KOVARÊ DICLE HEJMARA 19 BEŞÎ kurdî latînî

Page 1

Sal 4

2021/1/10

Hejmar 19 Diclepress13@gmail.com

Sozdar Avesta:

PDK’Ê OLA ÊZIDIYAN DÎL GIRTIYE Hiso Îbrahîm:

Peymana Hewlêr-Bexdayê amadekirina fermaneke nû ye HITANÎ NIHE JÎ DIBÎJINÊ WARÊ XELEFÊ XAL ‘ELÎ


ş: Hasen dÛtar(mam beşîr)


DICLE Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 19 çile : 2021

di vê hijmarê de BI RUHÊ MAMÊN ÊZIDXANÊ MAM ZEKÎ Û MAM BEŞÎR WÊ BERXWEDAN BÊ BILINDKIRIN 4 PIRSGIRÊKA JINÊ, BINGEHA HEMÛ PIRSGIRÊKAN E 5 LI ÇIYAYÊ BILIND DI NAVA TEHTÊ DE DAREKE PIR MEZIN HEBÛ, EW DAR WEKE SAETA ME BÛ 16 BERXWEDANA ÇANDÎ 21 DAYIKA FATMA: HELBEST NASNAME Û EYNIKA CIVAKÊ YE 31 MAMOSTE Û PÎRÊ MIN HOZAN DILGEŞ! 33 FEROYÊ ISKÊN BAVÊ ELÎ MÊRXASÊ NEQÎBAN! 34 ŞIKESTINA DUYEMÎN JÎ, BI PÊVAJOYÊ OLÊN YEKXWEDAYÎ VE GIRÊDAYÎ YE 38 ŞÊX XIDIR KIYE? 43 DENGBÊJÎ RUH Û BÎRA JINAN E 49 GUNDÊ CIDALÊ 51 HITANÎ NIHE JÎ DIBÎJINÊ WARÊ XELEFÊ XAL ‘ELÎ 54 SEDSALA 21. WÊ BIBE SEDSALA AZADIYA JINAN 59 HER PEYVÊK JIYANÊK E 62 ŞOPÊN JIYANEKE KEVNAR 63 DOKTORÊ HERÎ BAŞ TI BI XWEÎ! 66 Gotin Stêrkek vemirî li banê Şengalê 69 Hiso Îbrahîm: Peymana Hewlêr-Bexdayê amadekirina fermaneke nû ye 71 Dr. Berwarî: Peymana li ser Şengalê dewama êriŞên DAÎŞ’ê ye 73 Navê ku li xwediyê xwe tê: BeŞîr 76 PDK’Ê OLA ÊZIDIYAN DÎL GIRTIYE 78

Xwediyê Kovarê û Rêvebera weşanê:

Faris Herbo Xidir Cigirê Rêveberê weşanê:

Sikran Ridînî Meshuc el.şemerî Berpirsê weşanê:

Azad Ebdal kirêt Desteya Weşanê:

- Xelîl Murad Şilo - Omran Sekran Ridînî - Îbrahîm Emo Kiçî Sepandin û Derhênerî:

Qasim Xelif Abdulla Navîşan:

Şengal -SincarTel: 07504197663 07500496100

E. mail: Diclepress13@gmail.com

Hejmara Roxstgirtin Li Sendîkaya Rojnamevanî îraqî

1773


Ji Edîtor BI RUHÊ MAMÊN ÊZIDXANÊ MAM ZEKÎ Û MAM BEŞÎR Xwendevanên hêja!

WÊ BERXWEDAN BÊ BILINDKIRIN

Bi vê hejmarê re derbasî salêkî nû

dibin. Di destpêka sala derbasbûyî de bi destwerdana DYA’yê ya li heremê hat xwestin ku qonaxêke nû ya şer di navbera gelan de bê pêşxistin û nakokiyên heremê zêdetir bên ku rkirin. Her çiqasî hewldanêke wisa hatibe kirin jî, lê car din gelan û hêzin azadixwaz hewldan bi berxwedanê wan êrîşan bidin sekinandin, an jî herî kêm bên bêbandorkirin. Ji ber vê yekê di sala derbasbûyî de gelêk bedel hatin dayîn. Nakokiyên di navbera Îran û Emrîkayê de, derketina vîrûsa korona, qeyrana aborî, şerê Sûriye û pirsgirêka Idlibê, şerê Azerbaycan û Ermenistanê, hewldanin Emerîka û Yekîtiya Ewropayê(YE) yên ji bo sinûrdarkirina dewleta Tirk sepandina cezayên aborî û siyasî, hilbijartinên serokê Emerîkayê. Ji van hemûyan xetertir jî plangeriya hikumeta heremê Kurdistanê û dewleta navendî a Iraqê li dijî gelê me li Şengalê û destketiyên wê û xalên ku me peywendîdar dikin, mirov bînê berçavan, ev rewş nîşan dide ku li tevahiya herêmê hewayekî ciddî yê şer heye. Ev hewaya germ a şer û pevçûnan, tevahiya gelên herêmê bi awayekî neyînî bandor dike. Ji ber vê yekê jî tê xwestin ku yekyetiya civak û gelan, berxwedana hevbeş bê pêşxistin. Ger li hemberî metirsiya nexweşiya korona parastinêke hevbeş pêş nekeve, qeyrana ku di

encama vê yekê de destpê kiriye her ku diçe ku rtir û berfirehtir dibe. Nexweşiyên civakî jî zêdetir û çareserkirina wan jî zehmetir dibe. Têkoşîna hevbeş bi pêşxistina ruh û yekiyetiya çandî û manewî ya hevbeş tê meşandin. Ji bo ku zemîna vê têkoşînê jî bê amadekirin, divê her endamekî/e civakê di asta xwe de bikeve nav hewldana vê yekê. Yanê heya ku şexs di civakê de negehêjê vê astê ku pêwîste di kesayeta xwe de şoreşa zihnî û exlaqî pêk bînê û bi nirxên civakê re bi awayekî xurt jiyanî bike. Mirovên ku li hemberî paşverûtiya kesayeta xwe bikare guhertinan çêbike, wê demê hêza pêkanîna vê guhertinê dikare di asta civakî de guhertinên erênî-pozîtîv bi xwe re bînê û di zemîna têkoşîna hevpar de jî bibe îlham û hêza dînamîkê ya guhartinan. Xwendevanên hêja! Du sal berê Mam Zekî Şengalî ku bi Mamê Êzidiyan dihat naskirin, di encama êrîşêke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker û faşist de hate hedef girtin û şehîd bû. ‘Ew’ bibû remza yekîtî û tifaqa civaka xwe ya Êzidî. Êdî ‘ew’ bibû “Mamê” vê civakê. ‘Ew’ bêrawestan, heta nefesa xwe ya talî ji bo yêkîtî û pêşeroja vê civakê xebitî. Em êşa windahiya ‘wî’ rêberê gele Êzîdî di kûrahiya canê xwe de hîsdikin û dijîn. Mam Beşîr jî weke hevrê û şopdarê wê çanda berxwedanê bê navber li nava civaka me a Êzidî de li ser

heman rêyê xebtî û hewlda tifaq û yekiyetiya civakê me pêk bîne. Heta nefesa xwe ya dawî di oxira vê rêyê de canê xwe jî da. Ev çanda berxwedanê ji bo jiyanêke bi rûmet û azad, bi pêşengtiya Mamên Êzidxanê divê her tim bibe çandêke berxwedêr û jiyanî. Bi ruhê her du Mamên Êzidxanê li ser gelê me ferze ku asta têkoşîna xwe a azadî û xwerêvebirinê bilindtir bikin û heta serketinê bibin. Ji ber ku neyarên civaka me hebûn, parastin û xwerêvebirinê me hezim nakin û ji meha kanunê şûnde dest bi plangeriyeke qirêj kirin. Li ser gelê me û tesfiyekirina keda şeş salan ya gelê me ku berhema xwîna hezaran şehîdan hatiye avakirin, tên hedefgirtin. Di nav wan pirsgirêkan hemûyan de, ji bo me tişta herî girîng mijara tifaq, yekîtî û hevgirtinê ye. Di aliyê siyasî de, ji bo pêşeroja me yekîtiya civakî şerte. Divê em jibîr nekin qedera hemû Êzidiyan girêdayî yekîtiyê ye. Ji bo ku em bikarin li dijî her cure êrîşan rawestin, divê em hêzê bidin hev. Ji bo vê jî yekîtî ji civaka me re bi qasî nan û av girîng û pêwîste. Ancax bi vê ferasetê bêyî ku li ti astengiyan rawestin, em dikarin pêşeroja xwe biafirînin. Weke gel, pêwîst e em ji her demê zêdetir bi baldarî tevbigerin. Em hêza xweparastina xwe pêş bixin, rêveberiya xwe ya xweser xurt bikin û azadiya Şingalê mîsoger bikin.!

..........


Diclepress13@gmail.com

Fikrî

5

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Abdulla ocellan

Pirsgirêka jinê, bingeha hemû pirsgirêkan e

Pirsgirêka jinê, qirkirina jinê, ji ber

ku mijareke heta bibêjî rojane ye û civak ji ber vê pirsgirêkê di nav krîzekê de ye divê bi her aliyî ve bê destgirtin û lêkolînkirin. Ji rêgeza, rojane dîrok, dîrok niha ye jî mirov derkeve rê heman hesasiyet dîsa girîngiya xwe diparêze. “Pirsgirêka jinê, bingeha hemû pirsgirêkan e, çareserkirina meseleya azadiya jinê bi giştî jî çareserkirina têkoşîna azadiyê ya civakê ye.” Ji bo destpêkeke hîn rast pêşî em bi kurtî jinê pênase bikin û rola wê ya di nav civakê de diyar bikin wê ji bo jiyaneke rast esas be. Peyva jinê di Kurdî de ji ‘jîn’ê tê, ango maneya wê jiyan e. Hêza herî bingehîn a ku civakîbûna bi mirovbûna mirov re dest pê kiriye ava kiriye, rêxistin kiriye û bi pêş

xistiye jin e. Ne tenê hebûneke biyolojîkî, şêwazeke jiyanê, çandek e. Dema ku em qirkirinên jinê lêkolîn dikin ger tenê wek rewşeke aydî îro an jî encameke sîstema kapîtalîst bigirin dest hê di despêkê de em ê bikevin nav şaşitiyeke bingehîn. Bi vî awî nirxandina viya jî li ser navê mirovahiyê qirkirinek e. Mirov sedemên esasîn ên kaos û krîzên ku di serdema me de tên jiyankirin di vir de bigere wê ji bo tehlîlkirineke rast a sosyolojîk, ji bo sosyolojiya rastiyan wê bibe yek ji gavên yekemîn. “Divê neyê jibîrkirin ku dîrok, çekeke (sîlaheke) her tim dixebite ye. Çekeke her tim tije mermî, dest li ser tetîkê dixebite ye.” Ji vê diyarkirina Rêbertiya me ya ku divê destpêkê bê kirin; pênaseyeke rast

a dîroke ye. Dîroka jinê û gelan, ya etnîsîte, eşîret, mezhep û tarîqatan, pênaseya rast a nirxên bingehîn ên mirovahiyê kirin e. Dîroka fermî; dîroka ku ji aliyê mêrê desthilatdar, zîhniyeta desthilatparêz ve hatiye nivîsîn; bi derewan hatiye honandin, bi taybetî jî dîroka kolekirina jinê ye. Dîroka kolekirina hemû nirxên jiyanê, pevbestina bênirxkirinê, ya sextekarî û komployan e. Rast fêmkirina dîroka azadiya mirovahiyê ya ku ters, berevajî hatiye qelabtin bi fêmkirina dîroka jinê mimkun e. Pergal û zîhniyeta desthilatparêz, bi serdestiya mêr, dîrokeke ev qas bi heybet û çavkaniya hemû nirxên şaristaniyê ye wek qet nehatibe jiyankirin nîşan dide, serdema heta perqala şaristaniya bidewlet, bi çîn zêdetir wek serdema barbari


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

yê an jî hovîtiyê bi nav dike. Hemû afirîneriyên di civaka xwezayî de hatine kirin wek yên xwe nîşan didin û dîrokê ji xwe didin destpêkirin. Jinê dike wek tişt, obje û xwe jî wek kirdeyê (sûbje) jiyanê di bîra mirovahiyê de dide kolandin, nexişandin. Nedîtin û bi zanebûn ji nedîtî ve hatina dîroka jinan û civakên azadîxwaz bêhêziya yên tên bindestkirin her tim kûr dike.

6

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

Feraseta dîrokê ya ku desthilatdar li gorî xwe çêdikin herî zêde jî jinê tîne rewşa ku ji pergalê re xizmet dike. Qirkirina Jinê Dîroka qirkirina jinê dîroka qirkirina herî kevn, piralî û herî kûr e. Tu nîjad, çîn an jî netewe bi qasî jinê nehatiye qirkirin. Dîroka qirkirina jinê ya ku di dîrokê de jiyaye aliyê

dîroka mirovahiyê ya herî zêde hatiye veşartin û ser hatiye girtin e. Dîroka kolekirinê ji aliyê pergala desthilatparêz û dewletparêz a mêrê serdest ve bi rêbazên ostayî tê çêkirin. Dizanin ku berdewamkirina hebûna wan di kolekirina jinê de derbas dibe. Mînak tu car têgeha qirkirinê ji bo jinan nehat bikaranîn. Heta sedsala dawîn jî kesekî/ê behsa têgeha qirkirina


Diclepress13@gmail.com

jinê nekir. Jin wek nîjad (soy) jî nedihat qebûlkirin. Lê ger jin ji nasname û çanda xwe bê dûrxistin û tunekirin darbeyeke herî dijwar li koka bingehîn a mirovahiyê tê xistin, qirkirina herî mezin tê kirin. Peyva nîjad (soy) jî bi zîhniyeteke heta bibêjî baviksalarî hatiye îfadekirin. Nîjad; koma kesên ji bavekî ne, ezbet, binemal. Pênaseyeke şaş û kêm a wekî ku mêr heyînekî bi serê xwe zarok tîne dinyayê, ked didêkê û mezin dike tê kirin. Pênase bi temamî li ser bingeha zîhniyeta baviksalarî ya di zîhniyeta mirov de xurt bike bi zanebûn û ostayî tê kirin û rojane di bîra mirovahiyê de cî digire. Destpêkeke Rast Ji Dîroka Qirkirina Jinê Re Li gor van nirxandinan ger em ji nû ve dîrokê bixwînîn; çîroka ji destpêka ku mirovahî wek cure, cins cuda bûye heta roja me derbas dibe wek ‘dîroka mirovahiyê’ tê pênasekirin. Dîroka mirovahiyê; bi gelemperî wek dîroka nivîskî û dîroka berya dîroka nivîskî li du beşan tê veqetîn. Dîroka mirovahiyê ya heta dema ku Sumeran nivîsê dîtine zêdetir di xwezayê de, di bîra mirovahiyê de, di genên civakî de veşarî ye. Hem jî ev di roja me de hîn zindî ye. Ango bi kurtasî dîrok di roja me de, em di dîrokê de veşarî ne. Mirov dikare dîroka mirovahiyê ya heta ku dîroka nivîskî dest pê kiriye ji xwezayê bixwîne; di fosîlan de, di girên arkeolojîk, di parçeyên ber û keviran de, carna di wêneyekî li dîwarê şikeftekê hatiye xêzkirin de, carna tiştekî ji bo xemlê de yan jî di amûrekî nêçîrê de… Dîsa civaka heta dîroka nivîskî dest pê kiriye wek ‘civaka xwezayî’ jî tê

Fikrî

binavkirin. Di vê civakê de jiyan, wek herikîna çemekî ku bi xwezayî rêya xwe dibîne bi aheng û wek strana çivîkeke daristanê sade û bi coş e. Ev, heyecan û coşa afirandina nirxên ku wê heta dawiyê di xizmeta mirovahiyê de bin e. Civakîbûna rê daye ku cureyê mirov bibe mirov bi destê jinê, di merhameta jinê de, di pêşengiya jinê de hatiye afirandin. Her wiha bûye afirîner û berdewamkara serdema ku em jê re dibêjin Civaka Neolîtîk ku ev dem pênc heta heft hezar salan berdewam kiriye. Wekî ku hemû dîroknas tê de hemfikir in di vê dêmê de pergaleke dayîksalari hatiye jiyankirin. Nasnameya îdeolojîk a serdemê di kulta Xwedavenda Dayîk de şênber bûye. Di vê serdemê de civakîbûna ku di pêşengiya jina dayîk de hatiya avakirin, hiştiye ku mirovahî wek çandek xwe biafirîne û heta roja me bîne. Wisa be derbasbûna civaka bi çîn û dewlet kîngê û li ku derê çêbûye? Çi bû, çi hatin jiyankirin ku ev rewşa jinê hat berevajîkirin, di vê maneyê de nirxên mirovahiyê hatin bênirxkirin û serobino kirin? “Sedemên hundirîn û derveyî hebûn ku pergala Dayîksalarî hat wergerandın. Mêr zeîftiyê derbas kir û bû nêçîrvanekî serkeftî û bi yên der û dora xwe re rewşeke serkeftî bi dest xist, dibe ku ev, pergala dayîksalariyê tehdît kiribe. Baş xwedîkirina ajal, giha û nebatan jî dibe ku rê li ber vê hêzê vekiribe. Lê bi giranî civaka Neolîtîk, bi sedemên ji derve ve hatine, hatiye helandin ku ev jî civaka dewleta pîroz a rahîb e… Di qelîştekên civakî de her tim ên

7

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Xweda bav e. Xwedayê bav, kur û ruhê pîroz mêr e. Dayîka Meryem êdî tenê di rola hilgir (barkêş) de ye û îradeya wê nemaye. Ezîzên ku di belavkirina olê de pêşeng in kesayeta serdest a mêr jî saxlem kirine qurnaz, ên li dû komplo û xefikan bin wê hebin. Ya din di viya de çandeke pir kevn a ku rola bingehîn leyîstiye jî heye: NÊÇÎRVANÎ. Rêgeza çanda nêçîrvaniyê li hember giyandarên din xefik û komplo danîn e. Ev, çandeke ku di cîhana ajalan, heta ya gihayan de jî kokên wê heye. Ev kok di heman demê de kokên biyolojîk ên aqilê analîtîk e; ev nêçîrvaniya ku di civaka mirov de hîn cuda ye bi pêşketina aqilê analîtîk digihê hev, sentez dibe, di binyata, bastûra civakî û ekolojiya derdorê de zûtir qabiliyet û hêza avakirina tebeqe û hiyerarşiyê bi dest dixe. Felaket wiha dest pê kiriye. Ji hev veqetîna dojeh û


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

bihuştê, bi aqlê analîtîk, bi hêza avakirina hiyerarşiya civakî re bi hev re diçe. Di civaka hiyerarşîk de çend ‘mirovên mêr ên xurt, bi hêz’ li ser civakê rûdinîn rê li ber xeyala jiyana bihuştî vedikin, ji bo civaka jêr rêya dojeha her ku diçe kûr dibe û sedem û derketina wê nayê fêmkirin vebûye.” Ji Civaka Xwezayî Derbasbûna Civaka Şaristanî Di Jinê De Şikestina Yekemîn Çêkiriye Pêvajoya derbasbûnê ya ku carcarna ji aliyê jinê carcarna jî ji aliyê mêr ve pêş dikeve bi serdestî, desthilatdariya mêr bi encam bûye. Ya ku pêk hatiye pêşketina pergala dewletparêz bûye. Em dikarin vê rewşê wek dema şikestina cinsî ya yekemîn jî binav bikin. Di vê dema de jin bi hemû beden, ruh û fikra xwe hatiye kolekirin. Kolekirina jinê di cewhera xwe de kolekirina hemû civakê ye. Bi kolekirina jinê, qirkirina jinê êdî di her qadên jiyanê de, bi awayekî bi rêk û pêk, bi lez û bez dest pê kiriye. Zîhniyeta desthilatparêz a mêrê serdest êdî bi hemû hunera xwe li ser dikê ye. Serlîstikvan rahibên şaristaniya çînî yên Sumerî ne. Mînakên pêxemberên destpêkê an jî pisporên civakê ne. Tiştên ku dikin û yên ku wê bikin divê pir bi zanebûn û bi plan bin. Ji ber ku li hember wan bi hemû serbilindiya xwe, bi daneheva hezaran salan kulta Xwedavenda Dayîk heye ku divê qet jî biçûk neyê dîtin. Berhema zêde êdî zêdetir bûye, ji bo ev bê kontrolkirin hesabên pir zirav, plansaziyeke pir berfireh, bi kurtasî kedeke, enerjiyeke pir cidî pêwîst e. Ji bo li ser vê berhemê bibin xwedîgotin û

8

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

Merhaleyên şikestina cinsî ya mezin a duyem bi ola yekxwedayî ya dawîn hatiye temamkirin. Qêrîna Marîama di mala ku tê de hatiye girtin, rondikên bêdeng ên dayîka Meyremê, daxwaziya Ayşeyê ku gotiye ‘xwezî ez kevirekî bûma’ asta vê şikandinê nîşan dide

berdewamiya wê pêk bînin destpêkê wê Xwedavenda Dayîk bihata bêbandorkirin. Endazyariya civakî li ser kar e. Rahib, civakê tebeqe tebeqe ji hev vediqetînin û xwe jî li qatên herî jor ên vê tebeqeyê bi cî dikin. Perestgehên ku jê re Zîgurat tên gotin wek cihên pîroz di rola navendên ku lê avakirina îdeolojîk tên çêkirin û projeyên nû tên afirandin, pêkanîn de ne. Di van navendan de tevî sermayeyê desthilatdarî jî tê komkirin, berhevkirin. Bi vî rengî pergaleke hiyerarşîk tê avakirin. Afirîneriya wan a herî serkeftî jî avakirina Xwedê ye. Avakirina Xwedê teolo-

jiyê pêk tîne û dogmayan diafirîne. Di demên destpêkê yên derbasbûnê de jin tenê di asta xwedavendtiyê de li kêleka xwedayan cih digire, asta bandora wê birastî pir bi sînor e. Jina ku wê demê hê jî di qata xwedavendtiyê de ye bi bilêvkirinên mîtolojîk bi xwedayên mêr re hatiye zewicandin û û her ku pergala baviksalarî berbelav bûye hêza xwe daye mêr. Di qatên bin ên din ên hiyerarşiyê de hema bêje qet cih ji bo jinê nehatiye hiştin. Rola ku jê re rewa hatiye dîtin (di her qada ku tê de hatiye bicîkirin de) bi armanca pêkanîna xizmeta mêr hatiye sererastkirin. Baweriyên civaka Neolîtîk di bîra civakê de hê jî pir zindî ne. Mirovên ji çanda Neolîtîkê ji xwedavendan re perestgehan ava dikin û dixwazin vê pergalê berdewam bikin. Xwedavenda Dayîk di jiyanê de bi bandor e. Şikandina vê bandorê wê karê zîhniyeta serdest a mêr rihet bike, wê bikaribe hemû civakê bi rihetî têxe bin kontrola xwe. Ji bo vê jî divê xwe pîroz nîşan bide û rewa bike. Ji bo civakê bi van hemû verastkirinan bide bawerkirin wek ku aqlê desthilatparêz, serdest ê mêr li dijî civaka xwezayî, li dijî jinê di her afirîneriyê de dike, destpêkê divê ji viya re qilifê îdeolojîk çêke. Bi vî rengî wê mirov bi pergala ku hatiye sazkirin bên bawerkirin û ji pergala hiyerarşîk, desthilatparêz a ku hatiye avakirin re serî deynin. Viya jî bi mîtolojiya ku zimanê demê ye, bi awayekî serkeftî plan kiriye. Di her destan û vegotina mîtolojîk de serê pêşîn afirandin dibe mijar. Wisa pir jî destpêkeke ji rêzê nîn e ev, êdî mirovahî bi afirîneriyeke nû re rû bi rû ye. Di mîtolojiya


Diclepress13@gmail.com

Sumer de jin ji parsûya mêr, mirov jî wek evd ji pîsiya xwedayan tên afirandin. Aliyê îdeolojîk ê objekirina mirovan jî temam e êdî. Ya ku ji rahib û xwedayan re dimîne wek kirdeyên civakê tehma viya derxin. Şikestina cinsî ya yekem êdî hatiye bi rêkûpêk-kirin. Ya ku hatiye qirkirin ne tenê jin, di şexsê wê de hemû mirovahî ye. Hemû berhem û nirxên ku Xwedavenda Dayîk, mirovahiyê, bi hezaran salan bi hezar kedî afirandine bi derew û dek û dolaban, bi zordariyê êdî yeko yeko tên xespkirin. Nirxên bingehîn ên civakê êdî li hember

Fikrî

hebûna civakê tên xebitandin. Êdî mirov wek tişt wê bazdin xizmeta xweda û temsîlkarên wan rahiban. Wek rêyeke girêdana mirovan bi pergala nû re jî cinseltiya jinê hatiye bikaranîn û dayîka pîroz di Mûsakadîman de hatiye fahîşekirin û bûye wek tişta cinseltiyê. Lê ew pêvajo ew qas jî rihet derbas nebûye. Ji ber ku Xwedavenda Dayîk a ku hê hêza xwe winda nekiriye ji bo nirxên xwe ji dest nede wê bikeve şerên dijwar. Di mîtolojiya Sumeran de şerê herî navdar ê bi mijara van vegotinan têkoşîna Xwedavend Înanna bi Xwedayê qurnaz Enkî re ye. Xwe-

9

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

davend Înanna nirxên xwe yên ku di tevahiya civaka xwezayî de afirandiye, Me’yên xwe, bi dest Xwedayê Qurnaz Enkî ve berdaye. Enkî ji bo bibe xwediyê van Me’yan û wan di destê xwe de bigire serî li her rêyê daye. Di vê demê de lihevkirinek di navbera pergala nû û kevn de jî mirov difikirîne. Bi rastî ya ku di van destanan de tê xwestin bê vegotin şerê gund û bajar, jin û mêr, rahib û xwedavenda dayîk e û ev şer heta salên B.Z. 2000’an jî berdewam kiriye. Di vê dema ku wek serdema Mîtolojîk jî tê binavkirin de jin di Zîguratan de bi çalak cih digire.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

Armanc nirxên jina dayîk ên di Neolîtîkê de di siya xwedayên nû de helandin e. Jina ku ji hilberînê hatiye dûrxistin wek objeyeke eşq û evînê di van perestgehan de xizmet dayîna wê wek anor, rûmet tê nîşandan. Her ku jin tê xistin ji xwedavenda esîl a perestgehan dikeve rewşa jina karxaneyê. Bi demê re nîşan dide ku bi mantiqa kerxaneyê avakirina malên taybet hegemonyaya pergala desthilatparêz a mêr temam kiriye. Dawî di destana Babîl a Enûma Elîş de xwedavend Tîamat ji kurê xwe Mardûk darbeya mirinê dixwe, ev darbeya ku jin di qada civakî de digire bixwe ye. Bi xwedayên ku bûn mêr re civak veguherîneke mezin a îdeolojîk û exlaqî dijî. Rahib, xwe dispêrin mêr û di navenda bajêr de çandeke baviksalarî diafirînin. Exlaqa ku xwedavend li

10

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

Qirkirina çandî naşibe tu qirkirineke din, ya herî xetere ye, ji qirkirina fizîkî jî xeteretir e, lê hûn fêm nakin, mirov dirizîne, ji mirovahiyê derdixe, kesayeteke bêanor derdixe holê

çolterê bi çanda jinê bi pêş dixe tê parçekirin. Dînamîkên, hêzên ku civakê dike civak di şexsê jinê de tên helandin, bêhêz tên hiştin. Û ji bo careke din serî raneke di kûrahiyên dîrokê de tê bingorkirin. Jina Ku Tenê Amûra Dolgirtina Xanedantiyê Ye Civaka şaristaniyê ya bi dewlet, ji jinê, di şexsê wê de ji mirovahiyê re felaketan aniye ku berdêlên vana pir giran bûne. Di jinê û civakê de parçebûneke civakî, siyasî û ruhî çêkiriye. Bi qirkirina jinê damara, reha jiyanê ya herî bingehîn a mirovahiyê hatiye birîn, civak ji civakîbûnê hatiye derxistin. Zayokiya ku taybetiya wê ya herî bingehîn e êdî li dijî jinê hatiye wergerandin. Ev rewşa ku bi îdeolojiya xanedantiyê dest pê kiriye jinê xistiye rewşa amûreke ji bo


Diclepress13@gmail.com

berdewamkirina nîjadê ji pergala bi mulk re bi qasî ku pêwîst e dol digire. Çiqas zêde zarokên kurik, bîne, wê ew qas zêde hêzê bide wê xanedantiyê û malbata ku hîmê bingehîn ê civakê ye. Mêr çiqas zêde xwedî zarok û jin be, bi taybetî zarokên kurik, ew qas bi hêz e. Zarokên kurik; zêdetir şervan, zêdetir xebatkar û hêza parastinê ya malbat, nîjad û xanedantiyê ne. Di serdema xanedantiyê de pergala baviksalar êdî bi sazî bûye. Her çiqas jin bi zarokanînê berdewama nîjadê pêk bîne jî mêr vê zayokiya wê ji wê re wek guneh daye qebûlkirin. Di roja me de jî di hin civakan de jin, dema ku ducanî ye weke ku tiştekî şerm kiriye, li gor pîvanên ku rêzikên olî diyar kirine guneh kiriye zikê (hemla xwe) xwe vedişêre. Êşên fizîkî yên ku di dema welidandinê de dikişîne jî wek encameke van gunehan pê dane bawerkirin. Di qirkirinên jinê de em çima pêwîst dibînin ku vê demê ev qas berfireh vekin? Bersiva vê pirsê bi temamî îdeolojîk e. Di vê demê de ketina jinê ya di statuya civakî de hatiye temamkirin û civak bi viya hatiye bawerkirin û qirkirina jinê karibûye heta roja me bi cihêrengî qatqat were. Cinsiyetparêziya civakî di vê heynê de hatiye avakirin. Ji Rêbazên Pêkanîna Qirkirinê; Cureyên Tundiyê Dema ku qirkirina jinê tê gotin tiştê pêşî tê bîra mirov tundiya fizîkî ye. Di mîtolojiya Tîamat û Mardûk de tundî di asta herî jor de ye. Jin, ji bo nirxên xwe yên civakî dîsa bi dest bixe û biparêze naçar dibe ku bikeve şerekî xe-

Fikrî

11

dar. Pergala serdest a mêr li ser jinê bi gelek awayan tundiyê pêk tîne. Ji vana ya ku herî zêde serî lê dide jî tundiya fizîkî ye. Jin, bi rêya tundiya fizîkî di bin çewisandinê de tê girtin, tê tirsandin û dixin xizmeta xwe. Ya girîngtir jî ji ber ku hêza jinê dizane, ji bo çavên wê venebin, biçûk be jî meyla wê ya azadbûnê bi pêş nekeve, di her qadên jiyanê de tedbîrên xwe digire. Wisa bawer dike ku jin, bi fizîkî pir lawaz e û divê di her şertî de serî ji mêr re deyne. Li ser wê tundiya fizîkî pêk tîne û wê jî bi vê dide bawerkirin. Ji bo jinê bîne rayê (di maneya ku têxe xizmeta armancên xwe de) tundiya fizîkî wek rêbazeke her tim amade digire û rêbaza ku herî zêde serî lê dide jî dîsa ev e. Jin, di tevahiya jiyana xwe de bi gelek cure tundiyan re rû bi rû ye. Ji vana ya di serî de tê di ocaxa malbatê ya ku pîroz tê dîtin de dest pê dike. Lêdan, heqaret, îstîsmara cinsî, destdirêjiya di zewacê de, tenê çend cureyên tundiyê ne. Li gor daneyên îstatîstîkî ji her sê jinan herî kêm yek jê di demeke jiyana xwe de hatiye lêdan, bi zorê seks pê re hatiye kirin an jî bi awayekî cuda rastî destavêtinê hatiye. Yê ku viya dike, bi gelemperî yekî ji malbata wê an jî nasekî wê ye. Li gor rapora Konseya Ewrûpayê; sedema bingehîn a mirin û seqetbûna jinên di temenê navbera 16 û 44 salî de tundiya nav malbatê ye. Îro hejmara jinên di encama zarokjiberkirinên, kurtajên bi sedema cins tên kirin de û bebikên keçik ên piştî zayînê tên kuştin winda dibin ji 60 milyonî zêdetir e.

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Di olên Îbrahîmî yên em jê re dibêjin yekxwedayî de ji bo jinê rewşeke guheriye nebûye. Aqlê zilamê serdest, pergala şaristaniyê, ji xerab nîşandana jinê re olê jî kirine alet. Ji bo jinê cudahiya ku derketiye holê; ketiye bin evdîtiya mêr Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê qurbanên kuştinên jinê hema bêje ji % 70 jê ji aliyê partnerên (hevalkar) wan ve tên kirin. Di tundiya li ser jinê de daneyên îstatîstîkî yên bi tendurist derneketine holê. Reqamên ku tên dayîn tu carî aliyê rastîn nade. Sedemeke vê rewşê jî tundiya li ser jinê bi awayekî bi rêk û pêk nehatiye lêkolînkirin. Ya girîngtir jî jin; bi sedemên ji tiştên ku hatine serê wan şerm dikin, fikara dikin ku wê ji wan neyê bawerkirin, bi neyêniyên din ên civakê re wê rû bi rû bimînin, bi tirsa ku wê piştî gilîkirinê zêdetir tundiyê bibînin


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

Dîroka qirkirina jinê dîroka qirkirina herî kevn, piralî û herî kûr e. Tu nîjad, çîn an jî netewe bi qasî jinê nehatiye qirkirin. Dîroka qirkirina jinê ya ku di dîrokê de jiyaye aliyê dîroka mirovahiyê ya herî zêde hatiye veşartin û ser hatiye girtin e ji cihên fermî re gilînekirin, daxwaziya parastin û starbûnê nekirin, agahiyên îstatîstîkî nikare bên avakirin. Jixwe merciyên ku wê serî lê bidin jî bi mantiqa mêr hatine sazkirin, tiştê ku dê li wê derê li hêviya wan be jî wê cureyekî din ê tundiyê be. Tundiya herî xetere û encamgir zêdetir a ku bi çandî tê kirin e. Jin ji hilberînê tê dûrxistin û nirxên civakî yên ku afirandiye bi hezar dek û dolab û zordariyan tê xespkirin, bi vî rengî ev kirin tê destpêkirin. Ev êdî di asta qirkirinê de tê kirin. Rêbertiya me heta bibêjî girîngiyê dide vê mijarê; “Qirkirina çandî naşibe tu qirkirineke din, ya herî

12

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

xetere ye, ji qirkirina fizîkî jî xeteretir e, lê hûn fêm nakin, mirov dirizîne, ji mirovahiyê derdixe, kesayeteke bêanor derdixe holê. Heta qirkirina çandî mirov tîne rewşeke wisa dema ku mirov dikeve ferqa viya jî hûn êdî di rewşeke wisa de ne ku nikarin tiştekî bikin. Ev qirkirina çandî wek zincîrekê, wek benekî di qirika me, stûyê me de me qefaltiye, kole dike.” Rêbazên qirkirina çandî ya ku di ser jinê re tên pêkanîn heta bibêjî cure bi cure ne. Aqlê mêrê serdest ê şaristaniya bi dewlet di ser jinê re li hember hemû civakê (bi taybetî jinê) ‘Çandeke Destdirêjiyê’ pêş xistiye. Bi mudaxeleya her qada jiyanê vê çandê berbelav dike, bi sazî dike: Heta hilberîna jinê, civakîbûn, ziman, tevger, zayokî û tona dengê wê. Ji bo çanda destdirêjiyê di civakê de bide rûniştandin û bi dilê xwe berdewam bike jî hemû rêyên tundî û çewisandina fizîkî û psîkolojîk dicêribîne, dixe dewrê. Zîhniyeta mêrê serdest, dewletparêz û desthilatparêz ji bo jinê bavêje derveyî civakê û xwe ava bike û berdewam bike di hemû pergalan de rêbazên cur be cur bi kar tîne. Bi ol, hiqûq, siyaset, huner û aboriyê qirkirina jinê pêk tîne. Ji van rêbazan a ku herî zêde bi kar tîne û encam digire jî rêbazeke metafizîkî; ol e. Şikandina Cinsî Ya Duyem A Jin Û Civaka Ku Xwe Dispêrê Yek Xwedayî Piştî sazîbûn û belavbûna şaristaniyên koledar ên Sumer û Misrê mirovahî ji bo ji zilma Nemrûd û Fîrewnan xelas bibe ketiye nav lêgerînan. Di encama

van lêgerînan de olên yekxwedayî derketine holê. Di cewhera xwe de ji bo li hember kolekirin û zilmê îradeya mirov bi pêş bixin û azad bikin derketine. Her sê olên xwedayî yên ku di nav civaka şaristaniyê de derketibin holê ji ber li ser heman kevneşopê ne û aliyên xwe yên hevpar wek olên Îbrahîmî hatine nirxandin, çavkaniya xwe ji vê derê digirin. Olên Îbrahîmî desthilatdariyê bi sînor nekirine, berevajî viya zêde kirine. Bi taybetî piştî ku bûne olên fermî yên desthilatdariyan, bûne dînamîkên wan hîn saxlem dikin, bi hêz dikin û bi bikaranîna aliyê manewî wan anîne rewşeke ku nayên hilweşandin, hejandin. Civak li hember van desthilatdariyan hîn zêde hatiye pelaxtin û êş kişandiye. Mezheb, terîqet û cemaet wek bertekeke li hember vê rewşê derketine holê. Bi vê kevneşopiyê her çiqas xuya dike ku koledarî hatibe derbaskirin jî îcar bi rengekî cuda ev pêkanîn dest pê kiriye. Di hemû olên Îbrahîmî de pêxember mêr in. Di pirtûkên pîroz de xwedayê ku bang dike jî mêr e. Li derveyî Xirîstiyaniyê di hemû olan de erkên dînî ji aliyê mêran ve tên kirin. Îbranîtî di derketina destpêkê de li hember pût, qralxweda, kevneşop û baweriyên heyî serî rakirinek e. Pêxember Îbrahîm pûtan dişkêne ku ev semboleke vê serîrakirinê ye. Di derketinê de di wê îdîayê de ye ku girseya gel ber bi xelasiyê ve bibe. Ji ber ku ji bandora koletiyê ya ku mirov bê îrade dihêle derdikeve di rengekî azadîxwaz de ye. Li hember Nemrûd û fîrewnan derketin di rastiyê de li


Diclepress13@gmail.com

hember serweriya mutleq a xwedayên Sumer û Misrê derketin e. Redkirina şaristaniyên koledar, ji bo mirov nikare bibe xweda qîrkirin e. Serhildaneke qewma ku herî zêde hatiye perçiqandin mixabin bûye ola elîtekê. Mêrên Cihû her roj ji bo wan wek jin neafirandiye ji xweda re spas dikin. Şerê ku Mûsa bi xwişka xwe Marîam re kiriye statuya jinê ya wê demê diyar dike. Para jinê ya di mîras de tê rakirin. Jin, di Tewratê de, ji bo mêr bigihê armancên xwe yên civakî, siyasî û aborî amûrek e. Beriya zewacê bekareta jinê û piştî zewacê jî cinseltiya wê di bin venêrîna mêr de ye. Mûsewîtî di şikandina mezin a duyem a jinê de darbeya

Fikrî

Pirsgirêka jinê, bingeha hemû pirsgirêkan e, çareserkirina meseleya azadiya jinê bi giştî jî çareserkirina têkoşîna azadiyê ya civakê ye

13

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

yekem e. Jina xwedavend êdî ji holê hatiye rakirin, naxuyê. Mûsewîtî bi demê re ji ber ku ku bûye ola beşeke elît û di destê desthilatdariyê de veguheriye amûreke zordariyê êdî li hember derketin jî dest pê kirine. Terîqata Eseniyan bûye partiyeke ku xizan û yên tên eciqandin dengê xwe tê de didin bihîstin. Îsayê ku bi fikrên vê terîqetê ronî bûye li hember aliyên serdest û diçewisîne yên Cihûtiyê derketiye û dest pê kiriye bûye dengê beşên ku tên eciqandin. Li hember pêkutiyên Împaratoriya Romayê ya ku bi Cihûyan re di nav hevkariyê de ye wek tevgereke wîcdanî derketiye holê. Îsa di rola xelasker de ye. Di vê demê,


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

heyamê de herî zêde pêwîstiya jinan bi xelaskerekî heye. Jixwe destpêkê li dora Îsa dayika wî, xatiya wî û Magdelena kom bûne. Tevî ku di Îsa de kesayeta mêr ne li pêş e hewariyên wî mêr in. 300 sal piştî derketina wî bûye wek ola fermî ya desthilatdariyê. Xweda bav e. Xwedayê bav, kur û ruhê pîroz mêr e. Dayîka Meryem êdî tenê di rola hilgir (barkêş) de ye û îradeya wê nemaye. Ezîzên ku di belavkirina olê de pêşeng in kesayeta serdest a mêr jî saxlem kirine. Paûlûsê Ezîz li jinê şîret dike ku bibe evdeke bêdeng û gotiye jin bêexlaq e û ji bo mêr hatiye afirandin. Jin çavkaniya hemû

14

Fikrî

Diclepress13@gmail.com

neyîniyan e û divê ji rakêşiya cinsî dûr bê girtin. Thomasê Aqûînoyî yê yek ji avakarê felsefeya Skolastîk e dibêje; “Jin, bi serdestiya ku xwezayê ji her aliyî ve daye mêr, ji bo di bin nîrê efendiyên ku ji bo serdestiyê hatine diyarkirin de bimîne tê dinyayê.” Jinên Serdema Navîn ên ku hê jî zanyariya xwe diparêzin bi cadûkarî û pîresêriyê tên sûcdarkirin û ji aliyê dêran ve di engîzîsyonan de tên darizandin û qetilkirin. Li gor lêkolînên ku hatine kirin di vê serdemê de derdorî sê milyonan jin hatine qetilkirin. Ev qetlîam berhemeke ji tirsa lêgerîna azadiyê ya jinê ye. Ev pêkanîn ji bo Xirîstiyanî

jinê daye ber qetlîameke cewher, nasname û bedenê nîşane ye. Di rêveberiya dêrê de jin tune e. Di sedsalên dawîn de jin ji bo bibin xwedî pîşe tên keşîşxaneyan. Rahibe bûkên Îsa ne û bi Îsa re tên zewicandin. Dêr, di sala 1977’an de bi hinceta ku di nav hewariyên Îsa de jin tune bûne, îlan dike ku rahîbetî ji bo jinan nayê dayîn. Her wiha îlan kiriye ku jin tenê ji bo ji dêr û mêran re îtaetê bikin dikarin bibin Xirîstiyan, yan na mafê wan tune ye ku bibin Xirîstiyan jî. Oleke din a yekxwedayî Îslamiyet ji nav qebîleyên belavbûyî yên Ereb bi rengekî şoreşger derketiye. Ew dem zêdetir wek dema


Diclepress13@gmail.com

Rast fêmkirina dîroka azadiya mirovahiyê ya ku ters, berevajî hatiye qelabtin bi fêmkirina dîroka jinê mimkun e. Pergal û zîhniyeta desthilatparêz, bi serdestiya mêr, dîrokeke ev qas bi heybet û çavkaniya hemû nirxên şaristaniyê ye wek qet nehatibe jiyankirin nîşan dide, serdema heta perqala şaristaniya bidewlet, bi çîn zêdetir wek serdema barbariyê an jî hovîtiyê bi nav dike

nezaniyê(cahiliyê) jî tê binavkirin. Bi saxî binaxkirina zarokên keçik, jinan wek xenîmetên şer girtin, pêkanînên herî aşkere yên li ser jinê tên dîtin in. Di vê demê

Fikrî

15

de li derveyî welidandina şervan û şivanan statuyeke jinê tune ye. Muhemed di derdoreke wiha de derketinek çêkiriye. Destpêkê jin û koleyan digire cem xwe û bi vî rengî nîşan dide ku li ba yên tên eciqandin e. Bi Xetîceya ji çîna jor re dizewice û Xetîce êdî tê pîrozkirin û wek dayîka hemû misilmanan tê hesibandin. Zanîn û tecrûbeya Xetîce ya jiyanê di pêxemberbûna Muhemed de xwedî cihekî girîng e. Lê di eslê xwe de ya ku pêk tê zewaceke bi armanca bazirganiyê ye. Muhamed piştre bi gelek jinan re dizewice. Her çiqas bê gotin ku ev bi armanca siyasî ye jî ev rewş piştre ji bo pêşketina haremê bûye bingehek. Ji bo rewşên jinê yên ku me destpêkê de diyar kir hin pêkanînên erênî çêbûne. Lê ji bo guhertina statuya wê, derketineke pir jî bi hêz nehatiye jiyankirin. Piştî mirina Muhemed jin di şerên desthilatdariyê û komployan de hatiye bikaranîn. Em viya dikarin di serboriyên Ayşeya hevsera Muhemed a biçûk de bibînin. Tenê bi spartina mêrekî bi hêz dikare li piya bimîne. Îradeya jinê êdî tu nemaye. Di pirtûka pîroz Qurana Kerîm de tê diyarkirin ku jin ji parsûya mêr hatiye afirandin. Xwe nixumandina jinê bi rêzikên hişk tê girêdan. Tenê dikare xwe nîşanî mêrên ku xwediyê wê ne, yan jî lêzimên wê yên pir nêz in bide. Xuyakirina tenê têlek porê wê jî mijara gunehê ye. Wê çi li xwe bike, bikaribe biçe ku derê, nikaribe biçe ku derê, bi kurtasî divê çi bikê her tişt ji aliyê mêr ve tê diyarkirin. Mêr dikare heta çar jinan bîne, bi wan re bizewice. Fermîbûna zewacê li gor rêzikên olî tê kirin. Ango li ba mele mar tê birîn û

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

di vê mehrê de jî jin di çavdêriya mêrekî de ye. Tenê bi serê xwe nikare biryara tiştekî wiha jî bide. Dema regla (edet, ketina cilan) jinê weke qisûr, eyb tê dîtin. Ji ber ku jin qirêj tê hesibandin di vê demê de îbadet jê re hatiye qedexekirin. Bi ser de, ev îbadetên ku hatine qedexekirin piştre ji bo dîsa bi cî bînin wek deyn tê hiştin. Ci’nseltî ji bo jinê hatiye qedexekirin. Ji cinseltiyê zewq girtin jî guneh e, divê tenê erkên xwe yên ji bo mêr bi cî bîne. Cinseltî di bin venêrîn û însiyatîfa mêr de ye. Di sûcên di vê mijarê de jin bi kevir avêtinê tê kuştin. Ev pêkanîna ku jê re Recm tê gotin di Komareke Îslamî ya wek Îranê de wek qanûnekî olî hê jî bi hemû wehşeta xwe tê pâkanîn. Di olên Îbrahîmî yên em jê re dibêjin yekxwedayî de ji bo jinê rewşeke guheriye nebûye. Aqlê zilamê serdest, pergala şaristaniyê, ji xerab nîşandana jinê re olê jî kirine alet. Ji bo jinê cudahiya ku derketiye holê; ketiye bin evdîtiya mêr. Merhaleyên şikestina cinsî ya mezin a duyem bi ola yekxwedayî ya dawîn hatiye temamkirin. Qêrîna Marîama di mala ku tê de hatiye girtin, rondikên bêdeng ên dayîka Meyremê, daxwaziya Ayşeyê ku gotiye ‘xwezî ez kevirekî bûma’ asta vê şikandinê nîşan dide. Jinê ji vê demê ve dest pê kiriye cinseltiya xwe bi kar aniye. Bi armancên wek qaneh kirin, xapandin, pere qezençkirin di destê wê de tenê cinseltiya wê heye. Jin ji rola xwe ya mirovbûna mirov, civakîbûna mirov cara duyem hatiye qutkirin.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

16

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Li çiyayê bilind di nava tehtê de dareke pir mezin hebû, Ew dar weke saeta me bû

Mehsûm bagok

Gundê Cefriyê

Li gundê Cefriyê (geliyê gund bi nav

û deng e. dibêjin geliyê Cefriyê). Me guhdarî Apê Hemo dikir. Wiha digot: Ez paleyekî xurt bûm. Di paleyiya nîsk, nok, ceh û genim de gelekî jehatî bûm. Di nava palên van gelî û çiyayan de bi salan min şivantî kiriye. Piranî min pezê xwe dibir derdora geliyê gundê Barê. Ez li wan geliyan gelekî geriyame û baş nas dikim. Li van çiyayên me, Keftar jî hebûn. Ew bi qewet in û belek bûn, ji seyan mezintir in.

Piling, beraz, kurebeşk, sîxur, pezkovî jî hebûn. Xezal niha jî hene. Xelkê Cefriyê xezalan nakujin. Ji bo xatirê xweda. Ew pezên Şex Şems in. Em qebûl nakin kes wan bikuje. Li raserî gundê me ziyareta Şems heye. Li cihê silavgehê, qub hatiye avakirin. Ez 15 - 16 salî bûm. Min şivantî dikir. Gurek nêzî pezê min bû. Piştre çû ser tehteke bilind. Ji bo parastina pezê xwe min çek berdayê. Ew birîndar bû û ket. Diçe û nêzî gelî dikeve. Di jiyana xwe de min qet nêçîr nekiriye. Ev çiyayên me tev daristan bûn. Feqîrî pir bû. Gundiyan dar dibirîn. Kamyon dihatin ew dar dibirin Mûsil û Sûriyê. Gundiyan ew dar bi pir erzanî difirotin. Feqîrî gelek bû. Vaye çiyayên me rût bûne. Êdî dar pir kêm

bûne. Ji Gundê Cefriyê bi barê keran û hêstiran ceh û genim dibirin aşê Kersê. Ez bi xwe jî çûme 3 yan jî 4 saetan em digihan aşê Kersê. Carînan dor nebû. Wê rojê em li wir diman. Carînan jî xelkê Kersê digotin hûn ji dûr hatine û dora xwe didan me. Aşvan hasila xwe ji dexlê dibir an ceh bû an jî genim. Apê Hemo, yê ji gundê Cefriyê jî di eqarê ku şivantî kiriye û ew rêyên ku çûye Kersê de gelek gelî dîtine û nas kirine. Wî jî navê 19 geliyan bi me re parve kir. Ew mirovekî kal bû. Lê belê ji ber ku çiyayî bû, fîzîka wî hê jî zindî ye. Xwedî manewiyateke mezin bû. Pir ji mêvanperwerî û rûbikeniyê hez dikir. Sihbeta Apê Hemo pir bi wate bû.


Diclepress13@gmail.com

Berî fermanê Apê Hemo di demsala hejîran de gelwasan dikire, kom dike û dibe Mûsilê difiroşe. Li bîra wî pir tişt hene û pir tişt jî ji bîr kirine. Dibêje vê fermanê hiş û aqilê me jî bir. Êdî pir tişt nayên bîra min. Bandora fermanê mirovan dîn dike. Bi hezaran kes dîn bibin û bi çola bikevin ez ecîb namînim. Malbat hene ji kokê ve qirbûne. Dîsa jî ew mirovê kal, hişê wî û hestên wî pir xurt bûn. Ew diyar dibû ku xwedî îradeyeke mezin e. Apê Hemo bi van agahiyan em di nava çiyayan de û di nava serpêhatiyan de gerandin. Jiyana wî û çavdêriya wî bi tecrûbe û dersan dagirtî ye. Agahî u şîretên wî bi wate û hêja ne. Li ba Apê Hemo bîranîn gelek in, li ber xaniyên wan em rûniştîbûn, di nava sîniyên biçûk de ji hejîrên Ce-

dîrok

17

friyê para me anîn, ew hejîrên hişk bûn. Ew dibêje; ‘hebên hejîran hûr in, ji ber ku dar bê xwedî mane û beyar in. Beriya fermanê ew gelek xweş çêdibûn.’ Gelek caran yek mijar rojev e, lê belê ew dibe wesîle yan jî rê vedike ji rojeveke din re. Li beroja xanî zarok, ciwan, dayik û mirovên kal hebûn. Apê Hemo ji ber dîwarên xaniyên xwe û bi destê xwe îşaret dikir û bala me dikişand aliyê çiyê. Li wan zinarên bilind ên raserî Quba Şêx Şems û dibêje; havînê di çaxê gêrê de em li bêndera dixebitîn, wê çaxê saetên me tune bûn. Li çiyayê bilind di nava tehtê de dareke pir mezin hebû. Ew dar weke saeta me bû. Dema nava rojê siya wê darê rast dibû û bi aliyê bakurê xwe de sîh dadiket û xuya dikir, me ji xwe

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

re digot; êdî dem nava rojê ye û çaxê bêhnvedanê ye da ku em firavîna xwe bixwin. Êdî em gêra xwe disekinînin, bi wî awayî siya darê dibû saeta me ya xwezayî. Mixabin aniha ew dar nemaye, şikest û ket xwarê. Jiyana me bi wî rengî bû, a niha şert û merc hatine guhertin. Apê Hemo ew qasî sade diaxivî û şêwazê uslibê wî pir balkêş bû. Destên me ji sihbeta wî qut nedibû, ew mirovekî kedkar û merd bû. Ew zehmetkêşekî nav jiyanê û nav çiyayê Şengalê bû. Gundê Barê Gundê Barê li nêzî deriyê Barê hatiye avakirin. Dema ku mirov ji Xanesorê diçe gundê Barê, deriyê Barê li pêşberî mirov xuya dike. Ev derî çiyayê Şengalê kiriye du qet û ew


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

duqetiya çiyê dişibe du guharan. Jixwe gelê herêmê ji deriyê Barê re dibêjin guhar. Dema ku mirov ji gundê Barê ber bi başûr ve diçe, rê ber bi geliyê Şilo ve diçe. Geliyê Şilo jî bi şikeft û asêbûna xwe, hêjayî dîtinê ye. Gundê Barê dikeve rojavayê çiyayê Şengalê û gund li jêra çiyayê bilind e. Li rojavayê gund jî sîlsîleya çiyayê Kolik heye. Ew sîlsîle ne pir bilind e, lê bele Li gorî deştê wateyeke xwe heye. Ew çiyayê Kolika digihêje heyanî gola Xatûniyê. Hinek jî jê re gola Simoqiyan dibêjin. Demekê ev dever tev Êzîdî bûn. Beşek ji çiyayê Şengalê û Kolikan digihêje gola Xatûniyê ango gola Simoqiyan. Ev gol dikeve navbera sînorê Sûriyê û Şengalê. Gola Xatûniyê û rojavayê çiyayê Kolikê ango ew dever nezîkî bajarokê Holê ye. Ji rojavayê Gola Xatûniyê jî êdî çiyayê Kezwanan diyar dibe. Gotina “Hol” jî di nava Êzîdiyan û di çanda wan de cihekî pir bi wate digire. Cardin em vegerin ser gundê Barê. Em di destpêkê de bibêjin ku avabûna vî gundî deyndarê kaniya gund e. Ew kanî li wê deverê neba, wê mirovan li wir, gund ava nekiribana. Bi keşifbûna kaniyê re êdî li derdora avê xanî ava dibin û dibe gund. Li herêma Şengalê bi hezarên mirovan ev gund û kaniya wî gundî dîtine û ava kaniyê vexwarine. Yên ku nedîtibin jî navê wê bihîstine yan jî hejîrên wê xwarine. Hejîrên gund avî ne, ne bejî ne. Xaniyên gund bi keviran ava bûne. Ji dûr ve rengê xaniyên gund, erdê palên çiya û rengê girikan pir nêzîkê hev in û dişibin hev du. Eger şînatiya daran nebe, wê ji dûr ve dîtina gund ne balkêş be. Bi awayekî xwezayî rengê xaniyan li gorî erdnîgariya

18

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Di nava wê xwezayê de û li ber avdana ava kaniyê herî baş û berhemên herî xweş, darên hejîran in. Hejîrên Barê ne yên dêmî ne. Hejîrên wê avî ne. Hejîrên avî yên herî xweş û bi nav û deng ên Barê ne. Nav û dengê hejîrên Barê ji sînorên herêma Şengalê derbas bûne

derdora xwe qamûfule bûye. Rengê xaniyan, erda hawîrdor, girik û çiya wek hev in. Kaniya gundê Barê xweş diherike. Ava wê jî pir xweş e. Havînan jî cemidî ye. Avên bi vî rengî li her deran peyda nabin. Ji bo van sedeman jî, navê ava kaniyan di nava jiyana civakê de her tim di rojevê de ye. Li ser kaniyan pir tişt hatine gotin. Serpêhatî û bîranînên pireng çêbûne û hîn jî çêdibin. Ji ber hewaya çiyayan û axa wan, ava kaniyan jî sar û paqij diherike. Di nava wê xwezayê de û li ber avdana ava kaniyê herî baş û berhemên herî xweş, darên hejîran in. Hejîrên Barê ne yên dêmî ne. He-

jîrên wê avî ne. Hejîrên avî yên herî xweş û bi nav û deng ên Barê ne. Nav û dengê hejîrên Barê ji sînorên herêma Şengalê derbas bûne. Civaka gund, darên xwe baş xwedî dikin û haya wan jê dimîne. Di parastin û avdana wan de tîtîz in. Dema ev nêzîkbûn ji darên hejîran re hebe, dar jî bersiva mirov dide. Berhemên wan daran jî pir in û çiqlên darê jî hejîrê dixemilîne. Hinek çiqil jî ji ber giraniya hejîran, xwe serbijêr dikin û dixwazin xwe bigihînin erdê. Dibe ku gelek çiqil di bin barê hejîran de westiya bin. Eger sibehan hejîr bêne komkirin, sar û cemidî ne. Dema ku li ber tîrêjên rokê germ dibin, xwarina wan, mirovan diêşîne. Lê belê germ jî bin, çareya wê heye; çend kêliyan di nava kaniya Barê de bimînin, careke din dicemidin û tama wan jî xweş dibe. Civaka gund ava kaniyê bi cokên keviran û bi hostayî çêkirine, da ku bikarin avê baştir û bi rêk û pêk bi kar bînin. Bi wê ya armanc dikin ku ava kaniyê bigihêje tevahiya daran û av baş bê belavkirin. Di salên berê de mirovên gund hejîrên xwe dianîn kêleka rê û difirotin. Ji ber ku rê di kêleka gund re derbas dibe. Xelkê gund jî bikeviran ji xwe re dikanên biçûk ava kirine. Kesên ku diçin bajaran an jî kesên ku diçin gundên xwe, hejîrên taze û bi nav û deng dikirin û bi xwe re dibin. Nêzî gund geliyê çiyê hene û weke din erdên beyar û vala jî gelek in. Qiraçên nêzî gund ango bi giştî ji bo xwedîkirina dewar û pez pir guncav in. Bi taybet ji bo keriyên bizinan hîn baştir xuya dikin. Şivanên wan keriyên bizinan jî êdî di wan çiyayan de fêrî meşê dibin û ew jî bi wê jêhatîbûna xwe dibin weke pezkoviyan. Dibe ku hinekî diwestin,


Diclepress13@gmail.com

lê belê êdî fîzîka wan jî pir zindî û tendurist dibe. Gera nav axê û çiyê dibe werzîşeke xwezayî. Hewaya nava deşt û çiyê û dîmenê xwezayê jî manewiyata mirovan xurt dike. Carinan dengê qebqeba kewan ji wan zinarên bilind belav dibe. Ew jî ji bo şivanan dibe muzîkeke xwezayî. Muzîka nava xwezayê jî ruh û hestên mirovan geş dike. Gundê Kersê Ji aliyê bakur ve ji bo çûna nava çiyê, Geliyê Kersê xwe tîne bîra mirovan. Her du aliyê gelî niha bê dar in. Dar hebin jî kit û mit hene. Li çep û rastê gelî, şikeftên berqef peyda dibin. Di çûn û hatina karwanên berê de sûda wan şikeftan hebû. Ji bo bêhnvedanê ji bo stara ji sermayê û germahiyê jî

dîrok

Berî fermanê Apê Hemo di demsala hejîran de gelwasan dikire, kom dike û dibe Mûsilê difiroşe. Li bîra wî pir tişt hene û pir tişt jî ji bîr kirine. Dibêje vê fermanê hiş û aqilê me jî bir

19

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

baş in. Weke din ji şivan, kewgerî û gelek zindiyên di nava xwezayê de bûne mêvanên wan starên jiyanê. Xaniyên gund bi keviran hatine avakirin. Rengê keviran jî gewr e. Bi piranî ax, kevir, teht û zinarên gund û derdora gund xwedî rengê gewr in. Ji Kersê heyanî raserî destpêka Serdeştê û gundê Kolka, di jêr û palên newalê de tûtinek bi nav û deng heye. Li başûr û bakurê palên çiyê, gelek xanî û gundên biçûk hene. Jixwe şopên xanî û gundên kevnare gelek in. Tûtina hemû gelî u newalê bi navê tûtina Kersê hatiye naskirin. Lê belê gundên din jî diçînin û divê agahiya me li ser keda wan gundan a çandiniya tûtinê jî hebe. Di gelî de deşt an jî erdên rast nîn in. Erdên ku hene pir biçûk in. Hemû jî ji


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

keviran hatine paqijkirin. Li jor jî ava kaniyê bi cokên rêkûpêk, av anîne ser wan erdên tûtinê. Ev amadekarî ji kevn ve pêk hatine û di encama kedekê de ji bo çandiniyê hatiye vekirin. Tûtina Kersê di nava xwezayeke paqij de çêdibe. Tama wê xwezayî ye. Tameke xweş ji tûtinê tê. Dîmen û hewaya çiyê, tîrêjên ji germahiya rokê û ava kaniyên paqij, bandoreke erênî çêdike.

Di navbera gundê Kersê û Milik de mişarên tûtinê Erdê wê derê jî cot dikin. Gav bi gav cotkar erdên xwe amade dikin û ta bi ta, pel bi pel dişopînin, av didin û derdora her tayeke tûtinê paqij dikin. Keda bi destan jî bandoreke baş li ser berheman jî çêdike. Dema ku komkirina tûtinê tê, pel bi pel rêz dikin û li ber rokê hişk dikin. Qonaxa din jî êdî dora hûrkirina pelan e. Tûtin di kîsikan de yan jî di qotiyan de bi pelên defterê yên biçûk ên vexwarina çixareyan amade dibe. Civakên wê herêmê pêwîstiyên xwe yên çixareyê bi vî rengî çareser kirine. Ew gund êdî di temenê zarokatiyê de fêrî çandiniya tûtinê dibin. Tişteke ku ji temenê biçûkatiyê de bê kirin, bi mirovan re êdî pisporiyeke xwezayî dide avakirin. Civaka wan gundan di vî warî de pispor in. Gelo mirov çawa dikare dîmenê wan baxçeyên tûtinê pênase bike yan jî bide naskirin? Ya rastî ew e, ku mirov bi xwe biçe wan dîmenan bibîne, xweşikî û bedewiya wan bi xwe hîs bike. Careke din em vegerin nava dîmenên baxçeyê tûtina xwe. Di palên çiyê de mirovan bi destan kevir bi kevir danîne ser hev û dîwar ango

20

dîrok

Diclepress13@gmail.com

şikêr çêkirine. Destpêkê dîwarek lêkirine û pişta dîwar ji bo çandinêyê rast kirine. Piştre dîwarekî din lêkirine û careke din jî pişta dîwar rast kirine, da ku tûtinê lê biçînin. Ew şêwazê dîwar û rastkirina erdê çandiniyê berdewam kiriye. Bi vî rengî gelek dîwar û gelek erd ji bo çandiniyê amade kirine. Her dîwarekî weke şiklê pêlekanan(derince) ji keskahiya rengê tûtinê bala mirovan dikişîne ser xwe. Mirov zû bi zû nikare çavên xwe ji wê dîmenê şîn dûr bixe. An jî mirov nikare ji nedîtî ve were. Dîmen, ew qasî balkêş û xweşik in. Tu carî dîtina li ser kaxezê yan jî bi vîdeo, wê şûna dîmenên ku mirov bi zindî dibîne, negire. Lê belê careke din jî derfetên her kesî tune ne ku werin û bi çavên zindî lê temaşe bikin û di nava wan baxçeyan û dîmenan de bigerin. Vaye em dîmenên wan baxçeyên tûtinê û xwezaya xweşik bi xwendevanan re parve dikin. Di demên berê de rêbiwar û karwanên ku ji aliyê bakur diçûn aliyê başûr an jî rêbiwar û karwanên ku ji aliyê başûr dihatin û derbasî aliyê bakur dibûn, ji nava geliyê Kersê de dihatin û diçûn. Li gorî dirêjahiya çiyayê Şengalê dibe ku hinekê kin an jî dirêj be, lê geliyê Kersê dibe nîvê çiyayê Şengalê. Bi vî rengî ji bo çûyîn û hatinan dibe deverek guncav. Di navbera gundê Kolkan û Kersê de gundê Milik heye. Gundê Milik li berojê çiyê ava bûye. Beranberî Milik li aliyê başûr newalek heye û jê re dibêjin newala Hû. Navê”Hû” ji kîjan demê pê de tê gotin, ango wateya wê çi ye? dibe mijara lêkolînê. Navê newalê balkêş e û yekser bala mirovan dibe nav civaka Hûremanan. Di nava civaka Hûremanan de,

Ez 15 - 16 salî bûm. Min şivantî dikir. Gurek nêzî pezê min bû. Piştre çû ser tehteke bilind. Ji bo parastina pezê xwe min çek berdayê. Ew birîndar bû û ket. Diçe û nêzî gelî dikeve. Di jiyana xwe de min qet nêçîr nekiriye. Ev çiyayên me tev daristan bûn. Feqîrî pir bû. Gundiyan dar dibirîn Yarsanî hene û li gorî zimanê wan peyva Hû tê wateya xweda. Em bi Kurmancî dibêjin xweda, ew ji xweda re dibêjin Hû. Em dibêjin ya Xweda! Yarsanî dibêjin ya Hû! Ew wate bi zimanê yarsanî ye. Her du peyvên Hû û Xweda bi zamanê Kurdî ne û wateya xwe heman tişt e. Yek ji wan bi yarsanî ye û ya din jî bi zaravayê Kurmancî ye. Di encamê de koka her duyan jî yek e. Koka her duyan a herî kevnar jî zimanê arî ye. Zimanê arî dibe dayika wan.


Diclepress13@gmail.com

gotar

21

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

BERXWEDANA ÇANDÎ Polîtîkaya qirkirina çandî ya gerdûnî, di serdema modernîteya kapîtalîst de bûye xwedî nasname

Elî firat

Cudahiya herî bingehîn a mirov ji candarên din, bêguman kêrhatina wî/ê ya afirîneriyê ye. Bi pênaseyeke din; bûyîna xwezaya duyem bixwe ye. Xwezaya duyem tê maneya(wateya) pêvajoya civakîbûna mirov. Jixwe xala bingehîn a ku mirov ji candarên din vediqetîne ew e ku bi saya(xêra) afirîneriya xwe dijî. Xwezaya yekemîn bi tevahî rêzikên çêbûn û pêşketina hemû gerdûnê pêk tîne, xwezaya duyemîn xwe di şexsê mirov de, di nav viya de heyî dike. Xwezaya duyemîn, di heman demê de destpêka dîroka civakî ye. Dîroka gerdûnî jî destpêka xwezaya yekemîn e. Bi vî aliyê

xwe dîroka civakî wekî ku her tim tê bikaranîn, bi dîroka nivîskî re dest pê nake. Berevajî dîroka nivîskî, ji dîroka ku ji asta koma destpêkê ya ku mirov wek cure dest bi cudahîbûn û afirandina çanda aydî xwe dike û berdewam dike tenê rûpelek e. Di nav xwezaya yekem de mirov xwezaya xwe ava dike(kom, civakîbûn), avahîbûnên(binyatgerîtiyên) ku civakîbûnê pêk tînin, serpêhatiya destpêkê ya watedariyên ku naveroka vê avahîbûnê pêk tîne, di heman demê de(bi gelemperî) tê maneya derketina holê ya çandê jî. Jiyaneke bi qasî asîmanan zelal, kelecaneke ku her roj çavkaniya xwe ji vedîtinên(îcadên) nû digire xwe serbest îfade dike, destpêka demeke ku bihuştên xeyal û çîrokên heta nîvê şevan ne tenê

ji bo zarokan ji hemû endamên civaka mirovên heyî re, di tehma(tama) helbestê de tê vegotin e. Ew demên ku tu nîşaneya veqetîna kirde û obje jî di heban û jiyana mirov de tune ye ne. Çanda ahengê bi temamî li gor şexsiyeta xwezaya yekemîn berdewam dike. Piştî bi hezaran salan êdî dest pê dike temayên(mijarên ) sereke yên lêgerîna bihuştê li xeyal û çîrokan tê barkirin. Ji ber ku êdî di nav dilê xwezaya duyem de çand, hîle, qurnazî û despotiya zîhniyeta bajarên dewletparêz, desthilatparêz û ferdparêz ku xwezaya yekem û duyem weke lutfeke xwedayî ku divê di bin fermana wan de be dibînin hat(girt ser ruhê jiyana mirov) li ser serê jiyana mirov danî. Dîroka nexweşînên civakî, êş, kul û keder, qul(evd) û koletiyan di jiyana mirov de hem bi têgîn û hem bi


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

arguman, hem jî bi zar û zimanê xwe hat û miseletî serê mirov bû, vaye zayîna xwe ya nenormal di van deman de kir. Bi gotineke din serboriya afirandina çand a mirovahiyê bi du milan ve veqetiya. Ya yekem û xwedî dîroka herî dirêj çanda Neolîtîkê bû. Ya duyem jî çanda desthilatparêz a bajarên dewletparêz ku di temenekî çend hezar salan e de bû. Ev, di heman demê de nirxên çandî yên ku mirovahiyê ew afirandine û ziman, edebiyat, huner û her cure çalakiyên ku wê tînin ziman bi reng, şexsiyet, cewher û bîçima xwe bi aliyên din ve averêkirin, jirêderxistin bû. Ya ku pêk hat jî ev bû. Çanda dewletparêz a ku ne pêwîst ne jî mecbûrî bû, di rastiyê de di dîroka civakîbûniya mirov de jirêderketineke zîhnî bû. Bi ferzkirinan, bi zordarî, dek û dolab û bi qirkirinan li ber boçûna dîroka civakîbûnê dest pê kir bû levîathanekî. Hat xwestin li şûna dîroka civakîbûnê dîroka çanda

22

gotar

Diclepress13@gmail.com

dewletbûn û desthilatdarbûnê bê serdestkirin. Tercîha jiyanê bi du aliyan hat veqetîn. Veqetîneke tûj û mecbûrî. Ji bo tercîhên jiyanê yên mirovan di xwezaya xwe de bi rê ve neçin, ji aliyê zîhniyeta dewletparêz ve her cure hewldan hatin dayîn. Hemû nirxên ku mirovahiyê ew afirandine êdî biçûk hatin dîtin, sivik û hov hatin hesibandin, her tiştên li ser navê doh û paşerojê hatin kavilkirin, çi hebe di niha de lê hat gerandin, hikmên wate û pêwîstî nîn e ku ji siberojan re jî tiştek bê hiştin, ew demên ku ev hemû rakêşer hatin kirin, di dinyaya mirovahiyê de di eyara erdhejê de çûn û hatinên xwe ava kirin. Di rewşeke ku mirovan hewl dan heqîqetê nas û fêm bikin de, çanda bajarên dewletparêziyê civak weke kabûsekî xist bin fermana xwe. Vê yekê jî bi xwe re feraseteke(çemk) nû derxist holê. Mirov ketin ser rêya lêgerîna heqîqetê. Ji ber ku her tiştên li ser

navê jiyan û mirovahiyê bi qurnazî û bêwîcdanî berevajîkirin; bi qirkirinên fizîkî, bi neheqiyan, kevir li ser kevirî nehiştin, talan, xesp, girtina bin destê xwe ku li ser nirxên mirovahiyê ew afirandine hatine pêşxistin, êdî bubû weke toqa çarenûs û qederê. Û toqa qederê di teolojiyê de, mohra xwe jî lê xist ku di rastiyê de xwediyê rastîn ê civakîbûn û afirandina çandî ya ku li derdora jina dayîk teşe girtiye ew bixwe nîn e û hestiyekî ji parsûyê ye û êdî dawî li dinyaya azad hatiye bû. Ji aliyekî ve pêvajoya çandîbûn û çandbûnê berdewam dikir, ji aliyê din ve dîroka şer û fikara parastina hebûna çandî, vaye bi derketina holê ya çanda bajarên dewletparêziyê dest pê kir. Derbasbûna Dinyaya Qirkirinê Zîhniyeta bajarên dewletparêziyê her ku berê xwe dida avakirina xwe ya çandî, bidestxistina nirxên civaka dîrokî ya aydî civakê û dîro-


Diclepress13@gmail.com

ka mirovbûn û civakîbûnê bi hîle û zordariyê bi xwe dan destpêkirinê, di nav hev de meşand. Desthilatiyên dewletparêz, ji aliyekî ve hewl didan wekî tek û tekane xwedî û afirînerê civaka xwe û destpêka dîrokê xwe sazî bikin, ango avahîbûna xwe saz bikin, ji aliyê din ve watedarî û binyatgeriyên civakên cuda ku dihatin maneya dewlemendiya mirovahiyê bi erdê re dikirin yek û îhtimaleke mezin dane ku cudahiyan bikin weke pêvek û dûvikên xwe. Di bin navê ji yên ‘paşvemayî û hov’ re şaristanî û esaletê bibin de, bi jiholêrakirina wan a ji dîrokê re mijûlbûn bûye hîsteriyeke desthilatdariyê. Di vê mijûliyê de asta ku gihîştinê, mirov dikare di pîvandina firehbûn û serdestiya sînorên paranoyaya desthilatdarbûnê de weke daneya bingehîn bigire dest. Elîteke dewletparêz li ser civaka xwe berê xwe bide çewisandineke çandî ya bêmerhamet û dihelîne, armanca wê ew e ku civakê ji xwe re bike tebaa û rajêrî. Tê xwestin ku dîroka civakê weke dîroka elîta dewletparêz di hişê mirovan de bê kolandin, bicîkirin. Di rewşeke wiha de hemû mijûliyên çandî, divê li gor xizmeta mayîndetî û beka elîta dewletparêz de bin. Yên di viya de bi ser bikevin weke guzîde û delalên dewletê, di bin ewlehiya wê de dikaribûn xwe bigirin bin ewletî û garantiyê. Berevajî viya jî êdî çi bi serê te de hat … Di vê rewşê de civakê dikin weke pêlîstoka dewletê û gêj dikin. Di vê dinyayê de êdî hal û tevgerên ruhekî ku her tiştî ji dewletê hêvî dike raser û serdest dibe. Ji jiyan û cudahiyên çandî yên ku dewlet jê re dibêjin ‘derz’ û

gotar

23

wan fel(eksantrîk) dibînin û ji cudahiyên çandî re tehamûl namîne. Cudahî, êdî li hember wan dijderketin e. Bêhişbêjiya(hezeyana) ku psîkoza desthilatdariyê, nenaskirina hebûnên ji bilî xwe û her heyînên gengaz jî ji bo xwe weke tehdîteke xedar dibîne, di heman demê de pîvana zîrektiyên polîtîk ên hemû kadroyên dewletê ne. Rastiyek heye ku di dinyaya mirov a ruhî de reha bingehîn a paranoya û şîzofreniyê, dema ku çanda desthilatdariya bajarên dewletparêziyê dikeve dinyaya mirovahiyê dest pê dike. Di bingeha xerîbî û ecêbiya ji civakîbûna di paşxaneya jiyana xwediyên desthilatdariyê re berevajî de ev heye. Ji ber ku şaristanîbûn, di eslê xwe de, navê destpêka hevduxwarina mirov e. Her ku sîstema desthilatparêz xwe sazî kir, xwe bi nexweşînên sîstemî yên xwe, halên ruh, şêwazên tevgeran, helwestan, mîmîkan, her tiştê mirovî da xwarin. Civak, vegeriya rûdaneke(yansima) halê ruh û tengaviya ku sîstem tê de dijî. Di rastiyê de tek afirîner, sedem, xwedî û efendiyê hemû xerabûnên tevgerî yên pasîko-sosyal ên bi civakîbûnê re nakok in û ne mirovî ne, seknên jiyanê yên bi hilweşîna exlaqî re wekhev in, kurt û cewherî sîstem bixwe ye. Asta jiyana mirovan neynika(eynika) dewletê ye. Girtîxane, bi encamên tirs û pêkanînên dewletekê tên tijekirin an jî tije ne. Vedîtina zîhniyeta dewletparêz a ku bi navê hiqûqê tê binavkirin, bi karê mertalê parastinê tenê ewlekirina sîstema dewletparêz dike armanc. Di dewletan de exlaq tu car nabe, ango tune ye. Dîsa li ser navê

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Her tiştên aydî sîstemê, yê herî rexnegir jî tê de, çarenûsparêzî, qederparêziya ‘di encamê de rewş û halê dinyayê ev e’ dide hînkirin. Vaye aliyê herî xeternak ê qirkirina çandî; di sazîbûnên di vê qadê de sîstem xwe destê yekem ê zana, yê herî baş dizane, yê herî rast û pîvan datîne dibîne û ev ji aliyê mirovan ve tê qebûlkirin hiqûqê dîwarekî ji kevirên sar hatiye danîn, lêkirin. Veguherana çandî ya ku dewlet li ser civakên xwe pêk anîn, tenê bi viya re bi sînor neman. Bi dîroka dewletbûnê re awayên cur be cur ên qirkirina çandî li ser gelên din hatin pêkanîn. Li ser civakên di warê çandî de binyatgerî û watedariya wan hîn bi hêz û xurt, hat xwestin bi qirkirina fizîkî serdestî bê danîn. Weke mînak Cihû. Lê li ser gelên ku di rewşa xwe bi


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

xwe têr dikirin de ne jî, qirkirina çandî ya bi bişaftinê dest pê dikir û dihat kûrkirin, demdirêjî lê ya herî xeternak û belavker bû. Bi qirkirina çandî nirxên civakî yên gelan hatin talankirin û xespkirin. Li gor xerîbkirinê kirin aydî xwe. Ew binyatgeriyên ku bikaribin wî gelî li ser piyan bihêlin, hatin parçekirin, qedexekirin, sûc hatin hesibandin û heramkirin. Kes, her çiqas bi fizîkî nasnameya wî/ wê ya gelê ku aydî wî ye eşkere li holê be jî, anîn halekî wisa ku bi çandî, di ziman, tevger, cil û berg, zar û xîtab, di avakirina xeyal û utopyayên wan ên pêşerojê de şopên kûr ên dewleta netewe ya serdest dide der û dijî. Bi vî awayî ji bo wan civak û kesan, pirsgirêka hebûnê(ontolojîk) bû sereke. Ji bo vê mirov dikare kurdan weke mînaka herî bandorker(kartêker ) nîşan bide. Hemû saziyên wan hatine belavkirin, bi parçebûna wateyî ya kûr re rû bi rû mane, zîhniyeta wan hatiye wendakirin, dinyaya wan a çandî bi qedexeyan hatiye tengkirin û bi biçûkdîtinan ji pêş çav hatine xistin, ji bêxwedîtiyê re hatine terikandin. Li ser navê wî jî meşandina nîqaşa hebûn û tunebûnê, ji bêmerhametiya qirkirina çandî re mînaka herî balkêş e. Kurd ji kêm gelên ku li ser wan dîroka qirkirina çandî hatiye cêribandin û pêkanîn in. Berdêlên lêgerîna dinyayeke li derveyî red û qebûlên qirkirina çandî xedar in, ev, di her fersendê de pê dane hînkirin.

24

gotar

Diclepress13@gmail.com

Elîteke dewletparêz li ser civaka xwe berê xwe bide çewisandineke çandî ya bêmerhamet û dihelîne, armanca wê ew e ku civakê ji xwe re bike tebaa û rajêrî. Tê xwestin ku dîroka civakê weke dîroka elîta dewletparêz di hişê mirovan de bê kolandin, bicîkirin

xistina rewşa ji xwebûnê jêgerîn, devjêberdan e. Ev, di heman demê de, rênîşaneya pirsgirêka hebûnê ye. Yên ku hebûna wan neyê qebûlkirin, dîtin û tune bên hesibandin, bêguman azadiya wan jî nikare bibe. Ji ber vê yekê ye ku mijûliya di nav hev de meşandina pirsgirêka hebûn û azadiyê ya kurDi Nav Sîstemê de Ji Xwe re li dan ji bo kurdan bûye bingeh. Li Azadî û Xweseriyê Gerîn Xeflet hember berdêlên giran ên xwebûn e û têkoşîna jiyana azad, di civaka Qirkirina çandî, bi zîhnî, mirov kurd de cîgirtin, hêzên modernî-

teya kapîtalîst û desthilatdariyên di rewşa ajanên wan ên li Rojhilata Navîn de ne, di helwestên înkarî yên derbarê hebûna kurd de sistbûnek derxistiye holê. Li hember viya fersend ji bo avahiyên dewletparêz ên neteweyî yên kurd tê dayîn. Di rastiyê de ev rewş, bi safseteya(gotinên vala û bêbinî) ‘kurdên lîberal’ derxistine pêş. Ev jî armanc dike ku bendeke din deyne ber têkoşîn û lêgerînên jiyana azad û berxwedana wan. A rastî, ya ku tê jiyankirin û tê xwestin bidin jiyankirin; ji bo hîn bi kûrahî û bi ziravî meşandina qirkirina çandî derfetên nû dide. Polîtîkaya qirkirina çandî ya gerdûnî, di serdema modernîteya kapîtalîst de bûye xwedî nasname. Di tu demeke dîrokê de mirov nebûye şahid ku bi qasî serdema modernîteya kapîtalîst qirkirina fizîkî û çandî hatiye pêkanîn. Kara herî zêde, endustriyalîzm û dewletparêziya neteweyî bi awayê hegomonîk di sazîkirina qirkirina çandî de derbas dibe. Modernîteya kapîtalîst, tenê li ser esasên perçiqandina binyatgerî û watedariya gelan xwe dike hêza dinyayê. Ji bo vê jî, li her deverê dinyayê bi hemû hêza xwe destekkirina desthilatdariyên sîxur û hevkar ên girêdayî xwe, sazî û xebatan datîne pêşiya xwe. Di vê mijarê de, di nav hegemonyaya xwe de rê nade valahiyeke herî biçûk jî. Yên ku weke valahiyên sîstemê tên zenkirin jî, yê xwe dispêre sîstema xerakirin û çêkirinê, di bin venêrîna nihêrtina ji jor ve, derfet dayîna helandin û dan helandinê ye. Dîsa bi heman rengî, di nav hêzên li ber xwe didin de jî her cure xebat û fînansmanên xwe birêxis-


Diclepress13@gmail.com

tinkirinê jî temîn dike. Çanda emperyal, li ser çandên civakî yên ku xweserî û cudahiyên gelan temsîl dikin, bi rê û rêbazên herî zirav, di serî de jî di qada edebiyat(wêje), huner û çapemeniyê de hewl dide ku serwer bike. Hemû ecibandin, pêşbirk û festîval, xelat, piştgirî û referansên navneteweyî girtine bin yekdestdariya xwe. Di vî warî de yekdestdariyeke erjeng, tirsnak hatiye sazkirin. Di hemû qadên jiyanê de, di qada civakî, siyasî, aborî, dîplomatîk û çandî de bi yekdestdariyeke di asta gerdûnî de, gel ji bo bêçare bimînin, bibin pêvek û dûvika sîstemê, entegre bibin, xerîb bibin tên teşwîqkirin. Di vî warî de

gotar

25

sîstem, bi vegotineke demagojîk û bi têkoşîneke psîkolojîk ji bo bibe navnîşana rêya hemû ecibandin, bêrîkirin(hesret), hêvî, xeyal û halên mirovî hewl dide. Hêzên hegemonîk, li ser meylên azadiyê yên gelan di asta gerdûnî de bi qedexekirinên hiqûqî, bi piştgiriya teknolojiyên bilind û xurt ên leşkerî terorîzmê pêk tînin. Di vê dinyayê de yên ku ji bo hegemonyaya gerdûnî terorîzma gerdûnî pêk tînin, tenê hêzên modernîteya kapîtalîst in. Tê zanîn ku ev hêz, di warê çandî de dipelêxin û derbas dibin, hemû çavkaniyên ku her cure dînamîkên çandî yên aydî gel ji hundir ve bi rizandinê tune bikin,

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

dixin dewreyê. Rizandin, yek ji rêbazên bêmerhamet ên modernîteya kapîtalîst e. Bêmerhamet e, ji ber ku hêrsa kara zêde di nav xwe de meylên faşîst dihewîne. Li hember têkoşînên jiyana azad a gelan çawa ku serê mirovekî bi birekê birîn, kujerî û canîtî be, bi çekên giran ên teknolojîk tunekirina mirovan, wisa pêwîst dike ku sîstem di rewşeke dîn û har, aqilavêtî de be. Rewşa dînîtiyê, aqilavêtinê, halê serkeftinê na, çi bike jî bi ser neketinê, şemitîna axa di bin pêyên wan de û li ber xwe nedana xwe bi xwe xwarina wan e. Hemû nexweşîn, xerabûnên psîko-sosyal û çandî ku di serdema modernîteya kapîtalîst


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

26

gotar

Diclepress13@gmail.com


Diclepress13@gmail.com

de derdikevin, belavbûna tiştê ku di sîstemê bixwe de tê jiyankirin e. Sahneyên dînbûn, aqilavêtinê yên di sînemayên dinyayê de, yek ji xuyangên, rûdanên bêçareserî mayînên dinyaya senarîstan e. Em dikarin fîlmên polîsiye jî di vê çarçoveyê de bigirin dest. Her tiştên aydî sîstemê, yê herî rexnegir jî tê de, çarenûsparêzî, qederparêziya ‘di encamê de rewş û halê dinyayê ev e’ dide hînkirin. Vaye aliyê herî xeternak ê qirkirina çandî; di sazîbûnên di vê qadê de sîstem xwe destê yekem ê zana, yê herî baş dizane, yê herî rast û pîvan datîne dibîne û ev ji aliyê mirovan ve tê qebûlkirin. Halê bi zîhnî ji xwebûnê qutbûn, windabûn ev e. Ev, halê herî xetere û bi êş e. Tiştê ku sîstem şaş dibîne, şaş e. Yê ku sîstem paşmayî û hov dibîne jî wisan e. Hemû qada hunerê û nivîsê ya edebiyatê di nav vê gerînekê de tê perpitîn û pê êş didin kişandin. Amadekirina tezekî şoreşger; tê maneya rû bi rû mayîna daxuyaniyên fermî yên bi sedan mirovên bi navê zanyar, ên di kirasê hunermend û nivîskaran de. Ji ber ku fermiyeta dewletparêz, meqama erêkirin û diyarkirina heqîqetê ye. Rewabûna yên ji bilî wî tune ye. Modernîteya kapîtalîst êdî tenê sîxurên îstîhbarî xwedî nake. Di warê civakî, siyasî, çand, aborî, hunerî, zanistî û hwd. di her qadê de sîxurên xwe amade dike. Jixwe beşek jê jî pêwîstî bi mehane, destheq girtinê jî namîne, bi zîhnî, belavkirin û parastina modernîteya kapîtalîst dikin ku ev, rastiyeke din e. Di vê mijarê de portreyên herî reben û belengaz, kesayetên di bin banê gelên bindest de ne û hêza wan a

gotar

27

Di rewşeke ku mirovan hewl dan heqîqetê nas û fêm bikin de, çanda bajarên dewletparêziyê civak weke kabûsekî xist bin fermana xwe. Vê yekê jî bi xwe re feraseteke(çemk) nû derxist holê. Mirov ketin ser rêya lêgerîna heqîqetê berxwedanê nemaye ku tiştê ev dikin tenê xwe xweşkirin, xweşekî kirin e. Di dinyaya modernîteya kapîtalîst de tu çiqas bixwazî tu dikarî muxalefetê bikî. Lê tenê bi şertekî; di nav jiyana şaş de bimînî û rastiyan rexne bikî… Ji ber ku tu, ji bo sîstemê endamekî/e thînkthankê yî. Hem jî bê destheq. Vaye paşxaneya tiştê ku modernîteya kapîtalîst jê re dibêje lîberalîzm û weke azadî lanse dike, derdixe navê ev e. Bi mînakdayîna ji van

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

tîpan sîstem propagandaya azadîxwazî û demokratiya xwe nake, viya bi beleşî bi wan dide kirin. Vaye xefik û dafika li hember berxwedanê ya hîleya lîberalîzmê… Berxwedan, Avakirin, Kêlî bi Kêlî Jiyankirin e Modernîteya kapîtalîst weke demên dawî yên şaristaniya kevn tê diyarkirin. Şaristaniya kevn, di nav xwe de bi amûrên dagirkeriyê heyî dibe. Bûye. Tenê civaka ku ji nav derketiye bi zilm û zordarî û dagirkeriyê neheland û nedaqurtand; têkiliya simbiyotîk û ekolojîk a bi xwezaya yekem re hilweşand û wê dagir kir û anî ber qedandinê. Di halê heyî de hem xwezaya yekem hem jî xwezaya duyem, di dîroka xwe de, demên xwe yên herî bi qrîz û qeyran, bi pirsgirêk û zehmetiyê dikişînin dijîn. Ger pêşî lê neyê girtin, pêkhatina zêdetir felaketên ji xwezayê û civakî jênerevîn e. Çîn, bajar û dewletbûn di rewşa heyî de veguherîne çavkaniya pençeşêra(kanser) civakî. Hilweşîna xweza û derdorê, zêdebûna di çekdarbûna nuklerî de, zêdebûna bêkariyê, civaka xerîdar, zêdebûna gelhe(nufûsê), pençeşêrên biyolojîk, nexweşînên cinsî û qirkirinên çandî û fizîkî yên her ku diçe zêde dibe nîşaneyên viya ne. Bi vê sedemê hilweşîna şaristaniya kevn, hilweşîna mirovahiyê nîn e. Berevajî, modernîteya demokratîk/ rêya şaristaniya demokratîk bûyîna alternatîf e. Modernîteya demokratîk, utopyayek, an jî tiştekî di paşerojê de hatiye jiyankirin nîn e. Di tevahiya dîroka şaristaniyê de, bi berdewamkirina hebûn û dîroka xwe, çavkaniya jiyanê ya nirxên


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

civakîbûnê ya mirovahiyê ya ku heta îro hatiye. Dîroka mirovahiyê ye. “Lûtke û qûntarên sîlsîleya çiyayên Toros û Zagrosan, qadên ku ev xwedayîbûna şaristanî tê de hatiye haveynkirin bûn. Di hembêza civaka Neolîtîkê de lê weke kurmê darê, bi xwarina wê hebûna xwe ava dikir. Li deştên Mezopotamyayê rêxistinbûna bajar, çîn û dewletê çaxê wê yê rastîn ê ciwanî û gihaştî bû. Şaristaniya Ewrûpaya Rojavayê jî bû çaxa wê ya kalbûn û mirinê. Kurdistan weke welat û kurd weke civak, di çaxê mirinê yê vê xwedayîbûna ku di hembêza ax û civaka xwe de bi pêş ket de êş û jana xwe ya herî qehirker dikişînin. Dema em endamên modernîteya kapîtalîst weke halên mirin û kalbûnê yê xwedayê şaristaniyê şîrove dikin, rastî hîn jî berbiçav dibe. Weke kirdewar(sûbje) modernîteya kapîtalîst û weke tişteyî(obje) rastiya kurd û Kurdistanê, pevçûneke li tu devereke dinyayê nayê dîtin dijîn, ketine qirika hev. Mîna ku di gelek şoreşên mezin de her wekî dîrok careke din ji nû ve vejîn bûye û bi hemû hunera xwe şer dike. Bi vî şerî re yê ku tê hilweşandin, jihevdeketin, ne tenê dewleta neteweyî, qanûna kara zêde, distanên(sêlinge) endustriyalîzmê û ‘sêla sor’ e; veqetîna kirde û heyber(obje) jî hildiweşe. Kurtasiya kurtiya şoreşê di jiholêrakirina parçekirina van têgînan de ye. Bilindbûn, hişkbûn(dogmatîkbûn) û jihevketina îdeolojiya kirde û heyberê, bi bihaya sîstemeke dagirker û pir bi xwîn a herî kêm pênc hezar salan berdewam kir pêk hat.

28

gotar

Diclepress13@gmail.com

Jiyaneke bi qasî asîmanan zelal, kelecaneke ku her roj çavkaniya xwe ji vedîtinên(îcadên) nû digire xwe serbest îfade dike, destpêka demeke ku bihuştên xeyal û çîrokên heta nîvê şevan ne tenê ji bo zarokan ji hemû endamên civaka mirovên heyî re, di tehma(tama) helbestê de tê vegotin e Ev sîstem li ser mirovahiyê tam rola kabûsekî lîst. Mirovahî ji vî kabûsî hê nû nû şiyar dibe. Weke mirov û welatekî azad ev tevgera şiyarbûnê ya kurd û Kurdistanê hêvî dide.” Lêgerînên jiyana azad û heqîqetê yên kurdan tenê bi pêşxistina berxwedanê bi tena serê xwe nabe çareserî. Ji bo ev tevgera şiyarbûne mûtleq jiyanî bibe divê xebatên avakirinê bi ostayî û bi sebir bên meşandin.

Xisûsên, xalên di xebatên avakirinê de wê derkevin pêş em dikarin bi kurtayî wiha diyar bikin; “Ya yekemîn; aliyê zîhnî ye. Bêyî ku lêhûrbûnên wan ên ziman, çand, dîrok, aborî û nufûsê îhmal bikin, em behsa aliyên hebûnê yên kesên ku têkildarî van qadên bingehîn, dinyaya zîhnî ku halên xwe yên bi zanebûnî bi hesta piştgiriyê parvekar in(DINYAYA ZÎHNIYETÊ YA HEVPAR), dikin. Di vî aliyî de pîvana bingehîn; proje û xeyala dinyayeke azad û wekhev ku xwe dispêre cudahiyan, di warê zîhnî de parvekirin e. Ji vê dinyaya zîhniyetê re em dikarin bibêjin utopya an jî dinyaya komunal a kesên azad jî. Ya girîng; di qada giştî û dinyaya civakî û exlaqî ya civakê de zîhniyeteke azadî û wekheviyê ku cudahiyan red nake HER TIM jiyankirin e. BÎST Û ÇAR SAETAN BI ZÎHNIYETA DEMOKRATÎK JIYANKIRIN E. Aliyê duyem; bedena ku wê dinyaya zîhniyetê xwe bispêrê ye. Tiştê bi bedenê tê xwestin bê gotin; hebûna civakî li gor dinyaya zîhniyetê ji nû ve bê verastkirin. Li gor dinyaya zîhniyetê ya neteweya ku bi hevparî tê parvekirin, wê civak çawa ji nû ve bê verastkirin? Wê hebûna xwe ya bedenî bi kîjan avahîsaziyê pêk bîne? Bi kurtasî, tiştê ji paşeroj û kevneşopiyê maye û ji nû ve verastkirina derdor û xwezaya civakî ya ku modernîteya kapîtalîst li gor armancên xwe heta bibêjî bi nexweşîn, bi qrîz, bi çewisîn û dagirkerî(pêkanînên digihê heta qirkirina çandî jî divê li viya bê zêdekirin) li hev daniye an ji bêpergal kiriye, aliyê bedenî pênase dike. Aliyê zîhnî, ji ber ku hesta piştgirî


Diclepress13@gmail.com

gotar

29

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

û dinyaya xeyal û fikrî ya civak û kesên dixwazin bibin netewe eleqedar dike, verastkirineke bi sînor pêwîst dike. Ji bo vê, perwerdeya zanist, felsefe û hunerê(ol jî tê de) pêşxistin û bi vê mebestê vekirina dibistanan xebatên pratîkî yên di serî de tên in; perwerdeya hest û zîhniyetê ya têkildarî netewebûnê erkên wê ne. Bi qasî têkildarî hebûna civakî û dîrokî, dema niha û çanda civakî ya têkildarî serdemê derxistina zanebûnê, aliyên wê yên rast, baş û xweşik bi rengekî hest û fikrên hevpar parvekirin esas e. Kurdan têkildarî hebûna xwe, di dinyaya hest û fikrên BAŞ, RAST Û XWEŞIK de weke netewe sazkirin, tesewirkirin e. Bi gotineke din, bi şoreşeke zanistî, felsefî û hunerî netewebûna kurdan, dinyaya hest û zîhnî ya bingehîn a vê netewebûnê avakirin, afirandin e; ravekirina heqîqeta zanistî, felsefî(îdeolojîk) û hunerî ya rastiya kurd bi serbestî parvekirin e. Rêya viya; fikirandina cewherî û perwerdekirina cewherî ye, parvekirina başiyê û jiyankirina xweşik e. Ji aliyê zîhnî ve xisûsa bingehîn a mirov dikare ji bo pêk bînin ji dewletên neteweyî daxwaz bike; tam girêdana bi azadiya fikir û îfadeyê re ye. Ger dewletên neteweyî bixwazin bi kurdan re di bin normên hevpar de bijîn, ji bo kurd dinyaya xwe ya hest û zîhniyetê ava bikin û xwe li ser esasên cudahiyan bikin civakeke neteweyî, azadiya fikir û îfadeyê ya ku pêwîst dike, bigirin bin ewlehiya destûra bingehîn û bizanibin girêdaneke tam nîşan bidin. Rêya avakirina neteweyeke hevpar ji tam

30

gotar

Diclepress13@gmail.com

girêdana bi azadî û serbestiya fikir û îfadeyê re derbas dibe. Çawa ku jiyana komunî derbasî hemû qadên perwerdehî, çandî û hunerî kirin mimkun e, jiyana civakî û polîtîk jî hem komunkirin hem jî demokratîk-kirin mimkun e. Ya baştir, kêliyê bê paşeroj û pêşeroj nejiyankirin e. Jiyaneke zanyarî, paşeroj û pêşeroj di kêliyê de bi azadî bê ziman û jiyankirin e. Di bingeha çanda modernîteya kapîtalîst û çanda wê ya ku dike kole de, mirov bê paşeroj û pêşeroj bihêle û bike xerîdarên(serfkar) heywanî yên kêliyê heye. Li hember vê çanda jiyanê ya dike heywan a ferdparêziya kapîtalîst, modernîteya demokratîk, divê kes; bi hesreta paşeroja serdema zêrîn û hêviya pêşeroja bi utopya, di civakên komunal ên demokratîk ên kêliyê de bigihîne hev, xebatê weke azadî bihesibîne û bi vî rengî alternatîfbûnê bi ser bixe. Rexneya li ser qadên zîhnî yên modernîteya demokratîk, tenê bi jevxistina dogmatîzma di van qadan de bi sînor namîne. Ji bo zanîst, felsefe û huner rola xwe ya di civakê de bi layiqî bînin cîh rê jî vedike. Modernîteya demokratîk bixwe jî tenê di warê zanistî, felsefî û hunerî de bi rexnekirina modernîteya kapîtalîst saz dibe; amûrên xwe yên têgînî bi pêş dixe. Tengaviya di dinyaya zanîngeh û akademiyên modernîteya kapîtalîst de, bi avakirina zanîngeha azad û saziyên akademîk ên têkildarî her qada civakê hewl dide çareser bike. Her ku hegemonyaya îdeolojîk a sîstemê ji

hev de bikeve, wê pêşiya zîhniyeta modernîteya demokratîk jî vebibe. Ev jî rê li ber jinûve avakirina modernîteya demokratîk vedike. Em tenê tengaviya aborî, civakî û polîtîk a modernîteya kapîtalîst bi binyadî, bunyewî najîn; pêre tengaviyeke heqîqetê ya bi kok jî jiyan dikin. Pêşketina mirovahiyê, her tim bi pêşketinên di têgihîştina heqîqetê de çêbûye. Kapîtalîzma ku têgihîştina heqîqetê sanal kiriye, di dîroka mirovahiyê de rêya jiyana herî xerab, kirêt û şaş vekiriye. Di rêya jiyana şaş de RAST nayê jiyankirin. Di rêya jiyana xerab û kirêt de jî BAŞ û XWEŞIK nayê jiyankirin. Ji bo jiyanê felaketeke ji qrîz û şeran girantir, bi qutiyên jiyana sanal ku rê li ber qutbûnên bingehîn ên ji têgihîştina heqîqetê vedikin re bi koleyî girêdan e; di rêyeke şaş, kirêt û xerab a ku ji zû ve ye hatiye diyarkirin de jiyankirin e. Nîqaşên di giştî de modernîte, bi taybet jî modernîteya demokratîk dikare têgihîştina me ya heqîqetê ji nû ve bi pêş bixe. Em dikarin ji jiyanên ku di rêyên şaş, kirêt û xerab de heba dibin qut bibin û berê xwe bidin rêyên jiyanê yên rast, xweşik û baş. Ji bo vê, bi şoreşa zîhniyetê ya modernîteya demokratîk, bi rêya felsefe, huner û zanista ku civakî dibe, em dikarin têgihîştina xwe ya heqîqetê bi hêz bikin û jiyana rast, baş û xweşik pêk bînin. Çawa ku sînorên hesret û hêviyan tune ne, ji bo bê pêkanîn li pêşiya kesan ji wan pêştir tu astengiyeke cidî jî tune ye. Bes bila hinek namûsa civakî, hinek eşq û aqil hebe!”.


Diclepress13@gmail.com

çand

31

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Dayika Fatma: Helbest nasname û eynika civakê ye

Fatma Taşli ya 53 salî hê zarok

bûye dest bi xwendina helbestan dike. Qet helbest nenivîsiye, piştî kurê wê yê gerîla dibê ‘Dayê tu hêj helbestan dixwînî?’ bersiva erê didê û li ser daxwaza kurê xwe dest bi nivîsandina helbestan dike.

A: DENÎZ ÎKE

Dema ku mirov guh dide dayika Fatma Taşli dibîne ku jiyana wê tevahî bi têkoşîn û berxwedanê derbas bûye. Taşli di sala 1967’an de li navçeya Rezana Amedê hatiye dinê û ji ber bavê wê leşkeriya artêşa Tirkiyeyê nekir ji Rezanê neçarî koçî herêmên cuda bûn. Taşli di temê zarokatiya xwe de tê zewicandin û hînî di zoraktiya xwe de dibe dayik û barê giran yê jiyanê dikeve li ser milê wê. Taşli dayika 7 zarokane. Taşli demek dirêj e di televziyona Jin Tv de bernameya Dayikan jî pêşkêş dike. Taşli ji helbesvanan gelek ji Cigerxwîn hes dike û 25 helbestîn wî ji ber dizane.

gelek cihan kar kiriye û wiha qala çîroka xwe dike: “Ji ber ku bavê min dayika min revand û leşkeriya artêşa Tirkiyeyê nekir em neçar man ku ji Rezanê koç bikin. Cihê ku em çûnê ji ber ku bavê min dayika min revand kesê ji me hes nedikir û bi çavê cuda li me dinêrî. Bavê min ez di temenê 16 salî de zewicandim. Di temenê biçûk de barê giran yê jiyanê kete li ser milê min. Hîna ez bi xwe zarok bûm ez bûm dayik. Hevserê min pir bi malê ve eleqeder nedibû û hemû barê jiyanê kete li ser milê min. Ti cih neman ku ez lê nexebitim. Ez li zevî û kûçeyan xebitîm û min bi keda destê xwe zarokên xwe mezin kirin”.

Dayika Fatma Taşli(53) ji zarokatiya xwe ve helbestan dixwîne û zêdetîr 5 salan e jî helbestan dinivîse. Taşli dibistan nexwediye û bi keda xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûye. Ji dîrokê heta roja îro gelên Kurdistanê û bi tayBARÊ GIRAN YÊ JIYANÊ betî jî jin di beşên stran, helbest, PIRTÛKA HELBESTAN şano, sinema, siyaset, felsefe û wêjeyê de ji bo ku pêş nekevin ji Taşli dibêje, ji bo ku ew zarokên aliyê pergalê ve tên pelçiqandin. xwe bi awayek baş mezin bike li Taşli anî ziman ku di temenê xwe


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

32

çand

Diclepress13@gmail.com

êş û jan, keyfxweşî û nexweşiya civakê derdixe derve. Hinek cih hene bi wejeya xwe, hinek jî bi çanda xwe tên nasîn. Her yek ji wan bi rengekî dîtir tên nasîn. Helbest jî dikare bibe nasnameyek, dikarê bibê hebûnek. Dema ku mirov xwe nas neke nikare helbestan jî binvîse û bixwîne”.

yê biçûk de dest bi helbestvaniyê kiriye û wiha pê de çû:“Ji zarokatiya xwe de ez helbestan dixwînim. Bavê min herdemê ji bo me helbest dixwend. Bavê min di ciwantiya xwe de derbasî Rojava bû û demek dirêj li gel Cigerxwîn ma. Ji ber ku li ge Cigerxwîn ma bû, bandora wî gelek li ser bavê min çêbûbû. Piştî bavê min hate malê jî her demê helbestên Cigerxwîn dixwend û bi vî şeklî ez jî pê bandor bûm û min dest bi xwendina helbestan kir. Dîsa ez gelek ji klam û stranên Radyoya Êrîvanê bandor bûm. Berî 5 salan jî min dest bi nivîsandina helbestan kir. Kurê min Şoreş di sala 2009’an de tevlî nava refên gerîla bû û demek dirêj min agahî jê negirt. Herî dawî min bihist ku kurê min li Rojava ye û bi telefonê li min geriya û got, dayê hîna tu helbestan dixwînî? Min jî got, erê. Kurê min jî got,

dayê divê tu dest bi nivîsandinê jî bikî. Min ji li ser daxwaza kurê xwe dest bi nivîsandina helbestan kir. Niha gelek helbestên min hene û ez amadekariya pirtûkekê dikim. Piştî kurê min Şoreş di sala 2015’an li Miştenûrê şehîd ket min li ser kurê xwe helbestek çêkir. Her wiha li ser hevalê Nûman jî min helbestek çêkiriye. Helbestên min li ser jin, komkujî û zordariya li ser Kurdan e. Min li ser komkujiya Roboskê jî du helbest nivîsandiye”. ‘HELBEST EYNIKA MIROV E’ Taşli helbestê bi van gotinan wate dike:“Helbest parçeyek ji wêjeyê ya her gelî û civakê ye. Çandîn helbestvan, nivîskaran, helbest nivîsîne. Her yek bi şêweyekê ye. Li gor min weke eynika mirov e. Lewre ew eynik derewan nake,

Bavê min di ciwantiya xwe de derbasî Rojava bû û demek dirêj li gel Cigerxwîn ma. Ji ber ku li ge Cigerxwîn ma bû, bandora wî gelek li ser bavê min çêbûbû. Piştî bavê min hate malê jî her demê helbestên Cigerxwîn dixwend û bi vî şeklî ez jî pê bandor bûm û min dest bi xwendina helbestan kir


Diclepress13@gmail.com

çand

33

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

MAMOSTE Û PÎRÊ MIN HOZAN DILGEŞ!

HOZAN XEMDAR

Gava mirov bixwaze li huner û si-

tranên kurdî guhdar bibe, bê guman wê gelek Hunermendên navdar bibîne,nexasim hunermendên ku bûne sitûn û bingeh di hunera kurdî de, mîna (Qasimê meyrê- pîr MiçoFaqîr Xidir- Qepal- Kawaûs AxaEyşêşanê …) û gelek hunermendên dî. Yek ji wana jî Hozanê mezin Dilgeş e. Huner û hunermend neynika gelane. Huner çande gelekî dê diyarkirin, hunermend jî çandê di afirinê. Hunermend girêdayî bi guhertinên dinava civakê deye. Ew xwe li gorî serdemê û nakokiyan didê guhertin, û cihê xwe dinava wan de digerê, dibe malê dîrokê. Hunermendê durist û resen ewe, ku cihê xwe dinava hest û dilê gel de bistînê, û bandora xwe lê bikê wê demê digihê armanca xwe ya hunerî. Huenermend ewa ku, dîrok û dirûşmê civaka ku jê tê der bide xuyakirin. wî çaxî dibe male gel, û gel jî biher awayî wî

diparêzê. Hozan Dilgeş bixwe ew dibistaneye, bi wî çemê hunerî yê ku di herike,nûnertiyek giring ji serdemekî dîrokî ji çanda me dike. Ewî ev dibistan pêşvebiriye û mezin kirye. ew bi xwe damerizênerek yê wê ye û nûnerek bingehîne jê re. Ewî bi wê keda dewlemend gelek raman û serpêhatiyên netewî dane nîşandan, rê û astengiyên wê, û coreyên xebatê diyar kirine, heta ji me re bûne alavên pêşveçûnê. Hozan Dilgeş bi hinerê xwe pir core anîne holê,bi şêwazê xwe yê yekane û xweser, bi awayek efsûnî em girêdane. Biwan wan hestên xweyî netewî, civakî, evînî, şoreşgerî…). Jiyana vî hozanê mezin, mîna evrazê çiyayek bilind gelek hunermend û hunerhêz û hunerxwaz li ber siha wî dirûnin. Ji çemê wî yê bi şalele diherikê vedixun, bi hestên wî yên germ û nerm di nûşin. Hozan Dilgeş dinava têlên tembûra xwe re ev melûlî bi giyanî anî zimên. Bi dengê xwe yê Dawidî û nerm mina barana hêdî hêdî dihavînê de dibarê û diaxê de diçê xwar û qadan rewa dide, têr av dike. Yan jî mina dengê harmoniyên amûretek nerm rewan

xwe berdide hundurê guhdaran, çendî bibihîzin jê têr nabin wan dibe jiyanek te jî hest germ bê têrbûn. Ev astengî û hejariya vê kesayetiya leheng. çewa ku xwe li ber vê jiyana bê derfet girt û dinava pencên wê de, bi qehremanî li ber xwe da, li hember cunta faşist. Hozan Dilgeş heman demê bû Moral û motîvasyonek mezin ji bo şoreşgerên kurdistan, li ber cunta 12 Êlûnê sala 1980 de. Hozan Dilgeş Gemiya wî li ti peravan ranewestiya, li ber dijwariya pêlan nehejiya. Dara wî ya ku rayê xwe biaxa xwe de kûr berdayî liber bayê sitemkaran ne tewiya. Wî serê Êzdîxan her bilind kir. Wî her rêya rast nîşanî gelê kurdistan kir. Wî her tim digot min, Xemdar em navê te bikin Dilgeş ê biçuk. Ji ber stranên min, ji min bêhtir li bîre tene!. Min jêra got pîrê min, zanê ez liber çi dikevim. Got li ber çi. Min got ez jî bo te dikim, lê nizam kê li duv min, ji minre bike. Jiber nivşen li Ewrupa mezin dibin bahwerya min biwan naye. Dilgeş kenî û got Xemdar li wê dinê ezê te pêşwazî bikim xema nexwe.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

34

çand

Diclepress13@gmail.com

Feroyê Iskên bavê Elî Mêrxasê Neqîban!

Keleş Kiwexî

Ka bavê Qaşemê?

Ka Ridwanê(Ridwana) bavê Temo? Ka Welatê Xaltan û Zewa mîra? Şemza bavê Misto û Xirbehê Feqîra? Ka serdarê Sîwaran, Bavê Qaşêmê Feroyê Iskên û Keleşê Çelo, bi Eliyê Gelho gula xorta, kû diparastin ew ax a pîroz? Ka çiyayê Xendeqiyan, keleha mêrxasan? Ka Basbût û Gedûk, Kelok û Awiskê? Ew jî çûne pê re, Welatê Xerzan,

maye îro ji kê ra? Xerzan yek ji wan cihan e ku xwedî dewlemendiyek çandiniyê û Erdnîgariyek berfireh e. Ji gelek Eşîrên cude, kû di nav de gelek Olên cude jî hene re malovaniyê dike. Wek mînak: Elmedîna, navendê Ermeniyan bû. Ridwan, navenda Êzidiyan bû. Qesra Henqasrê, navenda pencinaran bû. Keleha Comaniyê, navenda Reşik û Raşkotanan bû. Çiyayê Sason(Hezoyê) navenda Mala Êliyê Ûnis bû. Êlih, Bajar bi xwe di dsetê mala Ferhoyê Hîzêr Axa de bû... Xaltî, ji 4 milan ve pêk tên: Xendeqî, Anqosî, Qizilî û Neqîbî. Eşîrên Êzidiyên Xaltiyan, di navbera wîlayeta Sêrtê û Batmanê(Elihê) de li derdora navça; Qurtelan, Eruhê(Elmedîna)

û Bişêrî(Qubînê) de dijiyan. “Ezdiyên Xaltî dibêjin ku, peyva“Xaltî” navê eşîrê, yan qebîlê nîne. Xaltî navê war e, cih e. Navê Herema wan e... Dewleta Tirk jî vala nedisekinî. Dixwest ku her bi çi awayî dibe bila bibe herêmê bixe bin dêsten xwe. Ji bo vê yekê jî li heremê gelek fitnê û fesadî dan destpêkirin. Mixabin Eşîrên Kurdan anîn hemberî hevûdû û li herêmê carek din şerê Eşîrî geş kir. Wek mînak, mala Faro kû Pencinarinê û mala Dibo kû ewji anîn hemberî hev. Mala Quto û Mala Nezîr anîn hemberî hev. Sunnî û Ermen, Êzidî û Sunnî anîn hemberî hevûdû. Herem tevlî hev kir. Hetanî îro jî tê gotin kû li herêma Xerzan ji gundên Êzidiyan 366 Gund hebûn. Îro mixabin tenê


Diclepress13@gmail.com

çend gundên biçûk mane. Elmedîna, navenda Ermeniyan bû û îro mixabin tu kes tê de nemaye.! Malbata wek Mala Êliyê Ûnis û mala Faro, ji kokê ve tine kirin. Serê hemûyan jê kirin û ji Paşayên xwe re birin. Ji sala 1820’î hetanî derdora 1930’î, ji yên kû li hemberî vê pergalê rabûn û herem ji Fîtnê û fesadiyê parastin, tenê Mîrzikê Zaza kû Serokê Xaltan bû, Neqîbiyan, Mala Êliyê Unis û Ahmedê Iskan kû ji Eşîra Pencinaran bû herem parastin. Piştî ku Bişarê Çeto hat kuştin û Cemilê Çeto jî dîl hat girtin û wî avêtin Zindana Amedê, ji nû ve qirêjiya Dewletê fahm krin. Lê dereng bû. Piştî Fermana Şêx Mîrzayê êdî Paşayên Osmaniyan ferman li ser fermanê dan destpêkirin û herem

çand

35

dorpêç kirin. Mixabin Divê em rastiye bêjin ku yekitiya Kurdên heremê çê nebû, tifaq ava nebû. Ji Fermana Herênza Şêxan bigre hatanî ya Bajarê Ridwanê, qirkirina Êzidiyan dan destpêkirin. Dewlet bi planên xwe mijûl bû û Eşîrên Kurdan yên heremê jî bi hev lebikî bûn. Divê ve nivisê de Ez dixwazim hinekî behsa demên berî salên 1900 bikim. Eşîra Neqîbiyan kû gelek lehengên xwe di vê rê de dan, li hemberî Dewleta Tirk sekinîn û şer kirin. Iroj di nava Stranan de navê gelek lehengên wan tê gotin. Wek Feroyê Iskên, Qasim, Kolos, Qaso û Bişar. Feroyê kurê Iskanê Zoro bû mala Zoro mezinê Neqîbiyan bûn, Zoro kurê Mirzê Axayê Mirzê ji kurê Telî

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Axa bû. Fero, Qasim û Bişar birayê hevbûn. Dara Bişar bi vî rengî berdewam dike. Zoro yê Bavê Bişar, Bişar, Iskan -Aqo, Kolos, Kinhê, Hemê, Celal. Apê Celal îro jî dijî û li derveyî Welat e. Mixabin dara Fero û Qasim ne diyar e. Feroyê Iskên, li dijî Dewleta Osmaniyan û êrîşên wan li ser Welatê Xalta û dagirkirina herêmê roleka mezin lîst û peşêngî kir. Ji Êzidîyan hêz ava kir. Qasî 30 salî rêbertiya heremê kir û herem ji ber êrîşên dewletê diparastin. Dema kû bahsa Neqîbiyan dihate kirin, xelkê bi çavêkî mezin qîmet didan wan û camêriya wan. Dema digotin Neqîbî, yekser Hebareşê Xaltan dihate bîra wan. Xelkê ji qahremanê Neqîbiyan re digotin Hebareşê Xalta. Cihê kû Heberaşê


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

Vê carê plana qirkirinê mezintir ji ya Herenzê û Ridwanê bû. Ji ber kû hejmara Êzidîyan jî hindik mabû. Ev çend sal bûn ku Ferman li dû Fermanê rakiribûn. Gulê go Hezarê deranê Ji alîkî ve êrîşên Eşîrên Sunni yên heremê nebes bûn Xaltan tê re derbas dibûn av disekinî. Kesekî newêribû hesab ji wan bixwazê. Nav û dengê Hebareşê Xaltan hiştiye kû gelek dayîkên ku li ser Kurê xwe stran gotine, pesnê wan bidin. Feroyê Iskên kû di nav Civaka Êzidiyan de cihekî wî yê Piroz heye û hîn hetanî îro jî ji Çîrokên serhildana wî têne gotin û behskirin. Qahremaniya wî hiştiye ku gelek Dengbêj navê wî di nav Stranên xwe de bi cîh bikin û bêjîn. Hertim dema kû li xelkên heremê bûye pesêrtangi û ketine zahmetiyê hawara xwe gihandine Neqîbiyan ku ji wan re habareşê Xaltan dibêjin. Şema dayika Filît jî dema kû li delavê başo, çola texeriyê li ser laşê Filît disekine, ew jî dibêjê

36

çand

Diclepress13@gmail.com

xwezî ji xwe ra, navê Xwedê re wextê li bavê Hesên bû pesertangî hingî çend peya yê Neqîbiyan Lê derkitina yên wek Kolos û Aqo . Di derdorê sala 1850-1860 de Fermana Hisayê Mîrzayê Mîro û Hesenê Pûrto tevlî Qeymeqamê Nîzamê li herêma Xaltan rabû ji gotinan hêzek gelekî mezin bi xwe re rakirin ser heremê. Xaltî çûn cem Gelho. Bavê Eliyê Gelho, Apê Gelho kû şerwanekî bi nav û deng bû. Jêhatî bû û êdî kal bûbû. Tenê guhê wî baş mabûn. Çav kêm bûbûn. Destên wî dirihilîn. Ji çok ketibû. Mêrxasên Xaltan xwestin şewra xwe bi Apê Gelho bikin. Ji ber kû emrê wî di şerên giran de derbas bûbû. Apê Gelho, ji gotinan gelekî fikirî û got: Herin şer bikin, lê bila Xaltî li pêş, Neqîbî li paş bin. Dema kû Neqîbî bibînin kû xwîn ji Xaltan hat, wê gelekî bi hêrs şer bikin. Neqîbî paşmêrê başin. Stran: Weylo lo weylo weylo lo weylooo Bila nehatibûya bayê Zozana, belê bayekî kûr e. Bila nehatibûya bayê zozana, bayekî kûr e. Bila neke lê neketiye li wan Qalacê Bakisyanê. Li we Zewa Mîra li Ridwana bavê Temo. Li wê Herenza Şêxan bila ne weşanda pelê Qizwan û Tihokan. Gelho dibêje, ji xêre Xwedê û xwedanê me Şêx xisin ve wextê li Eliyê min û Xortên Êzidiyan bû Pezer tangî roja mirinê ez wê Rojê ji wan re wergeriyabûma ser dema xwe yê berê. Ez li Bozê swarbibûma û min dabûya pêşiyê serefa Dakan û Qizilan û Serefê siwarê neqîbiyan

dabûna dû min. Em ketibûna dû dijminan û neyaran, me xilaskira Ridwana Bavê Temo. Baxemsa bavê Eyo û Mihama hetanî bereka Adiya, hey kesera dilê min wa Eliyo. Heyfa min tê wê hayfê, Gelho li ser laşê Elî sekinê û dibêjê kurê min rabe, de kurê min rabe, kula Elîye min kuleka giran e, te helayê

ji bavê xwe re hey derdê dilê min wa Elîyo. Vê carê plana qirkirinê mezintir ji ya Herenzê û Ridwanê bû. Ji ber kû hejmara Êzidîyan jî hindik mabû. Ev çend sal bûn ku Ferman li dû Fermanê rakiribûn. Gulê go Hezarê deranê Ji alîkî ve êrîşên Eşîrên Sunni yên heremê nebes bûn. Vêca Fermana Dewletê jî rabû li ser Welatê me. Fermaneka bi xafiltî, ji nişkê ve hat. Ji heremê gelek kesên bikin dabû peşîye wan. Civaka kû hîn birînên wan ji Fermana Ridwanê ne kevin zarokên ku hin tirs di Çavên wan de kû rehat nikarin bun razin disa eriş û eş. Wê rojê Xwedê zû dengê hawara Neqîbiyan bihîst. Feroyê Iskên, Sîwarê bozê deng li temamê heremê kir û got bila her kes ji hidama xwe de êrîş bikin û teslîm nebin. Fero hemû şervan kom kirin û tedbîra xwe danîn. Payayê xwe yê herî sivik Êliyê Gazo şand kozika peşî û yên din li derdor belav kirin ji bo kû heremê bernedin. Stran: Feroyê Iskên, Awiska bavê Qaşemê li berê latê Gulê sê dengan ban kir li Hezarê kir e gazî. Hezarê deranê gulî da birê î girana Eskerê Hisayê Mirzayê mîro

û Emerê Pûrto Qeymeqamê Nezamê, hayla gulî da birê eb beyana rojê re bi sê Tabûran hatin ser welatê Xalta. Ji jêr û jor de ketin tê

de, ji jêr û jor de ketin tê de. Ma ne,


Diclepress13@gmail.com

Piştî Fermana Şêx Mîrzayê êdî Paşayên Osmaniyan ferman li ser fermanê dan destpêkirin û herem dorpêç kirin. Mixabin Divê em rastiye bêjin ku yekitiya Kurdên heremê çê nebû, tifaq ava nebû. Ji Fermana Herênza Şêxan bigre hatanî ya Bajarê Ridwanê, qirkirina Êzidiyan dan destpêkirin

çand

37

gelek hene şade û şûde, Feroyê Iskên sîwarê Bozê bavê Elî û Qaşêmê sê denga ban dike gelî sekmanê Êzidiyan gelî bav û biran, xebateka mêran bikin lap hilînin, destê xwe ji Cakmakê kavik ziwîn ê hilînin, sist nekin çavên xwe ji Eskêren tirkan, nehîlin min derbeka giran lê da li Qumandarê dewletê li wî Rêsûlê Elî, min got bila ev hayfa Elîye Gazo, kurê jinêbiyê wî şervanê me yê kozika pêşî be. Me pozê Eşîretan perikand, perên me qut kir, cird û berdê hikumetê . Ezê bi Awiska bavê Qaşemê ketim li kolê da, ma ne î giran e Eskerê Hisayê Mirzayê mîro û Emerê Pûrto Qaymaqamê Nezamê de Hezarê bi sê Tabûran ve hatin ser welatê Xalta, ji Jêr û jor de ketin te dê, ji jêr û jor de ketin tê de. Ew şade û şûdê, Feroyê Isken siwarê Bozê bavê Elî gelek hene. Sê dengan li Sekmanê Êzidiyan kire gazî bi xebitin û lap hilênin destê xwe ji Cakmakê kavik Ziwî sist nekin, çavê xwe ji Eskerên tirkan negerînin, me neqînin, weyla li min rebenê. Me derbeyek lê dabû li Qumanderê Dewletê, me got ev heyfa Elîye Gazo

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

kurê jinebiyê wî şervanê me yê kozika pêşî ye. Nayê nayê Hawara Qasoyê neqîba nayê. A dûr e du re, ji banê xêra şewitî li îmdada bavê Elî sîwarê Bozê nayê. Ma ne gelek hene şade û şûdê Feroyê Isken sîwarê Bozê bavê Elî sê denga ban dike, gelî sekmanê Êzidiyan gelî bav û biran xebateka mêran bikin lap hilînin, destê xwe ji Cakmakê kavik ziwî ne hilînin, sist nekin çavê xwe ji Eskêren tirkan, nehêlin meneqînin. Ma nayê bîra we, me wê rojê bi destên Eskerên Tirkan girtin û der anîn ji mala Maksî kermoyê file, ji bin wan xendek û kadinên kayê. Bi wî rengî Feroyê Iskên siwarê Bozê, Fermanê dişkêne û heremê bernade ji Tirkan re. Fermana Hisayê Mirzayê Mîro û Emerê Pûrto, jî pûç bû û şikest. Lê mixabin bihevçûna Êşîrên heremê berdewam bû û nesekinî. Hetanî roja îro jî li ser Gundê Kelhokê berdewame û hinek kes dixwazin Êzidiyan ji heremê dûr bikin, bi zor dêrxin...


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

38

jin

Diclepress13@gmail.com

Şikestina Yekemîn a Zayendî

Şikestina duyemîn jî, bi pêvajoyê olên yekxwedayî ve girêdayî ye

Dilzar Dîlok

Piştî Sûmeran, mîtolojiya Babîlan

heye. Babîl, weke mala xwedayan tê pênasekirin. Di Sûmeran de girîngiya avê pir zêde ye. Jixwe di wê demê de çandiniya avî pir pêş ketiye û cokên mezin çêdikin. Her wiha di pêvajoyê Sûmeran de xwedanwendî jî hê heye. Ew di pêvajoya Babîlan de jî îfadeya xwe dibîne. Mîtolojiya Babîlan jî, di bin navê “Enîma Elîş” de hatiye nivîsandin. Bz di navbera 3-2 hezaran de tê dest girtin. Di destana Babîlan de, Tîamat û kûrê wê Mardûk heye. Heya wê demê şerê ku di navbera xweda û xwedawendan de pêş

dikeve, xwedawend têk naçe. Hemû xweda danehevên xwe ji Mardûk re dibêjin, Mardûk jî darbeya dawî li Tîamat dixwîne. Bi aweyekî sîmgesel, Tîamat darbeyeke mezin dixwe. Piştî pêvajoya Sûmeran, darbeya ku Tîamat dixwe; ew darbe Sûmer û Babîlan jî ji hev cuda dike. Mardûk, bi wê darbeyê li ser laşê Tîamat erd, daristan, ezman, av û hwd ava dike. Ew bûye çandeke deshilatdariyê. Mesela Hallac kûştine, her parçeyekî laşê wî avêtine cihekî. Parçekirin, li hemberî yekparebûyinê tunekirinek e. Divê em di her tiştî de yekparebûyinê bigerin. Parçekirin jî, hebûn parçekirin e. Hem weke kes, hem weke rêxistin bi vî rengî ye. Tîamatê jî parçe parçe dikin, da ku yekparebûyin çênebe. Mardûk, ji bo derketina olên yekxwedayî jî bingeheke

ava dike. Nêrîna yekxweda ya zilam, bi Mardûk re derdikeve. Bi darbeya ku Tîamat dixwe, çanda xwedawendiyê û jin darbeyeke dixwe. Em ji vê yekê re dibêjin Şikestina Çandî ya Yekemîn û Şikestina Yekemîn a Zayendî. Şikestina mezin ewilî çêbûye ew e. Bi mîtolojiya Grekan, ew çand tê timamkirin. Mîtolojiya Grekan jî, çanda dawî ya mîtolojiyê temsîl dike, piştî wê serdema mîtolojiyan xilas dibe. Mîtolojiya Misir û Hîndî ûhwd jî hene. Lê em yek bi yek venakin. Bi kurtasî Çanda Şikestinê ku bi Mardûk despê dike, bi Zeûs tê timamkirin. Jixwe mîtolojiya Grekan, li derdora Zeûs tê avakirin. Mardûk darbeyê li Tîamat dide, lê mirina Tîamat jî gelek tiştan diafrîne. Lê Zeûs bi xwe zarokan çêdike. Hemû qûrnazî, entrîka, dek û dolap di Zeûs de


Diclepress13@gmail.com

hene. Zeûs jinan dixapîne; yekê dixwe, yekê dixapîne. Jina Zeûs jî Hera ye. Lê Zeûs bi xwe, Atenayê tîne dûnê. Ya rast taybetmendiya afirandinê ya jinê, di şexsê Zeûs de tê dizîn. Atena jî dema ku tê dûnê, li gel mertal û cilên xwe yên zirxî tê dûnê. Ango jineke ku xwediyê taybetmendiyên zilam e tê dûnê. Ango jina ku zilam dixwaze, tê dûnê. Niha jî jina ku zilam dixwaze, divê li gorî zilam biaxife, li gorî zilam rabe û rûne, li gorî zilam tevger bike heye. Bingeha xwe ji wê derê digire. Ji ber ku Zeûs dixwaze taybetmendiya zayin-afirîneriyê ji destê jinê bidize, mirov fêm dike ku hê jî berxwedaniya xwedawendan heye. Di Hera de, xwedawendiya Înana û Tîamat naye pênasekirin, lê di mîtolojiya wan de jî berxwedana jinê heye. Her wiha berxwedaniya Prometheûs heye. Zilam jî ber xwe dide. Ango çanda berxwedanê heye. Mesela Prometheûs, ji birayê xwe re dibêje, “ji destê xwedayan tiştekî negire û nexwe, heram e. Ji xwedayên zalim diyariyan negire.” Ango çandeke berxwedanê li derdora jinê heye, lê darbeyeke mezin jî jinê xwariye. Di encama Şikestina Zayendî ya Yekemîn de li ser civakê gelek tesîr çêdibin. Jin ji xwedawendiyê tê xistin. Jin ji panteona-meclîsa xwedayan tê avêtin. Di civakê de reng û dengê jinê, tê qutkirin. Ber bi yekrengiyê ve çûyin destpê dike. Berê reng û cudahiyên cur bi cur hene, lê êdî divê her kes li gorî Mardûk be. Êdî dixwazin civakeke yek-rengî ava bikin. Ew taybetmendî û hewildan, her yek li hemberî civakê êrîşek e. Ji ber ku em dixwazin vê êrîşê li ser ci-

jin

39

vakê rakin, em dibêjin Konfedaralîzma Demokratîk yek-rengiyê qebûl nake. Dîsa dema ku êrîşek li ser civakê çêdibe û civak nikare xwe îfade bike, di nava civakê de afirînerî kêm dibe. Pûçbûyinek çêdibe. Mesela îro pergala deshilatdar hemû zarokan komî dibistaneke dike, yek-rengî wan perwerde dike, ji ber ku zarok nikarin tiştekî din jî bifikirin, afirînerî çênabe. Mesela ew şoreşa afirîneriyê ku di neolîtîkê de pêş ketiye, êdî xilas dibe. Ango ew serdem dibe serdema rawestîna mirovahiyê. Mirovahî li cihekî diqelibe û disekine. Ew tişt di salek û du salan de çênabin, jixwe 2 hezar sal pêvajoyê pevçûnan a Sûmeran destpê dike. Bi guhertina çand, ziman û fikir, pêvajoyekî din dide destpêkirin. Piştî vê demê, çanda şer û deshilatdariyê destpê dike. Ango çanda şer û deshilatdariyê, bi Şikestina Yekemîn destpê dike. Dîsa fikrê talankirin û ganîmetê, dixwazin weke çand di nava civakê de bidin rûnişkandin. Mesela Gilgameş, bi alîkariya Enkîdû, darên sedîrê hemûyan qut dike û daristanê talan dike. Ew jî encameke wî pêvajoyî ye. Rista jinê, êdî di civakê de kêm dibe. Ji ber ku nirxên jinê di xwedawendiyê de hatibûn komkirin û vegeriyabû çandeke, bi wate bû. Lê êdî xwedawendî jî, ji rastiya jiyanê tê dûrxistin. Êdî deshilatdariya zilam, di nava civakê de destpê dike. Em îro vê çandê weke baviksalarî pênase dikin.

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Zayend, tiştekî xwezayî ye, di hemû hebûnên gerdûnî de heye. Lê li gorî zayendê şêwaz, liv û tevger, sekin û nêzikbûn ava kirin, nasname pêş xistin; zayendperestî ye. Jixwe bi zayendperestiyê zîhniyeteke hegemonîk ava dibe û dibe nêzikbûna deshilatdariyê

dike, di Îslamiyetê de weke lûtkeyeke jiyan dike û heya îro jî tê. Ferqek di navbera herdu şikestinan de heye. Di şikestina yekemîn de jin, ji xwedawendiyê tê dûr xistin. Lê di şikestina duyemîn de jin ji mirovbûnê tê dûr xistin. Di olan de jin êdî weke mirov jî naye dîtin. Mesela du jin, weke yek mirovî tên pênasekirin. Her wiha dê jin çawa biaxife, kîjan cil û bergan xwe bike hemû tên diyarkirin. Dev ji mirovbûyinê jî Şikestina Duyemîn a Zayendî berde, jin êdî weke hebûneke vê Şikestina duyemîn jî, bi pêvajoyê gerdûnê jî naye dîtin. Tesîreke pir olên yekxwedayî ve girêdayî ye. ne baş ya şikestina duyemîn li ser Ew şikestin ji olên Îbrahîmî destpê civakê heye. Şikestina yekemîn û duyemîn, di heman demê de


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

şikestineke çandî di civakê de çêdikin. Ji milê herdu zayendan ve jî şikestinê çêdike. Di encama ew şikestina duyemîn ya zayendî de, jin ji rastiya xwe dûr dikeve, ji zayenda xwe dûr dikeve, ji hezkirina zayenda xwe, mirovbûna xwe dûr dikeve. Bi kûrtasî xwebûna xwe dûr dikeve. Jin parçe parçe dibe. Jin weke bireser tê dîtin, zilam dikare li ser jinê hemû kiryaran pêk bîne. Jin dibe milk. Kapîtalîzmê jî şikestina yekemîn û duyemîn ji xwe re weke bingeh dîtiye û heya îro jî tesîra van şikestinan heye. Mirov li gorî van ol û zîhniyeta perwerde dibînin, mejiyê xwe li gorî wê ava dikin. Ji ber vê şikes tineke çandî li ser civakê çêdibe. DAIŞ’a ku îro weke hovîtiyeke derketiye holê jî, AKP jî di encama van şikestinan e. Dema ku olên yekxwedayî bi pergal dibin, encamên wisa derdixînin holê. Ne tenê ji ber ku DAIŞ û AKP dijminê me ye em wisa pênase dikin. Mesela li ser civaka me jî tesîrê van şikestinan heye. Em tenê nabêjin, ji ber ku ol temsîl nakin AKP û DAIŞ ne baş in. Olên yekxwedayî, çandeke ava dikin, ew çand jî xistina jinê û mirovahiyê bi xwe re pêş dixe. Divê em wisa bigrin dest. Di hersê olên yekxwedayî de, tiştên ku mirov bi xwezayî jiyan dikin, qirêj nîşan didin. Mesela di encama têkiliya zayendî de zêdebûn çêdibe. Ew di hemû xweza û mirovahiyê de wisa ye. Lê di hemû olan de, zayendî qirêj tê dîtin. Di Xiristiyantiyê de rahîp û rahîbe hene, bi awayekî cuda xwe jê dûr digirin. Lê bi awayekî têkiliya zayendî tê jiyîn. Bi taybetî di Îslamê de têkiliya zayendî qirêj tê dîtin. Lê ji aliyekî ve jî tahrîk-kirin

40

jin

Diclepress13@gmail.com

Piştî vê demê, çanda şer û deshilatdariyê destpê dike. Ango çanda şer û deshilatdariyê, bi Şikestina Yekemîn destpê dike. Dîsa fikrê talankirin û ganîmetê, dixwazin weke çand di nava civakê de bidin rûnişkandin

heye. Ji milekî pir zewacî û destdirêjî heye, ji aliyekî ve jî têkiliya zayendî qirêj tê dîtin. Ji ber ku hem tê qedexekirin, hem jî pir zêde jiyîna wê teşvîq dikin, mirov ji xwezaya xwe qut dibe. Em dikarin yek bi yek jî vekin. Mesela di Tevrat’ê de dibêje, “jin keça pêximber be jî, çavkaniya fîtne û fesadiyê ye.” Meseleya bihûşt û dojehê jî di Sûmeran de derdikeve. Dîsa bi pênasekirineke cuda be jî, Adem û Hawa di Sûmeran de jî heye. Di Tevratê de jî ew tişt sazî dibin û tên nivîsandin. Meselaya Nuh, meseleya Adem ûhwd; mîtolojiyên beriya xwe digirin û weke çîrok dinivisînin. Bi çîrokan di nava endamên civakê de zîhniyeteke çêdikin. Çîroka bihûşt û dojehê jî bi vî rengî ye. Her wiha karê ku jinê re hatine diyarkirin, karê malê ûhwd hemû di Tevrat’ê

de hene. Ya dîtir jî, di Tevrat’ê de çavbirçîbûn weke tiştekî ku nebaş tê nivîsandin; lê bi riya tîcaretê heman tiştî pêk tînin. Hem di kesayeta Îbrahîm de, hem jî di kesayeta Muhamed de heye. Ew jî bi xwe re çandeke ava dike. Mesela faîz qedexe ye, tu nikarê pereyekî bidê yekî û çend qatê wê jê bistînê. Lê weke berhem tu dikarê tiştekî bidê wî û pişt re nizanim çend qatê wê jê bigrê. Dikarê tiştekî bi pereyekî bistînê, lê sed qatî wê bifiroşê. Hinek pîvan jî jê re hatine diyarkirin, lê pêşî lêvekirin jî heye. Ew di mirov de çavbirçîbûnê pêş dixe. Her wiha pergala pirzewacî, pergaleke fûhûşê ye. Jinê weke bireser dibîne. Zîhniyeteke wisa di nava civakê de pêş dixin. Ew jî çavbirçîbûnek e. Dîsa di Tevratê de, divê têkiliya zayendî, li ser esasê zarok çêkirinê be. Ew jî pîvaneke zilamperest e û jin weke makîneya zarokan dîtin e. Her wiha koçberbûyina wan û ji nava hin bûyeran re derbas bûna wan jî heye, dibe ku tesîra vê jî hebe. Lê di encamê de zîhniyeteke zilamperest, di hemû cihên Tevratê de heye. Derketina Îsa, hinekî din cuda ye. Bi xwe serokê tarîqatekê ye. Lê yên ku Xiristantiyê sazî dikin, xwe ji Îsa qut dikin. Di Xiristiyantiyê de jî cihê jinê qet tune ye. Tenê weke keseke ku pêximber Îsa aniye dunê tê zanîn. Ango tenê navê wê heye, lê dengê wê tune ye. Dibêjin, “xweda pûf kiriye, Meryem ducanî bûye û Îsa aniye dunê.” Çawa Îsa aniye dunê, ew jî ne diyar e. Jin ew qesî bê nasname hiştine. Serokatî dibêje, “Meryem, bermahiya xwedawendiyê ye.” Di Xiristiyantiyê de, Ezîzî û Ezîzetî heye. Mirov hewildanên bi wî


Diclepress13@gmail.com

rengî dikare baş jî binirxîne, lê zayendî qirêj tê dîtin, di tarîqatan de kiryarên cur bi cur li ser jinê pêş dixin. Mesela di bin navê pîrhevoktiyê de, şewitandina jinan di Xiristiyantiyê de tê pêş xistin. Dadgehên Engîzasyonê tên ava kirin, êrîşî hevjiyana azad ya wê demê dikin. Di navenda wê de jî jin heye. Xirîstiyantî, hêdî bi hêdî hemû tarîqatên dervayî xwe ji holê radike û di civakê de yekrengiyê pêş dixe. Dihêle ku hemû rengên cuda yên di nava civakê de ji holê rabin. Tesîra Îslamiyetê jî heval kêm zêde dizanin. Mesela di derketina Muhamed de, rista Xetîceyê heye. Lê pir naye ziman, bi awayekî şênber naye vekirin. Dîsa rewşa Ayşe û Fatma heye, lê ya esasî beriya Îslamiyetê di olên gelên Ereb jiyan dikin de tesîra jinê pir zêde ye. Weke pûtên

jin

41

sereke Lat, Menat û Uza pênase dikin. Ew pût weke xwedawend têne dîtin. Wisa risteke wan a mezin tune, lê weke bermahiyên xwedawendiyê ne. Serokatî jî dibêje, “şaştiya esasî ya Îslamiyetê, qedexekirina wan olên beriya xwe ye.” Lewma olên yekxwedayî, yek-rengiyê ava dikin. Ne ku civaka Ereb hemû dayiksalar bûn û li derdora jinê çandek ava kiribûn, lê nirxeke jinê û hevsengiyeke civakî hebû. Bi Îslamiyetê re ew jî ji holê tê rakirin. Dema ku Îslamiyet dibe olê deshilatdariyê, bi taybetî bi Xelîfetiyê di nava civakê de çandeke dijberî jinê tê avakirin. Şikestina duyemîn de, çawa ku jin ji mirovbûnê qut dibe, ji qadên civakî jî tê dûrxistin. Mesela serê jinê girtin, derketina derva qedexe kirin, her cihê laşê jinê veşartin, hemû kiryarên olên yekxwedayî

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

ne. Ji ber vê tesîrên ev şikestina duyemîn, li ser civaka me pir zêde ye û li ser me jî heye. Dibe ku ji aliyê şêweyî ve me xwe guhertibe, lê weke zîhniyet tesîra wê li ser me hemûyan heye. Mesele tenê ne Mislimanbûyin, rojî girtin û îbadet kirin e jî. Weke zîhniyet tesîrên şikestina duyemîn, li ser hemû Rojhilata Navîn hene. Şikestineke pir mezin di nava civakê de çêkiriye. Hemû taybetmendiyên feodaliyê, bi tesîra Îslamiyetê di nava civaka me de hatine rûnişkandin. Êdî hinek tişt di me de dibin çand û em bi xwe re tînin nava hevalan jî. Mesela dema ku hevalên jin ewilî tevlî gerîla dibin, hinek serê xwe digirin. Demeke dirêj jî tesîra vê li ser hevalên jin hebû, heya pêvajoyê arteşbûyinê jî cih bi cih tesîrên wê dihatin dîtin. Divê em tesîrên van tiştan li ser xwe ji aliyê


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

mejî ve bidahûrînin. Jixwe dahûrandina wan tiştan, dahûrandina zayendperestiyê ye. Zayendperestî, tesîrên şikestina yekemîn û duyemîn in. Tesîrên wan di me de çandeke pêş dixin, zîhniyeteke ava dikin. Nahêle ku em ji kolebûnê derkevin û xwe azad bikin. Ji bo hevalên jin mirov dikare wisa bibêje. Hevalên xort jî nikarin xwe ji tesîra wê deshilatdariyê û tesîra wê ya koletiyê derxînin. Tesîrên wê di xwe de dahûrandin, dahûrandina zayendperestiya civakî ye. Jixwe zayend û zayendperestî ji hev cuda ye. Zayend, tiştekî xwezayî ye, di hemû hebûnên gerdûnî de heye. Lê li gorî zayendê şêwaz, liv û tevger, sekin û nêzikbûn ava kirin, nasname pêş xistin; zayendperestî ye. Jixwe bi zayendperestiyê zîhniyeteke hegemonîk ava dibe û dibe nêzikbûna deshilatdariyê. Mesela di civaka me de tesîreke pir mezin a zayendperestiyê heye. Em van tiştan jî weke çandeke digirin dest.

42

jin

Diclepress13@gmail.com

Divê mirov di van mijaran de lêhûrbûn û nîqaşên xwe kûr bikin. Bi rastî em çiqasî ferqa tesîrên zayendperestiyê ku li ser me çêkirî ne. Mesele ne tenê rê û rêbazên çort in, ango ne tenê tundî û dengê xwe li hemberî jinê bilindkirin e. Mesela hevalekî xort dikare li hemberî hevaleke jin pir zirav jî biaxife, lê bi awayekî zirav dikare deshilatdariya xwe jî bimeşîne. Divê em pîvanên şêweyî daneynin. Her wiha hevalekî xort, bi niyeteke paqij û saf dikare tesîrên zayendperestiyê, tesîrên şikestina yekemîn û duyemîn jî jiyan bike. Ji ber vê yekê divê bi kûranî girtina dest hebe. Tenê bi niyetî û şêweyî girtina dest rast nabe. Ji bo jinê jî, bi zilam re nîqaşkirin û dengê xwe bilindkirin, ne pîvaneke azadiyê ye. Naveroka nîqaşên me çi ye, em çi jiyan dikin, em hebûna xwe çawa îfade dikin? Her tişt bi hebûnê destpê dike. Dema ku em li ser şikestina yekemîn û duyemîn diaxifin, beriya ku em biaxifin divê

em xwe bipirsin, ka di zîhniyeta me de tesîra wan çiqas e. Dema ku em tesîrên şikestina yekemîn, tesîra olan, tesîra pozîtîvîzmê li ser xwe biavêjin; dervayî wê weke ‘ez’ çi dimîne? Divê em bikaribin lêpirsîna vê bikin. Tiştekî pir kêm dimîne. Lewma tesîrên van tiştan pir zêde li ser me hene. Rast e, tesîra Tevgera Azadiyê jî li ser me heye. Lê tiştên ku em ji Tevgera Azadiyê fêr bûne jî, em nikarin vegerînin zîhniyet û pratîkê. Bi rastî jî van zîhniyetên dîtir, di me de çi ava kirine, em çawa jiyan û gerdûnê mezî dikin, di me de pergaleke çawa ava bûye? Ger pergalên deshilatdar, Di kesayetên me de cih bûbûn, divê em bizanibin ku em bireser in. Ji ber vê divê em di destpêkê tesîrên van pergalan li ser xwe bibînin. Mirov dikare vegotineke wisa bike, lê em dixwazin bi nîqaşên hevalan vê mijarê timam bikin. Her wiha ger hebin, heval dikarin pirsên xwe jî bikin.


Diclepress13@gmail.com

dîrok

43

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Şêx Xidir Kiye?

Êzidî û Êzîdxan bi Xîreteke bê

dawî Mêrxasan Avakiriye û Gelek Dastanên Ceng û Şeran li Qelem dayne, yek ji wan Mêrxasan jî Şêx Xidire li derbarê Jiyana Wî de Saro Mirad Şêx Xidir di axive:-

A: şîrîn seydo * Ez birayê Şehîd Şêx Xêrî me ji Qedîm(Kevin) de Gundê Sîba Şêx Xidirê Me avakiriye Emê ji Dîroka ku Gundê Sîba Şêx Xidirê hatiye Avakirin de Despêkin, li Dema ku Sîstemê Dewleta Îraqê Milûkî bê û Pişrebû Cemhûrî û li wî Demî ku Xelk di revî lewma Sîh û Sê Gundên ‘Eşîreta Qîraniya revîn ji Gundê Sîba Şêx Xidirê, lê ‘Eşîreta Me ne Revî ji Sîbayê ku li wî Serdemî Ingilîs Bîreke(Çala Avê) ji Me re li Gundê Sîba Şêx Xidirê Kola bûn ku Em li wî demî li Girkê Me

yê kevin bûn û li Xaniyên Kevin debûn, û Piştî bûyî Şoreşa Şewaf her Sîh û Sê Gundên ‘Eşîreta Qîraniya Revîn Gundên Sikêniyê û Heyalê lê Eê ne revîn li ku li Sala 1959zn û piştî ku li Îraqê Tevlî Hevî çêbûyîn Me li Ser Bîra xwe Gund Avakir, ku li Wî demî Rehmetiyê Şehîd Şêx Xêrî li Dibistanê bû li dema ku Me Gund Avadikir û piştî wêjî bû Demê Hizba EL-Behit hat ku li Sala 1975zn ji Êzidiyan hemûyan kirine Komalgeh û pir Ziyan gihandine Me, û li Wî Demî hindekan Gund ji xwe re Avakirin û hindekan avanekirin û ketine Gundên Sikêniyê û Heyalê û piştî Gundan jî kirine Komalgeh û piştî Gomalgeh avakirîn, li Sala 1975zn Daxwaza Çûyna ‘Eskeriyê ji Me kirin û Em hemû bûne Leşker û li Wî demî Rehmetiyê Şehîd Şêx Xêrî Revî û Çû Sûriyê, ne tinê Ew Birayên Wî Kokez, Şemo, Silêman

û Heyder jî ji Leşkeriyê Reviyan û ber xwe dane Sûriyê lê Em man di Cihê xwe de û Piştî Hingê Min Got Em nikarin û Em jî gihiştine wan, û ji Sûriyê ji Malbata Me hindek Kes çûne Ewrûpa û yên din jî Me ber xwe da Îraqê ji ber ku Lêbûrîn ji aliyê Hikûmetê ve çêbû Em hatine Îraqê, û piştî Em ji van Dîrokan xelas bûyîn û ji ber ku Gund li ser navê Bapîre Min Şêx Xidir bû û hitanî roja Îro jî lê Mixabin hita Roja Îrojî Kesekî lê ne pirsî vêce Me Got Emê biçin Erdê xwe biçînin û Me Îsal Erdê xwe çand, û Em Daxwazê dikin ku Hindek Alî bi Me ve rabin da ku Em Milkê xwe ji xwe re Avabikin ji ber ku Hitanî niha Em di bin Çadiran de rezîl bûn, û ev Sêçar Salan Ez li Nehiya Sinûnê me û yên din li Be’edrê ne ji ber vê Çendê jî Em Dixwazin biçin Qîşla xwe ji xwe re avabikin û Em bigehine Hevdû ji ber ku DA’ÎŞ neman.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

44

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Tam li Se’et 02:00 bi Dema Bexda/ Îraq ê piştî Nîvê Şevê êrîş bi ser Gundê Gir Zerk de pêkanîn û Şêx Xêrî got Ezê biçim Aliyê Rojava û Bîksî û Turimbêl birin

- Şêx Xidir Kî bû, ji çi Binemalê bû û Çend Zaroyên wî hebûn? * Şêx Xidir ji Dîrokêve li nav Qîraniya bû ku li Wî Demî Şêx Xidir Heft Kur hebûn Ewjî ‘ito û Reşo ku herdû ji Yek Dayîkê bûn, û Babê Min û Pênc Birayên xwe hebûn ku di gotinê Zaroyên Mencê Ew jî Babê Min Mirad, Sima’îl, Xwedêda, Şêx Emîr û Şêx Elyas ku Herpênc jî Kurên Mencê û Şêx Xidir bûn li Gundê Sîba Şêx Xidirê, lê ‘ito û Reşo xwe ji Me Qut kirin lê Babê Min got wisa çênabê û her Kurên Şêx Xidirê ne û rabû çû Herdû jî anîn Me Gundek bi ser Erdê xwe ve Avakir, û wan jî Gundê xwe avakir û li Ba Me bûn hitanî Fermana Sala 2014an jî û hitanî niha dibîjinê Gundkê Reşo û piştî wê Ev Gund xerakirin û Kirine Komalgeh û Em hemû li cem hevin, û

niha Gundê Me Sîba ya ji derveyî Komalgehê ye û Gunê Yekem li nava Gir û Komalgehê de ye û ji kevin deye û li Fermana Dawî Kurekî Şêx Xidirê meye Ewjî Elyase û li Welatê Bilcîka ye, û hita niha nehatiye Îraqê û Em jî hinek Kes ji me li Virin û Hindekên din Çûyne ji deveyî Welat û ‘Eşîra Qîraniya bi Temamî ‘Eşîra ŞêxXidirê bûn ankû Şêx Xidir Serok ‘Eşîr bû, û Em Şêxên wan bûn û Ew Mirîdên Me bûn û Em ji ya hev dernediketin û eger bîjê Muxtarên ‘Eşîrê gelek Muxtar hene û niha Em Kurê Rehmetiyê Şêhîd Şêx Xêrî wek Nwînerê ‘Eşîrê dibînin, û Mişhil Kurê Şêx Emîre û ji ber ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re Hefpişke Em Wî wek Nwînerê Qîraniya nabînin û Em dixwazin ku Esaseke xwe ji nûve avabikin, û bi Navê Mala

Şêx Xidirê hemû li Gundê Sikêniyê bigehin hevdû û Qîşla xwe avakin û li ser Milkê xwe bin û di Dîroka Me Mala Şêx Xidirê de li Ferman 3ê Tebaxa 2014zn Em ketin Çiyê de, û Rehmetiyê Şehîd Şêx Xêrî got Hûn Herin û Malbatan derbasî Herêma Başûrê Kurdistanê bikin û Ezê li vir bimînim li ser Silahên xwe hitanî ku li Min vegerîn ji boyî Xortên Me, vêce Xortên Me hatin lî Kombûn û Silah Danêtê û Herêma Kurdistanê jî Harîkarî ji Me re kir û Silah danêtê û Em li ber xwe Sekinîn û Me Berxwedanî kir, û Hitanî Rehmetiyê Xêrî Şehîd nebû Me Sikênî berneda û Roja ku Xêrî Şehîd bûyî Hemûyan Cihên xwe berdan û li wî Demî, Mala Şeşo Cihê xwe ber Mezargehê Şerfedîn bernedan û Mala Şeşo Ciwamêre û bi Si’ûde û herwisa ‘Eşîra Feqîran


Diclepress13@gmail.com

dîrok

45

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

piştî wê çendê bûne Dû Partî Yek jî Yesar(Çep) û ya dinjî Partiya Yemîn(Rast), vêce piştî bûyîn dû Partî Şêx Emîr got Emê li Mala xwe rûnîn rabûn Şêx Emîr bi Darvekirin li Zîndanê de jî Geliyê Kersê bernedan û Me jî cihên xwe bernedan û hitanî ku li vê dawiyê, piştî rewş Tevlîhev bûyî Hindek Kesên Me li Vir man û hindek jî li wir man û Hitanî niha yên Me li Herêma Kurdistanê ne û Em Daxwaz dikin ku Harîkarî bê kirin ji bo Ku Em Qîşla xwe li Sikêniyê avabikin, lê ne Rêxistineke Mirovî tê û ne jî Herêma Kurdistanê alîkariyekê dike û ne jî Merkezî(Hikûmeta Navendî) ya Îraqê ji me re Alîkariyê dike û Eve Çar Salin Em li ber Dîwarên Xelkê ne. - Şêx Xidir li dema berê de di xwest çibike ji Êzidiyan re li hember Dewleta Îraqê? * eger Em bên Rehmetiyê Şehîd Şêx Xêrî li tu Tiştî ne di geriya û Rehmetiyê Xêrî Karê wî bi tu Par-

Xêrî ne li Partiyan digeriyan û ne jî li Madî di geriya Şêx Xêrî li Ewrûpa bû lê hîjî li dema ku DA’ÎŞ derketî û Êrîş kirî ji Ewrûpa li Firokeyê Swar bû bi Malbata xwe ve, û hatine Îraqê ji bo ku li hember Êrîşên DA’ÎŞê Berxwedaniyê bike û hitanî ku DA’ÎŞ ne şikest li virbûn ankû li Şingalê û piştî ku Şikestin ji - Nakokiyên ku li hember nû Malbat hindek jî Çûne Ewrûpa. Dewletê ji ber çibûn? * bi Tayîbet Em wek Mala Şêx - Peywendiyên Şêx Xêrî bi Xidirê Me dixwest ku li Hember Welatên Dervere li ser çi Asasê Hikûmetê rabin û Em Cihên û bûn? Erdên Êzidiyan bikine Yek ku ne * Şêx Xêrî diçû Sûryayê û daxwaz Wek Bisilman li Cihên Me de bin, dikir ku Lîsteya Alîkariyê pêşkêşî Şêx Xêrî bi vê Çendê radibû ku Êzidiyan bikin ji ber ku Hêzeke Me Hertim Parastina Şingalê bike lê ji nîne û tinê ji boyî xatirê ku Miletê ber çi wihabû?ji ber ku Şêx Xêrî li Me bibin Yek û Em pê debara JiyaÊzidyatiyê di pirsî û Menhecê Wî na xwe bikin, lê eger ne ji vir û ne Ew bû li Nesîbe got belkî Em bi jî ji Wir Destê Alîkariyê dirêjbikin Êzidîtayê bi serbikevin, û Karê Şêx Alîkariyeke Me nîne ku Em li berxtiyê nebû lê tinê Daxwaza wî Ew bû ku Êzidî li Çiyayê Şingalê bibin yek dest û bigehin hev, û Xêrî hertim ji belengazan re dikir û Menhecê(Rêbaz)a Wî Ew bû û bi Feqîr û jaran ve rabê û Wî di xwest ku Cihê xwe bigirê û Êzidî tev bibin Yek.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

we bidin û pê Jiyan bikin lê nesîbe Menhicê Me wisa lêhat, DA’ÎŞ jî ne ji Me bi tinêre hatibû Fermaneke Navnetewî bû hat û Em jî bi ber lingan ketin vêce çilobû Em wek Malbata Şêx Xidirê tucarî dest ji hev bernadin, û tucarî Em dest ji axa xwe bernadin û Zaroyên Min niha nêzîka dehan li Ewrûpa hene lê Ez naçime Ewrûpayê ji ber ku Ev Axa Me ye û Ev Cihê Me ye Em dixwazin ku, Em wek Mala Şêx Xidirê biçin Mala xwe avabikin Sikêniyê û Qîraniyên Me Mirîdên mene wê li Me kombin û dîsa Ciyê Me wê Avabê wek berê, yanî eger Em biçin Mirîdên Me jî wê li Me kombin niha Mesela Me ewe ku Madiya Me nîne û Hêza Me nîne û eger bitinê Rêxistineke Mirovî alîkarî ji Me re kirba Meyê Avakirba, û Ciyekî Me çêbûba Miletiya Me wê li Me vegeryaban û dîsan wê lihev Kombûbane Wek Berê. - Şêx Xidir dixwest ku Hêzekê ji Xortên Êzidiyan avabike û tinê girêdayî Êzidiyan bê û ne girê

46

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Piştî bûyî Şoreşa Şewaf her Sîh û Sê Gundên ‘Eşîreta Qîraniya Revîn Gundên Sikêniyê û Heyalê lê Eê ne revîn li ku li Sala 1959zn û piştî ku li Îraqê Tevlî Hevî çêbûyîn Me li Ser Bîra xwe Gund Avakir, ku li Wî demî Rehmetiyê Şehîd Şêx Xêrî li Dibistanê bû li dema ku Me Gund Avadikir

dayî cihekî din bê? * Helbet Mala Şêx Xidirê ev çende dixwest û Em wek Mala Şêx Xidirê Menhecê(Rêbaza) Me ne tû Kesbû û ne Me Kêmaya Kesî dixwest û ne jî Me Şerê Kesî diviya, lê tinê ji ber ku Me dixwest Xortên Êzidiyan beşdar bibin û Kombibin di gel Yek û li Hev Bipirsin da ku Şingal ji dest Me neçe. -Rûdanên giran yên li Serdemî Sedam Hisên bi ser de hatîn çibûn? * li Serdamê Sedam û Rûdanên ku bi ser Me de hatîn li serê Rojê Hikûmeta Sedam ‘Esker tanîn û dora Malên Me digirtin, Min tê Bîra ku Ez ‘Esker bûm li Sûriyê Şikayet dikirin û di gotin wê li Sûryayê û dihatin Dora Mala Min digirtin û hitanî sibê dora Mala Min ya girtîbû û li, Wî Demî Şêx Xêrî li Sûryayê bû û li wan Rûdanan pir Ziyan gihandin Me û di gotin Miharibîn ketine Çiyê de û Em ne bi Partiyekê re bûn Şikayet li ser Me çêdibûn, di gotin Werin Xwe bikin


Diclepress13@gmail.com

Partî lê Me di got Em xwe Partî nakin ji ber ku Em li Menhicekî di gerîn ku Êzidîtaye û Em li Miletê xwe di gerin Em ne li Partîtiyê digerîn, û her Serê rojê Em di revîn û li Dawiyê Min gote Rehmetiyê Şehîd Şêx Xêrî were naqediyê Emê derbasî Sûriyê bibin û bi Şev Em Hemû Revîne Çiyê ev Rûdanjî li Sala 1986zn bû, û Em Revîn çûne Sûryayê li wirjî Çar Sala Em man û li wî demî Sedam Hisên lêborîn da ji Penaberên Sûriyê re û Em hatine Îraqê li ciyên xwe vegeriyan, li wî Demî Şêx Emîr ku Ew jî ji Binemala Şêx Xidir bû û Ew Rêveberê Şingal hemûyê bû ku li wî demî Hizba El-Behit ji nav çûyî Şêx Emîr, ne tinê Şingal belku yê Devera Neynewe Hemûyê bû ku yê girêdayî Merkezî(Navendî) bû û piştî wê çendê bûne Dû Partî Yek jî Yesar(Çep) û ya dinjî Partiya Yemîn(Rast), vêce piştî bûyîn dû Partî Şêx Emîr got Emê li Mala xwe rûnîn rabûn Şêx Emîr bi Darvekirin li Zîndanê de. - li Serdemê Ehmed Hesen ElBekir bû ku Serokê Îraqê yê berê bû li wî Demî liv û tevgerên Malbata Şêx Xidirê di çi Astêdebûn? * li Serdemê Ehmed Hesen ElBekirî ku Serokê Îraqê yê beriya Sedam bû û li Wî Demî Hikûmetê Şêx Emîr girtin Sedem ji ber ku ‘Eşayirî piçek tevlî hevî hebû, û Pisgirêkike Civakî hebû ji ber wê Çendê Şêx Emîr kete Zindanê de û piştî ku bûyî Serhildan li Serhildanê de bi Serkeft û ji Zindanê derket û li dûvre gelek Tevlî Hevî derketin holê, ku Sedema girtina wî jî Kesek Kuştibû ji ber wê çendê hat Zindankirin û Pênc Salan li Zindanê de ma û li Dema ku bi

dîrok

47

Serhildanê re ji Zindanê berdayîn Cihê Cih kirine Rêveberê Şingalê bi Giştî. - Beriya ku Gundê Sîba Şêx Xidirê avabikin her li cihê wê Gundekî din yê ava hebû? * Beriya ku Gundê Sîbayê avabikin Gundekî din li Şûna wî Eerdî hatibû avakirin bi Navê Girkê Êma ku li nêve Me û Gir izêr de bû, û Hindek Xaniyên Me li nêzî Girê ‘Ecûs bûn vêce Hikûmetê got Pezê We yê Xilbehe ankû Pire Emê Sîbayeke We Kolin û Sîba ji Me re Kolan û Me li Wir Avakir. - Li Roja Opersiyona DA’Îşê de Şêx Xêrî bi çi Rengî Berxwedanî kir? * Li Roja ku DA’ÎŞ hatî û êrîş pêkanî bi Tayîbet li Devera Şqingalê Şêx Xêrî wê rojê hat got Cemedaniyek(Şaşik)ek li ba we heye?Min jî got Erê Zaroyên Me da Dest Şêx Xêrî, û Şêx Xêrî got Ezê biçim aliyê Rojava li wir Şere li Se’et 03:20 Deqe bi Dema Bexda/ Îraq yê Şevê êrîşên DA’ÎŞ ê bi Ser Gundê Sîba Şêx Xidirê de pêkhatin lê Beriya wê, tam li Se’et 02:00 bi Dema Bexda/Îraq ê piştî Nîvê Şevê êrîş bi ser Gundê Gir Zerk de pêkanîn û Şêx Xêrî got Ezê biçim Aliyê Rojava û Bîksî û Turimbêl birin û got Dorman Dorê xwe zeftkin, û DA’ÎŞ dora Me girtiye û got Hûn Ne Revim Me jî got Em na Revin û ‘elesas Em Ne Revin û ‘Eşîra Me Qîranî Hemû bi Şêweyekî Tevlî hev ankû Ne Rêxistinkirî Derketin, û Roj derket bi vî halî Zaroyên Me Taştê xwarin û Hawin dihatin Me û Qûte qûtên Zaroyan bû û carê Şêx Xêrî hat derê Civatê de û gote Min

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Eger bîjê Muxtarên ‘Eşîrê gelek Muxtar hene û niha Em Kurê Rehmetiyê Şêhîd Şêx Xêrî wek Nwînerê ‘Eşîrê dibînin, û Mişhil Kurê Şêx Emîre û ji ber ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re Hefpişke Em Wî wek Nwînerê Qîraniya nabînin Zaroyan derxe ji Gund, Min got ji ber çi?Wî got bi Xwedê Ketine Merkezê(Navend)ê Zaroyanji Gund derxe Min jî Gote van xwe karkin Emê ji aliyê Jorî ve xwe berdine Newalê bi Zaroyan û Xêzanê ve, Ez û ‘Emer Kurê Me bi Silah bûn û Kokez û Şemo Birayên Min bûn û Zaroyên wan Pênc pîrebûn û Ewjî Herheft bûn Min got Hûn Werin bi Zaroyan re Derkevin ji Gund, û yên din Derketin Hindek Kesên ji Gund ku Belengaz bûn di gotinê Diharê Kor li derê dêrî de di giriyan Şêx Xêrî got bi Xwedê Ez Zaroyên xwe barnakim, û Ezê van Rezîl û Belengazan bikime Turimbêlê de û bila Zaro xwe Xelaskin


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

48

dîrok

Diclepress13@gmail.com

wek Hêza Şêx Xêrî bûn û Piştî Ku Şêx Xêrî Şehîd bûyî Kurê Wî Cihê Wî girt û hitanî niha li vire.

û Ezê van Rezîl û Belengazan hilgirim û Ew kirine Turimbêla xwe de û Anîne Sikêniyê, Kokez Birayê Min li vire çû û DA’ÎŞ nêzî wan bûn û DA’ÎŞê Herheft Kuştin û Em ketine Newalê Em Xelas bûn û Em Hemû çûn li Deriyê Geliyê Hesarê Gehiştine Hevdû, û li wir Şêx Xêrî got vêce Menhecê(Rêbaza) Me ji nav çû û niha jî Rêbaza Me Ewe ku Xêzanan bibine Herîma Kurdistanê û Emê li virbin da ku Em Şerê xwe bikin, li ber DA’Îşê Berxwedaniyê bikin Min jî got Bila û li Dawiy ê Me Sê Xêzanên xwe derbasî Herêma Kurdistanê kirin û Em vegeriyan ser Silehên xwe li wî

Demî Silahên Me li Geliyê Hesarê debûn, û Ciwamêran PKK ê bi Me re Alîkar bûn bi rastiya Xwedê û Silah dane Me û Xwarin jî dane Me û herwisa Kurdan jî Silah dane Me, û Xêrî Berxwedanîkir û li Sikêniyê de Şerkir û Hitanî Dawiyê jî Şêx Xêrî li Sikêniyê debû û bi Îhtimaleke Mezin DA’ÎŞ kêmbû û carê ji nişkekêve Êrîşî Sikêniyê kirin û Hawinek li Şêx Xêrî ket, Birhîm ku Birayê Min yê Piçûktirê bû Birîndarbû û Şêx Xêrî Şehîd bû û herwisa Xelefê Kurê Mamê Min Şehîd bû û piştî wê yên Me Sikênî berdan, li wî Demî Xortên Êzidiyan gelek li dora Şêx Xêrî bûn ku

- Sima’îl dibe çî Şêx Xidir? * Şêx Sima’îl dibe Mamê Min ankû Birayê Babê Min û Kurê Şêx Xidir bû û Ew li pey Babê Min rebû û herdû ji Yek Dayîkê bûn û niha Xêzaba Şêx Sima’îl hemû li Ewrûpaye, û Şêx Xidir li Demê xwe de karê xwe ji Partiyan ne di anî û Partî wek niha zehih nebûn lê Tinê Karê Şêx Xidir Kesekî qenc bû û Mêrekî pir baş bû li Şerê ‘Ereban yên li Dijî Miletê Me yê Êzidî, û Xwedê bi Dest ve tanî û bi Si’ûd(Bext) bû û Hertim Şêx Xidir Eerdê Qîraniya Hemûjî di Parast ji ber ‘Ereban vêce Hikûmetê jî bi ya wan dikir û ‘Ereban jî nikarîn nêzî Erd û Aqarên Me bibin û Me Parastina Erdê xwe dikir, wek çawa Hikûmet Parastina Erdekî bike Me ‘Eşîra Qîraniya Parastina Erdê xwe dikir û Gotina Min ya dawiyê jî û Daxwaza Min çi Rêxistinên Mirovî û çi Hikûmet, yan jî çi Cihên din yên Peywendîdar bin tinê bila alîkariya Me kirban û bi Destê Me girtiban û Me Sîbayeke xwe Kolaba li Rojavayê Sikêniyê lê niha Leşkerên Îraqê, li Sikêniyê dene Hêzên YBŞê û Leşker bi hevre li Sikêniyê ne û Me yê li Aliyê Rojavayê Sikêniyê Bîreke xwe avakiriba û li dora Wê Avakiriban berê Milkê Me bû û nihajî Milkê Me ye û Me hemû Çandiye jî û Meyê li wir Qîşla xwe girtiba û Birayê Min jî wê ji Herma Kurdistanê hatiban û Meyê Cihê xwe girtiban û Me dixwest ku Em bigehin Hevdû û Em li ba hev Erd û Aqarên xwe avabikin û eger Em hatin Mirîdên Me jî gelekin û Ewjî wê bên.


Diclepress13@gmail.com

çand

49

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Dengbêjî ruh û bîra jinan e

Di salên dawî de li bajarên Rojhi-

lat xebatên çandî yên ji bo zindîkirina çanda dengbêjiyê hatibin meşandin jî têr nakin. Nemaze piştî 2003’yan, li Ûrmiyeyê şevbêrk tên lidarxistin û hunermendên li bajarên cuda dicivin, hunera xwe pêşkêş dikin. Lê sed mixabin polîtîkayên dewletê rê nadin ku jin jî beşdarî van şevbêrkan bibin û hunera xwe pêşkêş bikin.

A: Zehra Mohammedzadeh Dengbêjî ruh, bîr û ramana jinê ye ku bi rêya çemek gur û geş ê ji çandê diherike, dibe hizr û ferasetek ku civak pê teşe digire. Dengbêjî bûye kaniyek herikbar a çanda kurd û di her serdemekê de bi awayekî dengê civaka kurd a bi êş, keder, koçberî, şer, serhildan û hwd. gihandiye û heya roja îro parastiye. Nexasim ev yek bi rêya hest û ramana jinê, baldariya wê

ya di mijara bûyerên rojane yên di nav civaka kurd de diqewimîn hîn rengek cuda girtiye. Ger civaka kurd heya îro karibûye xwe ji hêla çand, huner û wêjeyê ve biparêze, ev yek heya astekê bi saya hunera dengbêjiyê pêk hatiye. Bi taybetî jî dema em civaka kurd a ku her tim û di her pêvajoyekê de rastî qirkirinê dihat binêrên; nexasim jî di pêvajoyên ku zimanê nivîskî yê kurdî ev çend pêş neketibû, em ê rola dengbêjiyê ya di zindîhiştin û parastina ziman de jî hîn baştir bibînin. Ji bo wê jî girîng e mirov balê bikişîne ser rola jinê û serîrakirina wê ya li dijî qirkirina fizîkî ku bi dengê xwe yê zelal jî bûye bend li ber êrîşên qirkirina çandî. Bêguman bi pêşketina pergala mêrsalar û feodal de, bi taybetî jî bi ol û qanûnên pergala patrîarkî ku li ser jinê hatiye ferzkirin, jin gelek caran rastî zext û astengiyan hatiye û xwestine pêşî li deng, reng û awaza wê bigirin. Ji ber ku

pergala serdest pir baş dizane, her gotin, qêrîn û nalîneke jinan bi hezaran serpêhatiyên civak û jinan radigihîne. Û ev deng van peyamên ku bi dengbêjiyê ji dîrokekê ber bi dîrokeke din ve diherikîne, radigihîne û dibe bîreke zindî ji bo gelê kurd. Her lorandin û gazinên wan şibakeyeke nû ye ku ber bi rastiya civaka kurd ve vedibe. Li rojhilatê Kurdistanê çanda dengbêjiyê xwedî girîngiyeke mezin e. Bi taybetî heya roja îro jî li herêmên Makû, Xoy û Ûrmiyê çanda dewlemend a dengbêjiyê karibûye xwe biparêze. Lê mirov nikare ji bo dengbêjiya jinê vê yekê bibêje; ji ber astengî û polîtîkayên dewletê dengê herikbar ê jinê asteng kiriye û rê li tunebûna çanda dengbêjiya jinê hatiye vekirin. Gotina kilamên ku qala koçberiyên bi êş, evîn, çîrokên jinê, serhildanên kurdan kirine, bi demê re ji bo jinan wek şerm hatiye dîtin. Ev yek jî bi kodên civakî ku bi ol, kevneşopî û paşverûtiyan


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

li ser jinê dihat ferzkirin, dihat kirin. Nexasim piştî şoreşa îslamî ya Îranê deng û awaza jinê tê qedexekirin û ji ber bandora olê dengê jinê guneh tê dîtin. Di civat, dawet û şînan de gelek caran jinan stran digotin, lê li derve, cihên komî ev yek zêde nepêkan bû. Elbet ev yek jî bi demê re ji holê radibe. Jixwe heya salên 1960-69’an (her çend dengbêjî li Rojhilat pir li pêş bû jî), jinên dengbêj zêde dernediketin pêş. Ji bo cara yekê li radyoya Ûrmiyê ya beşa kurdî (ku nîv saet, saetekê weşan dikir), di sala 1917’an de wê Îran Xanimê stran bigota. Îran Mucerd (navê wê yê hunerî Îran Xanim e), yekemîn dengbêja jin bû ku li rojhilatê Kurdistanê, bi daxwaza hunermend Hemîd Yûsifî, Mistefa Elîzade, Îbrahîm Nurozî bi zaravayê kurmancî wê di sala 1971’î de, bi awayek fermî di radyoya Ûrmiyeyê de dest bi

50

çand

Diclepress13@gmail.com

dengbêjiyê bikira. Ew di navbera salên 1950-1951’î de, li rojhilatê Kurdistanê, gundê Înkesû ya herêma Biradostê tê dinyayê. Ji 1971’î heya 1979’an, Îran Xanim ji bo tomarkirina stranan her du mehan carekê wê biçe radyoyê. Ew stranên herêmên bakurê Kurdistanê, bi taybetî jî yên herêma Serhedê dixwîne: Bi dengê wê yê zelal wê stranên “Bajo Emrê Min”, “Delal Ez Bi Heyran”, “Dilê Min Loy Loy” , “Lê Lê Yeman” û “Şerê Cezo û Salihbeg” li asoyên welat olan bidana. Her çend tê gotin gelek stranên wê bixwe jî hebûne, lê ji ber ku nehatine tomarkirin, heya roja me ya îro nehatine. Mixabin gelek jinên dengbêj ku stranên wan nehatine tomarkirin, her wekî navê wan, kilam û dengê wan jî wenda bûye. Di salên dawî de li bajarên Rojhilat xebatên çandî yên ji bo zindîkirina çanda dengbêjiyê hatibin

meşandin jî têr nakin. Nemaze piştî 2003’yan, li Ûrmiyeyê şevbêrk tên lidarxistin û hunermendên li bajarên cuda dicivin, hunera xwe pêşkêş dikin. Lê sed mixabin polîtîkayên dewletê rê nadin ku jin jî beşdarî van şevbêrkan bibin û hunera xwe pêşkêş bikin.

Bi dengê wê yê zelal wê stranên “Bajo Emrê Min”, “Delal Ez Bi Heyran”, “Dilê Min Loy Loy” , “Lê Lê Yeman” û “Şerê Cezo û Salihbeg” li asoyên welat olan bidana


Diclepress13@gmail.com

dîrok

51

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Gundê Cidalê

Li ser destê eşîra feqîra û çêlka hatiye avakirin

na bûn û li wî demî ji ber, ku di kotek bûn ne di hiştin ku Em bên û Ava xwe ji Gundê Cidalê bikêşin û Em bi Keran diçûn Cohtkirina Erdî û Me Rezên xwe Coht dikirn û Em diçûne ser, li Werzê Zivistanê Carek din bi Koçertiyekê Em dihatin Xaniyên xwe û jiyana Me ya Koçertiî jî bi vî awayî derbas dibû Me Ceh û Genim li her deqa Erdê ku me xwestiba me Coht dikir, û Ne wek niha bû li wî demî tu Kesî ne digot Erdê Mine û her gava ku Me bi xwesta meyê Tovê xwe pî werkirba ku li serdem kevin jî de Gundên Werdî, Heyal, Sikênî û Cidal jî li cihê xwe de bûn, ‘Eşîrên wek Qîranî, Simoqî, Feqîr û Çêlka ku Feqîr ji ‘Eşîrên din hemûyan pitir li Gundê Cidalê hebûn. - Eşîrên ku dest bi avakirina Gund kirin li despêkê? * Li despêka ku Gundê Cidalê avabûyî Herdû ‘Eşîrên Feqîra û Çêlka li despêkê dest bi avakirina Gundê Cidalê kirbûn lê bi qasî Erdê ku digirtin nebûn ankû Mirovên, ji van herdû ‘Eşîran kêmbûn li dema ku Gundê Cidalê hatî avakirin û bi nêzîka Sed Malbatî li despêka Gund lê diman û li wî demî gelek Erd nedigirtin û Hewşên dirêj, çênedikirin lê ji ber ku jiyana Koçertiyê bû Erd zehf digirtin ji ber Çandinê û jiyana wan li ser wê çendê bû û Gundiyan ava xwe ji kaniyê tanîn û yê ku dû Kerên, wî hebûne Erdê xwe pê Coht dikirin Ceh û Genim di çandin û Genim û Cehê xwe dibirin Aş di Hêran û dibirin Mal ji bo ku xwarina devê xwe peydabikin û ‘Eşîra Feqîra ji Babkên, Hemo, Cindo, Şerqiya û Ûso bûn û herwisa ‘Eşîra Çêlkan jî ji Babkên Bûzêra û Rebena bûn ku Ev Herdû ‘Eşîr bûn Gundê Cidalê avakirin.

Li derbarê Dîroka Gundê Cidalê de di Hevdîtinek Tayîbet de bi Şivan ‘Elî yê nêzî 70 Salî re axivî:- Navê Gundê Cidalê ji çi hatiye? * Navê Gundê Cidalê Navek pir kevnareye û ji serdeA: xwedêda seydo mekî Dêrîn ve heye ji Gotina Hadî Emel ku Leşkerê Îraqê yê ji beriya Sedam Hisên jî bû û li wî Demî ku - Gundê Cidalê ji çi Serdemê ve heye? * Gundê Cidalê yê ku di Kevîte Bakûrê Qûntara Çi- Turimbêl, û Teknîk nebû yanjî kêm bû Leşkerê Hadî yayê Şingalê de Ev Gund ji Serdemekê gelek Kevin Emel bi Hespan û Dewaran gera xwe dikirin û diçûne ve heye jiyê Min nêzî Heftî Saliye û Beriya Min jî Bav Koçkên hev li ba hev di Rûniştin û Kesayetiyên ku û Bapîrên Min, di vî Gundî de jiyane û beriya Min bi ji Gundê Cidalê derketine, Tembûravan û Stranvan nêzî Dûsed Salî jî Gundê Cidalê hatibû avakirin ku li bi Şevan li Koçk û Dîwanên Gundî di Stran û Kêf û demekî Xatûnî li Pala Dûlkê bûn û Em li Gundê Hesi- Xweşî di gêran û Jiyaneke Xwezayî ya Çiyayî bi Pez


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

Beriya Min bi nêzî Dûsed Salî jî Gundê Cidalê hatibû avakirin ku li demekî Xatûnî li Pala Dûlkê bûn û Em li Gundê Hesina bûn û li wî demî ji ber, ku di kotek bûn ne di hiştin ku Em bên û Ava xwe ji Gundê Cidalê bikêşin û Şênatiya Erdî derbas dikirin, û Ez bi xwe Tembûrvanê Gundê Cidalê bûm û Min Stran di gotin û xortn bi hevere Dîlan di gêra çi

52

dîrok

Diclepress13@gmail.com

şahî çi kêfxweşiya Koçertiyê bi Stran gotinê me bi hevre dikirin, Stranvan û Tembûrvanên Gundê Cidalê ji ‘Eşîrên Çêlka û Feqîran bûn û Mitirban dihatin Dohil û Zirne di Kutan û Rîzên Dîlanê dihatin girêdan ku li wî demî jî ‘Eşîrên Me li nav hevde bûn, û bi Hevre Kêfxweşî bigre hitanî bi Rojên Giran jî bi Hevre derbas dikirin lê Mixabin li Fermana 3ê Tebaxa 2014 gelek Şer li vî Gundî hatin kirin û dû Kesên Me bi Navê Ekrem û Hecî bi saxî, birin ber bi Sûriyê bjarê Holê hundabûn û hitanî niha Em Xeberekê jî nizanin Hevjîn û Zarokên wî bi Tenê man bi dehan Xort kuştin û Mal Peqandin li Gundê Cidalê, û Derdorê wê lê me her berxwedaniya xwe domand hitanî ku ji Destê Çeteyên DA’ÎŞ ê rizgar bûn ev Heft Salên Min Ez li vî Gundî tî û Birêî li nav Dûpiş, û Maran de di mînim li Şukir ji Xwedêre û mala wî ava û her tim Ez di bîjim Mala Xwedê ava û Ez Guhdariya Xwedê dikim û ji dema ku Me xwe dîtî Em vî karî dikin û Em di wisayne, û Em

Pez difiroşin ji boyî ku Pêdawîstiyên xwe Temam bikin û Debara jiyana xwe ya Rojane bi Rêve bibin beriya Fermanê Me bi dû Keran Erd ji xwe re li beriyê Coht dikirin, lê niha nahêlin û bi Terektoran û Derasan Coht dikin. - Xelkê Gundê Cidalê Miriyên xwe li kur bin Ax dikin? * Berê ankû Dema ku hîj Ez Zarok Kesê bi Qedir dibirine ber Şêbil Qasim gordikirin lê vê taliyê gotin xemnîne û hemûyan Miriyên xwe anîn ber Şêx Mend, ku Quba Şêx Mend jî li Dawiya Gundê Cidalê ye û ‘Eşîrên wek Feqîr, Çêlka û Qîranî bûn lê ‘Eşîra Qîraniya pitir Miriyên xwe dibirin Girê Gewir û Quba Şêx Mend ku li Gunde ye, li Fermana 3ê Tebaxa 2014 de Çeteyên DA’ÎŞ ê Peqandin û Rûxandin Ez di Jiyê Zaroktiyê de bûm pêxwas diçûm Qendîlê ji wir li ser Kevran re di meşiyam, ji ber Sêdinankan(Corekê Şînatiyê bi qasî Nehkane û striyên tîj hene) hitanî ku di gehiştim ser Ava Ci-


Diclepress13@gmail.com

dalê ku li wî demî Pîlav nebûn Ez li Piyê xwe bikim û Me Dar tanî, û xwarina xwe li ser çêdikir û Cil û Bergên xwe bi ava gerim di şoştin. - Dema nihe de Çend malbat di Gundê Cidalê de hene? * Di Gundê Cidalê de nêzî Deh Malbatan lê di mînin ku Hindek ji wan ji ‘Eşîra Çêlkane û yên din ji Ûswa ne ku ‘Eşîra Feqîra ne Malbatên Qasimê hisên, Cemîl û Xwedêda ku hersê jî ji ‘Eşîra Feqîra ne Malbata Cirdûyê Xezala ji ‘Eşîra Helîqiya ne û Sê Malbat ku ji yên Mûro ne ji ‘Eşîra Çêlkane û Xaniyên Cidalê ji hev di dûrin ankû, Mesafeke dirêj di nava xaniyan dene û beramber vê çendê di ku di Dema berê de Xaniyekî niha bi Qasî Bîst Xaniyên dema berê girtine ankû berê bi heve bûn, Xaniyên Me û Ziblê xwe tavêtin deriyê hev lê tu Kes ne di qehirî jî û li wî demî jiyan gelek ji niha xweştir bû û li serdemê Sedam Hisên Xaniyên Gundê Cidalê bi, Kerpîçan bûn û bi Stûnan bûn herwisa piştî

dîrok

53

Sedam Hisên Kitên Qesran ankû bi Bilokan avakirine lê Mixabin Pitiriya wan Firokeyan Peqandin li dema Êrîşên çeteyên DA’ÎŞ ê de, û li serdemê Sedam Hisên Muxtarên Gundê Me pirbûn lê niha ankû piştî Fermanê Xelkê Gund belav bû û Muxtarekî Gundê Me nîne û li sedemê Sedam, hisên dema ku Pisgirêkek yan jî nexweşiyek di nava dû Gundiyên Me de derketa diçûn cem Muxtar Dexîlê Seydo yan jî cem Seydoyê Hemo, ji bo ku Pisgirêka xwe çareser bikin Hesebeg ku Şêxê mala Hemo bû gotin ku her Mşbateke Belengaz Emê nîv Werîsî dinê ji bo ji xwe re bi çînin û yê ku mayî ji bo Me, lê Sala din jî standin Bavê Min bihîst çû Civatê gote Seydoyê, Hemo”Hesebeg Şêxê Me ye jênebin” Seydoyê Hemo got”Emê jêbin lê Em yê Te ji Te nabin” Bavê Min got”bi Xwedê Min yê xwe jî navêt û Daxwaziya Me pir heye, ku dîsan Xelkê Gundê Me vegerê û jiyneke xweş bi hev re biborînin Em ji Xwedê û Xwedanên xwe bi Hêvî ne û Em Gundiyê hevbûn ji

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Di Gundê Cidalê de nêzî Deh Malbatan lê di mînin ku Hindek ji wan ji ‘Eşîra Çêlkane û yên din ji Ûswa ne ku ‘Eşîra Feqîra ne Malbatên Qasimê hisên, Cemîl û Xwedêda ku hersê jî ji ‘Eşîra Feqîra ne Malbata Cirdûyê Xezala ji ‘Eşîra Helîqiya ne hevdûre pir başbûn Me li ser kêfa Dilê xwe, Xanî avakirine û Kesî Karê xwe bi Me ne di anî Me Erd li gor xwe bikartanî û Xanî avadikirin.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

54

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Gundê Qendîlê

Hitanî nihe jî dibîjinê Warê Xelefê Xal ‘Elî

Di hevpeyvînêk di gel hemwelatî

biro berekat dîroka avabuna gundê qendîlê şirve dikin…

A: xense hebabî - Gundê Qendîlê Kengî avabûye? * Gundê Qendîlê yê ku di kevîte Başûrê Çiyayê Şingalê û bi nêzî Pênc Sed Metroyan ji Bajarê Şingalê Dûrdikevê ku Ew bi xwe Gundekî Çiyayî ye ji demekî kevin ve heye, Gundê Qendîlê Nêzîkî Dûsed Salin heye û li wî demî Xelefê Xal ‘Elî Mezinê Gundê Qendîlê bû û hitanî nihe jî dibîjinê Warê Xelefê Xal ‘Elî û hitanî bi Cihê Koçka wî di Gund deye, ku Ew yekmîn Kes bû Gundê Qendîlê Avakirî û niha Hindek Kes dibîjinê Qendîla

Şingalê ji ber ku Ew bi xwe ji Bajarê Şingalê ne dûre û di Kevîte Qûntara Çiyayê Şingalê, ne tinê Ev Gund Dûsê Gundên din jî di Dema Berê de ku hatibûn avakirin û hitanî niha jî Şûnwarên wan mane û xwiyane û ji Gund û Sere ber bi çiyê Geliyê Dêr’as e, ku Ew jî girêdayî Gundê Qendîlê ye û av ji Kaniya Dêr’as dihat hitanî bi binê Gelî ku di bîjinê Bîrka Qaso û av tê di sekinî ku dukevîte nava Gund û Geliyê Dêr’as de, û hitanî nihajî Saygî(Kuna ser Erd ya ku av têre ji Kaniyê tê)wê xwiyaye ku ku av ji Kaniyê ji Serê Çiyê dihat û xwe ber dida Kaniyê û piştî ku Xelefê Xal ‘Elî çûyî ji ber ku li derdawa Şingalê de, bû ankû Nêzî Bajarê Şingalê bû vêce Xelkê Şingalê xwe bi serde girtiye û ji xwe ve niha li

destê ‘Eşîra Hebaba deye ku Ew jî ‘Eşîreke ser bi Ciwana ve ye, û piştî wî Serdemî beriya Fermanê û Piştî Fermanê jî Erdê Wê di Firoşin û Xelk di kirê û Tîde Ava dike û lê bi cih dibê û Erdê wê bi Buhayekî baş jî tê Firotin ji ber kju Deverek Çiyayî û Nêzî Bajêr jî ye, Xelefê Xal ‘Elî ji ‘Eşîra Heska bû û bi Nav û Deng ketibû ûdihat naskirin ku digotinê Keleha Xwînê ji ber ku yê serdestî tevayî Deverê bû û Xwedan Şiyan bû, û hêjayî Gotinê ye Devera Şingalê bi Tevayî li bin Destê Xelefê Xal ‘Elî bû li wî Serdemî û heçî Kesê ku çi Kar kir ba Qenc yan Pîs wî pê dizanî û eger Keskî Tometek jî kiriba wî bi xwe, digirt û di Hewand û Tu Kesî nikarî li ber bi Axivê ji ber ku yê Kotek bû û Serdest û Deshilat bû li Serdemê


Diclepress13@gmail.com

Wateya Navê Gundê Qendîlê bi Hindek Zimanên din, tê Wateye Çira û Fanos(Lampeya ku bi Gazê di xebitê) û her ji Despêka ku Gund hatiye avakirin bi Qendîlê bi nav bûye xwe de lê Dinya ji Xwedayê Mezin re dimînê Mirovê Qelis, jî di Mirê û Mirovê Kotek jî di Mirê ku her li wî demî ‘Eşîra Heskan bi tinê hatibûn Gund û avakirin lê Piştî wan Ket bin destê ‘Eşîra Hebaba û piştî wan jî ‘Eşîrên Cuda Cuda, ketine Gundê Qendîlê de û Mal Avakirin û her hitanî nihajî Mirovên Xelefê Xal ‘Elî di hazirin li Gund de û her wisa Wateya Navê Gundê Qendîlê bi Hindek Zimanên din, tê Wateye Çira û Fanos(Lampeya ku bi Gazê di xebitê) û her ji Despêka ku Gund hatiye avakirin bi Qendîlê bi nav bûye. - Li wî Demî jiyana wan li ser çibû? * Her ji despêka ku Gundê Qendîlê avabûyî û hitanî nihajî jiyna Akinciyên vî Gundî li ser bi xwe

dîrok

55

dankirina Pez û jiyana Koçeriyê ye, û herwisa Çandina Rezan bû û hitanî niha jî Rez tê hene û cihê wan yê ji dema kevin ve jî xwiya ye û herwisa ji Şûnwarên Kevin yê Gundê Qendîlê, wek Xerban ku Şahidê herî mezine li Gund xwiya ne hitanî niha nîvê Xerban di avane û cihê wan bi asayî xwiya ye ku Cihê Xerbê Mala Xelfê Xal ‘Elî bû di Serdemê Kevin de, û herwisa Mirovên wan û kes û karên Mala Xelefê Xal ‘Elî di saxin û di bîjin”Eger Me bivêt Tu Kes nikarê li Gundê Qendîlê avabiket û ji Serdemê Xelefê Xal ‘Elî ve, û beriya wî jî Cihê Me bû û Erdê Me bû lê Me xwe ker kir û bê deng kir ji ber ku ne hêjaye piştî hewqas Salan” wek Malekî bi Mîrate ji ber ku Xelefê Xal ‘Elî Kotekî li Deverê dikir, û ‘Eşîra Ciwana rabûn li ber Peristegeha Laliş Nifir li Xelefê Xal ‘Elî kirin û ji gotina Ciwamêrê Îxtiyaê Mergehê got”Ez hîviya ji Melek Fexredîn dikim ku Bîhderên wan, di safîkirî bin û biçin li ser dayînin û wê Hingê ji gotina hîj Bîhderên wan ji hev safî nebûyînû hîj di

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Dîran dikirin Hemû Mirin û ‘Eşîra Ciwana girte ser Malê Xelefê Xal ‘Elî û ji xwe re birin, û piştî wan Guhertinên ku li Gunde çêbûyîn Ewin ku piştî Xelefê Xal ‘Elî Belengazên wek Me yên ku bê Cî û bê War xwe li Gundê Qendîlê giritn û piştî wî, her kesê hat wê bîjê Ez Muxtarim û Tu krs nabîjê here bîje Filan Kesî û her Kes dibîjê Ezim û Kesî din tune ye Min bi xwe Donimek Erd kirî hindek kes hatin ba Min Minjî gotê Min ji Filanî kiurî ye, lê niha û bi Tayîbet piştî Fermanê Muxtarê Gundê Qendîlê Qasim Dirbo ye ji ‘Eşîra Çêlka ye û Dexîlê Xwedêda Şêrê ku ji ‘Eşîra Ciwana ye herdû Muxtarên Gundê Qendîlê ne, û dema ku Pisgirêkek derkeve li nava Gundiyan de Ew Çareser dikin yan li Riya Çareseriyê di gerin û her wisa dema ku Me li Gund avakirî û Em hatin, Me Qesta kir ba Muxtar Gund Qasim û ji nû Em bûne Akinciyên Gundê Qendîlê. - Hijmara Malbatên ku li Gund dimînin çiqasin?


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

* Hijmara Kesên ku li Gundê Qendîlê di mînin nêzîka Pêncîh Malbatiye li dema niha de û Ew jî ji ‘Eşîrên Çêlka, Zendîna, Şêx û Pîrin û nêzîka Sêçar Babkane, ku ji Babkên Cuda Cudane û Akinciyên Gundê Qendîlê ne û Avahiyên Gundê Qendîlê Hemû ne wek hevin Hindek ji wan kirîne Qesir ankû bi Bilokan û Hindek ji wan bi Kerpîça ne, ankû Xaniyên Axê ne û Mala Min bi xwe bi Axê ye Min Donimek Erd li dawiya Gund kiriye û Qesir têde avakiriye lê Hîj Min Temam nekiriye û yên din jî Hindekan jî Qesir, çêkirine û hindek jî hîj Axin. - Xelkê Gundê Qendîlê Miriyên xwe li kur bin ax dikin? * Xelkê Gundê Qendîlê bi Tayîbet ‘Eşîra Çêlkan Miriyên xwe dibine ber Mezarê Mam Reşan ku ji Gund ne Dûre û ‘Eşîra Zendînan dibine Girê Gewir Miriyên xwe, û Hindek ji Gundiyan Miriyên xwe dibine ber Mezarê Şerfedîn û her ‘Eşîretekê Miriyên xwe dibine ber Zehmanê xwe yê Kevin û herwisa yek ji tiştê sereke Dibistan jî li Gundê Qendîlê, heye ku Zimanê Kurdî ye û hitanî bi Qonaxa Navindiye û Zaroyên Me bi xwe diçinê bi Zimanê Kurdî dixwînin û herwisa Avakirina Xaniyan û Zêdebûne Akinciyan, ji Sala 2000 ve li Gundê Qendîlê despêkiriye ankû Ev Bîst Salin û hîj jî Xelk li Gund zêde dibin û wê hîj lê Zêde bibin û niha li Gund de Erdê ku hatî kirîn pire, lê Hîj nehatine û Avanekirine û eger hatin Ez Bawerim wê ji Komalgehekê Mezintir lê bê û niha hima bîje Erdê Gundê Qendîlê hemû jî yê kiriye lê Avanekirine, û yê Hazire tinê

56

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Lê niha û bi Tayîbet piştî Fermanê Muxtarê Gundê Qendîlê Qasim Dirbo ye ji ‘Eşîra Çêlka ye û Dexîlê Xwedêda Şêrê ku ji ‘Eşîra Ciwana ye herdû Muxtarên Gundê Qendîlê ne bên li hev payî bikin û avabikin lê her ji br ku Xelk belaye û Hindek li Kempan û Hindek jî Derveyî Welatin. - Jiyana Xelkê Gundê Qendîlê li ser çiye? * Di Dema niha de Hindek Pezî bi kirê ankû bi Hevpişkiye û Zaroyên Me Daran ji Çiyê tînin û dikine Fehim û di firoşin ji boyî ku debara jiyana Rojane bibê, û beriya niha Me Kevir dişkênandin û bi Qulabeyan di Firotin û li Gundê Qendîlê de her Core Kesayetî ji Gund derketine çi Xwedan xofa Îmanê û çi Dengbêj û Hunermend, û herwisa girêdayî Meselê eger Em bîjin Kula Xelefê Xal ‘Elî çi bû? li Serdemê Xelefê Xal ‘Elî ji ber ku Kotekî li Deverê bi Temamî dikirin li wî demî ‘Eşîra Ciwana çûn, li Geliyê Lalişê

li cem Îxtiyarê Mergehê û Du’ayên wan Du’abûn herwisa Nifirên wan nifir bûn û niha wek Mînak eger Mirov çû Derçika Şexsekî û xwe avêtê û Deryekî Xêrê, lê vebê lê Em Mirovên vî Serdemî ne ji hejî Dayîna Xwedayê Mezinin û li Serdemê kevin de eger Keskî ziyan gehandiba Mêrekî Êzidî û çûbaye ber Silavgehekê wê Silavgehê, heqê wî dibir û Mesele jî wisabû demaku Îxtiyar Du’akirî û gotê Ez hîviyê ji Xwdanê vê Sicadê dikim ku berî Bîhdera Safî bibin Hûn biçin ji xwe re li ser daynin, û tiştê ku Me jî bihîstî Bîhderên


Diclepress13@gmail.com

dîrok

57

* Di Gundê Qendîlê de ku Erdekê berfireh heye hima bîje li nêva Gund de Çemê Dohlê heye ku ‘Eşîra Çêlkan Malê xwe tê avakirine ji Babkê Mûro ne, ku li wî demî Dîlan ankû li Serdemê Xelefê Xal ‘Elî Dîlan û Şahî li wî cihî dihatin gêran û bi Tayîbet ji ber ku li Demê berê li ber Dengê Dohil û Zirnê Dîlan dihat gêran ji ber wê çendê dibêjinê, Çemê Dohlê ku beriya Fermanê Dohil û Zirne li nav ‘Eşîra Cefriyan de hebûn lê niha kêmbûne ji ber ku Miletê Me - Cihên Dîrokî û bi Nav di Gund ji hev dûrketine û her kesekî bi Welatekî de teriqî, ku berê Mitirib de çine? wan di dîran û Ev Bela ji wan re hat û Hemû Mirin û ‘Eşîra Ciwana rabûn hitanî bi Dexil û Danê wan ji xwe re anîn Hemûjî tinê bi Nifirekê, ankû li Dema kevin de Du’ayên wan Du’abûn û nifirên wan nifir bûn û hertim Baweriya Me bi Behtina Me heye li Kuderê bê û li çi Serdemekî bê û Em Ticara Hîviya xwe ji Behtina xwe qutnakin, û Em Bawerdikin ku her wê Rojekê Heqê Me bibê Em hinekî bi Lezin lê Ew Bîn firehe.

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

ankû yê ku li Dohil û Zirna dixist Bisilman bûn lê vê taliyê ‘Eşîra Cefriya jî Dohil û Zirne bikaranîn û li nav wan de belav bû û li wî Demî Dîlan û Şahî bi gelekî ji yên, niha bi tamtir û xweştir bûn ku Şahiyên niha ji ber ku ne Dohil û Zirnene ankû ne xwezayî ne kêfa Mirov ji Dîlana wê re nayê wek Rûnê Pez û Rûnê ‘Emelî Ewqas Cudahî di navbera wan de hebû, û Dîlana berê Spehîtir û xweştir bû û yên berê eger Sed gavî ji wêve dihatin Mirov dizanî kîjî Keçike û Kîjî jine û kîjan Bûke lê niha hindeke Deh Zarok anîne, û hindek nû tên


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

ankû hîj Ciwanin lê Mirov nizanê kîjî Keçke û Kîjî Jine û bi Tayîbet li wî Demî hitanî bi Cil û Bergên wan ne wek hevbûn û li wî demî Bûkan ankû dema Keç, nû di Zewicî Dû Salan hitanî Sê salan Kofiya Sor girê didan û Jin bi Desmala Spî bûn û Keçik bi Şa’rik bûn ankû bi Kefiyên Rengaw reng bûn û Ser vekirî bi Şermî yê ku, Ser berdayî ba Desmalek dida Serê xwe û eger Em bên Cudahiya di navbera Jiyana berê û ya niha de gelek Cidahî heye li demê berê yê ku Erdê xwe Cohtkiran bi Keran Coht dikirn, û yê ku Erdê wî heba nêzîka Dû ta Sê Tixaran di çand lê niha bi Terektorê ye eger Mirov bi xwazê beriya Heyvekê wê Bilokekî bi giştî ankû Hezar Donimî biçînê, û Serdemê berê Min di dît diçûne Dirûnê bi Xwedê Îvara Çarşema Nîsanê ankû Roja Sêşemê di çûn Derê Zeviyê vedikirin û piştî Cejnê li Danê Îvarê dîsan diçûn Çinîna Dexlê xwe, ku li wî demî bi Das û Qeynaxan di çinîn û Hindek

58

dîrok

Diclepress13@gmail.com

Rûnê Pêz dikirine Qoçekî Pêz de û ji Dasên xwe re dibirin û Hindekan nêzîka Çêl Rojî Dirûna xwe xelas nedikir, û piştî ku Çinîn Xelas kirban bi Dewaran û Şelan di kêşan û tanîn bi Kêrê û Cerceran Hûr dikirin û bi Milhîban di Dîran û Ka bi Şiklekî di kêşan û Dexil bi Şiklekî di Kêşan, û Hindek Caran di gihişte nêzî Werzê Payîzê jî hîj Xelas nebûyî lê Jiyana niha wek ya Bajariya ye bi Xwedê Şivanên berê Pez digirtin tinê bi Gewrayê û Sêçar Mehan hertim Dûsê Şivan, pêve Mijûl dibûn û Pîrekan hitanî bi Qirşan tanîn ji bin Kozê re û Pez di Dohtin û bi Keran diçûne Avê û tinê Feyda wan Ew Gewrayî bû lê niha Mala xwedê ava, Dema ku Pez digirin bi Hevpişkî Ser û Ber bi nîviye û Feyda hemûyê bi nîviye û Roj derketî berdidin Çolê û Roj ava tînin Malê û Şîv jî nakin ji ber wê çendê niha Rehetire û wek Bajariya ye, Em wek Malek Koçerî Rûnê Pez çêdikin ku Betlê Rûn bi Şês Hezarî Îraqiye û Herwisa Keş jî

Avakirina Xaniyan û Zêdebûne Akinciyan, ji Sala 2000 ve li Gundê Qendîlê despêkiriye ankû Ev Bîst Salin û hîj jî Xelk li Gund zêde dibin çêdikin û difiroşin ku Teneka Keşk bi Pêncî û Şêst Hezarî Îraqiye, û Dema ku haceta Me hebê Em Pezekê difiroşin ji boyî ku Haceta xwe pê bi qedînin û Gotina Min ya Dawî ji bo her Êzidiyekî Saxî û Silametiyê jêre dixwazim û Xwedê bike, Hemû bi Saxî û Silametî li warên xwe vegerin.


Diclepress13@gmail.com

jin

59

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Sedsala 21. Wê Bibe Sedsala Azadiya Jinan

A: BÊRÎVAN ŞENGALÎ

Li Ser 8’ê Adara 1857’an Re Tam

163 Sal Derbas Bûn. Lê Belê Berxwedan Û Têkoşîna Jinan Bê Navber Li Hemberî Hemû Rêbasên Mîtîngerî Û Tundiya Pergala Mêrê Desthilat Û Şerê Kûrewî Ya Pergala Modernîta Kaptalîst A Sedsala 21’an De Li Heremê Tê Meşandin, Jin Ji Bo Azadiya Xwe Li Qada Têkoşînê Û Li Qadên Berxwedanê Li Ber Xwe Didin Û Bedîlên Mezin Didin. 8’ê Adarê Bi Têkoşîna 40 Jinên Kedkar Li New Yorkê Dest Pê Kir. Her Çend Ev Roj Di Asta Navtewî De Di Salên 1970’î De Hatibe Pejirandin Jî, Bûyer Û Daxwaza Pîrozkirina Vê Rojê Ya Weke Rojeke Hevbeş Ya

Jinên Cîhanê Rastî 1800’î Tê. Di 8 Adara Sala1857’an De Jinan Li New Yorkê Grevek Li Darxistin. Jinan Bi Grave Xwe Daxaza Dikirin Ku Saeta Wan Ya Kar Dakeve 8 Saetan Û Heqdestekî Weke Hev Ji Wan Re Were Dayîn. Lê Belê Di Encama Grevê De Kargeha Jinan Hate Şewitan Û 129 Jin Di Bûyerê De Hatin Qetilkirin. Ji Wê Dîrokê Heta Niha 163 Sal Derbas Bûn. Lê Zihniyeta Mêrê Deshilat Û Faşîst, Çawa Di Sala 1857’an De 129 Jin Tinê Ji Bo Mafên Xwe Yên Jiyanî Dixwaz Dikirin, Di Wan Kargehan De 129 Jin Şewitandin. Îro Jî Heman Zihniyet Di Bin Pergala Modernîta Kaptalîzmê Ya Kûrewî De Ji Bo Kuştin Û Qetilkirina Jinan Li Ser Kar E. Em Di Herikandina Dîroka Serdestiya Mêr De Jî Dibînin, Hêza Egementiya Mêrê Serdest Bi Hêza Xwe Ya Deshilatî Re Li Hemberî Civaka Xwezayî Ya Çanda Dayîkê

Temsil Dikir, Bi Pergala Koletiya Jinê Û Metakirina Jinê Her Tim Di Nava Operesyoneke Sîstematk De Bûye. Heta Roja Îro Jî Ev Operesyon Bi Sîtematîk Bi Rêbasên Cur Be Cur Bi Bombardûmanên Pergala Mîtîngeriya Dewletê Û Pergala Modernîte Kaptalîsta Bi Riya Fihûşê, Tîcaretê Ji Bo Hêza Xwe Ya Hegomonîk Jinê Di Şexsê Jinê De Civakê Dide Karanîn. Bi Kurtayî Pergala Modernîta Kaptalîst Weke Nexweşiya Penceşêrê Bi Şer Û Êrişên Xwe Yên Hovber Li Hemberî Civaka Xwezayî Û Li Ser Jiyana Jinê, Di Sadsala 21’an De Jî Di Nava Êrişeke Mezin De Ye. Û Hewhil Dide Civaka Mirovatiyê Bi Her Alî Ve Dîl Bigre Û Ji Xwe Re Bike Mêtîngeheke Bîrdozî, Aborî Û Desthiladariyê. Di Sedsala 21’an De Divê Jin Ji Bo Azadiya Xwe Çi Bikin? Li Hemberî Rastiya Dîroka 5000 Sal A Dewlet Û Mêrê Deshilat,


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

Her Ku Diçe Têkoşîna Tevgerên Jinên Cîhanê Li Hemberî Pergala Modernita Kaptalist A Kûrewî, Li Her Derê Derdikeve Asteke Lotkeyê. Ev Jî Dide Nîşandan Ku Jin Wê Hêza Xwe Ya Têkoşînê Bikare Sedsala 21’an Bike Sedsala Azadiya Jinê Têkoşîna Jina Kurd Jî Ji Van Pirsgirêkên Ku Xwe Dispêre Aqilê Mêr, Weke Nexweşiya Penceşêrê Ji Bo Civakên Jinê Bûye Asteng Û Kaos, Derketina Ji Wan Pirsgirêkan, Têkoşîna Zanista Jineolojî Li Ser Van Axên Kevnar Yên Dayîkê, Bi Hişmediya Jina Azad Re Digre Dest, Weke Anternatîfa Çareseriya Hemû Pirsgirêkên Jinên Cihanê, Bi Zanista Jineolojî Dibe Modeleke Nû. Jineolojî, Bi Van Demarên Xwe Yên Berxwedêr Û Bi Vê Kevneşopiya Xwe Kevnar, Bi Tekoşîna Heval Sakîne Cansiz, Zîlan, Sema, Bêrîvan, Hêlîn Murad, Hwd, Niha Jî Bûye Çavakaniya Hemû Jinên Berxwedêr Û Azadîxwaz. Û Her Wiha Bûye Çavkaniya Şoreşa Bakur Û Rojavayê Sûriye Jî. Heke Ku Em Îro Bihsa Jina Azad Û Bi Zanist Û Ramanên Jina Azad De,

60

jin

Diclepress13@gmail.com

Civakabûna Hevpar Dikin, Dîsa Ger Ku Em Behsa Egîdî, Mêrxasî Û Camêriya Mêrê Azad Dikin, Bi Teqez, Aqilê Zanista Jinê Ya Jiyanê Û Pergala Dayîkê Ve Girêdaye. Jixwe 8’ê Adara Îsal Li Ser Vê Rênemayiyê Jinan Di Salvegara 110 Min Ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar A Cîhanê De Dan Diyarkirin Ku Wê Li Hemberî Pergala Kujer Û Dijminên Jinan Bêdeng Nemînin. Wê Ji Bo Xwestekên Xwe Yên Azadiyê Wê Li Kolanan Bin. Wê Tinê Ne Li Kolanan Bin, Wê Ji Bo Wan Her Kêliya Jiyanê Wê Bibe Ruh Û Têkoşîna 8’ê Adarê. Her Ku Diçe Têkoşîna Tevgerên Jinên Cîhanê Li Hemberî Pergala Modernita Kaptalist A Kûrewî, Li Her Derê Derdikeve Asteke Lotkeyê. Ev Jî Dide Nîşandan Ku Jin Wê Hêza Xwe Ya Têkoşînê Bikare Sedsala 21’an Bike Sedsala Azadiya Jinê. Rêber APO Giringiyeke Gerdûnî Dide Fikiri Û Ramanên Azadiya Jinê. Em Dizanîn Fîlozof Û Sazûmankarê Îdeolojiya Azadiya Jinê Jî Rêber Apo Ye. Wî Taybetmendiya Xwe Ya Rêbertiyê Jî Herî Zêde Bi Saya Sazûmaniya Xwe Ya Îdeolojiya Jinê Qezenc Kiriye. Jin Hemû Jî

Bêyî Bikevin Di Nav Dudiliyekê Û Xemsariyekê De Divê Bi Rehetî Bikarin Bêjin Ku Rêber Apo Rêberê Wan E, Ango Rênîşanderê Wan E. Jinên Kurd Û Jina Ezidî Vê Rastiyê Baş Nas Dikin. Ji Aliyê Jinên Cihanê Ve Jî Naskirina Ramanên Wî Û Dîtina Vê Rêbertiyê Wê Hêzeke Mezin Bide Têkoşîna Azadiya Jinê. Tespîtên Rêber APO, Yên Beriya Bi 20-30 Salan, Li Ser Pirsgirêkên Jinê Îro Yek Bi Yek Pêk Tên. Rêber APO Di Paraznameyên Xwe De Jî Gelek Giringî De Azadiya Jinê. Êdî Gelek Jinên Sosyalîst Ku Divê Mijarê De Têkoşîn Didin, Dibêjin: “Wê Sedsala 21’ê Bibe Sedsala Jinan”. Jixwe, Ji Niha Ve Sedsala 21’ê Bûye Sedsala Jinê. Û Di Bin Pêşengiya Tevgera Jina Kurd De, Li Serenserî Cîhanê Jin Dixwazin Bi Vê Îlhamê Têkoşîna Xwe Li Hemberî Pergala Modernîta Kaptalîst A Kûrewî, Hîn Zêdetir Xwe Rêxistin Bikin Li Hemberî Zihniyeta Tundiyê Li Qadan Bin Daxwaza Mafên Xwe Bikin. Di Pîrzobahiya 8’ê Adara 2020’an De Hate Dîtin Li Her Derê Cîhanê Jinan Bi Têkoşîn Û Dengê Xwe Dan Diyarkirin Ku Li Hemberî Tundiya Mêrê Faşîst Wê Her


Diclepress13@gmail.com

Jinên Ezidî Divê Xwe Rêxistinkirinê Û Xwe Parastinê Weke Nan Û Avê Ji Bo Xwe Pêwist Bibîne. Fermana 73’an Yek Ji Wan Fermanê Herî Ku Bi Destê Zirhêzên Hegomonîk Avakirin Û Bi Hovîtî Ajotin Ser Gelên Azadîxwaz, Şervanên Azadiyê Û Gelê Me Yê Ezidî Kêliya Jiyanê Têkoşîn Bikin Û Ji Bo Azadiya Xwe Wê Li Qadan Bin. Rêber APO Di Artêşbûn Û Partîbûna Jina Azad De, Giringiyeke Teybet Da Têkoşîna 8’ê Adarê. Got:“Divê Hemû Roj, Ji Bo Têkoşîna Jinan 8’ê Adarê Be. Divê 8’ê Adarê Tinê Ji Bo Rojekê Neyê Sînordarkirin”. Di Bin Pêşengiya Clara Zetkîn Û Roza Luxemburg De, Berxwedana Van Jinên Têkoşer, Ji Bo Jinên Cihanê Mîraseke Giring Li Dûv Xwe Hişt. Li Ser Vê Mîrasê, Jina Kurd Di Bin Bi Firkir Û Felsefa Rêber APO De Di Bin Pêşengiya Têkoşîna Sarayan De, Ji Bo Azadiya Jinên Cihanê Dibe Rêxisteneke Xurt Û Modeleke Nû. Li Ser Vê Bingehê Tevgerên Hêza Gelan A Sadsala 21’an Wê Li Ser Bingehê Fikrê Modernîteya Demokratîk Xwe Bispêre Azadiya Jinê Û Zanista Ji-

jin

61

neolojî . Jinên Şingalî Û Jinên Ezidîxanê Jî Li Ser Xaka Xwe Ya Kevnar Pîroz, Pîrozbahiya 8’ê Adarê Ya 110 Min Roja Jinên Kedkar A Cîhanê, Bi Coşeke Mezin Pîroz Kir. Jinên Ezidî Di Têkoşîna Xwe Ya 8’ê Adara Îsal De Dan Nîşandan Ku Pirsgirêkên Ku Jin Di Nava Pergala Mêrê Deshilat De Dijîn, Pirsgirêkên Hevbeş İn. Ew Pirsgirêkên Ku Xwe Dispêre Aqilê Mêr Ku Tinê Dikuşe Û Talan Dike, Wê Weke Jinên Ezidî Wê Li Hemberî Vê Aqiliyet Û Zihniyetê, Bi Hişmediya Jina Ku Xwe Rêxistin Dike Wê Têkoşîna Xwe Hîn Xurtir Bikin. Wê Fermanên Berê Û Fermana Hovîtiya Çetên DAIŞ’ê Ku Bi Fermana 73’an Ku Li Ser Jinên Ezidî Û Civaka Ezidî De Qewîmî Ticaran Jibîr Nekin. Jinên Ezidî Divê Xwe Rêxistinkirinê Û Xwe Parastinê Weke Nan Û Avê Ji Bo Xwe Pêwist Bibîne. Fermana 73’an Yek Ji Wan Fermanê Herî Ku Bi Destê Zirhêzên Hegomonîk Avakirin Û Bi Hovîtî Ajotin Ser Gelên Azadîxwaz, Şervanên Azadiyê Û Gelê Me Yê Ezidî. Heta Kêliya Niha Ev Şer Bi Şêwazên Cur Be Cur Bi Navê Şerê Cîhana Siy-

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

emîn Tê Jiyîn Û Berdewam E. Di Êrişê Çeteyên DAIŞ’ê Ya Di 3’ê Tebaxa 2014’an De Li Ser Gelê Ezidî Kirin De, Herî Zêde Jin Bûn Qûrbanî. Di Van Şeran De Herî Zêde Jin Tên Hedef Girtin Û Bi Mal Û Zarokên Xwe Ve Bedelên Mezin Didin. Jixwe Ji Bo Me Jinan Wê Neyê Jibîr Kirin Ku Di Fermana 73’an De Bi Çi Şêwazên Hov, Gelê Me Qetilkirin Jin Û Dayîkên Me Li Bazarên Mûsil, Bexdayê Û Hwd, Çawa Bi Metreyan Bedenên Wan Xistin Amrasên Fihûşê Û Firotinê. Ji Bo Wê Divê Tavilê Jin Û Keçên Me Yên Ezidî, Li Hemberî Vê Zihniyeta Neyarên Jinan Giringiya Xwe Rêxistinkirinê Û Xwe Parastinê Bizanin Û Giringî Bidinê. Dîsa Li Ser Fikrên Rêber APO Ji Bo Jinan, Di Xweseriya Ezidîxanê De Xwe Perwerde Bikin. Ji Bo Jinan Hêza Herî Bingehîn Di Sedasala 21’an De XWEBÛN E. Di Şexsê Şervanên Azadiyê De Jî Ajotin Ser Gelê Heremê. Li Azadiya Gelê Me Û Gelê Ezidî Berdewam E. Herî Zêde Jinan Di Vî Şerî De Êş Kişandin Û Bedîlên Mezin Dan.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

62

jin

Diclepress13@gmail.com

Her peyvêk jiyanêk e

A: baran heskani

Aqlê sivik barê giran e:

Aqilê sivik her tim astengiyan der-

dixe û nikare pirsgrêkan çareser bike.An mirovê ku aqilê wan kêm be an kêm bişixule li ser pişta mirovên din dibin bar.Mirovê nezan li ser pişta yê zane bar e. Herwiha aqilê sivik li ser serê xwediyê xwe jî bar e.Dema aqilê wî kêm be û nezan be ,bi wê nezaniya xwe dike nava tevgerek û kar. Lê ji ber ku nezan e ji heq wî karî dernakeve û di dawiyê de li çiravê rast tê û nikare derkeve. Ar ji kesê nezan re bar e : Ar, tê wateya heya an namûs û fedîyê,ji ber wê yekê ev gotin jî tê wateya ku mirovên nezan nizane namûs çiye an fedî çiye û li kîjan deverê xuya dibe.

Ava zelal tê de xuya ye xem û xeyal: Tiştê zelal û paqij her tim xweş tê fêmkirin,bûyer û tişt zelal dibe mirov ji xeyalên xwe li gor wê yekê dirêsin.

Ji xwe dema ku bêyer pêşiya wê ne diyar û xuyayî be kes nizane Cihê destê te heriye lingê xwe jî têxiyê : rast bifikire.Ji bo mirov rast bifikire û rast tevbigere divê mirov li ben- Dema mirov ji bo pirsgirêkekê da zelalbûna wê bûyerê bisekine. çareser bike,mirov li qulpekê digere an li çirûskeke ku wê çareserî çêbibe digere,dema mirov Bajarî li erdê narî : Bajar cîhê şarîstaniyê ye,li bajara wê çirûskê dibîne mirov xwe lê mirov hê zûtir fêrî tiştan dibe her- dişidîne,ku mirov bi serî girt dawiwiha paqijî jî ji gundan hê bêhtir ya werîs wê bi xwe bê an mirov pêşde ye.Ev gotin li ser ku daşir li destê xwe xist qelşê, mirov piyê xwe jî têxe bin erda ku careke din bajaran heye hatiye gotin. neyê girtin. Bê xwedê dibe bê xwedî nabe: Çavê kul ji yê kor çêtir e: Ev bi taybetî rastiya jiyan ciwaka feodalizmê ye.Di vê gotinê de Çevê kul hêviyeke ku rehet bibe wekî mirov li himber mirovan ji heye,lê çavê kor tu hêvî tune ye bo xwe biparêze xwedî hêz be an û bi tûmî qediyaye tu sûdeya wî hinek mirovên din li dor xwe kom jî tune ye. Wekî mirovên ku kar bike da ku ew mirovana lê xwedî qet nekin û mirovên dikin lê bi derkevin.Bi taybetî di ciwaka feo- kêmanî bikin.Ji xwe yê bi kêmanî dalî de êl û malbat li hav xwedî bike ji yê ku qet neke çêtir e. derdikevin yê ku di nava wan êlan Çêleka stewr bê şîr e: de be xwedî hêz in û yê himber wan,dijminê wan ji xediyê wan ji Tiştên li ber çavan ne hewceyî êla wan ditirse û nikare xisarê bide şiroveyê ye.Tiştên xuyayî ne hewwan kesan.Lê gotina bê xwedê ceyî nîqaş û tevliheviyê ye. Heke dibe. Wekî ku mirov bê xwedê jî çêlek stewr be,ne avis be şîr jî be kes xisarê nade mirov ,tenê li nade ev tiştekî xwezayî ye kes jî wê dinyê xwedê li mirov tê rehmê. nikare biguhere. Herwîha rastiyê Lê dibe ku mirov li mirovan neyê jî kes nikare biguhere. rehmê.


Diclepress13@gmail.com

çîrok

63

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Şopên jiyaneke kevnar

Çîrokek nepenî

Leyla LORÎN

Di civaka Êzidî de Xatûna Ferxa

wek jinek pêşeng û zana tê dîtin. Gelek serpêhatî û nêrîn li ser jiyana wê hene. Li gor hinekan Xatû Ferxan di sala 1917’an de ji dayîk bûye. Xatûna Ferxan ji mala Îsmaîl beg e. Du birayên wê yên bi navê Ewdilkerîm û Yezîdxan hebûye. Malbata Xatûna Ferxan di sala 1929’an de wê dibin zanîngeha Emerîqayê a bajarê Beyrûd ê. Xatûna Ferxan di sala 1934’an de bi kurê Mîrê Xelîfatan, Ocaxa Katanî, Seîd Beg re dizewice. Bi gotina wan ku dibêjin; “Şahî bi paçikê deriyê Beyrûdê deras bû.” Birayê Xatûna Ferxan, Yezîdxan

dixwaze bibe mîrê Şêxan a Şengal ê. Lê gelek mîr û êlên Êzidiyan li dijî wî derdikevin û nahêlin ew bibe mîrê Şêxan. Di sala 1938’an de meclîsa mîrê Êzidiyan dicivin û biryara kuştina Yezdanê birayê Xatûna Ferxan didin. Seîd Beg jî di wê civîna meclîsê de amade dibe. Meclîs biryara kuştina wî dide. Xatûna Ferxan li ser vê biryarê matmayî dimîne. Bi kerb dest tavêje çeka xwe û pênc guleyan li serê Seîd Beg dide û wî dikuje. Xatûna Ferxan piştî kuştina hevserê xwe derbasî Mûsilê dibe û li wir jî diçe Bexdayê. Nêrîneke din a di derbarê Xatûna Ferxan de jî wiha ye: Di zimanê Êzdatiyê de Sitî tê wateya keç ê. Sitî Xatûna Ferxan keça Melek Fexredîn e. Melek Ferxredîn jî ji heft melekên xwedê tê. Çima dibêjin sitî ji ber ji sira navê melekan tê? Ji ber ku dema zarok

ji diya xwe dibin, jê re dibêjin bende. Li gor baweriya Êzdatiyê dema ku melek sira xwe diyar dike, wê demê ew dibe firişteya esiman. Ji bo wê, ji xatûna Ferxan re dibêjin firîşta nemir. Her wiha li gor baweriyê firîşte beriya mirovan hatine dinê. Û di baweriya Şerefdîn de şiklê firîşteyan çêkirin qedexe ye. Nêzî hezar kiras û rengên firîşteyan heye. Ger bixwazin bên ser rûyê erdê, wê demê li gor wan hezar kirasan xwe çêdikin û xwe nêzî mirovan dikin. Li gor baweriya Êzdayetî jî Xatûna Ferxan firîşteya nemir e. Gotegotek ji jiyana bisêhr Li gor baweriyê jina navdar, Xatûna Ferxan keça şêxê Adiya ye. Navê wê yê rast Xezal e. Bûka Şeşmîs e. Û di heman demê de hevsera Şeşmise. Di dema şêx Hadî de jiyaye. Wê deme meclîsa ruhanî hebûye ku Xatûna Ferxan jî wek komîteya


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

Li gorî baweriya civaka Êzidî dîroka wê baş neyê zanîn jî, beriya nehsed salan jiyaye û jinek zana û kêrhatî bûye. Hin kes jî dibêjin ku 1000 sal berê jiyaye. Li gor baweriya Êzidiyan jinên ku di nava civakê de pêşengtiyê dikin, ji wan re Xatûn tê gotin

64

çîrok

Diclepress13@gmail.com

jin di nav de cihê xwe girtiye. Ew di nav vê komîteyê de gelek jinan perwerde dike, hemû kar û barên jinan birêve dibe. Dibe hêza çareserkirina pirsgirêkên civakî; her wiha wek hekîm jî dixebite û êşan derman dike. Li gorî baweriya civaka Êzidî dîroka wê baş neyê zanîn jî, beriya nehsed salan jiyaye û jinek zana û kêrhatî bûye. Hin kes jî dibêjin ku 1000 sal berê jiyaye. Li gor baweriya Êzidiyan jinên ku di nava civakê de pêşengtiyê dikin, ji wan re Xatûn tê gotin. Her wiha Xatûna Ferxan wek xwedavenda jiyanê tê dîtin. Ew wek Hz. Meryem jî tê dîtin û wisa pê tê bawer kirin. Piştî ku ev rol bi wê tê dayîn, êdî di nav civakê de jê re nabêjin Xezal. Ew êdî ji bo wan Xatûna Ferxan e. Ew pêşengtiya gelek êlên Êzdiyan ên wek Zendî û Qeyraniyan dike. Bi salan li Laleşê Xatûntiyê dike

û pişre jî derbasî çiyayê Şengalê dibe. Tê gotin ku di serdemên berê de, li çiyayê Şengalê gola Xatûnê hebûye. Hinek jî dibêjin gola Xatûniye. Ew heya bajarê Hesekê birêve dibe. Jixwe heya serdema Îbrahîm paşa jî bajarê Hesekê di dest Êzidiyan de bûye. Li gor tê gotin, bajarê Hesekê jixwe navê xwe ji êla Hesikan girtiye. Jinek hekîm û feylezof e Xatûna Ferxan pêşenga civaka xwe bû, ew ji çiyayê Şengal bigire heya çiyayê Kolik û bajarê Hesekê, civakê birêxistin dike û birêve dibe. Gelek girîngî bi aramî û hevsengiya civakê dide. Li gor baweriya civaka Êzidî ew yekem jine ku agir peyda kiriye û bi agir av germ kiriye, cil şûştiye. Civaka Êzidî dibêjin: ‘Kel û şûr.’ Yanî dema ku jinek di civaka


Diclepress13@gmail.com

Êzidî de serê xwe bişû dibêje; ‘Ya Xatûna Ferxan.’ Jixwe dema jinek diwelide jî bang li Xatûna Ferxan dike. Dîsa ew wek jinek hekîm û feylezof jî tê dîtin. Ji bo wê, dema ku zarokek bê dinê jî dibêjin; ‘Li hêviya Xatûna Feran ve ye.’ Di derbarê wê de gelek gotegot hene, lê mixabin di derbarê ka kengê û çi wextê çûye ser dilovaniya xwe zêde tişt nayên zanîn. Tirba wê li bakurê çiyayê Şengal ê, nêzî bajarokê Xanesorê ye. Ji bo civaka Êzidî tirba wê pîroz e. Gel, nexasim jî jin her sal ji bo ku miradên xwe bi cih bînin diçin ser tirba wê. Li gor tê gotin, tirba wê li cihê ku çûye ser dilowaniya xwe hatiye çêkirin. Li kêleka tirba wê jî peykerê xezalekê heye. Jixwe li gor baweriya civaka Êzdî xezal ajaleke miskîn û paqij e. Ji bo wê jî divê neyê kuştin û bê parastin. Vê ajala bedew nêzî jinê dibînin. Ji bo wê, di civaka Êzidiyan de piranî navê jinan xezal e. Rengên ji destpêka biharê Di hundirê tirba Xatûna Ferxan de heft rengên firîşteyan heye. Ev jî li gor baweriya Êzdayetiyê ku tê gotin xweda di heft rojan de dinê afirandiye, tê şîrove kirin. Ev roj jî dibe serê Nîsan ê, çarşema sor. Cejna çarşema sor cejneke pîroz û di heman demê de cejna Melekê Tawûs e. Roja afirandina dinê û jiyanê ye. Li gorî vê baweriyê, ev heft reng, rengên xweza û kulîlkan in. Û hêkên ku di çarşema serê Nîsanê de bi rengên cihê tên xemilandin jî girêdayî van heft rengan in. Di nav wan renga de jî sê reng hene, kesk, sor û zer ku herê zede derdikevin pêş. Li gorî baweriya Êzdayetiyê ew her sê reng, ji rengê

çîrok

65

agir tên ku heya roja îro pir pîroz tên dîtin. Her wiha rengê al û wek remza Êzdayetiyê ye. Piştî gelek fermanan ev her sê reng ji civaka Êzidî re tên qedexe kirin. Ji bo wê, piştî gelek fermanan şûnde wê li gorî baweriya xwe, li tirban van rengan biparêzin. Piştî qedexe kirina van her sê rengan wê rengê spî jî bikeve nav rengên wan. Her sal, rojê carekê diçin wî rengê xwe pîroz dikin û maç dikin. Salê carekê jî malek nêzî tirbê van sê rengên firîşteyê bi gotina, ‘Bila her sê rengên firîşteyê bê mala me û mala me ava bike’ dibin mala xwe û dişûn. Ji bo wê jî dibêjin; ‘Em ê firîşteyê ciwan bikin.’ Dovre ji aliye jinên wê malê ve firîşteyê dibin û baş dişûn, ziwa dikin heta roja ku serdana tirba Xatûna Ferxan tê kirin. Dema ku diçin serdana tirba Xatûna Ferxan, bi rengeke dilxweş firîşteyê datînin ser serê xwe û maç dikin. Gelê Êzidî dema ku diçin serdana tirba Xatûna Ferxan, her yek girêyekê tavêjin serê destmalên rengareng, bi vê yekê jî heskirin û hêviyên xwe pêşkêşî Xatûna Ferxan dikin. Hêviyên ji bo azadiyê Di roja îroyîn de jî gelê Şengalê serdana tirba Xatûna Ferxan dike, daxwaz û hêviyên xwe pêşkêş dike. Îsal jî bi wesîleya 4’ê Nîsan ê, roja ji dayîkbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Jinên Ezidî (TAJÊ) tevî jinan serdana tirba Xatûna Ferxan kirin û ji bo azadiya xwe dar çandin. Ji Xatûna Ferxan re dua kirin û hêviyên xwe ên ji bo xweserî û azadiya Şengalê ragihandin. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ êrîşê axa pîroz şengalê dike û 6450 jin, zarok, keç û zilam dîl

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

dikevin destê çete û neyarên jin ê. Hîn aqûbeta gelek jin û zarokan nayê zanîn. Bi hêviya azadiya wan jin û zarok an, jinan li ber tirba Xatûna Ferxan dar çandin, hêvî û xwesteka xwe pêşkêş kirin. Jinan bi dar çandinê di heman demê de dan diyarkirin ku ew bi fikir û ramaneke nû, ji nû ve xwe bi pergal dikin, ji bo azadiya xwe têdikoşin. Dar çandin di heman demê de ji nû ve pişkivîna ramanek nû ye ku jinên Şengalî xwe li ser vî ramanî birêxistin û pêş dixînin. Ramanên xwe yên jiyana azad ku ji Rêber Apo digrin, bi hêvî û hêza ku ji Xatûna Ferxan digrin, dikin yek û bi wêrekî ji bo azadiya xwe dikevin navnav têkoşîn ê.

Ferxan tê kirin. Dema ku diçin serdana tirba Xatûna Ferxan, bi rengeke dilxweş firîşteyê datînin ser serê xwe û maç dikin. Gelê Êzidî dema ku diçin serdana tirba Xatûna Ferxan, her yek girêyekê tavêjin serê destmalên rengareng, bi vê yekê jî heskirin û hêviyên xwe pêşkêşî Xatûna Ferxan dikin


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

66

tendurostî

Diclepress13@gmail.com

Doktorê herî baş ti bi xweî!

dike. Ji bo saxkirina nexweşiya gurçikan başe û hêz dide gurçikan. Ji bo xîz û berên gurçikan bikevin dibe A: FERÎDE HELÎQÎ alîkar. Siniran bi hêz dike û lêdana dil dixe Sûdên Fasûlyê mêzînekê. Asta şekirê di xwînê de Riweka Fasûlye bi temamî weke dixe û rê nade nexweşiya şekirê. xezîneya proteinê ye. Vîtamînên A, B9, B5û C û her weha mîner………. alên hesin û magnezyumê jî tê de hene. Di fasulyeyê de kalsiyûm jî Kêm bûna vîtamîna B2 rê li heye û di warê lîfan de jî dewlepenceşêrê re ve dike! mende. Sûd û mifayên fasûlyê weha di- Lêkolînvana penceşêrê ya Bikarin bêne rêz kirin: yolog Vasfiye Goca Boran ku li Fasulye hêz û enerjiya laşê mirov Amerîkayê xebatên xwe dimeşîne gur dike. da xuya kirin, kêm bûna vîtamîna Li gel vê mandîbûna mirov ya hizrî B2 di serî de ji penceşêrê rê û herû fizîkî jî ji nav dibe. waha rê li pir nexwaşiyan re ve Alîkariya pêşdeçûn û saxiya dike. nexweşiyên laşê mirov dike. Li gor nûçeya IHA lêkolînvana Hestûyên mirov bi hêz dike. penceşêrê Biyolog Vasfiye Goca Azarên romatizma û siyatikê kêm Boran ku li zankoya Stenbol ê li

peymangeha Fen ê beşa Biyolojik de mezûn bûye, anî ziman û ragehand divê vîtamîn bi temamî û bê kêmasî bên wergirtin. Boran bandora kêmahiya vîtamina B2 vegot û ragehand: ’’Di bedenê de îltihab, sorbûna di çerim de, di bin lingan de şewat, di guh û bêvilê de perkdan, lerzîn, giranbûna di tevgerê de, xirab bûna di helandinê de, weşandina por, di çavan de şewat û zuhabûn, bandorên wê yên herî berçav in’’. Vasfiye Goca Boran diyar kir, bi kar anîna alkolê ya zêde, antibiyotik û kemijîner karêgeriyên herî girîng yên vîtamîna B2 a di bedenê de ye û got, ‘’ vîtamîna B2 bi pijandina û kelandina xwarinê re kêm nabe. Lê bi aveke zêde ve kelandin û piştre dema ku ew av bê rêjandin, B2 derbasî avê dibe û dema tê avêtin jî ew B2 hemû pê re diçe û tê avêtin.’’


Diclepress13@gmail.com

Herwaha ragehand; Vîtamîna B2 herî zêde di goşt, şîr, hêk, sebze û şînkatî de, beqliyatên hişk de pir zêde ye, bo Riboflavin jî ew xorakene çavkaniyên pir giring in. ………. Gelo sûdên Qehwê çine? Lêkolînên zanistî aşkere dikin ku sûd û zirarên qehwê wek hevin. Patolog û toksikologê Zanîngeha Kolnê Kuno Guttler dibêje ku qehwe hişyariyê dide sîstema esab û herika xwînê bi hêz dike, dihêle ku mirov rehet oksîjenê bikêşe û ji ber vê mirov xwe zînde dibîne. Bi vî awayî mirov baştir hizir dike. Guttler diyar dike ku qehwe rêya demaran vedike û ji ber vê ji bo êşên migrenê pir başe. Li gor nûçeyeke Deutsche Welle Tirkî qehwe mirovan de fêrbûnê

tendurostî

Di bedenê de îltihab, sorbûna di çerim de, di bin lingan de şewat, di guh û bêvilê de perkdan, lerzîn, giranbûna di tevgerê de, xirab bûna di helandinê de, weşandina por, di çavan de şewat û zuhabûn, bandorên wê yên herî berçavin

67

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

çêdike û ji ber vê jî dema mirov dest ji qehwê berde eve jî dibe sedema ser êşê. Ji ber vê zanyar dibêjin fêrbûna qehwê ne başe. Gelek zanyar jî dibêjin ku ji ber qehwe beza li ser qurçikan dihelîne ji bo mirov ne başe ji ber ku dema mirov fêr dibe her tim laşê mirov dibin stresê de digre. Heta niha der barê mifa û zirarên qehwê gelek lêkolîn hatine kirin. Derketiye holê ku qehwe ji bo cu cureyên Diyabetê û nexweşiyên Parkinson û Alzheimer başe û laşê mirov ji van nexweşiyan diparêze. Ne tenê ji ber kafeinê, ji ber antioksidanên nav de jî qehwe mirovan li hember hemû madeyên zirar diparêze. Kuno Guttler dibêje di laşê mirov bi xwe de jî antioksidan heye ku wê/wî biparêze lê qehwe sîstema parastinê bihêztir dike. ……….


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

68

tendurostî

Diclepress13@gmail.com

Zerara çîkolatayê çiye? Her çendîn feda çîkolatayê heye jî dema zêde bê xwarin zerara wê gelek heye. Bi sedema ku kaloriya wê zêdeye, bi taybetî yên bi fiştik, bindeq û aromayên wan zêde, dike ku hun zêde kîlo bistînin. Ev jî dibe sedem ku hun ê car din zerarê bikin û bo kîloyên xwe yên zêde bidin, pere serf bikin. Çîkolata dibe sedema diran birize lê eger hun diranê we firçe bikin hun dikarin hinek rê li ber rizandina diran bigrin. Hene ku dema çikolata dixun, dibe sebeba allerjiyê. Di bedenê de xur, sorî û morî çêdibe. Dema mirov zêd çikolata bixwe, dibe sedema ku di bedenê de şemr çêbibe û xebata wesleyên bedenê hêdî dibe. Çîkolata dikare mirov bike mubtelayê xwarina xwe jî û zahmet dibe ku mirov dev jê berde. Kes nabêje dev ji xwarina wê berdin lê divê mirov qiyasa wê baş bizanibe.

Qehwe mirovan de fêrbûnê çêdike û ji ber vê jî dema mirov dest ji qehwê berde eve jî dibe sedema ser êşê. Ji ber vê zanyar dibêjin fêrbûna qehwê ne başe .......... Dema mirov zêd çikolata bixwe, dibe sedema ku di bedenê de şemr çêbibe û xebata wesleyên bedenê hêdî dibe


Diclepress13@gmail.com

CANGORÎ

69

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Gotin Stêrkek vemirî li banê Şengalê

ÎBRAHÎM OSMAN

Xebera

reş, xebera nexweş, ya tehl, ya mirovan di tevizîne û dihêle bê pergal, ne şev û rojê nas dike, ne jî sînoran. Ew mîna çemê qetranê diherike û zû bela dibe. Wexta zengilê telefona min ya desta lê ket, li derdorê danê nîvro bû. Ez dîsa rêwî bûm. Min siware dajot. Jimareya ku li ser ekranê telefonê diyar bû ji min re nenas bû. Lê ev telefon ji ciyekî nas bû. Lewre jimareya ku bi, 00964... destpê dikir min zanîbû ji ku ye. Min di dilê xwe de got, hebe nebe mam Beşîr e ji çiyayê Şengalê li min digere. Ji ber ku wî her carê bi nimareyek cûda telafonî min dikir.

Min tavilê demildest bersiv da, lê dengê me ne çû hev. Xet lawaz bû. Min got ezê li ciyekî ewle rawestim û pişt re tekefon bikim. Lê mereqa min hîşt ku ez li WhatsApp ê binêrim. Gava min li WhatsApp e nêrî, min ev peyam dît: ”Tu zu bersiv bide baş dibe acile. Ez xwarziya te me Rîham.” Min ji xwe re got: Çiye ewqasî lezgîn? Ma wê çi hebe? Çi qewimî ye dîsa li Şengalê? Ez rawestiyam û min telefon vekir. Li ser xetê dengê Xwarziya min Rîham zirav, melûl û xemgîn hat guhê min. Min hizirkir tiştekî ne li rê heye. Çizînî ji dilê min çû. Lê min di eynê xwe dernanî. Çi bûbê eceb? Min mereq kir. Ji ber ku ew 6 sal di ser fermana

Şengalê re derbas bûbûn û Şengal hê li xwe venegeriya bû, bi ser xwe ve nehatibû. Devê birînan hê vekirîbûn. Nûha jî gornepaşê serdemê hatibûn ku birîna Şengalê xwê bikin. Ji xwe ji 9 Cotmeha 2020 an ve jî, Şengal ji hêla PDK û Bexdayê ve di dorpêça êgir de bû. Deh hezar leşker anîbûn ku dest û milên Şengalê bişkênînin. Dixwazin hêzên parastina Şengalê, ji Şengalê derxînin û Şengaliyan bê pişt û parastin bihêlin. Min got dibe ku şer qewimî be. Xwarziya min Rîham got Mam Beşîr. Min got qey Mam Beşîr li wir e, li ba wê ye û dixwaze bi min re biaxive... Xwarziya min got:”Ez dizinim tûyê bi vê xeberê biêşî, lê ez neçarim bibêjim. Min got çi bû? Çi xebere ku ezê pê


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

70

CANGORÎ

Diclepress13@gmail.com

biêşim. Got: “vê sibehê dilê Mamê te sekinî..” Di wê kêliyê de dinya sekinî. Ez tevizîm... Tu çu ez lalim Mam . Bi çûyina te ya bê xatirxwestin û berwext re, Şengal jî mîna min bê çira û bê pişt ma. Bi çûyina te re çira me vemirî Mamo. Tu stêrkek geş bû li ezmanê Êzîdxanê. Banê Êzîdxan û Şengalê bêyî ronkaya te tariye îro. Ax sare, ba camidi ye, ro dişwitîne. Şengal bêyî te xemgîn û sêwiye Mam. Çiyayê pîroz, kelha xwîniyan îro bêxwediye Mam. Min digot;“Mamo, bira ez êşa te nebînim. Eger min dît, bira ti pê te re ez nemînim.” Qewlê min û te hebû Mam. Min û te berî bîst salan soz dabû hev ku emê ji hev neqetin. Te ji mina Mam Zekî li ser axa pîroz canê xwe da. Ma ji canê te pê ve çî te hebû ku tu di rêya serfiraziya Şengalê de feda bikî? Tu jî li ser rêya tifaq û xweseriya Şengalê bê rawestan têkoşiya. Îro ji her demê bêhtir pêdiviya Şengala birîndar ji te hebû. Pênûsa min gunehkare, tilî û bêçiyên min gunehkarin Mam. Ezê çaw bi gerdenaxilyayî, çavên rijyayî bihizirim û nivîseke weha gunehkar li ser çûyina te binivisînim, mam. Ey hawar ev çi siûde, çi bexte, çi çarenûs û qedere ku di taliha me geryaye?


Diclepress13@gmail.com

HEVPEYVÎN

71

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Hiso Îbrahîm:

Peymana Hewlêr-Bexdayê amadekirina fermaneke nû ye

Cîgirê Hevseroakatiya Meclisa

Rêveberiya Xweser a Şengalê Hiso Îbrahîm dibêje:”Peymana di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de ya têkildarî Şengalê amadekirina fermaneke nû ye ku ev ferman bi qanûnan tê pînekirin.” 9’ê Cotmeha 2020’î, hikumetên Bexda û Hewlêrê peymanek derbarê vegera hêzên herdu aliyan li Şengalê îmze kirin. Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê herdu hêz ji Şengalê vekişiyan û şêniyên wî di pencên çeteyên DAIŞ’ê de hiştin ku komkujî pêk anîn, zarok revandin û jin di bazaran de firotin. Civaka Êzidî vê peymanê wekî komployeke nû li dijî wan bi nav dikin. Her wiha rola Neteweyên

Yekbûyî ya ji vê peymanê rexne dikin û diyar dikin ku destê dewleta Tirk bi rêya PDK’ê ya serwer a li Başûrê Kurdistanê di vê peymanê de heye. Di hevpeyvînek bi Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Hiso Îbrahîm re armanca vê peymanê tê şirove kirin.

leşkerî û ewlehî hate dûrxistin û paşguhkirin. Ev peyman amadekirina fermaneke nû bi awayekî neqanûnî li dijî civaka êzidî ye. Yên ku ev peyman îmze kirin ew bi xwe ne yên ku hewl dan civaka Êzidî sala 2014’an bi destê DAIŞ’ê qir bikin. Ew PDK û hikumeta Iraqê û dewleta Tirk in.

A: EKREM BEREKAT

* Armanca sereke ji vê peymanê çi ye? - Cara yekemîn e ku civaka Êzidî bi vî awayî xwe bi rêxistin dike, sîstema xwe damezirand û dest bi xwebirêvebirin û parastina hebûna xwe kir. Ji ber ku ji xeteriya rasteqîn e ya piştî êrişên DAIŞ’ê têgihişt. Armanca sereke ji vê peymanê ew e ku nehêlin civaka Êzidî xwe bi rê ve bibe û parastina xwe bike.

* Hikumeta Iraq û Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) 9’ê Cotmehê peymanek derbarê Şengalê de îmze kir. Helwesta we ji vê peymanê çi ye? - Ji roja yekemîn ve me peymana di navbera hikumeta Iraq û PDK’ê de red kir. Ji ber ku vîna şêniyên Şengalê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hêzên wê yên


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

72

HEVPEYVÎN

Diclepress13@gmail.com

Delîlê vê yekê ew e ku piştî vegera

gotineke pîşeyî heye dibêje”Kurmê dare ji darê ye”. Ji malbata Barzanî hin kes hene li pêşiya her destkeftiyek ku gelê Kurd qezenc dikin ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî dibin kelem, ew kes niha hewl didin bi rêya malbata Şeşo civaka Êzidî parçe bikin. Hin kes ji vê malbatê bûne kurmê darê Êzidxanê diqelişînin. Îstîfaya ku Qasim Şeşo beriya erkedarkirina Bavê Şêx pêşkêş kiribû, tenê şanoyek bû. Ji ber ku xwest Meclisa Bilind a Şengalê di 1’ê vê kanûnê de ava bike, anku piştî rakirina alên Rêveberiya Xweser û Hêzên Parastina Şengalê li gorî peymana Bexda û Hewlêrê. Armanca vê yekê parçebûnekê di civaka Êzidî de çêbibe. Lê şaneya * Agahî hene dibêjin ku hewl- wan bi bin ket, civaka Êzidî plana danên parçekirina civaka Êzidî hin endamên malbata Barzanî û hene, gelo ev rast in, heger rast Şeşo nas kirin. bin kî li pey wan hewldanan in? - Belê, ev agahî ji sedî sed rast in. * Ji bo têkbirina komployên li ewlehî û aramiyê li Şengalê û vegera koçberên Êzidî ev peyman pêk hat. -Hikumeta Iraq û PDK’ê îdia dikin ku armanc ji vê peymanê belavkirina ewlehî û aramiyê û vegera koçberên Êzidî li Şengalê, heya kîjan astê ev îdia rast in? Ev îdia bê bingeh in. Ji ber ku ewlehî û aramiya li Şengalê, li Bexda û Hewlêrê nine. Têkildarî vegera koçberan jî ew behsa êzidiyan nakin, lê belê behsa kesên ku li nêzî Şengalê dimînin dikin, ew kes di êrişa 2014’an a li ser Şengalê de hevkarî dan çeteyên DAIŞ’ê, ew behsa kesên serên zarokên me jê kirin û jinên me firotin û niha li Hewlêrê di hembêza PDK’ê de ne.

ser Şengalê, ji civaka Êzidî û gelê Kurd çi tê xwestin? - Niha derfet heye ku civaka Êzidî rol û rêveberiya xwe nîşan bide. Divê hemû Êzidî yên li Şengal û cîhanê li derdora vê rêveberiyê kom bibin û li hemberî komployên li dijî êzidiyan bêdeng nemînin, ji ber ku bêdengiya wan xiyanetî ye. Li ser vê yekê em bang li hemû êzidiyên ku di bin ebaya PDK’ê de dixebitin dikin ku ji koletiyê li dijî wan tên kirin xilas bibin û li hembêza Êzidxanê vegerin û ji bo berjewendiyê civaka Êzidî bixebitin. Her wiha em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê yên ku piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê destek dan me ku hişyar bikin û li hemberî siyasetên ku hin ferdên hin malbatan li dijî wan pêk tînin bisekinin. Em bang li gelê Kurd ê li Kurdistanê û cîhanê dikin ku li hemberî xeteriyan rêza xwe bikin yek. ..........


Diclepress13@gmail.com

RAPORT

73

HEJMAR 19

2021/1/10

SAL 4

KOVAR DICLE

Dr. Berwarî:

Peymana li ser Şengalê dewama êrişên DAÎş’ê ye

Hevserokê

Eniya Gel a Demokratîk û endamê KNK’ê Dr. Kamîran Berwarî got, peymana PDKBexdayê ya li ser Şengalê dewama êrişên DAÎŞ’ê ye û ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir. Hikumeta Iraqê û PDK’ê di 9’ê Cotmeha 2020’î de mohra xwe danîn binê peymanekê û bi vî rengî îradeya xelkê Şengalê û saziyên wan nas nekirin. Peyman bû sedema nerazîbûna civaka Êzidî û gelek derdoran. Bi vê peymanê re hatibû xwestin Navendên Asayîşê yên Êzdixanê bên girtin û zêdetirî 8 hezar leşker sewqî herêmê bên kirin. Piştî nerazîbûn hatin nîşandan rayedarên Iraqê neçar mabn hevdîtinê bi Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê re bikin. Di hevdîtinê de biryar hatibû girtin ku wê navendên asayîşê yên Êzidxanê yên li Şengalê, Sinûnê û Xanesorê neyên girtin. Hevserokê Eniya Demokratîk a

Gel û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê(KNK) Dr. Kamîran Berwarî, sedem û encamên peymana Şengalê û rageşiyên li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ji dinirx’nê. ‘DIXWAZIN KURDAN BÊ TÊGEH BIHÊLIN’ Berwarî anî ziman ku li Rojhilata Navîn hin hêz hene ku dixwazin li gorî siyaset û berjewendiyên xwe yên şexsî Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin û got: “Gelên Kurdistanê zêdetirî 200 sal in di nava têkoşîn û berxwedanek mezin de ne. Lê mixabin îro Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve hatiye dagirkirin. Sedema vê jî ew e ku yekitî û statuya Kurdan tineye, xaka Kurdistanê tê dagirkirin. Piştî 40 salên dawî têkoşîna Kurdan kete merheleyek cuda û nû. Rojhilata Navîn di sedsala 21’ê de tê xwestin kuji nûve were dîzaynkirin.

Piştî sala 1980’î şerê Îran û Iraqê çêbû, şerê yekemîn û duyemîn heta sala 1999’an berdewam kir û heta hêzên Emerîkî hatin Iraqê bi cih bûn. Li Rohilata Navîn hinek hêz hene ku dixwazin li gorî siyaset û berjewendiyên xwe yên şexsî Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin. Di van dîzaynan de jî Kurdan ti maf û hiqûq nîne. Ti têgeha Kurdan li gel Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê tineye û xaka Kurdistanê li gel van dagirkeran tê parvekirin. Li hemberî vê dagirkeriyê îradeyek xurt a Kurdan bi sê xalan hatiye afirandin. Ya yekemîn rizgarkirina Kurdistana mezin, ya duyemîn azadiya gelê Kurd û Kurdistanê. Xala sêyemîn jî statuya Kurdan e. Bila tevahiya gelên cîhanê bizanin ku ji îro pê de Kurd bêstatu ti jiyanê qebûl nake û ti carî jî qebûl nekiriye.”


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/1/10

HEJMAR 19

‘BAŞÛR Û IRAQ HEVKARÊN ÊRÎŞA LI SER ŞENGALÊ NE’ Berwarî bal kişand li ser peymana di 9’ê Cotmehê de di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê de li ser Şengalê hat îmzekirin û wiha pê de çû: “Komploya li Şengalê berdewamiya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li dijî civaka Êzidî ye. Dema ku di sala 01.06.2014’an de ev kompolo li Urdun û Ûmanê pêk hat, 11 hêz û alîgirên Kurdistanî li gel DAÎŞ’ê amade bûn û dest bi plana êrîşa li ser xaka Kurdisanê kirin. Ev komplo hîn jî dewam dike û nehatiye hilweşandin. Her wiha dewletên cîran û 7 welatên navdewletî jî di vê komployê de cihê xwe girtin. Dagirkirina Şengalê di sala 03.08.2014’an de û di 9’ê Cotmeha 2020’an de her du jî heman tiştek û çi ferqa xwe

74

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

ji hevdû tineye. Êrîşa ku DAÎŞ’ê di sala 2014’an de nivî de hiştin, îro ev hêz dixwazin vê êrîşê temam bikin. Armanca herduyan jî heman e. Hevkarên êrîşa li ser Şengalê Başûr û Iraq e. Bi van êrîşan dixwazin civaka Êzidî ji hevdû qut bikin û civakê parçe bikin.” ‘BÊRÛMETIYA PDK’Ê Û IRAQÊ NAYÊ JIBÎRKIRIN’ Berwarî da zanîn ku bêbextiya li ser Şengalê di bin kontrola hêzên dagirker de tê meşandin û wiha berdewam kir: “Piştî civîna li Urdun û Enqereyê biryar hate girtin ku peyman li ser Şengalê were îmzekirin. Hêzên dagirker dixwazin ew çeteyên DAÎŞ’ê yên ji derve mane bînîn li herêmê bi cih bikin. Ev hêzên dagirker dixwazin nexşeya Şengalê ji holê rakin û li gorî berjewendiyên xwe birêve

bibin. Ev hêz bi xwe jî baş dizanin ku xweseriya Şengalê wê dawî li dîktatoriya li hemû parçeyên Kurdistanê bîne. Vê yekê ji bo xwe weke gefê dibînin û dixwazin xweseriya Şengalê têk bibin. Vê peymanê dixwazin peyamê bidin hemû gelên Iraqê û Kurdisanê ku ti kes daxwaza azadî û mafên xwe yên herî rewa nekin. Her herêm li gorî rengê xwe mafê xweseriyê û otonomiyê heye. Ti mafê ti kesî nîne ku xwe daxilî kar û barê Şengalê bike. Bêrûmetî û şerma herî mezin ew bû ku pêşmergeyên PDK’ê û hêzên Iraqê xelkê Êzidî bêparastin hişin û paş de reviyan. Wê kesên ku Şengalî bi tenê hiştine li pêş çavê dîrokê de wê bên darizandin. Dîsa bêrûmetiya herî mezin ew e ku piştî 6 salan werî herêmê û bibêjî civaka Êzidî ‘ez ê we birêve bibim’.












Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.