k.dicle hejmari 10 besi kurdî latînî.pdf

Page 1

Sal 2

2018/11/20

Hejmar 10

Diclepress13@gmail.com

DAHURANDINA JIN Û MALBATÊ DAHURANDINA JIYANÊ YE ETÎMOLOJIYA NAVÊ ŞÊX ADÎ

Neteweyên Yekbûyî mexdûriyeta Êzidiyan girantir dike



Dıcle

Lêkolîn, Belge û Lêgerîn di vê hijmarê de Tekoşîn berdewam bike .................................................................................... 4 NETEWPERESTÎ FORMA BINGEHÎN A BÎRDOZIYA DEWLET-NETEW E............. 5 NAMEYEK JI MAMÊ MIN RE ........................................................................ 15 DERGEHVANÊ DERGEHÊ LALEŞIM EZ ....................................................... 17 DI DÎROKA ÊZIDIYAN DE JINÊN SERHILDÊR ............................................... 18 ETÎMOLOJIYA NAVÊ ŞÊX ADÎ ..................................................................... 21 LI BA WAN RENGÊ GEWR Û ÇÎL TAYBETMENDIYEKA BEDEWÎ Û XWEŞIKAYIYÊ YE ............................................................................................................ 24 ZIMANÊ ME KURDI YE ................................................................................ 27 DAHURANDINA JIN Û MALBATÊ DAHURANDINA JIYANÊ YE ......................... 29 KES XWEDÎ WÎ MAFÎ NÎNE HEYA MIRINÊ ENIYA ŞERÊ BIT-ERKÎNE ............... 34 YEK JI HELBESTIN WÎ YA HERÎ BI NAV Û DENG GULA SOR E ........................ 39 GIRINGIYA DÎROK Û ŞÛNWARÊN ÊZDIYAN YÊN LI HERÊMA HESENKÊFÊ .... 43 ARMANC JI DAMEZRANDINA PÊŞMERGÊN ROJ PETROLA ROJAVA YE ......... 50 Berxwedana Sedsala Mohra xwe li dîrokê da ......................................................55 Zar û zêç bê xwedî mabûn ............................................................................... 56 Dibêjin Cizîre ji aliyê pêxember Nûh ve hatiye avakirin .......................................... 61 Beşên Zanayiya Zanistî .................................................................................. 63 Hevaltiya 40 salan ........................................................................................ 66 Neteweyên Yekbûyî mexdûriyeta Êzidiyan girantir dike ......................................... 68 Abdulkerîm Omar: dewletan dibêjin wan kesan bikujin ........................................... 71 Gulpî: Konfederalîzma Demokratîk pirsgirêkên îraq ê çareser dike ........................ 73

HATINA SER SALA ZAÎN Ê PÎROZ BÊ ...

Jimar: 10

Eylul : 2018

Berpirsyarê Giştî: Aram Kerîm Baban Director: Samî Emer Qasim Xwediyê Kovarê: Alî Hisîn Hecî Desteya Weşanê - Hisîn Hecî Nefso - Medihe Mirad Nemir - Şêrzad Şemo Qasim - Hemed Beşar Xelef - Îbrahîm Emo Kiçî - Berekat Îbrahîm Hisîn Sepandin û Derhênerî: Deriya Rûnahî Navîşan: Şengal -SincarTel: 07504197663 07507782806 07507174358 E. mail:

Diclepress13@gmail.com


JI EDÎTOR TEKOŞÎN BERDEWAM BIKE

ÊZIDIYAN BI DERFETÊN XWE BIRÎNÊN XWE DIPÊÇIN Xwendevanên hêja û bi rûmet Ber bi dawiya salê ve dema em diçin pêşveçûnên girîng ê sala 2018 an qasî ku ji destê me hat me bi were parve kir. Lewra: li herêm û cîhanê pêşveçûnên siyasî û leşkerî ên girîng hatin jiyan kirin. Ji yemenê heta Afganîstanê li gellek cîhên erdnîgeriya rojhilata navîn em bûn şahîdê şer ên hilweşîner. Irak û Sûriye bûn navenda vî şerî. Bi tevlî bûna hêzên qada navnetewî a vî şerî bi milyonan jê bandor bûn, bi sed hezaran kes jiyana xwe ji destdan, du qatî vî birîndarbûn û kulek man. Niştecîhên navendî ên kevin û yê herî dîrokî bi erdêre kirin yek û mirov koçber kirin. Tirajedî û êşên mezin hatin jiyan kirin. Bi kurtasî rojhilata navîn veguherî meydanek a şer jibo hêzên kûrevî. Di serê salên 2018 an jî, Dewleta Tirk a faşîst Efrîn dagir kir. Ev tevgera dagirkerî yê li herêmê rêxistinên radîqal ên weku daîş, El Kaîde, û El Nusra bi rengekî vekirî alîkarîdan wan û li Rojava xistin rewşek kurd bên hişyar kirin. Di têkilî yên yekîneyên terorê de tenê ne kurd, ji bo mirovahiyê tevî xeterî dan çêkirin. Pevçûnên li herêmê pir zêde sor kirin û li hemberî gelan ketin nava helwestek dujmina ne. Li Iraqê hilbijartinên parlemento yê çêbûn, ev hilbijartin şûna ku li Iraqê rê li aramiya siyasî veke piştî derbas bûna bi heyvan jî, hukumet nehat ava kirin. Bê aramiya siyasî û nakokî yên

hundurîn rewşa heyî daha zêde kûrtir kir. Pêkanînên ekonomik ên li dijî Îranê, ketina qeyrana ekonomîk ya Dewleta Tirkiyê xeberdanek li pêş ya şer û pevçûna ye. Pevçûnên bi hatina demêre ya li herêmê ên wek ku qewmî, mezhebi, liser vî, şerê bazirganiyê jî, ku tê binav kirin zêde bû. Di demek kurt de tesîra wî neyê dîtin jî, di asta herêmî de wê encamek neyênî bi xwere bîne. Ji van pevçûnan teva kurdistan û gele kurd jê bandor bûne. Li Başûrê Kurdîstanê referandûma serxwebûnê hate lidarxistin û pêk anîn. Piştî referandumê hêzên leşkerî ên Iraq ê êrîşên Kerkukê kirin. Di serî de êrîş û pêkandinên Iraq, Tirkiye û Îran li beranberî Rêvebiriya Herêmî a Kurd di rêjeyek girîng de erd wendakir. Qadên hewayî û derî yên gumrikan ketin bin kontrola Hukumeta Navendî. Li Rojava li beranberî çeteyên daîş ê serkevtinên gelek giring hatin bi destxistin. Gelek qad ên xwecîhî ji bin kontrola çeteyên Daîşê hatin xelas kirin. Kurdan li dijî dujminahî ya mirovahiyê ya çeteyên îslamî tekoşînek bihempa lidarxistin û niha jî, ev tekoşîna mijara gotinê berdewam dike û didome. Dewleta faşîst a Tirkan jî, li dijî kurdan li her qadê ketiye nava şer. Bê sînor li Bakûrê Kurdîstanê bi rê û rêbazên hovane li hemberî hêzên gerîla û xelkên sivîl ên bê parastin êrîş dikin. Op-

erasyonên qirkirina qewmî ên siyasî pêş xistin. Komkujî pêkanîn. Êrîşên xwe ên li dijî kurdan derbasî dervayî sînorên Tirkiyê kirin. Herwiha dîsa êrîşên rojava û şengalê kirin. Di êrîşa dawî a şengalê de 15 Tebax 2018 an de Mam Zekî û hevalê wî bi rengekî ketiyanê qetil kirin. Ev êrîş carek din ruyê reş ê KT. derxistiye holê. Şehadeta Mam Zekî ji bo xelkê Êzîdî û Şengalê wendahiyek mezin bû. Bi giştî wusa diyar dike ku li herêm û Kerdistanê pevçûn û nakokî wê kêm nebin û di pêvajoya pêşme de bi hemû lez û beza xwe wê bi domîn e. Şerê Sûriyê bi pirsgirêka Îdlibê re gihîştiye merheleyek girîng. Pêvajoya li pêş me, wê bive pêvajoyek ya herî zêde lipêş a çareseriyê. Di çareser kirina mijara pirsgirêkên civakê û vê erdnîgeriya rîsta şer de, nêzîkatiya a herî maqûl Tevgera Azadiya Gelê Kurd pêşdixe û pêşxistiye. Rexmî ku tecrîdek giran liser Rêber Apo tê pêkanîn û hatiye pêkanîn jî, fikrên wî û felsefeya wî li herderê Cîhanê belav bûye. Şengal; piştî fermanê a 4 salan li pê xwe hîşt, bi derfetên xwe birînên xwe dipeçe û ev hîn jî berdewam dike. Di rêjeyek girîng de jî serkeftî bûye. Di dorhêla van pevçûna de di serî de parastina cewherî, rêvebiriya xweser û ji bo statuyek xweser bi destxe gihîştiye têr tijiyê. Dîrok firsendên mezin pêşkeşî Êzîdiyan dike û pêwîste mirov ji vê baş fêdê bigre.


Diclepress13@gmail.com

FIKRÎ

5

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

DEWLET-NETEW, MODERNÎTE Û

KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK

ABDULLA OCELLAN

NETEWPERESTÎ, FORMA BINGEHÎN A BÎRDOZIYA DEWLET-NETEW E

Dewlet-netew,

weke bêberdewamiya sêyemîn û herî girîng a modernîteyê, şêwê (form) ya herî bingehîn a navgînî ya çalakî ya kapîtalîzm a fethkirin û mêtingehkirina civakê ye. Dema lîberalîzm xwe weke yekpareyıya armancan (civaka îdeayan) pêşkêş dike, dewlet-netew jî weke şêwe (form)ya bingehîn a desthilatî wateya xwe dibîne. Feth û mêtingekirina herî berfireh a civakê li hundir û derve, ku di dîrokê de rûbirû maye, eger forma dewletnetew nebe, nikarin bêne pêkanîn. Dîsa, mijara ku zanistên civakî li ser wê herî zêde korkirin, ji rêderxistin û loda dogmayan pêş dixe, dewletnetew e. Hîn jî zor e ku mirov bêje ku tehlîla berfireh a dewletê hatiye kirin. Marksîstekî tew mîna Lenîn jî; dema berê xwe da avakirina yek ji şoreşên herî mezin ên civakî yê dîrokê, nekarî bi serketa ku tehlîlkirina ‘pirsgirêka desthilatî û dewlet’, ji linga dewlet-netew rizgar bikira. Serketinê li milekî bihêlin, tevî hemû

rexneyan, nikare xwe bide alî ku tew veguherandina Sovyetan, ku rêxistingeriya civaka demokratîk e, bo dewlet-netew, weke saxlemkirina şoreşa binirxîne. Dewlet-netewa Çîn, ku di roja îro de xizmeta herî mezin pêşkêşî kapîtalîzma cîhanê dike, nimûneya dêwane ya heman nêzîkatiyê ye. Nêzîkatiya Anthony Gîddens a di derbarê tekanetiya dewlet-netew de, tevî ku para rastiyê di xwe de werdigire, di hêla girêdana wê ya zincîrane bi yekdestiyên desthilatî re yên lodane (kumulatîv) yên dîrokî de, vegotineke pir nebes e. Ez ê li vir dubare nekim, ji ber min hewl dabû ku dewlet-netewê di bergên berî vê de bi berfirehî pênase bikim. Lê,bi rêya ronîkirina vê mijarê di hêlên cewaz de û bi diyarkirina encamên ku pêwîst e jê bêne derxistin, ez ê vegotinê bihez bikim. Berî her tiştî divê netew-dewlet weke mezintirîn şêweya (forma azamî) desthilatiyê were hizirîn. Ti şêweya

dewletê, bi qasî dewlet-netew (wê rasttir be ku jê re bê gotin ‘netewdewlet’), ne di kapasîteya desthilatî de ye. Sedema herî bingehîn a vê yekê ew e ku beşa jorîn a çîna navîn, di rêjeya zêdebûyî de, bi pêvajoya yekdestîbûnê ve tê girêdan. Pêwîst e mirov qet ji heşê xwe dernexe ku dewlet-netew bi xwe yekdestiyek tevdeyî (komple) ya herî pêşketî ye. Yekdestîperestiyên bazirganî, sanayî û malî (fînansî), di qonaxa dewlet-netewe de, bi yekdestîperestiya desthilatî re mezintirîn peymanê saz dikin. Yekîtiya herî pêşketî ya tevahiya yekdestiyan e. Pêwîst e mirov yekdestiya bîrdozî jî, weke perçeyekê jeveneqetî ya yekdestiya desthilatî, di vê wergiriyê de bihizire. Yek ji qadên ku zanistên civakî têde herî zêde şaşwazî dikin, ewa di derbarê yekdestiyan de ye. Bayêxa mezin nîşan didin da ku emrazên desthilatiyê, weke ser-aborî, ji yekdestiyên bazirganî, sanayî û malî cûda bicî bikin. Bi vî rengî, dixwazin


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

6

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

Dîplomasiya dewlet-netewê, ji bo kordînasyona bi dewlet-netew ên din re, ku yekdestiyên derveyîn in, û şopandina karûbarên sîstema cîhanê ya dewlet-netewan, tê avakirin. Eger pejirana dewlet-netewên li derve nebe, gengaz nîne ku tenê yek dewlet-netewek jî bîst û çar saet li piyan were hêştin

ku desthilatiyê bi giştî û dewletê jî bi taybetî, mîna ku diyardeyên cewaz bin, pêşkêş bikin [nîşan bidin]. Yek ji xalên bingehîn ku zanistên civakî saqet dihêlin, ev e. Cewaziya di navbera yekdestiyên ser-aborî û yekdestiyên desthilatî de, dikare ancax de wateya karbeşî de were ravekirin. Ji bilî vê, yekparetiya di navbera wan de dîrokî ye û misoger e. Divê ez hevokekê Fernand Braudel bigirim vê derê, ku ez wê pir bandorker dibînim. Braudel dibêje: “Desthilatî jî, weke sermaye, tê berhev kirin.” Wisa ye weke ku yekparetiya di navbera wan de qefaltibe. Bi ser de, kesekî pirzan e ku vê mijarê ji gelek hêlan ve zelal dike. Desthilatî ne tenê weke sermaye tê berhevkirin, lê, awayê sermaye yê herî homojen, parzinandî û weke dîrokî berhevkirî ye. Eger ez bi tîpên mezin binivîsînim; desthilatî, awayê sermaye yê herî homojen, palandî û weke dîrokî berhevkirî ye.Sermayeyên din ên ser-aborî, di şûngeheke wisa de ne ku, bi rêya berhevkirina cewaz, dest diguherînin û xwe birêxistin dikin. Sedema ku li hemûyên wan weke yekdestî tê nêrîn û wate tê dayîn, ew e ku ser-aborî ne û di wê karakterê de ne ku dest datînin (desteserkirin=yekdestî) ser nirxên civakî bi giştî û nirxên-zêdemayî yên civakî bi taybetî. Hemû çirpandinên ji civakê, dixwazî bi awayê bacê bin, dixwazî bi rengê kara dem û dezgeh bin û dixwazî bi şêweya talana dipdiyar bin, di karaktera yekdestî de ne. Ji ber vê, divê têgîna ‘yekdestî’di cî de û baş were têgihîştin. Ciyê dewlet- netewê di nava dîrokê de ew e ku tevahiya van yekdestiyan bi şêweyeke baş di wergiriya xwe de kiriye yek. Ew bi xwe dibe mezintirîn


Diclepress13@gmail.com

yekparetiya sermaye û hêza xwe jî ji vê şûngeha xwe digire. Her wisa, ji ber vê şûngeha wê ye ku navgîna herî bandorker a daneheva sermaye ye. Ji bo me hemûyan pir şaşwazker bû ku avabûna dewlet-netew a Partiya Bolşevîk, piştî heftê salan weke yekparetiyeke sermaye ya biqelafeta dêwekî –qelantor- derket pêşiya me. Lê di rastî de, dema em di hêla tehlîla dewlet-netew de li mijarê binêrin, ev rewş ta radeya dawî têgihîner e. Ji ber ku rêxistingeriya dewlet-netew, awayê herî kevneşop (tîpîk) û kurtebir ê xwe rêxistinkirina sermaye weke dewlet e. Bi dewlet-netewê, mirov dikare, ne sosyalîzmê, lê, kapîtalîzma herî xas birêxistin bike. Çiqas gengaz be ku hêstir /qantir were kirin hesp, ew qas jî gengaz e ku dewlet-netew were kirin, yan jî hesibandin, sosyalîst! Tevî vê yekê, gengaz nîne ku tekanetiya dewlet-netew, bi rêya qutkirina wê ji şêweyên dîrokî, were ravekirin. Cewazîbûna wê çiqas pêşketibe bila bibe, ya destnîşankar daneheva dîrokî ya desthilatî ye. Em li Îngilistanê binêrin, ku yekemîn welat e ku dewlet-netewê birêxistin kiriye. Îngilistan di destpêkên sedsala 16. de di pencika desthilatî ya Îspanya, Fransa û Normanan de ye. Eşkere ye xeteriya ku tesfiye bibe, eger nikaribe xwe weke dewlet-netew birêxistin bike. Ew bi xwe qraltî ye. Xanedanî li pey hev tên û diçin. Aboriya wê, bi koçberiyên ku ji dema neolîtîkê û vir ve di rêya Ewrûpa re diçin, tê avakirin. Cewaziya wê ji welatên din ên Ewrûpî, di bingeh de şûngeha wê ya giravî e. Dewlet-netewa xwe, bi rêya xwespartina van mercên dîrokî û şênber, ava kir. Dîrok vê pêvajoyê di nava temamiya şênberiya wê de vedibêje ka zêdebûna hêza

FIKRÎ

Sterlîn (yekeya pere ya Îngilîs) çawa meşiyaye dest bi dest (milbimil) li gel deyndarbûn û yekdestîbûna mezintirîn a li ser aboriyê. Her wisa, tê zanîn ku, ji bo pêngaveke serwerî, berê xwe da şoreşa sanayî jî. Wate, eşkere ye ku, bêyî hebûna dîroka Îngilîs, dîroka wê ya xanedanî bi taybetî û xanedanî ya wê bi xwe, em gengazbûna dewleta netew a Îngilîs li milekî bihêlin, tew qet nikare were hizirîn. Xanedanî şêweya dewletê ya herî berfireh û demdirêj a bi dirêjiya dîrokê ye. Sedema ku Îngilîstan hîn jî dev ji forsa xanedaniyê bernade, bi vî aliyê dîrokê re pêwendîdar e. Demokrasî û komar pir sînordar in. Împaratorî formeke hîn guherdetir e. Eger danehevên desthilatî nebin ku bi hezaran salan in weke yekdestiyên herî palandî (refînekirî) herikîne û hatine, nikarin çêbibin devlet bi giştî û dewletên netewî bi taybetî. Pir hindik qala pêwendiya dewletnetewê bi çavkaniyên teolojîk re hatibû kirin; lê vê mijarê ta radeya dawî, girîng e. Karl Schmîtt, dema diyar kiriye ku çavkaniya tevahiya têgînên hemdem ên siyasî, teolojîk (zanista li ser xweda) e; rastiyê bi aliyekî wê ronî kiriye. Eger mirov bi baldarî lêhûrbûneke sosyolojîk bike, wê mirov zoriyê nekşîne tespît bike ku ol û hêmaya xweda, ku pê re pêwendîdar e, şêweyên herî kevn ên nasnameya civakî ne. Ol û xweda, divê bêne têgihîştîn weke pêdiviyeke serdemên heşmendiyê, bêhtir ji bûyîna her yek ji wan bizanebûn nasnameyeke hêmayî. Sêwiran (tesawir)a kolektîv a civakî, dihizire weke yek ji rêyên mayîna li ser piyan, ku xwe bi têgînên herî pîroz bike nasname. Di jêderka xwedatiyê de homîn/pîrozbûyîna heyîna civakî heye. Bi pêvajoyê re, herku veqetîna

7

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

dewlet û civak bilez dibe, payeyên pîrozî û xwedatî têne derxistin ji bûyîna nasnameya kolektîv a civakê û têne kirin malên desthilatdaran û yên xwedî dewlet. Serweriya bîrdozî li vê derê rola girîng dilîze. Tê diyarkirin ku desthilatî û dewlet ji çavkaniya xweda ne; lewre êdî rê vedibin ku, weke desthilatdar û xwedî dewlet, îdea bikin ku ew bi xwe jî pîroz in û xwedayî ne. Êdî ne zor e ku xwe bigihînin têgînên ‘qralê xweda’ û ‘siya xweda’ li pey hev pêş bikevin. Her çend têgîna dewleta laîk dixwaze xwe li derveyî vê pêvajoyê bihêle, li ev ne rast e. Laîktî, ku rêgeza bingehîn a civata Mason e, ku ji bandora dêrê nerehet e û koka wê bigiranî Cihû ye, weke pêdiviya xwezaya wê ye ku, ji xwe weke cemsera dijber a rêgeza rûhanî, heyîna xwe di pîvana mezin de ji van têgînan bigire. Pêwîst e bi rengekî eşkere bê diyarkirin ku ne laîktî bi qasî ku tê rawêjkirin cîhanî û sekular e û ne jî rûhanîtî bi qasî ku tê têxmîn/rawêjkirin axretî û ûxrewî ye. Herdu têgîn jî cîhanî ne û civakî ne. Dogmayên bîrdozî cewaziya di navbera herduyan de vekirine. Lewre, dikare bê payîn ku hêmaya ji çavkaniya xwedayî ya desthilatî û dewlet, ku bi dirêjiya tevahiya çaxan hatiye dîtin, heman weke xwe, li çaxa me biteyîse. Nikare were hizirîn ku dewleta hemdem jî ji vê teyisanê bibandor nebe. Ev têgîn bi dirêjiya dîrokê wisa hatiye strandin. Têgîna laîk a dewlet û desthilatî binakok e û nediyar e. Dewlet-netew barkirî ye bi têgînên xwedayî, zêdetir ji ya tê rawêj/texmînkirin. Rajêrî merasîmên homîn/ pîrozbûyînê ye, bi qasî ku di ti serdema dîrokê de nehatibe dîtin. Têgînên weke ‘welat’, ‘al’, ‘unîter’,


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

Dewlet-netew, bi nasnameya ‘netewxwaz’ ku herî zêde lê dixebite, belkî jî di dîrokê de nûnera herî hevxebatkar a hêza serwerî ye. Di bin navê ‘netewxwaz’ de hevxebatkara herî dilsoz a sîstema cîhanê ya kapîtalîst e ‘serxwebûn’, ‘pîrozî’, sirûd/marşmuzîk’, ‘vegotina bi awayê çîrokkirinê’, û wekî vana, ku xwe dispêre wan û wana weke hêma ji xwe re bijartiye, ji qraltiyên-xweda zêdetir xwedî payeyên xwedayî ne. Ti şêweya dewletê, bi qasî dewletnetew, zirxên bîrdozî, huqûqî, siyasî, aborî û olî li xwe nekiriye. Sedema bingehîn a vê yekê dîsa ew e ku deriyê bingehîn ê debarê ye ji bo burokrasiyeke sivil-leşkerî, ku pir qelebalix bûye. Bila ji bin burokrasiyê qoltixên dewletê bêne kişandin, wê mîna masiya derketî ji avê li wan were. Dewlet ji bo wan pirsgirêka mirin û mayîne ye. Kirmişandina dewletê bo payeya herî pirole ya xwedatî, têkîldar e ji nêz ve bi vê taybetmendiya burokrasiyê re. Sedema ku di modernîteya kapîtalîst de, bi qasî ku di ti modernîteyan de nebûye, ewqas li ser dewletê tê rawestîn û tofan tê rakirin, dîsa guherana di pêkhateya wê ya çînî de ye. Her wisa, di navbera kirpana modernîte, dewlet-netew û bi taybetî “yekîtîgirîunîterî” û têgîna ‘yekîtiya xweda’ de

8

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

têkiliyeke nêzîk heye. Çawa ku di dîrokê de xwedayên qewm û qebîleyên din tevli qebîle û qewmên xwe ve hatine tesfiyekirin û di nava xwedayê zal/hakîm de hatine helandin, xwedayên wan jî di nava xwedayê qebîle û qewma zal de têne helandin û tekkirin. Dema em di nava vê rastiya sosyolojîk de li têgîna ‘yekîtiya xweda’ binêrin, em ê bi rengekî hîn hêsantir xwe bigihînin wateya wê. Dîroka unîterî/yekîtîgirî ya dewletnetew, bi awayekî pir kûr xwedayî ye. Dema bêçekkirina temamî ya civaka di bin rajêriya wê de û veguhastina tevahiya yekdestiya çekan bo dewleta nûjen (modern), rê li ber unîteriyê vedike; di cewher de yên ku pêk tên, bi rengekî bixof mêtin, mêtingerî û yekdestîperestiya wê ne. Teorîsyenên serweriyê (di serî de Hobbes û Machiavellî), dema dewleta nûjen/modern bi navê zanistperestî pênase kirine, xizmeta herî girîng pêşkêşî yekdestîperestiya kapîtalîst kirine. Kombûna tevahiya çekan di pêkhateyekê tekperest de bi bahaneya ‘aramiya civakê’ wê bê wateya şêlîna civakê ji hêza wê ya polîtîk, lewre ji hebûna wê ya aborî, bi qasî ku di ti serdema dîrokê de nehatibe dîtin. Dewlet û desthilatî, di tehlîla dawî de, li gorî ku wê weke yekdestiyekê tevbigerin, wê bi hêza çekên ku ewqas kom bûne, ti nirxên civakî nemînin ku nikaribin wan bidest bixin [desteser bikin]. Wê bi awayê ku ew bixwzin, şêwe bidin civakê û yên ku bixwazin ji holê rakin. Ji xwe tiştên ku di dîrokê de rû dan (qewimîn) li ser vê mînvalê pêş ketin. Nijadkujiyên nedîtî pêk hatin. Dewlet-netew, weke paydeya hevbeş a tevahiya yekdestiyan, qîma xwe nahîne bi xwe rûniştandina li ser xesp, feth û mêtingehkirina

çanda daringî ya civakî; her wisa di asîmîlasyona çanda arişî de jî rola destnîşankar dilîze. Bi piranî, norm/ asayên çandê yên etnîsiyeke zal yan jî yên civateke olî, di bin navê ‘çanda netewî’ de dike fermî û bi vî rengî şer vedike li dijî tevahiya hebûnên dîtir ên çandî. Çiqas ziman û çandên ol, etnîsîte, qewm û netewan hebin, ku hebûnên xwe ji hezaran salan û vir ve diparêzin, dibêje “zerardar in ji yekparetiya netewî re” û bi vî rengî dawiya hemûyên wan, yan bi zorê, yan jî bi handan/ teşwiqên daringî amade dike. Ziman, ol, mezheb, qebîleyên etnîkî û eşîret, her wisa qewm û netew, bi qasî ku di ti serdema dîrokê de nebûye, bûne qurbanên siyasetê, hîn rasttir vê nijadkujiyê. Nijadkujiyên daringî (tunekirinên fizîkî), li ber nijadkujiyên arişî tew ne guhê hêştir (deve)ê ne jî. Nirxên zimanî û çandî ku ji hezaran salan û vir ve herikîne û hatine, tevlî komên wan ve, di bin harîtiya ‘yekîtiya netewî’de, mîna ku ‘çalakiya pîrozî’be, têne qurbankirin. Feraseta dewlet-netew a ‘welat’, pir zêdetir bipirsgirêk e. Sînorên erdnîgarî, ku her çawa be têne girtin bin serwerî, anku yekdestî ya dewletê, weke ‘welatê pîroz’, têne hêmakirin. Welat, di rastî de, hatiye kirin mulkiyeta hevbeş a hevpeymanên yekdestiyan. Sîstema ku li ser wan damezrandine, mêtingeriyeke pir kûrtir e ji mêtingireya berê ya kolonî. Berê, yek welatekî mêtinger hebû; lê niha, bi qasî hejmara yekdestiyên dewlet-netewê, cûreyên mêtingeriyê li ser ‘welatê wê yê pîroz’ hene. Gelên mêtingeh çawa hatibin bêçekkirin, gelê ‘welatê pîroz’ jî wisa hatiye bêçekkirin û bi vî rengî, li hemberî her cûre mêtinê bêberxwedan hatine hêştin. Hemû hebûnên wan ên


Diclepress13@gmail.com

çandî yên daringî û arişî, di serî de jî karûbarên wan, têne girtin bin mêtineke qatqatî. Dîplomasiya dewlet-netewê, ji bo kordînasyona bi dewlet-netew ên din re, ku yekdestiyên derveyîn in, û şopandina karûbarên sîstema cîhanê ya dewlet-netewan, tê avakirin. Eger pejirana dewlet-netewên li derve nebe, gengaz nîne ku tenê yek dewlet-netewek jî bîst û çar saet li piyan were hêştin. Sedema vê di mantiqê sîstema cîhanê ya kapîtalîst de veşartî ye. Eger rîzaya hêza serwerî nebe, gengaz nîne ku hebûna ti dewlet-netew bibe mayînde. Çîroka hemûyên wan di lênûs/deftera serwer de nivîsandî ye. Ya ku derkeve derveyî rêsayê, yan weke dawiya Sedam lê tê kirin, yan jî bi ember-

FIKRÎ

goyan tê îflaskirin û bi vî rengî tê hilweşandin. Tê ferzkirin ku hemû dewlet-netew, yan di dema damezrana xwe de, yan jî pişt re, pir baş dizanin ku bêyî destûra hêza serwer, wê hebûna ti yek ji wan nikaribe bibe mayînde. Tew dewletên Çîn û Yekîtiya Sowyetan jî nekarîne li derveyî vê rêsayê bimînin. Her wisa, yek ji taybetmendiyên herî bingehîn ên dewlet-netewê ew e ku di pêkhateyeke -di pîvana gengaziyê de- girtî de ye li hemberî çêbûnên piralîparêz/pluralîst û cewaz ên siyasî. Sedema vê, tê têgihîştin. Ji ber ku wê çêbûnên piralîparêz û cewaz ên siyasî di nava sînorên heyî de bibin asteng li hemberî mêtina yekdestiyê. Eger civaka exlaqî û polîtîk, weke pêdiviya xwezaya xwe, bi çêbûneke

9

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Feraseta dewlet-netew a ‘welat’, pir zêdetir bipirsgirêk e. Sînorên erdnîgarî, ku her çawa be têne girtin bin serwerî, anku yekdestî ya dewletê, weke ‘welatê pîroz’, têne hêmakirin. Welat, di rastî de, hatiye kirin mulkiyeta hevbeş a hevpeymanên yekdestiyan


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

10

FIKRÃŽ

Diclepress13@gmail.com


Diclepress13@gmail.com

cewaz a siyasî re, bi taybetî bi çêbûnên siyasî yên demokratîk re, heyîna xwe wergirê, wê qada yekdestîperestan bi awayekî xirab teng bibe. Têgînên ‘parvenebûyîna serwerî’, ‘yekparetiya welat’, ‘pêkhateya unîter’ û wekî vana bi vê armancê hatine dariştin. Armanc ew e ku nirxên welat bi gelê wê û komên civakê re neyên parvekirin. Têw di tunekirina çanda arişî de jî ev bahane rola bingehîn dilîze. Piralîparêziya demokratîk a siyasî, tevî ku rejîma herî guncav e ji bo wekheviya li ser bingeha hem azadî û hem jî cewaziyan, tê teyisandin weke nêrîn û çalakiyên dere-zagonî ku ‘yekparetî û rejîma welat dixin xeteriyê’. Dewlet-netew, bi nasnameya ‘netewxwaz’ ku herî zêde lê dixebite, belkî jî di dîrokê de nûnera herî hevxebatkar a hêza serwerî ye. Di bin navê ‘netewxwaz’ de hevxebatkara herî dilsoz a sîstema cîhanê ya kapîtalîst e. Ti sazî bi qasî dewletnetew, rajêr û xizmetkara hêza serwer, anku hêza navendî ya kapîtalîzma cîhanê nîne. Bûyîna wan a mêtingehên hundirîn, ji ber sedema vî karakterê wan e. Dewlet-netewek çiqas xwe netewperest nîşan bide, tê wateya ku ewqas xizmetî hêza serwer a sîstem a cîhanê dike. Mirov dewlet-netewîgeriyê, ku hêza serwer ji çarsed salan û vir ve ew bibayex amade kiriye û şêwe dayê, weke dewleta herî ‘netewxwaz’ bihesibîne, tê wateya ku mirov ji şerên tirsnak ên hêza serweriyê ti tiştekî tênagihîje. Di dema tehlîlirina têgîna dewletnetew de, girîng e ku bi hin mijarên din re neyê tevlîhevkirin û neyê gihandin encamên şaş. Berî her tiştî, pêwîst e têgîna dewlet-netewê baş bê pênasekirin. Dewletan di dîrokê

FIKRÎ

11

de bi gelemperî weke rêxistin, xwe bi pêgirên xwe ve sînordar dikirin û xwe wisa pênase dikirin. Anku, weke deweletên kadro, di wê şûngehê de bûn ku dihatin pejirandin, hevdu îqna dikirin, bilind dikirin, hevdu dikirin torîn (zadegan) û heta dikirin xweda. Lê bi dewlet-netewê re, ev nêzîkatî guherî. Hate ketin nava rewşek wisa ku xwe di mezinî, bilindî û pîrozî ya dewlet-netew de pêşkêşî, ne tenê kadroyên dewletê, lê di heman demê de pêşkêşî tevahiya civaka di bin rajêriya xwe de, ku jê re dibêjin hemwelatî, kir û xwe bi wan da pejirandin. Tevahiya civak di nava dewlet-netew de hema hema hate helandin. Ev e ew bûyera ku jê re tê gotin ‘ragirtina nava qefesa ji hesin’. Ta ku ev rastî neyê têgihîn, gengaz nabe ku ne dewlet-netew û ne jî modernîte werin têgihîştin. A yekemîn ew e ku dewlet-netew tevlî komar û demokrasiyê ve tê nirxandin. Dewlet-netew ne komar e; bi ser de li ser dijberiya felsefeya komarê, xebitîna wê û saziyên wê yên bingehîn pêş ket. Dewlet-netew, înkara komargeriyê ye. Ew nêrîna “Bêyî hebûna dewlet-netewa navendî, nikare gengaz bibe ku demokrasî û sosyalîzm hebin”, ku hîn jî di nava çapgiriyê de bandorkar e û nêrîna fermî ya çepa sosyalîst a pêkhatî ye, xwe xapandineke bixof e. Encamên vê yên wehîm di tunekirina gelek sosyalîst û demokratan de, bi taybetî di serî de di tunekirina Rosa Luksemburg de li Almanya, hatin dîtin; her wisa di hilweşîna sîstema sosyalîzma pêkhatî de hatin dîtin. Ti xwe xapandin, ew qas zerar nedaye sosyalîzmê û demokrasiyê. Komar û demokrasî, ancax bi pêkhateyên siyaseta demokratîk ên piralîparêz li hemberî yekdestîperestiya dewlet-

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Dewlet-netew, weke paydeya hevbeş a tevahiya yekdestiyan, qîma xwe nahîne bi xwe rûniştandina li ser xesp, feth û mêtingehkirina çanda daringî ya civakî; her wisa di asîmîlasyona çanda arişî de jî rola destnîşankar dilîze netewê, digihîjin wateyên xwe yên rasteqîn. Ancax wê demê dikare jiyaneke pêkveyî ya di nava welatparêzî û cewaziyeke watedar de, bi rejîma siyaseta demokratîk a piralîparêz a komara demokratîk ve pêk were. Di mercên ku yekdestiyên kapîtala finans a kurewî yên roja me ya îro li pey serwriyê dibezin, tê dîtin ku dixwazin dewlet-netewên di pêkhateya kevn de ji nû ve ava bikin. Tevî ku armancên cewaz û dîtir ên vê meyla Neolîberalîzmê hene (bi taybetî xapînokiya wê ya maskeya demokratîk), tê têgihîştin. Yekdestîperestiya netewî ji gelek hêlan ve nikare xwe biguncîne li gel yekdestîperestiya kûrewî, her wisa nikare pêdiviya polîtîkayên kûrewî bilez têxe qonaxa sepanê. Lewre, dibe sedemeke xitimîner ji bo yekparetiya sîstemê. Ji nû ve avakirin, ne ji bo tesfiyekirina dewlet-netew e, lê ji bo rajêrkirina bo daxwaziyên kapîtala finans a nû ya serwerîperest a kûrewî ye. Dewlet-netew di serweriya bîrdozî de ku li civakê diçirpîne, napelike (fikare nake) ku çar formen sereke


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

Pozîtîvîzm (zanistperestî) jî, weke zanistê, felsefeya herî çors a diyardetî ye. Diyarde, dîmena rastiyê ye; lê di pozîtîvîzmê de rastî bi xwe ye. Her tiştê ku diyarde nebe, ne rastî ye yên bîrdozî di nava hev de û weke bîrdozî bikarbîne. Netewperestî, ku forma bingehîn a bîrdozî ya dewletnetew e, bi temamî cewhereke olî, lê hatiye kirmişandin. Dewlet-netew çiqas modernîst a kapîtalîst be,

12

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

netewperestî jî ewqas ola modernîst e. Hatiye amadekirin weke ola civakî ya felsefeya pozîtîvîst. Pêwîst e mirov welatparêziyê weke xwezaya civakî, dijberê civaka netew bihizire. Netewperestî di vê wateyê de bîrdoziya herî dij-netew e. Netewê, ku diyardeyeke demokratîk e, bi rêya netewperestiyê digire bin serweriya bîrdozî ya kapîtalîst û bi vî rengî ji yekdestiyên mêtinê re xizmeta herî mezin dike. Tevahiya netewê dike mulk û mêtingeha hevbeş a yekdestiyên (bazirganî, sanayî, mali/finans û desthilatî) ku bi wan re di nava peymanê de ye. Bi taybetî vê erka xwe di bin navê ‘ola netewxwaz’ de, ku herî pozîtîvîst e, tîne cî. Netewperestî weke ola dewlet-netewê her çend bi vî aliyê xwe nakok bixuye jî, bi awayê du fenomenên ku di bingeh de heman in, xwe nîşan dide: Yekemîn a ji vana di şêweya xwe-

datiya ‘dewleta unîter’de ye. Di nava netew de, weke dewleta ‘tek xweda’, pir hetsyar e. Ev şêweya ‘tek xweda’ di qada navnetewî de xwe weke ‘Mezintirîn Serwer’ (Super Hegemon) diteyisîne (G. W. Bush, Serokê [berê yê] DYE ku Mezintirîn Serwer e, ji bo xwe got ku ew ji alî xweda ve hatiye erkdarkirin; ev jî delîla vê yekê ye). Mezintirîn Serwer, bi gotina Hegel, ‘awayê meşa xwedayê daketî rûyê erdê’ye (gerçî vêya ji bo Napolyon û Fransa ya di dema xwe de gotibû). Ya duyemîn; her dewletnetew pûta netew a Mezintirîn Serwer ê weke xweda ye. Xwe pirkirina wê ya bi vî rengî, nayê wateya perçebûna wê û derbaseya bo sîstemeke pir-xwedayî; lê, tê wateya pirkirina wan weke pûtan. Çavkaniya vê, ya di felsefeyê de, pozîtîvîzm e. Bîrdoziya eklektîk a dewlet-netew a di rêza duyemîn de, zanistperestiya


Diclepress13@gmail.com

pozîtîvîst e. Çavkaniyeke bîrdozî ya herî nêzî netewperestiyê ye. Herdu ji hev du xwedî dibin. Auguste Comte, damezrînerê wê, bi xwe xwestibû ku pozîtîvîzmê, weke ola sekular a gerdûnî, ava bikira. Lê, nekarî bi qasî Marksîzmê xwe ragirta. Lê dîsa jî di şûngeha ola bingehîn a laîsîzmê de ye. Nietzche tespîteke girîng dike, dema pozîtîvîzmê pir di cî de weke metafizîka herî çors-vulger dinirxîne, tevî ku pozîtîvîzm îdea dike ku dijberî metafizîk e. Di şûngeha bîrdoziyeke serwerî de ye ku, weke yek ji varyasyon (muştaq)ên guzîde ya bîrdozî ya modernîteyê, zanistên civakî herî zêde paşevaj dike, kor dike û wan dike pût. Pozîtîvîzm (zanistperestî) jî, weke zanistê, felsefeya herî çors a diyardetî ye. Diyarde, dîmena rastiyê ye; lê di pozîtîvîzmê de rastî bi xwe ye. Her tiştê ku diyarde nebe, ne rastî ye. Em ji fizîka kûantûm, her wisa ji astronomî û biyolojiyê, heta em ji raman weke cewher bi xwe, dizanin ku rastî di alemên wêdatirî bûyerên ku weke herî mezin bi çavan têne dîtin, rû didin/diqewimin. Rastî di têkiliya çavdêrbûyî –çavdêr de xwe li naverokekê herî razdar (bisirr) kirmişiye, ku ev di xaleke wisa de ye ku di ti pîvang û pênaseya fizîkî de hil neyê. Pozîtîvîzm, weke înkara we kûraniyê, herî zêde didirûve pûtperestî (paganîzm) ya çaxa yekemîn. Pût, ji ber ku weke diyardeyekê dîmen wergirtiye, pêwendiya hevbeş a di navbera paganîzm û pozîtîvîzmê de diteyisîne. Ji ber vê sedemê tevahiya mejiyên ku di nava dewletnetew de bi ola netewperest hatine şûştin, cîhanê pêkhatî ji xuyanek (fenomen)ên basît dihesibînin û bi vî rengî wê weke cûre perestinekê têdigihîn. Civaka mezaxê bûye mir

FIKRÎ

13

iya ‘obje/heyber’ê û ev perestin bi xwe ye. Di vê hêlê de, ta radeya dawî girîng û têgihîner e şêwegirtina civaka mezaxê weke berhemeke dorhêla dewlet-netewê. Bi vî awayî, li milekî, tevahiya takekesên civakê, wekê dîlên meta (Bi dewlet-netewê re, meta di civaka mezaxê de bi temamî bûye pût) û mezêxerên pirole, keysa pirole ya karê pêşkêşî yekdestiyên kapîtalîst dikin; li milekî din, civak, ku bi mezêxeriya ku cûre xuyaniyeke ol wergirtiye, hatiye dîlgirtin û tê xistin rewşa civaka herî pindirî, asîmîlebûyî û rêvebirî bi

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Sêyemîn forma girîng a bîrdozî, zayendperestiya civakî ye. Zayendperestî bi dirêjiya dîrokê jî bûye çekek ku sîstemên şaristaniyê wê herî zêde bikaranîne li dijî civaka exlaqî û polîtîk


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

awayê herî hêsan. Civaka ku daye dû (ketiye pey) mejiyê bixof ê netewperest û dîrûşmbêj/sloganavêj, vê rastiyê pir eşkere derdibirre. Sêyemîn forma girîng a bîrdozî, zayendperestiya civakî ye. Zayendperestî bi dirêjiya dîrokê jî bûye çekek ku sîstemên şaristaniyê wê herî zêde bikaranîne li dijî civaka exlaqî û polîtîk. Mêtingehkirina jinê ji bo gelek armancan, vegotina mînak a herî kartêker a vê yekê ye. Dunde (dol) hildiberîne, karkera bêmize ye, xwediya karên herî biqehr e û koleya herî pindirî ye. Navgîna reklamê ye. Metaya herî nirxdar e û banû ya metayan e. Di xuyaniya karxaneya zilam de ye ku bi berdewamî weke navgîna destavêtinê/ tecawuzê, desthilatiya wî pêk tîne. Weka objeya rindî û deng, di warê arişî de jî domandar a civaka bi serweriya zilam e. Jin bi van hemû aliyên xwe ve, bi awayê herî zêde di nava dewlet-netew de digihîje vê rewşa xwe ya di nava civaka zilam de. Jina hêma (nasname û sêwirana hevbeş a jinê) ya di civaka dewletnetew de, weke îlahe (xwedavend), di dîmen de malzemeyeke perestinê ye. Lê belê rengdêra ‘îlahe’ li vê derê de wateya ya herî piçûkxistî û malagiştî de ye. Jin, weke îlahe, ew jin e ku herî zêde rastî heqaretê bûye û hatiye xistin. Zayendperestiya di civaka dewlet-netew de, dema li milekî, zilam bi awayê herî zêde dike desthilat (her zilamê serwer têkiliya zayendî di wateya “min karê fehîşeyê qedand”, “ez jê hatim/ min şiya” de, bi awayekî nuxaftî li mejiyê xwe dinexşîne), civakê di kesayetiya jinê de vediguherîne awayê mêtingeha herî binî. Di vê wateyê de jin di dewlet-netew de di şûngeha

14

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

netewa mêtingeha herî pêşxistî ya civaka-dîrokî de ye. Dewlet-netew xwe nade paş ku olê jî, ku kevneşopa beriya modernîteyê ye, bi bîrdoziya netewperest re di nava hev de bi kar bîne. Sedema vê, Pêker/faktorên olê ne, ku di nava civakan de hîn jî xurt in. Bi taybetî Îslam di vê mijarê de hîn jî pir zindî ye. Lê, kevneşopa olî, bi bikaranîna wê ya di modernîteyê de, êdî ne ola berê ye. Ola di bikaranîna modernîte û dewlet-netew de, dixwazî bi awayên wê yên radîkal yan jî nerme be, ji erka wê ya rasteqîn a civakî (rola wê ya mezin a di civaka exlaqî û polîtîk de) tê qutkirin û bi vî rengî bi awayê wê yê xesandî tê pêşkêşkirin. Rola wê ya di civakê de di wê pîvanê de ye ku dewlet-netew destûr bide. Astengiyên tund têne danîn pêşiya domandina wê ya erka xwe ya erênî ya di civaka exlaqî û polîtîk de. Laîktî di vê mijarê de di şûngeha astengiya serekîn de ye. Lewre, pêwîst e mirov şaşwaz nebe(lê neheyire) ku di navbera herduyan de yek carna têkoşîn dipeqin. Sedema ku dewletnetew bi temamî dev ji olê (weke kevneşopa kevn) bernade, ew e ku her wisa giraniya mezin a olê li ser civakê heye; li gel vê, pêhateya wê pir destdayî ye ji bo hatina bikaranînê û netewperestkirinê. Carna ol bi xwe rol/rista netewperestiyê dilîze. Şîatî ya li Îranê di pêşkêşiyê de ye, çeka herî xurt a bîrdozî ya serwerî ya dewlet-netewa Îranê ye. Şîatî nimûneya netewperestiya ola herî pêşxistî ye. Hempayên wê gelek in. Sûnîtiya li Tirkiyê di şûngeha bîrdoziya olî de ye, ku sînordar be jî, herî nêzî netewperestî ye û bi hêsanî dişemite. Dewlet-netew, ji bo pêkanîna mêtina yekdestîperest a yekbûyî ya çar-

qatî (yekdestiyên bazirganî, sanayî, malî û desthilatî) ku girtiye ser xwe, nikare qîma xwe tenê bi bikaranîna faşîzmê bîne, ku şêweya herî bixof a zorê ye, lê di heman demê de bikaranîna serwerî ya çar bîrdoziyên eklektîk, herî kêm bi qasî zora sîstemî ya rejîma faşist, neçar dike. Rejîma faşist, a bêserweriya bîrdozî, nikare were domandin. Modernîteya demokratîk, bi rêbazên piralîparêz, şîmanegir, vekirî bo alternatîvan û ku civaka demokratîk didin xuyakirin, bersiv dide civaka homojen a kerî û girse û mirovê/a homojen (bi tek-tîp), ku dewletnetewa nûjen/modern dixwaze pêk bîne di rêya ku şêwandiye bi rêbaza gerdûnewer, dûz, pêşveçûner û misogerîperest (feraseta rêbaza girtî bo şîmaneyan û alternatîvan). Modernîteya demokratîk alternatîva xwe pêş dixe, bi pêkhateya xwe ya vekirî bo çêbûnên cewaz ên siyasî; pirçandî; girtî bo yekdestîbûnê; ekolojîk; femînîst; ku bersiv bide pêdiviyên bingehîn ên civakî; her wisa aborî ya spatî bi teserûfa komcivakan. Alternatîva siyasî ya modernîteya demokratîk li hemberî dewlet-netewa modernîteya kapîtalîst, Konfederalîzma Demokratîk e.

Dîroka unîterî/ yekîtîgirî ya dewlet-netew, bi awayekî pir kûr xwedayî ye. Dema bêçekkirina temamî ya civaka di bin rajêriya wê de û veguhastina tevahiya yekdestiya çekan bo dewleta nûjen e


Diclepress13@gmail.com

CANGORÎ

15

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

NAMEYEK JI MAMÊ MIN RE

ÎBRAHÎM OSMAN

Mamo, vê carê jî dîsa mîna carên

berê, birîna me ya ji hûndir de qamûşgirtî, bi bêbextî hate xwînkirin. Dilopên xwîna me ji xencera piştê niqûtîn ser wêrana axa hêsîr û dîlên fermanan Mamo. Qewlê me ne ev bû Mamo. Na. Ne wexta çûyina te bû. Ev leza te ya beyî xatirxwestin ji bo çi bû? Ma ne hîna perçeyên laşên me di nava qîlên çepel de li bende rizgarkirinê bûn Mamo? Tu yê bi Dewrêşî li Hedbên siyar bibiya, li erdê boz û leylanê bihatayî hawarê? Çavên bi hezaran sêwiyan li bendê

hatina te qerimîn. Em tev li bende hatina te ne. Divê tu werî Mamo. Şengala histûxwar li bendê hatina te ye. Tu dizanî ku te bi çûyina xwe re civakek ji bermayên fermanê, oleke li ber devê şûrên wehşên Xwedênenas bêxwedî hîşt Mamo. Te neheqî li mekir Mamo, neheqî. Te bi çûyina xwe re em bê pişt û bêxwedî hîştin. Te barê meyî giran, girantirkir Mamo. Ew kulîlkên hêviyê ku te bi keda xweyî 40 salan çandibûn û bi xwîdana eniya xwe avdabûn nûha çilmisî û histû xwarin Mamo. Na, bi sonda qesemê ne dema çûyina te bû. Hê pir zû bû ji bo çûyinê. Ma ne soza me hebû ku em li hewşa quba Çilmêran govenda azadiyê bigerînin, xwazgîniyan ji Kora Simoqiyan, Geliyê Kersê û Geliyê Şilo bînin tola fermanan bi destên xwe hilînin. Belê Mamo tu bawer bikî, min bîra

mirina xwe dibir, lê qet rojekê ji rojan bîra nivisandina nameyeke bi vê nolê nedikir ku ez ê binivisînim. Ez ji bo nivisandina vê nameyê bexişandina xwe ji te dixwazim Mamo. Li min negre ku qîrîna min lal e, rondikên min zuhane. Wekî îro li bîra min e. Destpêkê em di çîroka xewnekê de li hev digeriyan. Em ciwan bûn, xwîngermbûn, tiyê azadiyêbûn. Dema me cara pêşîn hev dît, bayê sirgûnê, ê nefiyê û koçwêraniya malwêran em dabûn berxwe, ji parzemînekê avêtibûn yeke din. Em destevala û bê nasnamebûn. Soz û peymana di navbera me de, ewilî bi awirên germ ên mişt dilsozî û baweriyê destpêkir. Pişt re ev wergeriya bext, hêvî, gotin, kilam, çîrok û romanê. Em ji heman axê bûn, xweziyên me jî yekbûn. Lê li wê heyamê nemir Evdo(Abdûllah Savgat) ji bo me tevan sitêrkeke bi nîşan bû. Ji xwe wî jî


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

zû, pirr zû terka me kir Û niha jî te... Di riyên dirêj de dema ez û tu dibûn rêwî, ew hevokên bijartî ku min ji manîfestoyê ji berkiribûn, dixwendin û te li min guhdarî dikir. Soza me ji hev re hebû Mamo. Qaşo em ê heta dawiya çîroka xwe bimeşiyana!? Her yek ji me, mîna peleke kesk ku berwext ji dara xwe biqete, ji koka xwe qetyabûn. Erda ku em jê veqetiyabûn, hişkezûha, tîav bû. Qimil ketibû zeviyê hêviyan. Qirê li baweriyan xistibû. Nirxên mirovan bûbû mîna zibilgeha qesaban. Bedenê mirovan ji bêxwedîtiyê lareşî bûbûn. Bendera wêrekiyê di bêdengiya mirinê de lal bû. Nasnameya hebûnê di xewneke tirsnak de berbî wendabûnê ve kuçe li xwe badida. Di wê heyama ku li welatê me, kambaxî desthilat bû de, giştiya demsalan deriyên xwe berwxt digirtin. Tu bizir nedigiyaşt bênderê. Qurnên sitewr bîjî diwelidandin Mamo. Bîjiyên bi qiloç.

16

CANGORÎ

Diclepress13@gmail.com

Me pirsek ji xwe pirsî“Divê em çawa bijîn?“ û em ketin ser şopa bersifa pirsa xwe. Bi vî hawî em di tûnêla reştarî re meşiyan. Di zikê heyamên wenda de em li çarenivîsa xwe geriyan. Te bê navber heman pirs ji xwe pirsî û li bersifa wê geriya. Bê rawestan tu hetanî dawiyê jiyana xwe bi serbilindî meşiya. Tu bi hest, deng, bawerî, çalakî û hebûna xwe bû qîrîna giştiya çand, ziman, nasname û baweriyên Mezrabotan. Eger ne ji wî dengê teyî ezîz bûya, wê hejmara kuştiyên fermana dawiyê bi dehhezaran bûya Mamo. Tu sitar, sitûn û hêvîbû ji bo miletê xweyî mazlûm. Te bi qasî Manî êşa miletê xwe kişandin, tu bi qasî Hurmuz werek bû mêrxaso. Min di reşikên çavên te de nûra Şems didît. Li ser xetên rûyê te rahm û qudreta Xwedayê Tamûz hebû. Sebra te ji a Nebî Eyûb bêtir bû. Qewta Çilmêrên Çiyayê Şengalê xwe di zend û bendên teyî ku binkeftin nasnefikirin de dida der.

Tariyê ji zû ve perdeyên xwe berdane erdê, lê em hê jî mistên xwe ji bo rojê vedikin. Dest û milên me ji hêla cîranên me ve bi xinizî hatin jêkirin, lê em hîn jî cîranên xwe himbêz dikin. Mal û xaniyên me yek bi yek hatin şewitandin, lê em hîna hemû agiran pîroz dibînin. Hemû hebûnê me hatin talankirin, lê em dîsa jî deriyê dilê xwe ji bo mirovatiyê vekirî dihêlin. Em qurbaniyên bêbextiyên cîranê xwe ne Mamo. Xişr û rihelên bûkên me di sindoqên cîranên me de veşartîne, keziyên keçên me bi dîwarên cîranên me ve bi dardene Mamo. Bawerîya meyî pak û hebûna meyî bêzirar dibe sedema kuştina me û fermanan. Bira dilê te rihet be Mamo. Di serî de malbat, heval û şagirtên te sondxwarîne ku liyaqî te bin, tola te li erdê nehêlin, armanc û hêviyên te bi serkeftinê tacîdar bikin.


Diclepress13@gmail.com

CANGORÎ

17

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

DERGEHVANÊ DERGEHÊ LALEŞIM EZ

HEWAR GABAR

Ew gelên pîroztî û perastgehen xwe

ne afirandîn û ne parastîn li dikê dîrokê nemane. Bê goman ji bû avakirin û parastina van nirxan ked û berdêlên mezin pêwîstin. Heke heriya binyata van nirxan bixwîna gernasan newe stirhan ev nirx pîroz nabin. Ji bû parastina pîroztiyên bikeda hezaran sala hatîn afirandin derwêş û dergehvanên mezin pêwîstin. Her dema tê xwestn xweza û dîrok van Dergehvanên wêrek û pêşeng ji gelan re na bexşîne. Ew wekî suweyda liser dilan ne. Haveynê hevgirtin û serkeftnêne. Firşkê jiyanek nû ne. Belkî di dunyayê de carekî, belkî jî du caran ev keys ji gelên qedîm re tê bexşandin. Heke gelên dikara wan tê kirin keysê ji wan re hatî bexşandin rast nirxandin bê goman yê bigihêne murada xwe. Û berevajî wê jî mixbabin derbazdare. Mirovtiya azad li Kurdistanê firşik biye, ketiye ferqa xwe û mezin biye. Xwezayê ev rol daye Kevana zêr û toxmê mrov di dergûşa li ber peravên Dîcle û Ferad de gihandiye. Şingal- Şengal, gelo, dapîr û bapîrên me, navlêkerên me yên destpêkê ev warê pîroz şibhandine “ala-şeng.” Ankû “ala- bilind, ala-spehî” û navê Şeng-al’ê ji vêdê tê? Ligor min ev rastî bixwe re gotûbêjê nabe.

Şengal; bi pîroztiyên xwe qest û mebesta vê buhiştêye. Û rayê herî kûr yê vê çandê ye. Ji vê sedemêye Şengal her tim hedefa êrîşên zebaniyên şarişstaniyetê ye. Li hember vê Derwêş û Dergehvanên herî leheng jî ji bû parastina vê perestgehê derdikevin meydanê. Vê buhişta bê hemsal ya li raser çolên bitoz her tim bala talankeran kişandiye û zikê hesûdan êşandiye. Ji Bavê Xan (Hun Baba)yê Hûrî bigre heya bi Mam Zekî yê Şengalî bi milyonan Derwêş û Dergehvanên leheng ji bû parastina van nirxan canê xwe kirine xelat. Ev nirx, ev pîroztî di zêhniyeta Kurdan de ji baweriya olî wêdetire. Dema Zanyar û mirê gotnê Melayê Cizîrî hê S.S 15’ê digot; “Dergehvanê Dergehê Laleşim Ez” dikara lehengtiya van Derwêşan dikir. Dîsa dema digot; “Dil gişte min jê dêrê naçim Kenişteyê qet Mîhraba wê bi min re wer da biçine Laleş!” Dîsa dikara heman nirx, ked û xwîna van dergehvanan dikir. Dema S.S 17’ê Ristvanê bê murat Hezîn Kurdî digot; “Turk û pêxas bîne Mêrxas Girtine Şingal û Sêwas Ax tê sotin nayê gotin!” Axîna heman Perastgehê diqîrî. Û banga tolhildanê li ciwanên Kurdistanê dikir. Aha Mam Zekî yê Şingalî yêk ji van Derwêşan bî. Ji aliyê Roma reş, Dawdirêjên bitoz û Parsekên Medya ve dagirkirina welatê Rojê, warê pîroz ser milê wî de ne diçû. Bê dudilî dest ji kufletê xwe, buhişta sixte- ewropa- berda û bi kur û bira-

zya xwe ve berê xwe da welatê mayî. Tam çil salê herî binirx yê temenê xwe di têkoşîna ji bû azadiya warê pîroz de mezaxt. Bostek yê welatê rojê nema pêlê nekir. Kehniyek nema av jê venexwar, girek nema li ser şerê dagirkeran nekir. Sal 2014 bî, aş-aşokên Tebaxê li ser warê pîroz dibîn leylanok û xwe berdidan ser Şingalê! Kedxwaran hilberîna xwe ya nû kişkiribî Laleş! Dixwestin bi fermanek nû rayê bingehîn yê dara azadiyê qut bikin û bifermanek nû Şingala Pîroz ji holê rakin. Her kes direvî! Nûker, xayîn her kes! Mêrantiyê li mêran ne dijenî. Hovên daw dirêj çavreşên me serjê dikirin û kezî zerên me ji xwe re dibirin. Dê li weledê xwe nedibî xweyî. Geliyê Qiyametê dubare dibî. Niwala Waweylê şaqis mabî. Û bêhna merg rabin pêdarê hatibî. Dem dema Derwêşên Hemdem bî. Fedayiyên Edolê xwe berdan Deşta Neynova. Mam Zekî û hevalên xwe pişta xwe dan Çiyayê Pîroz û singa xwe li hember tîr û tifekê seyên lixab bixwîn kirin mertal. Bi dehan cangoriyan xwîna xwe ya zelal rijandin ser axa pîroz. Dara azadiyê bixwîna xwe avadan û ji nû ve vejandin. Ji seyên lixab bixwîn yên dikarîn canê xwe rizgar bikin dûvê xwe tewandin û revîn û yên din jî li zikakên Şingalê bêhn bi cendekên wan ketibî. Mam Zekî hewara dayikên kezeb şewitî bî. Beşişandina li ser lêhvên bavên dil bi axîn bî. Mam Zekî hêviya di çavên zarokên sêvî de bî. Mam Zekî avaker û serdarê Hêza fedayî YBŞ bî.


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

18

JIN

Diclepress13@gmail.com

DI DÎROKA ÊZIDIYAN DE JINÊN SERHILDÊR A: RÊNAS REMO - KADAR ÎBRAHÎM

Civaka Êzidî di dîrokê de rastî 74

Jinên Êzidî yên navdar Di dîrokê de jinên Êzidî di qadên siyasî û civakî de her tim li pêş bûne û civak bi rê ve birine. Di civakê de cihekî girîng girtine û xwedî hêz bûne. Meyan Xatûn, Eyşa Dîz û Gula Şemê mînakên vê yekê ne. Jinên ku me navên wan rêz kirin, bi lehengî û cesareta xwe hatine naskirin. Meyan Xatûn di salên 50’yî yên sedsala borî de roleke girîng di parastina hebûna gelê Kurd de lîstiye. Nemaze dema ku dewleta Osmanî Kurdên Êzidî neçar kirine ku bi zorê xwestiye bike misilman, Meyan Xatûn li hemberî van êrîşan roleke girîng lîstiye.

fermanan hat. Di serî de Împaratoriya Osmanî û neviyên wan dewleta Tirk bi armanca qirkirinê, kiryarên dijmirovî ku di tu qanûnên navdewletî û baweriyan de nayên qebûlkirin, li hemberî vî gelî da meşandin. Lê her çi qasî ev komkujî li ser Êzidiyan pêk hatin jî, wan dev ji ola xwe berneda. Di serî de jî, jinên Êzidî para xwe ji van fermanan girt. Herî dawî di komujiya Şengalê ya 3‘yê Tebaxa 2014‘an de ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê û hevalbendên wê dewleta Tirk ve hate pêkanîn, jin hatin kuştin, tecawizkirin û li bazaran Meyan Xatûn hatin firotin. Lê dîsa jî jinên Êzidî li hemberî van pêkanînan sekinîn û dev ji çand, bawerî û kevneşopiyên Meyan Xatûn, keça Evdî Beg e. Evdî Beg, birayê Mîr Hisên Beg ê biçûk e. xwe berneda.

Di serdema ku Mîr Hisên Beg ji hêla Osmaniyan ve hatiye bêerkkirin, wê demê Evdî Beg li ser giştiya civaka Êzidî mîrtî kiriye. Lewma jî Meyan Xatûn ku di sala 1874’an de li gundê Baedrê yê başûrê Kurdistanê hatiye dinê, wek keça mîr tê binavkirin. Meyan Xatûn bi zanebûna xwe û têkiliyên xwe yên bi hemû beşên civakê re tê naskirin. Kariye gelê Êzidî ji çavbirçîbûnên dewleta Osmanî û hikumeta Iraqê biparêze. Meyan Xatûn piştî kuştina hevjînê xwe di sala 1913‘an de civaka Êzidî bi rê ve biriye heta roja wefata xwe di sala 1956’an de. Meyan Xatûn, mînakeke herî li pêş û balkêş bû di nava civaka Êzidî de. Li gel ku neçûbû dibistanê, bê xwendin û nivisandin bû jî, Meyan Xatûn rojeva cîhanê baş dişopand, der barê guhartinên cîhanê de têgihîştî bû. Li ser vê zanebûnê bi dîplomatên Brî-


Diclepress13@gmail.com

tanyayê û yên din re karê dîplomasî û hevdîtinan jî dimeşand. Rola jinan di parastina kevneşopiyên baweriyê de Pîrozgehên baweriya Êzidî heya niha armanca dewleta Tirk in ku dixwaze bi hemû rê û rêbazan hebûna vê civakê li herêma Rojhilata Navîn tune bike. Li ser vê yekê jinên Êzidî derketin pêş û li hemberî hewldanên tunekirina xirabkirina mezarên Êzidî sekinîn û mezar parastin. Di civaka Êzidî de, hindek jin hene ku zewac ji bo xwe qedexe kirine û jiyana xwe xistine xizmeta parastin û paqijkirina mezargehan. Ji van jinan re “Micewera Laleşê” an go “Xizmetkarên Laleşê “ û “Dayik” tê gotin, di civakê de cihê wan taybet e û her kes hurmeta wan digire.

JIN

19

Xatûna Fexra, Xecîce û Stiya Ays Ji bo wefedariya bi van jinan re, jinên Êzidî her sal, di çarşema yekem a meha mijdarê de li gorî “Teqwîma Kurmancî” “Rojiya Xatûna Fexrê” digirin. Li bajarokê Xankê yê herêma Dihokê ya başûrê Kurdistanê mezarek bi navê “Xatûna Fexrê” heye, jinên Êzidî ziyareta mezarê dikin û ji Xweda û Tawisê Melek re dua dikin. Şehîd Bêrîvan sembola jinên Êzidî ye Şehîda Êzidî Bêrîvan ango navê rast “Binevş Agal” êşa dûrbûna ji welat kêşa û ji bo rizgarkirina gelê xwe ji hovîtiya dagirkeran kedeke mezin da meşandin.

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Şervanên YJŞ’ê di rizgarkirina gelek gundên Êzidî de cih girt û bi dehan jin û zarokên Êzidî ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha ji bo tolhildana jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bûn Binefş Agal, sala 1966‘an li bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê tê dineê. Wekî bi hezaran jinên Kurd piştî derbeya 12’ê Îlona 1980’an li Tirkiyeyê tevî malbata xwe ji welatê


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

xwe Kurdistanê dûr dikeve û li Almanyayê bi cih dibe. Bêrîvan têkoşîna xwe ya dozê li wir dimeşîne. Di sala 1984‘an de bi komeke têkoşerên Kurd re li bajarê Hanoverê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê xwepêşandanekê li dar dixin. Bi armanca berdewamkirina têkoşînê û bi taybet birêxistinkirina jinên Kurd sala 1985’an yekem car derbasî Rojava dibe. Li vir jî roleke girîng di birêxistinkirina jinan de dilîze. Her wiha serdana gundên Êzidî dike û dîroka wan bi wan dide naskirin. Bêrîvan, piştî têkoşîneke mezin li gelek herêmên Kurdistanê di 18’ê Çileya 1989‘an de ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve tê girtin û di bin îşkenceyê de şehîd dibe. Şehîd Binefş Agal “Bêrîvan” bûye sembola jinên Êzidî. Bi sedan mal-

20

JIN

Diclepress13@gmail.com

batên ji bo bîranîna wê nave wê li zarokên xwe kirine. Her wiha gelek têkoşerên Êzidî navê Bêrîvan hilgirtine. Ji wan jî şervana YPJ’ê Bêrîvan Fazil bû ku di sala 2013’an li hemberî êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra li Serêkaniyê şehîd ket. YJŞ‘ê mîrateya şehîd Bêrîvan e Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014‘an de êrîşî Şengalê kir. DAIŞ’ê di vê êrîşê de bi hezaran Êzidî kuştin û bi hezaran jin û zarok jî revandin. Ji bo tolhildana gelê Êzidî di serî de jin, jinên Êzidî di sala 2015’an de Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ragihand. Şervanên YJŞ’ê di rizgarkirina gelek gundên Êzidî de cih girt û bi dehan jin û zarokên Êzidî ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha ji bo tolhildana jinên

Meyan Xatûn, mînakeke herî li pêş û balkêş bû di nava civaka Êzidî de. Li gel ku neçûbû dibistanê, bê xwendin û nivisandin bû jî, Meyan Xatûn rojeva cîhanê baş dişopand, der barê guhartinên cîhanê de têgihîştî bû Êzidî yên ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bûn. Di têkoşîna li hemberî çeteyan de hejmareke jin jî mîna Bêrîvan, Besê, Xanê tev li karwanê şehîdan bûn.


Diclepress13@gmail.com

LÊKOLÎN

21

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

ETÎMOLOJIYA NAVÊ ŞÊX ADÎ

ADDAI YEK JI NAV 72 HEWARIYÊ ÎSA YE navên Adî(yên xweda û rêberan) hene. Ev jî eşkere dike ku Adî ne bi tenê nav e, her wusa inwanekî dîrokî ye. Ji bo vê angaştê biselimînin, divê ALI HUSEIN KERIM xwe bidin kahniya jêderka vî Şêx Adî, di Ola Êzidiyan de kesayeti- berê navî. yek pir girîng e. Mîna ku Ew giyan û Her waha: rûye zêrîn yê vê olê ye. Rastiya ola Êzîdîtiyê ji wir dibiriqe. Lê belê ji bilî Etîmolojiya Navê Adî/Hadî Êzîdiyan kes wê nabîne. Derbareyê kesatî, behremendî û Di ola Êzîdîtiyê de pirsgirêka nasfelsefa Şêx Adî tiştên curbecur tên nameya Şêx Adî heye. Gelo kesayetigotin. Êzîdîtî oleke xweser, tekûz û yek wusa hebû yan na? Eger hebû, ser û ber e. Dîsa jî gelek lêkolîner, îjar ew sofiyekî musulman yê sunnî guhêzbar, teolog û dîrokzan hewil- bû yan êzîdî bû? Ew kurde yan ereb danên Şêx Adî bi musulmaniyê ve e? Derbarê van pirsan heya naha ti girêdidin. Mixabin ew, di vê ba- bersiveke tekûz nîne. Bi gorî agabetê de bi tenê ji sala 1100’î pêve hiyen niviskarên serdema XII. Ew, dinyêrin. Ya rastî di dîroka ol û şagirtê Gazalî, hevalê nêzik yê Şêx baweriyên Asya-Nêzik de bi sedan Abdulqadirê Gêylanî ye. Seranser

ew wek alîgirekî tundraw yê Emeviya hatiye danasîn. Heta dibêjin ku ew bi xwe ji binemala Emewiya ye. Dema mirov rewşa hingê ya Kurdên çiyayê Şengalê disêwirîne, bawer nake ku kesekî zimanereb bikaribe hikareke wusa mezin li wê heremê wusa asanî çêbike. Ji ber ku kurdên li wê heremê ne hozên Efrîqî yên wooddokar, ne jî wek seretayên li nav daristana Amazonê bûn. Ew gelê devereke ku şaristaniyên mezin lê hatine peydabûnê ne. Ji ber vê egerê mirov bawer nake ku kurd hema wusa asanî mirovan bilindî asta homandinê bikin. Başe! Eger Wî kurdî nizanibû gel çawa serwext dikir? Berya her tiştî, dema ku Şêx Adî weaz dida çend kesan jê fehem dikirin? Pirtûkên ku wî dinivisand çend kesan dikaribû


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

22

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

yarekî mezin esil horî li payîtext dijiya û tablêtên bi mixî Ya rastî di dîroka ol û Hatušša dinivisand. Navê wî Mîtannamûwa baweriyên Asya-Nêzik bû. Ew niviskarê taybet yê şahê hîtîta ye. Pênc kurên wî hebûn û navê de bi sedan navên yekî ji wan Addûwa ye . Adî(yên xweda û e) Bi Goreyî Zimanê Îbranî rêberan) hene. Ev jî Di zimanê îbranîkî de Adî tê wateya eşkere dike ku Adî ne ‘gevher, cewahir’ e. Ado(nî) ‘efendimin, ez benî’. bi tenê nav e, her wusa yê Navên Adî, Azî, Hadî û Hazî bilêvkiinwanekî dîrokî ye rina heman navî ne. f) Bi goreyî baweriya Hînd-Aryanî: .......... Adîtî navê xwedawenda mezin ya Hînd-Aryana ye û wateya navê wê Adî tê wateya‘yê sifte, jî ‘bedawîti’ye. Her wusa hîndûs wê bi navê “Dîw” jî nas dikin. Di çanda ‘yê jîr û zane’, ‘rêber’ Hînd-Aryanan de Dîv û Sîmurg her yek in. Bi goreyî baweriya wan ev Sîmurg li ser hêka gerdûnî biqupî ye. bixwînin? Ji ber van egeran mirov di- Ev hêk jî tovê dunyayê ye. Piştî biqukare bêje ku, hebûna vî navî û vê ke- pandina Sîmurg ew bûye cîhan. sayetiyê di nav xumamê de ye. Divê perdeya mijê bê rakirin ta ku mirov g) Navên xweda û xwedawendan rastiyê bibîne. Ji ber vê sedemê emê yê ku durif û dengvedana navê ji etîmolojiya, ango ji kahniya jêderk “Adî” li têde hene ya navê Adî dest bi mijarê bikin. a) Bi goreyî Zimanê Hînd-Ewropî: Adad/Haddad: Xwedayê Babîl-Akb) Koka navê Adî, hewqasî ya miro- kad yê av û hewayê (B.Z. 1900î heya vahiyê kevn e. Dema mirov bala xwe B.Z. 200). dide di dîroka ol û baweriyan de Adanûs: Kurê Ûranûs, yê ku bajarê gelek nav û navlêkên ji Ad-, Adî- dest Edeneyê avakiriye. pê dikin dibîne. Tu dibêjî qey ev nav Adams: Li Anatoliyayê afiredeyê bûye gerdîşa hemû ol û baweriyan. sereta yê ku du cinsiyet e. Pêyvên PHE mîna *ad- ‘ji’, *h2ed- ‘ji Adephagia: Xwedawenda ferex... –yê’, *ant-s ‘berê’, Skt. adî ‘yê/ya uriyê. destpêkê, resen, xweser’, ku navê Adhîmûktîcary: Navê xwedayekî Adî wateya ‘yê ji destpêkê’, ‘ji qal û piçûk yê bûdîsta ye. bela yê’, ‘yê xwerû, resen, homan’ Adhimuktivasita: Navê xwedayekî rave dikin. Jixwe kahniya jêderk ya Bûdîst e. navê Adem bi xwe jî ji van pêyvan Adî: Di Hîndûyîzmê de navê dederhatî ye. Grk. Adamas ‘bêhempa’; monekî dikeve şiklê mar yan jî teyc) Bi goreyî Zimanê Horîkî: rekî. Her wusa ev pêyv tê wateya d) Hurr. attai- ‘bav’, abîwî ‘destpêk’, resen, cevher, yekemîn û weke Adiedî/îdî ‘kes, bixwe’, heldî ‘hilovan, Bûdha jî tê bi kar anîn. bilind’, hazzîzzî ‘jîr û zana, hajêyî’. Adî-bûddha: Bûdhayê xweser. Serdema hîtîtiyan niviskar û zan- Adiharma: Xwedawendeka dest-

pêkê ya Budaperestên Tîbet. Adikia: Xwedawenda dadweriyê ya Yonanan. Adîmûrtî: Xwedayekî Hîndûsan Adîtî: Xwedawendeka Hîndûya ye û weke dayîka xwedayan tê zanîn. Ew heman demê de dayîka 12 Adîtyasa ye. Adîtya: Navê hevbeş yê xwedayên rojê(Vedîk-Pûranîk) Adonîs: Di Mîtolojiya Yunan’de mirîvanê ku evîndarê Afrodît û Persephonê ye. Ew nûneriya buharê ye. Çîroka wî û ya Dûmûziyê Mezopotamya wek hev e. Adranus: Xwedayekî li Sîcîlya hatiye naskirin Athena:Xwedawenda Yonanan ya şerî û parastvana Atînayê ye. Hazzî: Xwedayî çiyan yê horî û hîtîtiyan Hades: Xwedayê cihana bin erdê ye. Îzates: Kurê şahê Adiabenayê ye. Wek Ezad û Azad jî tê zanîn. Azazel: Di ola Êzdayetiyê de navê serekê fêrişteyan e. Di wêjeya olî ya Hînd-Aryanî de, xwedayê hîndûyan re dibêjin AdîDev. Ji bo xwedayê afirênêr Brahma Adi-Kartha, Ji bo Destana Ramayana Adî-, bo Îndra Adî-Kavya, Ji kosmîka sifte Adî-Pûrûşa, Ji bo dayîka xwedawend re jî Adi-Şaktî tê gotin. Advaita: Yekbûn yan jî nondualitiya(nedualîtî) fîlozofiya Vedenta. Sedsala hivdemîn weke reforma Hîndûyîzmê tevgeriya ye. Di nav olên mîna Sabiyîtî, Yahûdîtî, Manîhîzm, Xiristiyanî û Îslamê de navên hin kes yan jî navên mîna Adî, Addaî, Hadî, Ado(nî) hene. 1. Di Tewratê de navê “Adî”: Ev nav, di Ola Yahûdîtiyê de ji bo Yawhev ‘Xwada’hatiye bi kar înan û paşê derbirana vî navî hatiye qedexe kirin. Wateya ‘Efendiyê min’, ‘ezbenî’ dide. Di tewratê de ev nav heye....


Diclepress13@gmail.com

LÊKOLÎN

23

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

gotin(Deşta Heranê jî têde). Gelek çavkaniyên dîrokî Haran Gavetya’yê wek heremeke Medya’yê nîşan didin. 4. Di Manîhîzmê de navê “Adî”: Behsa navên mîna Addai, Adimantus, Ozeos û Îzdanbakth tê kirin. Lêkolîner dibêjin ev nav hemû jî, ji yê Adî derhatin e. Ew hevalbendê Manî yê herî nêzik in û hizir û ramanên wî li Afrîka û Asya Navîn belav kirine. 5. Di Pawlîkanîzmê de navê “Adî”: Pawlîkanî xiristiyaniyeke hetorodoks e. Ango xiristiyaniyeke batini ye. 6. Di Îslamiyetê de navê “Adî”: Di Îslamiyetê ev nav wek Adî Bin Mîsafîr tê zanîn. (1075- 1162). 7. Di Ezîdîtîyê de navê “Adî”: Bi gorî gelek lêkolîneran Şêx Adî, kesê ku bingehê Êzdîtiya îroyîn damezrandiye ew bi xwe ye. Ji aliyekî dinê ve Ew tenasuha Melekê Tawûs e. h) Cîh û Bajarên ji navê Adî derhatine:

Îbrahîm bersiv da:“Adonaî(efendiyê min, ez benî) Yehova (Xwedayo), tu yê çi bidî min? Ez bê zurriyet dimirim; û mîratgirê mala min jî Elîzerê Şamê ye”. 2. Di Încîlê de navê “Adî”: Di Încîla Mateî 22:42-46 de behsa Adonaî tê kirin. Ji bilî vê ya herî girîng di destpêka Xiristiyaniyê de Doktirîna Addai ye. Addai yek ji nav 72 hewariyê Îsa ye . Ew, kesê ku cara yekemîn paşayek û tevî bendeganê wî kiriye xiristiyan e. Navê vî paşayî Abgarê Reş e û navê dewleta wî jî Orhşana

ye û payîtexta wê jî Edesa ango Ruha ye. Ev bûyer bi goreyî efsaneyekî hê ji dema ku Îsa dijiya rûda ye. Lê dîroknivîs dibêjin eger tiştekî wusa hebe, yeqîn di sedsala çaran de pêk hatiye. 3. Di Baweriya Sabiyan de navê “Adî”: Di pirtûka sabîyan “Haran Gaveyta” yê de behsa navê Adonai hatiye kirin. “...û (ew) bi hêz û banga jiyana şahê rojê heya dawiya emrê xwe jiyan û wan hez ji Rebb, ango Adonai kirin”. Haran Gaveyta ji bo herêma Haran û çiyayên Amanosan re tê

Adîabene: Adîabene navekî kevn yê bajarê Hewlêrê ye. Adrî: Bajarekî li ber derya Adrîyatîkê ye. Dibêjin navê împaratorê Romayê Adrîanûs yan jî Hadrîanûs jî ji wir tê. Heta dibêjin ev nav ji Zimanê Etrûşkî maye. Adana/Edene: Ji navê Adonîs der hatiye. Adrîyatîk: Navê Deryakî li rojhilatê Îtalya. Adîyeman: Ev nav ji pêyva horîkî attaiman‘bavên me’ derhatiye. Hîtîtî ji vê derê re dibêjin Atîman/Etîman. Wateya hemû nav û invanên ku ji navê Adî/Hadî/Hazî derhatine wekhev in. Ango Adî tê wateya‘yê sifte, ‘yê jîr û zane’, ‘rêber’. Her wusa, Xwadî‘yê herî nêzik’, ‘mafdarê yekemîn’ û navê Adî jî hevwate ne.


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

24

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

TÎRÊJÊN ÇARŞEMBÊ XELEKA - 6

LI BA WAN RENGÊ GEWR Û ÇÎL TAYBETMENDIYEKA BEDEWÎ Û XWEŞIKAYIYÊ YE

DR. SOZDAR MÎDÎ (E. XELÎL)

Şîrovekirina Nameyên Padîşahê Mîtanî Tûşrata bo Fer’ewn Amûnĥûteb

Me di lêkolînên derbasbûyî da hin

beş ji nameyên padîşahê Mîtanî Tûşratayê Duwem ji Fer’ewnê Misirê Amûnĥûtebê Sêhem ra anîbûn ziman. Niha jî hin serinc û şîrovekirin ji wan nameyan ra.

Serinca Yekem: Nameyên “MîtanîMisirî” ku hatine belavkirin, tenha ew name ne, yên ku ji padîşahên Mîtanî da ji Fer’ewnan ra hatine şandin. Em di nav wan da ti nameyan nabînin ku ji Fer’ewn da ji padîşahên Mîtanî ra hatine şandin. Ev diyarde ne li gor rastî û xwerisk, ûrf û adetên dîplomasî ye. Adet berê wisa bû û niha jî wisa ye ku gava rêberê welatekî - çi di rewşên şer û çi di rewşên aştiyê da - nameyekê ji rêberê welatekî din ra dişîne, li ser wê bersiv tê şandin. Di nameyên Tûşrata da ji Amûnĥûteb ra belge hene ku Fer’ewn şandek bi rêberiya misiriyekî bi navê Manî

dişande Waşşûkanî, paytextê Mîtaniyan û arezûya Fer’ewn digihande Tûşrata ku ew dixwaze bi mîreka Mîtanî ra bizewice. Ma gelo tê aqilan ku Fer’ewn bi Manî ra nameyan neşîne û vê daxwaza xwe têda nenivîsîne?. Dîroknas Wilhelm Gernut derbarê zavatiya navbera Tûşrata û Amûnĥûteb da gotiye:”Ev zavatî piştî hevt salan pêkhat, yanê piştî pir gengeşiyên dirêj”. Gelo tê aqilan ku ev doza hevt salan kişandiye bêyî nameyên Fer’ewn ji padîşahê Mîtanî ra be? Bê guman, wê pir name ji Fer’ewn da ji padîşahên Mîtanî ra hebin.


Diclepress13@gmail.com

Sedema tinebûna wan di jêderan da ewe ku yan hemû name xirab bûne(şikiyane, wendabûne), ev jî îmkaneka pir dûre. Yan jî hene, lê nehatine wergerandin û belavkirin. Heger wisa be, ev bixwe jî mijareka pir balkêşe. Bê guman, belavkirina van nameyan wê pir ronahiyê bide ser rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn di wê demê da. Serinca Duwem: Ji nameyên ku hatine belavkirin, tê xuyakirin ku Fer’ewnan dixwastin bi mîrejinên Mîtaniyan ra bizewicin. Em di jêderan da nabînin ku padîşahekî Mîtaniyan xwastiye bi mîrejineka misirî ra bizewice, yan jî bi mîrejineka misirî ra zewiciye. Gelo ev çawa tê şîrovekirin? Belkî sedem ew be ku Misiriyên kevnar bawerdikirin ku xwedayê bala”Rah”(xwedayê rojê) kurê xwe kiriye padîşahê Misirê û Fer’ewn hemû ji tov û neslê wî ne. Ji lew ra, Fer’ewn lexema “Kurê Rah” standiye. Ji ber wê Fer’ewnan nedixwastin xwîşkên xwe, keçên xwe û her mîrejineka ji malbata padîşahî bi padîşahekî yan mîrekî ne misirî ra bizewice. Bê guman, padîşahên Mîtaniyan ev baweriya ayînî li ba Misiriyan dizanîn û ji lew ra nexwastine ku tiştekî wisa ji Fer’ewnan bixwazin ku li dijî ayîna misirî ye û pêkanîna wê daxwazê ne gengaze. Serinca Sêhem: Zewaca Fer’ewnan bi mîrejinên Mîtaniyan ra sê nifşan kişandiye û hin caran Fer’ewnek bi du mîrejinên Mîtaniyan ra zewiciye. Wek nimûne, Amûnĥûtebê Sêhem bi xwîşka Tûşratayê Duwem ra zewiciye û di pey ra bi keça wî ra jî. Heger armanc ji van zewicandinan tenha siyasî bûya, hîngê zewaca bi yek mîrejineka Mîtanî ra bes bû. Em bawer dikin ku zewaca Fer’ewnan bi

LÊKOLÎN

25

pir mîrejinên Mîtaniyan ra bi gelemperî vedigere ser bedewî û zîbayiya wan û teybetmendiyên wanî çej, demîn û sinciyên şaristanî û bilind. Tûşrata di nameya xwe da, derbarê keça xwe, vê yekê piştrast dike û dibêje:”Min jinek da birayê xwe, ya ku wê dilê wî tijî şahî bike”. Hêjayî gotinê ye ku em bêjin, Misiriyên resen(esîl) miletekî afrîkî ne û rengê cermê wan tarî ye. Li ba wan rengê gewr û çîl taybetmendiyeka bedewî û xweşikayiyê ye. Wisa tê xuyakirin ku jinên Horiyan bi bedewiya xwe navdar bûne; bi taybetî jî bi rengê gewr û çîl. Heya niha jî ev şêweyê bedewî û spehîtiyê di nav Kurdan da pir heye. Ji lew ra, ne dûrî aqilane ku taybetmendiya “horiye, ĥoriye” di çanda erebî da ku tê maneya “qeşeng” û “feriştên bihuştê” ji taybetmendiya wan jinên Horiyan hatibe birin. Serinca Çarem: Wisa tê xuyakirin ku Tûşrata ji kûraniya baweriyê da bi xwedayên Horiyan bawer bû ku ew dikarin mirovan ji nexwaşiyan sax bikin û xwedayên Horiyan ne tenha ji gelê xwe hezdikin, ew bi gelên din ra jî dilovan û mihirvanin; ew li gelên din jî xwedî derdikevin û wan jî ji nexwaşiyan saxdikin gava ji bo wan pêwîst be. Ji ber wê, Tûşrata xwedaya Horiyan Şawûşka(Shawushka) dişîne Misirê daku Fer’ewn Amûnĥûteb ji nexwaşiyeka ku pêketibû sax bike. Şawûşka mezina xwedayên Horiyan bû; ew xwedaya evîndarî û cengê bû. Navê xwedaya Mêzopotamiya”Eştar” avêtibûn ser wê. Ji hêla din va, ji nameyên Tûşrata tê xuyakirin ku ew pir rêz û hurmetê ji mezinê xwedayê Misiriyan”Amûn” (xwedayê rojê) ra digire û wî bi awayê “serwerê min” bi navdike.

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Heya niha jî ev şêweyê bedewî û spehîtiyê di nav Kurdan da pir heye. Ji lew ra, ne dûrî aqilane ku taybetmendiya “horiye, ĥoriye” di çanda erebî da ku tê maneya “qeşeng” û “feriştên bihuştê” ji taybetmendiya wan jinên Horiyan hatibe birin Armanca wî ji hinartina Şawûşka ra ne ku here dijberiya”Amûn” bike yan jî nirxa wî kêm bike. Helbet, her gelek xwedayê xwe li gor çanda xwe, bîreweriya xwe û dîtina xwe ji jiyan û hebûnê ra bi taybetmendiyan dibîne. Helwesta Tûşrata tê wê maneyê ku gelê Horî di warê ayînî da vekirî, nerm û mêşin bû, û ne bi awayekî dijminane li xwedayên gelên din temaşe dikirin. Ev dîtina vekirî û nerm di hemû heyamên dîroka Kurdan da aşkera û diyare. Mirovê Kurd di warê ayînî da ne serhişk û êrişbaze; taybetmendiyên wisa paşê ji ayînên dervayî civaka kurdistanî hatine nav Kurdan. Serinca Pêncem: Tûşrata di peyvên xwe da ji bo Fer’ewn pir nazik û mêşine; ew peyvên dostane û ne fermî bi kar tîne(birayê min, dostê min, zavayê minî ku ez pir jê hezdikim) û dixwaze ku Fer’ewn, malbata wî, malmezinên wan, hesp û erebeyên wan yên şer di saxî û selametiyê da bin. Pir gengaze ku Mîtaniyan bi hesp û erebeyên şer alîkariya leşkerê


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

misirî dikirin, ji ber ku di wî warî da Horî navdar bûn. Ji Horiyan kesekî bi navê”Kikkuli” jî tê naskirin ku siwar û erebeyên şer yên Hitîtan jî perwerde dikirin . Ev awayê nivîsandina ne fermî û pir nerm di navbera Tûşrata û Fer’ewnan da pir dostane bûye û Tûşrata xwastiye ku ev peywendî berdewam bibe, daku hevpeymana wan yan siyasî di navbera Padîşahiya Mîtanî û Padîşahiya Misirê da her bimîne û xurt bibe. Da ku ew bi vî awayî careka din li ser Sûriyayê nekevin şer û pevçûnan û ji hêla din va Padîşahiya Misirê ya xurt ji wî ra piştgir be li dijî êrişên padîşahên Hitîtan. Ji ber ku di wê demê da Hitît li her delîve û fersendekê digeriyan ku Padîşahiya Mîtanî talan û dagîr bikin. Serinca Şeşem: Tûşrata, di nameyên xwe da, wisa tê xuyakirin ku ew ji aştiyê hezdike; di nameya xwe da hêvî dike ku ti dijminên wî tine bin. Lê helbet dide xuyakirin ku ewê her êrişeka li ser welatê wî û li ser Misirê jî paşva vegerîne. Ew dibêje:”Welatê me di aştiyê da dijî. Ez hêvîdarim ku ti dijminên birayê min jî tine bin. Lê heger dijminek bi ser welatê wî da hat, bila min agahdar bike. Hîngê seranserê welatê Horiyan, çek û cebilxaneyên me, ji bo vegerandina êrişa dijmin, wê têkevin xizmeta birayê min. Ji hêla din va, heger dijminekî min hebe - ez hêvîdarim ku tine be - ezê birayê xwe agahdar bikim û hîngê birayê min jî wê welatê Misirê, çek û cebilxane û tiştên din ku li ba dostê min hene têxe xizmeta min”. Ev şêwazê aştiyane di piraniya heyamên dîroka Kurdan û pêşiyên wan da serdare û neteweya Kurd di piraniya heyamên dîroka xwe da neteweyeka ku di ber xwe da berevanî dikir bû; berxwedêr bû, û ne netew-

26

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

eyeka talankar, êrişbaz û dagîrkar bû. Û heya roja îro jî wisa ye. Serinca Heftem: Tûşrata ji Fer’ewn zêrinî pir dixwaze û vê daxwaza xwe dubare dike. Di wê demê da Misirê zêr di kanên welatê Nûbe derdixist. Tûşrata bi jîrekî ji Fer’ewn dixwaze ku ew peykerekî ji zêr ji ber keça xwe va ji wî ra bişîne û peykerekî din ji aç(şîrmahî) jî. Wilhelm Gernut dibêje:”Tikaya Tûşrata ku dubare dike ji wî ra pir zêrî bişîne nîşana wê yekê ye ku dixwast li welatê Horiyan goreka ji zêr(bi horî gereşk) ji bapîrê xwe Artatamayê Yekem ra avabike. Ev baldariya wî bi pêşiyên malbata xwe vedigere ser wê yekê ku ti guman li ser rewayiya desthilata wî nemîne”. Em bawer dikin ku sedemeka din heye, ew jî ewe ku hin serwerên Kurdan ji berê da ji jiyana dewlemendî, comerdî û rûmetdar hezdikirin. Di vî warî da nimûne gelek pirin. Yek ji wan ewe ku bi çi şêwazê astbilind bajarê Akbatana(Amedan, Hemedan), paytextê Madan, di heyama padîşahê yekem Deyako, avakirine û ketina Madan nav jiyana dewlemendiyê di heyama padîşahê dawî Ezdehak da ku Farisan ew ji holê rakirin. Û di pey ra çawa padîşahê Dewleta Dostikî(merwanî) Nesir ElDewle û derdora wî ketibûn jiyana

dewlemendî û rijandina diravan û wisa Turkên Selcoqî ew ji holê rakirin. Di rastiyê da ev taybetmendî di kesayetiya kurdî da yek ji taybetmendiyên neyînî ye û piraniya caran bûye sedema peydabûna dijberî, kefteleft, têkçûnan û dagîrkirina Kurdistanê. Me ev taybetmendî di pirtûka xwe da “Kesayetiya Kurdî: Lêkolîneka Civaknasî” şîrove kiriye. Jêder 1. Wilhelm Gernut, Horî, rûpel 64. 2. Dr. Îmam Ebdulfetah Îmam: Zordar, rûpel 29. Wilhelm Gernut, Horî, rûpel 76. Tewfîq Sulaiman, lêkolîn li şaristaniyên rojavayê Asiyayê ya kevin, rûpel 277. 3. Wilhelm Gernut, Horî, rûpel 70 -73. 4. Fadil Ebdulwahid Eli, Ji Somer ta bi Tewratê, rûpel 158. 5. Ebdulhemid Zayed, rojhilata hemdem, rûpel 473. 6. Fadil Ebdulwahid Eli, Ji Somer ta bi Tewratê, rûpel 158. 7. Fadil Ebdulwahid Eli, Ji Somer ta bi Tewratê, rûpel 158. 8. Wilhelm Gernut, Horî, rûpel 73. Wergera ji Erebî: Mustefa Reşîd


Diclepress13@gmail.com

GOTAR

27

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

ZIMANÊ ME KURDI YE

PERWERDEYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ ÇIMA GIRÎNG E?

RÊZAN HESINKAR

Her kes dizane ku stûna herî girîng a netewekê ziman e. Netewek bê ziman çênabe. Gava netewek bê ziman ma, wê gavê ew netew ji netewbûn dikeve. Netewa kurd jî bi zimanê kurdî netew e. Lewma dagirkerên Kurdistanê, bo kurdan ji kurdayetiyê derxînin ango wan asîmîle bikin, berî her tiştî êrîşî zimanê kurdî kirine. Kurdî qedexe kirine, biçûk dîtine û heta hebûna wî jî înkar kirine. Lewra dagirker dizanin, ku gava kurdî ji holê rabe kurd-

ayetî jî jixweber ji holê radibe. Em karin bi serbilindî bêjin, ku dagirker tevlî hemû zext û çewisandinan bi ser neketin û zimanê kurdî xwe gihand heta roja îro. Lê divê her kes vê zanibe; ziman bi axaftinê, bi nivîsandinê û bi xwendinê pêş dikeve, tê xwedîkirin û jiyana xwe didomîne.Eger zimanek neyê axaftin, neyê xwendin û nivîsandin, ew ziman ber bi mirinê ve diçe. Bi taybet jî fêrbûna kurdî a nivşên nû, ji pêşeroja ziman re di asta man û nemanê de girîng e. Ev yek jî bi perwerdeya zarokan a bi zimanê kurdî pêkan e. Ango perwerdeya bi zimanê zikmakî. Li vir em dixwazin kevanekekê vekin û bersiva pirsa “çima zimanê zikmakî?” bidin. Gava zarok di zikê

dayîka xwe de diafire, dengan û axaftinên li derdorê tên kirin dibihîze, newayên mûzîkê bandorê lê dike û hemû axaftinên derve diçin guhe wê. Gelek lêkolînên zanistî jî didin nîşandan ku zarok hîn di malzaroka dayîka xwe de bingeha ziman datînê û nijinandina kevirên hîma zimên di makê de dest pê dike. Di serî de dengê dayîkê, yê bav û kesên din jî ku bi jina ducanî re diaxivin, an jî xwe bi xwe deng dikin, diçin zaroka çênebûyî. Lewra bikaranîna têgîna“zimanê dayîkê” li gor me teng dimîne; ji ber dengên zarok dibihîze ne tenê yê dayîkê ne û “zimanê zikmakî” bêhtir bersiva me dide. Em li vir kevaneka xwe digrin û vedigerin ser mijara xwe. Her pergala civakî, her dewlet û


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

28

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

welatê serbixwe û netew û komikên derfetdar, xwedî awakî perwerdê ne. Perwerde bo pêşeroja wan diyarker e û encex bi rêya perwerdê dikarin hêzên ku pergala wan bi rê ve bibin, bigihînin. Zimanê perwerdê bi piranî zimanê netewî ye. Li Almanya almanî, li Emerîka ingilîzî û li Îspanya jî îspanyolî ye. Bi rêya perwerdê hem pêşeroja ziman bi gîhandina nivşên nû tê misogerkirin û hem jî hêza mirovî ku ji pergalê re hewce, tê gihandin. Hemû pergal bi rêya perwerdê xwe ji nû ve hildiberînin û xwe bi rê ve dibin. Perwerdeya bi zimanê kurdî, bo pêşeroja kurd û Kurdistanê tiştekî jiyanî û jêneger e. Ev çima wisa ye, divê bê ravekirin. Her çar dewletên dagirker, bo kurdan bipişêvin û zimanê kurdî bidin jibîrkirin, her cure zilm û zordarî pêk anîn. Lê bi ser neketin. Ji ber ku zimanê kurdî xwedî dîrokek kevnar û xwedî hîmekî saxlem e. Şaristaniya ku cihanê jê firşik girtiye, di navbera her do çeman de bi zimanê kurdî

hatiye afirandin. Ra û koka zimanê kurdî çendhezar sal xwe bi nav dîrokê de berdidin. Lewre jî kurdî dikarîbû li hember hemû êrîşan xwe biparêze û xwe bighîne roja me. Em karin bêjin heta niha li ser zimanê kurdî qedexe hebû, zext û zilm li kurdan dihat kirinê ku bi kurdî neaxivin. Lê piştî tevgera hemdem ev tişt bi kêmayî be jî ji holê rabû. Xwedîkirin û lêxwedîderketin di rojeva gelê kurd de ye. Di warê xwedîkirin û xwedîderketinê de, perwerdeya bi kurdî rista sereke dilîze. Ji ber ku gihandin û mezinkirina nifşên nû bi zimanê kurdî, bo pêşeroja zimanê kurdî misogeriya herî gewre ye. Jixwe zimanek bi rêya nifşên nû jiyana xwe didomîne û pêş dikeve. Ji ber van rastiyan dagirkerên Kurdistanê tim xwestina zarokên kurdan, bi rêya perwerdeya xwe ji zimanê kurdî qut bikin û zimanê dagirkeran di mejiyê zarokan de biçînin. Ev metoda herî xeternak a asîmilasyonîst e. Li hember vê metoda xeternak ya pişaftinê, rêya herî bibandor perwerdeya zarokan bi zimanê kurdî ye. Bi rêya perwerdeyê hem pêşiya pişaftinê tê girtin û hem jî dahatûya zimanê kurdî tê misogerkirin. Gava nifşên nûçi zarok û çi ciwan- karibin bi kurdî biaxivin, binivîsin û bixwînin ev yek tê wateya jiyîna kurdî. Pêkhatina vê yekê jî bi perwerdeya kurdî gengaz e. Ji bo kesayeta zarokan jî perwerdeya bi zimanê zikmakî risteke mezin dilîze. Bo kesayetek jixwebawer, jîr, jêhatî, bibiryar û serkeftî perwerdeya bi kurdî diyardeyek jêneger e. Gelek lêkolînên ku di vî warî de hatine kirin, îspatkirine ku teşegirtina kesayetiya zarokan bi perwerdeya zimanê zikmakî ve hişk girêdayî ye. Ango kesayeta zarokên ku bi zimanê dayîka xwe perwerdê dibînin bêhtir rûniştî û saxlem e. Ji bilî vê jî, ev zarok di dibistanan de serkeftîtir in. Jixwe sedema perwerdeya duzimanî ku li welatê wek Swêd pêk tê jî, ev yek e. Perwerdeya bi kurdî bo netewbûna gele kurd jî, hîmekî jiyanî ye. Domandina jiyana netewî bi hebûna zimanê kurdî ve girêdayî ye. Gava kurdî qels bibe netewa kurd jî qels dibe û berevajî vê, pêşveçûna zimanê kurdî pêşketina kurd û Kurdistanê bi xwe ye. Ji ber vê jî dirûşmeya “zimanê me hebûna me ye!” rastirîn û pîroztirîn hevok e. Lewma jî me navê vê quncika xwe“Kurdistan kurdî ye!” danî û dîsa dibêjin Kurdistan kurdî ye, jê û pê de erdnîgarî!. Mail: bavedildar@gmx.de


Diclepress13@gmail.com

JIN

29

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

DAHURANDINA JIN Û MALBATÊ DAHURANDINA JIYANÊ YE

EBDULLA OCELAN

Avabûna PKK’ê çareserkirina rasti-

ya civakî û netewî di Kurdistan’ê de ya ku bi şer ve ye. Di vê çareseriyê de giranîdayîna yek ji hêmanên herî diyar pirsgirêka jin û malbatê ye. Girêdana wê bi jinê û şoreşê ve çêkirin û veguhertina rastiya jiyaneke ku mirov dikare bipejirîne ye. Em dema ku bi qasî bingehê wê yê objektîf aliyê wê yê zanebûn û rêxistinî jî dibînin û bi vî rengî şoreşê bi pêş dixînin. Em dizanin ku zelal-

bûna pêwîst û hêza çareseriyê ya ji bo pirsgirêkê neyê nîşandan em nikarin pêşketinê pêk bînin. Heta mirov dikare bibêje di rastiya me ya civakî û netewî de û ew nirxên ku ji dîroka şaristaniyê hatine wendakirin di rastiya kesayet de bûne girêka kor, qezencên mirovahiyê ne. Ew neçarbûna li hemberî her cure mercên jiyanê ku bingehê vê wendakirinê ava dike binketina di her astê de dibe taybetmendiya jiyanê ya herî berçav. Rastiya me ya herî bingehîn ku paşverûtiya me ya îro dipeyitîne çawaniya kesayetên me ne ku ev aliyê wê xwe dide der. Di vê wateyê de ew rastiya me ya neçariyê ku

bûye girêkeke kor şoreş dixwaze vê yekê biguherîne, ne qederek e, ne jî bi taybet rengê wê yê çewisandinê û dagirkeriyê ku giran tê sedem nayê nîşandan. Mirov nikare bi vî rengî bibêje ku ji bo gavavêtin û rizgariyê sedem nînin. Berovajî pêwîst e ji her alî ve were şerkirin. Dibe ku ev taybetmendiyeke me ye, bi rastiya gelekî û tu welatekî ve nayê qiyaskirin. Ew qas e ku pêwîste her roj, her saet tekoşîn were dayîn. Şoreşa me pêwîste li ser vê bingehê were pêşxistin. Bêguman di şoreşa Kurdistan’ê de gelek pirsgirêkên bingehîn derketine rastê, li gel vê mînakên din ên kesayet, malbat, eşîret, qebîle, ol û


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

30

JIN

Diclepress13@gmail.com

Wateya dahurandina jinê û ew malbata ku tê de rengê xwe girtiye, di cihekî de wateya dahûrandina jiyanê ye çandê zêde derfet nedîtina ji bo siyasîbûnê astekî gelekî paşketî ve di leşkeriyê de zelal bûye. Aliyê vê yê sedem-encam, nakokî-têkîlî di navbera van hemûyan de di nava agirê şoreşê de hîn zêdetir tê fêmkirin. Bandora fetisandinê ya jiyanê di Kurdistan’ê de herî zêde xwe di malbatê de û hêmanên wê yên herî zêde hatiye dîlgirtin, di jinê de dide nîşandan. Dema rastiya jinê tê bidestgirtin ketina wê ya rewşa teng dîsa giranî nedayîna aliyê cewherî, giranî dayîna aliyê talî wê ji bo nêzîkbûn û helwestên xelet re rê vebike. Pêwîste mirov hetanî dawiyê ji vê dûr bisekine û rastiyê bi rengekî pêşçav û cewherî bigre dest. Ev yek gelekî girîng e. Kapîtala Marks bi dahurandina metayê ve hatiye nivîsîn, dema taybetmendiya jinê ya malbûna malan

mirov tîne pêş çavan û di rastiya me de jî ev ku hîn zêdetir wiha ye, derdikeve holê jin bi dijwarî pêwîstiya xwe bi dahurandinê heye. Wateya dahurandina jinê û ew malbata ku tê de rengê xwe girtiye, di cihekî de wateya dahûrandina jiyanê ye. Tê wateya bi qasî qada siyasî û leşkerî ya jiyanê, qada çandî û aborî jî dîsa bi qasî dîrokî di çûyîna ser pêşeroja wê de ji aliyê rastiyan de xelekeke bingehîn e. Mirov li kû derê lê temaşe bike bila bike û bi kîjan rastiyan ve nêzîk dibin bila bibin, derxistina rastê ya pirsgirêka jinê çi qasî girîng e, nêzîkbûnên seqet û xelet ji bo vê pirsgirêkê ew qasî dê binketinê bîne. Tişta herî xirab jî sergirtina pirsgirêkê nêdîtina pirsgirêkê dê rê li ber encamên kêm vebike. Hela ew pêvajoya ku di şoreşê de tê jiyîn, dê bihêle ku ew dê di rewşeke gelekî kêm de were hiştin. Ger em dixwazin şoreşê

bikin xwedî naverokeke dewlemend û ger em dixwazin ber bi en¬cama azadiyê ve bibin pêwîste em di vir de li ser jinê berfireh bisekinin, bi qasî ku em koletiya wê bibînin, ew qasî jî di riya diçe azadiya wê de çi rave dike pêwîste em nîşan bidin. Hîn ji wê wêdetir pêwîste em jinê rabikin çalakiyan û di rewşeke ku em jê re dibêjin pêkanîna azadiyê de bihêlin, bidin şerkirin û bidine jiyîn. Pêkanîna vê tê wateya bersivdayîna pêwîst a ji bo aliyê civakî ya herî bingehîn a şoreşê, heta dawî pêkanîna şoreşê, kûrkirina wê û her biçe wê di çareseriya gelek pirsgirêkên din de ristê xwe bilêyîze. Ev ji her demê zêdetir derdikeve holê. Di şoreşa ku PKK jê re rêbertiyê dike de jî em ji her demê baştir dibînin ku ber bi pêşketineke wiha ve gavan diavêje. Di hewldanên me yên rizgariya jinê de ku tevlîbûneke berfireh dê çêbibe û di nêvenga şer de wê rastî hîn rasteqîntir derbikevine holê. Bêguman xebatên bi vî rengî xwedî wateyeke lûtke de ne. Tiştê pêwîste were kirin bi qasî nêzîkbûna hizir û teorîk a herî pêşketî mirov bikaribe helwesta pratîkî ya nêzîkî azadiyê bigre. Ji bo vê bi qasî bilindbûna asta nîqaşê mirov bikaribe derfetên jiyanê bide helwestên bi tenduristî jî. Ger kongreyek di vê wateyê de tiştê pêwîst bike tê wateya ku ristê xwe bi layiqî aniye cih. Diyare tenê pirsgirêkên jinê ku di binkeya partiya me de kûr dibin re bi çareseriyeke teng ve xwe besdîtin nayê kirin. Ji vê zêdetir ji bo pirsgirêkên malbatê ku her diçe giran dibe re jî ji bo bersivên rojane were dayîn nêzîkbûn çêdibin. Li gel van bi qasî astên dîrokî yên vî karî ji bo pirsgirêkên jiyaneke saxlem a pêşerojê jî bersivên berfireh tên gerîn. Di şoreşa Kurdistan’ê de ku


Diclepress13@gmail.com

rêbertiya wê PKK dike, ger kongreyeke jinê ya şoreşger ku xwe şênber bike, dê ji bo asta me ya heyî jî bersiva pêwîst bide. Ger bi qasî rastiya teorîk a PKK’ê rastiya şerê wê jî di şerê jinê de were nîşandan, ji bo kongreyeke encax ewqasî berfireh nirxandinek li ser roja me, dê ew qasî pêşerojê jî binirxîne, bi qasî nirxandina paşerojê dê roja me jî şîrove bike. Bi qasî dahurandinan armanca û erkan jî diyar dike, vê vediguherîne rengên çalakî û rêxistinê, ji bo vê nîqaş dike û biryaran digre. Ger em şerê me yê di her astê de û şerê di vê qadê de bigihînin helwestekê ku van bi çalakiyê re digihîne hev û em bigihên Rêbertiyeke wê, tiştên pêwîst were kirin. Dema ku em li dîroka PKK’ê temaşe dikin asta pêşketina teorîk, bîrdozî û siyasî ku ji bo şoreşa Kurdistan’ê hatiye pêkanîn bi asta tekoşîna pratîk û şer ku ew qasî tevlîhev e ve girêdayî tê nirxandin. Bi hev re bûna teorî û pratîkê encax bi layiqî partiyeke wiha şoreşger pêşketinekê nîşan dide. Ew bi hev re bûna tekoşîna teorîk û pratîk di kîjan pirsgirêkê de were nîşandan, dê bihêle ku pirsgirêk wê saxlem danîna holê çêbibe û derfetê çûyîna çareseriyê bide. Di pirsgirêka jin û rizgariya malbatê de ev yek hîna diyarkertir wisa ye. Di partiya me de bi şêweyeke ku nabe nasîbê partiyeke din jin û malbat weke teorîk tê bidestgirtin û dahurandin. Li ser riyên rizgariyên ku çêbibin û şêweyên wê tê rawestandin. Bêyî ku ketina rewşa xwe ya têrdîtînê çêbibe, bi rengekî berfireh jin ji bo nava refan bi xortayî tê kişandin û li her astê şer belav dibe. Him di zelalkirina pirsgirêkê de, him jî jin bi xwe bersivedayîna wê ya çareseriyê ji ber wê jî ji bo rêbaza

JIN

31

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Bandora fetisandinê ya jiyanê di Kurdistan’ê de herî zêde xwe di malbatê de û hêmanên wê yên herî zêde hatiye dîlgirtin, di jinê de dide nîşandan. Dema rastiya jinê tê bidestgirtin ketina wê ya rewşa teng dîsa giranî nedayîna aliyê cewherî, giranî dayîna aliyê talî wê ji bo nêzîkbûn û helwestên xelet re rê vebike .......... Di Kurdistan’ê de zanebûna gel hema di her astekê de heta dawiyê hatiye reşkirin. Ji wê zêdetir nasnameya wê di astekî girîng de ji holê hatiye rakirin


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

32

JIN

Diclepress13@gmail.com

Rastiya me ya dîrokî civakî û siyasî asta tunekirina netewî û dagirkerî derfetên ku welatên din bi sedan sal in bi hunerê dike neda me. Li gel şoreşê ji bo pirsgirêkê çareserî dîtinê ferz dike. Ji ber wê jî çareserkirina girêka kor a civakî di pirsgirêka jin û malbatê, di nava agirê şoreşê de gengaz dibe

herî rast were girtin ziraviyek tê raberkirin. Tenê ne di Rojhilat a Navîn de di hêzên rêber ên gelek welatên din ên hemdem de ji bo vê pirsgirêkê gotina ku bi hêza teorîk bi plan û bi şer nêzîkbûnek çê dibe zehmet e. PKK’ê hindekî ev yek bi ser xistiye. Herî kêm nêzîkbûnên ku xwedî naveroka siyasî û civakî yên bingehîn a şoreşa Kurdistan’ê de pêşketinên di derbarê gelek aliyên şoreşê de xwe dide nîşandan û bi rengekî ku balan dikişîne hîn ji niha ve di asta netewî û navnetewî de ku bandora xwe nîşan daye, zelal nîşan dide ku li vê pirsgirêkê nêzîkbûneke rast çêdibe û bingehên afirander a taybet hatiye girtin. Çawa ku her rojeke derbas dibe pêwîstiya têgihiştin û derxistina zanînê ya PKK’ê bi hemû aliyan ve û rastiya serokatiyê em hîs dikin helwesteke ku dişibe wê jî ne tenê di pirsgirêka jin û malbatê de, di pirsgirêka ku rûyê wê yê din e, bi hev re di nava têkîlî û nakokiyê de ya zilam de jî pêwîste daynine holê. Bi qasî ku teorîk e, di derbarê gelo çawa xwe di jiyanê de nîşan dide, aliyê wê yê derûnî nîşandan jî girîng e. Ev pirsgirêk ku tunekirina netewî û xerîbûna civakî ye, gelekî bi kûrahî tê bidestgirtin. Di vir de şûna ku bibe çavkaniya jiyanekî hatiye înkarkirin, taybetmendiyên wê yên ku dibe bela serê wê tê dîtin çareseriya têkîlî û nakokiyên wan tên pêkanîn. Tenê weke nirxandineke siyasî namîne, ji bo çareseriya wê jî hîn zêdetir hewldan tê nîşandan. Bi taybetî tiştên ku dîroka gelek welatan de bi wêjeyê têne kirin, bi hunerê tenê pêşxistin ango mijareke jiyanê li gel me pêwîstî heye ku bi şer ve di nava hev de were destgirtin, em vê


Diclepress13@gmail.com

weke helwesteke bingehîn datînine holê. Çareseriyên welatên din ji ber sedemên cihê yên tên zanîn ku bi sedan salin ji bo pirsgirêkên jin û malbatê û ji bo pirsgirêkên xwe yên civakî yên din bi wêjeya şoreşgerî ve danîne, em di nava xebatên rêxistinî, siyasî û leşkerî de dixwazin pêk bînin. Di nava hev de weke hêmaneke ku wê bandor dike û jê bandor dibe em bi dest digrin, di asta komkujî û dagirkirina ku îro dagirkerî pêk tîne ve girêdayî ye. Weke encameke vî tiştî li gel her cure karê şoreşgerî neçar dihelê ku di kêliyê de were bidestgirtin û çareserkirin. Mercên ku em dijîn nîşan dide ku em nikarin zêde bingeh û dem daynin navbera wan û ber bi çareseriyê ve biçin. Rastiya me ya dîrokî civakî û siyasî asta tunekirina netewî û dagirkerî derfetên ku welatên din bi sedan sal in bi hunerê dike neda me. Li gel şoreşê ji bo pirsgirêkê çareserî dîtinê ferz dike. Ji ber wê jî çareserkirina girêka kor a civakî di pirsgirêka jin û malbatê, di nava agirê şoreşê de gengaz dibe. Ev yek jî weke taybetmendiya herî bingehîn a şoreşa me derdikeve pêş. Ev dibe encameke yekser a qutkirina ji dîrokê û qutkirina girêdaniya bi serdemê ve. Partiya me jî girêdayî vê rastiyê pêwîstiya pirsgirêk wiha danîna holê û çûyîna çareseriyê li ser vê bingehê hîs dike û vî tiştî dike. Piştî ku me bi xetên stûr rêbaz diyar kir, di dîtina pêşketinên ku qadên teorîk û pratîk de jî feyde heye. Pêwîste neyê jibîrkirin tu pirsgirêkên civakî negihê nêrîneke teorîk a saxlem nikare bigihê gaveke pratîk a saxlem. Di Kurdistan’ê de zanebûna gel hema di her astekê de heta dawiyê hatiye reşkirin. Ji wê zêdetir nasnameya wê di astekî girîng de ji holê

JIN

33

hatiye rakirin. Wendakirina hemû astên netewî û civakî hîn zêdetir erk datîne ser milên teoriyê. Ji ber ku rastî hem di asta zanebûnê de hem jî madeya ku zanebûn xwe dispêrê de hatiye texrîbkirin. Asta texrîbê çi qasî pêş de çûbe, çûyîna ser teoriyê jî ew qasî pêwîst dibe. Girîngiya nêzîkbûneke wiha ya PKK’ê ya ji bo teoriyê ji ber sedemên rastiyên xwe niha hîna baştir tê fêmkirin. Demeke dirêj karên teorîk û xebatên bîrdozî, polîtîk bi rengekî ku asta xetî de bi israr meşandina wê ji ber sedemên ku rastiya me naşibe tu rastiyên civakî û netewî yên din in. Sedemên ji bo pirsgirêka rizgariya jinê û malbatê ku em nêzîkbûneke teorîk, bîrdozî û siyasî ya bilind nîşan didin jî ji ber vê yekê ye. Ev tişt

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

jî pêwîst dike ku em hîn zêdetir hêza têgihiştinê bi pêş bixînin. Ew wendakirina giştî û fetisandina di tarîtîyê de di vê qadê de hîn berfirehtir tê jiyîn. Ji ber wê jî ger tê xwestin ev pirsgirêk were ronahîkirin û tê xwestin ber bi çareseriyê ve çûyîn çêbibe, bi qasî pêşxistina gavên pratîkî yên birêgez û bilindkirina hêza têgîhiştinê bi vî rengî di nava hev de bi dest girtin, weke erkeke şoreşê pêwîste were biserxistin û ev qada jî pêwîste wiha were bidestgirtin. Ji ber vê sedemê ne hewceye ku em li pratîkên welatên din binêrin bibêjin “ji bo çi di wan de wiha nîne, li gel me wisa ye?” û bikevine nava ferasetên şaş. Mercên ku îro hene ferasetê ferz dike û rêgezê bi rê ve dibe. Tiştê ku tê kirin jî ev e. SAL: 1996


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

34

HEJMAR 10

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

KELA DIMDIM Û KURDISTAN

KES XWEDÎ WÎ MAFÎ NÎNE HEYA MIRINÊ ENIYA ŞERÊ BITERKÎNE

KAKŞAR ORAMAR

(BEŞA SÊHEMÎN) Xanedana Biradostî

Li Kurdistanê mezin, emîr û ferman-

rewayên Biradostî xwedî kokeke dîrokî a dêrînîn ku hê jî li du perçên rojhilat û başûrê Kurdistanê mane. Desthilatdar an jî fermanrewayên Biradost bi esila xwe ji nifş û tebara xanedana Hesenvîyê ne ku sedan

sal berê li Dînewer û Şarezor xwedî hikûmet û desthilatdariyeke bihêz bûn. Kesek bi navê Emîr Hilalê kurê Nasir El-dulê kalkê wan tê hesibandin. Hilal di şerê bi waliyê Hemedan Şems El-dulê de tê kuştin. Sê kur li pey wî mabûn ku Tahirxanê Biradostî piştî kuştina babê xwe bû hakimê Şarezar, kurê duyê bû mezinê emareta Ako û yê sêyê jî çû Ûrmiyê û wira xiste jêr kontrola xwe. Yekemîn kesê ku di dîroka Kurdistan û bi taybetî jî di pirtûka“ Şerefnameya Bidlîsî” da navê wek emîrê Biradostî tê bihîstin “ Emîr Xazîqiran Biradostî” ye. Ew kurê Sultan Ehmed û “ Xazîqiran” paşnavek bû ku şah Îsmaîlê Sefewî dabû wî. Xazîqiran

beriya ku emîr û mezinên Kurdistanê bi derbara Sefewî re bikevin nava têkeliyên berfireh û li cihwarê xwe fermanên wan cî bi cî bikin, hêrişî Ûrmiyê dike û li dijî Qizlbaşan dest bi şerekî giran kir ku bi destûra şahên Sefewî ji herêmên din yên Îranê koçî Kurdistanê kiribûn û gel ji awayê desthilatdariya wan nerazî bû. Li pey bihêzbûna Sefewîyan emîrên Kurd jî neçar man ku baştir Sefewîyan nas bikin û bikevin jêr desthilatdariya wan. Xazîqiran jî çû dîtina şah Îsmaîlê Sefewî û ji hêla wî ve bi germî hate pêşwazîkin û weke hate gotin nasnavê “ Xazîqiran” anku kesê ku fermana dijminê xwe radike, dayê û wek bexşiş ew weke walîyê


Diclepress13@gmail.com

Tirgewer û hinek herêmên din yên Kurdistanê destnîşan kir. Xazîqiran heya şerê Çaldiran xwedî peywendiyên germ û dosatane bi Sefewîyan re bû, lê piştre li ser esasê kîna ku li dijî Qizlbaşan hebû xwe da aliyê Sultan Silêmanê Osmanî û ji hêla wî ve jî rastî rêz û teqdîreke bêdawî hat. Li pey vê biryarê dijminahîya Sefewîyan li hemberî Kurdan derbasî pêvajoyeke pir dijwar bû. Xazîqiran mîrekî aqil, zana û xwedî nêrînên dûrbînane û kesekî şehreza bû. Ji ber wê jî Sultanê Osmanî hezeke taybetî ji bo wî hebû û dema ku ber bi Tebrêzê leşkerkêşî kir mîrê Kurd kesê herî nêzî wî bû. Piştî vegerê jî gelek cih li Erbîl, Bexdad û Diyarbekir wek xelat pêşkêşî wî kirin. Ew temenekî dirêj di xweşî û bexteweriyê de jiya û piştî mirinê du kur li pey xwe hiştin. Berî mirinê kurê xwe yê mezin şah Mihemed Beg wek cihnişînê xwe kire hakimê herêmê. Mihemed Beg jî xwedî çar kuran bû: Budax Beg, Hesen Beg, Iskender Beg û Zeynl Beg. Di serdema Sultan Silêmanê Osmanî de ji bo ku emîr û fermanrewayên Biradostî zêde bihêz nekevin û li dijî wan karekî nekin, carna ji bo desthilatdariya yekî ewê din kuştine. Li pey mirina Budax Begê Biradostî kurên wî biçûk bûn û ji ber wê jî kursiya hikûmetê geha Heesn Begê Biradostî. Lê wek jêder didin diyarkirin ew kesekî zalim bûye û bi derdora xwe re baş dan û standin nekirine. Bi destûra koşka Osmanî kesê binavê Hesen paşayê mîrê Wanê wî digire û dikuje û desthilatdariya mîrekdariya Biradost dikeve destê Elî Begê kurê Xazîqiran. Li pey wî jî kesên weke Uliya Beg, Nasir Beg, Şêr Beg û Zeyneldîn Beg bûn hakim û birêveberên herêma xwe, lê êdî li

DÎROK

35

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Ev ne şertê mêvanperweriyê û xwedîderketina ji mêvanan ye, divê vana rihetiya xwe bistînin, werin û çekên wan komî serhev bikin


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

36

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

Dehan salan anku heya sedsala 17an bi rêya hevkariya mîrên Biradostî herêma Soma li jêr desthilatdariya Osmanîyan bû. Piştî ku şah Ebasê Sefewî yê yekê Osmanî ji Kurdistan û Azerbayîcanê derxistin, Emîrxan çû xizmeta wî û şah jî ji bo domandina desthilatdariya xwe li herêmê rêz û hurmeteke taybetî raberî wî da. Komploya Qizilbaşan

Ger peyman û sozê bidin me ku kela neyên wêran kirin û kesên têde neyên kuştin, em amade ne ku bêne cem we û bi hev re biaxivin. Ger peymanê bidene min ku ez bixwe biçime hizura şah û hinek tişt hene ku bi wî bixwe re li ser xeber bidim, ez amade me ku kelê vala bikim pey wan kes nizane çi bi serê nevî û nevîçirkên wê malbatê hat. Kesên ku navê Biradostiyan zindî hêlan, çend mîrên Kurdan bûn ku Emîrxanê Yekdest an jî Lepzêrîn yê kurê Nasir Begê Biradostî di nava wan de sernas û hêşta jî li çar parçên Kurdistanê wek mêrxas û qehremanekî navekî naskirîye. Hinek kesên weke Emîrxanê Bidlîsî di Şerefnamê da navê wî wek Qeretac didin xuyanîkrin lê mamosta Hejar Mûkriyan dibêje:” dibe ku navê wî Qerexan be û mumkine kurê Nasir Begê Biradostî be...”.

weke hate gotin destekî zêr jêre dane çêkirin û êdî ew wek“Mîrê Pencezêr an jî Lepzêrîn” li her derê hate naskirin. Bi vê re û li pey avakirina dubare a kela Dimdim re mîrên Qizlbaş û Şîi li dijî mîrê Kurd dest bi komplo û fesadiyê li cem şah Ebas kirin. Elbete wan ew hêza xwe ji siyasta şovenîstî a şah û sultanên Sefewî digirtin ku li pey çêkirina kiyaneke bi hêz a siyasî-çandî li Îranê bûn. Reqîbê wan yê sereke Osmanî û wan dixwest di nava dîwarên sinorên desthilatdariya xwe de hem ji hêla etnîk û hem jî ji hêla olî her kes bibe fars û mezhebê Şîitiyê bipejrîne. Bi vê armancê wan li Kurdistanê gelek ferman li dijî Kurdan çêkirin. Di 235 salên temenê impratoriya Sefewîyî de rewşa Kurdan pir xerab bû. Siyaseta asîmîlasyona etnîkî-olî û çandî li pey hatina wan û heta roja îro jî didome. Armanceke herî esasî a çêkirina kela Dimdim û şerê mîrê Kurd li dijî Sefewîyan li dijî wê siyaseta çewt a gûherandina demogirafîya herêmê û helandinê bûye. Siyaseta ku hê jî dimeşe lê Îranî qet têde biser neketine. Eşîretên Kurd, Osmanî û Sefewî Li du hêlên sinorên desthilatdariya du imperatoran eşîretên Kurd hebûn. Di şerê wan yê li dijî hev zirara herî mezin bi ber Kurdan diket û ji bo berjewendiyên xwe ew dianîn hemberî hev. Di rewşeke wiha de ku têkeliyên mîrê Kurd û Qizlbaşan hêdî-hêdî xera dibûn, bi qasî 20000 kes ji eşîreta Celalî ji tirsa Mirad paşayê Osmanî ji bakurê Kurdistanê derketin û awarey aliyê Îranê bûn. Wan ji şah Ebas daxwaza penaberiyê û cihwarê jiyanê kirin. Di wan şertan de şahên Sefewî muhtacî hêzeke wiha mezin bûn ku piştre li dijî dijminê xwe(Osmanîyan) bikar bînin. Kurd di şerê sing bi sing û qadî de pir zîrek bûn. Şah Ebas destûr da ku 10000 kes ji wan li hêrêma desthilatdariya Emîrxanê Lepzêrîn anku di nava eşîreta Biradostî de bêne bi cih kirin. Walîyê Hemedanê Hesenxan Istacilo bi hêzeke mezin çû pêşwaziya eşîreta


Diclepress13@gmail.com

Celalî, lê Emîrxanê Kurd destûreke wiha nepejirand û izin neda ku ew bêne cihwarê jiyana eşîreta wî. Li dijî vê nefermaniyê şah Ebasê yêkê di 26ê meha Şebana sala 1017ê Qemerî ( 05. 12. 1608 zaynî ) de destûr da Êtmad El-Dulê ku bi leşkerekî giran hêrişê bike ser kela Dimdim ku wek navenda hakmiyeta mîrê Kurd cihekî naskirî bû. Di navebra Êtmad El-Dulê û Emîrxan de gelek name û qasid tên û diçin, lê emîr guhê xwe nade wan û ji kelê dernakeve. Doprpêçkirina kela Dimdim

DÎROK

37

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

we meznahî û heysiyeta Emîrxan li ber çav negirtiye ku ew û leşkerên wî tevlîhev û di xîvetekê de bicih kirine. Baştire ku leşkerê wî di nava leşkerê me de bê bicihwar kirin

Cara yekê bi dorpêçkirina kelê re şer biqasî çar mehan germ bûye. Şervanên Kurd di nava dilê şevên tarî de ji kelê derdiketin û derbeyên giran li leşkerê dijmin diweşandin û berê sibê careke din vedigerîn nava kelê. Şerê ku nêzî salekê berdewam bû, fermandarên leşkerê Sefewî sosretgirtî hiştibûn û nedizanî ewqas hêza berxwedana Kurdan ji kû tê û çima!. Xiyanet û dagîrkirina kelê Meh li pey hev derbas dibûn û Kurd li hemberî ewqas leşkerê Sefewîyan rastî şikestê nayên. Şiwira bilind a serleşker, aqilmend û gire-girên Sefewî tê çêkirin û ew wiha dibêjin:” Heya rêya ava kelê neyê girtin, ne mumkine ku Kurd teslîm bibin”. Hingî li dijî mîrê Kurd kesekî xayîn ê binavê Mehmûdê Alekanî çûbû nava leşkerê Sefewîyan û ji wan re wiha gotibû:” ezê rêya girtina kela Dimdim ji were bêjim û hûn jî min nekujin...”. di encamê de serûkaniya avê a li dervey kelê hate dîtin. Av li ser rûniştivanên kelê hate qotkirin. Rewşa nexweş dest pêkiribû û rojên giran li pey hev dihatin û diçûn. Kurdan biqasî 21 rojan ji ber kêmaviyê jiyaneke nexweş derbas kirin. Lê demsala biharê bû û hatina baranê bû sedem ku depo û hewzên avê di nava kelê de tije bibin. Êtmad ElDulê dema ku rewşeke wiha dît fermaneke wiha derxist û belavî her nava leşkerê xwe kir:” Ti kes xwedî wî mafî nîne ku heya dema mirinê eniya şerê li dijî Kurda biterkîne...”. Leşkerê Qizlbaş bi hevkariya hinek Kudên xayîn xwe gehandin jêr dîwarên kelê, lê bi şerê Kurdan re ew kom bi kom dihatin kuştin û birîndarkirin. Şerekî bixwîn di navbera du aliyan de çêbû. Piştî çend mehan Qizlbaşan bi hevkariya Celaliyan karîn birceke kelê dagîr bikin. Topbarana kelê bêrawestan berdewam bû. Birca yek ji kelayên ku Pîrbudaxê Mukrî parastina wê dikir

bi topbarana çendîn rojan re herifî û biser hev de hate xwarê. Kurê Emîrxan û hinek şervanên wî bi hêsîrî ketin destê Qizlbaşan. Kela ketibû rewşeke pir xerab û êdî li ber dagîrkirinê bû. Di rewşeke wiha de fermandarê giştî yê şer Êtmad El-Dulê mir û Mihemed Begê Bîgdilî bû cihgirê wî. Emîrxan bi serleşker û mezinên kelê re dikeve nava şiwirê. Ji hêlekê xiyanet û reva hinek kesan, ji hêla din jî hejmara leşkerê piçekê Sefewî yê bêsinor û têhniyên rijandina xwîna Kurdan bûn sedem ku ew nameyekê ji serleşkerê Sefewî re binivîse û têde wiha dabû diyarki


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

38

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

rin:” Ger peyman û sozê bidin me ku kela neyên wêran kirin û kesên têde neyên kuştin, em amade ne ku bêne cem we û bi hev re biaxivin. Ger peymanê bidene min ku ez bixwe biçime hizura şah û hinek tişt hene ku bi wî bixwe re li ser xeber bidim, ez amade me ku kelê vala bikim...”. Karekî wiha di wê rewşa hesas de tedbîreke siyasî bû ku li pey muzakireyan bigehin lihev hatinekê. Pêşniyareke wiha bû sedema keyfxweşiya Bîgdilî û razîbûna xwe da diyarkirin. Çimkî ew jî êdî ji şerê bi Kurdan re mandî bibûn û xisareke madî û leşkerî a mezin bi ber wan ketibû. Wî di xîveta xwe de bi germî pêşwaziya mîrê Kurd kir û bi awayekî semîmane û dostane pêre dan û standin kir, lê hinek mezinên Qizlbaşan li dijî karekî wiha bûn. Hesenxan Istaclo ku kesekî egoist û dijminê derce yek yê mîrê Kurd bû bi awayekî mekirbazane hate cem Bîgdilî û jêre wiha got:” we meznahî û heysiyeta Emîrxan li ber çav negirtiye ku ew û leşkerên wî tevlîhev û di xîvetekê de bicih kirine. Baştire ku leşkerê wî di nava leşkerê me de bê bicihwar kirin...”. Karekî wiha dihate wateya ji hev veqetandina serokê Kurd û leşkerên wî, Emîrxan zû bi vê rastiyê hesiya. Bîgdilî pêşniya Hesenxan pejirand û tenê Emîrxan û çend kesên nêzî wî di xîveta xwe de hiştin. Ji hêla din jî Ebdalxanê Mûkrî bi mîrê Kurd re li cihekî din û di nava leşkerê Sefewîyan da bû. Li wira jî Ilyas Xelîfe(yek ji kesên nêzî Bîgdilî) li dijî wê ye ku hêza wî tev li derdora wî be. Ew dibîne ku Xan Ebdalxanê Mûkrî û leşkerên wî tev çekdarin û dikeve liv û lebatê ku wan ji hev belav bike. Bi hêceta vê yekê ji xûlamên xwe re dibêje:” Ev ne şertê mêvanperweriyê û xwedîderketina ji mêvanan ye, divê

vana rihetiya xwe bistînin, werin û çekên wan komî serhev bikin.” Xan Evdalxan bi bihîstina van gotinan pêdihese ku hîle an jî komployek li pey van gotinên wiha ye. Ew naxwaze ku çek ji wî û şervanên wî bêne standin û li dijî karekî wiha disekine. Lê Ilyas Xelîfe bi îsrare û heta bi zorê dixwaze çek û silehan ji wan bistîne. Xan Evdalxan di rewşeke wiha de bi şûrekê wî dikuje û hêrişî kesên derdora wî jî dike. Şerê sing bi sing di navbera du aliyan da dest pêkir. Dema ku Emîrxanê Biradostî hay ji dengê çek û şerê du aliyan dibe ew jî li wira dest bi şer dike. Wê rojê her du mîrên Kurd û sedan şervanê qehreman li pey şerekî li hemberî leşkerekî çend hezar kesî di nava xwîna xwe de gevzîn. Ew ji bo hevdîtin û muzakiriyan ji kela Dimdim derketibûn, lê êdî kes ji wan sax nema. Serhildana kela Dimdim berdewam bû û li pey şehadeta rêberê kelê kesên din jî hatin û rêbaza wan domandin. Di beşa pêncan û dawiyê a vê nivîsê de ezê li ser wêrankirina kela Dimdim, mîrên li pey Emîrxan û naveroka beytên ku li ser mêrxas û jinên çeleng ji hêla dengbêjan ve hatine gotin, bisekinim.

Şiwira bilind a serleşker, aqilmend û gire-girên Sefewî tê çêkirin û ew wiha dibêjin:” Heya rêya ava kelê neyê girtin, ne mumkine ku Kurd teslîm bibin


Diclepress13@gmail.com

NAVDARAN

39

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

QEDRÎCAN

YEK JI HELBESTIN WÎ YA HERÎ BI NAV Û DENG GULA SOR E

A: DICLE YUSIF

Qedrîcan an jî Qedrî Can(z. 1911 –

m. 1972), helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew bi navê Abdulqadir Can li Dêrika Çiyayê Mazî(Mêrdîn) di sala 1911’ê da hate cîhanê. Di piçûkahiya xwe de Qedrîcan wek “Qedrî” dihat naskirin. Ji zarokahiya xwe de Qedrîcan pir xwedî şans bû ku bavê wî(ku bi kurtahî wek “Cano” tê naskirin) di zanîna hêjatiya xwendinê bû kurê şand xwendinê. Di dibistanê de ew xwendevanekî pir pêşketî û baş bû, bi taybetî di mijara hejmaran da(matematîk). Piştî dibistana destpêkê, dibistana navîn û bilind “Cano” kurê xwe şand Zanîstana Mamosteyan ya Konyayê. Di wan salan de Qedrîcan welatparêziya xwe hîn xurtir kir û navê xwe xist îsteya dewleta Tirkan ya reş. Ji bo Qedrîcan tenê du çare ma bû: 1) yan mirin 2) yan revandin. Qedrîcan ji Dewleta Tirk, bi riya Antakyayê, reviya çû Sûriyê. Piştî

revînê, ew nema dikaribû vegere welatê xwe, cihê xwe yê zayînê Dêrika Çiyayê Mazî. Bavê xwe “Cano”, ku pir girêdayî hev bubûn, nema didît. Qedrîcan yek ji helbestvanên herî mezin ên gelê Kurd bû û wek bavê helbesta nûjen a Kurdî(helbesta torê ya nû) tê naskirin. Wî bi nivîsoka xwe di zaraveya kurdî ya kurmancî dinîvisand. Yek ji helbest ên wî ya herî bi nav û deng Gula Sor bi destê hozanê gelê Kurd Ciwan Haco hat beste kirin. Lê Qedrîcan ne tenê helbestvan bû, helbestvanî tenê yek ji xebatên wî yên pirhejmarî bû. Navê wî rewşenbîriya xwe tê bîranîn. Ew rewşenbîr, ronakbîr, zana, helbestvan, wergervan û polîtîkavan bû. Qedrî Can li hember qedexe û zorî yên dewleta Sûriyê dersên kurdî dida xwendevanên xwe yên dibistanê. Dema ku mirov li rûpel ên rojname yan kovarên “Hawar”, “Ronahî” û “Roja Nû” binêre, xebat ên Qedrîcan tên dîtin. Dema ku li Konyaye dixwend pir nakokî di nav mêjiyê wî de çêdibin. Jiyaneke bi xirecir li ber çavên wî

ket. Xwest ku xwe binase, li binyada xwe, çand û dîroka xwe vekole. Kete nav lêkolîn û lêgerînên dû dirêj. Dema ku di betlaneya havînê de dihate gund, gelek xort li dora xwe vedihewandin. Ji wan re qala azadiyê û welêt dikir. Keça Qedrî Can, Şêrîn Can ku li Sûriyê bijîşkiyê dikir ji bo bavê xwe dibêje: “Dema ku havinê ew dihate Dêrikê xort didan dûv xwe û li nav rezan diciviyan. Kêlik diçikandin û berik bera wê didan”. Dema ku dewlet bi xesletê Qedrîcan dihese dikeve pey şopa wî. Qedrîcan dinêre ku tevgera Şêx Seîd têk çûye. Çi rewşenbîr û welatparêz hene an têne girtin an jî kuştin. Ew jî dev ji dibistanê berdide, tevî Reşoyê Dêrikî û çend hevalên din biryar didin ku binxet bibin. Li nêzî tixûb Qedrîcan û bavê xwe hev û dû dibînin. Qedrîcan rewşê dibêje û ji bavê xwe re dibêje ku ew dê rojekê welêt rizgar bikin wê çaxê welat dê pir xweş be û ew jî dê vegerin. Bavê wî nikare wî ji bo ku neçe îqna bike. Qedrîcan berê xwe dide Şamê û di nav bilbilên Şadî yên ku her tim li dûrî gulistanê dixwînin û keserkûr


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

40

NAVDARAN

Diclepress13@gmail.com

in de cih digre. Beriya ku wefat bike, gelek name ji lêzimên xwe re şandine. Gotiye min pir bêriya welêt kiriye û ez dê rojekê vegerim. Lê mixabin ev xwesteka wî bi cih ne hatiye. Helbestvaniya wî: Em dikarin bibêjin ku Qedrîcan pêşengê helbestvani ya Kurdî ya pêşeroj a ku bê cêwî û bêbersiv hatiye nivîsin e. Li gorî wê heyamê şiîrên ku nivîsîne gelekî bedew, pêşketî û nûjen in. Em dikarin şiîrên wî bidine ber ên şaîrên wê heyamê yên hemden. Gula Sor Gula sor Hil bû jor, Bîn da dor, Gula sor... Gula sor Em lê dor Bicivin Bîn bikin Dor bi dor

Dema ku dewlet bi xesletê Qedrîcan dihese dikeve pey şopa wî. Qedrîcan dinêre ku tevgera Şêx Seîd têk çûye. Çi rewşenbîr û welatparêz hene an têne girtin an jî kuştin. Ew jî dev ji dibistanê berdide, tevî Reşoyê Dêrikî û çend hevalên din biryar didin ku binxet bibin

Lihevhatîbûn tor a helbest a nû ye. Hem drûv û hem jî naverok nû ye. Sor hem rengek ku Kurd jê hez dikin e, hem jî ala sosyalîzmê bi bîr tîne. Weke remzekê ye. Qedrîcan lewma ew bikar aniye. Di vê şîîrê de ramana înternasyonalîzmê heye. Helbestvan, di wê baweriyê de ye ku rojekê gula sor dê li hemû cîhanê were hejandin. Begê Axirzeman Dostê min...! Dijminê postê min... Ew zenbila tu pê hatî, Nema datê ji ezman Benê wê riziya


Diclepress13@gmail.com

Li nava rê qetiya “ket... Weke ku dixuye bêhna lîvbaziyê ji şiîra wî difure. Hemdemê wî Mayakovskî û Nazim Hikmet jî şiîrê bi vî awayî nivîsîne. Di helbestên xwe de hiciv bi kar aniye. Bîr û baweriyên batil bi şêweyeke zimanşêrîn rexne kirine. Nemrûdê biçûk Me bi agir ditirsîne, Pif.... meşka vala Ey kevnare yê sala Baweriya dilê me Ji îmana Ibrahîm bêtire Ne kêmtire... Ku mirov li tevahiya vê şiîrê dinere bîr û baweriyeke ku bi hindik ronakbîr û nivîskarên wê demê re hebû li nik Qedrîcan tête dîtin. Kifşe ku wî hêj wê demê berhemên klasik ên sosyalîstan xwedine û rewa kirine. Li gorî min ji hêla bîr û baweriyê ve

NAVDARAN

41

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Qedrîcan di rêya kovarên wê demê Qedrîcan çûyina xwe ya ber bi ronide(Hewar, Ronahî, Roja nû) bi serê yê, ronibûna mêjiyê xwe, têgihiştina xwe ekolek e. Ew û Cegerxwîn nêzîkî xwe weha vedibêje: hev in, lê ji aliyê kûrahiyê û ji aliyê şekl ve ji hev cihê ne. Di şiîra CegerxEw perdeya reş û tarî, wîn de hin caran bîhna tesewûfê tê. Ku ji şevên reş diyarî Sala 1957’an ji bo komcivîna xortên Min ji rûyê xwe kişand navneteweyî bi keştiyê diçe MosLi ber çavên xwe çirand avît... kowayê. Piştî vê çûyine dîtina wî ya civakî hîn xwurttir bû. Di vê demê de Pexşana wî: şiîra Ez Diçim Mosko nivîsiye. Nivîsarên wî yên pexşanî bêtir di Ez diçim mosko derbarê rabirdûyê de ne. Hişê wî Siwarê geştê bûm pir xwurt e. Zarokatî weke şerîda Teva pêncsed hevalî sînemê tê ber çavê wî. Her yek ji wan ji min bêtir Di pexşanên wî de dilînî û hestekî Bi hayacan tenik heye. Ev nivîskar çîrok in lê Hinek ji wan ereb in bêhtirîn dikevin beşê bîranînê. Hinek ji çerkes, kurd û ermen în... Pexşana ku bi ser navê “Sondî ê di Lê hemû yek ziman û yek dil in, hejmara Hawarê ya 35”an de hatiye Zimanê dostanî, aşîtî... weşandin, nivîskar rojên şagirtiyê bi Weke bira diçin Mosko... bîr tîne. Di tevahiye nivîsarê de bêriya welêt û jiyana wir, toreyên berê Ev helbest a ku gelek dûvdirêj e hatine reşandin. Heçku bi ax û keser dilîniyên helbestvanî û ûtopiya wî hatiye nivîsîn. tîne zimên. Pexşana ku navê wê Guneh e, jî di


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

42

NAVDARAN

Diclepress13@gmail.com

Qedîrcan demekê di dibistanên osmanî û tirkan de xwendiye lê bandora vê rewşê di nivîsarên wî de naxuye. Bêhtirîn devokê Mêrdînê bi kar aniye. Belê ku hûrik hûrik nivîsarên wî bêne dahûrandin, dê bixuye ku wî zimanê tevahiya Kurdistanê vekoliye, guhdarî kiriye an jî bihîstiye. Mînak di cihekî de peyva “nola” bikar aniye. Ev peyv li hêrêma ku Qedîrcan zarokatiya xwe lê derbas kiriye tuneye. Bêhtir li Riha û deverine din tê bikaranîn peyva “wusa” her çiqas li herêma wî tune be jî di şiîra wî de heye. Di şiîrê de ziman rast û rê bi kar aniye. Zêde cih nedaye remzeyan. Lê dirûvandinên wî xwurt in. Mînak: “Bi agirê dilê zahîdekî diçe heca... Ez diçim Mosko”

derbarê rojên şagirtiyê de ye. Hinek kevneşopên beradayî bi ziman û şeweyekî wêjeyî rexne dike. Rojên Derbasbûyî di 52êmîn hejmara Hewarê de hatiye weşandin. Ev nivîsar jî yek ji wan ên ku Qedîrcan jiyana xwe ya li Başûrê biçûk û Şamê vegotiye ye. Di nivîsarên bi vî rengî de Qedîrcan xweşikayiyên vê deverê û yên welêt dide ber hev. Zozan, çem, bihar û heşinayên welêt qet ji bîra nivîskar dernakevin. Ew dilê ku van nivîs û şiîran dinivîse her dem kelogirî, çav bi hêstir û ko-

Ev daneberheveke xwurt e. Gelek peyvên ku îro li ber windabûnê ne, di pexşan û şiîrên wî de hene. Mînak: “Hevalan, hetanî em ji hev wenda bûn destên xwe ji min re kil dikirin”. Di vê hevoka jêrîn a ku di çîroka wî ya bi navê “Rojên Derbasbûyî“ de cih digre de, peyva “kilkirin” dibuhure. Ev peyv îro jî heye. Lê bêhtir ji bo meşk hejandinê an jî zarok hejandvan e. Mirovên ku wan dixwîne jî inê tê bikaranîn. Di wateya jorîn de niha zêde naye bi kar anîn. Bêjeya heman rewşê dijî. “dest kilkirin” bikaranîneke ciwan e. Zimanê wî yê hunerê: Çavkanî: Wek hemû ekola Hawarê zimanê Qedrîcan jî çi di şiîre de çi di pexşanê Tarîxa edebiyata Kurdî, Q. Kurd de be, zimanekî xwerû û gelêrî ye. Hawar, kovar 1932 Can, keça Qedrî Can Ji xwe wê demê pişavtina bi zorê û Şêrîn Şêrko Can, neviyê Qedrî Can(kurê ya pir bi rêk û pêk tunebû. Hinek Şêrîn Can) polîtîkayên A. Hamîd ê ku sultanê Nivîskar û amadekarê pêşî yê vê goosmanî bû hebûn, lê nedikariya zar- tarê: Hasan Kaya oyên kurdan weke îro ji giyanê wan Rastkirin û guhartinên rêzmanî: dûr bikin. Şêrko Can


Diclepress13@gmail.com

LÊKOLÎN

43

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

GIRINGIYA DÎROK Û ŞÛNWARÊN ÊZDIYAN YÊN LI HERÊMA HESENKÊFÊ

KEMAL TOLAN Xwandevanên hêja ! Ez timî dibêjim, ez van gotar-lêkolînan bitenê û li goriya zanîna xwe dinivisînim. Hêvîdarim ev neyê wê mahnê ku ez dixwazim xwe ji wan hêjayan yên ku li ser van babetan nivîsandine û ji we birêzan zanetir bidime xwanê. Lê ez li goriya zanîna xwe dibêjim, min ne beradayî navê kitêba xwe ya yekemîn daniye „Hebûn Tûnabûna Êzdiyan tev Romanên Zindîne“(1) û hêjî di lêkolînên xwe de dibêjim „Êzdiyatî haveynê mirovatiya mezopotamiya ye û bi taybetî ji xizna nasnama gelê Kurd e(2) û Êm kurd tev mina sêvên ji darekê ne (3)“. Keremkin werin em birênen li berdewama -Giringiya dîrok û şûnwarên Êzdiyan yên li herêma Hesenkêfê II3- EM BIRÊNÊN LI REWŞA ÊŞÎRA “ÇILKÎ (çêlkî-k.t.) Û BECNEWΓ Min di gotara xwe yekê de jî gotiye ku dîroknivîsê me Kurdayî navdar, mîr Şerefxanê hukumdarê Bedlîsê (yê sala 1597 an), di pirtûka xwe ye „Şerefname“ yê de bahsa hinek eşîrên li derdora Heskîfê-Hesenkêfê dike û dibêje: “Sêzde eşiret û qebîleyên giring li navçeya Hesenkêfê hene: Aştî, Mihalbî, Mihranî, Becnewî, Şeqaqî, Îsturkî, Kurdlî Mezin, Kurdlî Piçuk, Reşan, Kişkî, Çilkî, Xendeqî, Suhanî û Bidyan(4:191). Seydayê Cîgerxwîn jî li ser nasandina Bacinê weha

dibêje: „Di çaxê Mîr Şerefê Cizîrî de dijminahî kete navbera Mîr Huseynê Bacinî û Mîr Şeref û Melik Xelîl, bavê mîr Huseyn, mîr Mihemed û diwazde kurên wî kuştin... Çawa Qizilbaş ketin Kurdistanê, Becnewî bûne hevalbendên wan û di keleha Heskîfê de asê bûn. Çawa ji vir tê xuyakirin, hindama Torê di destê Bacinî(Becnewî)yan de bû…. Ewên, ko bi serpêhatiyên Becnewîyan agadarin dibêjin: Bext û Becin û bacin birayên hev bûn û di Cizîra Bota de bûn(Raste ev gotinên Şerefxan en.Birênen li çavk.4 rûpel:196 k.t.). Lê li hev nekirin û Becin ji Cizîrê derket û hate Heskîfê. Eyûbîyan Heskîfe kele ij Becnewîyan sitandine.“(Berdewam di çavk.5 rûpel:198-199 de ye). Seydayê Cîgerxwîn berdewam dike û dibêje: „Becin(Bacin), êşîreke Kurde, li Torê hetta îro jî rûnîştîne û meriv ji wan re dibêjin Êzîdiyên Bacinê. Bacin bi xwe şikeftin û wêran bajarek hîna heye, ko jêre dibêjin Becnexwêr, di nav êşîra Hevrika de ye û bê gumane, ku Becnewêr, bajarê Becna, Becnewiya ye û Mihemed Emîn Zekî Beg, wezîrê navdar dibêje, Becnewî, Becnawe, Basinawe. Lê, bi rastî BACINE. Ji ber ku gundên bi „ba“ gelek di hindama Heskîfê de peyda dibin. Bagas, Balan, Batûş, Basyat, Bacin.“(5:rûpel:198-199) Kekê Ebdullah Varlî jî dibêje, „Pur dîrokzanan gotine; eva navê Becinan di para da li bal dîrokzanên Ereban bûye Beşina-Beşnewîyan, îro li bal kurdne dumilî, peyva c-ç ya li bal Kurdne Behdînî, ş-j, di şûna hev da têne xebatê. Wekî, Çûn=Şûn tê gotine….“(berdewam di 6:74-76). “Qirîna misilmanan di van gavan (sala 631 k.t) da xurî di Welatê kurdne Cunukî da buye. Di wê gavê da Ereban ji wan ra Bacinan di gotin. Paşê eva nava bi hinek guhurandinan bûye (Bejnewî-Beşnewî- Becnewî)...” (6:88-89). “Beşnewîyan di sala 983 da fermanrewanîya bajarê bi navê Finîk-Finik-Fafa-Îlfafan bûne. Evan Beşnewîyan di jîna Kurdne bi nav Buxtî da şûneke mezin hildane… “(6:337) “Gava Emîr Ebûnasir Hesen di sala 1131 de buye serokê Finîkê, îdî di binê ala xwe de xebatê dike, destên hemîşk kesen ji fermana Welat bide birîne û lingên wan pêpeskirina welat bide berdan. Evî serokî di cara yekem da hemî Beşnewî dibinê ala xwe da daye civandin , Xeldî(birêne li çav.:3-4 k.t) û Boxtîyan jî tivêk(tifaq k.t) bi vî ra danîne…”(6:339)


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

44

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

ku di rûpel: 73 an de hatine kifşkirin) birênin. Û dema nêrîneke we ye dinê hebe, ji kerema xwe re me jî agehdarbikin. Bi dîtina min, ev gotin û nêrîna di kitêba seydayê Cîgerxwîn û ya rêzdar Ebdullah Varlî de gelekî balkêşin. Ez dixwazim li virê li bibêjime, rêzdar kekê Ebdullah Varlî gelek spas ji bo we û van lêkolînên we yen balkêş. Bila rahma Xwedê li seydayê Cîgerxwîn be û ez wî bi hurmet bibîrtînim. Vêca ez li virê cardinê bangî çiqas pispor û dîrokzanên me Kurdan dikim û lavedikim ku hûn jî dîrok û giringiya van gotinên navên şûnwar, êl û êşîrên me ye kevn, ji me xwandevanan re şîrove bikin. DI VÊ NAVÊ RE WERIN EM BIRÊNEN, KA EW NETEW ANJÎ KESÊN KU GOTINE Û HÊJÎ DIBÊJIN „KURD JI CINANE„ KÎNE?

Gelek kesên ji herêma Heskîfê jî dizanin, navê gundek/bajarekî li raserî bajarê Hesenkêfê jê Reşî ye û ev gunda vêga hêjî heye “Di sala 1401 da Têmûr ferman dike ku duza Finîkê hilşîne. Dema eva duza hatîye kavil kirinê, îdî binamala mezin jî ji Finîkê hatine Cizîr ê …”(6:342) Şerefxan jî dibêje,“Nahiya Finikê aîdê van herçar eşîretên kudan e: Becnewî, Şeqaqî, Mîran û Goyî.” (5 :188) Kesên li ser vî babetî hêjî ku şik didil û mêjuyên wan de hene, hêvîdarim hûn karibin li kitêba seydayê Cîgerxwîn(rûpel:193-200)û li tevaya kitêba kekê Ebdullah Varlî(rûp.:60-102 û bi taybetî jî li wan çavkanîyên

Ji xwe seydayê Cîgerxwîn bersiva vê pirsê daye û egotiye, “Ewê, ko dibêjin Kurd ji cinane agehdariyên xwe bi çewtî guhaztine“.(5:198-199). Her weha dibînim, rêzdar Ebdullah Varlî jî li ser vî babetî lêkolîn kiriye û dibêje,“Ewan komalne Samîne ku ji wan re Ereb dibêjin; Kurd komelekî ji cinanin…. Evan Kurdê ku Ereban ji wan ra cin gotine ji Nînova yê heya zerya sipî di quntara çîyan da dijîtin…“(6:73) “Cuhûyan ji bona Kurdan re çê kirine ne ji bona rastiyê ye, ji hêrsa bi nav û nûçikan li pey Kurdan ketine. Cuhûyan navê Kurdan di wan gavan da Mad, Gûdî, Sirtî, Xeldî, Gûrattîtî û Cingatî zanî bûne û di purtûkê xweyê pîroz da jî nivîsîne. Şixa Cuhûyan eva doza hanê heya denekî pêşva birine û paşê Ereban ji wan sitandine, îdî ji xwe ra xemilandine“...( berdewam di 6:74-76). Ez jî weke ku di lêkolînan de xwanê dibe û dibêjim, me Kurd/Êzdî an tûcarî ne gotiye,“em ji cinikan e“. Ez jî timî dibêjim û gelek ji we xwandevan jî dizanin ku di Kurdîstanê de jiyana me Êzdiyan, ji jiyana gel û olên dinê pir cûda bû. Piraniya dîroknasên di nava desthilhildariya dagirkerên welatê me de rewş û dîroka me bi hemda xwe nerast û ne objektiv dane xwanê. Neheqî û bêbextiya gelek dîroknasan ewe ku ewan di berhem, dokument û şîrovên xwe de li goriya berjivendî û nêrînên hukumdaran bahsa dîrok û kevneşopên me Êzdiyan kirine. Ji xwe ji ber van çewtîtiyên dîrokê ye hêjî„qanûnên“ dewlatên dagirker û baweriyên nijadperestan bi hevre nahêlin şopa netew û çande(kevneşopên) me Kurden resen


Diclepress13@gmail.com

bêne xwedîkirin. Bi dîtina min lewma seydayê Cîgerxwîn jî gotiye,“Ewê, ko dibêjin Kurd ji cinane agehdariyên xwe bi çewtî guhaztine.“(5:198-199) Em Êzdî înkar nakin û em vêga hêjî weke bapîrên xwe dibêjin, cinik li gelek deveran hene û em ji keremet û surrên cinikan bawerdikin. Keremkin ezê niha çend nêrînan ji nava zargotina me Êzdiyan yen hêjî li ser vî babetî zindî têne gotin, pêşkêşî we hêjayan bikim. Kesên ku di vê dema me de bi nasandina Êzdiyatî ve elaqe bûne, ew jî xizmetkarên li ber Mala Şêx Adî yên di rêza bilind dene nasdikin. Bê guman yek ji wan ruhaniyan jê jî Feqîr Hecî Şemo ye. Feqîr Hecî Şemo, eva çil û şeş salî li LALIŞÊ li ber mala Şêx Adî xizmetê dike. Ewî jî li ser vî babetê ku cin vêga hêjî li Lalişê hene weha dibêje: “Bila baweriya we bê, carekê ez bi bavê xwe re li nav mala Şêx Adî de bûm û min bi guhê xwe bihîst ku cin dihatin li mala Şêx Adî ziyaret dibun. Hinga ez û bavê xwe çune ciyê ku cin lê disekinin, bavê min bi dengê xwe bankire cina û got: “Ya serî cin, Ya kewkebî cin, Ya cinî cin, Ya cin talî cin, Ya hûrî cin, Ya turî cin, Ya tûmarî cin… “ û bi Xwedê min bihîst li derdora me bu çîw çîwa wan. Bavê min gote min:” Deng wan tê te Hecî?” - Min go, erê welle bavo, va dengê wan xweş tê min jî.“(7) Li gorî urf û edatên di nava civaka me Êzdiyan de, cinikên ku meriv şiklê wan nabîne hêjî li gelek deveran hene. Lewma jî zargotina me dibêje, ji bo ku jin di ber çêbûna zarokê de bi tirsa wan cinikan nekeve anjî cinik neyên rihê zaroka wê ji xwe re nebin ne guhêzin, surra cinika negîje dê û zarokê, pîrikê werîsek li der dora ciyê(livîna) jina ku zarok jê re çêdbû dipêça, devgur û dasek(kêrek whd...) jî heta sê rojan li ber serê wê datanî. Carnan gava astengî di ber çêbûna zarokê de derdiketin, pîrikê digot:“sîleh(çek-tiving)ekê berdin, bila cin ji vê derê herin“. Dîsa ji ber tirsa cinikan, diya zarokê heta ku çilroja zarokê ne diqediya, gava avek jî vexwara gereke ewê derzî anjî şujinek bixista nav tasa ava xwe. Wexta ku di

LÊKOLÎN

45

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Xwedê tenê pê dizane, bê ka kengî dagirkerker hatine ketine nava welatê me, bav-kalên me çendcaran qerkirine, bi darê zorê ji hevûdinê qetandine, çend hezar Kurdên ku bac û alîkarî nedane wan kuştine, mecbûrî koça kirine û ew birine li herêmên cûde çilêxanê zarokê de, dayîkeke dinê bi welidiya, gereke dayikên zarokan derziyên xwe yên durûnê bi hevûdinê biguhastina. Li gorî baweriya civakê, gava zarokeke kêm aqilbu, dereng xeberbida û birêve biçuya digotin:“Cinikan ev zarok guhastiye“. Lewma jî zarok dibirin li ser rê datanî ne pêşiya garana dewara. Zarok dibirin li serê heft riya dixistine nava sîtilekê. Zarok dixistine nava kurtanê karê de radizandin û hwd...


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

46

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

Di nava zargotina gundiyên Bacinê û tevaya Êzdiyan de gelek serpêkhatî û buyer li ser hebûna cîh û bayê/surra cinikan hene û ez nikarim tevan li virê de bidime xwanê

Dûre zarokê xeberdida anjî birêve diçu. Di zargotina gundiyên Bacinê de jî xwanê dibe ku di nava gundê Bacinê de gelek ciyê cinikan hebûn û hêjî li van deveran hene: 1. Xirbê Hûrîka 2. Baxîtan 3. Çahla Şehîn 4. Çahla Kund 5. Şikefta Nahûsa

6. Şêkefta Mala Şêxo 7. û whd... Hemû jin û mêrên Bacinî vêga hêjî dibêjin, bav û bapîrên me timî ji mere qaldikirin û digotin, me gelek caran cin li nava wan xirbê xirabe(kavilin) ku li raserî Bacinê de dîtine. Ji xwe dema em jî li der û dora van ciyên me bahskiriye bigeriyana û ku tiştekî ji hesin/demir çêkirî anjî yê agir jê diçû-ronayî bida bi me re tûnebûna, cinik derdiketin ser ruyê erdê xwe şanî me didan. Ji ber vê tirsa cinikan wexta em diçûne nava van deverên em binavdikin, me eşiyayê ku cinik ji wan ditirsiyan bixwere dibirin û me ne dihîşt zarokên me bitenê herine van deveran. Cinik gelekî ji hesin, kuçik(se)an û agir ditirsin. Ji xeynî van ciyê cinikan jî gelek Zîyaretên pîroz li derdora Bacinê hene 1. Ziyareta Mîravê, 2. Ziyareta Şêra Laliş 3. Ziyareta Tayêk 4. Ziyareta Şêx Ahmed 5. û hwd. Weke ez dibînim, di nava zargotina gundiyên Bacinê û tevaya Êzdiyan de gelek serpêkhatî û buyer li ser hebûna cîh û bayê/surra cinikan hene û ez nikarim tevan li virê de bidime xwanê. Bi dîtina min, ji ber ku Êzdiyan û bi taybetî jî Ezdiyên li devera Torê timî di nav zargotina xwe ye berê de jî weha biserbilindî bahsa hebûna gelek ciyên cinikan yên di nav û herêma Bacinê de hebûne kirine û gelek serpêkhatiyên li ber bayê Cinikan jiyane û belakirine, lewma dujminê dînê Kurdan yê resen ku Êzdiyatiye û dagirkerên welatê me gotinê„Kurd ji cinane„ Wekî dinê jî, dema ez li goriya zimanzanîna xwe vê gotina Bacin`ê şîrove bikim, ezê bêjim Bacin: Devera cin û bayê(surra-tirsa) cina lê heyî re tê gotin. Li virê jî dîsa ji pispor û zimanzanên Kurdan lavedikim ku hûn giringiya van gelek gotinên weha xwurî Kurdî yên ku hêjî di nava zargotina me Êzdiyan de têne bikaranîn, ji me xwandevanan re şîrove bikin ! CIH U WAREN « ÇILKÎ » (ÇÊLKI-K.T.)Û « BECNEWÎ »YAN... Li goriya zargotina me, ÇILKÎ(anjî çêlkî-k.t.) ji du heremên Êzîdiyên Torê re tê gotin: 1- Êzîdiyên Torê/Çêlkî. 2 - Êzîdiyên Çolî(Deşta Qûlika- anjî Êzîdiyên Qelaçê Da-


Diclepress13@gmail.com

sika). ÊZÎDIYÊN LI TORÊ: Êzîdiyên vê heremê li derûdora Mêrdînê, li Midyadê û Kercewsê diman. Warên Êzîdiyên li Torê: Êzîdiyên li Torê, di navbera van gundan de dijiyan: Gava ku mirov ji gundê Bacinê derkeve ber bi rojhilat ve biçe gundê Quzrê, Xêrbê Pêbinêrê, Bizê, Badibê, Kîwexê û ji vir jî cardinê were Bacinê.

LÊKOLÎN

47

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Her weha gelek xeman dixum û dibêjim, gelo di bin vî navê Reşan(Reşî, Reşa, Rişan, Risî, Reşiya, Reşikî, Rişvan û hwd.) de tenê êşîrek hebuye an evjî weke navê „Xaltî(3)“ konfederasyoneke Kurdî ye?

Cîh û warê Bacinê: Di zargotina gundiyên Bacinê de tê gotin ku„Bacin gundek ji gundên Torê ye û li basşûrrojhilatê bajarê Midyadê dikeve. Ev herdo cih 6-7 km ji hev dûr in.”(8) “Vêga hêjî li raserî gundê Bacinê kavil û xirbeyên Kelekê hene û seydayê Cîgerxwîn ji van kavila re gotiye:“ Becnexwêr”. Me didît gelek caran kesên ku li zêr û tiştên kevnar geriyan, dihatin binê van kavilên Kelê dikolan. Lê, kes ji me Baciniyan nizanen bê ew diz kîbûne?. Xwedê tenê pêdizane, bê ka kî di van kavilan û Keleyê de hukumdarî kiriye?”(8) Gundên cîranê Bacinê ev in: “Nihil(rojava -3 km), Barmus (başûr - 3 km), Koçan(rojhilat-5km), Mizîzex (bakurrojhilat - 6 km) û Kerşaf (bakurrojava -7 km)”(8). Navên hinek bavikên Êzdiyan yên ku li gundê Bacinê diman û niha jî hene ev in: Di zargotina Baciniyan de tê gotin, kes nizane ka rûnniştvanên Bacinê yên kevn ku bavikê Dermoka, Ozmanan û Zêdê yan e kengî ketine gundê Bacinê avakirine. Lê, xweya ye ku sê birayê binavê Heyno, Botu û Musur ji ber kuştina mêrekî neçar mane ji herêma Serhedê derkevin û hatine xwe avîtine ber bextê mîrê Mihelmiya yê ku hingê li hêrêma Torê bi nav û dengbûye. Bi destûra Mîr ev her sê biran jî di gundê Bacinê de bicîhbûne. Ji xeynî van jî Nasirkî, Bahcolî, Mala Teyêr, Dekşorî,

Zeynikî(Zeyna), Şeroka, Çomerka (wêga kesên Êzîdi ne mane), Şivqetî, Simoka, Salîhkan, Hewêrkî (eşîreke Kurdi ye ne tenê Êzîdi ne her wisa Xaçparêz û Musilman jî hene), Botî û w.d. Hinek navên gundên Êzdiyan ku li Torê hebûn evin: Bacin ... Kefnas ... Taqa ... Sifelî Baqîk ... Kîwex ... Xeraba ... Badib Bizê ... Koçan ... Xirbê Bênêrê ... Bizênka Cefan ... Mizîzexê ... Xirbê Hûrîka ... Bizêziyê


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

48

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

Cixsan ... Nemîrdan ... Xirbê Reş ... Qûbanê Dêrwan ... Qûbika ... Xirbê Xelo ... Hevindeka Kasiya ... Qudbê ... Yucan ... Gozikê Ji bo ev navên gundên Êzîdiyan yên bi Kurdî, ji vir û weha de jî bêne kufşkirin û wenda nebin, min navên gundan yên bi Tirkî ne nivîsandiye. ÊZDIYEN ÇOLÎ (Deşta Qulika- anji Êzdiyen li qelaçê Dasika) Ev Êzdiyên Çolî li derûdora Cizîrê, Silopî û heta van demên dawî jî li derûdora Nûsaybînê diman. Warên Êzdiyên li Çolê: Gava mirov li ser sînorê Tirk û Suriyê; ji gundê Hacîlo derkeve here Şamaxê, ji vir here Geliyê Pîra (Mezrê), ji vir here Rebena Bagilş (Kîwexê), ji vir here Bahminê, ji vir here Ewşê hete Badîbê, ji vir jî here Bîrgurya û Bagokê, here Qesra Belek û cardin vegere were Hacîlo. Ev hereman warên Êzdiyên Qulika bûn. Navên hinek êşîrên Êzdiyên Qûlikan ku hêjî hene wehan e: Şêxê Berhokê, Bahcolî, Kelikan (Behminmî, Êvşî, Mihokî, Kîwexî), Dasikan (Berê li bîstûşeş gundan hebûn û pîrê wan ji binemala Pîr Eli ye), Hewêrî (eşîreke Kurdi ye, ne tenê Êzîdi her wisa Xaçparêz û Musilman jî hene), Seydokî û.w.d. Navên hinek gundên Êzîdiyên ku li herêma Çoliyan hebûn evin: Ahcîlo ...Geliyê Kelê ... Mitwana Jor ... Şahrata Bamil ... Geliyê Pîra ... Mitwana Xwar ... Şekrîn Baqurdan ... Geliyê Sora ... Pelaşû ... Şemqî Bazar ... Hebnat ... Pûlme ... Şûşaniya (Ewta) jorîn Berhok ... Kemîna ... Qesira Belek ... Şûşaniya (Ewta) xarîn Bêzdana ... Kengelok ... Qubika ... Tilê (Ziwing) Birguriya ... Kirşê ... Qulika ... Xanika Şêxan Dîrpû ... Kunar ... Sêlwan ... Xastû Efsê ... Mezrê ... Sêwilîtik ... Xirbê Cinatê Êlîn ... Mezrêya Rebena ... Spîwaniya Gelî ... Xirbê Remê Evşê(Avşîn) ... Mişawil ... Tellê ... Xirbik Fisqîn ... Temeling ... Zirîqa

Gava mirov li ser sînorê Tirk û Suriyê; ji gundê Hacîlo derkeve here Şamaxê, ji vir here Geliyê Pîra (Mezrê), ji vir here Rebena Bagilş (Kîwexê), ji vir here Bahminê, ji vir here Ewşê hete Badîbê, ji vir jî here Bîrgurya û Bagokê, here Qesra Belek û cardin vegere were Hacîlo. Ev hereman warên Êzdiyên Qulika bûn 4 - EM BIRÊNÊN LI REWŞA ÊZDIYÊN JI ÊŞÎRA „REŞAN“(REŞÎ) Weke ku min di kitêba xwe yekemîn(1:37) de daye xwanê û em di gelek kitêbên dîrokî da jî dibînin, ev navê „Reşan“(reşî) li gelek heremên Kurdîstanê û li nava gelek welatên cînarên Kurdan de xwanê dike. Li goriya agehdariyên min binemalên ji Reşan(Reşî, Reşa, Rişan, Risî, Reşiya, Reşikî, Rişvan,Reşu û hwd.) li nav herêma êşîra Xendeqiyan, Anqosiyan, Dawûdiyan(li der dora çemê Reşa), Mastekiyan, Deniyan, Serhedê, Êzdîyên li nav herêma Kurdîstana azad û Kurdên Anatoliyan Navîn de jiyane. Gelek jê wan vêga hêjî di nava van herêm û êşîrên min binavkirene de li Ermenîstan, Gurcîstan, Îraqa Federal (li gorî gotina Feqîr Hecî Şemo, “piraniya binemalên feqîrên Êzdiyan yen li herêma Kurdîstanê de dijîn ji êşîra reşa ne“-7)û li Almaniya yê de weke Êzdi dimînin. Gelek kesên ji herêma Heskîfê jî dizanin, navê gundek/ bajarekî li raserî bajarê Hesenkêfê jê Reşî ye û ev gunda vêga hêjî heye. Tê bîra min, çewa me Şimziya hingê zadê xwe dibir li Heskîfê difirot, wusa jî van gundiyên Reşiyan berhemên xwe yên ji nava rezan(tirrî, mewîj, hejîr, guvîj û hwd...) dianîn linava gundên me diforotin anjî bi zad diguhastin. Ji xeynî nivîskarên http://www.xelkedondurma.com ê(10) yen birêz, kekê Şoreş Reşî jî dibêje, „Murat ê III în ferman ji bo Kurdên hîro li Anadolê di sala 1578’an de derxist û ev 1691 û 1705’an şandin Raqqa yê. Reşî di sala 1697 an, Canbeg di sala 1715 an de vegerîn Anatoliya Navîn. Hîro li Ankara, Qonya, Kirşehîr, Aksaray, Kayserî, Sivasê nêzikî du mîlyon Kurd hene.”(11)


Diclepress13@gmail.com

LÊKOLÎN

49

Dema ez di sala 1975 de di çume perwerda dibistana serrete, hingê jî di nava zargotina Êzdiyên Wêranşehîrê de dihate gitin, malbatên ji êşîra Suhanî yan di wextekî de li der dora çemê Reşan yê ku di herêma qeza Çinar/Amedê de ye bitevî êşîrên dawidî, anqosî û reşiyan dijiyan. Ji virê jî hatine herêma qeza Wêranşehîrê û livirê gundekî bi navê suhaniya avakirine. Ji Wêranşehîrê jî barkirne çûne nava Kurdên syriyê û vêga hêjî li nava Êzdiyên Syriyê de suhanî gelek hene. Ji xwe ancax Xwedê tenê pê dizane, bê ka kengî dagirkerker hatine ketine nava welatê me, bav-kalên me çendcaran qerkirine, bi darê zorê ji hevûdinê qetandine, çend hezar Kurdên ku bac û alîkarî nedane wan kuştine, mecbûrî koça kirine û ew birine li herêmên cûde ku ji êl û êşîrên wan gelekî dûr de ji bona berjivendiyên xwe bicîh kirine. Weke min li jorê jî got, raste bi dehan nivîskar, rewşenbîr, dîrokzanên xerîb û me Kurdan jî li ser dagerkirina welatê me, belabûn û asîmlebûna miltê me nivîsandine. Û nabêjim, di gotar û lêkolînên min de jî kêmasî tûne ne. Ez bawerim çi roja ku fersenda pispor, zane, ulimdar, lêkolînvan û ramanvanên me Kurdan hebe û ew bikaribên li nav dezgeh, sazî û rêxistinên Kurdîsatnî de azad lêkolînan bikin, evê tê bigihêjin ka Kurd/Êzdî kîne.

Bi dîtina min, her çiqas Şerefxanê Bedlîsî di Şerefname de bahsa eşîra “Reşan(4:191)“, „Reşikî(4:158)“ kiriye û Pîr Xetîp dibêje: “eşîra Reşkan jî mirîdê me ne. (9)”jî, hîna ne zelale ka dîroka „Reşan“(Reşî, Reşa, Rişan, Risî, Reşiya, Reşikî, Rişvan û hwd...) çewa û ji kurê dest pêkiriye? Her weha gelek xeman dixum û dibêjim, gelo di bin vî navê Reşan(Reşî, Reşa, Rişan, Risî, Reşiya, Reşikî, Rişvan û hwd...) de tenê êşîrek hebuye an evjî weke navê Çavkanî: „Xaltî(3)“ konfederasyoneke Kurdî 1- Kemal Tolan, Kitêba “Hebûn û ye? Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên 5 - EM BIRÊNÊN LI REWŞA ÊZDI- Zindî ne”- Sala 2000, ji Weşanên DENGÊ Êzdiyan.Rûpel:36-68. YÊN JI ÊŞÎRA SUHANÎ

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

2 û 3- Birênen li http://www.penkurd.org/gotarê endaman û gelek malperên me Kurda ye dinê de hatine weşandin. 4- Şerefxanê Bedlîsî, ŞEREFNAME (berî çarsed salan di 14.8.1597 de temam kiriye k.t.)-Tarixa Kurdistanê ya kevn- Zîya Avci, Apec çapa yekema kormancî 1998 Swêd. 5- Cîgerxwîn, Tarîxa Kurdîstan1,Stockholm 1985. Weşanên Roja Nû. 6- Ebdullah Memê Mehmed(Hoko) Xanî Varlî, Dîroka Dugelên Kurdan 600-1500. 1997/Îstanbul. Hoşka weşan û lêkolîna Sîpan- Spas ji bona birayê Aydîn Akay, ewî ev kitêba pêşkêşî min kir. 7- Feqîr Hecî Şemo(eva çil û şeş sala Xizmetkarê ber mala Şêx Adiye) Birêne li Kassetê ku min û kek Sedik Düzgün di 25.3.2000 pê re hevpeyvîn kiriye. Bila Xwedê bi saxiya wî re be, şikir ew hêjî vê xizmetê berdewamdike. 8- Îzzedîn Bacinî http://ibacini. tripod.com/nishtecih.htm#_Section_1_Heading 9- Mişêwra hêja Pîr Xetib e û ev di sala 1278 de bi destnîşana gelek Xasên Êzdiyan hatiye tomarkirin. Orginalê vê niha li cem mamostê thologiya Êzdiyatiyê, hêja Pîr Xidir Sileyman serokê Centerê Bingehê LALIŞ Dihokê heye. 10- www.xelkedondurma.com/ dirok/dirok_a_html/akbal/em_ji_ ku_hatin_2.htm 11- ŞoreşReşî: http://www.instituyakurdi.com/ kurdi/avasin/avasin2005-/nivis/ Sores%20Resi/KocberiyaKurdan. htm 12- http://www.rizgari.org/modules.php?name=Content&pa=show page&pid=656


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

50

HEVDÎTIN

Diclepress13@gmail.com

RIYAD SELAHEDÎN:

“ARMANC JI DAMEZRANDINA PÊŞMERGÊN ROJ PETROLA ROJAVA YE”

Serdarê”Pêşmergeyên

Roj” Riyad Selahedîn ku yek ji fermandarê Pêşmergeyên Roj’e û jê veqetiyaye, lêhûrbûnên armanca avakirina koma Pêşmergeyên Roj û bikaranîna wê ji aliyê dewleta Tirk û rayedarên Başûrê Kurdistanê ve ji bo derbeyê li destkeftiyên gelê Rojava bidin, aşkera kir. Komên ku navê”Pêşmergeyên Roj” li xwe kiriye û ji bo ku li dijî destkeftiyên gelê Rojava bêne bikaranîn, ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve hatiye damezirandin. Ev kom li gelek deveran gelek astengî û alozî derxistin. Armanca wan ewe ku di nava gelê kurd û bi taybet jî di nava gelê Rojava de aloziyekê derxin. Pevçûnên li Xanesorê mînaka vê yekê ne. Riyad Selahedîn Hisên ji welatiyên bajarê Qamişlo ye û wek serdarê hêza yekemîn a komên Pêşmergeyên Roj xebitî û yek ji damezirînerên vê komê ye. Riyad Selahedîn Hisên diyar kir ku piştî wî rastiya armanca avakirina Pêşmergeyên Roj nas kiri-

ye, xwe jê vekişandiye û di hevpeyvîneke li gel ajansa ANHA’yê hin lêhûrbûnên wekî vekirina dergehê Sêmalka di destpêka şoreşa Sûriyeyê de vegotin. Her wiha rastiya ku di nava Pêşmergeyên Roj de rû dide û aliyên ku alîkariya van koman di pevçûnên li Xanesorê de kirine, aşkera kirin. Avabûna Pêşmergeyên Roj Tabûreke çekdar e ku di sala 2012’an de li ser daxwaza Mesûd Barzanî ji aliyê hin welatiyên Rojava ve piştî destpêkirina şoreşa Sûriyeyê hatiye avakirin. Perwerdeyên xwe yên leşkerî li ser destê îstixbarata Tirkiyeyê di baregehên başûrê Kurdistanê de dîtin û navê Pêşmergeyên Roj li xwe kirin. Armanc ji vê navlêkirinê ew e ku hêzeke xwe ava bike û li Rojava şer bike. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) vê hêzê digire ser xwe. Her wiha Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê vê

komê wek girêdayî xwe diyar dike. Bicihbûna komên Pêşmergeyên Roj Komên Pêşmerge yên bi navê Roj ji 3 tugayan pêk tên û perwerdeyên leşkerî wergirtine. Tugaya yekemîn li ser hemû cureyên çekan û şerên cuda hatine perwerdekirin û ev tugaya ku ji aliyê Riyad Selahedîn ve hatiye birêvebirin, yek ji komên girîng di nava Pêşmergeyên Roj de ye. Tugaya duyemîn û ya sêyemîn ji sedî 93 kesên girêdayî Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyeyê(PDKS) digire nava xwe û piraniya wan temenmezin in. Her tugayek ji wan hezar û 250 endaman pêk tê, ango giştî hejmara wan derdora 3 hezar û 750 leşker e û di nava wan de nêzî 200 endamên pêşmerge yên ji başûrê Kurdistanê hene. Ev komên Pêşmergeyên Roj li deverên sînorî yên di navbera Rojava û başûrê Sûriyeyê de û herî zêde jî di


Diclepress13@gmail.com

devera Eyn Iwêz bi cih bûne. Destpêka damezirandina komên Pêşmergeyên Roj û mercên wê Riyad Hisên di sala 2012’an de yek ji kesên damezirîner ê van koman e. Riyad Hisên li gel hin dostên xwe re bi rayedarên başûrê Kurdistanê re civiyaye da ku vê hêza leşkerî ava bikin. Riyad Hisên diyar kir ku yek ji mercên wan ên avakirina vê hêzê ewbuye ku danûstandinê bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re û heta bi partiyên din re jî nekin û di vê derbarê de wiha got:”Di civîna yekemîn a avakirina vê koma çekdar de em bi rayedarên başûrê Kurdistanê re civiyan. Di wê demê de merca me ya tekane ew bû ku em bi tu partiyên siyasî ve neyên girêdan û bi taybet Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê(ENKS). Sedema me ya vê negirêdanê jî ew bû ku ev partî di karên xwe de bi ser neketin. Di civîna yekemîn de ev negirêdana me ji aliyê wan ve nehat qebûlkirin û Herêma Başûrê Kurdistanê jî ev merca me erê kir”.

HEVDÎTIN

51

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Komên Pêşmerge yên bi navê Roj ji 3 tugayan pêk tên û perwerdeyên leşkerî wergirtine. Tugaya yekemîn li ser hemû cureyên çekan û şerên cuda hatine perwerdekirin û ev tugaya ku ji aliyê Riyad Selahedîn ve hatiye birêvebirin, yek ji komên girîng di nava Pêşmergeyên Roj de ye

‘Der heqê şervanên li Rojava de derew belav dikirin’ Piştî ku komên Pêşmergeyên Roj hatin avakirin, rayedarên herêma Başûr dest bi propagandaya wan kir û rê û sînor li pêşiya ciwanên Rojava vekir da ku beşdarî vê komê bibin. Di wê demê de rayedaran der heqê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de derew belav dikirin da ku beşdarî nava Pêşmergeyên Roj bibin û heta êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê ev rewş berdewam bû. Armanc ji vekirina dergeha Sêmalka wergirtina ciwanan bû Di destpêka damezirandina YPG’ê û YPJ’ê de li Rojava rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê dergeha Sêmalka vekir û îdia kir ku pêşwaziya welatiyên Rojava û parastina wan dike. Riyad Hisên ev îdiayên wan derewandin û diyar kir ku armanc ji vekirina dergeha Sêmalka tenê ji bo wergirtina ciwanan bû da ku beşdarî nava komên Pêşmergeyên Roj bibin. Berxwedana Kobanê di nava pêşmergeyan de parçebûn çêkir

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hejmareke mezin a çeteyan û bi çekên giran ku ji her du artêşên Sûriye û Iraqê li Mûsil û Reqayê wergirtibûn, êrîşî Kobanê kirin. Berxwedana ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê ya li Kobanê, paya rayedarên başûrê Kurdistanê hejand û îdiayên van rayedaran serobin kir. Girêdayî vê mijarê Riyad Hisên wiha got: “Piştî berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li Kobanê, hemû îdiayên rayedarên Başûr derew derketin û îspat bû ku YPG û YPJ hêza tekane ne ku dikarin axa Rojava ji terora DAIŞ’ê biparêzin. Di encamê de di nava Pêşmergeyên Roj de parçebûn derket û gelek kesan berê xwe da Rojava û vê yekê hişt ku paya rayedarên başûrê Kurdistanê biheje”.


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

52

HEVDÎTIN

Diclepress13@gmail.com

Hêza yekemîn a Pêşmergeyên Roj, ji bo şerê HPG’ê û YBŞ’ê bike di Adar’a 2017’dan de berê xwe da devera Xanesorê ya girêdayî Şengalê. Di wê demê de fermandariyê îdia kir ku hin rê hene divê Pêşmergeyên Roj bi dest xwe ve bînin û îdia dikir ku hin alî vê rêyê ji bo qaçaxiyê bi kar tînin Pêşmergeyan destdirêjî li rayedarên ENKS’ê kir û parçebûn zêde bû Riyad Selahedîn Hisên da zanîn ku komeke Pêşmergeyên Roj xwest derbasî herêmên Rojava bibe, lê Partî Demokratî Kurdistan a Sûriyeyê(PDK-S) xwesteka wan red kir tevî ku Pêşmergeyên Roj PDK-S’ê qebûl nedikirin û wiha anî ziman:”Piştî bûyerên li Kobanê, aşkera bû ku Pêşmergeyên Roj nikarin şerê DAIŞ’ê bikin. Ji wê demê şûn de nakokiyên di navbera wan û rayedarên ENKS’ê de zêde bû.

Navnetewyî û hin partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê de pêk tê, Riyad Hisên jî yek ji beşdarên vê civînê bûye. Di civîna yekemîn de pêşmergeyên Başûr û şandeya ENKS’ê pêşniyara Amerîkayê ya derbasbûna herêmên Rojava bê şert û merc qebûl nekirine û pêşmergeyên Başûr ji Koalîsyona Navnetewî xwestine, dema ku pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin bajarokê Rimêlan’ê bikeve bin serweriya wan. Koalîsyonê jî daxwaza pêşmergeyên Başûr qebûl nekiriye û civîn bê encam maye. Hêjayê gotinê ye ku, kontrol kirina bajarokê Rimêlan’ê wê demê mijara sereke ya aliyên başûrê Kurdistanê bû. 6 efser û 60 endamên din bi tawanbariya sîxuriya Amerîkayê hatin girtin

Piştî ku civîn bi dawî bûye îstixbarata girêdayî rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê 6 efser ku Riyad Selahedîn Hisên yek ji wan bûye û 60 endamên din ên Pêşmergeyên Roj bi tawanbariya sîxuriya Amerîkayê û Riyad Selahedîn Hisên di sala 2015’an de bi rayedar- koordîneya bi YPG’ê re girtine. Hisên û 5 efserên din 4 ên Koalîsyona Navneteweyî re dicive. Di civînê de mehan di zindaneke li Hewlêrê de mane. rayedarên koalîsyonê ji Riyad û hin fermandarên din ên Pêşmergeyên Roj dixwazin ku xwe ji alîkariya YPG û ‘Armanca rayedarên Başûr petrol e, ne alîkariya YPJ’ê re amade bikin û ji wan re piştrast diki ku derbasRojava ye’ bûna wan a herêmên Rojava dê di bin fermandariya YPG û YPJ’ê de pêk were û Pêşmergeyên Roj dê wek hêzeke Girêdayî tişta ku di civînê de rû daye de, Riyad Hisên wiha girêdayî YPG’ê tev bigerin. Riyad Hisên da zanîn ku wî got:”Di civînê de aliyên girêdayî desthilatdariya başûrê daxwaza Koalîsyonê erê kiriye û koalîsyonê ji rayedarên Kurdistanê daxwaza Rimêlanê kirin da ku Pêşmergeyên Herêma Başûrê Kurdistanê xwestiye ku bi fermandaran Roj derbasî Rojava bibin”. re bicive da ku xwe ji alîkariya bi YPG’ê re amade bikin. Li vir careke din aşkera dibe ku herêma başûrê Kurdistanê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve tu niyeta wê ya alîkariyê ji Rayedarên Başûr pêşniyara Amerîkayê red kir bo berjewendiya gelê Kurd tûne bû ye. Lê belê armanca wê ya tekane wergirtina pere û petrolê bûye. Daxwaza Di civînekê de ku di navbera fermandarên pêşmergeyên wan a wergirtina Rimêlanê ku gelek bîrên petrolê tê de başûrê Kurdistanê, Pêşmergeyên Roj û Koalîsyona hene armanca desthilatdariya herêma Başûrê KurdisKoalîsyonê ji Pêşmergeyên Roj xwest di bin fermandariya YPG’ê de tev bigerin


Diclepress13@gmail.com

tanê zelal aşkera dike. Tabûra çekên giran a Pêşmergeyên Roj ber bi Xanesorê ve şandin Girêdayî bûyerên Xanesorê di Adara 2017’an de Riyad Hisên diyar kir ku piştî ku ew ji zîndana îstixbarata Başûr derketiye, li Hewlêrê xebitiye û di heman demê de fermandariya hêza yekemîn a çekên giran kiriye û di bin fermandariya pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê de tevdigeriya ye. Hêza yekemîn a Pêşmergeyên Roj, ji bo şerê HPG’ê û YBŞ’ê bike di Adar’a 2017’dan de berê xwe da devera Xanesorê ya girêdayî Şengalê. Di wê demê de fermandariyê îdia kir ku hin rê hene divê Pêşmergeyên Roj bi dest xwe ve bînin û îdia dikir ku hin alî vê rêyê ji bo qaçaxiyê bi kar tînin. Riyad Hisên da zanîn ku ev rê di bin serweriya hêzên YBŞ’ê û HPG’ê de bûn. Lê di wê demê de Tabûrên Gewr ên taybet û hin tabûrên girê-

HEVDÎTIN

53

dayî başûrê Kurdistanê gihaştin xetên li hemberî HPG’ê û YBŞ’ê û dema ku ev tabûr gihaştin vê deverê û bi taybet Tabûrên Gewr ku gelek caran li rex artêşa Tirk diyar dibin, tavilê deverên HPG’ê û YBŞ’ê armanc girtin. Dema ku YBŞ, YJŞ û HPG’ê bersiva êrîşan da, bi dehan endamên Pêşmergeyên Roj û Tabûrên Gewr hatin kuştin, lê Partî Demokratî Kurdistan(PDK) kuştina van pêşmergeyan ranegihand. Armanc sorkirina Pêşmergeyên Roj li dijî YPG’ê bû Der barê kurtepevçûnên di navbera HPG û Pêşmergeyên Roj de Riyad Hisên wiha anî ziman:”Armanc ne tenê rawestandina alîkariya bi welatiyên Şengalê re bû, lê belê armanca wê ya duyemîn ew bû ku şerekî di navbera Pêşmergeyên Roj û HPG’ê de derxin û tevliheviyê di navbera her du aliyan de çêkin. Lê êrîşên pêşmergeyan li dijî HPG’ê bi

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

çekên giran û hatina tabûrên taybet mijar zelal kir. Li ser vê yekê gelek endamên pêşmerge çekên xwe danîn û ji aliyê desthilatdariya Başûr ve hatin girtin, her wiha hemû endamên ku şer qebûl nekirine ber bi zîndanên Hewlêrê ve hatin birin”. Fermandarên Pêşmergeyên Roj ji pêşmergeyên başûrê Kurdistanê ne Komên Pêşmergeyên Roj di bin fermandariya pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê de tev digerin. Hemû ferman ji aliyê fermandarên Başûr ve tên dayîn. Heta niha Pêşmergeyên Roj nikarin xwe ji fermanên rayedarên pêşmergeyên Başûr rizgar bikin. Fermandarê tekane yê di nava komên Pêşmergeyên Roj de serdar Riyad Selahedîn Hisên bû û ew jî ji aliyê îstixbarata Başûr ve hate girtin. Sedema vê yekê jî ew e ku baweriyê bi Pêşmergeyên Roj naynin.


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

54

HEVDÎTIN

Diclepress13@gmail.com

Alîkariya Tirkiyê ji komên Pêşmergeyên Roj re Di gelek raporan de ku di demên borî de hatine belav kirin, aşkera dibe ku komên Pêşmergeyên Roj alîkariya xwe ji Tirkiyeyê û bi koordîneya bi rayedarên başûrê Kurdistanê re werdigirin. Girêdayî vê mijarê Riyad Hisên wiha got:”Gelek aliyan serdana navendên Pêşmergeyên Roj dikir, Tirkiyeyê jî aşkera serdana van koman dikir û gelek efserên Tirk beşdarî perwerdeyên endamên Pêşmergeyên Roj dibûn. Rayedarên Başûr jî îdia dikirin ku ev efser girêdayî Koalîsyona Navneteweyî ne. Ez piştrast dikim ku tu girêdana van efseran bi koalîsyonê re tune bû. Alîkariya ku ji me re dihat de gelekî mezin bû û Başûr nikare vê alîkariyê pêşkêş bike. Aliyê ku fînanseya me dikir nedihat nasîn. Li gorî nêrîna me, min û hevalên xwe piştrast kir ku ev alîkarî ji Tirkiyeyê tê”. ‘Pêşmergeyên Roj nikarin derbasî Rojava bibin, ji ber ku li gorî siyaseta Başûr tev digerin’ Hemû hewldanên Riyad Hisên ên guhertina rewşa Pêşmergeyên Roj da ku derbasî Rojava bibin û alîkariya YPG û YPJ’ê re bikin, bê encam bûn. Nemaze ji ber ku li gorî siyaseta rayedarên Başûr tev digere û ev siyaseta wan jî li dijî YPG’ê ye. Girêdayî vê mijarê Riyad Hisên wiha anî ziman:”Ez dizanim ku ev hêz nikare derbasî Rojava bibe. Ji ber ku siyaseta rayedarên Başûr berovajî daxwaza gelê Rojava ye. Rayedarên Başûr berovajî vê Pêşmergeyên Roj li dijî YPG û YPJ’ê bi derewan sor dikirin”. Der barê sedema vegera Rojava de Riyad Hisên wiha got:”Di rastiyê de beşdarbûna min a nava Pêşmergeyên Roj ne li gorî armanca damezirandina wê bû. Ez ji aliyê îstixbaratê ve hatim girtin. Tu girîngiya Pêşmergeyên Roj li Başûr tune bû. Em ji aliyê rayedarên Başûr de li dijî Rojava dihatin bikaranîn. Derbasbûna Pêşmergeyên Roj a Rojava dê wekî xewnekê bimîne û dîrok dê l….ê li wan bike. Gelê me li Rojava dê hesab ji wan bixwaze ji ber ku li hemberî van destdirêjiyan bê deng diman”. ‘Hêza YPG’ê hişt ku ez berê xwe bidim Rojava û beşdarî nava wan bibim’ Riyad Selahedîn Hisên piştî çend salan ji êşa di nava Pêşmergeyên Roj de biryara vegera xwe die. Nemaze piştî ku fedakariya şervanên YPG û YPJ’ê li Rojava dbîne

û beşdarî nava Hêzên Erka Xweparastinê dibe û li ser vê yekê û wiha axifî:”YPG’ê bandoreke erênî li min kir, nemaze piştî ku parastina axa welat û rûmeta gel kirin. Tevî ku ev hêz nû hatiye avakirin, birêxistinkirina wê hişt ku wek artêşekî fermî were naskirin û tu hêz nikarin li hemberî wan derkevin û bi taybet piştî berxwedana wan li Kobanê û gelek deverên din li dijî rêxistinên terorîst”. ‘Rayedarên Başûr tenê hewl didin rastiyan berovajî bikin’ Rayedarên Başûrê Kurdistanê gelek gotegotan di nava Pêşmergeyên Roj de belav dikin ku YPG û YPJ kesên vegeriyane Rojava digire, da ku rê li pêşiya endamên Pêşmergeyên Roj bigire ku dixwazin vegerin û wiha domand:”Rayedarên Başûrê Kurdistanê der heqê YPG’ê de derewan belav dikin û îdia dikin ku YPG kesên vedigerin Rojava dikuje yan jî digire. Ez ji her kesî re piştrast dikim ku ev îdiayên rayedarên Başûr dûrî rastiyê ne. Gelek endamên Pêşmergeyên Roj peywendî bi min re kirin û gelek ji wan dixwazin beşdarî nava hêzên Erka Xweparastinê bibin”. Riyad Selahedîn Hisên piştî ku vedigere Rojava, beşdarî nava hêzên Erka Xweparastinê dibe û niha wek fermandarekî di akademiya leşkerî ya girêdayî Hêzên Erka Xweparastinê de cih digire. Riyad Hisên bi rêya ajansa me bang li hemû endamên Pêşmergeyên Roj kir ku vegerin warên xwe û beşdarî parastina axa xwe bibin û li dijî komên terorîst ku hewl didin destkeftiyên gel têk bibin, li ber xwe bidin.

Ez dizanim ku ev hêz nikare derbasî Rojava bibe. Ji ber ku siyaseta rayedarên Başûr berovajî daxwaza gelê Rojava ye. Rayedarên Başûr berovajî vê Pêşmergeyên Roj li dijî YPG û YPJ’ê bi derewan sor dikirin serçavk: A: Anha


Diclepress13@gmail.com

CANGORÎ

55

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

BERXWEDANA SEDSALA MOHRA XWE LI DÎROKÊ DA

RABIA ÎTO

Kobanê ya ku di nava nexşeya cîhanê de ne dihat nasîn di 15‘ Îlona 2014‘an de bi şerê berxwedanê di cîhanê de deng veda û bu rojeva bingehîn ya tevahî morovahiyê. Çeteyên DAIŞ‘ê di şeva 14‘ Îlona 2014‘an de êrîşên dijwar anîn li ser Girê Dolî û gundê Serzorî ku 35 km dikev rojhilatê bajarê Kboanê û hin gundên din. Li ser vê yekê şer bi hemû germahiya xwe rû dida, şervanan YPJ û YPG‘ê li hemberî têknîka pêşketî ya çeteyên DAIŞ‘ê ku ji Tirkiyeyê û Mûsilî girtine efsaniyên qehremaniyê rêsandin û bi îsrara domandina xeta berxwedanê ta rizgarkirinê êrîşên çeteyan şikandin. Çeteyên ku li hemberî

berxwedaniya şervanan bê çare diman, dixwestin bi şerê piskolojîk derbeyan li şervanan bixin, lê hewldanên wan bi ser nektin. Di 5‘ê Cotmeha heman salê de, çeteyên DAIŞ‘ê ketin bajarê Kobanê di bajêr de 136 rojan berxwedaniyek mezin ji aliyê şervnên YPG û YPJ‘ê ve hate meşandin. Rastiya Kobaniya berxwedêr. Şervanên YPJ’ê bi tilîliyên xwe tariya şevê têk birin, bi germahiya xwe qersa çilê zivistanê helandin, li ser axa pîroz keziyên xwe yên nemritiyê bi hêza Îştar û Staran hunandin û ew xeta berxwedaniyê di nava topa cîhanê de belav kirin. Keçên ku xwe bi tîrêjên rojên re kirin yek li dijî hişmendiya ku jin nikare şer bike bûn bersiv. Li ser şopa zîlanan çirûska agirê Arîn Mîrkan bû weke atomeke û xwe di nava dijminê mirovahiyê de teqand di encam de 81çete hatin kuştin.

tenê bi gotina jineke çalak, bi moral, hêz û îrade Arîn Mîrkan nayê pênase kirin Arîn li navlêkiriya xwe hatiye yanî agir.Arîn Mîrkan rast ew agirê di enerjiya xwe weke atoman teqand li hemû cîhanê belav kir ne tenê ev, hişmendiya ku jin nikare tiştekî bike Arînê ev hişmendî bi agirê xwe kir xwelî. li ser riya ku şehîd arîn mîrkan ji jinan re danî li bakurê suriyê di hêza, siyasî, leşgerî û civakî de pir rengbûna di jinan derdikeve ne tên li suriyê li dervayî welat jî ev rengînbûn derdikeve. Arîn baş dizanîbû ku, ev çeteyên hov dê ev axa pir reng yek reng bikine. Heta fikirandina ku çete lingên xwe biavêjin kolanén vî bajarî dîsa qebûl nekir, lewma jî tiştê herî biha da ser ew jî canê xwe bû. Arîn xwest bi vê çalakiyê bersîva gelek pirsên nû û kevin bide ew jî vîna jina azad e, yan jiyanek azad û yan jî mirinek bi rumet.


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

56

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

GULFÎDAN

ZAR Û ZÊÇ BÊ XWEDÎ MABÛN

KELEŞÊ KÎWEXÎ

Xeleka 2 Gulfîdanê got: Ez li erdê beriyê, Deşta Wêranşarê rûniştim û min ji xwe re dilorand. Ez dikim û nakim hedana min nayê. Min xwe ji digurka hedimî berda girê Tirban. Ez li Keversa Kîkan sekinîm û min nêrî û mêze kir û ez bi eqlê xwê şêwirîm. Min digot“çi bi vî welatî hatiye”? Dîsa ferman li me rabûye, cerd li me derketiye, kom hatiye ser Welatê me û em li bin konên xwe rûniştîne. Di Jiyanê de tişta herî giran, ne mirin, tî û birçîbûn û ne jî koçberî û girtin e, ya herî giran û zehmet, bê hêvî mayîn e. Bê hêvîbûn ji dîtina kuştina birayê xwe jî girantir e. Donzdeh(12) Siwarên me ji bo vê civakê berê xwê dan kuştinê. Lê ne xema Paşê Milan e. Di bin kona Paşê de bi sedan gire gir rûniştine, lê ne xema tû kesî ji wan e jî. Ez li girê tirba rûniştim û min nerî, mêze kir. Min

digot sed hayf kû keç û bûkên wek Edûla mala paşê bimînin li konê reşê erebî, dest û tilî bi hine û ser bi xêlî. Ez rabûm bi dilek şikestî stuyekî tewandî, min berê xwe da ebra Milan(navend) min dît ku Jin li ber Konan rûniştîne. Hinek digirîn, hinek diponijin, hinek ji wan jî ber xwe dikolin. Fatoma Alo Şengalî û Beyaza Hemo jî ketine ber, dilo dibêjin. Gava min dengê diloya wan kir êdî min xwe dîsa negirt û kela dile min dîsa rabû. Ez ji aliyekî ve digirîm ji aliyek ve jî dikim zurê zûr. Edûl hat, xwe avêt hembêza min. Ez li ber xwe kirim û birim mal ê. Min dît hemû Xwuşkên min li malin û ji ber hingî giriyane, ji hal ketine. Hemû li erdê raketîne. Em wê rojê li mal man. Bû roja din, Gozelê ji Edûlê re got rabin em herin cem Apê Evdî û Eyşa Welî. Kes li vê derê tu agahîyan nade me. Ya baş em herin Ebra Şerqiyan. Qasirek were emê pê agahdar bibin. Em hemû rabûn û ketin duv hev. Fatoma Alo Şengalî û Beyaz a şeşperî jî hatin tevlî me bûn û me berê xwe da nava Şerqiyan. Me dît ew jî wek me, li benda xeberekê ne. Apê Evdî û Emerê Şerqî tevlî çend kesên din,

Ferhoyê Mistê(bavê Ferhan û Ibêd ji eşîra Dotkan) jî tevlî wan li ber derê Kona xwe runiştibûn. Gava çav li me kirin, bawer bikin hêstir ji çavê Apê Evdî barîn.Xwuşka min Dilşayê, ji apê Evdî re got: Apo demeke ji demê Salan, Konê bavê min Silêman Begê, meskenê mahkûm û fîraran bû. Misînên qehwê bi agir de dikeliyan. Îro em sêwî man e li kolanan. Apê Evdî li Dilşayê nêri û ne karî kesera dilê xwe bigre. Ew zilamê egît, wek bûkên bîst salî hêstir dibarand. Ew mêrxasê kû herem hemû jê cesaret werdigirt, îro bi halê me digirî. Em li ber derê kon li kêleka Apê Evdî rûniştin. Ji xwe kesî li xwarinê ne dipirsî. Tenê Qehwa yemenê li ser agir dikeliya û Apê Evdî qelûn li pey qelunê dikişand, qehwê li pay qahwê vedixwar. Mîna ku cara dawîn hev bibînin. Her kesî dev ji karê xwe berdabû. Zar û zêç bê xwedî mabûn. Zarok ji birçîna digiriyan. Em hemû li ber der konê, li benda qasirekîne. Di wê navberê de Edûlê dest bi şaxek ji ya Derwêş kir û got: Delal delal...


Diclepress13@gmail.com

Ava gulan û rihana yo delal Tu hênikayiya bayê xerbê yo delal Ji baskê xerbê ve hatiyo delal. Li şa û şabiskên min karxezalan dayiyo delal Eza, li min dêranê Sala vê salê min têr nediyo. Min têr nebînayo delal. Delal mêhvano ji înê hetanî bi înê Min dît li min û delalê malê derdiketin stêra Qurixê pê re hilatin bendên mêzînê. Min dît şewq û şemalên van stêran lêdabûn li dûzên dirûzan Li xanên bandireşan li wan Ziyaretên li binya Kilêbînê. Min dît vê rojê Derwêşê Evdî, kekê Sadûn û Mejdel, sîwarê Noman, tevî birek Egîd û Xweşmêrên Milaniyê qulibîn ser pişta kihêl û hemdaniyan. Wan xwe berdane beriyên berazan xêmê binê beriyê. Eva çend roj û şevên me qediyan, me ji wan tuneye hilm xêr û ne jî mizginiyê. Eza li min serî û zeman lê geryayê hayê. Wê gavê wê sihetê, ez Edûla mala paşê, ez sekinîm li ber duayê. Min digot, hawara min bi Xwedê û Şêbilqasimê bavê Miradan. Wî Xidir Elyasê li ser pozê Keleha Mêrdînê. Tu vê carê jî Derwêşê Evdî sîwarê Noman tevî hemû Egîd û xweşmêrên Milaniyê bi xêr û xweşî bi ser êl û eşîrên mala bavê min de vegerînî. Kesên ku wê mizgîniyê ji min re bînê, ezê bidim wan bazinên destan, xirxalên lingan, ezê bidim wan zêrên li ber serê xwe gorînê. Eger bi zêran qayîl nebin, ezê bidin wan Ciwaniya mala bavê xwe, wê Ciwaniya li ber mehînê. Eger bi wê jî razî nebin, ezê bidim

ÇAND

57

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

wan sê aşên mala bavê xwe dêrana Xwedê, wan aşên li ber ava Nisêbînê. Di Jiyanê de tişta herî Delal mêvano, sibeye serê min Edûla giran, ne mirin, tî û mala paşê têşê dilê min jî pê re. Bila Mêrdîn bişewitê li pozê zinêre, birçîbûn û ne jî koçberî çiyayên Evdil Ezîzê wêran bimînin. û girtin e, ya herî giran û Ew mexelê karên nêr e. zehmet, bê hêvî mayîn Dûza xanan tim û tim cîh mesken û mekanê Nomên û siwêr e. e. Bê hêvîbûn ji dîtina Sê konên vegirtîne li ber qefên Qerekuştina birayê xwe jî jdaxê li ser av û delavên xifşên xezêl girantir e e. Min dît vê rojê toz û hecacek a giran bilind bû ji binê vê beriya me ya jêr e. Beyaza Hemo berdewamkir û got: Xwezî ji xêra navê Xwedê re, wê êvarê ez bibûme kîsikekî şamgêlanî, HEY LAWIK: ez biketama destê şêrîn delalê dilê Hey lawêêêk hey lawik, lawiko ji xwe keçikê li rimêla bavê Avdilkrimêlê hetanî bi rimêlê. erîm, li nava civatê li perê wê dîwanê. Koça bavê Elî beg ê giran e, danîbû li Hey lawik hey lawik, serê dostê bibê ser hêlêêê. Bejna Ezîzê dilê min zirav bi qurbano ooo. û dirêj e, ji min re xuyadikir li nava Bejna min keçika xelkê zirav û dirêj êlêêê. e, mina bû rihana li ser kahniyêêê. Xwezî ji xêra navê Xwedê re, wê rojê Min dît sê kon ji Gundê me xeyidîn ez bibûme sor-gulek, ez şîn hatibû- û berê wan ketin çemê hisêwiyêêê. ma li ber bêhna şêrîn delalê dilê xwe Xwezî ji xêra navê Xwedê re, wê rojê keçikê, li ber xeta wê simbêlêê. ez bibûme Pezkovî, ez li wî Ezîzê dilê Hey lawik hey lawik, dilê min keçika xwe rasthatibûma li xêmê binê wê xelkê mînabû golekê ji golên wê qi- beriyê. tranêêê, hûn li rimêla bavê Avdilkerîm binêrin li mijê, li moranê li tozê Li girê Edşanê: li xumamêêê.


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

58

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

Ez li girê tirba rûniştim û min nerî, mêze kir. Min digot sed hayf kû keç û bûkên wek Edûla mala paşê bimînin li konê reşê erebî, dest û tilî bi hine û ser bi xêlî Derwêş li ber hemû hevalên xwe sekinî û wiha got: Hewalno, ev bar barekî giran e. Ev şer wê gelek giran be. Sê rê li peşiya me hene. Yek şer e û serkeftin e. Dudo şer kirin hatanî cangorîbûn e. A sêyemîn ji rev e. Hûn azadin ku yekê ji xwe re hilbijêrin. Min ji xwe re ya yek ê hilbijartiye. Ez bi tenê jî herin ezê xwe berdim qada mêraniyê, li hemberî wan xwînmijan. Hun dizanin, ger ew werin derbas bibin nav welatê me, wê hemû mêr û zar û zêç bikujin û Welatê me talan û wêran bikin. Jin û Zarokan ji xwe re bibin. Min ji dayika xwe Eyşana Welî re soz daye ku bêbextiyê li şîrê wê nekim. Sadûn hew xwe girt. Li Derwêş vegeriya û got Derwêş:

Te zanibû şer giran e, cerd mezin e. Çima te kes bi xwe re ne anî. Tû dizanî paşayê Milan bê bext e. Te ev xortên dest bi hine, dergistiyên wan li benda wan anîn. Te Çilo yê birayê pênc xwuşkan anî Derwêş tu dizanî ku vegera me êdi nema li malan e. Sadûn bi bûyer û serpêhatiya civakê girî. Bi çavên tijî hêstiran berê xwe da Sîwokê ser bi Por şexê şemran. Çilo nêrî kû Sadûn berê xwe da Siwarên herî bi xeter, Sîwarên Delûlan, hima hew xwe girt. Berê hespa xwe ajot duv Sadûn. Hin Sadûn negihiştî Siwarên Siwokê bi xezeb, Çilo ji dûr ve bi diran pêşiya wî jê re vala dikir. Usiv li Bozan kir gazî û got: Bozan birao, cerd dev bi xwîn bû. Bû qure qura dengê bê tenê. Cinaze li erdê ne, li ser can û cesedê mêran girî bi xwîn a sor e. Jê tê bêhna xwîna miriyan e. Keko were em xwe berdin qada mêran e, ev şer ji bona zarokê me Kurdan e. Bila Eferê Gêsî zanibe ku ka kî berx e, kî beran e. Usiv û Bozan herdû kurê Emer axayê Şerqî, berê xwe dan Ela Efer û bavê wî Ûwed begê Gêsî. Şer destpekir. Dê, li weledê xwe nabe xwedî. Bav li ser kur nasekine. Siwarên me Kurdan li nîvê meydane, meydanê ji dijmin re bi nêvî dikin û wan dibin vî alî û wî alî. Derwêş, bi duv kuştina Kose Wêsî ketiye, hima Hedban dajo ser kû zu wî bikuje. Berî kû şer destpê bike, Derwêş ji Apê xwe Şiweş û Girgirê Milî rê gotibû: Hun bi emir mezinin, hûn vî girî (Girê Edşanê) bernedin û wî girî zam bikin. Emê her serê çend saetan bên li vî girî xwe veysînin. Di destpêkê de hemû dihatin. Lê paşê mixabin her car hin ji Hevalên wan kêm dibûn. Her cara kû Hevalên Derwêş kêm dibûn xwîn li çavên wî dadigirt, hêrsa wî geştir dibû. Hejmara Sîwaran her ku diçû kêm dibû. Şer germ dibû, bar girantir dibû. Hawar jî nedihat. Derwêş fam kir kû bi vî awayî çê nabe. Rabû, gazî Isoyê mala Elî kir. (Li Şengalê navê wî Isayê Usiv e) Ew şand duv hawara Milan. Di wê navbera kû Iso ber bi hawarê ve diçê, şer dawam dikir... ...Qada şer bi miriyan hat dagirtin, hêviya Derwêş kêmtir dibû û ji Sîwaran jî tenê Derwêş, Sadûn, Çilo û Şiwêş mabûn. Sadûn û Çilo Siwokê ser bi por kuştibûn. Dema Sadûn Usiv û Bozan kuştî dibîne, dibihetê û yekser berê xwe dide Eferê gêsî û birayê Efêr Etman dikuje, ku heyfa Usiv û Bozan hilînê... ...Şervan piştî demekî dîsa li girê Edşanê kom dibin. Lê vê derbê Çilo nayê. Sadûn got yek kêm e: Derwêş bi dengeki xemgîn got„ yê kêm kekê Gulfidan û Gozelê ye“ Dema Sadûn Çilo nabîne, fam dike kû kuştiye. Kuştina


Diclepress13@gmail.com

Çilo bandorek mezin li Sadûn kir. Gotinên Gulfîdanê “Sadûn bira ma kes dexîlan dibe şer” di guhên wî de çingiyan. Yekser sûretê Gulfîdanê ku bi Hespa wî ve zeliqîbû li ber çavên wî derbas bûn. Dest û milên wî ricifîn, hilm ji pozî derdiket, nefes li qirika wî çikiya. Ber bi Derwêş ve çû û jê pirsî: Kî ew kuşt? Zû ji min re bêje. Derwêş go: Ez nizanim lê herî dawî min ew li hemberi Çil-brahîmê Tirko dît. Ez çûm alîkariyê, lê rê nedan min. Li pêşiya min dor girtin. Sadûn li Derwêş nêrî û got:„Derwêş qey te hêj fêm nekiriye ku ev evîn wiha bi dawî na be“. Binêre li girê Edşanê çend Qahreman li kêleka hev radayî ne! Sadûn li qada şer nêrî, çavên xwe gerand. Ji dûr vê Çil-brahîmê Tirko dît. Hima yek ser berê Cilifan(hespa Sadûn) da duv Çil-brahîm. Dûpişkê xezebê li eniya Sadûn digeriya, kela dilê wî rabibû, çavên wî sor bibûn. Daxwaza wî hima zû xwe bigihînê Çil-brahîm kû tola kekê Dilşayê hilînê. Mixabin Sadûn negeha ev miraza xwe.... …Şervan dîsa li girê Edşanê vegeriyan. Vê carê tenê Derwêş û Apê xwe Şiwêş (Şemdîn) tên serê girê Edşanê. Çavên wan li rêya Sadûn man... Cara pêşîn bû ku biratî bi Derwêş şêrîn bû. Cara yekê bû ku Edûl ji bîr kiribû. Cara yekê bû kû tenê dixwest bêje ‘Bira. Birayê min. Sadûn, hevalê min... …Jiyanê tu li ku mayî, mirinê tu ji kû hatî. Histir hêdi hêdî ji çavên wî hatin û barîn. Laşê wî sist bû, çokê wî ji ber çûn, qaremê wî lê şikestin. Berê Noman bi çavên tijî girî û da nava meydana şer kû Sadûn xilas ke. Derwêş sadûnê bira li ser pişta Cilifan kir û ani serê girê Edşanê, cem hamû hevalên wî danî. Li ber bedenê birayê

ÇAND

59

xwe sekinî û got: Sadûno, birao, rabe. Hê şer bî dawi nebûye. Derwêş ne tenê birayê xwe, wî evîna xwe ya gerdûnê, kêf û şahiya xwe ya hebûnê, heval û hogirê xwe yê jiyanê winda kiribû. Ji nişka ve ji xwe re got ne dema giriyê ye, rabe, rabe, zû. Tu herê şerê Çil-brahîm, tola Sadûnê bira. Derwêş li hespê xwe sîwar bû, şûrê xwe hêdi hêdi ji nava milan kişand, berê xwe da qada şer. Yek ser çû li ber Çil-brahîm sekinî û got: Ey tirsonek, te, du ciliyên şeran kuştin. Xilasbûna te êdî nema. Erişî koma wî kir û hemû kuştin. Serê Çil- brahîm ji nava milên wi jê kir û bi destê xwe girt. Go bila ev tola kekê Gozelê be. Gêsan fam dikin kû Derwêş beramberê artêşekê we ye û hun bi vî awayî pê nikarin. Kose Weysî ji wan re dibêje ka em berê wî bidin xirbeha mişkan heta kû kurê Evdîyê şerqî li ser pişta hedban be, em pê nikarin. Xefkê li pêşiya Derwêş û Hedban datînin û bi namerdî û bêbextî berê wan dan kuştinê. Lingên Hedban ên pêşiyê li xirbeha mişkan asê man û Hedban li ser dev ket. Herdû lingên pêşîyê şikestin. Derwêş bi çend gavan ji Hedban dûr ket. Şûr û rimên wî ji destên wî ketin. Gêsan bi namerdî xwe zerkirine. Gelekan bi hev re şûr dirêjî wî kirin. Eferê Gêsî gihişt ser laşê Derwêş û ew ji nav destê wan xelas kir. Ew jî bir li ser girê Edşanê li cem hevalên wî danî... …Şiweş apê Derwêş hîn li biniya gir şer dikir. Dema em gihiştin qada şêr, Şiweş ji hemû hevalên xwe tenê mabû. Şahdeyê şerê girê Edşanê yek Şiweş û yê din jî Isoyê mala Elî mabûn. Şiweş pişti demek kin li Girê Olaxçiyê ji ber birînen xwe xeter Ji

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Te zanibû şer giran e, cerd mezin e. Çima te kes bi xwe re ne anî. Tû dizanî paşayê Milan bê bext e. Te ev xortên dest bi hine, dergistiyên wan li benda wan anîn. Te Çilo yê birayê pênc xwuşkan anî Derwêş tu dizanî ku vegera me êdi nema li malan e yana xwê ji dest didê. Hawar: Piştî kû Isoyê malê Eli hawar bir nav Milan, Paşê yek ser qasirek şand ebra (navênd) Şerqiyan. Vê sibê dîsa dilê min ji dilan dilekî dinê. Min dêhna xwe dayê dîsa kal û yextiyarên me li ber konan rûniştîne. Çavên wan ji girê Olaxciyê li xemê bine beriyê vegirtinê. Gava min Xaltîka Eyşa Weliyê Polêt xwuşka Poybegê dît, kela dilê min bilind bû histirên çavên min xwe negirtin û bariyan. Çavên Xaltîka Eyşê ji min re digotin gelo dîsa ezê Sadûn hemêz bikim. Gelo wê Sadûn dîsa bi saxî li min vegerê. Min jî ji xwe re digot lê em, em pênc xwuşk bi hêviya Çilo ve bûn. Sibeh hat û roj dageriya li nîvro sekinî. Kela kela germa Havinê bû. Me dît ji nişkê ve qasirek hat cem Apê Evdî, bi dizîka qasî çariyekê li cem wî ma û çû. Pê re pê re hima min dît ji carekê ve Apê Evdî qarînek da


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

xwe. Emer axa û Eyşa Welî dest bi girî kirin. Perda dilê min qatiya. Min yekser gazî xwuşka xwe Dilşayê kir û min got zû were, Siwarên me hatin kuştin. Dilşa bi min de xeyidî, aciz bû. Min got binêre, tu dibînî Apê Evdi çawa digirî. Dema Dilşa giriyê apê Evdî dît, gazî hemû jinên din jî kir. Edî hat famkirin kû xebereka ne xêrê ji me re hatiye. Xelkê reşa derxistin, hizin û girî dest pê kirin. ...Paşe bi çend kesan ve hatin. Ji Şerqan ji Evdîyê şerqî, Emere şerqi, Eyşa welî tevlî hemû xwuşkên Çilo, tevlî Edûla Paşê, Fatoma Elî Şengalî, Beyaza şeş perî, Edûla kîkî, Ferhan axayê dotkî û malbata xwe. Hima ez dikarim bêjim piraniya kesên ku bi hawarê ve dihatin Jinên Qehraman bûn û her yek ji wan beranberî sed mêran bûn. Di wê dema em di rê de bûn û bi lez dimeşiyan kû xwe bigihînin girê Edşanê. Berî kû xelk bigehê cangoriyan. Hîn Derwêş birîndar e. Ji Eferê Gêsî daxwaza alîkariyê dike. Jê re dibêje: Zû min bi cem hemû hevalên min bigihîne, me hamûyan li kêleka hev deyne. Simbêl û porê min bişkîne da kû hîn Edûl nehatî, bila min di vî halî de nebînê.

60

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

Em rêya rojan li ber xwe dikin. Bi saetan bi lez û bez, bi bazdan diçin kû xwe bigehînin girê Edşanê. Dema Apê Evdî li sîwarên Ereban rast dihat, te digot qey ciwanekî 25 salî ye. Deh deh pist pist didan ber xwe û ji kerba Sadûn dîn bibû. Em jin çûn ser Gir lê Apê Evdî û Paşa xwe berdan qada şêr. Dema em gihiştin girê Edşanê tenê Şiweş şer dikir, Bangzade birayê Derwêş û Sadûn ji pişt ve xwe zer kir Apê xwe û got apo apo. Lê mixabin Apê wi Şiweş dengê wî nekir. Şiweş got tû çima nayê bi mêranî sînga xwe nadî ya min. Eybe ji te re ku tû ji pişt ve min digirî, Bangzadê devê xwe da ber guhê wi û got Apo ezim ez. Şiweş got kurêm, bangzade, Derwêş û Sadûn hatin kuştin, heyf heyf. Sed mixabin heyf. Eyşa Welî denge li wî kir û yek ser hat û got: Şiwêş çerê ava qence kû di rêya avê de bişkê. Dema Eyşa Weli ev gotin got, cesaret bi min hat. Min Ji xwe re digot kezeba wê Dayikê çawaye gelo? Du qehremanê Kurê xwe winda kirine, lê hîn helkas qewinê. Xwişka min Gozelê li ezman nêri û sê dengan kir zur e zur û got ya Rebiyo, xulkkaro, bi wîcdan, merhemet û Setaro. Tu Adilî, tu Setarî. Xwedayê min, ezê rîcayek ji te bikim. Hêviyê ji

te bikim, vî emrê minê mayî ji min û Çiloyê min re bike bi nîvî... ...Keça paşayê Milan, soza ku dabû Derwêş pêk anî. Li ser girê Edşanê serê Derwêş li ser çoka xwe danî û Delalê dilê xwe jê re got û dawî li jiyana xwe anî. ...Ew jî li kêleka Egîdê Kurdan li ser girê Edşanê, li kêleka Derwêş hate verşartin. Edûl: Wêlî Derwêşo wêlî tu ji malek mezino. Tu hefadê êla rengînî tu hefadê êla mala bavê mino. Tu himet û qeweta mil û baskên mino. Tu mînayî pêleka bayê xerabşemalê bûyo. Tu ji baskê xerbê ve hatiyo li şa û şabiskên min kara xezalan dayiyo, wêlî. Ez ji Xwedayê mezin nikarim bêjim tu ronahiya van herdû çavên min o. Wêlî wêlî Derwêşo xwezî ji xêra navê Xwedê re, ez nebûma keça began û Paşan. Bila bi ser çavên min de bihate xuşêna axa van kendalan. Lê bila ez nebînim ku kesên wekî Eferê gêsî bi ser welatê bavê min de ranekin û bihejînin beyreqan û Alan.


Diclepress13@gmail.com

DÎROK

61

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

CIZÎR E BAJERÊ NEBÎ NUH

DIBÊJIN CIZÎRE JI ALIYÊ PÊXEMBER NÛH VE HATIYE AVAKIRIN

BAHOZ KUTÎ

Cizîr navçeyeke li ser bajarê Şirnexê

ye. Bi navê Cizîra Botan jî tê naskirin. Weke(Bajerê Nebî Nuh) jî hatiye naskirin. Bi Nisêbînê re bajerê herî mezin ku çanda Şahmaran têde bicih bûye. Cizîra Botan xwediyê dîrokeke ku pir demdirêj e. Avabûna wê ta dema sûmeriyan û berî wê demê diçê. Ji hûrî û mîtanîyan re navendetîtî kir. Ji wê deme wan pêde êdî ku Başûr rojavayê Kurdistanê ji di nav de weke herême Botanê hate binavkirin. Sînorê wê demekê Riha ji kiriye nav xwe de. Ev, di deme hûrî û mîtaniyan de bû. Piştre ji wilo berdewam kir. Ev bajarê Kurdistanê,

di civakbûn û pêşketina Kurdistanê de xwediyê weyneke pir mezin û girîng e. Dîrok Dibêjin Cizîre ji aliyê pêxember Nûh ve hatiye avakirin herwesa û li gor dîroka Îslamê tê gotin ku bajarê diwemîn yê ku hatiye avakirin piştî tofanê bajarê Cizîrê bû, dîsa li gor vekolera di bêjin ku gora pêxember Nûh di Cizîrê de ye ji ber ku sorhên Cizîrê wekî gemiyekî hatine danan. Çanda pêxember Nûh li wir bicih e. Her wiha herême ku çanda Şahmaran têde û li dore wê mazin pêşketi ye. Di derbarê dîroka Mezopotamya pirtûka herî kevin ya Herodote, dîsa pirtûka bi navê Vejîna dehhezaran. Herwisa di hemi pirtûkên olî de behsa Mezopotamya tê kirin. Li gora vekolînan jî tê gotin ku Cizîre bajarê

herî kevinar e. Li gora olan hatiye gotin ku piştî Adem û Hewa tofana herî mezin hatiye jiyan kirin tofana pêxmber Nûh bûye, ji ber ku piştî vê tofanê mirov neman li ser rûyê zemînê, tenê bi hiziretê Nûh re heşt an ku heştê rizgar bûne ji vê tofanê, ew jî ji ber ku di gemiya hiziretê Nûh de bûn, û ya herî rast jî hizirete Nûh ew rizgar kirine. Dema ku mirov di bêje tofan tê wateya ku gemiya Nûh yek û li dîrokê tekes kiriye ku li serê çiyayê Cudî rawestiya ye tê naskirin û ji lewma jî çiyayê Cudî weke çiyayê zêdebûna hijmara mirovan ji nû ve tê naskirin. Li gora Abdula Yaşîn, Cizîre duwemîn bajarê ku li Mezopotamya hatiye ava kirin. Alfred Flobil yê ku xelkê Puerto Ricoyê bû, di sala 19531954 û di encama vekolîna


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

62

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

bajarê Cezîrê bajarekî çandî ye û ji nava wê çanda kurdî derketiye û belav bûye û heta roja meya îro hatiye xwe ya ku li xirba Reş kirî, tabloyek dît û li ser vî tabloyî nexşeya Cizîrê ya wê heyamê hat bû neqiş kirin, di nîvê nexşê de rojek hebû û di bin de wêneyê du şêran, rûyê her du şêran li hev bû û li ser nivîsên bizmarî hebûn û li gor vekolîna pisporên nivîsa bizmarî hate gotin ku: navê Cizîrê yê wê demê Gerzu bakart bû û hijmara xelkê wê 1.850.000 bû. Dîsa û 4000 sal berî zayinê û di

dema gotiyan de jî ji Cizîrê re digotin. Gerzu bakartda û ev nave ji aliyê dîroknasan ve hatiye tekes kirin, li milekî din û li gor dîroknasê mezin Îbin Alesîr dibêje ku di qonaxa Persiyan de jî ji Cizîrê re di gotin Gazarta û Bazîbda. Di qonxa ebasiyan de Cizîre gelek sod gihndae ebasiyan û bi taybet mîrê wê demê ku hakimê Cizîrê bû, mîr Abdilezîz Îzafedîn ku wî jî nav lê

kir Cezîret ibn Omer. Di sala 1956 peykerek li Cizirê hate dîtin û gotin ev peykere peykerê Boda ye, ev peykerê ku hate dîtin ji hela qaçaxçiya ve hat bu dîtin û wan jî ew peyker firotin. Lê li gor Abdula Yaşîn ew peykerê ku birbûne Amerîka, li ser bigihê ku peykerê Bodaye tekes kir ku ew heykel ne yê Bodaye her wisa piştire li ser vî heykelê ku niha di mozexana kilasîkên cîhanê de dimîne hatiye nivîsandin peykerê serokekî ne nas yê mezopotamiya. Li milekî din û piştî ku Sçomokle yê vekoler kevirê vî peykerî di sala 1975 kevrên vî peykerî xisine di bin lêkolînê û bi riya Kerbûnê jiyê vî peykerê derxistiye û di domahiyê de gotiye ku jiyê vî kevirî di veger 45 sal berî zaiyinê. Piştire û dema ku Cizire weku bajar pêş ketiye êdî bi navê Cizira Botan hatiye naskirin, wate warê botaniyan. Bi belavbûna îslamê jî di cizrê de êdî nezî 360 mizgeft hatine avakirin û di dema me ya niha de du dibistanên mezin, sê minarên bilind û di pir mane û têne dîtin. Her wisa sor û kelhên kevin ku hîna ciwaniya xwe di parêzin û weke cihên zivistana leşger bi kar tînin li ber çavane û rawestiyane. Her wisa û tişta ku heta niha maye û navê wan li ser zimanê her kurdekiye û mezarên wan li Cizîra Botanê mezara Mem û Zîn e û Bekoyê awan dimînin. Li milekî din bajarê Cezîrê bajarekî çandî ye û ji nava wê çanda kurdî derketiye û belav bûye û heta roja meya îro hatiye û her wextî sirûşta Cizîrê û bajarê Cizîrê bûye kaniya helbesta kurdî û helbestvanê kurd yê navdar û mezin ku heta niha kurd li ser rêça helbesta wî diçin û gelek sud jê giritne di warê wêje û helbestê de Melayê Cizîrî ye ku helbestvanê herî navdar ê kurd e.


Diclepress13@gmail.com

GOTAR

63

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

BEŞÊN ZANAYIYA ZANISTÎ

DI ZANISTÊN MIROVÎ DE, MIROV NIKARE XWE BIGÎHÎNE ZAGONÊN MISOGER

ALI GURDILÎ

Ji hêla rêbaz, armanc û babetên xwe

ve, mirov dikare zanayiya zanistî bike weke sê beşan: A- Zanistên Formel B- Zanistên Xwezayê C- Zanistên Mirovî A- Zanistên Formel / Zanistên Fesalî Di nav cîhana pirsan de hinek pirs hene ku mirov bi hêsanî dikare wan bibersivîne û nekeve tu gumanan. Ev pirs jî, pirsên emprîk in û mirovî

dikare bersiva wan, bi rêya çavdêrî yan jî ezmûnan misoger bike Mesela em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Amed, bajarê herî mezin yê Kurdistanê ye û vê zanayiyê, bi rêya lêkolînên demografîk û belgeyan, dikarin îsbat jî bikin, Lê ne pêkan e ku em pirsên matematîk û geometriyê, bi vî awayî bibersivînin. Ango, pirsa 2X2=? ê, em nikarin bi rêya ezmûn û çavdêriyan bibersivînin, yan jî îsbat bikin. Em ancax dikarin xwe bisperin aqil û bi vê rêyê dikarin bersiva vê pirsê bidin. Ji van celeb zanistan re, zanistên fesalî(zanistên formel) tê gotin. Ê baş e, sebebê binavkirineke bi vî rengî çi ye gelo? Lewra, zanistên fesalî xwe naspêrin ezmûn û çavdêriyan.

Em ne dikarin hejmara ê di laboratuaran de hilberînin û ne jî, li ser rê em dikarin li wan rast werin. Zanistên fesalî, bi temamî li gor hêmanên (prensîbên) aqil û mentîqê û bi rêya deranan dixebitin. Matematîk û mentîq, ewilî hindek danasînan didin me û ji van danasînan dest pê dikin û hindek deran têne bidestxistin. Çend taybetmendiyên zanistên fesalî: 1- Zanistên fesalî (formel) bi temamî xwe disperin aqil û hêmanên (prensîbên) aqlî. 2- Karên xwe bi danasînan/pênaseyan û bi deranên ku xwe dispêrin wan deranan didomînin.


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

64

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Di zanistên mirovî de, weke zanistên xwezayê; mirov nikare xwe bigîhîne zagonên misoger, Lewra mirov xwedîhiş û xwedî îrade ye û weke wanekên di xwezayê de jî tevnagere. Lewma jî di zanistên mirovî de, mirov dikare bibêje ku zagonên xwedîwesfên gelemper hene 3- Mijarên wan, razber/soyut/nedîtbar in. 4- Heyînên ku dibine mijara zanistên fesalî, di zeman û mekanê de cîh nagrin. 5- Zimanekî sembolîk bikartînin, ji ber vê çendê jî, zanistên çêkirî û îdeal in. 6- Zanistên xwezayê û zanistên mirovî, ji zanistên fesalî sûdwerdigrin û bi xêra vê alîkariyê dibine zanistên nesnel û teqez. 7- Rêbaza deduksiyonê bikartînin.

A- Zanistên Fizîkê

1- Biyolojî 2- Zanistên Bijîşkî(Tip)

1- Fizîk: Li madeyê, tevger û vejenê/ enerjiyê, vedikole Taybetmendiyên Zanistên 2- Kîmya: Li bastura madeyê veXwezayê: dikole 3- Ezmannasî : Li fezayê û rojgeran/ 1- Zanistên xwezayê, derheqê bûyrojgêran vedikole erên girgîn/somut û kirûyerî(olgusal) de zanayiyê hildibirînin. B- Zanistên Erdê 2- Zanistên xwezayê dema ku zanayiyan hildibirînin, xwe disperin 1- Erdnasî(Jeoloj)î: Li rûyê/qafikê têkiliya sedem-encamê û vê yekê erdê vedikole weke bingeh jî dibînin 2- Hewanasî/Meterolojî: Li hewayê, 3- Zanistên xwezayê dixwazin ku guherînên hewayî û li bûyerên ku xwe bigihînin zagonên tevayî/tuB- Zanistên Xwezayê li ezman/asîmanan diqewimin ve- melî û misoger. dikole 4- Rêbaza wan ya ku bikar tînin, enBerevajiya avahiya (bastûra) za- 3- Okyanûsnasî(Oşînografî): Li bûy- duksîyon e. nistên fesalî ya zanistî û razber, za- erên ku di behr û okyunûsan de 5- Ji ber bikaranîna enduksiyonê, nistên xwezayê, bi riya çavdêrî û diqewimin vedikole encamên ku têne bi dest xistin, bi ezmûnê, li bûyerên girgîn vedikolin. 4- Berbernasî(Mînerolojî): Li tenê dibetiya/îxtîmala wan bilind e. çavkaniyên ku di bin erdê de ne ve- 6- Zanistên xwezayê, ji ber ku enZanistên Xwezayê jî, di nav xwe dikole camên dibetiya wan bilind hildide dibine sê bêş: 5- Fosîlnasî(Paleontolojî): Li fosîlan birînin; pêşniyarên zanistî, dikarin vedikole rojekê çewt werin derxistin û pûç A- Zanistên Fizîkê bibin. B- Zanistên Erdê D- Zanistên Jiyanê 7- Zanistên xwezayê, xwe dispêrin C- Zanistên Jiyanê ezmûn û çavdêriyan û ev yek, ji bo


Diclepress13@gmail.com

meşrûiyeta wan girîng e. Ji ber vê yekê ye ku, zagonên wan ji aliyê gelek kesan ve têne pejirandin. 8- Zanistên xwezayê ji yekaniyan (yekhejmar, tekanî, tekîl) dest pê dikin û ber bi tevayiyê (tumelê) ve dimeşin. 9- Zanistên xwezayê prensîba determînîzmê dipejirînin, ku li gor vê prensîbê; heman sedem, di heman şert û mercan de heman encamê diafirînin. C- Zanistên Mirovî / Zanistên Beşerî Dîrok, civaknasî, psîkolojî û mirovnasî/antropolojî, wek têne binavkirin Di dîrokê de, zanistên mirovî piştî Şoreşa Sanayiyê gihêjtine serxwebûna xwe û wek zanistên serbixwe derketine qada zanistan. Di wê dewrê de wiha hatiye parastin ku rêbaza pozitivîst, dikare bibe rêbaza zanistên mirovî jî û bi vê yekê, mirov dikare di mijarên mirovî û civakî de jî, encamên ku dibetiya

GOTAR

65

wan bilind in werin bi dest xistin. Lê ji ber ku zanistên mirovî ji zanistên xwezayê bi awayekî berbiçav cewaz bûn, wan jî li gor cîhêrengiya xwe hindek rêbazan afirandin û ev rêbaz bi demê re hatine bikaranîn. Taybetmendiyên Zanistên Mirovî:

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

pêşniyarkirin. Ji ber ku mirov heyîneke çalak e û her tevgereke mirovî wateyeka wê heye; tevgerên mirovî jî encax bi têgihîştinê dikarin werin fêhmkirin. 4- Di zanistên mirovî de, weke zanistên xwezayê; mirov nikare xwe bigîhîne zagonên misoger, Lewra mirov xwedîhiş û xwedî îrade ye û weke wanekên di xwezayê de jî tevnagere. Lewma jî di zanistên mirovî de, mirov dikare bibêje ku zagonên xwedîwesfên gelemper hene. Wek mînak: Îbnî Haldûn gotiye ku civak di pêvajoyên zayîn, pêşveçûn û hilweşînê de derbas dibin, Lê îro, ji aliyê gelek hêlan ve mirov dikare vê zagonê rexne bike. Ji ber vê yekê jî, mirov vê zagonê nikare wek zagoneke ku wê herdem derbasdar e bipejirîne. 5- Di zanistên mirovî de jî, weke zanistên xwezayê carinan têkiliya sedem-encamê tê bikaranîn, Lê ev yek, herdem encamên rast nadin.

1- Mijarên zanistên mirovî, tevgerên mirovî ne û xwe dispêrin van tevgeran. Ev tevger jî dibe ku wek şer û koçkirin; bûyerên dîrokî û civakî bin û dibe ku wek zêhn, kesayetî û guncaniya civakî, wesfên takekesî bin jî. 2- Di zanistên civakî de çavdêrî kêm tê bikaranîn û ezmûn/deney jî, bi ti awayî nayê bikaranîn. Bûyerên mirovî di dîrokê de carekî diqewinin û kes nikare di loboratuvaran de wan carekê din dubare bike. 3- Di zanistên mirovî de rêbaza bingehîn ye. Ev rêbaz, ji layê Wilhelm Dil- Çavkanî: Destpêka Felsefeyê they(1833-1911) ve hatiye


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

66

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

HEVALTIYA 40 SALAN

JINEKE ÊZIDÎ Û JINEKE MISILMAN

Fatma Tio jinêkî êzidî ye û Emîna

Hesen jî Ereb e, ev du jin hevalên hev ên 40 salan in. Ew bi hev re mezin bûn, şîr dan zarokên hev û ji ber terora çeteyan zarokên xwe bi hev re spartin axê. Emîna û Fatma dibêjin ku her çend bawerî û neteweya wan cuda be jî, yek ji wan nebe kar nameşe.

A: BÊRÎTAN MEDUSA - SOZDAR XELÎL

Serêkaniyê

ya herêma rojavayê Kurdistanê bi zêdebûna pêkhateyên xwe tê nasîn û mîna muzayika çanda ye. Di herêma Serêkaniyê de Kurd(misilman û êzidî), Ereb, Çeçen, Aşûrî, Suryan, Ermen û Çerkez bi hev re dijîn. Bi gotineke din mirov dikare bibêje pir rengiya Rojhilata Navîn hemû di herêma Serêkaniyê de kom bûye. Yek ji gundên Serêkaniyê yê ku gelê Ereb û êzidî bi hev re lê dijîn jî Til Xenzîr e. Li Til Xenzîr nêzî 150 mal

hene. Gund beriya 100 salan ji aliyê gelê Ereb û êzidiyan ve hate avakirin. Destpêkê gund nîv Ereb û nîv jî êzidî bû, gelê êzidî ji ber debara xwe û êrîşên çeteyan ên di sala 2013’an de ji gund derketin. Niha tenê maleke Êzidî li gund maye, ew mal jî mala Fatma Tio û hevjînê wê ye. Fatma û hevjînê xwe tenê mane, 6 zarokên wê hemû zewicîne û ji gund derketine, kurekî wê jî di dema êrîşên çeteyan de di nava leşkerên rejîmê de bû û di şer de jiyana xwe ji dest dida. Yek ji mînakên jiyana hevpar a gelan jî jiyana Fatma Tio(54) bi eslê xwe êzidî û Emîna Hesen(55) salî ku Ereb e. Ev her du jin 40 sal e hevalên hev in. Piştî ku Fatma ji gundê Til Binatê ya şengalê tê gundê Til Xenzîr û li wir dizewice, Emînayê nas dike. Emîna û Fatma dibin hevalên hev û ev 40 sale bi hev re heval in. 7 zarokên Fatma û 6 zarokên Emînayê çê dibin. Li gel ku Fatma êzidî bû û Emîna jî misilman bû, wan zarokên hev bi şîrê hev

mezin kirine û tev mîna malbatêkî here jiyan derbas kirye. “Terora” çeteyên DAIŞ`ê dilê her du hevalan jî şewitandiye. Fatma û Emîna bi hev re kurên xwe ji ber êrîşa çeteyan winda kirine û di axa Serêkaniyê de veşartin. Kurê Fatmayê dema leşkerê rejîmê bû ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin û kurê Emînayê jî di nava YPG’ê de di şerê li hemberî çeteyan de şehîd bû ye. Dema ku çete di sala 2013’an de dikevin gundên Serêkaniyê Fatma û Emîna bi hev re ji gund derbasî Serêkaniyê dibin. Fatma û Emîna rojên xweş û nexweş bi hevre derbas kirin û mîna du xoşik li kar û bare male de, li xweşî û naxweşiya hevdu de beşdar bune. Ji ber wî li ba hev du hevalan ruhêkî hevbeş û xwezayî tê ava kirin. ‘Dema em ne li gel hev bin kar nameşe’ Piştî ku YPG’ê çete ji gundên


Diclepress13@gmail.com

Serêkaniyê paqij kirin, Emîna û Fatma piştî dûrbûna 4 salan vegeriyan gundê xwe. Fatma û Emîna niha li gund bi hev re dijîn û ew naxwazin ji gundê xwe derkevin. Fatma dibêje ew cîran in, bi hev re dixwin û vedix-

RAPORT

67

win û wiha qala hevaltiya xwe bi Emînayê re dike:“Em her tim bi hev re ne. Em bi hev re alîkar in. Dema ez û Emîna ne li gel hev bin, kar nameşe. Ez naxwazim tu carî ji gund derkevim, ji ber ku ev gund mala min e û gora kurê min li vir e”.

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Li gel ku Fatma êzidî bû û Emîna jî misilman bû, wan zarokên hev bi şîrê hev mezin kirine û tev mîna malbatêkî here jiyan derbas kirye


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

68

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ MEXDÛRIYETA ÊZIDIYAN GIRANTIR DIKE

SERKAN DEMÎREL

Piştî

ku jina Kurd a Êzidî Nadîa Mûrad hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin, komkujiyên li civaka Êzidî hatin kirin jinûve ketin rojeva cîhanê. Neteweyên Yekbûyî ku piştî her komkujiyê tenê daxuyaniyan dide û şermezar dike, qirkirina li civaka Êzidî hatiye kirin hîn jî nas nekiriye. Xelata Aştiyê ya Nobelê ku li cîhanê bi nav û deng e, îsal radestî jina Kurd a Êzidî Nadîa Mûrad û doktorê ji Kongoyê Denîs Mûkwege re hate dayin. Ev yek bû sedem ku komkujiyên li Kurdên Êzidî hatine kirin jinûve bikevin rojeva cîhanê. Gelek saziyên navneteweyî daxuyanî dan û Nadîa Mûrad pîroz kirin. Saziyan bal kişandin ser fermanên li Êzidiyan rabûne.

Yek ji van saziyên ku daxuyanî dan û Mûrad pîroz kir, Neteweyên Yekbûyî(NY) ye. Di daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya NY’ê de jina Kurd Nadîa Mûrad hate pîrozkirin û hate gotin,”Civaka Êzidî bi taybetî jî jin bûn hedefa êrîşên hovane yên DAÎŞ’ê”. Bi vî rengî komkujiyên ku li Kurdên Êzidî hatin kirin bi bîr xist. Gelek tevger û saziyên Kurdistanî jî daxuyanî dan û Mûrad pîroz kirin. Saziyên Kurdistanî her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî jî kirin ji bo statuya xweser a Şengalê nas bikin û ya ku li Êzidiyan hate kirin weke qirkirinê nas bike. DI RAPORAN DE HATE ÎSPATKIRIN KU QIRKIRIN HATIYE KIRIN, LÊ... Tevî ku komkujî û fermanên li civaka Êzidî rabûn jinûve ketin rojevê jî, Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî li pêşberî van kiryarên li Êzidiyan hatine kirin heta niha

gaveke berbiçav neavêtine. Neteweyên Yekbûyî ji bo mexdûriyeta Êzidiyan ji holê rake, bi rola xwe ranebûye. Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî meha Adarê ya 2015’an li ser mijarê daxuyaniyek da û di rapora xwe ya lêkolînê de got,”Li dijî Êzidiyan sûcê şer û mirovahiyê hatine kirin. Ev sûc jî bi qirkirinê dikare bê pênasekirin”. Bi vî rengî ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwestibû ku di vê mijarê de bikeve nava liv û tevgerê. Li gel vê bangawaziyê jî Konseya Ewlekariyê ya NY’ê gaveke pratîkî neavêt. ‘SÛCÊN LI ŞENGALÊ HATINE KIRIN DIVÊ LI DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ BÊN DARIZANDIN’ Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ku ser bi Konseya Mafên Mirovan a NY’ê ye, roja 16’ê Hezîrana 2016’an li Navenda NY’ê


Diclepress13@gmail.com

ya li Cenevreyê raporek weşand. Komîsyonê diyar kir ku li gorî daneyên wan, DAÎŞ’ê Êzidî qir kiriye. Komîsyonê bi berfirehî qala komkujiyên li Şengalê kir û ragihand, DAÎŞ’ê sûcê şer û mirovahiyê kiriye. Komîsyonê bang Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî kiribû ku van kiryaran weke qirkirinê nas bikin. Her wiha xwestibû ku ev sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî werin darizandin. BILA WEKE QIRKIRINÊ WERE NASKIRIN Konseya Mafên Mirovan a NY’ê di salvegera 3’an a komkujiya Şengalê de daxuyaniyeke din da û bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê û raya giştî ya navneteweyî kir ku Qirkirina Êzidiyan nas bikin. Tevî vê yekê, gelek saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî rapor ama-

RAPORT

69

de kirin û bal kişandin ser qirkirinê. Saziyan ji raya giştî ya navneteweyî xwestin ku ji bo Êzidiyên neçar mane koç bikin, bikevin nava hewldanan. Wekî din, Parlamenta Ewropayê roja 4’ê Sibata 2016’an bûyerên li Şengalê xiste rojeva xwe û di vê rûniştinê de bi yek dengî hate qebûlkirin ku li Iraq û Sûriyeyê qirkirin li Xiristiyanan û hindikahiyên din ên olî hatiye kirin. Tevî vê biryarê jî Parlamenta Ewropayê ji bo jiholêrakirina mexdûriyetê karekî pratîk nekir. BANGÊN HATIN KIRIN BÊ BERSIV MAN Tevî bangên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî, Qirkirina Êzidiyan heta niha ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve nehatiye naskirin. Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî tevî nenaskirina Qirkirina Êzidiyan, bangên ji bo naskirina

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Gelek tevger û saziyên Kurdistanî jî daxuyanî dan û Mûrad pîroz kirin. Saziyên Kurdistanî her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî jî kirin ji bo statuya xweser a Şengalê nas bikin û ya ku li Êzidiyan hate kirin weke qirkirinê nas bike

..........

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî sala 2016’an ragihand ku ya li Şengalê hatiye kirin qirkirin e


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

70

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

statuya xweser a Şengalê û daxwaza jî sala 2016’an nas kir ku li Iraqê û jinûve avakirina Şengalê bê bersiv Sûriyeyê Êzidî hatine qirkirin. Lê mixabin tevî vê yekê jî raya giştî ya hiştine. navneteweyî û saziyên pêwendîdar bi erka xwe ranebûn û gelê me ÎGREK: GELEK BIRYAR HATIN bi tenê hiştin. Hîn jî metirsî heye ku GIRTIN, LÊ EM BI TENÊ HATIN komkujî û qirkirinên nû li dijî gelê HIŞTIN me bên kirin”. Li ser mijarê em bi Hevserokê Meclîsa Şengalê ya li derveyî welat Fîkret BANGA LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Îgrek re axivîn. Îgrek bi navê meclîsê Nadîa Mûrad pîroz kir û got, wergirtina vê xelatê ji bo Êzidiyan cihê Fîkret Îgrek careke din bang li Netewserbilindiye ye. Îgrek diyar kir, gelekî eyên Yekbûyî û civaka navneteweyî girîng e rewşa Êzidiyan bi vê wesî- kir ku li pêşberî tiştên bi serê Êzidileyê careke din ketiye rojevê û rexne yan hatine bêdeng nemînin, gavên kir ku Neteweyên Yekbûyî, Konseya berbiçav biavêjin û ev daxwazên Ewropayê û Parlamenta Ewropayê xwe anî ziman: biryarên xwe yên li ser mijarê bi cih * Ji bo pêşî li komkujî û qirkirinên nû were girtin, statuya xweser a Şengalê neanîne. Îgrek got,”Konseya Mafên Mirovan li qada navneteweyî were naskirin. a Neteweyên Yekbûyî sala 2016’an * Bûyerên li Şengalê qewimîn ji aliyê ragihand ku ya li Şengalê hatiye ki- Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya rin qirkirin e. Parlamenta Ewropayê navneteweyî ve weke qirkirinê bên naskirin.

* Hem çeteyên DAÎŞ’ê ku ji qirkirinê berpirsyar in, hem jî dewletên ku destekê didin DAÎŞ’ê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî werin darizandin. * Şengal ji nû ve bê avakirin û rê li ber wê yekê were vekirin ku mirovên me yên neçar hatine hiştin ku koç bikin û li kampan dimînin, bi awayekî ewle vegerin Şengalê. * Hêzên YBŞ û YJŞ ên li dijî DAÎŞ’ê bi xurtî têdikoşin, bi awayekî fermî weke Hêzên Berxwedana Şengalê bên qebûlkirin.

Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê biryarên xwe yên li ser mijarê bi cih neanîne


Diclepress13@gmail.com

HEVPEYVÎN

71

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

ÇETEYÊN 46 DEWLETA ÊRÎŞÎ ROJAVA KIRIN

ABDULKERÎM OMAR: DEWLETAN DIBÊJIN WAN KESAN BIKUJIN

Hevserokê Têkiliyên Karê Derve

yê Herêma Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer bal kişand ser çeteyên di destê hêzên YPG/YPJ û QSD’ê de û got:“Zêdetirî 800 çeteyên DAÎŞ’î di destê me de ne. Dîsa 584 jin û 1248 zarok jî yên çeteyan in û niha li nava kampan dijîn”. Di hevpeyvînekî taybet de Hevserokê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer destnîşan kir ku têkilî bi gelek dewletan re kirine ku welatiyên wan di destê wan de ne ku bên bigirin. Heta niha gelek ji wan welatan bersiva peyamên wan nedane û ji ber metirsiyê hinek ji wan welatan gotine:‘Li gel xwe dadgeh bikin, yan jî bikujin!’. Ciwanên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên herêmê yên di bin sêwana YPG/YPJ û QSD’ê de xwe rêxistin kirîn bi salan e li Bakur û

Rojhilatê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, El Nûsra, El Qaîde, Ehrar El Şam û bi dehan komên cuda cuda yên li serê mirovaniyê bûne bela têkoşînê dikin. Di van şeran de 16 hezar çete hatin kuştin û bi sedan çete jî neçar man ku xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD) bikin. Heta niha 800 çeteyên biyanî xwe radestî QSD’ê kirine. ew çeteyên li Rojava şer dikin ji 46 welatên biyanî yên cîran in, em ketine navan hewldanan ku ew dewlet bên hemwelatiyên xwe bigirin.

zêdetirî 800 çeteyên DAÎŞ’î, dîsa 584 jin û 1248 zarok in ku welatiyên 46 dewletên cîran in yên ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatine dîlgirtin û xweradestkirin.

A: RÊBAZ HESEN

* Axo li niha ve metirsiya wan çeteyan çîne? - Metirsiya hebûna çeteyên biyanî hê heye. ji ber ku rewşa Sûriye hê ne aram e, metirsî heye ku di pêşerojê de rejîma Sûriye û dewleta Tirk êrîş bike. Dema ku êrîş bikin xeterî heye ku ev çete hemû ji vê sûd bigirin û birevin yan jî ev herêm bikevin destê wan, ev jî dibe metirsiyeke mezin ji bo hemû mirovayetiyê.

* Heya niha hejmara çeteyên xwe radestî hêzên QSD’ê kirine çend in? - Di pêvajoya rizgarkirina xaka Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyeyê de

* wan zarokên ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatine perwerde kirin, ji bona wan zarokan mirov dibê çî bike? - Divê zarokên ku ji aliyê çeteyên


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

Em van çeteyan dadgeh nakin, em dixwazin her dewletek welatiyên xwe bigirin û dadgeh bike. Yan jî dadgehek ji aliyê neteweyên yekbûyî ve were kirin û her çeteyek li welatê xwe cezayê xwe bikişîne. Eger me dît ku civaka navdewletî bi erka xwe ranabe, wê demê em ê biryarekê bigirin DAÎŞ’ê ve hatî perwerdekirin, ji nû ve dîsa bên perwerdekirin ku bikarin ji wê gemariyê rizgar bibin. Lê derfetekî me yê ku wan perwerde bike nîne. Ji bo wê daxwaz ji peywendiyên dîplomasî, ragihandina demokratîk dikin ku zextê li ser civaka navdewletî bikin ku bi erkê xwe rabin. * Heya niha helwesta civaka nav netewî li hember wê rewişê çiye? - “Me bi xwîn û berdêlên pir giran biha yên şehîdan karî xak û navçeyên xwe ji destê çeteyê gemarî rizgar bikin. Ev jî bû derfetekî yekcar mezin

72

HEVPEYVÎN

Diclepress13@gmail.com

ji bo hemû mirovahiyê. Ji bo wê divê her dewleteke ku welatiyên wan di destê me de ye, bi berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî xwe berpirs bibinin û bên welatiyên xwe bigirin. Daxwaz ji wan dewlet û bi taybet ji dewletên Ewropa û navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin. Ji ber ku topeke agir û varêlekî barût e û nediyare bê ka kengê wê biteq e”. * Hûn ê wan çeteyan çî lê bikin, yan ê hûn wane dadgeh bikin? - Em van çeteyan dadgeh nakin, em dixwazin her dewletek welatiyên xwe bigirin û dadgeh bike. Yan jî dadgehek ji aliyê neteweyên yekbûyî ve were kirin û her çeteyek li welatê xwe cezayê xwe bikişîne. Eger me dît ku civaka navdewletî bi erka xwe ranabe, wê demê em ê biryarekê bigirin. Em vê carekî din dubare dikin ku em van çeteyan li gel xwe ranagirin. Çawa bi hevkariya koalîsyona navneteweyî me DAÎŞ têk bir, em ê vê metirsiyê jî derbas bikin, ji ber ku ev metirsî ne ji xeteriya DAÎŞ’ê kêmtire. * Heya niha hewldana we, wekî reveberiya xweser jibo radestkirina wan çeteyan bi welatê wan çî buye? - Welatên ku me têkilî pêre danîne, hatine welatiyên xwe birine. Nimûne; Rûsya 50 jinên Şîşanî birine, dîsa Endonezya 3 welatî,

Siûdî 2 jin û 3 zarok girtine. YPJ’ê 1 jin û 4 zarok radestî sîxûriya Amerîka kiriye. Dîsa têkildarî heman mijarê peywendî me li gel Danîmarka, Belçîka, Hollanda daniye, lê heta niha berivek ji bo van peywendiyan nehatiye dayîn. Me têkilî li gel welatên Kanada re danî. Li ser vê bi heyeta Kanada re li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistan em civiyan. Heyeta Kendavê li ser vê mijarê dosyek şand têkildarî ew kesên di destê me de ne ji bo kar û barên hiqûqî bikin ku yên mîna dîplomasî, pasaport û hwd. ji bo radestkirinê. Lê ev 3-4 mehin ev mijar hatiye û rawestiyaye. Em sedemê rawestandina vê mijarê ya ji aliyê Kanada ve jî nizanin û têkildarî vê jî tiştek bi me re nehatiye parvekirin. * Helwestêkî eşkira yan wan welatan jibo girtina welatiyên xwe heye gelo? - Di hinek peywendiyên me li gel welatên ku welatiyên wan di destê me de ne diyar dikin ku ew çete gelek xeter in, nagirin. Dibêjin; ‘Hûn li gel xwe dadgeh bikin, beşek ji wan welatan jî dibêjin welatiyên me bikujin!’. Em nikarin van kesan bikujin. Ji ber ku di distûrên me de qanûna darvekirinê nîne. Her wiha jin û zarok me ne xistine nava girtîgehan. Ew li 3 kampên bi navê Roj, El Hor û Elîsa hatine bicihkirin. Lê çete li nava girtîgehê ne.


Diclepress13@gmail.com

HEVPEYVÎN

73

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

FAYEQ GULPÎ:

KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK PIRSGIRÊKÊN ÎRAQ Ê ÇARESER DIKE

Serokê Akademiya Siyaset û Hiz-

rê Demokrasî Dr. Fayîq Gulpî diyar kir ku ancax sîstema Konfederalîzma Demokratîk pirsgirêkên Kerkûkê û herêmên nakokî li ser hene çareser bike û got, “Piştî 16’ê Cotmehê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê rûmata xwe ya siyasî û leşkerî ji dest da. Sîstema siyasî ya Başûr ne di wê hêzê û eqliyetêde ye ku pirsgirêka Kurd li herêmên nakokî li ser hene çareser bike”. Serokê Akademiya Siyaset û Hizrê Demokrasî Dr. Fayîq Gulpî pirsên derbarê sedema pêk hatina bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an û encamên wê, rêyên çareserkirina pirsgirêkên li herêmên nakokî li ser hene (Madeya 140) û bi taybet jî Kerkûkê bersivand û nirxandinên girîng dike.

A: BERHEM LETÎF-ŞOREŞ BENEK

* Salek li ser bûyerên 16’ê Cotmehê re derbas bû, bi baweriya we sedema pêkhatina 16’ê Cotmehê çi bû? - Sedemên ku çavkaniya xwe ji Herêma Kurdistanê û ji Iraqê digirtin ku pêşî li pêk hatina 16’ê Cotmehê vekir, hene. Sedemên ku çavkaniya xwe ji Kurdistaniyan digirt ew bû ku mixabin çandek li Başûrê Kurdistanê heye, di dema şer de qadê terk dikin û direvin. Vêya jî zehf asayî dibînin. Nimûneya vêya di sala 2014’an de die terk kirina Şengalê de hate dîtin. Ev jî çandeke zehf xirab e. Xala duyemîn jî ewe ku ji ber nakokî û aloziyên di navbera aliyên siyasî, diçin hêzên leşkerî yên welatekî din dixin nava Herêma Kurdistanê. Li Kerkûkê hinek nakokî hebûn, nakokî di navbera YNK û PDK’ê de hebû. Lê di rastiyê de Kerkûk cihê alîgirên YNK’ê ye. Lê PDK, hewl dida

bandora xwe li Kerkûkê zêde bike û di nava YNK’ê bixwe de jî nakokî hebûn. Parêzgerê (Walî) Kerkûkê ku endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê bû ji YNK’ê hêrs bûbû. * Sedemên ku çavkaniya xwe ji hikûmeta Iraqê digirt çi bû? - Sedema yekemîn ewe ku li gorî madeya 140 a qanûnên Iraqê Kerkûk herêmeke dikeve nava herêmên nakokî li ser heye, divê ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêmê ve hatiba rêvebirin, heya madeya 140 hate pêkanîn. Lê hikûmeta Iraqê her timî fikiriye ku vegere Kerkûkê. Sedema duyemîn jî referandûm bû. Me dît ku referandûm li Kerkûk û herêmên nakokî li ser hene çêbû. Piranî jî daxwaza serxwebûnê kirin. Ev jî ji aliyê Iraq, Îran û Tirkiyê ve ne hate hezim kirin. Ev jî ji bo Iraqê bû derfetek baş.


KOVAR DICLE

SAL 2

2018/11/20

HEJMAR 10

74

HEVPEYVÎN

Diclepress13@gmail.com

Bexda nakokîyên di navbera YNK û vê mijarê de hişyar nîne. Diviyabû PDK’ê de kûr kir û bi erêkirina berovajî ba, diviyabû gel van hêzan di hilbijartinê de cezakiriba. Lê em Amerîka êrîş van herêman kir. dibînin ev hêz hê jî li pêş in. * Têgotin yek ji sedema sereke ya pêkhatina bûyerên 16’ê Cotmehê * Piştî 16’ê Cotmehê Kurd çi bidreferandûm bû. Piştî 16’ê Cot- est xist, çi ji dest da? mehê jî encamên referandûmê - Rûmata xwe ya siyasî û leşkerî ji hatin betalkirin. Hun vêya çawa dest da. Ji ber pirsgirêkên navxweyî û hizbî, komikên di nava hizbekî de, dinirxînin? - Referandûm rêbazeke demokratîke hişt ku hêzên Iraqê bînin Kerkûkê. ku dikare ji bo her tiştek were kirin. Niha gelê Kerkûkê tev nerazîne. Bi Referandûma Herêma Kurdistanê dehan Kurd li Kerkûkê ji karê xwe ji bo serbixweyî hate kirin. Lê, pi- hatin dûr xistin. Ev jî weke biçûkxraniya gel wê demê digot, ne dema istineke mezin e. Kerkûk ku bajarreferandûmêye, ji ber Herêma Kurd- ekî Kurdistaniye, niha ji aliyê kesek istanê yekgirtî nebû, hêzeke wê ya ji pêkhateya Ereb ve tê birêvebirin. leşkerî nebû, hûkmeke medenî û Beşek ji YNK’ê jî beşdarî wê bûn ku qanûnî nebû. Her wiha di asta Iraq, hêzên Iraqî bikevin Kerkûkê, niha herêm û cîhan de jî kar ji bo wê ne tev ji dest çû. Lê ya herî girîng jî ewe hatibû kirin û amadekarî nebû. Lê ku gel li hember van siyasetên şaş, tevî vê yekê jî hate kirin û Kerkûk ji hişyar be. dest hate dayîn. Piştî wê jî encama referandûmê hate betalkirin. Ali- * Hun helwesta siyasî ya partiyên yekî siyasî vêya sipart referandûmê Başûrê Kurdistanê piştî 16’ê Cotû herçend sextekarî hatibe kirin jî mehê çawa dibînin? dengê xwe di hilbijartinê de zêde kir. - Helwestên cûda hene. Helwesta Lê pirsgirêka me ewe ku gelê me di YNK û PDK zehf cûdaye. Helwes

Sîstema Rêveberiya Herêma Kurdistanê sîstemeke desthilatdariya hizbî ya malbatî ye, ne netewî ye, ne demokratîk, ne jî mirovahiye. Ev sîstem û fikrê heyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd li herêmên nakokî li ser hene, ne xwedî hêza çareseriyêye ta PDK’ê ewe ku 16’ê Cotmehê weke xiyaneteke mezin a netewî dinirxîne. Lê eger em hinek li ser mijarê kûr bibin, em ê bibînin ku yên hatin Kerkûkê kontrolkirin Firqeya (tûmen) Altûnî ya Iraqê bû ku PDK’yiyek fermandariya wî dikir. Lê ew jî (PDK) şer nekirin. Di nava YNK’ê de jî beşa ku nêzî malbata Talabanî vêya weke tişteke asayî didîtin. Lê hinek endamên rêveberî û mekteba siyasî


Diclepress13@gmail.com

ya YNK’ê jî berovajiyê wê dibêjin, pêwîst bû ne wisaba û vêya weke xiyanetê dibînin. Aliyên din yên siyasî jî xwedî helwesteke cidî ya zelal nebûn. Li gorî berjewendiyên xwe diaxivin, ne ku li gorî berjewendiyên gel. * Çima partiyên Başûrê Kurdistanê piştî bûyerên 16’ê Cotmehê nebûn xwedî helwesteke hevpar û yekîtiya xwe pêk ne anîn? - Ev partî ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatine damezrandin. Ji bo wê hatine damezrandin ku bibin desthilatdar. Dixwazin ew derfetên rêveberiyê yên hene ji bo xwe, malbat û xizmên xwe bikarbînin. Weke nimûne PDK sala borî referadûm kir, salek li ser re derbas nebû, di meha Gulanê de bi coş beşdarî hilbijartinên parlementoya Iraqê bû û şer li ser hinek meqamên hikûmeta Iraqê kir. Ji bo wan a girîng desthilatiya wan zêde bibe, ne ku pirsgirêka Kurd çareser bikin. * Di dema referandûmê de hate dîtin ku Iraq, Tirkiye û Îran gef li Herêma Kurdistanê xwarin. Li dijî herêm gavên hevbeş avêtin. Lê em dibînin helwesta Kurdan ne yekgirtiye. Li gorî nêrîna we ev parçebûn bandoreke çawa li

HEVPEYVÎN

75

ser çareserkirina pirsgirêka Kurd dike? - Ev tê wê wateyê ku yekîtiya netewî di nava hêzên Kurdistanê de nîne. Lê dagirker, yekîtiya dagirkerên Kurdistanê pêk anîne. Kurd çiqas yek be wê hêza wê ewqase zêde bibe. Welatên cîran û yên cîhanî jî Kurdên yekgirtî zêdetir cidî digirin û hesap dikin. Lê mixabin ev hêzên me ne netewîne. Dikarim bêjim ku beşek ji siyaseta hêzên Başûrê Kurdistanê ji aliyê welatên dagirker ve tên birêvebirin. Yanî berê jî niha jî siyaseteke wisa şaş çêbûye ku siyaseteke serbixwe nîne. Hem ne netewîne, hem jî desthilatxwazin. Biryarên siyasî yên van hêzên Başûrê Kurdistanê piranî ne bixwe didin, ji aliyê derve tên dayîn. Ji ber vê hevnagirin. Ev jî dibe sedem ku doza Kurd paş bikeve. * Hun rewşa herêmên nakokî li ser hene ya piştî 16’ê Cotmehê şûnde çawa dibînin, bi dîtina we divê Kurd ji bo çareseriyê çi bikin? - Sîstema Rêveberiya Herêma Kurdistanê sîstemeke desthilatdariya hizbî ya malbatî ye, ne netewî ye, ne demokratîk, ne jî mirovahiye. Ev sîstem û fikrê heyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd li herêmên nakokî li ser hene, ne xwedî hêza çareseriyêye. Demek dirêj Kerkûk di

HEJMAR 10

2018/11/20

SAL 2

KOVAR DICLE

Mixabin çandek li Başûrê Kurdistanê heye, di dema şer de qadê terk dikin û direvin. Vêya jî zehf asayî dibînin. Nimûneya vêya di sala 2014’an de die terk kirina Şengalê de hate dîtin destê Kurdan debû, parêzger Kurd bû, serokê asayiş û polîs Kurd bû. Lê, du siyasetên şaş yên mezin kirin. Ya yekem di nava xwede netewî nebûn, weke nimûne du asayîş hebû. Bêyku şerm bikin, dihatin pêş televîzyonan û digotin, asayişa PDK’ê û asayişa YNK’ê. Şaşitiya du ew bû ku li hember pêkhateyên din demokratîk nebûn. Weke nimûne ala Herêma Kurdistanê li Kerkûkê daliqandin. Lê dema ew al danîn, diviyabû hesabê pêkhateyên Tirkmen û Ereban jî bikin. Ya baş ewe ku aleke taybet li Kerkûkê hebe ku hemû pêkhateyan himbêz bike. Ji ber vê ev sîstema rêveberiyê hizbiye û li hember gelên din jî ne demokratîk e. Ev jî pirsgirêkan çareser nake. Nimûneyeke me ya baş li Rojavayê Kurdistanê heye. Sîstemeke nû ya bi navê konfederalîzma demokratîk avakirin e. Bi baweriya min sîstemek çareseriyê ya herî başe ji bo herêmên nakokî li ser hene. Dikare bi awayeke herî baş pirsgirêkên herêmê çareser bike. Di rêveberiyê de Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî û Sûryanî dikarin cih bigirin û li gorî van pêkhateyan were rêvebirin. Sîstema Konfederalîzma Demokratîk li gorî pêkhateyane, ne li gorî neteweya serwer û jêr deste.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.