9 minute read
ÊLI CHÎAPASÊ MODELA XwESERIy
LI CHîApASê MODELA XwESERIyê
REMEZAN OLÇEN
Advertisement
Di nav pergala zapatîsyayan de pergala herî balê dikişîne ‘caracol’in ku di warên xizmetên civakî de rol û misyonek sereke dilîzin. Ew mîna navendên koordînasyoneke dixebitin. Koperatîfên ku hema bêje li her herêmê hene hilberînên xwe li maxazayên sosyalên li ‘caracol’an in difiroşin li ber vê park, navendên çand û hunerê, pirtûkxane, dibistan, nexweşxane jî di nav caracol’an de heye. Li her herêmê,‘Cûnta- yên Rêveberiya Baş’ ku her beşên civakê tê de tên temsîlkirin hatiye damezirandin. Pirsgirêkên li navêndên kordînasyonan nayê çareserkirin li van cûntayan tên çareserkirin ku ev cûnta unîteya herî navendiya van ‘caracol’an e. Her cûnta 7 ‘Şaredariyên Xweser yên Zapatîta’ temsîl dikin. Endamên cûntayan ji nav endamên şaredariyan bi awayê rotasyonê têne hilbijartin û ev endam li gorî demê tên guhertin. Bi vî awayî hem berpirsiyarî tê parvekirin hem jî pêşî li îktîdarbûnê tê girtin. Kirûya rotastonê li vir xal herî girîng e; ji ber ku endamên cûntayê li gorî dema xweyê peywirdariyê bi awayekî bê navber xizmeta gel dike ji ber vê yekê jî karên bi rastî jî giran û westîner tîne cih. Her şaredariya xweser, ji aliyê konseyek xweser ve ku ew jî bi qasî 2-3 salan li ser peywirê ye ve tê birêvebirin. Xebatên rêveberiyan ên lokal ji aliyê endamên konseyê ve têne kirin, endamên ku piranî karên rêveberiyan birêve dibin ji bo peywiran bi cih bînin tu heqdest nastînin. Ancax ji ber ku di dema peywirdariya xwe de nikarin kareke din ji bo debara xwe bikin erd û zeviyên wan ji aliyê endamên civaka ji bo wan xebat dikin ve tê ajotin. Di nav kar û peywirên konseyê de mirov dikare van bijimêre; bicihanîna edaletê, tenduristî, perwerdehî, bazar ango qaideyên dan û stand-
inê, ragihandin, xizmetên çand û hunerî, tekûzkirina jiyana rojane yê civakê, plansaziya hilberînê, pirsgirêkên ku di bikaranîn û çandiniya erd û zeviyên aîdê civakê, birêvebirina dibistan û ocaxên tenduristiyê. Her konsey ligel van kar û peywirên xwe lazim e ji bo ‘Cûntayên Rêveberiya Baş’ du delegeyên transformîst bijêre û wan peywirdar bike. Ev cûnta mirov dikare bibêje ku bi erka xwe wekî yekitiya şaredariyan kar û xebat dimeşînin. Di nav her ‘caracol’ê de 4-5 komên cûntayê ku peywirên wan ji hev cuda ye cih digirin; ev kom karên rêveberiyê heftane û bi awayekî transformîst(dorveger) bi cih tînin. Bi vî awayî her endamê civakê bes ku ji aliyê konseyê ve hatibe peywirdarkirin di nav cûntayê de cihê xwe digire. Cewher û referansa ‘Cûntayên Rêveberiya Baş’ jî fikra ‘bi guhdarîkirinê birêvebirin’ê ye. Lewre li Chîapasê birêvebirin ne li ser esasa fermandayîn an jî ferzkirinê naxêr li ser esasa fermanên ku gel dide ango li ser xwestekên gel teşe digire. Ji bo ku ev îdealên destnîşankirî li qadên pratîkê de di bin temînatê de bin jî cûnta; li hemberî reşbînî, nelirêtî, bêdadî û rîskên bi vî rengî li her herêmê ‘Komîteya Şoreşgerên Herêmî yên Veşarî’ ava kiriye. Û her herêm di bin kontrola van komîteyan de ye. Unîteyên esasî gund in Her cûnta li herêma xwe bi peywira koordînasyona gel hatiye peywirdarkirin. Dema tê gotin koordînasyon lazim e bê gotin ku di kar û xebatên tên kirin de kirûya wekheviyê destnîşanker e. Ango xebat li ser esasê wekheviyê tên parvekirin:
1) Pereyên ku ji hilberîn û dan û standinê tên ne ji aliyê şexs an jî cemaatê ve kom kirin ji aliyê komîsyona cûntayê ve tên komkirin û parve kirin. 2) Cemaetên serhildêr ji aliyê komîsyonek ve tên tespîtlirin, daku kes an jî komên bêeleqe li ser navê ‘Zapatîsta’ pere kom neke û perwerdehiya leşkerî nede tu kesî. 3) Pereyê bi navê ‘Baca Piştgiriyê’ ku ji cemaatên serîhildêr tên berevkirin bi awayekî adîlane ji bo pêdiviyên heman cemaetan bê xerckirin. 4) Bi komên li derdorê ku ne zapatayî ne re jî tu carî têkilî nayên qut kirin ango di navbera van koman de ji irtîbat tim û tim heye. Ev modela ku EZLN(Zapatîstayî) pêşxistiye; her biryar an jî her pêşniyar pêşî ji meclisên gundan derbas dibe. Li hemberî iradeya meclisa gund tu biryar nayên girtin, nakevin meriyetê. Li gorî hiyerarşiya şaredarî, navenda koordînasyonê û herî dawî jî cûntayê rêveberî û pêvajoya biryargirtinê sade dibe, ligel vê yekê berpirsiyariya kesên hatine hilbijartin jî zêde dibe. Wekî mînak ‘Cûntaya Rêveberiya Baş’ der barê pirsgirêkekê de en zêde dikare biryara tavsiyêyê bide, pirsgirêkên ku di hiyerarşiya herêmî de neyê çareserkirin li vir tê çareserkirin. EZLN, her çiqas ji aliyê hikûmeta Meksîkayê ve wekî ‘cudakar’ bê bi nav kirin jî ew tu car dewletek serbixwe ji xwe re nekiriye armanc. Zapatîstayî Meksika wekî weletê xwe qebûl dikin ango dipejirînin. Lewre Meksîkayîbûnê wekî nasnameya hevpar digirin dest. Ancax li hember windabûna nasnameya xwe jî dixwazin nasnameya wan bi awayekî fermî ji alî hikûmeta Meksîkayê ve bê qebûlkirin. EZLN berî her tiştî tevgerek şoreşger e û dixwaze bi azadkirina gelê Chîapasê, civakê jî bi vî re paralel azad bike. Ango mesele netenê bi azad- kirina erdnîgariyekê re girêdaye naxêr mesele demokratîkkirina herêmê bi tevahi ye. Têkoşîna ku ji bo self-determînasyonê ango mafê destnîşankirina qedera xwe bidestxistinê tê meşandin lewre li hember neolîberalîzmê,kapîtalîzmê, qirkirina xwezayê, newekheviyê û li hember kedxwarî û mêtingeriyê ye. Di rêveberiyên Zapatîstayan de xala herî girîng mantalîteya
em behsa wan jî ji we re bikin. Me dest bi inşakirina herêmên xweser ên zapatîstayên serîhildêr kirin. Gelên li herêmên xweser ji bo rêveberî û xwe rêvebirinê bi awayekî xurt xwe bi rêxistin kirin. Xweserî ne îcada EZLN’ê ye, ev bi saya têkoşîna gelê herêmê ku bi sedan salan e dike û bi saya tecrubeya Zapatîstayan e û di esasê xwe de li ser xwe bi rêvebirina gelên herêmê ye. Gel di navbera xwe de biryara dê kî/ê çawa rêveberiyê bike dide û kesê/a ku li gorî biryara gel tevnegere ji peywirê tê giritin. Ango yên ku di rêveberiyê de ne ku gel guhdarî nekin wekî otorîte ji peywirê tê girtin yekê/a din ji bo rêveberiyê tê hilbijartin(…) Me piştre ferq kir ku herêmên xweser xwedî şert û mercên ji hev cuda ne; hin herêmên xweser ji rêxistinên civaka sivîl zêdetir destek digirtin ligel vê hin herêm jî hatibûn jibîrkirin. Ji bo ev newekhevî ji holê rabe lazim bû tiştek bihata kirin. Me berya her tiştî ji bo têbigihîjin ka çima wisa dibe dest bi lêkolînê kir. Piştre derkete holê ku beşa siyasî-leşkeriya EZLN’ê detibû nav karên ‘sivîl’ ku lazim e ev kar ji aliyên otorîteyên demokratîk ve bihata kirin. Ji ber ku beşa siyasî-leşkerî ya EZLN’ê parçyeke- ji artêşê ye ji binyadê xwe ve antî-demokratîk e. Paşê em li xwe warqilîn ku kesên en li jor leşker û kesên en li jêr jî demokratîk bin ev xweserî nameşe(…) Ji bo ku em pêşî li vê pirsgirêkê bigirin me biryara ji hev veqetandina qadên siyasî-leşkerî û komunên xweser û demokratîk a Zapatîstayan girt. Bi vî awayî çalakî û biryarên berê ku diket nav peywirên EZLN’ê kademe bi kademe dewrî hilbijartiyên ku gel
wan bi awayekî demokratîk hilbijartiye hate kirin. Belê ev di gotinê de hêsan e li pratîzekirin zehmet e û bicihanîna wî jî çend sal dê li ber xwe bide.(…) Û bi vê rêbazê di tebaxa 2003’yan de ‘Cûntayên Rêveberiya Baş’ hatin damezirandin û bi wan re jî bicihanîna qaydeya ‘bi guhdarîkirinê birêvebirin’ û pêvajoya xwe bi xwe hînbûnê berdewam kir. Ji wê pêvajoyê heta nîveka 2005’an rêveberiya EZLN’ê talîmatan neda qada sivîl, lê bi hilbijartiyên ku gel wan bi awayekî demokratîk bijart re tim xebitî û piştgirî da wan.(…) EZLN ligel piştgiriyê ku dida qadên sivîl her wiha bi derdoran re jî ji bo piştgiriyên siyasî û aborî di nav livbaziyê de bû, daku bi piştgiriya peydakirî ji bo înşakirina herêmên xweser zêde zor û zehmetî nekêşin bikar anî. Bi saya EZLN’ê komunên Zapatîstayan di inşaya xweseriyê de zêde zehetî nekêşan. Li gorî lêkolînên ku ji aliyê hikûmetan de hatî kirin di warê başbûna; tenduristî, perwerdehî, cihên hevpar ên civakî de qadên Zapatîstayan ji bo cemaetên niştecih herê qadên baş in. Belê hêj inşaya xweseriyê li qadên Zapatîstayan didome û ev bi serê xwe xwedî gelek zehmetiyan e lê li ber vê jî ji ber ku ceribandinek dij dewlet e û radîkal demokrat e hêjayê nirxandin û lêkolînan e. Nexşeriya ku digihîne xweseriyê Xweseriya ku li Chîapasê tê sepandin ji aliyê dewleta Meksîkayê ve nayê qebûlkirin. Armanca EZLN’ê ew e ku xweseriyê derbixe asta ku dewlet ew qebûl bike. Mafên ku ji aliyê EZLN’ê de ji hikûmeta Meksîkayê tên xwestin ev in: Mafên Siyasî: Her unîte rêveberiya xwe ya hundirîn li gorî biryara xwe destnîşan dike û bi mekanîzmayên xwe dikare tevli organên temsîliyeta neteweyî bibe. Her unîteya xweser ku parçeyek ji hiqûqa welatîbûnê ye bi navçeyên ku xwe aydê gelê herêmî dibîne re bi koordîne dixebite û li gorî xwestekên herdu aliyan ew dikarin bibin yek jî. ligel vê yekê ji hikûmeta navenî butçe û desthilatî dewrî herêmên xweser tê kirin. Dîsa bi mijarê ve girêdayî biryar bên girtin û rizayê gel ku bi hilbijartinên demokratîk bê girtin navçe dîsa dibe ku tekûz kirin. EZLN’ê bi awayekî katî destnîşan dike ku dê dest nede sînorên welêt. Mafên Aborî: EZLN, destnîşan dike ku li ser ax û zeviyên gel li
serê dijî û bi kar tîne xwe dî maf e û dixwaze hikûmet jî li hember vê yekê rêzdar be. Mafên Hiqûqî: Zapatîstayî dixwazin pergala xweyê hiqûq’i sazûmankar bikin lê ligel vê pergala hiqûqa Meksîkayê jî red nakin. Ji ber ku gelên li Chîapasê dijîn ji hiqûqa hikûmeta navendî gelek bêzarbûne, ji pergala hiqûqa Meksîkayê nerazîne û dixwazin bi pergala hiqûqa Zapatîstayan bên darizandin. Ji aliyê hiqûqa Meksîkayê ve dema tên darizandin ne ew ên ku mexdûr in; kesên xwedî mal û milk, polîs, leşker û alîgirên partiyên dewletê ji ber ku tên parastin êdî gelê herêmê ji hiqûqa Meksîkayê bawernake ku xwe sererast bike. Dîsa ji ber ku li Chîapasê niştecih bi zimanê fermî ango bi İsopanyolî nizanin û di dadgehan de mafê wan î tercuman bixwazin jî nîn in, bi sedan niştecih beyî ku bi sûcê! Xwe bizanibin di girtîgehan de ne. Hiqûq bi rastî jî ji bo pev re jiyanê xala herî girîng e ji bo gelan. Ji ber ku kod, qaîde û qanûnên di pergala hiqûqê de cih digirin pevre jiyanê tekûz dikin, sererast dikin ji ber vê hindê hiqûqa li gorî bîr û baweriya gelên bi hev re dijîn neyê tesîs kirin bi hev re jiyîn jî ne mimkûn e. EZLN’ê ji ber ku ev nakokî tespît kir di nav komumên ku ava kirî de li gorî nirxên gel bi kod, qanûn û qaîdeyan pergala hiqûqê wekî qanûname amade kir û bi gel da nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de piştî sererast kirinan hate pejirandin. Ev qanûnname niha li nav hin cemaetan de di meriyetê de ye. Taybetmendiya ‘hiqûqa alternatîf’ a Zapatîstayan ew e ku li cihê bi fizîkî cezakirinê ango li gorî sûcê hatî kirin bi girtîgehê bê cezakirin, bi cezayên manewî jiyana gel dixwaze biparêze Mafên Çandî: Zapatîstayî ji bo çand û nasmameya xwe bidin jiyîn û dewlemend bikin dixwazin dewlet di makeqanûnê de ev bixe bin temînatê û derfetan ji bo pêşxistina çanda wan çêbike. Ji bo van jî dixwaze amûrên ku ziman pêş dixwe amûrên wekî rojname, radyo, televîzyon ji wan re tahsîs bike. Xênc ji van li herêmên xweser li dibistana her çiqas bi zimanê zikmakî bê dayîn jî ji bo di navbera gelan de qutb^ün û biyanîbûn çênebe dewleta Meksîkayê di mufredata dibistanên neteweyî de cih bide çanda gelên herêmî.