birayê wî Cewer Xan tev bi nemerdî ‎ji aliyê berpirsyarên dewleta Îranê ve hatine xapandin û kuştin. Ji bona wê baş ‎dizanî ku desthilatdarên Îranî li wî jî nagerin û yê rojekê bela xwe li wî jî bidin. ‎Çimkî Simko xwedî hêzeke mezin ya leşkerî bû û wek mezinê eşîreta Şikak di ‎nava kurdan de mirovekî bi qedir û rûmet bû. Wî dizanî ku Îranî dixwazin wî jî ‎weke bira, bav û bapîrên wî, bikujin. Lê ferqa di navbera Simko û bira û bavê ‎wî de, di vir deye ku bîr û rayên Simko yên siyasî(wek rêber û kesayetiyek ‎siyasî yê kurd) ji bo azadî ya Kurdistanê bêtir geş bûn.[çavkanî pêwîst e] Çaxê ku cîgirê waliyê ‎Azerbayacanê(Mukerrem el Mulik) di sala 1919’an bi hevkariya ermeniyan, ‎bombeyek çêkirin û di nava qotiyekê de bi navê şiranî ji Simko re şandin, ‎neyartiya Simko bi dewleta Îranê re derbasî pêvajoyek siyasî û eşkeretir bû. Têkiliya Simko bi du kesayetiyê kurd Ebdulrezaq Bedirxanî û Şêx Seyîd Tahayê Hekarî‎‎(neviyê Şêx Ûbeydulahê Nehirî) re, şoreşa di bin desthilatdariya Smayîl Xanê ‎Şikak de, di rojhilatê Kurdistanê de û heya radeyekê jî li bakurê Kurdistanê, ‎berfirehtir kiriye. Lê wek jêder û şahidên zindî dibêjin Seyîd Teha Gîlanî heya ‎dawiyê bi Simko re nemaye û navbera wan li ser awayê têkiliya bi îngilîzan re, ‎têk çûye. Her wisa Ebdulrezaq Bedirxanî piştî hatiye Rojhilata Kurdistanê, di destpêka sala 1913ê diçe Xoyê û li wir bi alîkariya Simkoyê Şikak bi navê Gihandin(rêxistin) rêxistinekê ava dike. Her wisa dibistaneke kurdî jî bi alîkariya rûsan vekir. Di dibistanê de bi elfebaya rûsî hem dersên kurdî hem dersên rûsî dida. Bi navê Cemiyet(rojname) rojnameyek derxist. Ji ber lihevnehatina Simkoyê Şikak û Ebdulrezaq Bedirxanî û ji ber destpêkirina şerê cîhanî yê yekem van xebatan zêde dewam nekir. Piştî van xebatan Ebdulrezaq Bedirxanî dikeve destê îtihadxwazan û li Mûsilê bidarve dikin. Chris Kutschera di derbarê têkçûna Simko bi dewleta Îranê re dibêje: ”Bi vê hindê ‎re ku Simko kîna xwe ya li hemberî Îranê venedişart, gotibû ku bizava min li ‎dijî Îranê tolhildan jî têde bû, çimkî bav û bapîrên min, xizim û kesên min yên ‎nêzîk û cotek birayên min, tev bi destê karbidestên Îranê hatine kuştin. Lê bi ‎vê re jî Simko gelek caran behsa vê rastiyê kiriye ku armancên şoreşa wî ji bo ‎berjewendiyên netewî bûne û tenê ji bo tolvekirinê nebûye. Di vê derbarê de ‎Simko gotiye: Hemû kes dizane ku gelê kurd heya niha çi bi ser de hatiye. ‎Mirovên wan yên mezin yên weke Smayîl Xan û Elî Xan bi şêweyek gelek ‎zalimane ji aliyê Îraniyan ve ji nav çûne. Ez niha ji bo gelê Kurd têkûşînê ‎dikim, lê tolhildana ji zordar û bedkaran hê jî maye û ji bîr nabe”. Hêjayî gotinê ye ku di sala 1922yê de Simko dîsa dest bi serhildanê kir, di heman wextî de Loran jî serhildan da destpê kirin. Tê gotin ku Simko û Loran lihevhatîne ku hevdem serhildanê bidin destpê kirin. Mîna ku di roja îro de ji bo hemû serokên kurd eşkera bûye, Simko jî zû ‎pêhesiyaye ku dewleta navendiya Îranê mafê azadî û wekheviyê heta di nava ‎sinorên Îranek

Têkiliya Simko bi du kesayetiyê kurd Ebdulrezaq Bedirxanî û Şêx Seyîd Tahayê Hekarî‎‎(neviyê Şêx Ûbeydulahê Nehirî) re, şoreşa di bin desthilatdariya Smayîl Xanê ‎Şikak de, di rojhilatê Kurdistanê de û heya radeyekê jî li bakurê Kurdistanê, berfirehtir kiriye

yekgirtî de jî nade gelê kurd. Simko ku gelek kes hereketa wî bi bizavek eşîretî û herêmî dihesibînin, li gor ‎pîvanên wê çaxê mirovekî zana bûye û haya wî ji siyaseta Îran û cîhanê ‎hebûye. Simko bi nameya ku bi riya serleşkerekî îngilîzî ji Zefer el Dulê re ‎şandibû, vê rastiyê baştir dide selmandin. Simko di pareke nameya xwe ‎de dibêje: ”Em pir baş dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara ‎wan nagehe çaryeka kurdan, lê ew gihiştine xweziyên xwe ku mafê ‎otonomiyê ye. Li almanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de ‎pêkanîne. Birastî ger netewa kurd di Îranê de negi-

hije mafê xwe, êdî mirin û ‎neman jêre baştire ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê ‎bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomiyê dixwazin. Êdî ev xweziya ‎hemû mirovekî kurd e û ji xelkê me re jî jiyaneke nûye[5]. Her wisa divê ev xal jî bê nivîsîn ku Serhildana Simko ne tenê li devera Urmîyeyê, her wiha li Elbaka girêdayî Wanê jî bibû sedema serxwebûnxwaziyê. Bi dûçûna çavkaniyeke brîtanî xelkê Elbakê jî bi pêsengiya Simko li dijî dewleta tirk derketin û azadiya xwe ragihandibûn [6]. Ev name dide diyarkirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê ‎rewayê gelê kurd bi armancên mezin û pîlanên nû dest bi xebata xwe ya siyasî ‎kiriye. Herwiha tenê naveroka vê nameya dîrokî(ku bêgoman di arşîva milliya ‎Îranê de hatiye parastin) ji bo wan nivîskar û lêkolînvanên neteweperest ku tenê bi ‎awaykî negatîv behsa kesayetiya siyasî û serhildana Simkoyê Şikak kirine. ‎ Bi dûçûna parlamenterê tirk yê agirî yê ku li sala 1943ê, Husametîn Tuxaç ; “Simko dixwaze li Urmiyeyê û Selmasê bi îdealîzma kurdperweriyê, rêvebiriyeke kurdî ava bike. Her wisa Simko difikire ku hindî ku Tirkiye hebe Kurdistana serbixwe nayê ava kirin. Bi van fikran jî di esasê dijminekê Tirkan e.” -1927 İran Azerbaycanı İstihbarat Raporu ve Analizi, Ersin Müezzinoğlu-Hüseyin Karamelikli, r:45-60 Piştî serhildana Simkoyê Şikak, li Rojhilatê Kurdistanê hêdî hêdî rê li ber rêxistinên modern re vebû û rêya avakirina Komara Kurdistanê

Simko dixwaze li Urmiyeyê û Selmasê bi îdealîzma kurdperweriyê, rêvebiriyeke kurdî ava bike. Her wisa Simko difikire ku hindî ku Tirkiye hebe Kurdistana serbixwe nayê ava kirin. Bi van fikran jî di esasê dijminekê Tirkan e”

vebû.

Têkiliyên Simko

Simkoyê Şikak yek ji endamên şaxa Wanê ya Azadî(rêxistin)yê bû. Aligirên Simko yên herî baş eşîrên Herkî û Mameş bûn ku Herkî li Urmiyê, Mameş li Mahabadê nişteci in.

Helwestên dewletan

Dewleta Tirkiyeyê ji ber êrîşên ermen û nastûriyan aliakriya çekdarî bo Simko dikir. Dewleta Tirkiyeyê heta sala 1922yê ku serkeftina xwe ya dijî dewletên ewropayî îlan kiribû, alikariya Simkoyê Şikak dikir. Paşî ev alîkarî hate birîn.

Kronolojî

Li sala 1908ê Simko li dijî Şîeyan aligiriya Osmaniyan dikir heta ku Osmaniyan Urmiye dagir kir. Li sala 1908ê li Îranê Şoreşa Makezagonî çêbû. Di vê şoreşê de Simko aligirê dewleta Îranê bû heta ku piştî şoreşê Îranê bi fermî rêvebirina Kotolê da Simko. Li sala 1913ê li gel Ebdulrezaq Bedirxanî dibistaneke kurdî vekir. Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem Îranê ev dibistanên kurdî girtin. Li ser vê dest bi serhildanê kir. Li sala 1918ê artêşa tirkan kete devera Urmiyeyê, piştî leşkerên trkan vegerî Îranê êrîş bir ser Simko, di encamê de brayê Simko hate kuştin. Li reşemeha 1918ê Nestoriyan herêma Urmiye xist bin destê xwe, gelek kurd û azerî di vî şerî de mirin. Heta dagirkirina Nestoriyan bajar ji aliyê kurdan ve bi rêya rêvebirinên şûra dihate rêvebirin . Li adara 1918ê Simko, Mar Şîmon dikuje Heta tîrmeha 1918ê şerê li gel Nestoriyan dewam dike. Di vî şerî de Simko û aligirên wî alikariya tirkan dke Piştî kuştina Mar Şîmon, Simko ji aliyÊ Rûsan sirgûnî Gurcistanê dibe Li sala 1922yê bi alîkariya Şêx Seyîd Tahayê Hekarî li gundê Çehriqê rêvebirina Kurdistanê ava kir. Li gorî lÊkolîneran, xelkê Lor ji bo destekê bidin Simko dest bi serhildanan kiribûn . Piştî Îranê êrîşî Simko kir,li tebaxa 1922yê hereketa Simko binket, li zivistana 1922yê çû Silêmanî li

cem Şêx Mehmûdê Berzencî Li sala 1924ê li dijî Nasturiyan alîkariya tirkan dike Li sala 1924ê Îranê Simko efû kir û vegerî welat Li sala 1926ê Simko dîsa serhildan da destpê kirin û bajarê Selmasê stand. Dîsa bi serneket û revî gundê Kaşkolê li devera Elbakê. Ji vir jî ji ber êrîşên tirkan revî û dîsa çû Silêmanî Li sala 1928ê Îranê dîsa Simko efû kir . Simko li sala 1930ê vegerî welat û li gel kurê xwe Xosro bi xiyaneta ÎranÊ hate kuştin li Şİnoyê hate kuştin. Lê kuştina Xosro bişik e.

Çavkanî

1- Handren, Dilan(2009-02-02). “The Rebellion of Simko Agha”. Kurdmania(bi German). Roja wergirtinê: 2009-02-23. 2- F. Kashani-Sabet,Frontier Fictions: Shaping the Iranian Nation, 1804-1946,328 pp., I.B. Tauris, 1999, ISBN 1-85043-270-8 p.153. 3- Kirîs Koçêra(Chris Kutschera), Bizava netewieya Kurd(bi zimanê farsî) 4- Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:279 5- Mamosta Mihemed Resûl, Îsmaîl Axay Şikak w bizwtinewey netewayetî Kurd, Hawar. 6- Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:81 7- Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:196 8- 1927 İran Azerbaycanı İstihbarat Raporu ve Analizi, Ersin Müezzinoğlu-Hüseyin Karamelikli, r:87 9- Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:199 10- Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:199 11- Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:214 12- Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:202

..........

CIHê Kû tAVê nEçE, DOKtORDIçE

A: FERÎDE HELÎQÎ

Xwarinên Dil û Demaran Diparêzin

Mirinên ji nexweşînên dil û demaran di nava tevahiya mirinan de cihekî mezin digirin. Nexweşînên dil û demaran rasterast xwarinên ku em dixwin ve têkildar in. Ji ber vê yekê hilbijartina xwarinên dirist pir girîng e. Ez ê behsa xwarinên ji bo tenduristiya dil û demaran sûdmend bikim.

Kakilê Gûzê

Di qaqilê Gûzê de rûnê binavê omega 3 û gelek lîf hene. Omega 3 rûnê di laşê mirov de ye ku zirarê dide dil û demaran kêmtir dike, asta kolesterole dadixîne, Rojane çengek qaqilê Gûzê xwarin pir sûdmend e. Şûna ku hûnê cîps û pasteyê bixwin kakilê gûzê bixwin çêtir e.

Behîv

Di naveroka behîvê de rûnên monounsature, lîf û sterolê nebatan heye. Behîv asta kolesterole nebaş e binavê LDL dadixîne. Rojane nîv çeng xwarin pir sûdmend e.

Pirteqal

Di naveroka pirteqalê de lîfê binavê pectin heye, pectin asta kolesterole dadixîne. Pirteqalê de mîneralê potasyûm ji gelek e, Potasyûm tansîyonê mirov aram dike. Rojane 2 pirteqalê xwarin sûdmend e.

Mastê Kêmrûn

Di naveroka mastê kêmrûn de mîneralên wekî kalsiyûm û potasyûm hene. Kalsîyûm û potasyûm him tansîyon aram dikin him jî hestûyan bihêz dikin. Heke hûn mast hezdikine mastê kêmrûn hilbijêrin.

Gilyaz

Di naveroka gilyazan de antîoksîdanê binavê anthocyonin heye. Anthocyonin dîwarê demaran baş diparêze. Him gilyazên teze him jî yên hişkkirî sûdmend in.

Blubêrî an Pêşik/Direşik

Di naveroka direşikan de gelek madeyên antîoksîdan û fîbrîl hene. Antîoksîdan demaran diparêze, fîbrîl jî pêş li qelewîyê digire.

Fasûlîyeyên Reşik an Barbunya

Di naveroka fasûlîyeyên reşik de vîtamîn û mîneralên wekî folat û magnezyûm, gelek cureyên antîoksîdan û fîbrîl hene. Magnezyûm tansîyon aram dike, fîbrîl jî nehêlin şekir û kolesterol zêde bibe.

Masiyên Somon

Ji bo tenduristiya dil û demaran xwarina masîyan gelek sûdmend e, taybetî jî masiyên somon. Di

masiyan de rûnê binavê omega 3 gelek e, Omega 3, înflamasyona laşê mirov kêm dike, asta kolesterol û trêglîserîd dadixîne û rîtma dil aram dike. Di hefteyekî de 2 caran masi xwarin tê pêşniyarkirin.

Rûnê Zeyte

Di rûnê zeyte de gelek antîoksîdan hene, ev antîoksîdan dîwarê demaran diparêzin. Heke li şûna rûnê rîwekan û margarîn rûnê zeyte be bikaranîn asta kolesterolê laşê mirov jî kêmtir dibe. Di dawiyê de him dil him jî demar têne parastinê.

Şofan Çewder û Ceh

Şûna xwarinên ji rizê(birincê), xwarinên ji genimên cûrbicûr sûdmend in. Xwarinên ji şofan çewder û ceh alî fîbrîlan ve pir dewlemend in, ev fîbrîl him asta şekir him jî asta kolesterole kêm dikin û dilê mirov diparêzin. Ji bo kêmkirina kîloyan jî xwarinên alternatîf in.

Tovê Kitanî

Di naveroka tovê kitanî de, fîbrîl, madeyê binavê lîgnan û Omega 3 hene. Tovê kitanî him dil û demaran diparêze him jî asta kolesterol kêm dike.

Catirî û Çaya Çê

Bijîşk û pisporên parize pêşniyar dikin ku şûna sosên fabrîkasyon biharatan bikarbînin. Di naveroka biharatan de gelek cureyên antîoksîdan û fîbrîl hene. Catirî û çaya çê metabolîzma laşê mirov bileztir dikin, înflamasyonê kêm dikin û demaran diparêz in.

Mewîj an Meya Sor

Di naveroka dendikê mewîjên û meya sor de, madeyên binavên resveratrol û catechin hene, ev her du made antîoksîdan in û dil û demaran baş diparêzin. Vexwarina alkolê nê pêşniyarkirin lê heke hûn alkolê vedixwinê alternatîfa herî baş, meya sor e. Rojane qedeheke zêdetir venexwim. Ji bo tenduristiya dil û demaran şikla jîyana mirov pir girîng e. Hilbijartina xwarinên dirist û werzîş kirin di destê mirov daye. Divê em xwe ji sirûştê û xwarênên sirûştî dûr nebixin.

Li gor lêkolînan em xoyê zêde dixwin

Rêvebirê Bernameya Nexweşiyên Neşofî û Jiyana Tenduristî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Prof. Dr. Toker Erguder:“Li gor xebatên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê li Tirkiyeyê xwarina xoyê li gor dinyayê 3 qat zêde ye û her ku diçe zêde dibe”. Rêvebirê Bernameya Nexweşiyên Neşofî û Jiyana Tenduristî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Prof. Dr. Toker Erguder got ji bo ku xoy kêm bê xwarin xebatên girîng divê bên kirin. Erguder ji ber Hefteya

Balkişandina Xoyê ya Dinyayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got li Tirkiyeyê xwarina xoyê li gor dinyayê 3 qat zêde ye û her ku diçe zêde dibe.

“Li Tirkiyeyê mirov xoyê zêde bi kar tînin”

Erguder got li dinyayê mirov 5 gram xoy dixwin, lê Tirkiyeyê ev heta 15 graman zêde dibe û wiha axivî:“Li Tirkiyeyê ji sedî 88ê mirinan ji ber nexweşiyên neşofî çêdibin. Sedema vê jî mirov xelet xwarin û xurekan dixwin û xoyê zêde bi kar tînin”. Prof Erguder anî ziman li Tirkiyeyê ji ber nexweşiyên dil, demar, pençeşêr, diyabet û pişikê gelek kes dimirin û wiha dewam kir:“4 sedemên vê yên bingehin hene. Alkol, cixare, xwarina nebaş û bêhereket mayîn. Di xwarina nebaş da jî tesîra xoyê zêde heye. ” Erguder bal kişande kişandina cixarê ya ku li Tirkiyeyê zêde ye û wiha pê da çû:“Ji bo ku rê li ber diyabetê, nexweşiyên netenduristî

Xwezayê da candar xwînsar an jî xwîngerm dibin. Candarên mîna mar û margîskan xwîngerm in. Yanî germahiya laşê xwe li gorî germahiya hawirê dikarin biguherîn in. Cîhên germ da germahiya laşê xwe kêm dikin, cîhên sar jî zêde dikin

bên girtin divê xebat bên kirin. Li Tirkiyeyê dema mirov xurekekî di pakêtekê da ye dikire agahiyên li ser wê pir biçûk hatine nivîsandin. Mirov nikare van bixwîne û bizanibe ka ew bi tenduristî ye yan na. Li welatên pêşvaçûyî etîketên sor, kesk û zer tên nivîsandin. Heke sor hebe ev ne tenduristî ye. Bi taybetî dema dayik ji bo zarokên xwe danûstandinê dikin tevgerên wan diguhere. Heman welêt hewl didin mîqtara rûnê trans a di nav xurekan da kêm bikin. Lê Tirkiyeyê der barê vê da tu tevdîr tune ne. Bi tenê heke di nav da rûnê trans hebe şirket mecbur in ku vê eşkere bikin bes hew. Qedexekirin tune. Ya herî girîng jî ew e ku mîqtara xoyê ya di nav xurekan da divê bê kêmkirin”.

Ba Ketê... Divê Ez Çi Bikim -Klînîkê da dibînin ku daxuyaniya êşa pişt, hustî û newqê “Sermê da mam, qerimîm.” “Ba ketê, bakî

ketê.” dibe. -Pêşiya her tiştî gotina herî girîng eve:BA NAKEVÊ!! -Xwezayê da candar xwînsar an jî xwîngerm dibin. Candarên mîna mar û margîskan xwîngerm in. Yanî germahiya laşê xwe li gorî germahiya hawirê dikarin biguherîn in. Cîhên germ da germahiya laşê xwe kêm dikin, cîhên sar jî zêde dikin. - Lê belê meriv wisa nîne, xwîngerm in. Derva germ jî bibe sar jî bibe germahiya laşê xwe 36 dereceyê da sabît digrin. Sedema xwêdanê ya hewayê germ da, zêdebûna germahiya hindurê me astengkirine û ber girtina zirar dayîna organ û laşe. -Hewayê sar da jî qirçeqirça diranê me, lerizandina masûlkeyan, refleksa ji bo zêdekirina germahiyê hindure. -”Xwêy da, serma kir, ba lê xist, pişta min diêşe”. “Zef serma kir, pişta min qerisî” “Cam vekirî bû, ba ketê, hustiyê min qerisî” mînakên wisa bersîv ên ji bo germbûn û sarbûn ê ya laş in. ? Başe, herkes ji van tişta duçar dibe, çima tenê li te da êş û qerisîn dibe? - Li vir da ger ku em şaşiyekî serrast bikin. Masûlkeyên hişk û şidandî, li gorî halên xwe yên normal nikarin qewet(hêz) çêkin. Masûlkeyên hustî, mil û pişt yên şidandî, hişk û biêş ji bo demên dirêj bikaranîna nemunasîb dişide. Demên dirêj da hem gera xwînê xerab dibe hem jî masûlke mîna xebata xwe ya berê naxebitin. - Eva mekanîzmaya min paragrafa jorê da behs kir, amadekarê ”Ba ketinê” ye. Masûlkeyên şidandî û carna jî ger hûn raçev kin hereketên nişkav da cîhên êş dikevê hema hema eynî ye. Sedema wê ya esas, masulke nikare vê barlêbunê rake. ? Niha jî em bala xwe bidine çaxa “ba ketinê” dikarin çi bikin? - Ava germ va duşekî hildin. - Qethiyen hereketkirinê bernedin! - Ji bo hereketê rojane bêêş kirinê rêyekî bigerin. -”Ji bo vekirina masûlkeyan” li gorî biryara xwe egzersîzên vekişandin ê nekin! “Vekişandin ên hişk” vê rewşê da dikare zirarên dinê jî bide. -1-2 rojan da derbas nebe teqez serî bidin fîzyoterapîstê xwe û ji bo careke din jî rast lê rewşeke wisa nebî şîret hildin.

Ji bo tenduristiya dil û demaran xwarina masîyan gelek sûdmend e, taybetî jî masiyên somonberfirehtir kiriye

This article is from: