7 minute read

EREFARIS HERBO: yÊn PEyMAn LI SER ŞEngALÊ ÇÊKIRIn RÊ nADIngEL VEg

FARIS HERbO: Yên pEYMAn LISER şEngALê çêKIRIn Rê nADIn gELVEgERE

A: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Advertisement

Berpirsê Têkiliyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê li ser koçberên Êzidî yên li wargehên li Başûrê Kurdistanê dimînin metirsiye û banga hişyariyê li civaka Êzidî kir. Herbo destnîşan kir ku civaka Êzidî bi berxwedanê plana di navbera Hewlêrê û Bexdayê de ya li ser Şengalê vala der xist û got ku yên li ser Şengalê peyman çêkirin rê nadin gel vegerî li ser xaka xwe. Berpirsê Têkiliyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo têkildarî lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexda ya li ser Şengalê û rewşa dawî ya Şengalê ji Rojnews’ê re axivî. Berpirsê Têkiliyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo diyar kir ku sala 2020’an ji bo civaka Êzidî salek pir giran bû got;”Ji ber me jî bi şahadeta pêşeng Zerdeşt û hevalên wî pêşwazî li sala 2020’an kir û di nava salê de me berdelên giran dan. Herî dawî jî ji dest dana kedkarê civaka Êzidî Mam Beşîr, em van pêşengên Êzidxanê bi bîrtînin û beşna xwe li hemberî wan ditewînin.” Faris Herbo diyar kir ku bi saya Meclîsa Avakar a Şengalê ya di sala 2015’an de hatî avakirin civaka Êzidî xwe bi rêxistin kir û saziyên xwe ava kir û got;”Bi taybet di aliyê tenduristiyê de bêyî ku saziyek hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê li vir hebin me dest vê xebatê kir. Di warê xizmeta gel, aborî û herwededin de gavên girîng hatin avêtin. Ev xebatên me hata îro ji berdewam dike. Bi saya xebata Rêveberiya Xweser îro koçberan berê xwe dane axa xwe ya pîroz.”

‘Xelkê Şengalê planên PDK’ê bi berxwedanê vale der xist’ Herbo bal kişand li ser planên PDK’ê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê û got;”Piştî rizgarkirina Şengalê ku pêşmerge li wir bûn, gelek hewldan ku Êzidiyan bînin beramberî hev û hêzên Êzidiyan li beramberî hev şer bikin. Ev bûyer rojane ji derdiketin. Piştî ku ev hewldananên wan bi sernektin, êdî bi xwe ketin tevgerê. Di 3’yê Adara 2017’an de berê pêşmergeyên roj dan Xanesorê û van pêşmergeya êrîşî xelkê Êzidî yê sivîl kir. Di encamê de şehîd û

Rayedarên Başûrê Kurdistanê dixwazin wisa bi Êzdiyan bidin fêm kirin ku ew ne bin wê kes nikaribe li Şengalê jiyan bike. Ji xwe dema PDK li Şengalê bû, jiyan ne dibû

birîndar çêbûn. Li şûna şerê DAIŞ’ê bikin, hemû hêza xwe li hemberî civaka Êzidî bi kar anîn. Piştî ku ev êrişa wan a li ser Xanesorê bi ser neket, ji dewleta Tirk re karê îstixbaretî kirin. Bi riya balafiran êrişî Şengalê kirin. Heta roja îro PDK li gel kêleka şer û sîxûriyê şerekî taybet bi riya medya me dide meşandin. Lê, gelê Êzidî planên ku li ser Şengalê hatin meşandin bi berxwedaniya xwe ya dîrokî vala derxistin. Çiqasî hewil hatina dayîn lê ti kesî nekarî Êzidiyan ji doza wan dûr bixe. Gelê Êzidî yê berxwedêr li ser xeta azadiyê berdewam bû û wê berdewam jî bibe.”

‘PDK hebûna Êzidiya qebûl nake’

Herbo bal kişand li ser peymana 9’ê Cotmehê ya Hewlêr û Bexdayê li ser Şengalê kirî û wiha domand;”Armana yekem a vê peymanê ew bû ku bi tişta ku bi riya DAIŞ’ê nekarîn bikin, vê carê bi riya Iraqê bi navê qanûnê bidin kirin. Ji bo civaka Êzidî bi xwe xwe rêve nebe ev plan tên kirin. Em vê pirsê ji rayedarên Başûrê Kurdistanê dikin, ‘gelo we di nava parlamantoya xwe de çi maf daye Êzidiyan, 11 kursî yên kota ji bo kemîneyan hene gelo çend jê we dana Êzidiyan? Li Başûrê Kurdistanê PDK hebûna Êzidiyan qebûl nake. Di nava hikûmetê de jî ti maf nedaye ku ew bi xwe xwe rêve bibin. Eger bêjin Şengal ser bi madeya 140, lê li parêzgeha Dihokê bi hezaran Êzidî hene gelo ji bo wan çi hatiye kirin?”

‘Wê Êzidî bi xwe mafên xwe misoger bikin’ Herbo destnîşan kir ku di sîstema Başûrê Kurdistanê yek maf ji bo civaka Êzidî nehatiye dayîn, lewma wê Êzidî bi xwe mafên xwe misoger bikin û wiha domand;”Ev destkeftiyên Êzidiyan ên hatine bi destxistin ne li dijî ti kesî ye. Ji beriya peymana di navbera PDK û Kazimî de li Şengalê ti pirsgirêk nebûn. Ji dema pêşmerge ji Şengalê derketine, li Şengalê ti pirsgirêka ewlehiyê rû nedaye. Di warê rêveberiyê de jî, gelê me bê pirsgirêk xwe bi rêve dibe. Lê, pirsgirêka ku heye, ewe ku PDK’ê û hikûmeta Iraqê dest daniye li ser bûdceya ku ji bo Şengalê dihate xerc kirin. Kesên ku ev peyman li ser Şengalê çêkirine nahêlin Şengal bê avakirin. Rê nakin gel vegere li ser xaka xwe. Di nava Iraqê de li her alî ve pirsgirêk hene. Ji ewlehî bigire, heta aborî û xizmetê. Rojane DAIŞ êrişan pêk

tîne. Gelo Iraq çawa dikare hêzekî ku DAIŞ tine kir, tine bike. Ev peyman ji roja destpêkê ve mirî bû û bi ser neket. Wê bi ser ji nekeve. Gelê Êzidî îro li ber xwe dide. Wê navê vê berxwedana li dijî peymanê bi tîpên zêrîn were nivîsandin. Li tevahiya Iraqê pirsgirêkên ewlehiyê heye, lê Iraqê hemû hêza xwe li Şengalê komkiriye. Niha li Şengalê ji sivîlan zêdetir hêzên leşkerî hene. Şengal ji leşkerên artêşa Iraqê, polîsên federal , polîsên navxweyî û hêzên Dijî Terorê tîje bûye. Gelo çi li Şengalê heye û ev hêz ji bo çi anîne?”

‘Çima rê nadin vegerin li ser xaka xwe?’

Faris Herbo da zanin ku bi peymanê re vegera ji bo Şengalê kêm bûye û got ku ji bo vegera welatiyên li wargehan di nava şert û mercên dijwar de dijîn astengiyê çêdikin. Got;”Axa wan hatiye rizgarkirin, dixwazin vegerin li ser xaka xwe, çima rê li ber wan digirin? Ji bo malbatek vegere divê serdana 7 saziyên Başûrê Kurdistanê bike.

‘PDK’ê Şengal li ser çavê gel reş kiriye’

Herbo diyar kir ku PDK’ê Şengal li ber çavê gel reş kiriye û di nava wargehan de rê nade vegerin û wiha pêde çû;”Di aliyê aborî de îro Şengalê ji Başûrê Kurdistanê baştire. Rayedarên Başûrê Kurdistanê dixwazin wisa bi Êzdiyan bidin fêm kirin ku ew ne bin wê kes nikaribe li Şengalê jiyan bike. Ji xwe dema PDK li Şengalê bû, jiyan ne dibû. We 13 salan rêveberiya Şengalê kir, gelo we ji bo Êzidiyan çi kir? Ji ber peyman bi kesên bû sedem ferman bi serê gelê Êzidî were gelê me rabû ser piyan û li dijî derket. Çi dibe bila bibe em ê dest ji sazî û dezgehên xwe bernedin.” Faris Herbo da zanin ku sîstema wan a rêveberiyê ne sîstemekî ku di qanûna Iraqê de nebe û got ku ti niyeta wan nîne ku Şengalê ji Iraqê veqetînin û li gorî madeya 4 a Destûra Iraqê her neteweyek dikare xwe bi rêve bibe.

Em ji bo doza xwe biisrar in

Herbo got ku bila ti kes nebêje sîstema Şengalê ya rêvebirinê ne destûrî ye, eger ne destûrî be jî biryare gele û divê were qebûl kirin û wiha domand,”Pêwîste Iraq ji me bipirse û bêje ka xwesteka we çiye û hun ji me çi dixwazin ku were bikin? Ji ber em di nava Iraqê de rastî Komkujiyê hatine. Iraq li me xwedî dernet. Emê xwedîderketin û xwe rêvebirina xwe li benda tu kesî nehêlin û li ser vê doza xwe em biisrar in. Ger me yek gav ne qanûnî avêtiye, bila bên ji me re bêjin. Lê hebûna me li Şengalê qanûniye û em li ser xaka xwe ne, ti kes nikare vê înkar bike.”

Banga ji bo raya giştî

Herbo bal kişand li ser zextên PDK’ê yên li ser koçberên li nava wargehên Başûrê Kurdistanê de ne û wiha peyvî;”Ji ber sedema komployên di nava wargehan ser li ser gelê me didin meşandin par bi sedan însanên me dawî li jiyana xwe anîn. Ev bûyerên xwekuştinê heta niha didome. PDK’ê gelê me ji Şengalê bê hêvî kiriye. Gel bi nexweşiya derûnî re rû bi rû maye. Lewma em bang li raya giştî dikin ku zextê li PDK’ê û Iraqê bikin ku dawî li wan komployên li ser civaka Êzidî bîne.“ Berpirsê Têkiliyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo diyar kir ku hebûna leşkerên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê li ser civaka Êzidî metirsiye û banga hişyariyê li civaka Êzidî kir û got;”Divê gelê me li beramberî dagirkeriya welata Tirk a li Başûrê Kurdistanê hişyar be. Dagirkeriya dewleta Tirk li ser koçberên Êzidî yên li wargehên Başûrê Kurdistanê dijîn metirsiye.” Berpirsê Têkiliyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo di dawiya axaftina xwe de banga vegerê li welatiyên Êzidî kir û ji wan xwest xwe bi rêxistin bikin.

Armana yekem a vê peymanê ew bû ku bi tişta ku bi riya DAIŞ’ê nekarîn bikin, vê carê bi riya Iraqê bi navê qanûnê bidin kirin. Ji bo civaka Êzidî bi xwe xwe rêve nebe ev plan tên kirin. Em vê pirsê ji rayedarên Başûrê Kurdistanê dikin, ‘gelo we di nava parlamantoya xwe de çi maf daye Êzidiyan

This article is from: