5 minute read

EJInÊn ÊzIDÎ LI EFRÎn Û ŞEngALÊ BI QIRKIRInA DEwLETA TIRK RE RÛ BI RÛ n

JInên êzIDî LI EfRîn û ŞEngALê bI qIRKIRInADEwLEtAtIRKRERû bIRû nE

Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinên Êzidî yên li Efrînê pêk tîne, asta sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kirine derbas dike. Ev sûc li pêşberî çavê civaka navneteweyî tê kirin.

Advertisement

A: RÊNAS REMO

Di pêvajoya dîrokê de ola êzidiyan ji projeyên dagirkeriya Tirk re kabûsek bû, ji ber vê yekê Êzidî bû armanca sereke ya êrişên dewleta Tirk. Împratoriya Osmanî heya dewleta Tirk a heyî ku îdîaya parastina îslamê dike, bi buhaneya olê hewldana çewisandina êzidiyan dike. Mezintirîn qirkirinên ku li dijî zidiyan pêk hatiye, di sedsala 21`an de bû, dema dewleta Tirk piştgirî da DAIŞ`ê da ku fermanekê li djiî Şengalê pêk bîne. Di encamê de bi hezaran sivîl qetil kirin, bi sedan jin revandin û wan li bazaran firotin. Niha jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên ku DAIŞ`ê li Şengalê pêk anîbûn berdewam dike û êrişî jinên êzidî yên li Efrînê dike. Dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina kantona Efrînê di Adara 2018’an demografya kantonê diguhere. Li dijî sivîlan û jinan bi taybet sûcên dermirovî ji qetilkirin, koçberkirin, revandin û êrişên cinsî yên li dijî jinên Êzidî pêk tîne. Ji ber ku êzidiyan bi salan xak, çand û nasnameya xwe ya kurdî parastin.

BELAVBÛNA ÊZIDIYAN A LI EFRÎNÊ

Li kantona Efrînê Êzidî li 23 gunde û bajar bi cih dibin: -Navçeya Şêrawayê(Çiyayê Lêlûnê): Êzidî, li deh cihan belav dibin; Aska, Şadira, Xizêwiyê, Burc Abdullah, Eyn Darê, Terindê, Qîbar, Kêmar, Basûn û Beîyê. -Navçeya Şera(Şikak):Li 5 gundan belav in; Qetma, Sînka, Bafliyon, Qestelcindo û Elî Qîna. -Navçeya Cindirêsê, Êzidî li 7 gundan belav in; Feqîra, Qeçoma, Qîlê, Eşkan a rojhilat, Ceqlê, Keferzêt û navenda navçeyê.

MEZARGEHÊN ÊZIDIYAN ÊN

KU HATINE HILWEŞANDIN

Heman kiryarên ku DAIŞ`iyan di 3`yê Tebaxa 2014`an de li dijî Şengalê pêk anîbûn, dewleta Tirk û çeteyên wê jî bi dagirkirina kantona Efrînê re mezargehên êzidiyan hilweşandin. Hejmara mezargehên hatin hilweşandin 19 bû û dewleta Tirk û çeteyên wê bi aramnca guhartina demografiya û parçekirina civaka êzidî her wiha da ku koka Kurdan li Efrînê biqele, ev siyaset pêk anî. Mezargeh li van deveran hatine belavkirin;(Barsa Xatûn li gundê

Qestel Cinto, Şêx Hemîd li Qestel Cindo, Şêx Xerîb li Sînka, Çiyayê Xana li Qîbarê, Melek Adî li Qîbar, Şêx Cinêd li Feqîra, Hogir li Qerecirnê, Şêx Berekat li Çiyayê Şêx Berekat, Şêx Elî li Basofan, Şêx Rakib li Şaridiyê, Şerdîn li Bafliyon, Bêla Menan li Kefer Cenê, Pîr Cafer li Maşolî ya li kêleka Ziyareta Henan, Burc Cindî ya li Qêbarê, Ziyara Hecerî li Qîbar, Şêx Ebd El-Qadir li Teridê, Şêx Keras li Dêrbelût, Ziyara Ebû Kabê li gundê Kabê û Şêx Qesab li Burc Qas.

ASTA SÛCÊN KU DAIŞ`IYAN

PÊK ANÎN DERBAS KIR

Di pêvajoya 3 salên dagirkirina kantona Efrînê de ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, li dijî jinên êzidî sûcên ji sûcên DAIŞ`iyan xerabtir pêk anîn, li beramberî fidiyan bi sedan jinên êzidî revandin, mînaka wê jî jina bi navê Xaliya Seîd a ji gundê Ceqlê ku li beramberî 7 hezar euroyan serbest hate berdan. Her wiha jina bi navê Xezalê a ji gundê Basofa ku ji ber îşkenceyê hişê xwe wenda kir. Jina bi navê Edûlê Sefer a ji Qestel Cindo ku kete destên çeteyan û 6 mehan di girtîgehên dagirkeran de ma, piştre li hemberî hezar dolarî ew serbest berdan. Her wiha jina bi navê Fatima Nesro ya ji gundê Qîbar li hemberî hezar dolarî serbest hate berdan. Hêzên dagirker li hemberî malbatên jinên Êzidî siyaseta gefxwarinê dide meşandin û wan di navbera hilbijartina pêkanîna sûcên qetilkirin, revandin, destdirêjiyê û koçberkirinê de dihêlin. Li gorî Endama Koodînasyona Jinên Êzidî Eyşê Seydo çarenûsa bi sedan jinên êzidî ne diyar e, ji ber nikarin li hundirê Efrînê têkiliyan bi wan re deynin.

FITWEYÊN DAIŞ`Ê LI EFRÎNÊ PÊK TÊN

Eyşê Seydo got ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jinên Êzidî direvînin da ku bi darê zorê bi xwe re bidin zewicandin û got:”Li gundên Itmê du jin revandin, dayika hevserên herdu jinan jî qetil kirin da ku bi zorê bi wan re bizewicin. Çeteyên DAIŞ`ê heman sûc li Şengalê pêk dinaîn.”

ÊZIDIYAN BI DARÊ ZORÊ

DIKIN MUSILMAN

Artêşa Tirk û çeteyên wê zarok û jinên Êzidî neçar dikin ku dema ji malê derkevin berçavka reş bi ser çavên xwe dakin û wan neçar dikin ku bibin misliman, her wiha oldarên êzidiyan jî derbasî mizgeftdan dikin û wan neçar dikin ku banga nimêjê bikin, zarokan jî fêrî pîvanên ola îslamiyetê dikin û dema ku zarokên xwe neşînin dibistanan wan qetil dikin.

Di meha Çileyê de artêşa Tirk û çeteyên wê li ser gundê Basofan ê êzidiyan ku li navçeya Şêrewayê ya Efrînê ye ambargo ferz kiribû û ji gund 11 kes revandin, ku pirraniya van kesên jin bûn. Li gorî Endama Rêveberiya Rêxistinên Civaka Sivîl a li herêma Efrînê Gulê Cafer, welatiya bi navê Xezalê Menan a 45 salî yek ji kesên ku di wê demê de hatibû revandin e. Gulê Cefer da zanîn ku tevî ku Xezalê Menan ji ber îşkenceyê hişê xwe wenda kiriye jî, lê hîn jî li di nav destên dagirkeran de ye.

JI BO DIZÎ Û TALANÊ BI ŞEVÊ DIGIRIN SER MALAN

Li gorî Yekitiya Êzidiyan a Efrînê bi dehan jinên êzidî hatine qetilkirin, her wiha hatine revandin û destdirêjî li wan hatiye kirin. Yekitiyê navên hemû Êzidiyan tomar kiriye û pêşkêşî Rêxistinên Mafên Mirovan û Navneteweyî kirine, lê dîsa jî bêdengiya cîhanê ya li hemberî sûcên li dijî civaka Êzidî ya li Efrînê dihêle ku artêşa Tirk û çeteyên wê hîn zêdetir sûcan pêk bînin. Çeteyên artêşa Tirk bi şevê derbasî malên êzidiyan dibin û mal û milkên wan talan dikin, mînaka wê jî beriya demekê çeteyan bi şevê girt ser mala jineke 65 salî ya bi navê Xano Îso ya ji gundê Feqîra û ew û hevserê wê bi zincîran girêdan, mal û milkên wan desteser kirin. Her wiha li gundê Qîbarê jî girtin ser mala jina temenmezin Zeynebê û mal û milkên wê talan kirin.

DEWLETA TIRK JI NÛ VE DAIŞ`Ê ZINDÎ DIKE

This article is from: