kovara dicle beşî kurdî latînî hejmara 22

Page 1

Sal 4

2021/5/30

Hejmar 22 Diclepress13@gmail.com

MXDŞ:

Ji devê zarokekî çîroka Kûmê

Em ji gefan mezintir in

Di temenê xwe yê sadsale de 6 ferman derbas kiriye


ş: Xidir Murad Îdo(Xidir Hebabî)


DICLE Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 22 GULLAN : 2021

DI VÊ HIJMARÊ DE Îradeya şengaliyan bi ser ket?! Cennet-xweda, hebûnên mucered ên xwezayê ne ÊZDÎ Û ŞENGAL KEREMÊ SEYAD(1938 - 2021) Ji devê zarokekî çîroka Kûmê ŞERÊ TAYBET BI RÊYA OLPERESTÎ Vîtamîn û Mîneralên Sereke Li ser destê frensiya ava buye BERXWEDAN ZIMANÊ HEBÛN Û GERDÛNÊ YE Çavek Li Ser Ola Ezdahî(Êzîdatî) XuŞka min li Tirkiyê ye Em ji gefan mezintir in Ling dimeŞ e û çav ditirsê Eskerê Boyîk xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye Jinên Şengalê xwe ji bo parastina Êzîdxanê amade dikin Armacna Hewlêr-Bexda dûbarekirina komkujiyên li ser Şengalê ye Şehîd Genco Hewlerî xwedî rihêkî NîŞtimanî Bu Şengal li hember peymanan e…çi qewimî û çi diqewime? Di temenê xwe yê sadsale de 6 ferman derbas kiriye Peymana Şengalê digihîje Rêya ArêmûŞê Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û AvaŞînê çi ye? BAYIK: Armanca Iraq – pdk ê belavkirina sîstima civakî ya êzîdiya ye

Xwediyê Kovarê û Rêvebera weşanê:

4 5 13 16 20 24 29 32 34 38 39 41 46 48 58 60 62 63 68 71 74 76

Faris Herbo Xidir Cigirê Rêveberê weşanê:

Sikran Ridînî Meshuc el.şemerî Berpirsê weşanê:

Azad Ebdal kirêt Desteya Weşanê:

- Xelîl Murad Şilo - Omran Sekran Ridînî - Îbrahîm Emo Kiçî Sepandin û Derhênerî:

Qasim Xelif Abdulla Navîşan:

Şengal -SincarTel: 07504197663 07500496100

E. mail: Diclepress13@gmail.com

Hejmara Roxstgirtin Li Sendîkaya Rojnamevanî îraqî

1773


Ji Edîtor

Îradeya şengaliyan bi ser ket?!

Xwendevanên hêja!

Her çiqasî êzîdî û şengaliya di îrade buna xweser

de bi israr bin ewqasî jî divê di bendê êriş û pilanan de jî bin. Di îraqê de salêk bi ser serok wezîrtiya mistefa kazimî jî derbas bu. Kazimî jî mîna hempîşeyên xwe ya berê çiqasî jî hewl dabê kû çareseriyêkî ji arîşeyên îraqê peyda bike jî, lê di piratîkê de rewişa îraqê ji ya pêşiya kazimî pir baştir nîne û divê kû xirabtir jî bê. Bi taybetî jî di hember gelê me ya êzîdî nizîkbun û ferast mîna berêye û hewldana wan jî ewe kû êzîdî û civaka şengalê wekî berê rêve bibin û di hemî aliyan de xwe di ser civaka me de ferz bikin. Ev hewldana wan di piratîkê de çiqasî pêk hatiye û pêk nehatiye ev gotinêkî diye, lê di eyneka kû me xwe têde dibînin tê xweya kirin û dewleta îraqê û deselatdaryetiya navendî ji ferastêkî dimokratîk û azadîxwaz û wekhev pir durin û berovajî vê yekê jî

hewldana wan ewe kû di demê pêşde jî hikumetêkî navandî a bihêz pêkbînin, ji neha ve sitarta vê yekê lê xistine û banga vê yekê dikin, aliyên kû beşdarî helbijartina demê pêş ya parlemanê îraqê bibin vê yekê radixe pêş çava, ji ber vê yekê metirsiya ser civaka me bi dawî nehatiye, raste gelê me di hember rêketina îraq – pdk ê kû hewl dan îradeya gelê me teslîm bigrin û pergala xwerêveberiyê ji hev belav bikin seknêkî xûrt nîşan dan, civak bi hemî pêkhateyên xwe, bi sazî û genc û jin û mezinin xwe dengê nerazîbunê biland kirin û îradeyêkî hevgirtî nîşanê dost û neyara dan, lê car din pilangerî û metirsiyên ser civaka me ji holê nehatiye rakirin û hêj metirsî jî berdewamê, mirov dikarê bibêje kingî xwerêveberiya civaka me bi awayêkî fermî hate pejrandin, hêza xweparstina me û asayêşa me hate misogerkirin û erêkin û me xwe bi xwe ve rêve bir, vê demê dikarîn bibêjîn em serketine, civaka me dikarê bi awayêî azad bijî û bi vê azadiya xwe ya xweser jî rêzê ji pêkvejiyana dimokratîk a derdora xwe jî bigrê. Aliyen îraqê û hewlêr ê qala vê yekê dikin kû hezin hevbeş cardin di xetê made 140 bi cih bikin, di aliyêkî dî her roje çeteyên daîş ê çalakiyan li dar dixin û gefê ji civakê dixwen, dewleta tirk bi êrişa xwe li ser gelê me, hemî destketiyên me kirye armanca xwe û hewl dide xwe di musil û kerkukê de bi cih bike, hêzin navdewletî xwe ker û kur kirye û dengêk ji wane dernakevê, ev hemî metirsiyên cidîne. Ji ber wan sebeba di neha de tenê yek rê di pêşiya me ye, ev jî berxwedan û bi hêzkirina hêzin parastinê civakî û bi hêzî kirina rêveberiya xwe û aktîvkirina wê ye. Divê gelê me baweriya bi îradeya xwe hebê, di civaka xwe vegerê û cih û warê xwe jî avedan bike.

..........


Diclepress13@gmail.com

Fikrî

5

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

VEGER LI EKOLOJIYA CIVAKÎ

Cennet-xweda, hebûnên muccered ên xwezayê ne

Bi

krîza sîstema civakî re krîza ekolojîk jî kûr dibe. Em dikarin di destpêka şaristaniyê de li kokên vê krîzê bigerin û ev rêyeke rast e. Bi zêdebûna serdestiya di nav civakê de xerîbketina mirov ji bo mirov jî zêde bû û pêre mirov bi xwezayê re jî xerîb ket. Her du di zikhev de pêk hatin. Civak di cewherê xwe de rastiyeke ekolojîk e. Mebest ji ekolojiyê; xwezaya biyolojîk û fizîkî ye ku di pêkhatinê de civak xwe dispêrê. Têkiliya di navbera pêkhatina fizîkî û pêkhatina biyolojîk a dunyayê de roj bi roj rohnîtir dibe. Yek ji qada zanist tê de serketî ye, ev qad e. Bi awayekî ilmî analîz tê kirin ku jiyanê di nav avê de dest pê kiriye, ji wir derbasî bejahî û reşahiyê bûye. Cureyên nebat û heywanên destpêkê bi awayekî sînor jê re gengaz nabe were danîn, cihêreng dibin û pêş dikevin. Hawîrdora biyolo-

jîk û fizîkî ya cureyê mirov dikare rabigire, li gorî van pêşketinan tê ravekirin. Yek ji faraziyeyên tê kirin, cureyê mirov bi giştî di cîhana ruhberan de û bi taybetî jî di cîhana heywanan de xeleka dawî ya tekamul û beridandinê ye. Ders û encama em dikarin jê vê bigirin ev e; cureyê mirov nikare sererast bijî. Eger li gorî xelekên tekamul û beridandinê tevbigere dikare hebûna xwe dewam bike. Eger mafên tekamul û beridandinê yên xwe dispêrinê xira bike, dikare bi tevahî hebûna xwe ya biyolojîk ji holê rake û bibe sedem ku cureyê mirov nikaribe hebûna xwe dewam bike. Yekparebûna tekamulê ya di nav xwezayê de ji texmînan wêdetir, bi awayekî ilmî tespît bûye ku xwe dispêre têkiliya beramber a cureyan. Eger têkiliya beramber a di navbera cure û celeban de qut bibe, wê ji xelekên

Abdulla ocellan

tekamulê jî veqetînên mezin bibin û ev yekê jî pirsgirêka dewam û îdameya gelek cureyan derbixîne holê. Li hemberî vê rastiya ilmî, eger pirsgirêka ku şaristaniyê afirandiye neyê çareserkirin û tedbîr neyê wergirtin, ji zû ve çirkînî bi deriyê cehennemê ketiye. Ji ber ku şaristanî xwe dispêre zordarî û cehaletê, -ya rastîn derewkariya mecbûrî- rê li ber pirsgirêkê vedike. Wexta hiyarerşî û dewlet pêk tên, ji bo hebûna xwe mayînde bikin, tenê xwe naspêrin zordariyê, ji bo çîroka rastiyê veşêrin jî serî li durûtî û derewê didin. Serdestiya îqtîdarê, serdestiya zêhniyetê jî ferz dike. Eger zêhniyet jî hebûneke li derveyî rastiyê karibe bide qebûlkirin dikare hebûna îqtîdarê misoger bike. Aliyê îqtîdarê yê darê zorê her tim aliyê îqtîdarê yê hêza nerm zêhniyetê li


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

ser piyan digire û serwer dike. Ev aliyê zêhniyetê bi xwe re mirov li hemberî xwezayê xerîb dixîne yan jî ji bo xerîbketinê bingeh amade dike. Heta ku têkilî û tayê bi civaka komîn re were înkarkirin û di şûna wê de hêzên dewletê û hiyarerşiyê yên ji rêderketî esas bêne dîtin, wê di zêhniyetê de ta û têkiliya bi xwezayê re were ji bîr kirin. Her mezin-bûna şaristaniyê ya li ser vî zemînê xwe spartiyê, wê hê zêdetir bibe sedema veqetî-

6

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

na ji xwezayê û wê bi xirakirina hawîrdorê xwe nîşan bide. Çavên hêzên şaristaniyê wê êdî mecbûriyetên xwezayê nebînin. Ji ber ku tebeqa jêr a wan xwedî dike her tiştî ji wan re amade pêşkêş dike. Utopyayên cennet-xwedayetiyê yên di pirtûkên pîroz de wek hêzên destpêkê yên şaristaniyê mîtolojiyên Sumeran, li ser vê rastiyê, li hev anîn. Wek qalibên zêhniyetê yên bingehîn li zêhniyeta mirovê di serdema zarokatiyê

de hatiye kolan. Cennet-xweda, hebûnên muccered ên xwezayê ne. Bi awayekî hînê rastir, di şûna xwezaya rastîn de cîhanên sexte ne ku hêzên îqtîdarê li hev hûnane. Cewherê wê jî ev e; “ewê dibin xwedê li cennetê bijîn.” Versiyona duyemîn; “Siltanên siya xwedê, mîna di cennetê de bijîn.” Versiyona sêyemîn; “mirovê kedxwar mîna di cennetê de bijî.” Ev qalibên zêhniyetê ku wek fermanên îlahî li ser civakê hatin


Diclepress13@gmail.com

Fikrî

7

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Ji ber ku civaka kapîtalîst wexta pêk hatiye exlaq înkar kiriye, pêwîst e wexta civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya cinsiyetê were avakirin, tevger bi teorîk-etîk û pratîk-exlaqê ve wek prensîb û helwesteke dest jê nabe girêdayî be ferzkirin, “dayika xwezayê” dan ji bîrkirin. Hê zêdegaviyê dikin û bi gotinên ferazî yên wek “xwezaya hov, xwezaya kor, xwezaya divê stû lê were tewandin” civakê hînê zêdetir li hemberî xwezayê xerîb dixînin. Hêza îqtîdarê ya bi van derew û zordariya xwe jiyaneke antî-xwezayê ferz dike, bingehê pirsgirêkên ekolojîk e. Çendîn rola xwezayê di jiyanê de hat înkarkirin û di şûna wê de fîgurên qelp ên dînî û afirîneran hat bi cihki-

rin, xweza jî hêdî hêdî wergeriya “hêzeke kor.” Vê zêhniyetê ku heta roja me îro jî bandora xwe kiriye, yek ji sedemên bingehîn e, nehîştiye zanist pêş bikeve. Eger hêzên xwezayê objektîf werin tarîfkirin zanist dikare pêş bikeve. Sîstemeke baweriyê ya her tiştî bi cin, perî û xweda ve girê bide, wê ti car nikaribe mane bide hûnan û tevneke mîna xwezayê. Ewê bi israr destnîşan bikin ku hemû xwezaya biyolojîk û fizîkî ji aliyê

têgîneke mucered xwedê ve hatiye afirandin û bi vî awayî xwe ji zanistê vedizin. Me pir baş dît, yekemîn tebeqeya mêtinger ji bo hebûna xwe rewa bike zêhniyeta xwedayê mucered diafirîne. Tehlûkeya vê zêhniyetê tenê ew nîne ku mirovan wek ebdkole bi xwe ve girê dide, her wisa ji rastiyê qut dike. Têkilî û tayê zîhna mirov ê bi xwezayê re dibirre, xerîb û biyanî dike. Xwezaya dayik şûna xwe ji xwezaya zalim re di-


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

hêle. Hem jî ji aliyê zalimên rastîn ve. Wexta mirov di nava dîrokê de çav li rawestgeh û qonaxên vê zêhniyetê digerîne, mirov vedilîze û matmayî dibe. Di dema împaratoriya Romayê de mirov û hey-wanên dirinde berdidan hev. Ev berhemê vê zêhniyetê bûn. Eleqeya bi cîhana hemû nebat û heywanan re qut dike, dunyayê reş û tarî dike. Ev rewş têkiliya wê bi kiryarên zalimane yê hêza îqtîdarê re heye. Ya rastîn, berdana hevdu ya mirov û heywanên dirinde, xerîb-xistina ji xwezayê sembolîze dike. Di serdema feodalîzmê de dunya xaneke ku divê berî gavekê were terikandin. Heta cihekî bi qirêj e, mirov dixîne guneh û bi xwe ve girê dide. Li hemberî meznahiya xwedê ma çi qîmeta xwezayê heye. Berê gavekê terikandina xweza û dunyayê bûye hedefek bawermendwarî. Lê li tebeqa jor jiyan bi awayekî cennetwarî bi hezar reng û tamên xwe dewam dike. Em wexta dibêjin ji rêderketina zêhniyetê, em vê falsîfîkasyonê(belovajîkirinê) destnîşan dikin. Di bingehê paşvemayîna civakên Rojhilata Navîn de ev zêhniyeta ji rêderketî ya hezar salan radizê. Tayê zêhniyeta mirov ê ji xwezayê qutbûyî di cewherê xwe de bi Ronesansê ji nû ve pê ve hat kirin. Ronesansê şoreşa zêhniyetê li ser zindîbûn, hilberîn û pîrozbûna xwezayê pêş de bir. ‘Çi heye di xwezayê de heye’ kir hîmê baweriya xwe. Bedewî û xweşikbûna xwezayê bi huner baş nîşan da. Bi helwesteke zanistî çirkînî bi de¬riyê sînorên xwezayê xist. Bi tevahî naskirina mirov wek wezîfeyên huner û zanistê hes

8

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

Sîstema civakî ye ku ev parçeyê xwezayê yê herî pêşketî bi xwezayê re dixe nav rewşke bi nakok. Bi vî awayî jî anormaltî û dijbertiya bi xwezayê re ya sîstema civakî eşkere dibe

iband. Vê guhertina di zêhniyetê de serdema nû afirand. Berovajî yeqîn û texmînan, civaka kapîtalîst encameke xwezayî ya vê pêvajoyê nîne. Kapîtalîzmê ev pêvajo ji rê derxist û paş ve xist. Rêbazên ku mêtingeriya mirov pêş de biribûn tevî îstîsmara xwezayê meşandin. Serdestiya li mirov bi serdestiya li xwezayê gihîşt hevdu. Êrîşa herî dijwar li dijî xwezayê da destpêkirin. Bêyî li ti pîrozbûn, zindîbûn û mêzîna xwezayê bifikire, îstîs-

markirina wê wek wezîfeyeke şoreşgerane fêm kir. Pîrozbûn ku her çend berê belovajî bû jî, bi tevahî di zêhniyetan de kor kir. Bêyî ku bibe xwediyê çi tirs û fikarê, her cure bi karanîna li ser xwezayê ji xwe re heq û maf qebûl kir. Di encamê de krîza civakî û ya hawîrdorê xwe gîhandin hevdu. Cewherê sîstemê çawa krîza civakî gîhand neqeba kaosê, felaketên hawîrdor jî dijîn, dest pê kirin îşaretên SOS didin. Bajarên mîna kan¬serê mezin dibin, hewaya qirêj dibe, tebeqeya ozonê ya qulbûyî, qonax bi qonax kêmbûna cureyên nebat û heywanan, talankirina daristanan, gemarbûna çeman, li her deverê bilindbûna girikên sergo û gelaşê, kêmbûna avên nişmî, pirbûna bê kontrol a şêniyan, êdî xweza jî tevî kaosê rakir serhildanê. Ji ber hêrsa kar fikir nayê kirin ku wê ev dunya me karibe çiqas bajar, mirov, fabrîke, maşînên ragihandinê, maddeyên sentetîk, hewa û ava qirêj rake. Ev bûyerên neyênî çarenûs nînin. Ji ber ku di destê îqtîdarê de zanist û teknîk bê mêzîn tê xebitandin, em bi vê encamê re rûbirû ne. Bêguman em nikarin ji pêvajoyê zanist û teknîkê berpirsiyar bibînin. Jixwe zanist û teknîk bi serê xwe jî nikarin rol bilîzin. Li gorî taybetiyên hêzên sîstema civakê dikarin rola xwe bi cih bînin. Dikarin xwezayê hilweşînin û dikarin xwezayê bedew jî bikin. Pirsgirêk bi tevahî civakî ye. Di navbera asta zanistteknîkê û standartê jiyana piraniya mirovan de nakokiyek heye. Ji ber berjewendiyên hindikayiyek li ser zanist û teknîkê serdest in, em bi vê rewşê re rûbirû dimînin. Di sîstema civaka xwezayî û de-


Diclepress13@gmail.com

mokratîk de rola zanist û teknîkê bilîze ekolojîk e. Ekolojî bi xwe jî ilmek e. Zanisteke têkiliya civakê bi hawîrdorê re lêkolîn dike. Tevî ku ilmekî nû ye, her ku diçe bi hemû ilman re di zikhev de ji bo li dawî hiştina nakokiya civakê bi xwezayê re wê roleke pêşeng bilîze. Têgihîştin û serwextbûna li hawîrdorê her çend bi sînor bi pêş de diçe jî wê bi ekolojiyê re bibe pêngaveke mezin a şoreşê. Di civaka seretayî ya komîn de têkiliya xwezayê bi civakê re mîna têkiliya zarok bi dayikê re ye. Civak xwezayê zindî dibîne. Mîna pîvaneke bingehîn a dînî, ji bo li dijî wê nebe, guneh li

Fikrî

hemberî wê neke tevdigere. Dînê xwezayê, dînê civaka seretayî ya komîn e. Di pêkhatina civakê de nakokî û anormaltiyeke xwezayî nîne. Fel¬sefe bi xwe, mirov wek “xwezaya li xwe hayil dibe” rave dike. Mirov di cewherê xwe de parçeyê herî pêşketî yê xwezayê ye. Sîstema civakî ye ku ev parçeyê xwezayê yê herî pêşketî bi xwezayê re dixe nav rewşke bi nakok. Bi vî awayî jî anormaltî û dijbertiya bi xwezayê re ya sîstema civakî eşkere dibe. Ev sîstem, mirovê ku bi xwezayê re bi coş û şahiyeke cejin û roşanan - jixwe cejin û roşan rojên bi bereket ên yekîtiya bi

9

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

xwezayê re îfade dikin - bûye yek, dike bela serê xwezayê, wê wextê ev rastî ispat dike ku sîstema civakî çiqas bûye bela. Yekparebûna bi xwezaya hawîrdorê re ne tenê di warê aborî û civakî de ye. Ji aliyê felsefîk ve jî xweza hewes û arzûyek e, divê mirov lê serwext bibe. Ya rastîn ev danûstendineke beramberî hevdu ye. Xweza her dibe mirov, meraqa xwe ya mezin û hêza xwe ya afirandinê ispat dike. Mirov jî her ku li xwezayê -balkêş e, Sumerî azadiyê(amargî) wek vegera li dayikê(xwezayê) fêm dikin- serwext dibe li xwe hayil dibe. Di navbera herduyan de têkiliya


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

aşiq û maşûq heye. Ev macerayeke mezin a eşqê ye. Xirakirin, veqetandin bi gotineke dînî belkî jî gunehê herî mezin e. Ji lewra, ji wê hêjatir hê-zeke maneyê nayê afirandin. Ji ber ku bi mijarê ve ye, dabaşa xwîn-dîtina jinê xwe careke din di vir de dide hiskirin. Xwîn herikîna ji malzaroka jinê hem dûrketina wê ya ji xwezayê û hem jî hatina wê ya ji xwezayê îşaret dike. Bi vî awayî aliyê balkêş ê şîroveya me ya di vî warî de xwe li vir dide hiskirin. Xwezabûna jinê bi hatina wê ya ji xwezayê re têkildar e. Balkêşiya wê ya esrarengîn jî bi vê rastiyê manîdar dibe. Çi sîstema civakê ya mirov bi

10

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

xwezayê re negihîne hevdu, aliyê wê exlaqî û rasyonel ê were parastin nîne. Sîstema herî zêde mirov bi xwezaya hawîrdorê dixe nakokiyê bi vê sedemê ji aliyê exlaqî û rasyonelîteyê ve li dawiyê tê hîştin. Ji vê tarîfa me ya kin jî baş tê fêmkirin ku têkiliya di navbera felaketa hawîrdorê û kaosa sîstema kapîtalîzmê de diyalektîk e. Lê nakokiyên bingehîn ên bi xwezayê re dikarin bi sîstemê gav bidin avêtin. Ji ber karektera nakokiyê wê tevgerên hawîrdorparêz bi serê xwe tenê nikaribin çareseriyê pêk bînin. Ji aliyê din ve, civakeke ekolojîk veguherîneke exlaqî jî ferz dike. Kapîtalîzm antî-

exlaqiyetê dikare bi helwesteke ekolojîk li dawiyê bihêle. Têkiliya exlaq-wijdan rûhiyeteke empatîk û sempatîk divê. Ev jî bi amadekariyeke baş a ekolojîk manîdar dibe. Ekolojî dostanî ye bi xwezayê re, baweriya bi dînê xwezayî ye. Bi vî awayî, xwe gîhandina hevdu ya civakeke organîk a xwezayê û têgihîştineke hişyar îfade dike. Pirsgirêkên pratîk ên jiyana ekolojîk têra xwe rojane ne. Ji bo rawestandina felaketên xwezaya hawîrdorê, pêwîst e gelek saziyên ku ji bo vê yekê hatine damezrandin hînê zêdetir werin xurtkirin û wisa bikin ku bibin mîna parçeyekî civaka demokratîk. Dîsa piştgiriya bi tevgerên jinê yên azadîxwaz û femînîst ji wezîfeyên pratîk ên li pêş in. Yek ji xebatên bingehîn ên demokratîk, divê têgihîştin û rêxistiniya di warê hawîrdorê de were xurtkirin. Wextekê çawa ji bo têgihîştina li çîn û netew kampanya dihatin lidarxistin, niha jî hewce ye, em ji bo têgihîştina li hawîrdor û demokrasiyê kampanyayan li dar bixin. Ji mafên heywanan bigirin heta parastina daristanan, divê em xwezayê ji nû ve şên bikin û vê yekê bikin parçeyekî ji çalakiyên civakê. Kesê-a berpirsiyariya xwe ya biyolojîk nebe, berpirsiyariya xwe ya civakî jî seqet e. Berpirsiyariyeke rastîn û manîdar ew e ku karibe têkiliya di navbera herduyan de bibîne. Di pêvajoyên pêş de divê xwezaya rût bigihîje daristanên mezin û bi nebatên cûrbecûr bixemile û heywan tê de belav bibin. Ji bo vê pêwîst e têkoşîneke mezin were meşandin û divê bimeşe. Mîna ku ji bo daristanan û şênbûnê şens were dayîn. Xuya ye, ji niha ve


Diclepress13@gmail.com

wê slogana “welatparêziya mezin avakirina daristanan û dardanîne” bibe yek ji sloganên hêja. Baş tê fêmkirin ku kesa-ê ji heywanan hez neke û nikaribe biparêze wê nikaribe ji mirovan hez bike û biparêze. Çendîn were fêmkirin ku heywan û nebat emanetî mirov in, wê qîmet û buhaya mirov jî qatekî din zêde bibe. Têgihîştineke civakî ya ji serwextbûna li ekolojiyê bêpar, mîna di rastiya sosyalîzma reel de jî hat dîtin, nikare xwe ji rizîn û jihevketinê xilas bike. Têgihîştina ekolojîk têgihîştineke bingehîn a îdeo-lojîk e. Mîna pireke di navbera exlaq û felsefeyê de ye. Polîtîka riz-garker a ji krîza hemdem, eger ekolojîk bibe, dikare bigihîne sîstemazîkirineke civakî. Mîna di pirsgirêka azadiya jinê de, di ça-reserkirina pirsgirêkên ekolojîk de jî têgihîştina îqtîdara dewletparêz a bavikanî di bin jiyaneke derengketî û şaşiyan de, xwediyê roleke bingehîn e. Çendîn femînîzm û ekolojî pêş bikeve, hemû mêzînên sîstema dewletparêz a bavikanî xira dibin. Têkoşîneke rastîn a sos-yalîzm û demokrasiyê çendîn di armancên xwe de azadiya jinê û rizgarkirina hawîrdorê hebe, dikare bibe yekpare û gelemperiyê himbêz bike. Jixwe têkoşîneke ev çend yekpare û gelemperî himbêz kiribe dikare bibe yek ji şêweyên manîdar ji bo derketina ji kaosa di rojevê de cih digire. Globalîzma sîstema kapîtalîzmê, bi sedema sîstema sosyalîst ji ber nakokiyên navxweyî di sala 1989an de têkçû, têra xwe ket sêye-mîn pêvajoya mezin a krîzkaosê. Sîstem bi pêşengiya DYE

Fikrî

11

Utopyayên cennet-xwedayetiyê yên di pirtûkên pîroz de wek hêzên destpêkê yên şaristaniyê mîtolojiyên Sumeran, li ser vê rastiyê, li hev anîn. Wek qalibên zêhniyetê yên bingehîn li zêhniyeta mirovê di serdema zarokatiyê de hatiye kolan. Cennet-xweda, hebûnên muccered ên xwezayê ne hewl dide bi “împaratoriya kaosê” îqtîdara xwe dewam bike. Împaratoriya kaosê ya DYE pêvajoyeke mîna ya jihevketina Romayê dijî. Tevî cihêwaziyên sîstema kapîtalîst ên divê werin zanîn. Welatên Yekîtiya Ewrûpayê ku xwe ji hegemonya DYE dûr digirin, bi hin argumanên bi sînor ên mafê mirovan û demokrasiyê li ber xwe didin û dixwazin komarên xwe yên li ser rêya kevneşopiyê û dewletên netewî bi-parêzin. Ji

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

ber ku globalîzebûna kapîtalîzmê li pêşiya netew-dewletan asteng e, YE neçar dihêle ber bi yekîtiyeke di ser netewan re biçe. Li pasîfîkê, sêyemîn hêzeke global bi pêşengiya Japonya û Çînê gengaz xuya nake. Tevî van welatan Rûsya, Brezîlya û hwd. zêdetir wê netew-dewletên xwe biparêzin. Gelek welatên dunyayê, netew û komên dewletan ku piştî 1945an li gorî mêzîna DYE-Sowyetê pir bi zehmetî modelên xwe yên netewdewlet li ser piyan digirtin, wê di çarçoveya împaratoriya kaosa DYE de zêdetir piçûk bibin; teng bibin; hinekî, yan jî bi temamî parçe bibin û ji nû ve ava bibin. Di serî de Rojhilata Navîn, Kafkas û Balkan, gelek herêm û dever vê pêvajoyê bi dijwarî dijîn. Împaratoriya kaosê ku bi vî awayî em jê re dikarin bibêjin sêyemîn şerê globalîzmê, ne tenê bi rêbazên eskerî û aborî tê rêvebirin. Ji wê jî zêdetir û diyarker bi şîrketên aboriyê û saziyên medyayê yên global tê rêvebirin. Şîrketên medya û aboriyê yên di asta cîhanîbûnê de civakan di warê zik û mejî de birçî dihêlin û bi hêsanî dikarin berê wan bidin cihê dixwazinê û bi kar bînin. Bi serweriya xwe ya zanist-teknolojîk hewl didin sîstema civaka kapîtalîst xurtkirî ji kaosê derbixînin, an ew nebe bi zirareke kêm û ew jî nebe bi avakirineke jinûve xilas bikin. Di kaosê de rêvebirin, parastin û bi guhertineke qismî dewama sîstemê bi rêbaz û helwestên berê nabe. Eger mirov helwest, kiryar, taktîk û stratejiyên nû yên DYE daniye ber xwe, bi taybetiyên pêvajoya kaosê re binirxîne wê hînê rastir bibe.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

Şêwazê komîn û demokratîk ku gelan di tevahiya dîrokê de nîşan dan, pêwîst e ji bo karibe ji kaosê derkeve xwe bi nûkirina taktîk û teoriyê xurt bike. Têgihîştina “çep” ya sosyalîzma reel a berê derxist holê û di dema nû de têgihîştina “çep”, “ekolojî” û tevegerên “femînîst”, Civînên Porto Allegre di wê qabîliyet û têgihîştinê de nînin ku karibin kaosê li dawiyê bihêlin û derbas bikin. Tevî van tevgeran hewce ye li ser perspektîfeke teorîk a giştî ya globalîst wek “civakeke ekolojîk, demokratîk û azadiya cinsiyetê” guftûgo were kirin û her wisa li ser awayên taktîkên herêmî û şêwazên çareseriyê danûstendineke xurt bibe. Wexta ev were kirin, yek ji şertê sereke ew e ku divê ji teorî û helwestên taktîk ên “dewletê xira dike yan jî îqtîdarê zevt dike” re “xatir” bixwaze. Heta têgihîştinên di navenda wan de dewlet heye û şêwazên rizgarîxwaz neyên terikandin, çawa ku di mînaka sosyalîzma reel de hate dîtin, wê nikaribin xwe xilas bikin ji bo bi awayekî xirab nebin xizmetkarê kapîtalîzmê. Dîsa bi şêwazê berê yên welat, netew, çîn û dîn li ser hîmê têgînên mucered û gulover bi slogan û bernameya rizgariya dewlet, sosyalîzm, netew, welat û dîn serhildan û rakirina gelan ji bo şer wê nikaribe bersivê bide daxwazên rastîn ên gelan ji bo azadî û wekheviyê. Eger bersivê bide jî wê nikaribe xwe xilas bike ji bo di nav kapîtalîzmê de nehele û wê xurt neke. Her tiştê di qonaxa nû ya kapîtalîzma global de, gel û komên gel pêk tînin, bi îrade û têgihîştin wê ji bo nasname û çanda xwe, li ser

12

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

çareseriyên herêmî û ji netewiyetê wêdetir lê bikolin û bi asta çalakî û rêxistiniya wan diyar bibe. Wek şaxên bingehîn ên rêveberiyên herêmî ji tevgerên şaredariya demokratîk heta komînên kolan û gundan, ji kooperatîfan heta rêxistinên berfireh ên civakî yên sivîl, ji mafên mirovan heta mafê heywan û zarokan, ji azadiya jinê heta rêxistiniya pêşeng a ciwan û ekolojiyê, divê bi tevin û toreke berfireh rêxistiniya civakê ya demokratîk were kirin, ji bo civakên bi vî rengî yên demokratîk, wek koordînatorê rêveber, îdeolojîk û teorîk, partiyên siyasî yên demokratîk werin damezrandin. Bêyî partiyên demokratîk û pêşdebirina îttîfaqan, pêkanîna civakeke demokratîk tewş e. Navenda siyaset û civaka demokratîk, divê di asta jor de xwe bi “kongreyên gel” tacîdar bikin û ev yek ji bo her gelî wezîfeyeke bingehîn e. “Kongreyên gel” yên nabin alternatîfê dewletê û xwe radestî wê jî nakin, lê dema hewce bike bi pîvan pêre rûdinên, ji bo kaosa di rojevê de li dawiyê were hîştin, di serê saziyên demokratîk de tên. Kongreyên gel ji bo pêdiviyên civaka demokratîk sazî û dezgehên ku di warê siyasî, xweparastin, qanûnî, civakî, exlaqî, aborî, zanistî û hunerî de hatine avakirin, dikare kontrol bike. Sloganên bingehîn ên gelan mirov dikare weha rêz bike; welat û netewê azad, sosyalîzma bi awayekî berfireh demokrasî barkirî, -yanî têgihîştina wekheviyê ya ne wekhevan a ne huqûqîazadî ji bo baweriyên dînî û kongreyên demokratîk ên ne dewlet. Wexta îmkanên mezin ên di destê

kapîtalîzma global de wek zanist, eskerî û aboriyê li ber çav werin girtin, divê her cure çalakiyên qanûnî, wexta qanûn bi cih nehatin anîn û rejîma zordar esas hat dîtin rêxistinkirina her cure serhildan û şerê gerîlla yên xweparastinê wek rêbazên dijber divê werin nirxandin. Ji ber ku civaka kapîtalîst wexta pêk hatiye exlaq înkar kiriye, pêwîst e wexta civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya cinsiyetê were avakirin, tevger bi teorîk-etîk û pratîk-exlaqê ve wek prensîb û helwesteke dest jê nabe girêdayî be. Em wexta civaka kaosê li dawiyê bihêlin, hîmên zêhniyetê yên em xwe herî zêde bispêrinê wê huner û zanist be. Ji ber ku ji dibistanên seretayî heta zanîngehan bi perwerdeya fermî tê xwestin hawîrdor, civak û ferdê bi awa û cewher ê li pey dewlet û hiyarerşiyê diçe û xerîb ketiye were afirandin, divê ev dafikên hînkirinê û perwerdeyê li dawiyê werin hîştin, bi têgihîştineke -paradigma- nû ya hunerî û zanistê, mirov û civakê bi rastiya dîrokî bidin naskirin û bigihînin kêliya azad, bi şoreşa zêhniyetê vê yekê bipejirîne û bi cih bîne. Akademiyên zanistê yên nû û dibistanên bi vî rengî bi qasî ku hewceyî pê hebe li her deverê werin avakirin. Li ser vî hîmî, li dijî împaratoriya kaosê ya kapîtalîzma global, divê em berê xwe bidin “şaristaniya demokratîk û global a gelan.” Ev hem ji bo hurmeta ji kevneşopiya berxwedanê re, hem jî ji her demê zêdetir dikare me bibe dunyayeke demokratîk, azad û wekhev.


Diclepress13@gmail.com

çand

ÊZDÎ Û ŞENGAL

13

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

Îbrahîm Osman

Du evîndarên ji dîroka kevn de li

ser hev şengî bengî, Du destgirtiyên bi soz û bext û bengî. Du hebûnên bêzirar ku hawîrdora wan tijê dûpişk û koremar, Du birînên bêderman, Du hêsrên çavan, du dilop ji xwîna dilan, du hogirên dirêj salan, Du kulîlkên baxê jînê, Du hevalên heta heta. Îro li ser serê Êzdiyan û Şengalê, mîna carên berê dîsa bahoz, dîsa ferman û tofane. Neviyên Şêx Ibêdê Hedad vê carê jî li hespê Herpagos siyarin, didin çargaviyan bi xarin. Mîna reşkuliyên sahrayê ji bo mêtina xwînê bi biryarin. Mixabin ku dîsa destik ji dara hewşêye. Dîsa yê tiyê xwînê yê dikoji kurmê birînêye. Hinek destên bigemar û bixîn, dixwazin van herdu evîndaran ji hev biqetînin. Di sîtilê qîrê yên hûtan de, ava serê wan dikelînin. Dixwazin vêcarê mofirka pişta me bi yekcarî bişkênînin. Ma eger ew ji hev biqetin wê çi li dewsê bimîne? Ma Şengal bêyî Êzdiyan û Êzdî beyî Şengal dikarin bijîn? Êzdî û Şengal wê çawa li darê dinyayê beyî hev debar bikin û bijîn ey Xweda? Çawa goşt û nenûk, dar û ax bêyî hev nabin, bi qenata min, her wisa jî Êzdî û Şengal bêyi hev nabin. Lewre ew bi hev re mezinbûne û bi hev ve kelyane. Bi hev ve hily-

14

çand

Diclepress13@gmail.com

ane. Lewre ezê li vêderê mînakekê bidim daku rewş baş were famkirin. Ciwanên Şengalê yên ji ber pêla fermana dawî filitîn û xwe giyandin hinek welatên ewrûpa, axilbên wan mîna berûya ji qalikê xwe der, tavilê xwe jibîr kirin û bûne akinciyên lotikxaneyan. Îro di nava mij û morana çanda ewrûpî de qulaç davêjin. Di qurnên bixwîn gişan de, Zalim û zulimkaran, ji bo Êzdiyan û Şengalê ji hev cûda bikin, destên wan jj hev biqatînin, li ser wan çendîn caran bû qal û galegal. Pişt re li çiya û deşta olan da çingîna şûr û mertal, bi vê boneyê hilweşiyan gelek text, tac û pergal. Wêran bûn pirr ocax û gelek mal, Lê ew her wekî xwe, liyaqî navên xwe resen û paqij man. Ew tu caran li ber dujminên xwe netewyan, ji ber mirinê nereviyan, di tirsê de hilyan. Ji ber neheqiya ku wan dîtî Xwedê û nebî mane kerr û lal. Êzdî û Şengal, bi hev re man gelek dem, serdem, qurn û sal. Du navên bi evsûn. Du navên ku ristikên wan bi surran, durran, nepenî û razan hûnayî. Du navên ku bi qasî afirîna mirovê destpêkê kevn. Rehên wan bi dendika hebûnêve girêdayi. Du navên cêwî ên herî bedew û pîroz. Du hevnavên resen. Du hevnavên ku çand, ziman û dîroka Kurd û Kurdistanê û baweriya Ezdayî jê difûrin. Lê bi qasî giraniya navên xwe bi êş û jan. Şengal û Êzdî du navên serhildêr ên bi rûmet in. Du navên xîretê ku tîpên wan bi xwînê di dirokê de

hatine nivisandin. Bêguman ji destpêka dîrokê heta bi îro, ev her du nav bi hev re hatin hildan, bi hev re hatin ziman. Rojekê jî ji hev neqetyan. Wexta cara ewil hevaltiya Êzdiyan û ya çiyayê Şeng- Alê destpêkir, Êzdiyan bi piyên xwas, piştevala pêl axa pîrozkirin li ber agirê mezin kemberbest bûn û Ezda naskirin, hê Hewa sêv bi Adem nedabû xwarin. Ne Habîl hebû ne Kabîl. Hê Nebî Nûh darê keştiya xwe li Şêxan nebirîbûn. Musa hê derneketibê çiyayê Sina û peyama Xwedê danexistibûn jêr. Fireûnan hê şêr kedî nekiribûn. Îsa hê ji çar-



KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

16

çand

Diclepress13@gmail.com

KEREMÊ SEYAD(1938 - 2021)

Tîtalê Kerem

Keremê

Seyad(z. 1938, gundê Heko, qeza Talîn, Ermenistan - m. 28ê adara 2021’an Ermenistan), pêşkêşkar û xebatkarê Radyoya Êrîvanê bû. Malbata wî sala 1918a ji ber zilmê, ji Qersê koçberî Ermenistanê bûne. Xwendina xwe li dibistana gundê Hekoyê temam dike. Di sala 1938’an de li gundê Heko, qeza Talîn a Ermenistanê ji dayik bûye. Di rojnameya bi navê “Bolşêvîkyan Droşov” de nivîsên xwe belav dike. Bi wan nivîsên xwe bi nav û deng dibe. Gotarên wî di rojnameyên Ermenistanên ên bi navê “Avangard”, “Sovêtakan Hayastan”, “Komûnîst” de tên

weşandin. Di sala 1960’an de Xelîl Mûradov wî dawetê Radyoya Êrîvanê dike. Ew di sala 1960an de di Radyoya Êrîvanê de wek spîker dest bi kar dike. Bi gotina xwe ya “Yêrîvan xeber dide” jî tê zanîn. Piştî belavbûna Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst aboriya Ermenistanê kete haleke nebaş. Di vê demê de Keremê Seyad di radyoyê de tenê ma. Vladîk Zadayan wê çaxê ji ber tinebûna xebatkaran xwestiye ku beşa kurdî ya radyoyê bide girtin, lê Keremê Seyad wê demê kurê xwe Tîtal û keça xwe Leylê jî dixe nav kadroya xebatkaran. Herçiqas birayê wî, wî û malbata wî ji bo îmkanên baş dawetê Rûsyayê kiribe jî ew neçûye Rûsyayê û xebatên beşa kurdî ya radyoyê daye dewamkirin. Keremê Seyad bi qasî 5 salan jî di

rojnameya Riya Teze de korêktorî kiriye, xebitiye. Ji xeynî wê korêktoriya bi dehan kitêban kiriye. Herwisa tevî xebatên hazirkirina fîlma kurdî a bi navê”Zerê” jî bûye. Ew heya 2014’an tevî kurê xwe Tîtalê Kerem di Radyoya Êrîvanê de xebitiye. Lê piştî sala 2014an ji ber sedemên tendiristiyê xwe ji karên radyoyê vedikişîne. Di 28ê adara 2021’an de çû ber dilovaniya Xwedê. Kurê wî Tîtalê Kerem redaktoriya rojnameya Riya Teze kiriye. 50 SAL XEBAT DI RADYOYA YERÎVANÊ DE Sala 1918’an pareke gelê Kurd, ku ola êzidî bûn, ji destê zulma Roma reş nava şevekê de ji cih û warên xwe ên kal û bavan qetiyan û ber bi Ermenîstana Rojhilatê koçber bûn. Nava wan de malbeta Xalidê Çolo, hebû, cerdevan û leşkerên


Diclepress13@gmail.com

Roma reş Xalidê Çolo tevî 50 zilamên Êzidiyan digrin û dibin û bi awayekî hovane dikujin. Lawê Xalitê Çolo, ku navê wî Seyad bû ku ji ber kuştinê xilas bibûn, di vî aliyê çemê Arpaçayê, gundê Heko de disêwirin, bi wê gumanê ku wê şer dê rawestin û ewê vegerin gundê xwe yê Êngukuyê li navça Qersê a girêdayî Dîgorê ve. Lê her tişt hate guhertin, sînor hatine dadanê. Gumana malbeta Xalidê Çolo jî bo dagêra li welêt hate birrînê. Kurê Xalidê Çolo- Seyad malêva diçe Gurcistanê û heyamekî kin bajarê Tibîlîsiyê de dimîne, piştre vedigere Ermenîstanê û li gundê Heko maleke nû datîne û dest bi jiyana nû dibe. Keremê Seyad hema wê malê de sala 1938’an li gundê Hekoyê hatiye dinyayê. Xwendina xwe di dibistana gundê Hekoyê di dehsaleya navîn de temam dike. Hela

çand

17

hê salên hînbûnê de wî li pêşeya rojnamevaniyê hez kiriye. Keremê Seyad bi nivîsên xwe bi rojnama “Bolşêvîkyan Droşov” ve tê girêdanê û gelek nivîsên balkêş dide weşandinê. Riya rojnamevaniyê rûmet pêşiya wî vedibe. Nivîsarên wî di rojnamên “Avangard”, “Sovêtakan Hayastan”, “Komûnîst” ên Komara Ermenîstanê û parên radyoya Yêrêvanê ên Ûrisî, Ermenî, Kurdî de tên weşandin. Ji sala 1955’an de gelek mijarên wî li rojnama Kurdî a “Riya Teze”de ronahî dibînin û di xeberdanên radiyoya Kurdî de tên belavkirin. Sala 1960’an serokê radiyoya Ermenîstanê yê para Kurdî, rehmetiyê Xelîl Mûradov wî weke rojnamevanekî xwedî şîret, bo xebata radyoyê teklîfî para radyoxeberdanên Kurdî dike. Ewa ew dem bû, dema biryar hate qebûlkirinê

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

ku rojê demjimêrek û nîv xeberdanên Kurdî bi radiyoyê bêne dayînê. Bi biryara sala 1961’an, meha Nîsanê, di para radiyoyê a Kurdî de 12 karmend hatine qebûlkirinê. Di pêşbirkêyekê de 26 mirov hazir bûn, ku li komîsiya pêşekzanên Kurd û Ermenî dengên wan hazira dibihîzin. Gerekê berê dengê wana xweş bûye, nava xwendina akila Kurmancî de cih û war bûye. Di wê pêşbirkê de dengê Keremê Seyad û Sîdarê Emînê Edal tên qebûlkirinê. Du beşa Kurdî a radiyoyê de du spîkêr jin bûne, du jî mêr. Spîkêrên jin jî yek Eznîva Reşîd bû, yek jî salekê şûnda Sêvaza Evdo bû. Piştî mehekê akila Kurmancî ya Sîdarê Emîn nehate qebûlkirinê. Bi wî awayî Keremê Seyad dimîne tenê. Wî him ber mîkrofonê radyo


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

xeberdan him tevî Sêvaza Evdo û him jî tevî Eznîva Reşîd raberî guhdara bikira. Wî xebata tercimekirinê û miqalenivîsarê jî dikir. Merîfeta wî ya aliyê hazirkirina radiyo kompozîsiya de jî gelek hebû. Navbirî gelek caran rolên artîstiyê ên sereke diqedandin. Bi rêdaktoriya Xelîl Mûradovê rehmetî weke 40 radiyokompozîsiya hatine hazirkirin, nava kîjana de keda Keremê Seyad gelek heye. Tevbûna wî a tevî wan xebata ji aliyê rejîsiyorên bi eslê xwe ve Ermenî, nava demekî kin de ew ji spîkêrê dereca praktîkantiyê gihîşte navê spîkêrê dereca bilind. Gerek bihê gotin ku dema spîkêrê radyoya Moskvayê yê cîhanê, Yûrî Lêvîtan li Yêrêvanê bû û tevî spîkêrên radiyoyê ên Kurd û Ermenî ders derbaz dikirin, dema ku têkstên Ûrisî hildida destê xwe, lê yên Kurdî û Ermenî didane destê spîkêra û dida xwendinê, ew ser xwendina Keremê Seyad mehtelmayî dima, Yûrî Lêvîtan xwendina bêqusûr a Keremê Seyad pîroz kir û karta xwe a teglîfkirinê pêşkêşî wî kir. Destpêka salên 60’an, Keremê Seyad di parê de karê rojnamevaniyê, rêdaktoriyê û tewayî spîkêriyê jî dikir. Bo wê yekê jî piştî salên 80’an li seranserî Kurdistanê dengê Keremê Seyad dihat belav kirin. Bi hezara nivîs, înformasiya, rêportaj bi qelema wî hatibûn amedekirin û bi radiyoyê hatibûn dayînê. Peyî jevberdana Yekîtiya Sovyeta berê re, halê aborî li Ermenîstanê xirab bû. Xelik bi massayî koçber dibû. Di wî qewilî de xelik kete nava halekî giran û riya penaberiyê dan pêşiya xwe. Nava

18

çand

Diclepress13@gmail.com

Di sala 1938’an de li gundê Heko, qeza Talîn a Ermenistanê ji dayik bûye. Di rojnameya bi navê “Bolşêvîkyan Droşov” de nivîsên xwe belav dike. Bi wan nivîsên xwe bi nav û deng dibe wana de gelek rewşenbîrên Kurd ji Ermenîstanê û gelek xebatkarên radiyoyê ên beşa Kurdî ber xwe nedan û ji welat derketin çûne welatên derekî. Keremê Seyad di beşa radiyoyê de bêçare û tenê ma. Kesên tercme bikirana tune bûn. Serokê parên xeberdanên bona welatên derekeye wî çaxî Vladîk Zadayan xwest, ji bo tunebûna xebatkaran, para radiyoyê xeberdanên Kurdî bide dadanê. Keremê Seyad lawê xwe û keça xwe, Tîtal û Leylê, xebatkarên parê û kedkar Gulîzera Memê xebata radiyoyê dadane qebûlkirinê. Gerekê bê gotin, wekî Keremê Seyad bi wê yekê beşa Kurdî, ya radiyoya Ermenîstanê, xurt kir, lê warê abûrî

de derbeke giran da malbata xwe. Bo wê yekê birayê Kerem “Mirazê Seyad”, derfetên baş li Rûsiyayê bona malbata Kerem amade kiribûn. Ewî ji wan re xebat, mal û jiyaneke baş amade kiribû, lê Keremê Seyad dest ji radiyoyê berneda. Rûyê wê yekê de ewî bextê Tîtal û Leylê jî xist xwendina bilind û li Rûsiyayê pêşerojeke baş hîviya wana bû. Lê beşa radyoya Kurdî bi wan kadroya ve êdî xurt bû. Bi serokatiya Keremê Seyad, wan kadroyan ji salên 90’an amedekariya bernamên xwe kirin. Ji wan bernaman bûn “Zimanê Teyî Dê”, “Xerîbê Xwe Digerin”, “Serhildanên Kurdan”, “Rasthatin û Bîranîn”, “Pêncşema Edebyetê” û bernamên mayîn. Xeberdanên bi têlêfonê bi awayê zindî nava xeberdanan de cihê xwe girtin. Ew telefon çawa ji Ermenîstanê, Gurcistanê û welatên Ewropayê, wusan jî ji herçar parçeyên Kurdistanê dihatin. Ew hemû xeberdan bi radyoya Kurdî dihatin dayîn û di wî warî de, nava 12 parên radyoyê de, beşa Kurdî ya here pêşîn bû. Ew yeka ji aliyê serokê radyoyê, birêz Armên Amîryan ve gelek hat pesindayîn û kivşkirina 50 saliya Keremê Seyad li para Kurdî de gelekî bilind hat nirxandin. Keremê Seyad xebata radyoyê re tevayî pênc salan rojnama “Riya teze” de kar kiriye. Ewî korêktoriya / rastkirina şaşiyên/ rojnamê kiriye û xêncî wê, korêktoriya bi dehan pirtûkên Kurdî kirine. Ew wusa jî tevî amadekirina fîlma Kurdî a “Zerê” bûye. Ji bo 50’ mîn salvegera radyoxeberdanên Kurdî li Ermenîstanê, keda Keremê Seyad ji aliyê Se


Diclepress13@gmail.com

rokkomarê dewleta Ermenîstanê û serokatiya radyoyê de bilind hatiye qîmetkirin. Ji aliyê serokatiya radyoyê ve ew layiqî prêmîya “ Qelema zêrîn”, hurmetnima û rewa bûye. Sala 2006’an Keremê Seyad ji aliyê Serokkomarê Ermenîstanê Robêrt Koçaryan de bi midala zêrîn ve hatiye rewakirinê û layiqî navê rojnamevanê Ermenîstanî emekdar bûye. Bona xebata bênavbir a salên dirêje radyoyê, Serokkomar Robêrt Koçaryan bi xwe Keremê Seyad pîroz kiriye. Lê sala îsal di 50 salîya xebata bênavbir a radyoyê de temam bû. Van rojên dawiyê serokatiya radyoya Ermenîstanê bona hurmeta Keremê Seyad civîn pêk anî. Di vê civînê de Kerem dîsan bi hurmt qedir giran hat rewakirin. Di derbarê şerê li dijî gelê Kurd li başûrê Kurdistanê de, radyoyên dinyayê agahî didan. Guhê Keremê Seyad tim li ser radyoyê bû. Ewî her dem bi hisreteke xerîbiyê aliyê Başûr dinihêrî û difikirî, ka wê rojek bê, Kurdistan azad be û ew here

çand

19

welatê xwe bibîne. Dengê Keremê Seyad her roj li Kurdistanê belav dibû, lê wî bi xwe Kurdistan nedîtibû û timê bi hisret dima. Armanca Kerem bicih hat, sala 2001’an wî Kurdistan dît. Sala 2005’an jî Keremê Seyad ji aliyê serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat teklîfkirin. Ewî Kurdistana azad dît û li her deran geriya. Ew weke hec diçe ser tirba Barzanîyê Nemir û Qazî Mihemed, li ber meqberên wana serê xwe ditevîne. Keremê Seyad niha tevî malbeta xwe li Yêrêvanê jîyan dike. Ew dîsa serokê beşa radîoya Yêrêvanê a Kurdî ye. Kerem çar zarok û neh nevî û du nevîçirk hene. Ewî zarokên xwe baş perwerde kirine. Tîtal bavê sê zarokan e, rêdaktorê sereke yê rojnama“Rya teze” ye. Du zarokên wî li zanîngeha dewletî de nûjdarîyê dixwînin. Keça Kerem a mezin “Annê” li Rûsiyayê hiqûqzan e. “Leylê” xebatkara radyoya Yêrêvanê ye.” Laûra” kevaniya mala giran e, sê zarokên wê hene.

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Çavkanî - Kerem, Tîtalê(2011-05-06). “50 Sal Xebat Di Radyoya Yerîvanê De”(PDF). Agirî. 160: 10.

Bi biryara sala 1961’an, meha Nîsanê, di para radiyoyê a Kurdî de 12 karmend hatine qebûlkirinê. Di pêşbirkêyekê de 26 mirov hazir bûn, ku li komîsiya pêşekzanên Kurd û Ermenî dengên wan hazira dibihîzin


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

20

çand

Diclepress13@gmail.com

Ji devê zarokekî çîroka Kûmê Ew êrîşî kesekî nakin, lê belê eger êrîş bên ser wan, bi egîdî bersiv didin

Mehsûm bagok

Xezalek hebû û di nava mêrgê de

diçêriya. Gurekî çiyê êrîşî wê dike, ji bo ku wê xezalê bixwe. Xezal dibêje gur; “niha min nexwe, ez ê herim şîr bidim çêlîkên xwe. Çêlikên min niha birçî ne û li benda min in. Ez şîr bidim wan û piştre min bixwe”. Gur jî qebûl dike. Xezal jî diçe cem çêlîkên xwe û ji wan re jî dibêje ev şîrê min ê dawiyê ye ku hûn ê vexwin. Êdî ez ê biçim û gur wê min bixwe. Çêlîkên xezalê dibêjin, madem ku wisa ye dilê me ranake û di ber dilê me de şîrê te naçe û em nikarin vexwin. Çêlîkên

xezalê şîr venexwarin. Xezal diçe cem gur. Gur dibêje; te şîr da çêlîkên xwe? Xezal dibêje; na ji ber ku tu yê min bixwe û çêlîkên min hez nekirin şîrê min ê dawî vexwin. Lewma çêlîkan şîr venexwarin û ez hatim. Gur ji Xezalê re dibêje; madem rewş wisa ye û şîrê te venexwarine, ez jî te naxwim. Êdî gur xezalê naxwe. Xezal guhanê wê ji şîr tijî bûne. Ji guhanê xezalê dilop dilop şîr dirije erdê. Ev şîrê xezalê di bin axê de dibin kûmeya. Ji ber ku hindirê kûmeya spî ye û pir jî xweş e. Çand û baweriya kevnar Êzîdî weke civak xwediyê çandeke gelek kevnar e û xwediyê rabûriyeke bi hezarên salan e. Ew, weke giyayê ku li ser koka

xwe ya dîrokî şîn bûye û heyanî roja me ya îro hatine. Di cewherê çanda Êzîdiyan de her tim kedkarî, komînalbûn,cîrantî, qencî û bextbûn hebû. Ew mêvanperwer û merd in. Ew êrîşî kesekî nakin, lê belê eger êrîş bên ser wan, bi egîdî bersiv didin û xwe diparêzin. Ew, bi keda xwe li ser axa xwe jiyan dikin. Ew, dilbirehm in û li dijî êrîş û zilmê alîgirê mezlûman in. Bandora serdema dayika xwedawend a neolîtîkê, di nava jiyana xwe de berdewam dikin. Ew mijarên neolîtîkê lewaz jî bibin, cardin cewherê wê çandê û şopên wê diparêzin. Ew, gelekî bi xwezayê re eleqedar in. Fêmkirina xwezayê, nêzîkbûna wan a ji xwezayê re, xwezayî ye. Ew gelekî wate didin, av, ax, hewa, agir û ronahiyê.


Diclepress13@gmail.com

Dema ku sibehan roj hil tê û êvaran diçe ava, pir bi wate dibînin û wateyeke mezin didin şev û rojê. Ew, ji bo rojê duayan dikin û pîroz dibînin. Agir an jî ronahî ji bo wan pîroz e. Bi xweda, bi Melekê Tawûs, bi rojê, heyvê, stêrkan, agir û çirayê sond dixwin. Weke din bi ziyaretgehên xwe jî sond dixwin. Zimanê wan yê axaftinê û duayên wan, bi zaravayê Kurmancî ye. Di nava gelek serdemên dîrokê de, gelê Êzîdî li rastî gelek êrîşên dagirkeran hatine û gelek paşverûtiyên navxweyî jî jiyan kirine. Ya ku wan li ser lingan hiştiye jî, bîr û baweriya wan e. Ango çanda wan a hezarên salan e. Di Rojhilata Navîn de, olên ku derketine û bûne hêzên mezin, li ser wan desthilatdarî esas girtine û bi taybet jî ola Îslamê li ser wan hati-

çand

21

ye ferzkirin. Dema ku Êzîdiyan ola xwe parastin jî, li rastî êrîş, talan û qirkirinan hatine. Ji bo ku xwe ji şaristaniya navendî biparêzin, her tim parastina xwe bingeh girtine û bi taybet jî xwe li çiyayan girtine. Di nava çiyayên bilind û asê de, xwe parastine û heya roja me ya îro hatine. Ji ber ku piraniya welatê me çiyayî ye, çiyayan di aliyê parastinê de risteke dîrokî lîstine. Çiya her tim bûne dostên civakên xwezayî. Dema ku ji gelê me re dibêjin qewmê çiyê, ne pênasekirineke ji rêzê ye. Di jiyana Êzîdiyên Şengalê de jî rista çiya xuya dike û stratejîk e. Di êrîşan de komkujî û qirkirin li ser wan hatiye pêkanîn û malên wan hatine şewitandin. Bi nivîskî arşîv nîne. Dîroka wan an jî çanda

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

wan li ser ziman maye, ew jî bi saya zindîbûna zimanê wan e. Ji bo ku tomarkirin çênebûye, gelek nirx û serpêhatiyên wan winda bûne, yan ji bîr bûne, yan jî hatine dizîn. Di nava jiyana rojane de bi rengekî çandî jiyan dibe. Bi taybet jî di nava dapîr û bapîran de, li gorî ast û tecrûbeyên xwe, çanda xwe ya dîrokî parastine. Dîroka li ser ziman gelekî balkêş e. Yên ku meraq dikin, bi lêkolîneke rehet dikarin xwe bigihînin cewherê dîroka hezarên salan. Ev mijareke pir kûr û fireh e û di nava xwe de jî pêşdîtinan ava dike. Ango mijarên jiyanî ne. A rastî, jixwe derengmayîn çêbûye. Divê ji niha û pê de jî derengmayîn çênebe. Êdî bi lez û bez kar pêwîst e. Divê lêkolîn pêş bikevin da ku bingeha arşîveke dîrokî çêbibe.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

Kesek ji bo me ji derve nayê û ji bo me nake. Dibe ku hinek mirovên mereqdar ên dost û pêşketî hebin û rola xwe bilîzin. Ji bo wan jî em gelek silav û spasiyên xwe dişînin. Lê belê ya girîng ew e ku em kar bikin. Me ji xelkê re gelek kar kir û tiştek jê derneket. Ev dem, dema ku êdî em ji bo xwe kar bikin. Em li ser çand û dîroka Êzîdiyan mînakeke dîrokî parve bikin; Biro Şermo di nav YBŞ’ê de ye û navê xwe Bedran e. Ew li nêzî destpêka geliyê Şêx Mend dimîne û van agahiyan dide: “Rêveber û pêşengên civaka Êzîdî li gorî heyv û rojê, li gorî giloverî û nîveheyvê dîwana xwe datînin û rûdinin. Ew

22

çand

Diclepress13@gmail.com

rûniştin her sal di demsala biharê de, di roja Çarşema Sor de çêdibû. Ango di Çarşema Sor de ya ku serê salê ye, kom dibûn. Di kombûnê de rewş, kar û barên salekê dihatin nirxandin. Di encamê nirxandinan de, salê carekê pêşengên sereke dihatin hilbijartin. Pîvan hebûn û li gorî pîvanan erk digirtin. Erk, her sal dikeve destê yekî û salê carekê têne guhertin. Ên ku xêr û bereketa wan tune be, erk nadinê. Ji bo ku erk bidinê, divê ew kesayet birehm be. Wê ya çandeke pir hêja ye û bi pîvan e. Tê de hişmendiyeke demokratîk heye. Di cewherê xwe de çanda jiyaneke hişmendî, wijdanî û exlaqî

ye. Eger em balê bikişînin li ser mijara kombûna wan, mirov dikare gelek mînakên cuda yên balkêş bide. Şêwazê kombûnê li gorî giloverbûna rojê mirov dibe dîroka kevnare ya hezarên salan. Li Rihayê bi navê Xirabreşk cihekî dîrokî heye û xwediyê dîrokeke 12 hezar salan e. Ew cih xwediyê şiklekî gilover e. Li derdora wê giloverbûnê jî 12 kevirên bilind hene. Hûrî pêşiyên me ne. Di çanda Hûriyan de 12 xweda û xwedawendên wan hebûn. Xwedayê rojê, hevyê, stêrkan, avê, hewayê, erdê, agir, çiya û hwd. 12 hewariyên Îsa hebûn. 12


Diclepress13@gmail.com

îmamên Elewiyan hene. 12 mehên salê hene. 12 remildank (bûrc) hene. 12 kevirên li Xirabreşkê jî heman tişt in. Li ser Quba Laleşê jî 12 tîrêj hene. Di nava Êzîdiyên Çelka de, dema Cejna Batizmê pîroz dikin, nanê gilover çêdikin. Li ser nan, giloveriya rojê û 12 tîrêjên wê hene û ji wî nanî re jî ‘sewik’ tê gotin. Mirov dikare li ser şiklê giloveriyê û hejmara 12’an mînakan zêdetir bide. Pêşengên civaka Yarsaniyan jî, dema civîna xwe çêdikin weke şiklê rojê kom dibin. Lê belê hejmara wan 7 e. Niha li herêma Şengalê di hinek gundên deştê de,

çand

23

Êzîdiyan navendên xwe yên çand û hunerê ava kirine. Hundirê wan navendan, gilover hatiye çêkirin. Ew dîmenekî bi wate ye. Dema ku kombûn gilover be, her kes hev du dibîne. Wê demê jî hemû weke hev in. Di rengê kombûnê de şêwazekî ferq, cudahî û desthilatdariyê nîne. Ew bi xwezayî rûniştineke demokratîk e. Îro şiklê wiha çêdibin, a girîng ew e ku di cewherê mirovan de jî ev wekhevî hebe. Eger şikil encama cewher be, divê her du ji hev temam bibin û hevsengiyê ava bikin. Mînak wisa diyar dike ku civak çi qasî wate dide xwezayê û ji xwezayê çi qas mînakan ji xwe re

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

digire û jiyana xwe birêkûpêk dike. Ew mînakên dîrokî careke din, me dibin serdema qlan û neolîtîkê û heyamên pey wê re ku diherikin û heya roja me ya îro berdewam dikin. Di çanda Êzîdxanê de, dema quba olî ava dikin, binê wê gilover e. Ev jî wate û temsîla dinyayê ye. Li ser giloverbûnê şiklê çargoşe hatiye çêkirin û ev jî tê wateya çar aliyên dinyayê. Piştre jî qub ji jêr ber bi jor ve zirav dibe. Roj tîrêjên xwe belavî qubê dike. Tîrêjên li ser qubê 12 ne. Ev jî temsîla 12 mehan e. Civakên xwediyê canda resen di her mijarê de bi watedarî nêzî jiyanê dibin.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

24

gotar

Diclepress13@gmail.com

şERÊ TAYBET BI RÊYA OLPERESTÎ

pêvajoya olên yek xwedayî yê şikestina cinsî ya dûyemîn a jinê tê jiyîn

Şaristaniya çînî, amûrên xwe yên

êrişên birdozî weke pergalên danevevkirina hêz û desthilatdariyê bibandor şixulandiye. Têgîn û teoriyan him di avakirina wateyê de him jî di bingehê avahîbûnê de birêxistin kiriye. Bi nîvenga hêz ê daye avakirinê ve, di bingehê mîsogerkirina berjewendiyên xwe û pêkanîna berdewama vê de amûr û rê-rêbazên her serdemê di pêvajoyên piştre bi êrîşên birdozî û polîtîkayên bi bandor amûr û aqilê dewletê şixûlandiye. Pergala şaristaniya çînî cîhana feraset û teoriya ku weke ol, netewperestî, zanistperestî û zayendperestiyê formule kiriye, bêyî ku têkilî bi van têgînan neke, xwedî qabîliyeta di nav hev de şixulandinê ye. Di vê bingehê de xwe bisazî kiriye û birêxistin kiriye.

Olperestî; Rêbertiya me dibêje; “Însan bêyî metafîzîk nikare bike. Çand-hûner, sazbendî, ehlaq û hwd metafîzîk e. Li vê derê ya girîng tiştên metafîzîk ên bedew û kêrhatî zêdekirin e”. Ji bo moral û manewiyata civakê qada metafîzîkê pêdîviyek e. Tu civak nikare bêyî metafîzîkê jiyan bike. Çand, hûner, bawerî, ehlaq, dîrok, wêje û gelek qadên weke van pêdiviyên me yên derî şirûştî (metafîzîk) bi cih tîne. Ger însan hebûnekê difikre be, di heman demê de hebûneke dikare hîs bike û dibihîse ye. Çawa ku di civakên xwezayî de zad û eşyayên ji bo civakê kêr tê veduguhere totemekê pîroz, di civaka çînî de jî weke hêza fikrekê ol, weke amûrê birêxistinbûn û vesazkirina civakê hebûna xwe parastiye. Her ol di derketina xwe de, ji bo pêdiviyek

civakî bi lêgerînên bûyîna bersiv derdikeve. Civak, di civakên xwezayî de bi fikrê anîmîzmê û rihperestiyê xweza û gerdûnê zindî dîtiye û pîroz nêzbûye. Ev şeweyê fikrandinê bi ahenga bi xwezayê re, rêzdayîna hev û hestiyariyeke ku vediguhere hev-hevdû hîs dike hatiye bidest girtin û ji pîvana di nav cûdabûnê de hevgirtinê re girêdayî hatiye mayîn. Çawa ku weke birdoziyên zilam pêşketina pêrgalên yek xweda ne rasthatinekî ye, di derbasbûna civaka hiyerarşîk ê çînî de bersiva ji forma nû yê avabûye re bersiva hatiye dayîn e. Gelbûyîn û netewbûyîn bi bandora olê çêbûye; weke ummeta Îslamê, Xirîstiyanî û Cihubûn. Çanda pêxemberbûnê, di warê birdozî de bi teorîbûna fikrê û bi pergala baweriyê bidestxistina formê û di bingehê


Diclepress13@gmail.com

him di warê çînî him jî di warê zayendê de dabeşbûn û vesazbûnê de qûralên ku bi zagonan ve hatiye girêdan pênase dike. Bi avabûna olên yek xwedayî ve ehlaq girîngiya xwe wenda nekiriye. Nêzîkbûna bi ehlaq xûypakî ye. Zîna nekirin, dizî nekirin, dilnizmbûn, aliyên civakperestî yên weke parvekirin û piştgirî dayîn nîşan dide ku ji nirxên ehlaqî qûtbûn çênebûye. Li kêleka vê, avakirina fîgurek xwedayê ku bi şaristaniya çînî û olên yek xwedayî li hemberî civakê bûye dijmin û her tim civakê bi ceza dike, bi mêyzekirinên desthilatdaran ên li hemberî civakê û hewildanên wan ên avakirina olekî ku bendewariyê wan ê li hemberî civakê nîşan dide û girêdayî polîtîqayên wan ê olperestiyê pêşketiye. Ji lewra pêvajoya olên yek xwedayî yê şikestina cinsî ya dûyemîn a jinê tê jiyîn, pêvajoya di civakê de tunekirina jinê û çîroka wê ya tunebûnê bi kelama xwedê bi civakê dayîna pejirandin e. Cihûtî li ser mantiqê qedexeker bi pihêtandina guneh û tabuyan, jinê kiriye niçikê zilam. Recma destpêkê, ji mîrasê qûtkirina jinê yê destpêkê, welidandina ku di nav pîroziyên jinê de ye weke guneh nîşandan, edetê weke qirêjahî nîşandan, weke êrişên cidî yên destpêkê li hemberî bedena jinê hatiye pêkanîn di baweriya Cihûtiyê de hatiye pêşxistin. Li gor baweriya Cihûtiyê pênasekirina jinê, di wesfa kûrtasiya mêyzakirina li hemberî jinê ye. Diyarkirinên weke; ‘tê weke jinekê tirsonek bî’, dema ti li hemberî jinekê bi hêrs bûy na, dema te jê hezkir tê bitirsî’,

gotar

25

Di roja me de bi kapîtalîzmê re ol ji wateya xwe tê derxistin, di fermandeya pere yê ku dixe şûna olê de pîroziyên civakê hatiye bêwatekirin. Di bingeh de ev jî polîtîqayekî olperestiyê ye ‘xwedê, ji ber ku te min weke zilam anî dinê ez deyndar im’, ‘bi destê jinê hatine kûştin guneh e’, ‘kesê ku nefsa wê herî ketî ye, jin e’ him dide nîşandan ku ji jinê çiqas tê tirsîn û him jî birdoziyekê çawa yê zilam e. Xirîstiyanî her çiqas di derketina xwe de cih bide jinê jî; ev nasname piştî mirina Îsa daketiye mînaka Dayîka Meryem û Maria ya tewanbar û nasnameyên wan hatiye tunekirin. Ji aliyê Romayê ve bi Xirîstiyaniyê kirina ola fermî û amûrê desthilatdariyê ve, weke birdoziyekî zilam çîna rûhban hatiye vesazkirin. Kinîse (kîlîse), katedral hatine avakirin, panteona xwedayan li Romayê hatiye navendkirin, bi saziya pa-

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

patiyê ve veguheriye zagonên pîroz. Roma yê hêza parazvanê alema Xirîstiyantiyê, weke parazvan û pêkhênerê zagonê zayendîtiyê bi ajoyên pîs û …… ve girêdaye, veguherandiye amûrekê ku tenê ji bo zêdebûna biyolojîk serledana wê çêbibe û bedena jinê tarî û …… daye nîşandan. Hêza welinadina jinê bi hesûdiya jinê bûye mijarê biçûkxistinê, bi şerm û esef lê hatiye mêyzekirin. Civak bi navê xwedê û ezmanan hatiye tirsandin, ji qral xwedê û bavê dewletê re dibe kole, ji aliyekî din ve jî di şexsê Lîlîth a serhildêr a li hemberî xwedê serî radike di weaz û ayînan de tê gotin ‘jin pîrebokekî ku divê were nêçîrkirin, di agirde were şewitandin û bi qemçî were terbiyekirin’ e. Misilmantî jî ji vê her dû olê sûd girtiye û bi xitapkirina çîna navîn ê Ereban, weke amûrê zewq û kêyfê jinê nîşan daye, zayendîtiyê derxistiye pêl, jinê bi nasnama wê ya jinîtiyê qebûl kiriye, weke amûrekê pêdiviyê zilam pêk bîne dîtiye û wisa nêz bûye. Di pergala netew-dewlet û kapîtalîzm ê bi sedsala 16’emîn ve derketiye holê jî li şûna olê olperestî hatiye pêşxistin, di bingehê berjewendîperestiyê li hemberî nirxên moral û olan hatiye nêzbûn û hatine şixulandin. Têgiha laîkbûn ê di bin navê karên ol û dewletê ji hev dabeşkirinê de hatiye pêşxistin, weke xapandinekê hêza kîliseyan şikandinê û derbaskirina qalibên di feraseta bazara serbest a kapîlatîstê de derkeve holê pêwist kiriye. Ji bo bazarê divê li erdnigariyên cûda belavbûn çêbibe, di van erdnigariyan de nasnameyên cûda,


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

26

gotar

Diclepress13@gmail.com

pêvajoya olên yek xwedayî yê şikestina cinsî ya dûyemîn a jinê tê jiyîn, pêvajoya di civakê de tunekirina jinê û çîroka wê ya tunebûnê bi kelama xwedê bi civakê dayîna pejirandin e ol û çandên cûda dibe ku hebe. Di vê rewşê de kapîtalîzm ê ku ji bilî tekela hêz û pere pêdîvî bi tiştekî din nabîne, bi civakê daye bawerkirin ku him siyaset, him aborî û him jîqadên baweriyê ji hev cûda ne. Dema cih hatiye di bin navê ol de ketiye nav şeran de, dagirkeriyê pêkaniye. Li Rojhilata Navîn, ol bi navê umetqewîmperestî û netewperestiyê li gor dem û berjewendiyên xwe hatiye bidestgirtin û şixulandin. Bi fanatîkkirina olê, li şûna cewherê daxistina rîtuelên şêweyî weke polîtîqayek hatiye pêşxistin. Ji ber vê softatî hatiye pêşxistin. Ev pêvajoya ku bi Îmam Gazalî destpê dike, weke perdeyek tarî da-

ketiye ser felsefeya ronak û zanabi zanist a Rojhilata Navîn. Zanista xwedê ya ku Farabî, Îbn-î Sîna, El Kindi, İbn-i Ruşt û İbn-i Haldunan xwestine pêş bixin, bi zendîqbûnê hatiye demxekirin, pêşiya dogmatîzmê hatiye vekirin. Felsefeya ‘xwedê bi aqil nayê şîrovekirin, ev redkirina xwedê ye, li şûna aqil bi rêya baweriyê mirov dikare xwe bigehîne xwedê’, kevneperestî û dogmatîzmê kirine rewşa qederê. ‘Fikrandin karê şêytan e. Qûr’an’ê bixwînin, jiber bikin’. Ango serdemê ‘nefikrin’, li hemberî pergala fikrandina Rojhilata Navîn bi navê olperestiyê bûye darbeya herî mezin a yekemîn a softatiyê.

Di roja me de rêbazên olperestiya zêde û fanatîzma ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn, çavkaniya xwe ji vê doktrînê girtiye. Dîkekirin, ji bo cûdahiyan şibandina xwe serî li zordariyê dayîn, cûdahiyan nasnekirin, weke sucdaran lêpirsînkirin bûye mêyzekirina bingehîn a rêxistinên weke DAIŞ û hwd. Doktrîna Îmam Gazalî, di xanedan û sultaniyan de weke doktrînekê fermî xeta dewletperestiyê xwedî kiriye. Avahiyên dewletê yên bi feraseta miliyet û umetê hatine birêxistinkirin, ji bilî diyarkirina statuyên zayînan û pergalên civakî ji tu nêrîn û şîroveyan re deriyê vekirî nehiştiye. Di vê pergalê de jin


Diclepress13@gmail.com

gotar

27

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Di pergala netew-dewlet û kapîtalîzm ê bi sedsala 16’emîn ve derketiye holê jî li şûna olê olperestî hatiye pêşxistin, di bingehê berjewendîperestiyê li hemberî nirxên moral û olan hatiye nêzbûn û hatine şixulandin cariye ne, di hareman de koleyên zayendî ne. Artêşa koleyên ku di bingehê ‘ji bo zilaman oxirkirina hebûna xwe’ mafên jiyanê ji wan re hatiye dayîn in. Bi polîtîqayên olperestiyê ji tayê porên wê heyanî paçê serê wê, ji pêlava lingên wê heyanî toqeya porê wê, sekna wê ya di nav mal de, wê çawa li zarokan mêyze bike, wê çawa û çend zarokan bîne, sekinrûniştina wê ya li hemberî zilam û gotinên wê hemu bi quralan ve hatiye diyarkirin. Jina ku li gor van quralan nameşe ji rê derketiye û gûnehbar e. Ji ber vê yekê bi armanca terbiyekirinê, her cûre zor û zilm tê şixulandin ev zorbazî

weke tiştekê rawa, weke pêkanîna erkekî pîroz ku di rêya heq de divê were pêkanîn piştgirî jê re tê dayîn û tê teşwîqkirin. Li Tirkiye yê AKP’ê de olperestî weke polîtîqayek rojane xwe ava dike. AKP’ê bi şixulandina rûpêşa olperestiyê, rejîmekî totalîter daye avakirin. Dixwaze civakekî ku her kes cihê xwe û erkê xwe dizane ava bike. Li gor feraseta wî ‘jin, xebatkarên qada xizmetê yên AKP’ê’ ne. AKP’ê yê ku bi dagirkirina keda jinê heya dawiyê xistiye bin xizmeta xwe, bi modela malbat û civaka muxafazakar rîsta ku daye jinê bi pratîk kiriye. Bedena jinê timî ji aliyê siyasetmedarên jinê ve

bi mudaxeleyê ve rû bi rû maye. Bi dehan caran heqaretkirina siyasetmedarên jin pêk hatiye. Pîvanên laşê jinan weke amûre pêkenok û ne bedewbûnê hatiye biçûkxistin û li ser vê siyasetê kirine. Rastiya Erdoxanekî ku ji aliyekî ve dibêje ‘bihişt di bin lingên dayîka min de ye, ez bin lingên dayîka xwe maç dikim’, ji aliyekî din ve jî dibêje ‘çi jin be çi zarok be êriş bikinbiperçiqînin’ derketiye holê. Ev, li hemberî kesên ku wî qebûl nake rûpêşa xwe bi navê olperewtiyê daxistin û bi awayekî vekirî wana kirina hedef a Erdoxan e. Ji ber vê herî zêde di serdema AKP’ê de tundî û destdirêjî zêde bûye û bi daxistinên rewşa baş, sucdar ha-


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

tine berdan. Polîtîqayên zayenperezî yê AKP’ê di nav jinan li şûna piştgiriyê, rê li ber cînayetiyên kûr ên dijberî hev vekiriye. Jinekê laîk, jinekê Misilman weke xeteriyekê dibîne; jinekê Misilman jî jinekê laîk weke xeteriyek mezin û dijminekî dibîne. Nexweşbînîtî, bi polîtîqayên olperestiyê hatiye pêşxistin. Bi zewacên olî, zewcên di emrê biçûk û zû teşwîq dike, bi vê awayê potansiyela dînamîk a şoreşgertiyê dihelîne û bi rêya malbatê potansiyela enerjiyê dihelîne. Olperestî; xwedî rastiyekî ku êrişî manewiyatê olê dike, civakbûna olê parçe dike, nirxên ehlaqî yên olê dejenere dike, wijdana civakê distîne û parçekirina qada polîtîk hedef digre ye. Olperestî, aqilê ku bi feraseta dogmatîzmê hişt bûe ango aqilêku ji xwezayê, ji civakê û ji jinê qût bûye ye. Wendakirina aqilê hestiyarî, çeka bidestxistin û komkirina aqilê analîtîk e. Olperestî, şêwegirtina feraset û mekanîzmaya ku sunîtî (çêkirîtî) ava dike ye. Bi olperestiyê qira civakê, qira jinê tê pêkanîn, di pêvajoyên qirkirinan de veduguhere paqijiya nîjadî. Olperestî avabûna navendparêziya hişk ê ku li mekteban, cihên kar, saziyên dewletê tekparêziyê pêş dixe ye. Ji holê rakirina şêwazê rêveberî û tevlîbûna demokratîk û hişê civakê di nav heleka ferman-fermande de xistina nav qalibên ku nayê tewandin. Bi olperestiyê ve, dewlet li gor berjewendiyên xwe sûd ji hêza Qûr’an, Încîl û Tewratê digre û bi bêwatekirinê wana ji bo berjewendiyên xwe dike qûrban û pîrozbahiyan ji holê radike. Ji ber

28

gotar

Diclepress13@gmail.com

vê olperestî şêweyekî pêkanîna siyasetê ye û di şêweyê vê siyasetê de dijberiya civakê, bi navê gelan û jinan tûnebûnek û înkar tê pêşxistin. Takkiyecîtî ango derewkarî û sextekarî, bi navê olperestiyê di nav rêbazên polîtîk ên pir tê şixulandin de cih digre. Takkiye, kendala di navbera gotin û çalakiyê ye. Gotinê ji bo xapandin û rêvebirina civakê weke çekekî dişxulîne, gotinên ku ew jê bawer nake dê çawa bikeve xizmeta wê vêya birêxistin dike û encamên ku derdikevin dike bingehê hilgirtina desthilatdariyê. Ger şerê taybet destpêkê fikr, rih û hêstan bidestxistin be; vêya jî bi êrişkirina manewiyat û moralên ku qada metafîzîk a civakê ye pêş dixe. Di roja me de bi kapîtalîzmê re ol ji wateya xwe tê derxistin, di fermandeya pere yê ku dixe şûna olê de pîroziyên civakê hatiye bêwatekirin. Di bingeh de ev jî polîtîqayekî olperestiyê ye. Destpêkê heya dawiyê ol weke çekekî bikar tîne, piştre jî wê çekê ji destê civakê digre û dike amûre neçarhiştin û mehkûmkirina xwe. Di kapîtalîzmê de bi navê ol û wijdanê bê olîtî û bê wijdanî, bi armanca civakê ji pîvanên xwe yên ehlaqî û polîtîk qûtkirinê tê şixulandin. Çiqas civakekî apolîtîk û bê ehlaq ava bike, ewqasî artêşa koleyan fireh dibe. Ev qada ku şerê taybet bi bandor tê şixulandin, weke lîstokekî di destê kapîtalîzmê de di nav dem-cih de her tim ji bo berjewendiyan hatiye bikaranîn. Olperestî, ji bo siyaset û desthilatdariyê weke amûr bikaranîna olê, li Rojhilata Navîn ji aliyê DYE li Iraq, Efganîstan, Îran, Pakîstan,

Hindîstan û Çînê hatiye bikaranîn. Pratîk û têoriya nifşê kesk ê DYE ku li Rojhilata Navîn pêkaniye, weke mînakê herî sereke mirov dikare ji bo olperestiyê destnîşan bike. DYE li hemberî Sovyetê li Efganîstanê bi avakirina komên paşverû û olperest ên weke Talîbanê, artêşekê ji kûjeran da avakirin. Di roja me de ji bo Surî, Iraq û projeya BOP’ê; weke amurekî êrişê çeteyên DAIŞ’ê berdane qadê û li ku derê alozî pêwist be rêdike wê derê, ji ser aloziyên ku ava dike ji bo koka xwe li wê derê berde DYE hema qad ji xwe re çêdike. Dîsa ji bo dorpêçkirina Çînê Tirkên Uygur ên Misilman in, weke mijara paqijiya olî û netewî carna dike ku xuya bike, carna jî nakokiyên di navbera Pakîstan û Hidîstanê derdixe pêş, tengaviyan ava dike û ji bo hevdû kûştina civakan wêrekiyê dide wan. Bi vê awayê qirkirinên mezin hatine jiyîn. Şerê Taybet, çekaolperestiyê carna weke amurê propagandaya gewr bi avakirina hêz û aliyên ku çavkaniya wan ne diyar in meşandiye, hîn caran jî bi propagandaya reş bi hestên netewperestiyê ve ol kiriye pirsgirêkek netewî û wisa derbasî jiyanê kiriye. Çavkanî: Weşanên Akademiya Jina Azad a Şehît Zîlan-Zeynep Kinaci

..........


Diclepress13@gmail.com

tendurostî

29

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Vîtamîn û Mîneralên Sereke

dikin. Heke li gorî tahlîlên xwînê kêmasî hebe û bi xwarinan çareser nebe hewcedariya wergirtina vîtamîn û mîneralan çêdibe. Ezê bi kurtasî vîtamîn û mîneralan DR. RODÎ ZANYAR bidim nasîn, behsa pêywirên wan di kîjan xwarinê de kîjan Vîtamîn û mîneral madeyên bikim, hene, kêmasiya wan de çi bingehîn yên laşê mirov in. Her vîtamîn vîtamîn û mîneral xwediyê pey- pêk tê vebêjim. wireke cûda ye. Kêmasiya vîtamîn 1- Vîtamîn A û mîneralan, tendûristîya mirov Dudo çavkanîyên vîtamîn A hene, dixe xeterêye. Ji bo tenduristiya yek; goştê ajalan e, ya din jî nebat xwe divê em bizanin kîjan vî- in. Vîtamîn A ji bo; dîtina şevê, tamîn çi peywirê dike kêmasiya çêkirina xilorîkên xwînê yên sor vîtamînan de çi pêk tê. şerê dijî înfeksiyonan giring e. Li gorî lêkolînên zanistî, yên xwa- ûGoştê ajalan, masî, gizêr û îspenax rin û vexwarinên xwe bi aramî dix- çavkaniyên vîtamîn A ne. Di kêwin û nexweşîyen kronîk bi wan masiya vîtamîn A de nexweşîyên re tuneyî, hewcedariya wergirtina çavan zêdetir dibin û dîtina şevê dermanên vîtamîn û mîneralan qels dibe. nakin. Nexweşînên kronîk, ducanî, zaroktî, îxtiyarî û astengîyên 2- Vîtamîn B1(Thîamîn) xwarin û vexwarinên rê li ber kê- Vîtamîn B1; ji bo hilberîna enerjimasiya vîtamîn û mîneralan ve- yê peywirdar e. Xurtbûna şaneyên

mêjî bi alîkariya vîtamîn B1 e pêk tê. Di fasûliya nîsk nok genim û dendikên fêkiyan de vîtamîn B1 gelek e.. Mirovên saxlem de kêmasiya vîtamîn B1 çênabe lê yên nexweşîya şêkir bi wan re heyî, jinên ducan û yên şîr didin zarokan de carinan kêmasiya vîtamîn B1 çêdibe. Divê mirov baldar be. Di kêmasiya vîtamîn B1 de pirsgirêkên mêjî (nuorolojîk) çêdibin. Vîtamîn B2(Rîboflavîn) Ji bo xebitîna şaneyan laşê mirov pêwîstiya vîtamîn B2 heye. Di hek, nan, sebzeyên teze de vîtamîn B2 gelek heye. Di kêmasiya vîtamîn B2 de serêş a binavê mîgren dijwartir dibe û pirsgirêkên neurolojîk çêdibin. Vîtamîn B3(Niacin/Nîasîn) Vîtamîn B3 ji bo hilberîn û embarkirina enerjiya laşê mirov vîtamîneke heyatî ye. vîtamîn B3 di


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

heman demê de ji bo saxlemiya çermê mirov û kêmkirina asta kolesterol jî alîkariyê dike. Masî, goştê alok û mirîşkan, kuvark çavkaniyên baş ên vîtamîn B3 ne. Kêmasiya vîtamîn B3 de asta kolesterole zêde dibe, cîld zuha dibe Vîtamîn B6 Gelek fonksiyonên vîtamîn B6 hene, Vîtamîn B6, di laşê mirov de beşdarî ji 100 zêdetir reaksiyonan bîyolojîk dibe. Vîtamîn B6 mirov ji pençeşêrê û jibîrkirinê diparêze Di gelek cureyên sebzeyan de, zebeş, baqle, mûz, avokado û masîyan de vîtamîn B6 heye. Kêmasiya vîtamîn B6 e de tevizîna dest û lingan (nuoropatî) pêk tê Vîtamîn B12 Vîtamîn B12 ji bo hilberîna enerjiyê û çêkirina xwînê peywirdar e. Goşt hek masî cîger penêr çavkaniyên baş ên vîtamîn B12 ne. Di yên pirsgirêkên made û hezme heyî de, vegan û vejeteryanan de kêmasiya vîtamîn B12 pêk tê û hewcedariya taqwîyekirina vîtamîn B12 heye. Vîtamîn C Laşe mirov nikare xweserê vîtamîn C hilberîn e, pêwîste bi xwarin û vexwarinan ji derve bê wergirtin.

30

tendurostî

Diclepress13@gmail.com

Çavkaniyên herî baş ên vîtamîn C fêkî û sebzeyên teze ne. Gelek pêywirên vîtamîn C hene. Mirov ji şewbê diparêze, sorbûna çermê mirovan kêm dike û nahêle çerm hêsanî tahrîş bibe û qermiçok çêbin. Dil û demaran diparêze. Nahêle asta kolesterol bilind bibe. Vîtamîn C hestiyan diparêze, rê nade hestî û xirpik zû bihelin.Vîtamîn C înflamasyona laşê mirov kêmtir dike. Di kêmasiya vîtamîn C de mirov zû bi zû nexweş dikeve.

Di pergala netew-dewlet û kapîtalîzm ê bi sedsala 16’emîn ve derketiye holê jî li şûna olê olperestî hatiye pêşxistin, di bingehê berjewendîperestiyê li hemberî nirxên moral û olan hatiye nêzbûn û hatine şixulandin

Vîtamîn D Vîtamîn D ji bo tenduristiyê vîtamîneka girîng e. Taybetî ji bo saxlemîya hestiyan, xurtbûna hestiyan peywirek heyatî bi cih tîne. Ligel saxlemîya hestiyan, vîtamîn D, mirovan ji pençeşêrê, nexweşiya şekir, depresyone, nexweşîyên dil û mêjî jî diparêz e. Pêdiviya laşê mirovan a vîtamîn D bi dudu rêyan tê destxistin. Rêya yekem; bi alîkariya tîrêjên tavê ji çermê miro- de vîtamîn E bergirîya laşê mirov van hilberîn, a duyem jî hilberîna ji dijî mîkroban xurt dike û demaran jî diparêz e. Vîtamîn E ji bo perxwarinan e. gala bergirîye pir girîng e. KêmaVîtamîn E siya vîtamîn E dibe sedema zêdetir Vîtamîn E di laşê mirov de weke nexweş ketine. Peywireka din a antîoksîdan dixebite û şanyan ji vîtamîn E, jî xurtkirin û parastina “radîkalên azad” (îngilîzî free radi- şaneyên mêjî ye. Di kêmasîya vîcal). diparêz e. Di heman demê tamîn E de nexweşîya jê re dibêjin


Diclepress13@gmail.com

Ataksîy pêk tê. Di vê nexweşiye de nouron(şaneyên mêjî yên derî mêjî) nikarin birêkûpêk bixebitin, ev jî dibe sedema tevizîn û bêruhbûna dest û pêyan. Rûnê gîha, margarîn tovikê genim, garis, soya û gûz bindeq fistiq û hinek fêkiyên din de ji vîtamîn E heye. Çînko Çînko ji bo laşê mirov mîneralekî bingehîn e. Laşê mirov nikare xweserê çînko hilberîne divê bi xwarin û vexwarinan ji derve bê wergirtin. Peywirên çînko yên sereke alîkariya mezinbûne, hilberîne DNA, xurtkirina pergala bergirîye ne. Masi goşt, mastê, şîr, hek, baqle, kuvark/ fungî, bindeq û dendikên kundiran de çînko heye. Yên alkolîk û yên nexweşîyên rûvîya bi wan re heyî de kêmasiya çînko pêk tê Kalsîyûm Kalsîyûm madeyê bingehîn yê dran û hestî ya ne. Kalsîyûm di heman demê de ji bo tevgerên masûlkeyan jî pêwîst e. Mast şîr, penêr û sebze çavkaniyên kalsiyûmê ne. Kêmasiya kalsiyûmê tendûristîya dran hestî û masulkeyan dixe xetere ye. Taybetî di dema zaroktî û îxtiyarîye de hewcedariya kalsiyûmê zêdetir dibe. Ji bo dema îxtiyarîye hestî

tendurostî

31

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

zûtir nehelin divê mirov di zarokti- nabe jiber vê yekê hesin ji bo laşê yê de zêdetir xwarinên bi kalsiyûm mirov heyatî ye. Cîger beqle, nîsk bixwe. îspenax çîkolata çavkaniyên hesin in. Jinên zêde dikevin kirasan(edet Folîk Asîd bûyîn) de, ducanîye de zaroktiyê de Falîk asîd ji bo çêkirina xilorîkên hesin kêm dibe pêwîste be taqwîye xwînê pêwîst e. Taybetî jî dema kirin. ducanîye hewcedariya folîk asîde pir girîng e. Heke dema ducanîye Magnezyûm de folîk asîd kêm be, nexweşîya Magnezyûm ji bo liv û tevgerên bi navê spîna bifîda pêk tê û masûlkeyan peywirdar e. Di tendûristîya pitik/zarok dixê xetere heman demê de magnezyûm, arye. Fêkî û sebzeyan de folîk asîd amî ya şekirê xwînê û hilberîna heye lê divê dema ducanîye der- proteînan re jî dibe alîkar. Behîv, mane folîk asîd bê wergirtin. mûz, îspenax, genim, fistiq û avokado çavkaniyên magnezyûm in. Vîtamîn K Vîtamîn K ji bo meyîn/cemisîn Potasyûm û herikbariya xwînê pir girîng e. Potasyûm ji bo tansîyon û gurçikê Taybetmendîya xwînê a binge- mîneralekî girîng e. Divê asta potahîn; di hundirê demar de pêwîste syûm hertim aram be heke ne aram xwîn hertim herikbar be, li derveyî be tendûristîya mirov dikeve xedemare jî ne herikbar be û were tere ye. Di laşê mirov de di navbera meyîn e. Heke di laşê mirov de vî- sodyûm û potasyûm de hevsentamîn K kêm be, herikbariya xwînê gîyek heye û divê ev hevsengi qet zêde dibe û xwînjêçûyîn neyê têk neçe.. sekinandin ev rewş jî tendûristîya Ji bo tenduristiya xwe, divê em hermirov dixe xetere ye. Sebzeyên bi- tim xwarinên xwezayî û teze hilbipel weka brokolî îspenax û nane jêrin û bixwin. Heta ku em mecbûr çavkaniyên vîtamîn K ne. nabin, divê em xwarinên çêkirî nexwin û ji dermanan nehewce Mînerale Hesin dûr bisekinin. Hesin ji bo xwînê mînerelekî bingehîn e. Heke hesin tune be xwîn çê-


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

32

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Qamişlo

Li ser destê frensiya ava buye

Evînê ye.

XENSA HESENÎ

Bajarê Qamişlo bajarekî nû ye ku li ser zemîneke dîrokî ye ku, berî sînordanîna navbera Sûrî û Tirkiyê, ya bajarê Nisêbînê bû. Li gorî Samiyê Mele Ehmedê Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku:”Frensî di 20 tebaxa sala 1926an de bajarê Qamişlo bi endezyariyeke pir rast û dirûst û bi destê endezyarekî frensî hat danîn û avakirin”. Zemîna ku Qamişlo li ser wê hatiye avakirin pan û fireh e. Niha nêzîkî 500.000 mirov tê de hene; 70% ji wan kurd in. Qamişlo qezaya parêzgeha Hesîçeyê ye. Li Qamişlokê balafirgeh heye, 6 km dûrî bajêr e. Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê(120 km li Rojava), bajarê Dêrikê(100 km li Rojhilatê) û Hesîçe(85 km li Başûrê Rojava). 30 km dûrî Amûdê ye, ji Dirbêsiyê jî 60 km(li rojava), ji Tirbespî 30 km û Rimêlan 60 km(li Rojhilatê) dûr e. Qamişlo bi nav û darê Qamişloka

Taxên Qamişlokê Anteriye Beşîriyê Cirnek Cirneka Piçûk Elaya Erbewiyê Hileliye Kornîş Mehete Mehmeqiya Meyselûn Qanat Swês Qidûrbek Qisûr(Taxa Koşkan) Siyahî Sîna’a(Taxa pîşesaziyê) Taxa Bergîlan Taxa Tey Taxa Xerbî Wista(Taxa Navendê)

Semiarid keş û Deryaya Spî, havînê germ û zuha û di zivistanê de sar û baran e, û di bihara nerm û qûtkirin de baran e. Ji ber ku li herêma Qamişlo di havînê de dibe ku agirê ku di meha tîrmehê de dibe 41 °C, û di zivistanê de dibe 2 °C pileya germayê di meha kanûna paşîn de û carna kêmtir ji 0 °C dibe. Sedema damezrandina dibarîne, di saetên serê sibehê de. Sarbûna herî bilind di roja 11ê sibata a 2020an bû, sarbûn geha -6 °C. Germahiya herî bilind di roja 13ê tebaxa 2019 bû, germahî geha 47 °C.

Veguhastin û Gehandinê Kêşandina gel a li bajarê Qamişlo ye. Gelek caran bi rêya xetên workflow predefined, ku ew ne bi mezinbûna taxi an jî bi wesaîtên biçûk û dihewîne 6 xetên li bajarê Qamişlo ku, xeta Kornîş, xeta Anteriye, xeta Hileliye, xeta Qanat Swês, xeta taxa tey û xeta Nexweşxaneya Wetenî û herweha ji Erdnîgar ber ku xizmeta çend di navbera baLi nêzîkî Qamişlo, bi taybetî li devera jar û gundan xwe ji bajar, bajarok û Qereşokê, petrol heye. gundan û di navbera navenda bajêr û parastina xetên tu bajarê Hesîçe li Rewşa Hewayê wir. Otombêlên Bajar caran kar di nav


Diclepress13@gmail.com

ofîsên taybet bi ser telefonê, ku tu metre taxi, lê pereyên texmînkirin ku ji aliyê dûr emir kir. Otobûsên bi giranî kar ji bo veguhastina di navbera bajarê Qamişlo û li bajarên din û dest bi hemû ji Pullman Garage û piraniya xwediyên kompaniyên transport li parêzgeha nişteciyên parêzgeha Hesîçe bi xwe ne. Rê di girêdana li bajarê din wîlayetan xetên tirênê yê Qamişlo - Heleb û Qamişlo - Şam li ser bajarê Hesîçe, Deir al-Zor û Tedmur diçe, û li ser rê ya bajêr li ser sînorê Iraqê hene. Helebê, û beşekî ji Qamişlo - Şamê, û beşekî ji Qamişlo - Elierbah an di bin navê trênê ji banliyoya Ev ji sê tewereyan ji qereqola Qamişlo trênê. Li navenda Qamişlo gumanan çêdike. Di dîrokê de, li bajarê Qamişlo li ser Railway Helebê - “. Iron Taurus line” Nisêbînê an di bin navê . Li bajarê Qamişlo nîşana firokexaneya navnetewî KAC gor IATA, balafirgeha Qamişlo distîne geştên rojane navxweyî ji Şam, Beirut û Kuwait. Derve yê geştên demsalî yên ji Swêd û Almanya. Dîrok

dîrok

33

Şerê li nav beyna Ebasî û Emewî li cihe bajarê çêbû. Li navberî sala 1914-1922 piştî qirkirina pitir ji 250.000 asûriyan li Tirkiyê û hatina asûriyan û herwesa kurdan, bi damezrandina îstgeheke trênê vî bajêr li sala 1925-1926an hat sazkirin. Di meha avdara 2004an de leşkerên Sûriyê piştî raperîna gelê kurd li wê bajarî pêtir ji 30 kesan şehîd û bi sedan birîndar kirin û bi hezaran girtin. Cihên dîrokî nêzîkî Qamişlokê Çaxirbazar(30 km dûr e) Girê Leylên(30 km) Girê Mozan(25 km) Til Birak(40 km) Kesên Navdar Ji Qamişlokê Mihemed Şêxo, Stranvan, awazçêker, tembûrvan, mûzîkvan û mûzîknas Cigerxwîn, Helbestvan, nivîskar, rênas, dîroknas û rojnamevan Selîm Berekat Nivîskar, romannûs, helbestvan û rojnamevan Seîd Yûsiv, Stranvan, awazçêker, tembûrvan, helbestvan, mûzîkvan û mûzîknas Aram Tîgran, Stranvan, cumbuşvan,

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

awazçêker, helbestvan, mûzîkvan mûzîknas Ciwan Haco, Stranvan, awazçêker mûzîkvan Xêro Abbas, Stranvan, awazçêker mûzîkvan Şerîf Omerî, Rapvan, awazçêker helbestvan

û û û û

Yaneyên werzişê yên Qamişlokê Yaneya fûtbolê ya Jihad gelek xurt dileyize. Çavkanî 1- “http://www.cbssyr.org/new%20 web%20site/General_census/census_2004/NH/…”. archive.is. 201301-12. Roja wergirtinê: 2020-10-06. Di vê parametreyê de URL nehatiye nivîsîn: |title=(alîkarî) 2- Mihemedê Mela Ehmed, “Qamişlo - di evîna welat de dilekî pir jen e”. Pênûs 12(2002) 3- Mihemedê Mela Ehmed, “Qamişlo - di evîna welêt de dilekî ye”. Pênûs 13(2003) 4- Dr. Ebdulla Xefur(Abdulla Ghafur) (2000). “Kurdistan - Dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997”. Stockholm.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

34

çand

Diclepress13@gmail.com

BERXWEDAN ZIMANÊ HEBÛN Û GERDÛNÊ YE

ZERYA ROJ

Hebûn an jî tunebûn. Ev gotin ji

bo her zindî û hebûnek xwedî wateyek pir girîng e. Her hebûnek ya xwezayê ji bo hebûna xwe pêwistiyê xwe yê berxwedanê heye. Ango ev berxwedaniya li hemberî tûnebûnê ye. Lewra berxwedan ji bo pêkhatina jiyanê û berdewamiya wê şertê bingehîn e. Avabûna gerdûnê mînakek a berxwedanê ye. Di encama têkoşîna li hemberî şerê hebûn û tûnebûnê ya bi milyonan salan berdewam kir û hîn jî berwedam dike; gerdûn hebûna xwe mayînde kir. Berxwedaniya bi milyonan salan hatiye meşandin, bi hemu encam û bedewiyên xwe li pêşberî me ye û

em jî parçeyek ji vê berxwedanê ne. Ango weke mirov, tişta ku me afirand ev berxwedana gerdûnê ye. Lewra berxwedan zimanê hebûn û gerdûnê ye. Çawa ku gerdûn ji bo mayîndekirina hebûna xwe li dijî tûnebûnê ketibe nav parastinekî mezin de, di dîrokê de jî piştî avabûna çîn û hêzên serdest ve her tim li hemberî van hêzan berxwedaniyên mezin û girseyî derketine pêş. Lewra ev berxwedana ku xwe dispêre dîroka kûr bûye parastina hebûn û têkoşîna li dijî tunebûnê. Ji dayîka xwedawend heyanî zarokên wan ên bixêr ên Zerduştan, Babekan, Mazdekan, ji Kawayê hesinkar heyanî PKK’ê û bi sedan qehreman wê yên bedew ku di oxira hebûna gelekî de jiyana xwe feda kirin; ev têkoşîna hebûnê ya li hemberî tûnebûnê tê meşandin berdwam kir û hîna jî ji Heftenînê heyanî, Mexmûrê, ji Bakur heyanî

Rojava û Rojhilat tê meşandin. Hêzên serdest ên xwe dispêrin tûnebûna gelên azadîxwaz, ji bo tepisandina ev berxwedaniyên mezin bi şêweyên cûr be cûr êrişî nirx û hebûna gelan kirine. Yek ji van gelên ku rûxmê di dîroka mirovahiyê de xwedî dîrokek kûr e, li ser hebûn û nirxên wê êriş hatine pêkanîn û gotin di cih de be tûnebûn li ser hatiye ferzkirin, gelê Kurd e. PKK’ê ya ku bû deng û hêviya hebûna gelê Kurd li ser vê bingehê xwe ava kir. Ya rast mirov dikare bêje PKK li hemberî tûnebûna ku li ser Kurd dihat ferzkirin, wateya hebûnê ye. Lewma ji derketina PKK’ê heya roja me ya îro berxwedana gelên azadîxwaz kêlî bi kêlî bilid bû û belavî tevahî dinê bû. Têkoşîna PKK’ê ya ku gehiştiye nîv esrê, li zindanan jî xwe dispêre dîrokek kûr. Di vê wateyê de çandbûna berxwedanê, bi wateya


Diclepress13@gmail.com

ku jê re hatiye dayîn û bedelên ku di oxira wê de hatiye dayîn ve bedewbûn û pîrozbûna wê ye. Di her pêvajoya ku hatiye jiyîn de têkoşîna kuli hemberî xeta teslîmîyet û hêzên faşîst hatiye dayîn, wateyên nû li ser berxwedanê zêde kiriye. Hêzên faşîzmê yên ku di dîrokê rîsta dizên azadiyê diliyze, zindanan weke navenda tepisandina hêviyên gelan ava kiriye. Armanca van zindanan kesên ku di nav lêgerîna azadiyê de ne, ji armancên wan qûtkirin e. Lewma dema em li dîroka mirovahiyê mêyze dikin, li van zindanên hatiye avakirin de hemu polîtîqa û sepanên ji derveyî mirovahiyê hatiye pêkanîn. Bê guman li hemberî van sepan û polîtîqayan berxwedan tûne nebûye. Lewma li gor şert û mercên heyî şêwazê berxwedanê jî bêhtir bilind bûye û qadên zindanan jî bûye kelhên berxwedanê. Yek ji van şêwazan jî

çand

35

greva birçîbûnê ye… Greva birçîbûnê… Li hemberî bedena mirov serkeftina teqez, ango li hemberî pêkûtiyê serkeftina teqez a berxwedanê. Ji dîrokê heya roja me ya îro zirxê berxwedanê ya kesên ku laşên xwe li hemberî zilmê dikin zirx… Grevên birçîbûnê li gelek deverên cîhanê weke şêwazekê berxwedanê ya li hemberî desthilatdariyê hatiye pêkanîn. Dema ku em derdikevin rêwitiya çîrokên şoreşê, li her rawestgehê şoreşgerên ku laşên xwe kirine amûrekê têkoşînê û bi îradeya xwe ber bi serkeftinê meşiyane dibînin. Di destpêka sedsalên 20’emîn de dema ku Sufrajet’an ji bo bidestxistina mafên xwe yên hilbijartinê, têkoşîn dimeşînin tên girtin û weke şêweyê polîtîk a çalakiyê dest bi greva birçîbûnê dikin. Her çiqas bi tûndiyê re rû bi rû dimînin jî, ji gotinên xwe û şerê îradeyê

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

venegeriyan û çalakiyên xwe bi serkeftinê bidawî kirin. Li Rusyayê gelek şoreşger, li hemberî zilma ku li zindanan tê meşandin weke şêwazekê têkoşînê dest bi çalakiya grêva birçîbûnê kirin. Gengaze ku mirov li gelek çîrokên şoreşan de ji Îrlanda heyanî cihên cûda di pêvajoyên dirên ên girtîmayînê de berxwedaniya girêva birçîbûnê bibîne. Ghandî yê ku ji bo serxwebûna welatê xwe demekê dirêj di grêva birçîbûnê de ma, weke berxwedêrê teqez ê sîvîl di dîrokê de cihekê mezin û bi rûmet girtiye. Li Kuba, Bolîvya, Îran, Tirkiye… Greva birçîbûnê weke çanda rûmeta şoreşgeran û şerma mezin a desthilatdaran di sedsala 21’emîn de hîna jî berdewam dike.. Bê guman rastiya zindanan li Kurdistanê jî bi qasî êşên xwe, xwedî rûmet û hêza berxwedanekê mezin e. Lewra polîtîqa


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

36

çand

Diclepress13@gmail.com

Berxwedan bingeh û cewherê parastina hebûna xwe ye. An tuyê li berxwe bidî û jiyan bikî, an jî tûyê serî li hemberî pêkutî û îşkenceyan bitewinî, ji nirxên xwe yên çandî dûr bikevî û bi tûnebûnê re rû bi rû bimînî yên ku li tevahî zindanan li hemberî berxwedêran tê meşandin, dema ku mijar dibe faşîzma TC û zindanên wî hîn girantir dibe. Li Kurdistanê gireva birçîbûnê ji aliyê girtiyên doza PKK’ê û PAJK’ê piştî darbeya 80’an weke şêwazê herî bingehîn a berxwedanê hatiye pêşxistin. Rêhevalên nemir ên weke Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek bi şahadetên xwe weke serkeftina îradeyê di dîrokê de cihê xwe girtine, ji bo gelek bêrxwedêrên pişt xwe bûne çavkaniya hêz û îlhamê. Di sala 1984’an de vê carê di greva birçîbûnê ya ku li hemberî ferzkirina cilên yek şêweyî hatiye destpêkirin de, 6 girtî şehîd dikeve.

Di salên 95 û 99’an de li gelek zindanan grevên birçîbûnê yên girseyî destpê dike û bi giştî 14 girtiyên doza azadiyê di van çalakiyan de nemir dibe. Di salên 2000-2007’an de bi sedan dîlên azadiyê tevlî çalakiya grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên li hemberî zindanên tîpa F hatiye destpêkirin bûne. Di encama vê berxwedana mezin a rûmetê de 68 girtiyên azadiyê yên bedena xwe li hemberî faşîzmê kirine mertal gehiştine şehadetê. Ji bo girtiyên PKK’ê û PJAK’ê piştî dîlgirtina Rêber APO, li hemberî pêkûtî û tecrîda ku li Îmraliyê bi pergalî bûye, pêkanîna çalakiya greva birçîbûnê bûye çan-

da berxwedana herî mezin û bi wate. Ev çalakiyên ku bi îrade û rihekê mezin ê azadiyê haatiye destpêkirin gelek caran gehiştiye serkeftinê. Di sala 2012’an de jî li hemberî tecrîda ku li ser Rêber APO hatiye meşandin 10.000 girtî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Dîsa di sala 2016’an de bi heman armanca şikandina tecrîta teqez a li ser Rêber APO çalakiya greva birçîbûnê ya ku destpêkiriye gehiştiye serkeftinê. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di sala 2018’an de bi pêşengtiya Leyla Guven hat destpêkirin û bi tevlîbûna bi hezaran girtiyên azadiyê ber bi serkeftinê ve meşiyaye, bû rûmeta

şoreşgeran. Ev çalakî ji zindanan,



KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

38

gotar

Diclepress13@gmail.com

Çavek Li Ser Ola Ezdahî(Êzîdatî)

Cano Şakir

Koka ola Êzîdî di navbera lêkolîn û nivîskaran de, vê dema dawî bû mijara gengeşî û lihevnekirinê. Di vê derbarê de gelek teorî û raman dinav de derketin pêş, ku li pey wan tevlihevî û dijberî derket. Sedema vê yekê ji ber gelek faktoran e, ya yekem ew e ku ya ku di demên borî de li ser wan hatibû nivîsandin ji hêla hin nivîskaran ve hatî nivîsandin ku ew nivîskar bixwe ji dîrok û çanda ola Êzîdiyan bê agahî bûn, agahiyên şaş û çewt bi xwe re vediguhestin qada wêjeyê. Ya duyemîn girtina civaka Êîdî bi xwe jî ji nava hinên karvedanên dîrok û ta roja îro ku tirsa wan ji dîrokê hertim bûye, ew ji encama şer û çewisandinên ku li dijî wan hate tepsandin, kir ku ola xwe bi dizî û biveşartî û nezelaliyê dorpêç bikin, Di encamê de û li gel van tespîtan, bingehên nivîskî yên vî olî tune, a rast hatin talan kirin, şewitina, tenê tişta ma di rêya oldaran ku koka xweya olî bi parastina devkî biparêzin, û bi vî rengî zanîna ji bo wan di pirtûkan de bêtir ji kaxezê tê parastin. Di serdemên berê yên dîrokî de ji ola Êzîdî re digotin Dasinanya an ku Dasina, lê Xiristiyanên li Îraqê hîn jî di zimanên xweyên netewî yên Kildanî û Suryanî de vî navî li wan dikin. Paşê, piştî hatin û xuyangkirina

Şêx Adî, ew bi Sahbati, Adawiyyah ku li ev der li Colemergê xwe navdar bûn. Wisa dixuye ku navê Êzîdiyan di rojên desthilatdariya Osmanî ya li ser Kurdistan û Iraqê de ji wan re wisa digotin. Li gorî mîtolojiya Êzîdî, gelê Êzîdî ji rêzeçiyayek taybetî ya ku ji mirovahiya mayî cûda ye tê, lewra ew tenê zarokên Adem in, û mirovên mayî kurên Adem û Hewa yê ne, li gorî şîroveyên olî û vegotina Ezdahiyan wisa dibêjin. Lêkolînerên Ezdahî bawer dikin ku ola wan ji ola Babîl a kevnare ya ku li Mezopotamyayê hebû û derketiye. Weke ku nivîskar û lêkolînerên Êzîdî ew dibêjin ”Stûn û stûnên bingehîn ên ola Êzîdiyan ji baweriyên olî yên Mezopotamyayê, nemaze ola Babîlî, û ola Babîlî digihîje, wekî ku em gihiştin nivîsarên hezarsala sêyemîn berî zayînê, tevlihevkirina faktorên Sumer û rêûresmên din. xwedayê Babîlî Nabu herî kêm vedigere 1800 sal berî zayînê, ji ber ku agahdariya dîrokî ji nû ve avakirin û nûkirina perestgehê di hukmê Hammurabi de nîşan dide. Ji ber vê yekê perestiya Nabu li Asûr belav bû, ku herêmên ikêxan, Zabin û Cezira tê de, lewma peykerên Nabu li şûnwarên ku ji bo vê armancê hatine çêkirin di dawiya sedsala nehê berî zayînê de hatin raber kirin, da ku ev perestgeh bigihîje bilindahiya xwe, lewma em dibînin ku Nabu perestgehek li Calh al-Namrud e. Li ser mijara Êzîdiyan û têkiliya wan bi Mîtrayîyan, li gor hin pêzaneyan yên vê Olê di bêjin mîtrayî

tştek mezine u pênasînekedîrokî ye linav beyîne Xwedê û mirovan se. Her wehe di bêjin kevintirîn Ola çîhanî ye dîroka wê ya kevnar vedigere serdemê Hindû Ewropîyan(Al-Arîye) jiber vê hete vê gavê gelek bîr û bawrên wan yên kevin linav gelê Kurde mayîne û bi tayîbet linav Kurdên Êzdî de. Ezdahî wek tên naskirin di bêjnê HindûEwropî gelek dikevnin xwedî nasnameyek dîrokî ne, li cîhanê jiber vê çendê em dikar ên bêjîn zorbeyî tîtal û rewş û Zimanê wan weke hevin . Lê berî ew bihêne Kurdistanê û Asîya Rojave gelek miletê bernas li wê deverê dijyan wekî Somerîya û Îlamîya û Ekedîya û Horîya. Li eger em berê xwe bideyîne Mîtraye wekî Mêjû Navê wan hatîya di jêderên Somerîya de berî sedê pênçê berî mîladê . Navê Mîtraye bi gelek renga hatiya wekî hatî di Peyîmane linav beyîne Mîtanî yan u Hîtanî yan bi rengê(MITRA), wekî hatî di Avestade bi rengê(MITHAR), di Pehlewîde hatîye bi rengê(MIHER). Her di Farisîya îrode di bêjnê(MITRA), belê Navê wan hatîye di Pertûke(Avesta) de ye Zardaştîyan di bêjin Xwedawendê Ronahiyê u rastiyê, her wiha di jêderên Hind û Ewropîde yên kevin hatîya u dibêjin ew mezintrîn xwedawendê xêrêu rastî u baweryê ye, Di Avêsta de dibêjit( Ahwere mezde) gotîya xwedawendê Mître çîhê bawerîyê ye linav xelkê de, ji ber vê egerê bûye çîhê bawerîyê linav gelê Zardeştî de. Ola(Bûzîya) ji gotîya Mîtrayî ronahî ye.


Diclepress13@gmail.com

jin

39

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Xuşka min li Tirkiyê ye

Necla Seîd Ismaîl 7 sal di destê

di nava van 7 salan de li gel mal- avêjin wan. çeteyên DAIŞ`ê de êsîr ma. bateke Erebî ya ji Iraqê maye. Keç û jinan xwe kuştine Necla ji DAIŞ`ê hatiye rizgakiPiştî ku serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Dîmenên herî hov rin. Qala serhatiya xwe ya bi êş dike û dibêje; çeteyan xuşka wê Necla dibêje, piştî êrişê ew ber Bekir El-Bexdadî fermand dide bi çiyê ve revîne û xwe spartine çeteyên û xwe ji wan dixwaze birine Tirkiyê. malekê. Lê Çeteyan êriş kirine ”xenîmetan” li hev par bikin, çete wê malê û ew revandine. Paşê Neclayê û xwişka wê dibin Beacê. A: SILAVA EBDULREHMAN çeteyan jin, keç û mêr ji hev cuda Piştre bi zorê didin çeteyekî bi Jina Êzîdî, Necla Seîd Smaîl (23) ji kirine. Jin û keç birine çolistaneke navê Xelef Cemîl ê berê zewicî DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin ji şêniyên li Musilê. Mêr jî birin girtîgehan. û xwedî 5 zarokan e. Piştî sê sal gundê Til Qeseb ê parêzgeha Piştre çeteyan jin û keç birine di- zewacê, ev çete li şerê Baxozê tê Şengalê ye. Tevî malbata xwe ya bistanek li bajarê Tileferê û li wir kuştin. ku ji dê û bav, 7 keçan û 3 xortan heta mehekê ragirtine. Necla qala Çete Neclayê dibin Beac, Reqa, pêk tê, li gund dima. Dema 17 salî hovîtiya çeteyan dike û dibêje; Meyadîn, Baxoz, Basîra û heta bû, di êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî “Çeteyan keçên ku temenên wan taxa Xiwêran a li bajarê Hesekê. Şengalê de, tevî malbata xwe hat di navbera 10 û 15 salî de yek bi Ji destê çeteyên DAIŞ`ê gelek êş û revandin. Necla piştî 7 salan hate yek dibirin û dest diavêtin wan.” azaran dikişîne. Lê didin, sixêfan rizgarkirin. Neclayê qala serhati- Necla ew dîmenê ku dema 5-6 jê re dibêjin, bi zorê dizewicînin û ya xwe kir û got, şevekê dengê çeteyan dest avêtine zarokan, dînê islamê li ser ferz dikin. Necla guleyan bihîstine û beriya ku weke dîmenê herê hov ê di tevahi- dibêje, ji ber vê eziyeta çeteyên çeteyên DAIŞ`ê bighêjin Şengalê, ya emrê xwe de dîtiye diwesifîne. DAIŞʼê gelek keç û jinên Êzdî xwe Necla jî ji vê hovîtiyê nafilite. Çete kuştine. pêşmerge reviyane. Neclayê dema qala serhatiya li wê didin, wê weke kafir bi nav Xuşka min li Tirkiyê ye xwe kir hewl da bi Kurdî biaxive, dikin. Çete wan ji bo xwe helal lê nikarî û bi Erebî axivî ji ber ku dibînin û bi hêsayî dikarin dest bi- Necla agahî dide û dibêje; çeteyên


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

40

jin

Diclepress13@gmail.com

DAIŞʼê dê, bav, bira, ap û kurên revandine û aqûbeta nerevîbana, ev bi serê me nedihat. Lewra em tevawan heta niha ne diyar e. 4 xwişkên wê ji çeteyên hiya lihevkirinên ku li ser Êzîdiyan red dikin.” DAIŞ`ê revîne lê aqûbeta yek ji wan heta niha ne diyar e. Necla got, “Beriya qederê 3 salan bi min re axivî Çete Neclayê dibin Beac, û ji min re got, ew li Tirkiyê ye. Piştre peywendî pê re Reqa, Meyadîn, Baxoz, Basîra qut bû.” Necla li ser awayê rizgarkirina xwe jî dibêje, ji tirsa wê û heta taxa Xiwêran a li ji çeteyan re nasnameya xwe eşkere nekiriye. Lê piştî ku înternêt peyda kiriye bi rêya facebookê bi xwişka bajarê Hesekê. Ji destê xwe re axiviye. Xwişka wê jî agahî daye xizmên xwe çeteyên DAIŞ`ê gelek êş û yên li gundê Xirbet Xezal ê li nêzî navçeya Dirbêsiyê û piştre agahî gihaştiye Asayîşa Jin. Asayîşê jî ew azaran dikişîne. Lê didin, radestî Mala Êzîdiyan a li herêma Cizîrê kiriye. Necla wê di çend rojên bê de radestî xizmên wê yên sixêfan jê re dibêjin, bi zorê li Şengalê were kirin. Wan em nehiştina…! Necla di dawiya gotinên xwe de hêvî kir ku tevahiya jinên Êzîdî yên di destê çeteyên DAIŞ`ê de ne rizgar bibin. Necla helwesta hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kudistanê li hemberî sûcên ku li dijî Êzîdiyan şermezar kir û got: ”Heke em bi tenê nehiştibana û

dizewicînin û dînê islamê li ser ferz dikin. Necla dibêje, ji ber vê eziyeta çeteyên DAIŞʼê gelek keç û jinên Êzdî xwe kuştine


Diclepress13@gmail.com

jin

41

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Em ji gefan mezintir in

Em

pirsgirêkê bi diyalogê û bi çareseriyeke li gorî rastiya Şengalê û ya Iraqê hal bikin. Lê heger dewleta Iraqê, bi hêzê, bi artêşê bi ser me de bê, emê bersivê bidinê. Em ji gefên ti kesî natirsin. Em ji gefên wan mezintir in. Em serî ji kesî re natewînin.

A: LUQMAN GULDIVÊ Herî dawî di asta serfermandariya artêşa Iraqê de heyeteke Iraqî bi rayedarên Xweseriya Şengalê re rûniştibû. Di vê hevdîtinê de, Şengaliyan ragihandibû ku ew li gorî destûra bingehîn a Iraqê dixwazin xweser bin û heta dawiyê ew ê xwe dî li hêzên xwe yên eskerî û nexasim jî Asayîşa Êzîdxanê

derkevin. Rayedarên Rêveberiya Xweser, dibêjin, ew ê destûrê nedin tinekirina sazî û rêxistinên xweser li Şengalê û lazim bibe, ew ê bi her şêwazî li ber xwe bidin. Em li ser rewşa dawî ya li Şengalê, siyaseta PDK´ê, hevdîtinên bi artêş û hikûmeta Iraqê re bi Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Riham Hico re peyivîn. Herî dawî artêşa Iraqê mohletek dabû ji bo vekişîna hêzên asayîşê. Berxwedanê ev mohlet pûç kir. Çi kir ku serfermandariya Iraqê bi we re bipeyive û guh bide daxwazên we? Ya rastî cesareta gelê me, berxwedana miletê me, cidiyet û israra me hişt ku ev dewlet were bi me re rûne. Ev şeş meh in berxwe-

daneke bêhempa hat meşandin. Encama wê berxwedanê, hem dewleta Iraqê. hem raya giştî hem jî dewletên ji derve, israra Êzîdiyan, nêzîkatiya civaka Êzîdî, bi taybetî jî helwêstên me yên Meclîsa Xweseriyê dîtin. Gava ku ew pêşengtî, ew rastî dîtin; yanî me bi israra xwe berxwedan û têkoşîna xwe ew neçar kirin ku bi me re bikevin diyalogê. Ev ji diyaloga berê wêdetir bû, ji ber ku vê neqlê rasterast bi me re bû. * Ji bilî radestkirina daxwazln nivîskî, danûstandina bi heyeta artêşê re çawa bû, çi soz hatin dayîn, hîç yek ji wan pêk hat yan na? - Hikûmeta Iraqê herî dawî gava em çûn bi wan re rûniştin, li me


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

guhdarî kir. Çend caran daxwazên me dihijmartin, li wan guhdarî dikirin. Beriya niha hikûmeta Kazimî gelek soz dan Êzîdiyan. Lê heta niha yek ji wan sozan jî pêk nehatiye. Eksê wê, bi ya xwe dikin, bi ya Tirkiyê û PDK´ê dikin. Sozên didin me bi cih naînin. * Halê hazir saziyên civakî û siyasî yên li Şengalê yên ser bi Rêveberiya Xweser ve çawa dikarin kar bikin? Gelo xebata wan tê astengkirin? - Jixwe, ev tifaqa hatiye mohrkirin, gelek astengiyan ji me re der-

42

jin

Diclepress13@gmail.com

dixe. Ji ber ku armanca vê tifaqê tinekirina me ye. Tesfiyekirina sazî û rêxistinên me ye. Mesela, hewldana tinekirina Asayîşa Êzîdxanê heye. Hewl didin hêzên YBŞ´ê ji Şengalê derxin. Hewl didin ku hêzên me yên eskerî û hêzên Asayîşê ji bajêr derxin. Piştî ku ev pêk hat, wê êdî li gorî tifaqê hin gavên din biavêjin. Ev gav hîna nehatine avêtin, ji ber ku berxwedana gel heye. Lê belê ev hemû jî astengî ne ji bo me. Ev hewldana tinekirina me ye. Ew dixwazin civaka Êzîdî careke din parçe bikin. Hem parçe bikin û hem jî wê bi rê

ve bibin. Wekî din dixwazin civaka Êzîdî vegerînin beriya 3´yê Tebaxa 2014´an, yanî beriya Fermanê. Dixwazin komkujiyên bûne, êşên me kişandine, zehmetiyên me dîtine bide jibîrkirin, îradeya me derxistî holê, berxwedana me, destketiyên me hemûyan jî holê rakin û me careke din vegerînin beriya fermanê. Yanî hingê Şengal li gorî berjewendiyên hinek partiyên siyasî, hikûmeta PDK´ê û hikûmeta Iraqê dihat birevebirin. Astengiyên îro li Şengalê li ber me ev in. Li dijî van zehmetî û astengiyan em têdikoşin.



KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

peymanê ve, Êzîdî kêm vedigerin Şengalê ji ber ku PDK´ê rê girtiye. Beriya peymanê, rojê carinan 100 malbat li Şengalê vedigeriyan. Wekî din ji bo ku yên li kampan jî biçin welatên derve, rê li ber wan xweş dikin. Di ragihandina xwe de jî weke ku xelk Şengalê bi cih dihêle û diçe, dide nîşan. Armanca wê valakirina Şengalê û peydakirina şer û aloziyan li Şengalê ye. * Gelo hêzên artêşa Iraqê û yên Heşdî Şebî destwerdaneke çawa dikin li Şengalê? - Em ne li dijî artêşa Iraqê ne. Me 70 kîlometro erd heta bi sînorê Rojava rizgar kir. Me pêşî li artêşa Iraqê negirt. Me gelek nuqte û cih rizgar kirin. dîsa me pêşî li artêşa Iraqê negirt. Piştî mohrkirina vê peymanê, dewleta Iraqê wisa da hîskirin, weke ku Şengal devereke dagirkirî be, û ew ê bê, Şengalê rizgar bike. Weke ku ti artêşa wê li Şengalê nebe, dîmenek di raya giştî de da peydakirin. Pişt mohrki

44

jin

Diclepress13@gmail.com

Rastî em ne alîgirê wê ne ku şer li Şengalê çêbe. Ji ber ku em naxwazin welatê me bibe cihê şer, civaka me penaber bibe yan jî zirar lê bibe. Ji ber ku civaka me hîna birîndar e, hîna nû bi zorê hatiye ser axa xwe, hinekî hatiye ser hemdê xwe

rina peymanê, weke ku me Şengal dagir kiribe, Êzîdiyan Şengal dagir kiribe, û artêşa Iraqê jî wê Şengalê rizgar bike, bi me da hiskirin. Ya ku bi me da hiskirin ew bû, ku Iraq wê bê û Şengalê dagir bike. Ev tiştên şaş hatin avakirin. Em Kazimî tewanbar dikin. Lewma, helwêstên herî dawî beramberî Şengalê yên hikûmeta Kazimî, helwêstên tinekirina civaka Êzîdî ne. Fermandarên artêşa Iraqê li Şengalê gelek gef li me xwarin. Gelek caran gef xwarin li Êzîdiyan ku ew ê wan bigirin, xwîna wan birijînin. Hikûmeta Iraqê wisa dilê civaka Êzîdî ji xwe hişt û kete bin bandora dewleta Tirk û PDK´ê. Tişta ku îro artêşa Iraqê li Şengalê dike, ne di xizmeta Iraqê û Êzîdiyan de ye. Ew di xizmeta dijminên Iraqê û Tirkiyê de ye. * Balefirên dewleta Tirk ên bi mirov û bê mirov êrişî Şengalê dikirin, gelo tehlûkeya wan hîna weke berê heye yan ev


Diclepress13@gmail.com

tehlûke kêm bûye? - Balefirên keşfê li ser Şengalê her digerin. Tehlûkeya wan kêm nebûye. Heger mecala xwe bibînin wê careke din êriş bikin. Ji ber ku di nava van çend salan de ew her êriş dikin. Ev êrişên wan jî bi rewşa heyî û peymana mohrkirî re elaqedar in, ji hev ne qut in. Yanî balefirên keşfê li ser Şengalê kêm nebûne, hîna weke berê ye. * Ji bo jiholêrakirina vê tehlûkeyê çi hewldanên dîplomatîk û tevdîrên siyasî hene? - Rastî em ne alîgirê wê ne ku şer li Şengalê çêbe. Ji ber ku em naxwazin welatê me bibe cihê şer, civaka me penaber bibe yan jî zirar lê bibe. Ji ber ku civaka me hîna birîndar e, hîna nû bi zorê hatiye ser axa xwe, hinekî hatiye ser hemdê xwe. Şerek ne di berjewendiyê xelkê Şenaglê û ne jî di berjewendiyê Iraqê de ye. Em ji bo çareseriyê bi Iraqê re bûn alîkar. Mesela, gotin alayên xwe deynin,

jin

45

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

- Tehdîtên wan her bi wê de dihere, xeternak dibin. Li hemberî vê me helwêsta xwe daye diyarkirin. Em ji ti gefan natirsin. Kî bi diyalogê were, em amade ne. Heger nebû, heger Iraqê hêz bi ser me de anî, qewet şand, em ê bersiva wê bidin. Heger li derê me xist, ew ê bersiva xwe jî bibîne. Em mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin. Oldarên me daxuyanî dan. Em ê civaka xwe biparêzin. heger yek ji me nemîne jî em ê gavê bi paş ve neavêjin. Em ê berxwedanê bi israr bikin. Lê heta dawiyê jî hedefa me ew e ku şer çênebe. Em pirsgirêkê bi diyalogê û bi çareseriyeke li gorî rastiya Şengalê û ya Iraqê hal bikin. Lê em careke din jî bibêjin, heger dewleta Iraqê, bi hêzê, bi artêşê bi ser me de bê, em ê bersivê bidinê. Em ji gefên ti kesî natirsin. Em ji gefên wan mestir in. * Berxwedana ji bo Asayîşa Çawa ku ev 6 sal in me beramberî Êzîdxanê heger artêşa Iraqê DAIŞ´ê, beramberî hêzên hevkar li hêzê bi kar bîne wê bi çi rengî ber xwe da, em ê li ber xwe bidin. Em serî ji kesî re natewînin. dewam bike? me danî, me hin cih dan wan. Ji bo diyalog dewam bike, me ev kir. Ji bo çareserkirina meseleyê me projeyên xwe yên xurt ên di xizmeta Êzîdiyan û Iraqê de pêşniyaz kirin. Me projeya xwe ya Xweseriya Şengalê pêşkêşî Iraqê kir. Heta talî jî ji bo çareserkirina meseleya Şengalê em bi israr in, ji ber ku em dizanin ew siyasî ye û ne ewlekariyê ye. Pirsgirêkên heyî, yên derdikevin hemû siyasî ne. Ji ber ku her kes dest werdide Şengalê û dixwaze li gorî mesleheta xwe qedera wê diyar bike. Ji bo wê, me ev tişt bi hikûmeta Iraqê re nîqaş kiriye. Me xwest em xwe bidin fêmkirin û ji wan jî fêm bikin. Lê bi qasî diyar dibe, nêta dewletê ya çareseriyê nîne. Ji ber ku her me bi hêzên eskerî, êrişkirinê û tinekirinê tehdît dike.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

46

çand

Diclepress13@gmail.com

Ling dimeş e û çav ditirsê

A: baran heskani

Car heye rew ji desthilanînê çêtir bit... Bê guman e, ku he mî çaxê mirova ne yê mêrxasîyê ne, çunkî wekî dibêjin:”Te derbek danî û êk mezintir hilanî te kar nanî.” Vêca gelek mirov berê xwe bidit jêhatina xwe, çunkî ne ji xwe da hatîye gotin :”Heye bêjî yarê dîya xwe yabo.” Ne hemî çaxa mirov xweyê çûvê stûr bit belkî “ cara heye rev ji dest hilanînê çêtir bit.” Çunkî ji berê da hatîye gotin:”Destê nekarî gez bidî tê maçî bikî!”

bit- gelek hekîme ku her tiştek danîye li cihê wî da û bo wê dê çêkirye! Êk ji wan tiştan mirov e. Ev mirovê he daye dinyayê da di harîkarîya êk da û pêkve bijîn bi jîyanek serbilind û serfîrazî bê blindest kirin û zordarî. Her welê her mirovek dest û guh û aqil dayînê da bikarbit feydê li xwe û hevalên xwe bikit, vêca heçî gava mirov welê hat ku ji xirabîya pêve kêr tiştek dî ne yê bivê-nevê ye mirovên dî nehêlin ew li nav mirova da bijît. Da agirê xirabîya wî neçit wan jî ka çawa mirovek eger xweşîyê ji parçek laşê xwe nebînit, ji’bilî zererê pêve wê parçê jêkit da jehra wê neçit parçên dî jî, vêca ev gotin tê gotin gava mirovek nexêrxwaz û ji xirabîyê pêve jê çênebit li nav malê da yan li nav gund da wê bê gotin:” Çavê kêr neyê tilya xwe li bin bide û derîne.” Dibêjin carekê mirovek ne misilman pirsyar ji zanayekê yê misilmana kir:Ere ev çi qanûne hewe hey! Ew destê^xwîna wî (25) deve bin li bihayê(5) derhema bêt kirîn! Û hêj hon dibêjin ev qanûna he adile!” Zanaî bersiva wî da:” Dest giran bihabî, hingî emîn û dilbêş bî, çaxê xîyanet kir sivik biha bî.”

tiştek misoger ji destê xwe berdit bi tiştek ehit û behit û ne misoger, wê bê gotin:”Çiwîka li pizîyê çêtir e, ji beranê li berûyê.” Vêca gelek her mirovek hizirker bit li roja têda da ne şepilit. Devê wî ji girarê dişwitit pif dikit kefçik Ev gotina he tê gotin gava êk tengavîyek yan nexweşîyek bi ser da bêt, ji rexekê ve ew rabit pirsyar û xemxwarinê ji rexek dîve bixût, wê jê ra bêt gotin:”Devê wî ji girarê dişewitit pif dikit kefçik!” Wekî vê gotinê ye deq û deq çaxê dibêjin:”Kojiyê têrê dirha, destîyê pûş êxist li qûna kerê da.”

Dîwaro min ji te ra got pişt dîwaro to guhê xwe bidê... Binyata vê gotinê dibêjin carekê mirovek çû malekê bi mêvanî, piştî Cotyaro ewe çîye to diçînî? şîva xwe xwrin mêvanî got malxwê Got:Dema hişîn bî tê bibînî! malê:”Da biçin şevbûrka xwe li koçka Ev gitina he tê gotin gava mirovek xepaşayî bikin. Malxwê got:”Mêvanê berdanekê bikit ji berî çaxê wê - De delal wekî dibêjin koUcê pîrê xweştir e vêca gev bit yan zirt bit, yan pesn bit ji burca Mîrê Cizîrê.” Bila ji bîra te neçit - û li beramberî wî jê qebûl nekit wê wekî dibêjin ;” borîyê xurta zor bore to bêjit:Mal ava got; “ Cotyaro ewe çî ye lê bidî wê te li ber xwe bibit û to lê nedî to diçînî? Got:Dema hişîn bî tê bibînî!” na serifit.” Da li malka xwe rûnin ji me ra çêtir e. Çavê kêr neyê tilya xwe li bin bide Mêvanî got; bawerke tebata min bê Çiwîka li pizîyê çêtire ji beranê û derîne.. koçk û dîwan nayêt, her divêt em bêhberûyî.. Bê gumane, ku Xudê - pak û paqij Ev gotina he tê gotin gava mirovek nekê biçin koçkê. Malxwê got:”Baş e


Diclepress13@gmail.com

em ê biçin, belê bi şert heke em çûn koçkê çihê to ewil rûniştî ji wêdê nelivî û tişta ji te neyê westin to xwe lê neynî der te heye. Rabûn çûn hêj zû, hêj kes nehatî koçkê her du rûniştin li serê dîwanê piştî hingê xelkê dîwanê kit kite hatin. Heçî hat mêvanî cihê xwe dayê, li çaxekê xwe li nav cihê pêlava da dît! Xelkê dîwanê tev rûniştine, gundorek bo paşayî hat, li 50 dil da ne divîya wî gundorî bişkênit, belê got:”Kê kêr heye?” Kesî deynekir mêvanî got:” Min kêr heye û kêra xwe deranî û raberî paşeyî kir. Gava paşayî kêr dît bi destê mêvanî girt û got:”Ev kêra he ji xezna min hatiye dizîn li gel hinde zêra!” Ha iha wan zêra to bînî. Hingî mêvanî xwe vequta belê pare nekir, ji destê paşê qurtal nebî. Paşê gazî kir êlçîya û got:”Werin vî dizî bigrin.” Malxwê neçar bî got:”Babo eve mêvanê min e, îşev berdin heta seharê sozbit ez dîsa bînim. Paşayî got:” Em bernadin çunkî tê rêka axiftinê nîşê bikî; malxwê soz da çi rêka nîşê nekit, rabîn her du pêkve çûn malê, her yek li rexe yê dîwarî rûniştin. Malxwê got:”Dîwaro ez ji te ra dibêjim, piştdîwaro to guhê xwe bide min. Dîwaro heke to sibehê çûyî dîwana paşayî û paşayî got te ka zêra bîne; to bêje; “ ezbenî ev kêra he min li ser termê babê xwe dîtîye, yani babê min bi vê kêrê hatîye kuştin.

çand

47

Vêca ez li doza babê xwe digerim. Minê ev kêr ya kê ye; wî babê min kuştiye.” Dîwaro min ji te ra got pişt dîwaro to guhê xwe bide min.” Vêca ev gotin tê gotin gava êk bixwazit şîretekê bi nepenî li êkê bikit, ji ber newêrana xwe wê bêjit:”Dîwaro min ji te ra got pişt dîwaro guhê xwe bidê...” Dayê ew to dibêjî min li der daye! Binyata wê gotinê dibêjin carekê pîrejinek û keça xwe bîn. Keç mezin bî, dayê gote:Keça min bi tenê şev negerhe tolaz û xurt hene, newek te bê ser û ber bikin? Keçê got:”Dayê ewa to dibêjî min li der daye?” vêca bî pêgotin çî gava mirovek şîreta li êkê bikit û ji tiştekê bitirsînit û bêjtê xwe ji filan tiştî biparêze û bi xwe jî ew tişt bi ser hatibit wê bê gotin:”Dayê ewa to dibêjî min li der daye! “ Heftîyaro li ber çava dîyaro Ev gotina he tê gotin gava mirovek furt û pesin û zirtên xwe bidit, bêjit:Ez berê ho bîm.. û min filan tişt hebî. Min ho dikir, wek penda strana kurdî çaxê tê gotin:Ez li çaxê xwe da lawkê madenî bîm, xweyê rêz û peza bîm.” Wê jê ra bê gotin “heftîyaro li ber çava dîyaro.” Wekî vê gotinê ye çaxê dibêjin; “Şam dûr e ma mişar jî dûr e?” Binyata vê gotinê jî dibêjin; mirovek çûbîya Kûdê

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

wê zirtên xwe û kerê xwe dabîya:Kerê min li Şamê xwe li ser 7 mişara diavêjit! - kerê wî kerek guhşor û bêxêr - êkê got:De malava, Şam dur e, ma mişar jî dûr e? Eve mişar” Vêca gelek mirov xwe nasbîkit li wê roja mirov têda. Dibêjin carekê mirovek li ervazîyekê diçû - dinya havîn bî tehra rojê û roj li qunca wî xuhdanê sing û pişt û her du tenişt girtin. Bizîtirê biştê da bî çi paşîya wî sist bî û şil - terbî tirek kir, ji xwe tirsa neku hindek li dûv bên - ji berî li xwe bizivirit - got:Ax pîrîfîyê! to çî ji kurê babê dikî? Demê ez xurt, ez li van jêlîlya diçûm her min nedizanî ji xwe eve ervazîne!” Paşî li xwe zivirî berê xwe dayê kes li dora xwe nedît, got “ne bi Xudê to li xurtanîya xwe da jî ev se bî. Vêca gelek mirov ne zirtkerbit, çunkî mirovên zirtek bê rû ne.. Li xwîna babê xwe gerha qûna xwe jî li ser danî! ‘ Ev gotina he tê gotin gava êk li toleka xwe bigerhit, belê tola xwe ne vekit û zîyanek mezintir bi ser da bêt wê bêt gotin:Li wîna babê xwe gerha qûna xwe jî li ser danî! Wekî vê gotinê ye ev malka şîîrê ya nivîsvanî çaxê dibêjit:Me go emê bistihin deşt û çîya bi carek Ala kurdî bihejînin paşê me zozan li der dan!


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

48

çand

Diclepress13@gmail.com

Eskerê Boyîk

xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye

A: ARASÊ HESENÊ

Eskerê

Boyik(jdb. 31ê tebaxa 1941,li Axbaranê li Ermenistan) helbestvan û nivîskarekî di Ermenistanê ye. Niha ew li Almanyayê de dijî. Jiyan Eskerê Boyîk(Askiyar Broyan) 31ê tebaxa sala 1941ê li gundekî kurdayî navça Ermenistanê ya Axbaranê: Qundesazê(niha Riya Teze li herêma Aragasotinê) malbeteke êzdî da hatîye dinê. Piştî tamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê ew sala 1961ê înstîtûta Malhebûna Gundîtiyê ya bajarê Yêrevanê da tê qebûlbûn û sala 1966an bi

qîmetên here bilind dawiyê li wê tîne. Demekê li înstîtûteke zanyaryê-lêkolînê ya Yêrêvanê da wek pêşekzanê sereke dixebite, paşê Instîtûta zanyaryê ya Aboriya Malhebûna Gundîtiyê da dikeve Aspîrantûrayê(xwendina standina dereca doktoriyê). Sala 1974a têza doktoriyê diparêze û navê doktorê aboriyê distîne. Wî kivş dikin wek serokê beşeke wê înstîtûtê. Tevî karê zaniyaryê ew wusa jî gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê da dersê rêvabirina(serkarîkirina) malhebûnên gundîtiyê dide. Di warê zaniyariya aboriya gundîtiya Ermenistanê da xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyêtiyê sala 1993a dest ji kar û barê xwe berdide, diçe Komara Qazaxistanê. Sê sala li wir dimîne û pey re berê xwe dide Ewropayê û li Almaniyayê bi cî dibe, wî derê jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskariyê, zanyariyê, civakiyê dimeşîne, lê êdî bi temamî di warê wêje, çand û dîroka kurdî da. Her çiqas jî, di warê zanyariya aboriya malhebûna gundîtiyê da bicîanîna lêkolînên zaniyariyê û perwerdekirinê da barekî giran hilgirtibû û bi serketn dimeşand, lê wî li nav xwendevanên kurd da weke helbestvan, diramatûrg, rojnamevan, pûblîsîst deng dabû. Eskerê Boyîk bi ruhê xwe ve helbestvan e. Di salên karê ew


Diclepress13@gmail.com

lin da wî bi xwe jî tê derdixist, ku karê wî wêje ye, jiyana wî da şaşî çê bûye, ku bêşekî din bijartîye, lê çiqasî jî dixwest şaşiya xwe serrast bike, nikaribû. Ji ber ku tu nivîskarê kurd li Sovêtîstanê nikaribû tenê bi nivîskariya kurdî ebûra(debara) xwe û neferên xwe bike. Ji bo vê yekê jî, ez dixwazim Eskerê Boyîk weke fênomênekî bi nav bikim, çimkî bilî karê xwe yê fermî, yê di warê bi zanyarî çareserîkirina pirsgirêkên aboriya gundîtiya komara Ermenistanê, wusan jî bi serketin rêya kar û barê wêje û çanda kurdî da dimeşya. Ev karê dawî Esker êdî bi saya xwegîhandin, xweperwedekirina di warê ziman, wêje û çanda kurdî da bi cî danî. Tenê ji piştî sala 1993a re gava ewî Ermenistan pişt xwe va hîşt, ji pey gelek zehmetiyan jê re îmkan û fersend çê bûn ku ew xwe bi temamî nivîskariyê, kurdzaniyê, bi taybetî bicîanîna lêkolînên di warê dîrok û dînê

çand

49

kurdên êzdî va mijûl bike. Ji alîkî va vê welatvanî û hogirtiya nêzîk û helal ya navbera min û Esker da ez didefandim berbi cîanîna peyveke xweş û germ ji bo sersala wî, aliyê dinê va eynî tiştê ez bi pisîkolojî hetanî warekî bend dikirim, ku dibe hinek bêjin Wezîrê Eşo jî ber wê yekê haqasî Eskerê Boyîk bilind dike? Ev fikir û ev tişt dilê min da disêwirîn gava jimara rojnemeke me kurdan ya hêja- „RÛDAWÊ „ ya 21ê tîrmeha îsalin ket ber destê min. Di wê da hevpeyvîna Alî Gûler tevî hunermend-stranbêjê kurdî bi nav û deng Nizamettin Ariç hatibû çapkirinê, ku zemanekî bi navê Feqiyê Teyran jî deng dabû. Hevpeyvîn derbarî weşena albûma Nîzamettîn Arîç ya nû da bû. Di bersîva pirsekê da hunermendê pirşuret wa dibêje: “di nav kurdên Kavkas û Serhedê de cîhê Fêrîkê Ûsiv cuda ye. Helbestvanekî girîng e. Di helbestên

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

wî da cihaneke kûr û fire heye. Merivan ji xwe re dike heyîran. Raman û felsefa wî gelekî kûre. Eskerê Boyîk jî ne kêm e. Meriv dikare gelek bi hêsanî helbestên wan bike stran”. Hevpeyvînê da tê agahdarkirin ku: “Albûma ‘Azadî’ ji 10 stranan pêk tê. Hemû stran jî li ser helbestên kurdên Kafkasyayê Fêrîkê Ûsiv û Eskerê Boyîk hatîye amadekirin”. Navê albomê ji navê helbesta hogirê min Eskerê Boyîke ‘Azadî’ hatîye hildan. Van gotinên Nîzamettîn Arîç û vê agahdariya rojnemê şabûneke mezin xistin dilê min. Çawa şa nebî, ku du weletî û du hogirên te yê nêzîk, li dervayî sovêta berê jî têne naskirinê û keda wan bi hêjatî tê nirxandinê: ya Fêrîk û Esker. Gava Esker, ji bo standina xwendina bilind sala 1961ê hatiye paytextê Ermenistanê Yêrêvanê atmosfêra wir bi bîn û buxsa çanda kurdî va dagirtî bû. Evan salên pêşketina wêje, çand, hûner


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

û kurdzaniyê yên here xweş bûn. Piştî salên 1937-1938a yên rêprêsyayên stalînîzmê salên 50î mecal û îmkan kurdayetî re berfire vebûn, îmkanê ji bo nû va welidandin, xuliqandina çanda kurdî çê bûn. Em dikarin wê demê weke Ronêsans bi nav bikin, ku dişibiya Ronêsansa(Ewropa) Rojavayê ya berya çend sedsala. Yêrêvanê da dezgeh, rêxistin, hevaltî yên wêje û çanda kurdî, her wisa jî kurdzaniyê çê bûn: rojnema Riya Teze ji nû va hatiye weşandinê, weşanên radyoya Ermenistanê bi zimanê kurdî ji Yêrêvanê her roj bi zemanê dirêj û kifşkirî hatin bi cîanînê, Înstîtûta Rojihlatzaniyê ya Akadêmiya Ermenistanê ya Zaniyariyê da beşa kurdzaniyê dest bi karê xwe kir, di nava goveka Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê da sêksiya nivîskarên kurd hatiye demezirandinê, weşanxana Yêrêvanê da beşa çapkirina pirtûkên kurdî hatiye vekirinê. Em êdî derheqê wê yekê da nabêjin, ku dora wan dezgehan artêşek ronakbirên kurd civiyabûn. Bi dehan dûhatiyên wan hersal zanîngeh û înstîtûtên Yêrêvanê yên xwendina bilind temam dikirin. Her çiqas jî, Eskerê Boyîk xwe li perwerde û pêşî jî ji wêje û çanda kurdî xerîb girtibû, lê giyanê kurdîtiyê û kemala helbestvaniya wî ya xwezayî ew defandin nava refên ronakbirên kurd. Esker hewil da û zûtirekê ciyê xwe yê anegor di nava artêşa ronakbiran da girt. Helbestên wî yên yekemîn ser rûpelên rojnema Riya Teze û bi radyoyê bi zimanê kurdî hatin weşandinê. Lê sala 1966a berevoka helbestên wî ya ewlin bi navê “Şiverê” li Yêrêvanê hatiye

50

çand

Diclepress13@gmail.com

Eskerê Boyîk salên 90 î sê sala li paytextê Qazaxistanê - Almaatayê ma, li ku gelek kurd diman ku salên 30 î û 40 î ji Azeyrbêcanê û Gurcistanê sirgûnî Asiya Navîn kiribûn weşendinê: pirtûk eynî weke şiverê tenik, lê warê hûnerê û naverokê da, eger em dikarin wa bêjin, qelaw û kûr bû. Bi sebebên dervayî îrade û daxweza wî pirtûka wî ya duyemîn, piştî zemanekî dirêj, eynî bajarî da, sala 1975a bi sernavekî xweşik: “Kulîlkên Çiya” hatiye weşandin. Wê pirtûkê helbesta bi navûdeng da naskirin û çawa li nav xwendevanê kurd yên Ermenistanê belav bû wusa jî ji sînorê wê derve jî di nav helbestvanên genc da belav bû. Ji dervayî sînorê Ermenistanê li du welatên derva bi orgînala xwe kurdî û bi wergera ser zimanê tirkî hatiye weşandin. Heta niha ev pirtûkên wî çap bûne:

HELBEST - “Şiverê” di sala 1966an de weşiya. - “Kulîlkên Çiya” di sala 1975 - “Duaya Serê Sibê” di sala 1997 - “Oda Çîrokan 1” helbestên zarokan di sala 1997 - “Kulîlkên Birîndar” di sala 1998 - “Govenda Herfan” helbestên zarokan - “ Ez Kilameke Melûlim” - “Tîrênc” Eskerê Boyîk helbestvanê dewrana me ye. Ji aliyê xwendevanan da hêjayî hizkirinê bûye. Diyarkirineke vê hizkirinê jî ewe, wekî me li ciyê pêwîst da jî kivş kir, ku hunermendekî kurd yê pirr hêja ne ku tenê helbestek lê çend helbestên wî kirîye stran. Şedetîke hêjatiya wî ye helbestvaniyê jî ewe, ku Esker cûre û peyva xwe


Diclepress13@gmail.com

ya xwexatyê anîye nava helbestvaniya kurdî, qet misqalekê jî şayîrên beriya xwe û yên zemanê xwe dubare nake. Ew bi awazê xwe yê cuda û xisûsî dinivîse û xwendevanên, ku pirî-hindikî haya wan ji poyêziya helbestvan heye, gava helbesteke wî ya nû, bê kifşkirina navê wî dixûnin- dest xweda serva diçin ku ew helbesta Eskerê Boyîk e. Govek, sînorê gotarekê mecalê nade, ku em dûr û dirêj bi hûrgilî heralî ser analîzkîrina poyêziya Esker rawestin. Ber wê yekê jî emê her bi tenê bi xetên giştî, tomerî û bi meselên kêmjimar poêziya wî raxin li ber ça-

çand

51

van û binirxînin. Helbestê Eskerê Boyîk nazikin, ewazê wan tê bêjî ji perê kulîlkê çiya pêk tên, tije rem, germayî û kela jiyanê ne: Kuliyê nazik Kuliyê berfê Nerm dibarin Têne erdê. Usa qerqaş, Usa amin, Mîna têlê Porê dya min. Tên dipêçin, Çiya, baniyê min Ku ber sermê Necemidin. Ew dengbêj û evîndarê cihanê, xwezayê û xweşikbûnê ye. Tê bêjî ew bi germayî û hizkirna dilê xwe, heta bi ‘porê dayka xwe’ dixweze serma zivistanêda cihanê germke. Lê gorî xeysetê xwe yê şermoke ew evîndariya xwe berbi evîna xwe,

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

ya cinsî, yanê ya himber qismî jinê kêm, degme eşkere dike, bi awayê alîgoriyayê xwe nêzîkî evîna xwe dike. Em mînakekî bînin: Havînê sî xweşe Zivistanê-tav Biharê sî û tav Hemêz dikin hev… Ez sî me, Tu-tav, Were, domam, bihare Em bigihîjne hev. Çiqas xweş, çiqas bi hûner û helbestvaniyê ya bilind hatiyê gotinê. Helbestvan xwe wek “sî“ lê evîna xwe jî wek “tav” nav dike. Berhevdanîneke çiqasî bi cî û bedew ji bona kirîn û xweşikirîna dilê keçikê. Felsefa poêziya Esker gelekî kûr e û bi pêra jî di aliyê moraliyê û pisîkolojiyê da pir


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

tehsîrdare. Ew vê helbesta kurt da wê fikirê îlan dike, ku civaka mirovayê da cinsê mê û nêr nikarin bêyî hev bijîn, loma jî bihara jiyanê bi ji hev hizkirinê, evîndariyê û amintiyê xweşe. Helbesteke biçûke din: Ezê hildim îro vê Dara bîêye beyanî, Hubirêda kim dilê xwe ra Nav esmanê şîn-sayî Nemê tera binivîsim Li ser pala vî çiyayî: -Tu jî derê ber dêrî Ku min bibe ronayî. Helbest tê bêjî dîdemekî suruştî ya bedew e. Dîdemek, ku tenê efrandina Eskere… Helbestvan evîndarê xezayê, çiya û baniya, mêrg-çîmanan, kaniyên avsar û zozanan e. Zarotiya wî paşla wê xwezayê da derbas bûye. Dilê wî heta li ser hemû giyanberan, ajalan, rewiran, terewil û teyredên li nav wê xwezayê da jî dêşe. Berf barî rê û dirbê Çiyê xitimîn, Mij û dûman hatin serê Riya kimkimîn. Xezal, kêwrûşk, gur û rûvî Li çiyê man, Em vegeryan, gelo ça

52

çand

Diclepress13@gmail.com

bû Halê wan? Helbestvan xwendevan jî bi xwe re dike heyr û motac, evîndarê xwezaya bi jiyan û jiyanber. Ev şuretên hunermendiyê û hostatiya berhemdayînê, efrandariyê ye, bi sêwirandina xiyal û mitalên di nav xweşikaya jiyanê da tên temam kirinê. Bêy vê faktora jiyanî bi tenê hostatiya helbestvan nikare tesîrê li ser giyana xwendevanan çê bike. Ev herdu keremên Xwedê jî jî Esker re hene. Têma evîna berbi dê-bavê, kalikê di nav helbestên wî da ciyê xweyî girîng digre. Tê bêjî rem, hizkirin, germayî, paqijaya ruhî ji wan helbestan dibare. Gelek helbestvanên kurd xwe di warê sêwirandina helbest, poêziya welatevîntiyê û miletevîntiyê da cêribandine. Eva tiştekî metelmayînê nine, gava em qedera gelê xwe ya dîrokî ya pir giran, ya tirajîk digrin ber hesab, ber çavan. Lê bi bawariya min helbesteke vê babetê ya here baş, ya here bi hunura helbestvanîêye bilind, ya naveroka xwe va gorî vê qedera gelê me

Eskerê Boyîk raberî xwendevana kirîye: Kê nifir kir ku em wa bin, Bê cîsitar mîna gurê serê çiya bin, Mala xwe da em bêpar û em bê war bin, Cînar me ra ewqas nexwez û neyar bin. Kê nifir kir ku cînarê xwe ra ewqas em helal bin, Ber zulma wan ewqas ker-lal û bêkar bin, Xwe ra xweyîn û dîn-dijmin, li hev nepak, qelp, bêtifaq, Wan ra xulam qûl û amin, pişt û yar bin… Kê nifir kir, ku em awa tîş û par bin, Dora me tev çavê sar û mejûyê har bin, Rê jiyanê me ra ewqas zor û zemet û dijwar bin, Em jî ser riya, çav li derya, penaber û stûxwar bin. Weke kifş dibe, li ber rewşa milete girane tirajîk helbestvanê dilnazik, diltenik, welatevîn ji kerba, ji qehra, ji îaca dilê xweyî kulî birîn rengan zêdetir, bêtir tîr û tarî dike, ku her bi tenê boyî we yekê bala me bikşîne ser kêmanî û şaşiyên nava civaka me kurdan da çêbûyî, ku em wana zûtirekê ji navê rakin. A


Diclepress13@gmail.com

bi vê fikirê hinek gotinên helbestvan yên tel û tûj, ku me kurdan re dibêje tê bêjî tên“xwerinê”, “daqurtandinê” û bi hesabê dewî“fikirînê”. Poyêziya Eskerê Boyîk ya welatevîntiyê xurte him bi jimara helbestan û him jî nemaze bi hunera wan ya helbestvantiyê. Em êdî wê yekê nabêjin, ku ew bi hişkî, bi tûndî dijî zor û zulma dagerkirên Kurdistanê radiweste, ya ku rojên me da berdewam dike. Awa tenê sernivîsên çend helbestên wî bi babeta welatevîntiyê-miletevîntiyê:“Heta kengê ?”, “ Ballad derheqa tifaqê da”, “Keser”, “Dilo bihare”, “Kurdistan” “Cimeta xwe re”, ”Rêkviyêm ser şihîdên Helebçê”, “Ewra bare xwe dagirtîye” û gelek gelekê din. Lê evîndariya wîye weletvaniyê xweşbînî ye. Ew bi şerdarya gelê xwe yê azadariyê da baware, bi hîvî û gumane ku gelê wîyî mêrxas wê serkeve û ji zulma dagerkiran rizgar be: Ez zanim Kurdistanê çêbe, Azadî ala wê be, Edlayî tifaqa wê be Ez zanim Kurdistanê çêbe. Tavê qelema wê be, Çavê alemê lê be, Ez zanim Kurdistanê çêbe. Lawê Kurd egîtê wê be, Îro be yanê sibê be, Ez zanim Kurdistanê çê be. Berhemên Eskerê Boyîk yên pirozayê û şanogeryê jî balkêşin. Kurteçîrok, şano û romanên wî ji alyê xwendevana va bi hizkirin hatine pêşwezîkirin û qimetkirin. Rawestandina ser naveroka romanên wî(xazma “Xezeba Xwedê”) vê gotara sînorkirî da ne mimkûne, ber wê yekê jî emê bi tenê kifş bikin, ku roman li ser doza tirajêdiya êl û eşîreke kurdên êzdî hatîye sêwirandinê. Şanoyên “Sinco keça xwe dide mêr”, “Mem

çand

53

Helbestên wî yên yekemîn ser rûpelên rojnema Riya Teze û bi radyoyê bi zimanê kurdî hatin weşandinê. Lê sala 1966a berevoka helbestên wî ya ewlin bi navê “Şiverê” li Yêrêvanê hatiye weşendinê û Zîn”, “Birînê rojên Buhurî” ser dikayên tîatroyên kurdî yên Elegezê, bajarê Tilbîsê û li Almaniyayê demên dirêj hatine lîstinê. Eskerê Boyîk ku perwerda xwe dibistan û zanîngehên ermenî da standibû, ber ku yên kurdî bi sebebên eşkere tune bûn, lê bû helbestvanekî kurdî bi nav û deng, xudanê kemala helbestvanîêye bilind ev yek femdarîye, ber ku helbestvanî ji karakter(xeyset) û giyan, ji aqil û kemala wî dihat. Lê Esker, ku dibistan yan zanîngeheke kurdî ji dûr va jî nedîtibû, lê bû kurdzanek bi giştî, temamî û sipêsiyalîst(pêşekzan) lêkolîner di ware dîrok û ola beşeke gelê me kurden êzdî da eva êdî ciyê ecêv-

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

mayînê ye. Di vî ware zaniyaryê da lêkolînên hêja giranbiha cianîn û bi awayê gotar û pirtûkan dan weşendinê. Em jî ber sebebê li jêrê kifşkirî Eskerê Boyîk dikarin bihesibînin weke kurdzanekî xwegîhandî, xweperwerdekirî. Sebeb çi bû, ku Eskerê Boyîk berê xwe da zanînên dîrok, civaknasî û ola kurdên êzdî? Belkî ji êzdiyatiya wî bû, ku ew bi xwe jî ji kurdên êzdî bû? Helbet, ev yek jî hebû, lê ew ne meniya bingehîn û ya tek-tenê bû. Sebebê bingehîn ew bûyê, ku dagerkirên Kurdistanê(civakî û olî), dijminên gelê kurd bi dewr û zemana ji bo desthilatdariya xwe Kurdistanê da biparêzin, xurtkin cudatiya olê bi kar anîne, dutîretî kirine navbera kurdên êzdî û musulman, ew rakirne rûyê hev, li hev kirine dijmin, li hev dane qirkirinê. Heger em bi awayekî dine jî vê fikirê eyan bikin, dikarin bêjin, ku eynî dagerkiran, eynî dijminan ola misilmantiyê, ku piraniya gelê kurd dabûn qebûlkirinê dijî menfet, berjewandiyên gelê me bi kar anîne, ku hetanî îro jî ew siyaset berdewam e. A, ji ber vê yekê jî bilî, ku lêkolîna ola êzdîtiyê ji aliyê zanyariyê da pêwûst bûye, ew her usa jî têma, babetekî aktûêl bûye ji bona lêkolînaran û di nav wan da bona yekî weke Eskerê Boyîkî miletevîn. Bi rastî jî çima ewqas ferman li êzdiyan hatine rakirin, çima êzdî hatine kokbirkirin, çima êzdî ji aliyê birayên xwe kurdên musulman va hatine zêrandin, heramkirin, heta nan û destkuja wan jî nexwerine? Çîye sebebê vê koçberî û reva kurdên êzdî ji welêt? Êzdî ku bawarya xwe da ewqas berkin, çima misilmanî, wan wek


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

“bêxuda” hela carna jî “kafir” nav dike? Çima hinek êzdî ji netewa xwe direvin û dibêjin “Em kurd nînin”? Sebebê dîndijminatiya di navbera kurdên misilman û êzdî da çiye? Eskerê Boyîk di pirtûka xwe“ Êzîdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş”, lêkolîn û gotarên xwe din da ser hîmê çevkaniyên nivîskî, zargotinî û ayînî hewl dide bersîva wan pirsa bide. Bersîv jî yeke: Dagerkirên Kurdistanê yên civakî û olî, ku kurdan û welatê wan bin destê xwe da xweyîkin ev “jera” dutîretiyê kirine nava vî gelî û ciyê dilêşiyê jî ewe ku her tiştî bi destê kurda bi xwe dikin: bi destê kurda mala wan, tifaq û yekîtiya wan wêran dikin. Derheqa wê dutîretiyê ji aliyê zemîn da ya here nû, here dewî, ku ew jî bi xwe li Ermenistanê bû şede, di lêkolîna xwe “ Êzîdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş” da wa dinivîse: “Her kes bi evden bê pişt û bê tifaq dilîzin… Birek kurdên êzdî ketin tora partiyake ermeniya ya desthilatdar ya nijadperest, gotin: “Em kurd nînin. Êzdî kurd nînin”. Hinek ji bo berjewendiyên şexsî u qezenckirina navên erzan ketin li nav wê lîstila qirêj, hinek jî bi dilê sax gihîştin wan… Pak bû xelkê bi alîkariya rewşembîrên wure kurd(li vê tangê rasttir dibû Esker zelaltir bigota: “ Rewşenbîrên kurdên êzdî” ber ku yên kurdên musulman wî zemanî da li Ermenistanê êdî ne mabûn.- W.E.) zû tê derxistin, ku li bin wê lîstikê da çi nêta xirab, veşartî heye û ji sedî pênc jî li pey wan “êzdiyan” neçûn “.(rûp. 6). Piştî wê Eskerê Boyîk eyînî pirtûkê da li ser pêwîstî, aktûêliya bicîanîna lêkolînên zaniyarî yên dîrok û ola kurdên êzdî

54

çand

Diclepress13@gmail.com

radiweste û wa dinivîse: “ Heger lêkolînên wisa hebûna(yên ku me hêja besa wan kir-W.E.), gel rastiya dîroka xwe bizanbûya, serwext bûya çima, çawa ew buyer pêk hatin(bûyarên birakujiyê navbera kurdên musulman û yên êzdî da- W. E.) dijwar êzdîkî helalî bi sidqê qenc hebûya, ku pey wê koma “êzdiyên” sexte û miletçiyên ermenî biçûna û qewimiyeta xwe, koka xwe, kurdîtiya xwe înkarkirina…”(rûp.7). Pêwîste em li vê tangê wê rastiyê kifş bikin, ku Eskerê Boyîk wek rewşenbîrekî kurdî welatperwer, miletparêz cêrgên ronakbirên kurd yên pêşin da dimeşiya, singe xwe kuta bû nîze, rimên xêrnexwez, nezan û menfetçiyan bona parastina yekîtî û navê miletê kurd. Vê tangê da usan jî balkêşin lêkolîn û gotarên wîye: „Êzdîtî bawariya heqiyê, rehmê û Xwedênasiyê ye“, lêkolînên wî li dor dîroka êlên Êzdiyên Serhedê: Êlên Hesinya, Sîpka, Zuquriya, “Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 an”, “ Berxudana êlên Xalta”, “Êzdîtî gerekê bibe ware zanestiyê”, analîza hinek qewlên êzdiyan û hvd… Eskerê Boyîk hinek lêkolînên dine yên ser civaka kurdên êzdî û wisa jî romana xwe: “Xezeva Xwedê ” da ku bi dû cildan(2004 û 2008) hatîye weşandin, ser zor û zulma rêjîmên dagirkerên Kurdistanê, cihana misilmaniyê û navê da, sed mixabin, ya beşeke rêvabirên kurdên musulm an himberî êzdiyan disekine. Eskerê Boyîk di vê pirsê da cuda dibe ji hinek nivîskaran, ew wê zor û zulmê bi çavên kurdîtiyê mêze dike û tiradêjiya kurdên êzdî wek ya temamîy kur

Eskerê Boyîk bi ruhê xwe ve helbestvan e. Di salên karê ewlin da wî bi xwe jî tê derdixist, ku karê wî wêje ye, jiyana wî da şaşî çê bûye, ku bêşekî din bijartîye, lê çiqasî jî dixwest şaşiya xwe serrast bike, nikaribû dan dihesibîne. Ewa helwesta here rast e, heger em wê yekî bigrin ber hesêb, ku ne ku kurdên misilman wek beşeke gelê kurd ya here mezin, here giran zor û zulm li êzdiyên hindikaya gel kirine, lê rêjîmên dewletên dagerkir, bi tebyetî ya Tirkiya Osmaniyê û xulamokên wan kurdên misilman jî nav da hebûn bi şikilê axa û began. Eskerê Boyîk devedevî 25 sala sêkrêtarê(katibê) sêksiya, beşa nivîskarên kurd bûye ya Yekîtiya nivîskarên Ermenistanê. Wî weke çarêka sedsalekê dîroka kar û barên sêksîyona nivîskarên kurd di pirotokolên civînên nivîskarên kurd da tomar kirîye û hemûşkî


Diclepress13@gmail.com

bêtir axaftina nivîskaran ser wan berheman, kîjanan re bona weşendinê rêkomêndasiya(kefîldariya) seksîyonê pêwîst bû.. Bi tomarkirînê re bi tevayî ew bi aktîvî beşdarî analîzkirina berhemên ber cape bûye. Ji despêka salên 80 î dest bi weşendina almanax, berevoka(em dikarin wê weke antolojiya jî bi nav bikin) berhemên nivîskarên kurd bû li Yêrêvanê, ku sale carekê, despêkê da bi nave “Bahara teze”, pişt re “Bahar” dihat çapkirinê. Eskerê Boyîk yek ji amadekar rêdaktorê wê bû. Eskerê Boyîk salên 90 î sê sala li paytextê Qazaxistanê- Almaatayê ma, li ku gelek kurd diman ku salên 30 î û 40 î ji Azeyrbêcanê û Gurcistanê sirgûnî Asiya Navîn kiribûn. Lê li vir jî Esker vala nesekinî, bi aktîvî tevî xebata komela wan yekîtiya Kurden Qazaxistanê bû, beşdarî karê çandî û nemazê yê civakî bû,

çand

55

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

ber ku li wir hewcê zanînên yên weke wî bûn. Ew dibe endamê Yekîtiya nivîskarên Komara Qazaxistanê, helbestên hîmdarê wêjeya Qazaxa- Abay ji rûsî werdigerîne kurdî, bi alîkariya Ezîzê Zîyo temamiya belgeyên KGB yên li ser sirgûniya kurdan ya 1937 û 1944 ê salê ji komarên Kavkaziyayê berbi Asiya navîn(cara ewil) ji arşîvên veşartî derdxe, hazir dike, kîjan ji bo nivîsandina pirtûka Ezîzê Zîyo “Kurdê Qazaxistanê “ bû bingeh. Ew tev Prof. Knyazê Îbrahîmî wêjezan dibe amadekarekî kovara bi nave “Kurd” ku paşê nave “Nûbar” danîn li ser wê. Bi rêdaktoriya Kinyazê Brahîm Mîrzoyêv û berpirsyarya Eskerê Boyîk, piştî weşena 6 hejmara ew Almatayê dihêle diçe Almaniyayê, bajarê Oldenbûrgê, li ku komela Êzdiyan hebû: “Mala Êzdiyan “. Ew bi aktîvî di nava kar û bare wêda cî digre. Dibe endemê komîtêya wê ya rêvabir, serkariyê komîtêya wê ya rewşenbîrî dike. Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê, ku niha bûye navendeke rewşenbîriyê, kurdzaniyê-êzdîzaniyê, keda Esker di wê yekê da pir e. Bi berpirsyarî, însatîv û tevbûna wî salê da bi dehan sênînar, konferans û çalakiyên civakî-zanyarî biçûk û mezin têne biçanînê, malpera wan ya “Dengê Êzdiyan” bûye malpereke kurda, bi taybyetî ya Kurdên êzdî ya here eyan, weşena “Dengê Êzdiyan” bi deha pirtûk daye weşandin. Eskerê Boyîk eyînî ronakbire. Nîşana wê yekê, ku li bal Esker zelal tê kifşê ez wê yekê dihesibînim, ku ew rûmeta pênûsa heval û hogiran zane û keda wan bi obyêktîvî, gorî hêjabûnê dinirxîne. Di vî warî û, weke min tê derxistîye, hemû warên wîjdanî û îsanî da min li bal wî hogirê xwe misqaleke ernûsiyê, dexesyê, çevnebariyê tecrûbe ne kirîye. Belkî eva ji xeysetê wî yê ronakbiriyê ya bilind, ji zanînên wî yên kûr tê. Lê dîsa jî, weke min tercûbe kirîye, hinek ronakbirên xudanê zanînên kûr, keda berhemdariyê ya mezin jî carna carnûsiyê û dexesiyê himberî hogirên xwe yên pênûsê da dîhar dikin. Lê ev fêl ev xeyset bal Esker qet kifş nabe. Bi serda jî Esker hilbet, gorî hêjatiyê pesinê ronakbirên weke xwe helbestvan jî dide û wî warî da pir merde, destvekirîye. Haya hemû ronakbirên kurd jê heye, ku Esker bi çi awayî merd-merdane pesinê poêziya Şikoyê Hesen û Fêrîkê Ûsiv di pirtûka xwe ya “Nûra Elegezê” da daye, helbet, bi lêkolîn, analîzkirina berhemên wan. Di ware îsanetiya wî da min tiştekî dinê jî yê qenc tercûbe kirîye. Ew li hemû ronakbîrên,


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

heger em dikarin wa jî bêjin, yên bi şuret yên welatiyên xwe, ji Ermenistanê xweyî derkeve, gava pêwîstî di wî warî da çê dibe. Ew keda wan bi hêjatî radixe li ber çavan, îlahî wan yên ku gorî wî bi zemanekî kifş û bi neheqtî bin siyê da mane. Dilê wî ji ber vê nerastiyê dêşe û ew li ronakbîrên jibîrkirî xwedî derdikeve. Ez êdî derheqa wê yekê da nabêjim, ku ew zemanên pêwîst da rojbûyîna wan bi nivîs, bi gotarên xwe yên hêja va kifş dike. Ev kirina wî jî hêjayî hemû cûrên pesindanane. Eva xên ji hestên berpirsiyariyê ji dilovanî û dilsoziya wî tê. Û gava ronakbîrekî welatiyên wî dice ber rehma Xwedê Esker teva pirtir ber dikeve, ne baware ku ronak-

56

çand

Diclepress13@gmail.com

birekî angorî wî wê peyda bibe û ciyê wî tijeke, dilêşiya xwe bona çêbûna wê ziyanê û kêmasiyê îlan bike û keda wî li ber gel û çanda wî da bi hêjatî binirxîne. Dawyê ez weke hogirekî Eskerê Boyîk yê nêzîk li ber hesabgirtina reng û rû, bejin û bal meşiyana wî û nemaze kar û bare wî yê berhemdayînê, lêkolînyariyê, ku ew îro 70 saliya xwe da jî bi cî tine, ku gorî felsefa gelê me dihesibe sîmbola kalbûnê, bi şabûn û hêviya temam dikarim bêjim, ku ewê hê sûrpirîzên nû raberî gelê xwe bike bi cîanîna nivîsandina berhemên edebyeta bedew û lêkolînên zanyariyê yên nû. Eskerê Boyîk sala 1984 da endemê Yekîtiya Niviskarên walatê sovêtê

bû, endemê Yekîtiya nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemekî PEN a Kurd. Bahoz“ û „Deftera kurdekî penabir salên 1999-2002 a jimarên rojnemên HÊVÎ, Roja Teze û Dema Nû da çap bûne, şanoya „Selîm Beg“ kovara „Nûbar“ da(sala 1995 a), lêkolîneke berfireh li ser helbestvaniya Cegerxwîn kovara DENG da sala 2003 a hatîye çapkirinê. Bi berpirsî û rêdaktoriya wî pirtûka Ezîzê Zîyo Aliyêv „ Kurdên Qazaxistanê sala 1995a li Almatayê hatîye weşendin. Pirtûk li ser dîrok û bûyarên kurdên Qazaxistanêye ku salên 1937 a û 1944 a ji komarên Kavkaziyayê sirgûnî wur kiribûn. Eskerê Boyîk xudanê pir gotarên zanyariyê-


Diclepress13@gmail.com

pûblîsîstîye, rêsênziyayên ser nivîskar û zaniyara û bi tebyetî berhem û lêkolînên wane, her wisa jî pêşgotinên pirtûkên kurdiyê. Bi pêşgotinên wî hatine weşendinê: romana Heciyê Cindî „Hewarî“(Weşena Roja Nu, 1999), bervoka novêl-serhatiyên Wezîrê Eşo „Pariyê Berdamayî“(Hewlêr, 2008), pirtûka Ahmed Camîlîbêl „Evdalê Zeynikê“(Weşena Deng), berevoka „Zargotina Kurmanca“ ya Heciyê Cindî û Emînê Evdal(Weşena Avêsta, 2008), cilda sêyemîn ya berhemên rehmetiyê Fêrîkê Ûsiv(Yêrêvan, 2009). Hazir kirye û rêdaktorî çend berevokên efrandinên nivîskarên kurdên Ermenistanê- BAHAR ê kirîye. Rêdaktorê romana Egîtê Xudo “ Dê û Dêmarî”(Yêrêvan 1986), pirtûka Ahmedê Gogê “Dengê kal-bavê me”(Yêrêvan-1997) bûye, serokê rêdkolêgiya weşena berevoka “Şêx Fexirê Adiyan fîlozof û xasê ola Êzdiyatiyê“(Weşena Dengê Êzdiyan,2009). Lê, awa, her bi tenê sernavê çend gotarên Eskerê Boyîk yên zaniyariyê ye giranbiha, ku li ser rûpelên malper, rojname û kovarên kurdî hatine weşandinê: “Nêrîneke kurt li ser wêjeya kurdên Sovyêtê”(kovara Deng” 2000), „Fêrîkê Ûsiv, jiyan û kar“.- Riya Teze(2009), „Şekroyê Xudo, jiyan û kar“.- Riya Teze(2010), „Êzdîtî baweriya heqiyê, rehmê û Xwedênasiyê ye“.- Peyama Kurd, jimarên 8-10(2003), „Serhatiya Cangîr Axa“.- kovara Laliş Duhok(2004), „Êzdiyatî gerekê bibe warê zanyariyê“, „Ez çûme Hecê“.-Salnama Ehmedê Xanî,(Weşena Belge yayînlarî, 2010) “ Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 a“.- „Berevoka Şêx Fexirê Adiyan fîlosof û xasê ola Êzdiyatîye“(Weşena Dengê Êzdiyan,2009), “ Berxudana êlên Xalta”.- Berevoka „Mêrxasên Êzdiyan“ bi zimanê Almanî. Salên 19901999 an Esker li ser rûpelên rojnema Riya Teze jî cêrga „Gundên kurdan li Ermenistanê” derheqa payê gundayî pirê da oçêrkên balkêş dan weşendinê û gelek lêkolîn û gotarên din.

çand

57

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

8.LI ÇÎYA, kurteçîok, Yêrêvan,1991. 9.DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja nû, 1997. 10.ODA ÇÎROKAN 1, helbestên zarokan, Roja nû,1997. 11.KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokoholm,1998. 12.GOVENDA HERFAN, helbestên zarokan, Stokoholm 2002. 13. Çîrokên oda me; kurteçîrok, weşenên Afîş Medîa, 2004 14. Nûra Elegezê; edebyetzanî, Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2004 16. Xezeva Xwedê, roman, beşa ewlin, weşena Deng, Îstenbol, 2004. 15. Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reş, dîrok; Dengê Êzdiyan, oldênbûrg, 2006 17. Xezev; roman; beşa dudan, Berhem weşena Deng, Îstenbol, 2008 18. Ez kilameke 1.ŞIVERÊ, helbest, Yêrêvan, 1966. 2.KULÎLKÊN ÇIYA, melûlim, helbest, weşena Deng, 2009 19. Nûra helbest, Yêrêvan, 1975, 3.KULÎLKÊN ÇÎYA, helbest, Elegezê, bi tîpê erebî, Duhok 2011 20. Bahoz, roman, bi zimanê tirkî,kurdî, Stembol,1979. 4. SINCO KEÇA weşena AVÊSTA, Istenbol, 2011 XWE DIDE MÊR, şano,Yêrêvan,1980. 5.MEM Û ZÎN, şano, Stokoholm,1989. 6.TÎRÊNC,(di berevoka BA- Çavkanî HAR da), helbest, Yêrêvan,1987. 7.KULÎLKÊN Gurzek Gul(kovara folklorî û çandeyî), 8-9(1990), r. ÇÎYA,helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stokoholm,1990. 34-35.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

58

jin

Diclepress13@gmail.com

Jinên Şengalê xwe ji bo parastina Êzîdxanê amade dikin

A: EVÎN ZENDA/ NESRÎN HISÊN

Piştî ku MXDŞ’ê dijî gefên li ser Êzîdxanê biryara berxwedanê da, jinên Şengalê jî dest bi perwerdeya çekan kir. Hikûmeta Iraqê demek beriya niha bi hinceta pêkanîna peymana Bexda-Hewlêr a dijî Şengalê, gef li Rêveberiya Xweser a Şengalê kiribû û xwestibû ku heta 1’ê Nîsanê hemû hêzên parastina Êzidxanê ji herêmê derxînin. Li ser vê yekê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê(MXDŞ) 25’ê Adarê li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê, Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan(PADÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ), saziyên sivîl, rûspî û oldaran re civiya. Di encama civînê de bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku dijî gefan biryara berxwedanê hatiye dayîn û pey-

dide milê xwe, bêtirs, jixwe bawer û wekî pisporan tevdigere. Êş û janên ku jinên Êzidî di dema fermanê de dîtine, hêrsa jinan gelekî mezin kiriye û êdî bi awayekî jixwe bawer biryar girtine ku xwe bixwe biparêzin. Ji gotinên Nazê jî ev yek baştir tê fêmkirin. Nazê ji gundê Sibayê yê Şengalê ye û şahidiya qetilkirina jinan, koçberî, birçîbûn û gelek êşan kiriye. Dema behsa wan kêliyan dike weke ku careke din jiyan dike, gotin di qirika wê de asê dimîne û nikare dom bike. Wiha dibêje Nazê Şengalî: “Em îro bi hevalên xwe re hatine perwerdeya çekan. Em jin vê yekê ji xwe re pêwistî dibînin. Ji ber ku ‘Me gelek êş kişandin, divê em me weke gelê Şengalê fermanek mezin dît, bi taybet jinan di vê ferxwe biparêzin’ Yek ji jinên ku perwerdeyê dibînin manê de êşên mezin kişandin. Ji Nazê Şengalî ye. Cara yekem e bo ku em dawî li fermanan bînin perwerde dibine, lê dema çekê divê em tev xwe perwerde bikin û ama “Me heya niha her rêbaza çareseriyê esas girt û ji hikûmeta Iraqê jî daxwaz dikin ku serî li rêya şer nede. Lê eger ew di şer de israr bikin, emê jî liber xwe bidin.” Li ser biryara MXDŞ’ê, jinên Şengalê jî ji bo parastina deskeftiyên xwe yên 7 salan dest bi perwerdeya çekan kirin. Jinên ku di her kêliyekê de balê dikişînin ser fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an, dibêjin ku ax, bawerî û çanda wan dibin gefan de ye, her roj li ser wan pilan û listikên qirêj tên meşandin, lewma ew jî wek jin, ji bo ku careke din di fermanan de tûne nebin, pêdivî bi perwerdeya çekan dibînin.


Diclepress13@gmail.com

li ber dijminên xwe bi sekinin”. ‘Divê herkes zanibe ka çima jinên Şengalê xwe perwerde dikin’ Nazê Şengalî, careke din fermana 2014’an bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez dixwazin qala fermanê bikin da ku herkes bizane ka çima jinên Şengalê perwerdeya çekan girîng dibînin. Destpêkê ez li gundê Sibayê bûm. Berî fermanê gotin bila zilama werin çeperan, zilam tev çûn tenê zarok û dayik man. Rojek sere sibehê em rabûn me dît DAIŞ bi ser gund de girtiye, yên revîn revîyan, yên din jî ketin destê wan hovan. Gule li me jî direşandin, min bixwe bi van çavan dît çawa jinek li pêş çavên zarokên wê kûştin. Lê tiştek ji me nehat û em reviyan. Piştre em hatin gundê Sikêniyê, me nezanî di wê tariyê de bi sere zarokên me hatiye. Em ji wir jî hatin çiyayê Şengalê. Di çiya de em 7 rojan bê av û bê xarin man. Zilaman bi çekên kêm ên di malan de şer dikirin, yên din hatin kûştin, hinek reviyan.”

jin

59

parastina me bikin’. Birastî jî wisa kirin. Ger ne ji hevalan ba wê yek ji me jî nemaba. Em heya gundê Kersê meşiyan, yên nedikarîn bimeşin jî li tirimpêlên xwe siwar dikirin, av û nan didan kesên kû ji taqet ketibûn. Heya Digurê em meşiyan. Li wir bi karnasê gule li me reşandin û ez li newalekê werbûm, pişta min êşîya ji wir şûnde min nekarî bimeşim. Ji kersê heya Rojava em bi şîr û pîrên xwe re meşiyan. Her kêliyek wê demê ji bo me bi êş û zor bû.” Nazê Şengalê ku şahidiya berxwedan, têkoşîn û jinûve avakirina Şengalê jî kiriye, hêvî û hêzek mezin girtiye. Bi gotineke din ji êş û azaran hêzek xurt derxistiye, baweriya wê xurt bûye û dibêje ku li Şengalê jin bi armanca parastina hebûna xwe û civakê bêyî rawestan xwe di her warî de perwerde dikin.

‘Em baweriya xwe nadin yên ku bûne sedema fermanê’ Nazê Şengalî careke din balê dikişîne ser xiyaneta ku wan hatiye kirin û wiha dibêje:“PDK netenê reviya, ew bû sedema mirina ‘Eger jinan jî bikaranîna çekan ewqas kesan jî. Hîna DAIŞ nehatî ji zanîbûya, dê xwe parastibana’ me re gotin ‘bikevin malan, derên Nazê balê dikişîne ku eger di xwe bigirin bi tû deran ve neçin dema fermanê de jinan bikaranîna çekan zanîbûya, wê karîbana parastina xwe bikin û got:“Hîç nebe wê karîbana ji bo nekevin destê wan xwe bi kûştana, lê nedizanîn. Nazê da zanîn ku di dema reva ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de, li bin darekê rawestiya bûn û ji wan re hatiye gotin, “Wê Heval bên” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me Heval nas nedikirin, lê digotin ‘wê

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

emê we xelas bikin.’ Lê peyre me dît ne Hikûmeta Iraqê ne jî PDK li Şengalê nemaye, tev reviyan, em jî bi wî şêweyî ketin destê DAIŞ’ê . Eger gotiban ‘birevin’ ewqas mirov şehîd nediketin, wê ew jî weke me çûbana serê çîyê. Beriya fermanê me baweriya xwe bi PDK’ê dianî, lê me dît kû derewan dikin, ji ber wan ferman qewimî. Piştî wê fermanê bila hêvî nekin kû em ji wan bawer bin, em tenê û tenê ji zarokên xwe, ji hêza xwe tenê bawer dikin.” ‘Emê xwe biparêzin’ Nazê da zanîn ku ew wekî jinên Şengalê dixwazin herkes vê yekê bizane ku ew xwe perwerde dikin da ku fermaneke din nejîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me negotiye emê bi dewletê re şer bikin, lê kîjan dewlet û hêz li ser me pilanan bike û bixwaze me tûne bike, yan jî destkeftiyên me qebûl neke, em wan bêbersiv nahêlin, emê weke li ber xwe bidin. Bangawaziya min li tevahî jinan heye kû xwe perwerde bikin û bi taybet xwe nesipêrin zilaman. Me di fermanê de jî dît ka çiqas jin hatin kûştin û firotin. Ji bo wê divê jin xwe bike hêz û xwe perwerde bike, li ser lingên xwe bisekine”.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

60

Raport

Diclepress13@gmail.com

‘Armacna Hewlêr-Bexda dûbarekirina komkujiyên li ser Şengalê ye’

Êzidiyên navçeya Dirbêsiyê peymana Hewlêr- Bexda ya derbarê Şengalê de şermezar kir û got:”Ev peyman ji bo dûbarekirina fermana sala 2014’an e, di heman demê de kaxezeke zextê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

A: YARA MIHEMED

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de, hikumeta federal a Bex-

dayê û hikumeta Başûrê Kurdistanê peymanek li ser Şengalê îmze kirin ku bi peymana “Dîrokî” bi nav kir. Ev peyman bêyî ku îradeya civaka êzidî ya Şengalê di ber çavan re were kirin, hate îmzekirin. Nemaze ku her du aliyan (Bexda û Hewlêrê) di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an ên li ser Şengalê, ji Şengalê vekişiyan û êzidî di nav pençên çeteyan de hiştin. Piştî demekê ji peymanê, hikumeta Iraqê gefa derbasbûna Şengalê xwar û muhlet heta 1’ê Nîsanê da Asayîşa Êzidxanê ku navendên xwe vala bikin. Şêniyên Şengalê ev gef red kir û teqez kirin û ji bilî berxwedanê tu vebijêrk li pêşiya wan tune da ku nehêlin careke din komkujî li dijî wan pêk were. Li ser mijarê, êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe bi şêniyên Şengalê re nîşan da û peymana Hewlêr –Bexdayê şermezar kir. Ednan Kalo yê ji gundê Xirbe Xezal ê navçeya Dirbêsiyê got, peymana dawî ya ku di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê de hatiye îmzekirin, heta astekê girêdayî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû pêkanîne

û bi rengekî din berdewam e. Kalo got: “Çeteyên DAIŞ’ê komkujiyeke li dijî êzidiyan pêk anîn, bi hezaran welatiyên sivîl qetil kirin, bi sedan jin revandin û wekî sebî li sûkan firotin. Di wê demê de pêşmergeyên Partiya Demorkat a Kurdistanê erka xwe ya parastina wan bi cih neanî.” Endan Kalo diyar kir ku li hemberî hewldanên DAIŞ’ê yên berfirehbûn, Hêzên Parastina Gel(HPG) ji aliyekî ve û Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û Yekîneyên Parastina Jin(YPJ) ji aliyekî din ve mûdaxele kirin, beşek mezin ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û hewldanên rizgarkirina jinên êzidî yên revandî berdewm in. Endan Kalo îşaret bi fermanên ku li dijî êzidiyan kir û wiha axaftina xwe domand: “Ji ber fermanên ku li dijî êzidiyan pêk hatin, êzidî têgihiştin ku avakirina hêzeke parastinê pêwîst e da ku wan ji êriş û komployan biparêze. Ji ber vê yekê Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê ava kirin da ku bibe bingeha sereke ya civaka êzidî.” Kalo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola dewleta Tirk di peymana Hewlêr-Bexdayê de û got, dewleta Tirk sponserê teror û çeteyan e û destekê dide vê peymanê. Her wiha îşaret bi serdana veşartî ya serokî MÎT’ê Hakan Fîdan ji bo Iraqê ku di navîna Hezîranê de pêk hatibû. Kalo diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya wekîlên xwe êrişê Şengalê kir û şerê li dijî PKK’ê û hebûna wê li herêmê kir hincet. Kalo ev yek pirsî: “Ma gelo PKK’ê li Idlib, Bab, Ezaz an Lîbya an Qerebaxê heye?” Endnan Kalo peymana bi armanca kontrolkirina


Diclepress13@gmail.com

Raport

61

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Şenaglê bi radestkirina Şengalê destê kesên ku parastina wê nekirin, bi nav kir û got: “Ev tê wateya radestkirina her çar parçeyên Kurdistanê, ji ber ku Şengal di

aliyê erdîngarî de xwedî xisûs in.” Kalo da zanîn ku aliyên ku dixwazin Şengalê kontrol bikin, dixwazin wê wekî kaxezeke zextê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bînin û wiha pê de çû: “Tirkiyê hewl dide Şengalê dagir bike, destkeftiyên Şoreşa Rojava ku bi saya rêgezên biratiya gelan, neteweya demokratîk û jiyana hevbeş hatine bidestxistin têk bibe, ji ber ku hêzên desthilatdar van rêgezan wekî xeterî li ser xwe dibînin.” Ednan Kalo bang li tevahî rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, siyasetmedar û rewşenbîran kir ku rastiya vî dozê eşkere bikin. Êzidiyê bi navê Îsamîl Delef ê ji gundê Xirbe Xezal jî got, civaka êzidî ji komkujiyên jenosîdê rizgar bû, lê niha li pêşberî pêvajoyeke çarenûsî ye û wiha domand:”Hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê bi plana Tirkiyê hewl didin careke din Şengal kontrol bikin û komkujiyên ku DAIŞ’ê sala 2014’an pêk anîbû dûbare bikin, her wiha Şengal ji rêveberiya wê ya xweser û hêza wê ya leşkerî dûr bixe.” Delef destnîşan kir ku gelên azadîxwaz û aştîxwaz li pey rêveberiya li Şengalê disekinin û got, hêzên ku Şengalê radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin hewl didin careke din kontrol bikin da ku ji nû ve sînaryoyên komkujiyê dûbare bibin. Delef hewldanên desthilata Iraqê û Başûrê Kurdistanê yên jinûve kontrokirina Şengalê şermezar kir. Ebdulwehab Kalo jî nerazîbûn nîşanî hewldanên desthilata Iraqê ya kontrokirina Şengalê da û diyar kir ku şêniyên Rojava piştgiriya Şengaliyan dikin.

Kalo di berdewama axaftina xwe de xîtabî desthilata Iraqê kir û got:”Heger Iraq Şengal wekî beşek ji xaka Iraqê dibîne, dema komkujî li Şengalê pê dihat, ew li ku derê bû?” Ebdulwehab Kalo diyar kir ku berjewendî û ajnîdeyên kesayetî yên her du hikumetan li pey van planan e ku xwesteka wan a têbirina civaka Êzidî diyar dike. Her wiha da zanîn ku hewl dide di kesayeta êzidî kurdan bikin hedef, ji ber ku êzidî nasname, ol û çanda gelê Kurd e.

Ji ber fermanên ku li dijî êzidiyan pêk hatin, êzidî têgihiştin ku avakirina hêzeke parastinê pêwîst e da ku wan ji êriş û komployan biparêze. Ji ber vê yekê Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê ava kirin da ku bibe bingeha sereke ya civaka êzidî


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

62

pakrewan

Diclepress13@gmail.com

Şehîd Genco Hewlêrî xwedî rihêkî NîŞtimanî Bu

Şehîd Mejdel Mîrza Elî bi nasnav

Genco Hewlêrî di 3/3/1998 di gûndê til qeseb ê ji eşîra xalta hatiye dinê û di 17/9/2015 li kampa newroz de jî beşdarî refin berxwedanê şervanin YBŞ e dibê û di dîroka 27/3/2016 li gûndê medîban bi heşt hevalin xwe re di encama mayîna daîş ê de şehîd dibin. Şehîd genco di malbatê xwede 3 xûşik û 2 bira ne û di nav zarokin malê de jî zarokê herî bûçûk bû. Di temena xwe ya bûçktî di 2 saliya xwe de diya wî wefat dike û genco di ser destê xweşka xwe ya mezin(emşa)tê mezin kirin. Ji ber kû di malê de zarokê herî biçûk bu bi delalî tê mezin kirin û di nav malbatê de gelêkî dihat hezkirin û her tim di nava malbatê de xwedî nirxêkî mezin bû, bi taybetî jî ji ber kû di aliyê xweşka xwe eşmê dihat mezin kirin û kedêkî mezin di ber de dida û hem erka xweşktî û hem jî erka dayîkê ji bo şehîd genco bi cih dianî. Ş gênco zarokekî bi taybetmendiyên xwe bi ken û henekên listokên xwe yên zaroktî di hat naskirin hertim dev li ken bû. Di zarokatîya xwe de pir ji lîstokan hezdikir ji ber wê jî hevalên wî ji li dora wî kom dibûn û bi hevalên xwe re di nava hevsengîyekê de bû. Em dikarin bêjin kû Ş. Gênco

zarokekî di cihê xwe ne di sekinî hertim zîndî bû û bi vê zindî bûna xwe û ken û henekên xwe di nava hevalên xwe de di hate hezkirin û naskirin. Di medresê de dema dixwend ji bo pêşeroja xwe fikirandin zêdetir meyla wi ne li ser xwedinê bû ji ber bê derfetîya malbatê dixwast bişûxûle kar bike da kû alîkarîya malbatê bike. Ji xwe hê temenê wî 9 sali bû Bave wî ji wefat dike ji ber wê ji kar kirin ji bona xwe weki wacibek didît. Di temenê bûçûk de diçû karê herî giran dikir ji bo alikarîya malbata xwe bike. Heya kû roja ferman çêbû jî dişûxûlî. Şehîd genco heya refê 5ê diçe medrese erebî, ji ber şert û merc û bêderfetiya malbatê nikarîbû xwendina xwe berdewam bike. Di fermana 3.8.2014 de berpisyariya malbatê dide ser milê xwe. malbata xwe ji gûndê til qeseb derdixe digehînê çîya û weki 7 rojan di çîya de dimînin û pişt re jî derbasî kampa Newroz ya li rojavayê kûrdistanê dibin. di kampê de ji tevlî kar û xebatên ciwana dibê û nêzî 5 mehan cihê xwe di xebatê gencan de digrê. Bi şehadeta şehîd genco hewlêrî biryar dide navê şehîd genco hewlêrî ji xwe re radike û wisa jî beşdarî refin şervanin berxwedêr ya yekîneyên berxwedanin şengalê(YBŞ)e dibê. Despêkî

beşdarî dewreyêkî perwerde ya şervanin nû dibê û piştî wergirtina bawernameya xwe beşdarî saheya piratîkê dibê. Ş.genco ji ber fedakarî û dilsoziya xwe bi hevalin xwe re û têkoşîn li hember çeteyên daîş ê di nav hevalin xwe ve gelêkî dihate hezkirin û xwe di dilê hevalin xwe de bi cihê kirî bû. Ji ber kû kesekî zîrek û fedekar bû û her weha xwedi kesayeteki bî xîret bû her çiqasî temenê wî bûçûk ji bû lê belê li hemberî hovîtîya daîş ê tû carî gav paşde ne nedavêt û ji xwe re soz dabû û gotibû heya kû keçek û jinekî Êzîdî di destê daîş ê de mabe ez naçim mal û ezê li diji daîş ê şer bikem. Dîsan gotibû dema kû kesek di destê daîş ê de nema ezê li Gûndê medîban li ser rêkê rehet rûnim û nefeseki bistinim. Ş. genco li gorî soza kû dabû tev digerîya. em dikarin bêjin hemû hemleyên ku li ser daîş ê hatine lidar xistin bê navber beşdar bûna xwe jêra çêkiriye. Di şerde carekê ji lingên xwe birîndar jî dibê, lê belê piştî kû birînên wî baş dibin dûbare cihê xwe di nava şer de digrê heya ku roja digihêje asta şehadetê. Ş. Gênco ji wekî her genceki Êzîdxanê keseki dilsozê axa xwe û netewa xwe bû bi bi nîştimanperweriya xwe jî girêdaî bû.


Diclepress13@gmail.com

dosiye

63

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Şengal li hember peymanan e…çi qewimî û çi diqewime?

Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hi- ciwanên Êzidî bi destekdayîna Lê siyaseta dijminatî ya hikûmeta

kumeta Iraqê û PDK`ê peymaneke girêdayî rewşên rêveberî û ewlehî li Şengalê îmze kir, bêyî ku nêrîna êzidiyan û xwestekên wan di ber çavan re derbas bikin. Piştî 6 mehan ji peymanê çi li Şengalê qewimî û diqewime?

A: SÎPAN SILO 3`yê Tebaxa 2014`an rojeke ku Êzidî nikarin ji bîr bikin. Ew roj weke fermaneke nû li dijî civaka Êzidî di dîrokê de hate qeydkirin. Piştî ku artêşa Irqaê û hêzên PDK`ê şêniyên Şengal bê parastin hiştin û reviyan, çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrişî Şengalê kir. Gerîlayên HPG`ê ji çiyayên Kurdistanê destwerdan kir. Di heman demê de şervanên YPJ û YPG`ê û Hêzên Asayîşê ji Rojava berê xwe da sînorê Şengalê, korîdoreke ewlehiyê vekir da ku malbatên di çiyayan de asê mane bigihînin deverên ewle. Bi bicihkirina malbatan li Rojava,

ji şervanên YPJ, YPG û HPG`ê piştî rojekê ji êrişa 4`ê Tebaxa 2014`an Yekîneyên Berxwedana Şengalê(YBŞ), ava kir. Ji wê demê de YBŞ`ê û hêzên Asayîşa Êzidîxanê parastina Şengalê girtine ser milê xwe da ku careke din komkujî li dijî wan pêk neyên. Jinên ciwan ên Êzidî hêza ya taybet bi vê Yekîneyên Jinên Şengalê(YJŞ) ava kir ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de jî cih girt. Li gorî dadweriyê, hêza ku ciwanên Êzidî ava kirine, tekane hêza ku ji mafê wê ye erka parastina Şengalê, pêk bîne. Her wiha Rêveberiya Xweser ku di 14`ê Çileyê 2015`an de hate avakirin, rêveberina Şengal û rêxistinkirina şêniyên wê girt ser milê xwe. 1`ê Nîsana 2018`an HPG`ê piştî ku erka xwe bi dawî kir û bi ser ket, kevirê bingehîn ê parastina herêmê danî û erka parastinê da hêzên Şengalê, ragihand ku ew hêzên xwe ji Şengalê vedikşîne.

Iraqê, PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê ne, sekinî. Piştî ku dev jê berdabû, li tiştekî digeriya da ku li Şengalê vegere. Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hikumeta Iraqê bi serkêşiya Mistefa Kazimî û hikumeta Hewlêrê ya bi serkêşiya PDK`ê ragihand ku ew gihaştin peymanekê û got ku peyman girêdayî rêxistinkirina rewşên ewlehî û rêveberî li Şengalê ye. Civaka êzidî ji destpêkê ve vê peymanê red dike û weke berdewama komkujiyan pênase kir û wiha got: “Ew fermanek di din bi navê qanûnê de ye û teqez kir ku ew derfetê nade yên ku ew bi mirinê re rûbirû hiştin ku careke din vegerin Şengalê û wê vegerînin beriya 2014`an. “ Weke refleksek li dijî peymanê ku nêrîna şêniyên Şengalê di mijara rêveberiya herêma wan de û parastina wê di ber çavan re derbas nekir, şêniyên Şengalê xwepêşandanên girseyî lidar xistin û redkirina xwe ji hepymanê re


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

eşkere kir, her wiha daxuyaniyek da û tê de du şertên sereke ji bo erêkirina peymanê danîn. Her du şert ev in: 1- Beşdarbûna şêniyên Şengalê di dayîna çi biryarên girêdayî rêveberiyê û ku rêveberî dê di pêşerojê de ji aliyê şêniyên Şengalê û niştecihên wê ve were hilbijartin. 2- Bi beşdarbûna aktîf a şêniyan komîteya nîqaş û şêwermendiyê ji bo her tiştên girêdayî Şengalê were avakirin. Lê her du aliyên ku peyman ragihandin careke din li xwestekên Şengaliyan nenihêrî û teqezî li ser niyeta xwe ku bi awayekî leşkerî derbasî Şengalê bibin ku heger bendên peymanê pêk neyên kir, her wiha got divê YBŞ`ê û Asayîşa Êzidîxanê nemînin. Rola tirkî jî di peymanê de qet winda nebû. Ji destpêka ku dewleta Tirk di tunekirina hebûna êzidiyan li Şengalê de têk çû ku alîgirê sereke ji DAIŞ`ê re ye, Erdogan ne sekinî û dest bi gefxwarin û êrişên hewayî li dijî Şengalê, kir. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya hedefkirina fermandar û kesay-

64

dosiye

Diclepress13@gmail.com

etên navdarê ên êzidiyan hewl da ku yekser derbeyên li berxwedan û rêveberiya êzidîyan bixe. Weke hedefgirtina Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengal, piştî wî Mam Beşîr her wiha hedefgirtina Fermandarê Giştî yê YBŞ`ê Zerdeşt Şengalî. Lê civaka Êzidî piştî şehadeta fermandaran bilindkirin têkoşînê û berdewamkirina berxwedan û parastina Şengalê, ragihand. Bi vê yekê peyman bû kaxiza dawîn di destê dewleta Tirk de ku zextê li hikumeta Iraq û PDK`ê bike da ku siyasetên xwe yên dagirkeriyê li herêmê, pêk bîne. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar bi serdaneke ku nehate ragihandin di Çileyê 2021`an de gihaşt Bexdayê û bi serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî re û wezîrê parastinê yê Iraqê Cûma Enad re civiya. Beriya wê jî Kazimî di Kanûna 2020`an de serdana Tirkiyê kiribû û bi Erdogan re civiya bû. Pişt ku Iraq û Hewlêrê di pêkanîna peymana li ser Şengalê de ya ji bo têkçûnê îmze kir, Erdogan di 22’yê

Çileya îsal de, piştî nimêja roja Îanê li bajar gefa êrişê li Şengalê xwar û got: “Dibe ku em di şevekê de ji nişkê ve bên.” Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Hiso Îbrahîm ji ANHA`yê re gotibû: “Gefên li dijî Şengalê berdewam in û dijminatî jî nesekiniye.” Piştî çend rojan ji ragihandina peymanê, şandeyek ji nûnerên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê, şêx û rûspiyên Şengalê berê xwe da Bexdayê da ku bi berpirsên iraqî re bicivin. Bi vê yekê re şandeya Şengalê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şêwermendên wî, her wiha parlementerên Iraqê û rêveberên Şepêla El-Sedrî, her wiha Esayib Ehl El-Heq û cîgirê fermandarê operasyonên Iraqê, kir. Di serdanê de berpirsên Iraqê xwestekên şêniyên Şengalê yên der barê peymanê de nîqaş kirin û sozên çareserkirina doza Şengalê û rêzdariya ji îradeya êzidîyan re, dan. Lê hemû soz pêk nehatin. Hikumeta Iraqê tu tevger ji bilî dijmi-


Diclepress13@gmail.com

natiya ji êzidiyan re û şandina hêzên xwe yên leşkerî da ku derbasî Şengalê bibin, nekirin. Her wiha şandeyek ji rêveberiya Heşid El-Şebî dema serdana Şengalê kiriye, peymana ku der barê rewşên Şengalê de hatiye îmzekirin red kir. Şandeyeke ewlehî û leşkerî bi serkêşiya Wezîrê hundirîn ê Iraqê Osman El-Xanimî serdana Şengalê, kir. Paşê di 15`ê Adara 2021`an de şandeyeke ewlehî ya iraqî ya payebilind serdana Şengalê kir da ku bi nûnerên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê re bicive. Şande bi serkêşiya şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim ElErecî, serokê erkanê artêşê, wekîlê serokê cîhanê ewlehiya nîştimanî, cîgirê fermandarê odeya hevbeş , fermandarê hêzên bejahî, gerînendeyê istixbaratên leşkerî û hejmarek ji serbazên fermandariya operasyonên rojavayê Neynewa pêk dihat. Piştî bidawîkirina civînê, serokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî(PADÊ) Omer Salih got, wan gelek mijarên girîng û hesas nîqaş kirin, ji wan rewşa ewlehiyê, rola Hêzên Asayîşa Êzidîxanê, vegera koçberan, jinûve avakirina Şengalê û xebatê meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê. Salih destnîşan kir ku wan bi hûrgilî kar û xebatên Meclisa Xweseriya Demokraîtk a Şengalê nîşaş kirine û ji şandeya Iraqê re diyar kiriye ku Meclisa Xweser li gorî madeya 120`an a destûra Iraqê ava bûye. Li gel wê, şandeyê soz dabû ku daxwazên Şengalê ragihîne Bexdayê, lê ev daxwaz pêk nehatin û

dosiye

65

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

civîneke lezgîn bi nûnerên civaka Êzidî re li dar bixin ku bê encam bi dawî bû. Li ser wê şêniyan li pêşiya navenda Asayîşê ya li bajarê Şengalê çalakiya konvedanê li dar xist û ji wê demê ve bi sedan êzidî tev lê dibin. Piştî rawestîna çalakiyan, Meclisa Xweser a Şengalê ragihand ku dê çalakiyeke mezintir li dar bixe da ku piştgiriya Asayîşa Êzidxanê bike. Ruxmî ku hêzên Iraqê ew çalakî asteng kirin û gelek xwepêşendêr ên ji gundê Gir Izêr birîndar bûn, lê di 11`ê Adarê de bi hezaran êzidî li naverasta Şengalê kom bûn. Beriya ku xwepêşendan dest pê bikin, ciwanên êzidî yên ji Şengalê daxwazên hikumeta Iraqê yên derketina Asayîşa Êzidxanê ji Şengalê red kirin. Ciwanan ji ANHA`yê axivî û got, dema her du hikumetên Bexda û Hewlêrê dev ji wan berda, Asayîşa Êzidxanê ji ciwanên Şengalê ava bûye, bang li hikumeta Iraqê kir ku li cihekî din gefa leşkerî ya li dijî Şengalê ya ji li serdestiya xwe bigere û Iraqê ji xetereya DAIŞ`ê ya domdar xilas aliyê artêşa Iraqê ve ma. bike. ‘ASAYÎŞA ÊZIDXANÊ HÊZÊN `LI SER DIYARKIRINA ME YÊN REWA NE` QAYÎMMEQAMEKÎ JI BO Ji 2`yê Kanûna borî de, şêniyên ŞENGALÊ LI HEV NEKIRIN` Şengalê di çarçoveya bersivandina daxwazên hikumetên Iraqê Ruxmî ku her du aliyan lihevkirinek û Başûrê Kurdistanê yên bi fişara îmze kir ku kar û barên îdarî yên Tirkiyê de ragihandin ku dê dest Şengalê bi rêxistin bikin, lê ji bo bi çalakiyan bikin û piştgiriya diyarkirina qayîmmeqamekî ji bo Şengalê li hev nekir. Berovajî ku Asayîşa Êzidxanê bikin. Bi hezaran şêniyên Şengalê sibe- divêyabû qayîmmeqam serbixwe ha 1`ê Kanûnê li ser bangewaziya be û ji şêniyên Şengalê be, her du Meclisa Xweseriya Demokratîk a aliyan(hikumeta Bexda û HewŞengalê li pêşiya avahiya Asayîşê lêrê) xwestin hinek kesên girêdayî kom bûn. Ji ber ku şêniyên Şengalê xwe bibin qayîmmeqam. Ji ber ku li ser helwestên xwe bi israr in, wê kesên navên xwe dane ji lîsteya demê rayedarên iraqî xwestin ku piştevanên Partiya Demokrat a

Eskerê Boyîk bi ruhê xwe ve helbestvan e. Di salên karê ewlin da wî bi xwe jî tê derdixist, ku karê wî wêje ye, jiyana wî da şaşî çê bûye, ku bêşekî din bijartîye, lê çiqasî jî dixwest şaşiya xwe serrast bike, nikaribû


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

Kurdistanê(PDK) bûn, ev yek ji aliyê hikumeta Iraqê ve hat redkirin. ARTÊŞA IRAQÊ GEFXWAR KU DÊ ÊRIŞÎ ÇIYAYÊN ŞENGALÊ BIKE Piştî ku siyasetên her du hikumetan li Şengalê bi saya berxwedana mezin a civaka êzidî bi bin ketin, artêşa Iraqê israr kir ku li çiyayê Şengalê xwe bi cih bike û derbasê bibe. Di encamê de Desteya Olî ya Êzidî ya Şengalê daxuyaniyek derxist û hewldana kontrokirina çiyayên Şengalê bi tundî şermezar kir û wek berdewamkirina fermanan bi nav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wek oldar em ji vî cihî pîroz radigihînin ku em teslîm nabin û em çiyayên Şengalê radest nakin. Heke hikumeta Iraqê hêzên xwe bişîne çiyayên Şengalê em ê li ber xwe bidin.” Ev daxuyanî di dema ku artêşa Iraqê gelek leşkerên xwe şandin sînorên Şengalê hat dayîn. Artêşa Iraqê dem heta 1’ê Nîsanê dabû Asayîşa Êzîdzanê ku xwe teslîm bikin û gefa xwar ku dê derbasî Şenaglê bibe. Lê şêniyên Şengalê di wê rojê de berê xwe dan lûtkeya çiyayên Şengalê ta ber bi Çil Mîra ve çûn û li pêşiya artêşa Iraqê bûn mertal. Der barê mijarê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Hiso Îbrahîm got:“Wan ev roj hilbijrat ji ber ku ev roj ji bo şêniyên Şengalê rojek xwedî nirxekî manewî ye. Ev dîroka vekişîna gerîla ji Şengalê ye.” LIHEVKIRIN BI BIN KET, HEWLDANA PARÇEKIRINA

66

dosiye

Diclepress13@gmail.com

Eskerê Boyîk bi ruhê xwe ve helbestvan e. Di salên karê ewlin da wî bi xwe jî tê derdixist, ku karê wî wêje ye, jiyana wî da şaşî çê bûye, ku bêşekî din bijartîye, lê çiqasî jî dixwest şaşiya xwe serrast bike, nikaribû CIVAKA ÊZIDÎ JI HUNDIR VE YE Ji ber ku bendên lihevkirinê pêk nehatin, vê carê bi rêya mudaxeleya di kar û barên ola êzidî de, hewl da civaka êzidî ji hundir ve parçe bikin. Ev siyaset bi rêya hilbijartina Hazim Tehsîn Beg wek mîr li dû bavê wî bû, bêyî ku nêrîna piraniya êzidiyan weke her car were girtin dest pê kir. Ajansa me der barê hewldanên parçekirina êzidiyan û bikaranîna hinek kesayetên êzidî de raporek di bina navê Arandineke domdar û lîstikek ji aliyê PDK`ê ve “Gelo çi li ser serê êzidiyan diqewime?” belav kiribû. Mijara Bava Şêx li du şêx Xirto Îsmaîl jî, ji bo civaka êzidî tiştek ne

hêsan bû. Ji ber ku parçebûnek di nava êzidiyan de li Şengal û Şîxanê çêkir û bê guman ev listikek ji aliyê xwediyên lihevkirinê ve bû. Piştî wê di meha Nîsanê de dîsa kesek din ji malbata mîr derket holê. Agahî hebûn ku hikumeta Iraqê hewl dide wî wek mîrê ola êzidî yê fermî li Iraqê ragihîne. Bi vê yekê re 3 mîrên êzidî çêbûn. ARTÊŞA IRAQÊ HEWL DIDE DERBAS BIBE… ŞÊNÎ JÎ LI HEMBERÊ DISEKININ Di 20`ê Nîsana 2021`an de artêşa Iraqê hewl da derbasî gundê Gir Zerik ê li rojavayî Şengalê bibe. Li ser wê hewldanê, şêniyên herêmê derketin û rê li pêşiya artêş girtin û nehiştin ku derbasî herêmê bibin. Ji ber ku gundê Gir Zerik yekemîn gundê ku li hemberî DAIŞ`ê li



KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

68

jin

Diclepress13@gmail.com

Di temenê xwe yê sadsale de 6 ferman derbas kiriye

Dayê Rewşê ya 111 salî ku 6 fer-

manan di jiyana xwe ya sedsalî de derbas kiriye, dibeje, “Ev fermana herî dawî pir giran bû, ne wekî yên berê bû” Dayê Rewşê ku jiyana xwe li çiyayên Şengalê derbas kiriye her çiqas dibejê , “fermana dawî min pir êşand, min nexweş xist” jî diyar dike ku ew tu carî dest ji Şengalê û çiyayên xwe bernadin Gelê me xwedî şêwaza jiyana bêhempa ye… Gotina Êzidiyeen me a “Beriya her tiştî bibe mirov”, li gorî jiyana me ye û ji sedî sed ji bo Êzidiyan hatiye gotin. Her sibeh, digel çivîkan, rojê silav dikin, dua dikin û giyanê xwe diherikînin xwezayê. Ew ji ber ku bi hesab û kîtab nizanin, bawer dikin ku her zindî, zindî ye û ji ber vê yekê ew wateyê didin her tiştê di xwezayê de. Dema cara destpêke min gava xwe avêt Şengalê yekemîn tişta ku bala min kişand, nepeniya bawer-

dijî, mîna dara çinarê ya sedsalî ye. Bi dilgermî û bi ken pêşwaziya me dike, ew hê jî pir bi hêz û xurt e. Me vedixwîne çayê, em li tenişta wê rûdinin û dest bi vegotina çîroka xwe dike… Dayê Rewşê li gundê Guhbele yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê dijî. Di zarokatiya xwe de dê û bavê xwe winda kiriye û heya 9 saliya xwe li cem jinbira xwe maye. Ew bi van gotinan dest bi vegotina çîroka jiyana xwe dike:“Ez li vê axê bi tenê jiyam; ne diya min, ne bavê min, ne jî xwişk û birayên min hebûn. Ez li cem jinbira xwe dimam. Ew ji min re nebaş bû, rojekê wê ez ji malê derxistim. Geliyê Şilo geliyek e hem çiya ye hem jî deşt e. Min berê xwe da çiyayan. Ez Li gel temenê xwe yê sedsalan, hê mesafeyek dirêj meşiyam hatim Berçema. Du salan li Berçema jî bi hêz û xurt e Dayê Rewşê ya ku li gundê Guh- mam. Temenê min pir biçûk bû. bel ê bajarokê Sinûnê yê Şengalê Ez tenê bûm, kes tunebû ku min

iya Êzdayetiyê ya ku bi zimanê jiyanê re li dora xwe hiştiye ye. Ew şopên ku hiştine we dikişînin. Hûn meraq dikin, hûn pê bi bandor dibin, hûn di wê baweriyê de kûr dibin, ew hestek aîdiyetê dide we, ew hesta bîrxistina bîranînên ku hûn di hundirê xwe de vedişêrin dide we. Her tiştê ku diqewime û her axaftin te dikişîne. Dema ku em li dû van şopan diçin, em rastî Dayê Rewşê Murad a temenê wê 111 salî ku sedsalek berê ji dayik bûye tên. Dayê Rewşê temenê xwe li çiya û zozanên Şengalê derbas kiriye. Ew nîvê emrê xwe li çiyayê Şengal û nîvê din jî li Dola Şilo derbas dike.


Diclepress13@gmail.com

xwedî bike. Çendek bi wî awayî jiyam. Wê deme neçar mam ku bizewicim. Ez di 11 saliya xwe de zewicîm. Li gelek deveran geriyam. Çidale, Werde, Heyalê, Sikîne, Sîme Heste û herî dawî hatim Guhbele.” “EM Lİ ŞİKEFTAN DİMAN” Dayê Rewşê wan rojên berê ku di şikeftan de bi hev re jiyan e bi bîr tîne û dibêje; “Wan deman hemû kes bi hevgirtin, aştî, bi kêfxweşî û mil bi mil bûn… “Em berê di şikeftan de diman. Li hemû geliyên ber bi çiyayan ve şikeftên me hebûn. Di hinek şikeftan de, du malbat, li hinekan de 3 an 4 malbat, di hinekan de jî 10 malbat diman. Di heman demê de, lawirên me jî diman. Şikeftên me mezin bûn, hem têra me hem jî lawirên me dikirin. Me her tişt li wir dikirin, dawetên xwe, şînên xwe û her tiştê xwe dikir. Pezên her malbatê hebûn. Me berê karê şivantiyê dikir, pezên xwe didot, meşk, kesk û nanê xwe çêdikir. Em diçûn ser kaniya herî nêz a şikeftên xwe ku ava xwe ya rojane binîn. Jiyana di şikeftan de pir baş bû, ji bo min wisa bû. Dema ku me şivantiya pez dikir, em li gelek deverên çiyayan digeriyan. Em heya jêr diçûn geliyan, me kereng û gelek gihayên din jî kom dikirin. Me hemû tiştên ku li çiya şîn dibûn berhev dikir. Me berê darên ku me jinan kom dikir li navenda Şengalê difirotin”. “EZ BÊRİYA ÇİYAYAN DİKİM” Hikûmeta Iraqê wê demê dest bi damezrandina gundên li deştan dike û plan dike ku mirovên çiyayî mîna Dayê Rewşê derbasî deştê

jin

69

Ew bi van gotinan dest bi vegotina çîroka jiyana xwe dike:“Ez li vê axê bi tenê jiyam; ne diya min, ne bavê min, ne jî xwişk û birayên min hebûn. Ez li cem jinbira xwe dimam. Ew ji min re nebaş bû, rojekê wê ez ji malê derxistim bibin. Gava ku hemû kes diçin, ew neçar dimîne ku li gundekî deştê bi cih bibe lê nikare dilşahiya li çiyayan hîs bike. Dayê Rewşê, jiyana xwe ya li gundan bi hesreta çiyayan derbas dike. “Dûre dewleta Iraqê dest bi avakirina komikên xaniyan kir. Gund li deştan çêbûn. Navê me nivîsandin û perçeyek dan her yekê me. Digotin ‘li şûna ku di şikeftan de bimînin werin li vir bijîn’. Me jî her tiştê xwe heywanên xwe bar kir û daketin deştan. Jiyana di şikeftan de ji bo min pir xweş bû. Şikeftên me xweş bûn, ne şer û ne jî tirs; li hemberî hev hêrs tunebû. Di navbera me de hevgirtinek hebû. Her kes di karsaziya xwe de bû,

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

kêfxweş bû. Ez pir bêriya çiyayan dikim, çiya xweş bûn. Tiştê ku me di fermanê de jiya pir bi êş bûn…”. “DAIŞ’Ê XANİYÊ MİN WÊRAN KİR” Ji bo Dayê Rewşê tenê demên bêhejmar hene. Ji bo wê, xem û êşa çewisandinê û her wiha dilxweşiya ku ew dikeve nav demê heye. Ji ber vê sedemê, ew tu carî dîroka bîranînên ku vedibêje nade lê wekî ku ew dide ravekirin “Fermana dawî”, ango 3’ê Tebaxa 2014’an, tu carî ji bîr nake. Bandora ku li ser jiyana wê kiriye hê jî nû ye. Ew dixwaze şahid û serpêhatiyên xwe ji me re vebêje, me dibe pêş mala xwe ya ku ji hêla DAIS’ê ve hatiye xirabkirin û wiha berdewam dike:“Ev xirbeya ku hûn dibînin mala min e. Dema ku DAIS’ê êrîşê vir kir, xaniyê min û keda min wêran kir. Hemû xaniyan hilweşandin. Min ev der çêkir. Hevjînê min wê demê wefat kir û zarokên min jî pir piçûk bûn nikaribûn bixebitin. Zilamên gund hostayî kirin û min hemî karên din kir. Gava ku em piştî fermanê vegeriyan me cihek nedit em serê xwe daynin. Pêşî em li derve man û piştî demekê em çûn konan”. “FERMANÊ MİN PİR ÊŞAND Û ÊŞA WÊ MİN NEXWEŞ XİST” Car caran laş jî nikare giraniya êş û hêrsê hilgire. Dayê Rewşê li ber mala xwe ya ku hilweşiya ye û bûye xirbe xwe xar dike û li ser çokên xwe disekine û carna awirên xwe ber bi asoyên, çiyayên Şengalê ve dibe. Ew bi bêdengî dest bi gotinan dike dibêje; “Fermanê min wêran kir, êşa wê min nexweş xist” û dîsa dikeve


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

70

jin

Diclepress13@gmail.com

Fermana herî giran a ku min dît ya dawîn bû. Em ji cihên ku lê diman derketin, di rêyên dijwar re derbas bûn, di rê de me gelek mirovên xwe winda kirin. Yên ku koçberî TU FERMAN Bİ QASÎ YA DAWÎ Ewropayê bûne hene û gelek kes mehkûmê kamp û konan bûn. GİRAN NEBÛ Dayê Rewşê ji cihê ku xwe xwar Em jî di kampan de bûn lê em kiriye radibe bi destê min digre nikaribû li wir bijîn û vegeriyan û em bi hev re dimeşin. Em vedi- warên xwe”. gerin û tên pêşiya mala wê ya ku ew niha tê de dimîne. Dayê Rewşê “ÊZİDÎ ÇİYAYÊN XWE NADİN TU KESAN” dibêje “Min 6 ferman dîtin lê yek ji wan bi qasî ya vê cara dawî ne gi- Bûyerên vê dawiyê jî di rojeva wê ran bû” û axaftina xwe bi van go- de ne. Ew ditirse ku careke din tinan berdewam dike:“Fermanên beriya xewa xwe ya bêdawî ya bi ku min dîtin pir nayên bîra min. aram, fermaneke din bijî. Ew di Wê demê, ez zarok bûm, min pir gotinên xwe de cih dide peymana tişt fam nedikir. Abdul Kerîm, di navbera Hikûmeta Iraqê ya NavAbdullah Qasim, Abdullah Selam, endî û Hikûmeta Herêma Federal Seddam, Tavra Sheva û bi fermana a Başurê Kurdistanê û wekî sond herî dawî re min 6 fermana dîtin. bixwe dibejê; “Ew Şengalê ji me bêdengiyeke kûr. Li derve bihar e, rojek bi tav e. Bayê nermik lê dide, dengê bayê mîna melodiya bilûrê ye, ji çiyayên Şengalê tê.

dixwazin, ew çiyayên me dixwazin. Ev çiya yên Êzidiyan in, Êzidî çiyayên xwe nadin.” Jİ ROJÊ RE DUA… Dayê Rewşê rûyê xwe dide rojê, xwe ji îbadetê re amade dike… Ji bo di ronahiya rojê de aramiyê bibîne, şahidiya fermanek din neke, êşên din nebîne û bigihîje aştiyê dest bi duayên xwe dike. “Xwedayê min, tu mezin î, tu yê ku didî, birehm û dilovan î; tu yî dermanê me. Ya Şêx Şems, ya Tawusê Melek… Ya Şerefeddîn tu baweriya me yî, ya Sultan Ezid em ketine bextê te. Ya Çilmêra ya jinan, li rewşa me bipirse, em ketine bextê te…

ÇAVKANÎ: JİNHA


Diclepress13@gmail.com

RAPORT

71

HEJMAR 22

2021/5/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Peymana Şengalê digihîje Rêya ArêmûŞê

ŞERT RÊ NADIN TIRKIYEYÊ na wê ya li qadê gelek zehmet e mijara nîqaşê ye. Aliyekî peymana Serkêşa welatên ku piştgirî diAliyekî Peyman Şengalê ku di 9’ê ku hem planên hêzen navnetew- din, Peymana Şengalê ku di cotmeha 2020’an de di navbera eyî hem jî planên hêzên herêmî li piştperdeya wê de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Amerîka hene, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û ser hene digihîje Çîne. Tirkiyeyê heye. Di her firsendê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin digihîje Projeya ARMANC DESTERKIRINA VÎNA de Tirkiye dixwaze êrişî Şengalê bike, lê ji ber şertên navneteweyî ÊZIDIYAN E Rêya Armûşê ya Çînê. Amerîka jî ji bo ku proje pêk neyê piştgiriya Ezîdiyên ku piştî qirkirina DAIŞ’ê û herêmî bingeha vê êrişê nabîne ya li hemberî xwe, di bin sîwana û di ser peymanê de hesabê mupeymanê dike. Peymana Şengalê ku di 9’ê cot- Yekîneyên Berxwedana Şengalê daxaleya Şengalê dike. Êzidî jî li meha 2020’an de di navbera (YBŞ) de hêzên xwe yên para- dijî vê rewşê ketine nêzikbûna ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê û stina rewa ava kirin, gav bi gav wê venegerin şertên beriya sala Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bajarê xwe ji DAIŞ’ê girtin û ji nû 2014’an. hat îmzekirin, derbarê herêmê de ve ava kirin. Êzidiyên ku di qada talûkeyên nû bi xwe re anîn. Piştî siyasî, civakî û îdarî de ji nû ve gav LI DORA ÇIYAYE ŞENGALÊ LI HEV KOM DIBIN îmzekirina peymanê Hikûmeta davêjin, birînên xwe yên qirkirinê Navendî ya Iraqê ket nav hewl- dikewînin. Hewl tê dayîn, bi pey- Ji sala 2014’an heta 2021’an li danên dorpêçkirina Şengalê. Gelê mana 9’ê cotmehê, vîna êzidiyên Şengalê guhertinên mezin pêk haêzidî jî li dijî hêzên ku vîna wan ku bi talûkeyên cuda re rû bi rû ne tin. Di hêla polîtîk de ku êzidî xwedî vîneke mezin in, ji bo ku bi tune dihesibînin li ber xwe dide. ji destê wan bê girtin. qirqirineke din re rû bi rû nemînin Piştperdeya peymana ku pêkanî-

A: Nazim Daştan


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/5/30

HEJMAR 22

72

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

Iraqê Saddam Huseyîn bi awayekî sistematik wan ji çiyayan qut kir û li deştê bi cih kir. Saddam vê bi armanca belavkirina çanda êzdatiyê di bin navê xizmetê de dikir. Bi taybetî bi rêyên ku li derdora çiya hatin çêkirin daketina êzidiyan a ji çiyayan pêk hat. Hinek ji van reyan hê jî tiştek ji wan nebûye. Van rêyên ku bi armancên leşkerî hatine çêkirin, niha ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tên ceribanDIXWAZÊN RÊYÊN SADDAM din. Saziyên girêdayî Hikûmeta Navendî ya Iraqê di bin navê BICERIBÎNIN Êzidî beriya niha jî li çiya û pêşên xizmetê de gelek deverên Şengalê çiyayan dijiyan, lê Serokê berê yê rêyan çêdikin û hewl didin xwe li li ser pareke hevpar li hev dikin. Hêza xwe ya leşkerî xurt kirine û girîngiyeke mezin didin Çiyayê Şengalê. Bi çavê navenda parastinê li Çiyayê Şengalê ku bi qasî 8 kîlometreyan berfireh û bi qasî 85 kîlometreyan dirêj e tê nêrîn. Lewre ji ber baweriya “tenê çiya dikare me biparêze” berovajiyê navenda bajar li aliyê bakur ê çiya mal tên avakirin.

nav êzidiyan bi cih bikin. ‘QÊRÎNIN’ VEGERA PDK’Ê PDK’a ku dema hatina DAIŞ’ê bi 12 hezar hêza xwe ya leşkerî ji Şengalê reviya û êzidiyan bi qirkirinê re rû bi rû hişt, niha hewl dide bi peymanê dîsa vegere Şengalê. Ji bo ku berteka êzidiyan negire vê li bingeheke navneteweyî dike. PDK hewl dide ku vê plana xwe bi ser Heyder Şeşo ku hêzên wî li Şengalê hene pêk bîne. Lê êzidî naxwazin PDK vegere Şengalê. PLANÊN PEYMANÊ









Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook

Articles inside

PEyMANA ŞENGALÊDIGIHÎJE RÊyA ARÊMûŞÊ

3min
pages 71-73

DITEMENÊXwE yÊSADSALEDE 6 FERMANDERBASKIRIyE

7min
pages 68-70

ŞENGALLIHEMBERPEyMANANE…çIQEwIMÎ û çIDIQEwIME?

10min
pages 63-67

ŞEHÎD GENCO HEwLERÎXwEDÎRIHÊKÎ NÎŞTIMANÎ BU

3min
page 62

ARMACNA HEwLÊR-BEXDADûBAREKIRINAKOMKUJIyÊNLISER ŞENGALÊ yE

4min
pages 60-61

ESKERÊ BOyÎKXUDANÊDEVEDEVÎ 40 XEBATÊ zANyARÎ yE

22min
pages 48-57

JINÊN ŞENGALÊXwEJIBOPARASTINA ÊzÎDXANÊAMADEDIKIN

5min
pages 58-59

LINGDIMEŞ E û çAVDITIRSÊ

6min
pages 46-47

XUŞKAMINLI TIRKIyÊ yE

3min
pages 39-40

EMJIGEFANMEzINTIRIN

6min
pages 41-45

çAVEK LI SER OLA EzDAHÎ(ÊzÎDATÎ

3min
page 38

LISERDESTÊFRENSIyAAVABUyE

3min
pages 32-33

BERXwEDAN zIMANÊ HEBûN û GERDûNÊ yE

5min
pages 34-37

CENNET-XwEDA, HEBûNÊNMUCEREDÊNXwEzAyÊNE

15min
pages 5-12

KEREMÊ SEyAD(1938 - 2021

8min
pages 16-19

JIDEVÊ zAROKEKÎ çÎROKA KûMÊ

7min
pages 20-23

VÎTAMÎN û MÎNERALÊN SEREKE

6min
pages 29-31

ŞERÊ TAyBET BI RÊyA OLPERESTÎ

11min
pages 24-28

ÎRADEyA şENGALIyANBISERKET?

2min
page 4
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.