Diclepress13@gmail.com
çand
35
HEJMAR 21
2021/3/30
SAL 4
KOVAR DICLE
HUNERMEND KAZO Û QÊRÎNÊN WÎ
Kazo li gundê Êrmanis di nava malbateke cotyar da hatiye dinê
A: Kakshar Oremar Salên dirêjin ku ez Kaziyê dengbilind dinasim. Ji nifşê wan dengbêjên Kurdistanê ye ku di dema xwe de xizmeteke mezin ji hunera Kurdî re kirine. Dema mirov ji nêzve rastî Kazo tê biqasî ku dengê wî bilinde ewqas jî nefs nizim, sade û dûr jî hemû pozbilindiyên hinek himpîşeyên xwe mirovekî camêre. Mêvan perweriya wî li rex suhbeteke germ û tije dersên fêrbûnê dike ku mirov bizanîbe ew layîqî qedirnasiyeke mezine. Kazo li rex kar û çalakiyên xwe yên hunerî keç û kurên xwe jî anîne nava qada hunerê. Heta carna tevî hevjîna xwe jî stranên duqolî gotine. Çiqas ku navdarî ber bi wî ve hat, ewî jî sadebûn û tewazû kirin du rûkinên bingehîn
yên jiyana xwe. Cara yekê dema ez li Urmiyê bûm min bi rêya kasêteke Hunerkomê a VHS di festîvala Aştiyê li bajarê Kölnê / Almaniya deng û hunera Kazo û koma wî guhdar û temaşe kirin. Bi gotina gelek stran û bitaybetî jî Mîlîtano wî karî bi dengê xwe yê zelel û tije heybet dehan hezar kesan rake ser piyan. Stadyuma mezin a fotobolê hejand û êdî dengê wî ji riha min derneket. Heya roja îro ew di qada xebatên xwe yên hunerî da bêrawestan dixebite. Van rojên dawiyê mamosta Kazo hinek nesaxe û bi çêbûna rewşa dawiyê li bakurê Kurdistanê re gelek astengîyên jiyanê ji wan re jî hatine pêş, lê îrade û xwezîyên wî weke gulên meha adarê bedew û bêhin xweşin. Em deyndarên wan hunermendên
Kurdin ku bi çalakiyên xwe re kêm-zêde li kêleka derd û elemên gelê xwe bûne. Nivîsa jêr weke dilopek ji deryayekê nêrînên min li ser mamostayê hêja hunermend Kazo ne ku min bi pêwîst zanî li gel dilxwazên hunera Kurdî û we hevalên xwe yên hêja jî parve bikim. JI BAJARÊ WANÊ HEYA HEMÛ KURDISTANÊ Bajarê Wanê li bakurê Kurdistanê ji hêlekê bi dîroka xwe ya dêrîn cihawerekî kevnar yê bajarvaniya Kurdan û komên din yên etnîkî bûye ku hêşta jî şûnewarên wan li herêmê mane, ji hêla din jî bi çiyayên bilind, çemên pirav, zozanên rengîn û gelî û newalên kûr xwedî edingariyeke dewlemend, çand û hunera wira jî xwedî nasna