15 minute read

ÊX XIDIR KIYE?Ş

Şêx xIDIR KIyE?

Êzidî û Êzîdxan bi Xîreteke bê dawî Mêrxasan Avakiriye û Gelek Dastanên Ceng û Şeran li Qelem dayne, yek ji wan Mêrxasan jî Şêx Xidire li derbarê Jiyana Wî de Saro Mirad Şêx Xidir di axive:-

Advertisement

A: şîrîn seydo

* Ez birayê Şehîd Şêx Xêrî me ji Qedîm(Kevin) de Gundê Sîba Şêx Xidirê Me avakiriye Emê ji Dîroka ku Gundê Sîba Şêx Xidirê hatiye Avakirin de Despêkin, li Dema ku Sîstemê Dewleta Îraqê Milûkî bê û Pişrebû Cemhûrî û li wî Demî ku Xelk di revî lewma Sîh û Sê Gundên ‘Eşîreta Qîraniya revîn ji Gundê Sîba Şêx Xidirê, lê ‘Eşîreta Me ne Revî ji Sîbayê ku li wî Serdemî Ingilîs Bîreke(Çala Avê) ji Me re li Gundê Sîba Şêx Xidirê Kola bûn ku Em li wî demî li Girkê Me yê kevin bûn û li Xaniyên Kevin debûn, û Piştî bûyî Şoreşa Şewaf her Sîh û Sê Gundên ‘Eşîreta Qîraniya Revîn Gundên Sikêniyê û Heyalê lê Eê ne revîn li ku li Sala 1959zn û piştî ku li Îraqê Tevlî Hevî çêbûyîn Me li Ser Bîra xwe Gund Avakir, ku li Wî demî Rehmetiyê Şehîd Şêx Xêrî li Dibistanê bû li dema ku Me Gund Avadikir û piştî wêjî bû Demê Hizba EL-Behit hat ku li Sala 1975zn ji Êzidiyan hemûyan kirine Komalgeh û pir Ziyan gihandine Me, û li Wî Demî hindekan Gund ji xwe re Avakirin û hindekan avanekirin û ketine Gundên Sikêniyê û Heyalê û piştî Gundan jî kirine Komalgeh û piştî Gomalgeh avakirîn, li Sala 1975zn Daxwaza Çûyna ‘Eskeriyê ji Me kirin û Em hemû bûne Leşker û li Wî demî Rehmetiyê Şehîd Şêx Xêrî Revî û Çû Sûriyê, ne tinê Ew Birayên Wî Kokez, Şemo, Silêman û Heyder jî ji Leşkeriyê Reviyan û ber xwe dane Sûriyê lê Em man di Cihê xwe de û Piştî Hingê Min Got Em nikarin û Em jî gihiştine wan, û ji Sûriyê ji Malbata Me hindek Kes çûne Ewrûpa û yên din jî Me ber xwe da Îraqê ji ber ku Lêbûrîn ji aliyê Hikûmetê ve çêbû Em hatine Îraqê, û piştî Em ji van Dîrokan xelas bûyîn û ji ber ku Gund li ser navê Bapîre Min Şêx Xidir bû û hitanî roja Îro jî lê Mixabin hita Roja Îrojî Kesekî lê ne pirsî vêce Me Got Emê biçin Erdê xwe biçînin û Me Îsal Erdê xwe çand, û Em Daxwazê dikin ku Hindek Alî bi Me ve rabin da ku Em Milkê xwe ji xwe re Avabikin ji ber ku Hitanî niha Em di bin Çadiran de rezîl bûn, û ev Sêçar Salan Ez li Nehiya Sinûnê me û yên din li Be’edrê ne ji ber vê Çendê jî Em Dixwazin biçin Qîşla xwe ji xwe re avabikin û Em bigehine Hevdû ji ber ku DA’ÎŞ neman.

Tam li Se’et 02:00 bi Dema Bexda/ Îraq ê piştî Nîvê Şevê êrîş bi ser Gundê Gir Zerk de pêkanîn û Şêx Xêrî got Ezê biçim Aliyê Rojava û Bîksî û Turimbêl birin

- Şêx Xidir Kî bû, ji çi Binemalê bû û Çend Zaroyên wî hebûn?

* Şêx Xidir ji Dîrokêve li nav Qîraniya bû ku li Wî Demî Şêx Xidir Heft Kur hebûn Ewjî ‘ito û Reşo ku herdû ji Yek Dayîkê bûn, û Babê Min û Pênc Birayên xwe hebûn ku di gotinê Zaroyên Mencê Ew jî Babê Min Mirad, Sima’îl, Xwedêda, Şêx Emîr û Şêx Elyas ku Herpênc jî Kurên Mencê û Şêx Xidir bûn li Gundê Sîba Şêx Xidirê, lê ‘ito û Reşo xwe ji Me Qut kirin lê Babê Min got wisa çênabê û her Kurên Şêx Xidirê ne û rabû çû Herdû jî anîn Me Gundek bi ser Erdê xwe ve Avakir, û wan jî Gundê xwe avakir û li Ba Me bûn hitanî Fermana Sala 2014an jî û hitanî niha dibîjinê Gundkê Reşo û piştî wê Ev Gund xerakirin û Kirine Komalgeh û Em hemû li cem hevin, û niha Gundê Me Sîba ya ji derveyî Komalgehê ye û Gunê Yekem li nava Gir û Komalgehê de ye û ji kevin deye û li Fermana Dawî Kurekî Şêx Xidirê meye Ewjî Elyase û li Welatê Bilcîka ye, û hita niha nehatiye Îraqê û Em jî hinek Kes ji me li Virin û Hindekên din Çûyne ji deveyî Welat û ‘Eşîra Qîraniya bi Temamî ‘Eşîra ŞêxXidirê bûn ankû Şêx Xidir Serok ‘Eşîr bû, û Em Şêxên wan bûn û Ew Mirîdên Me bûn û Em ji ya hev dernediketin û eger bîjê Muxtarên ‘Eşîrê gelek Muxtar hene û niha Em Kurê Rehmetiyê Şêhîd Şêx Xêrî wek Nwînerê ‘Eşîrê dibînin, û Mişhil Kurê Şêx Emîre û ji ber ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re Hefpişke Em Wî wek Nwînerê Qîraniya nabînin û Em dixwazin ku Esaseke xwe ji nûve avabikin, û bi Navê Mala Şêx Xidirê hemû li Gundê Sikêniyê bigehin hevdû û Qîşla xwe avakin û li ser Milkê xwe bin û di Dîroka Me Mala Şêx Xidirê de li Ferman 3ê Tebaxa 2014zn Em ketin Çiyê de, û Rehmetiyê Şehîd Şêx Xêrî got Hûn Herin û Malbatan derbasî Herêma Başûrê Kurdistanê bikin û Ezê li vir bimînim li ser Silahên xwe hitanî ku li Min vegerîn ji boyî Xortên Me, vêce Xortên Me hatin lî Kombûn û Silah Danêtê û Herêma Kurdistanê jî Harîkarî ji Me re kir û Silah danêtê û Em li ber xwe Sekinîn û Me Berxwedanî kir, û Hitanî Rehmetiyê Xêrî Şehîd nebû Me Sikênî berneda û Roja ku Xêrî Şehîd bûyî Hemûyan Cihên xwe berdan û li wî Demî, Mala Şeşo Cihê xwe ber Mezargehê Şerfedîn bernedan û Mala Şeşo Ciwamêre û bi Si’ûde û herwisa ‘Eşîra Feqîran

piştî wê çendê bûne Dû Partî Yek jî Yesar(Çep) û ya dinjî Partiya Yemîn(Rast), vêce piştî bûyîn dû Partî Şêx Emîr got Emê li Mala xwe rûnîn rabûn Şêx Emîr bi Darvekirin li Zîndanê de

jî Geliyê Kersê bernedan û Me jî cihên xwe bernedan û hitanî ku li vê dawiyê, piştî rewş Tevlîhev bûyî Hindek Kesên Me li Vir man û hindek jî li wir man û Hitanî niha yên Me li Herêma Kurdistanê ne û Em Daxwaz dikin ku Harîkarî bê kirin ji bo Ku Em Qîşla xwe li Sikêniyê avabikin, lê ne Rêxistineke Mirovî tê û ne jî Herêma Kurdistanê alîkariyekê dike û ne jî Merkezî(Hikûmeta Navendî) ya Îraqê ji me re Alîkariyê dike û Eve Çar Salin Em li ber Dîwarên Xelkê ne.

- Şêx Xidir li dema berê de di xwest çibike ji Êzidiyan re li hember Dewleta Îraqê?

* eger Em bên Rehmetiyê Şehîd Şêx Xêrî li tu Tiştî ne di geriya û Rehmetiyê Xêrî Karê wî bi tu Partiyê nebû lê tinê Daxwaza wî Ew bû ku Êzidî li Çiyayê Şingalê bibin yek dest û bigehin hev, û Xêrî hertim ji belengazan re dikir û Menhecê(Rêbaz)a Wî Ew bû û bi Feqîr û jaran ve rabê û Wî di xwest ku Cihê xwe bigirê û Êzidî tev bibin Yek.

- Nakokiyên ku li hember Dewletê ji ber çibûn?

* bi Tayîbet Em wek Mala Şêx Xidirê Me dixwest ku li Hember Hikûmetê rabin û Em Cihên û Erdên Êzidiyan bikine Yek ku ne Wek Bisilman li Cihên Me de bin, Şêx Xêrî bi vê Çendê radibû ku Hertim Parastina Şingalê bike lê ji ber çi wihabû?ji ber ku Şêx Xêrî li Êzidyatiyê di pirsî û Menhecê Wî Ew bû li Nesîbe got belkî Em bi Êzidîtayê bi serbikevin, û Karê Şêx Xêrî ne li Partiyan digeriyan û ne jî li Madî di geriya Şêx Xêrî li Ewrûpa bû lê hîjî li dema ku DA’ÎŞ derketî û Êrîş kirî ji Ewrûpa li Firokeyê Swar bû bi Malbata xwe ve, û hatine Îraqê ji bo ku li hember Êrîşên DA’ÎŞê Berxwedaniyê bike û hitanî ku DA’ÎŞ ne şikest li virbûn ankû li Şingalê û piştî ku Şikestin ji nû Malbat hindek jî Çûne Ewrûpa.

- Peywendiyên Şêx Xêrî bi Welatên Dervere li ser çi Asasê bûn?

* Şêx Xêrî diçû Sûryayê û daxwaz dikir ku Lîsteya Alîkariyê pêşkêşî Êzidiyan bikin ji ber ku Hêzeke Me nîne û tinê ji boyî xatirê ku Miletê Me bibin Yek û Em pê debara Jiyana xwe bikin, lê eger ne ji vir û ne jî ji Wir Destê Alîkariyê dirêjbikin Alîkariyeke Me nîne ku Em li berx-

we bidin û pê Jiyan bikin lê nesîbe Menhicê Me wisa lêhat, DA’ÎŞ jî ne ji Me bi tinêre hatibû Fermaneke Navnetewî bû hat û Em jî bi ber lingan ketin vêce çilobû Em wek Malbata Şêx Xidirê tucarî dest ji hev bernadin, û tucarî Em dest ji axa xwe bernadin û Zaroyên Min niha nêzîka dehan li Ewrûpa hene lê Ez naçime Ewrûpayê ji ber ku Ev Axa Me ye û Ev Cihê Me ye Em dixwazin ku, Em wek Mala Şêx Xidirê biçin Mala xwe avabikin Sikêniyê û Qîraniyên Me Mirîdên mene wê li Me kombin û dîsa Ciyê Me wê Avabê wek berê, yanî eger Em biçin Mirîdên Me jî wê li Me kombin niha Mesela Me ewe ku Madiya Me nîne û Hêza Me nîne û eger bitinê Rêxistineke Mirovî alîkarî ji Me re kirba Meyê Avakirba, û Ciyekî Me çêbûba Miletiya Me wê li Me vegeryaban û dîsan wê lihev Kombûbane Wek Berê.

- Şêx Xidir dixwest ku Hêzekê ji Xortên Êzidiyan avabike û tinê girêdayî Êzidiyan bê û ne girê

Piştî bûyî Şoreşa Şewaf her Sîh û Sê Gundên ‘Eşîreta Qîraniya Revîn Gundên Sikêniyê û Heyalê lê Eê ne revîn li ku li Sala 1959zn û piştî ku li Îraqê Tevlî Hevî çêbûyîn Me li Ser Bîra xwe Gund Avakir, ku li Wî demî Rehmetiyê Şehîd Şêx Xêrî li Dibistanê bû li dema ku Me Gund Avadikir

dayî cihekî din bê?

* Helbet Mala Şêx Xidirê ev çende dixwest û Em wek Mala Şêx Xidirê Menhecê(Rêbaza) Me ne tû Kesbû û ne Me Kêmaya Kesî dixwest û ne jî Me Şerê Kesî diviya, lê tinê ji ber ku Me dixwest Xortên Êzidiyan beşdar bibin û Kombibin di gel Yek û li Hev Bipirsin da ku Şingal ji dest Me neçe.

-Rûdanên giran yên li Serdemî Sedam Hisên bi ser de hatîn çibûn?

* li Serdamê Sedam û Rûdanên ku bi ser Me de hatîn li serê Rojê Hikûmeta Sedam ‘Esker tanîn û dora Malên Me digirtin, Min tê Bîra ku Ez ‘Esker bûm li Sûriyê Şikayet dikirin û di gotin wê li Sûryayê û dihatin Dora Mala Min digirtin û hitanî sibê dora Mala Min ya girtîbû û li, Wî Demî Şêx Xêrî li Sûryayê bû û li wan Rûdanan pir Ziyan gihandin Me û di gotin Miharibîn ketine Çiyê de û Em ne bi Partiyekê re bûn Şikayet li ser Me çêdibûn, di gotin Werin Xwe bikin

Partî lê Me di got Em xwe Partî nakin ji ber ku Em li Menhicekî di gerîn ku Êzidîtaye û Em li Miletê xwe di gerin Em ne li Partîtiyê digerîn, û her Serê rojê Em di revîn û li Dawiyê Min gote Rehmetiyê Şehîd Şêx Xêrî were naqediyê Emê derbasî Sûriyê bibin û bi Şev Em Hemû Revîne Çiyê ev Rûdanjî li Sala 1986zn bû, û Em Revîn çûne Sûryayê li wirjî Çar Sala Em man û li wî demî Sedam Hisên lêborîn da ji Penaberên Sûriyê re û Em hatine Îraqê li ciyên xwe vegeriyan, li wî Demî Şêx Emîr ku Ew jî ji Binemala Şêx Xidir bû û Ew Rêveberê Şingal hemûyê bû ku li wî demî Hizba El-Behit ji nav çûyî Şêx Emîr, ne tinê Şingal belku yê Devera Neynewe Hemûyê bû ku yê girêdayî Merkezî(Navendî) bû û piştî wê çendê bûne Dû Partî Yek jî Yesar(Çep) û ya dinjî Partiya Yemîn(Rast), vêce piştî bûyîn dû Partî Şêx Emîr got Emê li Mala xwe rûnîn rabûn Şêx Emîr bi Darvekirin li Zîndanê de.

- li Serdemê Ehmed Hesen ElBekir bû ku Serokê Îraqê yê berê bû li wî Demî liv û tevgerên Malbata Şêx Xidirê di çi Astêdebûn?

* li Serdemê Ehmed Hesen ElBekirî ku Serokê Îraqê yê beriya Sedam bû û li Wî Demî Hikûmetê Şêx Emîr girtin Sedem ji ber ku ‘Eşayirî piçek tevlî hevî hebû, û Pisgirêkike Civakî hebû ji ber wê Çendê Şêx Emîr kete Zindanê de û piştî ku bûyî Serhildan li Serhildanê de bi Serkeft û ji Zindanê derket û li dûvre gelek Tevlî Hevî derketin holê, ku Sedema girtina wî jî Kesek Kuştibû ji ber wê çendê hat Zindankirin û Pênc Salan li Zindanê de ma û li Dema ku bi Serhildanê re ji Zindanê berdayîn Cihê Cih kirine Rêveberê Şingalê bi Giştî.

- Beriya ku Gundê Sîba Şêx Xidirê avabikin her li cihê wê Gundekî din yê ava hebû?

* Beriya ku Gundê Sîbayê avabikin Gundekî din li Şûna wî Eerdî hatibû avakirin bi Navê Girkê Êma ku li nêve Me û Gir izêr de bû, û Hindek Xaniyên Me li nêzî Girê ‘Ecûs bûn vêce Hikûmetê got Pezê We yê Xilbehe ankû Pire Emê Sîbayeke We Kolin û Sîba ji Me re Kolan û Me li Wir Avakir.

- Li Roja Opersiyona DA’Îşê de Şêx Xêrî bi çi Rengî Berxwedanî kir?

* Li Roja ku DA’ÎŞ hatî û êrîş pêkanî bi Tayîbet li Devera Şqingalê Şêx Xêrî wê rojê hat got Cemedaniyek(Şaşik)ek li ba we heye?Min jî got Erê Zaroyên Me da Dest Şêx Xêrî, û Şêx Xêrî got Ezê biçim aliyê Rojava li wir Şere li Se’et 03:20 Deqe bi Dema Bexda/ Îraq yê Şevê êrîşên DA’ÎŞ ê bi Ser Gundê Sîba Şêx Xidirê de pêkhatin lê Beriya wê, tam li Se’et 02:00 bi Dema Bexda/Îraq ê piştî Nîvê Şevê êrîş bi ser Gundê Gir Zerk de pêkanîn û Şêx Xêrî got Ezê biçim Aliyê Rojava û Bîksî û Turimbêl birin û got Dorman Dorê xwe zeftkin, û DA’ÎŞ dora Me girtiye û got Hûn Ne Revim Me jî got Em na Revin û ‘elesas Em Ne Revin û ‘Eşîra Me Qîranî Hemû bi Şêweyekî Tevlî hev ankû Ne Rêxistinkirî Derketin, û Roj derket bi vî halî Zaroyên Me Taştê xwarin û Hawin dihatin Me û Qûte qûtên Zaroyan bû û carê Şêx Xêrî hat derê Civatê de û gote Min

Eger bîjê Muxtarên ‘Eşîrê gelek Muxtar hene û niha Em Kurê Rehmetiyê Şêhîd Şêx Xêrî wek Nwînerê ‘Eşîrê dibînin, û Mişhil Kurê Şêx Emîre û ji ber ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re Hefpişke Em Wî wek Nwînerê Qîraniya nabînin

Zaroyan derxe ji Gund, Min got ji ber çi?Wî got bi Xwedê Ketine Merkezê(Navend)ê Zaroyanji Gund derxe Min jî Gote van xwe karkin Emê ji aliyê Jorî ve xwe berdine Newalê bi Zaroyan û Xêzanê ve, Ez û ‘Emer Kurê Me bi Silah bûn û Kokez û Şemo Birayên Min bûn û Zaroyên wan Pênc pîrebûn û Ewjî Herheft bûn Min got Hûn Werin bi Zaroyan re Derkevin ji Gund, û yên din Derketin Hindek Kesên ji Gund ku Belengaz bûn di gotinê Diharê Kor li derê dêrî de di giriyan Şêx Xêrî got bi Xwedê Ez Zaroyên xwe barnakim, û Ezê van Rezîl û Belengazan bikime Turimbêlê de û bila Zaro xwe Xelaskin

û Ezê van Rezîl û Belengazan hilgirim û Ew kirine Turimbêla xwe de û Anîne Sikêniyê, Kokez Birayê Min li vire çû û DA’ÎŞ nêzî wan bûn û DA’ÎŞê Herheft Kuştin û Em ketine Newalê Em Xelas bûn û Em Hemû çûn li Deriyê Geliyê Hesarê Gehiştine Hevdû, û li wir Şêx Xêrî got vêce Menhecê(Rêbaza) Me ji nav çû û niha jî Rêbaza Me Ewe ku Xêzanan bibine Herîma Kurdistanê û Emê li virbin da ku Em Şerê xwe bikin, li ber DA’Îşê Berxwedaniyê bikin Min jî got Bila û li Dawiy ê Me Sê Xêzanên xwe derbasî Herêma Kurdistanê kirin û Em vegeriyan ser Silehên xwe li wî Demî Silahên Me li Geliyê Hesarê debûn, û Ciwamêran PKK ê bi Me re Alîkar bûn bi rastiya Xwedê û Silah dane Me û Xwarin jî dane Me û herwisa Kurdan jî Silah dane Me, û Xêrî Berxwedanîkir û li Sikêniyê de Şerkir û Hitanî Dawiyê jî Şêx Xêrî li Sikêniyê debû û bi Îhtimaleke Mezin DA’ÎŞ kêmbû û carê ji nişkekêve Êrîşî Sikêniyê kirin û Hawinek li Şêx Xêrî ket, Birhîm ku Birayê Min yê Piçûktirê bû Birîndarbû û Şêx Xêrî Şehîd bû û herwisa Xelefê Kurê Mamê Min Şehîd bû û piştî wê yên Me Sikênî berdan, li wî Demî Xortên Êzidiyan gelek li dora Şêx Xêrî bûn ku wek Hêza Şêx Xêrî bûn û Piştî Ku Şêx Xêrî Şehîd bûyî Kurê Wî Cihê Wî girt û hitanî niha li vire.

- Sima’îl dibe çî Şêx Xidir?

* Şêx Sima’îl dibe Mamê Min ankû Birayê Babê Min û Kurê Şêx Xidir bû û Ew li pey Babê Min rebû û herdû ji Yek Dayîkê bûn û niha Xêzaba Şêx Sima’îl hemû li Ewrûpaye, û Şêx Xidir li Demê xwe de karê xwe ji Partiyan ne di anî û Partî wek niha zehih nebûn lê Tinê Karê Şêx Xidir Kesekî qenc bû û Mêrekî pir baş bû li Şerê ‘Ereban yên li Dijî Miletê Me yê Êzidî, û Xwedê bi Dest ve tanî û bi Si’ûd(Bext) bû û Hertim Şêx Xidir Eerdê Qîraniya Hemûjî di Parast ji ber ‘Ereban vêce Hikûmetê jî bi ya wan dikir û ‘Ereban jî nikarîn nêzî Erd û Aqarên Me bibin û Me Parastina Erdê xwe dikir, wek çawa Hikûmet Parastina Erdekî bike Me ‘Eşîra Qîraniya Parastina Erdê xwe dikir û Gotina Min ya dawiyê jî û Daxwaza Min çi Rêxistinên Mirovî û çi Hikûmet, yan jî çi Cihên din yên Peywendîdar bin tinê bila alîkariya Me kirban û bi Destê Me girtiban û Me Sîbayeke xwe Kolaba li Rojavayê Sikêniyê lê niha Leşkerên Îraqê, li Sikêniyê dene Hêzên YBŞê û Leşker bi hevre li Sikêniyê ne û Me yê li Aliyê Rojavayê Sikêniyê Bîreke xwe avakiriba û li dora Wê Avakiriban berê Milkê Me bû û nihajî Milkê Me ye û Me hemû Çandiye jî û Meyê li wir Qîşla xwe girtiba û Birayê Min jî wê ji Herma Kurdistanê hatiban û Meyê Cihê xwe girtiban û Me dixwest ku Em bigehin Hevdû û Em li ba hev Erd û Aqarên xwe avabikin û eger Em hatin Mirîdên Me jî gelekin û Ewjî wê bên.

This article is from: