7 minute read
ÎREK BULEyLA KEÇKÊKA NETIRS ûz
LEyLA QASIM LEyLAKEçKêKA nEtIRS û zîREK bu
A: XENSA HESENÎ
Advertisement
Leyla Qasim(di salê 1952’ê li Xaneqîn; 12’ê gulanê 1974ê li Bexda) yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê da wekî pêşeng û qehremana şoreşgêrîyê dihêt niyasîn.
Jînenîgara Leylaya Qasimî
Leyla keça Qasimê kurê Hesenî ye. Li sala 1952ê li Banmila ser bi bajarê Xaneqînê, li şîrketa neftê(petrolê) ya bi navê Elwendê li Kurdistana Başur, di nav malbateka hejar û welatperwer da hat dinê. Xaneqîn jî weke bajarê Kerkûkê ji ber kanên petrolê hertim bi siyaseta erebandinê ra rûbirû maye û heta roja îro jî siyaseta asîmîlasyonê li wir berdewame. Kurdên bajarê Xaneqînê jî, li dema Şoreşa Îlonê bi germî beşdarê şoreşê bûn û di vê doza Kurdistanê da gelek şehîd dan. Bavê Leylayê, Qasim, karkerekê parzinîna(tesfîyeya) neftê li Şîrketa Elwend bû, ko piştî teqawîtbûnê li sala 1971ê koçberî bajarê Bexdayê bûn. Xwîşk û birayên Leylayê Sebîhe, Selam, Sefa û Selah tev jî xwendevanên zîrek bûn û heryekî ji bilî karê xwendinê ji bo alîkariya debara jiyana malbata xwe bi xebatên corbicor mijul dibun. Li Sala 1958ê Leylayê dest bi xwendina xwe ya dibistanê kir û li bajarê Xaneqînê jî xwendina xwe ya navendî dawî kir. Ji ber ko Leyla ji temenê zarokatiya xwe ve hejarî û xîzanî ditibû, xewna azadiya Kurdistanê jî didît û tam û evîna Kurdayetiyê roj bi roj di fikr û ramanên wê da şirîntir û bihêztir dibû û baweriya wê bi wekheviya keç û kuran hebû. Leyla bi rêya birayê xwe yê mezin, Şehîd Selam Qasim-ko bi şêweyekê nihînî endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Iraq bû - li sala 1970ê bi fermî bû endama wê partiyê û di nava xwîndevanên Kurd da dest bi xebatê kir. Piştî wê li Bexdayê lîse jî qedand û dûra li sala 1971ê li zankoma edebyatê pişka civakzanistî(sosiyolojî) li zanîngeha Bexdayê hat pejirandin. Ji sala 1972ê were di liv û lebata Yekîtiya Qutabî yên Kurdistanê da
pişikdar bû. Îstixbarata Beesîyên Iraqê her der û hertişt kontrol dikir. Li wan salan piraniya hêz û bizava şoreşa Kurdan ya di bin rêberiya pdk-i da li çiyayên Kurdistana Başur û herêmên azadkirî civiyabû. Ji bona wê jî dema Leylayê dît ko herkes dibêjit: “ Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hilbidin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgêrî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne”, biryar da ko tevî xwendevanên xurt bi awayekî aktîvtir û berfirhetir xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bikin.
Evîna Leylaya Qasimî û Cewad Hemewendî
Leylaya Qasimî di nav hevalên xwe da ji yekî hez dikir ko navê wî Cewad bû. Ew hertim bi hev ra dixebitîn. Leylayê bi hevkariya Cewadî Yekîtiya Qutabî yên Kurdistanê ya di bin seroktiya Adil Muradî da niyasî û wekî endam tevî wan bû û her bi desteka Cewadî, tevî refên pêşmergeyan bû. Li Zanîngeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên din da pêşverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê ra da selmandin(îsbatkirin). Herçend bû Cewad xwendevanê zanîngehê nebû û karkerê karxaneya(fabrîkaya) zeytê bû, wê ew wekî hevalê jiyana paşerojê hilbijart bû. Leylayê bi wan xebatên xwe îspat kir ko di şoreşê da û di civakê da jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derbikevin.
Biryareka Dîrokî
Leyla û Cewad ko xwedî baweriyeka mezin bi doza neteweya xwe bûn, li sala 1974ê bi hevra gotarek li ser rewşa civakzanistî ya Kurdan nivîsî û li derfetekê digeriyan ko gotara xwe biweşînin û di nava gelî da belav bikin. Lê destpêkirina şerî ji nûve û girtina wan bû sedema hindê ko gotara wan ji aliyê sîxurên Beesê ve hat wenda kirin. Piştî xebata salên dijwar û giran li 11’ê Adara sala 1970’ê, piştî danûstanên dûr û dirêj di navbera serokkomarê Iraqê û nemir Mele Mistefayê Barzanî da, di çarçûveya Iraqê da otonomî ji Kurdên Kurdistana Başur ra hat diyarkirin. Rewşa şerî û aştiya di nava Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê da heya Îlona sala 1974ê domand. Di wê serdemê da Emrîkayê jî hevkariya serhildana Kurdan dikir, lê mixabin dema ko bi rastî pêdvî bi hevkariyê hebû, dewleta Emrîkayê ew bi tenê hiştin û destûr da jandarmê xwe yê rojhilata navîn Mehmed Reza Şahê Pehlevî ko ji bo şkandina şoreşa Kurdan hevkariya Beesiyan biken. Piştî wê, dema ko Emrîkayê û rejîma Îranê destê xwe ji piştgiriya Kurdan berd, rejîma Iraqê dijberî Kurdan şerekê giran û hovane destpêkir û ji nişkave di civakê da pir tevlihevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasî ya Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li Bexdayê endamên Îstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên niştîmanperwer girtin û rewşek tejî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb ra afirand. Herwiha li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û
Roja 28ê Nîsana sala 1974ê Leyla û çar hevalên wê hatin girtin û rejîma Bexdayê ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştiya cîhanê ra dan niyasîn
li 24ê Nîsana sala 1974ê bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombaran kirin ko di encamê da çend xwendevanên Kurd jî şehîd bûn. Piştî vê yekê, Beesiyan hêrişî ser bajarê Helebçeyê kir û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birîndar kirin. Li hemberî van hovatiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û sivîlan ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leylaya Qasimî û Cewadê Hemewendî di wê baweriyê da bûn ko divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê belkî xebata herî giran pêwîste di nava
bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên Kurd. Gelê Kurd li hemî perçeyên Kurdistanê Leylaya Qasimî wekî qehremaneka neteweyî dibînin. Li sala 1974ê dema ko Leyla hat şehîdkirin, li seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hibijartin. Piştî salên dûr û dirêj rêya Leyla Qasimê bi şêweyekê berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leylaya Qasimî ya serbilind û netirs û îro jî Zîlan, Binefş, Bêrîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Leyla Zana û bi hezaran şêrekeçên çeleng û qehreman li ser rêya Leylayê dimeşin.
Leylaya Qasimî û ramanên wê
Li gor dîtina Leylaya Qasimî çewsdandina jina Kurd tenê di çarçûvê zulm û zordariya mêrê Kurd da bi sînor nebû, belkî wê ji bo guherandineka giştîxebat dikir. Di vê barê da Leyala dibêjit: “Şêweya guherandinê di nava civata Kurdistanê da hewcedara guherandineka siyasî, civakî û aborî ye û eger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî dê hertim bihêt bin pêkirin.” Navê Leylaya Qasimî di nav helbest û stranên Kurdî da Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremanîya Leylayê kirîye û
li ser wê helbest ristine. Seyda Hêmin Mûkryanî şaêrê millî yê çaxê komara Demokratîka Kurdistanê li ser qehremanîya Leylayê wiha dibêjit:
Ke to toray le çawim wek xewî min Le biskit reştire mangeşewî min Biro Mecnûn be Leylay xot menaze Ke nawbangî pitir derkird ewî min Bizey hatê, witî celadî xiwêrî! Be keyfî xot petit bawêje estom Ewe pet niye mîdalî îftixare Ke bûme qaremanî mîlletî xom Herwiha Seyda Cigerxwîn di helbesteka xwe da bi xembarî li ser şehîdbûna Leylayê wiha dibêjit:
Leyla keça Mît û Meda Canê xwe da di ber me da Bijîn heçî ko canfîda Xweş bin ji te jar û geda
Leyla çiraxa şevreş e Wê rû li Kurdan kir geş e Kuştin bi me Kurdan xweş e Zordarî êdî nameş e!
Leyla bijî, sed aferîn Ji bo me bûye ol û dîn Dîsa li min der bûn birîn Heta ciger min bûye xwîn!
Seyda Şêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanê E’reb yên mîna Udunîs di helbestên xwe da behsa canfîdayiya Leylaya Qasimî dikin. Wek dibêjin hinek helbestvanên Filistînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirîye. Herwiha hunermendên Kurd li her çar perçên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfîdayîya Leylayê bi bîr diînin: Hunermendên navdar Şehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên şaêrên Kurd ko derheqa Leylayê da vehûnandine bi awazên xweş stirandine.
Çavkanî:
Ji “http://ku.wikipedia.org/wiki/ Leyla_Qasim” hatiye standin.