6 minute read
KAzO LI GUNDÊ ÊRMANIS DI NAVA MALBATEKE CO-TyAR DA HATIyE DINE
HUnERMEnD KAZO Û QÊRÎnÊn WÎ KAZOLI gUnDÊ ÊRMAnISDI nAVAMALbAtEKECOtyARDAHAtIyEDInÊ
A: Kakshar Oremar
Advertisement
Salên dirêjin ku ez Kaziyê dengbilind dinasim. Ji nifşê wan dengbêjên Kurdistanê ye ku di dema xwe de xizmeteke mezin ji hunera Kurdî re kirine. Dema mirov ji nêzve rastî Kazo tê biqasî ku dengê wî bilinde ewqas jî nefs nizim, sade û dûr jî hemû pozbilindiyên hinek himpîşeyên xwe mirovekî camêre. Mêvan perweriya wî li rex suhbeteke germ û tije dersên fêrbûnê dike ku mirov bizanîbe ew layîqî qedirnasiyeke mezine. Kazo li rex kar û çalakiyên xwe yên hunerî keç û kurên xwe jî anîne nava qada hunerê. Heta carna tevî hevjîna xwe jî stranên duqolî gotine. Çiqas ku navdarî ber bi wî ve hat, ewî jî sadebûn û tewazû kirin du rûkinên bingehîn yên jiyana xwe. Cara yekê dema ez li Urmiyê bûm min bi rêya kasêteke Hunerkomê a VHS di festîvala Aştiyê li bajarê Kölnê / Almaniya deng û hunera Kazo û koma wî guhdar û temaşe kirin. Bi gotina gelek stran û bitaybetî jî Mîlîtano wî karî bi dengê xwe yê zelel û tije heybet dehan hezar kesan rake ser piyan. Stadyuma mezin a fotobolê hejand û êdî dengê wî ji riha min derneket. Heya roja îro ew di qada xebatên xwe yên hunerî da bêrawestan dixebite. Van rojên dawiyê mamosta Kazo hinek nesaxe û bi çêbûna rewşa dawiyê li bakurê Kurdistanê re gelek astengîyên jiyanê ji wan re jî hatine pêş, lê îrade û xwezîyên wî weke gulên meha adarê bedew û bêhin xweşin. Em deyndarên wan hunermendên Kurdin ku bi çalakiyên xwe re kêm-zêde li kêleka derd û elemên gelê xwe bûne. Nivîsa jêr weke dilopek ji deryayekê nêrînên min li ser mamostayê hêja hunermend Kazo ne ku min bi pêwîst zanî li gel dilxwazên hunera Kurdî û we hevalên xwe yên hêja jî parve bikim.
JI BAJARÊ WANÊ HEYA HEMÛ KURDISTANÊ Bajarê Wanê li bakurê Kurdistanê ji hêlekê bi dîroka xwe ya dêrîn cihawerekî kevnar yê bajarvaniya Kurdan û komên din yên etnîkî bûye ku hêşta jî şûnewarên wan li herêmê mane, ji hêla din jî bi çiyayên bilind, çemên pirav, zozanên rengîn û gelî û newalên kûr xwedî edingariyeke dewlemend, çand û hunera wira jî xwedî nasna
meyeke Kurdî a resne. Ji kelheyên dêrîn, dêr û mizheftên bajar bigire heya folklor û dengbêjiya Kurdên wira, çanda gel xwedî gelek dewlemendiyên çend lik û şaxên ji hev cuda ye. Dengbêj Kazo di demeke kêm da karî deng û awazên xwe ji Wanê belavî hemû Kurdistana mezin bike. Êdî îro ew navekî naskirî yê qada hunera Kurdî ye.
ZAROKEK JI ÊRMANIS
Kazo sala 1950an li gundê Êrmanis di nava malbateke cotyar da hatiye dinê û salên zarotiyê li wira derbas kirine. Yek ji kesên ku di medereseyên dengbêjiya Serheda bakurê Kurdistanê da piştî Reso, Ferzê, Hecî Ebdulkerîm, Şakiro û Huseyno xwedî nav û dengekî naskirî ye, hunermendê navdar KAZO ye. Ew bi dengê xwe yê bilind û zelal dikeve nava refa dengbêjên herêma xwe, lê kesê yekê ye ku di vê xwendingehê de stranên di xana hunera pirotestoyî de jî gotine. Ji stranên govend û şahiyan bigire heya beytbêjî, vegotina destan û stranên şoreşgerî mamosta KAZO navekî naskirî yê cihana hunera Kurdî ye. Dema ji salên 1960an û şûnde dest bi karê strangotinê kir Kazoyê dengbêj û xweşxwan nekete bin bandora hunera wan kesên ku ketibûn pey rêbaza asîmîlaysoyê. Yanî kesên weke Celel Gûzelses( 1899- 1959 ) ku li dijî miletê xwe ew xebata çewt dabûn destpêkirin û pêre jî Nurî Sesigûzel, Ibo Tatlîses û Holiya Efşar ketibû ser wê rêyê û li hemberî doza gelê xwe ketibûn xizmeta sîstema serdest a înkarker û dagîrker li bakurê Kurdistanê. Wan salan ew bi dengekî bilind yek ji evîndarên muzîk, ziman û stranên Kurdî yên kilasîk bû. Şêxê Delal, Befir barî, Eyşa Elî, Xanloyê, Hesen Axa, Were domam, Xezal û sedan stranên din ew berhemin ku hunermend Kazo bi dengê xwe tama wan bêtir daye eşkere kirin. Bi destpêka salên 1990an re û pêngavên nû yên bizava azadiyê li bakurê Kurdistanê Koma Şîrwan yek ji komên herî pirkar bû ku serkêşiya wê hunermend Kazo dikir. Endamên komê: Dengbêj Kazo, Fatê, Rêzan Şîrwan, Emrah Derwêş, Dicle û Botan ne. BotanWan salan ew bi berhemên xweş û kêmbihîstî zû ketin nava dilê civakê û stranên wan pir hatin guhdarkirin. Albûmên komê li jêr navên weke: Şuşa Dila, Pîrbûn, Mendo, Wey Şivano, Hoy Reşo, Rê dûre, Lawikê Gundî, Bablekan, Namê Silê, Sîpan Xelatê, Şêxê Canê û hwd dehan stranên siyasî û folklorîk girtine nava xwe û bi germî hatin pêşwazî kirin. Di wan salan de strana Milîtano bi hezeke mezin ji hêla milyonha kesan ve hate pêşwazîkirin:” Xwendevan û zana bî, qelem li dest mamosta bî Çek bi destan pêşmerge bî, mirin hebî rew(v) tunebî Mîlîtano, mîlîtano, milîtan, milîtan... milîtna milîtan Kurdistanm dayîk heyran simbêl qeytan milîtano... “. Salên ku Kazo tevî birayê xwe yê mezin Kemalê Xanê dest bi stran gotinê dike, carna hinek kes ji civakê li hemberî wan disekinin, lê heza wan ji amûrên muzîkê yên weke tenbûrê nahêle ku agirê evîna wan a ji hunerê re bê temirandin. Hunermend Kazo çend caran li ser çend pêvajoyên jiyana xwe ji min re axivîye ku yê di proja min a li jêr Navdarên Kurd da li dor mijarên jêr cih bigire: Jiyan û serbihûrî, Çûyîna leşkeriyê û huner, Ber bi cihana dengbêjî û hunerê ve, Dengbêjên efsaneyî û mercên giran, Raman û nêrîinên hunerî, Berhemên hunerî, Xwezî, bîranîn û hesretên jiyanê, Nêrîna dengbêj Kazo li ser Simkoyê Şikak, Kela Dimdim û stranên ku bihîstina çîroka wan a devkî ji zimanê wî bixwe mirovan bi naverok û gelek rastiyên dîrokî li ser hunera Kurdî dihesîne.
BERHEMÊN HUNERÎ
Salên ku Kazo tevî birayê xwe yê mezin Kemalê Xanê dest bi stran gotinê dike, carna hinek kes ji civakê li hemberî wan disekinin, lê heza wan ji amûrên muzîkê yên weke tenbûrê nahêle ku agirê evîna wan a ji hunerê re bê temirandin. Dengbêj Kazo ku xwedî sedan stranên cûr bi cure, carna bi stranekê him hinek xemên dîroka tije rabûn û ketinê li Kurdistanê bi bîra me tîne û him jî navên pîroz yên rêber û şoreşgerên Kurdistanê di tabloyê straneke xwe de radixîne ber çavan. Strana Ey Felek yek ji wan stranên xwedî peyamên Kurdistanî ye. Dengbêj Kazo ku xwedî sedan stranên cûr bi cûre, carna bi stranekê him hinek xemên dîroka tije rabûn û ketinê li Kurdistanê bi bîra me tîne û him jî navên pîroz yên rêber û şoreşgerên Kurdistanê di tabloyê straneke xwe de radixîne ber çavan. Strana Ey Felek yek ji wan stranên xwedî peyamên Kurdistanî ye.
GAZÎ Û HAWARÊN KAZO
Biqasî ku wî kariye xwestiye bi hemû zaravên zimanê Kurdî bistire. qêrînên wî carna xweziyên dengbêjan bi bîra me tîne û carna jî gazî û hewarên Kazo li ser doza Kurd û Kurdistanê ne. Ew li ser merc û awayê afirandina strana Kurdî a protesto xwedî nêrînên dewlemende:” Rewşa Kurd û Kurdistanê me neçar dike ku em li ser êşên miletê xwe strana bibêjin. Ev karê ji sedan sal berê da nifiş bi nifiş hatiye û niha jî li ber me ye. Ma dema Şakiro, Evdalê Zeynê, Şeroyê Biro û her weke din gelek kesan li ser derdên bindestiya gelê xwe stran gotine, Kazo çawa nebêje?! Qedera me ji qedera miletên cîran cuda ye, hingî naveroka stranên me û mesela Farsan jî yê weke hev nebe, çimkî em bindestin. Ez çawa li ser Şêx Seîd, Barzanî, Öcalan û yên din nestirêm?! Min Ey Felek hingî çêkir û got dema ku min rûpelên dîroka Kurdistanê hildan û xwendin,... ê bandor li ser hestên min danî û min hema dît destê min li ser kazê şemitî û “ Ey Felek “ hate afirandin....”.