21 minute read

Ê DE ISRAR EISRARKIRInA DI XELETÎyÊ DE, DI JÎyÎnA KOLETÎy

ISRARKIRINA DI XELEtîYÊ DE, DI JîYîNA KOLEtîYÊ DE ISRAR E

ELî fIRAt

Advertisement

Pirsgirêka malbat û jinê dibe ku weke pirsgirêka malbat û zilam jî were nirxandin. Ger ev pirsgirêk ji hemû aliyan ve nexweşiyeke xeter be û neçare mirov li ser maseyê birazîne û bi ameliyatê baş bike, gelo ji bo parçe û dirêjahiya wê mirov dikare çi bibêje? Civak ji zilam û jinê ava dibe. Civak bêyî zilam û jinê nabe. Malbat, têkîliya jin û zilam an jî weke têkîliya zewacê bi navên cihê ve anîna gel hev e. Pênase gelekî hêsan e. Lê belê dema di roja me de em li şêwazên li gel me pêk tên temaşe dikin, “ji bo xwedê çi bi malbatê hat, ev çi jiniktiye, ev çi zilamtiye” negotin ne di destan de ye. Zilamê çawa, jina çawa, malbata çawa? Mirov dikare ji bo malbatê bibêje hêlîn jî. Tê gotin dayik û bav heyînên birûmet in. Em bi vê bawer dikin û wiha hîn dibin. Lê belê di temenê biçûk de bi rengê li gel me tê jiyîn, malbat pirsgirêkeke mezin e. Ev bi rengekî balkêş di malbatê de derdikeve holê. Yan jî weke barometreya wê ye. Dema em vê yekê diyar dikin nanepixînin. Ger hun dixwazin asta netewî û civakî fêmbikin, malbatê, zilam, jin, zewacê û têkîliya wan baş tê bigihên. Ma hun dê çi nebînin! Di rastiyê de em têgeha netewî û asta civakî di gotin de zêde bi kûranî nizanin. Têgihiştina van hindekî din çand û zanyariya hîn pêşketî dixwaze. Lê belê hun dikarin malbatê hîn baştir têbigihên. Ji ber ku herî zêde hun bi vê rastiyê re têkelhev bûne. Ji bo wê jî têgeha malbatê di vegotina asta netewî û civakî ya cihê de bikaranîn di cih de ye. Pêvajoyên di derbarê civakbûn û netewbûnê di malbatê de dîtin an jî bi wê dest pê kirin gengaz e. Di vî alî de em bi giranî cih didine vê mijarê. Tenê malbatê yan jî zilam-jin û bi taybetî weke tê bawerkirin koletiya jinê û azadiya wê ji bo têgihiştinê na, ji bo fêmkirina rastiya netewî, astên civakî, exlaq, şerefa kevneşop ji bo têgehên weke rûmet û mêrxasiyê fêm bikin jî dîsa ji bo fêmkirina têgeha dijmin û têgeha ketîbûnê jî bi giranî cih dayîna vê mijarê ji aliyê rêbaz de jî di cih de ye. Ji bo zelalkirina têgehên hest û hezkirinê jî lêkolînkirina têgeha malbatê dibe ku hindek tiştan hîn bike. Min xwest bi nêzîkbûnên cudatir ve û bêyî ku tiştên hetanî niha hatine gotin dubare bikim, nêzîkbûnan bi pêş bixim. Lê belê astên we ferz dike ku em her tiştî ji nû ve dest pê bikin. Ji ber vê sedemê em neçar dimînin vê mijarê dubare bi dest bigrin. Ger em ne şiyar bin dibe ku hemû tiştên me kirine vala herin. Me got em hindekî jin û zilamên azad biafirînin. Lê belê ger em tekoşîneke berfireh di nava hev de nemeşînin, ji rêderxistinên di vê mijarê de baş nebînin, rastiya ku li gel me veguhertiye rastiyeke namûsê ya herî xeter û bûye navenda malbûyîneke herî xeter çareser nekin, ji rêderketineke ku hemû xeletiyan bide jiyîn, emê neçarbin bijîn û di gelekan de jî wisa tê jiyîn û berdewam dike. Em di bin bandora vê ya giran de ne. Malbat cihê ku xerîbûna herî mezin tê jiyîn e. Tê gotin malbat qaşo cihê jin û zilam ji hev fêm dikin e. Lê belê li gor min cihê ku herî zêde li hev xerîb dibin e. Malbat di vê mijarê de mînakeke balkêş e. Ji min re nebêjin “tu di bin bandora wê de yî, malbata te wisa bû, vê jî tu li me ferz dikî” pirsgirêk ne ev e. Rastî bi rengekî pêşçav danîna holê ya malbata min ji bo min weke şansekî bû. Ev dijûn û pêvçûnên wan ên sosret rê vekir ku ez bandora balkêş a vê saziyê ji zû ve bibînim. Rastiya malbatê ya we ev tişt gelekî sexte û sergirtî jiya. Ji ber wê jî hun hatine xapandin. Dibe ku bi malbatê dest bi karkirin, ji gelek aliyan ve di cih de be. Zelalkirina şêweyê malbatê, fêrbûnên malbatê, kevneşopên malbatê dê we bibe ronakbûneke balkêş û ji nû ve avabûnê. Dîsa em bi destgirtina rastiya dê û bav bigrin û heta zelalkirina têgehên hevjînî, dostanî û zarok dibe ku we bibe encamên girîng û pêwîst. Hêza wê ya nêzîkbûna rast gelekî lewaz e. Nêzîkbûneke ew qasî bi xeletiyan ve dagirtî heye ku emê ji kîjan dê û bavê behs bikin? Hemû jî reben in. Emê ji kîjan zarokan behs bikin? Hemû perîşan in. Emê ji kîjan zilam û jinê behs bikin? Hemû rûreş in û neçar in. Di rastiyê de pêwîst bû ku vê saziyê û vê têkîliyê hêz bidaba, jixwe ji ber wê xwedî girîngiyeke mezin e. Tê gotin ku malbat di civakê de saziyeke herî bingehîn a jêneger

e. Lê belê li gel me veguhertiye saziyeke bêhêzbûnê û her diçe dibe amraza di bin pirsgirêkan de fetisînê–ev rist ji aliyê dijmin ve tê lêyîstin. Zêde pêwîstî li ser mijarên dagirkerî û malbat, ji dîrokê heta niha malbat, bi taybetî 12 Rezberê û malbat, dîsa di wateya giştî de têkîliya jin û zilam, wekhevî û têkîliyên azad de teorîkirinê nîne. Bi taybet di nava refên me de hindek ji cewher dûrketin derdikevine holê. Ji ber xwezaya tevgera azadiyê dema em dibêjin jin jî, zilam jî weke ku dixwazin dikarin tevlî vî karî bibin ji ber ku şêwazeke têkîliyê ya herî bingehîn e, dema ku me têkîliya jin û zilam ji asteke ku heta qirika xwe tevlî dijmin bûye, yan jî xefletê bûye dewr girt, ger hun tevdîr negrin û şiyar nebin, hunê belaya herî mezin bînin serê xwe. Ji bo jinûve sererastkirina têkîliyan tevlîbûna tekoşînê pêwîst e. Lê belê ger hun şêwazên wê yên rast ferz nekin ew bi serê xwe ji bo belavkirina arteşekê têr dike. Ger têkîliyên jin û zilam bi rêgeza partiyê ve li ser bingehê wekhev û azad de bi şêwazên ku em jê re dibêjin nêzîkbûnên rêhevaltiyê ve çênebe, emê xwe di du rojan de tasviye bikin. Ev dê him jî bi navê hezkirin û azweriyê ve were kirin. Me dît ku tevdîr nayên girtin gelek herêmên me tasviye dibin an jî bi zehmetî pêşî li tasviyebûnê tê girtin. Di vê mijarê de jî ez ezmûn û çavdêriyên xwe datînim holê. Di vê mijarê de bi qasî wêrekiyê gelekî balkêşbûn jî çêdibe. Em li vir ger gelek nêzîkbûn û şêwazên têkîliyan ji kîjan kevneşopî, kîjan nêzîkbûnên mal û milkê bingeh digre, dîsa ji bo kê berjewendiyê

Şoreşger wêrek û fedakar in. Ew dema pêwîst kir dest ji hest û evînên xwe yên ku dibine xeflet û xiyanetê berdidin. Hevjînên xwe jî berdidin. Ger vê hêzê raber nekin nikarin bibin şoreşgerekî mêrxas

pêk tîne, ji bo xwe yan ji bo dijmin dixebite, dibe azadiyê yan jî koletiye nediyar e, bêyî ku em bi hemû aliyên wê ve dernexine holê em zêde fêm nakin ku ka em şoreşê ji bo çi dikin û em nikarin pêşî li hewldaneke xedar li serê me bibe bela bigrin. Ger hun pêşiyê lê negrin, wê jina ku bi xeletiyan tê nava tekoşînê we tune bike. Me ji zû ve xwe ji van mijaran cihê kir. Ger min nekarîba di temenên gelekî biçûk de li van mijaran bi guman û dijberî kevneşopan lê temaşekirinê serxistiba, ez niha ji zû ve tune bibûm. Pêwîste jin û civakbûn bi hev re bimeşe. Di vê mijarê de em gelekî şiyar bûn û em ji heft salî hetanî niha ji bo pêşxistina şêwazekî dixebitin. Ger hun bûna ji heft salî hetanî niha ji vê ketibûne nava vî karî. Jixwe cudabûneke me jî wiha derdikeve holê. Mînak we wisa bawer kir ku hun hev hêsan diecibînin, bi hêsanî evîndar dibin û hestyar dibin. Kê dizane di hundirê we de çi azweriyên mezin hene. Dema derfet bibînin hunê wan bixin çi rengan? Ji ber ku ev hemû hene, ez we gunehbar nakim. Ajoya zayendî ajoyeke gelekî xwezayî ye. Azweriyên jin û zilam gelekî xwezayî ne. Pirsgirêk ji ber ku ev hene, rexnekirina van nîne. Ger em vê yekê bikin emê xwezayîbûnê înkar bikin. Ev jî bi rasteqîniyê ve nagihê hev. Pirsgirêk cudatir e. Mînak bi navê ajo û evînê çi hate serê me? Di bin têkîliyan de çawa têne xapandin û dixapînin. Di nava têkîliyan de derew, koletî, bêtêkîlîbûn û înkar heye. Me êdî di vir de birîn teqandin. Ev têkîliyên wiha ji bo çi û ji kîjan birînê derdikevin holê? Min ev yek îcad nekiriye. Dijmin bi sedsalan lêyîstiye û birîn veguhertiye qangrenê. Me got dibe ku baş bibe, derzî tê re kir û me xwest were ser hîşên xwe, me vala negot ev têkîlî sîxuriya objektîf e. Ev sîxuriya objektîf têr dike ku li gel partiyê, tevgera rizgariya netewî bi erdê ve bike yek. Weke her şêweyê koletiyê ji bo şêweyê vê qadê jî em stûyê xwe natewînin û hev nakin kole. Ji bo ku em ajoyan hestên erzan û heta hindek evînan nejîn emê xeletiyên mezin nekin. Emê di vir de bi pêwîstiya kuştina azwerî û evîna xelet bawer bikin. Ger li ser bingehê rast hindek tişt bi pêş

bikevin, li ku derê kengê û çawa dibe bila bibe emê bi pêwîstiya di riya van de şerekî mezin dayîna pêş çavan bawer bikin. Ev pirsgirêk weke tiştekî ku li hemberî dijmin berxwedan an jî neberxwedanê ye. Ger di cihekî de weşîn û wendakirin hebe hunê li hemberî wê berxwedanê pêş bixin. Ger we bi navê hest û evînê wenda kiribe, gelo we ji vê çi fêm kir? Zilam di riya jinekê de her cureyê bênamûsiyê dike û ji bo vê jî dibêje namûs. Welatê xwe mala xwe, bi kurtayî hemû tiştên xwe dikare ji bo jinekê bifiroşe. Jin jî wiha bawer dike ku bi zayendîtiya xwe ya çors ve dê heta dawiya temenê xwe bijî. Me ev tişt dîtin û xwe jê dûr xist. Gelo ma hun hemû di vê mijarê de çi qasî biaqil bûn? Hun ji vê têkîliyê çi fêm dikin û çi didin? Dayika min jî digot, ma ez ne dayika te me? Li ser te ev qas maf û hiquqa min heye. Ez zarokekî biçûk bûm jî min digot, ma dayikek ji bo çi ev qas daxwazan bike? Di wan deman de di bin axûrê de mirîşk û civîkên wê dimeşiyan. Min ji dayika xwe re got, vaye têkîliya wan çi be têkîliya min û te jî ev e. Ev şibandineke gelekî çors bû, lê belê min got. Piştre min fêmkir ku rastî hindekî jî ew e. Ji ber ku malbat bêplan e, nezan e, bêberpirsyarî ye. Min hindek zewacên ku hatine kirin dîtibûn. Zilam diçe li Çûkûrovayê bi salan dixebite, dibêje “li beramberî ev qas qelendî de me keçek stend.” Xwişkên min jî bi wî rengî birin. Ma gelo ev rewşên asayî ne? Me bi van pirsan ve dest bi kar kir piştre kar mezin bûn. Hindek ji ber hînbûnê, hindek jî ji ber pêwîstiyên kevneşopan dizewicin. Ya me zewaceke bingehê xwe yê polîtîk di giraniyê de bû. Ger me bi serê xwe têkîliya jinê bi nêzîkbûneke rast ve bi dest negirtiba, emê heta ber bi bûyîna zilamekî dewletê yê herî baş ve biçûbana. Baş bû em şiyar bûn. Sîxur bûn û nebûna ya li hemberî me jî girîng nebû. Dibe ku yeke gelekî ji dilbûya jî. Lê belê ger bi wê ferasetê, bi wê şêwazê tekoşîn nehatiba kirin me dê wenda kiriba. Gelo ma kesekî din ê ku bizanibe weke me bijî dê derbikeve? Di wateya hevxistinê û bêhêz hiştinê de çend kes hene ku ji sîxuriya objektîf nikare biçe sîxuriya subjektîf. Têkîliyên gelek kesên di nava refên me de bi pêş xistine, hiştiye ku refên me bêhêz bimîne. Mînak yekî ku çar sal in di nava refên me de ye dibêje “têkîliyeke min hebû ez ji wê dûr ketim, ez jî ji rêxistinê xeyidîm û tu caran partiyî nebûm.” Sedema partînebûnê tu caran bi rêxistinê re neyekbûna wî “êşa çavê wî ya destpêkê” bûye. Hindek têkîlî ava kirine, dema ku têkîlî weke ew dixwazin bi pêş neketine, bi hêrs bûne. Ev veguhertiye bertekê û ew jî tu caran nehatine rêxistinê û artêşê. Ev tişt di dema xwe de îtîraf jî nekirine û çareser nekirine. Alozî her ku çûye girantir bûye. Ev dahûrînên dawi-

yê ji ber ku hindekî wêrekî daye wî niha derdikeve rastê. Tiştê ku dibêje têkîliya destpêkê çavêşa destpêkê jî hindekî li hev temaşe kirine, evîndar bûne, qaşo bi hev şabûne. Li gel me şabûn gelekî bihêz û xeter e. Em hemû hindekî wiha ne. Lê belê ev tişt çi qasî xelet û xapînok e em baştir tê digihên. Ez bi qasî ku bi hêsanî neyêm lêyîstokan bihêz im. Mirov nikare bibêje ji bo her kesekî wiha ye. Bingehê vî karî ew nêrînên ku xwe derdixe holê, rêxistin, artêş û şerê me ji dijmin zêdetir bandora neyînî dikin in. Kê dizane hîna di binî de çi heye? Di rastiyê de tu caran me nexwest bikevin nava pirsgirêkê. Lê belê me got bila jin jî zilam jî tevlî tekoşînê bibin, emê temaşe bikin ka dê çawa çêbe? Piştre me dît ku di hindek herêmên me de vê pirsgirêkê her çûye şer ber bi îflasê ve biriye. Di rastiyê de hemû kesayetên ji dil bûn. Hindek têkîlî bi pêş xistibûn û şer xwe bi xwe ber bi wendakirinê ve dibir. Şoreşger wêrek û fedakar in. Ew dema pêwîst kir dest ji hest û evînên xwe yên ku dibine xeflet û xiyanetê berdidin. Hevjînên xwe jî berdidin. Ger vê hêzê raber nekin nikarin bibin şoreşgerekî mêrxas. Ez vê yekê li ser xwe jî pêk tînim. Bi tevî hemû rexneyên min ez bi rengekî rast bi malbatê ve girêdayîbûm. Em girêdaniya gund, bajar û welat nîqaş nakin. Bi tevî rexneya mezin girêdaniya herî mezin em nîşan didin. Ev çawa ye li ku derê ye, bi kîjan rengî ye, ne girîng e. Hîn jî bi rengekî berfireh mijûl dibim. Me got evîn û hest piştre me berê xwe dayê û dît ku ji ber vê evînê me xwe xistiye rewşên çênebûyî û ji dijmin hîn xirabtir in. Me li ser vê yekê pirs kir ku gelo divê girêdan çawa pêş bikeve? Ger evînên we yên mezin hebin, pêwîste welatekî we yê ku hun ji wê re cih çêbikin û gelekî azad hebe. Ji ber ku wê cenderme werin mêrên we yan jî jinên we ji dest we bigrin. Her roj dijmin tê xeberan ji dayik û jina we re dike. We ji vê têkîliyê çi fêm kir? Di mercên pergalê de yan jî bi pivanên we yên kevneşop ve pêşxistina têkîliyekê êdî ne gengaz e. Pirsgirêk êdî di bin sîwanên sînorên pergalê de ji çareserkirinê dûr e. Pêwîste ev hemû tişt me bibe hizirandinê. Ger hin hest û têkîliyên we yên erzan hebin, pêwîste di pêş çavan re were derbaskirin. Pêwîste hun di vê mijarê de hindekî mêrxas bin. Dahûrîna me ya malbat û jin, zilam ji bo bersivandina van pirsên bingehîn in. Di vê mijarê de hin bersiv hatibûn dayîn. Lê belê ji ber ku ev kar hindekî din giran bû, bi taybetî danîna holê ya pirsgirêkê û heta pêşxistina dahûrînê na hindekî neçariya bersiv derxistina pêş xwe ferz dike. Me malbat hilweşand, tiştê ku were dahurîn hate dahûrandin. Lê belê aliyê ku hindekî derbikeve pêş emê yê nû çawa ava bikin e. Malbat têkîliya

jin, zilam, têkîliya hezkirin û hest pêwîste çawa be? Têkîliya di van mijaran de divê çawa be, em lêpirsîn dikin. Mînak bi rengê ger ev têkîliya jiyanekê be jiyaneke çawa pêwîst dike, em dipirsin. Jixwe em navê wê jî bi rengê “emê çawa bijîn?” datînin. Em ji ber vê sedemê nîqaşeke mezin bi pêş dixînin. We di paşerojê de çi kiriye ew qasî ne girîng e. Ya girîng derxistina van a zanebûnê, dahûrandin û ya nû çawa ava bikin pêşxistin e. Pêwîste em vê bi zelaliyeke mezin, bi nîqaşeke azad ve pêş bixin. Bêyî ku biçine durûtiyê, sextekariyê û xapandinê bi taybetî bêyî ku li dijberî welatparêziyê şerê azadiyê yê bingehîn û hêza wê ya rêber derbikevin, bi nîqaşeke azad ve li ser bingehê bi hêzkirina wê û zelalkirina van têgehan de gelo em dikarin çi bi pêş bixin? Ji bo vê yekê çi qas hêza me heye, pêwîstî heye yan nîne? Jin û zilam çawa dikarin têkîliyan bi pêş bixînin? Me ev kar heta artêşbûna jinê anî. Hê ji niha ve me komîteyên têkîliyên wekhev û azad pêş xist. Ev hemû diyar dike ku em hê jî di destpêka xebatê de ne. Di danîna holê ya pirsgirêkê de jî, di kûrkirina çareseriyê de jî hîn gelek tiştên ku em bikin hene. Ez van hemûyan di wateya çors de ne, di wateya ji şêwazên şaş qut bibin ber bi rastiyê ve bibin diyar dikim. Mînak hun zewicîne yan jî evîndar in. Wê demê hun jî xwe ji rengên xelet qut bikin. Ger nebe ji bo giyana xwe de û zanebûna xwe de, ji bo avakirina yên nû hewl bidin. Ji ber ku di xeletiyê de israrkirin, tê wateya jiyîna gelekî bi kûranî ya koletiyê ye. Ev jî dê we bikuje.

Malbat cihê ku xerîbûna herî mezin tê jiyîn e. Tê gotin malbat qaşo cihê jin û zilam ji hev fêm dikin e. Lê belê li gor min cihê ku herî zêde li hev xerîb dibin e. Malbat di vê mijarê de mînakeke balkêş e

Milîtanên me yên çar pênc salî hene. Bi rik azweriyek û têkîliyeke ji rêzê hembêz kirine rêxistinê nas nakin, nayên şer û artêşê. Di vî alî de ger hun nekaribin derbixin derve jî di hundir de parçe bikin. Ger hêza wê ya mukirhatinê nebe wiha bikin. Ger hebe weke min vekirî bibêjin. Mînak min hemû şermên xwe danî holê. Ez him her cureyê şermên xwe datînim rastê, him jî ji bo derbaskirina van dixebitim. Ya rast ev e. Di van mijaran de ya xirab veşartin, sergirtin a herî girîng jî di nehatina rêxistinê de kirina amrazekê ye. Di rastiyê de xwe bi girêdaneke paşverû ve girêdaye. Tu caran nayê girêdana rêxistinî. Du kesayet hene, ya ye¬kem kesayeta xwe ya sexte taybet e, ya duyem jî kesayeta pispor a rêxistinê ye. Dudiliyê dijî, hindekî rêxistinê, hindekî jî xwe dijî. Ev jî rengê jiyanê ya herî xeter e. Berovajî ger xwe di hemû aliyan de, di kesayeta rêxistinê ya pispor a fermî de bihelîne û li ser wê bingehê wateyê bide têkîliya taybet an jî têkîliya civakî dê ya herî rast bike. Lê belê ew vê yekê nake û ber bi her cureyê durûtiyê, bertek û valaderxistinê ve dibe. Em van ji her demê zêdetir derdixine holê. Ne şerm e mirov bibêje “paşerojê de min çi kir, xwe çi qasî xapand?” pêwîst e em di van mijaran de nêvengên têkîliyên azad ên gelekî mezin biafirînin. Pêwîste tu kesek nebêje “hevjîna min, evîndara min.” Pêwîst e ne zilam û ne jî jin bibêje “azweriya min, evîndarê min, hezkiriya min.” Berovajî pêwîst e hun di vê mijarê de nîqaşan bi pêş bixin. Ev tiştê ku hun dibêjin evîna min çend qiruşan dike? Di nava vê hezkirinê de çi heye dê bibe ku derê? Ew paşverûtî û bertekên ku we di riya jinekê yan jî zilamekî de aniye serê me gelo çi qasî zirar daye me? Ev xal girîngtir e. Ger ji dil nebûma ger ez bibûma dîlê xapandina jinekê yan jî ajoyên zilamtiyê min dikarî belaya herî mezin bi xwe bînim serê rêxistinê. Lê belê bi şêwazê ku min dizanî bi dest girt û heta vir anî. Ez bawerim encamê wê baş bûye. Pêwîste neyê gotin “ma gelo ev jî zilamtî ye.” Li gorî min nêzîkbûnên ku ne jinîtî û ne zilamtî ne. Ew nêzîkbûnên ku hev dixapînin,

tune dikin, li ser navê hezkirinê bêhezkiriniyê, bi navê ajoyan her cureyê ketibûnê heta dawiyê ji bo xwe rewa dibîne ye. Nêzîkbûna min azadî ye. Ezê ji bo çi di riya kevneşopan de mehkûmê têkîliyeke paşverû bibim? Ev ne layiqê min e. Ya rast jî ev e. Ji bo çi bi tenê keçeke te û jineke te çêbû, tuyê stûyê wê li hemberî jiyaneke ku hemû jiyana wê heram bike bitewînî? Di rastiyê de di vir de kirêtî û koletî heye. Bilindkirina azadiya mezin di heman demê de bilindkirina bedewiyê ye. Ev jî pêşbirka kedê ye. Keda xweşik, keda bedewiyê tê wateya pêşketina hewldan û derfetên xweşik. Mînak zilamekî şêst salî ger hindekî pereyên wî jî hebin, di riya kevneşopan de û bi girêdaniya xizmatiyê ve keçikeke gelekî xweşik distîne. Di vê de kirêtiyek û neheqiyeke mezin heye. Vî tiştî dispêre pereyan, kevneşop û toreyan û dike. Li gor min gotina “namûs e, ma ji bo çi tu li hember derdikevî? Jina wî ye destên xwe nedê” ne rast e û pêwîst e mirov jina wî ji destên wî bigre. Ya rast ev e. Bi hezaran têkîlî ku li ser vî bingehî hatine avakirin hene. Li ser bingehê neheq de çêbûye û xizmeta paşverûtiyê dike. Pêwîste ev werin parçekirin, ev hev xapandin e. Ji bo çi emê stûyê xwe li vê têkîliyê bitewînin? Têkîliya ku em bipejirînin ya ku heta dawiyê xwe disperê ronakbîrî û hebûna vîna azad e. Ev têkîlî di heman demê de têkîliyeke ku qut nabe ye. Hemû têkîliyên ku di nava refên me de tên avakirin jî xwe dispêrin bandora rêveberiyê, hatina rêveberinê û hêzê ye. Di nav de

Ger têkîliyên jin û zilam bi rêgeza partiyê ve li ser bingehê wekhev û azad de bi şêwazên ku em jê re dibêjin nêzîkbûnên rêhevaltiyê ve çênebe, emê xwe di du rojan de tasviye bikin. Ev dê him jî bi navê hezkirin û azweriyê ve were kirin

têkîliyeke ku xwe dispêre azadiyê û vînê, kedê û tekoşînê nîne. Tenê stû tewandin heye. Ma gelo ezê vê têkîliyê çawa bipejirînim? Her roj gelek têkîliyên wiha derdikevine pêşberî me. Rexnekirina me ya têkîliyên bi vî şêwazî nayê wê wateyê ku em têkîliyê înkar dikin. Lê belê pêwîst e rengê têkîliyan ên rast bi pêş bikevin. Ez nabêjim evîndar nebin, evîndar bibin, lê belê pêwîste li ser bingehê girêdaniya evîna herî mezin pêş bikeve. Heta em ji bo girêdaniya herî mezin bibêjin evîn. Mînak ê ku vî tiştî dike ger evîna welatparêziya mezin û nîşandana vê ya di şer de pêk bîne ezê ji bo wî li çepikan bidim. Li gor min a rast ev e. Şeref jî û namûs jî ev e. Hewldan û evîna hindekan hebe dê li hemberî dijminê xwe serî hilde, vînê li gor wê bide axaftin û were rêxistinê. Ger hezkirina we ya zarokan hebe dê tiştên ku bi serê milyonan zarokan de hatine bihizire û ji wan hez bike. Ew jî dê rê li ber dilekî mezin vebike. Ger hezkirina dê û bavê hebe, dayik û bavê wî ku pêrîşan bûye dê bi wan bihizire. Ew hizirandin dê bi wî hêzeke çalakiyê ya mezin bide qezenckirin. Bi vê şêwazê vekirina pirsgirêkan rast e. Rengên din xeter in. Ez bawerim rengên din gelekî bandordar in. Dema ku we li gor can û kêfa xwe têkîlî ava nekir piştre hun dibine protestovan. Hevalê min ên herî kevin jî wiha ne û hindek înkar dikin. Mînak di vê mijarê de weke ku tu têkîlî nayên avakirin, her têkîliyeke ku tê avakirin di bin navê “têkîliya beredayî” tê derbaskirin. Ez vê dijberiya xwezayîbûnê jî rast nabînim. Dê têkîliya jin û zilam bi hêzê were pêşxistin. Bêguman ev yek gelekî zehmet e, ji ber ku hun kole ne. Bi koletiyê re em şer dikin. Diyare ku ev şer jî dê bi qasî şerên din bi zehmet derbas bibe. Diyare ku şûna şer bike gotina “ezê ji têkîlî avakirinê birevim weke kêşe yan jî weke rahîbeyan bijîm” jî ne hilbijartina me ye. Ev hilbijartina kesayet bi xwe ye. Em tevlî vî tiştî nabin. Lê belê em nikarin ji vê re bibêjin şêwaza têkîliyê ya rast û bi tendurustî jî. Hindek dibêjin “ez bêyî jin nikarim bikim” hinek jî dibêjin “ez bêyî mêr nikarim” ez ji bo van kesan dibêjim, hun bûne ajal. Kes-

ekî ku li ser ajoyên xwe ev qasî ne serdest e, nikare zêde pîrozbûnê pêk bîne. Ger em van şêweyên bêsînor nenirxînin, em nikarin bi van rewşan re derbikevine serî. Ya herî girîng jî şêweyên koletiyê bi kûrahî jiyîn e. Koletî ew qasî xwedî bandore ku kesayet ji landikê heta tirbê bi rê ve dibe. Rêdayîneke ku fermandarekî kontrgerîla nikare bike ev têkîlî dike û bi rê ve dibe. Bêyî ku em van tiştan derbas bikin, em nikarin bigihên milîtanên azad. Ji ber ku hun dikevine bin bandora koletiya vê saziyê yan jî vê şêweyê afirandiye. Hun dikevin nava şêwazên ku yan radestî ajoyên xwe yên hov dibin an jî dibe întîxarê û zêde nikarin ji bo têkîliyeke rast hêzê ava bikin, lewaz dimînin. Ev mijareke zehmet e. Lê belê xwedî nirxekî ye ku mirov di riya wê de hewldan û heta şer dide ye. Ez bi hindek aliyê wê ve pêwîste pirsgirêk çawa were têgihiştin datînim holê. Ji dubarekirina hêmanên ku tên fêmkirin zêdetir em dixwazin ji bo pirsa bi taybet emê çawa nezikî şêwazên ku dibe rastiyê û şêwazên têkîliyên rast bersiv bidin. Ger di nava gerîla de be, ger di hemû beşên jiyanê yên din de be, em dikarin hindek pirsên şêwazê nêzîkbûna rast amrazê rêxistin û çareseriyê dê çawa be, bi pêş bixin. A herî girîng jî di heman demê de ev têkîlî, têkîliya hest hezkirinê ye. Pêwîste hun di van mijaran de kûr bi¬bin. Gelo hezkirina rast, hesta rast çî ye? Evê çawa were bidestgirtin? Pêwîste li ser vê bingehê hun asta xwe ya ferasetê bi pêş bixin û baweriyê bi xwe bînin. Hilweşandin nayê wateya wendakirina her tiştî. Lê belê zêde tenezûlê bi awahiyên erzan jî nekin. Tişta herî zehmet jiyana ku bi pevçûneke gelekî zehmet ve hatiye sazkirin hîn bi nirxtir e û nayê hilweşandin.

Ger hun dixwazin asta netewî û civakî fêmbikin, malbatê, zilam, jin, zewacê û têkîliya wan baş tê bigihên. Ma hun dê çi nebînin! Di rastiyê de em têgeha netewî û asta civakî di gotin de zêde bi kûranî nizanin

This article is from: