15 minute read

NPIRANIyA DARÊN ÇIyÊ, DARÊN BERûyAN Bû

MEHSûM bAgOK

Xêr û bêrên çiyayê Şengalê

Advertisement

Hinek mirovên herêma Şengalê dibêjin ku; di heyamekê de navê çiyayê me, çiyayê Şêrîn bû. Dibêjin navê Şengal ne zêde kevn e. Navê kevintirîn jî Şêrîn e. Ev jî dibe agahiyek. Lêkolînvan û dîroknas dikarin vê mijarê zelal bikin. Di jiyana derbasbûyî de civakê qîmet daye çiyayê xwe. Li ber çavên wan ew qasî Şêrîn e. Ji nav gelî, newal, deşt û palên çiyayê Şengalê yek bi yek kevir hilgirtine, kom kirine û li şûna wan keviran, erdên çandiniya xwe amade kirine. Bi wan kevirên ku kom kirine jî dîwarên erdên xwe çêkirine. Kevirên zêde jî li kêleka erdan an jî di nava erdan de bûne weke şikêran. Mamê Feqîr Xidir mirovekî oldar e. Temenê wî 84 sal e. Mirovekî pir kal e. Pir serpêhatiyên wî yên jiyankirî hene. Mirovekî hêja û serwext e. Diyar dibe ku di nava jiyana bi salan de pijiya ye. Peyv û pênaseyên hevokên wî bi cewherî û dagirtî ne. Di nêrîn û dîtinên xwe de, zelal û bawer e. Mirovekî bi cesaret û xwedî exlaq e. Ew ziraviya tiştan baş dibîne û dizane ku çi erê bike yan jî çi red bike. Di vê mijarê de xwedî pîvanên bi wate û hêja ne. Di wextekî de çiyayê Şengalê bi daran xemilandî bû. Ew wext û dîmenê wan daran di roja me ya îro de hîn jî di bîra wan mirovên kal û pîr de ye. Bi birîn û firotina daran re, êdî bi demê re çiya ripûrût dibe. Êdî piraniya çiyê bê dar e. Ev gotin gotina mirovekî kal ê ji gundê Cefriyê ye. Em xelkê gundan, gelekî feqîr bûn. Bi zor û zehmetî debar dibûn. Em diçûn çiyê, me êzing dibirîn û bi keran dianîn xwar. Tirimpêlên mezin ji Mûsil û Sûriyê dihatin. Bi bihayekî pir erzan dikirîn û dibirin. Vê birîna daran, gelek zirar daye çiyê û daristanên me. Di nava wan daristanan de, darên berû, kezwan û gûhîjan hebûn. Lê piraniya darên çiyê, darên berûyan bûn. Dema ku mijar dibe darberû jî êdî dar û daristanên Kurdistanê têne bîra mirov. Darberûyên çiyayê Şengalê û yên giştiyê Kurdistanê mirov bike rojev, wê baş be. Darberû: Çiyayên Kurdistanê bi van dar û daristanan bi nav û deng in. Ew dareke gelekî qayîm e. Rehên wê pir kûr diçin û şaxên xwe di bin axê de belav dikin. Ew dareke ku bi slan û derengî mezin dibe. Lê belê dema mezin dibe jî, temenê wê dereng bi dawî dibe. Ango temenê vê dara me pir dirêj e. Çiqilên daran di payîzan de tên birîn. Xelkê gundan, wan çiqilan bi şêwazekî bi rêk û pêk kom dikin û ji bo zivistanê amade dikin. Dema ku berf dibare jî, êdî wan çiqilên daran ku pelên wan hişkbûne, pêşkêşî sufreya pezên xwe dikin. Pezên wan jî van pelan bi kêfxweşî û bi iştaheke mezin dixwin û têr dibin. Çiqilên bêpel ji bo agir pir baş in. Ji bo tenûra nan, nanê sêlê ji bo sobeya êzingan, gelekî guncav in. Xelkê gundan ekolojîk in. Ew darên şîn ji bo ku bi xwe bişewitînin bi kar nayînin. Ew wan çiqil û darên ku hişkbûne weke êzing dişkînin, kom dikin û tînin gund. Rêber Apo dibêje; “Zivistana li çiyayên Zagrosan, agir pîroz e. Biharan jî çandinî pîroz e. Em gelekî çiyayî ne û rista êzing û agir rengekî dixe nava jiyana civakê. Agir germahî û ronahî ye. Welatê me çiyayî ye û bi çiyayên xwe jî tê naskirin. Bandora çiyayan li ser taybetmendiyên mirovan jî çêdibe. Ango xweza civakê bandor dike. Mirov û xweza, xweza û mirovahî hev du eleqedar dikin û bandor dikin. Dema êzing dişewitin û rimiya agir xilas dibe, êdî êzing derbasî qonaxeke din dibe, ji niha û pê ve êdî dibin pereng an jî bizot. Perengên wan daran jî pir li ber xwe didin. Ango germahiya wan, demdirêj e. Dema ku ew dibin xwelî jî, têhna germahiya xweliya êzingên darberûyan jî berdewam dike. Xweliya êzingan di demên berê de ji bo paqijiyê jî hatiye bikaranîn. Dema ku birîneke biçûk li ser laşê mirovan çêdibe yan jî xwîn jê tê, eger piçek xwelî li ser birînê bê danîn, wê herikîna xwînê bê sekinandin û zuha bibe. Dema ku ava tirî ji bo çêkirina dimsê tê kelandin, wê demê piçek xweliya êzingan dixin nava beroşa ava tirî. Armanc ew e ku ji bo tiştên zêde dakevin binê beroşê û ji bo ku dims xweş û paqij bimîne. Di encamê de dimseke tîr, zelal û paqij çêdibe. Ew dibe dimsa tamxweş. Berhemên vê darê gelek in. Yek ji wan jî berû ye. Yên tal û şêrîn hene. Berûyên tal ji bo nexweşiya şekir pir baş in. Lê, berûyên şêrîn mirov dikare xav jî bixwe. Dema li ser sobeya êzingan têne biraştin tama

wan ji ya şembelotan(kestane) xweştir e. Weke di nava perengan û di nava xweliya êzingan de dema ku germ bibe jî, berû têne biraştin. Di salên xelayê de yan jî ji ber sedema şer û rewşên taybet, berû dihatin hêrandin, bi destaran an jî di curnan de têne hûrkirin û weke ard lê dikin û dikin hevîr. Bi vî rengî ji berûyan jî nan tê çêkirin. Weke din gelek zindiyên di nava xwezayê de ji berûyan sûdê werdigirin. Weke mînak çêlek, bizin û gelek lawirên din ji xwarina berûyan hez dikin. Dema ku di zivistanan de, diweşin di bin dara xwe de, ji bo garana dewaran û keriyên pezan dibin mihrîcan. Dema têr dibin, şîrê wan jî pir dibe. Di encamê de xwediyên çêlek û bizinan pir keyfxweş dibin. Çêrî û xwarina di nava xwezayê de ji bo heywanan gelekî baş e. Mirov jî ji wê başiyê, para xwe digire. Çiyayê Şengalê ji bo sewaldarî ango lawirvaniyê jî bi xêr û bêr e. Keriyên pez ji pelên darberûyan û çêriya çiyê têr dibin. Gera pez a de nava çiyê û hewaya wî de, ji bo pez pir baş e. Berhemên pezê Şengalê wiha ye. Ew di encama keda şivan û bêrîvanan de jî temam dibe. Ango xwezaya Şengalê û di encama keda şivan û bêrîvanan de ev yek derdikeve. Ji demên berê de Şengalî ji xwedîkirina pez hez dikin û bi keriyên mezin dihatin xwedîkirin. Hinek malbat bi sedan û hinek jî bi hezaran zêdetir hejmara pezê wan hebû. Bi vî rengî pêwîstiyên wan ên xwemalî, çerm û hiriyê û xwarinê jî çareser dibe. Ji bo pêwîstiyên xwe yên weke şîr, penîr û cureyên wan, dîsan goşt li gel vê rûn-nîvişk li gel vê jî ji bo aboriya xwe bazirganiya van jî pêş xistine. Qûtê zivistanê yê sivoriyan jî berû ye. Ew di nava çiqilên daran de berûyên bijare dibînin û kom dikin. Yek bi yek paqij dikin û dibin depoyên xwe. Di demsala payîzê de berû digihêjin û êdî dema kombûna wan e. Sivoriyan ev rewş keşif kirine. Ji bo ku dem winda nekin bi plan, rêkûpêk, bi lez û bez û bi keyfxweşî berûyan ji hev digirin û kom dikin. Dema ku mirov liv û tevgera sivoriyan dibîne, naxwaze ji wir biçe. Mirov dixwaze li xebata wan temaşe bike. Ji çiqilekî xwe davêjin çiqilekî din. Mirov bi tevgera wan şa dibe. Ew lawirekî biçûk û pir xweşik e. Darên berûyan ji bo ser xaniyan û ji bo stûnên xaniyan jî gelekî qayîm in. Ew zû bi zû narizin û temenê wan jî demdirêj in. Civakên gundan sira vê darê nas kirine û bi kar anîne. Ev darberûyên temenê wan dirêj ji bo kewar û stargeha mêşên hingivan jî pir guncav in. Darên wiha stûr, bilind ku nêzî kanî û rûbaran in, zêdetir dibin tercîha mêşên hingiv. Her kes bi rehetî nikare cihên wan nas bike. Nêçîrvanên pispor ên mêşên hingiv hene. Ew bi rojan dişopînin û di encamê de dikarin keşif bikin. Nêçîrvanên nepispor bin, wê nikaribin di nava daristanan de darên mêşan peyda bikin. Ji ber ku mêş jî vê yekê dizanin, xwe pir baş diparêzin. Ji bo tevahiya zindiyan mijara xweparastinê yek ji mijarên bingehîn e. Ji ber ku ev mijar jiyana wan eleqedar dike. Daristanên darberûyan rengê keskahiya xwe, didin derdora xwe. Bi vî rengê xwe, çav û ruhê mirovan zindî û geş dikin. Eger ku daristan

Êdî her gelwasekî hejîran yek metro, hinek jî ji du metreyan dirêjtir in. Ji bo cihên dûr an jî mirovên xwe, weke diyarî dişînin. Dîmenên gelwasan balkêş in. Ew hejîrên dêm temenê wan demdirêj e û zû bi zû xerab nabin

mezin be, ev darên berûyan ewrên baranê jî dikişînin. Ev daristan hevsengiya xwezayê jî diparêzin, hewa bi van daran xweş û paqij dimîne. Bi taybet di demsala havîn û payîzê de dema rewşa hewayê germ dibe, êdî siha darberûyan jî pir cuda ye. Siha wan daran pir xweş e. Di ber sîbera daran de bêhnvedan, xwarin û vexwarin pir xweş in. Ji xwendin, nivîsandin û lêhûrbûnê re jî pir guncav in. Li çiyayê Şengalê darberû weke daristanan pir kêm e. Lê belê dar pir in. Eger ku deh salan bê parastin, wê careke din daristan li xwe vegerin û wê çiyayê Şengalê bix

Xwarina kûmeya pir bi tam e. Tam û enerjiya wan gelekî xweş û cuda ye. Şêwaza xwarina wan wisa ye. Destpêkê mirov wan paqij dike, hûr dike û di nava rûn de diqelîne û bi nan re dixwin. Weke din dema diqelînin, mirov dikare li ser savar û birincê jî deyne

emilînin. Ji bo bixemile jî divê em kar bikin. Ew erkên her mirovekî Şengalî ye. Dar mezin bibin, wê çiya pir xweş bibe. Waye li Serdeşta çiyayê Şengalê çend darberû hene. Ji wan re dibêjin Darikên Qewalan. Dîmen û siha wan, çi qasî xweş in! Darên Kezwan û gûhîjan hebin jî lê pir hindik in. Berhêmên wan daran jî pir xweş û baş in. Daristana giştî çêbibe, wê ew jî li xwe vegerin. Kewên çiyayê Şengalê jî divê ku li bîra me bin. Rengê wan hinekî gewr e. Kewgiriyên Şengalê taybetmendiyên kewên Şengalê tînin ziman û bi keyfxweşî şîroveyên xwe dikin. Kewên li wir esîl in û dengê qebqeba wan ji palên çiyê xweş belav dibe. Rengê wan gewrê xetxetî ye û nikil sor in. Ew dizanin di kîjan cihên çiyê de xwe biparêzin. Ji bo stara wan, mekanên guncav gelek in. Li çiyayê Şengalê kewê ribat jî hene, kewên çiyayê Kolik jî bi nav û deng in. Kewên ribat bi lez û ser hev dixwînin û kewan li dora xwe kom dikin. Di çiyê de kewên spî jî hene, lê ew kew zû bi zû peyda nabin. Ji bo teyrê baz (teyrên hur) jî çiyayê Şengalê hembêza xwe vekiriye. Di wan teht û zinarên bilind û asê de, xwe bi cih dikin. Ev teyr li ezmanan xwe nîşan didin. Lê belê zeftkirina wan ne hêsan e. Heybeta nav û dîmenê wan heye. Nêçîrvanên teyran hene. Ew bi rojan, bi hefteyan û carinan jî bi mehan dişopînin da ku teyrekî baz bigirin. Gelek caran jî nêçîrvan bê encam vedigerin malên xwe. Taybetmendiyên van teyran hene û qîmetê wan jî pir e. ew zû bi zû nayên girtin, navê wan teyran hur e, ew ji huriyetê hez dikin. Eger ku bi cewherî were gotin li çiyayê Şengalê berê, lawirên weke; keftar, hirç, gur, piling, pezkovî, rovî, sîxur, gelek cureyên çûkan, kêvroşk û xezal hebûn. Hinek ji wan di roja îro de êdî xuya nakin. Ên ku hebin jî êdî hejmara wan pir kêm e. Gelo di encama çi sebeban de wiha çêdibe, ji bo çi di heyamên berê de ew bi garan, bi keriyan û bi refan hebûn, lê niha ji bo çi sedeman ew rewş hatiye guhertin? Pirs û bersiv pêwîst in. Pirs û bersiv jî, xwediyê wateyên girîng in. Di encamê de her mirovek jî, dikare para xwe di vê mijarê de bibîne. Dema naskirin çêdibe, berpirsyarî derdikeve pêşberî mirov û riya çareseriyê xuya dike. Eger bersiva pirsan were dayîn, wê gelek mijar werin pêşberî me. Yek ji wan jî birîna darên daristanan ye. Dema daristan nemînin, êdî stara wan zindiyan jî ji holê radibe. Êdî bê star dimînin û bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Hinek ji wan jî, ji cih û warên xwe yên sed salan, hezar salan jî derdikevin û koçber dibin. Xemgînî û helwesta wan ev e. Bi pêşketina teknîkê re jî êdî bi lez nêçîrvan nêçîra xwe dibîne. Di demên ku şer çêdibin û teknîka giran bi kar tînin, ew dengên bilind ên top û balafiran jî dibe sedema qirkirin û koçberbûna wan. Hinek ji wan erdan avî ne û piraniya erdan jî dêm in (bej). Di wan erdên dêm de genim, ceh, nîsk û nok çandine. Piştre paleyî kirine. Ew berhemên kombûyî li bênderan gêre kirine. Dema karên gêre xilas dibe jî, êdî dora paqijbûn û bêjingê tê. Berhemên çandinî, paleyî û gêreyî bi vî rengî danehev dikin. Êdî di çal, tûr an jî di kewaran de têne parastin. Ew dibin qûtê salê. Demên berê bi vî rengî bûn. Weke din Êzîdiyên Şengalê bi kedeke mezin darên fêkiyan jî çandine. Ew mêwên tirî ne, darên hejîr û hinaran in. Piranî di nava erdên dêm de, xweş çêdibin. Wan, erd kolane û fîdan xistine nava axê, bi vî awayî fîdan parastine û di dema ku pêwîst kiriye de, careke din erd kolane û xistine nava axê. Dema ku fîdan mezin dibin, ew çiqlên hişk an jî yên zêde têne kezaxtin, ji bo ku dar xweş mezin bibe û berhem bide. Erda çiyê xweş e. Di demsala

havînê de herêm germ e. Li ber wê germahiyê tirî pir tamxweş dibe û pir şêrîn e.

Rezên Tirî

Rezên tirî di nav erd û palên çiyayê Şengalê de dibe xêr û bereketek ji bo xelkê gundan . ji bo civakên gundan tirî tişteke herî pêwîst e. Berhemên rezên tirî gelek pêwîstiyan çareser dike. Pelên tirî ji bo epraxan pir baş in. Şivên mêwan dema têne kezixandin jî ji bo agir baş in. Berhemên tirî jixwe gelek in. Mêwijên wan di demsala zivistan û biharê de bi taybet xwarineke baş e. Ji ava tirî bastîq, helîl û beniyên ku bi gûz û behîvan têne çêkirin, pir bi nav û deng in. Bi taybet zivistanan li ber sobeya agirê êzingan dibe ziyafeteke xweş. Dema ku li derve berf hebe, ev xwarin hîn xweştir û bi tamtir in. Jixwe di dema meşê de, di riya karwaniyê de, ew xwarinên berdest û pir xweş in. Dimsa tiriyê dêm gelekî tamşêrîn e. Şêraniya wê dimsê jî tameke xwezayî ye. Ji ber vê yekê tama vê xwarinê bi tendurist e. Di sofreya xwarinê de, cihekî taybet û bi wate yê dimsê heye. Ji dimsê gelek xwarinên cuda têne çêkirin. Qawît jî cureyeke helawê ye. Dims û mast, dims û nîvişk û dims û nan jî xwarinên bi hev re xweş in. Weke din dema ku tirî hêj negihiştiye, bi tama tirşbûna xwe jî tê bikaranîn. Dema ku di demsala havînê de digihêje, taze jî tê komkirin û di her kêliyên rojê de dikare were xwarin. Cur bi cur cureyên tirî hene. Her yek ji wan, reng û tama wan cuda ye. Dema herî xweş a xwarina tirî, dema sibehê ye, dema ku roj hiltê ye. Ji bo ku di wan kêliyan de tirî cemidî ye. Wê çaxê xwarina wî tiriyê taze û cemidî jî pir xweş e û dibe dermanekî xwezayî. Tirî, di nava fêkiyan de xwediyê cihekî sereke ye. Di demekê de, petîx û zebeşên dêm jî xweş çêdibûn. Ax û hewaya palên çiya ji bo wan werzan gelekî baş bûn. Xwediyê wan bi tûran barên petêx û zebeşan danîn malê. Dixwarin û para cîranên xwe jî belav dikirin. Cîrantî jî çandeke xweş e. Bê guman kêvroşk, çûk û teyrikên çolê, şivan û rêwiyên ku di ber werz re diçûn jî para xwe jê dixwarin. Ji bo her kesî xêr û bereket bû.

Gelwas û Kutilkê Hejîra

Li çiyayê Şengalê tiştekî herî meşhûr jî hejîrên wê ne. Beşek ji civaka gundan bi hejîrên re mijûl dibin. Erd û hewaya çiyê ji bo he

heyanî biharê xwarineke berdest amade be, wê ya dikin. Hinek jê re dibêjin kutilkê hejîran, hinek jî jê re dibêjin serek. Gelwas û kutilkê hejîran çandeke xwarinê ya kevn e û ew çand berdewam e. Di roja îro de jî di nava civakê de û di hinek dikanên Herêma Şengalê de peyda dibe. Kutilkê hejîran, sade jî te xwarin û di nav rûnê male de, tê qelandin û bi nan tê xwarin. Ew xwarineke seferî ye. Ew xwarineke civakên çiyayî ye, nanekî tenûrê pê re bixwe û biçe çiyê, barek ezing bîne. Li hinek herêmên Kurdistanê kezwanan hûr dikin û di nav hev de weke hevîr disitirin. Bi wê ya tama wan hejîran gelekî xweş dibe, mirovan bi tecrûbeyan, çanda xwarinê pêş xistine.

Kûmeya

Li dora çiyayê Şengalê û bi taybet ji aliyê bakur û rojavayê çiyê, ji aliyê deştê ve ango li jêra çiyê û ber bi xwarê ve li erdên ku çandinî lê çênabe, hene. Lê belê ne di her heyaman de. Di navbera adar û nîsanê de, baran xweş bariya be, êdî di nava wan erdan de gel weke pêşbirkekê yan jî weke mihrîcanekê û bi coş dadikevin nava wan erdên beyar. Êdî dem dema Kûmeya ye. Mirov kom bi kom diçin komkirina kûmeyayê. Li hinek herêmên welatê me ji kûmeya re dibêjin dombelan. Ên ku nas nakin û mereq dikin wê hebin. Ew di şiklê kartolan de ne û ji bin axê têne derxistin. Dema ku çêdibin, axa li ser wan bilind dibe. Nêçîrvanên ku wan dizanin, wan ferq dikin û derdixin. Xwarina kûmeya pir bi tam e. Tam û enerjiya wan gelekî xweş û cuda ye. Şêwaza xwarina wan wisa ye. Destpêkê mirov wan paqij dike, hûr dike û di nava rûn de diqelîne û bi nan re dixwin. Weke din dema diqelînin, mirov dikare li ser savar û birincê jî deyne. Tama kûmeya û savarê hev du tamxweş dikin. Rengekî xwarina kûmeya jî weke goşt dixin şîşan û li ser bizotên agir dibirêjin. Her sê rengên xwarina kûmeyan ji hev xweştir in. Ew xwarinên xwezayî ne û pir bi tendurist in. Weke din di nava erdên beyar de û di bihara xweş û rengîn de gerîn, dîtin û komkirina kûmeya, dibe karekî pir bi kelecan. Biçûk û mezin bi cilên rengereng, yek bi yek an jî kom bi kom li nava wan erdan de di nava liv û tevgera dîtina wan de ne.

Li çiyayê Şengalê darberû weke daristanan pir kêm e. Lê belê dar pir in. Eger ku deh salan bê parastin, wê careke din daristan li xwe vegerin û wê çiyayê Şengalê bixemilînin

This article is from: