4 minute read
ÇARENûSA ÊzIDIyAN wÊBERXwEDAN û XwERÊVEBERÎDIyARBIKE
Ji edîtor
Çarenûsa Êzidiyan wÊ berxwedan û xwerÊveberî diyar bike!
Advertisement
Xwendevanên hêja!
Meha Adar û Nîsanê di her rûpelên xwe de gelek bûyerên girîng yên dîrokî dihewîne. Her yek ji wan roj û bûyeran xwdî wateyeke gelek girîng û dîrokî ye. Di heman demê de ev roj û bûyerên dîrokî hem aliyên xwe yên şadî û pîroz hene, hem jî xemgîniyê dihewînin. Li gorî salnameya gelê me, meha Adar û Nîsanê destpêka demsalê ne. Bi hatina meha Adarê re xweza xwe dilivîne û zindî dibe; dar, ber û giya kêlî bi kêlî bejna xwe bi xemil bilind dikin. Rê li ber hatina bihara dilan vedikin. Ji ber vê zindîbûnê ku di erdnîgariya me de her tim neyaran jî hewl dane di vê mehê de derb li gelê me bidin û gelê me ji vê zindîbûnê bêpar bihêlin û ji gihîştina bi daxwaz û hêviyên xwe paşde bixin. Bi giyana meha Adar û Nîsanê gelê me di dîroka xwe de her tim hewl daye bi zindîbûna xweza û nebatan re, rih û can û fîzîka xwe re bi xwezayê re bike yek û di nav yekbûnekê de bijî. Gelê me bi wî ruh û baweriyê jiyaye û hewl daye bide jiyankirin jî. Di nav xemla demsalê de, dest bi têkoşînê li hemberî zilm û zordariyê kiriye, serî netewandiye û rihê berxwedêrî û serheldanê jî weke hêmaneke hebûna xwe dîtiye û li berxwe daye. Di çarçoveya çalakiya berxwedanê ya gelê me ya Şengalê de, ji bo parastina nirx, rûmet û kerameta xwe, gel nêzî 4 meh e di konê berxwedanê de ye û naxwaze îradeya xwe ya rêxistinbûyî radestî ti hêzekî bike. Ev jî tê wateya zindîbûn û parastina hebûna xwe li ser îradeya zatî. Rayedarên Iraq û herema Kurdistan ê çiqasî jî di axaftinên xwe de hehsa çareserkirina pirsgirêka Iraqê dikin jî, lê mexabin di piratîkê de hemî hewldana wan ew e ku Şengalê û doza rewa ya gelê me ku piştî fermanê ji xweliya xwe, xwe ji nûve afirandiye, helweşînin û radestiyê li wan ferz bikin. Dewleta Iraqê di vê demê de ji bo ku hinêk tawîzan ji derve bigire, dixwaze careke din gelê me bike qûrbaniya desthildariya xwe û dirêjkirina temenê vê dewletê. Ev tenazûlat jî piranî ji bo dewleta Tirk e. Bazariya di navbera PDK û hikumeta navendî ya Iraqê û dewleta Tirk de wisa ye ku her yek ji wan bi tenê nikarin temenê xwe dirêj bikin. Her sê aliyan(dewleta navendî, PDK û dewleta Tirk) di asta çareserkirina pirsgêrêka heremê û gelê me de nîn in û berovajî vê jî her sê alî bûne arîşeyên sereke li hemberî çareseriyê. Ango her sê alî naxazin di heremê de aramî û ewlehî pêk bê û hemû hewldana wan, îsrarkirina di neçareserkinê de ye. Ji ber vê yekê ye ku her sê alî dest ji dek û dolabên xwe bernadin û dem bi dem plan û plangeriyeke nû dixin rojeva gel û raya giştî. Ger hikumeta navendî dixwazê di Iraqê de aramî çêbibe, divê ji bo vegera gel ji bo cih û warê wan xebatên bi lez bimeşîne, xizmetgûzarî û pirsin bêkarî û aboriya gel çareser bike, derfetên kar ava bike û sîstema ne-navendî ji bo parastin û xizmet û azadiya gel esas bigre. Ev pêngavên ku divê dewlet di vê demê de pêk bîne. Dewlet ger bixwaze car din li ser piyan xwe bigire, divê aştiya di navbera sazî û pêkhateyên civakî xweş bike û ji bo vê yekê jî divê baweriya gel qezenc bike. Lê wisa diyare di fikr û kiryarên rayedarên dewleta navendî ya Iraqê de ti guhertinên erenî çênebûye. Ev jî tê wateya kûrkirina qeyran û neçareserkirina pirsgirêkan. Berxwedaniya ku çar meh e di bin kon de bi hemî zehmetiyan gel dibomîne, nişaneya vê yekê ye ku êdî gel dest ji nirxên ku bi destê xwe afirandiye bernade û wê bi her awayî wan biparêze. Ev berxwedan, berxwedana rûmet û kerametê û parstina nirxên azadî û xwebûnê ye. Ji ber vê yekê çiqasî berxwedan bidome bila bidome heya ku neyar jî bizanibin ku gelê me ne ew gelê bere fermanê ye, êdî teslimiyet û desthilatdariya ti kesêkî qebûl nakin. Ligel wan êriş û gefan, weke gelê me û bi taybetî jî Şengalê di rewişeke hesas de derbas dibin û ji dost û neyaran çavên hemî civakê li sekn û helwesta me ye. Yanê em çawa sekna xwe raber bikin, ev sekin wê bibê mînak û ezmûnêkî berbiçav ji bo hemî aliyan. Çi ji bo navxwe ya hêz û aliyên Iraqê û çi jî ji bo gelê me bi giştî wê bibê dînamîka çareseriyê. Destketiyên çend salan ên gelê me li Şengalê ku bi hemî zehmetî û keda bêhempa hatiye avakirin tenê dikarê bi berxwedanê bê parastin û bi misogerkirina sîstima xweseriyê bê tacîdarkirin. Ji bo vê yeke bi rihê berxwedanê di meha Adar û Nîsanê ku rojên herî bi nirx û biha ne, mirov dikare bi baweriyeke mezintir bike û di sersala nû de bi rihê 8’ê Adarê, Newrozê, 4’ê Nîsanê, Çarşema Serê Salê û bi yekrêziya hêz û aliyên Êzidiyan û gelê me bi hemî pêkhateyên xwe ve pêla berxwedana hemdemî bê kirin û rê ji hemî plan û plangeran re bê girtin. Ji niha ve hatina Cejnin Serê Salê, 4’ê Nîsanê û Newrozê li tevahiya gelê me û bi taybetî gelê me yê Êzidî pîrozî be û bibe hêviya serketina ji bo gelê me be.