8 minute read

DENGBÊJÎ RUH Û BÎRA JINAN E

Next Article
ÊX XIDIR KIYE?Ş

ÊX XIDIR KIYE?Ş

DEngbêJî RuH û bîRAJInAn E

Di salên dawî de li bajarên Rojhilat xebatên çandî yên ji bo zindîkirina çanda dengbêjiyê hatibin meşandin jî têr nakin. Nemaze piştî 2003’yan, li Ûrmiyeyê şevbêrk tên lidarxistin û hunermendên li bajarên cuda dicivin, hunera xwe pêşkêş dikin. Lê sed mixabin polîtîkayên dewletê rê nadin ku jin jî beşdarî van şevbêrkan bibin û hunera xwe pêşkêş bikin.

Advertisement

A: Zehra Mohammedzadeh

Dengbêjî ruh, bîr û ramana jinê ye ku bi rêya çemek gur û geş ê ji çandê diherike, dibe hizr û ferasetek ku civak pê teşe digire. Dengbêjî bûye kaniyek herikbar a çanda kurd û di her serdemekê de bi awayekî dengê civaka kurd a bi êş, keder, koçberî, şer, serhildan û hwd. gihandiye û heya roja îro parastiye. Nexasim ev yek bi rêya hest û ramana jinê, baldariya wê ya di mijara bûyerên rojane yên di nav civaka kurd de diqewimîn hîn rengek cuda girtiye. Ger civaka kurd heya îro karibûye xwe ji hêla çand, huner û wêjeyê ve biparêze, ev yek heya astekê bi saya hunera dengbêjiyê pêk hatiye. Bi taybetî jî dema em civaka kurd a ku her tim û di her pêvajoyekê de rastî qirkirinê dihat binêrên; nexasim jî di pêvajoyên ku zimanê nivîskî yê kurdî ev çend pêş neketibû, em ê rola dengbêjiyê ya di zindîhiştin û parastina ziman de jî hîn baştir bibînin. Ji bo wê jî girîng e mirov balê bikişîne ser rola jinê û serîrakirina wê ya li dijî qirkirina fizîkî ku bi dengê xwe yê zelal jî bûye bend li ber êrîşên qirkirina çandî. Bêguman bi pêşketina pergala mêrsalar û feodal de, bi taybetî jî bi ol û qanûnên pergala patrîarkî ku li ser jinê hatiye ferzkirin, jin gelek caran rastî zext û astengiyan hatiye û xwestine pêşî li deng, reng û awaza wê bigirin. Ji ber ku pergala serdest pir baş dizane, her gotin, qêrîn û nalîneke jinan bi hezaran serpêhatiyên civak û jinan radigihîne. Û ev deng van peyamên ku bi dengbêjiyê ji dîrokekê ber bi dîrokeke din ve diherikîne, radigihîne û dibe bîreke zindî ji bo gelê kurd. Her lorandin û gazinên wan şibakeyeke nû ye ku ber bi rastiya civaka kurd ve vedibe. Li rojhilatê Kurdistanê çanda dengbêjiyê xwedî girîngiyeke mezin e. Bi taybetî heya roja îro jî li herêmên Makû, Xoy û Ûrmiyê çanda dewlemend a dengbêjiyê karibûye xwe biparêze. Lê mirov nikare ji bo dengbêjiya jinê vê yekê bibêje; ji ber astengî û polîtîkayên dewletê dengê herikbar ê jinê asteng kiriye û rê li tunebûna çanda dengbêjiya jinê hatiye vekirin. Gotina kilamên ku qala koçberiyên bi êş, evîn, çîrokên jinê, serhildanên kurdan kirine, bi demê re ji bo jinan wek şerm hatiye dîtin. Ev yek jî bi kodên civakî ku bi ol, kevneşopî û paşverûtiyan

li ser jinê dihat ferzkirin, dihat kirin. Nexasim piştî şoreşa îslamî ya Îranê deng û awaza jinê tê qedexekirin û ji ber bandora olê dengê jinê guneh tê dîtin. Di civat, dawet û şînan de gelek caran jinan stran digotin, lê li derve, cihên komî ev yek zêde nepêkan bû. Elbet ev yek jî bi demê re ji holê radibe. Jixwe heya salên 1960-69’an (her çend dengbêjî li Rojhilat pir li pêş bû jî), jinên dengbêj zêde dernediketin pêş. Ji bo cara yekê li radyoya Ûrmiyê ya beşa kurdî (ku nîv saet, saetekê weşan dikir), di sala 1917’an de wê Îran Xanimê stran bigota. Îran Mucerd (navê wê yê hunerî Îran Xanim e), yekemîn dengbêja jin bû ku li rojhilatê Kurdistanê, bi daxwaza hunermend Hemîd Yûsifî, Mistefa Elîzade, Îbrahîm Nurozî bi zaravayê kurmancî wê di sala 1971’î de, bi awayek fermî di radyoya Ûrmiyeyê de dest bi dengbêjiyê bikira. Ew di navbera salên 1950-1951’î de, li rojhilatê Kurdistanê, gundê Înkesû ya herêma Biradostê tê dinyayê. Ji 1971’î heya 1979’an, Îran Xanim ji bo tomarkirina stranan her du mehan carekê wê biçe radyoyê. Ew stranên herêmên bakurê Kurdistanê, bi taybetî jî yên herêma Serhedê dixwîne: Bi dengê wê yê zelal wê stranên “Bajo Emrê Min”, “Delal Ez Bi Heyran”, “Dilê Min Loy Loy” , “Lê Lê Yeman” û “Şerê Cezo û Salihbeg” li asoyên welat olan bidana. Her çend tê gotin gelek stranên wê bixwe jî hebûne, lê ji ber ku nehatine tomarkirin, heya roja me ya îro nehatine. Mixabin gelek jinên dengbêj ku stranên wan nehatine tomarkirin, her wekî navê wan, kilam û dengê wan jî wenda bûye. Di salên dawî de li bajarên Rojhilat xebatên çandî yên ji bo zindîkirina çanda dengbêjiyê hatibin meşandin jî têr nakin. Nemaze piştî 2003’yan, li Ûrmiyeyê şevbêrk tên lidarxistin û hunermendên li bajarên cuda dicivin, hunera xwe pêşkêş dikin. Lê sed mixabin polîtîkayên dewletê rê nadin ku jin jî beşdarî van şevbêrkan bibin û hunera xwe pêşkêş bikin.

Bi dengê wê yê zelal wê stranên “Bajo Emrê Min”, “Delal Ez Bi Heyran”, “Dilê Min Loy Loy” , “Lê Lê Yeman” û “Şerê Cezo û Salihbeg” li asoyên welat olan bidana

GunDê CIDALê LISERDEStê EşîRA fEqîRA û çêLKAHAtIyEAVAKIRIn

Li derbarê Dîroka Gundê Cidalê de di Hevdîtinek Tayîbet de bi Şivan ‘Elî yê nêzî 70 Salî re axivî:A: xwedêda seydo

- Gundê Cidalê ji çi Serdemê ve heye?

* Gundê Cidalê yê ku di Kevîte Bakûrê Qûntara Çiyayê Şingalê de Ev Gund ji Serdemekê gelek Kevin ve heye jiyê Min nêzî Heftî Saliye û Beriya Min jî Bav û Bapîrên Min, di vî Gundî de jiyane û beriya Min bi nêzî Dûsed Salî jî Gundê Cidalê hatibû avakirin ku li demekî Xatûnî li Pala Dûlkê bûn û Em li Gundê Hesina bûn û li wî demî ji ber, ku di kotek bûn ne di hiştin ku Em bên û Ava xwe ji Gundê Cidalê bikêşin û Em bi Keran diçûn Cohtkirina Erdî û Me Rezên xwe Coht dikirn û Em diçûne ser, li Werzê Zivistanê Carek din bi Koçertiyekê Em dihatin Xaniyên xwe û jiyana Me ya Koçertiî jî bi vî awayî derbas dibû Me Ceh û Genim li her deqa Erdê ku me xwestiba me Coht dikir, û Ne wek niha bû li wî demî tu Kesî ne digot Erdê Mine û her gava ku Me bi xwesta meyê Tovê xwe pî werkirba ku li serdem kevin jî de Gundên Werdî, Heyal, Sikênî û Cidal jî li cihê xwe de bûn, ‘Eşîrên wek Qîranî, Simoqî, Feqîr û Çêlka ku Feqîr ji ‘Eşîrên din hemûyan pitir li Gundê Cidalê hebûn.

- Eşîrên ku dest bi avakirina Gund kirin li despêkê?

* Li despêka ku Gundê Cidalê avabûyî Herdû ‘Eşîrên Feqîra û Çêlka li despêkê dest bi avakirina Gundê Cidalê kirbûn lê bi qasî Erdê ku digirtin nebûn ankû Mirovên, ji van herdû ‘Eşîran kêmbûn li dema ku Gundê Cidalê hatî avakirin û bi nêzîka Sed Malbatî li despêka Gund lê diman û li wî demî gelek Erd nedigirtin û Hewşên dirêj, çênedikirin lê ji ber ku jiyana Koçertiyê bû Erd zehf digirtin ji ber Çandinê û jiyana wan li ser wê çendê bû û Gundiyan ava xwe ji kaniyê tanîn û yê ku dû Kerên, wî hebûne Erdê xwe pê Coht dikirin Ceh û Genim di çandin û Genim û Cehê xwe dibirin Aş di Hêran û dibirin Mal ji bo ku xwarina devê xwe peydabikin û ‘Eşîra Feqîra ji Babkên, Hemo, Cindo, Şerqiya û Ûso bûn û herwisa ‘Eşîra Çêlkan jî ji Babkên Bûzêra û Rebena bûn ku Ev Herdû ‘Eşîr bûn Gundê Cidalê avakirin.

- Navê Gundê Cidalê ji çi hatiye?

* Navê Gundê Cidalê Navek pir kevnareye û ji serdemekî Dêrîn ve heye ji Gotina Hadî Emel ku Leşkerê Îraqê yê ji beriya Sedam Hisên jî bû û li wî Demî ku Turimbêl, û Teknîk nebû yanjî kêm bû Leşkerê Hadî Emel bi Hespan û Dewaran gera xwe dikirin û diçûne Koçkên hev li ba hev di Rûniştin û Kesayetiyên ku ji Gundê Cidalê derketine, Tembûravan û Stranvan bi Şevan li Koçk û Dîwanên Gundî di Stran û Kêf û Xweşî di gêran û Jiyaneke Xwezayî ya Çiyayî bi Pez

Beriya Min bi nêzî Dûsed Salî jî Gundê Cidalê hatibû avakirin ku li demekî Xatûnî li Pala Dûlkê bûn û Em li Gundê Hesina bûn û li wî demî ji ber, ku di kotek bûn ne di hiştin ku Em bên û Ava xwe ji Gundê Cidalê bikêşin

û Şênatiya Erdî derbas dikirin, û Ez bi xwe Tembûrvanê Gundê Cidalê bûm û Min Stran di gotin û xortn bi hevere Dîlan di gêra çi şahî çi kêfxweşiya Koçertiyê bi Stran gotinê me bi hevre dikirin, Stranvan û Tembûrvanên Gundê Cidalê ji ‘Eşîrên Çêlka û Feqîran bûn û Mitirban dihatin Dohil û Zirne di Kutan û Rîzên Dîlanê dihatin girêdan ku li wî demî jî ‘Eşîrên Me li nav hevde bûn, û bi Hevre Kêfxweşî bigre hitanî bi Rojên Giran jî bi Hevre derbas dikirin lê Mixabin li Fermana 3ê Tebaxa 2014 gelek Şer li vî Gundî hatin kirin û dû Kesên Me bi Navê Ekrem û Hecî bi saxî, birin ber bi Sûriyê bjarê Holê hundabûn û hitanî niha Em Xeberekê jî nizanin Hevjîn û Zarokên wî bi Tenê man bi dehan Xort kuştin û Mal Peqandin li Gundê Cidalê, û Derdorê wê lê me her berxwedaniya xwe domand hitanî ku ji Destê Çeteyên DA’ÎŞ ê rizgar bûn ev Heft Salên Min Ez li vî Gundî tî û Birêî li nav Dûpiş, û Maran de di mînim li Şukir ji Xwedêre û mala wî ava û her tim Ez di bîjim Mala Xwedê ava û Ez Guhdariya Xwedê dikim û ji dema ku Me xwe dîtî Em vî karî dikin û Em di wisayne, û Em Pez difiroşin ji boyî ku Pêdawîstiyên xwe Temam bikin û Debara jiyana xwe ya Rojane bi Rêve bibin beriya Fermanê Me bi dû Keran Erd ji xwe re li beriyê Coht dikirin, lê niha nahêlin û bi Terektoran û Derasan Coht dikin.

- Xelkê Gundê Cidalê Miriyên xwe li kur bin Ax dikin?

* Berê ankû Dema ku hîj Ez Zarok Kesê bi Qedir dibirine ber Şêbil Qasim gordikirin lê vê taliyê gotin xemnîne û hemûyan Miriyên xwe anîn ber Şêx Mend, ku Quba Şêx Mend jî li Dawiya Gundê Cidalê ye û ‘Eşîrên wek Feqîr, Çêlka û Qîranî bûn lê ‘Eşîra Qîraniya pitir Miriyên xwe dibirin Girê Gewir û Quba Şêx Mend ku li Gunde ye, li Fermana 3ê Tebaxa 2014 de Çeteyên DA’ÎŞ ê Peqandin û Rûxandin Ez di Jiyê Zaroktiyê de bûm pêxwas diçûm Qendîlê ji wir li ser Kevran re di meşiyam, ji ber Sêdinankan(Corekê Şînatiyê bi qasî Nehkane û striyên tîj hene) hitanî ku di gehiştim ser Ava Ci-

This article is from: