PDF KOVAR DICLE 21 BESE KURDÎ L

Page 1

Sal 4

2021/3/30

Hejmar 21 Diclepress13@gmail.com

Ola êzdiyatiyê ola here kevnara

Zanista Jin“Jineolojî” tê çi wateyê û armanca wê çiye? DI BAWERIYA ÊZDIYA DE HÊK, CÎHANA EM LI SER IN DESTNÎŞAN DIKE


ş: xalid hesen xidir(serhed elzero)


DICLE Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 21 NISAN : 2021

DI VÊ HIJMARÊ DE Çarenûsa Êzidiyan wê berxwedan û xwerêveberî diyar bike! TÊKILIYA TIRK – ÎSRAÎL BIGORÊ BI TÊKILIYA KURD – ÎSRAÎL JI NAVDARTIRÎN Û KEVINTIRÎN BAJARÊ MEZO-POTAMYAYÊ YE PIRANIYA DARÊN ÇIYÊ, DARÊN BERÛYAN BÛN LI CHÎAPASÊ MODELA XWESERIYÊ SERÊ MIROVÊ AQIL, ÇI CAR NAÊŞIT KAZO LI GUNDÊ ÊRMANIS DI NAVA MALBATEKE CO-TYAR DA HATIYE DINe LEYLA KEÇKÊKA NETIRS Û ZÎREK BU JI BO TÊKÎLÎYA AZAD ŞERNEKIRIN LI AZADÎYÊ XIYANET E JI CIHÊN NAVDAR LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ(GÊRA QÎRANYA) FIKIR Û FELSEFEYA OLA ÊZDIYATIYÊ DI BAWERIYA ÊZDIYA DE HÊK, CÎHANA EM LI SER IN DESTNÎŞAN DIKE Di Dîroka Wêjeya Hemdem De ... Têkiliya Îktîdar û Şîdetê Çavê kû her tiŞtî dibînit, ji dîtina xwe natewane Zanista Jin“Jineolojî” tê çi wateyê û armanca wê çiye? Di her hilbijartinek de hejmara jinan ji rêveberiya Iraqê...! De bila bi Şûr û xenceran li ser can û cesedê min peya bin BaŞîqa SêgoŞeya kû ji bo Tirkiyeyê stratejîk e Roja jinan bi ruhê Newrozê

4 5 15 18 26 32 35 38 43 51 56 58 62 63 69 71 73 75 77 79

Xwediyê Kovarê û Rêvebera weşanê:

Faris Herbo Xidir Cigirê Rêveberê weşanê:

Sikran Ridînî Meshuc el.şemerî Berpirsê weşanê:

Azad Ebdal kirêt Desteya Weşanê:

- Xelîl Murad Şilo - Omran Sekran Ridînî - Îbrahîm Emo Kiçî Sepandin û Derhênerî:

Qasim Xelif Abdulla Navîşan:

Şengal -SincarTel: 07504197663 07500496100

E. mail: Diclepress13@gmail.com

Hejmara Roxstgirtin Li Sendîkaya Rojnamevanî îraqî

1773


Ji Edîtor Çarenûsa Êzidiyan wê berxwedan û xwerêveberî diyar bike! Xwendevanên hêja!

mexabin di piratîkê de hemî hewldana wan ew e ku Şengalê û doza rewa ya Meha Adar û Nîsanê di her rûpelên gelê me ku piştî fermanê ji xweliya xwe de gelek bûyerên girîng yên dîrokî xwe, xwe ji nûve afirandiye, helweşînin dihewîne. Her yek ji wan roj û bûyeran û radestiyê li wan ferz bikin. xwdî wateyeke gelek girîng û dîrokî ye. Dewleta Iraqê di vê demê de ji bo ku Di heman demê de ev roj û bûyerên hinêk tawîzan ji derve bigire, dixwaze dîrokî hem aliyên xwe yên şadî û pîroz careke din gelê me bike qûrbaniya desthildariya xwe û dirêjkirina temenê hene, hem jî xemgîniyê dihewînin. Li gorî salnameya gelê me, meha Adar vê dewletê. Ev tenazûlat jî piranî ji bo û Nîsanê destpêka demsalê ne. Bi hati- dewleta Tirk e. Bazariya di navbera na meha Adarê re xweza xwe dilivîne û PDK û hikumeta navendî ya Iraqê û zindî dibe; dar, ber û giya kêlî bi kêlî be- dewleta Tirk de wisa ye ku her yek ji jna xwe bi xemil bilind dikin. Rê li ber wan bi tenê nikarin temenê xwe dirêj hatina bihara dilan vedikin. Ji ber vê bikin. zindîbûnê ku di erdnîgariya me de her Her sê aliyan(dewleta navendî, PDK û tim neyaran jî hewl dane di vê mehê dewleta Tirk) di asta çareserkirina pirsde derb li gelê me bidin û gelê me ji vê gêrêka heremê û gelê me de nîn in û zindîbûnê bêpar bihêlin û ji gihîştina bi berovajî vê jî her sê alî bûne arîşeyên sereke li hemberî çareseriyê. Ango her daxwaz û hêviyên xwe paşde bixin. Bi giyana meha Adar û Nîsanê gelê me sê alî naxazin di heremê de aramî û di dîroka xwe de her tim hewl daye bi ewlehî pêk bê û hemû hewldana wan, zindîbûna xweza û nebatan re, rih û îsrarkirina di neçareserkinê de ye. Ji can û fîzîka xwe re bi xwezayê re bike ber vê yekê ye ku her sê alî dest ji dek yek û di nav yekbûnekê de bijî. Gelê û dolabên xwe bernadin û dem bi dem me bi wî ruh û baweriyê jiyaye û hewl plan û plangeriyeke nû dixin rojeva gel daye bide jiyankirin jî. Di nav xemla û raya giştî. demsalê de, dest bi têkoşînê li hemberî Ger hikumeta navendî dixwazê di zilm û zordariyê kiriye, serî netewandi- Iraqê de aramî çêbibe, divê ji bo vegera ye û rihê berxwedêrî û serheldanê jî gel ji bo cih û warê wan xebatên bi lez weke hêmaneke hebûna xwe dîtiye û bimeşîne, xizmetgûzarî û pirsin bêkarî û aboriya gel çareser bike, derfetên kar li berxwe daye. Di çarçoveya çalakiya berxwedanê ya ava bike û sîstema ne-navendî ji bo gelê me ya Şengalê de, ji bo parastina parastin û xizmet û azadiya gel esas nirx, rûmet û kerameta xwe, gel nêzî bigre. Ev pêngavên ku divê dewlet di 4 meh e di konê berxwedanê de ye û vê demê de pêk bîne. Dewlet ger bixnaxwaze îradeya xwe ya rêxistinbûyî waze car din li ser piyan xwe bigire, radestî ti hêzekî bike. Ev jî tê wateya divê aştiya di navbera sazî û pêkhatzindîbûn û parastina hebûna xwe li ser eyên civakî xweş bike û ji bo vê yekê jî divê baweriya gel qezenc bike. Lê îradeya zatî. Rayedarên Iraq û herema Kurdistan ê wisa diyare di fikr û kiryarên rayedarçiqasî jî di axaftinên xwe de hehsa ça- ên dewleta navendî ya Iraqê de ti reserkirina pirsgirêka Iraqê dikin jî, lê guhertinên erenî çênebûye. Ev jî tê wa-

teya kûrkirina qeyran û neçareserkirina pirsgirêkan. Berxwedaniya ku çar meh e di bin kon de bi hemî zehmetiyan gel dibomîne, nişaneya vê yekê ye ku êdî gel dest ji nirxên ku bi destê xwe afirandiye bernade û wê bi her awayî wan biparêze. Ev berxwedan, berxwedana rûmet û kerametê û parstina nirxên azadî û xwebûnê ye. Ji ber vê yekê çiqasî berxwedan bidome bila bidome heya ku neyar jî bizanibin ku gelê me ne ew gelê bere fermanê ye, êdî teslimiyet û desthilatdariya ti kesêkî qebûl nakin. Ligel wan êriş û gefan, weke gelê me û bi taybetî jî Şengalê di rewişeke hesas de derbas dibin û ji dost û neyaran çavên hemî civakê li sekn û helwesta me ye. Yanê em çawa sekna xwe raber bikin, ev sekin wê bibê mînak û ezmûnêkî berbiçav ji bo hemî aliyan. Çi ji bo navxwe ya hêz û aliyên Iraqê û çi jî ji bo gelê me bi giştî wê bibê dînamîka çareseriyê. Destketiyên çend salan ên gelê me li Şengalê ku bi hemî zehmetî û keda bêhempa hatiye avakirin tenê dikarê bi berxwedanê bê parastin û bi misogerkirina sîstima xweseriyê bê tacîdarkirin. Ji bo vê yeke bi rihê berxwedanê di meha Adar û Nîsanê ku rojên herî bi nirx û biha ne, mirov dikare bi baweriyeke mezintir bike û di sersala nû de bi rihê 8’ê Adarê, Newrozê, 4’ê Nîsanê, Çarşema Serê Salê û bi yekrêziya hêz û aliyên Êzidiyan û gelê me bi hemî pêkhateyên xwe ve pêla berxwedana hemdemî bê kirin û rê ji hemî plan û plangeran re bê girtin. Ji niha ve hatina Cejnin Serê Salê, 4’ê Nîsanê û Newrozê li tevahiya gelê me û bi taybetî gelê me yê Êzidî pîrozî be û bibe hêviya serketina ji bo gelê me be.


Diclepress13@gmail.com

Fikrî

5

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Abdulla ocellan

Têkiliya Tirk – Îsraîl bigorê bi Têkiliya Kurd - îsraîl

Cihûtî, Têkiliya Tirk-Îsraîl û Pirsgirêka Kurd Mirov heta li rastiya Cihû û Îsraîlê rast serwext nebe, zor e ku mirov li pirsgirêka Kurd serwext bibe û çareser bike. Min ji ber vê yekê hewce dît ku ez meseleya Ibriyan di parêznameyê de weke beşekî cihê binirxînim. Marks bi xwe jî dema hewl dide pirsgirêkên der barê sosyalîzmê de çareser bike, neçar maye ‘Meseleya Cihûyan’ weke pirtûkçeyekê binivsîne. Meseleya Cihûyan ji dema şaristaniyên Sumer û Misrê ve hebûna xwe dewam dike û her ku diçe ev pirsgirêk girantir dibe û heta roja me ya îro tê. Di Ahtî Atîk de bi awayekî berfireh behs dike ku Brahîm ji ber pirsgirêkên bi Nemrûdên Babîlan re û Mûsa jî ji ber pirsgirêkên bi Firewnên

Misrê re cihûwarê xwe terikandine, derketine bi qebîleya Ibrî ber bi diyarê Kenan-Filistînê ketine rê, çûne. Pêkhatin û dewamkirina Qraltiya Cihû-Îsraîlê ku bi pêxember Dawit dest pê dike û bi qasî hezar salî dewam dike, cewherê pirsgirêkê pêk tîne. Serê pêşî bi qebîleyên li welatê Kenan pirsgirêkên wan ên der barê cihûwar û dînî de çêdibin(dema 13001000 B.Z. bi Mûsa dest pê dike; dema 1300-1600 B.Z. bi Brahîm dest pê dike) û di heyama pêxember Dawit de hewl didin van pirsgirêkan bi qraltiyeke piçûk çareser bikin. Dema Pêxember Silêman ‘serdema zêrîn’ a vê qraltiya piçûk e. Di Pirtûkên Pîroz bi awayekî rengîn behsa çîroka wê tê kirin. Qraltî paşê ji hev belav dibe. Şêxên serekqebîle û zanyarên ji

wan re pêxember dihat gotin(pirr kêm be jî di nava wan de jin hene) tevî ku gelekî hewl dan careke din nikarîbûn qraltiyê bi ser hev de bînin. Ya rastî, Ahdî Atîk ji rêzeçîrokên li dora pirsgirêkên vê qraltiya piçûk çêdibin pêk tê. Li herêma berê ket bin destê Împaratoriya Asûrê(B.Z. 720), paşê jî ket bin destê Împaratoriya Med-Pers(B.Z. 546) pirsgirêka Cihû bêhtir giran bû. Berxwedan û serîrakirin çêdibin. Cara pêşî di dema Qralê Babîlê Nebûqednezar de(B.Z. 596) bi komî ji Babîlê têne mişextkirin. Bi vî awayî dema mişextkirinê ya çil salî dest pê dike. Keyayê Persan Kyros(bi Medî-bi Kurdî kuro ye, bi Grekî kyros tê xwendin) wan rizgar dike û ji nû ve wan dişîne welatê Yehûda-Îsraîlê. Di wê demê de ji dok


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Piştî ku di sala 1948’an de dewleta Îsraîlê hat îlankirin, heman sê proje hê bi awayekî berfirehtir hatin dewamkirin. Yên li ber rabûn, xwestin bi nasname û armanca xwe ve girêdayî bimînin çi rastgir çi çepgir, çi Kurd çi Tirk bi cezayên herî giran hatin tesfiyekirin trîna Zerdeşt gelekî bi tesîr dibin. Perestgeha Silêman a hilweşiyayî ji nû ve ava kirin. Serhatiyên qebîleya Ibrî cara pêşî di bin navê Pirtûka Pîroz de(Ahdî Atîk) nivîskî

6

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

tomarkirin. Di vê de bi rola herî girîng Pêxember Îşaya radibe. Çîrokên qebîleya xwe bi mîtolojiyên Sumer û Misrê bi îlhama ji doktrîna Zerdeştê girtin di bin navê Ahdî Atîk de(Pirtûka Pîroz) bi awayekî nivîskî pêşkêş kirin. Li cem Împaratoriya Persan di karûbarên qesrê de bi rolên girîng radibin. Pêkan e ku di wê demê de bi Proto-Kurdan re têkilî û nakokiyên wan çêbibin. Di Pirtûka Pîroz de mirov dikare şopên van têkilî û nakokiyan bibîne. Bêhtir bi qralên Persan re hevkarî kirine. Jixwe di dema derketina Brahîm ji Ûrfayê de çawa ku em şopan dibînin, em têkiliyên wan bi çandên qebîleyî yên Hûrrî re(Proto Kurd in) dibînin. Dîsa tê guftûgokirin ku pêkan e, qebîleya Ibrî jî nîv Hûrrî be. Bi îhtîmaleke xurt çandeke navberê ye, ji çanda Aryenîk pê derbasî çanda Semîtîk bûbe. Di dema qral û împaratoriyên Helen û Romayê(300 B.Z. - 70 P.Z.) timî li ber xwe dane. Di salên 70’î P.Z. de cara duyemîn Perestgeha Silêman ji aliyê Romayê ve hat xirakirin û vê carê demeke dirêjtir mehkûmî jiyana surgûnê bûn. Ber bi hemû qadên şaristaniyan mişextî bûne. Koçberî û surgûnên

heta bi nava Asya, Efrîka û Ewrûpayê pêk hatin. Li her devera çûnê herî zêde bi karûbarên pere, bazirganî û entelektueliyê re mijûl bûn. Kesên herî baş sermayeyê kom bikin û bidin hev ê ji nava Ciyûyan derkevin. Nivîskarên herî baş jî dest pê dike ji nava wan derdikevin. Nivîskar bi awayekî mîna peyrewên pêxemberan bin rêûresma wan dewam dikin. Kengî mezhebê Îsa ji aliyê qewmên bindest û xizan ve bêhtir hat qebûlkirin û veguherî dînê Xiristiyantiyê, di navbera kahînên tebeqeya jor a Cihû û Xiristiyantiyê de nexweşî û li hev nekirin jî zêde bû. Şerên ji ber nakokî û têkiliyên di navbera Mûsewîtiya fermî û Xiristiyantiyê de, serdema Antîk a klasîk(30-300 P.Z.) têkoşîna herî girîng a çînî ye. Cihûtiya di serdema navîn de bi derketina holê ya Îslamîk re bêhtir bi pirsgirêk bû. Nexasim ji bo Cihûyên li Nîvgirava Ereb dîsa koçberbûn ket rojevê. Yên nexwestin koç bikin, ji bo hebûna xwe biparêzin, neçar man maskeyên Îslamî bidin ber rûyê xwe. Bi vî awayî hewl dan hem guftûgo û nakokiyên nava Îslamê kûr kirin, hem jî xwe biparêzin. Kengî navenda Îslamê bû Bexda, ji têkelkirina Cihû - Xiristiyantî - Îslamê pêkhatî û mîna terîqeta Evangelîst a roja me ya îro, terîqeta Karaîmê pêk anîn(850 P.Z.). Bi vî awayî karîbûn hem bi Xiristiyan û Misilmanan re bêhtir xweş li hev bikin, hem jî ketin nava qewmên Tirk ên koçêr û li Bakurê Hazarê Dewleta Tirk a Hazarê ava kirin. Di nav etnîsîteya Tirk de û di nava elîta Tirk Cihû ya cara pêşî bû dewlet de Selçûk Beg jî hebû ku rê li ber av-


Diclepress13@gmail.com

abûna Xanedaniyên Selçûkî û Osmaniyan vekir. Ew bi xwe Sûbaşî bû. Bi çanda ji Dewleta Tirk Cihû girt dema dewletên xanedaniyê yên Selçûkî dest pê kir. Li vir a girîng ew e, di nav elîta desthilatdariya Tirk de bandoreke bi hêz a Cihû ji xwe re cih çêkiriye. Li Rojava jî li Mexrib û Nîvgirava Îberîkê di nav dewletên Îslamî de bi rola avaker rabûn. Di warê pêşketinên malî û entelektuel de alîkariya wan kirin. Ji ber ku nakokiyên wan bi Xiristiyantiyê re zêde bûn, bi biryara Konsula Lateranê di dawiya sedsala 12. de Cihû di gettoyan de asê kirin. Ji vir û pêve li dijî Xiristiyantiyê ji du milan ve ketin nava çalakiyan: Pêkhatina baskê Masonên Laîk û di nav Xiristiyantiyê de tevgerên mîllî yên reformê. Di derketina ji serdema navîn de bandora van tevgeran gelekî heye. Herî dawî di sala 1492’an de tevî Misilmanan ji Nîvgirava Îberîkê hatin qewitandin û bi vî awayeî careke din bi ber pêla koçberiyê ketin. Bêhtir ber bi Rojhilatê Deryaspî û Anatolyayê, di serî de Hollanda ber bi peravên Rojavayê Ewrûpayê ve koç kirin. Li Ewrûpaya Rojhilata jî bêhtir Xiristiyantiyê zordestî li wan kir. Tevkujiyên ji wan re pogromên Cihûyan dihatin gotin bi serê wan de hatin. Li hemberî vê tebeqeya jor a Cihû, beşên wan ên sermaye û rewşenbîr-nivîskaran kirî ew bû, ji bo kapîtalîzm weke sîstemekê pêş bikeve, bi rola pêşengtiyê rabûn. Bi rola xwe ya di berxwedana neteweyî ya Hollandayê de Împaratoriya Katolîk a navenda wê Spanya(mezhebê gerdûnî) bi awayekî stratejîk şikandin. Di

Fikrî

pêvajoya vê berxwedanê de Prenstiya Hollandayê di dîrokê de weke dewleta netewe ya pêşî derket holê. Di navbera salên 15501650 de şerên xwînrij ên mezheban pêk hatin û di encama van şeran de hem dinya Katolîk parçe bû, hem jî kapîtalîzm weke sîstem gav ber bi mezinbûnê ve avêtin. Di vê de sermayeya Cihû û nivîskarrewşenbîrên wê bi roleke girîng rabûn. Paşê bi dewleta netewe ya navenda wê Brîtanya-London, di pêvajoya pêşdebirina împaratorbûna Ingilistanê de alîkariyan wan çêbû. Bi vî awayî, ji cîhana Katolîk û Ortodoks a zordestî li wan kiribû bi modelên laîk û Protestan heyfa xwe hilandin. Ya rastî, bi têkoşîna çînî û neteweyî ya li ser bingehê modernîst zêde kirin, deriyên serdema navîn ên Katolîk û Otodoksiyê girtin. Bêguman mirov nikare serdema nû bi temamî bike malê Cihûyan. Lê rola Cihûyan nebûya yan jî ev rola wan neyê dîtin, mirov nikare destpêkirin û pêşketina serdema nû baş binirxîne. Di Şoreşên Fransî û Rûs de hem di kuştina Qralê Fransî yê Katolîk hem jî di kuştina Împaratorê Ortodoks ê Rûs û dawîanîna li xanedaniyên wan

7

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Bi qasî girêka kor a Îsraîl-Filistînê girêka Afganistan û Pakistanê, bi van ve girêdayî tevahî cografya Misilman a Afrîkayê, li Asyayê ji Rûsyayê heta bi Hindistanê çanda Îslamî li navenda çareseriya xwe ya demokratîk digere de rola îdeolojiya laîk û pêşengên bi koka xwe Cihû bêhtir eşkere ye. Nabe ku ev rol bê înkarkirin. Di tevahî pêngavên şoreşê û sermayeyê yên bi heman rengî yên


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Ewrûpayê de heta rola Cihûtiyê neyê destnîşankirin, nabe ku ravekirinên rast bûne kirin. Hebûna Cihûyan a li Anatolya û Mezopotamyayê ku bêhtir têkiliya xwe bi mijara me re heye, û pirsgirêkên rê li ber vekirin parçeyekî girîng ê heman pêvajoya dîrokî ye. Cihû di tevahiya dîroka xwe de ti carî ji herdu qadan kêm nebûn. Jixwe ji nêz ve têkiliya kok û rehên wan bi çanda Mezopotamyayê re hene. Devera cara pêşî lê herî zêde hatin cem hev Anatolyaye. Ev serhatiya wan a bi cihbûnê heta bi dema Persan diçe. Hem deam ji Nîvgirava Îberîkê hatin qewitandin, hem jî dema ji ber pogromên(tevkujî) li Ewrûpaya Rojhilat reviyan Anatolya ji bo wan bû penageheke girîng. Împaratoriya Osmanî li Rojava bi cîhana Katolîk û li Bakur jî bi cîhana Ortodoks li ser sîstemê pev diçû û bêguman ev di cihûwarbûna Cihûyan a Anatolyayê de bi roleke girîng rabûye. Ji roja damezrandina Împaratoriya Osmanî heta bi hilweşîna wê, rola Cihûyan ji awayê tê zanîn gelekî zêdetir e. Mirov bê Kurd û bê Cihû nikare Împaratoriyê bifikire. Nexasim di dema Qanûnî Silêman û Siltan

8

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

Di vê qonaxê de, di çarçoveya pirsgirêka Kurd de li hemberî hevgirtina antî-Kurd a hukûmetên Tirkiye, Îran û Sûrî, bloka DYE, YE, Îsraîl û Kurdan pêk tê

Hurremê de ev rol ji bo Cihû û Kurdan di asta herî jor de ye. Wekî din, di salên 1650’î de Sabetay Sevî bi îddîaya pêxembertiyê derket holê û bandora tevgera wî ya li Îzmîrê

gelekî mezin bû. Li ser dijbertiya Siltan, Sabetay Sevî rêûresma jêre ‘çerxkirin’ tê gotin dest pê kiriye. Ji wê demê û pêve Cihûyên çerxkirî di serî de Bektaşîtî û Neqşîbendîtî ketin nava tevahî terîqetên Îslamî, terîqetên nû ava kirin û di nava wan gelekan de reform kirin û bi vî awayî li ser wan bandoreke mezin a îdeolojîk çêkirin. Herweha bi giranî maliyeya Împaratoriyê kirin kontrola xwe. Mîlliyetgiriya bûrjûwa ya Cihû di sala 1896’an de Kongreya Siyonîst a pêşî pêk anî. Bi pêkhatina vê kongreyê re demeke nû dest pê kir. Li Ewrûpaya Rojava mîlliyegirî zêde dibû û li Ewrûpaya Rojhilat jî pogroman dewam dikir. Lewma Cihû neçar man ji xwe re li welatekî bigerin. Di destpêkê de fikirîn ku li Efrîkayê ji xwe re welatekî Cihû çêkin, lê kengî vî planê wan neçû serî, bala wan çû ser Împaratoriya Osmanî. Planê welatekî di serî de li Îzmîr, Selanîk, Edîrne û beşekî Mezopotamyayê neçû serî û dîsa ji nû ve biryar dan li welatê berê Kenanê-Filistîna Nû vegerin. Lê li pêşiya vê jî Siltan Ebdulhemîdê Duyemîn(1876-1909) hebû ku zêde nêzî hevkariyê nedikir û dibû kelem. Ew jî bi heman


Diclepress13@gmail.com

sedeman weke Qralê Fransî û Împaratoriyê Rûs heq kiribûn ku tevî xanedaniyê xwe bêne hilweşandin. Xebatên locayên Mason ên sermayeya Cihû û Sabetayîstên xebatên wan li ser Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê zêde bibûn, bi Meşrûtiyeta Duyemîn re encamên xwe yên pêşî dan. Rejîma Destûra Meşrûtî ket pratîkê. Erkên Siltan hatin bi sînorkirin. Paşê bi provakasyona 31’ê Adara 1909’an Ebdulhemîd ji desthilatdariyê hate xistin. Di pêvajoya bi lezbûyî de mîlliyetgiriya Cihûtiyê bi du milan tevgeriya. Ya yekê, milê bi bûrjûwaziya Elman û bûrjûwaziya burokratîk a Tirk re tevgeriya, ya dudiyê, milê bi bûrjûwaziya lîberal a Ingilîz re hevpar tevgeriya. Milê yekê, di nava yekparebûna Împaratoriya Osmanî de li welatekî digeriya. Herî zêde li ser herêmên Îzmîr-Manîsa, Selanîk-Edîrne û Kurdistana Iraqê ya îro difikirîn û dixwestin ji xwe re bikin welat. Hinek ji wan difikirîn ku hewce nake, yekparetiya Împaratoriyê weke herêman parçe bikin û dikarin Împaratoriyê yekpare weke

Fikrî

welat qebûl bikin. Nexasim yên ‘çerxkirî’ ango Sabetayîstên xwe Cihûyên Tirk dihesibandin bêhtir ji vê komê bûn. Bi tevahî kadroyên li rêza pêş ên Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê mason bûn û kabê xwe ji bo Tirkîtiyê(Ereb, Kurd, Arnawid, Çerkez û yên din) diavêtin û ev jî nîşan dide ku ev têgihiştin çiqasî bi hêz bûye. Bi awayekî koalîsyona ‘Tirkparêzên ne Tirk’ pêk anîbûn. Hem kadroyên Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê û hem jî kadroyên desthilatdariya CHP’ê ji kesên vê têgihiştinê wê pêk bihata. Felsefeya wan pozitivîzma çor a Durkheimî bû. Tevî Tirkparêz xuya dikirin, dema derfet û îmkan didîtin her yek ji wan li eslê xwe vedigeriya ango dibû mîlliyetgirekî Ereb, Kurd, Arnawid, Çerkez, Ermenî, Rûm, Bûlgar û hwd. Weke kopyayên li dereceya sêyemîn ên ezmûnên li Ewrûpayê pêkhatî tevdigeriyan. Nexasim ji dewletdariya netewe ya Fransî û Elman bi tesîr bibûn. Milê dudiyan milê lawaz e, ji beşê alîgirên Ingilîz pêk dihat. Pêşî ji bo xwe li Efrîkayê li welatekî digeriyan. Lê paşê kengî Împaratoriya

9

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Eger em careke din li rastiya Cihû vegerin, divê mirov li rola Cihûyan a di dijşoreşa 1925’an de serwext bibe. M. Kemal, li gorî xwezaya xwe, radîkalîzma bûrjûwaziya piçûk li derveyî pêvajoya dagirkeriyê nikarîbû dewam bike Osmanî ji hev parçe bû, giraniya meyla wan çû ser qada Filistinî ya lê qraltiya ji rêûresmê ya CihûÎsraîlê hatibû avakirin. Ev beşa han, wer difikirî ku Împaratoriyê temenê xwe temam kiriye û divê parçe bibe. Peymana Tîlsît a sala 1807’an di navbera Franseya Napolyon û Çartiya Rûsyayê de jî ji bo vê fikrê dibû bingehek. Tevî ku di nava Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de temsîla wan hebû jî mil û bazekekî mezin bûn. Ne bi ten pêşbînî dikirin ku wê Împarator jî ji hev belav bibe, ji bo vê jî di koalîsyonên alîgirê Ingilîzan de cih digirtin û bi hemû hêza xwe dixebitîn. Li bereya Çanakkale û


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Filistînê(di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de) bi yekîneyên xwe yên taybet li cem Ingilîzan cih digirtin û şer dikirin. Çawa ku tê zanîn Pîlanê Sykes-Picot(1916), Deklarasyona Balfour(1917) û peymana rejîma manda Ingilîz a li Filistînê(1916) bi hevkariya van beşan hatiye amadekirin. Li Rojhilata Navîn li şûna Împaratoriya Osmanî avakirina gelek dewletên netewe encama xwezayî ya van plan û peymanan bû. Xisletên hevpar ên herdu bask û milan hene. Modernîst bûn, ji bo pêşengiya modernîzma kapîtalîst kabê xwe diavêtin. Pirraniya wan mason bûn. Alîgirên Ingilîz ji serî ve –yanî ji sedsala 16. roja avabûna dewleta netewe ya Hollanda û Brîtanyayê heta roja me ya îro - li pey wê yekê bûn ku dixwestin împaratorî û dewletên mezin parçe bibin û li şûna wan dewletên netewe yên piçûk ên nikaribin li ber hegemonya Ingilîz rabin û neçar bimînin pêre hevkariyê

10

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

bikin, bêne damezrandin. Îsraîl wê di encama vê zêhniyetê de bihata avakirin. Bi cudahiyekê, Ingilistan û paşê bi DYE’yê re bibûya hêza hegemonîk a kapîtalîzma global. Rastiya navneteweyî jî jixwe li ser vî bingehî hatibû avakirin û hê jî li ser vê rastiyê dewam dike. Yên kapîtalîzm weke sîstemeke hegemonîk a global ava kirin, bi awayekî bingehîn ev beş bûn. Bila şaş neyê fêhmkirin, em nabêjin, ev beş dinyayê bi pîlanekî bi dizî îdare dikin. Tevî ku fikrên bi vî rengî hene jî fikrên bi vî rengî nepixandîne. Rola van beşan(bi tenê ji Cihûyan pêk nayên, di nava wan de ji her neteweyî ferd hene; Cihû bêhtir xwedî rola pêşeng in) bi awayekî katalîzorî ye; di avakirina sîstemê ya îdeolojîk, polîtîk, civakî, hunerî û ekonomîk de bi rola pêşeng radibin. Alîgirên Elmanyayê di destpêkê de bi hêz bûn. Di dema dawî ya Împaratoriya Osmanî de Împaratorî xistibûn destê xwe. Li ser rêxis-

tina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê bi awayekî bingehîn mohra van kesan hebû. Wan rê dida ber desthilatdariya rêxistinê. Meşrûtiyeta Duyemîn, Bûyera 31’ê Adarê, tevî Şerê Yekemîn û Duyemîn ên Balkanan Şerê Cîhanê Yê Yekemîn ji wan bûyerên in ku têde bi rolên girîng rabûne. Têkçûna Elmanyayê, ji hevbelavbûna Împaratoriya Osmanî û paşê mezinbûna faşîzma Hîtler dihatin hilweşîna vî baskî îfade dikir. Yên mayî tevlî Şerê Rizgariya Neteweyî bûn. Têra xwe bi hêz bûn. Lê kuştina Enwer, Talat û Cemal Paşa kir ku bê serok bimînin. Baskê Ingilîzgir beriya hilweşînê bi Wahdeddîn re gaveke nû avêtibû û di nava bermahiyên dewletê de hêzeke girîng bi cih kiribû. Ev jî tevlî Şerê Rizgariya Neteweyî bûn. Serokên wan ên esasî Îsmet Înonî û Fewzî Çakmak bûn. Ji ber ku Ingilîz ji şer serketî derketin pozîsyona alîgirên wan her ku diçû xurt dibû. Li vir diyardeya Mistefa Kemal der


Diclepress13@gmail.com

Di Şoreşên Fransî û Rûs de hem di kuştina Qralê Fransî yê Katolîk hem jî di kuştina Împaratorê Ortodoks ê Rûs û dawîanîna li xanedaniyên wan de rola îdeolojiya laîk û pêşengên bi koka xwe Cihû bêhtir eşkere ye dikeve pêşiya me. M. Kemal, mîna li Rûsya û Çîna wê demê, di şert û mercên dagirkeriyê de radîkalîzma bûrjûwaziya piçûk a tîpîk temsîl dikir. Diyardeya bingehîn a M. Kemal derxist holê, dagirkeriya fiîlî ya li Anatolya û Mezopotamyayê bû. Eger dagirkeriya fiîlî nebûya wê M. Kemal jî nebûya. Rewşeke bi heman rengî di Şoreşa Franseyê de jî pêk hatibû. Mîna Wahdeddînê wê demê, Louîsê 16. ji bo alîkariya wî bikin eger bang li monarşiyên Ewrûpayê nekiribûya ji bo bêne Franseyê, Robespierre û hevalên wî weke radîkalên bûrjûwaya piçûk derneketana holê. Tişta ew derxistin holê û ew gi-

Fikrî

11

handin îlana Komara Yekemîn rastiya dagirkeriya di dema 17911794’an û rastiya berxwedana li hemberî vê yekê ye. Ma ne şert û mercên dagirkeriyê çawa bi dawî bûn, radîkalîzma bûrjûwaziya piçûk jî ji holê hatiye rakirin. Komara Tirkiyê jî di nava şert û mercên bi heman rengî de gihiştiye. Eger radîkalîzma bûrjûwaya piçûk a M. Kemal nebûya, avakirina Komarê gelekî zehmet bû. Hebûna Komarê ji sedî sed bi saya radîkalîzma M. Kemal pêk hatiye. Lê kengî bi Lozanê re statuya dagirkeriyê bi awayekî fermî bi dawî bû û komar gihişt Destûra xwe ya nû(1924), radîkalîzma M. Kemal jî bi awayekî bingehîn tevî hevgirtiyên wî hat tesfiyekirin. Di dîroknasiya Tirk de herî zêde ev diyardeya tesfiyeyê di tariyê de hatiye hiştin û heta ev neyê fêhmkirin, ne pêkan e ku diyardeya Komara Tirkiyê bi awayekî rastî bê nirxandin. M. Kemal kirin Serokkomar, ev nayê wê maneyê ku radîkalîzma wî dewam dike, berevajî, ev îspat dike ku radîkalîzma wî ji holê hatiye rakirin. Di dîroknasiya Tirkiyê de li ser vê babetê analîzên ji civaknasiyê dûr bi kronolojî û ravekirinên bi modelên dîn û pozitivîzmê tevlîhevkirî têne kirin. Mîna ku hev

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

girtin, çîn, mîlliyet û îdeolojiyên wan ên cuda tinebûne, her tişt ji ezmanan bi zenbîlan daketiye xwarê, Şerê Rizgariya Neteweyî bi nasnameyeke homojen û yekpare pêk hatibe, têgihiştineke serdest ferz kirine. Di anîn ziman a M. Kemal de herî zêde ev têgihiştin tê îfadekirin. Ji danasîneke zanistî bi israr direvin. Piçûkdîtin an jî zêde mezinkirina M. Kemal ji bo fêhmkirina heqîqetê bi kêr nayê, bêhtir zirara wê heye. M. Kemalê şert û mercên dagirkeriyê wî pêkanî û Atatirkê statukoyê wî pêkanî cuda ne. Mîna ku li dijî şoreşê dijşoreş hatibe kirin. Dijşoreş jî ne di sala 1950’î de, di sala 1925’an de hatiye kirin. Eger em careke din li rastiya Cihû vegerin, divê mirov li rola Cihûyan a di dijşoreşa 1925’an de serwext bibe. M. Kemal, li gorî xwezaya xwe, radîkalîzma bûrjûwaziya piçûk li derveyî pêvajoya dagirkeriyê nikarîbû dewam bike. hêzên alîgirên Sovyetê yên li aliyê wî yê çepê ji zû ve hatibûn tesfiyekirin. Di nava atmosfera dijşoreşê de ku di 15’ê Sibata 1925’an de bi provakasyona li dijî Şêx Seîd pêkanîn, kadro û zêhniy


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Cihûtiya di serdema navîn de bi derketina holê ya Îslamîk re bêhtir bi pirsgirêk bû. Nexasim ji bo Cihûyên li Nîvgirava Ereb dîsa koçberbûn ket rojevê. Yên nexwestin koç bikin, ji bo hebûna xwe biparêzin, neçar man maskeyên Îslamî bidin ber rûyê xwe eta Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê vê carê di nava CHP’ê de dewleta nû bi temamî kirin kontrola xwe. Îdeolojî û polîtîkayên wê bi xwe pêk anîbûn. Payeya Serokkomariyê ya dabûn M. Kemal sembolîk bû. Nerazîbûna mezin a M. Kemal ji pêvajoyê vê rastiyê îspat dike. Wekî din, ezmûna Firqeya Serbest îspateke din a ciddî ye. Di nava CHP’ê de sala 1935’an bi sekreteriya Recep Peker bernameyek hat amadekirin û bi sedema ku dişibe bernameya faşîzmê ya Mussolînî, M. Kemal wê rexne dike. Esasê bûyerên diqewimîn ev e: Bûrjûwaziya burokratîk a Tirk ku ji dema desthilatdariya Cemiyeta

12

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

Îttîhad û Teraqiyê ve bi tesfiyekirina hindikayiyan xwe dewlemend kir, li hundir ji xwe re yekdestdariyên sermaye û kadroyên Cihû kirin bingeh û li derve jî her ku çû hegemonya Ingilistanê kir polîtîkayek e ku bişopîne. Tişta derketî holê faşîzma Tirkê Spî ya duşirîk an jî pro-faşîzm bû. Piştî ku Mûsil-Kerkûk ji Mîsaq-î Mîllî hatin veqetandin ji sê milan ve ji bo projeya Proto-Îsraîlê ketin nava tevgerê. Komara Tirkiyê, Manda Ingilîz a li Filistînê û mîlliyetgiriya Kurd a li Bakurê Iraqê di nava rewşên xwe yên berbiçav de bi rolên heman rengî radibûn; hemû jî li ser riya pêkanîna Îsraîlê her yek ji wan pêlikek in. Li ser riya diçû Îsraîlê projeya herî zêde dihat qebûlkirin li ser vî bingehî bû. Mijûmorana Tirkiyê ketî navê û zêde xwe li nava xwe girtina wê û rewşa bi heman rengî di pêkhatina Kurd a li Bakurê Iraqê de bi çîroka derketina holê ya Îsraîlê ve têkildar in. Tebeqeya civakî ya di bin navê bûrjûwaziya Tirk de pêkanîn ti têkiliya xwe bi Tirkîtiya rastî re tineye. Pêkanîneke mîtîk e. Heman tiştî mirov dikare ji bo pêkhateya Kurd a li Bakurê Iraqê jî bibêje. Kopya ji destê çaran ê

bûrjûwaziya Tirk e. Ew jî ne sosyolojîk, pêkhatiyeke mîtîk e. Bi rastî li dora herdu pêkhateyan mîtolojiyek çêkirine. Herdu jî pêkhateyên lihevçêkirîne û ti têkiliya wan bi rastiyên dîrokî-civakî re tinene. Em rolên wan bi tenê dikarin di çarçoveya pêkhatina Îsraîlê de tam fêhm bikin. Li hemberî Mistefa Kemalê Tirk hewl dane Mistefa Barzaniyê Kurd mîtîk bikin. Ez herdu nasnameyan ne ku ji bo piçûk bêne dîtin an jî zêde bêne mezinkirin, lê ji aliyê sosyolojîk ve rastiyên civakên Kurd û Tirk di nava mijûmoranê de hiştine û kirine ku ji hev neyên derxistin, lewma ez jî bi israr hewl didim vê nîşan bidim. Kurd û Tirk kengî weke gel dikevin pêvajoyên demokratîkbûnê, bi awayekî kêm hatiye dîtin dîsa bi darbe û komployan perdeyeke faşîst diavêjin ser wan. Dikin ku darvekirin, reşkujî, pevçûn û şerê navxweyî neqedin. Şerên sexte yên çepgir û rastgiran, şerên etnîk û mezhebî diafirînin. Tevgerên gel û têkoşînên civakî yên ji rêderketî û ji cewherên xwe qutbûyî mewzûbehs in. Lê di dawiya hemûyan de mirov dibîne rê li ber pirsgirêkên giran ên civakî û gelî vekirine. Ev rastiyên encam herî


Diclepress13@gmail.com

Pêkhatina baskê Masonên Laîk û di nav Xiristiyantiyê de tevgerên mîllî yên reformê. Di derketina ji serdema navîn de bandora van tevgeran gelekî heye

baş mentiqê komplo, darbe û provakasyonan nîşan didin. Piştî ku di sala 1948’an de dewleta Îsraîlê hat îlankirin, heman sê proje hê bi awayekî berfirehtir hatin dewamkirin. Yên li ber rabûn, xwestin bi nasname û armanca xwe ve girêdayî bimînin çi rastgir çi çepgir, çi Kurd çi Tirk bi cezayên herî giran hatin tesfiyekirin. Ji salên 1960, 1971, 1980, 1993, 1998 û 2002’an ve di nava gelek darbeyan de van rastiyên bêrehm hene. Ji sala 1925’an ve di asîmîlekirin, êşkence, girtin, koçberkirin û îmhakirina Kurdan, çepgiran, Îslamiyan û heta mîlliyetgirên Tirk ên Elmangir de bi giranî heman

Fikrî

13

zêhniyetê rol girtiye. Ev zêhniyet bi rêxistiniya Gladîo ya NATO’yê bêhtir xurt bûye di ser tevahî beşên kedkar ên civakê, sosyalîst û demokratên Kurd û Tirk weke bûldozerekê derbas dibe. Bêguman, dema ku em vê analîzê di çarçoveya modernbûna tebeqeya jor a Cihû-Tirk-Kurd de dikin, armanca me ne antî-Semîtîzm ne jî antî-Tirkîtî yan jî antî-Kurdîtî ye. Berevajî, di çarçoveya tebeqeyên jêr de sosyalîst û demokratên Cihû-Tirk-Kurd li dijî hevgirtina tebeqeya jor têkoşînên mezin ên berxwedanê kirine. Ji Meşrûtiyeta Duyemîn heta roja me ya îro têkoşînên hevpar ên gelên bindest –li vir gelê Cihû jî di navê de –û kedkaran timî di dewreyê de bûn. Mîna li tevahiya Ewrûpa û Rûsyayê mirov nikare sosyalîzm û demokrasiyê bêyî Cihûyan bifikire. Çi seyr û balkêş e, di roja me ya îro de têkiliya Kurd-Îsraîl ber bi hevgirtineke dîrokî ve tê dahfdan. Li şûna hevgirtina Îsraîl-Tirk an jî bi awayekî mîna wê, hevgirtina Îsraîl-Kurd dikeve rojeva dîrokê. Di vê de ji salên 1980’î ve, nexasim piştî salên 2000’î destguher-

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

tina hegemonîk a di nava Komarê de bi roleke mezin radibe. Hukûmetên AKP’ê yên bi destê Îsraîl, DYE û YE’yê hatin ser kar di destpêkê de bi armanca tesfiye û tecrîdkirina PKK’ê bi dewletên Îran û Sûrî re hinek îttîfaq çêkirin, lê paşê hevgirtinên wê encamên berevajî dan û li nerazîbûna Îsraîl, DYE û welatên Yekîtiya Ewrûpayê rast hat û bi derketina derveyî xetê hat gunehbarkirin. Di vê qonaxê de, di çarçoveya pirsgirêka Kurd de li hemberî hevgirtina antî-Kurd a hukûmetên Tirkiye, Îran û Sûrî, bloka DYE, YE, Îsraîl û Kurdan pêk tê. Di hedefa van herdu blokên hevgirtinê de ku hema bêje dikarin Rojhilata Navîn ji binî ve veguherînin, PKK-KCK hene. Li vir xeta îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê û di çarçoveya modernîteya demokratîk de têkiliya xeta bêhtir pratîk a berbiçavtir a KCK’ê bi heqîqetê re derdikeve holê. Di bûyerên dîrokî-civakî de tişta encamê diyar bike derewên mezin ên demagojîk û hevgirtin nînin, heqîqet bi xwe ye. Careke din a xwe dide der, ev rastiya bi êş û adil a heqîqetê ye. Dîrok bi xwe mîna ji efsaneyên mîtîk û demagojiyên li ser navê wê hatine çêkirin,


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

heyfê hiltîne. Rastî bi xwe bêhtir bi awayekî rût û tazî ango weke heqîqet derdikeve holê. Dîrok di ‘niha’ de bêhtir dibe, ‘niha’ jî ji her demê zêdetir dibe dîrok. Têkoşîn bi awayekî bingehîn bi qasî ku li ser xeta Hewlêr-Amedê aktuel dibe ewqasî jî dibe dîrok. Dilê herêmê û heta dilê dinyayê bi maneya ‘Şerê Cîhanê Yê Sêyemîn’ bi rîtmeke bi lez li ser vê xetê hildiavêje. Dilê şoreşê û dijşoreşê yê demekê li ser xeta AmsterdamLondon-Parîs û Petersburg-Moskovayê hildiavêt, niha li ser xeta Amed-Hewlêr-Bexdayê hildiavêje. Bi qasî girêka kor a Îsraîl-Filistînê girêka Afganistan û Pakistanê, bi van ve girêdayî tevahî cografya Misilman a Afrîkayê, li Asyayê ji Rûsyayê heta bi Hindistanê çanda Îslamî li navenda çareseriya xwe ya demokratîk digere. Di vê qonaxê de xeta navend a herî çareserker di çarçoveya Iraq-Îran-Sûrî û Tirkiyê de ango xeta çareseriya demokratîk a şoreşgerî ya li Rojhilata Navîn xeta Amed û Hewlêrê

14

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

ye ku dilê Bakur û Başûrê Mezopotamyayê li vir avêtiye û dîroka mirovatiyê gelek tiştan deyndarê vê cografyayê ye. Problematîka qebîleya Ibrî pêşî li ser vê xetê pêk hat. Ev problematîk li vê cografyayê piştî serpêhatiyeke bi qasî sêhezarûpêncsed salên dijwar dîsa di çavkaniyê de li çareseriya wê digere. Çawa ku pêşiyan gotî, “Her gîha li ser koka xwe hêşîn dibe.” Wer xuya ye ku pirsgirêka Cihû wê li ser kokên xwe çareser û hêşîn bibe. Elîtên Komara Tirkiyê bi lez û bez hewl didin di navbera du qutbên dijber qutbê DYE-YE-Îsraîl û bloka Îran-Sûrî-Iraqê de(Ew bi xwe hewl didin bihûnin) tevna dijşoreşê bihûnin ku şensê pêkhatin û serketina vê blokê tineye. Dused sal in ku modernîteya kapîtalîst bihêlin çareseriyê bîne, pirsgirêkên civakî timî sor û handane, lewma ev pirsgirêk gihiştine wê qonaxê ku bi tenê bi modernîteya demokratîk çareser bibin. Avakirina neteweya demokratîk a KCK’ê li ser vê riyê tîrêjeke rohnîker û dengekî bangker e.

Mirov heta li rastiya Cihû û Îsraîlê rast serwext nebe, zor e ku mirov li pirsgirêka Kurd serwext bibe û çareser bike. Min ji ber vê yekê hewce dît ku ez meseleya Ibriyan di parêznameyê de weke beşekî cihê binirxînim


Diclepress13@gmail.com

dîrok

15

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Mêrdîn

ji navdartirîn û kevintirîn bajarê Mezopotamyayê ye A: BARAN DOXAN Mêrdîn(bi tirkî: Mardin) bajarekî Bakurê Kurdistanê ku îro dikeve Komara Tirkiyeyê. Bajarê Mêrdînê ji başûrê xwe ve bi Rojavayê Kurdistanê, ji rojhilatê xwe ve bi Sêrt û Şirnexê, ji bakurê xwe ve bi Amedê û ji rojavayê xwe ve jî bi Rihayê hatiye pêçan. Hejmara niştecihên wê 796.591 kese. Qezayê bi ser ve ev in: Qoser, Artuklu, Nisêbîn, Midyad, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex, Kerboran, Stewr û Rişmil. Nav Di dema persan de navê bajêr “Marde” bû. Di dema Bîzansiyan de jî “Mardîa” bû. Ereban jî navê herêmê kiriye “Mardîn” . Suryanîiyan(aramîyan) ji bajêr re gotiye “Marde”(kela). Nav bi kurdî Mêrdîn e.

e. Bakurê wê cihê bexçe û bostana ye. Di dîrokê de ji bo bidestxistina bajêr şerên giran çêbûne. Berî çêbûna Mesîh, aramiyan û farisan şerên giran kirine. Demekê Romê li vir mane. Bi hatina îslamiyetê, di dema Omerê kurê Xettap de, hatine bi ser bajêr ve, bajar kontrol kirine. Kurdan di dema Merwaniyan de bajar bi baştirîn şêwe îdare kiriye. Piştre Artukî li vir bi cî bûne. Bajar, bi aqilmendiya Idrîsê Bedlîsî, di dema Selîmxanê kurê Sultan Beyazit de ketiye kontrola Osmanliyan. Kronolojiya bajêr

Berî Zayînê: 2000 - 1243, dema Huriyan û Mîtaniyan. 1243-612, dema Suryanîiyan (aramîyan). 608 - 550, dema Medan. Dîrok 550 - 312, dema Persan. Mêrdînê, Mardon, Mirde an ku 331 - 312, dema Mekodonîyan. Marde yek ji navdartirîn û kevintirîn bajarê Mezopotamyayê ye. Piştî Zayînê: Bajar li ser çiyakî ava bûye. Keleha 197 - 395, dema Romayiyan. wê ya kevn, hemû rêyên bajêr bi 395 - 640, dema Bîzansiyan. xwe ve girê dide. “Mîrê Kelahan” 640, dema Ereban. hatiye gotin ji Keleha Mêrdînê re. 1202, dema Eyûbiyan. Di dîrokê de gelek qralan xwesti- 1515, dema Osmaniyan. ye wê têxe destê xwe, lê Keleha 1847, serhildana Bedirxanan. Mêrdînê rê nedaye wan. Bajar li başûrê kelehê ava bûye. Xanî li Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr du yên din, bi hevûdu ve hatine Bajar di nav parelelên 36° 54´ girêdan. Kevirên wan yê sipî û û 37° 47´ bakûr û merîdyenên zer ji bo avakirinê hatine peyde 39° 55´ û 42° 41´ rojhilat de ye. kirin. Bajar, bi ava xwe ya hênik û Sînorên bajêr li bakûr bi Amedê û xwezaya xwe ya balkêş bi navdar Êlihê ve, li rojava bi Rihayê ve, li

başûr bi Qamişloyê û Amûdê ve û li rojhilat jî bi Culemêrg û Şirnexê ve tê girêdan. Taybetiyên erda bajêr Erda herêmê % 52,6 ji çiyan, % 24,6 ji deştan û % 22,8 jî ji platoyan pêk tê. Erda wê 177.200 metre kare ye. Li herêmê genim, ceh, nîsk, nok, pembo, garis û tirî tên çandin. Avhewa Li başûrê herêmê avhewayeke çolî heye, ji lew re jî havînan pir germ û zuha, zivistanan jî sar û li hinek deveran jî hênik derbas dibe. Dîmenek ji Midyadê. Çiyayên herêmê Çiyayê bilind yê herêmê Cûdî ye(2.114 m). Alam(1.041 m), Ziyaret(1.160 m) û Dibek(1.231 m), Tûrcel û Pozê Bîra. Deşt, zozan û gelî Deştên Tilermen Qoser, Merdîn û Nisêbînê. Her sê deşt bi hevre girêdayî û di geliya çemê Xabûrê de ne. Dirêjbûna deştan 35 km û firehbûna wan jî 20 km ye. Çem û Gol Çemê herî mezin ku di nav sînorên bajêr de diherike Çemê Dîcle ye. Buxur, Zergan,Ava Spî, Reşan, Çaçan û Gumuş jî çemên din yên herêmê ne. Gol li herêmê tune ne. Tenê li ser çemê Buxurê ji ber bendava Buxurê golek sûnî çêbûye. Babetên heywanan


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Herêm ji alî heywanan ve ne dewlemend e, rovî, kîvroşk û balindeyên kovî kewokê teqle ê Mêrdîn di cîhanêde deng dane. Jî sedî pêncî mirovê Mêrdîn Kewoka xwedi dike.Kewêgozel u kevêsusik cihekî girîng digrin di zinarê Mêrdînde.Her cureyê şahlil û bilbila li ser kelaya Mêrdin hene.Di sala 1998 de keftarik ji alyê neçîrwanên Merdinde hate dîtin û kuştin.Li Dêrka cayêmazî cureyekê teyrêbaz heye ku li cîhanêde tenê li cîyayê Dêrikê turcelê pêde dibi. Gelhe û Navçeyên Bajêr Mêrdîn(navend)(bi tirkî, Mardin), Kerboran(Dargeçit), Dêrika Çiyayê Mazî(Derik), Qoser(Kızıltepe), Şemrex(Mazıdag), Midyad(Midyat), Nisêbîn(Nusaybin), Mehsert,(Ömerli), Stewr(Savur), Rişmil(Yeşilli), Artuklu.

16

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Binerd Li herêmê fosfat, çîmento û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên. Cihên turîstîk, dîrokî û gerê Bajar ji ali xwezayê ve ne pir dewlemend e. Tenê şelala çaxçax ji alî gel ve wek ciyêk seyranê tê bikaranîn. Kela Mêrdînê, mizgeftên bajêr, dêr û dêrên herêmê jî ji alî gel û turîstan ve tên serîlêdan kirin. Germavên Kerboranê, germav (gurmî av) carna 40° germ dibe û ji bo nexweşiyên çerm û romatizma yê baş e. Çand û huner Ol û civak Mêrdîn ji alî ol û civakê ve bajarekî mozaîk e. Piraniya gelheyê ji misilmanan pêk tê, lê li herêmê xiristiyan û êzidî jî hene. Misilman ji mezhebên henêfî û şafiyan pêk

tê. Civaka herêmê jî ji kurdan, ereban, suryaniyan û ermeniyan pêk tê. Bajarê Mêrdîn bi pirçandîbûna xwe tê nasîn. Li wir ereb, kurd, suryanî û ermenî hene. Dêra Zehferanê di sedsala 11. pêve navendî ji petrikên suryaniyan re kiriye. Ji bilî wê, dêrek din bi navê Şehîde Şimûnî heye. Li başurê bajêr dêra Mar Mîxayêl Nasik, û ya Mar Bitris hatine avakirin. Li taxa Şemsiye, dêra Meryema ji Erdemê, pir bedew hatiye lêkirin. Dêrên din ev in: Mar Banham, Mar Tuma, Meryem, Mar Afram, Mar Osyo, Şehit Hurmiz. Bajarê ziman û ol û çandên cewaz Mêrdînê, ji bo ku cihê xwe di programa Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de bigire, serî li Unescoyê hatibû dayîn. Unescoyê, piştî lêkolînên xwe serîlêdan pejirand. Mêrdînê wek berendam kete rêza cihên parastinê. Piştî ku berendamtî hate pejirandin, belediya bajêr ji bo rêlêgirtina avahiyên bê


Diclepress13@gmail.com

plan programek ji xwe re çêkir. Xwarinên herêmê Li herêmê savar û xwarinên ji savarê bêhtir tên xwarin, wekî savara bi darçîn û bacanreşkê. Seleteya hinaran, şorbeya mast, ecîn û kutilkên dagirtî(basmavat, li herêmê ji yên di nav rûn û hêkan de sorkirî re dibêjin “irok”). Rişte û kibe(hûr û rodîiyên dagirtî) jî ji alî gel ve tê xwarin. Wekî din mirîşka bi gijnîjê birajtî, sembîsek(lehmacunê sergirtî), beloh(xwarineke weke qisirê ye), serûpê û hûrê hîşandî jî di nav xwarinên deverê de ne. Li ber xwarinan, dew tê vexwarin. Li herêmê qehweya tal(mirra) jî xwedî cihekî taybet e. Kincên heremê Keçên ciwan kefiyên rengîn, yên pîr jî yê spî didin serê xwe. Li hinek deveran wekî li Dêrikê jin kitanên dirêj didin serê xwe. Fîstan herî pir li herêmê tê li xwe

dîrok

17

kirin. Goreyên ji hirî û lastîkên reş di lingan de hene. Xemilandineke taybetî jî li herêmê “deq” e. Jin deqên şîn li ser rû yan jî destê xwe dikin. Şalwar û entariyên spî û dirêj cilên zilaman yên herêmî ne. Îşlik û êlegên bê yaxe di ser şalwar de tê li xwe kirin. Di serê zilaman de “egal” an jî “çefî” heye. Şewqe jî carinan tê bikaranîn. Qondere di lingan de heye. Çavkanî 1. “Mardin Nüfusu 2015”. Nufusu.com. Roja wergirtinê: 22 hezîran 2016. 2. http://m.medeniyetlerbesigimardin.tr.gg/Mardinli--Ue-nl. ue.ler.htm.

..........

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Bajarê Mêrdîn bi pirçandîbûna xwe tê nasîn. Li wir ereb, kurd, suryanî û ermenî hene. Dêra Zehferanê di sedsala 11. pêve navendî ji petrikên suryaniyan re kiriye. Ji bilî wê, dêrek din bi navê Şehîde Şimûnî heye


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

18

çand

Diclepress13@gmail.com

piraniya darên çiyê, darên berûyan bûn


Diclepress13@gmail.com

çand

19

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Mehsûm bagok

Xêr û bêrên çiyayê Şengalê Hinek mirovên herêma Şengalê dibêjin ku; di heyamekê de navê çiyayê me, çiyayê Şêrîn bû. Dibêjin navê Şengal ne zêde kevn e. Navê kevintirîn jî Şêrîn e. Ev jî dibe agahiyek. Lêkolînvan û dîroknas dikarin vê mijarê zelal bikin. Di jiyana derbasbûyî de civakê qîmet daye çiyayê xwe. Li ber çavên wan ew qasî Şêrîn e. Ji nav gelî, newal, deşt û palên çiyayê Şengalê yek bi yek kevir hilgirtine, kom kirine û li şûna wan keviran, erdên çandiniya xwe amade kirine. Bi wan kevirên ku kom kirine jî dîwarên erdên xwe çêkirine. Kevirên zêde jî li kêleka erdan an jî di nava erdan de bûne weke şikêran. Mamê Feqîr Xidir mirovekî oldar e. Temenê wî 84 sal e. Mirovekî pir kal e. Pir serpêhatiyên wî yên jiyankirî hene. Mirovekî hêja û serwext e. Diyar dibe ku di nava jiyana bi salan de pijiya ye. Peyv û pênaseyên hevokên wî bi cewherî û dagirtî ne. Di nêrîn û dîtinên xwe de, zelal û bawer e. Mirovekî bi cesaret û xwedî exlaq e. Ew ziraviya tiştan baş dibîne û dizane ku çi erê bike yan jî çi red bike. Di vê mijarê de xwedî pîvanên bi wate û hêja ne. Di wextekî de çiyayê Şengalê bi daran xemilandî bû. Ew wext û dîmenê wan daran di roja me ya îro de hîn jî di bîra wan mirovên kal û pîr de ye. Bi birîn û firotina daran re, êdî bi demê re çiya ripûrût dibe. Êdî piraniya çiyê bê dar e. Ev gotin

20

çand

Diclepress13@gmail.com

gotina mirovekî kal ê ji gundê Cefriyê ye. Em xelkê gundan, gelekî feqîr bûn. Bi zor û zehmetî debar dibûn. Em diçûn çiyê, me êzing dibirîn û bi keran dianîn xwar. Tirimpêlên mezin ji Mûsil û Sûriyê dihatin. Bi bihayekî pir erzan dikirîn û dibirin. Vê birîna daran, gelek zirar daye çiyê û daristanên me. Di nava wan daristanan de, darên berû, kezwan û gûhîjan hebûn. Lê piraniya darên çiyê, darên berûyan bûn. Dema ku mijar dibe darberû jî êdî dar û daristanên Kurdistanê têne bîra mirov. Darberûyên çiyayê Şengalê û yên giştiyê Kurdistanê mirov bike rojev, wê baş be. Darberû: Çiyayên Kurdistanê bi van dar û daristanan bi nav û deng in. Ew dareke gelekî qayîm e. Rehên wê pir kûr diçin û şaxên xwe di bin axê de belav dikin. Ew dareke ku bi slan û derengî mezin dibe. Lê belê dema mezin dibe jî, temenê wê dereng bi dawî dibe. Ango temenê vê dara me pir dirêj e. Çiqilên daran di payîzan de tên birîn. Xelkê gundan, wan çiqilan bi şêwazekî bi rêk û pêk kom dikin û ji bo zivistanê amade dikin. Dema ku berf dibare jî, êdî wan çiqilên daran ku pelên wan hişkbûne, pêşkêşî sufreya pezên xwe dikin. Pezên wan jî van pelan bi kêfxweşî û bi iştaheke mezin dixwin û têr dibin. Çiqilên bêpel ji bo agir pir baş in. Ji bo tenûra nan, nanê sêlê ji bo sobeya êzingan, gelekî guncav in. Xelkê gundan ekolojîk in. Ew darên şîn ji bo ku bi xwe bişewitînin bi kar nayînin. Ew wan çiqil û darên ku hişkbûne weke êzing dişkînin,

kom dikin û tînin gund. Rêber Apo dibêje; “Zivistana li çiyayên Zagrosan, agir pîroz e. Biharan jî çandinî pîroz e. Em gelekî çiyayî ne û rista êzing û agir rengekî dixe nava jiyana civakê. Agir germahî û ronahî ye. Welatê me çiyayî ye û bi çiyayên xwe jî tê naskirin. Bandora çiyayan li ser taybetmendiyên mirovan jî çêdibe. Ango xweza civakê bandor dike. Mirov û xweza, xweza û mirovahî hev du eleqedar dikin û bandor dikin. Dema êzing dişewitin û rimiya agir xilas dibe, êdî êzing derbasî qonaxeke din dibe, ji niha û pê ve êdî dibin pereng an jî bizot. Perengên wan daran jî pir li ber xwe didin. Ango germahiya wan, demdirêj e. Dema ku ew dibin xwelî jî, têhna germahiya xweliya êzingên darberûyan jî berdewam dike. Xweliya êzingan di demên berê de ji bo paqijiyê jî hatiye bikaranîn. Dema ku birîneke biçûk li ser laşê mirovan çêdibe yan jî xwîn jê tê, eger piçek xwelî li ser birînê bê danîn, wê herikîna xwînê bê sekinandin û zuha bibe. Dema ku ava tirî ji bo çêkirina dimsê tê kelandin, wê demê piçek xweliya êzingan dixin nava beroşa ava tirî. Armanc ew e ku ji bo tiştên zêde dakevin binê beroşê û ji bo ku dims xweş û paqij bimîne. Di encamê de dimseke tîr, zelal û paqij çêdibe. Ew dibe dimsa tamxweş. Berhemên vê darê gelek in. Yek ji wan jî berû ye. Yên tal û şêrîn hene. Berûyên tal ji bo nexweşiya şekir pir baş in. Lê, berûyên şêrîn mirov dikare xav jî bixwe. Dema li ser sobeya êzingan têne biraştin tama


Diclepress13@gmail.com

wan ji ya şembelotan(kestane) xweştir e. Weke di nava perengan û di nava xweliya êzingan de dema ku germ bibe jî, berû têne biraştin. Di salên xelayê de yan jî ji ber sedema şer û rewşên taybet, berû dihatin hêrandin, bi destaran an jî di curnan de têne hûrkirin û weke ard lê dikin û dikin hevîr. Bi vî rengî ji berûyan jî nan tê çêkirin. Weke din gelek zindiyên di nava xwezayê de ji berûyan sûdê werdigirin. Weke mînak çêlek, bizin û gelek lawirên din ji xwarina berûyan hez dikin. Dema ku di zivistanan de, diweşin di bin dara xwe de, ji bo garana dewaran û keriyên pezan dibin mihrîcan. Dema têr dibin, şîrê wan jî pir dibe. Di encamê de xwediyên çêlek û bizinan pir keyfxweş dibin. Çêrî û xwarina di nava xwezayê de ji bo heywanan gelekî baş e. Mirov jî ji wê başiyê, para xwe digire. Çiyayê Şengalê ji bo sewaldarî ango lawirvaniyê jî bi xêr û bêr e. Keriyên pez ji pelên darberûyan û çêriya çiyê têr dibin. Gera pez a de nava çiyê û hewaya wî de, ji bo pez pir baş e. Berhemên pezê Şengalê wiha ye. Ew di encama keda şivan û bêrîvanan de jî temam dibe. Ango xwezaya Şengalê û di encama keda şivan û bêrîvanan de ev yek derdikeve. Ji demên berê de Şengalî ji xwedîkirina pez hez dikin û bi keriyên mezin dihatin xwedîkirin. Hinek malbat bi sedan û hinek jî bi hezaran zêdetir hejmara pezê wan hebû. Bi vî rengî pêwîstiyên wan ên xwemalî, çerm û hiriyê û xwarinê jî çareser dibe. Ji bo pêwîstiyên xwe yên weke şîr, penîr û cureyên wan, dîsan goşt li gel vê rûn-nîvişk

çand

21

li gel vê jî ji bo aboriya xwe bazirganiya van jî pêş xistine. Qûtê zivistanê yê sivoriyan jî berû ye. Ew di nava çiqilên daran de berûyên bijare dibînin û kom dikin. Yek bi yek paqij dikin û dibin depoyên xwe. Di demsala payîzê de berû digihêjin û êdî dema kombûna wan e. Sivoriyan ev rewş keşif kirine. Ji bo ku dem winda nekin bi plan, rêkûpêk, bi lez û bez û bi keyfxweşî berûyan ji hev digirin û kom dikin. Dema ku mirov liv û tevgera sivoriyan dibîne, naxwaze ji wir biçe. Mirov dixwaze li xebata wan temaşe bike. Ji çiqilekî xwe davêjin çiqilekî din. Mirov bi tevgera wan şa dibe. Ew lawirekî biçûk û pir xweşik e. Darên berûyan ji bo ser xaniyan û ji bo stûnên xaniyan jî gelekî qayîm in. Ew zû bi zû narizin û temenê wan jî demdirêj in. Civakên gundan sira vê darê nas kirine û bi kar anîne. Ev darberûyên temenê wan dirêj ji bo kewar û stargeha mêşên hingivan jî pir guncav in. Darên wiha stûr, bilind ku nêzî kanî û rûbaran in, zêdetir dibin tercîha mêşên hingiv. Her kes bi rehetî nikare cihên wan nas bike. Nêçîrvanên pispor ên mêşên hingiv hene. Ew bi rojan dişopînin û di encamê de dikarin keşif bikin. Nêçîrvanên nepispor bin, wê nikaribin di nava daristanan de darên mêşan peyda bikin. Ji ber ku mêş jî vê yekê dizanin, xwe pir baş diparêzin. Ji bo tevahiya zindiyan mijara xweparastinê yek ji mijarên bingehîn e. Ji ber ku ev mijar jiyana wan eleqedar dike. Daristanên darberûyan rengê keskahiya xwe, didin derdora xwe. Bi vî rengê xwe, çav û ruhê mirovan zindî û geş dikin. Eger ku daristan

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Êdî her gelwasekî hejîran yek metro, hinek jî ji du metreyan dirêjtir in. Ji bo cihên dûr an jî mirovên xwe, weke diyarî dişînin. Dîmenên gelwasan balkêş in. Ew hejîrên dêm temenê wan demdirêj e û zû bi zû xerab nabin mezin be, ev darên berûyan ewrên baranê jî dikişînin. Ev daristan hevsengiya xwezayê jî diparêzin, hewa bi van daran xweş û paqij dimîne. Bi taybet di demsala havîn û payîzê de dema rewşa hewayê germ dibe, êdî siha darberûyan jî pir cuda ye. Siha wan daran pir xweş e. Di ber sîbera daran de bêhnvedan, xwarin û vexwarin pir xweş in. Ji xwendin, nivîsandin û lêhûrbûnê re jî pir guncav in. Li çiyayê Şengalê darberû weke daristanan pir kêm e. Lê belê dar pir in. Eger ku deh salan bê parastin, wê careke din daristan li xwe vegerin û wê çiyayê Şengalê bix


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Xwarina kûmeya pir bi tam e. Tam û enerjiya wan gelekî xweş û cuda ye. Şêwaza xwarina wan wisa ye. Destpêkê mirov wan paqij dike, hûr dike û di nava rûn de diqelîne û bi nan re dixwin. Weke din dema diqelînin, mirov dikare li ser savar û birincê jî deyne emilînin. Ji bo bixemile jî divê em kar bikin. Ew erkên her mirovekî Şengalî ye. Dar mezin bibin, wê çiya pir xweş bibe. Waye li Serdeşta çiyayê Şengalê çend darberû hene. Ji wan re dibêjin Darikên Qewalan. Dîmen û siha wan, çi qasî xweş in! Darên Kezwan û gûhîjan hebin jî lê pir hindik in. Berhêmên wan daran jî pir xweş û baş in. Daristana giştî çêbibe, wê ew jî li xwe vegerin. Kewên çiyayê Şengalê jî divê ku li bîra me bin. Rengê wan hinekî gewr e. Kewgiriyên Şengalê taybetmendiyên kewên Şengalê tînin ziman û bi keyfxweşî şîroveyên

22

çand

Diclepress13@gmail.com

xwe dikin. Kewên li wir esîl in û dengê qebqeba wan ji palên çiyê xweş belav dibe. Rengê wan gewrê xetxetî ye û nikil sor in. Ew dizanin di kîjan cihên çiyê de xwe biparêzin. Ji bo stara wan, mekanên guncav gelek in. Li çiyayê Şengalê kewê ribat jî hene, kewên çiyayê Kolik jî bi nav û deng in. Kewên ribat bi lez û ser hev dixwînin û kewan li dora xwe kom dikin. Di çiyê de kewên spî jî hene, lê ew kew zû bi zû peyda nabin. Ji bo teyrê baz (teyrên hur) jî çiyayê Şengalê hembêza xwe vekiriye. Di wan teht û zinarên bilind û asê de, xwe bi cih dikin. Ev teyr li ezmanan xwe nîşan didin. Lê belê zeftkirina wan ne hêsan e. Heybeta nav û dîmenê wan heye. Nêçîrvanên teyran hene. Ew bi rojan, bi hefteyan û carinan jî bi mehan dişopînin da ku teyrekî baz bigirin. Gelek caran jî nêçîrvan bê encam vedigerin malên xwe. Taybetmendiyên van teyran hene û qîmetê wan jî pir e. ew zû bi zû nayên girtin, navê wan teyran hur e, ew ji huriyetê hez dikin. Eger ku bi cewherî were gotin li çiyayê Şengalê berê, lawirên weke; keftar, hirç, gur, piling, pezkovî, rovî, sîxur, gelek cureyên çûkan, kêvroşk û xezal hebûn. Hinek ji wan di roja îro de êdî xuya nakin. Ên ku hebin jî êdî hejmara wan pir kêm e. Gelo di encama çi sebeban de wiha çêdibe, ji bo çi di heyamên berê de ew bi garan, bi keriyan û bi refan hebûn, lê niha ji bo çi sedeman ew rewş hatiye guhertin? Pirs û bersiv pêwîst in. Pirs û bersiv jî, xwediyê wateyên girîng in. Di encamê de her mirovek jî, dikare para xwe di vê mijarê de bibîne.

Dema naskirin çêdibe, berpirsyarî derdikeve pêşberî mirov û riya çareseriyê xuya dike. Eger bersiva pirsan were dayîn, wê gelek mijar werin pêşberî me. Yek ji wan jî birîna darên daristanan ye. Dema daristan nemînin, êdî stara wan zindiyan jî ji holê radibe. Êdî bê star dimînin û bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Hinek ji wan jî, ji cih û warên xwe yên sed salan, hezar salan jî derdikevin û koçber dibin. Xemgînî û helwesta wan ev e. Bi pêşketina teknîkê re jî êdî bi lez nêçîrvan nêçîra xwe dibîne. Di demên ku şer çêdibin û teknîka giran bi kar tînin, ew dengên bilind ên top û balafiran jî dibe sedema qirkirin û koçberbûna wan. Hinek ji wan erdan avî ne û piraniya erdan jî dêm in (bej). Di wan erdên dêm de genim, ceh, nîsk û nok çandine. Piştre paleyî kirine. Ew berhemên kombûyî li bênderan gêre kirine. Dema karên gêre xilas dibe jî, êdî dora paqijbûn û bêjingê tê. Berhemên çandinî, paleyî û gêreyî bi vî rengî danehev dikin. Êdî di çal, tûr an jî di kewaran de têne parastin. Ew dibin qûtê salê. Demên berê bi vî rengî bûn. Weke din Êzîdiyên Şengalê bi kedeke mezin darên fêkiyan jî çandine. Ew mêwên tirî ne, darên hejîr û hinaran in. Piranî di nava erdên dêm de, xweş çêdibin. Wan, erd kolane û fîdan xistine nava axê, bi vî awayî fîdan parastine û di dema ku pêwîst kiriye de, careke din erd kolane û xistine nava axê. Dema ku fîdan mezin dibin, ew çiqlên hişk an jî yên zêde têne kezaxtin, ji bo ku dar xweş mezin bibe û berhem bide. Erda çiyê xweş e. Di demsala


Diclepress13@gmail.com

çand

23

havînê de herêm germ e. Li ber wê tamtir in. Jixwe di dema meşê de, germahiyê tirî pir tamxweş dibe û di riya karwaniyê de, ew xwarinên berdest û pir xweş in. pir şêrîn e. Dimsa tiriyê dêm gelekî tamşêrîn e. Şêraniya wê dimsê jî tameke Rezên Tirî Rezên tirî di nav erd û palên çiyayê xwezayî ye. Ji ber vê yekê tama vê Şengalê de dibe xêr û bereketek xwarinê bi tendurist e. Di sofreya ji bo xelkê gundan . ji bo civakên xwarinê de, cihekî taybet û bi wate yê dimsê heye. Ji dimsê gelek gundan tirî tişteke herî pêwîst e. Berhemên rezên tirî gelek pêwîsti- xwarinên cuda têne çêkirin. Qayan çareser dike. Pelên tirî ji bo wît jî cureyeke helawê ye. Dims û epraxan pir baş in. Şivên mêwan mast, dims û nîvişk û dims û nan jî dema têne kezixandin jî ji bo xwarinên bi hev re xweş in. agir baş in. Berhemên tirî jixwe Weke din dema ku tirî hêj gelek in. Mêwijên wan di dem- negihiştiye, bi tama tirşbûna xwe sala zivistan û biharê de bi taybet jî tê bikaranîn. Dema ku di demxwarineke baş e. Ji ava tirî bastîq, sala havînê de digihêje, taze jî tê helîl û beniyên ku bi gûz û be- komkirin û di her kêliyên rojê de hîvan têne çêkirin, pir bi nav û dikare were xwarin. Cur bi cur deng in. Bi taybet zivistanan li ber cureyên tirî hene. Her yek ji wan, sobeya agirê êzingan dibe ziyaf- reng û tama wan cuda ye. Dema eteke xweş. Dema ku li derve berf herî xweş a xwarina tirî, dema sihebe, ev xwarin hîn xweştir û bi behê ye, dema ku roj hiltê ye. Ji bo

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

ku di wan kêliyan de tirî cemidî ye. Wê çaxê xwarina wî tiriyê taze û cemidî jî pir xweş e û dibe dermanekî xwezayî. Tirî, di nava fêkiyan de xwediyê cihekî sereke ye. Di demekê de, petîx û zebeşên dêm jî xweş çêdibûn. Ax û hewaya palên çiya ji bo wan werzan gelekî baş bûn. Xwediyê wan bi tûran barên petêx û zebeşan danîn malê. Dixwarin û para cîranên xwe jî belav dikirin. Cîrantî jî çandeke xweş e. Bê guman kêvroşk, çûk û teyrikên çolê, şivan û rêwiyên ku di ber werz re diçûn jî para xwe jê dixwarin. Ji bo her kesî xêr û bereket bû. Gelwas û Kutilkê Hejîra Li çiyayê Şengalê tiştekî herî meşhûr jî hejîrên wê ne. Beşek ji civaka gundan bi hejîrên re mijûl dibin. Erd û hewaya çiyê ji bo he


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Weke din Êzîdiyên Şengalê bi kedeke mezin darên fêkiyan jî çandine. Ew mêwên tirî ne, darên hejîr û hinaran in. Piranî di nava erdên dêm de, xweş çêdibin

24

çand

Diclepress13@gmail.com

jîran guncav in. Êzîdî weke civaka Efrînê, çawa ku Efrînî bi hostayî û keda xwe darên zeytûnan diçînin û mezin dikin, her kesek dizane. Efrînî bi keda xwe bûne pisporan darên zeytûnan. Êzîdiyên li çiyayê Şengalê jî di çandina darên hejîran de bi keda xwe bûne pispor. Hêjirên dêm jî pir şêrîn û tamxweş in. Dîmenên baxçeyên darên hejîran di nav xwezayê de, dîmenên balkêş in. Mirovan di palên çiyayan de weke derencan, ax û dîwar parastine û rêz bi rêz dar çandine. Ew pir baş ji komkirina hejîran fêm dikin. Pir baş ji hişkirin û weke şiklê tizbihan bixin gelwas. Ew ji qamişên zirav dihûnin. Ji qinabên stûrtir çêdibe û bi qamişên hûnandî di nîvê hejîrên hişk re derbas dikin û wek tizbihan wan girê didin û ji vê re jî dibêjin gelwas. Êdî her gelwasekî hejîran yek met-

ro, hinek jî ji du metreyan dirêjtir in. Ji bo cihên dûr an jî mirovên xwe, weke diyarî dişînin. Dîmenên gelwasan balkêş in. Ew hejîrên dêm temenê wan demdirêj e û zû bi zû xerab nabin. Gelwasê hejîran bi salan bûye beşek ji çanda vê herêmê. Dema ku navê gelwas tê gotin an jî dema ku mirov navê gelwasan dibihîzin, yekser hejîr têne bîra wan. Di demsala biharê de, bi taybet jî di demsala zivistanê de cihekî girîng ê gelwasan di nava xwarinên herêmê de heye. Peyva gelwas jî rengekî dixe nava axaftin û xwarinan. Di nava qûtê salê de, cihê hejîran nayê jibîrkirin. Şêwazê ku bi kar tînin ev e; hejîrên hişk di nava curnê keviran de diperçiqînin û heyanî dibe weke hevîr. Piştre jî weke gulok lê dikin. Bi şêwazekî stûr pan dikin û piştre dipêçin û diparêzin. Ji bo ku ji zivistanê


Diclepress13@gmail.com

heyanî biharê xwarineke berdest amade be, wê ya dikin. Hinek jê re dibêjin kutilkê hejîran, hinek jî jê re dibêjin serek. Gelwas û kutilkê hejîran çandeke xwarinê ya kevn e û ew çand berdewam e. Di roja îro de jî di nava civakê de û di hinek dikanên Herêma Şengalê de peyda dibe. Kutilkê hejîran, sade jî te xwarin û di nav rûnê male de, tê qelandin û bi nan tê xwarin. Ew xwarineke seferî ye. Ew xwarineke civakên çiyayî ye, nanekî tenûrê pê re bixwe û biçe çiyê, barek ezing bîne. Li hinek herêmên Kurdistanê kezwanan hûr dikin û di nav hev de weke hevîr disitirin. Bi wê ya tama wan hejîran gelekî xweş dibe, mirovan bi tecrûbeyan, çanda xwarinê pêş xistine. Kûmeya Li dora çiyayê Şengalê û bi taybet ji aliyê bakur û rojavayê çiyê, ji aliyê deştê ve ango li jêra çiyê û ber bi xwarê ve li erdên ku çandinî lê çênabe, hene. Lê belê ne di her heyaman de. Di navbera adar

çand

25

û nîsanê de, baran xweş bariya be, êdî di nava wan erdan de gel weke pêşbirkekê yan jî weke mihrîcanekê û bi coş dadikevin nava wan erdên beyar. Êdî dem dema Kûmeya ye. Mirov kom bi kom diçin komkirina kûmeyayê. Li hinek herêmên welatê me ji kûmeya re dibêjin dombelan. Ên ku nas nakin û mereq dikin wê hebin. Ew di şiklê kartolan de ne û ji bin axê têne derxistin. Dema ku çêdibin, axa li ser wan bilind dibe. Nêçîrvanên ku wan dizanin, wan ferq dikin û derdixin. Xwarina kûmeya pir bi tam e. Tam û enerjiya wan gelekî xweş û cuda ye. Şêwaza xwarina wan wisa ye. Destpêkê mirov wan paqij dike, hûr dike û di nava rûn de diqelîne û bi nan re dixwin. Weke din dema diqelînin, mirov dikare li ser savar û birincê jî deyne. Tama kûmeya û savarê hev du tamxweş dikin. Rengekî xwarina kûmeya jî weke goşt dixin şîşan û li ser bizotên agir dibirêjin. Her sê rengên xwarina kûmeyan ji hev xweştir in. Ew xwarinên xwezayî ne û pir bi ten-

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

durist in. Weke din di nava erdên beyar de û di bihara xweş û rengîn de gerîn, dîtin û komkirina kûmeya, dibe karekî pir bi kelecan. Biçûk û mezin bi cilên rengereng, yek bi yek an jî kom bi kom li nava wan erdan de di nava liv û tevgera dîtina wan de ne.

Li çiyayê Şengalê darberû weke daristanan pir kêm e. Lê belê dar pir in. Eger ku deh salan bê parastin, wê careke din daristan li xwe vegerin û wê çiyayê Şengalê bixemilînin


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

26

gotar

Diclepress13@gmail.com

Li Chîapasê Modela Xweseriyê

REMEZAN OLÇEN

Di nav pergala zapatîsyayan de

pergala herî balê dikişîne ‘caracol’in ku di warên xizmetên civakî de rol û misyonek sereke dilîzin. Ew mîna navendên koordînasyoneke dixebitin. Koperatîfên ku hema bêje li her herêmê hene hilberînên xwe li maxazayên sosyalên li ‘caracol’an in difiroşin li ber vê park, navendên çand û hunerê, pirtûkxane, dibistan, nexweşxane jî di nav caracol’an de heye. Li her

herêmê,‘Cûnta- yên Rêveberiya Baş’ ku her beşên civakê tê de tên temsîlkirin hatiye damezirandin. Pirsgirêkên li navêndên kordînasyonan nayê çareserkirin li van cûntayan tên çareserkirin ku ev cûnta unîteya herî navendiya van ‘caracol’an e. Her cûnta 7 ‘Şaredariyên Xweser yên Zapatîta’ temsîl dikin. Endamên cûntayan ji nav endamên şaredariyan bi awayê rotasyonê têne hilbijartin û ev endam li gorî demê tên guhertin. Bi vî awayî hem berpirsiyarî tê parvekirin hem jî pêşî li îktîdarbûnê tê girtin. Kirûya rotastonê li vir xal herî girîng e; ji ber ku endamên cûntayê li gorî dema xweyê peywirdariyê bi awayekî bê navber xizmeta gel dike ji ber

vê yekê jî karên bi rastî jî giran û westîner tîne cih. Her şaredariya xweser, ji aliyê konseyek xweser ve ku ew jî bi qasî 2-3 salan li ser peywirê ye ve tê birêvebirin. Xebatên rêveberiyan ên lokal ji aliyê endamên konseyê ve têne kirin, endamên ku piranî karên rêveberiyan birêve dibin ji bo peywiran bi cih bînin tu heqdest nastînin. Ancax ji ber ku di dema peywirdariya xwe de nikarin kareke din ji bo debara xwe bikin erd û zeviyên wan ji aliyê endamên civaka ji bo wan xebat dikin ve tê ajotin. Di nav kar û peywirên konseyê de mirov dikare van bijimêre; bicihanîna edaletê, tenduristî, perwerdehî, bazar ango qaideyên dan û stand-


Diclepress13@gmail.com

inê, ragihandin, xizmetên çand û hunerî, tekûzkirina jiyana rojane yê civakê, plansaziya hilberînê, pirsgirêkên ku di bikaranîn û çandiniya erd û zeviyên aîdê civakê, birêvebirina dibistan û ocaxên tenduristiyê. Her konsey ligel van kar û peywirên xwe lazim e ji bo ‘Cûntayên Rêveberiya Baş’ du delegeyên transformîst bijêre û wan peywirdar bike. Ev cûnta mirov dikare bibêje ku bi erka xwe wekî yekitiya şaredariyan kar û xebat dimeşînin. Di nav her ‘caracol’ê de 4-5 komên cûntayê ku peywirên wan ji hev cuda ye cih digirin; ev kom karên rêveberiyê heftane û bi awayekî transformîst(dorveger) bi cih tînin. Bi vî awayî her endamê civakê bes ku ji aliyê konseyê ve hatibe peywirdarkirin di nav cûntayê de cihê xwe digire. Cewher û referansa ‘Cûntayên Rêveberiya Baş’ jî fikra ‘bi guhdarîkirinê birêvebirin’ê ye. Lewre li Chîapasê birêvebirin ne li ser esasa fermandayîn an jî ferzkirinê naxêr li ser esasa fermanên ku gel dide ango li ser xwestekên gel teşe digire. Ji bo ku ev îdealên destnîşankirî li qadên pratîkê de di bin temînatê de bin jî cûnta; li hemberî reşbînî, nelirêtî, bêdadî û rîskên bi vî rengî li her herêmê ‘Komîteya Şoreşgerên Herêmî yên Veşarî’ ava kiriye. Û her herêm di bin kontrola van komîteyan de ye. Unîteyên esasî gund in Her cûnta li herêma xwe bi peywira koordînasyona gel hatiye peywirdarkirin. Dema tê gotin koordînasyon lazim e bê gotin ku di kar û xebatên tên kirin de kirûya wekheviyê destnîşanker e. Ango xebat li ser esasê wekheviyê tên parvekirin:

gotar

27

Di nav pergala zapatîsyayan de pergala herî balê dikişîne ‘caracol’in ku di warên xizmetên civakî de rol û misyonek sereke dilîzin. Ew mîna navendên koordînasyoneke dixebitin 1) Pereyên ku ji hilberîn û dan û standinê tên ne ji aliyê şexs an jî cemaatê ve kom kirin ji aliyê komîsyona cûntayê ve tên komkirin û parve kirin. 2) Cemaetên serhildêr ji aliyê komîsyonek ve tên tespîtlirin, daku kes an jî komên bêeleqe li ser navê ‘Zapatîsta’ pere kom neke û perwerdehiya leşkerî nede tu kesî. 3) Pereyê bi navê ‘Baca Piştgiriyê’ ku ji cemaatên serîhildêr tên berevkirin bi awayekî adîlane ji bo pêdiviyên heman cemaetan bê xerckirin. 4) Bi komên li derdorê ku ne zapatayî ne re jî tu carî têkilî nayên qut kirin ango di navbera van koman

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

de ji irtîbat tim û tim heye. Ev modela ku EZLN(Zapatîstayî) pêşxistiye; her biryar an jî her pêşniyar pêşî ji meclisên gundan derbas dibe. Li hemberî iradeya meclisa gund tu biryar nayên girtin, nakevin meriyetê. Li gorî hiyerarşiya şaredarî, navenda koordînasyonê û herî dawî jî cûntayê rêveberî û pêvajoya biryargirtinê sade dibe, ligel vê yekê berpirsiyariya kesên hatine hilbijartin jî zêde dibe. Wekî mînak ‘Cûntaya Rêveberiya Baş’ der barê pirsgirêkekê de en zêde dikare biryara tavsiyêyê bide, pirsgirêkên ku di hiyerarşiya herêmî de neyê çareserkirin li vir tê çareserkirin. EZLN, her çiqas ji aliyê hikûmeta Meksîkayê ve wekî ‘cudakar’ bê bi nav kirin jî ew tu car dewletek serbixwe ji xwe re nekiriye armanc. Zapatîstayî Meksika wekî weletê xwe qebûl dikin ango dipejirînin. Lewre Meksîkayîbûnê wekî nasnameya hevpar digirin dest. Ancax li hember windabûna nasnameya xwe jî dixwazin nasnameya wan bi awayekî fermî ji alî hikûmeta Meksîkayê ve bê qebûlkirin. EZLN berî her tiştî tevgerek şoreşger e û dixwaze bi azadkirina gelê Chîapasê, civakê jî bi vî re paralel azad bike. Ango mesele netenê bi azad- kirina erdnîgariyekê re girêdaye naxêr mesele demokratîkkirina herêmê bi tevahi ye. Têkoşîna ku ji bo self-determînasyonê ango mafê destnîşankirina qedera xwe bidestxistinê tê meşandin lewre li hember neolîberalîzmê,kapîtalîzmê, qirkirina xwezayê, newekheviyê û li hember kedxwarî û mêtingeriyê ye. Di rêveberiyên Zapatîstayan de xala herî girîng mantalîteya


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

28

gotar

Diclepress13@gmail.com

Her şaredariya xweser, ji aliyê konseyek xweser ve ku ew jî bi qasî 2-3 salan li ser peywirê ye ve tê birêvebirin. Xebatên rêveberiyan ên lokal ji aliyê endamên konseyê ve têne kirin

demokrasiyek herêmî yê radîkal e. Biryarên pevre jiyanê bi tevahî di hiyerarşiyê de li unîyetên herî jêr tên girtin ango biryar li gund û komunan tên girtin. Pirsgirêk û biryarên ku bandora xwe li ser jiyana civakê dike li gund û meclisên şaredariyan tê nîqaşkirin û ne li gorî dengdana zêde li ser mutabaqatek giştî biryar tên girtin ango pirsgirêk tên çareserkirin. Rotasyona ku her tim tê bikaranîn jî taybetmendiyek girîng e. Bi vî awayî hem pêşî li bicihneanîna peywirê tê girtin hem jî pêşiya kes-

çandî, civakî û aborî bes ku newekheviyê çênekin tê qebûlkirin. Ji ên ku ji kar û xebatan xwe didin ber ku armanca EZLN’ê ‘dinyayek alî tê birîn, bi vî awayî nelirêtî pêk ku gelek dinya dikarin ji xwe re cih nayên. Bi saya rotasyonê gelek kes lê bibînin’ ava bike ye. di nav kar û xebatên rêveberiyê de cih digirin û bi vî awayî kesên ‘Xweserî ne îcada EZLN’ê ye’ peywirdar di qada pratîk de hînî EZLN, di hezîrana 2005’an de hunera rêvebirinê dibin. Rotasyon di ‘6’emîn Danezana Cangiji ber ku mekanîzmayekî aktîf e la Lacandon’’ê de pêvajoya bi vê rêbazê endamên civakê bi pêşxistina modela xweseriyê awayekî komple di nava pêvajoyê wiha destnîşan kiribû: ‘EZLN bi awayekî yekalî biryara Peymana de bi awayekî aktîf cih digirin. Di modela Xweseriya Zapatîstay- San Andrés ku der barê parastina an de cihê homojeniyê tune ye. Ji maf û çanda gelên niştecihên vî ber ku civaka Chîapasê ji civakek warîne dike meriyetê. Em bi qasî homojen nîn e. Cudahiyên siyasî, çar salan(2001-2005) li ser van mijaran hûr bûn. Em dixwazin


Diclepress13@gmail.com

gotar

29

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Xweseriya ku li Chîapasê tê sepandin ji aliyê dewleta Meksîkayê ve nayê qebûlkirin. Armanca EZLN’ê ew e ku xweseriyê derbixe asta ku dewlet ew qebûl bike em behsa wan jî ji we re bikin. Me dest bi inşakirina herêmên xweser ên zapatîstayên serîhildêr kirin. Gelên li herêmên xweser ji bo rêveberî û xwe rêvebirinê bi awayekî xurt xwe bi rêxistin kirin. Xweserî ne îcada EZLN’ê ye, ev bi saya têkoşîna gelê herêmê ku bi sedan salan e dike û bi saya tecrubeya Zapatîstayan e û di esasê xwe de li ser xwe bi rêvebirina gelên herêmê ye. Gel di navbera xwe de biryara dê kî/ê çawa rêveberiyê bike dide û kesê/a ku li gorî biryara gel tevnegere ji peywirê tê giritin. Ango yên ku di rêveberiyê de ne ku gel guhdarî nekin wekî otorîte ji peywirê tê girtin yekê/a

din ji bo rêveberiyê tê hilbijartin(…) Me piştre ferq kir ku herêmên xweser xwedî şert û mercên ji hev cuda ne; hin herêmên xweser ji rêxistinên civaka sivîl zêdetir destek digirtin ligel vê hin herêm jî hatibûn jibîrkirin. Ji bo ev newekhevî ji holê rabe lazim bû tiştek bihata kirin. Me berya her tiştî ji bo têbigihîjin ka çima wisa dibe dest bi lêkolînê kir. Piştre derkete holê ku beşa siyasî-leşkeriya EZLN’ê detibû nav karên ‘sivîl’ ku lazim e ev kar ji aliyên otorî-

teyên demokratîk ve bihata kirin. Ji ber ku beşa siyasî-leşkerî ya EZLN’ê parçyeke- ji artêşê ye ji binyadê xwe ve antî-demokratîk e. Paşê em li xwe warqilîn ku kesên en li jor leşker û kesên en li jêr jî demokratîk bin ev xweserî nameşe(…) Ji bo ku em pêşî li vê pirsgirêkê bigirin me biryara ji hev veqetandina qadên siyasî-leşkerî û komunên xweser û demokratîk a Zapatîstayan girt. Bi vî awayî çalakî û biryarên berê ku diket nav peywirên EZLN’ê kademe bi kademe dewrî hilbijartiyên ku gel


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

wan bi awayekî demokratîk hilbijartiye hate kirin. Belê ev di gotinê de hêsan e li pratîzekirin zehmet e û bicihanîna wî jî çend sal dê li ber xwe bide.(…) Û bi vê rêbazê di tebaxa 2003’yan de ‘Cûntayên Rêveberiya Baş’ hatin damezirandin û bi wan re jî bicihanîna qaydeya ‘bi guhdarîkirinê birêvebirin’ û pêvajoya xwe bi xwe hînbûnê berdewam kir. Ji wê pêvajoyê heta nîveka 2005’an rêveberiya EZLN’ê talîmatan neda qada sivîl, lê bi hilbijartiyên ku gel wan bi awayekî demokratîk bijart re tim xebitî û piştgirî da wan.(…) EZLN ligel piştgiriyê ku dida qadên sivîl her wiha bi derdoran re jî ji bo piştgiriyên siyasî û aborî di nav livbaziyê de bû, daku bi piştgiriya peydakirî ji bo înşakirina herêmên xweser zêde zor û zehm-

30

gotar

Diclepress13@gmail.com

etî nekêşin bikar anî. Bi saya EZLN’ê komunên Zapatîstayan di inşaya xweseriyê de zêde zehetî nekêşan. Li gorî lêkolînên ku ji aliyê hikûmetan de hatî kirin di warê başbûna; tenduristî, perwerdehî, cihên hevpar ên civakî de qadên Zapatîstayan ji bo cemaetên niştecih herê qadên baş in. Belê hêj inşaya xweseriyê li qadên Zapatîstayan didome û ev bi serê xwe xwedî gelek zehmetiyan e lê li ber vê jî ji ber ku ceribandinek dij dewlet e û radîkal demokrat e hêjayê nirxandin û lêkolînan e. Nexşeriya ku digihîne xweseriyê Xweseriya ku li Chîapasê tê sepandin ji aliyê dewleta Meksîkayê ve nayê qebûlkirin. Armanca EZLN’ê ew e ku xweseriyê derbixe asta ku dewlet ew qebûl bike. Mafên ku ji aliyê EZLN’ê de ji hikûmeta Mek-

sîkayê tên xwestin ev in: Mafên Siyasî: Her unîte rêveberiya xwe ya hundirîn li gorî biryara xwe destnîşan dike û bi mekanîzmayên xwe dikare tevli organên temsîliyeta neteweyî bibe. Her unîteya xweser ku parçeyek ji hiqûqa welatîbûnê ye bi navçeyên ku xwe aydê gelê herêmî dibîne re bi koordîne dixebite û li gorî xwestekên herdu aliyan ew dikarin bibin yek jî. ligel vê yekê ji hikûmeta navenî butçe û desthilatî dewrî herêmên xweser tê kirin. Dîsa bi mijarê ve girêdayî biryar bên girtin û rizayê gel ku bi hilbijartinên demokratîk bê girtin navçe dîsa dibe ku tekûz kirin. EZLN’ê bi awayekî katî destnîşan dike ku dê dest nede sînorên welêt. Mafên Aborî: EZLN, destnîşan dike ku li ser ax û zeviyên gel li


Diclepress13@gmail.com

serê dijî û bi kar tîne xwe dî maf e û dixwaze hikûmet jî li hember vê yekê rêzdar be. Mafên Hiqûqî: Zapatîstayî dixwazin pergala xweyê hiqûq’i sazûmankar bikin lê ligel vê pergala hiqûqa Meksîkayê jî red nakin. Ji ber ku gelên li Chîapasê dijîn ji hiqûqa hikûmeta navendî gelek bêzarbûne, ji pergala hiqûqa Meksîkayê nerazîne û dixwazin bi pergala hiqûqa Zapatîstayan bên darizandin. Ji aliyê hiqûqa Meksîkayê ve dema tên darizandin ne ew ên ku mexdûr in; kesên xwedî mal û milk, polîs, leşker û alîgirên partiyên dewletê ji ber ku tên parastin êdî gelê herêmê ji hiqûqa Meksîkayê bawernake ku xwe sererast bike. Dîsa ji ber ku li Chîapasê niştecih bi zimanê fermî ango bi İsopanyolî nizanin

gotar

31

û di dadgehan de mafê wan î tercuman bixwazin jî nîn in, bi sedan niştecih beyî ku bi sûcê! Xwe bizanibin di girtîgehan de ne. Hiqûq bi rastî jî ji bo pev re jiyanê xala herî girîng e ji bo gelan. Ji ber ku kod, qaîde û qanûnên di pergala hiqûqê de cih digirin pevre jiyanê tekûz dikin, sererast dikin ji ber vê hindê hiqûqa li gorî bîr û baweriya gelên bi hev re dijîn neyê tesîs kirin bi hev re jiyîn jî ne mimkûn e. EZLN’ê ji ber ku ev nakokî tespît kir di nav komumên ku ava kirî de li gorî nirxên gel bi kod, qanûn û qaîdeyan pergala hiqûqê wekî qanûname amade kir û bi gel da nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de piştî sererast kirinan hate pejirandin. Ev qanûnname niha li nav hin cemaetan de di meriyetê de ye. Taybetmendiya ‘hiqûqa alternatîf’

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

a Zapatîstayan ew e ku li cihê bi fizîkî cezakirinê ango li gorî sûcê hatî kirin bi girtîgehê bê cezakirin, bi cezayên manewî jiyana gel dixwaze biparêze Mafên Çandî: Zapatîstayî ji bo çand û nasmameya xwe bidin jiyîn û dewlemend bikin dixwazin dewlet di makeqanûnê de ev bixe bin temînatê û derfetan ji bo pêşxistina çanda wan çêbike. Ji bo van jî dixwaze amûrên ku ziman pêş dixwe amûrên wekî rojname, radyo, televîzyon ji wan re tahsîs bike. Xênc ji van li herêmên xweser li dibistana her çiqas bi zimanê zikmakî bê dayîn jî ji bo di navbera gelan de qutb^ün û biyanîbûn çênebe dewleta Meksîkayê di mufredata dibistanên neteweyî de cih bide çanda gelên herêmî.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

32

tendurostî

Diclepress13@gmail.com

Serê mirovê aqil, çi car naêşit

Rihan yan jî Merzekew çiye? Rihan bi navê xweyê din Merzekew tê zanîn. Rihan bi keskahî yan jî bi rengekî hişk kirî tê bikar anîn A: FERÎDE HELÎQÎ û di warê tendurustî de jî bi sude. Rihan li avûhewa yan jî demsalê Îsota pûl berxwedana bedenê hênikahî de digihîje ango şîn dibe. xurt dike pembe-sipî vedike û rehekÎsota pûl ku antîenflamatûare û Gulên eke xwedî bêhnek xweşe. xaza mîdê kêm dike, bi tiştên di nav xwe ve, hezma xwarinên dinê, Sudên Rihan çine? vîtamîn û mîneralên tên xwarin, Reheka rihan ji bo Kuxikê başe. misandina wan ji aliyê bedenê de, Çaya wê yan jî her wisa bikar anîzêdetir dike. na wî ji bo gêjbuna serî û gaza di Ji bo ku vîtamîna C di navê de ruvîkan de derbas kirinê başe. zêde ye, îsota pûl weke antîbi- Rûnê rihanê ji bo vekirina îştihan, yotîka xwezayî mirov dikare bêje birînên dev bi bandore. Pêşî li xwarineka mûcîze ye. Îsota pûl weşandina por digre û porê bi hêz bexwedana bedenê xurt dike û dike. mirov weke antî depresan bikar- Giyayê rihanê çawa tê bi kar anîn? bîne. Rihan hem bi hişkî hem jî bi awayî Îsot her weha li dijî hucreyên sere- kesk tê bikar anîn. Bi gîştî xwaritanê başe lê dibe ku bi hinek der- nan de tê bikar anîn. Weke ku di manan re bandorê li ser hev bikin. salata û şorbeyan de tê bi kar anîn, di nava tiştên cuda yên vexwarinê

……….

û şerbetan de weke bêhna xweş tê bi kar anîn. Rihan di baxçeyan de jî weke reheka xweşikiyê tê çandin. Rihan di malan de ji ber ku reheka durxistina pêşû û kêzikane, li mal û Ofîsan de hem weke bêhn hem jî ji bo dûrxistina pêşûyan tê bikar anîn. Merzekew bi giştî weke çay tê dem kirin li gel hingiv tê temijandin û tê vexarin. Rihan ji bo zêde kirina şîrê dayîk, derbas kirina tengezarî û stresê, dehandina hêsan û îshalê dikare bê bikar anîn. Di heman demê bi çaya rihanê şuştina por pir bi hêz dibe û weşandinê radiwestine. Pirsgirêkên weke birînên dev re jî rihan weke lepe bi kar anîn pir başe. rihan weke benîşt çend car bikar anîn cigarê jî dide berdan. Tovên Rihanê li gel hingiv ji bo derbas kirina sanciyên rovîk tê bi kar anîn.


Diclepress13@gmail.com

tendurostî

33

……….

Ji bo ku vîtamîna C di navê de zêde ye, îsota pûl weke antîbiyotîka xwezayî mirov dikare bêje xwarineka mûcîze ye. Îsota pûl bexwedana bedenê xurt dike û mirov weke antî depresan bikarbîne

Mûcîzeya hêkan Rojê hêkekê bixwe tu yê bibînî ku wê çi guhertin di laşê te da çêbibe. Hêk di gelek xwarinan da tê bikaranîn. Bi her hawayî: kelandî, qelandî, yan jî xav, di fravînê de, taştê yan jî di şîvê da, ew her tim bi feyde ye ji bo laşê mirov. Neh feydeyên ku tu rojê hêkekê bixwî ev in: 1- Laşê mirovan 11 asîdên amînoyî hildiberînin û xeynî wan nehên din jî pêwist in ku laşê mirov baş kar bike. Dema ku mirov rojê bi kêmasî hêkekê bixwe, mirov neh asîden amînoyî yên mayî jî ji hêkê digirin. 2- Ji ber ku di hêkan de kalsîyûm heye, îskeletên mirovan zexm û xurt dibe û rê li ber osteoporosis (hestîrizîn/hestîherifîn)ê digre. Her weha di hêkan de vîtamîna D

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

jî heye û ew jî alîkarîyê dike da ku di iskelet û dirananda balansa kalsiyuma çêbibe. 3- Ku mirov rojê hêkek yan jî du hêkan bixwe, wê xwe ji enfeksîyonan, nexweşîn û vîrusan biparêze. Di hêkan da ji sedî 22 selenium ku laşê mirovan hawcedare heye û ew parastina îmunê bi qawet dike. 4- Ji ber ku B vitamin û asîden rûnî yên Omega-3 di nav hêkê da heye, ew jî dibe alîkarîya kû porên mirov, neynokên mirov û çermê mirov baştir dibe. 5- Ji berê da dihat zanîn ku di hêkê da gelek proteîn hene ku alîkarîya çêkirina masîlkan (adeleyan) dike, Ji ber wê jî mirovên ku siporê dikin jê gelek feyde dibînin. 6- Di hêkê da cismê salîsîlat (kolin) heye ku ew alîkarîya zêdebûn û firehbûna mêjî dike, bîranîn û qabîlîyeta reaksiyonê jî zêde dike. 7- Ew mirovên ku LDL partîkelê (kolestrola nebaş) wan hûrik bin, rîska kû ew bi nexweşînên


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

dil bikevin zêdetir e, ji ber ku lêkolîner dibêjin ku hêk alîkarîya mezinbûna LDLê dike, (girbûyîna wê proteînê rê li çêbûna kolesterolê digire û ew jî dibe alikar ku damarên xweynê neyên xitimandin) û her weha problemên dil jî kêm dibin 8- Antioksidantên bi navê lutein û zeaxanthin ku di hêkê da hene jibo xurtbûna çavan û ji nexweşînên enfeksîyonên çavan diparêzin. 9- Hêk ji bo ku mirov bikaribe kîloyên xwe biparêze jî alternatîveke baş e, ji ber ku dema mirov hêkan dixwe, zû birçî nabe û ji xwarina hûrik hûrik dûr dikeve.

………. Stres çiye? Stres bûye parçeyek ji jiyana mirovan, parçeyek ne baş û xerab. Bi taybet li bajarên mezin stres meriv ji taqat dixe û dibe sedema nexweşîyên mezin. Giranbûna şertên jiyanê, çûn û hatina kar, mezinkirina zarokan û kişandina derdê wan, pirsgirêkên malbatî û

34

tendurostî

Diclepress13@gmail.com

Di hêkê da cismê salîsîlat (kolin) heye ku ew alîkarîya zêdebûn û firehbûna mêjî dike, bîranîn û qabîlîyeta reaksiyonê jî zêde dike ..... Rûnê rihanê ji bo vekirina îştihan, birînên dev bi bandore

civakî, gava ev tev dikevin ser hev meriv bike neke di nava stresê de dixeniqe û ji taqat dikeve, nexweş dibe. Ji bo rêlibergirtina stresê gavên herî girîng ev in: * Xwe û sedemên ku dibin sedema stresa we binasin. * Têkilîyên baş bi derûxorê re deynin, dora xwe baş binasin. * Bedena xwe kontrol bikin, nehêlin bedena we radestî stresê bibe. * Bi pîvan xwarinê bixwin, xwe bi xwarina zêde newestînin û zirarê nedin bedena xwe * Karê îro nehêlin sibê. Gava kar tev ket ser hev, mirov di binde dikeve. * Nebin koleyê demê. Ji tiştên ku hûn nikariin bikin re bêjin:Na! * Xwe mezin nekin û nebêjin “ez karim her karî bikim”. * Li rehetîya canê xwe binerin, zêdeyî giranîya xwe nekevin bin bar.

..........


Diclepress13@gmail.com

çand

35

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

HUNERMEND KAZO Û QÊRÎNÊN WÎ

Kazo li gundê Êrmanis di nava malbateke cotyar da hatiye dinê

A: Kakshar Oremar Salên dirêjin ku ez Kaziyê dengbilind dinasim. Ji nifşê wan dengbêjên Kurdistanê ye ku di dema xwe de xizmeteke mezin ji hunera Kurdî re kirine. Dema mirov ji nêzve rastî Kazo tê biqasî ku dengê wî bilinde ewqas jî nefs nizim, sade û dûr jî hemû pozbilindiyên hinek himpîşeyên xwe mirovekî camêre. Mêvan perweriya wî li rex suhbeteke germ û tije dersên fêrbûnê dike ku mirov bizanîbe ew layîqî qedirnasiyeke mezine. Kazo li rex kar û çalakiyên xwe yên hunerî keç û kurên xwe jî anîne nava qada hunerê. Heta carna tevî hevjîna xwe jî stranên duqolî gotine. Çiqas ku navdarî ber bi wî ve hat, ewî jî sadebûn û tewazû kirin du rûkinên bingehîn

yên jiyana xwe. Cara yekê dema ez li Urmiyê bûm min bi rêya kasêteke Hunerkomê a VHS di festîvala Aştiyê li bajarê Kölnê / Almaniya deng û hunera Kazo û koma wî guhdar û temaşe kirin. Bi gotina gelek stran û bitaybetî jî Mîlîtano wî karî bi dengê xwe yê zelel û tije heybet dehan hezar kesan rake ser piyan. Stadyuma mezin a fotobolê hejand û êdî dengê wî ji riha min derneket. Heya roja îro ew di qada xebatên xwe yên hunerî da bêrawestan dixebite. Van rojên dawiyê mamosta Kazo hinek nesaxe û bi çêbûna rewşa dawiyê li bakurê Kurdistanê re gelek astengîyên jiyanê ji wan re jî hatine pêş, lê îrade û xwezîyên wî weke gulên meha adarê bedew û bêhin xweşin. Em deyndarên wan hunermendên

Kurdin ku bi çalakiyên xwe re kêm-zêde li kêleka derd û elemên gelê xwe bûne. Nivîsa jêr weke dilopek ji deryayekê nêrînên min li ser mamostayê hêja hunermend Kazo ne ku min bi pêwîst zanî li gel dilxwazên hunera Kurdî û we hevalên xwe yên hêja jî parve bikim. JI BAJARÊ WANÊ HEYA HEMÛ KURDISTANÊ Bajarê Wanê li bakurê Kurdistanê ji hêlekê bi dîroka xwe ya dêrîn cihawerekî kevnar yê bajarvaniya Kurdan û komên din yên etnîkî bûye ku hêşta jî şûnewarên wan li herêmê mane, ji hêla din jî bi çiyayên bilind, çemên pirav, zozanên rengîn û gelî û newalên kûr xwedî edingariyeke dewlemend, çand û hunera wira jî xwedî nasna


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Yek ji kesên ku di medereseyên dengbêjiya Serheda bakurê Kurdistanê da piştî Reso, Ferzê, Hecî Ebdulkerîm, Şakiro û Huseyno xwedî nav û dengekî naskirî ye, hunermendê navdar KAZO ye meyeke Kurdî a resne. Ji kelheyên dêrîn, dêr û mizheftên bajar bigire heya folklor û dengbêjiya Kurdên wira, çanda gel xwedî gelek dewlemendiyên çend lik û şaxên ji hev cuda ye. Dengbêj Kazo di demeke kêm da karî deng û awazên xwe ji Wanê belavî hemû Kurdistana mezin bike. Êdî îro ew navekî naskirî yê qada hunera Kurdî ye. ZAROKEK JI ÊRMANIS Kazo sala 1950an li gundê Êrmanis di nava malbateke cotyar da hatiye dinê û salên zarotiyê li wira derbas kirine. Yek ji kesên ku di medereseyên

36

çand

Diclepress13@gmail.com

dengbêjiya Serheda bakurê Kurdistanê da piştî Reso, Ferzê, Hecî Ebdulkerîm, Şakiro û Huseyno xwedî nav û dengekî naskirî ye, hunermendê navdar KAZO ye. Ew bi dengê xwe yê bilind û zelal dikeve nava refa dengbêjên herêma xwe, lê kesê yekê ye ku di vê xwendingehê de stranên di xana hunera pirotestoyî de jî gotine. Ji stranên govend û şahiyan bigire heya beytbêjî, vegotina destan û stranên şoreşgerî mamosta KAZO navekî naskirî yê cihana hunera Kurdî ye. Dema ji salên 1960an û şûnde dest bi karê strangotinê kir Kazoyê dengbêj û xweşxwan nekete bin bandora hunera wan kesên ku ketibûn pey rêbaza asîmîlaysoyê. Yanî kesên weke Celel Gûzelses( 1899- 1959 ) ku li dijî miletê xwe ew xebata çewt dabûn destpêkirin û pêre jî Nurî Sesigûzel, Ibo Tatlîses û Holiya Efşar ketibû ser wê rêyê û li hemberî doza gelê xwe ketibûn xizmeta sîstema serdest a înkarker û dagîrker li bakurê Kurdistanê. Wan salan ew bi dengekî bilind yek ji evîndarên muzîk, ziman û stranên Kurdî yên kilasîk bû. Şêxê Delal, Befir barî, Eyşa Elî, Xanloyê, Hesen Axa, Were domam, Xezal û sedan stranên din ew berhemin ku hunermend Kazo bi dengê xwe tama wan bêtir daye eşkere kirin. Bi destpêka salên 1990an re û pêngavên nû yên bizava azadiyê li bakurê Kurdistanê Koma Şîrwan yek ji komên herî pirkar bû ku serkêşiya wê hunermend Kazo dikir. Endamên komê: Dengbêj Kazo, Fatê, Rêzan Şîrwan, Emrah Derwêş, Dicle û Botan ne. BotanWan salan ew bi berhemên xweş û kêmbihîstî zû ketin nava

dilê civakê û stranên wan pir hatin guhdarkirin. Albûmên komê li jêr navên weke: Şuşa Dila, Pîrbûn, Mendo, Wey Şivano, Hoy Reşo, Rê dûre, Lawikê Gundî, Bablekan, Namê Silê, Sîpan Xelatê, Şêxê Canê û hwd dehan stranên siyasî û folklorîk girtine nava xwe û bi germî hatin pêşwazî kirin. Di wan salan de strana Milîtano bi hezeke mezin ji hêla milyonha kesan ve hate pêşwazîkirin:” Xwendevan û zana bî, qelem li dest mamosta bî Çek bi destan pêşmerge bî, mirin hebî rew(v) tunebî Mîlîtano, mîlîtano, milîtan, milîtan... milîtna milîtan Kurdistanm dayîk heyran simbêl qeytan milîtano... “. Salên ku Kazo tevî birayê xwe yê mezin Kemalê Xanê dest bi stran gotinê dike, carna hinek kes ji civakê li hemberî wan disekinin, lê heza wan ji amûrên muzîkê yên weke tenbûrê nahêle ku agirê evîna wan a ji hunerê re bê temirandin. Hunermend Kazo çend caran li ser çend pêvajoyên jiyana xwe ji min re axivîye ku yê di proja min a li jêr Navdarên Kurd da li dor mijarên jêr cih bigire: Jiyan û serbihûrî, Çûyîna leşkeriyê û huner, Ber bi cihana dengbêjî û hunerê ve, Dengbêjên efsaneyî û mercên giran, Raman û nêrîinên hunerî, Berhemên hunerî, Xwezî, bîranîn û hesretên jiyanê, Nêrîna dengbêj Kazo li ser Simkoyê Şikak, Kela Dimdim û stranên ku bihîstina çîroka wan a devkî ji zimanê wî bixwe mirovan bi naverok û gelek rastiyên dîrokî li ser hunera Kurdî dihesîne.


Diclepress13@gmail.com

çand

37

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

kesan li ser derdên bindestiya gelê xwe stran gotine, Kazo çawa nebêje?! Qedera me ji qedera miletên cîran cuda ye, hingî naveroka stranên me û mesela Farsan jî yê weke hev nebe, çimkî em bindestin. Ez çawa li ser Şêx Seîd, Barzanî, Öcalan û yên din nestirêm?! Min Ey Felek hingî çêkir û got dema ku min rûpelên dîroka Kurdistanê hildan û xwendin,... ê bandor li ser hestên min danî û min hema dît destê min li ser kazê şemitî û “ Ey Felek “ hate afirandin....”.

BERHEMÊN HUNERÎ Salên ku Kazo tevî birayê xwe yê mezin Kemalê Xanê dest bi stran gotinê dike, carna hinek kes ji civakê li hemberî wan disekinin, lê heza wan ji amûrên muzîkê yên weke tenbûrê nahêle ku agirê evîna wan a ji hunerê re bê temirandin. Dengbêj Kazo ku xwedî sedan stranên cûr bi cure, carna bi stranekê him hinek xemên dîroka tije rabûn û ketinê li Kurdistanê bi bîra me tîne û him jî navên pîroz yên rêber û şoreşgerên Kurdistanê di tabloyê straneke xwe de radixîne ber çavan. Strana Ey Felek yek ji wan stranên xwedî peyamên Kurdistanî ye. Dengbêj Kazo ku xwedî sedan stranên cûr bi cûre, carna bi stranekê him hinek xemên dîroka tije rabûn û ketinê li Kurdistanê bi

bîra me tîne û him jî navên pîroz yên rêber û şoreşgerên Kurdistanê di tabloyê straneke xwe de radixîne ber çavan. Strana Ey Felek yek ji wan stranên xwedî peyamên Kurdistanî ye. GAZÎ Û HAWARÊN KAZO Biqasî ku wî kariye xwestiye bi hemû zaravên zimanê Kurdî bistire. qêrînên wî carna xweziyên dengbêjan bi bîra me tîne û carna jî gazî û hewarên Kazo li ser doza Kurd û Kurdistanê ne. Ew li ser merc û awayê afirandina strana Kurdî a protesto xwedî nêrînên dewlemende:” Rewşa Kurd û Kurdistanê me neçar dike ku em li ser êşên miletê xwe strana bibêjin. Ev karê ji sedan sal berê da nifiş bi nifiş hatiye û niha jî li ber me ye. Ma dema Şakiro, Evdalê Zeynê, Şeroyê Biro û her weke din gelek

Dengbêj Kazo ku xwedî sedan stranên cûr bi cure, carna bi stranekê him hinek xemên dîroka tije rabûn û ketinê li Kurdistanê bi bîra me tîne û him jî navên pîroz yên rêber û şoreşgerên Kurdistanê di tabloyê straneke xwe de radixîne ber çavan


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

38

jin

Diclepress13@gmail.com

Leyla Qasim

Leyla keçkêka netirs û zîrek bu

A: XENSA HESENÎ

Leyla

Qasim(di salê 1952’ê li Xaneqîn; 12’ê gulanê 1974ê li Bexda) yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê da wekî pêşeng û qehremana şoreşgêrîyê dihêt niyasîn.

Jînenîgara Leylaya Qasimî Leyla keça Qasimê kurê Hesenî ye. Li sala 1952ê li Banmila ser bi bajarê Xaneqînê, li şîrketa neftê(petrolê) ya bi navê Elwendê li Kurdistana Başur, di nav malbateka hejar û welatperwer da hat dinê. Xaneqîn jî weke bajarê Kerkûkê ji ber kanên petrolê

hertim bi siyaseta erebandinê ra rûbirû maye û heta roja îro jî siyaseta asîmîlasyonê li wir berdewame. Kurdên bajarê Xaneqînê jî, li dema Şoreşa Îlonê bi germî beşdarê şoreşê bûn û di vê doza Kurdistanê da gelek şehîd dan. Bavê Leylayê, Qasim, karkerekê parzinîna(tesfîyeya) neftê li Şîrketa Elwend bû, ko piştî teqawîtbûnê li sala 1971ê koçberî bajarê Bexdayê bûn. Xwîşk û birayên Leylayê Sebîhe, Selam, Sefa û Selah tev jî xwendevanên zîrek bûn û heryekî ji bilî karê xwendinê ji bo alîkariya debara jiyana malbata xwe bi xebatên corbicor mijul dibun. Li Sala 1958ê Leylayê dest bi xwendina xwe ya dibistanê kir û li bajarê Xaneqînê jî xwendina xwe ya navendî dawî kir. Ji ber ko Leyla ji temenê zarokatiya xwe ve hejarî û xîzanî ditibû, xewna azadiya Kurdistanê jî didît û tam û evîna Kurdayetiyê roj bi roj di fikr û ramanên wê da şirîntir û bihêztir dibû û baweriya wê bi wekheviya keç û kuran hebû. Leyla bi rêya birayê xwe yê mezin, Şehîd Selam Qasim-ko bi şêweyekê nihînî endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Iraq bû li sala 1970ê bi fermî bû endama wê partiyê û di nava xwîndevanên Kurd da dest bi xebatê kir. Piştî wê li Bexdayê lîse jî qedand û dûra li sala 1971ê li zankoma edebyatê pişka civakzanistî(sosiyolojî) li zanîngeha Bexdayê hat pejirandin. Ji sala 1972ê were di liv û lebata Yekîtiya Qutabî yên Kurdistanê da


Diclepress13@gmail.com

pişikdar bû. Îstixbarata Beesîyên Iraqê her der û hertişt kontrol dikir. Li wan salan piraniya hêz û bizava şoreşa Kurdan ya di bin rêberiya pdk-i da li çiyayên Kurdistana Başur û herêmên azadkirî civiyabû. Ji bona wê jî dema Leylayê dît ko herkes dibêjit: “ Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hilbidin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgêrî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne”, biryar da ko tevî xwendevanên xurt bi awayekî aktîvtir û berfirhetir xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bikin. Evîna Leylaya Qasimî û Cewad Hemewendî Leylaya Qasimî di nav hevalên xwe da ji yekî hez dikir ko navê wî Cewad bû. Ew hertim bi hev ra dixebitîn. Leylayê bi hevkariya Cewadî Yekîtiya Qutabî yên Kurdistanê ya di bin seroktiya Adil Muradî da niyasî û wekî endam tevî wan bû û her bi desteka Cewadî, tevî refên pêşmergeyan bû. Li Zanîngeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên din da pêşverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê ra da selmandin(îsbatkirin). Herçend bû Cewad xwendevanê zanîngehê nebû û karkerê karxaneya(fabrîkaya) zeytê bû, wê ew wekî hevalê jiyana paşerojê hilbijart bû. Leylayê bi wan xebatên xwe îspat kir ko di şoreşê da û di civakê da jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derbikevin.

jin

39

Biryareka Dîrokî Leyla û Cewad ko xwedî baweriyeka mezin bi doza neteweya xwe bûn, li sala 1974ê bi hevra gotarek li ser rewşa civakzanistî ya Kurdan nivîsî û li derfetekê digeriyan ko gotara xwe biweşînin û di nava gelî da belav bikin. Lê destpêkirina şerî ji nûve û girtina wan bû sedema hindê ko gotara wan ji aliyê sîxurên Beesê ve hat wenda kirin. Piştî xebata salên dijwar û giran li 11’ê Adara sala 1970’ê, piştî danûstanên dûr û dirêj di navbera serokkomarê Iraqê û nemir Mele Mistefayê Barzanî da, di çarçûveya Iraqê da otonomî ji Kurdên Kurdistana Başur ra hat diyarkirin. Rewşa şerî û aştiya di nava Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê da heya Îlona sala 1974ê domand. Di wê serdemê da Emrîkayê jî hevkariya serhildana Kurdan dikir, lê mixabin dema ko bi rastî pêdvî bi hevkariyê hebû, dewleta Emrîkayê ew bi tenê hiştin û destûr da jandarmê xwe yê rojhilata navîn Mehmed Reza Şahê Pehlevî ko ji bo şkandina şoreşa Kurdan hevkariya Beesiyan biken. Piştî wê, dema ko Emrîkayê û rejîma Îranê destê xwe ji piştgiriya Kurdan berd, rejîma Iraqê dijberî Kurdan şerekê giran û hovane destpêkir û ji nişkave di civakê da pir tevlihevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasî ya Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li Bexdayê endamên Îstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên niştîmanperwer girtin û rewşek tejî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb ra afirand. Herwiha li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Roja 28ê Nîsana sala 1974ê Leyla û çar hevalên wê hatin girtin û rejîma Bexdayê ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştiya cîhanê ra dan niyasîn li 24ê Nîsana sala 1974ê bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombaran kirin ko di encamê da çend xwendevanên Kurd jî şehîd bûn. Piştî vê yekê, Beesiyan hêrişî ser bajarê Helebçeyê kir û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birîndar kirin. Li hemberî van hovatiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û sivîlan ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leylaya Qasimî û Cewadê Hemewendî di wê baweriyê da bûn ko divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê belkî xebata herî giran pêwîste di nava


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

cergê dijmin da û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bihêt domandin. Roja 28ê Nîsana sala 1974ê(28.04.1974) Leyla û çar hevalên wê Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî hatin girtin û rejîma Bexdayê di Rojnameya Elsewre organa fermî ya dewletê û di radiyo û televîzyona xwe da ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştiya cîhanê ra dan niyasîn. Leyla û hevalên wê di girtîgehê da rastî şikence û azareka pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ko piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt da(bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheka formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.

40

jin

Diclepress13@gmail.com

Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû şikence kirin, lê ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagîrkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meşiya

Taybetmendiyên Leyla Qasimê û gotina dawiyê Li gor dîtina ew kesên ko ji nêzve Leylayê diniyasin û ew dîtîye, Leyla keçeka netirs, zîrek, axiftin xweş, esmer, bejin bilind û şirîn bû û di karê rêkxistinê û hizbayetîyê da jî bi dîsîplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam didan. Wê di çaxê ko di bin çavdêriya êstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jê ra got: “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ko bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ko bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê da canê xwe fîda dikim’. Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê dizanî ko eger keçeka wiha xwedîbawerî zindî bimaba dê bandoreka mezin li ser bîr û rayên


Diclepress13@gmail.com

xwendevanên Kurd û Ereb pêkbiînaba. Ji bona wê jî di demeka kin da bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û li roja 12ê Gulana 1974ê, li seet 7’ê berê sibê Leylaya Qasimî û hevalên wê îdamkirin. Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû şikence kirin, lê ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagîrkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meşiya. Di deqîqeyên dawîyê de wê nehişt ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê biden. wê bi xwîndina marşa netweyî ya Kurdî(Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistan ji herkesî re da selmandin. Piştî şehîdkirina wan, Selamê birayê wê jî li Bexdayê ji aliyê Beesîyan ve hat şehîdkirin. Guneha Selam tenê ew bû ko wêneyê Leylayê gehandibû destê xwendevanên

jin

41

Kurd ko li Ewrûpayê dixwînd û endamên YQK bûn. Beesiyan ji Leylayê daxwazkir ko bi nivîsîna nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bikit û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan ra diyar bikit. Leylaya Qasimî bi nêrîneka hişik û tifa ko avêtî ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da: “Ger ko ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşiman bibim ew e ko ez zû dimirim bêy ko bikaribim demeka dirêj ji gelê xwe ra xebatê bikim û eger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim. Ji ber ko di rastîyê da, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kirye.” Şehîdkirina Leylayê û karvedana(reaksiyona) Kurdan Şehîd kirina Leylaya Qasimî û hevalên wê bû sebeb ko gelek ciwan

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Ger ko ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşiman bibim ew e ko ez zû dimirim bêy ko bikaribim demeka dirêj ji gelê xwe ra xebatê bikim û eger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên Kurd. Gelê Kurd li hemî perçeyên Kurdistanê Leylaya Qasimî wekî qehremaneka neteweyî dibînin. Li sala 1974ê dema ko Leyla hat şehîdkirin, li seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hibijartin. Piştî salên dûr û dirêj rêya Leyla Qasimê bi şêweyekê berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leylaya Qasimî ya serbilind û netirs û îro jî Zîlan, Binefş, Bêrîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Leyla Zana û bi hezaran şêrekeçên çeleng û qehreman li ser rêya Leylayê dimeşin. Leylaya Qasimî û ramanên wê Li gor dîtina Leylaya Qasimî çewsdandina jina Kurd tenê di çarçûvê zulm û zordariya mêrê Kurd da bi sînor nebû, belkî wê ji bo guherandineka giştîxebat dikir. Di vê barê da Leyala dibêjit: “Şêweya guherandinê di nava civata Kurdistanê da hewcedara guherandineka siyasî, civakî û aborî ye û eger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî dê hertim bihêt bin pêkirin.” Navê Leylaya Qasimî di nav helbest û stranên Kurdî da Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremanîya Leylayê kirîye û

42

jin

Diclepress13@gmail.com

Leyla keça Qasimê kurê Hesenî ye. Li sala 1952ê li Banmila ser bi bajarê Xaneqînê, li şîrketa neftê(petrolê) ya bi navê Elwendê li Kurdistana Başur, di nav malbateka hejar û welatperwer da hat dinê li ser wê helbest ristine. Seyda Hêmin Mûkryanî şaêrê millî yê çaxê komara Demokratîka Kurdistanê li ser qehremanîya Leylayê wiha dibêjit: Ke to toray le çawim wek xewî min Le biskit reştire mangeşewî min Biro Mecnûn be Leylay xot menaze Ke nawbangî pitir derkird ewî min Bizey hatê, witî celadî xiwêrî! Be keyfî xot petit bawêje estom Ewe pet niye mîdalî îftixare Ke bûme qaremanî mîlletî xom

Herwiha Seyda Cigerxwîn di helbesteka xwe da bi xembarî li ser şehîdbûna Leylayê wiha dibêjit: Leyla keça Mît û Meda Canê xwe da di ber me da Bijîn heçî ko canfîda Xweş bin ji te jar û geda Leyla çiraxa şevreş e Wê rû li Kurdan kir geş e Kuştin bi me Kurdan xweş e Zordarî êdî nameş e! Leyla bijî, sed aferîn Ji bo me bûye ol û dîn Dîsa li min der bûn birîn Heta ciger min bûye xwîn! Seyda Şêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanê E’reb yên mîna Udunîs di helbestên xwe da behsa canfîdayiya Leylaya Qasimî dikin. Wek dibêjin hinek helbestvanên Filistînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirîye. Herwiha hunermendên Kurd li her çar perçên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfîdayîya Leylayê bi bîr diînin: Hunermendên navdar Şehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên şaêrên Kurd ko derheqa Leylayê da vehûnandine bi awazên xweş stirandine. Çavkanî: Ji “http://ku.wikipedia.org/wiki/ Leyla_Qasim” hatiye standin.

..........


Diclepress13@gmail.com

jin

43

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Ji Bo Têkîlîya Azad Şernekirin Li Azadîyê Xiyanet E

Elî Firat

Rexmî

ku em gelekî şermok û bi ihtiyad bûn di dema komê ya piştre ber bi çûyîneke wiha çêbû. Me şêwazeke ku aliyê xwe yê hest û siyasî hebû, tirs, metirsî û azweriya wê hebû weke ku were gotin “tu dixwazî belayekê bînî serê xwe? Ha ji te re bela” hilbijart. Di rastiyê de şêwazeke ku nedihate hêvîkirin bû. Ev rewşeke ku xwe di jiyana me de gelek caran nîşan dide ye. Ev şêwazên ku nayên hêvîkirin heta berovajiya wê nîşandan, em bixwazin jê re bibêjin tesadûf an jî tengasiyeke rastiya me ya civakî, yan jî em bibêjin rawestgeheke wê pêvajoyeke girîng bû. Dibe ku were gotin ev rewşeke kesane ye, pêwîst nake ku mirov zêde li ser bisekine. Lê belê piştre hate fêmkirin ku ev rewşeke kesayetê

nîne, girêkeke kor a civakê ye. Ger çûyîneke rast bi ser vê de çênebe û neyê dahûrandin ne PKK, ne jî netewbûn li holê namîne. Rewş hatibû vê astê. Ev mijareke hîskirinê ye. Gelo ev nêzîkbûneke baş hatiye hizirandin û hatiye gelalekirin e? Yan derfetek, pêdîviyek hate nirxandin. Gelo di bin bandora wê de bû mijara gotinê? Dibe ku para van hemûyan tê de hebe. Dibe ku em ji taybetmendiyên kesayet bigrin, çawaniya nîqaşên civakî û siyasî ya wê demê, çawaniya civakî ya yê li hember asta sosyalîstbûnê û pêvajoya ku pirsgirêka netewî hatiye, pêwîstiya ji bo pêşketina komê tê dîtin, pêşwazîkirina kêmasiyeke xwe dide hîskirin bandorên gelek tiştan heye. Di vir de tişta girîng tenê bi çavên têkîliyeke di navbera du kesan de nehate nêrîn. Di bingeha vê têkîliyê de ev yek nêbû. Pirsgirêka netewî ku bûye girêka kor û siyasî hebû. Ez vî tiştî gelekî baş dizanim. Têkîlî ne bi hêsanî tê bidestxistin,

ne jî bi hêsanî tê bikaranîn. Lê belê dîsa jî pirsgirêka hilbijartinê ye. Pêwîste ez diyar bikim ku di vê mijarê de ez di nava muhafazakariyeke hişk de tevdigeriyam û rexmî xwestekeke min a hezkirinê jî hebû, min xwe disîplîn dikir. Temenê min dihate bîstûpêncan jî dîsa jî min xwe disîplîn dikir. Lê belê ez ber bi têkîliyeke wiha ve çûm. Di nava şêwaza pêkhatina van mijaran li gel we bandorên giran ên malbatê, fêrbûnên taybet bandorên temen û zayendiyê heye. Ez dikarim diyar bikim ku di hemû van mijaran de lewaz im, weke xwe vedişêrim û naxwazim xwe derbixime holê. Mirov dikare ji vê re bibêje rewşeke lewaz û tirsonek. Di vir de şêwazeke nêzîkbûnê ya li gor xwe hebû. Têkîliya van hemû tiştan bi pirsgirêka jinê ve heye, ez pêwîst dibînim ku nûjen bim û di vê pirsgirekê de pêvajoyeke pêş de bijîm. Teqez hewce ye hun vê yekê bibînin û binirxînin. Ji ber ku em di


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

vê qadê de rewşeke xirab a tawanbariyê dijîn. Ji ber wê jî ez pêwistiya hindekî vekirina vê pirsgirêkê dibînim. Pêwîst nîne ku em xwe weke yekî navdar diyar bikin an jî hoste, afirandêr û mezin nîşan bidin. Lê belê pêwîste em baş fêm bikin ku em bi pirsgirêkeke civakî ya girîng ve hatine girêdan û pêwîste em vê pirsgirêkê çareser bikin. Gihiştina zanebûna vê weke hêmaneke jêneger e. Hunê têkîliyan bi pêş bixin, lê belê gelo hunê çi qasî li hemberî encamên wê li ber xwe bidin? Di

44

jin

Diclepress13@gmail.com

van têkîliyên wiha de taybet di zewacan de aliyê civakî girantir e. Weke ku aliyê zayendî yê vî karî di asteke talî de tê nîşandan. Jixwe piştre jî her tişt tê serê zayendîtiyê, li gor vê yê ku dizewicin ne hun in, di kesayeta we de dayik û bavê we ne. Tenê we mereq kiriye û hun zewicîne. Yan jî we têkîlî daniye. Mînak di çapemeniyê de di hindek bernameyan de tê pirskirin “tu ji bo çi zewicî” yên ku dibêjin “min mereq kir, ehmeqî kir” zêde ne. Piştre jî dikevine nava girêka kor û poşman dibin. Mirov

ji ber meraqê nazewice. Ev dibe gotineke ku bi biryareke çi qasî ji rêzê ve ketina nava vî karî nîşan dide. Hindek ji bo ku di malê de nemînin, hindek jî ji bo fêrbûneke civakî bi cih bînin dikevine nava vî karî. Di vê tengavbûnê de xwe bi xwebûneke balkêş û ketina nava rewşeke mirov dawiya wê nabîne. Hemû jêhatîbûna min a di vê mijarê de min hindekî netewbûn û asta civakî xiste serê vî karî. Gelo asta netewî çi bû? Him dibêje ez ji bo pirsgirêka netewî heme, him jî paşeroja wê ya mal-


Diclepress13@gmail.com

jin

45

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Ketina nava olê, xitimkirina olê, bi Xwedê re mijûlbûn, ketina nava sosyalîzmê her yek ji van çîrokeke xwe ya gelekî balkêş heye. We ev hemû jî jiyan nekirine. Gelo ezê bi bîrdoziya ol û felsefeyê çi fêm bikim? batê ya di netewbûnê de neyînî ye. Ev jî xaleke sereke ya binakok e. Ji asta civakî bêhna çîna serdest, nîvfeodalî û bûrjûvatiyê tê. Ya me di vê mijarê de dîsa di her du tiştan de jî cuda ye. Têkîliyên ku hîmê netewbûneke erênî û taybetmendiyeke civakî ya tê perçiqandin tê de heye hindekî wiha ye. Kesayetên ku xwe weke sosyalîst didin nîşandan, bingehê vê yê erênîbûnê ava dikin. Nêvenga Enqere, nêvenga civakî ya Tirkiyê, serdestiya Kemalîzmê, paşverûtiya me ya feodaliyê, ev

hemû eniya dawî ya vî karî ye û rûyê wê yê piştê ye. Ev rewşa ku ji sala 1976’an heta 1986’an ku di bin berpirsyariya min de hatiye meşandin, di bûyera netewbûn û partîbûnê de rê li ber bandoreke weke bombeya ku diteqe vekir. Ger ev têkîlî rast were nirxandin û bi rêvebirin dibe ku encamên mezin derbikevin. Dibe ku di aliyê erênî û neyînî de tunekar be jî. Li gor min ger di bûyera Kurd de ev şêwaza têkîliyê rast neyê dahurandin em rizgariyê li aliyekî bihêlin, dê di jiyanê de

tunebûn were jiyîn. Ez nizanim gelo taybetmendiyeke kesayetê ye yan na? Lê belê ev tişt hîna di min de didome. Ez bawerim cudabûneke min a mezin jî di vir de ye. Rewşeke min heye ku heta ez digihêm cewhera karekî heta karekî diqedînim, bi pêwendiyeke mezin û şopandineke mezin ve ez li dûv wî karî me. Dema ez dest diavêjim pirsgirêkekê qut nakim û navêjim xwezaya wê çi be ez digihêm wê. Vala be vala ye, dagirtîbe dagirtî ye, dibînim û li gor wê jî ji nava kar derdikevim. Ev nêzîk-


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

bûneke jiyanê ye. Me têkîliyeke wiha bi dest girt, min dît ku ez zilamekî çi qasî lewaz im, jin jî çi qasî lewaz e. Çi qasî dijmin e, çi qasî Kemalîst e, çi qasî arîstokrat e yan jî li gor mercên Kurdistan’ê çi qasî sosyalîst e, çi qasî berxwedanvan e, çi qasî rêxistin dike, weke vê di gelek mijaran de her roj ceribandin pêk hatin. Her dem ceribandin jî gelek dersên fêrkirinê ava kir. Gelo dê çawa bibe netewî, sosyalîst û rêxistinî? Dê çawa bibe jin, çawa bibe navenda rêxistinê? Ger hun li ser vê rojê çil caran lê hûr bibin, hunê bibin alimekî mezin. Yek jî ku bibe mijara şerekî dijwar ev bi serê xwe têr dike ku we pêş bixe. Lê belê rewşeke berovajî jî dibe ku bibe mijara gotinê ye. Di vir de pêwîst e, mirov wate bide têkîliya Kurd. Em têkîliya jin û zilam a Kurd pêş çavan re derbas bikin. Ev ji bo Tirkekî jî derbasdar e. Dema ez dibêjim Kurd, ev ji bo Kurd e. Lê belê ez aliyê wê yê girantir tînim pêş çavan. Em şêwazê têkîliyê ya hindekan raçav bikin. Ew şêwazên têkîliyan ên destpêkê ku we pêwendî pê kiriye diyar in. Tiştên ku li ser we hemûyan serdest e, hestên xwe bi gotinê xemilandî ravekirin, ger hun di asteke azwer de bin, ew zîvirandina evînê piştî ku hun zewicîn bi ezmûnên zayendî yên ku çend rojan tên jiyîn ve rewşeke ku kesayetên halê wan nemaye, dê wêre jiyîn. Di vê dema kurt de zilam zilamtiya xwe, jin jî jiniktiya xwe dipeyitîne. Ev taybetmendiyeke giştî ye. Gelo tiştê tê peyitandin çî ye? Tiştê hatibû nepixandin çi bû? Ev hemû mijarên wêjeyê ne. Di vir de pêwîst nake ku mirov hetanî dawiyê vebike. Ez ezmûna xwe tînime pêş

46

jin

Diclepress13@gmail.com

Jin bi jinbûna xwe li pey bû ku radestiyê ferz bike. Ferzkirina wê ya radestiyê li ser zayendîtiyê, hest û hêzê hebû. Gelo li hemberî van ferzkirinên radestiyê ez ji bo çi û çawa li ber xwe bidim? çavan û dixwazim hînkar bim. Bi îhtîmaleke mezin tiştê ku di we de pêk were ev şêwaz e. Di vê xalê de cudabûna me heye. Şêwazê pêkhatina min ne ev qasî hêsan dibe, ne jî dikare bibe. Hun ji nêzîkbûna zayendîtiyê bigrin heta lihevhatina giyanî û her taybetmendiyeke parvekirina bi hev re ya jiyanê di her mijarê de tam şerek dihate jiyîn. Tiştê di we de pêk tê, girêdaniyên gelekî hêsan ku ez gelo jê re bibêjim erzan an jî sewdaser. Piştre jî bi bêpêwendîtiyên mezin ve hevberdan çêdibe yan jî hev weke malekî cuda dîtin heye. Bi encambûna têkîliyan û kesayetan hindekî wiha dibe.

Nêzîkbûnên min ne wiha bûn. Pevçûn her ku diçû kûr dibû, di rastiyê de ez hezkarê pevçûnê nebûm. Tê zanîn ku ez yekî herî zêde ku wate didime mijarên pevçûnan. Li gor min pevçûn bi xwezayîbûna wê ve meşandin, bi qasî ku di min de pêş ketiye, di kêm kesan de pêş ketiye. Ev di min de di asteke hunerê de ye. Ev mijar gelekî hesas e. Çawa be jî em jî zilam in. Herî kêm xwestekên zilam ên tevlîbûna jiyanê ya di mercên wekhev û azad de heye. Feraseteke wiha heye, em weke zilamekî feodal nebin, lê belê herî kêm weke kesayetekî sosyalîst pêwîstiyên jiyana mirovan bixwazin. Armanca wê jinê (Fatma) tenê li gorî pîvanên jin û zilamên giştî tevnegerîna wê, em li aliyekî bihêlin asta me ya civakî û netewî tunekirinê wêdetir dibe ku dixwest me jî tune bike. Nêzîkbûn û xwesteka wê ya rêxistinê, tekoşînê û çalakgeriya wê fetisandin û ji bo wê jî têkîliyê weke çek bi kar anîn mijara gotinê bû. Çawa ku me dixwest bi çekeke wiha ve di keleha KT yê de hindek derizandinan biafirînin, ew jî tam ketibû nava vê kelhê. Digot ku “ez evdal û gundiyê xwedê bi kar bînim” bi ihtimaleke mezin jî rastiya vî karî wisa bû. Ango em Enqereyê weke kelha KT bihesibînin, Kurdekî wekî min hatiye vir û dîsa kesayeteke weke wê ya noker dihate çi wateyê? Ger ezê gavekê biavêjim ev dê ji derizandinên di kelha KT yê de ku çêbûne dê çêbibe û ji hindek têkîliyên di nava kelehê de dê çêbibe. Naxwe ev yek bi xwe ji xwe ve çênedibû. Di vê nêvengê de teqez serdestî hebû, keleheke ku ji kelehên ser-


Diclepress13@gmail.com

dema navîn çil qat zêdetir hatiye zexmkirin mijara gotinê bû. Di mijara bîrdozî, siyasî, civakî û çandî hema di her mijarê de teqez serdestî hebû. Tu gundiyekî ji rêzê ku pêdîviyên te hene, tu naskirina çep û rasta xwe de jî zêde bibandor nînî. Lê belê bûyereke Kurd ku wiha bû, heta ji wê zêdetir kesayetekî sosyalîst dixebitî ku di Enqereya 1970’an de şoreşê bike. Wê demê yên wekî Mahîr û Denizan ku bingehên xwe bajarî bûn, him jî gelekî zanyar û xwedî ezmûnên jiyana bajaran bûn, dema dest bi çalakiyê kirin du mehan jî berxwenedan. Bi bêmerhemetî hatine tunekirin. Ev kesayetên rêber bûn. Piştî ku ev hatin vê rewşê sosyalîstekî weke min –yê ku çanda xwe ya bajaran nîne, ji derfetên bajar hetanî dawiyê dûr, di heman demê de Kurd. Du malbatên Kurd ku xwe bispêrê nîne û têkîliyeke xwe ya Kurdan jî nîne- him jî dê

jin

Careke din min ew kesê ku çûye wir Kurdê proleter ê ku bi dagirkeriyê ve hatiye girêdan têkîliya dijber rave dikir. Min ew Kurdê ku ji bo navendbûna KT yê ji dil xizmet kiriye temsîl dikir

47

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

çawa nirxên mezin qut bike û bi saxlemî ji kelehê derbikeve? Me çend gav wêdetirî Anitkabîrê li ser bingehê sosyalîst Kurdeyatî dikir. Li hemberî ewê ku hetanî duh tu fetisandiye, tune kiriye û ser te jî beton kiriye, tu serî hildidî. Dema ku dixwaze te tune bike, kesayeta ku tu xwe weke têkîlî dispêrî, kesayet an jî malbata ku dixwazî binirxînî nokerê herî mezin ê vê hêza ku te tune dike ye. Saziyeke ku di tunekirin û betonkirinê de ristê herî mezin pêk aniye. Heta erka xwe şênber dimeşand. Ev têkîliya ku di nava kelehê de bû, têkîliyeke gelekî xeter bû. Ez nabêjim min bi şêwazeke zanyar fêlbazî kir, lê belê hindekî hîsên min û hizreke min weke “gelo ez nikarim ji vê têkîliyê sud wergirim?” hebû. Di serî de hizreke min a bi karanîna jinê ve siyasetkirin nebû. Ger hebûya min dê ev gotiba, lê belê dema rewşa nokeriyê


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

û nejidiliyê bû mijara gotinê di nava min de hîseke weke, “gelo ji vê çawa sûd tê wergirtin?” hebû. Hizreke bi plan nebû. Dibe ku her dem ev têkîlî têkîliyeke sîxur derbikeve. Jixwe ez kesekî hetanî dawiyê gumanbar im. Di jiyana min de cihê gumanan gelekî mezin e. Ji ber ku guman nebin, zanistî û lêkolîn nabin. Ew jî mirov vexwendina şiyarî û berpirsiyariyê ye. Jixwe wisa jî çêbû. Careke din min ew kesê ku çûye wir Kurdê proleter ê ku bi dagirkeriyê ve hatiye girêdan têkîliya dijber rave dikir. Min ew Kurdê ku ji bo navendbûna KT yê ji dil xizmet kiriye temsîl dikir. Çepgiriya ciwanan, rewşeke tevlîhev derizînek afirandibû. Jixwe provakator û sîxur di van refan de bûn. Hinek bi şaştiyekê, hindek bi daxwaza azadiyê ketibûne nav. Di wê tevlîheviyê de yên ku hev dinasîn û asteke wan a wiha hebû, em du Kurd bûn. Ev têkîlî di wateyekê de macera, di wateyekê de

48

jin

Diclepress13@gmail.com

Di bingeha vê têkîliyê de ev yek nêbû. Pirsgirêka netewî ku bûye girêka kor û siyasî hebû. Ez vî tiştî gelekî baş dizanim. Têkîlî ne bi hêsanî tê bidestxistin, ne jî bi hêsanî tê bikaranîn

gelekî pêwîst bû, di wateyekê de rizgarîxwaz ji aliyekî ve difetisîne. Ango têkîliyeke ku di rewşekê de bû, hemû taybetiyan di nava xwe de bide jiyîn. Derketina min a Enqerê di havîna 1978’an de û hatina min a Amedê bi şêwazê bi karanîna vê têkîliyê bû. Ji ber ku piştî rê ji vê têkîliyê re were vekirin, mirov nedikarî li Enqerê demeke dirêj bimîne. Ger were mayîn an dê sîxurbûn çêbibe yan jî em jî dê bibana karmendekî bûrjûvayê biçûk û tune bibana. Derveyî vê tenê me dikarî em gavan biavêjin Kurdistan’ê. Me hilbijartina xwe ji aliyê çûyîna Kurdistan’ê ve kir, vê têkîliyê bi qasî germahiya havînê em ji hêrsan dişewitandin. Aliyan dixwestin encam bigrin, me dixwest di Kurdistan’ê de encam bigrin, wê jî dixwest bi aliyê KT yê ve di wateyeke misoger de encamê bigre. Rewşeke me ya em hêdî hêdî benikan qut bikin hebû. Berê her çi qasî weke ku xwe girêdaye kiribe


Diclepress13@gmail.com

jî, di rastiyê de me ev ji bo benikan rizgar bikin kir. Di vê mijarê de tam taktîkek mijara gotinê bû. Ji bo tu benê paşverûtiya mezin a dagirkeriyê qut bikî, ger tu xwe di dîtinê de bi wî benikî ve hatiye girêdan nîşan bidî û ew ben yê ku tu qut bikî be tê wê wateyê tu pisporekî heta dawiyê yê taktîkê yî. Ya me jî hindekî wiha çêbû. Min ev destpêkê hîs kir, piştre ez li ser hizra “ez dikarim çawa rizgar bibim” hûr bûm û bî vî rengî ji kelehê derketin min pêk anî. Gelo me li hemberî derketina Enqerê yan jî têkîliyeke wiha çi da? Me li hemberî tiştên ku hun bi hêsanî nikarin jê bigerin da. Em bi hestên xwe evîndar nebûn. Her çi qasî neyînîtî were ferzkirin jî, her çi qasî bibe qada tunekirinê jî me hêza tehemûla li hemberî nîşan da û ji bo derfetên azadiyê ya din navgîntî kir. Ev têkîlî li derveyî welat jî berdewam kir, lê belê asta pevçûnê ya têkîliyê hîn kûrtir bû, bikaranîna beramber a hev dijwartir bû. Gelo ji bo me pêwîst bû em derbikevin derveyî welat? Gelo hîn ji wê demê ve xelaskirina vê têkîliyê guncaw bû? Me ev neda berçavên xwe. Hun dixwazin ji vê re bibêjin tirsonekî, dixwazin bibêjin ketîbûn, em hizirîn ku di bin bandora giran a vê têkîliyê de hetanî dawî berdewam bikin. İhtimaleke mezin aliyê hember zanyar bû. Dibe ku bi qasî me dernexistiye zanebûnê, ev lêyîstok ferq kiribû û dilêyîst. Heta nava 1986’an me hêza berxwedanê nîşan da. Dibe ku ev kar ber bi en¬cam ve diçû, veguherte karesatekê, komployekê û şantajekê. Tiştê ku me pê re şer dikir, tenê jinek, nako-

jin

49

kiya zilam û jinekê nebû. Dibe ku ev weke şerên du artêşên mezin ku li aliyekî rizgariya netewî, li aliyê din jî KT hebû, pevçûneke wiha dijwar bû. Di dîtînê de şerê derûnî, ku di navbera du kesan de derbas dibû dixuya. Lê belê di wateyekê de rewşeke pevçûna dîrokî bû. Tişta girîng ji vê ders derxistin e. Mînak di nava vê de yê ku dixwaze dersa sebrê, yê ku dixwaze dersa ihtiyadiyê, yê ku dixwaze dersa israriyê, yê ku dixwaze dersa hestiyariyê, yê ku dixwaze dersa xwesteka azadmayînê, yê ku dixwaze encamê ber bi xwe ve veguherînê bi dest bixe. Ger me hindekî kariye ber xwe bidin, ez bawerim hun dikarin bi rihetî serkeftî bin. Min heta ku cihê xwe saxlem nekir, di mijara jin, si¬yaset û hemû karê PKK’ê de yek gotineke bêtevdîr nekir. Ger em li vê pirsgirêkê weke asta têkîliyeke jin û zilam wêdetir, weke tekoşîneke hundirê partiyê temaşe bikin em dikarin wateyekê bidinê. Ger hun bûna we dê rojê çil caran pevçûn derbixista û her carê jî bi nêzîkbûneke misoger ku tasviye dibe ve bi ser jinê de biçûna. Gelo ez zilamekî bihêzbûm? Ji bo çi min ev qasî li ber xwe da? Ez dikarim vê bi tenê taybetmendiyên xwe ve rave bikim. Ji bo çi rexmî ev qas tehrîk û şerê hêrsê min xwe girt û min negot, li ser çavên te re brûyên te hene. Min li hemberî van hemû tiştan ber xwe da. Ji ber ku di girêdaniyê de têgihiştinê de, tekoşînê de û nakokiyê de bihêzbûm. Li gor min kesayetekî ku xwe di van hemû mijaran de berfireh kiriye, dikare tekoşîneke baş bimeşîne. Yê me hindekî wiha dibe. Min got ku gelo ev jin çi dic

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Herî kêm xwestekên zilam ên tevlîbûna jiyanê ya di mercên wekhev û azad de heye. Feraseteke wiha heye, em weke zilamekî feodal nebin, lê belê herî kêm weke kesayetekî sosyalîst pêwîstiyên jiyana mirovan bixwazin eribîne? Dixwaze bigihê ku derê? Û min xwe li gor vê serûber kir. Ger hun balê bikişînin, rexmî ku di serî de bi dewletê re bû, dewlet li ser wê serdestbû jî ez bi her tiştê xwe pê ve girêdayîbûm. Lê belê ez radestî wê nebûm. Ev xal jî gelekî girîng e. Berovajî hun yekcar radest dibin. Di wateya teqez de merc alîgirê jinê bûn. Lê belê min nîşan da ku ez dikarim li ber xwe bidim. Jin bi jinbûna xwe li pey bû ku radestiyê ferz bike. Ferzkirina wê ya radestiyê li ser zayendîtiyê, hest û hêzê hebû. Gelo li hemberî van ferzkirinên radestiyê ez ji bo çi û çawa li ber xwe bidim? Sebra min, tevdîrên min, nefrotina min a giyana xwe û girêdaniya min ji


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

bo tiştên ku ez weke doz dizanim, dibe ku bibin çekên min ên berxwedaniyê. Dizane ku em girêdayî ne, lê belê her roj tehrîk dike. Da ku em neçar bimînin, bi van nirxan bilêyîzin. Ger tu yekcar têkîliyê belav bikî, ma çi naynin serê te! Ger ev têkîlî nebe, ger di vê têkîliyê de girêdanî berdewam neke dibe ku dewlet weke ku tu careke din dernekevî dê te girê bide. Rewşeke ku pêwîst dike, tu bi tevdîr bî û nêzîkbûneke kesayeteke cuda ava bikî, mijara gotinê bû. Di vir de rewşa zilamekî ji rêzê û klasîk nîne û ya girîng jî ev e. Weke em dihizirin, zewacek, hestiyariyek û zayendîtiyek nameşe. Di vê mijarê de zilamê Kurd jî hetanî xwe tune dike. Kîjan zilam dibe bila bibe xwesteka wî ya bi vê têkîliyê xebateke bêrêpîvan dike, dijberî wî ye. Ger ev têkîlî nebûya derketina ji keleha Enqerê çênedibû. Ji ber wê jî pêwîst dikir ku kesayetekî gelekî cuda derbikeve pêş û em xebitîn ku wê jî bijîn. Misoger e ku hun ji ezmûneke wiha mezin derbasnebûne. Ji ber hun derbas nebûne girîngiya netewbûn û partîbûna Kurdistan’ê

50

jin

Diclepress13@gmail.com

jî nikarin bi dil û mêjiyê xwe bidin pejirandin. Ji ber ku we êşa wê nekişandiye, zehmetiyên vê nizanin. Mînak min piştî operasyonekî nekarî şûşeya çayê di destên xwe de bigrim. Min çay bi ser çoka xwe de rijandibû. Ji ber ku destên min diricifîn, ez di mercên derketina Enqerê de wisabûm. Hun hatine bi wêrekiyê li ser tiştên amade rûniştine. Ji ber wê jî girêdaniya rêxistinê, wate û girîngiya pêvajoyan ji bo we ew qasî ne pirsgirêk e. Hun roja reş û roja zehmet nizanin. Ji bo vê jî hun têkîliyan û girêdanên rêxistinî hêsan ava dikin û bi hêsanî xirab dikin. Berovajî ji bo min tu tişt hêsan nîne. Em ji Enqerê jî wiha derketin. Gelek gavavêtinên wiha hene, dibe ku ev li gorî we gavavêtinên gelekî ketûber bin, lê belê ji ber wate û girîngiya xwe ya dîrokî ve ji bo binkeya me ya civakî girîng e. Ji ber ku kevneşopekî serûbin dike. Her yek ji van zincîrekî dişikîne û parçe dike. Parçekirina min a zincîra malbatê ji bo gelek gavên piştre ku ji bo azadiyê hatine avêtin, derfet afirandin. Dayika min jî berê ji min re digot “min dixwest li ber

çoka min girêdayî bijî.” Gelo min li ber çoka wê bijiya, mirov dikarîbû behsa tiştekî jê re Rêbertî tê gotin bikira? Rexmî ku bavê min yekî reben bû, bi keviran dihate ser min. Ger li hemberî wî min bi keviran ber xwe nedaba, ma gelo min dikarî gaveke wiha wêrek ji malbata serdest a zilam biavêta? Min tiştên ku tu zarok nikarin bikin kirin. Derketim û min serî hilda, ev di şertên xwe de girîng e, pêwîste ev têkîlî jî wiha were bidestgirtin. Em dikarin ew gava ku tê zanîn jî li ser vê têkîliyê zêde bikin. Ketina nava olê, xitimkirina olê, bi Xwedê re mijûlbûn, ketina nava sosyalîzmê her yek ji van çîrokeke xwe ya gelekî balkêş heye. We ev hemû jî jiyan nekirine. Gelo ezê bi bîrdoziya ol û felsefeyê çi fêm bikim? Lê belê carekê min xwe têkil kir. Gelo ji bo ez bikaribim bi hizra Xwedê re mijûl bibim, hizra min çi qasî têr dikir? Lê belê carekê ez mijûl bûm. Gelo ezê ji nava vê çawa derbikevim? Di encamên pêvajoyên gelekî dirêj û biêş de gavavêtin an jî gihiştina pêvajoyeke pêştir hatiye pêkanîn. Gelek gavavêtinên ku dişibine vê hene.


Diclepress13@gmail.com

çand

51

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

ji cihên navdar li çiyayê şengalê(gêra qîranya)

ELYAS QÎRANÎ

Pêşgotin:

Pênaseke kurt li dûr çayê Şingalê…

Çayê Şingalê di kevye rojavayî parêzgeha Mûsilê bi dirêjahiya 120 km. li ser sînorê welatê Sûriyayê ye ji aliyê bakûrê rojava ve bi nêzîkî 10 km. Bilindahiya wî 1462m li ser astê behrê û dirêjahîya wî 77 km firehya. wî jî 13 km, bitir ji 40 çêl gund û komelgeha li der dorê heye li qiblet. û şemal û berî 3 tebaxa sala 2014 bitir ji 350 hezar mirovî Êzîdî li vê deverê hebûn. Çayê Şingalê Bi dehên caran bûye berevan û pişt û Dake ji Êzidiyan re

û ji qirkirinê parastîne bi ber sîngê xwe ve wek zarokên xwe, mîna qirkirina sala 2014an ya daiş me bi çavê xwe dîtî, çawa em parastin û mezintirîn hêza terorî ya dewleta ji ber di man sehwilmîşî şikestin anî li ser vê axê û li vî çayê xwe ragir bi saya xwedê û lehengên ne tirs. her wisa ev çiya yî bernase bi xweşmêr û qehremana yên serê xwe li ber vê axê de dayîn û nehêlan bikevê destê nehez û dijmina de û bûye landik xwe pêgirtina xelkê xerîb o olên cida cida wek hatina Ermeniya ji ber qirkirina dewleta osmanya li sala 1915 xwe bi çayê Şingalê girtin li ser demê Hemoyê Şêro, Her wisa yî navdare bi titona kersê û kehnîkên ava zela û şêrîn û hingiv û Hêjîrêr bi nav û deng li seranserî Kurdistanê û Iraqê Û bi dehan qib

û mezargeh û nîşangehên xas û çaka lê hene bi sedan şkeft û gelî û cihên Şînwarên kevin û dêrîn hene, mirov karê bîjê” nasnama Êzidiyan” û warê pêkve jiyanê ye ji hemo gula bîhna xwe didin vê axa pîroz. GÊR WEKE NAVÊ WÊ Gêr wek nav ji kur hatiye? Wek me lînêrînên cuda cida wergirtîn Navê gerê ji ger” ger”hatiye navekî kurdiye aramiye wate gera li dora xwe yan li dora tiştekî, Wek çîroka”ava tovanê”hemo ol behis dikin li serdemê”Noh pêxember” de 5000ar salî berî zayînî wextê ava tovanê rabûyî geşatiyek”Noh” çêkir û cuht cuht her tiştek dido kirin Sefîna geştiya xwe de li ber avê hat hetanî gehişte”Çayê Şingalê” li vir geştiya wî li latek zirareke


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Halet ew laşê herî mezine û li pîre şîrke ji dildaran pêk tê mijane, bermilik, befs,nisar zendika sto kilît dike, piştre kurtan li ser pişta di keran di kirin û pî cuht di kirin û her dera kera nikarîba biçê

52

çand

Diclepress13@gmail.com

bilind jêre di bîjin”Sin al kilob” dinanên kûçka ji ber weke dinana yî tîje li wir ket qul bû gerekê didwan li dora xwe ve zivirî û vegeriya berê xwe da Çayê”Cûdî” lewma jêre gotin”Gêr, ger”. Nêrîneke dî heye di bîjê: Ger Yan girover tiştê herî giring li”Mîtrayîzmê” de heyî xeleke ya girover her û her abedî wek Xeleka sond xwarnê, roj, stêr, heyiv, mirin, bûyîn, gelek tiştên dîtir, her tiştê xelek bê bi zanibe girêdaneke bi mîtrayîzmê ve heye. Ger yan Gêr xeleke wek berat, roj, toka Êzî nan gelekên dîtir xelekin. Xelek yan dayîre girover ne pêşiya wê heye ne talya wê heye ji ber”Tawis melek” her û here ebedye centere li dorê re di geryê.

Her wisa berê yaryek hebû jêre di gotin :”Xana Êzî”her kesî ketbayê nikarî derkevê ji wê xeta girover yan careke din ew xet xîz hatiba xera kirin lewa ez di bîjim gêr girêdan bi xelekê ve mîtrayê vê heye. Û çima gotinê”GÊRA QÎRANYA” ?ji ber Qîranî piştî ji Hekarê berê xwe dayine Lalişê û piştre li der dorên sala 1320 berê xwe dayne Şingalê piştî li Girê gewir bi cih bûyîn dûra berê xwe dane Qîrankê û ev dever û erd ji xwere girtin û çandin lê ne erdê Qîranya bi tenê li wire belko yên Helîqa, Cefirya, hud, li wir in lê wek nasîn bi vî navî ya bernase”gêra Qîranya”. GÊR WEK ERDINGARΔCOGRAFΔ


Diclepress13@gmail.com

GÊR wek erdingarya wê di kevye nava çiya li erdekî bitirya wê wek deşt û hinek qeraç in der dorên wê hemok çaye û qeraçin, Latin. Firehya erdê wê 2,5,hetnî 3 km rin û dirêjahîya erdê wê bi tenê 4,5km rin lê heger erdê Helîqa û Cefirya ji Em bi hijnêrin di gehe nêzîkî 8,9km ra, derîk û rêkên di çinê tê jî evin… 1- yek ji aliyê başûr ve ye li kêşa gundê heyalê bi kera tîre di çin di bîjinê: Tehta hilo” 2- ya didwan li kêşa komelgeha Xanesorê ye ji aliyê roj ava ve ew bi terempêlê ye her ew rê ye li ber mezarê”Şêx Mend” re diçe û tê. Herçar aliyên gêrê jî wehane… Ji başûrê wê ve pişt dinanêt kûçka”Sin al kilob” gundê heyalê

çand

53

û rezka ne her do gundên Qîranya ne, Nêzîkî 4 km ye. Ji aliyê bakûr ve gundê Qesirka Helîqya ye der dorên 7km ra ye. Ji roj ava ve erdê Cefirya û Pişt wê gundê Sikênyê ye nêzîk 4km ye. Ji roj hilat ve bîra dirêcê ye erd û aqarê wane. Ew pîve ye ne dûre Rojhilatê wê Qada sohire sînorê navbera Qîranya û Cefriya ye. Rojavayî wê bîra kilûbê ye ew sînorê navbera Qîranya û Heliqiya ye. Mezarê Şêşims xala here talye ji aliyê bakûrê rojava ve û girê Çetelê Xala talye ji aliyê başûr ve. “GÊR Û CIHÊN WÊ YÊN NAVDAR” Gelek cihên navdar û bernas û dîrokî li gerê heyne weke:

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Quba Şêşims ji bakûrî rojava ve û quba Şêx Mend ji bakûr rojhilat ve Û li teniştî quba şêx Mend mezarê Amadîne ev herdok di kevin riya diçe gêrê destê çepê ji aliyê xanesorê vê û silavgeha pîre fat li rê de


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Quba Şêşims ji bakûrî rojava ve û quba Şêx Mend ji bakûr rojhilat ve Û li teniştî quba şêx Mend mezarê Amadîne ev herdok di kevin riya diçe gêrê destê çepê ji aliyê xanesorê vê û silavgeha pîre fat li rê de, dara sixrê cin li wê rîyê de ye dareke pîroze li nêva gêrê û dirêcê de newalek heye di bîjinê: Newala hespê boz, û milkê darê heye guhera şewitî awa heger hêjîrên wê pîsin şewitîne, Bîra kilûbê heye, navbera erdê Qîranya û Cefirya de girek heye jêre di bîjin”Girê Bûka” berê bûk di birin ser, dinanên kûçka wek me daye diyar kirin di bîjinê Sin al kilûb wek dinanane li başûrin Guhkên Kêr di lat di bilindin wek guhên kera li başûrî erdê gêrê ne. Milê

54

çand

Diclepress13@gmail.com

Gêr wek erdingarya wê di kevye nava çiya li erdekî bitirya wê wek deşt û hinek qeraç in der dorên wê hemok çaye û qeraçin, Latin

Hisên û şkefta”Xezalê” li roj hilatî Guhkên kêrin bi 300m Ew cihê hafit paşa xezal jî birî êxsîr kirî, li sala 1837 z, Li nav erdê Qîranya de dareke kesk û koxelî heye jê re di bîjin. “Dara helê” ez behwerim Ji navê heliq hatibê ya bitmaye ya kevne hemrê wê nizîkî 400 salye, bîra dirêcê li erdê helîqiya de ye 3tebaxa 2014 bi hezaraji mirinê xelas kir ya mala Hefdye, kûrê zixta li rojhilatê, qetele, hodkê Qero ye ser navê Qero rezvan û gelyê mîrmokê li rojava ne, û li nêva şkefta Şelala neqeba Wehşa ye û çêlê tenûrê li başûr in, gelyê kayê, gelyê Gulê li başûrê gêrê ne ev bûn cihên navdar li gêra Qîranya.


Diclepress13@gmail.com

“GÊR Û KARÊ RÊZA” Bêguman rez jî wek endamek ji mala mirov divê mirov guhê xwe bidê û li dorve here û were û bi bêhneke fireh û zanebûn lî kar bike da berhemê wî baş û serketî bê, raste gelek rez yên nav çiya de di dêmin bê av tên û Hêjîrêr dêm ji yên dîtir tam xweştir û şîrîntir in, lê nuhe gelek av didin û nayte wê watê kar lê nayte kirin, mînak salê di caran Yan sê cara ber tête kolan û cuht kirin da ava baranê hilgirin û ji ber keskatyê jî ew jî li werzê buharê û payîzê û sedema dîtir da wextê hêjîr ketine berde ye erdê de da bibînin, Cohtkirna erdê jî van tiştan pêk tê: Halet ew laşê herî mezine û li pîre şîrke ji dildaran pêk tê mijane, bermilik, befs,nisar zendika sto kilît dike, piştre kurtan li ser pişta di keran di kirin û pî cuht di kirin û her dera kera nikarîba biçê tê bi meran bîlkên serî zirav kiçik di kolan, Lê nuhe gelek paya bitir ji wan rezvana bi mekînê di kolin ji ber rehetya wê, û rezên xwe dikinê ben, mişar, û dike, da av lî bi sekinê û erdê wê rast bê ji kolan û çinînê re, û spehî jî di bin hilnaweşin Her wisanê dermana jî bi kar tînin ji ber mêşwer heşerata û êşa dara da rez zû hişk nebin û berê xwe navîjin û hêjîr feşûşkî nebin û hêjîr gehî û spehî bên, Her li nav rezan de hinek malan”Kox” xanîkên kiçik çêkirîne ji ber malên wan ne li wir in da li demê cuht kirne û çinînê li wir bimînin û binivin û hêjîran li ser rayêxin û hişk bikin, û karê reza jî di domîne Hitanî meha cotmehê ya 10 heye û piştre bi dawî dibe. “GÊR, BERHEM Û HÊJÎR”

çand

55

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

weke: xezalek, Pisîk, mişk, gelwaz, bûk, nanik, kutilk, mrebe, ev in. ji bîr nekin gelek daxGer Yan girover Diwazîvêli em Şingalê heyne û tiştê herî giring gelek bisernavhêjîrên û deng in li seranserî û Iraqê ya tam hingili”Mîtrayîzmê” Kurdistanê vîne û mirov zû jî têr dixwe wisa de heyî xeleke ya xwarineke toq û bi hêze, her wisa kalemêra gotî: li demên êrîş girover her û her weke û qirkirina de ev xwarina xelkê abedî wek Xeleka bûn bi qewet bûn û mirov zû tî û nedbû li her 7 hêjîr xwarineke sond xwarnê, roj, birçî herî bi qewet in û li xêrên mirya ûi stêr, heyiv, mirin, xweşiya jî tên belav kirin û dergelek nexweşyane ji laş bûyîn, gelek tiştên manên re wek kolîstrol, kerbohîdrat hud, kîlwa hêjîra ter bi 2500 hetanî dîtir, her tiştê tê firotin, û ya hişk ji 7 hetanî xelek bê bi zanibe 3000 bi 12 hezarî tên firotin û gelwaz jî ji 25000 hetanî 50000 hezarî tên girêdaneke bi yên hişk in, her wisa 50000 mîtrayîzmê ve heye firotin pêncî hezar darên hêjîran li Şingal heyne û salane 250000 dised û pêncî tenên hêjîran têne berBerhemê hejîrên gêrê berî ferma- hemînan û xelk berdewame li ser na 3 tebaxa sala 2014 ya tîrorstên çandina wan. daiş ê bi serê Êzidiyan anî ew dar bi guhdan bûn û di xemilîbûn ji berê “ JÎDER Û ÇAVPÊKEFTIN” xwe ji Hêjîrêr tam xweş û şîrîn û 1- Çavpêkeftinek li gel rezvanê gehî weke hingiv bûn, hinek ma- gêra Qîranya, Xwedêda Cirdo Alîlan nîzikî 10m deh malyûm dînar ka li roja 23-4-2020 dirav di firotin û berhemê gêrê bi 2- Hevpeyvînek li gel, Silêman tenê50 m melyûn derbas dikir ji abo keşax li ser navê gêr ger û bilî erdên cifirya û helîqa, lê piştî girêdana wê bi Mîtrayizmê ve li qirkirna 2014 û xelkê dest ji mal 28-12-2020 û halê xwe berdayî dar bê xw- 3- Hevpeyvînek li gel, mam Qero, eyî man û hinek hîj venegeryane rezvanê gêra Qîranya û hodkê Şingal û bi karên dîtir vê di mijûlin Qero bi navê wane li 25-12-2020 bitir qezenc dikin 4- Dîdareke taybet li gel vekoler Lewa nuhe hinek hişk bûyne û , Heyder erebo al Yûsivanî li roja hinek ji nû ve di çînin, heger berê 26-12-2020 15 hezar dar hebû ez texmîn di- 5- Raporteke berêz , Nezîr Şingalî kim nîvê berê hew maye peyamnêrê kenalê NRT li ser berEm werin ser corên hêjîra: hêjîr, hemê hêjîra re li roja 24-8-2020 teimik, nêv sohir, baqorî, nîşanok, ev bûn corên hêjîra, ji van hêjîran gelek tişt tên çêkirin û neqişandin


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

56

çand

Diclepress13@gmail.com

FIKIR Û FELSEFEYA OLA ÊZDIYATIYÊ dibêje:

Heqe hûn bi sebirin bi şevê û rojê bifikirin da bi silametî hûn rabihurin

Sakar Kamil

Francis

Bacon dibêje: -Felsefe fikirîna li ser daneyên zanistîy e, bi fikra baconî fikirîn bingeha lêkolîn û çavdêriyê ye, bi ramenek din felsefe fikirîne, di ol û ayînan jî de îdolojiyek heye li ser biha û nirxên girêdayî felsefe û fikira olî di hin biyavan de, Êzdiyatî jî bingeha wê ye olî fikir û felsefey û nirxên eqilgerayiyê ne lew pêwîste bi berdewamî lêkolînên zanistî û fikirî li ser bêne encamdan. Ola êzdiyatiyê ola here kevnara kurdiye û pitiriya lêkolera kokin li ser wê çendê kû dîroka wê kevnare vedigere dema somerî û ayînê yezdaniyê beriya 5 heya 7 hezar salan, dua, qewil û beyt û qesîdeyên êzdiyan bi zimanê kurdîne û bi şêweyekî sanahî û rohin hatine nivîsîn lê li naveroka wan rehendên fikirî, felsefî, zanistî û civakî li pişt hene û mijarên girêdayî wan rehendan anîne ziman, mijara hizrî (fikrî) jî mijarek taybet e di qewl û beyt û duayan de sererayî şîret û raspardeyan. Hizir binyata hertiştiye bi taybet zanistî bêyî hizir zanist nabe, hizir dibe felsefe paşî zanist. di êzdiyatiyê de hizra hebûn, jiyan, çêbûna kewnê, û xwedayekî bi tenê têde berceste dibe herwiha peydabûna mirovahî, û berdewamî û dinyabînî û felsefe û hwd. di piraniya qewlên êzdiyan de cevenga eqil û felsefeyê xwiya dibe mînak di qewlê nadir de sebeqek

Xwezî min zanîba ka eslê sitêra çiye? ji qudreta îlahîye ruknê wan li ser çî sekiniye?

Di vir de pirsa eslê sitêran dike eve jî diçe di qalibê fikir û felsefeyê de, êzdiyatî gelek behsa kewn û felekê kiriye û çendîn sebeqe û qewil hene vê çendê dûpat dikin. Pirs ji fikirê ye paşî piriskirin û fikirîn û lêgeriyan li bersivan dibe felsefe eve jî bi aşkirayî diyare di êzdiyatiyê de û şirove û analîza qewil û beytan me di gehîne berJi qudreta melkê bêrûne sivên gelek pirsên helawîstî lew bipirsin ji xelkê hûne ka çawa ev ‘ezmane rawestabû bê giringe lêkolînên têr û tesel li dor babetê fikir û felsefeyê bên ensitûne? camdan û bikevne di aliyê dîrasat Di vê sebeqêde dibêje bipirsin ka û têhizrîneka baş de. çawa ezman rawestaye bê sitûn? ankû bifikirin li rawestiyana ez- Herwiha mijarek giring heye di ola manî û hizrra xwe di çêkirin, bil- êzdiyatiyêde ew jî fikra takxwedayî û yektaperestiye,êzdî bawerindî û rawestiyana wî de bikin. iyê bi tenê bi yekxwedayî diînin û hertişt bi firwara wî dibe ji qewlê bi qudreta pedşê minê heqe dayîk û baba sebeqek dibêje: nijiyarkir çarde tebeqe ev ezman çawa rawestabû hizra xwe bike li vê dinê mi’eliqe? bi emrê pedişayî bi tinê Ev sebeqe belgeye kû di êzdiyatiyê de ezman (asman) ji çarde tebe- mirin û jiyan herdû bi destê Xwedê qan pêk tê lê dîsa pirs ewe çewa ne û bi firwara wînedi qewlê seremergê de hatiye: rawestiyaye? Di vê sebeqa qewlî de giringiya fikirînê bo mirovan xwiya dibe û daxwazdike mirov bi şev û roj bifikirin li barê her tiştî û berdewan pirsa bikin û hewil bidin bersivên serrast ji bo wan pirsan peyda bikin pirs li bareyî her tiştî Xweda, sirûşt, bûn, çêbûna kewnê û hwd.

meleka cewab daye şehde bi xwe padşaye sitûna erd û ezman pê rawetabû duaye

ev dinya xane evid û beşer têde bazirgane hina mala xwe barkir hina ji nû dane

ankû ji qudreta Xwedê û duayan ezman sekiniye bê sitûn sebeqeke din ya qewilî diyardike ka eslê sitêran çiye?

Di vê sebeqê de rehendê fikirê baş diyar dibe kû ev jiyan destpêk û mirine û her kesek hatiyê ser diniyayê dê ji vê diniyayê barke jî


Diclepress13@gmail.com

çand

57

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Di êzdiyatiyê de hizra hebûn, jiyan, çêbûna kewnê, û xwedayekî bi tenê têde berceste dibe herwiha peydabûna mirovahî, û berdewamî û dinyabînî û felsefe û hwd. di piraniya qewlên êzdiyan de cevenga eqil û felsefeyê xwiya dibe her tiştiye û mirov bi fikrê û pirs û lêgeriyanê dikeve di cîhana felsefeyê de, fikirîn hêvênê pirsa ne di edebiyat û felsefeya êzdiyatiyê de. felsfeya mirin û jiyanê di vî qewlî pedşa ankû Xweda, Di sebeqeke din de hatiye ji qewlê de xwiya dibe. Pirsa çêbûna dinyayê pirseke şêxûbekir: giringe li cem êzdiyan ka çawa pedşê minî cebare Xwedê ev dinyaye çêkir, li destji durrê afrandibûn çare pêkê Xwedê durrek ji nûra xwe baye û axe û ave û nar e afirand û paşî ji durrê dinya çêkir ji qewlê şêxûbekir: her çar element binyata her tiştî ne û jiyan bê wan nabe. pedşê min durr ji xwe çêkir Eve bi tenê li bareyî çêbûna dinseyirî û seyran lêkir yayê di aliyê fikrî û felsefî de, fikir û sêwirî û birî pêkir di êzdiyatiyê de bineret û esasê

jêderên mifa jê hatiye wergirtin 1. Hizir û felsefe di edebiyata dînê êzdiyan de, Kovan Xankî 2016 Dihok 2. Lalişname, Bedelê Feqîr Hecî 2019 3. Perin ji edebê dînê êzdiyan, dr. Xelîl Cindî 2004 Çavkanî: https://www.kurdrawm.com


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

58

gotar

Diclepress13@gmail.com

Pîrozbahiya Cejna Çarşemê di nav civaka êzdiya de

Di baweriya êzdiya de hêk, cîhana em li ser in destnîşan dike

Avraman Fetî

Di dîroka ola êzdiya de yek ji cej-

na here pîroz û kevnar, cejna Çarşema Serê Nîsanê ye. Ev cejn girêdayî afirandina cîhan û vejîna xwezayê ye. Qewlên wek “Afrandina kinyate”, “Qewlê Nijyar”, “Qewlê Silavên Melik Fexredîn”, “Qewlê Şêx û Aqûb Mûsa”, “Beyta Çarşemê” û h.w.d. vê mijarê bi zelalî radigihîne. Pîrozbahiya vê cejnê di dema me de, li gor saljimara Girîgoryan(sala 1582) dikeve rojên çarşema 14-a ta 20 meha Nîsanê. Li gor teybetmendiyên xwe ev cejn wek “cejna Tawisî Melek”, “Çarşema Sor”, “cejna Hêkesor”, “Çarşema Serê nîsanê”,

“cejna Basinbar” û h.w.d. tê binavkirin. Sedema vê cejnê bi çend nava tê binavkirin evin:

Çarşemê kir xilase Heft sed sal paş ev sûr hat dira nikase

1. Cejna Tawisî Melek

Bi bîr û baweriya êzdiya, cîhê Tawsî Melek xwe daye ser dara Herherê û destpêkê erd meya ye, ew cîhe, li ku niha Laliş rewastiya ye. Li gor vê baweriyê, dara Herherê ya ku di nav mij û tarîtiya gerdûnê de bilind bibû, çavkaniya peydabûna hemû hebûnî ye. Ji ber vê rewşê û nîzama Tawisî Melek cejna Çarşem hem cejna Tawisî Melek tê binavkirin.

Li gor baweriya êzdiya dema ax û av ji hev cuda nebibûn, Xwedê avakirina cîhanê û meşandina wê radestî serwêrê meleka Tawisî Melek dike. Ew dem Tawisî Melek dadikeve jêr xwe li ser dara „Herherê“ datîne û li wê cîhê dest bi meyandin û afirandina cîhanê dike. Piştî ku erd hişk dibe, Ew li roja çarşemê kras li cîhana afirandî 2. “Çarşema Sor” dike. Kiras tê wetaya keskaya ku rûyê erdê dipêçe û dixemlîne. Ev avakirin di Qewlê Afirandina Peyva“sor” renga xwezayî a here sereke ye. Ji ber ku afirîna cîhanê kinyatê wiha radigihîne: û vejîna xwezayê bi hêza agir û Xwedawendê me înê kir esas e germê pêk tên, ji dema kevnar Şemiyê biriye kiras e de, agir û tav bi rengê sor hatine


Diclepress13@gmail.com

senbolîzekirin. Ji xwe bandora germaya agir a here jor jî “sor” tê binavkirin. Mînaka wek“hesin sore”, “min sotin”, “min disojin”, “sotemenî” û h.w.d. koka xwe ji vê sorbûna germaya asta jor digire. Di heyama“Daysîn” ya 9000 berî dema me de, ji ber rengê sor ya agir û sorbûna ku şewetê tîne, Xwedanê tavê wek “Sûrî” an Sor/ Sorî hatiye binavkirin. Ji ber van teybetmendiyên xwe Xwedanê rojê yê bi navê Sûrî, an Mîtra an jî Şêşims wek xwedanê peymana hatiye binavkirin. Dema peymana vê xwedawandê dihatin binpêkirin, cezekirina gunehkara radestî xwedawendê rojê dikirin, yê ku çawa bi germa xwe jiyan diafirîne û wisa jî dikare jiyan bişewtîne. Ji ber ku bi bihara ji meha Nîsanê destpêdike(rojên 21 adar ta 20 nîsanê di demên kevnar de diketin meha Nîsan) germahiya agirê Tavê dijî kawosa zivistanê bihêztir dibe û dibe sedema vejîna xwezaya cîhana me, rengê sor bûye nîşaneya here sereke ya destpêka destpêkan. Ji ber vê ev reng bûye nîşana serhildana dijî kaosa desthilatdara. 3. Cejna Hêkesor, an Cejna Basimbar Di baweriya êzdiya de hêk, cîhana em li ser in destnîşan dike. Ew nîşana destpêka cîhan û raza(surra) jiyanê ye, ji ber wê ew girîngtirîn nîşaneya cejna Çarşemêye. Çawa hêk destpêkê weke hebûneka bê ruh xuya dike, cîhan jî avabûna xwe de wisa xuyakiriye. Dema hêk xave, ew erdê bi av, ya berî afirandinê diyardike, dema hêk nav avê de

gotar

59

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

wosê destnîşandike. Bi vê rengê li gor sê demsalên xêr û bêr ji zindiya re digihînin, hêk û basinbar bi sê rengên van demsalan têne reng kirin. Lê bi demê re civakê rengên din di ser van rengan de zêde kirine. Lê di vê cejnê de, rengê here sereke rengê sore. Ji ber ku ev rengê hêz û agirê Xwedêye, heman demê jî nîşana desthilatdariya Wî ye. Bi vê re berenber, li gor baweriya êzdiya ji ber ku encamên bereketa hilberîna di dawiya demsalê de tên jimartin, ji ber we demsala payiz Mîrê demsala tê dîtin û rengê wê pîroz - sore. Ji ber vê jî rengê hêkên têne rengkirin, yê sereke rengê sore. Ji ber van herd sedeman navek ji navê cejna çarşemê “Cejna Hêkesore”. Hêkesor tê wetaya xêr û bereketa ku di “demsala Mîrê sor” de diyar dibe. Ji ber vê sedemê qalşikên hêkên cejnê di dikele û diqerime(dicebire), ew nav bax û bostan û gomên heymeyin û hişkbûna erdê diyardike, wana de tê belavkirin, daku xêr û dema hêk tê reng kirin, ew erdê bi bereketên çandiniyê û heywana zêde bibe. reng xemiliyayî diyardike. Bi germê re çawa ji hêk çûkên 4. Çarşema Serê nîsanê zindî dertên, wisa jî bi germê re, ji axê hebûnên zindî yên pir rengane peyda dibin. Di vê wetayê de Sedemeka din ya pîroziya Çarşema hêk nîşana destpêka destpêkane Nîsanê bi hatina Şerfedîn Ristemû destpêka jiyanê ye. Ew jiyana li karê pêşerojê re pêwendîdare. cîhana me bi çar demsalan xwe Şerfedînê sibatê serê seharê, bûye vediguhêre û didome. Sê rengên girtiyê mixarê, dema dibe hezar û wê erênî, yê jiyanî ne, rengeka wê hin ji mixarê dertê, ji rojava berbi yê neyênî yê valatiyê ye. Ji ber wê rojhilat rêdikeve tê Amedê û textê sedemê, bi hêviya dagirtina va- Meda ji bin dest dertîne, meha latiya kawosê hêkê bi rengê kesk, nîsanê dibe mîrê edebiya(ariya). zer û sor rengdikin. Rengê kesk Beyta Şerfedîn de tê gotin: - bihara afirandêre, zer - havîna Şerfedîn ji mixarê derket gîhandêre, sor - payiza hilberînere. Rengê sipî destnîşana zivistana Sed hezar leşker qewşan li ber ket Nûra Alemê ser ket. kawos e. Pêşbirka bi lihevdanê şikandina hêka, dawîanîna vê ka-

Li gor baweriya êzdiya, di çarşema serê nîsanê de Tawsî Melek tê ser erdê, ji ber wê her risteyên xwezayî yên vê rojê pîroz tên dîtin


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Beyta “Qiyametê” derbarê roja Şerfedîn dibe mîrê dîwana text û bextê Meda wiha dibêje: Çarşema serê nîsanê Şerfedîn mîre li dîwanê Eve îda Kurdistanê Gul û çîçek, cewsan û beybûn Bi navê Xweda û Tawsî Melek kişiyane dîwanê. Qewlê silavên Melik Fexredîn vê yekê wiha pişt rast dike: Hat çarşema serê Nîsan ê Hat Temûza îman ê Hat xebera wê dîwan ê Çarşembû rojeke emîne Ezîz Tawisî Melekê min î nav şirîne Bi navê melik Şerfedîn, ji me re bûye dîne

Bi vî awayî ev navên li jor me behskirî hemû jî bi Nîsanê re pêwendîdarin. Her sê xalên destpêkê yê ku hatine destnîşankirin bi afirandina cîhanê re pêwendîdare, lê xala çaremîn ya bi hatina Şerfîdîn, bi azadî û vejînê, bi avabûna zemana Zêrîn re pêwendîdare, dema dînê Şerfedîn dibe stûna herçar dîna. Ji xwe hersê rengên demsalê yên jîndar - sor, zer û kesk nîşana rengê ala Şerfedîne. Yek ji nîşana dema hatine Şerfedînê Mad bide diyarkirin, xuyakirina xerqa sor, zer û kesk di dest û zendê xeybetkar û tolhildêra de be.

60

gotar

Diclepress13@gmail.com

Li gor teybetmendiyên xwe ev cejn wek “cejna Tawisî Melek”, “Çarşema Sor”, “cejna Hêkesor”, “Çarşema Serê nîsanê”, “cejna Basinbar” û h.w.d. tê binavkirin

û vajîna xwezayê ye, yên ku bi Tawsî Melek û Melik Zên re pêwendîdare. Li gor baweriya êzdiya, di çarşema serê nîsanê de Tawsî Melek tê ser erdê, ji ber wê her risteyên xwezayî yên vê rojê pîroz tên dîtin. Ji bo vê pêşweziyê her malbet sêşema berî cejnê mal û dorberê wê paqijdikin û dixemlînin. Di her xemlê de gerê hersê rengên jîndar yên sor, zer û kesk hebin. Amedekariya cejnê bi paqijyê destpêdike. Ji bo her tiştê ku dev lê bigere û dest lêkeve neherime, her kes sêrî de şûştin û paqijiya bejn û bala xwe dike. Li vê rojê mêr qurbaniyên cejnê serjêdikin. Jin bi Pîrozbahiya cejna Çarşemê rûnê beran sewik û xwerinên xêr û şahiya cejnê amede dikin. Wê Pîroziya Çarşemê li gor ola êz- êvarê li mal li koşeyên teybet agirê diya girêdayî avakirina gerdûnê ji rûnê zeytûnê tê vêxistin û duwa

tên kirin. Berî berbangê mezinên malê radibin amedekariya rêvebirina cejnê dikin. Ev hewildan bi duwayan destpêdike. Berbangê berî derketina Rojê zarok û ciwanên malê berê xwe didin deşt û baniya, gulên rengana kom dikin. Di sêrî de her kesek dest û çevê xwe bi xûnavên gul û keskayê dişon. Bi xunava vê rojê komkirî gustîl, guhar, morî, xadim û nîşanên din jî tên şûştin. Gulên vê rojê komkirî tînin mal, ji bo xemlê gul datînin cihên di malê de pêwist tê dîtin. Gulên mayin, di nava rojê de, di rasthatinan de pêşkêşî hevdu dikin. Jin berbangê de hêkan dikelînin û wan rengdikin. Ard an ji axa paqij yên ji deverên dûr anîne, bi ava ji kaniyê distrên û bi wê gilok çêdikin. Qaşûlên(qalikên) hêkên rengîn, govdeyên(baqên) ji gul û keskaya(karî) nîsanê, bi vê gilokê li jor û li du kêlekên deriyê malê dizeliqînin. Bi vê nîşanê malbet xêrhatina xêr û bêrên her sê demsalên jîndar û xêrhatina mêvanên xêrxwez dike. Ev prosêdûr bingeha xwe ji sêkoşeya pîroz ya Tav, Heyiv û Stêrka Berbangê digire, yên ku bi nav û peywirê Tawsî Melek(Tav û Sîn/Heyv) û xelatê wî(Stêrka Berbangê) yê ji Xwedê girtî re pêwendîdare. Di vê roja Çarşemê de malbet xwerina teybet çêdikin, sewik û hêk jî di nav de, bi navê “xêra miriya” wê xwerinê û buxçeyên ji fêkî û şîraniya pêk tên hildigirin, diçin li ser goristanê. Gor baweriya êzdiya, mirovên kirasguhastî li gel mîrê diniya û axretê ji bo xweşî, xêr û bêr û ji bo rehmê ji bo zindiyên xwe re duwa dikin. Ji ber wê


Diclepress13@gmail.com

zindî jî ji bo navê wan xêr didin û li ser goristana wan miriyên xwe bibîrtînin. Weke din jî xwerin û şîranî wek xêr ji mal derdixin û dişînin malên dunavan an cînaran, bi piranî xêr didin kesên belengaz. Xêra ji mal tê derxistin, her malbet li gor dilê xwe ji hilberînên ji zevî, bax û bostana û mast, rûn, pener h.w.d. datînîn. Ji ber ku wisa tê bawerkirin, ku bi wê xêrdariyê xêr û bereketa zêdebûnê dikeve nav heywan, zevî, bax û bostanê wan. Tê gotin ku “ger xêr ji malê derneyê, xêr û bereket jî nayê”. Li vê rojê gel bi cil û bergê cejnî xwe dixemlînin, gulê nîsanê dikin ber serê xwe. Bêtirê xwe keç, bûk û jin basinbar a ji hiriya rengên sor, zer û kesk hatine vegirtin dikin dest û stiyê xwe. Bi vê xemlê diçin serlêdanên silavgeha û malên lêzim, dost û cînaran, hevdu bi cejna Çarşemê pîroz dikin. Di van serlêdana de, jin sewik û şêraniya cejnê dibin malên serî tê lêdanê.

gotar

61

Di nav civakê de, hêkên cejnê bi prosêdûra pêşbirkê derbaz dibe. Neferên malê berî hêka para xwe bixwin wan li hev didin. Hêka kî/ke neşkî ew serkeftî tê dîtin. Mezin, zarok û ciwanên cînar tên gel hev, hêka li hev didin, ta ku kesê serkeftî diyar nebe. Qaşûlên hêkên vê roja pîroz nayên avêtin. Kesên xwedanê çandiniyê ne, bi hêviya bereket bikevin nav çandiniya wan û berhem zêde bibin, qaşûlên hêkên cejnê di nav zevî, bax û bostanên xwe de direşînin. Kesên xwedan çûkên malê, pez û dewarin, qaşûlên hêka dikin ber dîwarên kolik û tewla û li ser heywanên xwe de direşînin. Bi senbolî çend heywanên malê jî bi sor, zer û kesk tên xemilandin. Li gor bîr û baweriya êzdiya, di vê mehê de kolandina axê, girtina masiya, nêçîra li ser çûkan û heywanên kovî gunehe girane û zerera mezine. Ji ber ku ax û hemû ruhber li ber pêvajoya zayin û

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

zêdebûnê da ne. Ji ber wê dibêjin nîsan bûka salêye, ew tu bûkan di ser xwe re qebûl nake. Ji ber wê jî di meha nîsanê de zewac gunehe. Heman awayî di roja cejna Çarşemê û herwisa çarşemên din de jî xweşûştin, cilşûştin, neynûk û por jêkirin di nav êzdiya de guneh tê dîtin. Di vê rojê de xebat nayên kirin, roj bi xweşî û şahiya cejnê derbaz dibe. Dibê di vê rojê de mirovên ku ji hevdu xeyîdîne li hev bên an wan li hev bînin, da ku ew jî karibin serlêdanê hev bikin û cejna hevdu pîroz bikin. Di ola êzdiya de cejna Çarşema Sor hewqasî pîroz û giranbiha ye, heta bawermendên êzdiya bawer dikin, ku kesê di vê rojê de xatirê xwe ji jiyanê dixweze, bê darizandin diçe bihuştê.

..........


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

62

çand

Diclepress13@gmail.com

Di Dîroka Wêjeya Hemdem De ...

Mijara wêjeya hemdem pir zelale û bi karanîna hin têgehên wêjeyî zelal dibe, ji bilî pir caran karanîna celebên retorîkî, li vir mebesta min jî dê ji bilî mijarê ve pênasCano Şakir eya wêjeya hemdem û helbesta nûjen jî di nav de, ku hinekî ji bo Roman Û Helbest... Ji salên 1950 û 1960-an ve, di bê zelakirin û bo we vebêjim, Lê wêjeya nûjen a fransî de gelek em jibîrnekin ku hinek mîna wê di romanê de jî peyda dibin. geşedanên mezin derketin pêş. Pêşkeftina yekem derketina şanoya di nava vê tevgera wêjeyî Samuel Beckett.1906-1989 de ew bû, ku vê tevgera rewşenbîrî Eugene UNESCO 1908 - 1994. ev hewldan, tişta ku li qadê heyî, herdu wek serokên Roman ên Temîna çîrokên ji trajedya gel ew bi vgera wê demê bûn hem bi Fransî berhemên xwe de, di nava wêjeya dinivîsandin û hem jî xebatên wan ên girîng di şanoyên Parîsê de derhemdem dane pênasandin. Dema ku em qala pênasekirina ketin û hatin pêşandan. edebiyata hemdem dikin, em ê Ji bo em ji bîr nekin û li bîra xwe qala helbesta ku di serdema hem- bînin pêşketina duyemîn a mezin dem de hatiye nivîsandin bikin, romana nû ye. Nûnerên herî û di wêje û litratoa hemdem de, girîng ên vê pêşveçûnê ku ji çend pêşbîneyên qonaxa ku helbesta elîteyên bijarte pêk tên. Ellen Robnûjen tê de hatî çêkirin serwextî Gerelli, Michel Butor, Natalie Sahemî qalib û pîvanên heyî bibin. rout, û Claude Simon bûn. Van Di heman gavavê de, qonaxa ku nivîskaran ji ramanên kevneşopî em dibînin û behsê dikin ku em yên romanê wekî çîrokbêjî û peyhesab bikin bê ka helbestvanî çi manê realîst, di nava çîrokên gel pêvajo bi xwe re aniye vê roja îro. de man, ew jê dûr neketin. Ji xwe em jibîrnekin ku terzê heyî Li ser mijarên trajediya jiyanê berdi nava strana Çiyayê Şengalê jî hemên xwe dixemilindin û derderdikeve pêş, ku di nava des- basî qada wêjeyê dikin. tanên Şengaliyan de bi peyvên re- Li vir heger em biçavekî pîvan li mijarê temaşe bikin. Trajedya gelê sen hatin hûnandin. Prosesa heyî di nava wêje de an ku Şengalê ya herî dawî 03.08.2014. helbesta nûjen di qonaxek zindî an a ku di ser qirikirinê re derbas de ye, an ku wek helbesta raste- bû li gelek aliyan hate bihîstin qîn wekî xwe bisipêrin yek tek û nişandan. Her çiqas Fermana û ne li ser çend Têkilî û qonaxên dawî. Bû! Helbest, Roman, Çîrok. helbestê mîna helbesta (Giregan Şano ,Flim, Dekometer. Dîsa têrê Yewnanên kevin) ya kevnar, ku nikir. xwe dispêre nivîsandinê şêwaza zimanî ya sade, ku hêdî di derbasî Wêjevan û Nivîskarên ku dûrî van babetan e deryayên huner û helbestê dibin.

Di şûna xeyal û fantanziya hunera rewşenbîran de, çîrokên wan li ser danasîna bûyer û hin ji trajediya jiyana rojane bûn ku karakterên çîrokên ji çanda gel bi şêwazê wêjeyî dikarin derxisînin pêş Ku niha ew bûne berhemên herî naskirî di qada wêjeyê de. Di despêka salên heftêyê sedsala bîstan de, li dora wêjeya fransî tevgerek femînîst derket. Hejmarek rexnevanan, piraniya wan jin, bala xwe dane nivîskarên jin ên nifşên berê. Wekî din, wan dest bi şîrove an ku analîzkirina kesayetiya jinan kirin ku ew di çîrokan hemdemî de dê diyar bikin da ku fikarên jinan di wêjeya nûjen de zelal bikin. Margaret Doras 19141994. di dawiya sedsala bîstan de ji nivîskarên jin ên Fransî yên herî berbiçav û girîng bû. Danasîna edebiyata hemdem a bi helbesta cîhan re ya ku di dema xwendevanên hemdem de hatî nivîsandin. Li gurî wê ew pênaseya edebiyata hemdem bi êşên civakê û çîrokên wê dikarin bighîjin asta afrêneriyê.li gorî demê dikarên werin sinifandin an ku veqetandin, û di asta hemdem de bibin qonaxek taybet di jiyana wêjeya nûjen de û ji bo wêjeya kevnar û dîrokî bibin bersiva rasteqîn.

Di nava destanên Şengaliyan de bi peyvên resen hatin hûnandin


Diclepress13@gmail.com

gotar

63

Têkiliya Îktîdar û Şîdetê

Mûrad Dildar

Destpêk Di siyasetê de û girêdayî wê di felsefeya siyasetê de têgeha îktîdarê (desthilatî), têgeheke gelek girîng e. Bi wateya giştî di maneya ‘bidestxistina hêzê’ de ye û li her ciyê ku dewlet an pergaleke siyasî lê hebe ev têgeh derdikeve pêşberî me. Otorîte û pergala siyasî ya

heyî, ji bo îsbatkirina hebûn û hêza xwe, îktîdara ku li ser ‘bindestan’ tê li dar xistin, di roja me de jî, hema bibêje di her qadê de û bi rêbazên cuda xwe dide hîskirin. Yek ji van rêbazan jî <şîdet> e. Îktîdar li ser navê ‘terbiyekirina bindestan’, tu carî ji bikaranîna şîdetê dûr nemaye. Di vê xebatê de, li gorî fikir û ramanên Foucault, îktîdar şîdetê çawa bi kar tîne, têkiliya îktîdar û şîdetê çawa ye, ev têkilî di kîjan pêvajoyan re derbas bûye, em ê hemûyan li ber çavan raxin.

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

I. Îktîdar û Şîdet Îktîdar çi ye? Yek ji bersivên vê pirsê ev e: ‘Hêzeke siyasî, huqûqî yan ehlaqî ye ku derfeta bikaranîna bandor an çalakiyan dide. Wek formel, ew hêz û qudret e ku A tiştê ku B naxwaze bike, bi B yê dide kirin.’ (Cevîzcî, 2005) Di vê pênaseyê de, têgeha bingehîn a ku tê destnîşankirin, têgeha ‘hêz’ ê ye. Di warê siyasî de, sebeba herî girîng a bikaranîna vê hêzê ya hêza rêvebiriyê bi dest dixin, yanî yên îktîdarê bi dest dixin, parastina hêza heyî û lêzêdekirina vê hêzê ye. Ji bo parastina vê hêzê rêya herî sereke ev e ku ji holê rakirina ûnsûrên ‘xeternak’ an dikarin bibin xeternak, e. Ji bo ji holê rakirinê, rêya herî zêde tê zanîn jî şîdet e. Weke rêxistineke siyasî, ji roja dewlet derketiye meydanê û heta îro, hema bibêje hemû îktîdaran şîdetê bi kar anîne û di bikaranîna vê rêbazê de tu astengî nedîtine. Girêdayî pênaseya ku me di paragrafa pêşîn de kiribû, îktîdar gava bixwaze bi zorê tiştekî bi kesên di bin desthilatdariya xwe de ne bide kirin, rêbaza herî pêşîn şîdet bûye. Li gorî fama huqûqa dewra ku Foucault wê wek çaxa Klasîk bi nav dike (hema bibê ji nîveka sedsala 17an heta dawiya sedsala 18an didome) û kêm zêde bi pergala monarşiyê re li hev dike, taybetmendî û hedefa wî çi dibe bila bibe, sûcê li hemberî qanûnê tê kirin, di rastiyê de li hemberî hukumdaran hatiye kirin. (Keskîn 1996) Sûc li ser vî asasî dihatin bicîkirin, sebeb jî ew bû ku di wê dewrê de


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

yê ku qanûnan çêdikir hukumdar bi xwe bû. Qanûn û yê qanûnê çêdike bi vî awayî dibin yek, dîsa destnîşan dike ku avakarê qanûnan yanî hukumdar, li her ciyê ku qanûn lê derbas dibe heye. Bi vî awayî jî qada bandora hukumdar, yanî îktîdarê hatiye firehkirin. Ji ber ku qanûn û îradeya hukumdar heman tişt in, û ji ber ku hêza qanûnê bi heman awayî hêza hukumdar e, sûcdar hem bi awayekî kesî hem jî bi awayekî fîzîkî êrîşî hukumdar dike. Ji ber wê jî înfazên li pêşberî gel dihatin kirin, dihat wê maneyê ku xisara gihîştiye îktîdarê dihat tamîrkirin û serdestiya îktîdarê dihat pejirandin. (Keskin 1996) Sûcê li hemberî qanûnan, wek êrîşeke li hemberî hukumdar dihat qebûlkirin. Sebeba wê ya herî girîng ev bû ku gava te qanûnan nas nekira dihat wê maneyê ku tu îktîdara hukumdar jî nas nakî. Gava kesekê sûcek bikira û qanûnan binpê bikira, dihat wê maneyê ku hem hukumdar, hem qanûnên hukumdar hem jî îktîdara hukumdar nas nake. Ji ber wê jî binpêkirina qanûnan, li dijî îktîdarê çalakiya herî xeternak e. Ji ber ku dewlet û hukumdar di heman wateyê de ne, divê cezayê sûc jî li gorî ‘mezinbûna’ dewletê be. Di çaxa navîn de serên jêkirî yên mirovan bi dîwarê kelehan ve dikirin, bedenên kesên kuştî li meydanên bajaran nîşanî gel didan… û hwd. Mirov dikare bûyerên bi vî rengî wekî mînak nîşan bide. Ev rêbazên cezakirinê herçiqas nîşana sedsalên 17 û 18an bin jî, di roja me de jî hinek dewlet rêbazên cezakirina li meydanan bi awayekî berfireh bi kar tînin. Ko

64

gotar

Diclepress13@gmail.com

Ev cûreyên îşkenceyê ku li hemberî cezakirina bedenê mînakên herî dijwar in û mînakên cezakirina li pêşberî gel, piştî nîveka duyem a sedsala 18an hêdî hêdî kêm dibin mara Îslam a Îranê, cezayê îdamê dide Kurdan, li meydanên bajaran li pêşberî qelebalixên mezin bi kar tîne, ev jî nîşan dide ku ev rêbaza cezayê hîn jî didome. Meriv dikare xebata Foûcaûlt a li ser girtîgehan, Avakirina Girtîgehan, wek dîroka şîdetê binirxîne. Ev xebat li ser sîstema cezaya modern a bi piştgiriya dewletê lêkolîneke dîrokî ye. (Oksala, 2012) Berhema bi navê Avakirina Girtîgehan, bi analîzeke li ser îşkenceyên li Damîensê sûîkastvan hatine kirin dest pê dike. Li gorî biryara dadgehê divê bi maşeyên sorkirî ji gelek ciyên canê Damîens goşt bên jêkirin, destê wî yê kêr girtibû divê bi sulfurê bê şewitandin, divê guleyên helandî, rûnê sorkirî, reçîneyên agirpêketî,

şimayê helandî û sulfur bera ser ciyên ku goşt jê hatibûn jêkirin bidin, divê paşê bedena wî bi hespa ve bê girêdan û bê parçekirin. Divê parçe bên şewitandin û wan bikin xwelî û herî dawîn jî divê xweliyê bidin ber bayê û tune bibe. (Foûcaûlt, 2000) Ev cûreyên îşkenceyê ku li hemberî cezakirina bedenê mînakên herî dijwar in û mînakên cezakirina li pêşberî gel, piştî nîveka duyem a sedsala 18an hêdî hêdî kêm dibin. Foûcaûlt raçav dike ku, piştî nîveka duyem a sedsala 18an bi awayekî cîdî, li hemberderketina înfazên li pêşberî gel û îşkenceyan zêde dibin. Cezakirina ji îşkenceya li ser beden hatiye dûrxistin, yanî daxwaza nekirina îşkenceyê, li ser bingeha hurmeta ‘însaniyeta’ girtî weke reformekê tê binavkirin. Li gorî Foûcaûlt, ev li hemberî qada cezakirina îktîdarê, sînoreke qanûnî ye. Bi vî awayî ‘mirov’ di heman demê de dibe sînorê îktîdarê. Di vê xalê de Foûcaûlt, lêpirsîna sebeba berteka li hemberî îşkenceyê û israra mijara ku divê ceza ‘însanî’ be, dike. Wateya rêgeza pîvana cezaya ku divê ‘însanî’ be çi ye? Bersiva vê pirsê, meriv encax bi têgihiştina pêvajoya tevgera reformê dikare bide. Di vê pêvajoyê de, sûc her çûye kêmtir şîdetê di xwe de hewandiye, li hemberî wê jî ceza nermtir bûne. Lê berdêla vêya ev e ku îktîdarê li ser civakê mudaxeleyeke xurt û kûr kiriye. (Keskîn, 1996) II. Avakirina Girtîgehan Ber bi dawiya sedsala 18an ve, êdî rêbazên cezakirinê, di şûna ku li


Diclepress13@gmail.com

meydanên bajaran li pêşberî gel bê kirin, veguheziye ser rêbazên ku veşarî dihat kirin û wek dem jî bikaranîna xwe li demeke dirêj belav dikirin. Ji bo bikaranîna van rêbazan jî mekanên herî musaît, bêguman girtîgeh bûne. Li gorî Foûcaûlt, girtîgeh cara pêşîn di vê demê de derneketine meydanê. Lê, di warê taybetmendî û armanca bikaranînê de, bûne xwediyê erkeke nupînû. (Foûcaûlt, 2000) Bi girtîgehan re, rêbaza cezakirina îktîdaran jî guheriye. Rêbazên cezakirina li meydanên bajaran a bi bikaranîna şîdetê ya li ser bedenên mirovan vediguheze ser ‘şîdeteke dîsîplînkar’ a di nav girtîgehan de. Li gorî Foûcaûlt her çiqas di terza cezakirinê de ev guhertin çêbûbe jî, berê şîdetê ji ser bedenê veguheziye ser ruhê mirov. ‘Êş û jana fîzîkî’ ciyê xwe daye ‘êş û jana ruhî.’ (Foûcaûlt, 2000) Berê şîdet û cezayê, ji bedenê ber bi ruh ve veguheziya. Ev rasterast bi xebatên wê dewrê yên psîkolojîk û psîkîyatrîk ve jî eleqeder e. Foûcaûlt îddîa dike ku, di serê sedsala donzdemîn de, gava psîkîyatrî tevlî nav qada huqûqê bû, di huqûqa cezayê de, giringî ji ser sûc hêdî hêdî vediguheze ser sûcdar. Yanî fikrê ‘kesê xeternak’ derketiye holê, ji bo kes dibe wek xeternakek potansiyel, ji ber wê hedefa sîstema cezayê êdî ne cezakirin e, ya herî girîng başkirina kes e. (Oksala, 2012) Armanc ew e ku bi cezakirina bi êş û jana ruh û di girtîgehan de dûrxistina ji mirovên din, terbiyekirina ruhê mirovê sûcdar, baqilkirin û dîsîplînekirin e. Foûcaûlt di axaftina xwe ya bi

gotar

65

Foûcaûlt îddîa dike ku, di serê sedsala donzdemîn de, gava psîkîyatrî tevlî nav qada huqûqê bû, di huqûqa cezayê de, giringî ji ser sûc hêdî hêdî vediguheze ser sûcdar navê ‘Xeleqên Îktîdarê’ de, avakirina girtîgehan wisa îzeh dike: ‘Ez qesta sîstema girtîgehan dikim, bi derengî ava bûn, hema bibêje di dawiya sedsala hîjdemîn de ava bûn. Berî dawiya sedsala hîjdemîn girtîgeh, ne cezayekî qanûnî bû. Ji bilî rewşên îstîsnaî, sûcdar; bi tenê heta doz li wan bihatana vekirin li wê derê dihatin girtin. Yanî ne ji bo cezakirinê. Wek sîstemeke pêkutiyê girtîgeh bi vê hincetê hatin avakirin: Girtîgeh wê bibe ciyê sîstema ji nû ve perwerdekirina sûcdaran. Girtîgeh jî wê heman bibe wek saziyên eskerî û dibistanê, kesê di wir re derbas bibin wê bibin hurmetkarê qanûnan. Ji ber wê jî bi razandina girtîgehê, dixwestin kesên îteatkar derxin meydanê.’ (Foûcaûlt, 2014)

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Mumkun e ku meriv li girtîgehên Tirkiyê jî rastî polîtîkayên ‘kedîkirina di tîpa eskerî û dibistanan de’ ya ku îktîdar di girtîgehan de bi kar tînin, were. Bi rêbazên îşkenceyên ku di salên 80yî de dihatin bikaranîn, girtîgeha Diyarbekirê ji bo vêya mînak e. Li Girtîgeha Diyarbekirê, ku pirraniya girtiyan Kurd bûn, her sibe talîma eskerî bi girtiyan didan kirin, marşên eskerî didan gotin, marşa Îstîklalê didan jiberkirin. Armanca wan ew bû ku bi vê rêbazê, Kurdên serî hildidan û li hemberî dewletê derdiketin bikirana ‘welatiyekî/e baş yê/a Tirk.’ Yanî bi gotina Foûcaûlt ew ê wan bikirana keseke hurmetkarê qanûnan. Foûcaûlt di pirtûka bi navê ‘Çavê Îktîdarê’ de, hîpoteza ku girtîgeh ji serî ve projeyeke ji bo veguhestina mirovan e diparêze: Bi giştî jê tê bawerkirin ku girtîgeh, xurdexaneyeke wisa ye ku ji sûcdaran pêk tê. Ji ber ku çiqas tê bikaranîn astengiyên vê xurdexanê derdikevin meydanê, her tim tê gotin ku divê ji bo girtîgehan reform bêne kirin, divê girtîgeh ji bo veguhestina mirovan bibin amûrek. Ev ne rast e. Bername û diyarkirinên niyetan li pêşberî min disekinin. Divê di serî de girtîgeh jî wek dibistanan, wek qişleyan, wek nexweşxaneyan bûbûna pergaleke teqûz û divê li ser kesan bi hûrgilî bisekiniyana. (Foûcaûlt, 2012) Meriv dikare armanca ku, girtîgeh ji bo veguhestina mirovan pergaleke bêhempa ye, di hinek planên mîmariya girtîgehên navdar ên di pirtûka bi navê Avakirina Girtîgehan a Foûcaûlt de hatine belavkirin de bibîne. Ji planên mî


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

mariyên van girtîgehan jî gelek eşkere xuya dibe ku, girtîgeh ne avahiyên ji rêzê ne. Xwestine ku îktîdar û pêkutiyê, di her quncikê van avahiyan de bi mirovan bidin hesandin. Qûleyên çavdêriyê, li nîveka hucreyên ku ‘sûcdar’ lê dimînin, di xaleke serdestê hemûyan de hatine çêkirin. Ev sîstem û sîstema ‘Big Brother’ ku Orwell di romana xwe ya ‘1984’ an de behs dike, hema bibêje heman tişt in. Armanca wan ew bûye ku di avahiyên wisa de, bi mirovan bidin hîskirin ku her tim tên kontrolkirin û dibin çavdêriyê de ne. Di van girtîgehan de, têkiliya mirovên ku di hucreyan de bi tenê dimînin, hema bibê bi“sûcdar”ên din re tune ye. Armanca wê jî ew e ku, mirovên di nav girtîgehê de him ji dinyaya derve qut bikin, him jî ji mirovên din ên girtîgehê dûr bixin û wan <dîsîplîne> bikin.

66

gotar

Diclepress13@gmail.com

Weke rêxistineke siyasî, ji roja dewlet derketiye meydanê û heta îro, hema bibêje hemû îktîdaran şîdetê bi kar anîne û di bikaranîna vê rêbazê de tu astengî nedîtine

Li Tirkiyê jî di salên 2000î de hat xwestin ku, ji sîstema qoxûşan derbasî sîstema hucreyan bibin, lê ev biryar, rastî berxwedaneke cîddî ya girtiyên siyasî hat. Bi biryara Wezareta Adaletê, bi operasyonên bi navê ‘Vegera li Jiyanê’ bi zorê ketin girtîgehan û girtî bi rêbazên dijî mirovatiyê, neqlî hucreyên yekkes û girtîgehên Tîpa F kirin. Di dema van operasyonan de, ji girtiyan hinek bi gazên jahrê hatin kuştin, hinek jî bi awayekî zindî hatin şewitandin û 32 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Foûcaûlt, di dîroka pêkutiyê de, ji cezakirinê derbasbûna çavdêriyê demeke navendî ye. (Foûcaûlt, 2012) Hêmana bingehîn a ku vê guhertinê dike navendî, di guhertina nêzîkbûna mirovan û rêbaza nirxandina mirovan a îktîdarê de veşartiye. Wek ceza taxrîbkirina bedenê û li ser bedenê bikaranîna


Diclepress13@gmail.com

şîdetê, şûna xwe dide rêbazên ku ji qûleyên çavdêriyê şopandina tevgerên mirovan. Ji bo vêya hewce nake ku mirovan têxin girtîgehê, têxin nav çar dîwaran jî. Di romana bi navê ‘1984’ a George Orwell de ku wek mînakeke dîstopyayê ye, partiya ku serdest e, çavdêriya wext û tevgerên mirovan dike, çi wext ew ê çi bikin, bi biryara wan e. (Orwell, 2000) ‘Biraderê Mezin (Big Brother)’ ê ku di pirtûkê de behsa wî tê kirin, dîktatorekî wisa ye ku li ser her tiştî desthilatdariyeke mîsoger pêk aniye. Bi rêbazên ku bi kar tîne, yekane serok e û rejimeke otorîter a gelek tund ava kiriye. Bi wesiteya ku partiya ava kiriye, dixwaze teşe bide mirovan û bi vî awayî desthilatdariya xwe pêk bîne, pergaleke pir tund ava kiriye. Rêgez û qanûnên ku hatine amadekirin, hinek car li gorî dîn, hinek car li gorî mantiqê hinek car jî li

gotar

Sûcê li hemberî qanûnan, wek êrîşeke li hemberî hukumdar dihat qebûlkirin. Sebeba wê ya herî girîng ev bû ku gava te qanûnan nas nekira dihat wê maneyê ku tu îktîdara hukumdar jî nas nakî

67

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

gorî zanistê hatine amadekirin. Hinek caran jî bi temamî li gorî hewcedariyên civakê hatine sêwirandin. Bi çi awayî dibe bila bibe, ev rêgez gelek tund in û divê herkes li gorî van rêbazan bijî. Li ser çi asasî dibe bila bibe, hemû ji îradeyekê yan jî ji ramanên kesên girêdayî îradeyekê derketine û bi temamî ji bo civakê têxin nav qalibekê hatine avakirin. Gava meriv li armancên wan dinêre, ya herî berbiçav, dixwazin pergaleke li gorî ku civak bê qeyd û şert, stûxwar bike amade bikin. Meriv dikare ji vê derê encameke wisa derxe: Daxwaza qanûnên roja me jî heman tişt e. Lê îro ev fam şekil guhertiye, şûna xwe daye armanceke ku zîhnîyeteke zana, lê serî ditewîne biafirîne. Zorê didin kesên di bin desthilatdariya wan de dijîn ku ji bo wan bifikirin, yan jî hewl didin ku li gorî fama rêvebiriyê tevbigerin, heta


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

68

gotar

Diclepress13@gmail.com

dirê girtîgehê namîne. Gava yek têkeve girtîgehê, piştî wê demê ji bo wî kesî bikin yekî kirêt, di gavê de mekanîzmayek dixebite. Gava derdikeve jî, ji bilî ku mêla xwe bavêje ser sûcdariyê çareyeke din jê re namîne. Ji bêgavî xwe davêje nava sîstema ku wê ew bike muxbîr an jî polês. Girtîgeh profesyonelan digîhîne. (Foûcaûlt,2012) Ji ber ku civak kesên ji girtîgehê derdikevin nagire nava xwe, wan ji xwe bi dûr dixe, nîşanî me dide ku ‘êş û jana ruhî’ ya ku Foûcaûlt ji me re behs dike, ne bitenê di nav girtîgehê de, piştî ku ji girtîgehê derdikeve jî didome. Kesên ji girtîgehê derdikevin nikarin bi hêsanî kar bibînin, nikarin bi mirovan re têkiliyê deynin, nikarin di nav civakê de bi aheng bijîn. Ev jî nîşanî me dide ku civak wî/ê kesî/ê mor dike. Ev jî nîşanî me dide ku girtîgeh ji armanca xwe mafê fikir û ramana van mirovan ya avakirinê yanî ji <dîsîplînkirina kesan û ji nû ve qezenckirina ji bo jî tune. Bi vî awayî hewce namîne ku civatê> çiqas bi dûr ketiye. mirov ji bo tu tiştekî serê xwe biêşîne. Lewra partî ji bo her tiştî Encam di şûna mirovan de difikire. Partî Têgeha Îktîdarê, têgeheke wisa mudaxeleyî jiyana rojane, rêgezên ye ku li her ciyê ku rêxistineke sikar, sîstema dadê, tevna medyayê yasî lê hebe tê dîtin û derdikeve û têkiliyên di navbera mêr û jinê pêşberî me. Avakirina girtîgehan de jî dike ku ya herî balkêş jî ev e. ku ji bo îktîdar hêza xwe nîşan bide û hêza xwe bide hîskirin ji qadên (Orwell,2000) Di vê romana ku îktîdar û raçavki- herî girîng yek e. Berî sedsala 18an rin bi awayekî herî tund tê vego- rêbaza cezakirina mirovan li ser tin, armanca îktîdarê ew e ku li ser bedena mirovan bû, ji dawiya sedmejû û bedena mirovan desthilat- sala 18an û pê ve, îktîdarê di rêbadariya xwe qewî bike û bi vê rêyê za cezakirinê de veguhestineke mirovan <kedî> bike û ji bo civakê pêk aniye. Di vê veguhestinê de mirovên îteatkar pêk bîne. Yanî xala herî girîng, guhertina qada ku welat veguheziye ser girtîgeheke şîdet lê tê kirine. Berê li ser bedena sûcdaran şîdet dihat kirin û hewl mezin. Li gorî Foûcaûlt bandora girtîge- didan ku sûcdar ji holê rakin. han a li ser mirovan, bitenê li hun- Gava sûcdar ji holê rabûya wê

Îktîdar çi ye? Yek ji bersivên vê pirsê ev e: ‘Hêzeke siyasî, huqûqî yan ehlaqî ye ku derfeta bikaranîna bandor an çalakiyan dide. Wek formel, ew hêz û qudret e ku A tiştê ku B naxwaze bike, bi B yê dide kirin

sûc jî ji holê rabûya û wê cezakirin, bigihîşta armanca xwe ya herî rast. Lê paşê cezakirina ser bedenê berê xwe bi ser ruh ve guhertiye û bi gotina Foucault ‘êş û jana bedenê’ ciyê xwe daye ‘êş û jana ruhî.’ xwestine ku mirovên li girtîgehan dicivandin, di bin çavdêriyê de ‘dîsîplîne’ bikin. Bi vî awayî îktîdarê xwestiye ku desthilatdariya xwe ya li ser ‘sûcdar’ an, hinek din demdirêj bike. Di roja me de jî, di xala ku em niha hatinê de, tê dîtin ku mekanîzmayên kontrola li ser mirovan a îktîdarê ne bitenê di nav girtîgehan de, di her qada jiyanê de derdikeve pêşberî me. Yanî her qada di bin desthilatdariya îktîdarê de, bûye weke girtîgeheke mezin. Çavkanî: 1- Foucault, Michel(2000) Hapishanenin Doğuşu, wrg. Mehmet Ali Kılıçbay, Weşanxaneya Îmge 2- Foucault, Michel(2012) İktidarın Gözü, wrg. Işık Ergüden, Weşanxaneya Ayrinti 3- Foucault, Michel(2014) Özne ve İktidar, wrg. Işık Ergüden, Osman Akınhay, Weşanxaneya Ayrinti 4Keskin, Ferda(1996), Foucault’da Şiddet ve İktidar(Gotar), Kovara Cogito, Weşanxaneya Yapı Kredi 5- Oksala, Johanna(2012), Devlet Şiddetinin Yönetimi(Gotar), Kovara Cogito, Weşanxaneya Yapı Kredi 6- Orwell, George(2000) 1984, wrg.Celal Üster, Weş. Can

..........


Diclepress13@gmail.com

çand

69

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Çavê kû her tiştî dibînit, ji dîtina xwe natewane

A: baran heskani

Ava xwestî naçe serî:

Wekî ava ku xwediyê wê hebe an hinekan xwestibe naçe serî. Tiştên ku hinekî bixwaze û mirov lê bi xwedî derkeve an yê hinekî din be û mirov lê xwedî derkeve nabe yê mirov. Ax û avahî nav û navdayî: Wekî ax bi avahîyan xweş dibe, nav bi navdayînê tê bihîstin. Dîsa wekî ku axa mirov, avahiyên mirov hebin mirov navdar dibe. Axa jin û mêra ji hev e: Ev gotin jî wekî axa jin û mêran ji hev ku bi hev û dû re dizewicin. Heke axa wan ne ji hev be hevdû

nabînin. Dîsa wekî ku çanda wan Başî jî, xerabî jî mirov an kes dikin. an welatê wan ne yek be li hevdû Wekî ku mirov bixwaze dikare baş be jî dikare xerab an nebaş be jî. nakin. Mirov dikarin başiyê jî bikin û Aynê bizna kol ji ya bi qloç re xerabiyê jî bikin. Herwiha mirov dema li xwe miqatebin wê baş namîne: Bizina kol bizina bê qiloç e. Ji ber bin. Lê li xwe ne miqatebin rewşa wê yekê bizina bi qiloç weki bi çek wan jî wê nebaş be. be û ya kol bê çek be. Mirovên bi çek jî her tim dikarin tahdeyê li yê Bazar bila li sûvê be ne li pirêzê bê çek bike lê belê zilm tu car bê be: Şûv erdê ajotî û li bende çandiniyê bersîv namîne û tol tê hilanîn. ye. Dema bazar li ser şûvê bibe, di rojên pêş de ku genim bê holê Ba ji tahtê çi dibe: Wekî ba nikare ji tahtê perçe bi- jî mirovê li gor bazara xwe yî berê qetîne. Ev gotin ji bo mirovên qels tevbigere. Lê bazar li ser pirêzê ku ku nikaribe ji yekî pir xurt tiştekî bi- genim bê çinîn û sap tenê bimîne, qetîne. Mînak, mirovek tenê li dijî wekî hertişt diqede û bazar jî dewletekê şer bike û bibêje“ezê nabe. Ku mirov dest bi tiştekî bike wê dewletê xera bikim”. Mirovek divê mirov di pêşiyê de bingeha tenê û bê rêxistin, dikare çi bike? wê xurt bike, ne ku ew tişt derbas be dûre mirov şiyar bibe an li çareBaşî û xerabî herdû jî di destê seriyê bigere. kesan de ne:


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Berberî û nanê genim li cem hev nabin: Berberî an fesadî, nanê genim jî namet û pîroz e. Jiber wê yekê jî tiştên pîroz û fesadî berberî li hev nakin.Yan mirov wekî nanê genim paqij be yan jî mirov bi fesadî û berberiyê bi pey tiştên ne rast bikeve. Dîsa wekî ku mirovên berberiyê dikin her tim serê wan di teşqeleyan deye. Ji ber wê yekê jî her tim xizan û belengaz in, nanê genim ji wan re biha ye. Çêleka stewr bê şîr e: Tiştên li ber çavan ne hewceyî şiroveyê ye.Tiştên xuyayî ne hewceyî nîqaş û tevliheviyê ye. Heke çêlek stewr be, ne avis be şîr jî nade ev tiştekî xwezayî ye kes jî nikare biguhere. Herwîha rastiyê jî kes nikare biguhere. Çêleka rêxok garanê xera dike: Di nava girseya mirovan de hinekî guh li mirovan nekin û tiştên nebaş bikin an li derî rêzê tevbigerin, bê gûman girse giş pê nerehet dibin û giş pê tawanbar dibin. Çêlikê guran ji mirov re nabin

70

çand

Diclepress13@gmail.com

Darê ji binî nebir: Ku mirov darê ji binîve bibire careke din şîn nayê. hertişt wiha ye,dema mirov û hinekî din ji hevdû bixeyide divê mirov bifikire ku rojekê mirovê li hev bihesile. Ji ber wê yekê jî divê mirov ji binî de têkiliyan qut neke. Alavek ji mirov re demekê ne pêwist be, divê mirov wî alavî neavêje, mirov biDara xebatkara tim bi ber e: Xebatkar hertim ji bo karekî an fikire ku dê rojekê pêwist bibe. barekî henin, tim bar li ser milê wan in. Ku yek bibêje ez dê xebatê Dûr e, nûr e: jibo tiştekî bikim divê bar hilgire Dema mirov ji hevdû dûr bin tim ser milên xwe. Dema dawiya xe- bi hisretin ku hev dû bibînin û her batê tê jî mîsoger tiştek tê holê. tim ji hevdû hez dikin. Lê dema ku Wekî xebatkarê kargeha erebey- mirov hertim li ba havdû be mirov an, dawiya xebatên wan erebe çê di demeke kin de ji hevdû sar dibe. Dûrî çava dûrî dila ye: dibe. Ev jî berevajî gotina“dûr e nûr e” ku mirov her ku ji hev dû bi dûr Dara xweziyê şîn nabe: Ku mirov ji tiştekî hez bike an ji bikeve hêdî hêdî mirov hevdû ji bo tiştekî bidest bixe dilxwaz be bîr dike. divê mirov tenê nebêje: xwezî ew tişt çêbibûya, û bisekine wekî Dûvê rêvî jê re ne bar e: din ji bo wî tiştî tu xebat û tevgerê Dûvê rêvî ji xwe pê ve ye û jê neke. Her tişt bi tevgerê bi xebatê re pêwiste. Herwiha berçavka bi xwedana eniyê bi keda milan tê mirovan ji wan re ne bar e. Wekî holê. Bi xwestinê û heskirinê tenê ku tiştekî ji mirov re pêwist be ji mirov re ne bar e. daxwaz naçe serî. bira: Gur her tinm ji mirovan ditirsin û mirovan wekî neyar dihesibînin. Mirov jî guran wekî mirovxur dibînin. Ji ber wê yekê gur û mirov li hev nakın û nabin dost û bira. Tiştên di zagona xwezayê de li dijî hevdû bin li hevdû nakin.


Diclepress13@gmail.com

RAPORT

71

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Zanista Jin“Jineolojî” tê çi wateyê û armanca wê çiye?

A: DICLE kûtî

Jineolojî,

ji du peyvên Kurdî û latînî pêktê. “jin” Kurdiye, “lojî” jî pêveke zanistî ya latîniye, di yekbûna wan herdu peyvan de Jineolojî pêktê. Bi gotineke din Jineolojî, tê wateya, “Zanista jin”. Têgîna Jineolojî cara yekemîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2008’an de di pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” de bikaraniye. Koka wê ya etîmolojîk jî çavkaniya xwe ji ji peyvên jin û jiyanê digire, ango bi peywendiya navbera jin, jiyan û zanistê re eleqeder dibe. Bi vî awayî têgîna jineolojiyê, peywendiya zanistê ya bi jin-civakjiyan-xwezayê re jinûve destgire. Jineolojî bi vî awayî dibe rexneyek li zansita pozîtîvîst. Bi zimaneke akademîk û teorîk jî dikare bêgotin, “zanista jiyan”, “zanista civak”, “zanista jiyana wekhev, “zanista agahiyên ku modernîteya demokratîk xwe dispêriyê” . Jineolojî, sîstema kedxwariyê ya li ser peywendiyên tehekûma mêrê desthilatdar ava bûye, feraseta jiyanê ya xwe dispêre des-

thiltadariyê tehlîl dike. Her wiha nasnameya jinê ji biyolojiyê wêdetir di warê civaknasî, dîrokî, diyalektika hebûnê de depênase dike û weke “Cewhera sosyolojiyê”, “Kombûna obje-subje”, “Mêtîngeha destpêk û dawî” dest digire. Di serî de zanistên civakî, hemû paradîgmayên zanistî ji jinê û jiyanê qutbûne, pêşî li krîzan vekirine. Rêber Abdullah Ocalan dibêje di sala 2015’an de vê nirxandinê dike û dibêje, “jiyana wekhev, bi taybet jî zanista ku di derdora jinê de were pêşxistin, wê bibe gava yekemîn a rast ya berbi civaknasiyêr e”. Ji ber nasnameya jin, ji bûyîna cinsek wêdetir xwedî aliyên aborî, civakî û siyasî ya berfireh e. Ji ber vê ronîkirin ango zelalkirina xwezaya (rastiya) jin wê pêşî li ronîkirina xwezaya civakê jî veke. Jineoloj, biqasî ku zanista jin e, ewqas jî zanista civakê ye. Ew sînorên ku weke zanistên xwezayê, zanistên mirovan (beşerî), zanistên civakî hatine diyar kirin, rexne dike û feraseta, her zanistek di heman demê de civakiye jî diparêze. Weke dîrokî jî weke rojane jî civakbûn herî zêde

di derdora jinê de şekil girtiye, Jineolojî wer bawer dike ku ancax bi zanisteke di derodora jinê de hatiye pêşxistin re, dikare ji bin bandora sîstemên desthlatidariya mêr derkevin û civakî bibin. Li gorî Jineolojiyê rêya derxistina vê hêza jinê bi pêkanîna sazûmaniyên zanistî, felsefî, hunerî, çalakî û rêxistinkirinê re mûmkîn e. Ji ber vê nêrîna zanistî weke parçeyeke têkoşîna azadiya jinê dibe. Jineolojî; pirsgirêkên di jiyana civakî de, nasnameya jin, peywendiyên jin-mêr, mirov û xwezayê de çêbûne û bûne girêka kor tehlîl dike û çareserkirina wê esas digire. Berpirsyariya bîrxistina zanistên civakî ya, bêyku hebûna dîrokî-civakî ya jinê parçe bike, bêyî jinê madî bike, peywendiya wê ya bi jiyanê û xwezayê re dike. Bi kurtasî, Jineolojî ji ber zanistên civakî zanista jinê weke disîplînekî pêşnexistiye, rexne dike. (ocalan-2009). Rêber Ocalan diyar dike divê jin tenê weke nasnameyeke “mexdûr” na, weke hêmana sereke ya sazûmankara civakbûnê were dîtin, hêza wêya erênî, afirîner bibe


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

mijara qada zanistî û cehwera wê. Jineolojî, dema rêbazên xwe pêşdixe, ji ezmûnên femînîst, ji têkoşîna çînî bigire heya têkoşîna rizgariya netewî, heya têkoşînên ekolojîk û dijî sîstemê giştî, sûd werdigire. “Rojhilata Navîn weke mekanê çanda xwedavendiyê yekem car lê pêşketiye qebû dike, di heman demê weke qada yekem car dawî li înkar, kuştin, çanda biyanîkirina jinê hatiye anîn jî dibîne. (Akarsel-2020). Weke helwesteke etîk û polîtîk jî, xwedî felsefeya, “Li kuderê hatibe wendakirin, divê li wir bê lêgerîn” diparêze. Tevgerên Femînîst, jinên berxwedêr yên di têkoşîna rizgariya netewî de cih girtine, gerîlayên jin, rêxistinên jin ên di tevgerên mûxalefeta civakî de têkoşiyane û nasnameyên cûda yên jin weke rehên ku Jineolojî jê xwedî dibe û peywendî li gel saz dike, dibîne. Bi taybet lêkolînkirina ezmûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Şoreşa Jinê ya Rojava, weke erkeke sereke destdigire. Ji dema ku Jineolojî derketiye heya niha tevgera femînîst, di serî tevgerên radîkal yên dijî sîstemê

72

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

de dîtiye û destkeftiyên wê weke mîrasekî ji bo xwe esas girtiye. Jineolojî, berpirsyariya derbaskirina xetimandina femînîzmê ya li beramber pozîtîvîzm û modernîteya kapîtalst digire ser şanê xwe. Ji ber vê fikrandin û pratîkên parçeyî derbas dike, girîngî bi çand û taybetmendiyê herêmî dide, aliyê wê yê azadîxwaz û dijî sîstemê bihêztir dike, xwe ji agahiyên ku dispêrin desthilatdarî û dewletê qut dike, hewl dide xwe bigihîne agahiyên ku xwe dispêrin pêkhate jin. Jineolojî, rêxistineke bi perspektîeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jin û civakê esas digire, diparêze, rêbaza hine aliyên femînîst yên înşayê bi rêbazên dişibin desthilatdaran ji jor ve rêxistinkirinê li pêş dibînin, rexne dike û rêxistinkirina ji binîve diparêze. Jineolojî ji sala 2011’an ve ketiye rojevê. Di konferansa 1. a Jineolojiyê ya di sala 2015’an pêkhat de, biryara avakirina akademiya jineolojiyê derket. Ji bo hevparkirina agahiyên jinan li gelek deverên cûda yên cîhanê semîner, konferans, atolye, kamp hatin vekirin. Li Kurdistanê jî di serî de li Rojava analîzên sosyolojîk, xebatên

çanda devkî hatin meşandin, di bûnyeya akademiyê de xebatên lêkolîna heqîqeta jinê meşand û di vê çarçoveyê de Navenda Lêkolînên Stratejîk ava kir. Di akademiyê de li gel perwerdeyê, xebatên lêkolînê derbarê hebûna jin, xweza, siyaset, feraseta etîk û estetîk, aborî, wêje û afirandina polîtîikayên alternatîf de jî xebat meşand. Kovara Jineolojiyê ya di sala 2016’an de ku dest bi weşanê kiriye, di sala 2017’an de li Rojava Navenda Lêkolînên Jineolojî û Fakûlteya Jineolojiyê ava kir. Di sala 2018’an de jî li Belçîkayê Navenda Jineolojiyê hate avakirin, li gelek welatan jî komîte, yeke û atolyeyên jineolojiyê vekir, tevna van ya hevpar pêşxist. Her wiha kovara Jineolojiyê, weke qada jiyana azad li Rojava di avakirina gundê Jinwar de rol lîst û hîn jî pêre mijûl dibe. Di sala 2019’an de li Rojava bi navê şoreşgera enternasyonalîst Andrea Wollf, “Enstûtîya Andrea Wolf” vekir. Bi vî awayî li Ewropa, Amerîkaya Latîn û welatên Asyayê, di navbera Jineolojî û jinên cîhanê de peywendiyek bihêz pêşxist.


Diclepress13@gmail.com

jin

73

HEJMAR 21

2021/3/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Di her hilbijartinek de hejmara jinan ji rêveberiya Iraqê re kêmtir bûye!

A: BÊRÎVAN ELÎ

Berê niha 18 salan Amerîka bi îddîaya wê demokrasiyê bîne Iraqê mûdexeleya Iraqê kir û rejîma dîkdator ya Baas’ê ya bi serokatiya Sedam Hisên rûxand. Li şûna rejîma Baas’ê ne weke dihate îddîakirin demokrasî hat, ne jî aramî. Jin jî bi bandora bangeşeyên Amerîka hêvî dikirin wê rewşa wan baştir bibe û wê bikarin bi awayeke çalak di rêveberiya welêt de cih bigirin. Ancax dema li 18 salên piştî rûxandina rejîmê dinêrin, di tabloyê de sal bi sal paşketin heye, pêşketin nîne. Nimûneya vêya herî pêşçav 3 serokatiyên Iraqê mêrin, ji 22 Wezaretan tenê 2 Wezaret ji bo jinan hatiye dayîn, ji 320 parlementeran tenê 78 parlementerên jin hene. Li gorî kronolojiya piştî sala 2014’an tê dîtin ku bi awayeke berçav hejmara jin a ji rêveberiya welat re bi taybet ji hikûmetê re kêm kiriye, zêde nekiriye. Ji sala 1980’an ve li Iraqê mafê jinan a hilbijartin û hatina hilbijartinê heye. Lê tevî vê yekê jî heya niha jin nekarîne li Iraqê di me-

kamên jor yên dewletê de cih bigirin û wezîfe bigirin. Di navbera salên 1969 û heya 1972’an de du jin di navbera hikûmeta Iraqê de cih girtine ku navê wan wiha ye; Wezîreya Şarewaniyan Nezahet El-Dilimi û Wezîra Lêkolînên Zanistî û Hindekariya Bilind Saed Xelîl Îsmaîl bûne. Li Iraqê cihê jin di hikûmetan de Piştî rûxandina rejîma dîkdator ya Baas’ê di sala 2004’an de bi Destûra Bingehîn a demkî, li Meclîsa Nûneran a Iraqê (parlemento), kotaya sedî 25 ya hilbijartina jinan hate diyarkirin. Lê dema hilbijartin çêbû, rêjeya jinan gihîşt sedî 31. Wê demê ji lîsteya Şîeyan ya dibin pêşengiya Elî Sîstanî de ji 140 parlementeran 46’ê wê jin hatin hilbijartin, Ji 75 kursiyên Kurdan 27’ê wê jin bûn, ji lîsteya Eyad Elawî jî 15 jin ketin meclîsê. Ev rêje peyama, divê jin di rêveberiya welat de zêdetir cih bigirin dida. Di hikûmeta Eyad Elawî ya demkî de(2004-2005) 6 wezaret ji bo jinan hate dayîn. Yekem kabîneya

Iraqê bû ku rêjeya jin di asteke baş de di navê de cih digirt. Di hikûmeta demkî ya bi serokatiya Îbrahîm Cehferî de(20052006) 5 wezaret di destê jinan de ma. Yekem hikûmeta ku ji aliyê parlementoyê ve hate erêkirin Nûrî Malikî(2006-2010) wezareta daket 3. Di dema duyemîn a Hikûmeta Malîkî de(2010-2014) wezaretên ji bo jinan hatibûn dayîn, ji 3 daket 2’yan. Di dema serokweziriya Heyder Ebadî de(2010-2014) de 2 wezaret ji bo jinan hate dayîn. Di kabîneya Adil Ebdulmehdî de(2018-2019) de jin nebû, di bi dawîhatina kabîneyê de jin Wezareta Perwerdeyê ji bo jinan hate dayîn. Di KabÎneya herî dawî ya Mistefa El-Kazimî ku ji 22 kesan pêktê de, tenê 2 wezaret ji bo jinan hatiye dayîn. Wezîra Koç û Koçberan Êvan Fayîq Yaqub û Wezîra Avadankirin û Nîştecikirinê Nazenîn Mihemed Usu ne. Di parlementoyê de tabloyeke çawa heye?


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/3/30

HEJMAR 21

Rêjeya bijartin û hatina hilbijartinê ya jinan ji bo parlementoya Iraqê bi qanûn û destûra bingehîn tê diyarkirin. Lê carna jin ew rêjeya ku hatiye diyarkirin derbas dike, carna jî kêm tîne. Ji sala 1925’an heya 1980’an mafê jinê yê ji bo parlementoyê were hilbijartin nebû. Piştî salên 1980’an li Iraqê mafê hatina hilbijartinê ji bo jinan hate naskirin. Piştî rûxandina rejîma Baas a Sedam(2003) şûnde ji bo hikûmeta Iraqê û parlementoyê, sîstema kotayê bi qanûn û destûra bingehîn hate zelalkirin. Li gorî sîstema kotayê di dema destpêkê ya parlementoyê(2005) de ji 275 kursiyan 70 kursî ji bo jinan hate dayîn. Sala 2010’an de hejmara kursiyan derket 325 û ya jinan jî li gorî vê rêjeyê gihîşt 83 kursiyan. Di sala 2014’an de 83 jin li gorî sîstema kotayê û beşek jî derveyî kotaya hatiye diyarkirin hatin hil-

74

jin

Diclepress13@gmail.com

bijartin. Di sala 2018’an de jî ji 329 kursiyan, 84 jê jinbûn. Hinek ji wan bi dengên xwe û serbixwe, hinek jî li gorî kotayê hatin hilbijartin. Parêzgehên Iraqê niha li ser 83 baznên hilbijartinê hatine dabeşkirin. Ji bo her 100 hezar kesî parlementerek tê hilbijartin. Li gorî vêya di vê her bazineke hilbijartinê li gorî niştecihên wê herêmê herî kêm kursiyek ji bo jinan veqetîne. Eger li her herêmeke hilbijartinê kursiyek jî bê dayîn, bi giştî divê li Encûmena Nûneran a Iraqê 83 parlementerên jin hebe, ancax niha 78 parlemente hene. Daxwazên jinan çine? Di gelek xwepêşdanên Iraqê de jin bi dirûşmên, ”Em nîvê civakê ne” daketine qadê û daxwaza bi awayeke çalak tevlî rêveberiya welat bûyîn dikin. Heta li gorî nûçeyên ku di ragihandinên biyanî û yên Iraqê de

derketine, jinên li Başûrê Iraqê kotaya cins kêm dibînin, li gorî nifûsê ku jin nîvê civakê pêktînin, daxwaza nûnertiya wekhev di hemû demû dezgehên rêveberî û dewletê de dikin. Heta di hinek çalakiyan de jin daxwaz kirine jin jî bibin Serokkomar, Serokwezîr û Seroka parlementoyê. Di xwepêşandanên gelên Iraqê ya dijî siyaseta xwe dispêre derve, nabe çareserî, mezhebî û gendel de, jin jî bi awayeke çalak beşdarî xwepêşandanan bûn û diyar kirin tevî ku gelek mêr heq nakin jî di asta jor ya dewletê de erk bigirin, erk ji bo wan tê dayîn, çima ji bo jinan nayê dayîn? Jinên Iraqî dibe vê pirsê di salên pêş de bidengeke xurttir û bihêztir bînin ziman û bi bandora têkoşîna jinê serî li ber desthilatdariya mêr û dewletê rakin.

..........








Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.