4 minute read

yBŞ`Ê HÊzA ME yE, EM Ê LI DIJÎ DAgIRKERIyA TIRK BISEKInIn

YBş`ê HêzAMEYE, EM ê LIDIJî DAgIRKERIYA TIRKBISEKInIn LIHEMBERî DESTwERDAnEKSERAxA şEngALê EMê LIBER xwEBIDIn

Rêveber û kesayet ji pêkhateyên cûda ya şengal li dijî gefin dewleta tirk nerazîbuna xwe nişan didin û dibêjin; em wekî pêkhateyên şengalê ji gefin ti kesî natirsîn û daxwaz ji rêveberiya îraqê jî dikin li dijî wan gefin dewleta tirk bêdeng nemînê û îradeya rasteqîn ya gelê şengalê qebul bike. A: LEYLA LORÎN-YASER ELYAS

Advertisement

Nûnerê Şîayên Şengalê: Li hemberî destwerdanek ser axa Şengalê emê liber xwe bidin

Nûnerê Şîayên Şengalê Seyîd Mehmud El Aracî da zanîn ku ger dewletên berjewendîxwaz li ser Şengalê destwerdenê nekin, wek gel û pêkhateyên Şengalê çi pirsgirêka wan ya ya bihev re jiyankirinê nîne. Seyîd Mehmûd got ku xelkê Şengalê li gel pêkhateyên xwe, dijî hemû destwerdanên dewleta Tirk yên li ser Şengalê, di nava berxwedanê deye. El Aracî got; “Emê li hemberî her destwerdanek ser axa Şengalê heya dawî li ber xwe bidin.” Seyîd Mehmud El Aracî destpêkê balkêşa ser gefên serokkomarê Tirk Recep Tayîb ya li ser Şengalê û wiha pêde çû; “Ger welatên berjewendîxwaz û dewleta Tirk, destê xwe ji Şengalê bikêşin, rewşa Şengalê bi xwe gelek baş û arame. Ev 6 sale Şengal bi îradeya xwe tê bi rêvebirin. Em wek pêkhateyên Şengalê, bi hevre jiyan dikin û ti pirsgirêka me bi hevre nîne. Lê mixabin dewletên derve ji ber berjewendiyên xwe, rewşa Şengalê têk didin. Dixwazin carek din Şengalê veguherînin qada şer.” El Aracî da zanîn ji roja lihevkirina Hewlêr û Bexda ya ser Şengalê ve destwerdanek li ser Şengalê heye û wiha domkir; “Piştî peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ya di navbera Iraq û Hewlêrê ya ser Şenngalê, fikarên me gelek zêde bûne. Em weke pêkhateyên Şengalê bi ti awayek lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexda ya ser Şengalê qebûl nakin. Di 3 Tebaxê de bi destê DAIŞ’ê fermanek mezin dijî çand û baweriya Êzidiyan pêkanîn. Bi vê peymanê carek din dixwazin, Êzidiyên rizgarbûyîn qir bikin.”

Divê xelkê Şengalê vegerin ser warên xwe Nûnerê Şîayên Şengalê behsa

vegera xelkê Êzidî ya ser Şengalê jî kir û got; “Beriya peymana navbera Hewlêr û Bexdayê de, rojane 80’ê malbat vedigeriyan Şengalê. Lê piştî vê ji ber xelk bi fikarbûn, veger kêm bûye. Rewşa Êzidiyên niha di wargehên Başûr de jiyan dikin, gelek xirabe. Jiyana wan ne di ewlehiyê deye, rojane konên wan dişewitin, xwekuştin çêdibin. Em ji vê rewşê gelek dilgiranin, lê divê xelkê Şengalê dijî pîlanên ser Şengalê, vegerin ser warên xwe. Ti kesê bawer nedikir wê piştî fermanê, carek din pêkhateyên Şengalê, Şîa, Sune û Êzidî, bên gelhev û bi hevre jiyan bikin. Piştî fermanê em û birayên xwe yê Êzidî vegeriyan Şengalê û niha bi hevre jiyanek bi rûmet jiyan dikin. Ger dewletên berjewendîxwaz destwerdana Şengalê nekin, ti pirsgirêkek me ya pêkhateyên Şengalê bi hevre nînin. Ev rêxistinên ku bi hêceta xizmeta ji bo Şengalê tên,

Rewşa herêma me aram e û divê dewleta Tirk neyê vir. YBŞ`ê hêzên iraqî yên hevbeş in û li hemû Şengalê hene ku ew jî zarok û hêzên me ne

ne rastin. Piraniya wan îstîxbarata welatên dervene û ti xizmetê ji bo me nakin. Bi rêya wan saziyan li Şengalê bê aramî çêdibe. Ji bo wê pêwîste xelkê Şengalê hemberî van saziyan hişyar bin.”

Destwerdanek ser Şengalê wê bibe dawiya Erdogan

El Aracî got ku piştî hevdîtinên li Bexda û Hewlêrê, gefên dewleta Tirk li ser Şengalê zêde bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dewleta Tirk carek din dixwaze bi polîtîkayên xwe yên qirêj, destwerdanek li ser Şengalê bike. Bi dehan welat piştgiriya hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê kirin, lê dîsa çeteyên DAIŞ hemberî berxwedana gelan nekarî ser bikeve. Siyaseta Erdogan jî bi qirkirinê nikare bigihi encamekê, ger Erdogan destwerdanek li ser Şengalê bike, wê dawiya xwe bîne. Li hemberî her destwerdanek li ser axa Şengalê, emê li ber xwe bidin.”

Rûspiyên Ereb ên Şengalê:

YBŞ`ê hêza me ye, em ê li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin

Rûspiyên Ereb ên Şengalê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û gotin:”Em ê bi hêzên xwe yên iraqî re li ber xwe bidin ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê jî di nav de ye.” Serokkomarê dewleta Tirk a Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê bersiva pirsa rojnamevanekî ya derbarê serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji bo Iraqê de da. Erdogan ê gefa êrişan li Şengalê xwar got:”Dibe ku şevekê em ji nişka ve bên.” Bertekên li dijî gefên dewleta Tirk zêde dibin. Rûspiyên êrîşên Ereb ên Şengalê bang li dewleta Tirk kir ku rêzê ji serweriya Iraqê re bigire. Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan(PADÊ) 25`ê vê mehê bi daxuyaniyekê gefên Erdogan ên li ser Şengalê şermezar kirin û destnîşan kir ku Şengalê ne ji bo firotin û hesabên siyasî ye.

Dewlata Tirk armanca wî ne tenê Şengal e, ji bo xweyalên bapîrên xwe Osmaniyan bi cih bîne, ji Rojava, Mûsil, Kerkûk û heta Başûrê Kurdistanê armanca dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ye

PADÊ’yê her wiha banga berxwedanê li hemberî her êrişekê kir. Serokê Meclisa Gundê Um ElZubyan a Şengalê Hezaa Miheye El-Dîb ê ji pêkhateyê Ereb gefên dewleta Tirk şemezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk, DAIŞ`ê anîn û derbasî Sûriyê û Iraqê kir.

EM IRAQÎ DESTWERDANA TIRKIYE QEBÛL NAKIN

El-Dîb da zanîn ku ew destwerdana dewleta Tirk di kar û barên wan de qebûl nakin û got:”Em iraqî ne û destwerdana dewleta Tirk di kar û barên xwe de qebûl nakin, em bi hêzên xwe yên iraqî re ne ku YBŞ`ê jê ye.” Serokê Meclisa Gundê Um ElZubyan girêdana xelkê Şengalê ya bi berxwedanê ve destnîşan kir û got:”Kijan hêzên dewleta Tirk derbas bibe em ê li dijî wan bisekinin.”

This article is from: