22 minute read

Ê -2ÊRÎŞÊn DEwLETA TIRK Ên BI ARMAnCA QIRKIRn

ERDNÎGARIYEKE KEVNAR; ŞENGAL

ÊRîŞÊN DEwLEtA tiRK ÊN Bi ARmANcA QIRKIRNê -2-

Advertisement

MEM AVBA

Roja fermanê

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi berbanga sibehê re dîkên gundan, li şûna mizgîniya sibeheke aram ku tav tîrêjên xwe bide rûyê zarokên rojê; banga qirkirinê dida bi dengekî hewarî! Şûna geşbûna rojê, rengê reş û tarî yê kirêtî û qirêjiya DAÎŞ’iyan siha xwe dida ser dilpakiyên zorokên Tawusê Melek! Li vê xakê ev çendîn car bû mehşera qiyametê radibû, kesî nizaniya lê gotin di cih de be qiyameta bêbextî, xiyanet û rûreşiya dîrokê, şerma mirovahiyê pêk dihat. Êdî qad bibûn meydana bazariya can û giyanan, hem jî bi erzahî, gellek erzanî û bêarî! Dê weladê xwe davêt. Seyê pîr li xwedanê xwe xweyî dernediket. Deşt û berrî, gund û bajarên Şengalê veguherîbûn qesabxanê, mirov weke berxikan dihatin şerjêkirin. Mirov bi saxî û bi komî dixistana gorên ne diyar. Hêj di temenê nûgihayî ku jiyan û cîhan pênase nekirî! Tama tehl, rûsariya cemidî, dilxedariya bêrehm a tarîtiya bin axê nas dikirin..! Heyyy xwedayoo! Ev çi zilm, çi zordarî, çi hovîtî bû! ev çi guneh bû ku ewqas xedariya bêpênase heq dikir! Bi tariya êvarê re, mirovên xwe bi tarîtî û qirêjiya dîrokê pêçayî, bi pêlên reşaya tartîtiyê re dikevin tevgerê. Êdî navê jiyanê tenê û tenê dibe berxwedana man û nemanê, cenga hebûnê. Mîna ku mirov kevirekî bavêje gola avê, giloveriyeke çêke û her ku biçe ew giloverî fireh be û heta bigihê peravê golê; pêla êrîşên DAÎŞ’ê jî wisa li gund û deşta Şengalê kêlî bi kêlî belav dibû. Weke ewrekî reş, mij û moran; lê ne ji ber serma, berf û baranê, ji ber kelekela germa Tebaxa şewat bû ev kel û dûxan, ev mij û moran, ev qêrîn û hewar! Li aliyekî bazara can û mal, li aliyekî rev û beza ber bi jiyanê destpê kiribû, di nav çirkên demê û qonaxên şevê de. Kesên mecal û derfet dîtî, yê dest li ber rabûyî, dest avêtibû xîretê bergiriya hovîtiyê dikir. Egîd û mêrxasên leheng çok dabûn erdê, sing dabûn ber riman, dil kiribûn senger û ala berxwedanê ba dikirin. Li aliyê dîtir yên ji vê mecalê bêpar, berê xwe dabûn rêka çiya… Bi lingên xas, bi tena kiras, bê av û nan di kelegerma şeva Tebaxê de dikudandin… Lingan dilezand ber bi şiverêyên çiyayê serberz û enî pak. Lê dil, hest, raman, ango tevde hebûna arîşenî li pey dihat hiştin di nav lepên çeteyên har û hov de. Lewre her malbatek, her gundekî nîvê cerg û mêlaka xwe li pey xwe hiştibûn û berê xwe dabûn çiyê neçar! Çiya ku ji dîrokê ve stargeh û aramîgeha gelê Kurd, lewa ji wan re digotin qewmê çiyayî. Vê carê jî vaye dîsa careke dîtir dibû şahidaya ferman û kom

Piştî ku Ehmed Caso ji serkêşê DAÎŞ’ê re dibêje ku naxwazin bibin misilman, komeke DAÎŞ’ê piştî sê rojan vedigerin gund ku Ebû Hemze jî di nav komê de ye. Xelkê gund li gorî çand û rêzdariya xwe wan pêşwazî dikin û wan dikin mêvan. Lê belê koma DAÎŞ’ê ji gundiyan re dibêje, “Madem hûn naxwazin bibin misilman, em ê jî mafên ku me dayî Xiristiyanan bidin we. Lewre hûn ê cizye (bac) bidin me. Em ê piştî çend rojan dîsa vegerin gund û billa gundî jî li cihekî kom bibin, em ê baca xwe ji we bigirin (pere, zêr û eşyayên bi qîmet) û paşê we bi seyareyan bişînin herêma Kurdistanê.” Piştî 4-5 rojan nêzî hezar çeteyên DAÎŞ’î careke dîtir vedigerin gund. Li gund piştî ku zînetên ji gundiyan xwestî ji wan digirin, jin û zarokan ji gundiyan vediqetînin. Zilam, kal û pîran ji gund hinek dûr dixin, bi komî wan dikujin û dixin gorên komî. Jin û zarokên hatî veqetandin jî li otobusan siwar dikin û dibin Tel Aferê. Ev jin û zarok hêviyê ne ku dê wan bibin Kurdistanê! Mixabin li Tel Aferê van jin û zarokan weke pez dixin malan û yek bi yek derdixin dibin û li bajarên Tel Afer, Fellûce, Musil, Reqa hwd weke eşyayekî difiroşin. Ev jî trajediya fermanê mezintir, birînên civakê xedartir dike! Ango komkujiya herî mezin bi vî awayî li Gundê Koço û derdora wê pêk tê. Piştî ku asta komkujiyan belav dibe, navend jî tê de, niştecihên komalgeha Şengalê bi lez û bez dikevin ser şiveriyên çiyê… Li gel zirarên maddî û manewî, li gorî daneyan bîlançoya vê komkujiyê wiha ye: • Nêzî 400 hezar kes ji gund û ba

YPG-YPJ ku li xaka Rojavayê Kurdistanê, li bakur-rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê şer dikir, ji vê keraset û hovîtiyê re temaşevan namîne û destwerdana rewşê dike ku heta hêzên gerîla bigihêjin qadê

jarên xwe koç ber bûye. • Navenda Şengal, nehiyên Sinûnê û Til Êzer jî tê de hema bêje bi giştî gund, komalgehên Şengalê tên xirabkirin an jî şewitandin. • Li aliyê Başûr ê Şengalê gelek malbat hema bêje bi giştî hatin qirkirin, an jî ketin destê DAÎŞ’ê. • 6450 jin, zarok, keç û beşek zilam dîl ketine destê DAÎŞ’ê. • Li gorî hatî tespîtkirin heta niha ji 6450 kesan 3370 kes ji destê DAÎŞ’ê hatiye rizgarkirin. Kesên hatî rizgarkirin li gorî zanyariyan 300 jê zilam, 758 jin, 456 keç û 473 kes jî kur in. • Zêdetirî 3 hezar kes aqûbeta wan hêj ne diyar e. Di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne yan hatine qetilkirin nayê zanîn. • 1500 kes ên li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dayî şehîd bûne. • 280 kes dema ku ji ber êrîşên DAÎŞ’ê direvin, di rêyên çiyê de bi têhn-birçîbûn û nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane. • 890 kes dema koçberiyê de ji ber sedemên cur be cur birîndar bûne. • Bi qasî 100 hezar zêdetir Êzidî koçberî derveyî welêt bûne. • Bi qasî 350 hezar Êzidî ji warê xwe koçber bûne, li deverên din ên weke Kurdistan hwd dimînin, koçber in, derveyî Şengalê ne. • Ji kesên hatî revandin û winda heta niha cenazeyê 1280 kesî hatiye dîtin. Cenazeyên hatî dîtin bi gelemperî di gorên komî de hatine dîtin. • Heta niha 12 gorên komî hatine dîtin û tê texmîkirin ku hêj gelek gorên komî hene. • Bi qasî 100 hezar kes jî niha li ser axa Şengalê dijî. • Beşek ji van kesên ketî destê DAÎŞ’ê, bi hevkariya YBŞ-YPGQSD’ê hatine rizgarkirin. Beşek jî bi derfet û hewldanên xwe ji destê DAÎŞ’iyan filitîne û xwe gihandine cihên bi ewle, li qadên di bin serweriya YPG-QSD’ê de.

Li Hemberî Tevgera Herî Mezin A Terorê, Destwerdan Dîrokî Êş û azara dîlên ji destê DAÎŞ’ê hatî rizgarkirin nikare bi gotin û hevokan bête zima. Her pênaseya janê ji bo birînên vê hovîtiyê dê kêm û nebes bimîne. Dîlên ji destê vê rûreşiya mirovahiyê hatî rizgarkirin, bi gotinekê dibêjin ku dema di destê DAÎŞ’ê de, weke bê ruh, giyan, tenê weke cestekî

mane. Di vê esaretê de hovîtî û bêexlaqiya nayê hiş û aqilê mirov, bi serê van esîran de hatiye anîn. Jixwe tecawuz, zor, tundî,êşkence, bêrûmetî, li pêş çavên wan zarok û hevjînên wan kuştin hwd li aliyekî, êş û janên ku hevok û gotinan neyê ziman re rû bi rû mane. Li bazaran weke pez, weke eşya, li welat û welat, li bajar û bajar hatine gerandin û firotin. Her roj, her kêlî bi dehan caran giyana wan hatiye lewitandin, mirine û sax bûne! Di hovîtiyê de sînor nasnekirine. Dayikên ku ji esaretê filitî wiha dibêjin; ‘…Zarokên me serjê dikirin, dipijandin û didan ber me digotin bixwin...’ Hovîtiyeke ku di ti ol, bawerî, çand û exlaqê mirovahiyê de tineyî bi serê wan de hatiye anîn! Xelkê ku ji ber vê hovîtiya DAÎŞ’ê reviyayî û xwe spartî çiyayên Şengalê, bi rojan kelegerma Tebaxê, li wan çiyayan bê av, bê nan û xwarin, bi tirs û fikara kuştinê dimînin. Dinya li hemberî vê trajedî, vê şerma mirovahiyê ker û kor û lal e. Ne zilhêzên cîhanî ku xwe weke ‘hewariyên demokrasî û azadiyan’ didin nasîn, ne hikumeta Iraq ê, ne jî hikumeta Kurdistanê tiştek nakin û li vê keraseta civakî dibin temaşevan. Gotineke pêşiyan heye, dibêjin, “Wijdan avêtine ber seyê birçî, sê jî wijdan nexwariye!” Mixabin wijdana dinyayê winda bibû, qerisîbû li ber vê hovîtiyê. Civakek, çandek, baweriyek, erdnîgariyek li pêş çavê cîhanê bi qirkirinê maddî û manewî re dihat derbaskirin. Bi gotineke din, ‘ji binê erdê zarezara mirovan dihat’. Lê belê qêrînên hewarê li valehiyeke bê nirx winda dibûn, olan nedidan! Dem ne dema barbarî û hovîtiyê bû, heyam ne heyama tarî, ne heyama xelayê bû; tişta li meydanê diqewimî ne şano, ne film, ne tragedyayek bû: Ji serî heta binî rasteqîneke tehl weke jehrê bû, kujer bû, qirker bû! Civaka herî kevnar a Rojhilata Navîn Êzidî, li ber çavan dihat qirkirin û tevahiya cîhanê mîna li ber ekranê TV’ê filmekî temaşe bike, lê nihêrî! PKK-KCK demildest ji raya giştî re radigihîne ku biryar daye dê gerîla bişîne hewara civaka Êzidî û heman şevê tabûrên gerîla ber bi herêmê ve dikevin tevgerê. Lê belê Şengal ji çiyê dûr bû. Rê tejî asteng, metirsî û kemîn bûn. Lewre hatina gerîlayên HPG-YJA-Starê ya li herêmê û destwerdana wê ya li êrîşên DAÎŞ’ê dê demek bigirta. Ji bo demek pêwîst bû ku heta gerîla xwe ji navserên çiya berde û bigihanda Şengalê. Bi sedan gerîlayên jin û mêr, di rûyê wan de wêrekî û awirên tolhildanê, li ser zimanê wan dirûşmeyên serkeftinê berê xwe didin xaka kevnar û pîroz Şengalê. Lê belê rewşa Şengal û Êzidiyan zêde ne baş bû. Her dem û saeta diçû, her roja diborî, metirsiyên gelek mezintir di nava xwe de mezin dikirin. Bi hezaran Êzidî, bi jin, zarok, kal û pîr, bê derfet, cil û berg, bê nan û av xwe li çiya dabûn. Çiya jî di bin dorpêç û êrîşên DAÎŞ’ê de bû. Hêj jî metirsiya komkujiyeke mezintir hebû. Civaka Êzidî bi xwe ne xwedî hêzeke parastinê bû. Civakeke bê çek û bê derfet bû. Beriya fermanê, Navenda Parastina Gel (NPG) ji bo pêşamadekarî û rêxistingeriyê 12 gerîlayan bi awayekî nepenî dişîne qadê. Lê belê ji van 12

Bi hatina gerîla ya li qadê re eniya berxwedan û têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê mezin dibe. Gerîla 5’ê Tebaxê Milîsên Xwecihî yên xweparastinê bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) rêxistin dike û peywirdarî tên kirin û bi giştî ewlehiya çiyayê Şengalê tê girtin

gerîlayan 3 heb ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tên girtin û 9 gerîla tenê digihêjin qadê. Piştî DAÎŞ li milê deştê dest bi êrîşan dike, gundewarên derdor berê xwe didin çiyê. Her 9 gerîayên li qadê jî demildest digihên hev plansaziya xwe çêdikin. Gerîla di nav xwe de plansaziya ku dê her gerîlayeke deriyekê çiyê bigire, hem civaka berê xwe dayî çiyê biparêze, hem jî bergiriya DAÎŞ’iyan bike ku nekare bikeve çiyê û qirkirinên mezintir pêk bîne. Gerîla, beşek ciwanên Êzidî ku berê bi wan re ketî têkiliyê û rêxistin kirî jî li dora xwe kom

dike û dest bi parastinê dikin. Ciwanên Êzidiyan ên xwe spartî çiya jî piştî bergirî û berxwedana gerilayan dibînin li dora wan kom dibin û xeteke berxwedanê pêk tê. Çeteyên DAÎŞ’ê bi çekên giran û weke artêşa Moxiliyan ketibûn pey nêçîrkirina Êzidiyan. Divê demildest alîkarî û hewariya leşkerî, mirovî û lojîstîkî ji herêmê re biçûya. Nexwe destê wê li ber guhê wê bû ku trajediya herî mezin a dîrokê pêk bihata. YPG-YPJ ku li xaka Rojavayê Kurdistanê, li bakur-rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê şer dikir, ji vê keraset û hovîtiyê re temaşevan namîne û destwerdana rewşê dike ku heta hêzên gerîla bigihêjin qadê. Şervanên YPG-YPJ’ê ligel ku xak û civaka wan bi xwe jî bi êrîşên DAÎŞ’ê re rû bi rû bû, Til Koçer, Cezaa û Rebîa ji destê DAÎŞ’ê rizgar dikin, sînorên Sûriye-Iraq ê derbas dikin û diçin hewariya civaka Êzidî. YPG-YPJ, 5’ê Tebaxê sînor derbas dike û dikeve navçeya Rebîa ya pêşberî Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê ye. Li vê derê şerekî giran rû dide. Şerevanên YPG’ê bi giyana fedaiyane li dijî DAÎŞ’ê şer dikin û DAÎŞ’ê li Rebîayê dişkînin. Beşek pêşmergeyên YNK’ê jî ku ji herêmê venekişîbûn piştî YPG dikeve navçeyê, bi hestên Kurdistanî mil bi milê YPG’ê li dijî DAÎŞ’ê dikevin şer. Li aliyekî li navenda Rebîa şerekî giran diqewime, li aliyê dîtir hêzên YPG’ê bê sekan berê xwe didin xaka Şengalê û ji rêzê ve gundên Tawis, Qaîle û Mehmûdiye ku 15 km dûrî Rebîa ne ji DAÎŞ’ê rizgar dikin. Bi vî awayî hêzên YPG-YPJ’ê gav bi gav pêş de diçin heta ku xwe digihînin çiyayê Şengalê. Bi vî awayî korîdoreke mirovî tê vekirin ku Êzidiyên ji ber hovîtiya DAÎŞ’ê xwe spartî çiyê, ji vê korîdorê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bê kirin û pêşî li komkujiyeke mezintir bê girtin. Dema şervanên YPG-YPJ’ê digihêjên çiyayê Şengalê, mirovên ku li van çiyayan nîv mirî mayî weke ku kulîlkek bête avdan û geş bibe ji nû ve zindî dibin; lê zindîbûneke xembar li ser rûyê wan danî, geşbûneke nîvcomayî! Bi gihaştina şervanên YPG’ê re, gerîlayên HPG-YJA STAR’ê jî piştî şer û pevçûneke giran digihînin çiyayê Şengalê. Jixwe 9 gerilayên HPG’ê yên berê li qadê bi ciwanên Êzidî re eniya berxwedanê çêkirine. Bi gihiştina YPG û HPG’ê ya li qadê re plansazî tê kirin ku bi deh hezaran kesên ji fermanê filitî, bi awayekî ewle derbasî Rojava bê kirin. Li aliyekî şer û berxwedan tê kirin, ji aliyê dîtir alîkariya jiyanî ya demildest digihînin Êzidiyên li serê çiyê asê mayî. Li aliyê din jî gav bi gav xelkê li ser çiyê belav bûyî komî ser hev dikin û derbasî Rojavayê Kurdistanê dikin. Bi hatina gerîla ya li qadê re eniya berxwedan û têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê mezin dibe. Gerîla 5’ê Tebaxê Milîsên Xwecihî yên xweparastinê bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) rêxis-

tin dike û peywirdarî tên kirin û bi giştî ewlehiya çiyayê Şengalê tê girtin. Bi sedan, heta bi hezaran xortên Êzidî mil bi milê gerîlayên HPG’ê li dijî DAÎŞ’ê çek radikin û dest bi şer dikin. Piştî ku gel berxwedana gerîlayên HPG’ê, şervanên YPG’ê û ciwanên Êzidî ya li dijî çetayan bi çavê xwe dibîne hinek tê ser xwe û êdî bawer dike ku dê ji vê kerasetê rizgar bibe. Xebatên derbaskirina koçberan a li Rojava tê destpêkirn. Di vê korîdora ji aliyê hêzên YPG û HPG’ê ve hatî vekirin de rêveberiya Rojava hemû derfetên xwe yên maddî, teknîkî û gihaştinê dixe dewrê. Di nava du rojan de 120 hezar kes ji çiyayê Şengalê tê tehliyekirin. Xelkê ku hatî derbaskirin ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojava ve tê pêşwazîkirin û bicihkirin. Piştî pêvajoya parastina çiyayê Şengalê, tehliyekirina gel ê di çiyê de asê mayî û rêxistinkirina eniya parastinê; qonaxa têkoşîn û berxwedanê destpê dike. Meha Kanûnê ya heman salê, hêzên HPG-YJA Star, YPG-YPJ û YBŞ’ê derbên giran li DAÎŞ’ê dixin. Gundên weke Ramalla, Qedaa, Kenho yên li Başûrê Cezaa ku li ser xeta korîdora Şengal-Rojava, dîsa gundên weke Remmo, Recm Abed, Xazuga û Naiyyem ên li aliyê Iraq ê diman, ji çeteyan tên rizagarkirin. Her ku diçe berxwedan mezintir dibe û encam tê girtin. Lewre 29’ê Cotmeha 2015’an de hemû hêzên parastina Êzidxanê gaveke dîrokî tavêjin. Bi daxuyaniyeke hevbeş, bi dirûşmeya “Fermandariya Êzidîxan a Ji Bo Rizgariya Şengalê” fermandariyeke hevpar radigihînin.

PKK-KCK demildest ji raya giştî re radigihîne ku biryar daye dê gerîla bişîne hewara civaka Êzidî û heman şevê tabûrên gerîla ber bi herêmê ve dikevin tevgerê. Lê belê Şengal ji çiyê dûr bû

21 û 22’ê meha 12’an a sala 2014’an operasyona rizgarkirina Şengalê tê destpêkirin. Lê belê ji ber nakokî û lihevnekirinên di qada leşkerî de pêngav nîvco dimîne. Di vê pêngavê de gerîlayên HPG’ê, şervanên YBŞ’ê, pêşmergeyên herêma Kurdistanê cih digirin. Lê belê ji ber nakokiyên bi hêzên Pêşmerge re pêngav naçe serî û tê rawestin. Lewre pêşmerge li gorî hatî plansazkirin tevnagerin û hêzên xwe paşde dikêşin. Fermandariya Şengalê 12’ê Mijdara 2015’an careke dîtir mizgînî dide civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd ku ‘Operasyona Rizgarkirina Şengalê’ dane destpêkirin. Operasyon bi pêşengiya gerîla, hêzên parastina Êzidxanê, xelkê Êzidî yê li çiyayê Şengalê li ba şervanan mayî, di dorhêla xweparastinê de tevlî operasyonê dibin. Dîsa Pêşmerge jî tevlî vê operasyonê dibin. Roja ku operasyon tê destpêkirin hêzên Kurdî dikevin navenda bajarê Şengalê. Di roja duyemîn a Operasyonê de hêzên YBŞ-YJŞ û gerîlayên HPG-YJA Starê beşeke girîng a navenda bajêr rizgar dikin û dixin destê xwe. Di destpêkê de taxên weke Berbiroj û girên ku li ser taxên rojhilatê bajêr serwer bûn tên girtin. Di van taxan de, Sûka Serî ya bajêr de şerekî gelek mezin diqewime. Piştî pêvajoyeke berxwedanê ya 11 mehan a HPG û YBŞ’ê bajarê Şengalê tê rizgarkirin. Koordînasyona Şengalê ku 14’ê Mijdara 2015’an li navenda Şengalê daxuyanî dayî, mizgîniya rizgariya Şengalê dide û li tevahî Êzidiyan, li hêzên HPGYJA Star, YBŞ, YPJ-Şengal, HPŞ û Pêşmergeyan ku di nav operasyonê de cih girtibûn pîroz dike. Di nava vê pêvajoyê de di serî de li herêma ku Korîdora mirovî hatî vekirin êrîşên mezin ên DAÎŞ’ê pêk tên û berxwedaniyeke dîrokî pêk tê. Dîsa li deverên weke Solaxê, Herdan, li Barêya Jorîn û Jêrîn, Skêniyê, Geliyê Şehîdan, Geliyê Şilo, Cidalê, Gabara û her çar aliyê çiyê êrîşên çeteyan pêk tên û li beranberê vê hêzên parastina Êzidxanê bi tevkariya HPG’ê berxwedaniyeke mezin pêk tê, êrîş tên şkandin. Piştî vê pêvajoyê meha 10’emîn bi armanca ku êdî YBŞ li herêmê rêkûpêkî û yekrêziya xwe çêbike bi pêşengiya fermandarê YBŞ’ê Berx-

xwe, civaka Êzidî zêdetir xwedî li hêzên xwe yên leşkerî derdikeve. Li hemberî van êrîşan tevahiya cîhanê bê deng û bê bertek dimîne, helwestek nayê raberkirin. Hem zilhêz, hem dewletên herêmê, nexasim jî dewleta Iraq ê û herêma Kurdistanê li hemberî van êrîşan bêdeng dimînin. Lê belê ji bo ku ev êrîş ne tenê li hemberî YBŞ’ê, di heman demê de binpêkirina serweriya xaka Iraq ê ye jî divê pêşî lê bihata girtin û danekirina pêwîst raber bikira. Lê mixabin bertekek jî nayê nîşandan. Li gorî daneyên YBŞ û MXDŞ’ê heta niha dewleta Tirk 7 caran li ser Şengalê êrîşên hewayî pêk anîne. Ji van 2 heb bi balafirên şer, 5 heb jî bi balafirên keşfê pêk anîne. Êrîşên dewleta Tirk ên pêk hatî wiha ne: • 24’ê Nîsana 2017’an êrîşek pêk tê û di vê êrîşê de şervanekî YBŞ’ê(Gênco) û 5 Pêşmerge jiyana xwe jidest dibin, 9 pêşmerge birîndar dibin. • 15’ê Tebaxa 2018’an, dewleta Tirk bi balafiran êrîş dike û di encama vê êrîşê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku ji salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, saet derdora 16’an li rastî vê êrîşê tê û jiyana xwe ji dest dide. • 13’ê Kanûna 2018’an balafirên dewleta Tirk geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê bombebaran dike. Di vê bombebaranê de 3 karkerên ji Kobanê jiyana xwe jidest didin. Her sê karker ên bi navê Xelîl Qere Elî, Mistefa Hecî Qolanê û Mehmûd Xan Temo yên ji gundê Helincê yê Kobanê bûn, ji bo debara xwe li herêmê dixetin.

Li gorî hatî tespîtkirin heta niha ji 6450 kesan 3370 kes ji destê DAÎŞ’ê hatiye rizgarkirin. Kesên hatî rizgarkirin li gorî zanyariyan 300 jê zilam, 758 jin, 456 keç û 473 kes jî kur in

• 4’ê Mijdara 2019’an saet 13:10’î de dewleta Tirk careke dîtir bi balefirên keşfê yên bi çek (SİHA) êrişî baregehên YBŞ’ê dike. Di encama vê êrîşê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar dibin. • 5’ê Mijdara 2019’an Gundê Barê yê bi ser Şengalê ve rastî êrîşa balafirên dewleta Tirk tê. Di vê êrîşê de kes jiyana xwe ji dest nade lê belê gelek ziyana maddî çêdibe. • 19’ê Mijdara 2019’an saet derdora 10:30’î balafirên dewleta Tirk ên keşfe (SÎHA) li Xanesorê careke dîtir baregeha YBŞ’ê bombebaran dike. Di bomberdûmanê de 5 şervanên YBŞ’ê birîndar dibin. Şervanê YBŞ’ê Egîd Şengal ê di encama êrîşê de birîndar bûyî 20’ê Mijdarê li nexweşxaneyê dema tê dermankirin jiyana xwe ji dest dide. • 15’ê Çileya 2020’î dewleta Tirk dîsa êrîş tîne ser gundê Dugurê yê girêdayî nehiyeya Sînunê ya Şengalê. Di vê êrîşê de ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û Hemîd Şengalî, li gel şervanên YBŞ’ê Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî jiyana xwe ji dest didin. Di van êrîşan de dewleta Tirk armanc dike ku civaka Êzidî ji hev belav bike, nehêle vegerin ser xaka xwe, hêzên xwe yên ewlehiyê çêbike û pergaleke xwe ya xwerêveberiyê çêbike. Lê belê YBŞ’ê li hemberî van êrîşan rêxistina xwe xurtir dike, xwe bihêztir dike. Di vê heyamê de gelek gef û gurrên dewleta Tirk li ser Êzidxan û destkeftiyên Êzidiyan çêdibin. Lewre KCK eşkere dike ku civaka Êzidî ji fermanê hatiye rizgarkirin. KCK’ê diyar kir ku naxwazin dewleta Tirk bi hebûna gerîla ya li herêmê bike hincet û destkeftiyên Êzidiyan bikevin metirsiyê. KCK raber dike ku êdî YBŞ-YJŞ dikare civak û axa xwe biparêze, têra xwe dike, lewre gerîla ji qadê vedikşînin. Lewre piştî daxuyaniya KCK’ê ya 01 04 2018’an gerîlayên HPG-YJA STAR’ê ji raya giştî re ragihand ku ji Şengalê vedikişin. Her çiqas gelê Êzidî nexwestibe gerîla ji qadê biçe jî piştî ku peywira xwe pêk tîne, ewlehiya Êzidxanê têkûz dike, zarokên wê xakê ji aliyê leşkerî ve ji bo ku bikaribin ji her aliyî ve li hemberî her kesî xwe biparêzin rêxistin dike, erka xwe tîne cih û ji qadê vedikişe. YBŞ-YJŞ ji aliyê pergala leşkerî ve

xwe rêxistin dike, dikemilîne û bi artêşa Iraq ê re jî hiqûqê xwe datîne. Têkiliyên YBŞ’ê yên bi dewlet û artêşa Iraq ê re li ser esasê tifaq û hevkarî pêk tên. Dîsa YBŞ weke beşke leşkerî ya artêşa Iraq ê tê qebûlkirin û naskirin. Dîsa hewldan hene ku di nava destûra Iraq ê de hiqûq û cihekî civaka Êzidî û destkeftiyên wan hebin. Di vê dorhêlê de asteke baş a têkiliyan bi dewleta Iraq ê hatiye sazkirin û ev di asta herî jor de tên kirin. YBŞ, di encama vê tifaqê de heta niha gelek operasyon û pêngav bi artêşa Iraq ê, Heşdî Şabî, ango bi hêzên dewleta Iraq ê yên fermî re pêk anîne. Çi li Şengalê, çi li derveyî Şengalê gelek operasyon bi hev re hatine kirin. Piştî DAÎŞ hem ji herêma Şengalê, hem jî ji Musil û derdorê wê tê paqijkirin, hêzên parastinê yên Êzidxanê ji nû ve xwe li herêmê rêk û pêk dikin û dest bi têkûzkirina nîzama leşkerî û asayîşê dikin. Di vê çarçoveyê de ji aliyê leşkerî ve, YBŞ-YJŞ weke hêzên leşkerî dibe xwedî asûn û erk; ji aliyê dî ve Hêzên Asayîşa Sivîl, Polîsê Trafîkê hwd tên avakirin. Ev hemû hêz jî di bin banê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) de tên komkirin û hiqûqê wan tê çêkirin. Dîsa bi hikumeta navendî re di encama danûstandinan de asta têkilî û hiqûqekê tê danîn û hêzên leşkerî yên Êzidxanê bi awayekî fermî nav nîzama ewlehiya Iraq ê de cihê xwe digirin û hiqûqê wê ji aliyê artêşa navendî ya Iraq ê ve jî tê qebûlkirin. Li Şengalê piştî rizgarkirina bajêr ya ji çeteyên DAÎŞ’ê re, ne tenê di warê leşkerî de, di warê avadanî û ji nû ve sazûmaniya civakî de jî gelek geşedan û pêşketin pêk tên. Meclîsa Şengalê ku di rewşên awarte de ava bûyî, xwe li gorî ji nû ve sazûmaniyê rêkûpêk dike û dest bi xebatên xwe dike. Di vê dorhêlê de gelek sazî û rêxistinên civaksazî û avadaniyê tên avakirin. MXDŞ di çarçoveya xebatên civakî de navenda bajarê Şengalê jî tê de li her komalgeh û gundên wê meclîs û komunên gel ava dike. Di van meclîsan de civak bi rêkûpêkî li hev dicive û pirsgirêkên xwe guftugo dike û jê re li gorî derfetan çareserî digere. Tevahiya saziyên Şengalê bi şêwaza hevserokatiyê xwe rêxistin kiriye û bi rêve dibe. Di serî de di qadên tenduristî û perwerdehî de gavên şênber hatine avêtin. Nexweşxane hatine vekirin û di van nexweşxaneyan de gel, piranî bê pere yan jî bi pereyekî pir kêm tê tedawîkirin. Her wiha di nexweşxaneyên gel de derman bê pere ji gel re tên dayîn. Dîsa şaredariya Şengalê, li ser esasê şaredariyên gel, li her komalgehekê şaredariyekê peywirdar

kiriye û bi awayekî kolektîf xebatên xizmetguzarî tên kirin. Di serî de pirsgirêkên gel ên weke av, kehrebe/ceyran, rêya qîr a gundan hwd tên çareserkirin. Li gorî derfetan sotemeniya ji bo zivistanê ji gel re tê belavkirin. Mijareke din a ku di bin banê MXŞD’ê de hatî pêşxistin qada perwerdê ye. Navenda Şengalê jî tê de li gelek komalgehan dibistan hatine vekirin û seranserî rojê perwerde tê dayîn. Li dibistan û medreseyan hem bi zimanê Kurdî, hem jî bi zimanê Erebî perwerde tên dayîn. Polîtîkyên li ser Şengalê bi

êrîşên dewleta Tirk ve jî sînordar namînin. Piştî hewqas êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê, niha jî ketiye rojevê ku dê li herêma di navbera Zûmmar û Şengalê de kampeke DAÎŞ’iyên girtî û malbatên wan bê çêkirin û DAÎŞ’î di vê wargehê de bên ragirtin. Her çiqas angaştên ku dewleta Iraq ê û Neteweyên Yekbûyî di nav xwe de ji bo vê mijarê nîqaş hatiey kirin û birayar girtine, hebin jî, hem ji civaka civaka Êzidî, hem jî civakên Erebî, serokeşîrên Êzidî û Ereb nerazîbûn nîşanê vê biryarê didin û fikarên xwe tînin ziman. Her wiha tê angaştkirin ku di parlamentoya Iraq ê de li hemberî vê mijarê hejmerek (nêzî 30 wekîlan) parlementeran îmze kom kirine ku ev biryar bê betalkirin û sekinandin. Hêj travmaya civakên herêmê ya ji ber DAÎŞ’ê, nexasim jî travmaya civaka Êzidî neqediyayî, hêj birînên xwe nepêçayî, rojevkirina mijareke vê travmayê kûrtir dike. Dihêle ku fikar û gumanên civaka Êzidî yêm metirsiya qirkirinê neqedin. Lewre berdevk û nûnerên saziyên Şengalê diyar dikin ku dê bi tundî li dijî biryareke wiha derkevin. Destûr û riza nîşanî hewldaneke wiha nadin! Her wiha hêj jî di navbera hikûmetên Iraq û Kurdistanê de nakokî û hevrikiyên ciddî hene ku dixwazin li ser herêma serwer bibin. Ji bo wê tê angaştkirin ku di navbara her du hikûmetan de bazarî tên kirin ku careke dîtir pêşmerge bikeve Şengalê û bi rêve bibe. Lê belê jixwe niha li Şengalê hem hêzên xwe yên leşkerî (YBŞ) hem Aşayîş û polîsên xwe yên trafîkê hene û girêdayî MXDŞ’ê ne. nûnerên MXDŞ’ê diyar dikin ku ji bilî her hewldan û nêzikatiya bê raberkirin, li dijî îradeya civaka Êzidî ye ne ji bo çêkirinê ji bo xirabkirinê dê bihesibînin û helwestan wan dê li gorî vê be. Her wiha diyar dikin ku ji bilî saziyên ku ji aliyê zarokên vê civakê ve hatî avakirin û bi bedelên giranbiha hatî pêşxistin ti hêz û qebûl nekin. Bi kurt û kurmancî di demeke ku Şengalê birînên xwe piçekî pêçayî de ji nû ve pêşketina nîşaneyên aloziyê nediyariyê bi xwe re tîne û nahêle ku aramiyeke mayînde li herêmê pêk bê.

Bi berbanga sibehê re şiverêyên çiyayê Şengalê, bi mirovên dil bi kul dagirtî bûn. Lê mixabin ev ne xêliyên dawet û şahiyekê bûn. Ne jî qasid û peyamberên cejn û bextewariyê bûn

This article is from: