58 minute read

PIRSGIRÊKA JINÊ, BINGEHA HEMÛ PIRSGIRÊKAN E

AbDuLLAOCELLAn

PIRSgIRêKAJInê, bIngEHAHEMû PIRSgIRêKAn E

Advertisement

Pirsgirêka jinê, qirkirina jinê, ji ber ku mijareke heta bibêjî rojane ye û civak ji ber vê pirsgirêkê di nav krîzekê de ye divê bi her aliyî ve bê destgirtin û lêkolînkirin. Ji rêgeza, rojane dîrok, dîrok niha ye jî mirov derkeve rê heman hesasiyet dîsa girîngiya xwe diparêze. “Pirsgirêka jinê, bingeha hemû pirsgirêkan e, çareserkirina meseleya azadiya jinê bi giştî jî çareserkirina têkoşîna azadiyê ya civakê ye.” Ji bo destpêkeke hîn rast pêşî em bi kurtî jinê pênase bikin û rola wê ya di nav civakê de diyar bikin wê ji bo jiyaneke rast esas be. Peyva jinê di Kurdî de ji ‘jîn’ê tê, ango maneya wê jiyan e. Hêza herî bingehîn a ku civakîbûna bi mirovbûna mirov re dest pê kiriye ava kiriye, rêxistin kiriye û bi pêş xistiye jin e. Ne tenê hebûneke biyolojîkî, şêwazeke jiyanê, çandek e. Dema ku em qirkirinên jinê lêkolîn dikin ger tenê wek rewşeke aydî îro an jî encameke sîstema kapîtalîst bigirin dest hê di despêkê de em ê bikevin nav şaşitiyeke bingehîn. Bi vî awî nirxandina viya jî li ser navê mirovahiyê qirkirinek e. Mirov sedemên esasîn ên kaos û krîzên ku di serdema me de tên jiyankirin di vir de bigere wê ji bo tehlîlkirineke rast a sosyolojîk, ji bo sosyolojiya rastiyan wê bibe yek ji gavên yekemîn. “Divê neyê jibîrkirin ku dîrok, çekeke (sîlaheke) her tim dixebite ye. Çekeke her tim tije mermî, dest li ser tetîkê dixebite ye.” Ji vê diyarkirina Rêbertiya me ya ku divê destpêkê bê kirin; pênaseyeke rast a dîroke ye. Dîroka jinê û gelan, ya etnîsîte, eşîret, mezhep û tarîqatan, pênaseya rast a nirxên bingehîn ên mirovahiyê kirin e. Dîroka fermî; dîroka ku ji aliyê mêrê desthilatdar, zîhniyeta desthilatparêz ve hatiye nivîsîn; bi derewan hatiye honandin, bi taybetî jî dîroka kolekirina jinê ye. Dîroka kolekirina hemû nirxên jiyanê, pevbestina bênirxkirinê, ya sextekarî û komployan e. Rast fêmkirina dîroka azadiya mirovahiyê ya ku ters, berevajî hatiye qelabtin bi fêmkirina dîroka jinê mimkun e. Pergal û zîhniyeta desthilatparêz, bi serdestiya mêr, dîrokeke ev qas bi heybet û çavkaniya hemû nirxên şaristaniyê ye wek qet nehatibe jiyankirin nîşan dide, serdema heta perqala şaristaniya bidewlet, bi çîn zêdetir wek serdema barbari

jinê nekir. Jin wek nîjad (soy) jî nedihat qebûlkirin. Lê ger jin ji nasname û çanda xwe bê dûrxistin û tunekirin darbeyeke herî dijwar li koka bingehîn a mirovahiyê tê xistin, qirkirina herî mezin tê kirin. Peyva nîjad (soy) jî bi zîhniyeteke heta bibêjî baviksalarî hatiye îfadekirin. Nîjad; koma kesên ji bavekî ne, ezbet, binemal. Pênaseyeke şaş û kêm a wekî ku mêr heyînekî bi serê xwe zarok tîne dinyayê, ked didêkê û mezin dike tê kirin. Pênase bi temamî li ser bingeha zîhniyeta baviksalarî ya di zîhniyeta mirov de xurt bike bi zanebûn û ostayî tê kirin û rojane di bîra mirovahiyê de cî digire. Destpêkeke Rast Ji Dîroka Qirkirina Jinê Re Li gor van nirxandinan ger em ji nû ve dîrokê bixwînîn; çîroka ji destpêka ku mirovahî wek cure, cins cuda bûye heta roja me derbas dibe wek ‘dîroka mirovahiyê’ tê pênasekirin. Dîroka mirovahiyê; bi gelemperî wek dîroka nivîskî û dîroka berya dîroka nivîskî li du beşan tê veqetîn. Dîroka mirovahiyê ya heta dema ku Sumeran nivîsê dîtine zêdetir di xwezayê de, di bîra mirovahiyê de, di genên civakî de veşarî ye. Hem jî ev di roja me de hîn zindî ye. Ango bi kurtasî dîrok di roja me de, em di dîrokê de veşarî ne. Mirov dikare dîroka mirovahiyê ya heta ku dîroka nivîskî dest pê kiriye ji xwezayê bixwîne; di fosîlan de, di girên arkeolojîk, di parçeyên ber û keviran de, carna di wêneyekî li dîwarê şikeftekê hatiye xêzkirin de, carna tiştekî ji bo xemlê de yan jî di amûrekî nêçîrê de… Dîsa civaka heta dîroka nivîskî dest pê kiriye wek ‘civaka xwezayî’ jî tê binavkirin. Di vê civakê de jiyan, wek herikîna çemekî ku bi xwezayî rêya xwe dibîne bi aheng û wek strana çivîkeke daristanê sade û bi coş e. Ev, heyecan û coşa afirandina nirxên ku wê heta dawiyê di xizmeta mirovahiyê de bin e. Civakîbûna rê daye ku cureyê mirov bibe mirov bi destê jinê, di merhameta jinê de, di pêşengiya jinê de hatiye afirandin. Her wiha bûye afirîner û berdewamkara serdema ku em jê re dibêjin Civaka Neolîtîk ku ev dem pênc heta heft hezar salan berdewam kiriye. Wekî ku hemû dîroknas tê de hemfikir in di vê dêmê de pergaleke dayîksalari hatiye jiyankirin. Nasnameya îdeolojîk a serdemê di kulta Xwedavenda Dayîk de şênber bûye. Di vê serdemê de civakîbûna ku di pêşengiya jina dayîk de hatiya avakirin, hiştiye ku mirovahî wek çandek xwe biafirîne û heta roja me bîne. Wisa be derbasbûna civaka bi çîn û dewlet kîngê û li ku derê çêbûye? Çi bû, çi hatin jiyankirin ku ev rewşa jinê hat berevajîkirin, di vê maneyê de nirxên mirovahiyê hatin bênirxkirin û serobino kirin? “Sedemên hundirîn û derveyî hebûn ku pergala Dayîksalarî hat wergerandın. Mêr zeîftiyê derbas kir û bû nêçîrvanekî serkeftî û bi yên der û dora xwe re rewşeke serkeftî bi dest xist, dibe ku ev, pergala dayîksalariyê tehdît kiribe. Baş xwedîkirina ajal, giha û nebatan jî dibe ku rê li ber vê hêzê vekiribe. Lê bi giranî civaka Neolîtîk, bi sedemên ji derve ve hatine, hatiye helandin ku ev jî civaka dewleta pîroz a rahîb e… Di qelîştekên civakî de her tim ên

Xweda bav e. Xwedayê bav, kur û ruhê pîroz mêr e. Dayîka Meryem êdî tenê di rola hilgir (barkêş) de ye û îradeya wê nemaye. Ezîzên ku di belavkirina olê de pêşeng in kesayeta serdest a mêr jî saxlem kirine

qurnaz, ên li dû komplo û xefikan bin wê hebin. Ya din di viya de çandeke pir kevn a ku rola bingehîn leyîstiye jî heye: NÊÇÎRVANÎ. Rêgeza çanda nêçîrvaniyê li hember giyandarên din xefik û komplo danîn e. Ev, çandeke ku di cîhana ajalan, heta ya gihayan de jî kokên wê heye. Ev kok di heman demê de kokên biyolojîk ên aqilê analîtîk e; ev nêçîrvaniya ku di civaka mirov de hîn cuda ye bi pêşketina aqilê analîtîk digihê hev, sentez dibe, di binyata, bastûra civakî û ekolojiya derdorê de zûtir qabiliyet û hêza avakirina tebeqe û hiyerarşiyê bi dest dixe. Felaket wiha dest pê kiriye. Ji hev veqetîna dojeh û

bihuştê, bi aqlê analîtîk, bi hêza avakirina hiyerarşiya civakî re bi hev re diçe. Di civaka hiyerarşîk de çend ‘mirovên mêr ên xurt, bi hêz’ li ser civakê rûdinîn rê li ber xeyala jiyana bihuştî vedikin, ji bo civaka jêr rêya dojeha her ku diçe kûr dibe û sedem û derketina wê nayê fêmkirin vebûye.”

Ji Civaka Xwezayî Derbasbûna

Civaka Şaristanî Di Jinê De

Şikestina Yekemîn Çêkiriye

Pêvajoya derbasbûnê ya ku carcarna ji aliyê jinê carcarna jî ji aliyê mêr ve pêş dikeve bi serdestî, desthilatdariya mêr bi encam bûye. Ya ku pêk hatiye pêşketina pergala dewletparêz bûye. Em dikarin vê rewşê wek dema şikestina cinsî ya yekemîn jî binav bikin. Di vê dema de jin bi hemû beden, ruh û fikra xwe hatiye kolekirin. Kolekirina jinê di cewhera xwe de kolekirina hemû civakê ye. Bi kolekirina jinê, qirkirina jinê êdî di her qadên jiyanê de, bi awayekî bi rêk û pêk, bi lez û bez dest pê kiriye. Zîhniyeta desthilatparêz a mêrê serdest êdî bi hemû hunera xwe li ser dikê ye. Serlîstikvan rahibên şaristaniya çînî yên Sumerî ne. Mînakên pêxemberên destpêkê an jî pisporên civakê ne. Tiştên ku dikin û yên ku wê bikin divê pir bi zanebûn û bi plan bin. Ji ber ku li hember wan bi hemû serbilindiya xwe, bi daneheva hezaran salan kulta Xwedavenda Dayîk heye ku divê qet jî biçûk neyê dîtin. Berhema zêde êdî zêdetir bûye, ji bo ev bê kontrolkirin hesabên pir zirav, plansaziyeke pir berfireh, bi kurtasî kedeke, enerjiyeke pir cidî pêwîst e. Ji bo li ser vê berhemê bibin xwedîgotin û

Merhaleyên şikestina cinsî ya mezin a duyem bi ola yekxwedayî ya dawîn hatiye temamkirin. Qêrîna Marîama di mala ku tê de hatiye girtin, rondikên bêdeng ên dayîka Meyremê, daxwaziya Ayşeyê ku gotiye ‘xwezî ez kevirekî bûma’ asta vê şikandinê nîşan dide

berdewamiya wê pêk bînin destpêkê wê Xwedavenda Dayîk bihata bêbandorkirin. Endazyariya civakî li ser kar e. Rahib, civakê tebeqe tebeqe ji hev vediqetînin û xwe jî li qatên herî jor ên vê tebeqeyê bi cî dikin. Perestgehên ku jê re Zîgurat tên gotin wek cihên pîroz di rola navendên ku lê avakirina îdeolojîk tên çêkirin û projeyên nû tên afirandin, pêkanîn de ne. Di van navendan de tevî sermayeyê desthilatdarî jî tê komkirin, berhevkirin. Bi vî rengî pergaleke hiyerarşîk tê avakirin. Afirîneriya wan a herî serkeftî jî avakirina Xwedê ye. Avakirina Xwedê teolojiyê pêk tîne û dogmayan diafirîne. Di demên destpêkê yên derbasbûnê de jin tenê di asta xwedavendtiyê de li kêleka xwedayan cih digire, asta bandora wê birastî pir bi sînor e. Jina ku wê demê hê jî di qata xwedavendtiyê de ye bi bilêvkirinên mîtolojîk bi xwedayên mêr re hatiye zewicandin û û her ku pergala baviksalarî berbelav bûye hêza xwe daye mêr. Di qatên bin ên din ên hiyerarşiyê de hema bêje qet cih ji bo jinê nehatiye hiştin. Rola ku jê re rewa hatiye dîtin (di her qada ku tê de hatiye bicîkirin de) bi armanca pêkanîna xizmeta mêr hatiye sererastkirin. Baweriyên civaka Neolîtîk di bîra civakê de hê jî pir zindî ne. Mirovên ji çanda Neolîtîkê ji xwedavendan re perestgehan ava dikin û dixwazin vê pergalê berdewam bikin. Xwedavenda Dayîk di jiyanê de bi bandor e. Şikandina vê bandorê wê karê zîhniyeta serdest a mêr rihet bike, wê bikaribe hemû civakê bi rihetî têxe bin kontrola xwe. Ji bo vê jî divê xwe pîroz nîşan bide û rewa bike. Ji bo civakê bi van hemû verastkirinan bide bawerkirin wek ku aqlê desthilatparêz, serdest ê mêr li dijî civaka xwezayî, li dijî jinê di her afirîneriyê de dike, destpêkê divê ji viya re qilifê îdeolojîk çêke. Bi vî rengî wê mirov bi pergala ku hatiye sazkirin bên bawerkirin û ji pergala hiyerarşîk, desthilatparêz a ku hatiye avakirin re serî deynin. Viya jî bi mîtolojiya ku zimanê demê ye, bi awayekî serkeftî plan kiriye. Di her destan û vegotina mîtolojîk de serê pêşîn afirandin dibe mijar. Wisa pir jî destpêkeke ji rêzê nîn e ev, êdî mirovahî bi afirîneriyeke nû re rû bi rû ye. Di mîtolojiya

Sumer de jin ji parsûya mêr, mirov jî wek evd ji pîsiya xwedayan tên afirandin. Aliyê îdeolojîk ê objekirina mirovan jî temam e êdî. Ya ku ji rahib û xwedayan re dimîne wek kirdeyên civakê tehma viya derxin. Şikestina cinsî ya yekem êdî hatiye bi rêkûpêk-kirin. Ya ku hatiye qirkirin ne tenê jin, di şexsê wê de hemû mirovahî ye. Hemû berhem û nirxên ku Xwedavenda Dayîk, mirovahiyê, bi hezaran salan bi hezar kedî afirandine bi derew û dek û dolaban, bi zordariyê êdî yeko yeko tên xespkirin. Nirxên bingehîn ên civakê êdî li hember hebûna civakê tên xebitandin. Êdî mirov wek tişt wê bazdin xizmeta xweda û temsîlkarên wan rahiban. Wek rêyeke girêdana mirovan bi pergala nû re jî cinseltiya jinê hatiye bikaranîn û dayîka pîroz di Mûsakadîman de hatiye fahîşekirin û bûye wek tişta cinseltiyê. Lê ew pêvajo ew qas jî rihet derbas nebûye. Ji ber ku Xwedavenda Dayîk a ku hê hêza xwe winda nekiriye ji bo nirxên xwe ji dest nede wê bikeve şerên dijwar. Di mîtolojiya Sumeran de şerê herî navdar ê bi mijara van vegotinan têkoşîna Xwedavend Înanna bi Xwedayê qurnaz Enkî re ye. Xwedavend Înanna nirxên xwe yên ku di tevahiya civaka xwezayî de afirandiye, Me’yên xwe, bi dest Xwedayê Qurnaz Enkî ve berdaye. Enkî ji bo bibe xwediyê van Me’yan û wan di destê xwe de bigire serî li her rêyê daye. Di vê demê de lihevkirinek di navbera pergala nû û kevn de jî mirov difikirîne. Bi rastî ya ku di van destanan de tê xwestin bê vegotin şerê gund û bajar, jin û mêr, rahib û xwedavenda dayîk e û ev şer heta salên B.Z. 2000’an jî berdewam kiriye. Di vê dema ku wek serdema Mîtolojîk jî tê binavkirin de jin di Zîguratan de bi çalak cih digire.

berdewamkirina nîjadê ji pergala bi mulk re bi qasî ku pêwîst e dol digire. Çiqas zêde zarokên kurik, bîne, wê ew qas zêde hêzê bide wê xanedantiyê û malbata ku hîmê bingehîn ê civakê ye. Mêr çiqas zêde xwedî zarok û jin be, bi taybetî zarokên kurik, ew qas bi hêz e. Zarokên kurik; zêdetir şervan, zêdetir xebatkar û hêza parastinê ya malbat, nîjad û xanedantiyê ne. Di serdema xanedantiyê de pergala baviksalar êdî bi sazî bûye. Her çiqas jin bi zarokanînê berdewama nîjadê pêk bîne jî mêr vê zayokiya wê ji wê re wek guneh daye qebûlkirin. Di roja me de jî di hin civakan de jin, dema ku ducanî ye weke ku tiştekî şerm kiriye, li gor pîvanên ku rêzikên olî diyar kirine guneh kiriye zikê (hemla xwe) xwe vedişêre. Êşên fizîkî yên ku di dema welidandinê de dikişîne jî wek encameke van gunehan pê dane bawerkirin. Di qirkirinên jinê de em çima pêwîst dibînin ku vê demê ev qas berfireh vekin? Bersiva vê pirsê bi temamî îdeolojîk e. Di vê demê de ketina jinê ya di statuya civakî de hatiye temamkirin û civak bi viya hatiye bawerkirin û qirkirina jinê karibûye heta roja me bi cihêrengî qatqat were. Cinsiyetparêziya civakî di vê heynê de hatiye avakirin.

Ji Rêbazên Pêkanîna Qirkirinê; Cureyên Tundiyê

Dema ku qirkirina jinê tê gotin tiştê pêşî tê bîra mirov tundiya fizîkî ye. Di mîtolojiya Tîamat û Mardûk de tundî di asta herî jor de ye. Jin, ji bo nirxên xwe yên civakî dîsa bi dest bixe û biparêze naçar dibe ku bikeve şerekî xedar. Pergala serdest a mêr li ser jinê bi gelek awayan tundiyê pêk tîne. Ji vana ya ku herî zêde serî lê dide jî tundiya fizîkî ye. Jin, bi rêya tundiya fizîkî di bin çewisandinê de tê girtin, tê tirsandin û dixin xizmeta xwe. Ya girîngtir jî ji ber ku hêza jinê dizane, ji bo çavên wê venebin, biçûk be jî meyla wê ya azadbûnê bi pêş nekeve, di her qadên jiyanê de tedbîrên xwe digire. Wisa bawer dike ku jin, bi fizîkî pir lawaz e û divê di her şertî de serî ji mêr re deyne. Li ser wê tundiya fizîkî pêk tîne û wê jî bi vê dide bawerkirin. Ji bo jinê bîne rayê (di maneya ku têxe xizmeta armancên xwe de) tundiya fizîkî wek rêbazeke her tim amade digire û rêbaza ku herî zêde serî lê dide jî dîsa ev e. Jin, di tevahiya jiyana xwe de bi gelek cure tundiyan re rû bi rû ye. Ji vana ya di serî de tê di ocaxa malbatê ya ku pîroz tê dîtin de dest pê dike. Lêdan, heqaret, îstîsmara cinsî, destdirêjiya di zewacê de, tenê çend cureyên tundiyê ne. Li gor daneyên îstatîstîkî ji her sê jinan herî kêm yek jê di demeke jiyana xwe de hatiye lêdan, bi zorê seks pê re hatiye kirin an jî bi awayekî cuda rastî destavêtinê hatiye. Yê ku viya dike, bi gelemperî yekî ji malbata wê an jî nasekî wê ye. Li gor rapora Konseya Ewrûpayê; sedema bingehîn a mirin û seqetbûna jinên di temenê navbera 16 û 44 salî de tundiya nav malbatê ye. Îro hejmara jinên di encama zarokjiberkirinên, kurtajên bi sedema cins tên kirin de û bebikên keçik ên piştî zayînê tên kuştin winda dibin ji 60 milyonî zêdetir e.

Di olên Îbrahîmî yên em jê re dibêjin yekxwedayî de ji bo jinê rewşeke guheriye nebûye. Aqlê zilamê serdest, pergala şaristaniyê, ji xerab nîşandana jinê re olê jî kirine alet. Ji bo jinê cudahiya ku derketiye holê; ketiye bin evdîtiya mêr

Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê qurbanên kuştinên jinê hema bêje ji % 70 jê ji aliyê partnerên (hevalkar) wan ve tên kirin. Di tundiya li ser jinê de daneyên îstatîstîkî yên bi tendurist derneketine holê. Reqamên ku tên dayîn tu carî aliyê rastîn nade. Sedemeke vê rewşê jî tundiya li ser jinê bi awayekî bi rêk û pêk nehatiye lêkolînkirin. Ya girîngtir jî jin; bi sedemên ji tiştên ku hatine serê wan şerm dikin, fikara dikin ku wê ji wan neyê bawerkirin, bi neyêniyên din ên civakê re wê rû bi rû bimînin, bi tirsa ku wê piştî gilîkirinê zêdetir tundiyê bibînin

Dîroka qirkirina jinê dîroka qirkirina herî kevn, piralî û herî kûr e. Tu nîjad, çîn an jî netewe bi qasî jinê nehatiye qirkirin. Dîroka qirkirina jinê ya ku di dîrokê de jiyaye aliyê dîroka mirovahiyê ya herî zêde hatiye veşartin û ser hatiye girtin e

ji cihên fermî re gilînekirin, daxwaziya parastin û starbûnê nekirin, agahiyên îstatîstîkî nikare bên avakirin. Jixwe merciyên ku wê serî lê bidin jî bi mantiqa mêr hatine sazkirin, tiştê ku dê li wê derê li hêviya wan be jî wê cureyekî din ê tundiyê be. Tundiya herî xetere û encamgir zêdetir a ku bi çandî tê kirin e. Jin ji hilberînê tê dûrxistin û nirxên civakî yên ku afirandiye bi hezar dek û dolab û zordariyan tê xespkirin, bi vî rengî ev kirin tê destpêkirin. Ev êdî di asta qirkirinê de tê kirin. Rêbertiya me heta bibêjî girîngiyê dide vê mijarê; “Qirkirina çandî naşibe tu qirkirineke din, ya herî xetere ye, ji qirkirina fizîkî jî xeteretir e, lê hûn fêm nakin, mirov dirizîne, ji mirovahiyê derdixe, kesayeteke bêanor derdixe holê. Heta qirkirina çandî mirov tîne rewşeke wisa dema ku mirov dikeve ferqa viya jî hûn êdî di rewşeke wisa de ne ku nikarin tiştekî bikin. Ev qirkirina çandî wek zincîrekê, wek benekî di qirika me, stûyê me de me qefaltiye, kole dike.” Rêbazên qirkirina çandî ya ku di ser jinê re tên pêkanîn heta bibêjî cure bi cure ne. Aqlê mêrê serdest ê şaristaniya bi dewlet di ser jinê re li hember hemû civakê (bi taybetî jinê) ‘Çandeke Destdirêjiyê’ pêş xistiye. Bi mudaxeleya her qada jiyanê vê çandê berbelav dike, bi sazî dike: Heta hilberîna jinê, civakîbûn, ziman, tevger, zayokî û tona dengê wê. Ji bo çanda destdirêjiyê di civakê de bide rûniştandin û bi dilê xwe berdewam bike jî hemû rêyên tundî û çewisandina fizîkî û psîkolojîk dicêribîne, dixe dewrê. Zîhniyeta mêrê serdest, dewletparêz û desthilatparêz ji bo jinê bavêje derveyî civakê û xwe ava bike û berdewam bike di hemû pergalan de rêbazên cur be cur bi kar tîne. Bi ol, hiqûq, siyaset, huner û aboriyê qirkirina jinê pêk tîne. Ji van rêbazan a ku herî zêde bi kar tîne û encam digire jî rêbazeke metafizîkî; ol e.

Şikandina Cinsî Ya Duyem A Jin Û Civaka Ku Xwe Dispêrê Yek Xwedayî

Piştî sazîbûn û belavbûna şaristaniyên koledar ên Sumer û Misrê mirovahî ji bo ji zilma Nemrûd û Fîrewnan xelas bibe ketiye nav lêgerînan. Di encama van lêgerînan de olên yekxwedayî derketine holê. Di cewhera xwe de ji bo li hember kolekirin û zilmê îradeya mirov bi pêş bixin û azad bikin derketine. Her sê olên xwedayî yên ku di nav civaka şaristaniyê de derketibin holê ji ber li ser heman kevneşopê ne û aliyên xwe yên hevpar wek olên Îbrahîmî hatine nirxandin, çavkaniya xwe ji vê derê digirin. Olên Îbrahîmî desthilatdariyê bi sînor nekirine, berevajî viya zêde kirine. Bi taybetî piştî ku bûne olên fermî yên desthilatdariyan, bûne dînamîkên wan hîn saxlem dikin, bi hêz dikin û bi bikaranîna aliyê manewî wan anîne rewşeke ku nayên hilweşandin, hejandin. Civak li hember van desthilatdariyan hîn zêde hatiye pelaxtin û êş kişandiye. Mezheb, terîqet û cemaet wek bertekeke li hember vê rewşê derketine holê. Bi vê kevneşopiyê her çiqas xuya dike ku koledarî hatibe derbaskirin jî îcar bi rengekî cuda ev pêkanîn dest pê kiriye. Di hemû olên Îbrahîmî de pêxember mêr in. Di pirtûkên pîroz de xwedayê ku bang dike jî mêr e. Li derveyî Xirîstiyaniyê di hemû olan de erkên dînî ji aliyê mêran ve tên kirin. Îbranîtî di derketina destpêkê de li hember pût, qralxweda, kevneşop û baweriyên heyî serî rakirinek e. Pêxember Îbrahîm pûtan dişkêne ku ev semboleke vê serîrakirinê ye. Di derketinê de di wê îdîayê de ye ku girseya gel ber bi xelasiyê ve bibe. Ji ber ku ji bandora koletiyê ya ku mirov bê îrade dihêle derdikeve di rengekî azadîxwaz de ye. Li hember Nemrûd û fîrewnan derketin di rastiyê de li

heyamê de herî zêde pêwîstiya jinan bi xelaskerekî heye. Jixwe destpêkê li dora Îsa dayika wî, xatiya wî û Magdelena kom bûne. Tevî ku di Îsa de kesayeta mêr ne li pêş e hewariyên wî mêr in. 300 sal piştî derketina wî bûye wek ola fermî ya desthilatdariyê. Xweda bav e. Xwedayê bav, kur û ruhê pîroz mêr e. Dayîka Meryem êdî tenê di rola hilgir (barkêş) de ye û îradeya wê nemaye. Ezîzên ku di belavkirina olê de pêşeng in kesayeta serdest a mêr jî saxlem kirine. Paûlûsê Ezîz li jinê şîret dike ku bibe evdeke bêdeng û gotiye jin bêexlaq e û ji bo mêr hatiye afirandin. Jin çavkaniya hemû neyîniyan e û divê ji rakêşiya cinsî dûr bê girtin. Thomasê Aqûînoyî yê yek ji avakarê felsefeya Skolastîk e dibêje; “Jin, bi serdestiya ku xwezayê ji her aliyî ve daye mêr, ji bo di bin nîrê efendiyên ku ji bo serdestiyê hatine diyarkirin de bimîne tê dinyayê.” Jinên Serdema Navîn ên ku hê jî zanyariya xwe diparêzin bi cadûkarî û pîresêriyê tên sûcdarkirin û ji aliyê dêran ve di engîzîsyonan de tên darizandin û qetilkirin. Li gor lêkolînên ku hatine kirin di vê serdemê de derdorî sê milyonan jin hatine qetilkirin. Ev qetlîam berhemeke ji tirsa lêgerîna azadiyê ya jinê ye. Ev pêkanîn ji bo Xirîstiyanî jinê daye ber qetlîameke cewher, nasname û bedenê nîşane ye. Di rêveberiya dêrê de jin tune e. Di sedsalên dawîn de jin ji bo bibin xwedî pîşe tên keşîşxaneyan. Rahibe bûkên Îsa ne û bi Îsa re tên zewicandin. Dêr, di sala 1977’an de bi hinceta ku di nav hewariyên Îsa de jin tune bûne, îlan dike ku rahîbetî ji bo jinan nayê dayîn. Her wiha îlan kiriye ku jin tenê ji bo ji dêr û mêran re îtaetê bikin dikarin bibin Xirîstiyan, yan na mafê wan tune ye ku bibin Xirîstiyan jî. Oleke din a yekxwedayî Îslamiyet ji nav qebîleyên belavbûyî yên Ereb bi rengekî şoreşger derketiye. Ew dem zêdetir wek dema

Rast fêmkirina dîroka azadiya mirovahiyê ya ku ters, berevajî hatiye qelabtin bi fêmkirina dîroka jinê mimkun e. Pergal û zîhniyeta desthilatparêz, bi serdestiya mêr, dîrokeke ev qas bi heybet û çavkaniya hemû nirxên şaristaniyê ye wek qet nehatibe jiyankirin nîşan dide, serdema heta perqala şaristaniya bidewlet, bi çîn zêdetir wek serdema barbariyê an jî hovîtiyê bi nav dike

nezaniyê(cahiliyê) jî tê binavkirin. Bi saxî binaxkirina zarokên keçik, jinan wek xenîmetên şer girtin, pêkanînên herî aşkere yên li ser jinê tên dîtin in. Di vê demê de li derveyî welidandina şervan û şivanan statuyeke jinê tune ye. Muhemed di derdoreke wiha de derketinek çêkiriye. Destpêkê jin û koleyan digire cem xwe û bi vî rengî nîşan dide ku li ba yên tên eciqandin e. Bi Xetîceya ji çîna jor re dizewice û Xetîce êdî tê pîrozkirin û wek dayîka hemû misilmanan tê hesibandin. Zanîn û tecrûbeya Xetîce ya jiyanê di pêxemberbûna Muhemed de xwedî cihekî girîng e. Lê di eslê xwe de ya ku pêk tê zewaceke bi armanca bazirganiyê ye. Muhamed piştre bi gelek jinan re dizewice. Her çiqas bê gotin ku ev bi armanca siyasî ye jî ev rewş piştre ji bo pêşketina haremê bûye bingehek. Ji bo rewşên jinê yên ku me destpêkê de diyar kir hin pêkanînên erênî çêbûne. Lê ji bo guhertina statuya wê, derketineke pir jî bi hêz nehatiye jiyankirin. Piştî mirina Muhemed jin di şerên desthilatdariyê û komployan de hatiye bikaranîn. Em viya dikarin di serboriyên Ayşeya hevsera Muhemed a biçûk de bibînin. Tenê bi spartina mêrekî bi hêz dikare li piya bimîne. Îradeya jinê êdî tu nemaye. Di pirtûka pîroz Qurana Kerîm de tê diyarkirin ku jin ji parsûya mêr hatiye afirandin. Xwe nixumandina jinê bi rêzikên hişk tê girêdan. Tenê dikare xwe nîşanî mêrên ku xwediyê wê ne, yan jî lêzimên wê yên pir nêz in bide. Xuyakirina tenê têlek porê wê jî mijara gunehê ye. Wê çi li xwe bike, bikaribe biçe ku derê, nikaribe biçe ku derê, bi kurtasî divê çi bikê her tişt ji aliyê mêr ve tê diyarkirin. Mêr dikare heta çar jinan bîne, bi wan re bizewice. Fermîbûna zewacê li gor rêzikên olî tê kirin. Ango li ba mele mar tê birîn û di vê mehrê de jî jin di çavdêriya mêrekî de ye. Tenê bi serê xwe nikare biryara tiştekî wiha jî bide. Dema regla (edet, ketina cilan) jinê weke qisûr, eyb tê dîtin. Ji ber ku jin qirêj tê hesibandin di vê demê de îbadet jê re hatiye qedexekirin. Bi ser de, ev îbadetên ku hatine qedexekirin piştre ji bo dîsa bi cî bînin wek deyn tê hiştin. Ci’nseltî ji bo jinê hatiye qedexekirin. Ji cinseltiyê zewq girtin jî guneh e, divê tenê erkên xwe yên ji bo mêr bi cî bîne. Cinseltî di bin venêrîn û însiyatîfa mêr de ye. Di sûcên di vê mijarê de jin bi kevir avêtinê tê kuştin. Ev pêkanîna ku jê re Recm tê gotin di Komareke Îslamî ya wek Îranê de wek qanûnekî olî hê jî bi hemû wehşeta xwe tê pâkanîn. Di olên Îbrahîmî yên em jê re dibêjin yekxwedayî de ji bo jinê rewşeke guheriye nebûye. Aqlê zilamê serdest, pergala şaristaniyê, ji xerab nîşandana jinê re olê jî kirine alet. Ji bo jinê cudahiya ku derketiye holê; ketiye bin evdîtiya mêr. Merhaleyên şikestina cinsî ya mezin a duyem bi ola yekxwedayî ya dawîn hatiye temamkirin. Qêrîna Marîama di mala ku tê de hatiye girtin, rondikên bêdeng ên dayîka Meyremê, daxwaziya Ayşeyê ku gotiye ‘xwezî ez kevirekî bûma’ asta vê şikandinê nîşan dide. Jinê ji vê demê ve dest pê kiriye cinseltiya xwe bi kar aniye. Bi armancên wek qaneh kirin, xapandin, pere qezençkirin di destê wê de tenê cinseltiya wê heye. Jin ji rola xwe ya mirovbûna mirov, civakîbûna mirov cara duyem hatiye qutkirin.

LI çIyAyê bILInDDI nAVA tEHtê DEDAREKE pIRMEzIn HEbû, Ew DAR wEKESAEtAME bû

MEHSûM bAgOK

Gundê Cefriyê

Li gundê Cefriyê (geliyê gund bi nav û deng e. dibêjin geliyê Cefriyê). Me guhdarî Apê Hemo dikir. Wiha digot: Ez paleyekî xurt bûm. Di paleyiya nîsk, nok, ceh û genim de gelekî jehatî bûm. Di nava palên van gelî û çiyayan de bi salan min şivantî kiriye. Piranî min pezê xwe dibir derdora geliyê gundê Barê. Ez li wan geliyan gelekî geriyame û baş nas dikim. Li van çiyayên me, Keftar jî hebûn. Ew bi qewet in û belek bûn, ji seyan mezintir in. Piling, beraz, kurebeşk, sîxur, pezkovî jî hebûn. Xezal niha jî hene. Xelkê Cefriyê xezalan nakujin. Ji bo xatirê xweda. Ew pezên Şex Şems in. Em qebûl nakin kes wan bikuje. Li raserî gundê me ziyareta Şems heye. Li cihê silavgehê, qub hatiye avakirin. Ez 15 - 16 salî bûm. Min şivantî dikir. Gurek nêzî pezê min bû. Piştre çû ser tehteke bilind. Ji bo parastina pezê xwe min çek berdayê. Ew birîndar bû û ket. Diçe û nêzî gelî dikeve. Di jiyana xwe de min qet nêçîr nekiriye. Ev çiyayên me tev daristan bûn. Feqîrî pir bû. Gundiyan dar dibirîn. Kamyon dihatin ew dar dibirin Mûsil û Sûriyê. Gundiyan ew dar bi pir erzanî difirotin. Feqîrî gelek bû. Vaye çiyayên me rût bûne. Êdî dar pir kêm bûne. Ji Gundê Cefriyê bi barê keran û hêstiran ceh û genim dibirin aşê Kersê. Ez bi xwe jî çûme 3 yan jî 4 saetan em digihan aşê Kersê. Carînan dor nebû. Wê rojê em li wir diman. Carînan jî xelkê Kersê digotin hûn ji dûr hatine û dora xwe didan me. Aşvan hasila xwe ji dexlê dibir an ceh bû an jî genim. Apê Hemo, yê ji gundê Cefriyê jî di eqarê ku şivantî kiriye û ew rêyên ku çûye Kersê de gelek gelî dîtine û nas kirine. Wî jî navê 19 geliyan bi me re parve kir. Ew mirovekî kal bû. Lê belê ji ber ku çiyayî bû, fîzîka wî hê jî zindî ye. Xwedî manewiyateke mezin bû. Pir ji mêvanperwerî û rûbikeniyê hez dikir. Sihbeta Apê Hemo pir bi wate bû.

Berî fermanê Apê Hemo di demsala hejîran de gelwasan dikire, kom dike û dibe Mûsilê difiroşe. Li bîra wî pir tişt hene û pir tişt jî ji bîr kirine. Dibêje vê fermanê hiş û aqilê me jî bir. Êdî pir tişt nayên bîra min. Bandora fermanê mirovan dîn dike. Bi hezaran kes dîn bibin û bi çola bikevin ez ecîb namînim. Malbat hene ji kokê ve qirbûne. Dîsa jî ew mirovê kal, hişê wî û hestên wî pir xurt bûn. Ew diyar dibû ku xwedî îradeyeke mezin e. Apê Hemo bi van agahiyan em di nava çiyayan de û di nava serpêhatiyan de gerandin. Jiyana wî û çavdêriya wî bi tecrûbe û dersan dagirtî ye. Agahî u şîretên wî bi wate û hêja ne. Li ba Apê Hemo bîranîn gelek in, li ber xaniyên wan em rûniştîbûn, di nava sîniyên biçûk de ji hejîrên Cefriyê para me anîn, ew hejîrên hişk bûn. Ew dibêje; ‘hebên hejîran hûr in, ji ber ku dar bê xwedî mane û beyar in. Beriya fermanê ew gelek xweş çêdibûn.’ Gelek caran yek mijar rojev e, lê belê ew dibe wesîle yan jî rê vedike ji rojeveke din re. Li beroja xanî zarok, ciwan, dayik û mirovên kal hebûn. Apê Hemo ji ber dîwarên xaniyên xwe û bi destê xwe îşaret dikir û bala me dikişand aliyê çiyê. Li wan zinarên bilind ên raserî Quba Şêx Şems û dibêje; havînê di çaxê gêrê de em li bêndera dixebitîn, wê çaxê saetên me tune bûn. Li çiyayê bilind di nava tehtê de dareke pir mezin hebû. Ew dar weke saeta me bû. Dema nava rojê siya wê darê rast dibû û bi aliyê bakurê xwe de sîh dadiket û xuya dikir, me ji xwe re digot; êdî dem nava rojê ye û çaxê bêhnvedanê ye da ku em firavîna xwe bixwin. Êdî em gêra xwe disekinînin, bi wî awayî siya darê dibû saeta me ya xwezayî. Mixabin aniha ew dar nemaye, şikest û ket xwarê. Jiyana me bi wî rengî bû, a niha şert û merc hatine guhertin. Apê Hemo ew qasî sade diaxivî û şêwazê uslibê wî pir balkêş bû. Destên me ji sihbeta wî qut nedibû, ew mirovekî kedkar û merd bû. Ew zehmetkêşekî nav jiyanê û nav çiyayê Şengalê bû.

Gundê Barê Gundê Barê li nêzî deriyê Barê hatiye avakirin. Dema ku mirov ji Xanesorê diçe gundê Barê, deriyê Barê li pêşberî mirov xuya dike. Ev derî çiyayê Şengalê kiriye du qet û ew

duqetiya çiyê dişibe du guharan. Jixwe gelê herêmê ji deriyê Barê re dibêjin guhar. Dema ku mirov ji gundê Barê ber bi başûr ve diçe, rê ber bi geliyê Şilo ve diçe. Geliyê Şilo jî bi şikeft û asêbûna xwe, hêjayî dîtinê ye. Gundê Barê dikeve rojavayê çiyayê Şengalê û gund li jêra çiyayê bilind e. Li rojavayê gund jî sîlsîleya çiyayê Kolik heye. Ew sîlsîle ne pir bilind e, lê bele Li gorî deştê wateyeke xwe heye. Ew çiyayê Kolika digihêje heyanî gola Xatûniyê. Hinek jî jê re gola Simoqiyan dibêjin. Demekê ev dever tev Êzîdî bûn. Beşek ji çiyayê Şengalê û Kolikan digihêje gola Xatûniyê ango gola Simoqiyan. Ev gol dikeve navbera sînorê Sûriyê û Şengalê. Gola Xatûniyê û rojavayê çiyayê Kolikê ango ew dever nezîkî bajarokê Holê ye. Ji rojavayê Gola Xatûniyê jî êdî çiyayê Kezwanan diyar dibe. Gotina “Hol” jî di nava Êzîdiyan û di çanda wan de cihekî pir bi wate digire. Cardin em vegerin ser gundê Barê. Em di destpêkê de bibêjin ku avabûna vî gundî deyndarê kaniya gund e. Ew kanî li wê deverê neba, wê mirovan li wir, gund ava nekiribana. Bi keşifbûna kaniyê re êdî li derdora avê xanî ava dibin û dibe gund. Li herêma Şengalê bi hezarên mirovan ev gund û kaniya wî gundî dîtine û ava kaniyê vexwarine. Yên ku nedîtibin jî navê wê bihîstine yan jî hejîrên wê xwarine. Hejîrên gund avî ne, ne bejî ne. Xaniyên gund bi keviran ava bûne. Ji dûr ve rengê xaniyên gund, erdê palên çiya û rengê girikan pir nêzîkê hev in û dişibin hev du. Eger şînatiya daran nebe, wê ji dûr ve dîtina gund ne balkêş be. Bi awayekî xwezayî rengê xaniyan li gorî erdnîgariya

Di nava wê xwezayê de û li ber avdana ava kaniyê herî baş û berhemên herî xweş, darên hejîran in. Hejîrên Barê ne yên dêmî ne. Hejîrên wê avî ne. Hejîrên avî yên herî xweş û bi nav û deng ên Barê ne. Nav û dengê hejîrên Barê ji sînorên herêma Şengalê derbas bûne

derdora xwe qamûfule bûye. Rengê xaniyan, erda hawîrdor, girik û çiya wek hev in. Kaniya gundê Barê xweş diherike. Ava wê jî pir xweş e. Havînan jî cemidî ye. Avên bi vî rengî li her deran peyda nabin. Ji bo van sedeman jî, navê ava kaniyan di nava jiyana civakê de her tim di rojevê de ye. Li ser kaniyan pir tişt hatine gotin. Serpêhatî û bîranînên pireng çêbûne û hîn jî çêdibin. Ji ber hewaya çiyayan û axa wan, ava kaniyan jî sar û paqij diherike. Di nava wê xwezayê de û li ber avdana ava kaniyê herî baş û berhemên herî xweş, darên hejîran in. Hejîrên Barê ne yên dêmî ne. Hejîrên wê avî ne. Hejîrên avî yên herî xweş û bi nav û deng ên Barê ne. Nav û dengê hejîrên Barê ji sînorên herêma Şengalê derbas bûne. Civaka gund, darên xwe baş xwedî dikin û haya wan jê dimîne. Di parastin û avdana wan de tîtîz in. Dema ev nêzîkbûn ji darên hejîran re hebe, dar jî bersiva mirov dide. Berhemên wan daran jî pir in û çiqlên darê jî hejîrê dixemilîne. Hinek çiqil jî ji ber giraniya hejîran, xwe serbijêr dikin û dixwazin xwe bigihînin erdê. Dibe ku gelek çiqil di bin barê hejîran de westiya bin. Eger sibehan hejîr bêne komkirin, sar û cemidî ne. Dema ku li ber tîrêjên rokê germ dibin, xwarina wan, mirovan diêşîne. Lê belê germ jî bin, çareya wê heye; çend kêliyan di nava kaniya Barê de bimînin, careke din dicemidin û tama wan jî xweş dibe. Civaka gund ava kaniyê bi cokên keviran û bi hostayî çêkirine, da ku bikarin avê baştir û bi rêk û pêk bi kar bînin. Bi wê ya armanc dikin ku ava kaniyê bigihêje tevahiya daran û av baş bê belavkirin. Di salên berê de mirovên gund hejîrên xwe dianîn kêleka rê û difirotin. Ji ber ku rê di kêleka gund re derbas dibe. Xelkê gund jî bikeviran ji xwe re dikanên biçûk ava kirine. Kesên ku diçin bajaran an jî kesên ku diçin gundên xwe, hejîrên taze û bi nav û deng dikirin û bi xwe re dibin. Nêzî gund geliyê çiyê hene û weke din erdên beyar û vala jî gelek in. Qiraçên nêzî gund ango bi giştî ji bo xwedîkirina dewar û pez pir guncav in. Bi taybet ji bo keriyên bizinan hîn baştir xuya dikin. Şivanên wan keriyên bizinan jî êdî di wan çiyayan de fêrî meşê dibin û ew jî bi wê jêhatîbûna xwe dibin weke pezkoviyan. Dibe ku hinekî diwestin,

keviran hatine paqijkirin. Li jor jî ava kaniyê bi cokên rêkûpêk, av anîne ser wan erdên tûtinê. Ev amadekarî ji kevn ve pêk hatine û di encama kedekê de ji bo çandiniyê hatiye vekirin. Tûtina Kersê di nava xwezayeke paqij de çêdibe. Tama wê xwezayî ye. Tameke xweş ji tûtinê tê. Dîmen û hewaya çiyê, tîrêjên ji germahiya rokê û ava kaniyên paqij, bandoreke erênî çêdike.

Di navbera gundê Kersê û Milik de mişarên tûtinê

Erdê wê derê jî cot dikin. Gav bi gav cotkar erdên xwe amade dikin û ta bi ta, pel bi pel dişopînin, av didin û derdora her tayeke tûtinê paqij dikin. Keda bi destan jî bandoreke baş li ser berheman jî çêdike. Dema ku komkirina tûtinê tê, pel bi pel rêz dikin û li ber rokê hişk dikin. Qonaxa din jî êdî dora hûrkirina pelan e. Tûtin di kîsikan de yan jî di qotiyan de bi pelên defterê yên biçûk ên vexwarina çixareyan amade dibe. Civakên wê herêmê pêwîstiyên xwe yên çixareyê bi vî rengî çareser kirine. Ew gund êdî di temenê zarokatiyê de fêrî çandiniya tûtinê dibin. Tişteke ku ji temenê biçûkatiyê de bê kirin, bi mirovan re êdî pisporiyeke xwezayî dide avakirin. Civaka wan gundan di vî warî de pispor in. Gelo mirov çawa dikare dîmenê wan baxçeyên tûtinê pênase bike yan jî bide naskirin? Ya rastî ew e, ku mirov bi xwe biçe wan dîmenan bibîne, xweşikî û bedewiya wan bi xwe hîs bike. Careke din em vegerin nava dîmenên baxçeyê tûtina xwe. Di palên çiyê de mirovan bi destan kevir bi kevir danîne ser hev û dîwar ango şikêr çêkirine. Destpêkê dîwarek lêkirine û pişta dîwar ji bo çandinêyê rast kirine. Piştre dîwarekî din lêkirine û careke din jî pişta dîwar rast kirine, da ku tûtinê lê biçînin. Ew şêwazê dîwar û rastkirina erdê çandiniyê berdewam kiriye. Bi vî rengî gelek dîwar û gelek erd ji bo çandiniyê amade kirine. Her dîwarekî weke şiklê pêlekanan(derince) ji keskahiya rengê tûtinê bala mirovan dikişîne ser xwe. Mirov zû bi zû nikare çavên xwe ji wê dîmenê şîn dûr bixe. An jî mirov nikare ji nedîtî ve were. Dîmen, ew qasî balkêş û xweşik in. Tu carî dîtina li ser kaxezê yan jî bi vîdeo, wê şûna dîmenên ku mirov bi zindî dibîne, negire. Lê belê careke din jî derfetên her kesî tune ne ku werin û bi çavên zindî lê temaşe bikin û di nava wan baxçeyan û dîmenan de bigerin. Vaye em dîmenên wan baxçeyên tûtinê û xwezaya xweşik bi xwendevanan re parve dikin. Di demên berê de rêbiwar û karwanên ku ji aliyê bakur diçûn aliyê başûr an jî rêbiwar û karwanên ku ji aliyê başûr dihatin û derbasî aliyê bakur dibûn, ji nava geliyê Kersê de dihatin û diçûn. Li gorî dirêjahiya çiyayê Şengalê dibe ku hinekê kin an jî dirêj be, lê geliyê Kersê dibe nîvê çiyayê Şengalê. Bi vî rengî ji bo çûyîn û hatinan dibe deverek guncav. Di navbera gundê Kolkan û Kersê de gundê Milik heye. Gundê Milik li berojê çiyê ava bûye. Beranberî Milik li aliyê başûr newalek heye û jê re dibêjin newala Hû. Navê”Hû” ji kîjan demê pê de tê gotin, ango wateya wê çi ye? dibe mijara lêkolînê. Navê newalê balkêş e û yekser bala mirovan dibe nav civaka Hûremanan. Di nava civaka Hûremanan de,

Ez 15 - 16 salî bûm. Min şivantî dikir. Gurek nêzî pezê min bû. Piştre çû ser tehteke bilind. Ji bo parastina pezê xwe min çek berdayê. Ew birîndar bû û ket. Diçe û nêzî gelî dikeve. Di jiyana xwe de min qet nêçîr nekiriye. Ev çiyayên me tev daristan bûn. Feqîrî pir bû. Gundiyan dar dibirîn

Yarsanî hene û li gorî zimanê wan peyva Hû tê wateya xweda. Em bi Kurmancî dibêjin xweda, ew ji xweda re dibêjin Hû. Em dibêjin ya Xweda! Yarsanî dibêjin ya Hû! Ew wate bi zimanê yarsanî ye. Her du peyvên Hû û Xweda bi zamanê Kurdî ne û wateya xwe heman tişt e. Yek ji wan bi yarsanî ye û ya din jî bi zaravayê Kurmancî ye. Di encamê de koka her duyan jî yek e. Koka her duyan a herî kevnar jî zimanê arî ye. Zimanê arî dibe dayika wan.

BERXWEDANA ÇANDÎ

POLÎtÎKAyA qIRKIRINAÇANDÎ yA gERDûNÎ, DISERDEMAMODERNÎtEyA KAPÎtALÎSt DEBûyEXWEDÎNASNAME

ELÎ fIRAt

Cudahiya herî bingehîn a mirov ji candarên din, bêguman kêrhatina wî/ê ya afirîneriyê ye. Bi pênaseyeke din; bûyîna xwezaya duyem bixwe ye. Xwezaya duyem tê maneya(wateya) pêvajoya civakîbûna mirov. Jixwe xala bingehîn a ku mirov ji candarên din vediqetîne ew e ku bi saya(xêra) afirîneriya xwe dijî. Xwezaya yekemîn bi tevahî rêzikên çêbûn û pêşketina hemû gerdûnê pêk tîne, xwezaya duyemîn xwe di şexsê mirov de, di nav viya de heyî dike. Xwezaya duyemîn, di heman demê de destpêka dîroka civakî ye. Dîroka gerdûnî jî destpêka xwezaya yekemîn e. Bi vî aliyê xwe dîroka civakî wekî ku her tim tê bikaranîn, bi dîroka nivîskî re dest pê nake. Berevajî dîroka nivîskî, ji dîroka ku ji asta koma destpêkê ya ku mirov wek cure dest bi cudahîbûn û afirandina çanda aydî xwe dike û berdewam dike tenê rûpelek e. Di nav xwezaya yekem de mirov xwezaya xwe ava dike(kom, civakîbûn), avahîbûnên(binyatgerîtiyên) ku civakîbûnê pêk tînin, serpêhatiya destpêkê ya watedariyên ku naveroka vê avahîbûnê pêk tîne, di heman demê de(bi gelemperî) tê maneya derketina holê ya çandê jî. Jiyaneke bi qasî asîmanan zelal, kelecaneke ku her roj çavkaniya xwe ji vedîtinên(îcadên) nû digire xwe serbest îfade dike, destpêka demeke ku bihuştên xeyal û çîrokên heta nîvê şevan ne tenê ji bo zarokan ji hemû endamên civaka mirovên heyî re, di tehma(tama) helbestê de tê vegotin e. Ew demên ku tu nîşaneya veqetîna kirde û obje jî di heban û jiyana mirov de tune ye ne. Çanda ahengê bi temamî li gor şexsiyeta xwezaya yekemîn berdewam dike. Piştî bi hezaran salan êdî dest pê dike temayên(mijarên ) sereke yên lêgerîna bihuştê li xeyal û çîrokan tê barkirin. Ji ber ku êdî di nav dilê xwezaya duyem de çand, hîle, qurnazî û despotiya zîhniyeta bajarên dewletparêz, desthilatparêz û ferdparêz ku xwezaya yekem û duyem weke lutfeke xwedayî ku divê di bin fermana wan de be dibînin hat(girt ser ruhê jiyana mirov) li ser serê jiyana mirov danî. Dîroka nexweşînên civakî, êş, kul û keder, qul(evd) û koletiyan di jiyana mirov de hem bi têgîn û hem bi

arguman, hem jî bi zar û zimanê xwe hat û miseletî serê mirov bû, vaye zayîna xwe ya nenormal di van deman de kir. Bi gotineke din serboriya afirandina çand a mirovahiyê bi du milan ve veqetiya. Ya yekem û xwedî dîroka herî dirêj çanda Neolîtîkê bû. Ya duyem jî çanda desthilatparêz a bajarên dewletparêz ku di temenekî çend hezar salan e de bû. Ev, di heman demê de nirxên çandî yên ku mirovahiyê ew afirandine û ziman, edebiyat, huner û her cure çalakiyên ku wê tînin ziman bi reng, şexsiyet, cewher û bîçima xwe bi aliyên din ve averêkirin, jirêderxistin bû. Ya ku pêk hat jî ev bû. Çanda dewletparêz a ku ne pêwîst ne jî mecbûrî bû, di rastiyê de di dîroka civakîbûniya mirov de jirêderketineke zîhnî bû. Bi ferzkirinan, bi zordarî, dek û dolab û bi qirkirinan li ber boçûna dîroka civakîbûnê dest pê kir bû levîathanekî. Hat xwestin li şûna dîroka civakîbûnê dîroka çanda dewletbûn û desthilatdarbûnê bê serdestkirin. Tercîha jiyanê bi du aliyan hat veqetîn. Veqetîneke tûj û mecbûrî. Ji bo tercîhên jiyanê yên mirovan di xwezaya xwe de bi rê ve neçin, ji aliyê zîhniyeta dewletparêz ve her cure hewldan hatin dayîn. Hemû nirxên ku mirovahiyê ew afirandine êdî biçûk hatin dîtin, sivik û hov hatin hesibandin, her tiştên li ser navê doh û paşerojê hatin kavilkirin, çi hebe di niha de lê hat gerandin, hikmên wate û pêwîstî nîn e ku ji siberojan re jî tiştek bê hiştin, ew demên ku ev hemû rakêşer hatin kirin, di dinyaya mirovahiyê de di eyara erdhejê de çûn û hatinên xwe ava kirin. Di rewşeke ku mirovan hewl dan heqîqetê nas û fêm bikin de, çanda bajarên dewletparêziyê civak weke kabûsekî xist bin fermana xwe. Vê yekê jî bi xwe re feraseteke(çemk) nû derxist holê. Mirov ketin ser rêya lêgerîna heqîqetê. Ji ber ku her tiştên li ser navê jiyan û mirovahiyê bi qurnazî û bêwîcdanî berevajîkirin; bi qirkirinên fizîkî, bi neheqiyan, kevir li ser kevirî nehiştin, talan, xesp, girtina bin destê xwe ku li ser nirxên mirovahiyê ew afirandine hatine pêşxistin, êdî bubû weke toqa çarenûs û qederê. Û toqa qederê di teolojiyê de, mohra xwe jî lê xist ku di rastiyê de xwediyê rastîn ê civakîbûn û afirandina çandî ya ku li derdora jina dayîk teşe girtiye ew bixwe nîn e û hestiyekî ji parsûyê ye û êdî dawî li dinyaya azad hatiye bû. Ji aliyekî ve pêvajoya çandîbûn û çandbûnê berdewam dikir, ji aliyê din ve dîroka şer û fikara parastina hebûna çandî, vaye bi derketina holê ya çanda bajarên dewletparêziyê dest pê kir.

Derbasbûna Dinyaya Qirkirinê Zîhniyeta bajarên dewletparêziyê her ku berê xwe dida avakirina xwe ya çandî, bidestxistina nirxên civaka dîrokî ya aydî civakê û dîro-

ka mirovbûn û civakîbûnê bi hîle û zordariyê bi xwe dan destpêkirinê, di nav hev de meşand. Desthilatiyên dewletparêz, ji aliyekî ve hewl didan wekî tek û tekane xwedî û afirînerê civaka xwe û destpêka dîrokê xwe sazî bikin, ango avahîbûna xwe saz bikin, ji aliyê din ve watedarî û binyatgeriyên civakên cuda ku dihatin maneya dewlemendiya mirovahiyê bi erdê re dikirin yek û îhtimaleke mezin dane ku cudahiyan bikin weke pêvek û dûvikên xwe. Di bin navê ji yên ‘paşvemayî û hov’ re şaristanî û esaletê bibin de, bi jiholêrakirina wan a ji dîrokê re mijûlbûn bûye hîsteriyeke desthilatdariyê. Di vê mijûliyê de asta ku gihîştinê, mirov dikare di pîvandina firehbûn û serdestiya sînorên paranoyaya desthilatdarbûnê de weke daneya bingehîn bigire dest. Elîteke dewletparêz li ser civaka xwe berê xwe bide çewisandineke çandî ya bêmerhamet û dihelîne, armanca wê ew e ku civakê ji xwe re bike tebaa û rajêrî. Tê xwestin ku dîroka civakê weke dîroka elîta dewletparêz di hişê mirovan de bê kolandin, bicîkirin. Di rewşeke wiha de hemû mijûliyên çandî, divê li gor xizmeta mayîndetî û beka elîta dewletparêz de bin. Yên di viya de bi ser bikevin weke guzîde û delalên dewletê, di bin ewlehiya wê de dikaribûn xwe bigirin bin ewletî û garantiyê. Berevajî viya jî êdî çi bi serê te de hat … Di vê rewşê de civakê dikin weke pêlîstoka dewletê û gêj dikin. Di vê dinyayê de êdî hal û tevgerên ruhekî ku her tiştî ji dewletê hêvî dike raser û serdest dibe. Ji jiyan û cudahiyên çandî yên ku dewlet jê re dibêjin ‘derz’ û wan fel(eksantrîk) dibînin û ji cudahiyên çandî re tehamûl namîne. Cudahî, êdî li hember wan dijderketin e. Bêhişbêjiya(hezeyana) ku psîkoza desthilatdariyê, nenaskirina hebûnên ji bilî xwe û her heyînên gengaz jî ji bo xwe weke tehdîteke xedar dibîne, di heman demê de pîvana zîrektiyên polîtîk ên hemû kadroyên dewletê ne. Rastiyek heye ku di dinyaya mirov a ruhî de reha bingehîn a paranoya û şîzofreniyê, dema ku çanda desthilatdariya bajarên dewletparêziyê dikeve dinyaya mirovahiyê dest pê dike. Di bingeha xerîbî û ecêbiya ji civakîbûna di paşxaneya jiyana xwediyên desthilatdariyê re berevajî de ev heye. Ji ber ku şaristanîbûn, di eslê xwe de, navê destpêka hevduxwarina mirov e. Her ku sîstema desthilatparêz xwe sazî kir, xwe bi nexweşînên sîstemî yên xwe, halên ruh, şêwazên tevgeran, helwestan, mîmîkan, her tiştê mirovî da xwarin. Civak, vegeriya rûdaneke(yansima) halê ruh û tengaviya ku sîstem tê de dijî. Di rastiyê de tek afirîner, sedem, xwedî û efendiyê hemû xerabûnên tevgerî yên pasîko-sosyal ên bi civakîbûnê re nakok in û ne mirovî ne, seknên jiyanê yên bi hilweşîna exlaqî re wekhev in, kurt û cewherî sîstem bixwe ye. Asta jiyana mirovan neynika(eynika) dewletê ye. Girtîxane, bi encamên tirs û pêkanînên dewletekê tên tijekirin an jî tije ne. Vedîtina zîhniyeta dewletparêz a ku bi navê hiqûqê tê binavkirin, bi karê mertalê parastinê tenê ewlekirina sîstema dewletparêz dike armanc. Di dewletan de exlaq tu car nabe, ango tune ye. Dîsa li ser navê

Her tiştên aydî sîstemê, yê herî rexnegir jî tê de, çarenûsparêzî, qederparêziya ‘di encamê de rewş û halê dinyayê ev e’ dide hînkirin. Vaye aliyê herî xeternak ê qirkirina çandî; di sazîbûnên di vê qadê de sîstem xwe destê yekem ê zana, yê herî baş dizane, yê herî rast û pîvan datîne dibîne û ev ji aliyê mirovan ve tê qebûlkirin

hiqûqê dîwarekî ji kevirên sar hatiye danîn, lêkirin. Veguherana çandî ya ku dewlet li ser civakên xwe pêk anîn, tenê bi viya re bi sînor neman. Bi dîroka dewletbûnê re awayên cur be cur ên qirkirina çandî li ser gelên din hatin pêkanîn. Li ser civakên di warê çandî de binyatgerî û watedariya wan hîn bi hêz û xurt, hat xwestin bi qirkirina fizîkî serdestî bê danîn. Weke mînak Cihû. Lê li ser gelên ku di rewşa xwe bi

xwe têr dikirin de ne jî, qirkirina çandî ya bi bişaftinê dest pê dikir û dihat kûrkirin, demdirêjî lê ya herî xeternak û belavker bû. Bi qirkirina çandî nirxên civakî yên gelan hatin talankirin û xespkirin. Li gor xerîbkirinê kirin aydî xwe. Ew binyatgeriyên ku bikaribin wî gelî li ser piyan bihêlin, hatin parçekirin, qedexekirin, sûc hatin hesibandin û heramkirin. Kes, her çiqas bi fizîkî nasnameya wî/ wê ya gelê ku aydî wî ye eşkere li holê be jî, anîn halekî wisa ku bi çandî, di ziman, tevger, cil û berg, zar û xîtab, di avakirina xeyal û utopyayên wan ên pêşerojê de şopên kûr ên dewleta netewe ya serdest dide der û dijî. Bi vî awayî ji bo wan civak û kesan, pirsgirêka hebûnê(ontolojîk) bû sereke. Ji bo vê mirov dikare kurdan weke mînaka herî bandorker(kartêker ) nîşan bide. Hemû saziyên wan hatine belavkirin, bi parçebûna wateyî ya kûr re rû bi rû mane, zîhniyeta wan hatiye wendakirin, dinyaya wan a çandî bi qedexeyan hatiye tengkirin û bi biçûkdîtinan ji pêş çav hatine xistin, ji bêxwedîtiyê re hatine terikandin. Li ser navê wî jî meşandina nîqaşa hebûn û tunebûnê, ji bêmerhametiya qirkirina çandî re mînaka herî balkêş e. Kurd ji kêm gelên ku li ser wan dîroka qirkirina çandî hatiye cêribandin û pêkanîn in. Berdêlên lêgerîna dinyayeke li derveyî red û qebûlên qirkirina çandî xedar in, ev, di her fersendê de pê dane hînkirin.

Di Nav Sîstemê de Ji Xwe re li Azadî û Xweseriyê Gerîn Xeflet e

Qirkirina çandî, bi zîhnî, mirov

Elîteke dewletparêz li ser civaka xwe berê xwe bide çewisandineke çandî ya bêmerhamet û dihelîne, armanca wê ew e ku civakê ji xwe re bike tebaa û rajêrî. Tê xwestin ku dîroka civakê weke dîroka elîta dewletparêz di hişê mirovan de bê kolandin, bicîkirin

xistina rewşa ji xwebûnê jêgerîn, devjêberdan e. Ev, di heman demê de, rênîşaneya pirsgirêka hebûnê ye. Yên ku hebûna wan neyê qebûlkirin, dîtin û tune bên hesibandin, bêguman azadiya wan jî nikare bibe. Ji ber vê yekê ye ku mijûliya di nav hev de meşandina pirsgirêka hebûn û azadiyê ya kurdan ji bo kurdan bûye bingeh. Li hember berdêlên giran ên xwebûn û têkoşîna jiyana azad, di civaka kurd de cîgirtin, hêzên modernîteya kapîtalîst û desthilatdariyên di rewşa ajanên wan ên li Rojhilata Navîn de ne, di helwestên înkarî yên derbarê hebûna kurd de sistbûnek derxistiye holê. Li hember viya fersend ji bo avahiyên dewletparêz ên neteweyî yên kurd tê dayîn. Di rastiyê de ev rewş, bi safseteya(gotinên vala û bêbinî) ‘kurdên lîberal’ derxistine pêş. Ev jî armanc dike ku bendeke din deyne ber têkoşîn û lêgerînên jiyana azad û berxwedana wan. A rastî, ya ku tê jiyankirin û tê xwestin bidin jiyankirin; ji bo hîn bi kûrahî û bi ziravî meşandina qirkirina çandî derfetên nû dide. Polîtîkaya qirkirina çandî ya gerdûnî, di serdema modernîteya kapîtalîst de bûye xwedî nasname. Di tu demeke dîrokê de mirov nebûye şahid ku bi qasî serdema modernîteya kapîtalîst qirkirina fizîkî û çandî hatiye pêkanîn. Kara herî zêde, endustriyalîzm û dewletparêziya neteweyî bi awayê hegomonîk di sazîkirina qirkirina çandî de derbas dibe. Modernîteya kapîtalîst, tenê li ser esasên perçiqandina binyatgerî û watedariya gelan xwe dike hêza dinyayê. Ji bo vê jî, li her deverê dinyayê bi hemû hêza xwe destekkirina desthilatdariyên sîxur û hevkar ên girêdayî xwe, sazî û xebatan datîne pêşiya xwe. Di vê mijarê de, di nav hegemonyaya xwe de rê nade valahiyeke herî biçûk jî. Yên ku weke valahiyên sîstemê tên zenkirin jî, yê xwe dispêre sîstema xerakirin û çêkirinê, di bin venêrîna nihêrtina ji jor ve, derfet dayîna helandin û dan helandinê ye. Dîsa bi heman rengî, di nav hêzên li ber xwe didin de jî her cure xebat û fînansmanên xwe birêxis-

tinkirinê jî temîn dike. Çanda emperyal, li ser çandên civakî yên ku xweserî û cudahiyên gelan temsîl dikin, bi rê û rêbazên herî zirav, di serî de jî di qada edebiyat(wêje), huner û çapemeniyê de hewl dide ku serwer bike. Hemû ecibandin, pêşbirk û festîval, xelat, piştgirî û referansên navneteweyî girtine bin yekdestdariya xwe. Di vî warî de yekdestdariyeke erjeng, tirsnak hatiye sazkirin. Di hemû qadên jiyanê de, di qada civakî, siyasî, aborî, dîplomatîk û çandî de bi yekdestdariyeke di asta gerdûnî de, gel ji bo bêçare bimînin, bibin pêvek û dûvika sîstemê, entegre bibin, xerîb bibin tên teşwîqkirin. Di vî warî de sîstem, bi vegotineke demagojîk û bi têkoşîneke psîkolojîk ji bo bibe navnîşana rêya hemû ecibandin, bêrîkirin(hesret), hêvî, xeyal û halên mirovî hewl dide. Hêzên hegemonîk, li ser meylên azadiyê yên gelan di asta gerdûnî de bi qedexekirinên hiqûqî, bi piştgiriya teknolojiyên bilind û xurt ên leşkerî terorîzmê pêk tînin. Di vê dinyayê de yên ku ji bo hegemonyaya gerdûnî terorîzma gerdûnî pêk tînin, tenê hêzên modernîteya kapîtalîst in. Tê zanîn ku ev hêz, di warê çandî de dipelêxin û derbas dibin, hemû çavkaniyên ku her cure dînamîkên çandî yên aydî gel ji hundir ve bi rizandinê tune bikin, dixin dewreyê. Rizandin, yek ji rêbazên bêmerhamet ên modernîteya kapîtalîst e. Bêmerhamet e, ji ber ku hêrsa kara zêde di nav xwe de meylên faşîst dihewîne. Li hember têkoşînên jiyana azad a gelan çawa ku serê mirovekî bi birekê birîn, kujerî û canîtî be, bi çekên giran ên teknolojîk tunekirina mirovan, wisa pêwîst dike ku sîstem di rewşeke dîn û har, aqilavêtî de be. Rewşa dînîtiyê, aqilavêtinê, halê serkeftinê na, çi bike jî bi ser neketinê, şemitîna axa di bin pêyên wan de û li ber xwe nedana xwe bi xwe xwarina wan e. Hemû nexweşîn, xerabûnên psîko-sosyal û çandî ku di serdema modernîteya kapîtalîst

de derdikevin, belavbûna tiştê ku di sîstemê bixwe de tê jiyankirin e. Sahneyên dînbûn, aqilavêtinê yên di sînemayên dinyayê de, yek ji xuyangên, rûdanên bêçareserî mayînên dinyaya senarîstan e. Em dikarin fîlmên polîsiye jî di vê çarçoveyê de bigirin dest. Her tiştên aydî sîstemê, yê herî rexnegir jî tê de, çarenûsparêzî, qederparêziya ‘di encamê de rewş û halê dinyayê ev e’ dide hînkirin. Vaye aliyê herî xeternak ê qirkirina çandî; di sazîbûnên di vê qadê de sîstem xwe destê yekem ê zana, yê herî baş dizane, yê herî rast û pîvan datîne dibîne û ev ji aliyê mirovan ve tê qebûlkirin. Halê bi zîhnî ji xwebûnê qutbûn, windabûn ev e. Ev, halê herî xetere û bi êş e. Tiştê ku sîstem şaş dibîne, şaş e. Yê ku sîstem paşmayî û hov dibîne jî wisan e. Hemû qada hunerê û nivîsê ya edebiyatê di nav vê gerînekê de tê perpitîn û pê êş didin kişandin. Amadekirina tezekî şoreşger; tê maneya rû bi rû mayîna daxuyaniyên fermî yên bi sedan mirovên bi navê zanyar, ên di kirasê hunermend û nivîskaran de. Ji ber ku fermiyeta dewletparêz, meqama erêkirin û diyarkirina heqîqetê ye. Rewabûna yên ji bilî wî tune ye. Modernîteya kapîtalîst êdî tenê sîxurên îstîhbarî xwedî nake. Di warê civakî, siyasî, çand, aborî, hunerî, zanistî û hwd. di her qadê de sîxurên xwe amade dike. Jixwe beşek jê jî pêwîstî bi mehane, destheq girtinê jî namîne, bi zîhnî, belavkirin û parastina modernîteya kapîtalîst dikin ku ev, rastiyeke din e. Di vê mijarê de portreyên herî reben û belengaz, kesayetên di bin banê gelên bindest de ne û hêza wan a

Di rewşeke ku mirovan hewl dan heqîqetê nas û fêm bikin de, çanda bajarên dewletparêziyê civak weke kabûsekî xist bin fermana xwe. Vê yekê jî bi xwe re feraseteke(çemk) nû derxist holê. Mirov ketin ser rêya lêgerîna heqîqetê

berxwedanê nemaye ku tiştê ev dikin tenê xwe xweşkirin, xweşekî kirin e. Di dinyaya modernîteya kapîtalîst de tu çiqas bixwazî tu dikarî muxalefetê bikî. Lê tenê bi şertekî; di nav jiyana şaş de bimînî û rastiyan rexne bikî… Ji ber ku tu, ji bo sîstemê endamekî/e thînkthankê yî. Hem jî bê destheq. Vaye paşxaneya tiştê ku modernîteya kapîtalîst jê re dibêje lîberalîzm û weke azadî lanse dike, derdixe navê ev e. Bi mînakdayîna ji van tîpan sîstem propagandaya azadîxwazî û demokratiya xwe nake, viya bi beleşî bi wan dide kirin. Vaye xefik û dafika li hember berxwedanê ya hîleya lîberalîzmê…

Berxwedan, Avakirin, Kêlî bi Kêlî Jiyankirin e

Modernîteya kapîtalîst weke demên dawî yên şaristaniya kevn tê diyarkirin. Şaristaniya kevn, di nav xwe de bi amûrên dagirkeriyê heyî dibe. Bûye. Tenê civaka ku ji nav derketiye bi zilm û zordarî û dagirkeriyê neheland û nedaqurtand; têkiliya simbiyotîk û ekolojîk a bi xwezaya yekem re hilweşand û wê dagir kir û anî ber qedandinê. Di halê heyî de hem xwezaya yekem hem jî xwezaya duyem, di dîroka xwe de, demên xwe yên herî bi qrîz û qeyran, bi pirsgirêk û zehmetiyê dikişînin dijîn. Ger pêşî lê neyê girtin, pêkhatina zêdetir felaketên ji xwezayê û civakî jênerevîn e. Çîn, bajar û dewletbûn di rewşa heyî de veguherîne çavkaniya pençeşêra(kanser) civakî. Hilweşîna xweza û derdorê, zêdebûna di çekdarbûna nuklerî de, zêdebûna bêkariyê, civaka xerîdar, zêdebûna gelhe(nufûsê), pençeşêrên biyolojîk, nexweşînên cinsî û qirkirinên çandî û fizîkî yên her ku diçe zêde dibe nîşaneyên viya ne. Bi vê sedemê hilweşîna şaristaniya kevn, hilweşîna mirovahiyê nîn e. Berevajî, modernîteya demokratîk/ rêya şaristaniya demokratîk bûyîna alternatîf e. Modernîteya demokratîk, utopyayek, an jî tiştekî di paşerojê de hatiye jiyankirin nîn e. Di tevahiya dîroka şaristaniyê de, bi berdewamkirina hebûn û dîroka xwe, çavkaniya jiyanê ya nirxên

civakîbûnê ya mirovahiyê ya ku heta îro hatiye. Dîroka mirovahiyê ye. “Lûtke û qûntarên sîlsîleya çiyayên Toros û Zagrosan, qadên ku ev xwedayîbûna şaristanî tê de hatiye haveynkirin bûn. Di hembêza civaka Neolîtîkê de lê weke kurmê darê, bi xwarina wê hebûna xwe ava dikir. Li deştên Mezopotamyayê rêxistinbûna bajar, çîn û dewletê çaxê wê yê rastîn ê ciwanî û gihaştî bû. Şaristaniya Ewrûpaya Rojavayê jî bû çaxa wê ya kalbûn û mirinê. Kurdistan weke welat û kurd weke civak, di çaxê mirinê yê vê xwedayîbûna ku di hembêza ax û civaka xwe de bi pêş ket de êş û jana xwe ya herî qehirker dikişînin. Dema em endamên modernîteya kapîtalîst weke halên mirin û kalbûnê yê xwedayê şaristaniyê şîrove dikin, rastî hîn jî berbiçav dibe. Weke kirdewar(sûbje) modernîteya kapîtalîst û weke tişteyî(obje) rastiya kurd û Kurdistanê, pevçûneke li tu devereke dinyayê nayê dîtin dijîn, ketine qirika hev. Mîna ku di gelek şoreşên mezin de her wekî dîrok careke din ji nû ve vejîn bûye û bi hemû hunera xwe şer dike. Bi vî şerî re yê ku tê hilweşandin, jihevdeketin, ne tenê dewleta neteweyî, qanûna kara zêde, distanên(sêlinge) endustriyalîzmê û ‘sêla sor’ e; veqetîna kirde û heyber(obje) jî hildiweşe. Kurtasiya kurtiya şoreşê di jiholêrakirina parçekirina van têgînan de ye. Bilindbûn, hişkbûn(dogmatîkbûn) û jihevketina îdeolojiya kirde û heyberê, bi bihaya sîstemeke dagirker û pir bi xwîn a herî kêm pênc hezar salan berdewam kir pêk hat.

Jiyaneke bi qasî asîmanan zelal, kelecaneke ku her roj çavkaniya xwe ji vedîtinên(îcadên) nû digire xwe serbest îfade dike, destpêka demeke ku bihuştên xeyal û çîrokên heta nîvê şevan ne tenê ji bo zarokan ji hemû endamên civaka mirovên heyî re, di tehma(tama) helbestê de tê vegotin e

Ev sîstem li ser mirovahiyê tam rola kabûsekî lîst. Mirovahî ji vî kabûsî hê nû nû şiyar dibe. Weke mirov û welatekî azad ev tevgera şiyarbûnê ya kurd û Kurdistanê hêvî dide.” Lêgerînên jiyana azad û heqîqetê yên kurdan tenê bi pêşxistina berxwedanê bi tena serê xwe nabe çareserî. Ji bo ev tevgera şiyarbûne mûtleq jiyanî bibe divê xebatên avakirinê bi ostayî û bi sebir bên meşandin. Xisûsên, xalên di xebatên avakirinê de wê derkevin pêş em dikarin bi kurtayî wiha diyar bikin; “Ya yekemîn; aliyê zîhnî ye. Bêyî ku lêhûrbûnên wan ên ziman, çand, dîrok, aborî û nufûsê îhmal bikin, em behsa aliyên hebûnê yên kesên ku têkildarî van qadên bingehîn, dinyaya zîhnî ku halên xwe yên bi zanebûnî bi hesta piştgiriyê parvekar in(DINYAYA ZÎHNIYETÊ YA HEVPAR), dikin. Di vî aliyî de pîvana bingehîn; proje û xeyala dinyayeke azad û wekhev ku xwe dispêre cudahiyan, di warê zîhnî de parvekirin e. Ji vê dinyaya zîhniyetê re em dikarin bibêjin utopya an jî dinyaya komunal a kesên azad jî. Ya girîng; di qada giştî û dinyaya civakî û exlaqî ya civakê de zîhniyeteke azadî û wekheviyê ku cudahiyan red nake HER TIM jiyankirin e. BÎST Û ÇAR SAETAN BI ZÎHNIYETA DEMOKRATÎK JIYANKIRIN E. Aliyê duyem; bedena ku wê dinyaya zîhniyetê xwe bispêrê ye. Tiştê bi bedenê tê xwestin bê gotin; hebûna civakî li gor dinyaya zîhniyetê ji nû ve bê verastkirin. Li gor dinyaya zîhniyetê ya neteweya ku bi hevparî tê parvekirin, wê civak çawa ji nû ve bê verastkirin? Wê hebûna xwe ya bedenî bi kîjan avahîsaziyê pêk bîne? Bi kurtasî, tiştê ji paşeroj û kevneşopiyê maye û ji nû ve verastkirina derdor û xwezaya civakî ya ku modernîteya kapîtalîst li gor armancên xwe heta bibêjî bi nexweşîn, bi qrîz, bi çewisîn û dagirkerî(pêkanînên digihê heta qirkirina çandî jî divê li viya bê zêdekirin) li hev daniye an ji bêpergal kiriye, aliyê bedenî pênase dike. Aliyê zîhnî, ji ber ku hesta piştgirî

û dinyaya xeyal û fikrî ya civak û kesên dixwazin bibin netewe eleqedar dike, verastkirineke bi sînor pêwîst dike. Ji bo vê, perwerdeya zanist, felsefe û hunerê(ol jî tê de) pêşxistin û bi vê mebestê vekirina dibistanan xebatên pratîkî yên di serî de tên in; perwerdeya hest û zîhniyetê ya têkildarî netewebûnê erkên wê ne. Bi qasî têkildarî hebûna civakî û dîrokî, dema niha û çanda civakî ya têkildarî serdemê derxistina zanebûnê, aliyên wê yên rast, baş û xweşik bi rengekî hest û fikrên hevpar parvekirin esas e. Kurdan têkildarî hebûna xwe, di dinyaya hest û fikrên BAŞ, RAST Û XWEŞIK de weke netewe sazkirin, tesewirkirin e. Bi gotineke din, bi şoreşeke zanistî, felsefî û hunerî netewebûna kurdan, dinyaya hest û zîhnî ya bingehîn a vê netewebûnê avakirin, afirandin e; ravekirina heqîqeta zanistî, felsefî(îdeolojîk) û hunerî ya rastiya kurd bi serbestî parvekirin e. Rêya viya; fikirandina cewherî û perwerdekirina cewherî ye, parvekirina başiyê û jiyankirina xweşik e. Ji aliyê zîhnî ve xisûsa bingehîn a mirov dikare ji bo pêk bînin ji dewletên neteweyî daxwaz bike; tam girêdana bi azadiya fikir û îfadeyê re ye. Ger dewletên neteweyî bixwazin bi kurdan re di bin normên hevpar de bijîn, ji bo kurd dinyaya xwe ya hest û zîhniyetê ava bikin û xwe li ser esasên cudahiyan bikin civakeke neteweyî, azadiya fikir û îfadeyê ya ku pêwîst dike, bigirin bin ewlehiya destûra bingehîn û bizanibin girêdaneke tam nîşan bidin. Rêya avakirina neteweyeke hevpar ji tam girêdana bi azadî û serbestiya fikir û îfadeyê re derbas dibe. Çawa ku jiyana komunî derbasî hemû qadên perwerdehî, çandî û hunerî kirin mimkun e, jiyana civakî û polîtîk jî hem komunkirin hem jî demokratîk-kirin mimkun e. Ya baştir, kêliyê bê paşeroj û pêşeroj nejiyankirin e. Jiyaneke zanyarî, paşeroj û pêşeroj di kêliyê de bi azadî bê ziman û jiyankirin e. Di bingeha çanda modernîteya kapîtalîst û çanda wê ya ku dike kole de, mirov bê paşeroj û pêşeroj bihêle û bike xerîdarên(serfkar) heywanî yên kêliyê heye. Li hember vê çanda jiyanê ya dike heywan a ferdparêziya kapîtalîst, modernîteya demokratîk, divê kes; bi hesreta paşeroja serdema zêrîn û hêviya pêşeroja bi utopya, di civakên komunal ên demokratîk ên kêliyê de bigihîne hev, xebatê weke azadî bihesibîne û bi vî rengî alternatîfbûnê bi ser bixe. Rexneya li ser qadên zîhnî yên modernîteya demokratîk, tenê bi jevxistina dogmatîzma di van qadan de bi sînor namîne. Ji bo zanîst, felsefe û huner rola xwe ya di civakê de bi layiqî bînin cîh rê jî vedike. Modernîteya demokratîk bixwe jî tenê di warê zanistî, felsefî û hunerî de bi rexnekirina modernîteya kapîtalîst saz dibe; amûrên xwe yên têgînî bi pêş dixe. Tengaviya di dinyaya zanîngeh û akademiyên modernîteya kapîtalîst de, bi avakirina zanîngeha azad û saziyên akademîk ên têkildarî her qada civakê hewl dide çareser bike. Her ku hegemonyaya îdeolojîk a sîstemê ji hev de bikeve, wê pêşiya zîhniyeta modernîteya demokratîk jî vebibe. Ev jî rê li ber jinûve avakirina modernîteya demokratîk vedike. Em tenê tengaviya aborî, civakî û polîtîk a modernîteya kapîtalîst bi binyadî, bunyewî najîn; pêre tengaviyeke heqîqetê ya bi kok jî jiyan dikin. Pêşketina mirovahiyê, her tim bi pêşketinên di têgihîştina heqîqetê de çêbûye. Kapîtalîzma ku têgihîştina heqîqetê sanal kiriye, di dîroka mirovahiyê de rêya jiyana herî xerab, kirêt û şaş vekiriye. Di rêya jiyana şaş de RAST nayê jiyankirin. Di rêya jiyana xerab û kirêt de jî BAŞ û XWEŞIK nayê jiyankirin. Ji bo jiyanê felaketeke ji qrîz û şeran girantir, bi qutiyên jiyana sanal ku rê li ber qutbûnên bingehîn ên ji têgihîştina heqîqetê vedikin re bi koleyî girêdan e; di rêyeke şaş, kirêt û xerab a ku ji zû ve ye hatiye diyarkirin de jiyankirin e. Nîqaşên di giştî de modernîte, bi taybet jî modernîteya demokratîk dikare têgihîştina me ya heqîqetê ji nû ve bi pêş bixe. Em dikarin ji jiyanên ku di rêyên şaş, kirêt û xerab de heba dibin qut bibin û berê xwe bidin rêyên jiyanê yên rast, xweşik û baş. Ji bo vê, bi şoreşa zîhniyetê ya modernîteya demokratîk, bi rêya felsefe, huner û zanista ku civakî dibe, em dikarin têgihîştina xwe ya heqîqetê bi hêz bikin û jiyana rast, baş û xweşik pêk bînin. Çawa ku sînorên hesret û hêviyan tune ne, ji bo bê pêkanîn li pêşiya kesan ji wan pêştir tu astengiyeke cidî jî tune ye. Bes bila hinek namûsa civakî, hinek eşq û aqil hebe!”.

DAyIKA FAtMA: HELbESt nASnAME û EynIKACIVAKê yE

Fatma Taşli ya 53 salî hê zarok bûye dest bi xwendina helbestan dike. Qet helbest nenivîsiye, piştî kurê wê yê gerîla dibê ‘Dayê tu hêj helbestan dixwînî?’ bersiva erê didê û li ser daxwaza kurê xwe dest bi nivîsandina helbestan dike.

A: DENÎZ ÎKE

Dayika Fatma Taşli(53) ji zarokatiya xwe ve helbestan dixwîne û zêdetîr 5 salan e jî helbestan dinivîse. Taşli dibistan nexwediye û bi keda xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûye. Ji dîrokê heta roja îro gelên Kurdistanê û bi taybetî jî jin di beşên stran, helbest, şano, sinema, siyaset, felsefe û wêjeyê de ji bo ku pêş nekevin ji aliyê pergalê ve tên pelçiqandin. Dema ku mirov guh dide dayika Fatma Taşli dibîne ku jiyana wê tevahî bi têkoşîn û berxwedanê derbas bûye. Taşli di sala 1967’an de li navçeya Rezana Amedê hatiye dinê û ji ber bavê wê leşkeriya artêşa Tirkiyeyê nekir ji Rezanê neçarî koçî herêmên cuda bûn. Taşli di temê zarokatiya xwe de tê zewicandin û hînî di zoraktiya xwe de dibe dayik û barê giran yê jiyanê dikeve li ser milê wê. Taşli dayika 7 zarokane. Taşli demek dirêj e di televziyona Jin Tv de bernameya Dayikan jî pêşkêş dike. Taşli ji helbesvanan gelek ji Cigerxwîn hes dike û 25 helbestîn wî ji ber dizane.

BARÊ GIRAN YÊ JIYANÊ

gelek cihan kar kiriye û wiha qala çîroka xwe dike: “Ji ber ku bavê min dayika min revand û leşkeriya artêşa Tirkiyeyê nekir em neçar man ku ji Rezanê koç bikin. Cihê ku em çûnê ji ber ku bavê min dayika min revand kesê ji me hes nedikir û bi çavê cuda li me dinêrî. Bavê min ez di temenê 16 salî de zewicandim. Di temenê biçûk de barê giran yê jiyanê kete li ser milê min. Hîna ez bi xwe zarok bûm ez bûm dayik. Hevserê min pir bi malê ve eleqeder nedibû û hemû barê jiyanê kete li ser milê min. Ti cih neman ku ez lê nexebitim. Ez li zevî û kûçeyan xebitîm û min bi keda destê xwe zarokên xwe mezin kirin”.

PIRTÛKA HELBESTAN

yê biçûk de dest bi helbestvaniyê kiriye û wiha pê de çû:“Ji zarokatiya xwe de ez helbestan dixwînim. Bavê min herdemê ji bo me helbest dixwend. Bavê min di ciwantiya xwe de derbasî Rojava bû û demek dirêj li gel Cigerxwîn ma. Ji ber ku li ge Cigerxwîn ma bû, bandora wî gelek li ser bavê min çêbûbû. Piştî bavê min hate malê jî her demê helbestên Cigerxwîn dixwend û bi vî şeklî ez jî pê bandor bûm û min dest bi xwendina helbestan kir. Dîsa ez gelek ji klam û stranên Radyoya Êrîvanê bandor bûm. Berî 5 salan jî min dest bi nivîsandina helbestan kir. Kurê min Şoreş di sala 2009’an de tevlî nava refên gerîla bû û demek dirêj min agahî jê negirt. Herî dawî min bihist ku kurê min li Rojava ye û bi telefonê li min geriya û got, dayê hîna tu helbestan dixwînî? Min jî got, erê. Kurê min jî got, dayê divê tu dest bi nivîsandinê jî bikî. Min ji li ser daxwaza kurê xwe dest bi nivîsandina helbestan kir. Niha gelek helbestên min hene û ez amadekariya pirtûkekê dikim. Piştî kurê min Şoreş di sala 2015’an li Miştenûrê şehîd ket min li ser kurê xwe helbestek çêkir. Her wiha li ser hevalê Nûman jî min helbestek çêkiriye. Helbestên min li ser jin, komkujî û zordariya li ser Kurdan e. Min li ser komkujiya Roboskê jî du helbest nivîsandiye”.

‘HELBEST EYNIKA MIROV E’

Taşli helbestê bi van gotinan wate dike:“Helbest parçeyek ji wêjeyê ya her gelî û civakê ye. Çandîn helbestvan, nivîskaran, helbest nivîsîne. Her yek bi şêweyekê ye. Li gor min weke eynika mirov e. Lewre ew eynik derewan nake, êş û jan, keyfxweşî û nexweşiya civakê derdixe derve. Hinek cih hene bi wejeya xwe, hinek jî bi çanda xwe tên nasîn. Her yek ji wan bi rengekî dîtir tên nasîn. Helbest jî dikare bibe nasnameyek, dikarê bibê hebûnek. Dema ku mirov xwe nas neke nikare helbestan jî binvîse û bixwîne”.

Bavê min di ciwantiya xwe de derbasî Rojava bû û demek dirêj li gel Cigerxwîn ma. Ji ber ku li ge Cigerxwîn ma bû, bandora wî gelek li ser bavê min çêbûbû. Piştî bavê min hate malê jî her demê helbestên Cigerxwîn dixwend û bi vî şeklî ez jî pê bandor bûm û min dest bi xwendina helbestan kir

This article is from: