5 minute read
OPÊN JIYANEKE KEVNARŞ
ŞOpên JIyAnEKEKEVnAR çîROKEK nEpEnî
LEyLA LORîn
Advertisement
Di civaka Êzidî de Xatûna Ferxa wek jinek pêşeng û zana tê dîtin. Gelek serpêhatî û nêrîn li ser jiyana wê hene. Li gor hinekan Xatû Ferxan di sala 1917’an de ji dayîk bûye. Xatûna Ferxan ji mala Îsmaîl beg e. Du birayên wê yên bi navê Ewdilkerîm û Yezîdxan hebûye. Malbata Xatûna Ferxan di sala 1929’an de wê dibin zanîngeha Emerîqayê a bajarê Beyrûd ê. Xatûna Ferxan di sala 1934’an de bi kurê Mîrê Xelîfatan, Ocaxa Katanî, Seîd Beg re dizewice. Bi gotina wan ku dibêjin; “Şahî bi paçikê deriyê Beyrûdê deras bû.” Birayê Xatûna Ferxan, Yezîdxan dixwaze bibe mîrê Şêxan a Şengal ê. Lê gelek mîr û êlên Êzidiyan li dijî wî derdikevin û nahêlin ew bibe mîrê Şêxan. Di sala 1938’an de meclîsa mîrê Êzidiyan dicivin û biryara kuştina Yezdanê birayê Xatûna Ferxan didin. Seîd Beg jî di wê civîna meclîsê de amade dibe. Meclîs biryara kuştina wî dide. Xatûna Ferxan li ser vê biryarê matmayî dimîne. Bi kerb dest tavêje çeka xwe û pênc guleyan li serê Seîd Beg dide û wî dikuje. Xatûna Ferxan piştî kuştina hevserê xwe derbasî Mûsilê dibe û li wir jî diçe Bexdayê. Nêrîneke din a di derbarê Xatûna Ferxan de jî wiha ye: Di zimanê Êzdatiyê de Sitî tê wateya keç ê. Sitî Xatûna Ferxan keça Melek Fexredîn e. Melek Ferxredîn jî ji heft melekên xwedê tê. Çima dibêjin sitî ji ber ji sira navê melekan tê? Ji ber ku dema zarok ji diya xwe dibin, jê re dibêjin bende. Li gor baweriya Êzdatiyê dema ku melek sira xwe diyar dike, wê demê ew dibe firişteya esiman. Ji bo wê, ji xatûna Ferxan re dibêjin firîşta nemir. Her wiha li gor baweriyê firîşte beriya mirovan hatine dinê. Û di baweriya Şerefdîn de şiklê firîşteyan çêkirin qedexe ye. Nêzî hezar kiras û rengên firîşteyan heye. Ger bixwazin bên ser rûyê erdê, wê demê li gor wan hezar kirasan xwe çêdikin û xwe nêzî mirovan dikin. Li gor baweriya Êzdayetî jî Xatûna Ferxan firîşteya nemir e. Gotegotek ji jiyana bisêhr Li gor baweriyê jina navdar, Xatûna Ferxan keça şêxê Adiya ye. Navê wê yê rast Xezal e. Bûka Şeşmîs e. Û di heman demê de hevsera Şeşmise. Di dema şêx Hadî de jiyaye. Wê deme meclîsa ruhanî hebûye ku Xatûna Ferxan jî wek komîteya
Êzidî de serê xwe bişû dibêje; ‘Ya Xatûna Ferxan.’ Jixwe dema jinek diwelide jî bang li Xatûna Ferxan dike. Dîsa ew wek jinek hekîm û feylezof jî tê dîtin. Ji bo wê, dema ku zarokek bê dinê jî dibêjin; ‘Li hêviya Xatûna Feran ve ye.’ Di derbarê wê de gelek gotegot hene, lê mixabin di derbarê ka kengê û çi wextê çûye ser dilovaniya xwe zêde tişt nayên zanîn. Tirba wê li bakurê çiyayê Şengal ê, nêzî bajarokê Xanesorê ye. Ji bo civaka Êzidî tirba wê pîroz e. Gel, nexasim jî jin her sal ji bo ku miradên xwe bi cih bînin diçin ser tirba wê. Li gor tê gotin, tirba wê li cihê ku çûye ser dilowaniya xwe hatiye çêkirin. Li kêleka tirba wê jî peykerê xezalekê heye. Jixwe li gor baweriya civaka Êzdî xezal ajaleke miskîn û paqij e. Ji bo wê jî divê neyê kuştin û bê parastin. Vê ajala bedew nêzî jinê dibînin. Ji bo wê, di civaka Êzidiyan de piranî navê jinan xezal e. Rengên ji destpêka biharê Di hundirê tirba Xatûna Ferxan de heft rengên firîşteyan heye. Ev jî li gor baweriya Êzdayetiyê ku tê gotin xweda di heft rojan de dinê afirandiye, tê şîrove kirin. Ev roj jî dibe serê Nîsan ê, çarşema sor. Cejna çarşema sor cejneke pîroz û di heman demê de cejna Melekê Tawûs e. Roja afirandina dinê û jiyanê ye. Li gorî vê baweriyê, ev heft reng, rengên xweza û kulîlkan in. Û hêkên ku di çarşema serê Nîsanê de bi rengên cihê tên xemilandin jî girêdayî van heft rengan in. Di nav wan renga de jî sê reng hene, kesk, sor û zer ku herê zede derdikevin pêş. Li gorî baweriya Êzdayetiyê ew her sê reng, ji rengê agir tên ku heya roja îro pir pîroz tên dîtin. Her wiha rengê al û wek remza Êzdayetiyê ye. Piştî gelek fermanan ev her sê reng ji civaka Êzidî re tên qedexe kirin. Ji bo wê, piştî gelek fermanan şûnde wê li gorî baweriya xwe, li tirban van rengan biparêzin. Piştî qedexe kirina van her sê rengan wê rengê spî jî bikeve nav rengên wan. Her sal, rojê carekê diçin wî rengê xwe pîroz dikin û maç dikin. Salê carekê jî malek nêzî tirbê van sê rengên firîşteyê bi gotina, ‘Bila her sê rengên firîşteyê bê mala me û mala me ava bike’ dibin mala xwe û dişûn. Ji bo wê jî dibêjin; ‘Em ê firîşteyê ciwan bikin.’ Dovre ji aliye jinên wê malê ve firîşteyê dibin û baş dişûn, ziwa dikin heta roja ku serdana tirba Xatûna Ferxan tê kirin. Dema ku diçin serdana tirba Xatûna Ferxan, bi rengeke dilxweş firîşteyê datînin ser serê xwe û maç dikin. Gelê Êzidî dema ku diçin serdana tirba Xatûna Ferxan, her yek girêyekê tavêjin serê destmalên rengareng, bi vê yekê jî heskirin û hêviyên xwe pêşkêşî Xatûna Ferxan dikin. Hêviyên ji bo azadiyê Di roja îroyîn de jî gelê Şengalê serdana tirba Xatûna Ferxan dike, daxwaz û hêviyên xwe pêşkêş dike. Îsal jî bi wesîleya 4’ê Nîsan ê, roja ji dayîkbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Jinên Ezidî (TAJÊ) tevî jinan serdana tirba Xatûna Ferxan kirin û ji bo azadiya xwe dar çandin. Ji Xatûna Ferxan re dua kirin û hêviyên xwe ên ji bo xweserî û azadiya Şengalê ragihandin. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ êrîşê axa pîroz şengalê dike û 6450 jin, zarok, keç û zilam dîl dikevin destê çete û neyarên jin ê. Hîn aqûbeta gelek jin û zarokan nayê zanîn. Bi hêviya azadiya wan jin û zarok an, jinan li ber tirba Xatûna Ferxan dar çandin, hêvî û xwesteka xwe pêşkêş kirin. Jinan bi dar çandinê di heman demê de dan diyarkirin ku ew bi fikir û ramaneke nû, ji nû ve xwe bi pergal dikin, ji bo azadiya xwe têdikoşin. Dar çandin di heman demê de ji nû ve pişkivîna ramanek nû ye ku jinên Şengalî xwe li ser vî ramanî birêxistin û pêş dixînin. Ramanên xwe yên jiyana azad ku ji Rêber Apo digrin, bi hêvî û hêza ku ji Xatûna Ferxan digrin, dikin yek û bi wêrekî ji bo azadiya xwe dikevin navnav têkoşîn ê.